rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

CEGERXWÎN (2002)

 

 

CEGERXWÎN

 

 

         Sedsalya 20-da çend şayîrêd meye mezin pêşda hatin, ku hela sax’tya xweda hêjayî navê klasîk bûn. Ji wana yek jî Cegerxwîne. Bawer bikî temamya poêzîa wî bi ruhê welatparêzîê hatye perwedekirinê. Ne t’enê poêzîa wî, lê çi ku bin qelema wî derketye,  bi wî ruhî hatye nivîsarê. Ew bi heqî hesab dibe çawa şayîrê cimetîê, şayîr-trîbûn, dîharkirê xem û xiyalê cimeta xweye zêrandî. Gele şiêrê wî bûne kilam û nava cimetêda bela bûne. Bawer bikî dinyaêda kurdekî welatparêzî xwendîyî usa tune, ku navê Cegerxwîn nebihîstibe û haj efrandinê wî tunebe. Eva yeka şe’detya cimetya wî dide.

         Çetine nava mqaleke biç’ûkda temamya mezinaya Cegerxwîn bînine ber ç’eva. Lê emê bice’dînin sivikayî nasya xwendevanê xwe bidne ewî şayîrê meyî mezin.

         Cegerxwîn navê wîyî şayîrtîêye. Ewî ew nav bona yazya miletê xwe, bona Kurdistana xweye p’arç’e-p’arç’ekirî danye ser xwe, dêmek bona van yeka cegera wî bûye xwîn. Lê navê wîyî e’slî Şêxmûse. Ew sala 1903-a gundê Hêsarêda hatye dinyaê. Ew gund dikeve nava qeza Dêrikê, ser sînorê Kurdistana Tûrkîaê, Îraqê û Sûrîaêye, nezîkî şeherê meyî qedîmî Cizîra Botane. Dê-bavê Cegerxwîn merivne k’esîb bûne û ewî hela zar’ok bû, gava bavê wî çû rehmetê.

         Mala wana gelek cîya geryaye, bi saya xemxurya xûçka xweye mezin Cegerxwîn cem mele dixûne, lê nabe mele, dibe şayîrê cimeta xwe.

         Zû destbi emrê wîyî efrandarîê dibe. 14-15 salya xweda ew îdî şiêra delal dinivîse û ji wê rojêda hetanî dawya emrê xwe t’u qelpîê qelema xwera nake. Temamya Kurdistanê digere, diçe Kurdistana Romê, Kurdistana Îranê, Kurdistana Îraqê. Bona fikrêd xweye pêş û mileth’izya xwe Cegerxwîn gelek cara ketye h’ebsê, gelekî hatye zêrandinê.

         Paşî şorişa sala 1958-a ew diçe Îraqê û zankoa Bex’dadêda dersê ziman û dîroka kurda dide cahilê kurda. Lê paşê, wexta Îraqêda destbi rêaksîaê bû, Cegerxwîn mecbûr bû derbazî xebata xewle bibe.

         Salêd emrê xweye dawîêda Cegerxwîn k’oç dike diçe Şvêdîaê. Ew bi teglîfkirina doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor Qanatê Kurdo çend roja tê Lênîngradê (nha Sankt-Pêtêrbûrg). Sala 1984-a ew Şvêdîaêda diçe rehmetê, lê cinyazê wî dibine Sûrîaê û H’ewşa mala wîye Qamşlûêda defin dikin.

         Têma efrandinêd Cegerxwîne hîmlî ew têma kurd û Kurdistanêye. Merî bi heqî dikare bêje, wekî eva têma hesab dibe çawa me’zmezkê efrandinêd wî. Ew pirsa azabûna kurd û Kurdistanê datîne, wê pirsê hesab dike çawa borcê her kurdekî welatparêzî sereke. Şayîr bawere, wekî zû-derend Kurdistanê azabe, cimetê bixûne û pêşda here.

         Cegerxwîn ne tenê zelûlî û belengazya miletê xweyî bindest nîşan daye, lê usa jî gazî kirye şerk’arîê bikin bona azayî û serbestya welatê xwe. Ewî mîaserbûna vî meremî nava yekîtya miletda didît.

 

T’ev, t’ev rabin, îro bû şer’,

Ev, ev roja ceng û t’evger’,

T’evda rabin k’om û leşker,

Haydê kurdo, marş, marş.

 

         P’areke poêzîa Cegerxwîn şiêrê lîrîkîê, evîntîêne. Nava wanda ew bi rengê rêalîstîê bedewya dota kurda tîne ber ç’eva, pesnê wê dide.

         Eyanin usa jî efrandinêd Cegerxwîne satîrîê. Wanda ew kêmasîê meriva, xeysetê wanî xirab, e’lîwatîêd emr berk’ rexne dike.

         Cegerxwîn çend şuxulêd vekirîye bedewetîê, pîês nivîsîne, ku bi nîgarêd efrandî, syûjêa xweva hewaskarin.

         Şayîrê me fikrêd xweva gelekî dêmokrate. Ew bi efrandinêd xweva dertê miqabilî şêr, rêaksîa der û hundur. Ew dengbêjê dostî û bratya cimeta, edlaya temamya dinyaêye. Cegerxwîn dost û pismamekî T’faqa Sovêtîêyî mezin bû.

         Efrandinêd wî bi zimanê kurdî hatine çapkirinê, bi zimanê ûrisî, azêrî û çînî hatine tercmekirinê û neşirkirinê.

         Cem me xebateke t’am hatye çapkirinê derheqa poêzîa Cegerxwînda. Doktorê ulmê fîlologîê Ordîxanê Celîl ew xebat bi kurdî nivîsye û navê wê jî haye: “Poêzîa Cegerxwîne bajarvanîê”.

         Efrandinêd Cegerxwîn bûne têma dîsêrtasîa Şamîl Eskerove kandîdatîê. Ew xebata wîye ulmî (“Şayîrê cimetîê”) bi kitêbeke başqe, bi zimanê azêrî sala 1968-a Bekyêda neşir bûye.

         Çawa şiêra bi têma bajarvanîê, usa jî yêd lîrîkîê bi çap, hang û bangê xweva, bi derbdayîna şayîrtîêva berbiç’evin û gelekî nêzîkî ruhê zargotina mene.

         Şayîrê meyî h’izkirî Cegerxwîn kurmancî û usa jî soranî dinivîsî, û merî dikare bêje, wekî ewî nava efrandinêd xweda temamya bedewî û dewlemendbûna zimanê me nîşan daye.

         Sax’ya wîda ev kitêbêd wî neşir bûne: “Dîwana yekem” (Sûrîa, 1945), “Cîm û Gulperî” (Sûrîa, 1948), “Dîwana duwem” (Sûrîa, 1954), “R’eşoê Darî” (Sûrîa, 1956), “Gotinên pêşyan” (Sûrîa, 1957), “Destûra zimanê kurdî” (Îraq, 1961), “Ferheng, p’erçê yekem” (Îraq, 1962), “Ferheng, p’erçê duwem” (Îraq, 1962), “Dîwana sêyem”, “K’îme ez” (Libnan, 1973), “Mîdîa û Salar” (Libnan, 1973), “Dîwana çaran, R’onak” (Şvêdîa, 1980), “Dîwana pênca, Zend Avista” (Şvêdîa, 1981), “Dîwana şeşa, Şefaq” (Şvêdîa, 1982), “Dîwana hevta, Hêvî” (Şvêdîa, 1983).

         Kitêbeke wî “T’arîxa Kurdistan” paşî mirina wî Stokholmêda sala 1985-a neşir bûye.

         Çawa ji vê navnîşê tê k’ivşê, Cegerxwîn ne t’enê poêzîaêva mijûl bûye, lê usa jî derheqa derecêd çanda meye mayînda nivîsye û xebera xweye giranbaha gotye.

         Cegerxwîn, çawa her klasîkek, nemirîye. Navê wî wê cimeta wîra tevayî bi qurn û dewrana bijî û wê her silsileteke teze bi ruhê welatparêzîê terbyet bike.

 

“Rya teze”, avgûst, s. 2002

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *