ÎDÎOMÊ ZIMANÊ K’URDÎ
ÎDÎOMÊ ZIMANÊ K’URDÎ
- Agir ber diçe?
- Agir davê devê xwe.
- Agirê dil daye ser agirê cegerê.
- Agirê xezevê serda barye.
- Aşê bê av ser serê cime’tê diger’and.
- Av bin g… ger’yaye.
- Azîê wî qer’ç’imîne.
- Bê hûn anîn yanê bagerê hûn anîn? Ew gur serê k’îjan ç’yayî mir?
- Bê ser-berat’e unda bûye.
- Berfê avîte çoka devê.
- Bi r’imê g… nagihîje ber pozê wî.
- Bide, jê bir’eve.
- Bin xweda melisand.
- Bira ew her’e serê wî kevirê Selîmê k’eve.
- Bira pozê te ji hevala bişewite.
- Birçîna ew delyaye.
- Bistê bavêjne ber p’îê wan.
- Bixwe, bixwe, belkî serî pê hilnedî.
- Bizina çêşê (k’ê pêr’a digihîje, didoşe).
- Bizina mûç’ek-qalç’îç’ek.
- Bîna me hevr’a nexweşe.
- Bîna xwe fireke.
- Bûne vir’ik ser bêrê nasekinin.
- Bûy qîr-sîr p’êsîra min bernadî.
- Bûye dizê sola xwe.
- Bûye kelemê ber ç’e’va.
- Bûye kevirê binê bîrê.
- Bûye k’efa devê seê har.
- Bûye tenya sêlê, tenya dihokê.
- Ca girêkê stûê min sistke.
- Cinê mala Adya hatine dorê.
- Сîê badilhewa ewî k’işî mirîşka xelqê nedikir.
- Çawa bûye şet’ele.
- Çawa e’rebê ç’e’v tolikê k’eve.
- Çeqeçeqa wîye.
- Çerxa wî ç’ep zivir’ye.
- Çerxa wî r’ast zivir’ye.
- Çi dixwazî, ez ber te sekinîme.
- Çi te veşêrim, çi Xwedê veşêrim.
- Çir’a ez xulamê bavê teme?
- Çir’a lingê te k’etine zikê te?
- Çir’a wê qaşa qema te bişkê?
- Çir’a min te nan-pîvaz t’ev xwarye, wekî te nas bikim?
- Ç’e’vê me li r’ya te qer’imî.
- Ç’e’vê wî destê mine.
- Ç’e’vê wî qe tiştekî t’êr nabe.
- Ç’irûsî ber ç’e’vê min k’et.
- Daye ser bana.
- De’fê spî k’etine sûrtê wî.
- Deh mêra bavîtaê, pê nikaribûn.
- Deqa wîda danê.
- Dergê xêrê lê vebû.
- Dêrîr’a dihat, k’ulekêr’a dihat. Hebûna wî serda dibarî.
- Dest bide serê poz, wê r’uhê xwe bide.
- Dest jê şûştine.
- Destê min p’elawa bavê teda şewitye?
- Destê wî dargirtye.
- Destê wî ser destar’ane.
- Destê wê k’etibû dilê wê.
- Destkuja wî xweşe.
- Dew didî Haco?
- Dîkê min berjêr bang daye.
- Dil-h’inavê min bûne k’êrê xûnê, hatine xarê.
- Dilê me hevdur’a saxe.
- Dinya cem wî r’oj û de’neke.
- Dinya ser guhê wî mêşe.
- Dinyake boşe, betale.
- Dizgîn destê wîdane.
- Donê h’elandî jî destê mindabe, xebera te bigihîje min, ezê xwe tera bigihînim.
- Dû daê.
- Dûê mala vêsyaye.
- Êl t’emam kiribû qevza xwe.
- Êmê qelinekê şuxulê xwe qedand.
- Em bûne şor’ê teyra.
- Em her’in çerxa dinê bidnê.
- Em k’etîê wêne.
- Em mînanî nokê ser defê ji hev bela bûn.
- Ew berk’etin – r’abûna xwe nak’eve.
- Ew bok’eberane.
- Ew bûye darik-derzî.
- Ew bûye e’dûê min.
- Ew bûye k’izika ser sêlê.
- Ew bûye qara serê min.
- Ew cila xwe cîê şil r’anaxe.
- Ew cîê şil r’ûnanê.
- Ew davêje r’eşê min.
- Ew gelekî p’işika xweda werimî.
- Ew gula govenda bû.
- Ew kewkya ser hevr’a davêjin.
- Ew qula derzîêr’a derbaz dibe.
- Ew mêrê devê mine?
- Ew mer’a gula dir’êje.
- Ew merîkî pozbilinde (ew pozbilindya dike).
- Ew mînanî tivirane.
- Ew nahêle, wekî pozê (guhê) kareke wî jî xûnbe.
- Ew naîne ser p’er’-baskê xwe.
- Ew ne r’yaxwedane.
- Ew p’ûrte vekirin.
- Ew poz li min nake.
- Ew saxê dilê xweye.
- Ew ser darê linga qir’ bû.
- Ew ser h’isa-h’isa k’etye.
- Ew tûtika k’etye.
- Ew usa spîç’olekî bû, wekî te k’êr lêxista, ç’ilka xûnê jê nedihat.
- Ew vêderê cûcika mezin nake.
- Ew xudanê xêrane.
- Ew xwe ba dike.
- Ew xwe nade ber.
- Ewan destê xwe tûrkê wîda kirine.
- Ewan p’irtik ji hev birin.
- Ewî bi gurzekî serê lodê girt.
- Ewî ç’e’vqule.
- Ewî ç’e’vşor’e.
- Ewî dereweke usa kir, wekî p’irtî xuê navda t’unebû.
- Ewî dest tûrê minda kirye.
- Ewî devê xwe min guhast.
- Ewî dilşkestîye.
- Ewî em kirine sosret.
- Ewî ez dame ber fir’na hespê xwe.
- Ewî fenegurîye.
- Ewî gilîê t’am da destê bavê.
- Ewî helem-quleme.
- Ewî k’în k’utaye min.
- Ewî k’omê xwe xwelîêva daye serê xwe.
- Ewî mereza min gîhandye.
- Ewî mînanî mişkê kor t’opkirye.
- Ewî p’êkirye ser min, deynê xwe dixweze.
- Ewî p’irtûka min nerm dîtye.
- Ewî qîza xwe r’onaya ç’e’vê xwera xwey kirye.
- Ewî r’o kire şev, şev kire r’o û çû.
- Ewî r’o nedida sêrî.
- Ewî ser xwer’a avîtye.
- Ewî serjinike.
- Ewî serzikmirîye.
- Ewî tûrqule.
- Ewê xwe kirye şorba nexweşa.
- Ez bûme gur, min malê dinê xwar, lê çî te xwar?
- Ez cila xwe ji avê derdixim.
- Ez çi xwelîê xwekim?
- Ez dixum, wî digivire.
- Ez e’zmana li te diger’yam, tu e’rda r’astî min hatî.
- Ez hêker’ûnê destê xweda çêkim, bidmê, wê bêje, devê min şewitî, destê te neşewitî.
- Ez parîkî biç’ûkim?
- Ez serê wî mêrî ç’e’lkim, ku dijminê wî t’unebin.
- Ez xebera te şekir dibir’im.
- Ezê diranê te ne’tika teda bik’utim.
- Ezê heqê te bême der.
- Ezê usa bikim, wekî tu bêjî dew birê maste.
- Ezê usa li texim, tu ser lingekî bir’eqisî.
- Ezê wê yekê têkim hêk diranê xwexim.
- Ezî neyî p’ir’î-t’exteme.
- E’mrê xwe da hazira.
- E’rebe hatye ber barkirinê.
- Fîke-fîka wîye.
- Filankes çeliqye.
- Filankes zengilê şer’aye.
- Filankesê gurç’ikê gura xwarine.
- Ga pê heskê av dide.
- Gaê r’eşo, k’îdera te dêşo?
- Gewro usa e’rdê dan.
- Gilî tûfilê (tofilê) pîvazêye.
- Gotina min k’erta kêvire.
- Gotina wî kirtîna gizêrêye.
- Guhê xwe tûj kirin.
- Gulla wî xwe e’rdê nedik’et? Ewî teyr jorda tanîne xarê.
- Gur k’îjan ç’yayî mirye?
- Hate ser p’êlekî (nêzîkî mirinê bû).
- Hêç’ê-plêç’ê jî bûne merî.
- Hela ç’irtekê jî zêdeye.
- Hela vî qant’ir’ê r’eş binihêr’e.
- Her diranekî wê te’mek dixwar.
- Hey şûna r’eşva çûy, hey!
- Heylê r’oja r’eş serda hatî.
- Hûreka wî geleke.
- H’eta ez vê r’êr’a derbaz bûm, min hevt kiras qetand.
- H’evt govek bavê wan jî r’abin, nîvê wî dernaên.
- Î, kevirî qulîbe, agir ber diçe?
- Îla e’rda sarda çûy, hey! (Lê e’rda sarda çûyî).
- Îsal jî nangiranî bû.
- Ji xwe mestir xeber dide.
- Jineke berbihêre.
- Kapê xezevê k’etye stûê wî.
- Kesekî xwer’a h’eta sibê r’uh’ h’esab nedikir.
- Kevç’î xûna min çir’ane?
- Kirasê bê p’êsîr stûê xweva daneyne.
- Kula r’eş minda hatye?
- Kur’ devê bavêr’a gihîşt.
- K’er guraye poç’ik maye.
- K’etne dilqê dewrêşa.
- K’ilîta r’eş derê wî k’etye.
- K’otî şindokê mêra.
- K’ulf k’etye zikê wî.
- Lê ez xwe nehatime agirekî?
- Lê p’irtûka te qelyayî.
- Lê r’ûvîê r’eş hatî pêşîê.
- Lêva jorin neçû ser ya jêrin.
- Lê xwelî serê te bûyî.
- Lê yê mirî ezim?
- Lingê xwe guhê xwe nexe.
- Mala xweyê wê gul û nûrbe.
- Mal ser milê wîye.
- Mala te ava, t’ijî bûk û ze’va.
- Mala wan çarsûbazare.
- Mala wana mala ber-mêvanaye.
- Malşewitî, qet ji xebatê t’êr nabe.
- Mêrekî lok’eye.
- Me ben-çarixê xwe hev girêdane.
- Merî ji dîndara wî t’êr nabe.
- Merî ser-ç’e’vê wî dinihêr’e, t’êr dibe.
- Merî xirabîê ç’e’v nade hev.
- Merîê min û te gor’êda çivta li hev dixin, tu jî r’abûy hatî cem min.
- Merîkî destdirêje.
- Merîkî desttenge.
- Merîkî destvekirîye.
- Merîkî dibûrîye.
- Merîkî nan ser çokêye.
- Merîkî navnoye.
- Meymûna min dir’eqise.
- Meymûna min nalîze.
- Mezinê malê weke deh û duda ort’êye.
- Milê wan naê, wekî ez filan îşî bikim.
- Min diranê wî yeko-yeko jimartine.
- Min ew t’î bire ser avê û t’î jî anî.
- Min ew usa kir, k’êlek-k’êlek welger’and.
- Min hêkê h’esinî kirin.
- Min ji e’yarê min dernexe.
- Min serê r’ê û me’nya h’emûşka bir’ye.
- Min şîrê dya xwe cem wê bîrkirye.
- Min şivdar destê xweda xweşkir.
- Min tiştek ser tiştekî nexist.
- Min xwe şeyîkî lêda, bi h’ezara jê xilaz nebûm.
- Min zora r’ûê xwe kir.
- Mineta wî qirşek.
- Mirazê wî ç’e’vada ma.
- Mirazê wî qurç’imî.
- Nanek, gak cem wî yeke.
- Nanê meda xuê t’une.
- Navê çarp’ê ber derê wî t’une.
- Neferê min devzya, lêvzyane.
- Ne minê, ne teê.
- Ne t’awî bû, ne bawî bû.
- Nha dewraneke usa hatye, se xweyîê xwe nas nake.
- Ocaxê wî kor bûye.
- Payîz gûza jimare.
- P’êkolya malê dike.
- P’êy ser zimanê hev dikirin.
- P’erda ber ç’e’vê wî t’une.
- P’erda r’ûê wî qetyaye.
- P’irtîê wîyî mezin guhê wî man.
- P’orê serê min bûne şûjin.
- P’ûrtê wî ser avê xistin.
- Qaqa r’eş hasêkir.
- Qaşa k’embera te şkest?
- Qestîka serr’a xar’and.
- Qudûmê min hema berda şikestin.
- Qur’ebûna p’ifî e’zmana dike.
- Qurbetîê xwe mestir dike.
- Qurf k’ete dilê min.
- Qursaxê wî zore.
- R’eş-p’eş hatine ber ç’e’va.
- R’ê ji r’ya dernaxe.
- R’oja r’eş û h’eş.
- R’ojê ox’irmê giran.
- R’ûê wî spîye.
- R’ûvî t’êre, tirî tirşe.
- Seknandina avê heye, seknandina wî t’une.
- Ser be’lgî gihîştîê.
- Ser poç’a xweda k’et.
- Ser serê wî bûye sayî.
- Ser-ç’e’vê wî hevt kûç’ik balêsin, wê t’êr bixun.
- Serê mala me yek derbe.
- Serê min serê xêrnedya.
- Serê wî k’etye xoxê giran.
- Serî binî dixe, binî serî dixe.
- Serî-kerya hev dik’evin.
- Serî qurbana linga kir.
- Serîke ew ox’ire, ezê her’im.
- Serîke wê ox’irêdane.
- Sola xwer’a bêje.
- Sûrtê wî bûye padoş.
- Şer’ê neşûştî.
- Şêmîka wana jina tê.
- Şîrê dya wî fir’nar’a hat.
- Şîrê zikmakîê ç’e’var’a hat.
- Şûrê wî dibir’e.
- Taê t’enê – r’iha kendêl.
- Te çi xwar, te xweş h’elalbe, te çi anî, me nîvek’arî.
- Tê bêjî ji aş tê.
- Tê bêjî min çêkirye, Qirmo jî ç’emilkirye.
- Tiştek bin zimanê (diranê) wîda heye.
- Tu k’êrî, ez penêrim.
- Tu t’ûy r’ûê wî jî dikî, dibê baran dibare.
- Tu usa r’ê diçî, qey bêjî ser hêkar’a diçî.
- Tu xwe manatekî lêdî, h’ezar manatî jê xilaz nabî.
- Tu zor gizêrê r’adikî?
- Tûrê derewa vekir.
- Tûrkê derewa vekirye (derê tûrkê derewa vekirye).
- Tûtikê mêrê kulê.
- T’extê kur’ekî.
- T’eze ser poç’ikê şîn bûye.
- T’oqê zar’a studane.
- T’u tiştek ser tiştekî nedixist.
- T’ûr’a wî t’ûr’a kundire.
- Usa bike, bira sêla te nan bipêje.
- Vê pirsê ne hilde, ne dayne.
- Vir’e-vir’a wîye.
- Wana ber hevda hestu-h’inav r’êtine.
- Wana xwe sivik kir.
- Wê gelek gilî ber minr’a avîtin.
- Wê her yekî we bavêje qurma diranê xwe.
- Were kevira ji p’êşa xwe bavêje.
- Wey li nezana!
- Wî zimanî nîbûya, wê wara bima.
- Xubara mirinê xwe avîtye lêva.
- Xwe danî dewsa qîza silt’ana.
- Xwe daye selefê syara.
- Xwe ez ne gula sorim?
- Xwe min nan guha nexwarye?
- Xwe sêva sor nînim?
- Xwedê aşê nezana diger’îne.
- Xwedê gewrya qul bê r’isq nahêle.
- Xwedê h’ewla wî dewlê avîtye.
- Xwedê, tu ew Xwedêyî, lê gavê tu ne ew gavî.
- Xwelîê dora wî r’o dikin.
- Xwelîê xwe dikî, xwelîke germ xweke.
- Ya wî lêk’etye.
- Yekî bê dest-p’êye.
- Yê kulek dîsa ezim.
- Zar’ê wî binbêjingin.
- Zar’ê wî t’eze fir’a k’etine.
- Zar’o êmîşê malêne.
- Zeveşa dide bin mile wî.
- Zikê xwe diç’êrîne.
- Zimanqelewî-zimanzêrifî.
- Zinarê te’tê hasêkir.
- Zingîn ji qafê min hat.
Добавить комментарий