rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

PISMAMÊ MEYÎ H’IZKIRÎ

 

 

PISMAMÊ  MEYΠ H’IZKIRÎ

 

 

         Nivîskarê ermenyayî sovêtîêyî berbiç’ev Hraçya Koçar dost û xerxazekî cimeta kurda bû. Çawa efrandinêd xweye 010-1bedewetîêda, usa jî mqalêd xweye pûblîsîstîêda ewî hertim bi h’izkirin derheqa cimeta meda nivîsye, nîgarêd kurdaye baş efrandye. Hilbet, me’nya vê yekê hebû.

         Binelîêd gundê X’ûmlî Bûç’axê (qeza Elaşgirê), li k’u zar’otya nivîskar derbaz bûye, ermenî û kurd bûn, cînar, dost, k’irîv, xêrxazêd hevdu bûn… Gelek hevalêd Hraçyaê biç’ûke kurd hebûn, wekî bi hevra kurdî xeber didan û saya wê yekê nivîskarê meyî h’izkirî ze’f rind zimanê kurdî zanibû.

 

Êvare, xweş êvare,

Dilê min zare-zare…

 

         Ax, ew kilamne çawa bûn, çito xeber bûn! Êvare, kerîê pêz li sîngê ç’yaê Npatê mex’el hatye, şivanêd ermenî û kurde bengî govend girtine û bi dil xwera distrên û dilîzin…

         “De gotî kurmancî zanibî, wekî sêra wan xebera li te dîharbe”, — nivîskar paşwextîêda dinivîse.

         Ne serê wîda, lê hela serê bav-kalada, serê pêşyada ermenya û kurda li hev pirsîne, rojêd ox’irmê giranda pişta hev sekinîne… Nivîskarê kurdaye sovêtîê Ahmedê Mîrazî nava bîranînêd xweda dinivîse, wekî wextê dijmin dor li gundê wan, T’ûtekê girt, dixwest ç’ûk-mezinê wî gundî xezakira, bavê nivîskarê me,  wekî kurda bi h’izkirin jêra digotin K’oço, k’oma ermenî hilda û hate hewara t’ûtekya, dijmin revî, dostî û bratîê alt’kir…

         Yanê gelo badilhewa bû, wekî nivîskarê meyî h’izkirî qnyatê şuxulê xweye bedewetîêye ewlin ji emrê kurda hilda (“Dînik Misto”, “Dayka Gulê”)? Hilbet na. Ew pêşdabirina wê dostîê û pismamtîê bû, ya ku hela serî kal-bavada hebû…

         Sala 1931-ê serhatya Hr. Koçare “Xecê” kovara “Nor ûx’î”-da ronkayî dibîne. Pirsa serhatîêye hîmlî ew daxuliqandina qîza kurde. Nivîskar bi serî çend sifetêd rêal şerê emrê kevn û teze, prosêsa altindarya emrê teze li gundekî paşdamayîda nîşan dide, li k’u ermenî û kurd t’ev dijîn. Xecê, Hasmîk, Aram û yêd mayîn destpê dikim miqabilî erf-edetê gunde kevn, qewatêd k’edxur şerkarîê dikin. Vê serhatîêda tê nîşandayînê, wekî çawa cahilê ermenyaye xwendî nava kurdê koçerda xebateke kûltûrîêye mezin dikin, k’omekê didine batrak, şivanêd nexwendî. Bi saya qeydê sovêtîê û k’omekdarya wekîlêd cimeta ermenyaye bra Xecê xwendina xwe kuta dike û dixebite. Hela salêd 30-da eva serhatya Hr. Koçar kurdî hate tercmekirinê û neşirkirinê.

         Wextê salêd 1930-da rojnema “Rya teze” teze ronkayî didît, Hr. Koçar hevalêd ermenîye mayînra tevayî, ku kurdî zanibûn, k’omekeke gelekî mezin dan xebata rojnemê. Ew bi xwe bû rêdaktorekî wêyî pêşin.

         Hr. Koçar hertim jî guhdarîke mezin daye ser zargotina cimeta meye dewlemend û wexta lazim bûye, nava efrandinêd xweda bi merdane ew daye xebatê. Wextê Şerê Wetenîêyî mezin, gava lazim bû ruhê eskerê meyî wetenh’izîê dha bihata bilindkirinê, nivîskar nava serhatî û oçêrkê xweda usa jî qnyatêd zargotina meye derheqa wetenh’izîêda dida xebatê. Mesele, “Şêr şêre, çi jin, çi mêre” (oçêrka “Xûşkêd me”).

         Lê nava serhatya xweye “H’isreta ewled”-da, ku sala 1942-a neşir bû, ew vê mesela cimeta kurdaye k’ûrfikir tîne: “E’fatek, — Hr. Koçar dinivîse, — t’enê pêşberî dijmin dike şer”, zikda birîndar dibe, digrî û dike qare-qar:

         — Wey li min pişt, wey li min pişt…[1]

         Meriv bi e’cêbmayî jê dipirsin:

         — Heyran, ne tu zikda birîndar bûyî, tu çira dibêjî “wey li min pişt”?

         — Belê, zikê min birîndare, — ew cabê dide, — lê pişta min dêşe, alt’bûna min ji piştêye… Wekî hevt brê min pişta min sekinîbûna û k’omeka min hebûya, ez alt nedibûm û êşa birînê nedidît”.

         Xweber femdarîye, wekî wan salêd şêrda k’emala vê mesela cimeta me çiqas mezin û ferz bû.

         Qet nizanim k’ê wê çawa derheqa cimeta meda usa bi dilşewat, usa bi alavî, usa bi rast û pismamtî binivîsya, çawa Hr. Koçar mqala xweye “Kurdêd Ermenîstanê”-da nivîsye. Nivîskar usa derheqa emr û destanînêd p’areke cimeta meye biç’ûkda dinivîse, çawa pismamê derheqa pismamê xweye başda binivîse, çawa braê derheqa brêda binivîse. Nivîskar bi dil pêşdaçûyîna mera şaye, bi dil berxwe dikeve, gava emrê kurdê wî alî tê ber ç’eva, lê bi dil jî bawer dike, wekî temamya cimeta kurda wê bi mesela kurdêd Ermenîstanê bigihîje azayî û serbestya xwe.

         Gava sala 1961-ê Hr. Koçar çû welatêd ereba, Bex’dadêda rastî kurda jî hat. Nava mqala xweye “Tragêdîa Bex’dadê”-da derheqa wê rasthatinêda nivîskar wa dinivîse: “… Min kurdêd cahilra qse kir, ku kovara bi navê “Hîwa”-ye k’ûrfikir neşir dikin, min serkarê azadarya kurda – Mistefa Barzanîra qse kir, ku çena xweye he’sinî guvaşte ser hev, bi xeberêd kurdîye minra nas got: “Dinya wa namîne, rojekê heqî û sîlih’ê bigihîjin hev”.

         Berevoka serhatîêd Hr. Koçare “Kitêba spî”-da, ku ya kutasîê bû, dîsa bi serî nîgarêd H’emzo (serhatya “P’ira Feratêr’a”), Qasimê Zîlanî, Me’rîf, Nado alîkîda, alîê mayînda Smbat, K’oço, Arakêl (serhatya “H’isret”) dostî û pismamtya cimetêd ermenya û kurda hatye nîşandayînê.

         Serhatya “H’isret”, wekî nha bi tercma kurdî tê neşirkirinê, hesab dibe destanîneke proza ermenyaye sovêtîêye van salêd axirîêye berbiç’ev. Arakêlê qorixçî bîra welatê xwe, erdê kal-bava dike. Sînor dit’eribîne, diçe dertê wî alî Erez. Wêderê ew rastî kurdê şorişvan tê. Kurd çawa lazime wî qebûl dikin. Nivîskar bi h’izkirin derheqa dostî û cînartya cimetêd ermenî û kurdada xeber dide, seyasetya hukumeta Roma sultanîêye dir’ûtîê gunekar dike, ser pirsa şerkarya cimeta kurdaye miletîê-azadarîêye salêd 1930-ye li Tûrkîaê disekine.

         Nivîskar usa jî bi h’izkirineke mezin wê yekê nîşan dide, wekî çawa wexta xezakirina cimeta ermenyaye mezin gelek cîya kurda k’omek daye ermenya, ew xweykirine, aza kirine. Ew yek bi serî nîgara Qasimê Zîlanî hatye nîşandayînê.

         Paşî neşirkirina “Kitêba spî” xêle wext derbaz nebû (s. 1965-a baharê), gava mirina bêwext t’êlê emrê pismamê meyî h’izkirî bir’î. Lê tiştek ji qewata mirinê dere, ew, çi ku Hraçya Koçar nivîsye û pey xwe hîştye, wê heta-hetayê bimîne, t’u wexta û t’u cara k’emala xweye mezin unda nake.

 

Hraçya K’oçar “H’isret”

(bi tercma zimanê kurdî)

Yêrêvan, s. 1972

(rûê 3-6)

 


[1] Eva cumla han nivîskar bi kurdî nivîsye û tercmeyî ermenî kirye, — nasî ya E’.S.

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *