MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — Y
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
Y
Ya dest dike,
Dê-bav nakin.
* * *
Yê ber kaê
Naê r’aê.
* * *
Yê bin ker’e,
Yê ser nasit’ire.
* * *
Yê çûn qeda salê,
Yê hatin malxuê malê.
* * *
Yê got û kir – mêre,
Yê negot û kir – şêre,
Yê got û nekir – k’erê nêre.
* * *
Yê hîvya yarê kur’dûndaye (undaye).
* * *
Yê nekin gilîê mezina,
Ser sêrî şîn dibin strûê bizina.
* * *
Yê serda disekine,
Yê binda nasekine.
* * *
Yê zane – zane,
Yê nizane – baqê nîskane.
* * *
Yekî dixwest goştê k’era xwe bixwe, digo: guhê k’era min mînanî guhê k’êwrîşkanin.
* * *
Yekî qula derzya xelqê xeberdide,
Gerekê qula bujûna xwe binihêr’e.
* * *
Yekî xerazî,
Yekî berazî,
Hatin û bûne xal û xarzî.
* * *
Yekî xêrê
Minr’a naê dêrê.
* * *
Yekî yekîr’a go: were te bibim cinetê.
Yê mayîn got: ne îro hewa sare.
* * *
Yekim – bezekim.
* * *
Yek-yeke,
Dudu k’omeke.