MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — K
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
K
Kalbûn-pîrbûn r’oja r’eşe,
Qîztî-xortî gula geşe.
* * *
Kanî bê av nabe,
Merî bê nav nabe.
* * *
Karik bin sepetada namînin.
* * *
Kela bona mêrane.
* * *
Ker’o,
Mînanî herr’o.
* * *
Kevç’î-kevç’î min top’kir,
Bi k’axika belakir.
* * *
Kevir navêjin sê boy xatirê xweyî.
* * *
Kevir tilol dibe,
Tê r’astê disekine.
* * *
Kevira davêjin Birca Belek,
Lê ne ku kundê kor.
* * *
Kevirê havînê
Bavêje kadînê.
* * *
Kevirê yap’ya yap’ya namîne.
* * *
Kirî – jê xilaz dibe,
Nekirî – dik’eve tomikê.
* * *
Kor çiqas Xwedê dinihêr’e,
Xwedê jî ewqasî kor dinihêr’e.
* * *
— Koro, çi dixwezî?
— Herdu ç’e’va.
* * *
Kûç’ik ç’e’v xweyê xwe dik’evin, dir’ dibin.
* * *
Kûç’ik sergoşt xweyê xwe nas nake.
* * *
Kulavê borêda neê k’utanê, napije.
* * *
Kulê kovanê,
Mijê-dûmanê,
K’êzka r’eş xwe da k’êleka mircanê.
* * *
Kur’ darê bavê hiltîne,
Qîz t’eşya dê.
* * *
Kur’ê du dya
Mîna du r’ya.
* * *
Kurmancî t’êre,
Xew jêr’a xêre.
* * *
Kurmê darê ne ji darêbe,
Zewala darê t’une.
* * *
Kurmê şîrî
H’eta pîrî.
* * *
— K’ê cefa k’işand?
— Yê nan xwar, cix’are nek’işand.
* * *
K’ê ç’e’vê bin axê şerm dike?
* * *
K’ê dinê dot?
-Yê k’ir’î- firot!
Dîsa negihîşt xeta cot.
* * *
K’ê kir,
K’ê xwar.
* * *
— K’ê mirî vegerandin?
— Yê dila pirsî.
* * *
K’elb bin sya e’rebêdane,
Ewî t’irê sya wîye.
* * *
K’en dermanê h’evt derdane.
* * *
K’er anegor der-dorê xwe dizîr’e.
* * *
K’er k’et xwey medet.
* * *
K’er k’ete h’er’îê,
Xweyê k’erê k’erê qewatire.
* * *
K’erê guhsist
Ti..ê şidyayî dikin.
* * *
K’erê min, nemre,
Bahar bê, onceê şînbe.
* * *
K’erê me çû seferê,
Veger’ya mînanî berê.
* * *
K’ero, nemir h’etanî qîfar şîn dibe.
* * *
K’esadî dike fesadî.
* * *
K’esîbûn – k’otîbûne.
* * *
K’eşîş hînî k’adika bûye.
* * *
K’îderê ya xwe dibêjî,
Bîr neke ya min jî bêje.
* * *
K’î dixebite, ew jî dixwe.
* * *
K’î gor’ê hevalê xwer’a dik’ole,
Ew xwexwa dik’evê.
* * *
K’îderê goşte,
P’işîk doste.
* * *
K’îderêda zirave,
Bira hema wirda jî biqete.
* * *
K’inca, ku k’ete ber p’îna,
Serê, ku k’ete ber şîreta, xêr jê naê.
* * *
K’otan çi zane, qayîş çi dike?
* * *
K’umê H’eso dide serê Misto,
K’umê Misto dide serê H’eso.
* * *
K’umê merîê r’astgo qule.
* * *
K’urtanê k’erê ji zêr’be jî,
K’er dîsa k’ere.