KITÊBA, KU TEZE RONAYÎ DÎTYE (1962)
KITÊBA, KU TEZE RONAYÎ DÎTYE
Nûrî Hîzanî (Hovakîm Margaryan) gelek zûva bi zimanê kurdî efrandîye, ew şiêra û poêma dinivîse. Sala 1935-a berevoka efrandinêd Nûrî bi sernivîsa “Şebeqa sibê” neşirbû. Lê îsal neşîreta Ermenîstanêye dewletê Yêrêvanêda bi zimanê kurdî berevoka efrandinêd wîye duda bi navê “H’ub û xebat” daye neşirkirinê. Nûrî Hîzanî hîmlî bi zaravê kurmancî dinivîse, bi kîjanî piranya kurda xeber didin. Vê derecêda ew tiştekî teze, xeberêd teqle baş lîtêratûra meye tezera tîne. Eva yeka, bêftya, tiştekî pesnandinêye.
Rîtmovka şiêrê Nûrî Hîzanî gelekî nêzîkî ya folklora meye. Sêra wê yekê ne ku xebatê kin û dirêjin, lê ew yeke, wekî ew folklora cimeta me rind zane û wextê nivîsara şiêra ew yek eseyî baş hukumî ser rîtmovka efrandinêd wî dike.
Çend şiêrêd vê berevokê derheqa emrê cimeta me, emrê îroyîndanin, li k’u ew pesnê xebatê û kirinêd merivêd sovêtîêye nebînayî dide. Şayîr rind zane, wekî dengbêjêd berê derheqa belengazya cimetêda digotin, xwe û derd-kulara dilûbandin. Lê dengbêjêd nha zef rind zanin:
Dinya teze bi te’va zêrîn
Xwera anî xebat û nan,
Unda bûne derd û nalîn,
Bax’ û beyar kulîlk vedan.
A dengbêjêd nha derheqa vê dinya teze, vê bextewarîêda distirên û dibêjin (“Dengbêj berê û yêd nha”).
Lê eva dinya hane teze kê çêkir, kê ev bextewarî anî sêrî? Şayîr caba wê pirsê wa dide:
Xebat, xûdan vê dinyaê him îsafe,
Him bext û dîn.
Partîa Komûnîstîê û dîwana Sovêtîê rya bextewerîê li ber cimetê vekirin, lê cimeta sovêtîê bi xebata xweye e’fatva, bi serekvanya Partîa Komûnîstîê emrê bextewar çêkir.
Nava kerîkî “T’erîka mîrê Miksê”-da Nûrî bi dil û eşq, bi dilovanî derheqa dostî û pismamtya cimetêd ermenya û kurdada dinivîse û wê yekê dipesine.
Kêmasî û şaşîêd vê kitêbê jî hin di dereca fikir û bedewetîêda, hin jî di dereca zimênda ne hindikin.
Hevtê û penc sal gerya Cambûl wan zozanan,
Hevtê û pênc sal gerya dilkul, dilbrîndar.
Gelo şayîr û rêdaktora kitêbê (Êmma Bak’oêva) nizanin, wekî Cambûl “hevtê û pênc sal gerya dilkul, dilbrîndar” nîbûye, wekî Cembûl dengbêjê dewrana sovêtîêye bexteware? Tiştê xirab ewe, wekî ew nêt hatye weklandinê, sêcarkirinê – “T’î û birçî, bê nan û av gerya Cambûl”, “… eşq û dilkul” (?).
Kêmasîke berbiç’eve, wekî destpêbûn û kutabûna hine şiêra tune, ew ne konkrêtin.
Gelek çarxetê usa jî hene, kîjan bi temamî prozane, ewqasî tenê xetê wan bin hevda hatine nivîsarê:
K’ofya Nazê nav simila (?)
Mîna beyraq difir’fir’ya (?)
Min dît Nazê xweş dikenya
Ewî tevî xûşka Sînemê.
Xenji prozaîkbûna van xeta pevgirêdana logîkîê jî orta wanda tune.
Dil dha nazik û narîne, ne ku sehet. Dêmek, gerekê sehet himberî dil bikra, lê ne ku
Dilê T’êlî ji eşqê h’uban dir’eqise (?)
Mîna çerxê sehetê (?) nazik û narîne.
Gelo ew yek rewşeke rind dide bedewetya kitêbê, wekî tenê nava şiêrekêda xeberêd “t’oz û xûbar” (?) çawa gotin çar cara hatine weklandinê. Îdî em xebernadin derheqa wê yekêda, wekî wextê avtor derheqa zevtekçîêd welatêd derekeda xeber dide hema ha: “ereb, monx’ol, fariz û hûnan” (çawa xeteke şiêrê) çendik-çend cara cîêd başqe-başqeda ser hev diwekilîne. Gerekê bîr nekin, wekî wekilandina haye mîna hev tek-tenê zyanê dide efrandina bedewetîê.
Kêmasîêd zimên jî hene, awa mesele:
Çûxek gulî, cotek qut’nî (?), k’emberek zêr’…
Yanê,
Tu were, T’êlî, derê konê te bibînim,
Ç’ev sûretê te dimînin, xezala sil.
Yanê,
Çiqas sax’im naçe ji bîrê…
Em kuta bikin. Destanînêd vê kitêbê e’seyîne, lê kêmasîêd wê jî hindik nînin. Em bi gumanin, wekî hevalê Nûrî wê wan kêmasya hesab hilde û efrandinêd tezeye qîmetbilind bide xwendevana.
“Rya teze”, 13-ê dêkabrê s.1962
Добавить комментарий