rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

ŞIROVEKIRINA ÇEND MESELA

 

 

ŞIROVEKIRINA  ÇEND  MESELA

 

 

“Sim simê k’erêne,

Fêl fêlê P’erêne”

          

                  Bûka malê P’erê diz bûye. Dikin-nakin ç’are pê nabe, ne jî dikarin ser îzbatkin. Kevanya malê r’adibe tiştekî ha dike: ji malê h’etanî kulînê ar dir’eşîne, wekî k’ê here, bê, r’êç’a wan ser ar bê k’ivşê.

                  P’erê gava dibîne, wekî ji malê hetanî kulînê ar r’eşandine, tê derdixe, bona çi ev yek kirine. Lema jî şev diçe t’ewlê, k’erê derdixe, lê syar dibe, diçe kulînê û dizya xwe dike.

         Gava  sibê zû kevanî diçe dibîne, wekî r’êç’a merya t’une, her tenê r’êç’a simê k’erê heye, pêr’a-pêr’a tex’mîn dike, wekî ew yek k’ê kirye. Lema dibêje: “Sim simê k’erêne, fêl fêlê P’erêne”.

 

* * *

 

“R’ojê kolxoz,

Şevê cot par’avoz”

          

                  Ji yekî gundî, ku du jinê wî hebûne, dipirsin:

                  — H’alê te çawane?

                  — H’alê minê çawabe? Gava

                  R’ojê kolxoz,

                  Şevê cot par’avoz.

          

* * *

 

“Ç’ivîka wît-wîtanî,

Te mala xwe xirab kir,

Mala min jî li ser danî”

          

                  Gundîkî dilê xweyî sax’ dibîne, wekî havînê ç’ivîk çawa k’êfa xwer’a derbaz dike, t’u tiştekî nake bona zivistanê e’bûra xwe bike. Gundî jî ç’e’v dide wê û t’u tiştekî nake.

         Zivistan tê. H’alê gundî xirab dibe û ew nikare serê xwe xweyke. Divê ez hela her’im binihêr’im h’alê ç’ivîkê çawane. Diçe dinihêr’e ç’ivîk h’işk bûye. Lema dibêje:

“Ç’ivîka wît-wîtanî,

Te mala xwe xirab kir,

Mala min jî li ser danî”.

         Eva mesela me gelekî klasîkê e’debyeta ermenya Avêtîk Îsahakyan xweş hatye û ewî ser binga wê helbestek bi navê “Gundî û ç’ivîk” nivîsye.

          

* * *

 

“Min şîrê mirtivê xwarye”

 

                  Du ax’aê k’urda hevalê heve nêzîk bûne. Navbera wana gelekî xweş bûye.

                  R’ojekê ax’ak xulamê xwe bona pirsekê dişîne bal ax’aê hevalê xwe. Ax’a wîya gelekî baş qebûl dike, e’zet-qulixê jêr’a dike û wexta ver’êkirinê dibêjê:

                  — Kur’o, lao, her’e weke şîrê xwe gilîke.

                  Xulam vediger’e cem ax’aê xwe. Ax’a jê dipirse gelo hevalê wî xulam çawa qebûl kirye. Xulam dibêje, wekî qe t’u tiştekî p’ak minr’a nekirye, p’akî ez qebûl nekirime, qe p’akî nan-av jî nekirime.

                  Ax’a xeysetê hevalê xwe zane û ser gotina xulam e’cêbmayî dimîne, lê dengê xwe nake.

                  Wexta herdu ax’a r’astî hevdu tên, ax’aê xweyê xulam gazinê xwe dike. Ax’aê hevalê wî e’cêbmayî dimîne, wekî xulam çûye usa gotye. Her t’enê dibêje ax’aê hevalê xwe, wekî wextê ver’êkirinê min jêr’a gotye her’e weke şîrê xwe gilîke.

                  Wexta ax’a vediger’e malê, ji xulêm dipirse:

         — Kur’o, lao, te çir’a r’ast nedigot? Ne ax’aê hevalê min gelekî tu baş qebûl kirî, e’zet-qulixa mezin ter’a kirye û wextê ver’êkirinê ter’a gotye: “Her’e weke şîrê xwe gilîke”.

         Xulam dibêjê:

         — Ax’a, tu r’ast dibêjî, ewî minr’a hurmeta mezin kir. Lê çimkî dawîêda got “her’e weke şîrê xwe gilîke”, min jî şîrê mirtivê xwarye û weke wî şîrî jî gilî kirye.

          

* * *

  

“Beroş û mirin?”

          

                    Mele Nasirdîn diçe mala cînarê xwe û beroşê jê dixweze. Çend r’oja şûnda Mele Nasirdîn beroşê û derdaneke biç’ûk tîne dide cînarê xwe.

         Cînar jê dipirse:

         — Eva derdana hane biç’ûk te çir’a anye?

         Mele Nasirdîn bersivê dide:

         — Beroşa te zaye, eva derdana biç’ûk anye.

         Cînar şa dibe û dengê xwe nake.

         Çendekî şûnda Mele Nasirdîn tê dîsa beroşê dixwaze. Cînar bi şabûn beroşê didê. Çend r’oj derbaz dibin, deng-h’is ji Mele Nasirdîn naê, tê bêjî ne minê, ne teê. Beroşê naîne. Cînar diçe mala Mele Nasirdîn, dive:

         — K’a beroşa min?

         Mele Nasirdîn divê:

         — Beroşa te mirye.

         Cînar divê:

         — Beroş û mirin?

         Mele Nasirdîn divê:

         — Ew çir’a beroş dikare bizê, lê nemre?

         Beroş û mirin?

          

* * *

 

“Çi anye, wê wî jî bibe”

          

                  Gundîkî k’urd gaê xwe dide pêşya xwe û diçe mêvanya k’irîvê xweyî ermenî. Gava digihîje cî, ber derê ermenî gaê xwe dide ber şiva dik’ute. Ermenî ji malê dertê û jê dipirse:

                  — Tu çir’a ga dik’utî?

         Kurd dibêjê:

                  — Min dixwest ter’a hedayîkî mezin banya, lê min kir-nekir ewî neanî. Lema jî didime ber şiva.

                  Ermenî gotê:

         — K’irîvo, gê nek’ute, çi anye, wê wî jî bibe.

          

* * *

 

“Axirî aqûbet h’etanî devê gor’ê”

 

         H’evt kur’ê pîrekê hebûne. Pîrê hert’im dibêje: “Axirî aqûbet h’etanî devê gor’ê”. Kur’ divêjnê:

         — Daê, em h’evt kur’ê te hene, tu çir’a usa dibêjî?

         — Lao, dinyaye, k’î zane wê çi bibe, — pîrê dibêje.

         Pîrê diçe r’ehmetê. Meyt’ê pîrê bi heytehol divin gor’istanê û dixwezin t’eslîmî axêkin.

         Nişkêva cerdbaşîê t’irk davêjne ser wê k’oma şînê, hineka dikujin, hineka birîndar dikin, hinek jî dir’evin. Meyt’ê pîrê ser devê gor’ê bêxweyî dimîne. T’irk meyt’ digrin wêda davêjin, t’eslîmî axê nakin.

         Lema jî dibêjin: “Axirî aqûbet h’etanî devê gor’ê”.

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *