LÎTÊRATÛRA BI KURDÎ TERCMEKIRÎ (1972)
LÎTÊRATÛRA BI KURDÎ TERCMEKIRÎ
Nava salêd dîwana sovêtîêda mala cimetêd welatê meye bratîêda ew p’ara cimeta kurda, ku wetenê meyî p’irmiletda dijî, di hemû derecêd emrda gihîştye açixîêd nebînayî. Ji wan açixya yek jî lîtêratûra wêye bedewetîê nivîsare, ku îro îdî gihîştye dereceke usa, wekî çawa welatê meda, usa jî ji hidûdê wî der hatye naskirinê û qîmetkirinê.
Eyane, wekî lîtêratûra her cimetekê hertim jî bi serî tercma lîtêratûraêd cimetêd mayînra girêdayî bûye. Û lîtêratûreke usa tunebûye, wekî tenê bi mecalêd xweva pêşda çûbe. Hertim jî tercma komek daye hevdudewlemendkirina lîtêratûra, firekirina dinênaskirina efrandara, bilindkirina hostatya wan. Tercmekirina lîtêratûra bedewetîê mecaleke başe bona cimet dha rind hevdu nas bikin, pevgirêdanêd wane dostîê, kûltûra wane ruhanîê dha qewîn bin. Vî alîda cêribandina lîtêratûra sovêtîêye p’irmilete dewlemend heye. Lîtêratûra kurdaye sovêtîê jî, ku ewleda Oktyabrêye û p’areke wê lîtêratûraêye, nikaribû bêy tercma pêşda biçûya û gulveda.
Vê mqalêda wê tenê derheqa wan efrandinêd bedewetîêda (hîmlî bi kitêba yanê bi berevoka) bê gotinê, ku ji destpêbûna lîtêratûra me hetanî nha bi kurdî hatine tercmekirinê. Xudan nêt danenye pêşya xwe başbûna wan tercma qîmetke, her tenê xwestye qewmandinê bide kivşê.
Nava lîtêratûra kurdaye sovêtîêda tercmêd pêşin efrandinêd xwexwetîêye pêşinva tevayî hatine kivşê. Ew hîmlî efrandinêd şayîr û nivîskarêd ermenya bûn. Û eva yeka bi temamî femdarîye. Lîtêratûra kurdaye sovêtîê Ermenîstana Sovêtîêda pêşda dihat. Efrandarêd me weke zimanê xweyî dê zimanê ermenî zanibûn. Û zimanê ermenî bû ew p’ira, ku ew lîtêratûra ermenya, ûrisaye mezin, hemdinyaêra dane girêdanê.
Efrandina bedewetîêye pêşin, ku Ermenîstanêda bi zimanê kurdî hate tercmekirinê û bi kitêbeke başqe hate çapkirinê, “Serhatya Casimê kurd” ya Lazo (Hakob X’azaryan) bû, wî emekdarê kûltûra kurdêd sovêtîêyî berbiç’ev. Hecîê Cndî û Emînê Evdal ew tercmekirin û sala 1931-ê bi kitêbeke başqe dane neşirkirinê. Salekê pey wêra dîsa wan tercmeçya serhatya Hovhannês Tûmanyane eyan “Gîk’or” tercmekirin û bi kitêbekê dane neşirkirinê. Û cîye bê gotinê, wekî bawer bikî ji şayîr û nivîskarêd ermenya Hovhannês Tûmanyan dha gelekî bi kurdî hatye tercmekirinê çawa salêd sîyîda, usa jî van salêd ax’irîêda. Vêderê gilî hîmlî derheqa wan efrandinadane, ku bi kitêbê başqe-başqe neşir bûne. Em ji wan tercma bîr bînin: poêma “Anûş” (bi tercma R. Drambyan, sala 1934-a), bi tercma Casimê Celîl lêgênda “Se û p’işîk” (sala 1935-a), serhatîêd “Kalkê Gabo çawa kurmê hevirmiş xweyî dike” (sala 1935-a), “Berevkirina kilama”, “Xweyî û xulam” (sala 1936-a), “Ax’irya ne’s” û “Nazarê mêrxas” (sala 1937-a), “Efrandinêd bijare” (weke 15 merya tevî tercmekirina efradninêd vê berevokê bûne, sala 1970-î), “Ç’ilka hingiv” (bi tercma Hecîê Cndî, sala 1971-î) û yêd mayîn. Lazime bê kivşkirinê, wekî ji roja rojda hetanî nha efrandinêd Tûmanyane tercmekirî xemleke bedew dane kitêbêd dersê zimanê kurdî jî.
Tercmekirina serhatya Hraçya Koçare “Xecê” (bi tercma H. Cndî, sala 1935-a), poêmêd Hmayak Sîrase “Memê û Eyşê” (bi tercma H. Cndî, sala 1935-a), “Let’îfe” (bi tercma Cerdoê Gênco, Emînê Evdal, sala 1936-a) nasya xwendevanêd kurd didan emrê cimeta kurdayî berê û nha, derheqa dostî û bratya ermenya û kurdada bûn. Sala 1936-a antologîa “Nivîskarêd şêwrêye ermenya” bi tercma kurdî ronkayî dît. Wêda cî bibûn ji efrandinêd H. Hakobyan, A. Şîrvanzadê, Ê. Çarêns, A. Bakûns, A. Vştûnî, Z. Êsayanê, V. Alazan, D. Dêmîrç’yan, N. Zaryan, St. Zoryan, G. Maharî, V. Totovêns, G. Saryan, M. Armên, V. Norêns, M. Arazî, S. Taronsî, M. Manvêlyan, H. Sîras, Sarmên, X. Daştêns, Hr. Koçar, Ax’avnîê û G. Bês.
Nava tercma meye bedewetîêda cîkî mexsûs digrin efrandinêd Êx’îşê Çarêns. Poêma wîye eyan “Lênîn û Elî” çend cara hatye tercmekirinê (cara pêşin bi tercma Emînê Evdal sala 1932-a berevoka “Efrandina ewlin”-da, cara duda bi tercma Casimê Celîl sala 1955-a “Lîtêratûra wetenîê”-da û cara sisya bi tercma Mîkaêlê Reşîd û Sehîdê Îbo bi kitêbeke başqe, sala 1957-a). Xênji wê, çawa kitêbêd dersada, usa jî berevoka û gazêta “Rya teze”-da gelek efrandinêd wîye mayîn jî ji alîê efrandarêd başqe-başqeda bi tercma kurdî hatine çapkirinê.
Hela sala 1937-a bi kitêbeke başqe “Novêlêd” Gûrgên Hovnan (bi tercma Emînê Evdal) hatine neşirkirinê. Efrandinêd Xnko Apêre “Tramve li R’ewanê” (sala 1936-a) û “Mişka p’işîkêra çawa şer kirin” (bi tercma Casimê Celîl, sala 1937-a) jî bi kitêbêd başqe-başqe bi tercme neşir bûne.
Sala 1955-a xwendevanêd kurd bi berevokeke başqe (“Emoê kurmanc”) ew efrandinêd Avêtîk Îsahakyan stendin, ku Hecîê Cndî tercme kiribûn. Xênji şiêrêd şayîre lîrîkîêye delal, wê berevokêda usa jî ew efrandinêd wî cî bibûn, ku ji emrê kurda bûn yan jî veçêkirina nimûnêd zargotina me bûn (“Emoê kurmanc”, “Nadoê bengî”, “Leylê û Mecnûn”, “Gundî û ç’ivîk”). Di şuxulê tercmekirina efrandinêd Av. Îsahakyanda Fêrîkê Ûsiv jî xebateke berbiç’ev kirye. Bi tercmekirina wî gelek efrandinêd şayîrê ermenyayî eyan çawa gazêta “Rya teze”, usa jî kitêbêd zimanê kurdîda neşir bûne. Ewî usa jî efrandinêd çend şayîrêd ûrisa û ermenyaye mayîn jî tercme kirine.
Berevoka “Destegul”-da (bi tercma Hecîê Cndî, sala 1963-a) ew efrandin yanê p’arêd efrandinêd şayîr û nivîskarêd ermenya hatibûne tercmekirinê, ku derheqa emrê kurdada bûn yanê veçêkirina nimûnêd zargotina me bûn. Tercme hîmlî ji efrandinêd X. Abovyan, Raffî, H. Hovhannîsyan, Vrt. Papazyan, H. Tûmanyan, Lazo, Av. Îsahakyan, D. Dêmîrç’yan, G. Haykûnî, St. Zoryan, Sarmên, H. Sîras, S. Taronsî, G. Stêpanyan, Hr. Koçar, X. Daştêns, A. Darbnî, H. Şîraz, G. Êmîn, H. X’ûkasyan, M. Harûtyûnyan û yêd mayîn hatibûne kirinê.
Sala 1963-a, wexta welatê meda bi firetî 250-salya bûyîna dengbêjê dostya cimetayî mezin Sayat-Nova hate kivşkirinê, bi berevokekê efrandinêd wî bi tercma kurdî neşir bûn (Hecîê Cndî û Fêrîkê Ûsiv ew tercme kiribûn).
Poêma H. Şîraze “Încîlî” bi tercma Cerdoê Esed sala 1972-a neşir bûye.
Îsal bi kitêbeke başqe serhatya Hraçya Koçare “H’isret” (bi tercma xudanê van xeta) neşir bû.
Nava lîtêratûra meye tercmekirîda cîkî mexsûs digrin çend pîêsêd dramatûrgêd ermenyaye tercmekirî, ku têatra kurdaye dewletêda hatine nîşandayînê yan jî bûne radîokompozîsîa. Ew pîêsêd G. Sûndûkyane “Pêpo”, A. Şîrvanzadêye “Namûs”, “Milyak’etê nep’ak”, Vrt. Papazyane “Zinar”, D. Dêmîrç’yane “Nazarê mêrxas”, N. Zaryane “Heyf”, V. Şox’êryane “Cewahir”, A. Papayane “T’opik” û yêd mayînin. Lê pîêsêd A. Şaybone “Li besta Elegezê”, S. Gînosyane “Heso”, “Qîza Mîrekê”, “Ewledê ç’yaê te’rî”, “Ker’ û K’ulik”, “Xecê û Sîabend”, “Mêrxas ji bajarê Cizîrê” û yêd mayîn yan derheqa emrê kurdadanin, yan jî veçêkirina nimûnêd zargotina mene.
Xênji van, gelek efrandinêd şayîr û nivîskarêd ermenyaye mayîn jî (çawa yêd klasîk, usa jî yêd emrê nha) hatine tercmekirinê û gazêta “Rya teze”, kitêbêd dersê zimanê kurdî, berevokêd efrandinêd nivîskarêd kurdada ronkayî dîtine.
Lîtêratûra kurdaye sovêtîê bi gelek tercmêd efrandinêd şayîr û nivîskarêd ûrisaye berî dewrana sovêtîê û yêd dewrana sovêtîêva jî dewlemend bûye.
Efrandina lîtêratûra ûrisaye pêşin, ku cem me bi kurdî hate tercmekirinê û bi kitêbeke başqe hate neşirkirinê, ew berevoka qse û serhatîêd L. Tolstoy bû. Sala 1935-a berevoka wîye “Serhatî derheqa h’eywanada” neşir bû, li k’u gelek efrandinêd bona zar’a cîwar bibûn. Ew berevok R. Drambyan tercme kiribû. Lê sala 1937-a bi kitêbeke başqe serhatya wîye eyan “Dîlê Kavkazê” neşir bû. Qaçaxê Mirad ew ji ûrisî tercme kiribû.
Hela salêd 30-da efrandinêd A. Pûşkîn jî bi kitêbêd başqe, bi tercma kurdî neşir bûn. Sala 1937-a berevoka wîye “Efrandin û h’ik’yat” bi tercma R. Drambyan ronkayî dît. Hema wê salê bi tercma Casimê Celîl bi kitêbeke başqe poêma Pûşkîne “H’ik’yat derheqa me’sîgir û me’sya zêr’înda” neşir bû. Ev herdu kitêb bona 100-salya mirina şayîrê mezin neşir bûn. Lê sala 1949-a bona 150-salya bûyîna wî berevoka şiêr, h’ik’yat û proza wîye teze neşir bû. Efrandinêd evê berevokê Casimê Celîl tercme kiribûn. Raste, bi tercma Qaçaxê Mirad bi kitêbeke başqe efrandinêd Pûşkîn nehatine neşirkirinê, lê emekê wî çawa di şuxulê tercmekirina efrandinêd şayîrê mezinda, usa jî şayîrêd ûrisaye mayînda geleke. Tercmêd wî çawa gazêta “Rya teze”-da, usa jî kitêbêd dersê zimanê kurdîda neşir bûne.
Sala 1963-a berevokeke ha neşir bû: “Bona zar’a”. Wêda efrandinêd K. Ûşînskî, Î. Tûrgênêv, L. Tolstoy, V. Garşîn, D. Mamîn-Sîbîryak û A. Çêxove bona zar’a nivîsî hebûn. Ew efrandin Êmma Bakoêvaê ji ûrisî tercme kiribûn. Çend efrandinêd M. Lêrmontov, N. Nêkrasov, M. Gorkî, V. Mayakovskî, p’arêd efrandinêd M. Şoloxov, D. Fûrmanov, Sêrafîmovîç, A. Fadêêv, N. Ostrovskî û yêd mayîn jî hatine tercmekirinê.
Nimûnêd lîtêratûra cimetêd sovêtîêye mayîne bratîê jî bi kurdî hatine û têne tercmekirinê. Îro xwendevanê kurd bi zimanê dê dikare p’erç’ê poêma klasîkê lîtêratûra gurca Şot’a R’ûst’avêlîye “E’rfanê p’ostê piling lê”, ji efrandinêd Î. Ç’avç’avadzê, K. Lort’k’îp’anîdzê, K. Boboxîdzê, G. Abaşîdzê, A. Mêrskûlava, R. Margîanî, efrandinêd şayîr û nivîskarêd azêrî Nîzamî, Sabîr, C. Cabarlî, S. Vûrx’ûn, R. R’za, Aşiq Elesker, M. Îbrahîmov; şayîrêd ûkraîn T. Şêvçênko, M. R’îlskî, P. Tîçîna, Ya. Şporta, V. Sosyûra; şayîrê ûzbêka G. Gûlam, nivîsarêd Sehîd Ahmed; şayîrê Dax’istanê S. Stalskî; şayîrê t’at’ara Mûsa Celîl; nivîskarê êstona Êrnî Krûstên, Arvo Galton û wekîlêd cimetêd sovêtîêye mayîn bixûne. Hinek ç’îrok, qse, lêgêndêd ûrisa, ûkraîna, bêlorûsa, gurca, lîtova û cimetêd sovêtîêye mayîn jî bi kurdî neşir bûne.
Lîtêratûra kurdaye tercmekirî bi efrandinêd şayîr û nivîskarêd welatêd derekeva jî dewlemend bûye. Ji efrandinêd V. Şêkspîr, H. Haynê, F. Şîllêr, Omar Xeyam, D. Dêfo, Ê. Zola, R. Rolan û yêd mayîn hatine tercmekirinê.
Xênji tercmeçîêd, ku navê wan jorê hate anînê, usa jî Elîê Evdilrehman, Şikoe Hesen, Karlênê Çaçanî, Egîtê Xudo, Wezîrê Eşo, Şemsî, Eskerê Boyîk, Ahmedê Hepo û yêd mayîn di dereca tercmekirina efrandinêd bedewetîêda şuxulekî berbiç’ev kirine.
Hilbet, çetine nava mqalekêda navê wan hemû efrandina bidî, ku cem me bi kurdî hatine tercmekirinê. Lê ew çi ku hate gotinê jî, xweber nîşan dide, wekî p’areke cimeta me we’dê dîwana sovêtîêda gihîşte çi destanînêd mezin.
“Rya teze”, 21-ê oktyabrê s. 1972
Добавить комментарий