rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

VEÇÊKIRINA FOLKLORA CIMETA KURDA… (1962)

 

 

VEÇÊKIRINA  FOLKLORA CIMETA KURDA

JI  ALÎÊ  NIVÎSKAR  Û  ŞAYÎRÊD  ERMENYADA

 

 

         Sal û zeman hatine û buhirîne, gelek cara pêva dijmina li xwelya cimetêd ermenya û kurda ketye, lê çiqas jî te’vî û teyroka terîqa dewranêd derbazbûyî hatine-çûne, wan herdu cimeta şbêta brêd helal hevra cînartî kirine, tevî şîn û şaya hev bûne, hevra xebitîne, rabûne û rûniştine, gelek cara jî bi mêrk’îmî tevayî pêşberî dijminê devxûn şer kirine.

         Gelek mesele û nîşanêd wê dostîê hene. Meseleke wê dostîê jî nava folklora herdu cimeta hatye kivşkirinê, wextê wekîlê miletekî bi sidqê qenc, bi bratî nêzîkî nimûnêd efrandina cimeta mayîne zargotî bûye, bi dilê xwera ew nimûn hildaye, veçêkirye, jê hizkirye, nêzîkî dilê xwe, nêt û meremê xwe kirye. Vî alîda emek û kirinêd nivîskar û şayîrêd ermenyaye bi navûdeng pirqîmetin. Hela wextê xweda  nivîskar û şayîrê ermenyaye klasîk (Abovyan, Raffî, Papazyan, Îsahakyan û yêd mayîn) derheqa folklora kurdaye dewlemendda gotine, ew baş qîmetkirine.

         Kê me ji “Lûr-de-lûr”-a V. Papazyan hiznekirye, ser nekelyaye, bona bext û mirazê Heso û Zelxa evîn nek’ewgirye, ser kirin û mixenetya ax’ê hêrs nebûye?

         Eyane, wekî qnyat û h’îmê vê efrandina edebyetê nemirî V. Papazyan ji folklora cimeta kurdaye p’ir’awaz hildaye. Kilama cimeta kurdaye “Heso, rebeno” bûye binyata vê poêmê. Hela heta roja îroyîn jî ew kilam nava cimeta kurdada tê gotinê û stranê. Dewrana berêye zulmêda cahil nikaribûn bigihîştana mirazê xwe. Eve him lêytmotîva efrandina zargotina cimetê û him jî ya poêma V. Papazyane “Lûr-de-lûr”. Ax’aê nepakî, neqenc bona nehêle, wekî Heso û Zelxa evîn bigihîjne mirazê xwe, nemamîke usa dike, wekî qurn û dewranada tê gotinê. Raste, emirda Heso û Zelxê nagihîjne mirazê xwe, lê altindarya moralîê ya wane, ax’aê nemerd ber cimetê rûreş, sekesiz dibe û digihîje wê derecê, wekî ew ji kirina xwe şerm dike. Lê Heso û Zelxê binê qeyaêda, ax û berê sarda digihîjne hev. Lê sewta blûra Heso!.. Wexta Heso digujîne blûrê, hemû tişt ker’ dibe, merî hijmekarê sewta blûra wîye şîrine. Ne axir sewta blûra Heso ew sewta sazbendya cimeta kurdaye nazike. V. Papazyanê dost û pismam ji wê sewta blûrê, ji sewta sazbendya cimeta kurda hizkirye, ew sazbendî bi dilê wî bûye, ew bi xwe jî ser wê sewtê bengî bûye, lema usa şîrin, usa bi dil û can pesnê wê daye.

         Evîntya Heso û Zelxo bêmiraz evîntîke helale, temize. Ew evîntya helale, çimkî bi zarê cimetê hatye gotinê û paşê bin qelema V. Papazyan merivhizda bûye nimûnê lîtêratûra cimeta ermenyaye here baş.

         Dost û pismamê cimeta kurda, şayîrê ermenyayî klasîk Av. Îsahakyan jî nimûnêd folklora kurda bi dilê xwe veçêkirye û ew bi hewaskarî têne xwendinê.

         Gelek dur’ û cewahirê zargotina cimeta kurda hene, yêd ku hetanî niha jî wexta meriv dixûne, dişewite bona bext û mirazê evîntya qurç’imandî û ser nepakîê hêrs dibe… Dur’ û cewahireke usa poêma “Memê û Eyşê”-ye. Nivîskarê ermenyayî meşûr Hmayak Sîras ev poêma bedew hildaye û veçêkirye. Zulma Tahar ax’a û qulixa eskerîê usa dikin, wekî dê ewledê xwe dikuje, destê Memê û Eyşê ji hev diqetînin. Tahar ax’a bona nepakîê, bi meremê xirabîê Memê dişîne eskerîê û hîvîêye, wekî wê Eyşa bedew bistîne. Lê wîra ew yek li hev naê. Memê û Eyşa delal dimrin, lê hevdura qelp dernaên. Eyşê bêsebir hîvya Memêye, evîntya wêye helal guman kirye dilê wê. Ew bawere, wekî Memê halekî çiqasî girandabe jî, ew gerekê vegere bê, û ew tê. Kontrasteke çiqas mezine: evîntî û mirin ber hev sekinîne, şerê wane, lê navçîgara wan jî dêye… Bi destî dê Memê tê kuştinê!.. Şîna dê çi şîneke girane, derdê dê çi derdekî mezine!.. Xwendevan t’u cara bîr nake, wekî sebebya wê şînê û wî derdî Tahar ax’a, dewrana berêye zulmê bûn.

         Ew poêma cimetê usa jî nivîskarê ermenyayî eyan Sarmên veçêkirye û ew navkirye “Evîntya kuştî”. Sarmên usa jî li ser nimûnêd folklora kurdaye mayîn xebitye û gelek tiştêd kurdî tercmeyî zimanê ermenî kirye.

         “Mem û Zîna” meye delal hukumî ser gelek meriva kirye û gelek şayîr û nivîskara ew hildane, veçêkirine û kirine kanya efrandinêd xwe. Şayîr û nivîskarêd ermenya jî eva poêma hildane û veçêkirine. Şayîr Sox’omon Taronsî eva poêma veçêkirye û kirye pîêsa çapkirî û ew pîês ser gelek dik’êt têatrêd rêspûblîka me û ji rêspûblîkaê der hatye nîşandayînê. Lê şayîrê ermenyayî progrêsîv Karapêt Sîtal Amêrîka dûrda 3 cara ev poêma veçêkirye û daye neşirkirinê.

         Şayîr û nivîskarê ermenya usa jî poêma “Sîabend û Xecê” ya zargotina cimeta kurda hildane û veçêkirine. Dewrana sovêtîêda ew poêm şayîrê ermenî Hovhannês Şîraz veçêkirye.

         Vê gavê, bin te’va Oktyabra geşda, dostî û bratya cimetêd ermenya û kurda dha qewîn û berk bûye, dha gelek şayîr û nivîskarê ermenyaye bra bi sidqê qenc nimûnêd zargotina cimeta meye dewlemend hiltînin û veçêdikin, hinek jî wana tercmeyî zimanê ermenî dikin. Ew tradîsîaêd baş, ew tradîsîaêd xêrxwazîê rojêd meda dha pêşda diçin û komekê didin dha qewînkirina bratî û pismamtya ermenya û kurdaye bi qurna.

 

“Rya teze”, 22-ê fêvralê s.1962

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *