rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

QAÇAXÊ MIRAD

 

 

QAÇAXÊ  MIRAD

 

 

         Navê dêmekî lîtêratûra kurdaye sovêtîêyî naskirî, şayîr, jûrnalîstekî kurdî eyan, t’evgelekî Şerê Wetenîêyî mezin Qaçaxê Şevavê Mirad zûva xwendevanê kurdra nase.

         Qaçaxê Mirad meha dêkabrê sala 1914-a gundê Tendûrekê, neh’ya Sînekê (qeza Qersê) ji dya xwe bûye. Qaçaxê çar salî bû, gava ber zulm û zêrandina Romê mala wan jî mecbûr dibe dide ser rê-dirbê nenas. Sifte têne Ermenîstanê, paşê diçine Gurcistanê. Hema vêderê jî bavê wî diçe rehmetê û temamya qaranya malê dikeve stûê brê wîyî mezin – Osê. Qaçaxê biç’ûk jî hindava xwedaMin çi dît-2 k’omek dida brê, diçû ber dêwêr. Ew gund, ku mala wan têda sit’ar bûbû, gundê ûrisa bû. Hema vî gundîda jî Qaçax diçe mektebê. Paşê, gava mala wan tê Tbîlîsîê, ew diçe wê mekteba kurda, ku Lazo serkarî lê dikir. Paşê kutakirina wê ew usa jî mekteba ûrisaye ort’eye N 4 xilaz dike, tê Yêrêvanê û têxnîkûma kurdaye Pişkavkazêye dersdarîêda tê qebûlkirinê. Lê zûtirekê ew vê têxnîkûmê dertê û dikeve înstîtûta ûrisaye pêdagogîêye dusale.

         Sala 1937-a Qaçaxê Mirad înstîtûtê kuta dike û weke du sala bajarê Lênînakanêda dersdarîê dike.

         Sala 1939-a Qaçaxê Mirad diçe eskerîê û weke 20 salî cêrgê Ordya Sovêtîêda qulix dike. Salê Şerê Wetenîêyî mezinda Qaçaxê Mirad sîlih’ dêstda bi efatî wetenê meyî sovêtîê xwey dike, ji çend cîya birîndar dibe, lê dîsa vedigere pêşe’nîê. Bona efatya wextê Şerê Wetenîêyî mezin ew bi du ordênêd “Steyrka sor”-va, 9 mêdalava tê rewakirinê.

         Paşî bi altindarî kutabûna şêr jî Qaçaxê Mirad cêrgêd Ordya Sovêtîêda qulix dike, gelek xebatê cabdar dike, digihîje r’ut’bê kapîtan.

         Qaçaxê Mirad weke du sala rêdaksîa xeberdanêd radîoêye kurdîda xebitye. Sala 1960-da ew rojnema “Rya teze”-da dixebite, pêşîê çawa katibê cabdar, paşê, hetanî mirina xwe, çawa dewsgirtîê rêdaktor.

         Qaçaxê Mirad usa jî înstîtûta Yêrêvanêye pêdagogîêye dûreke kuta kirye (sala 1966-a) û xwendina bilind stendye. Sala 1973-74-ye xwendinêda ewî p’ara kurdzanîêda ya fakûltêta ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletêye rohilatzanîêda dersê lîtêratûra kurdaye klasîk daye.

         Qaçaxê Mirad ji sala 1945-da uzvê Partîa komûnîstîêye T’faqa Sovêtîê bû. Ew usa jî uzvê T’faqa nivîskarê T’R’SS û T’faqa jûrnalîstêd T’R’SS bû. Sê cara bi hurmetnema Sedrtya Sovêta Rêspûblîka Sovêtîêye Sosîalîstîêye Ermenîstanêye tewrebilind hatye rewakirinê.

         Qaçaxê Mirad 4-ê dêkabrê sala 1979-a paşî nexweşya giran bajarê Yêrêvanêda wefat bû.

 

* * *

 

         Şiêra Qaçaxê Mirade pêşin sala 1935-a rojnema “Rya teze”-da neşir bûye. Lê du sala şûnda bi tercma wî serhatya Lêv Tolstoye eyan “Dîlê Kavkazê” bi kitêbeke başqe ronkayî dîtye. 4 berevokê efrandinê wîye xwexwetîê bi zimanê kurdî ronkayî dîtine: “Şewq” (sala 1958-a), “Gulperî” (sala 1962-a), “Bahara teze” (sala 1965-a) û “Gava çara” (sala 1972-a). Xênji wê, poêma wîye “Mîrze Meh’mûd” sala 1956-a bi tercma zimanê gurckî bi kitêbeke başqe ronkayî dîtye. Xênji hazirkirina  berevoka “Efrandinê nivîskarêd kurdaye sovêtîê” (bi zimanê kurdî, sala 1961-ê), ku Qaçaxê Mirad û Casimê Celîl tevayî hazirkirine, ewî usa jî berevoka “Rya teze” hazir kirye, ku sala 1958-a bi zimanê ûrisî Tbîlîsîêda ronkayî dîtye. Vê berevokêda hîmlî efrandinê efrandkarê kurdê Gurcistana Sovêtîê neşir bûne. Ewî usa jî “Konstîtûsîa T’R’SS” tercmeyî zimanê kurdî kirye û sala 1959-a bi kitêbeke başqe daye neşirkirinê.

         14 sala zêdetire, wekî şagirtê mektebê gundêd kurdaye k’omê VII-VIII bi wê kitêba dersa (“Lîtêratûra wetenîê”) hînî lîtêratûra kurdî dibin, ku Mîroê Esed û Qaçaxê Mirad tevayî hazir kirine. Qîmetekî vê kitêbêyî mezin jî ewe, wekî cem me cara ewlin efrandinêd klasîkêd me bûne qnyatêd dersa.

         Goveka têmatîka efrandinê şayîr gelekî fireye. Ew derheqa emrê vê p’ara cimeta kurdaye îroyîne bextewarda dinivîse, edlayê dipesine, şêr û şerbaza gunekar dike, şerkarya cimetêd zêrandîye miletîê-azadarîê dipesine. Hilbet, şiêrêd bi motîva evîntîê û derheqa tebyetêda jî kêm nînin.

         Şayîr bengzê gundê meyî îroyînra şa dibe, gund, ku bi nav û nîşanê xweye îroyînva bûye şe’detnema bextewarya gundîê me (“T’ewşê gundê me”), pesnê qîza kurdaye dewra sovêtîê dide, ku bi fe’mdarî, berbirîbûn û dinênaskirina xweva hatye guhastinê, bûye çêkirçîke komûnîzmêye aktîv (“Jinêd welatê Şêwrêra”, “Keç’a kurda”, “Leylê”, “Meyane” û yêd mayîn).

         Têma şêr û edlayê nava poêzîa Qaçaxê Miradda cîkî berbiç’ev digre. Şayîr te’lî û tengasya şêr dîtye, zane ew zulmeke çawane, lema jî bi dengekî bilind gazî cimetê dinyaê dike, ku edlayê xweykin, nehêlin şêr pêşda bê.

         Çawa t’evgelekî Şerê Wetenîêyî mezin Qaçaxê Mirad çend şiêr û poêm pêşkêşî hevalê xweye şervanîê kirine, yêd ku şerê giranda emrê xwe dane ruhîna weten, pêşkêşî wan heval-hogirê xwe kirine, yêd ku bi altindarî vegeryane malê. Vê derecêda berbiç’evin poêma wîye “Teyar” û “Rasthatina Rûstavîê”. Merî dikare bi cumlekê serecema poêma pêşin bêje: kurê kurdayî mêrxas Teyar şêrda bona azakirina qîza qazax emrê xwe nahêvşîne, lê dilê wê qîzê û pîredêda hetanî-hetayê dimîne. Heq jî usane. Wetenê meyî sovêtîêda hemû cimet brane, rojê ox’irmê giranda pişta hev sekinîne.

         Çawa vê poêmêda, usa jî ya “Rasthatina Rûstavîê”-da h’esîna mala cimetê T’faqa Sovêtîêye yektî, îdêaêd dostî, bratya wan, e’fatya wekîlê ûrisa, ermenya, gurca û cimetê mayîn hatine dîharkirinê.

         Qaçaxê Mirad êpêce şiêr û poêm pêşkêşî şerkarya kurdaye miletîê-dêmokratîê kirine, ew şerkarya heq pesinandye. Efrandinê bi vê têmaê nivîsî alavîne, germ û gur’in.

         Evîntî û tebyet – du motîvêd poêzîa Qaçaxê Mirade hîmlîne. Evîntî ji her tiştî zêdetire, bîna ber ruhê şayîre. Temamya nazikayî û bedewya tebyetê tê ber ç’evê xwendevana, gava efrandinê şayîre bi wê têmaê nivîsî dixûne.

 

Bahar xewê rabû,

Belgê darê şîne,

Gula nazik vebû,

Şayê xwera tîne.

 

         Qelîbotk nava efrandinê Qaçaxê Miradda cîkî berbiç’ev digrin. Wan qelîbotkada ew çawa kêmasîê merya, xeysetê wan, usa jî edetê kevne zyandar krîtîk dike.

         Rastîê jî qelen cimeta me bûye t’eşqele. Û Qaçaxê Mirad derheqa vê yekêda gilîê xwe gotye, ew gunekar kirye:

 

Hey qelen, qelen, ûrt’ te biqele –

Çi miletê kurd bûyî t’eşqele…

Çiqas qîzêd can, çi xortê talyan –

Miraz ç’evda man, tu bayîsê wan.

 

         Qaçaxê Mirad bi cûrê qerf-qûç’kê cimetê wan merya dik’ene, ku dikine fîqe-fîq, destê wan cêvêdaye, lê barê giran ser pişta jinêye.

         Qelîbotkeke xweye mayînda (“Merî û me’r”) şayîr merîê bêşêkir gunekar kirine. Eva qelîbotka bi cûre t’eqla xweva nêzîkî ruhê efrandina cimetêye û te t’irê şayîr ji cimetê hildaye.

         Qaçaxê Mirad nava emrê xweyî efrandarîêda gelek cara berbirî zargotina meye dewlemend bûye, nimûnêd wê veçêkirine. Ewî hîmlî ç’îrok hiltanîn û veçêdikirin (“Ç’îroka Mîrze Meh’mûd”, “Qadirê neç’îrvan”, “Dîwana kulîlka”, “Gurganî Zîndanî” û yêd mayîn). Çawa nava ç’îrokê cimetêda, usa jî nava ç’îrokê Qaçaxê Mirade veçêkirîda merîê qenc altindarîê dibin, merîê nep’ak têne altkirinê. Ew ç’îrok bi çapa sivik hatine nivîsarê.

         Efrandinê Qaçaxê Mirad we’dê başqe-başqeda bi çend zimana (ûrisî, ermenî, gurckî) hatine tercmekirinê. “Ênsîklopêdîa sovêtîêye mezin”-da derheqa wîda hatye nivîsarê. Kovar û rojnemê kurdê welatê derekeye progrêsîv jî derheqa wîda nivîsîne û efrandinê wî neşir kirine.

         Qaçaxê Mirad jî hindava xweda lîtêratûra kurdaye sovêtîê bi tercmê tezeva daye dewlemendkirinê. Ewî gelek efrandinê şayîrê ûrisa, ermenya, gurca, ûkraîna, azêrya klasîk û we’dê nha tercmeyî zimanê kurdî kirine.

         Nava emrê xweyî efrandarîêda Qaçaxê Mirad usa jî nivîsara vekirîva mijûl bûye. Çend serhatîê wî rojnema “Rya teze”-da neşir bûne.

         Vê berevokêda, ku rehmetî hela saxya xweda hazir kiribû û teslîmî neşiretê kiribû, ew serhatî cîwar bûne, ku ewî salê başqe-başqeda nivîsîne. Cîkî mezin p’ara romana wîye “R’ev û sit’ar”-e pêşin digre, ku sed yazix nîvcî ma, nivîskar pêr’a negîhand wê temamke.

         P’aê serhatya p’irê derheqa Şerê Wetenîêyî mezindanin, t’evgelekî kîjanî nivîskar bi xwe bûye. Serhatîê bi vê têmaê mînanî bîranînane: nivîskar derheqa wê yekêda dinivîse, çi ku ber ç’evê xwe dîtye. Wanda nîşandayîna wetenh’izya merivêd sovêtîê, dostî û bratya wan cîkî mezin digre. K’emaleke van serhatyaye mayîn jî ewe, wekî fikra wane terbyetkirinêye mezin heye.

         P’ara romana “R’ev û sit’ar”-e pêşinda emrê p’areke cimeta kurdaye berî rêvolyûsîaê li qeza Qersê tê nîşandayînê. Ew cî gelekî hukumî ser merya dikin, li k’u nep’akya sinifa k’edxur, dostya cimetê kurda û ermenya, erf-edet, deba cimeta me têne nîşandayînê. P’evgirêdana Xêço, Eslan, ewledê wan, dostîê, şerkarya wane tomerî miqabilî zulmkara cîkî sereke digrin. Ev p’ara romanê bi dema r’evêva kuta dibe û fer’ih’ tê k’ivşê, wekî peyhatina wê wê hebûya.

         Em bawerin, wekî ev berevoka Qaçaxê Mirade vekirî nava lîtêratûra meye tezeda wê cîê xweyî layîq bigre.

 

Qaçaxê Mirad “Min çi dît”

Yêrêvan, 1981

(rûê 3-8)

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *