rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

MIJÛLÎ

 

 

MIJÛLÎ

 

 

 

Berx dibêje:

Dya min qoç’, bavê min qoç’,

Îro bûm, sibê k’oç.

 

* * *

 

Kar dibêje:

Dya min t’eke, bavê min t’eke,

Çil r’ojî min moletke,

Çil r’ojî şûnda min zinarada werke.

 

* * *

 

Te’vê, te’vê dê-bavê,

Sîê, sîê  qutisîê.

 

* * *

 

Sala hingê,

Bavê min da t’ivingê,

Dya min k’ete qula bêjingê.

 

* * *

 

Cew dik’eve ç’ema,

Ç’em dik’eve bihur’a,

Bihur’ dik’eve be’ra,

Be’r dik’eve bingula (океан).

 

* * *

 

K’ilêra, k’ilêra,

Stu qilêra,

Xwelîê lêkim bi bêra,

Jin çêtire ji mêra.

 

* * *

 

Utî, utî,

Ser bûzê şimitî,

Dîn û îman dest filitî.

 

* * *

 

R’oja kuloç’ê serê salê

Mirî hatin derê malê.

 

* * *

 

Ez xatûna çarberî,

Dûdû (r’ûvî) hatî, qîqî (dîk) birî,

Min xatûnê deng nekirî.

 

* * *

 

H’erç’ê malê dinê bale,

Xeber dide misqal-misqale,

Xelq divê çiqas aqile.

 

* * *

 

H’erç’ê malê dinê heye serî,

Dizir’e forma k’erî,

Xelq jêr’a divê sed e’ferî.

 

* * *

 

H’erç’ê kinin qerebux’danin,

H’erç’ê navçenin ew t’emamin,

H’erç’ê bilindin ew h’eywanin.

 

* * *

 

Gulê, cîê tu lêyî,

Kula dilê min lê.

 

* * *

 

K’êwrîşkê go: min da hevraza,

Min r’î devê bavê Şambaza (nêç’îrvan),

Wextê min da berjêra,

Goştê min dan ber k’êra.

 

* * *

 

Hat gîhaye,

Semam kaye,

Diran keşke,

Avsîr r’eşke,

Xwedê r’ûê keç’ika r’eşke,

Zikê xwe kirye meşke.

 

* * *

 

Derda daye li ser derda,

Gîha şînbûye h’emû e’rda.

 

* * *

 

Dew dik’ilêm, dew nabe,

Xasî pîre, pê nabe,

Bûk xeydîye, r’anabe,

Gelo h’alê minê çawabe?

 

* * *

 

Dewreke gulane,

Dewreke şîlane,

Şîlan r’eqisî,

Gulan melisî.

 

* * *

 

Dê-dê, vê mirdê,

Baq bilûra vê piştê,

Da can, ne şîve, ne te’ştê,

Em ze’f ji balşêvîkîê r’azîne,

Em anîne vê dinê.

 

* * *

 

Bizin, bizin,

H’ûr mezin,

Tu qesasê serê min.

 

* * *

 

Hêklê-mêklê,

Çalim-çêklê,

Hestûê kewê,

Li ber kewê,

Kewke fir’î,

Ç’e’vkî gur’î.

 

* * *

 

E’dlê, r’abe, sibeye,

Dengê dîka qubeye,

Wextê nimêja teye.

 

* * *

 

Min dî sê goştê sê xwar,

Destê min dermanê qolincîê.

 

* * *

 

Yek divêje: “Kur’o, navê te çye?”.

Divê: “Navê min Şêxoye”.

Divê: “R’êxo, navê bavê te çye?”

“Te ze’f navê min çirax kir, îjar navê bavê dixwazî?”.

 

* * *

 

Germe-germe,

Cilik şerme.

Sare-sare,

Cilik sit’are.

 

* * *

 

Zerayî li ç’ya fitara êzdya,

Steyrk li e’zmana fitara surmana.

 

* * *

 

Eger navê wî k’erbe,

Xwarina wî xurmebe,

Cîê wî Qesir-qisrabe,

P’alanê wî ji zîv û zêr’be,

Gava ji derbe,

Ewê dîsa k’er lawê k’erabe.

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *