ULMDAR Û REWŞENBÎRÊ BI HERFA MEZIN (2001)
ULMDAR Û REWŞENBÎRÊ BI HERFA MEZIN
(BONA 70-SALYA BÛYÎNA ŞEKROÊ XUDO)
Nava çend dehsalîê axirîêda welatê Şêwrêyî berêda k’omeke kurdzan-dîrokzanaye usa pêşda hat, kîjana nava xebatê xweda ulmîda gelek pirsêd dîroka meye lênihêrandî azrû kirin, xebateke hêle kirin bona lênihêrandina dîroka kurdaye dewrana nha. Êpêce xebat hate kirinê bona bi ûrisî tercmekirin û neşirkirina serkanîêd dîroka meye sedsalîêd navîn. Îlahî guhdarîke mezin hate danînê ser bi ulmî analîzkirina şerkarya gelê meye miletîê-azadarîê. Vê derecêda dêmekî gelekî geş Şekroê Xudoye, 70-salya bûyîna kîjanî çend meha pêşda temam bû (telebextra, wî çaxî rojnema me dernediket, lema jî me nikaribû ewê hobêlyanê bidne k’ivşê).
Şekroê Xudo maleke usada bûye û mezin bûye, ku ne tenê nava olk’a meye Ermenîstanêda, lê usa jî ji hidûdê wê der naskirî û qedirgire. Apê Xudo û xatya Meyane heyşt zar’o mezin kirine û terbyet kirine. Ji wana hevta xwendina bilind stendine û bûne merivê miletê meye kêrhatî, Şekroê Xudo akadêmîke, lê brê wîyî biç’ûk Gêorgîê Xudo doktorê ulmê doxtirîêye, profêsore, pêşekzanê wezîreta RE sax’lemîxweykirinêyî serekeye. Ewledê wê malêye mayîn jî bûne k’arker û kêrhatîê miletê xwe.
Şekroê Xudo sala 1930-î gundê Elegezê (marza Aragasotnê) hatye dinyaê. Paşî kutakirina mekteba gunde navîn ew fakûltêta dîrokê ya înstîtûta Ermenîstanêye pêdagogîêye ser navê X. Abovyanda tê qebûlkirinê û bi açixîke mezin wê kuta dike. Salekê mekteba gundê xweye navînda dersdarîê dike. Paşê tê Yêrêvanê rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da derbazî ser xebatê dibe, sifte çawa serwêrê p’arê, paşê çawa katibê cabdar, dewsgirtîê rêdaktor. Destpêka salêd 60-da Şekroê Xudo derbazî ser xebata ulmî dibe, înstîtûta rohilatzanîê ya akadêmîa Ermenîstanêye ulmada k’ar dike çawa kurdzan. Zûtirekê ew dîsêrtasîa kandîdatîê xweyî dike û dereca kandîdatê ulmê dîrokê distîne. Çend sala şûnda ew bi açixîke mezin usa jî dîsêrtasîa doktorîê xweyî dike.
Cîye bê k’ivşkirinê, wekî goveka lêgerînêd Şekroê Xudoye ulmî hîmlî dîroka Kurdistana Îraqêye nuhe. Hetanî nha wî gelek monografîaêd giranbaha nivîsîne derheqa wê dîrokêda.
Xebatêd wîye “Şerkarya kurdaye miletîê-azadarîê Îraqêda paşî şerê cihanêyî duda” (s.1965-a), “Problêma avtonomîa kurdaye miletîê Rêspûblîka Îraqêda” (s. 1977-a), “Pirsa kurdaye miletîê we’dê tezeda” (s. 1991-ê) û yêd mayîn xebereke teze bûn nava kurdzanîêda û layîqî qîmetkirina pêşekzanaye bilind bûn. Wan xebatada pirsêd şerkarya cimeta kurd Rêspûblîka Îraqêda têne lênihêrandinê. Ser hîmê lîtêratûra û serkanîêd p’ir’ziman ulmdar bi komplêks û p’ir’planî hemû derecêd problêma avtonomîa kurda Îraqêda azrû dike. Ew guhdarîke mexsûs dide ser pirsêd lênihêrandinêye usaye ferz, çawa êtapêd pêşdaçûyîna şerkarya bona avtonomîaêye, qewatêd wêye h’ejokin, t’e’bîgirtina partîa û k’omêd polîtîkîêye başqe-başqeye berbi şerkarya cimeta kurda, aspêktêd problêmêye ortemiletîêye û pêrspêktîvêd mîaserkirina programêd avtonomîa kurdaye.
Ew xebatê wî bi zimanê ûrisî û ermenî Moskvaê û usa jî Yêrêvanêda hatine çapkirinê û layîqî qîmetkirina serokêd partîaêd kurdaye polîtîkîê bûne. Çend xebatê wîye derheqa şerkarya kurdê Îraqêda usa jî welatêd mayînda çawa bi zimanê kurdî, usa jî erebî hatine tercmekirinê û neşirkirinê.
Bi hesabhildana emekê profêsor Şekroê Xudoye ulmî ew hatye bijartinê çawa akadêmîkê akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîê. Şekroê Xudo ji ulmdarêd Ermenîstanêye kurde pêşine, ku gihîştye wê derecê.
Şekroê Xudo çend sala serkarîê p’ara kurdzanîê ya înstîtûta akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîêye rohilatzanîê kirye û alîkarîke mezin daye neşirkirina kitêbêd kurdzanîê, firekirina goveka lêgerîna.
Ewî usa jî fakûltêta ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletêye rohilatzanîêda lêktorî kirye, dersê dîroka cimeta me û cimetêd Rohilata Nêzîk û Navîn daye.
Eva çend sale Şekroê Xudo Moskvaêda kar dike. Ewî navenda lêkolînê kurdî teşkîl kirye û serkarîê lê dike. Ulmdar-kurdzanêd Ûrisêtê û çend welatêd mayîn tevî xebata vê navendê dibin. Rastîê jî navêndê hetanî nha k’arekî mezin kirye, gelek kitêbêd qîmetbilind bi zimanê ûrisî neşir kirye, çawa mesele “Dîroka Kurdistanê”-ye monûmêntale, almanaxa kurdîye, kitêbêd derheqa zimanzanîêdanin, “Kurdistana îroyîn”, berevoka anêkdotêd kurdaye û yêd mayîn. Ev xebatê navendê çawa ji alîê xwendevanê masaîda, usa jî pêşekzanada baş hatine qebûlkirinê. Şe’detî ew rêsênzîane, ku rojneme û kovarêd başqe-başqeda hatine çapkirinê.
Gava sala 1992-a Yêrêvanêda Şêwra rewşenbîrê kurd hate teşkîlkirinê, ew bû sedrê serwêrtya wêyî pêşin.
Konfêransa hîmdarda, ku sera Mala artîstda (nha baylozxana Fransîaê) derbaz bû, bi rewşenbîrêd kurd û ermenî k’imk’imî bû, şayîra ermenîye mezin Sîlva Kapûtîkyanê nava xeberdana xweda got, wekî wê gelekî şa û kubar bûya, eger rewşenbîrê ermenî jî karibûna rêxistineke ha teşkîlkin û konfêranseke ha derbazkin.
Nivîskar Sêro Xanzadyan û şayîr Gêvorg Êmîn jî bi wî ruhî xeberdan. Konfêrans wî çaxî derbaz bû, gava miletfroşê me har bûbûn û her tişt p’êpes dikirin, her tişt kirin, wekî nehêlin konfêrans derbazbe. Lê ew bi serkarya Şekroê Xudo bi açixîke mezin derbaz bû û rêspûblîkaêda rêzonanseke mezin pêşda anî.
Şekroê Xudo pêşewitîkî rojnema meye. Ewî jî alîê xweda her tişt kirye û nha jî dike bona rojneme emr bike. Bona hukumet alîkarîê bide rojnemê Şekroê Xudo derê gelek k’armendê dewletê k’utaye, de’w kirye alîkarîê bidne rojnemê. Her gava tê Yêrêvanê ew rêdaksîaê diqeside, bona çetinayê wê ber xwe dikeve, rastî qulixçîê dewletê tê, derheqa rewşa rojnemêda wana pê dide hesandinê. Eve berbirîbûna rewşenbîrê raste, yê ku difikire bona xweykirina ocaxêd miletê xweye kûltûrîê û çi ji destê wî tê dike bona alîkarîê bide wan. Em îdî nabêjin derheqa t’emî û şêwrê wîye xêrxwazîêda, ku nava xebata meye praktîkda ewqasî kêrî me tên.
Em ji navê xwendevanê xwe, xebatkarê rêdaksîa rojnemê 70-salya akadêmîkê akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîê, doktorê ulmê dîrokê, profêsor, ewledê miletê meyî hêja, rewşenbîrê bi herfa mezin Şekroê Xudo bimbarek dikin, jêra açixîêd efrandarîêye hê mezin û emrê dirêj dixwezin boy gulvedan û pêşdaçûyîna kurdzanîê, kûltûra me bi tomerî hildayî.
“Rya teze”, mart, s. 2001
Добавить комментарий