amarikesardar
NAVÊ MILETA ÇAWA NAVÊ MERYA
NAVÊ MILETA ÇAWA NAVÊ MERYA
Nava me, k’urdada (îlahî êzdyada), navê merivaye usa hene, ku navê miletanin. Aha jêrê em çend navê usa bidin:
- Çerkez
- E’cem
- E’reb
- Fariz
- Gêrman
- Gurcê
- Gurcî
- Înglîs
- Lezgî
- Osê (Os)
- R’omî
- T’et’er
- T’ûrkê (T’irkê)
- Ûr’is
- Ûzbêk
- Ûzo
XALIS NAVÊ K’URDÎ
XALIS NAVÊ K’URDÎ
NAVÊ JINA
- Almast
- Alt’ûn
- Avgerden
- Başê
- Belgê
- Belgîzer
- Berfo (Berfê)
- Besê (Beso)
- Bêzar
- Bihar (Bahar)
- Binefş
- Cemed
- Cewahir
- Cewar
- Çîlê
- Delal
- Dîdare
- Dîdem
- Dîlber
- Dilo
- Emîne
- Esmer
- Etlez (Etê)
- Felek
- Feleknas
- Ferzê
- Fîdan
- Fîlê
- Fîncan
- Gerden
- Geşê
- Gevez
- Gewrê
- Gezo
- Girgê
- Guhar
- Gulbahar
- Gulçîn (Gulçin)
- Gulistan
- Gulîzer
- Gulnaz
- Hevirmiş
- Hêlîn
- H’evsê
- H’inar
- H’izret
- H’ubê
- H’ubrê
- H’ucê
- Karê
- Kejê
- Kewê
- Kinê
- Kulîlk
- K’awê
- K’ubar
- K’urdistan
- Lalê
- Melek
- Meyane
- Mîdîa
- Mircan
- Mizgîn
- Nazê
- Nebat
- Nergîz
- Nîgar
- Nûbar (Nû bahar)
- Nûrê
- P’embo
- P’erîşan
- P’êro (P’erîşan)
- P’or’ê
- P’or’zêr’în
- P’orsor
- Qazê
- Qerqaş
- R’eşê
- R’exê (R’exbet)
- R’ih’an
- R’indê
- Sebrê
- Seyran (Seyrê)
- Sêvaz
- Sêvê
- Sitî
- Sîmê
- Sînem
- Sîsê
- Sosin
- Sûtê
- Şemam
- Şênî
- Şerbet
- Şe’rê
- Şîrin
- T’awê
- T’êlî
- T’emaşe
- T’er’lan
- T’ûtê
- Werdê
- Werdek
- Xanim
- Xasê
- Xemê
- Xerîb
- Xezal
- Zelîxe
- Zerê
- Zeynê
- Zeyt’ûn
- Zînê
- Zorê
- Zozan
NAVÊ MÊRA
- Adî
- Arîan
- Armanc
- Azad
- Bager
- Baran
- Bayloz
- Be’rî
- Beşo
- Bêmal
- Cangîr
- Cegerxwîn
- Cerdo
- Cewar
- Cewo
- Cindî
- Ç’e’vo
- Ç’ekan
- Ç’ya
- Ç’yazan
- Çolo
- Dilbixwîn
- Dirbo
- E’fan
- E’slan
- E’t’ar
- E’vdal
- E’zîz
- Êlo
- Fêrîk
- Fêriz
- Ferman
- Hejar
- H’epo
- H’ûtê
- Kekê
- Ker’
- Keso
- Kino
- K’eleş
- K’erem
- K’oço
- K’oloz
- K’ulik
- Let’îv
- Lewend
- Memê
- Miraz
- Mîro
- Nevroz
- Nûrî
- Qaçax
- Qanat
- Prîsk
- R’eşo
- R’izgar
- R’omî
- Sebrî
- Sîabend
- Sîdar
- Sinco
- Sivik
- Sosin
- Sûto
- Şao
- Şekir
- Şekro
- Şemo
- Şemsî
- Şeref
- Şero
- Şêrdil
- Şêrko
- Şêro
- Şêrzad
- Şiko
- Şîrin
- Şîro
- Teyo
- Tîtal
- T’ajdîn
- T’êcir
- T’êlo
- T’ofan
- T’or’in
- Wek’îl
- Welat
- Wezîr
- Xano
- Xerîb
- Xemo
- Xeznedar
- Xudêda
- Xudo
- Zinar
- Zoro
Êl, QEBÎL Û BEREKÊ ME
Êl, QEBÎL Û BEREKÊ ME
- Alomêra
- Aloya
- Amadîn
- Anqosya
- Avûka
- Azîzya
- Badilya
- Banoka
- Başaxa
- Başêya
- Bazoya
- Be’rava
- Bedoya
- Bela
- Beleker’a
- Belobanya
- Bendûrya
- Beşka (Beşkya)
- Bewrara
- Bilxika
- Bişkokya
- Br’ûka
- Bûdya
- Bûvikya
- Celalya
- Cemala
- Ç’ekoya
- Çaûşya
- Çîlya
- Çîpr’eşa
- Çuxr’eşa
- Dawoya
- De’sinya
- Dodka
- Dvînya
- E’merya
- E’ydoya
- Elaşgirya
- Elikya
- Ewîla
- Gabeleka
- Gerdenzera
- Gewrika
- Hecimka
- Hewêra
- Heydera
- H’ecîmîrzeya
- H’emzêya
- H’esena
- H’esinya
- H’esmema
- H’eyoya
- Îsediza
- Îsoya
- K’aşaxya
- K’elhûra
- K’ilêrya
- Kendala
- Korkitya
- Kotoya
- Kûkasya
- Kurtkya
- Laûşa
- Mamedya
- Mamka
- Mamr’eşa
- Mamt’acya
- Maqûsya
- Maseka
- Meh’mîdoka
- Mehemdya
- Mendesora
- Mendika
- Mexsûdya
- Mik’oy
- Milana
- Misirka
- Mixayla
- Mîranga
- Motya
- Mûsêsanya
- Mûska
- Nacoya
- Nasrdîn
- Neh’metya
- Ort’lya
- Ozmansoya
- Pîvazya
- P’îrka
- Qazanya
- Qeloya
- Qereçolya
- Qerêya
- Qerika
- Qirmiska
- Qûç’ya
- Qurka
- R’eceva
- R’edka
- R’emoşa
- R’eşka
- R’eşkotya
- R’eşya
- R’ojka
- Scadîn
- Sevka
- Selmikya
- Selwanya
- Sîpka
- Somoya
- Sorka
- Stûrkya
- Subh’anya
- Suh’anya
- Surmelya
- Şawelîkya
- Şedadya
- Şekaka
- Şemezerya
- Şemoya
- Şemska
- Şemsya
- Şerka
- Şêrmemka
- Şerqya
- Şewêrya
- Şêxûbek’rya
- T’at
- T’or’ina
- Utya
- Xanya
- Yeknava
- Zendya
- Zuqrya
ARGO
ARGO (XEBERDANA SUR’Î)
NAVA ZIMANÊ MEDA
- Avê şêlû neke (yanê şuxula t’evhev neke).
- Avê zelal neke (yanê her tiştî eşkere nebêje).
- Baê hespê t’ijî dike (yanê hespê lez dajo).
- Baran barî, qelîştekê kevira k’etine hev (yanê kirinê wîye berêye qirêj hatine veşartinê).
- Belkî dîwar bi sur’e (yanê gilî gerekê dernek’eve).
- Bixêrî xare. Lê dûê wê r’ast dik’işîne (yanê keç’ike şaşe, lê r’ind dibîne).
- Bûye konê dilop (yanê tima).
- Ceye yanê genime? (yanê ce xirabe, genim başe).
- Ç’e’vê wî hene (yanê ç’e’va davêje merya).
- Ç’e’vsût hatin (yanê ûr’is hatin).
- Daye ser bana (yanê derewa dike).
- Destê xwe dipelikîne (yanê dizîê dike).
- Devê balt’e kêvir nexe (yanê tiştê zêde nebêje).
- Dîwarî qule (yanê gilîê ji cî derên).
- Em berxê salekêne (yanê em salekê hatine dinê).
- Ew dibiriqînê (yanê ew derewa dike).
- Ew hespê quleye (yanê ne amine).
- Ew kulîlka berbi r’oye (yanê k’îderê xweşe, xwe wêderê digre).
- Ew nanê ser sêlêye (yanê dir’ûye).
- Ewana r’ind ser hevda dir’êsin (yanê ort’a wana xweşe).
- Ewî dest bi girdegewra kirye (yanê derewê mezin dike).
- Ezê we îro têkme p’ison (yanê ezê îro we r’ind bik’utim).
- E’rd pê navkirî (yanê te têkme mezel).
- Gaê stûna (yanê serk’ar, merivê dîwanê).
- Gema wî bernede (yanê r’û nedê).
- Gewroy bi fene (yanê yê hazir).
- Gîhê gura heye? (yanê goşt).
- Golikê bi min serdan neke (yanê te şuxulê xwe kirye, paşê têy, gazî min dikî).
- Goşt t’eslîmî p’işîkê neke (yanê p’işîk dize, wê goşt bixwe).
- Guhê gêda r’azaye (yanê haj baê dine nîne).
- — Hatî çi?
— Ez hatime sorpilingê (sêlê) bibim, du k’ortep’isan (mêvan) hatine mala me, ezê ximç’îç’ika (bîşya) wanr’a çêkim, wan ya dirêj r’aç’evkim (r’ê nîşan bidmê), ya me’syar’a derbazkim (avêr’a).
32. Hêka spî neke (yanê her tiştî eşkere nebêje).
33. Her’e golikê lê serr’ûke (yanê bi delk’bazî jêr’a ziman bibîne).
34. H’işka, navt’ilya bide (yanê p’era).
35. Ker’a guh neke (yanê hazira pê nêde h’esandinê).
36. Mala H’acê (yanê derewe).
37. Meçêtir hatin (yanê melek).
38. Mit-mit sekinye (yanê birçîye).
39. Pêr’a hene (yanê dîne).
40. P’arsya xwe dixe (yanê zyaretar’a, t’irêqar’a gilîê net’ê dibêje).
41. P’êek gore, Yek ne gore, Dapîr (pîrik) kore, Wê te bixwe.
42. — R’ecevî bê ç’eke (yanê savar bê rûne).
— Tu zanî îneke t’eke (yanê ç’êlekeke).
43. Serh’esan t’une (yanê r’ûnê nivîşkî t’une).
44. Stubadayî bîne (yanê penêrê r’îçal).
45. Tê bêjî ji aş tê (yanê haj baê dine nîne).
46. Tu agir gur’ke (yanê usa bike şer’ pêşda bê).
47. Tûtika ketye (yanê cina k’etye).
48. T’ekekî bîne (yanê nanekî bîne).
49. T’eşya me dir’êse (yanê zimanê me zane).
50. T’extekî wî kême (yanê kêmaqile).
51. T’u kevirê k’ilîsa fila bik’evin? (yanê dinyaê welger’e, tiştekî xirab bibe?)
52. Wî e’wrî baran naê (yanê timaye).
53. Ya deng bîne (yanê ç’ekê bîne).
54. Ya ser darika (yanê hirî).
55. Ya te’l (yanê araq).
56. Yê horê hatine dorê (yanê cina k’et).
57. Yê sersor hatin (yanê mîlîsîa).
58. Yê zer (yanê zêr’).
59. Yeke serr’aye (yanê r’êderk’etye).
ÎDÎOMÊ ZIMANÊ K’URDÎ
ÎDÎOMÊ ZIMANÊ K’URDÎ
- Agir ber diçe?
- Agir davê devê xwe.
- Agirê dil daye ser agirê cegerê.
- Agirê xezevê serda barye.
- Aşê bê av ser serê cime’tê diger’and.
- Av bin g… ger’yaye.
- Azîê wî qer’ç’imîne.
- Bê hûn anîn yanê bagerê hûn anîn? Ew gur serê k’îjan ç’yayî mir?
- Bê ser-berat’e unda bûye.
- Berfê avîte çoka devê.
- Bi r’imê g… nagihîje ber pozê wî.
- Bide, jê bir’eve.
- Bin xweda melisand.
- Bira ew her’e serê wî kevirê Selîmê k’eve.
- Bira pozê te ji hevala bişewite.
- Birçîna ew delyaye.
- Bistê bavêjne ber p’îê wan.
- Bixwe, bixwe, belkî serî pê hilnedî.
- Bizina çêşê (k’ê pêr’a digihîje, didoşe).
- Bizina mûç’ek-qalç’îç’ek.
- Bîna me hevr’a nexweşe.
- Bîna xwe fireke.
- Bûne vir’ik ser bêrê nasekinin.
- Bûy qîr-sîr p’êsîra min bernadî.
- Bûye dizê sola xwe.
- Bûye kelemê ber ç’e’va.
- Bûye kevirê binê bîrê.
- Bûye k’efa devê seê har.
- Bûye tenya sêlê, tenya dihokê.
- Ca girêkê stûê min sistke.
- Cinê mala Adya hatine dorê.
- Сîê badilhewa ewî k’işî mirîşka xelqê nedikir.
- Çawa bûye şet’ele.
- Çawa e’rebê ç’e’v tolikê k’eve.
- Çeqeçeqa wîye.
- Çerxa wî ç’ep zivir’ye.
- Çerxa wî r’ast zivir’ye.
- Çi dixwazî, ez ber te sekinîme.
- Çi te veşêrim, çi Xwedê veşêrim.
- Çir’a ez xulamê bavê teme?
- Çir’a lingê te k’etine zikê te?
- Çir’a wê qaşa qema te bişkê?
- Çir’a min te nan-pîvaz t’ev xwarye, wekî te nas bikim?
- Ç’e’vê me li r’ya te qer’imî.
- Ç’e’vê wî destê mine.
- Ç’e’vê wî qe tiştekî t’êr nabe.
- Ç’irûsî ber ç’e’vê min k’et.
- Daye ser bana.
- De’fê spî k’etine sûrtê wî.
- Deh mêra bavîtaê, pê nikaribûn.
- Deqa wîda danê.
- Dergê xêrê lê vebû.
- Dêrîr’a dihat, k’ulekêr’a dihat. Hebûna wî serda dibarî.
- Dest bide serê poz, wê r’uhê xwe bide.
- Dest jê şûştine.
- Destê min p’elawa bavê teda şewitye?
- Destê wî dargirtye.
- Destê wî ser destar’ane.
- Destê wê k’etibû dilê wê.
- Destkuja wî xweşe.
- Dew didî Haco?
- Dîkê min berjêr bang daye.
- Dil-h’inavê min bûne k’êrê xûnê, hatine xarê.
- Dilê me hevdur’a saxe.
- Dinya cem wî r’oj û de’neke.
- Dinya ser guhê wî mêşe.
- Dinyake boşe, betale.
- Dizgîn destê wîdane.
- Donê h’elandî jî destê mindabe, xebera te bigihîje min, ezê xwe tera bigihînim.
- Dû daê.
- Dûê mala vêsyaye.
- Êl t’emam kiribû qevza xwe.
- Êmê qelinekê şuxulê xwe qedand.
- Em bûne şor’ê teyra.
- Em her’in çerxa dinê bidnê.
- Em k’etîê wêne.
- Em mînanî nokê ser defê ji hev bela bûn.
- Ew berk’etin – r’abûna xwe nak’eve.
- Ew bok’eberane.
- Ew bûye darik-derzî.
- Ew bûye e’dûê min.
- Ew bûye k’izika ser sêlê.
- Ew bûye qara serê min.
- Ew cila xwe cîê şil r’anaxe.
- Ew cîê şil r’ûnanê.
- Ew davêje r’eşê min.
- Ew gelekî p’işika xweda werimî.
- Ew gula govenda bû.
- Ew kewkya ser hevr’a davêjin.
- Ew qula derzîêr’a derbaz dibe.
- Ew mêrê devê mine?
- Ew mer’a gula dir’êje.
- Ew merîkî pozbilinde (ew pozbilindya dike).
- Ew mînanî tivirane.
- Ew nahêle, wekî pozê (guhê) kareke wî jî xûnbe.
- Ew naîne ser p’er’-baskê xwe.
- Ew ne r’yaxwedane.
- Ew p’ûrte vekirin.
- Ew poz li min nake.
- Ew saxê dilê xweye.
- Ew ser darê linga qir’ bû.
- Ew ser h’isa-h’isa k’etye.
- Ew tûtika k’etye.
- Ew usa spîç’olekî bû, wekî te k’êr lêxista, ç’ilka xûnê jê nedihat.
- Ew vêderê cûcika mezin nake.
- Ew xudanê xêrane.
- Ew xwe ba dike.
- Ew xwe nade ber.
- Ewan destê xwe tûrkê wîda kirine.
- Ewan p’irtik ji hev birin.
- Ewî bi gurzekî serê lodê girt.
- Ewî ç’e’vqule.
- Ewî ç’e’vşor’e.
- Ewî dereweke usa kir, wekî p’irtî xuê navda t’unebû.
- Ewî dest tûrê minda kirye.
- Ewî devê xwe min guhast.
- Ewî dilşkestîye.
- Ewî em kirine sosret.
- Ewî ez dame ber fir’na hespê xwe.
- Ewî fenegurîye.
- Ewî gilîê t’am da destê bavê.
- Ewî helem-quleme.
- Ewî k’în k’utaye min.
- Ewî k’omê xwe xwelîêva daye serê xwe.
- Ewî mereza min gîhandye.
- Ewî mînanî mişkê kor t’opkirye.
- Ewî p’êkirye ser min, deynê xwe dixweze.
- Ewî p’irtûka min nerm dîtye.
- Ewî qîza xwe r’onaya ç’e’vê xwera xwey kirye.
- Ewî r’o kire şev, şev kire r’o û çû.
- Ewî r’o nedida sêrî.
- Ewî ser xwer’a avîtye.
- Ewî serjinike.
- Ewî serzikmirîye.
- Ewî tûrqule.
- Ewê xwe kirye şorba nexweşa.
- Ez bûme gur, min malê dinê xwar, lê çî te xwar?
- Ez cila xwe ji avê derdixim.
- Ez çi xwelîê xwekim?
- Ez dixum, wî digivire.
- Ez e’zmana li te diger’yam, tu e’rda r’astî min hatî.
- Ez hêker’ûnê destê xweda çêkim, bidmê, wê bêje, devê min şewitî, destê te neşewitî.
- Ez parîkî biç’ûkim?
- Ez serê wî mêrî ç’e’lkim, ku dijminê wî t’unebin.
- Ez xebera te şekir dibir’im.
- Ezê diranê te ne’tika teda bik’utim.
- Ezê heqê te bême der.
- Ezê usa bikim, wekî tu bêjî dew birê maste.
- Ezê usa li texim, tu ser lingekî bir’eqisî.
- Ezê wê yekê têkim hêk diranê xwexim.
- Ezî neyî p’ir’î-t’exteme.
- E’mrê xwe da hazira.
- E’rebe hatye ber barkirinê.
- Fîke-fîka wîye.
- Filankes çeliqye.
- Filankes zengilê şer’aye.
- Filankesê gurç’ikê gura xwarine.
- Ga pê heskê av dide.
- Gaê r’eşo, k’îdera te dêşo?
- Gewro usa e’rdê dan.
- Gilî tûfilê (tofilê) pîvazêye.
- Gotina min k’erta kêvire.
- Gotina wî kirtîna gizêrêye.
- Guhê xwe tûj kirin.
- Gulla wî xwe e’rdê nedik’et? Ewî teyr jorda tanîne xarê.
- Gur k’îjan ç’yayî mirye?
- Hate ser p’êlekî (nêzîkî mirinê bû).
- Hêç’ê-plêç’ê jî bûne merî.
- Hela ç’irtekê jî zêdeye.
- Hela vî qant’ir’ê r’eş binihêr’e.
- Her diranekî wê te’mek dixwar.
- Hey şûna r’eşva çûy, hey!
- Heylê r’oja r’eş serda hatî.
- Hûreka wî geleke.
- H’eta ez vê r’êr’a derbaz bûm, min hevt kiras qetand.
- H’evt govek bavê wan jî r’abin, nîvê wî dernaên.
- Î, kevirî qulîbe, agir ber diçe?
- Îla e’rda sarda çûy, hey! (Lê e’rda sarda çûyî).
- Îsal jî nangiranî bû.
- Ji xwe mestir xeber dide.
- Jineke berbihêre.
- Kapê xezevê k’etye stûê wî.
- Kesekî xwer’a h’eta sibê r’uh’ h’esab nedikir.
- Kevç’î xûna min çir’ane?
- Kirasê bê p’êsîr stûê xweva daneyne.
- Kula r’eş minda hatye?
- Kur’ devê bavêr’a gihîşt.
- K’er guraye poç’ik maye.
- K’etne dilqê dewrêşa.
- K’ilîta r’eş derê wî k’etye.
- K’otî şindokê mêra.
- K’ulf k’etye zikê wî.
- Lê ez xwe nehatime agirekî?
- Lê p’irtûka te qelyayî.
- Lê r’ûvîê r’eş hatî pêşîê.
- Lêva jorin neçû ser ya jêrin.
- Lê xwelî serê te bûyî.
- Lê yê mirî ezim?
- Lingê xwe guhê xwe nexe.
- Mala xweyê wê gul û nûrbe.
- Mal ser milê wîye.
- Mala te ava, t’ijî bûk û ze’va.
- Mala wan çarsûbazare.
- Mala wana mala ber-mêvanaye.
- Malşewitî, qet ji xebatê t’êr nabe.
- Mêrekî lok’eye.
- Me ben-çarixê xwe hev girêdane.
- Merî ji dîndara wî t’êr nabe.
- Merî ser-ç’e’vê wî dinihêr’e, t’êr dibe.
- Merî xirabîê ç’e’v nade hev.
- Merîê min û te gor’êda çivta li hev dixin, tu jî r’abûy hatî cem min.
- Merîkî destdirêje.
- Merîkî desttenge.
- Merîkî destvekirîye.
- Merîkî dibûrîye.
- Merîkî nan ser çokêye.
- Merîkî navnoye.
- Meymûna min dir’eqise.
- Meymûna min nalîze.
- Mezinê malê weke deh û duda ort’êye.
- Milê wan naê, wekî ez filan îşî bikim.
- Min diranê wî yeko-yeko jimartine.
- Min ew t’î bire ser avê û t’î jî anî.
- Min ew usa kir, k’êlek-k’êlek welger’and.
- Min hêkê h’esinî kirin.
- Min ji e’yarê min dernexe.
- Min serê r’ê û me’nya h’emûşka bir’ye.
- Min şîrê dya xwe cem wê bîrkirye.
- Min şivdar destê xweda xweşkir.
- Min tiştek ser tiştekî nexist.
- Min xwe şeyîkî lêda, bi h’ezara jê xilaz nebûm.
- Min zora r’ûê xwe kir.
- Mineta wî qirşek.
- Mirazê wî ç’e’vada ma.
- Mirazê wî qurç’imî.
- Nanek, gak cem wî yeke.
- Nanê meda xuê t’une.
- Navê çarp’ê ber derê wî t’une.
- Neferê min devzya, lêvzyane.
- Ne minê, ne teê.
- Ne t’awî bû, ne bawî bû.
- Nha dewraneke usa hatye, se xweyîê xwe nas nake.
- Ocaxê wî kor bûye.
- Payîz gûza jimare.
- P’êkolya malê dike.
- P’êy ser zimanê hev dikirin.
- P’erda ber ç’e’vê wî t’une.
- P’erda r’ûê wî qetyaye.
- P’irtîê wîyî mezin guhê wî man.
- P’orê serê min bûne şûjin.
- P’ûrtê wî ser avê xistin.
- Qaqa r’eş hasêkir.
- Qaşa k’embera te şkest?
- Qestîka serr’a xar’and.
- Qudûmê min hema berda şikestin.
- Qur’ebûna p’ifî e’zmana dike.
- Qurbetîê xwe mestir dike.
- Qurf k’ete dilê min.
- Qursaxê wî zore.
- R’eş-p’eş hatine ber ç’e’va.
- R’ê ji r’ya dernaxe.
- R’oja r’eş û h’eş.
- R’ojê ox’irmê giran.
- R’ûê wî spîye.
- R’ûvî t’êre, tirî tirşe.
- Seknandina avê heye, seknandina wî t’une.
- Ser be’lgî gihîştîê.
- Ser poç’a xweda k’et.
- Ser serê wî bûye sayî.
- Ser-ç’e’vê wî hevt kûç’ik balêsin, wê t’êr bixun.
- Serê mala me yek derbe.
- Serê min serê xêrnedya.
- Serê wî k’etye xoxê giran.
- Serî binî dixe, binî serî dixe.
- Serî-kerya hev dik’evin.
- Serî qurbana linga kir.
- Serîke ew ox’ire, ezê her’im.
- Serîke wê ox’irêdane.
- Sola xwer’a bêje.
- Sûrtê wî bûye padoş.
- Şer’ê neşûştî.
- Şêmîka wana jina tê.
- Şîrê dya wî fir’nar’a hat.
- Şîrê zikmakîê ç’e’var’a hat.
- Şûrê wî dibir’e.
- Taê t’enê – r’iha kendêl.
- Te çi xwar, te xweş h’elalbe, te çi anî, me nîvek’arî.
- Tê bêjî ji aş tê.
- Tê bêjî min çêkirye, Qirmo jî ç’emilkirye.
- Tiştek bin zimanê (diranê) wîda heye.
- Tu k’êrî, ez penêrim.
- Tu t’ûy r’ûê wî jî dikî, dibê baran dibare.
- Tu usa r’ê diçî, qey bêjî ser hêkar’a diçî.
- Tu xwe manatekî lêdî, h’ezar manatî jê xilaz nabî.
- Tu zor gizêrê r’adikî?
- Tûrê derewa vekir.
- Tûrkê derewa vekirye (derê tûrkê derewa vekirye).
- Tûtikê mêrê kulê.
- T’extê kur’ekî.
- T’eze ser poç’ikê şîn bûye.
- T’oqê zar’a studane.
- T’u tiştek ser tiştekî nedixist.
- T’ûr’a wî t’ûr’a kundire.
- Usa bike, bira sêla te nan bipêje.
- Vê pirsê ne hilde, ne dayne.
- Vir’e-vir’a wîye.
- Wana ber hevda hestu-h’inav r’êtine.
- Wana xwe sivik kir.
- Wê gelek gilî ber minr’a avîtin.
- Wê her yekî we bavêje qurma diranê xwe.
- Were kevira ji p’êşa xwe bavêje.
- Wey li nezana!
- Wî zimanî nîbûya, wê wara bima.
- Xubara mirinê xwe avîtye lêva.
- Xwe danî dewsa qîza silt’ana.
- Xwe daye selefê syara.
- Xwe ez ne gula sorim?
- Xwe min nan guha nexwarye?
- Xwe sêva sor nînim?
- Xwedê aşê nezana diger’îne.
- Xwedê gewrya qul bê r’isq nahêle.
- Xwedê h’ewla wî dewlê avîtye.
- Xwedê, tu ew Xwedêyî, lê gavê tu ne ew gavî.
- Xwelîê dora wî r’o dikin.
- Xwelîê xwe dikî, xwelîke germ xweke.
- Ya wî lêk’etye.
- Yekî bê dest-p’êye.
- Yê kulek dîsa ezim.
- Zar’ê wî binbêjingin.
- Zar’ê wî t’eze fir’a k’etine.
- Zar’o êmîşê malêne.
- Zeveşa dide bin mile wî.
- Zikê xwe diç’êrîne.
- Zimanqelewî-zimanzêrifî.
- Zinarê te’tê hasêkir.
- Zingîn ji qafê min hat.
MIJÛLÎ
MIJÛLÎ
Berx dibêje:
Dya min qoç’, bavê min qoç’,
Îro bûm, sibê k’oç.
* * *
Kar dibêje:
Dya min t’eke, bavê min t’eke,
Çil r’ojî min moletke,
Çil r’ojî şûnda min zinarada werke.
* * *
Te’vê, te’vê dê-bavê,
Sîê, sîê qutisîê.
* * *
Sala hingê,
Bavê min da t’ivingê,
Dya min k’ete qula bêjingê.
* * *
Cew dik’eve ç’ema,
Ç’em dik’eve bihur’a,
Bihur’ dik’eve be’ra,
Be’r dik’eve bingula (океан).
* * *
K’ilêra, k’ilêra,
Stu qilêra,
Xwelîê lêkim bi bêra,
Jin çêtire ji mêra.
* * *
Utî, utî,
Ser bûzê şimitî,
Dîn û îman dest filitî.
* * *
R’oja kuloç’ê serê salê
Mirî hatin derê malê.
* * *
Ez xatûna çarberî,
Dûdû (r’ûvî) hatî, qîqî (dîk) birî,
Min xatûnê deng nekirî.
* * *
H’erç’ê malê dinê bale,
Xeber dide misqal-misqale,
Xelq divê çiqas aqile.
* * *
H’erç’ê malê dinê heye serî,
Dizir’e forma k’erî,
Xelq jêr’a divê sed e’ferî.
* * *
H’erç’ê kinin qerebux’danin,
H’erç’ê navçenin ew t’emamin,
H’erç’ê bilindin ew h’eywanin.
* * *
Gulê, cîê tu lêyî,
Kula dilê min lê.
* * *
K’êwrîşkê go: min da hevraza,
Min r’î devê bavê Şambaza (nêç’îrvan),
Wextê min da berjêra,
Goştê min dan ber k’êra.
* * *
Hat gîhaye,
Semam kaye,
Diran keşke,
Avsîr r’eşke,
Xwedê r’ûê keç’ika r’eşke,
Zikê xwe kirye meşke.
* * *
Derda daye li ser derda,
Gîha şînbûye h’emû e’rda.
* * *
Dew dik’ilêm, dew nabe,
Xasî pîre, pê nabe,
Bûk xeydîye, r’anabe,
Gelo h’alê minê çawabe?
* * *
Dewreke gulane,
Dewreke şîlane,
Şîlan r’eqisî,
Gulan melisî.
* * *
Dê-dê, vê mirdê,
Baq bilûra vê piştê,
Da can, ne şîve, ne te’ştê,
Em ze’f ji balşêvîkîê r’azîne,
Em anîne vê dinê.
* * *
Bizin, bizin,
H’ûr mezin,
Tu qesasê serê min.
* * *
Hêklê-mêklê,
Çalim-çêklê,
Hestûê kewê,
Li ber kewê,
Kewke fir’î,
Ç’e’vkî gur’î.
* * *
E’dlê, r’abe, sibeye,
Dengê dîka qubeye,
Wextê nimêja teye.
* * *
Min dî sê goştê sê xwar,
Destê min dermanê qolincîê.
* * *
Yek divêje: “Kur’o, navê te çye?”.
Divê: “Navê min Şêxoye”.
Divê: “R’êxo, navê bavê te çye?”
“Te ze’f navê min çirax kir, îjar navê bavê dixwazî?”.
* * *
Germe-germe,
Cilik şerme.
Sare-sare,
Cilik sit’are.
* * *
Zerayî li ç’ya fitara êzdya,
Steyrk li e’zmana fitara surmana.
* * *
Eger navê wî k’erbe,
Xwarina wî xurmebe,
Cîê wî Qesir-qisrabe,
P’alanê wî ji zîv û zêr’be,
Gava ji derbe,
Ewê dîsa k’er lawê k’erabe.
ŞIROVEKIRINA ÇEND MESELA
ŞIROVEKIRINA ÇEND MESELA
“Sim simê k’erêne,
Fêl fêlê P’erêne”
Bûka malê P’erê diz bûye. Dikin-nakin ç’are pê nabe, ne jî dikarin ser îzbatkin. Kevanya malê r’adibe tiştekî ha dike: ji malê h’etanî kulînê ar dir’eşîne, wekî k’ê here, bê, r’êç’a wan ser ar bê k’ivşê.
P’erê gava dibîne, wekî ji malê hetanî kulînê ar r’eşandine, tê derdixe, bona çi ev yek kirine. Lema jî şev diçe t’ewlê, k’erê derdixe, lê syar dibe, diçe kulînê û dizya xwe dike.
Gava sibê zû kevanî diçe dibîne, wekî r’êç’a merya t’une, her tenê r’êç’a simê k’erê heye, pêr’a-pêr’a tex’mîn dike, wekî ew yek k’ê kirye. Lema dibêje: “Sim simê k’erêne, fêl fêlê P’erêne”.
* * *
“R’ojê kolxoz,
Şevê cot par’avoz”
Ji yekî gundî, ku du jinê wî hebûne, dipirsin:
— H’alê te çawane?
— H’alê minê çawabe? Gava
R’ojê kolxoz,
Şevê cot par’avoz.
* * *
“Ç’ivîka wît-wîtanî,
Te mala xwe xirab kir,
Mala min jî li ser danî”
Gundîkî dilê xweyî sax’ dibîne, wekî havînê ç’ivîk çawa k’êfa xwer’a derbaz dike, t’u tiştekî nake bona zivistanê e’bûra xwe bike. Gundî jî ç’e’v dide wê û t’u tiştekî nake.
Zivistan tê. H’alê gundî xirab dibe û ew nikare serê xwe xweyke. Divê ez hela her’im binihêr’im h’alê ç’ivîkê çawane. Diçe dinihêr’e ç’ivîk h’işk bûye. Lema dibêje:
“Ç’ivîka wît-wîtanî,
Te mala xwe xirab kir,
Mala min jî li ser danî”.
Eva mesela me gelekî klasîkê e’debyeta ermenya Avêtîk Îsahakyan xweş hatye û ewî ser binga wê helbestek bi navê “Gundî û ç’ivîk” nivîsye.
* * *
“Min şîrê mirtivê xwarye”
Du ax’aê k’urda hevalê heve nêzîk bûne. Navbera wana gelekî xweş bûye.
R’ojekê ax’ak xulamê xwe bona pirsekê dişîne bal ax’aê hevalê xwe. Ax’a wîya gelekî baş qebûl dike, e’zet-qulixê jêr’a dike û wexta ver’êkirinê dibêjê:
— Kur’o, lao, her’e weke şîrê xwe gilîke.
Xulam vediger’e cem ax’aê xwe. Ax’a jê dipirse gelo hevalê wî xulam çawa qebûl kirye. Xulam dibêje, wekî qe t’u tiştekî p’ak minr’a nekirye, p’akî ez qebûl nekirime, qe p’akî nan-av jî nekirime.
Ax’a xeysetê hevalê xwe zane û ser gotina xulam e’cêbmayî dimîne, lê dengê xwe nake.
Wexta herdu ax’a r’astî hevdu tên, ax’aê xweyê xulam gazinê xwe dike. Ax’aê hevalê wî e’cêbmayî dimîne, wekî xulam çûye usa gotye. Her t’enê dibêje ax’aê hevalê xwe, wekî wextê ver’êkirinê min jêr’a gotye her’e weke şîrê xwe gilîke.
Wexta ax’a vediger’e malê, ji xulêm dipirse:
— Kur’o, lao, te çir’a r’ast nedigot? Ne ax’aê hevalê min gelekî tu baş qebûl kirî, e’zet-qulixa mezin ter’a kirye û wextê ver’êkirinê ter’a gotye: “Her’e weke şîrê xwe gilîke”.
Xulam dibêjê:
— Ax’a, tu r’ast dibêjî, ewî minr’a hurmeta mezin kir. Lê çimkî dawîêda got “her’e weke şîrê xwe gilîke”, min jî şîrê mirtivê xwarye û weke wî şîrî jî gilî kirye.
* * *
“Beroş û mirin?”
Mele Nasirdîn diçe mala cînarê xwe û beroşê jê dixweze. Çend r’oja şûnda Mele Nasirdîn beroşê û derdaneke biç’ûk tîne dide cînarê xwe.
Cînar jê dipirse:
— Eva derdana hane biç’ûk te çir’a anye?
Mele Nasirdîn bersivê dide:
— Beroşa te zaye, eva derdana biç’ûk anye.
Cînar şa dibe û dengê xwe nake.
Çendekî şûnda Mele Nasirdîn tê dîsa beroşê dixwaze. Cînar bi şabûn beroşê didê. Çend r’oj derbaz dibin, deng-h’is ji Mele Nasirdîn naê, tê bêjî ne minê, ne teê. Beroşê naîne. Cînar diçe mala Mele Nasirdîn, dive:
— K’a beroşa min?
Mele Nasirdîn divê:
— Beroşa te mirye.
Cînar divê:
— Beroş û mirin?
Mele Nasirdîn divê:
— Ew çir’a beroş dikare bizê, lê nemre?
Beroş û mirin?
* * *
“Çi anye, wê wî jî bibe”
Gundîkî k’urd gaê xwe dide pêşya xwe û diçe mêvanya k’irîvê xweyî ermenî. Gava digihîje cî, ber derê ermenî gaê xwe dide ber şiva dik’ute. Ermenî ji malê dertê û jê dipirse:
— Tu çir’a ga dik’utî?
Kurd dibêjê:
— Min dixwest ter’a hedayîkî mezin banya, lê min kir-nekir ewî neanî. Lema jî didime ber şiva.
Ermenî gotê:
— K’irîvo, gê nek’ute, çi anye, wê wî jî bibe.
* * *
“Axirî aqûbet h’etanî devê gor’ê”
H’evt kur’ê pîrekê hebûne. Pîrê hert’im dibêje: “Axirî aqûbet h’etanî devê gor’ê”. Kur’ divêjnê:
— Daê, em h’evt kur’ê te hene, tu çir’a usa dibêjî?
— Lao, dinyaye, k’î zane wê çi bibe, — pîrê dibêje.
Pîrê diçe r’ehmetê. Meyt’ê pîrê bi heytehol divin gor’istanê û dixwezin t’eslîmî axêkin.
Nişkêva cerdbaşîê t’irk davêjne ser wê k’oma şînê, hineka dikujin, hineka birîndar dikin, hinek jî dir’evin. Meyt’ê pîrê ser devê gor’ê bêxweyî dimîne. T’irk meyt’ digrin wêda davêjin, t’eslîmî axê nakin.
Lema jî dibêjin: “Axirî aqûbet h’etanî devê gor’ê”.
KEŞKÛL (2013)
BEREVOKA NIMÛNÊ FOLKLORA KURMANCÎ
Û QINYATÊ MAYÎNE HEWASKAR
Bahara sala 2013-a Yêrêvanêda pirtûkeke kurdîye nuh ronkayî dît. Navê wê “K’eşkûl”-e. Wêda nimûnê folklorê, zimanzanîê, êtnografîê, toponîmîê û yêd mayîne hewaskar hene, ku deba gundê kurdara girêdayîne.
Ew qinyat nivîskarê kurd, rojnemevan, pûblîsîst û wergêr Emerîkê SERDAR berevkirine û nivîsîne. Ewî usa jî pêşgotina vê pirtûkê nivîsye. Dota nivîskar Nûrê Serdaryanê (Nûra Emerîk) berevok bona weşandinê amede kirye.
Çir’a navê berevokê “K’eşkûl”-e? Bersiva vê pirsê pêşgotinêda heye.
Pirtûk 148 rûpêle. Ew ji alîê weşanxana VMV-Prînt-êda hatye çapkirinê.
- Pêşgotin (E.Serdar)
- Mesele û met’elok
- Şirovekirina çend mesela
- Mijûlî
- Îdîomê zimanê k’urdî
- Argo nava zimanê meda
- Êl, qebîl û berekê me
- Xalis navê k’urdî
- Navê mileta çawa navê merya
- Navê p’incar’a çolê, kûltûraê çandî û bostana
- Navê dara
- H’eywanet, teyrede, bih’ok
- Ji emrê h’eywanet
PÊŞGOTIN (E.SERDAR)
XWENDEVANÊ E’ZÎZ!
Ez gundda bûme û mezin bûme. Ez r’ind haj jyana gund heme. Xeberdana gundya h’etanî nha jî ber guhê min mînanî zengile. Çi xeberdaneke xweş bû! Ew bi nimûnê zargotina me p’erwerdekirî bû. Û min herr’o û herseh’et ew xeberdan dibihîst û ewê hela biç’ûktîêda hukmekî mezin ser min hîşt. Lema jî mêla min ewqasî ser zargotina me heye. H’etanî nha jî bîra min naçe, çawa em, zar’o, diçûne oda Mîroê Qero (gundê P’ambê, Sîp’ana nha), binp’ya odêda r’ûdiniştin û me guh dida ser xeberdana mezina. Ewana h’îmlî nimûnê zargotina me digotin, derheqa gura û tiştê mayîne hewask’arda gilî dikirin. R’ind tê bîra min, çawa çend şeva serhev Eşoê H’ûtî oda Mîroê Qeroda beyt’-serhatya “Mem û Zîn”-ê digot. Ewê hukmekî mezin ser me dihîşt. Em bi r’uh’ê zargotina me dihatne t’erbyetkirinê.
Çawa min îdî got, hela biç’ûktîêda mêla min berbi nimûnê zargotina me hebû. Lema jî dawya salê 50-î û destpêka salê 60-î min destpê kir hinek nimûnê zargotina me, îlahî mesele û met’elok (gelek cya wanr’a dibêjin “Gotinê pêşya”), îdîom, argo û hwd berev kirin û nivîsîn. Min ew t’u cya nedane çapkirinê, ew arxîva minda têne xweykirinê. Ew mesele û met’elok, ku ez îro r’aberî xwendevana dikim, min wan sala nivîsîne û dikare biqewime hinek ji wana ji alîê merivê başqe-başqeda hatibin berevkirinê û çapkirinê, lê min yê xweye nivîsar himberî yê çapkirî nekirine û usa r’aberî we dikim, çawa min ew wan sala nivîsîne. Te’lebextr’a, hinek berevkira gelek gotin, fraz, xeberdana cime’têye sade dewsa mesele û met’eloka r’aberî xwendevana kirine.
Xênji mesele û met’eloka vê berevoka minda usa jî îdîom û nimûnê argoa hatine çapkirinê. Min ew jî gundda bihîstine û nivîsîne.
Nava zimanê meda îdîom p’ir’in û p’ir’cûrene. Ewana ji fraza têne cudakirinê. Te’lebextr’a, h’etanî nha ew kêm berev kirine û gelek cara fraz û îdîom t’evîhev kirine. Lê, bi fikra min, ew ji hevdu têne cudakirinê û gelekî hewask’ar û kêrhatîne bona lênihêr’andina çawa pirsê zimanzanya me, usa jî dîrok, êt’nografîa, psîxologîa, mêntalîtêta miletê me. Ew jî mot’acê lênihêr’andina ulmîye mexsûsin û min xwestye bona îzger’çîê paşer’ojê bingehkê sazkim.
Çiqas ez zanim, h’etanî nha t’u kesekî guh nedaye ser janra argoa jî. Lê, bi fikra min, nava zimanzanya meda ew janreke usaye h’ewask’are, ku k’ûr nehatye lênihêr’andinê û azr’ukirinê. Ez bawerim, ew mot’acê wê yekêne, û gava bi ulmî bêne analîzkirinê, dikarin bersiva gelek pirsê zimanzanya me bidin.
Min qestîka navê hêşnaya, dara, h’eywanet û tiştê mayîn daye û ew vê berevokêda daye çapkirinê bona ew nav û fe’mdarî unda nebin. Çimkî ew jî dereceke deba meye gunde û xusûsîê zimanê me nîşan dide. Te’lebextr’a, nha gele guhastinê şaş k’etine nava wan fe’mdaryada û ew ne anegorî qanûnê zimanê mene. Yekî dixweze zimanê me zanibe, gotî guhdarya mezin bide ser axavtina gundîê meye nexwendî yanê jî nîvxwendî, çimkî cem wan ziman t’emiz hatye xweykirinê.
Min usa jî navê hinek êl, qebîl û berekê me dane çapkirinê. R’aste, ji alîê hinekada wê derecêda xebateke ulmî û civakîye mezin hatye kirinê, lê min qestîka navê wan daye r’êzê, çimkî dikare biqewime ji wan nava hinek der mabin û îzger’çya guh nedabin ser wan. Nizam çima, ez bawerim, wekî ev navnîşa min jî alîê xweda wê alîk’arîê bide dha t’amkirina navê êl, qebîl û berekê me. Hilbet, wexta berevkirina van nava min guhdarî danye ne t’enê ser navê êl, qebîl û berekê êzdya, lê usa jî yê surmana.
Min mexsûs navê meye merivaye usa berev kirine û nivîsîne, ku xalis yê meye miletîêne. Ew yek îlahî nava navê jinê êzdyada r’ind tê k’ivşê. Ew nav dûrî navê miletê r’ohilatêye mayînin, ku k’etine nava zimanê me û dûrî fe’mdarya meye miletîêne. Ew navê ez r’aber dikim, xalis navê k’urdîne, k’oka xweva bona her k’urdekî fe’mdarîne û fikra wan heye. Tiştekî h’ewask’ar jî ewe, wekî nava miletê meda navê merivaye usa hene, ku navê miletê mayînin, çawa, mesele, Gêrman, Ûr’is, Fariz, Gurcê, T’et’er û yêd mayîn.
Hibet, ez ne ser wê fikrême, wekî qinyatê vê berevokê îdî mot’acê t’amkirinê nînin. Na xêr! Xebata berevkirina wan qinyata gerekê dha peşda her’e. Çi ku ji destê min hatye, min ew kirye. Min xwestye, wekî merivê meye xwendî guhdarîê bidne ser van pirsa. Ezê gelekî şabim, wekî hinekê ewê xebatê pêşda bibin.
Min bi fe’mdarî elîfba Bedirxan neda xebtandinê, çimkî wêda nîşanê gelek sewtê zimanê me t’unene û bêy wana xusûsya zimanê van qinyata wê nehata dîharkirinê.
Bi vê p’irtûkê ez dixwezim meselê nîşan bidim bona merîê mayîn jî virhada berevkirin û çapkirina qinyatê vî cûreyîva mijûl bin. Ez usa jî gumanim, ewê kêrî xwendevana û îzger’çîê paşer’ojê bê.
Dawîêda ez dixwazim bêjim, çima min navê vê berevokê danî “K’eşkûl”. Ez zanim navê p’irtûkeke Celîlê Celîl haye: “K’eşkûla kurmancî”. Raste, nav nêzîkî hevin, lê naver’oka wan başqeye. Çawa e’yane, nava gelda tê gotinê k’eşkûla Dewrêş Baba hebûye. Wexta ew nava gel diger’ya, k’ê bona xêra xwe çi didaê, ewî gişk dikire k’eşkûla xwe. K’eşkûlêda her tişt berev dibû. Paşê wexta Dewrêş Baba êvarê diçû malê, ew çi ku k’eşkûlêda hebû, vala dikir û ji hev başqe dikir. Min jî t’ex’mîn kir, wekî çi ku min nava salada berev kirye, mînanî wê k’eşkûlêye. Wexta hazirkirina vê berevokê min îdî, çawa Dewrêş Baba êvarê malda dikir, qinyat ji hev başqe kirin û nav danî ser wan. R’aste, k’eşkûle, lê qinyat ji hev başqekirîne.
E’merîkê SERDAR.