MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — H
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
H
Hate cîê min,
R’abû r’ûê min.
* * *
Hate malê merya malê,
Nehate malê qeda salê.
* * *
Hatî ser ç’e’vekî min,
Nehatî ser herdu ç’e’vê min.
* * *
Hebûna dinê qirêja destaye.
* * *
Hebûna dinê strûê meryaye.
* * *
Hebûna merya strûê meryaye.
* * *
Hemdeme,
Ga û golik t’ev berdane,
Em mane ev xeberdane.
* * *
Heqî destê neheqîêda zarezare.
* * *
Heqî zirav dibe, lê naqete.
* * *
Hergê hatî ç’engê min,
Tê bivînî r’engê min.
* * *
Her kes berê kevç’î xweda dike.
* * *
Her kes r’oê hindava xweda dibîne.
* * *
Her yek qasî xwe merîye.
* * *
Hesp bi hevsara,
Mêr bi qirara.
* * *
Heval neynika dilê hevale.
* * *
Hevalên baş bira û xûşka pêştirin.
* * *
Hevaltya wan hevaltya gur û r’ûvîye.
* * *
Hevaltîye yanê kûç’iksantîye?
* * *
Heylî jin, weylî jin.
* * *
Hêrsa qîzê —
K’ela dîzê.
* * *
Hêrsa mêra zir’înya k’erê yeke.
* * *
Hilde gopal,
Her’e cinetê.
* * *
Him nalê dixe,
Him bizmar dixe.
* * *
Him zik, him pişt, him tenişt,
Îdî te çi têda hişt?
* * *
Hindike, lê r’indike.
* * *
Hinek têne avê,
Hinek tên êgir.
* * *
Hînkirya hîn neke,
Hîn dikî bîr neke.
* * *
Hûr bibare,
Nûr bibare (baran).
* * *
H’emû ç’ya divên: em ç’yane,
Golikê salê divên: em gane,
K’ê şinêlekî jî xwedike, dive: ez ax’ame.
* * *
H’enek wê bibin degenek.
* * *
H’esen k’eçel, k’eçel H’esen.
* * *
H’esin germî, germî,
Şuxul nermî, nermî.
* * *
H’eso zane, k’era wî ji k’u dikule.
* * *
H’eta ç’epê ha kir,
R’astê mala xwe ava kir.
* * *
H’eta dest r’eş nebe,
Te’ma dêv xweş nabe.
* * *
H’eta neve qal,
Nave mal.
* * *
H’etanî bûk xemilî,
De’wet betilî.
* * *
H’etanî çûyînê bona hatinê duşurmîşbe.
* * *
H’etanî mirinê
Ç’e’vî kirinê.
* * *
H’evt cara bipîve,
Carekê bibir’e.
* * *
H’evt te’jîê me nikarin r’ûvîkî wî bigrin.
* * *
H’inga min nexe,
Denga min dernexe.