REWŞENBÎRÊD ERMENÎ DERHEQA KURDA Û ÇANDA WANDA (2003)
REWŞENBÎRÊD ERMENÎ DERHEQA
KURDA Û ÇANDA WANDA
Bawer bikî wekîlêd rewşenbîrêd t’u miletekî mayîn derheqa kurdada bi t’omerî hildayî ewqas tişt nenivîsîne û dîrokêra nehîştine, çiqas ulmdar û nivîskarêd ermenî. Û ew yek bi temamî tebyetîye.
Berê ewlin cimetêd ermenî û kurd bi qurna cînarê hev bûne û çawa dîrokzanê ermenîyî eyan Hakob Manandyan dide k’ivşê, ew cînartî anegorî serkanîêd dîrokî berî dewrana me ji qurnêd 5-a tê. Lê dîrokzanekî ermenyayî mayîn – Orbêlî dinivîse, wekî berî dewrana me qurna yekêda wextê Tîgranê Mezin mîrê welatê cînar – Kurdistanê, ku qezaêd Mok’sê û Ax’znîk’ê jî teslîmî wî dibûn, dîwana padşê ermenyada cîkî sereke digirt.
Ya duda, gelek qezaêd Ermenîstana Roavaêda berê-berda ermenî û kurd tevayî mane, emrê wanî malhebûnîê ser derecekê bûye, herdu jî mînanî hev alîê malhebûnîê û miletîêda hatine zêrandinê. Dêmek, dostî û bratya wan, heleqetîêd wane çandê jî bi tebyetî bûne. Em bîr bînin, wekî ort’a kurda û ermenyada edetê k’irîvtîê hebû, gava kurda ermenî dikirne k’irîvê xwe, dêmek, dikirin dost û pismamê xwe û gelekî qedrê wê yekê digirtin. Nivîskarê ermenîyî eyan Raffî, gava mihacirekî ermenîra qse dike, evê axirîê dibêje, wekî em — kurd û ermenî brane, em bûne k’irîvê hev.
Ya sisya, gele cya (îlahî Ermenîstana Roavaêda) ermenya u kurda bi du zimana – ermenî û kurdî xeberdane, herdu ziman jî nêzîkî dilê wan bûne. Îlahî êzdya xênji zimanê xweyî dê gelekî aza zimanê ermenî zanibûne û xeberdane. Hela salêd qurna 19-ye 70-da rojnema “Mşak”-ê derheqa êzdyêd qeza Yêrêvanêda nivîsye: “Ermenîêd mihacir û êzdî dostê heve başin. Êzdî gişk ermenî xeberdidin”.
Qewlêd emrê malhebûnîê û debêye mînanî hev roleke ferz lîstine di şuxulê dha qewînbûn û dewlemendbûna p’evgirêdanêd ermenya û kurdaye çanda ruhanîêda. Eyane, wekî kurda û ermenya zyaretê hevdu hebandine, qedrê merivê heve eyan girtine. Êtnografê ermenyayî eyan Êrvand Lalayans dinivîse: “Ç’yaê Baletê, ku orta Nordûzê û Xoşanêdane, ji alîê ermenya û kurdada tê hebandinê”. Wê şûnda Lalayans dide k’ivşê, wekî lêgênda derheqa şerê Hayk û Bêlda nava kurdêd ç’yaê Şeh’îdda jî bela bûye û ewana wî ç’yayî dihebînin, t’u cara pêz wêderê naç’êrînin. Derheqa Grîgor Narêkasîda nava kurdada lêgênd hatine efrandinê. Gele dar ser navê wî hatine navkirinê û ji alîê ermenya û kurdada hatine hebandinê.
Gelek cya ermenî û kurd t’evî e’yd-e’refatê hevdu bûne, t’evayî şabûne û berxwe ketine.
Qewlêd ermenîêd roavaêye ç’ya û kurdêd cîye gêografîê û hewaê mînanî hev bûne û evê yekê jî hukumî ser t’im-t’êla wan kirye. Gele cya ç’ek-r’ih’alê wan mînanî hev bûne, ji herdu nehatine başqekirinê. Lalayans dinivîse, wekî k’incê mêrê ermenî û kurdê qeza Vaspûrakanê gelekî mînanî hevin, bawer bikî ji hevdu naêne başqekirinê.
“Nêzîkbûna ermenya û kurda, ku ji k’ûraya qurna tê, — dîrokzanê ermenîyî mezin Lêo nivîsye, — bêfitya hukumekî mezin ser herdu cimeta hîştye, gelek derecada emrê wanî çandê mînanî hev kirye”.
Cînartî, mînanîhevbûna qewlêd malhebûnîê û debê, nêzîkbûna çanda ruhanîê me’nîêd hîmlî bûne, wekî wekîlêd rewşenbîrêd ermenyaye pêş hewaskarîke ewqasî mezin berbi cimeta kurda, dîroka wê, zargotin û çanda wê nîşan dane, ewqas salix-sûlixêd hewaskare p’ir’qîmet mera hîştine, ku wexta t’am bêne berevkirinê û hazirkirinê, wê bibne gele cilde û bêy xebtandina wan serkanya dîroka cimeta me û çanda wêye ruhanîê wê t’am nîbe.
Vê mqalêda em her t’enê çend mesela bînin, wekî wekîlêd rewşenbîrêd ermenî derheqa cimeta meda çi gotine.
Nava dîroka cimeta ermenyada, hilbet, gelek merivê pêşe usa hebûne, ku cimeta kurde cînarva mijûl bûne, derheqa wêda nivîsîne, lê di dereca lênihêrandina dîrok, êtnografîa, folklor, ziman û derecêd çanda kurdaye mayînda t’u kesekî xebateke ewqasî mezin nekirye, çiqasî hîmdarê lîtêratûra ermenyaye teze, nivîskar û ronaydarê mezin Xaçatûr Abovyan (Me derheqa X. Abovyan û cimeta kurdada îdî nivîsye. “Rya teze”, hejm.2, s. 2003).
Paşî Abovyan kurdzanekî meşûrî erhede profêsor Êx’îazarovê ermenî bû. Ew gelekî nêzîkî cimeta kurda bûye. Zimane kurdî rind zanibûye, nava kurdada ger’yaye, nasya xwe daye dîrok, deb, zargotina wê, paşê xebata xweye ulmîye giranbaha “Oçêrka êtnografîêye kurt derheqa kurdêd qeza Yêrêvanêda” û xebernema kurdî nivîsye. Lazime bidne k’ivşê, wekî cara ewlin bi sernivîsara “Oçêrka êtnografîêye kurt derheqa kurdêd qeza Yêrêvanêda” mqalêd wî rojnema ermenyaye “Arzagank”-êda s. 1884-a bi zimanê ermenî neşir dibin û ji alîê xwendevanada baş têne qebûlkirinê.
Dereca kurdzanîêda xebateke mezin kirye fikirdarekî ermenyayî pêş Armênak Safrastyan. Ewî Rohilata Nêzîkda xebata dîplomatîê kirye, haj gelek qewmandinêd dîrokêye ferz hebûye, ku cimeta kurdara girêdayî bûne. Xênji çend mqala, ku rojnema “Arêv”-da neşir bûne, ew usa jî xebateke qîmetlî dinivîse bi sernivîsara “Kurd û Kurdistan”. Çend p’arêd wê bi înglîsî têne neşirkirinê, lê bi temamî, telebextra, dimîne neşirnebûyî. Nemeke xweda ew dinivîse: “Min dîroka êzdya bi temamî hildayî hazir kirye, nava kîjanêdane usa jî kitêba wane ruhanîê “Kitêba cilwa” û “Mesh’efa r’eş” bi zimanê kurdî û bi tercma ermenî, bi wan hemû şirovekirinava, derheqa kîjanada Roavaêda hatye nivîsarê… Destnivîsara wê dîrokê îdî hazire”.
Fikirdarekî ermenyayî mayîn Xostîkyan nava mqala xweda (“Kurd”) derheqa êzdyada me’lûmetîêd hewaskar tîne. “T’erêqê êzdya mîna snifa hatine teşkîlkirinê, — ew dinivîse. – Zyareta wane hîmlî li Lalişêye, kîderê Şîxadî definkirye. Ew hîmdarê dînê êzdyane, xudanê “Kitêba cilwa”-ye. Şîxadî merivê qurna 12-aye, hilbet, ya dewrana me. Dîrokzanêd tirka derheqa Şêxadîda nivîsîne û wî bîr tînin. Musulmana s. 1415-a mezelê wî hilşandine, êzdya paşê dîsa çêkirine. Wexta sersala wî, 23-ê sêntyabrê, bal mezelê wî 7 roja e’ydê dikin”.
Di dereca pêşdabirina kurdzanîêda xebateke erhede kirine akadêmîk Hovsêp Orbêlî, Lêo û yêd mayîn. Xebat û mqalêd wane derheqa kurda û Kurdistanêda zûva ketne nava xezna kurdzanîêye zêr’în. Akadêmîk Orbêlî ne ku t’enê kurdzanekî meşûr bû, lê usa jî xêrxazekî cimeta kurda bû. Bi serekvanya wî bû, ku Lênîngradêda (nha Sankt-Pêtêrbûrg) hîmê kabînêta kurdzanîê hate danînê, bi serekvanya wî bû, ku gelek xort û qîzêd kurd îro bûne kurdzanêd meşûr. Eyanin gotinêd wî derheqa Ahmedê Xanîda, ku ew datanî rex e’sabêd rohilatêye lîtêratûrîêye usa, çawa ku Fîrdoûsî, Nîzamî, Rûstavêlîne. Ewî qîmetekî mezin daye zargotina me, îlahî hevaltî û destebraktya Memê û Qeret’ajdîn û, çawa dîtindar şe’detîê didin, salêd blokada Lênîngradê, gava ew ber eskera pêşda dihat, t’imê mesela hevaltî û destebraktya Memê û Qeret’ajdîn danî. Eyane usa jî xebernema kurdî-ûrisî, ku ewî ser hîmê zaravê qeza Mok’sê hazir kirye.
Abovyan, Srvanztyan, Raffî, Êx’îazarov, Movsîsyan (Bênsê), Îsahakyan, Zaryan, Koçar û yêd mayîn zargotina cimeta me bilind qîmet kirine û k’emala wêye mezin dane k’ivşê. Nava xebera xweda (“Pismamê mine kurdr’a”) Avêtîk Îsahakyan nivîsye: “ Zar’otya minda gele pismamêd mine kurd hebûn û ez gele cara wan qesidîme, him alîê Elegezê, him alîê Şîrakê, Naxçiwanê, Dîgor’êda bûme mêvanê wan.
Min hertim li halê kurda pirsye.
Şivanê gundê me – Mexso û H’aco ji gundê Surmelîêye Qereqelê û P’almûtê bûn. Ewana derbaharê hetanî payîzê kerî-sûrîê gundê me diç’êrandin, payîzê diçûne qijlêd xwe bona baharê dîsa bên.
Mexso blûreke hêle lêdixist, lê H’aco dengbêj bû. Wana kilamêd cimeta xweye dilşewat distran. Min bi dil û eşq guh dida ser stran û dengê wan, ç’îrok û efrandinêd kurdaye êpîkîê, folklora kurda dibihîst, ku min zar’otya xweda hetanî roja îroyîn jî h’izkirye. Ez hogirêd xweye kurde qelemêra dixwazim, wekî ew folklora xweye dewlemend bi firetî bidne xebatê û lîtêratûra xweye teze ser wê bidne hîmkirinê”.
Avêtîk Îsahakyan rastîê jî xêrxaz û pêşewitîkî cimeta me bû. Hecîê Cndî mqaleke xweda wa nivîsye: “Tê bîra min civata serwêrtya T’faqa nivîskaraye bi sirê, ku payîza s. 1937-a derbaz bû, li k’u min derheqa pêrspêktîvêd pêşdaçûyîna lîtêratûra kurdaye sovêtîêda doklad da. Avêtîk Îsahakyan, ku çend meh bû vegeryabû weten, xeberdana xweda k’emaleke mezin da pêşdabirina lîtêratûra kurdaye teze li Ermenîstana Sovêtîê”. Wê xeberdana xweda ew usa jî dide k’ivşê, wekî k’emala vê lîtêratûra me bona cimeta kurdaye welatê derekeye p’ir’mîlîonê çiqasî mezine, û meseleke ha tîne: “Wexta ezî li Parîzê bûm, kitêbê mayînra tevayî min kitêbê dersê zimanê kurdî jî stendin, ku Yêrêvanêda neşir bûbûn. Kurdekî nasê minî xwendî, gava ew kitêbê dersa dîtin, dane ser sîngê xwe û k’ela wî t’ijî bû, girya, razîbûna xwe da hukumeta sovêtîê, cimeta ermenya bona neşirkirina kitêbê dersê zimanê kurdî û vekirina mektebê kurdî”.
Naîrî Zaryan jî derheqa me’rîfeta kurde efrandarîê, lîtêratûra wêye zarda ser fikreke mezin bû: “Cimeta kurda, — ewî nivîsye, — alîê zargotina cimetîêda gelekî dewlemende. Êposa kurdî bi dewlemendbûna serecema xwe, bi k’ûraya h’esînêd xwe û reng-awazêd rohilatêye geşva dikare êposêd rohilatêye here başr’a bikeve lecê”.
Nivîskar, fîlologêd ermenî, ku nêzîkva nasya xwe dane nimûnêd zargotina kurda, tex’mîn kirine, wekî ew bi obyêktîvî emrê ewê cimetê, deba wê, dîroka wêye derbazbûyî nîşan didin. “Kilamêd aşiqê kurd, — Raffî nivîsye, — kilamêd sade nîbûn, ewî temamya destanekê distra, ku şayîrê cimetê ji emr hildabû”.
Zargotina kurdaye cimetîê xeysetê wê cimetêye miletîê nîşan dide. Derheqa vê yekêda Raffî wa dinivîse: “Hetanî roja îroyîn minra li hev nehatye kilameke usa bibihêm, ku ewqasî ûymîşî xeysetê miletîê bibe, ewqasî ruhê cimetê nîşan bide, çiqas kilama kurda”.
Eyane, wekî şayîrê ermenyayî li Amêrîkaê Karapêt Sîtal poêma cimeta meye eyan “Mem û Zîn” du cara veçêkirye. Cara pêşin ewî miletê Memê guhastye, kirye ermenî. Eva yeka paşwextîêda gelekî lê k’eder hatye û cara duda veçêkirye, usa nivîsye, çawa ku cimeta me efrandye, yanê Memê vegerandye û daye cimeta me. Derheqa vê yekêda ewî nava pêşxebera xweda nivîsye: “Bira eva bibe borcê dilê min ber cimeta cînara meye mezine e’fatê qelsnebûyî. Wê cimeta mêrxas, ku, raste, îro bin p’yê zevtçîêd welatê derekeye qet’lêda tê zêrandinê, lê roja azaya wêye kutasîêye geş nikare dûrbe”.
Wekîlêd rewşenbîrêd ermenî bi t’omerî hildayî gelekî qenc derheqa cimeta meda nivîsîne û gele salix-sûlix, me’lûmetîêd ferz mer’a hîştine. Hilbet, cetine nava mqalekêda derheqa gişkada xeberdî. Lê ew meselêd, ku me anîn, besin, wekî bêne bawerkirinê, ku her t’enê xêrxaz dikarin derheqa cimeta meda usa binivîsin, xeysetê wêye miletîê, çanda wêye ruhanîê usa qîmet bikin. Eva yeka dha berbiç’ev dibe, gava em fikrêd wekîlêd rewşenbîrêd ermenî derheqa cimeta meda himberî fikra hinek r’êwî û ulmdarêd roavaê û tirk dikin, nava kîjanada ya sereke dijminayî û neyartîye berbi cimeta me, şer û şilt’axin, ku davêjne cimeta me.
“Rya teze”, mart, s. 2003
Добавить комментарий