MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — M
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
M
Mak çye, sag jî ewe.
* * *
Mal mezela her kesê,
Herkes her’e ser e’melê.
* * *
Mala bê jin avayê bê dîware.
* * *
Mala bê t’ifaq t’imê belaye.
* * *
Mala bûkê def û zur’ne,
Mala ze’vê haj pê t’une.
* * *
Mala wî dengize,
K’î nexwe donx’ize.
* * *
Mala zêr’a xirab dibe,
Mala mêra xirab nabe.
* * *
Malê ax’ê diçe,
Canê xulam dêşe.
* * *
Malxuê me ome,
Xwelî li serê me k’ome.
* * *
Me hevdu nas nekira,
Meê serê bavê hevdu sond bixwara.
* * *
Me’na sergîna
Diçe gundê mexîna.
* * *
Me’r çiqas pûngê dir’eve,
Pûng ber qula wî şîn dibe.
* * *
Me’r (r’ûvî) naçe qulê,
H’ecika jî poç’a xweva girêdide.
* * *
Me’r me’re,
Yê spî, yê r’eş yeke.
* * *
Me’r me’re,
Xewêda merya naxe.
* * *
Me’rî bi mûr’ nîbûya,
Lingê wî zikda nîbûya.
* * *
Me’sîê zêr’în t’imê nak’eve t’or’a merya.
* * *
Mêr bêxweyî dibe – jar dibe,
Jin bêxweyî dibe – har dibe.
* * *
Mêr dîwarê dervane,
Jin dîwarê hundur’e.
* * *
Mêr k’etine kewara,
Jin derk’etine hewara.
* * *
Mêra mêr dikuştin,
Jina h’ûr-r’ûvî dişûştin.
* * *
Mêrê k’otî du cara şêr’ dixweze.
* * *
Mêrê k’otî hundur’ k’otî.
* * *
Mêrê k’otî mirîê jinêye.
* * *
Mêşê dimêje,
Paşê davêje.
* * *
Mêvanê bêh’eyam k’îsî xwe dixwe.
* * *
Mêvanê gazînekirî
R’ûdinê cîê gêzînekirî.
* * *
Merî gerekê h’evsa xwe ji
Sala du bahar,
Pîra nig xirxal,
Kalê bê gopal
bike.
* * *
Merî kuştîbe,
Lê kuştîê mêrê çêbe.
* * *
Merî kûç’kê malêbe,
Biç’ûkê malê nîbe.
* * *
Merî pirsê
Diçe Qudsê.
* * *
Merîê kin çiqas ser e’rdêne,
Ewqas jî bin e’rdêne.
* * *
Merîê kin r’ojê deh cara dibin p’adşa,
Deh cara jî p’adşatîê dik’evin.
* * *
Merîê merd r’isqê wî zêdeye.
* * *
Merîê merya bibin kevir,
Çoka merya jî k’evin, naêşînin.
* * *
Merîê xirab bela xwe ber p’îê xwe dibîne.
* * *
Merîê xirav dûrva k’ivşe.
* * *
Merîê xwendî nanê xwendina xwe dixwe.
* * *
Meriv bi sebrê h’ewlê çêdike.
* * *
Meriv box’ê r’ojekêbe,
Ne ç’êleka sed sala.
* * *
Meriv e’mrê dirêj digihîje miraza.
* * *
Meriv merya bi k’inca nas nake.
* * *
Mîa xwe da bizinekê,
Bizina xwe da sosinekê,
Dosta xwe da kevnejinekê.
* * *
Min deve nedîtine,
Lê xwe min buşkulê deva dîtine?
* * *
Min serê xwe kirye curmekî vala.
* * *
Min şîrê mirtivê xwarye.
* * *
Mineta dijmin – qirşek.
* * *
Mirin e’mrê Xwedêye,
Şayî r’ewşa dinêye.
* * *
Mirîê dînê xweye.
* * *
Mirîo, tu çiqas mirîyî,
Xwe ser çarbestê nagrî?
* * *
Mirîşk çiqa k’ok dibe,
T’abûta wê teng dibe.
* * *
Mirîşk nukulê xwe avêda dike,
Berê xwe Xwedêda dike.
* * *
Mirîşk r’abû ser p’ya,
Dîna xwe da hurmya.
* * *
Mirîşka mine
Ber derê xelqê hêka dike.
* * *
Mirîşka r’eşe
Herr’o nexweşe.
* * *
Mirîşkê hêk kir,
Xwer’a heval çêkir.
* * *
Mirîşkê ç’e’v da qazê,
K’et, hêka xwe şikênand.
* * *
Mirovê sebrê –
Melîk’ê Misrê.
* * *
Mişkê ter’azinê,
Berxê ber bizinê,
Mêrê xebera jinê –
H’emû h’ewalê mirinê.
* * *
Mizgînî dane k’erê,
Gotin: ter’a ce’şikek bûye,
Go: ê, p’alanê min pişta mine.
* * *
Morya qul namîne li e’t’ara.
* * *
Mûkî dikin hûkî.