rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

ARGO

 

 

ARGO (XEBERDANA SUR’Î)

NAVA ZIMANÊ MEDA

 

 

  1. Avê şêlû neke (yanê şuxula t’evhev neke).
  2. Avê zelal neke (yanê her tiştî eşkere nebêje).
  3. Baê hespê t’ijî dike (yanê hespê lez dajo).
  4. Baran barî, qelîştekê kevira k’etine hev (yanê kirinê wîye berêye qirêj hatine veşartinê).
  5. Belkî dîwar bi sur’e (yanê gilî gerekê dernek’eve).
  6. Bixêrî xare. Lê dûê wê r’ast dik’işîne (yanê keç’ike şaşe, lê r’ind dibîne).
  7. Bûye konê dilop (yanê tima).
  8. Ceye yanê genime? (yanê ce xirabe, genim başe).
  9. Ç’e’vê wî hene (yanê ç’e’va davêje merya).
  10. Ç’e’vsût hatin (yanê ûr’is hatin).
  11. Daye ser bana (yanê derewa dike).
  12. Destê xwe dipelikîne (yanê dizîê dike).
  13. Devê balt’e kêvir nexe (yanê tiştê zêde nebêje).
  14. Dîwarî qule (yanê gilîê ji cî derên).
  15. Em berxê salekêne (yanê em salekê hatine dinê).
  16. Ew dibiriqînê (yanê ew derewa dike).
  17. Ew hespê quleye (yanê ne amine).
  18. Ew kulîlka berbi r’oye (yanê k’îderê xweşe, xwe wêderê digre).
  19. Ew nanê ser sêlêye (yanê dir’ûye).
  20. Ewana r’ind ser hevda dir’êsin (yanê ort’a wana xweşe).
  21. Ewî dest bi girdegewra kirye (yanê derewê mezin dike).
  22. Ezê we îro têkme p’ison (yanê ezê îro we r’ind bik’utim).
  23. E’rd pê navkirî (yanê te têkme mezel).
  24. Gaê stûna (yanê serk’ar, merivê dîwanê).
  25. Gema wî bernede (yanê r’û nedê).
  26. Gewroy bi fene (yanê yê hazir).
  27. Gîhê gura heye? (yanê goşt).
  28. Golikê bi min serdan neke (yanê te şuxulê xwe kirye, paşê têy, gazî min dikî).
  29. Goşt t’eslîmî p’işîkê neke (yanê p’işîk dize, wê goşt bixwe).
  30. Guhê gêda r’azaye (yanê haj baê dine nîne).
  31. —  Hatî çi?

             —    Ez hatime sorpilingê (sêlê) bibim, du k’ortep’isan (mêvan) hatine mala me, ezê ximç’îç’ika (bîşya) wanr’a çêkim, wan ya dirêj r’aç’evkim (r’ê nîşan bidmê), ya me’syar’a derbazkim (avêr’a).

32. Hêka spî neke (yanê her tiştî eşkere nebêje).

33. Her’e golikê lê serr’ûke (yanê bi delk’bazî jêr’a ziman bibîne).
34. H’işka, navt’ilya bide (yanê p’era).
35. Ker’a guh neke (yanê hazira pê nêde h’esandinê).

36. Mala H’acê (yanê derewe).
37. Meçêtir hatin (yanê melek).
38. Mit-mit sekinye (yanê birçîye).
39. Pêr’a hene (yanê dîne).
40. P’arsya xwe dixe (yanê zyaretar’a, t’irêqar’a gilîê net’ê dibêje).
41. P’êek gore, Yek ne gore, Dapîr (pîrik) kore, Wê te bixwe.

42. —  R’ecevî bê ç’eke (yanê savar bê rûne).

        —   Tu zanî îneke t’eke (yanê ç’êlekeke).

43. Serh’esan t’une (yanê r’ûnê nivîşkî t’une).
44. Stubadayî bîne (yanê penêrê r’îçal).
45. Tê bêjî ji aş tê (yanê haj baê dine nîne).
46. Tu agir gur’ke (yanê usa bike şer’ pêşda bê).
47. Tûtika ketye (yanê cina k’etye).
48. T’ekekî bîne (yanê nanekî bîne).
49. T’eşya me dir’êse (yanê zimanê me zane).
50. T’extekî wî kême (yanê kêmaqile).
51. T’u kevirê k’ilîsa fila bik’evin? (yanê dinyaê welger’e, tiştekî xirab bibe?)
52. Wî e’wrî baran naê (yanê timaye).
53. Ya deng bîne (yanê ç’ekê bîne).
54. Ya ser darika (yanê hirî).
55. Ya te’l (yanê araq).
56. Yê horê hatine dorê (yanê cina k’et).
57. Yê sersor hatin (yanê mîlîsîa).
58. Yê zer (yanê zêr’).
59. Yeke serr’aye (yanê r’êderk’etye).

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *