rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

BLÛR … JI FIRINDÊ (1966)

 

 

BLÛR … JI  FIRINDÊ

 

 

         Pêşenya Lênîngradê. Blokada bajarê mêrxasa çetin wedê şerêd Wetenîê, çawa eyane, 900 rojî kişand. T’e’bîê eskerê me û dijmin pêşberî hevin, cî-cîna weke 100 mêtrî ji hev dûrin: herdu alya erd k’olane û ketine. Hema tiştek bêfesal diheje, dibe vizîna gullê yanê girmînya t’opê… Şev û ro şere, agir ji erd û ezmana dibare. Him pêşanîêda, him jî nava bajêrda şûrê mirinê ç’ep û rast dibire. Di wan qewlada merî hew zane, wekî dilê merya wê nazikaya xwe unda bike, t’enê hînî qewlêd şere giran bibe… Lê, na xêr, qewlada jî dîsa merîê t’am dimîne çawa merî…

         Her car firinde ji cîê xwe radibûn, bê xûnrêtin venedigeryan. Vê carê jî firindêd dijmin ji cî rabûn û hatin t’e’bya eskerê me, bajarê naveyan dane ber bomba. Lê ew jî hêsa xilaz nebûn: eger bîst hatin, zo û ferek vegeryan.

         Dewsgirtîê qumandarê alayê mayor Aslanyan Sêdrak hasegehêda xebata xweva gîro bû. Cab jêra anîn, wekî eskerê me lêdane firindê dijmin jorda anîne xarê, gotî herin binihêrin. Aslanyan û hevala tele-tel çûne cîê ketina firindê. Firinde şewitî bû, firindeçî hatibû kuştinê. Aslanyan bi hevalava dîna xwe dane firinda şewitî. Ç’evê Aslanyan lûla firindêye alyûmîne zirav ket. Nişkêva gundê wanî P’xonkê li qeza Bit’lîsê (li Romê), gundîê wan, heval-hogirê wîye zarotîê ketine bîrê, gava ewî û zarê kurdaye çaxê wîra tevayî rêncberî dikirin, p’aşla tebyeta delalda xwera fîqe û blûrê dixistin. Ç’evê wî wê lûlê ket, nişkêva k’ir’ê blûrê hatinê. Fikirî, çira nabe, wekî merî vê lûlê bike blûr, wekî deşta şêrda jî dengê wê bê bihîstinê, belkî dengê sazbendîê berî dengê t’op û tivinga, dengê girî bide û bibe xemkêşeke derd û kula.

         Mayor Aslanyan gazî têxnîkê alayêyî eskerîê Nîkolay Xoxlov kir û gotê:

         — Vê lûlê bibire, temizke û bîne cem min.

         Emrê eskerîê bû, pêra-pêra hate qedandinê. Wê şûnda Aslanyan gotê, wekî çend cya lûlê qulke. Ew jî hate kirinê.

         Kutasîê, wextê har tişt hazir bû, Xoxlov ji mayor pirsî:

         — Lê we negot, wekî eva lûla han bona çiye. Ne sîlihe, ne jî hacete, ev çiye?

         — Nha ezê bêjim. Ew blûra kurdane. Te navê kurda bihîstye?

         — Belê, min bihîstye.

         — De, eva haceta wane sazbendîêye. Vî heyamîda ew jî sîliheke zore. Qewata wê – qewata sazbendîêye, ew qewata ruhê meryane. De, ezê nha lêxim, tuê wî çaxî bibihêyî, wekî qewata wêye sazbendîê çiqase.

         Û blûr danî ser lêva, destbi qeydê xweyî hizkirî “Bêrîvanê” kir. Gujîn kete wan dera, sewta şêr hate birînê… Xoxlov bi ecêbmayî guh dida ser wê sazbendya mînanî hewa ç’yaye zelal, tilî-pêç’îê wî û wê lûla alyûmîne sade.

         — Rastîê jî ecêbeke mezine, eva lûla hane sade çawa wî qeydê delal tîne sêrî, — Xoxlov gote qumandarê xwe.

         Wê şûnda roj, hevtê, meh û sal hatin derbaz bûn. Sîliha pêşenîêra tevayî blûra alyûmîn jî bû hogira mayor Aslanyan. Ew ber Lênîngradê wextê blokadaê xuliqî, çû derkete Latvîaê. Wextê esker dik’esirîn yan diketne nava xem û xiyala, dibû gujîna blûra Aslanyan, esker nava xem û xiyala derdixist û dîdema weten, xule-xula kanya, xuşîna mêşe danî ber ç’evê wan, e’r’nê miqabilî dijmin dha gur dikir. Bi wî teherî blûr Aslanyanra bû hetanî roja altindarîê. Paşî altindarîê jî ewî  t’erka blûra xweye hizkirî neda. Hetanî nha jî ew cem wîye û dîharkirina xwestinêd dilê wîye…

         Merîkî navsere, ku qişa payîza dereng zûda xwe avîtye serê wî û her der zevt kirine, t’imê mêvanê rêdaksîa meye. Ew polkovnîk Aslanyan Sêdrake, wekî nha îdî pênsîaêdane. Tê cem me rûdnê, şîrin-şîrin xeber dide û qewmandinêd ji emrê şêre hewaskar mera şirovedike. Rastîê gotî em motacê wî û xeberdanêne.

         Ji destpêbûnê hetanî kutabûnê ew tevî şêr bûye. Gelek qulixê bilinde cabdar kirine, bûye qumandarê alayê. Çend cara birîndar bûye, lê ji pêşenya Lênîngrada xweye h’izkirî dûrneketye, blokada wêye çetin ber ç’evê xwe dîtye, nava av û h’er’îêda bûye, lê qet t’u deqekê mezinaya ruhê xwe unda nekirye, cî hatye bi mêrxasî kirye şer, berî dijmin daye, ce’sûsê dijmin girtine, lê cî jî hatye hasêgeha h’er’î û avêda rûniştye, blûra kurda daye ser lêva û lêxistye, kilama kurdaye mêrxasîê straye.

         Hela wextê edilîda (sala 1935-a) bona hazirbûna eskerîêye baş t’ax’bûra alaya wane nîşandarîê hatye rewakirinê, lê serekê wê t’ax’bûrê Aslanyanê 31-salî pêşkêşeke mezin – seheteke cêbaye zêr’ ji komîsarê cimetêyî xweykirinêyî wî çaxî K. Ê. Voroşîlov stend û hetanî nha jî wê bi zyaretî xwey dike.

         Wextê şer bona tevgelya aktîv û efatîê ew bi ordênêd Lênîn, Beyraqa Sor, dereca şerê Wetenîêyî duda, Steyrka Sor û pênc mêdalava hatye rewakirinê. Her ordênek, her mêdalek – ew terîqeke efatya wîye miqabilî dijminê decal.

         Paşî şêr gelek sala xebitye çawa lêktorê înstîtûtêd Yêrêvanêye pêdagogîê û zoovêtê. Lê nha jî îdî pênsîaêdane.

         Ew bengî û maşoqê kilam û sazbendya kurdaye. Kurdî mînanî zimanê xweyî dê zane, gelek kilam, beyt-serhatî, mesele û qinyatêd zargotina meye mayîn zane.

—         Ç’ûktîêda, — ew dibêje, — min ew kilam û sazbendî bihîstine, ew, çawa dibêjin, minra bûye ruh û can. Ez kuda jî çûme, ewe minra bûne, hevalê çetinayî û altindarîêd min bûne.

Lê çetinayî û altindarîêd podpolkovnîk Aslanyan gelek bûne û ew gişk bona gulvedan, pêşdaçûyîn û xweykirina wetenê meyî sosîalîstîê bûne.

 

“Rya teze”, 8-ê mayê s. 1966

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *