rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

BÎR NEKIR

 

 

BÎR  NEKIR

 

 

          Şevereş bû. Teze barana payîzêye hûr vekiribû. Nho carekê, duda ji mal derket, dîna xwe da ewr-ezmana, vegerya malê. Tê bêjî hîvya tiştekî bû, tabetî nediketê. “Çi şeveke xweşe”, — demekê fikirî û lez ji malê derket, qesta mala Kelo kir.

          Xêleke kurt ji şevê derbaz bûbû. Paşî barana hûr gundda her tişt seqirî bû. Qe ewtînya kelba jî nedihat. Qerewilê gund mehela jêrin bûn. Wî çaxî dizî û qaçaxî gelek dibû. Lema jî gundya şevê du merî qerewil kivş dikirin, wekî miqatî gund bin, nehêlin cerd ser wanda bigre, dizî bê kirinê. Çawa terî dikete erdê, ew herdu qerewil nava gund digeryan, dikirne fîtîn, eşaretî didan, derdiketin perê gund. Hetanî sibê safî dibû, wan herdu qerewila miqatya gund dikirin.

          Nho dûr neçû, xwe mala Kelora gîhand, hilkişya ser tam, kuleka kox qelaşt, kete hundur. Koxda terî bû. Nho destê xwe pelikand, eyarê rûn dît, hilda, xwest dêrî veke, derkeve, gava Kelo gihîştê, herdu destê xwe kirine qirikê û guvaşt. Vix’e-vix’ Nho ket, destê wî sist bûn, bû terpîna eyêr ji ser piştê ket. Ser vê qerebalixê Eloê kurê Kelo hişyar bû, banzda sivderê. Dîna xwe daê: yek ser zik ketye, bavê destê xwe kirye qirikê dixeniqîne. Elo demekê texmîn nekir, wekî çi bûye, çi qewimye.

          — Elo, lao, ç’irê vêxe, — Kelo kurra got.

          Elo ç’ira peltikêda vêxist û ecêba reşe giran ber ç’evê xwe dît. Nhoê cînarê wan destê Keloda bûye hêsîr, eyarê rûn jî wê ketye. Elo her tişt fem kir.

          — Kuro, Xwedê ji te stendye, — Kelo gotê, — te vê şevê qesta mala min kirye. Min çi xiravî te kirye, wekî dixwezî vê payîzê risqê zarê min biqelînî? Nha ez ku te postkim, xwe negunekarim.

          Ç’evê Nho sêrî fire bûbûn, te digo eve wê ji cîê xwe derên. Kelo hela xeneqa wî berneda bû, lê mînanî berê qayîm nediguvaşt. Nho zar-ziman ketibû, xeberdan pê nedibû.

          — Hergê tiştek dilê teda hebû, tu mînanî mêra bihatayî pêşya min, dewa xwe bikira, — Kelo îdî qirka wî berda bû, serra sekinî bû û hey jî pê linga diniç’andê. Lê Nho hela erdê velezya bû, her tenê ji ser zik vegerya bû ser piştê û ç’evê Kelo dinihêrî. – De, xeberde, çira mînanî mirya devê te ketye hev! Mînanî kelbê ç’ilek têy dikevî kulînê, dixwezî tiştekî birevînî. Te tirê wî cûreyî tu mêranîê dikî? Belengaz, mêranî ew nîne. Çepelî ne pêşê mêrê camêre. Hergê rastîê tiştek dilê teda heye, mêr-mêranî bêje.

          Lê Nho xwe ker kiribû, serê xwe kiribû ber xwe û dilerizî. Elo xwe xweş kir, wekî yekê bidê, lê bavê nehîşt.

          — Lao, merî ketya naxe. Ew ne mêranîye, — Kelo gote Elo, dest avîte milê Nho rakir.

          — Rave, rave, çi mînanî pişîka erdê velezyayî?

          — Ez bextê te, kurê tedame, guneme, min nekuje, — Nho kûz bû, xwe avîte ser dest-pîê Kelo.

          Kelo defek daê, wêda da, xwexwa jî hevekî jê dûrket.

          Ser vê xeberdana wan neferê malê hişyar bûn, revîne sivderê û dora wan girtin. Kelo wan hilat:

          — Herne xênî, hatine vêderê çi?

          — Ê, heyfa min nîne, wekî te bikujim, destê xwe xûna teye heramdakim, — gava neferê malê çûne xênî, Kelo vegerya ser Nho, bi hêrs gotê. – Xûna te bidin kûç’ika, kuç’ik jî naxun. Ew xûna teye heram min kême, wekî bê bikeve ber derê min? Ez gerekê etabeke giran bînim serê te, wekî hetanî xweşbî, bîra te neçe, — vegerya ser kur û gotê:

          — Elo, lao, ca wê çeqûya min bîne.

          Elo çû hundurê xanî.

          Gava Nho navê çeqûê bihîst, reng lap lê çû, spîç’olkî bû, dîsa xwe avîte ser dest-pîê Kelo.

          — Ez bextê teme, wê yekê neke.

          — Ê, bextê te heye, wekî xwe davêjî ber bextê min? Bextê te ku hebûya, tu cara nediçûyî dizya cînarê xwe. Heqê teye, gere ez te durufkim, wekî zanivî dinêda çi heye. Kuro, lao, mezinê te qe tera negotine, wekî borcê cînartîê borcekî girane, cînar gotî xilêletya cînêr neke, hebûna cînêr mînanî ronaya ç’evê xwe xweyke. Eva çendik-çend sale em cînarê hevin. Qe carekê te dîtye, wekî ez yanê neferê mala min xilêletya mala te bikin? Lê te çira dixwest xiravya mala min bikira? Te xiravî minra dixwest? Nha ew xiravî hatye pêşya te. Gotî ez ecêbeke giran bînim serê te û tobe bikî, virhada qeleta usa nekî.

          — Ez tobe dikim, her hevt govek bavê xweva qeletê dikim, virhada tu wexta bi fikra xirabîê qesta mala cînara nekim, — Nho bi kelogirî got. Ewî tirê Kelo wî dide sondê, wekî virhada tiştê usa neke.

          — Rinde, wekî tobe dikî, terka çepelîê dikî. Lê bona ew gilîê te hertim bîra teda bin, ez gotî te durufkim, guhekî te jêkim, wekî kuda herî, bêy kivşê, merî zanivin tu çepelekî çawanî, haj xwe hevin, hevsa xwe ji te bikin.

          Lalome devê Nho ket, beredayî-beredayî xeberda, ji gotina wî tu tiştek nedihate femkirinê.

          — Çi qire-vira teye, çi divêjî, — Kelo serda hêrs bû. – Tê xwe kerkî, yanê na ezê vê sehetê qemekê bavêjme stûê te, mînanî kelba te geverkim.

          Nho xwe ker kir. Qudûmê wî tunebû ser linga bisekinya, cîda mînanî mirîşka melisî.

          Elo derengî diket.

          — Elo, lao, te kire çi? Ne ez hîvya teme! – bavê lê kire gazî.

          — Ez digerim-nagerim, navînim, bavo, — Elo ji xênî caba wî da.

          — Qayîşa minvane, qayîş jî ber serê mine.

          Hetanî Elo kêrê digerya, neferê malê hey carna derî neyseyî vedikirin, Kelo û Nho dinihêrîn. Wextê Kelo ç’ev wan diket, ser wanda diqarya, nefera pêra-pêra derî digirtin, paşda diçûn.

          — Bavo, çeqû ne wire, — xêlekê şûnda Elo dîsa ji xênî gota bavê.

          Nho serê xwe hilbirî, Kelo nihêrî. Spîç’olkî bûbû, çawa dibêjin, ruhê wî hatibû serê poz sekinî bû. Dîsa destê xwe avîte lingê Kelo, xwest paçke. Lê Kelo pihînek daê û ew ser piştê ket. Kelo destê xwe avîte rakir.

          — Rave, rave, mêr gotî dema ox’irmê giranda jî alçax neve.

          Nho rabû ser xwe rûnişt. Peşmûrde bûbû, nizanibû çi bike.

          — Elo, lao, hela bin stêr binihêre, dive min danîve wir. Zû bike, hela hêrsa min danenye, ez guhê evî kelbî jêkim, wekî ya dîtî heta-hetayê bîr neke.

          Nho xwe qinciland ser hev, zûr bû, derê xênî nihêrî. Tê bêjî gazî Xwedê dikir, wekî Elo kêrê nevîne yanê jî dereng ji wêderê derê. Lê bextê wîyî reşra hema wê deqê Elo ji hundurê xênî derket, kêr jî dêstda. Neferê malê jî dabûne pey. Gava Kelo ç’ev nefera ket, hêrs ket û kire qarîn:

          — Ne min wera got neêne vira! – Kelo ha got û xwe dirêjî wan kir. Gişk revîn ketine xênî, derî ser xwe girtin. Kelo îdî pêşda neçû, ji ber dêrî paşda zivirî.

          Elo kêr da bavê. Kelo kêr hilda, devê wê vekir, nerm kêfa destê xwe xist, cêriband, çika rind tûje yanê na.

          — Kelbo, — ewî gote Nhora, — ezê nha guhê te jêkim, bavêjim ber te, gotî bixwî. Te ku nexwar, ezê serê te bifirînim.

          — Kelo, ez qurbana te, jin, zarê teme, tê wê ecêvê mekî, — diz bi lavaya hatê, dîsa xwe dirêjî lingê Kelo kir. Kelo lingê xwe revand.

          — Kuro, lao, — Kelo gotê, — bira heve mêranî tera hebe, çira zirav te qetyaye, te şelê xwe tijî kirye? Te nizanibû, wexta xwe tiştê ha nepak digrî, tê rojekê ese bikevî dereceke teng? Kê xwe xiravîê digre, xiravîê jî diçe.

          — Min ku zanibûya… — kela girî îdî dabû qirka Nho, ancax xeberdan pê dibû, — min ku zanibûya, hevt govek bavê xweva qelet dikir, qe qesta mala te dikir? Bidî xatirê Xwedê, wê yekê meke, ez guneme.

          — Lê jin, zarê min ne gunene, wekî wê zivistanê bê haslet bimana, — Kelo bi hêrs gotê. – Hema bona xatirê jin, zarê te jî mabe ez gotî eybeke usa te bikim, wekî tu kuda herî, kivşbî û dest ji çepelya usa bikişînî. Nho, tu gotî hevt cara gazî Xwedêkî, wekî ketî destê min. Yanê na, yekî din tu bigirtyayî, xilazbûna te tunebû, wê ese serê te hilfiranda. Gotî mala te hevt nanê germ derxe, belake, wekî ji destê min sax’ dertêyî. Lê durufê mala me gotî li te heve. Çawa em pezê xwe, dewarê xwe duruf dikin, wekî unda nebin, usa jî gerekê te durufkin, esêvankî dewareke mala me jî tuyî. Dewar dîsa kêr tê, lê tu qe kêrî tiştekî naêyî.

          Wexta Kelo navê dêwêr hilda, tê bêjî bona Nho ç’irûsîk vêket, serê xwe hilbirî, Kelo nihêrî, bi lavakirin gotê:

          — Çi dixwezî ez bidme te, her tenê wê eybê neyne rûê min. Dixwezî ez wî cot gaê xwe bidim te? Her tenê, ez bextê teme, min nava gund, êl-eşîrêda meke sosret. Wekî tu usa bikî, mirin ji halê min çêtire. Îdî emrê min kêrî çi tê… — bû îske-îska wî, girya.

          — Kelbo, te tirê ez mînanî te mirîê mal-halê dinyalikême, erê? Navê min bona min dinyakê hêjaye. Çira ez ex’intîê bavê teme, wekî ravim gaê te bînim, gunê jin, zarê te têkme stûê xwe? Tu nha ketî çema min, ez gotî te daxkim, wekî sive-dusve neçî nava mêra, camêra rûnenêyî, payê xwe nedî, destê xwe ji çepelîê bikşînî. Elo, lao, — vegerya ser kur, — me gelekî rû da vî kelbî xeverde. Were, alî bavê xwe bike, em wî durufkin.

          Elo ji cîê xwe nelipitî. Dihate kivşê, gunê wî Nho dihat. Diz bi ç’evekî usa Elo dinihêrî, te tirê dibêje: “Ez bextê teme, mirina min, mayîna min destê teye. Bidî xatirê Xwedê, bavê xwe bide qandirmîşkirinê, bira wê yekê meke”.

          — Elo, lao, ne ez terame, — bavê gotina xwe ducar kir. Lê Elo dîsa cîê xweda sekinî bû. Dixwest tiştek bavêra bigota, lê dihate kivşê turuş nedikir.

          Nho tê derxist, wekî fikra Eloda tiştekî xirab tune. Ne tenê tiştê xirab tune, lê ew naxweze kirina bavêra qayîlbe. Lema jî Nho gumana xwe hîmlî danî ser Elo: her tenê ewê karibe ewî ji wê dereca teng derxe. Berê xwe Eloda kir, bi lavaya hatê:

          — Elo, ez qurbana teme, ne em cînarê hevin, sivê hetanî êvarê ç’evê me ç’evê hev dikeve. Qe na bidin xatirê wê cînartîê. Ez bêjim, qeletek bû, min kir, lê wera çi, wekî ravin min eblûkin? Ne axir ez jî merîme, ezê bi wê eybê çawa derkevim nava cimetê? Bidin xatirê Xwedê, min kirye, hûn nekin!

          — Lê kirina te kirina cînartîêye? – Kelo gotê. Dihate kivşê, halê diz hukumî ser wî jî kiribû, hevekî nerm bûbû, mînanî berê ewqasî sert nîbû. – Ez çi bêjim, tu qurbana navê cînartîêbî.

          Kelo xwe kerkir. Nho hela usa cîê xweda kund vedabû, serê wî berda. Ewî texmîn dikir, wekî dema ha kerbûn lazime, xeberdan dest nade. Vî halîda te hew nihêrî nava xeberdana xweda tiştekî usa got, wekî şuxulê xwe lap xirab kir.

          — Bavo, bira qurbana navê cînartîêbe, — Elo bi dengekî lerizok gote bavê. Hetanî wî çaxî ew tu cara gura bavê derneketibû, bavê çi gotibûyê, mînanî mû ber sekinîbû û gotina bavê diqedand. Lê vê carê, wexta Nhoê cînarê xwe vî halîda dît, fem kir, wekî bav çi dixweze bîne sêrî, dil-dînê wî ber hev neda, bêy hemdê xwe kete ortê.

          — Heyfa navê cînartîê nîne, wekî tînî ser vî heramî, — Kelo îdî bê hêrs gote kur. – Wekî ewî qedrê cînartîê, merivayê zanibûya, vê şevê ji mala xwe dernediket, qesta dizîê nedikir. Kuro, lê mêrê rû-rema jî rave, xwe çepelîê bigre, here dizya cînarê xwe?

          — Tişt nake, bavo, ez qurba, merîye, diqewime, — Elo gote bavê. Îdî tirs, şermkirina xêlekê pêşda nava xeberdana wîda tunebû. – Divên, melle jî ser Quranê şaş dibe. Bidî xatirê Xwedê, were vê carê bibaxşînê, xûna wî neyne ber derê me. Bira biceme, here, hergê merîbe, wê zanive eva yeka jêra mirinê xiravtire. Wê terka wî xeysetê xwe bide. Xêr ku na, hesav yeke, tu bikujî jî, wê dest ji xiravîê nekşîne, wê ser bela xwe vebe. Emê jî nekevne nava dev-dirana, nekevin bin gunê xûna wî.

          — Bira kûç’ik nekevin bin gunê xûna wî. Xûna wî xûna herame. Şîrê wî jî herame. Ewî ku şîrê merya xwarivya, wê ji eslê xwe, cisnê xwe şerm bikra, qeletya ha nekira.

          Elo xwe ker kir, texmîn kir, wekî bavê jî îdî fikra xwe guhastye, naxweze etabeke giran bîne sêrî. Lê pêra jî naxweze carekêra nermbe, dixweze derseke rind bide vî nemerdê kurê nemerda. Dilê Elo hevekî şa bû, wekî bavê guh daye gilîê wî, gura wî kirye. Raste, ewî hela gilîê xweyî kutasîê negotye, lê îdî, tê kivşê, dest ji qirara xweye berê kişandye. Nha her tenê lazime nehêle, wekî bav careke mayîn fikra xwe biguhêze.

          — Ev te çi anî sêrî, ew jî jêra bese, — Elo gote bavê. – Wê mînanî hêsîra ber te bûye pepûk, digrî. Hetanî ew xweşve, gotî vê şevê bîr neke. Bavo, ez qurba, were vê şevê mala meda xûna evî heramî merêje, qetlê meke. Ewî îdî kuştîye neç’elkirîye. Bira biceme, here, xûna xwe dûrî mexe.

          Kelo dengê xwe nekir, caba gotina kur neda, zûr bû eyêr nihêrî.

          — Lê merî jî bona eyarê rûn bikeve vê derecê? – ewî ber xweda got. – Tû eslê te û cisnê te! Tu ne merivî. Eloê min rast divêje: heyfa destê min nîne bikeve nava xûna teye heram. Rave, biceme, here. Hela ser hemd-hişê xweyî.

          Nho ji cî neleqya. Yan ewî bawer nedikir, wekî usa hêsa, bê cezakirin ji destê Kelo xilaz dibe, yanê jî tiştekî mayîn fikra wîda heye.

          Bona kirina bavê Elo dilê xweda gelekî şa bû. Raste, Eloyî hêrs bû (temamya rikneta wan xweyê wî xeysetî bû), lê gelekî rem bû. Çawa digotin, xofa Xwedê dilê wîda hebû. Ew jî ser vê kirina diz ecêbmayî mabû. “Eva çira ranave, naçe? Xwedê jê stendye, çye? Te hew nihêrî bavê min fikra xwe guhast, tiştekî usa kir, wekî om-om bê gilîkirinê”, — Elo dilê xweda fikirî.

          — Rave, rave, here mala xwe, — Elo bi hemdî xwe, bi cûrê şîretkirinê gotê.

          Lê Nho dîsa ji cîê xwe ranebû. Ç’ila bûbû, sekinî bû, hey ç’evê Kelo dinihêrî, hey ç’evê Elo.

          — Xwedê hevînî, ew tu çira ranavî, nacemî, naçî? – Kelo bi hêrs gotê. – Nevî ç’evê te eyarê rûne? Dive, dixwezî eyêr bidme pişta te bivî herî mala xwe?

          Gava Kelo navê eyêr da, reng li Nho çû. Îdî ç’evê wan nenihêrî, serê xwe berjêrkir. Bav û kur ç’evê hev nihêrîn. Wana tu tiştek ji vê kirina diz fem nedikirin.

          — Hîvîkirin, recakirineke mine mezin ji we heye, — Nho serê xwe hilnebirî, ber xweda gote wana. – Yan lêdin, mala xweda min bikujin, yanê jî evî gilî hilnedin, daneynin. Min nava gund, der-cînarada rûreş mekin.

          — Hela tu min vî murx’ozî dinihêrî? – Kelo bi hêrs got. – Him hatye dizya mala min, him min mala xweda girtye, destê xwe nedaê, him jî gotî destê wîda sond bixum, wekî derheqa vê çepelya wîda tiştekî nevêjim. Kuro, lao, nevî dixwezî destê teda sondê jî bixum?

          Nho dengê xwe nekir.

          — Ba-bao, ya min û vî bû qisa kur, bavê û diz. Kur go: bavo, min diz girtye. Bavê gotê: lao, bîne were. Kur go: bavo, naê. Bavê go: berde, were. Kur go: bavo, min ew berdaye, nha ew min bernade. Nha ya min û teye. Em te berdidin, tu me bernadî?

          Nho serê xwe hilbirî, ç’evê Kelo nihêrî, gotê:

          — Hetanî sozekî tam nedî destê min, ez ji qapîê te dernaêm. Dixwezî vê sehetê jî lêde, serê min bifirîne. Dha rinde merî kuştîê mêrê çêbe, ne ku bona eyarê rûn nava êl-eşîrada bive sosret.

          — Lê wekî te zanibû bona eyarê rûn tê bivî sosret, te çira qeleta usa kir? – Kelo bi înk jê pirsî. – Tê bêjî, min hîvî kiribû, wekî bêy dizya mala min bikî.

          — Lê Xwedê çawa merya distîne? – diz îdî bi hemdî xwe gotê. – Ez zanim tu ne ew mêrî, wekî soz bidî, paşê nevî xweyê sozê xwe. Nha ez ketime ber bexşa te: yan minxe, mala xweda min bikuje, yanê jî sozekî bide, wekî ev gilî wê derneê, tu qûl-bende wê pê nehesin.

          — Kuro, lao, çira ez deyndarê bavê teme, wekî ravim soz-qirara usa bidme te? – Kelo jê pirsî.

          — Tu ne deyndarî, ezim deyndarê merivayê û nha mala teda xwe davêjme ser dest-pîê te: gidîo, min sitarke, eyba min dernexe, min kirye, tu meke.

          — Bavo, em bêjin, eva gilya derket, der-cînar pê hesyan, wê çi bê guhastinê? – Elo ji bavê pirsî.

          — Lao, ez jî zanim, tişt naê guhastinê, — ewî caba kur da. – Lê ez ser bênamûsya wî ecêbmayî dimînim. Qeletek kirye, nha jî divêje soz-qirara bidne min, wekî hûnê wê qeleta min veşêrin.

          — De, bira serê wî bixwe, — Elo gotê. – Wekî ewqas alçax bûye, were, bavo, boy navê Xwedê em jî sitarkin.

          — Lao, sitarkirinê em dikarin sitarkin, lê divên, dizî, qavî sya bişkulêye, zû-dereng wê derê.

          — Ê, bira ew gilî ji me derneê, cemin, gor bavê wî.

          — Lao, sozê mêra serê mêra yeke. Wexta merya soz da, hizkî serê merya jî here, merî gotî bive xweyê sozê xwe. Ne usane?

          — Usane, bavo.

          — Ê, min ku soz daê, gotî bivim xweyê sozê xwe. Lê şikir jin-zarê min hene. Gişk haj kirina wî hene, ez zef zanim ji wana kîjanê devbelayê bike, vê surê dîharke. Sur ku dîhar bû, wekî usane ez sozê xwe diterivînim. Lê ew yek şanê min nakeve.

          — Ew pirseke hêsaye, bavo. Tu soz bide, emê paşê temîê bidne neferê malê, wekî wî gilî ne hildin, ne jî daynin.

          — De, wekî tu divêjî, kurê min, bira here, qurbana teve, ev gilî wê orta meda bimîne. – Kelo ha gote kur, paşê vegerya ser Nho. – De, rave, belkî tu ser bela xwe vebî. Em bêjin, tê ese ser bela xwe vebî, çimkî Xwedê hewla te ji dewlê avîtye.

          Nho dîsa xwe dirêjî lingê Kelo kir, xwest xwe bavêje ser dest-pîê wî, lê Kelo lingê xwe revand û nexwest merî ber ç’evê wî ewqasî nuxsanbe.

          — Rave, rave, biceme ji mala min derkeve, — Kelo hevekî paşda çû û gotê. – Zanivî, xênji me tu qûl-bende wê haj vê yekê wê tuneve. Rave, arxayîn here mala xwe. Usa hesavke, wekî tiştekî ha ne bûye, ne jî qewimye. Xeverdana zêde jî nelazime. Devê xwey genî badilhewa veneke û bi wî devê xwey heram navê Xwedê mede û duea meke. Qelpê te netemize, hesav yeke dueaê teê qebûl nevin. Ne jî dueaê merîê mînanî te me lazimin. Rave, kere-ker darêke, here, hesêvankî kelbek kete kulîna me, me tibistkirê, berî daê, ji kulîne derxist.

          Nho rabû şipya. Ewî hey Kelo, hey Elo dinihêrî. Xwest tiştekî bêje, lê zar-zimanê wî negerya. Mînanî merivê dêrîbûyî cîê xweda sekinî, paşê serê xwe kire ber xwe, ji mala Kelo derket, berbi mala xwe çû.

          Çawa diz derket, çû, Kelo û Elo çûne hundurê xênî. Neferê malê ranezabûn. Kelo çû ser cîê xwe rûnişt, kîsikê xwe derxist, cix’areke qalim pêç’a. Gişk hîvya xeberdana wî bûn. Tu kesekî dengê xwe nedikir. Gava Kelo pê kevir-hesta cix’ara xwe vêxist, qulapek-dudu danê, hilda ha gote neferê malê:

          — Îşev çi bû, derbaz bû, çû. Ewî kelbî xwest mirdarya xwe bike. Lê hate girtinê. Nha çi bûye, bûye. Min destê xwe nedaê, hela soz daê, wekî eva gilya wê orta meda bimîne, ji mala me derneê û kesekê pê nehese. Nha ez wera divêjim: eva gilya gotî ji devê we derneê. Hema gundda yek pê hesya, wekî usane, gilî ji mala me derketye. Wî çaxî gazina ji xwe bikin, min nekin. Ez ku pê hesyam, wekî yekî ji we devbelayî kirye, ew îdî ji destê min xilaz nave. We bihîst? Min soz daêda, ha!

          Tu kesî dengê xwe nekir, dha rast caba pirsa wî neda. Çimkî bêy wê yekê jî eyan bû, wekî bihîstine. Û ya duda: gişk haj xeysetê Kelo hebûn. Zanibûn ew xweyê gilîê xweye, çawa gotye, wê usa jî bike. Û neferê malê her yekê dilê xweda qirar kir, wekî sura wê şevê tu cara ber tu kesî dîhar neke.

          Wexta sibe ser hevtê du miletîda safî bû, ser mala Keloda jî safî bû. Kelo ji malê derket, hilkişya ser banê avayê xwe, ç’evê wî kuleka koxê vejendî ket. Bû niç’e-niç’a wî, ber xweda tiştek got û destpê kir kulek çêkir, teng kir. Wexta şuxulê xwe kuta kir, ser xênmên peya bû. Dît Nho wê nava bostanê kartolê xweda digere. Çû berra derbaz bû, xwest pêşda here, lê bêhemdî xwe demekê cîda sekinî, wî nihêrî, paşê paşda zivirî, çû bal. Nho kerdya kartolada kûz bûbû, kola dinihêrî.

          — Tu ne yê sivexêrêyî, — Kelo gotê, — merî gerekê silavê nede te. Lê çi bikim, silav silava Xwedêye. Wê Xwedê jî xweş neê, wekî vê sivê rastî te bêm û silavê nedime te. Ez boy navê Xwedê silavê didime te. Ya na silava te jî herame.

          — Wey tu ser serê min, ser ç’evê minra hatî, — Nho şîrin-şîrin gote Kelo, tê bêjî şevê dinê orta wanda qe tiştek neqewimye, — Keremke, apê Kelo, pêşda were. Were, ez tera çend kol kartola derxim, bive bira xatya min tera bikelîne.

          — Xwedê risqê terabe, — Kelo bi kulzikî gotê. – Xwe ez ne êx’intîme kartola têkme pêşa xwe, bibim. Lê minra şerm nîne?

          — Haşa ji te, apê Kelo, çira usa xwera divêjî? Gilîk bû, dilê minra derbaz bû. Çira dilê xwe dikî? Min dixwest vê sivê tera hurmetekê bikim.

          Nho ewqasî xwe şaş kiribû, peşmûrde bûbû, wekî nizanibû çi dibêje, çi nabêje.

          — Çira merî pê kartola hurmetê dike? – Kelo bi eks jê pirsî. – Em bêjin, merîfeta te jî ancax ewqasbe, — pişta xwe daê, jê dûrket.

          Nho cîê xweda sûcilî bû, sekinî. Rastîê fikra wîda tunebû tiştekî usa bêje, wekî dilê Kelo bimîne. “Kambaxa kambax, çi bê serê min, rûê vî zimanê mindane û heqê mine”, — ewî ber xweda got, kerba kole kartol rakir. Kartolê gir bin xwelîêda man, lê yê hûr koka tûmva girtî derketine ber tevê. Ewî xwexwa jî nizanibû, wekî çira kola kartola rakir, her wextekê dît wê bistîê tûmê kartola destê wîdane. Qerefîska rûnişt, kartolê hûr ji kokê qetandin û destpê kir bi desta kol kola, kartolê gir derxistin, kerdîêda topî ser hev kir. Êpêce kartol ji wê kolê derxist. Paşê kol tijî xwelî kir, kartolê derxistî kire pêşa xwe û hêdî-hêdî, bi gavêd sist berbi malê çû.

          Wan çend roja Nho kêm ji malê derdiket, tê bêjî şerma nikaribû ç’evê merya binihêre, here nava wan. Guhê wî ser gilya bû, dixwest zanibe gundî kirina wî hesyane yanê na. Dildimîneke mezin ber dilê wîda hebû. Ewî xeysetê Kelo rind zanibû: wexta ewî soz daye, serê wî jêkin jî gilî ji devê wî dernaê. Şika wî her tenê ser neferê mala Kelo hebû. “Jinin, te hew nihêrî ber devê xwe nedan, gilî ji devê wan derket. Yek jî xirav ewe, wekî zara jî, kambax, ez dîtim. Zaro nişkêva ji bêfemya xwe dikarin bêjin”, — ew dilê xweda difikirî. Lê gumana wî gelekî ser gotina Kelo hebû. Bawer bû, wekî Kelo nha temî daye neferê mala xwe, wekî wî gilî hilneynin, daneynin. Lê hedê kê hebû gura Kelo nekira? Lê dîsa bivê-nevê, dil-dînê wî ber hev nedida û ew timê derheqa kirina xweye wê şevêda difikirî. “Bira lingê min çikestî bûya, wê şevê min qesta mala Kelo nekira”, — ewî wa nifirî xwe dikir, qe pakî neferê malêra jî xeber nedida. Derheqa kirina xweye wê şevêda ewî neferê malê pê nedabûn hesandinê. Kesek haj vê kirina wî tunebû, hilbet, xênji mala Kelo. Lê ewî tirê gişk haj pê hene, qestîka ber wî derheqa wê yekêda xeber nadin, lê piş wîva ese xeyba wî dikin. Gele cara ewî qestîka guh dida ser xeberdana neferê mala xwe û dixwest tê derxe, ewana haj pê hene yanê na. Çiqasî jî ewî dicedand pê zanibe, lê tu tiştekî nedihesya, çimkî rastîê neferê malê kesekî derheqa wê yekêda nizanibû.

          Kelo didît, wekî çawa Nho berxwedikeve, şerm dike ji mala xwe derê, here nava cimetê. Didît û şadibû. “Wexta ew ha berxwedikeve, şerm dime, dêmek tiştek fem kirye, — Kelo difikirî. — Dive eva jî jêra bive derseke rind, wekî terka xiravîê bide”. Û Kelo difikirî, wekî rast kirye wê şevê destê xwe nedaê, navê dizya wî dernexistye.

          Dûrva timê dîna Kelo wî bû, didît, wekî guhastineke mezin ketye nava xeysetê wî, zef kêm diçe nava cimetê, sibê hetanî êvarê şuxul-emelê mala xweva mijûle, miqatîê bostanê xwe dike, tivdarekê zivistanê dibîne.

          Elo jî eva yeka texmîn kiribû û şadibû. Rojekê jî derheqa vê yekêda bavêra xeberda.

          — Bavo, wê şevê te çiqas rast kir, wekî şaşya wî baxşandê. Divînî, nha çawa hatye guhastinê? Tê kivşê kirina te jêra bûye derseke baş.

          — Lê çawa, lao. Ew jî merîye, nha xwera rokirye, pîvaye, ser kirina xweda fikirye. Dive, îdî şaşya xwe fem kirye. Wexta şaşya xwe fem bike, îdî tu cara qeleta usa nake.

          Çend roj derbaz bûn. Tu deng û his tunebûn. Çend meh derbaz bûn, yekî derheqa wê yekêda gilîk neanî ortê. Nho lap hatibû guhastinê, tê bêjî ew çûbû, yekî mayîn hatibû dewsê. Dersa Kelo badilhewa derbaz nebûbû.

          Û bere-bere Kelo û Elo derheqa wê yekêda bîr kirin. Lê Nho bîr nekiribû. Û wexta dikete bîrê, şerm dikir. Ji wê rojêda Nho tu cara bi meremê dizîê ji mala xwe derneket û qesta mala nekir.
 

 

NEHEQÎ ERDÊ NEMA

 

 

NEHEQÎ ERDÊ NEMA

 

 

          Ew wext-wedekî usa bû, gava dizî bêhesab dibû. Em bêjin xelayî-celayî nîbû. Pirî-hindikî ebûrê xwe dikirin. Lê dizî hê zêde dibû. Kome diz gihîştibûne hev û bela xelqê didanê. Ne dîwan hebû, ne jî zagûn. Kê xwera çawa dixwest, usa jî dikir. Ne tirs hebû, ne jî xof. Merî bûbûne agir hev ketibûn. Ne ku tenê gundda dizya hev dikirin, lê usa jî diçûne dizya gundê dûr û nêzîk. Koma diza ya xwe dikirne yek û malek raç’ev dikirin, hetanî bela wê malê nedanaê, dilê wan rehet nedibû. Xenji dizya hûr, ku bawer bikî herro dibû, dizya mezin hîmlî payîzê dibû, wexta mala rûnê xwe dihelandin, eyarê toraq, penêr dadigirtin, tivdîra zivistanê didîtin. Raste, qerewil digirtin, ku hetanî sibê miqatya gund dikirin, lê dîsa ç’are dizyê nedibû. Dikirne çemê û te hew dinihêrî sibê şebeqê dibû zarîna neferê malekê, derdiketin derva û “hewar-hewara” wan bû. Çi bûye, çi qewimye? Tu navêjî şev diz ketine koxê wê malê, hasleta wê rapêç’ kirine, birine, risqê neferê malêye zivistanê qelandine.

          Bawer bikî meh tunebû, wekî gundda dizî nebûya. Mezinê gund berev dibûn, hev dişêwirîn, şik dibirne ser hineka, careke mayîn ew şikberî înkar dikirin, cûre-cûre rê û menî nîşan didan, lê diz nedihatine belûkirinê, cezaê xwe nedistendin û dizya xwe dikirin.

          Svikê topal, ku dizekî seqet bû, çend merî dabûne ser xwe û şevê qesta malekê dikir. Ewî pez, dewar nedidizî. Dizya wî hîmlî haslet bû. Wexta dikete çemê yanê pê dihesya, usa jî dizya zêra û pera dikir. Heyamê dizya wî payîz bû.

          Wê şevê Svik û hevalêd wî çûne gundê cînar û bûne “mêvanê” mala Haco. Mala Haco qeraxê gund, kêleka newalê bû. Svik û koma wî xwe newalêda veşartin hetanî qerewila serîk dane malê û berjêr çûn. Diz ji newalê derketin, duda qerewilî kirin, lê Svik û yêd mayîn kuleka sivderê qelaştin, ketine hundur, çûne kox. Kûpê rûnê helandî, eyarê toraq û penêr derxistin. Qîma Svik vê yekê nehat, bihîstibû, wekî zêrê Haco hene. Hundurva derê derva vekir, hevalara got, wekî hevekî hîvyê bisekinin, dixwaze serîkî jî xênîke, çika tiştekî birinê heye yanê na, eve wê bê. Çû hundurê xênî. Gişke nava cyada razane. Xwe stêrra gîhand. Destê xwe nav nivîna pelikand. Bû îske-îska zara colangêda. Svik cîda sekinî. Dîsa bû îske-îska zarê. Svik xwe zarêra gîhand, zaro ji colangê derxist, girte xwe, hejand, wekî negrî, dengê xwe neke. Lê dihate kivşê, zaro birçî bûbû yanê xwe şil kiribû, nedistirî, digirya. Moleta Svik tunebû, ç’evê xwe wan dera gerand, dît kûpekî mezin qulç’ê xênîda danîne. Nêzîkî kûp bû, bi destekî zaro girte xwe, bi destê mayîn pînê ser devê kûp wêda avît, destê xwe kire kûp. Dît kûp nîvîda tijî av û tirşîne. Îdî xwe egle nekir, zaro ser sêrî kire kûp, careke mayîn pîne avîte ser devê kûp. Dîsa wan dera gerya, zêr nedîtin, lê tiştek kire paşla xwe, ji xênî derket. Heval ber dêrî hîvîê bûn. Wexta Svik dêrîra derket, hevalekî jê pirsî:

          — Te qe risqek anî yanê na?

          — Welle, ez geryam, negeryam, tiştekî pak nekete destê min, — Svik got, bêhemdî xwe destê xwe berbi paşla xwe bir. Lê terîêda hevala eva yeka texmîn nekirin.

          — Ew zara malê hişyar bûvû, digirya? – dizekî ji Svik pirsî.

          — Erê.

          — De, em zû herin, zar hişyar bûye, wê dîsa bigrî. Nha Hacoê hişyarbe, me bihese, xilazbûna me tune.

          — Min zaro usa daye kerkirinê, wekî heta-hetayê deng jê naê, — Svik got û da pêşîê.

          — Nevî te ew zara sava kuşt? – dizekî ji Svik pirsî. – Ne webale, te çawa gunê wê kire stûê xwe?

          Svik dengê xwe nekir, caba wî neda, hetanî çûn gihîştine hevalê xweye mayîn û ketine newalê.

          — Svik, ne gunebû, webal bû, te çira kuşt? – dizê pêşîê dîsa jê pirsî.

          — Min nekuşt, — Svik kese caba wî da.

          — Lê te çawa dengê wê zarê da kerkirinê? Wexta min deng bihîst, min go eve Haco hişyar bû, Svik xênîda girt. Tu hevekî jî derengî ketayî, em diçûn, îdî hîvya te nedisekinîn.

          — Lê min jî hetanî nha tirê tu rastîê jî hevalekî başî! Na, heval hevalê xwe tengasîêda nahêle, nareve, qurba. Çi jî bivya, gotî nerevyayî, bihatayî hewara min.

          — Zef jî ew xwera xeverdide, — dizê mayîn kete nava xeberdanê, — lê me xwe tu wî halîda tenê nedihîştî? Emê nehatana hewara te?

          Svik îdî dengê xwe nekir. Gişka xwe ker kiribûn, lez berjêr çûn. Nişkêva ewî dizê pêşîê dîsa mînanî kapê beş xwe kişî ortê kir.

          — Svik, rehme ruhê bavê teve, hela bêje, te çi anî serê wê zarê?

          — Min ew ser sêrî kire kûpê ava tirşînê, — Svik usa hemdî xwe got, tê bêjî qe tiştek ne bûye, hevalara dibêje, tîbûye, şerbik hildaye, av vexwarye.

          — Te çi go? – diz jê pirsî.

          — Min go, wekî zaro ser sêrî kirye kûpê tirşînê, tirş kirye, wekî tirşîna wan hetanî baharê têra wan bike, — Svik got û xwedêgravî laqirdya dike, bû pîrqe-pîrqa wî kenya.

          — Tu rast divêjî? – diz dîsa jê pirsî û cîda sekinî.

          — Lê xwe heneka nakim.

          — Tû, îsafa te biqele, te çawa zulma usa kir!

          — Lê min çawa bikira? Bihîşta, wekî bigrî, dinê-elamê me bide hesandinê? “Aqilo, sewdao, Xwedê hew dao”. Xweyê xwe wî aqilî, lema tiştekî te tune, nikarî pakî ebûrê xwe bikî.

          — Nanê te herame, naê xwarinê, — dizî mayîn jî kete nava xeberdanê.

          — Yeke çawa bû? Te ku nanê min nexwar, îdî xewa min nehat. Xwedê hevînî, nanê te gelekî helale? Te gunê ewqas merya kirye stûê xwe, bûyî sevevê risqê ewqas nefera, hela tu xeverdidî. Dive te bîr kirye? Ne min nîvya, tu zûda birçîna miribûyî. Hela tu min û vî binihêre… Çivye, min tu ji nav dest-lepê Haco xilazkirî, risqek tera anye, lema t—ê te ji cîê germ tên, erê?

          Diza xwe ker kir. Svik tiştekî pak vê yekêda nedît, lê dengê xwe jî nekir. Bin giranya kûpê rûn, eyarê toraqê, penêrda ente-enta wan bû, pêşda diçûn. Wexta gihîştine cî, dizê navsere hilda gote Svikda:

          — Qurba, ew eyarê pişta te tera, lê virhada karê te me neketye. Tu mala xwe, em jî mala xwe. Em îdî tera hevaltîê nakin. Divêjin: “Diz dizekî bi îsaf”. Lê ya te?… Îsafa te tune. Cî bê, tê, stexulla, Xwedê xwe jî nas nekî. Here, heyran, îro şûnda em hevaltîê tera nakin.

          — Çira yeke çawa bû, wekî hûnê virhada minra hevaltîê nakin! Nevî ezê birçîna bimrim? – Svik bi eks gotê. – Min ku nîbûya, nha hûn zûda birçîna miribûn. Saya serê min bîn ber we heye. Herin kerîkî bixun, nanekî teseqida min bidin, wekî yekî mînanî min wera hevaltî dikir. Hela tu were min û van bêşêkira binihêre, çawa minra bûne xweyê îsafê, ji helalya nên xeverdidin. De, xeverdin, xeverdin, ezê binihêrim çika axirya weê bive çi.

          — Em çi bikin, nekin, lê zara sava ser sêrî nakine kûpê tirşînê, zulma usa nakin, — dizê navsere gote Svik. – Dive me lêda bikûşta, bifetisanda, lê tu wexta usa nedikir, çawa ku te kir…

          — Ê, Xwedê hevînî, çi firqî?

          — Firqî geleke, belengaz, her tenê tu fem nakî.

          — Ez fem nakim?

          — Erê, tu fem nakî.

          Svik xwe xweş kir, xwest eyêr ji ser pişta xwe bavêje, bigihîje ewî dizî, ku usa berzeq-berzeq xeber dida, çend kulma bide nava ç’eva, lê pêra-pêra xwe zevt kir, texmîn kir, wekî dizê mayîn, ku xwe ker kiribûn û nîşan dabûn, wekî kirina Svik ne bi dilê wane jî, wê herne pişta wî û ewê tenê bimîne, him bê kutanê, him jî dikare lap bê par bimîne. Lema jî dengê xwe nekir, hîşt, wekî careke mayîn bela wana bidê. Fikra wîda hebû, wekî rûnê para xwe jî ji wana bistîne. Û gava ewî dewa vê yekê kir, gotinê, wekî ew jî hela jêra zefe, yanê na wê wî eyarî jî jê bistînin.

          — Ew eyar jî tera bese, — gotinê, — ewqasî em naxwazin îsafa xwe bişewitînin, te destevala ser jin-zarokada verêkin. Here, me dûrkeve, hela tu ser hemd-hişê xweyî, yanê na Xwedê zane emê çi bînin serê te. Kumê xwe berbi Xwedê bavêje, wekî tu usa hêsa vê şevê destê me dertêyî.

          — Lê tu rind zanivî, — dizê navsere gotê, — wê yekê namihînî.

          — Xwedê hevînî, hûnê çi bikin? – Svik gotê.

          — Çi bikin, nekin, em zanin, hela ser hemd-hişê xweyî biceme. Me dûrkeve, here.

          Svik dît, wekî şuxul qolayîne, lawik lê menyane, hevekî jî xeverde – dibe bigrin cîwar bikutin, eyar jî jê bistînin. Lema dengê xwe nekir, caba wî neda, eyarê ser pişta xwe hilqoşand, ji wan dûrket, berbi mala xwe çû.

          — Em gerekê ç’evê wîra bînin, — dizê navsere gote hevala, gava Svik îdî êpêceyî ji wan dûr ketibû.

          — Erê, lazime, — dizê mayîn got. – Qetla ha jî dive? Ew gere ser bela xwe vebe.

          — Ne ku ew gotî ser bela xwe vebe, lê em gerekê bela wî bidnê, — dizê sisya got, — wekî zanive dew birê maste. Rom Rom bû, qetla ha nedikir. Evî Romê jî xiravtir kir. Çira gotî kîsî wîda bimîne?

          — Gelî lawika, — dizê navsere gote wan, — ev nanê em dixun rastîê jî xûne. Were, hûn gura min dikin, em destê hevda sond bixun, dest ji vê dizîê-mizîê bikşînin, nevin sevevê risqê xelqê, qetil û zulma ha. Ez wera rast bêjim, paşî wê yekê, çi ku îşev qewimî, ez îdî nikarim, qutar nakim ç’evekî xiravîê hebûna xelqê binihêrim. Îdî îsafa min hilnade, ez nikarim.

          Dizê mayîn jî wîra qayîl bûn, destê hevda sond xwarin, ad û qirar kirin virhada dizîê nekin û heyfa ewê zara sava jî ji Svik hildin.

          Û wê rojêda wana terka dizîê dan, destê xwe ji wî karê xirab kişandin û mînanî merîê mayîn bi xûdana enya xwe pak-xirab ebûrê xwe kirin.

           

          * * *

           

          Bûka malê sibê şebeqê hişyar bû, berbi colangê çû. Dît zaro colangêda tune. Bû niç’e-niç’a wê. Xwesîê jê pirsî:

          — Çivye, lao?

          Bûkê kire niç’e-niç’, bi desta colang nîşan da. Xwesî nêzîkî colangê bû, dît colangeke vike-vala, zaro têda tune.

          — Kanê zaro? – xwesîê ji bûkê pirsî. Bûkê milê xwe hilkişand û bû niç’e-niç’a wê. Reng li bûkê çûbû, spîç’olkî bûbû, qudûmê wê sist bûbûn, ancax ser linga disekinî.

          Virda zaro, wêda zaro, zaro tune. Şîn û girî kete mala Haco. Cînar ser wî şîn û girîda hatin, pê hesyan, wekî çi bûye, çi qewimye. Her yekî hindava xweda tiştek digot. Bûka belengaz bû pepûk. Ne pakî girî pê dibû, nê jî dikaribû dengekî bilind bêje û xwe, derd-kulara bilûbîne. (Bûka salekê bû, îzna wê û xeberdanê tunebû). Her tenê îske-îska wê bû, xweda dişewitî. Wextekê dîna xwe danê, wê kuleka sivderê vejandine.

          — Heve, tuneve îşev diz ketine mala me, lema jî derê derva vekirî mabû, — Haco got û berbi kox çû. Neferê malê dane pey. Dîna xwe danê: ne kûpê rûne, ne eyarê toraqê û penêrin. Kevanî cîda rûnişt, tepa hate serê xwe:

          — Wey, mala min xirav bû, risqê neferê min qelandin. Emê vê zivistana dûr û dirêj çawa ebûrê xwe bikin!

          Kevanîê hey digot û dilûband, hey jî nifir-afir diza dikir.

          Haco guh neda ser xeberdana jinê, qiç’ê vegerya, çû hundurê tewlê. (Ewî serîkî tewlê birîbû, başqe kiribû, pez dikirê, herdu ç’êlek, herdu ga serê jorin girêdida). Dîna xwe daê – dewar cîê xwedane. Pez jimirî, pezî tame. Şikirya xwe Xwedê anî, wekî diza destê xwe nedane pêz, dêwêr, ji tewlê derket, hat nêzîkî jinê bû, ber dilda hat. Lê xweda dişewitî, ji xwe şerm dikir, wekî ew mêr, malxuê malda diz bikevna mala wî, talan bikin, ew wan nehese. Serbarê serda jî zara sava beta vebûye.

          — Ecêba ha jî dive, bira? – Haco digot, vegerya cînarê topbûyî dinihêrî.

          Cînar ber dilê wîda hatin, usa kirin, wekî xemê wî hevekî sivik bin. Gundya gotnê, wekî şika Haco diçe ser kîjan merîê gund, sibê şebeqê, çawa Şems nedîrda, berî wî Şemsdakin, bidne sondê.

          Xulese, ew roj derbaz bû. Rojtira mayîn sibê şebeqê çend gundî, ku Haco ser şikber bû, anîn orta gund. Gire-girê gund, tirêq wêderê berev bûn. Wexta Şems nedîrda, tirêqa berê her yekî Şemsda kirin, dane sondê. Gişka sond xwar, wekî gur-gumanê wan nagihîje dizya mala Haco. Malxuê malê û gundî hatine bawerkirinê, wekî diz ji gundê wan nînin, çimkî bawer dikirin û qe fikra wanra jî derbaz nebûbû, ku merî dikare derew sond bixwe. Gişk hatine bawerkirinê, wekî diz ji der bûne, dêmek, dîtina wan jî ji qolê milê wan dere.

          Sêra betabûna zarê çiqas çû, dha mezin bû. Gilî-gotinêd teze serda zêde bûn. Lêgêndeke teze xuliqî, wekî hebe, tunebe meçêtira zaro birine. Lê eva lêgênda sifte bû. Hetanî ew ji devekî derket û gihîşte guhê yekî mayîn, bi qat û awazêd tezeva dewlemend bû û xemilî.

          Çetine bê gilîkirinê, wekî çi hatibû serê dayka belengaz. Bûbû qijikekê sekinîbû. Çend jinê geveze kurê xwe dikuştin, bux’dan davîtinê, wekî giva ewê bistan daye zarê, xewra çûye, zaro fetisandye. Û wexta hişyar bûye, dîtye çi qewimye, tirsyaye, wekî mêr, xezûr, xwesî wê qe nizanim çi bînine sêrî, xwexwa hildaye, birye cîkî kirye ç’el. Wextê jinê aqile navsere ev yeka dibihîstin, serê xwe dihejandin û dikirne niç’e-niç’.

          — Pî, la merîmê, şer-şiltaxê ha jî dibin, — wana digot. – Merî jî rabe kirasê wayî bêpêsîr stûê xwe dayne. Şerme, şerme, qe ne hildin, ne jî daynin. Ev ne gilîê gotinêye, wekî dibêjin.

          Lê tê devê kê bigrî? Çiqas dev, ewqas jî gilî-gotinêd cûre-cûre. Hinek gilî derdiketin miqabilî gilîê mayîn, hinek gilya hineke mayîn didane tamkirinê, lê hinekî jî tiştekî başqe, tiştekî teze danîne ortê. Undabûna zarê usa kiribû, wekî dizya mala Hacoye wê şevê dabû bîrkitinê. Te devê kê vedikir, gişka derheqa undabûna zarêda xeber didan. Carna hinek ji van gilî-gotina ber guhê dayka bûkîn diketin û tajaneke teze didane dilê wê. Lê belengazê bûka bêzar-ziman bû, ne karibû bigota erê, ne jî na. Her tenê dima xweda bişewite, bihele, mînanî kizirka ser sêlê biqacqice. Kula wê besî wê nîbû, ev gilî-gotin, bux’dan jî serda. Lema jî timê serê wê berda bû, pormijî, hêsir ji ç’eva xalî nedibûn.

           

          * * *

           

          Çend roj derbaz bûn. Rojekê jî, wextê nanê mêra danîn, xwesîê gote bûkê, wekî here heve tirşîne derxe, bibe dayne ser sifrê. Bûk çû, pînê ser devê kûpê tirşînê wêda avît, destê xwe kire kûp. Nişkêva bê hemdî wê bû qîjîna wê, xeriqî ket. Xwesîê xwe bûkêra gîhand, dest, lingê wê hejand, sûretê wê xist. Lê bûk ser hişê xweda nehat. Xwesîê banzda şerbik tije av kir, kêlekê qerefîska rûnişt, av ser ç’evê wê reşand. Hey virda, hey wêda, bûka belengaz ser hişê xweda hat, neyseyî ç’evê xwe vekir.

          — Lao, çi bû, çi te qewimî? – xwesîê jê pirsî.

          Bûk dilerizî, ç’ev lê telale bûbûn û xwexwa jî sifte texmîn nedikir çi bû, çi qewimî. Xulese, wexta hişê wê hate sêrî, bû niç’e-niç’a wê û destê xwe dirêjî kûp kir. Xwesî çû, serê xwe berjêr kir, hundurê kûp nihêrî. Dît ecêbeke reşe giran: zara rûte-tezî ser sêrî kûpdane. Dadane zaro ji kûp derxistin. Hewar-gazî, şîn-girî kete malê. Ser vî dengî cînar hatin, malda tijî bûn. Her yekî xwera gilîk got, texmînek kir.

          Eloê cînar jî wêderê bû. Elo merîkî aqilî dûrdîtî bû. Gelekî pey enena diket, gilî himberî hev dikirin û timê dihate ser fikra kutasîêye rast. Gundî haj vî xeysetê wî hebûn. Lema jî gava ew dikete nava gilya, menî didîtin û nîşan didan, gundya zanibûn, wekî Eloê rastîê ser avêxe, gilya azirûke. Ew jî hatibû, nava koma mêrada sekinî bû. Dengê xwe nedikir, tevî xeberdanê nedibû, her tenê guhê wî ser xeberdana hazira bû.

          — Lê neferê malê qe tiştekî nehesyan? – Elo nişkêva ji Haco pirsî.

          — Çi nehesyan? – Haco bi pirsê caba wî da û texmîn nekir, Elo derheqa çida dipirse.

          — Wê şevê, wexta diz ketine malê, nefera qe dengek, hisek nebihîstin? – Elo vê carê bi cûrê pirskirinê fikra xwe da ferihkirinê.

          — Na, ya min, welle, wê şevê tê bêjî xewa mirinê ketibû ç’evê min. Ez usa kûr razabûm, wekî tu deng-his ber guhê min neket. Wekî ez pê bihesyama, min zanibû çi danî serê wan. Bextê wan lêxist ez wan nehesyam.

          — Lê wexta hûn sivê ravûn, we texmîn nekir, wekî hûrmûrê malê tevhevkirîye?

          — Elo çawa dikeve bin enena, tê bêjî qulixçîê mehkemetêye, — cînarekî navsere vegerya ser merîê kêleka xwe sekinî, gotê. Evê te vebeşirî, lê dengê xwe nekir.

          — Nizanim, min tiştek texmîn nekir, — Haco got.

          — Wexta bûkê got zaro colangêda tune, em îdî tevîhev bûn û me dîna xwe neda tiştê mayîn. Paşê, wextê em pê hesyan, wekî ketine malê, dizî kirine, em dha xwe xurdilîn, îdî kê wê bidîta malda çi birine, çi hîştine. Dive, paşê kevanîê texmîn kiribe, ez nizanim, tiştek minra negotye. Bise ez jê bipirsim. Qîzê, qîzê, ca hela were vira.

          Kulfeteke navsere ji nava jina derket, hat ber wan sekinî, ç’evê mêr nihêrî.

          — Qîzê, lawik dipirsin, wê şevê diz ketine mala me, sivetirê yanê paşê te texmîn nekir, wekî yekî xerîb dest dave hûrmûrê malê, tevhevkiribe yanê tiştek dizîve? – Haco ji jinê pirsî.

          — Çawa texmîn nekir? – ewê serê xwe kire ber xwe, bi cûrê pirsê got. – Stêrê ma kajî-vajî kiribûn, nivînê mêvana temam welgerandibûn. Lê wexta min xurca ber serê stêr nihêrî, dît serî-binî levxistine.

          — Lê tiştek biribûn yanê na? – Elo jê pirsî.

          — Çend şimaqî, hevtrengê bûkê hebûn. Ew biribûn. Wekê mayîn tiştekî pak xurcêda tunebû, wekî bivrana, — ewê got û ç’evê mêr nihêrî, tê bêjî hîvya wê yekê bû, wekî îdî mêrê derheqa çida jê bipirse. Wexta dît, wekî mêr xwe ker kirye, ewê hilda gotêda:

          — Ne min hema wê rojê tera got, wekî çi birine.

          — Erê, erê, te got, — mêr ber xweda got, — lê kambaxa reşbe, ka bîr ku maye…Hinek kurê xwe dikujin, divên zêrê Haco hene. Zêr minra ku hatine? Wekî zêr hebûna, emê çira vê rojêda bûn, çira xurca meda wê her tenê çend palas hebûna? Tiştê pak ew çend şer bûn, ew jî birin.

          — Lê wê şevê te qe dengê girîê zarê nebihîst? – Elo îdî guh neda ser xeberdana malxuê malê, ji kevanîê pirsî.

          — Xêleke xurt ji şevê çûbû, gava dengê girîê zarê ber guhê min ket, — ewê ber xweda got. – Bê mene, hûn jî dewsa birê minin, xeweke usa ketibû ç’evê min, te tirê xewa mirinêye. Usa jî hetanî sivê ez hişyar nebûm. Lê rind tê bîra min, demeke şevê dengê girîê zarê ber guhê min ket, — kevanîê fikra xwe ducar kir, destê xwe tewar kir, sekinî, hîvîê ma, çika wê îdî çi jê bipirsin. Lê kesekî tiştek jê nepirsî. Hazira gişka xwe ker kiribûn, ç’evê Elo dinihêrîn, çimkî ewî ev xeberdan destpê kiribû û nha hîvîê bûn, çika wê çi bêje. Lê Elo lez nediket, difikirî. Dihate kivşê, gilya, îzbatya himberî hev dike, kûr-kûr difikire, dixwaze gilîê xweyî kutasîê bêje.

          — Texmîna min, — Eli giran-giran got, — wexta diz kûpê rûn, eyarê toraqê û penêr birine, qîma wana vê yekê nehatye, tişt-miştê mayîn geryane. – Qestîka hevekî xwe ker kir. Hazira ç’evê hev nihêrîn, zanibûn Elo ku dixe, kura dertê. Gişka jî zanibû, wekî Hacoyî çiqasî timaye, zêrê wî hene, lê wana naxwe, xerc nake. Çiqasî jî lê bibe tengasî, ew tu cara destê xwe nade wan. Xwedê zanibe, çika kîderê veşartye. Badilhewa nîbû, wexta pê hesyan, wekî zara malêye sava betavebûye, hasleta malê dizîne, ewî guh neda ser betavebûna zarê, berê ewlin xwe tewlêra gîhand û gava dît, wekî destê xwe nedane pêz, dêwêr, teze bîna wî hate ber.

          — Tê kivşê, ew dizê pêz, dêwêr nîvûne, yanê na wê bêminet ew jî bivrana, — paşî navbirîke kurt Elo dûmayî da gilîê xwe. – Kula wana haslet û tişt-miştê mayîn bûne. Wexta haslet derxistine, tê kivşê hatine xênî, ketine qulç’-bûcaxa tişta geryane. Wî çaxî zaro giryaye. Dîtine, wekî neferê malê wê ser dengê zarê hişyar bin, rêke mayîn xwera nedîtine, hildane zaro kirine kûp. Cûrekî mayîn nevye û nikare bive. Heve-tuneve eva îşkîla destê dizane. Xênji wan tu kes qetla ha nake. Belkî qetil bê ber derê wan.

          Demekê gişka xwe ker kir, ç’evê hev nihêrîn, ecêbmayî man, wekî Elo çawa rast texmîn kir. Gişk jî dilê xweda wê yekêda hatine bawerkirinê. Rastîê jî, xênji diza, wan bêîsafa bêxwedêa, kê dikare zulma usa bike?

          — Kê ev yek kir, belkî xêrê-waê nevîne, — jinikê got, hat ber mêrara derbaz bû.

          — Erê, welle, — ji nav koma mêra hate bihîstinê.

          Elo kîsik derxist, cix’arek pêç’a, dû daê. Rind dîna xwe da hazira, tê bêjî dixwest pê zanibe, çika gotina wî hazir dane bawerkirinê yanê na. Tê bêjî çawa caba vê hîvya Elo ji nav koma mêra dengekî bilind hate bihîstinê:

          — Gilî-gilîê Eloye, — cînarekî rîspî got. – Çawa hertim, vê carê jî Elo, rehme ruhê bavê wîve, gilî rast dane azrûkirinê. Rastîê jî nemerdya ha her tenê diz, merîê çepel dikarin bikin. Ew jî dikin bona postê xwe xilazkin. Lê wekî dinê destê kê diçe zara sava ser sêrî têkne kûpê tirşînê? Her tenê merivê bêxwedê vê yekê dikarin bikin. Lê Xwedê diza ku hatye? Wekî Xwedê wan hevûya, wê çira çepelya usa bikrana. Dizî bêxwedêye, lema jî tiştê bêxwedêtîê dike. Rast jî gilî-gilîê Eloye, eva kirina destê dizaye. Min gazî rebê xwe kirye, wekî ser bela xweva vebin.

          Pey gotina rîspîra hineka tiştek kêm gotin, hineka zêde gotin, menîê îzbatkirina gilîê Eloye teze anîn û kutasîê gişk hatine bawerkirinê, wekî ya lape rast gotina Eloye, eva şuxulê destê dizaye.

          — Ew ç’ilovîskê mayîn gişk vir-derewin. Terka wan bidin. Gilîê kêm-zêde, netê çira bêne ortê, — rîspî dîsa kete nava xeberdanê. – Cûre-cûre gilî ber guhê min jî ketine. Ez serê lawikakim, ew gişk şeyîkî nehêjane, serdapê bux’dan, vir-derewin. Merî gerekê kirasê bêpêsîr stûê xwe daneyne, tiştê nedîtî gilî meke. Hilbet, gilîê min berê ewlin derheqa jinadane. Gelî jina, we bihîst min çi go?

          Jina berê xwe wîda kiribûn û gotina wî dibihîstin. Wexta ewî ha ji jina pirsî, wana serê xwe hejand çawa nîşana qayîlbûnê.

          — De, wekî usane, virhada terka wan gilî-gotinê zêde bidin. Rastya Xwedê gilî-gilîê Eloye. Hûn jî alîê xweda gazî Xwedêkin, wekî sevev belkî ser bela xwe vebe, — rîspî gilîê xwe kuta kir.

          Û çiqas çû ew xeberdana berêye zêde, ew şer û şiltax, bux’dan kêm bûn, temirîn, çûn. Lê qisa derheqa vê kirina nepakda ma, hate gilîkirinê û gihîşte rojêd me. Kirina xirab naê bîrkirinê, hizdikî çiqas jî dewr û zeman bên, derbazbin, çiqas jî silsilet bêne guhastinê. Ew mînanî edûya dimîne û dimîne.

          Lê ya Svik?

           

          * * *

           

          Dizê wê şevê dîsa hev berev bûn.

          — We xwe soz-qirarê meyî wê şevê bîr nekirye? – dizê navsere gote yêd mayîn.

          — Na, me bîr nekirye, — yekî got. – Ew soz-qirarekî usa nîne, wekî bê bîrkirinê. Hetanî em saxbin, nikarin wê kirina wî nemerdî bîrkin.

          — De, wekî usane, dem hatye, em gotî ewî soz-qirarê xwe jî bînine sêrî.

          Demeke kurt hev şêwirîn, paşê ji hev dûrketin û her yek berbi mala xwe çû.

          Çendek kete ortê. Nişkêva cab hate gund, wekî Svikê topal serê zevîê kuştine.

          — Rya wî bû, têda çû, — gundya gotin. – Ewî ewqas xiravî kiribû, wekî gerekê bihata pêşîê. Ew bûvû sevevê risqê geleka. Lê yek jî gotî bivûya sevevê serê wî yanê na? Neheqî erdê namîne.

          Û rastîê jî neheqî erdê nema. Lê xênji wan dizê wê şevê tu kesî nizanibû, wekî neheqya Svike mezin kîjan bû û çima erdê nema.

 

 

LÛLE-KIVAV

 

 

LÛLE-KIVAV

 

 

          Ezî li sax’lemîxanême. Hewa vira temize, xweşe, tebyet gelekî bedewe. Paşî qedandina hemû kivşkirinêd doxtira em wedê xweyî aza usa derbaz dikin, çawa ku dilê me dixwaze. Lê dilê min berbi tebyetê dikşîne. Tebyeta vira gelekî mînanî tebyeta gundê meye û wexta êş-êşûk ji min dûr dikeve, min hew tirê ezî dîsa zarome, li gundê meme û têr nava mêrg û çîman, deşt û zozan, gelî û gebozê wî digerim. Pişika min, ku derew neê ji hewa bajêre jerdadabûyî jeng girtye, tê bêjî vêderê fire bûye, û ez ac-ac hewa temiz dikişînim, dilê xwe rehet dikim. Û qe nizanim roj çawa tên, derbaz dibin. Eva çend rojê minin, wekî virame, lê min tirê çend sehetim. Eva hewa temiz û ev tebyet besin, wekî hemû êş-êşûk ji merîê mînanî minî motacê tebyetê dûrkevin. Difikirim: nava vê hewa mînanî ronaya ç’eva temizda, nava vê tebyeta beyanîye batinîda îzna merya tune nexweşbe. Axir qe ne nêzîkî aqilane: nexweşî û ev hewa, tebyeta batinî. Lê çi bikî, usa jî diqewime. Tebyet jî gele cara komekê nade. Wî çaxî bixwazî, nexwazî, gotî berbirî doxtirabî, wan hemû mecal-mikana biqedînî, çi ku wana kivş kirine.

          Ji wan mecal-mikana, ku doxtira bona min kivş kirine, yek jî ewe, wekî gerekê bikevme vana ava medenîê. Çi rast raste – du-sê rojêd pêşîê, gava ez ewqasî motac û maşoqê vê tebyetê bûm, xwera nava tebyetêda digeryam, min bîr dikir, wekî gerekê bikevme vana. Lê wedê vana jî sibê zû bû, paşî teştê, wedekî usa, gava min qet nedixwest bême hundurê avayî jî. Û gava doxtir pê hesya, wekî ez hetanî nha hela neketime vana, mirûzê xwe kir, lê tişt negot. Eva yeka dha min keder hat. Min texmîn kir, wekî rast nekirye. Hewa û tebyet alîê xweda, dû-derman, mecal-mikanêd doxtiraye kivşkirî jî alîê xweda wê komekê bidin, wekî nexweşya min hevekî sivikbe.

          — Axir, ew çi kivş dikin, bona kara mine, — min xwexwa xwera got û qirar kir hema sibêda seheta kivşkirî herim bikevme vana ava medenîê.

          Sibetirê bi kincê malê, min pêjgîra xwe kire bin milê xwe û peyabûm qatê binerd. Vana wêderê bûn. Sivderê fireda êpêce merî ser kursya rûniştibûn. Hinek ketibûn vanaê, derketibûn, hêsa dibûn, hinek jî hîvya sirya xwe bûn. Min jî kursîkî aza dît, ser rûniştim û hîvîê mam hetanî sirê digihîje min.

          Min dîna xwe da merîê rûniştî. Gelek nas bûn, lê hinek jî nenas bûn. Yan teze hatibûn, yanê jî min ew texmîn nekiribûn. Nişkêva ç’evê min kulfeteke pîr ket. Sifetê wê usa nas bû, usa nas bû, wekî îdî min nikaribû ç’evê xwe jê dûrxista. Ez zûr bûm, min lênihêrî. “Xwedê, min ev kulfet kîderê dîtye?”, — min dilê xweda ev pirs diwekiland, lê dikir, nedikir, nedikete bîra min. Gelekî çerçirîm, lê min usa jî bîr neanî, gava xebatçya vana gazî min kir û got, wekî vana azaye, ez dikarim bikevmê.

          Paşî vanaê, gava ez vegeryame wê sivdera fire, min dîna xwe daê ew kulfet îdî ne li wir bû. Wî çaxîda îdî tabetî nekete min. Diqewime, ne, gava merî dixwaze tiştekî bîne bîra xwe, dike, nake, nakeve bîrê, çiqasî berxwe dikeve. Ya min jî usa bû. Min çi dikir, nedikir, nedikete bîra min.

          Wextê nanê nîvro em çûne xwarinxanê. Min dîna xwe da merîê rûniştî. Ew kulfet çend texta wêda rûniştibû. Dîsa zûr bûm, min lênihêrî, serê xwe kire ber xwe, bi desta ç’evê xwe girt, xwest bînime bîra xwe. Min kir, nekir, dîsa nekete bîra min. Paşê merî hatin dora textê orta min û wêda rûniştin, û ew îdî minva nehate kivşê.

          Paşî nanxwarinê mera bûbû xeyset derkevne hewşa sax’lemîxanê. Vê carê jî em derketine hewşê û hevekî xwera geryan. Min dît ew jî derketye, du kulfet jî rex ketine, hêdî-hêdî digerin. Kulfetek êpêce cahile, lê ya mayîn navsereye. Min rind dîna xwe da wê kulfetê, ku min nas dikir, lê nedikete bîra min, wekî min kîderê ew dîtye yanê çawa wê nas dikim. Lingê wê kulfeta nasa mine pîr usa zirav bûn, tê bêjî eve wê bin giranya wêda bişkên. Ew jî lingê xwe gelekî fesal davêje, tê bêjî wê qezyaê texmîn dike. Ç’ermê rûê lingê wê (pêlava pêkiribûn) qerçimîye, çawa dibêjin, ruh têda nemaye. Lê porê wê reşin, qe têlekî spî navda tune. Xwedê jê bixwaze, ez nizanim, porê xwe reng dike yanê rastîê jî reş mane. Her tenê rind tê kivşê, wekî ew porê wêye reş û sifetê wêyî qerç’omekî hevdu naên, çawa tu bînî porê cahilekê daynî ser serê yeke pîr. Ew kulfeta cahil jî, raste, rex ketye, lê hîmlî kulfeta mayînra xeber dide. Ew kulfeta nasa min tev wan diçe, serê xwe kirye ber xwe, qe tevî xeberdana wan jî nabe.

          — Ê, mala xweyê kalbûn-pîrbûnê bişewite, çi tîne serê merya, — hevalekî emirda êpêce mezin, ku kêleka min sekinî bû, got. – Ewê kulfeta hanê pîr divînî? Zanî, wextê xweda yeke çiqase beter bû. Lê nha divînî, ketye çi halî?

          — Tu jê nas dikî? – min jê pirsî.

          — Çawa nas nakim? Doxtire…

          Min îdî peyhatina xeberdana wî nebihîst. Pêra-pêra kete bîra min, wekî min ew kulfet kîderê dîtye.

           

          …Vir panzdeh sala pêşda ezî nexweşxanêda paldayî bûm. Ew du roj bû ez opêrasîa kiribûm, nava cî-nivînada bûm, gava nexweşekî giran anîne palata me. Eva kulfeta, qîzeke cahil û xortek pêra hatin. Em pê hesyan, wekî jina wî, qîza wî û zevê wîne. Ji xeberdana wan û doxtira hate kivşê, wekî kula cîê xwarina nexweş teqyaye û halê wî gelekî girane. Dema usada çi lazim bû doxtira kir. Ji xeberdan û berbirîbûna doxtira hate kivşê, wekî jina wî jî doxtire. Ewê eşkere ber me doxtirara got, wekî dixwaze filan profêsor, ku wî çaxî rêspûblîkaêda xîrûrgê lapî eyan bû, mêrê wê opêrasîa bike. Doxtira ç’evê hev nihêrîn, lê dengê xwe nekirin. Ew û zevê xweva dêrîva derketin, çûn. Lê qîz cem bavê ma.

          Kerevata wî pêşberî ya min bû, bala min hertim lêbû, her tişt minva rind dihate kivşê. Birîna min usa bû, wekî ez nikaribûm welgeryama ser kêleka, hertim ser piştê bûm û ç’evê min li wî nexweşî bû.

          Qîzê kursîk hilda, rex bavê rûnişt. Bavê destê wê girt, mizda, paç kir, bi hisret ç’eva nihêrî. Ewê jî çend gilî bavêra gotin, lê dîna wê timê dêrî bû. Hetanî dê û mêr profêsor anîn, ewê carekê, duda xwest rabe, lê bavê destê wê berneda, paç kir. Wexta qîzê dixwest rabe, bavê digotê:

          — Tu dixwazî herî? Erê, lê, ne keç’ika te biç’ûke. Here, bigihîje keç’ika xwe, — lê destê wê bernedida.

          — Tişt nake, merî cem hene, wê xweykin, — ewê bê dilê xwe digote bavê.

          Wexta ewê usa dêrî dinihêrî, min tirê ç’evê wê rya profêsore. Lê wexta ewê wî halîda bi dilsarî bavêra xeber dida, min texmîn kir, wekî dilê wê ewqasî jî ser bavê naşewite. Merya texmîn nedikir, wekî ew bavê wêye wî halîdane. Te tirê bav jêra nenase û ew her tenê bi zorê borcê xwe diqedîne. Rûva her tişt cîê xweda bû: kêleka bavê rûniştibû, carekê, duda jî wa serra ber dilê bavêda hat, lê kinêzaya qîzê nedihate kivşê.

          Xulese, nişkêva derê palatê vebû, profêsor, jina wî nexweşî, zevê wî û doxtirê mayîn hatine hundur. Qîz ji cîê xwe rabû, çû kêleka mêr sekinî. Profêsor rind nexweş nihêrî, çend pirs danê, jina wî û doxtirê mayînra tevayî ji palatê derket.

          Xêlekê şûnda hatin nexweş hildan, birin, wekî opêrasîa bikin. Êpêce wext derbaz bû, gava nexweş dîsa şûnda anîne palatê, kirine nava cya. Em pê hesyan, wekî profêsor bi xwe opêrasîa kirye, lê çetin xilaz bibe. Bin narkozêda opêrasîa kiribûn û nexweş hela ser hişê xweda nehatibû. Anîn hatin aparat danîne kêlekê, serê derzya qalim kirine tamara xûnêye sereke, qinyat danê. Jin orta palatêda diçû, dihat, lê qîz dûr sekinî bû. Wan herdua jî hey car-cara dîna xwe didanê, çika nexweş ser hişê xweda hat yanê na, wekî dinê bi tu tiştî nîşan nedidan, wekî bona wî halê nexweş berxwe dikevin. Teê bigota ew bona wan merîkî xerîbe. Gava dîtin, wekî nexweş ser hişê xweda tê, jin ber sêrî sekinî, lê qîz jî hat kêlekê rûnişt. Çawa nexweş ç’evê xwe vekir, tam ser hişê xweda hat, qîz dît, destê wê hilda, da ser ç’evê xwe, paşê anî ber devê xwe û bi lêvê spîçolekîye bê ruh paç kir. Gava ç’ev jinê ket, mirûzê xwe kir, cotkê enya xwe tevhevkir, wî halîda çiqasî dikaribû bi hêrs gotê, wekî biceme here, ber ç’evê wî nekeve. Me – nexweşê palatê – gişka ev gotina wî bihîst. Jinê avrûke tûj daê, dengê xwe nekir, dêrîva derket. Qîzê xwest bide pey, lê bavê destê wê berneda, serê xwe vegerand, zûr bû qîzê nihêrî. Gerekê merya bidîta, wekî wî halîda ewî bi hizkirin û hisreteke çawa qîzê dinihêrî! Wexta qîz ji kerevata wî dûrdiket, dîna wî hema usa lêbû, lê gava ji palatê derdiket, zûr dibû, dêrî dinihêrî, ç’evnihêrya qîzê bû. Û wexta qîz derengî diket, ç’evê wî diqulibîn, min dilê xweda digo eve ruhê xwe bide. Lê gava qîz derda dihat, ç’ev qîzê diket, te digo ruhê wî teze dibe: bengzê wî xweş dibû, ç’irûsya ç’evê wî zêde dibû, te texmîn dikir, wekî demekê êşa xwe bîr dike, bi heyr û hisret qîzê dinihêrî. Lê wexta ç’ev jinê diket, dihat bibiece, berî jinê dida, lê wexta ewê nedixwest here, wî halîda hizing dida xwe, dixwest rabûya. Jinê ji me, nexweşa, şerm dikir, mecbûr dibû jê dûrkeve.

          Êvarê dereng nehîşt qîz cem bimîne:

          — Tu here, zara te biç’ûke, — gotêda.

          Ya jinê hemîn nedixwest rûç’kê wê bibîne. Her tenê qayîl bû, wekî zeva cem bimîne.

          Wê şevê ewî belengazî çi dît, bira her tenê ser wîdabe. Birîna min teze bû, min jî wê şevê ç’ev nedane hev. Hertim bala min lêbû. Devê wî zya dibû, ancax zimanê xwe dihejand.

          Zevê timê lîmona tûzîkirî lêvê wî dida, wekî qe na hevekî tîbûna wî bişkê. Lê dihate kivşê, tîbûna wî nedişkest, bi destê xweye siste bêruh destê zevê digirt û dixwest lîmonê temamî bike devê xwe, daqurtîne. Lê, hilbet, zevê nedihîşt. Çend cara jî av jê xwest, lê, femdarî bû, îzn tunebû, zevê nedaê. Wexta dixwest ç’evê xwe bigre, nîvîda dihatine girtinê, reşkaya ç’eva hevraz diçû, diqulibî, her tenê spîkayî dihate kivşê. Zevê qe deqekê ç’ev nedane hev, hey carna, wexta rûdinişt, dihênijî, lê pêra-pêra hişyar dibû û bona nexweş çi lazim bû dikir. Xûşka doxtirîê û doxtirê nobedar timê diçûn, dihatin, teselya nexweş dikirin, derzî dikirin. Xûşka doxtirîê carekê, duda zevêra got, wekî here otaxa doxtirada hevekî hêsabe, ewê miqatî nexweşbe, lê zeva qayîl nebû. Ew usa jî hetanî sibê ber nexweş ma, xweykir.

          Ç’ar-neç’arî nexweş sibe safî kir. Wextekê me dîna xwe daê – dê û qîzê wê xwe rind xemilandine, hatine hundur. Paşî derzîkirina bi sirê nexweş teze ç’evê xwe dabûne hev. Qîzê qe derheqa bavêda nepirsî, hilda gote mêr:

          — Te îşev çawa derbaz kir, qe razayî yanê na?

          Mêr avrûke tûj daê, caba wê neda.

          Tiştek destê xwesîêda hebû, danî ser texte û gote zevê, wekî teştya wî anye, rûnê bixwe.

          Zeva ne nêzîkî texte bû, ne jî teştê xwar, dêrîva derket, çû.

          Dê û qîzê ç’evê hev nihêrîn, milê xwe bi ecêbmayî hilkişandin û herdu hevra nêzîkî texte bûn, ber rûniştin, çi ku anîbûn, danîn ber xwe, xwarin.

          Nexweş ç’evê xwe vekir. Pêşîê qîz dît. Bengzê wî xweş bû, zor cefakî mezin pê desta gazîkirê. Qîz nêzîk bû. Bavê destê wê girt, danî ser ç’evê xwe. Êpêce wext ser ç’evê xwe xweykir, paşê ancax destê wê hilda paç kir. Zûr bûbû, qîzê dinihêrî. Nihêrî, nihêrî, paşê hêdî ç’evê xwe nîvîda girtin. Êmê cix’arekê wa temijî. Paşê ç’evê xwe vekir û jin dît.

          — Ne min tera gotye, ber ç’evê min nekeve, — gotê û xwest hizingê bide xwe, rabe, lê taqet tunebû. – Te çi anî serê min, hemîn anî, nha jî hatî vî halîda dilê xwe min xweş dikî? Biceme, van dera here, ber ç’evê min nekeve.

          Jinê dîsa avrûke tûj daê, tişt negot, bi hêrs derkete sivderê.

          Qîz dûr sekinîbû, tişt negot, ber dilê bavêda nehat. Nexweş zûr bû ban nihêrî. Xêlekê şûnda dîsa reşkaya ç’evê wî niqo bû, her tenê spîkayî hate kivşê.

          Wî çaxî ber pencera me (em qatê yekê bûn) bû zarîna yekî. Nexweş pêra-pêra ç’evê xwe vekir, gazî qîzê kir û gotê:

          — Ew dengê birê mine, here, bîne were.

          Qîz bê dilê xwe dêrîva derket. Çend deqa şûnda paşda hat û bavêra got, wekî apê wê nîne.

          Nexweş dîsa ç’evê qîzê nihêrî, xwest destê xwe hilbire, lê îdî qewat tunebû. Qîzê femkir û destê xwe da ser ç’evê wî, lê bala wê li dêrî bû, dihate kivşê hîvya dê yanê mêr bû. Destê wê êpêceyî ser ç’evê nexweş ma. Wexta destê xwe hilda, nexweş ç’evê xwe vekir, gotê, wekî destê xwe bide ew paçke. Qîzê destê xwe danî ser dêv. Ewî bi lêvê ziha paç dikir, paç nedikir, jê têr nedibû. Gava te bengzê qîzê dinihêrî, pêra-pêra dihate kivşê, wekî kirina bavê ne bi dilê wêye. Ne ku bona wê yekê, wekî ber bavê dikeve, dibîne bav ber helibelêye, lê kirina bavê ber ç’evê wê çawa sivikayî tê kivşê, wê xweş naê. Wî halîda bav hisreta wê bû, lê ewê ew yek yan fem nedikir, yanê jî nedixwest femkira. Bav derdê xweda nîbû, derdê qîzêda bû. Gelo qîzê ev yek didît, texmîn dikir? Lê ji her tiştî dihate kivşê, wekî talaşa wê nîbû.

          Dîsa ber pencera me bû zarîna ewî dengê nas. Nexweş xwest tiştekî bêje, lê qîzê qe alîê wî jî nenihêrî, hilda gotê, wekî ew merîkî nenase, nizanim çi lê qewimye, hewşa nexweşxanêda diçe, tê, dike zare-zar.

          — Tu jî ha divêjî “birê mine”. Birê teyî çivanî? – qîzê wa bi sert gotina xwe xilazkir.

          Nexweş zûr bû ç’evê wê nihêrî, eks vebeşirî, nîşan da, wekî gotina wê bawer nake, lê dengê xwe jî nekir.

          Doxtir hatin teselya nexweş kirin. Xûşka doxtirîê ew dîsa derzî kir. Xêlekê şûnda tê bêjî nexweş hevekî temijî, ç’evê dane hev.

          Wî çaxî dê derda hat. Tiştekî pêçayî dêstda bû. Dê û qîz çûn ber textê nanxwarinê rûniştin, kaxezê pêçayî vekirin. Lûle-kivav bûn nava çend nanê loşda pêç’ayî. Herdua destpê kirin nanê xwe xwarin. Serê xwe kiribûne ber xwe dixwarin, nexweş bîr kiribûn. Nanê xwe têr xwarin. Herçê mayî qîzê nava nanê loşda pêça, hilda, bir kire qutya kêleka kerevata bavê.

          Wî çaxî zeva derda hat, çû ser serê xezûrra sekinî, êpêce wext zûr bû, lênihêrî. Xwesî û jin jî çûn kêlekê sekinîn. Êmanekî kin hersê jî ker sekinîn, paşê ji kerevatê dûrketin. Zevê bi hûrgilî pirsî, wekî nexweş çawane, qe çi xwarye, çi gotye. Dê û qîzê serra-berra caba wî dan, paşê xwesîê guhê zevêda tiştek got. Zevê çawa nîşana qayîlbûnê serê xwe hejand, hevekî sekinî, paşê dêrîva derket, çû.

          Paşî çûyîna zevê dê û qîzê du kursî kişandin, ser rûniştin, pişta xwe nexweşda kirin, şîrin-şîrin xeberdan. Hey xeber didan, hey jî hêdî dikenyan. Qe carekê yek piş xweva nezivirî, dîna xwe neda nexweş, gelo çika halê wî çawane.

          Nexweşê palatê temam ser linga bûn, derdiketin, digeryan. Her tenê ez nava cyada bûm, ser piştê paldayî bûm û bêy xwestina xwe bûbûm şedê van yeka. Min ev gişk ber ç’evê xwe didîtin. Wan herdua hela usa hevra xeber didan. Bala min him wan bû, him jî nexweş. Ewî carekê, duda ancax ç’evê xwe neyseyî vekirin. Merî ji wan ç’eva ditirsya. Nîvê reşkayê îda jorda nedihate kivşê, spîkayî jî lap şêlû bûbû. Çend cara xwest serê xwe bihejîne, lê nikaribû. Destê wî hemîn îdî nedihejyan.

          Wextê nanê nîvro bû. Nexweşê palatê gişk çûbûn xwarinxanê. Ji nexweşa her tenê ez û ew bûn. Xeberdana dê û qîzê hela hê kuta nebûbû. Dihate kivşê huceteke biç’ûk orta wanda hebû, çimkî car-cara bilind-bilind, bi hêrs xeber didan. Lê paşê dîsa serê xwe dikutane serê hev û xeber didan.

          Ber pencera me dîsa dengê ewê zarîna nas hate bihîstinê.

          — Dinihêrî, ew kelb dîsa hatye, — qîzê gote dê. – Bise, ez herim usa berîdimê, wekî ew emrê xweda rya vêderê bîr bike, — got û lez dêrîva derket. Dê da pey.

          Lê nexweş îdî ew deng nebihîst, çimkî bi tu tiştî nîşan neda, ne ç’evê xwe vekir, ne jî hejandineke mayîn kir. Hey car-cara lêva wîye jêrin direqisî.

          Dê û qîz hela nehatibûn, gava ew deng jî ber pencera me hate kerkirinê. Xêlekê şûnda dê, qîz û doxtirê palatê tevayî hatine hundur. Doxtir û jinê, gava nexweş wî halîda dîtin, ç’evê hev nihêrîn, bi zimanê latînî çend gilî hevra gotin, lê min fem nekir. Doxtir derket, çû, lê ew herdu çûn ber textê nanxwarinê rûniştin. Carekê, duda jî lêva nexweşe jêrîn reqisî, xwest ç’evê xwe veke, lê nikaribû, ç’evê wî nîvîda vekirî man. Nişkêva jin ji cîê xwe rabû, hat nêzîkî nexweş bû, hevekî dîna xwe daê. Xêlekê zenda wî girt. Paşê guhê xwe da ser bînê. Qîz jî rabûbû, hatibû kêleka dê sekinî bû û dîna xwe didaê. Gilîk-dudu hevdura gotin, lê min nebihîst.

          Dê ji hundurê palatê derket. Qîz jî carekê, duda orta palatêda çû, hat, paşê derkete sivderê. Xêlekê çûnda ew û doxtirê palatê tevayî hatine hundur. Doxtir nêzîkî mêrik bû, zenda wî girt, pê aparatê teselya xebata dilkê wî kir, serê xwe hejand, spîç’al kişande ser ç’eva.

          Her tişt femdarî bû. Mêrik wefat bûbû.

          Mirî usa cîda hîştin, derketin, çûn. Çend deqa şûnda xebatçîê nexweşxanê çardar anîn, cinyazê mêrik dane ser, spîç’al avîtine ser. Dê û qîz jî kêlekê sekinî bûn. Wexta cinyaz derxisrin, birin, ew herdu qe pey jî neçûn. Nexweşê mayîn ber derê palatê tijî bûbûn, lê kesek nedihate hundur.

          Dîsa ber pencera me bû zarîn. Dengî nas bû. Nava van du rojada min çendik-çend cara ew deng bihîstibû. Dê û qîzê destpê kirin hûrmûrê xwe berev kirin.

          — Mama, ew lûle-kivavê gava dinê me xwarin, ber me man, te danye kîderê? – qîzê ji dê pirsî.

          — Te danîne, naê bîra te? Hundurê qutya kêleka kerevata bavê tedanin, — dê gotê.

          Qîzê derê qutyê vekir, lûle-kivavê nava nanê loşda pêç’ayî ji qutyê derxist, kire çeltê xwe.

          Herdua jî rind dîna xwe dane wandera, çika tiştek bîr nekirine. Çawa bi ç’evê ziha hatibûne palatê, usa jî ji palatê derketin, çûn.

          Ber pencera me zare-zara wî dengê nas bû.

          Em paşê pê hesyan, wekî ew rastîê birê rehmetî bûye, wekî dê û qîzê nehîştine bê saxî birê xwe bibîne.

          Meyt du roja zerzemîna nexweşxanêda xweykirin. Wan herdu roja jî zare-zara wî ber pencera me kêm nedibû. Du roja şûnda me îdî ew deng nebihîst. Lê dengê zare-zara wî hetanî nha jî ber guhê mine…

           

          … Nha, wexta îdî kete bîra min, wekî min ew kulfet kîderê û çawa dîtye, min ji wî hevalê xwe pirsî:

          — Lê ewê kêlekê kêne?

          — Yek qîza wêye, ya dinê jî nasa wane. Eva weke çardeh-panzdeh salane zeva ji qîza wê dûrketye.

          Rast bêjim, gotina wî ez ecêbmayî nehîştim. Gerekê eva yeka usa jî bûbûya. Ew, çi ku nexweşxanêda qewimî, gotî bigîhanda vê yekê.
 

HUNURÊ CEBARÇÎ

 

 

HUNURÊ  CEBARÇÎ

 

 

         Go rojekê jina beg dikeve, sêvikêda lingê wê ji cî dertê. Ji dest êşê qîrîneke wê yek erde, yek ezmanê, çi dikin, nakin c’arê êşê nakin. Lingê wê diwerime, dibe zurne, belengazê ne dikare rûnê, ne dikare palde. Êla begda cebarçîkî ermenîyî eyan hebûye. Navê wî Manûk bûye. Eva Manûka ber destê bavê xwe hînî cebarçîê bûye. Go bavê wî danî dîzek yanê derdaneke herî, dikire hundurê torpekî, dev girêdida û dida ber çakûça dişkênand, digote Manûkra, wekî hûrkê wê berevke, bigihîne hev.

         — Te ku pê desta hundurê torpeda hûrkê wê gîhande hev, — bavê digote Manûkra, — tê karibî cebarçîtîê bikî, cebarçîkî pak wê ji te derê, xêr ku na, dha pake terk bidî, karê te cebarçîtîê neketye. Hestuê şkestî jî bin ç’ermdane, tu bi ç’eva nabînî, lê tu gotî bi desta texmîn bikî û hesuê şkestî rast bigihînî hev û bicebrînî. Gerekê destê te ewqasî hînî wî pêşekî bibin, wekî tera bibin ç’ev, wan hesuê şkestî usa texmîn bikî, wekî esêvankî tu dibînî.

         Go sivê hetanî êvarê pêşê wî ev bû, kur hîn dikir. Û nava wededa kur bû cebarçîkî usa, wekî hat ji bavê derbaztir bû. Go wexta ha dûrva jî wan merya dinihêrî, ku qezya hatibû sêrî, rengê ç’ermra texmîn dikir şkestye yanê ji cî derketye. Û navê wî nava wê êlê, êlê cînarda bela bûbû. Wexta qezya dihate serê merîkî, îdî tu cyada nediçûn, diçûn bal Manûk. Manûk jî ew ax’ilme-dox’ilme dikir, verêdikir.

         Beg jî xwest bişîne pey Manûk bîne. Lê çimkî beg dînê xweda gelekî berk bû, nexwest destê ermenîê xaçparêz kulfeta wîkeve. Û beg emr kir, wekî cebarçîê mayîn bigerin, bibînin.

         — Begî xweşbe, — gotinê, — çira tu nizanî dest ser destê Manûkra tune? Emê kê bînin, wekî mînanî Manûk qencke? Dibe bikin jî, lê tu kes nikare kefîltîê bide, wekî wê seqet nekin. Lê Manûk ku bike, wê qencke çawa lazime.

         Beg kûr-dûr fikirî û wexta texmîn kir, wekî dikare biqewime jina wî seqet bibe, sizî canê wîra çûn. Lê alîê mayînda dînê wî îzn nedida, wekî destê şuletê jina wîkeve. Evan herdu fikra gelekî ber hevdu dan. Lê yekê nikaribû ya mayîn qelske. Beg ç’are dît:

         — Herin, gazî Manûkkin, — beg dibêje xulamê xwe.

         Wexta Manûk tê, beg hiltîne jêra ha dibêje:

         — Manûk, xanim ketye, sêvikêda nizanim lingê wê şkestye yanê ji cî derketye.

         — Ê, çi têra heye, begê min, îznê bide ez lêbinihêrim, — Manûk dibêje.

         Gonekî tel tê beg. Tê kivşê gotina Manûk wî xweş naê, qe alîê Manûkda jî nanihêre, hiltîne dibêjê:

         — Na xêr, ez îznê nadim, wekî destê kafir xanimê keve. Tu gotî destê xwe nedêyî, lê qenckî.

         — Begî xweşbe, ez çawa dikarim destê xwe nedimê, nebînim çi bûye, qenckim? – Manûk sûclî dibêjê.

         — Ez nizanim, çawa dixwazî bike, gotî destê xwe nedî xanimê, lê lingê wê jî qenckî, eger naxwazî serê te bê jêkirinê. Gotina min eve, gilî-gotinê zêde nelazimin.

         Manûk tê derdixe, wekî xeberdan zêdeye, beg nava qirara xweda berke û çi jî bibe, ew tu cara qirara xwe neguhêze.

         — Qe na îznê bide, — Manûk dibêjê, — ez dûrva dîna xwe bidmê.

         — Em tevayî herin oda xanimê, — beg dibêjê, — ber ç’evê min dûrva lê binihêre.

         Beg û Manûk tevayî diçin oda xanimê. Wexta xanim wana dibîne, nava cyada xwe dixurdile. Beg hiltîne, dibêjê:

         — Tu xwera rehet nava cîê xwedabe, ew nêzîkî te nabe, destê xwe nade te.

         Manûk hîvî dike, wekî tiştekî bavêjin ser wî lingê xanimê, wekî ew lingê wê tezî nebîne. Ha dibêje û vedigere pişta xwe didê. Tînin tên lihêfê wêda davêjin, şerekê davêjin ser lingê xanimê.

         Beg dibêje Manûk, wekî îdî îzna wî heye bizvire. Manûk dizvire û dûrva dîna xwe didê.

— Şerê lingê wê bipêçin, — Manûk dibêje û dîsa vedgere, pişta xwe dide xanimê. Usa jî dikin.

         Manûk dizvire û hîvî ji xanimê dike, wekî lingê zedelû çiqasî dikare bihejîne. Xanima belengaz zor-cefakî ancax lingê xwe hevekî dihejîne. Eva jî Manûkra bes bû, wekî tê derxe, çi hatye serê lingê xanimê.

         — Begî xweşbe, — wexta ji oda xanimê dertên, Manûk dibêje, — qe medekê we hene?

         — Çend medekê me hene, — beg bi ecêbmayî dibêjê û difikire çi medeka lingê xanimê ketye.

         — Ez hîvî dikim sê roja medekekê malda xweykin, — Manûk dibêjê. – Rind alifkin, gele xuê bidnê. Lê ç’ilke avê nednê. Sê rojê dinê şûnda ezê ser weda bêm.

         Dixwaze xatirê xwe ji beg bixwaze û here gundê xwe, lê beg nahêle.

         — Ez medekê teslîmî te dikim, — dibêjê. – Çawa dixwazî, usa jî xweyke. Tu jî cîkîda naçî. Tê mala meda bimînî hetanî lingê xanimê qenc nekî. Xêr ku na, tu zanî ezê çi bînim serê te. Xwedê nekirî lingê xanimê seqetbe, tu ji destê min xilaz nabî. Qe te emrê xweda nava êl-eşîrada kulfeteke seqet dîtye? Nedîtye. Xanim jî gotî seqet nebe. Te bihîst?

         — Belê, beg, min bihîst, — Manûk dibêje û bi bawerî serda zêde dike, — xanim seqet nabe. Ez soz didim.

         — Sozê mêra soze? – beg jê dipirse.

         — Sozê mêra serê mêra yeke, — Manûk teqil dibêjê.

         — De wekî usane, miqatî sozê xwe û serê xwebe, — beg bi ten dibêjê.

         Manûk dengê xwe nake. Beg hiltîne dibêje xulam:

         — Kuro, bidin pêşya Manûk, bivin tewlê, bira medekekê bibijêre, çawa dike bira bike.

         Usa jî dikin. Manûk sê roja medekekê rind alif dike, cîwar xuê didê, lê ç’ilke avê nadê. Wan hersê roja ew ji tewlê dernaê, aminya xwe kesekî nayne û her tiştî bi destê xwe dike.

         Wexta sê roj temam dibin, Manûk çatûê davêje stûê medekê, tîne ber dêrî û dibêje beg:

         — Begî xweşbe, kincê xanimê lêkin, bînin werin.

         Diçin kincê xanimê lêdikin, çend qîz û bûk dikevne bin mila, derdixine derva.

         — De nha xanimê medekê syarkin, — Manûk dibêje.

         — Ev erda Xwedê ketye, ezê evî lingî çawa medekê syarbim, — dibe zarîna xanimê.

         — Tişt nake, xanim, çetnaya teê tenê evbe, — Manûk bi zarekî şîrin dibêjê.

         — Manûk, te sozê xwe û serê xwe bîr nekirye? – beg bi eks jê dipirse.

         — Na xêr, begî saxbe, min bîr nekirye, — Manûk mêr-mêranî caba wî dide.

         — De wekî usane, xanimê medekê syarkin, — beg dibêje û dîsa vedigere ser Manûk.

         — Tu zanî, ne, ez ne lêpokim, wekî xelq min û xanimê bikene. Rind haj xwe hebe, ez îzna vê yekê nadme tu kesî, ha, — beg bi gefxwarin dibêje.

         — Begî saxbe, — Manûk bi hemdî xwe cabê dide, — ez dibînim kê pêşberî min sekinye û zanim çi dikim.

         Xulese, xanimê medekê syar dikin. Manûk çatûya medekê digre, berê xwe dide cewa orta gund. Cimeta gund pey diçe. Beg jî serê xwe dike ber xwe, pey medekê diçe. Ji şerma beg tê çetlemîşbe, lê xwe zevt dike, çika axirî dibe çi. Manûk hetanî ber cewê medekê destkêş dike. Wexta digihîje cewê, çarix, gorava dide nava avê û pêşya medekê disekine. Medek devê xwe dike avê û vediç’ine. Medek çiqas avê vedixwe, ewqas dinipixe. Hela devê medekê avêda, dibe xirpîn. Manûk çatûê davêje û nava avê dertê, tê pêşberî beg disekine.

         — Begî saxbe, dikarin xanimê paşda bibin malê.

         — Kuro, lê lingê wê? – beg bi hêrs dipirse.

         — Lingê wê kete cî, — Manûk bi hemdî xwe cabê dide, — dive nha hevekî bêşe, nikaribe xwe bide ser. Xêle wext derbazbe, wê rabe ser linga, bisekine. Tiştek tunebû, her tenê lingê wê sêvikêda ji cî derketibû. Wexta medekê av vexwar, bere-bere nipixî, zor da lingê xanimê, anî kire cî. Tiştekî mezin neqewimîbû.

         Xanimê paşda tînin. Wexta ber dêrî ji medekê peya dikin, xanim texmîn dike, wekî êşa lingê wê lap kêm bûye. Lê ji tirsa êşê newêre xwe bide ser.

         — Xanim, xwe bide ser wî lingî, — Manûk dibêje.

         — Ne dêşe?

         — Naêşe, te tirê dêşe, lê naêşe, xwe bide ser, xwe bide ser.

         Xanim neyseyî xwe dide ser û texmîn dike, wekî êş bawer bikî tune.

         Xanimê dibin hundur. Beg Manûk teglîfî oda xwe dike. Odêda rûdinên, xeber didin. Bengzê beg îdî xweş dibe, bi ç’evê xwe dibîne, wekî Manûk bi çi hunurî lingê jina wî kire cî. Xêlek jî derbaz nabe, gava xanim bi ç’ik-pikê xweva tê hundur.

         — Birê Manûk, mirazê te kura bibe, belkî Xwedê bê hewara te, te çawa ez ji wê êşê xilaz kirim.

         Gava beg vê yekê dibihê, radive dest dike cêva xwe, kîsik derdixe, çend zêra ber Manûk datîne.

         — Eva pêşkêşa te, — beg dibêjê.

         Manûk bi desta wan zêra hevekî wêda dide û dibêje beg:

         — Begî saxbe, zêrê te min ne lazimin, ez zêrê te hilnadim. Sozê mêra û serê mêra yeke. Min îro ne ku tenê sozê xwe anî sêrî, lê usa jî serê xwe xilaz kir.

         Beg ji kirina xwe şerm dike, dixwaze bi zêra dilê Manûk bikire. Lê dike-nake Manûk zêra hilnade.

         — Bira navê te û pêşê te te helalbe, — beg dibêje, gava tê bawerkirinê, wekî çi bike-neke Manûk zêra hilnade. – Virhada derê mala min ber te tim vekirye, çawa merîê malê dikarî bêy û herî.

         Beg sê roja Manûk bernade, jêra ezet-qulixê dike. Wexta verêkirinê hespekê zîn-bûsat dikin, tînin ber Manûk didine seknandinê. Beg ber disekine, jêra dibêje:

         — Ya min û te ser vê hespêye. Tu ku hespê çawa pêşkêş hilnedî, ez îdî tera xeber nadim û tu wexta te merîê xweyî nêzîk hesab nakim. Eva ne heqê teye, eva pêşkêşa mine, ku ez didime te. Tu ku hilnedî, bizanbe, qedrê min nagrî.

         Manûk zanibûye, wekî hilnede, eva yeka bona beg wê bêhurmetîke mezinbe. Dengê xwe nake, hespê syar dibe, xatirê xwe ji beg dixwaze, dide serê rê berbi mala xwe diçe.
 

VÊ CARÊ JÎ…

 

 

VÊ CARÊ JÎ…

 

 

          Gundê meda merîkî gelekî şikyatçî hebû. Navê wî Avas bû. Qûl-bendê gund jê hiz nedikirin. Bawer bikî gundda merîk tunebû, ku wextêda Avas şikyatê wî nekiribûya. Digotin hetanî ser kurê xwe jî şikyat kirye. Rast digotin yanê derew, ez nizanim, lê her tenê zanim, wekî ew û kurê xwe hevva nediçûn, nedihatin. Hinekî jî xwendî bû, çend sala çûbû mektebê. Gundda çend xebat kiribûn, bûbû serwêrê fêrmê, brîgadîr, kîlerçî. Dha rast, ji şikyatê wî tirsyabûn û qulix dabûnê.

          Em cînarê hev bûn. Jina Avas kulfeteke delal bû. Gundya hezar carî dha zef qedrê wê digirtin, ne ku qedrê mêr. Wexta koma mêra orta gundda berev dibû, Avas ku dihate nava wan, pêra-pêra ji hev bela dibûn û her yek alîkîda diçû. Him jê ditirsyan, him jî jê hiz nedikirin, nedixwestin kêlekê bisekinin, xeberdin.

          Van salêd axirîê îdî qulix nedidanê, îdî tu kesekî guh nedida şikyatê wî û ew bendî tiştekî hesab nedikir. Bûbû kolxozvanekî cêrgevan, diçû kêlendî dikişand, rêncberî dikir.

          Avas yekî nîvçeyî zenonekî bû. Rêveçûyînêda gelekî lez bû, tê bêjî yekî dabû pey. Hema usa fişke-fişka wî bû. Dengekî qalim lêbû, wexta xeber dida, te tirê av ketye gewrîê dixeniqe, vix’e-vix’a wî bû. Wexta ewî û yekî qirka hev digirtin, hêrs diket, xeber ji dêv nedihatne femkirinê.

          — Bo pakî xeberde, çi vix’e-vix’a teye, merî tiştekî ji devê te fem nake, — ewê himber jêra digot. Avas dha hêrs diket, stûê wî dha qalim dibû, soro-moro dibû. Te digot eve wê bê biteqe.

          Bawer bikî gundê meda mêrê usa tunebû, ku Avas nekutabû. Wextêda ser çiqas merya şikyat kiribû, wan jî wedê başqe-başqeda menî lê girtibûn, kutabûn. Zanibûn Avasî bêtaqete, cîê usa digirtin, têr dikutan, ku merî nekevne ortê yanê şedê wî tunebin. Û çiqas ewî derheqa van şerada şikyat dikir, tu kesî guh nedidaê, çimkî şedê wî tunebûn. Digotin, wekî wextêda ewî serê gele mêrê gundê me xwerye, ew dane sirgûnkirinê. Û nha riknata ewê sirgûnkirî dikirne fesalê, menî lê digirtin û dikutan.

          Dersdarekî gundê me hebû, merîkî gelekî helal, temiz. Wextêda eva dersdara dixwaze derbazî nava partîaêbe. Avas pê dihese û ser wî şikyat dike. Çend sala şuxulê wî xirab dike, nahêle bikeve nava partîaê. Hilbet, paşwextîêda dersdar nava cêrgêd partîaêda qebûl kirin. Û çi gava nava koma mêrada gilî dihate ser vê yekê, dersdar ç’evê xwe dikuta ç’evê Avas û gilîê xirab digot, dida ç’êra, wekî kê şer davîte wî.

          — Tu çira xelqêra didî ç’êra, — Avas digotê û stûê wî qalim dibû.

          — Ez xelqêra nadme ç’êra, — dersdar bi hemdî xwe caba wî dida. – Ez wî merivîra didime ç’êra, kê şer davîte min, şikyatê min dikir. Xwedê hevîne, zikê te çira dêşe?

          Dibû pîrqînya hazira dikenyan, lê Avas soro-moro dibû, serê xwe dikire ber xwe, ji nava koma mêra derdiket, diçû.

          — Wedê wî îdî derbaz bûye, te dî nha çawa avaş bûye, — dersdar pey wî dinihêrî û digot.

          Jinê jî jê hiz nedikir. Wexta dîsa bi sirê ew çolê dikutan (lê usa kiribûn, wekî birîn lê tunebin), dibû vix’e-vix’a wî dihate malê, jin lê hildihat, digotê:

          — Ê, Xwedê te bikuje, çî te xelqê ketye. Min çiqasî tera digot, karê te şikyata neketye. Te gura min nedikir. Te îjar girte xwe? Gelo tu qe xwe şerm dikî?

          Dibû vix’e-vix’a Avas, tiştek digote jinê, lê nedihate femkirinê çi dibêje. Xwe dirêjî jinê dikir, çend tep davîtê.

          — Ew tu çira usa filankesê nikarî, — jinê digotê, — wê tu kirî pison. Belkî qurbana mêrê xelqêbî. Roja min usane, belkî ew roj reş-heşbe. Xelqê jî bêje mêrê min heye, ezê jî bêjim. Belkî mêrê usa erda sarda here.

          Lê Avas erda sarda nediçû, ser erdê digerya û hertim ç’evê wî tiştekî digerya: çawa bike “matêrîala” berev bike, wekî bela wî merivî bidê, ku usa ew kutabû, hincirandibû. Erze ser erza diçûn, lê îdî tu cabeke “xêrê” ser Avasda nedihat.

          Wî çaxî gundda her tenê nivîsxana kolxozêda têl hebû. Paşî kutana bi sirê xwe nivîsxanêra digîhand, têlê dixist, şikyatê xwe dikir. Kesekî nizanibû çi caba wî didin, lê ewî hazirara digot, wekî wê sibê bên. Lê sibê, dusibe jî dihatin, diçûn, tu kesî şikyatê Avas nedipirsî. Lê wexta yek ji nehîê dihat, ç’evê Avas diç’ûrisîn, dha lez xwe nivîsxanêra digîhand, ewê hatîra bi helekarî xeber dida. Merivê ji nehîê hatî gazî ewî merivî dikir, ku Avas kutabû. Wîra jî xeber dida, radibû, diçû. Û hew bû, tu kesekî îdî gazî wana nedikir. Çend cara ha bû. Avas rabû ser ewî wekîlê nehîê jî şikyat kir. Vê carê erza wî bêserî nîbû, qolê wîyî mînanî çencikê kula hevtpencê bindabû. Dîsa ji nehîê merîk hat. Kire civat, ya nemayî anî serê Avas.

          — Ew çawane – temamya gund tenê dibeze te, te dikute û tu kes jî wêderê tune? – ewî ber cimetê ji Avas pirsî û hîvya caba wî nema, serda zêde kir. – Bese, şerme, terka wan fêlê xweye xirab bide. Me îro eva cimeta berev kirye, qe na ji vê cimetê şerm bike.

          Lê Avasra şerm ku hatibû? Zûda rûê wî bûbû qayîş.

          Lawikêd gund bi cûrekî mayîn jî heyfa xwe jê hildanîn. Wexta kêlendîkêş diketine honê, çend lawikê serxwe Avas didane pêşya xwe. Dibû wîşe-wîşa kêlendya, gîhaê ter qurf dikirin. Avas dilezand, wekî ji ber lawika derê. Lê wê ku derê?

          — Avas, here, ya na ezê lingê te bibirim, — yê pey digotê. Avas xwe didaê, lê dikir, nedikir, ber dernediket. Hetanî derdikete serê honê, xûdanêda reş dibû. Hona dinê yekî mayîn dida pey. Ewî ji yê pêşîê xirabrit danî sêrî. Du-sê hona ha diçû, taqet diket, destîê kêlendya xwe erdêda dinikand, kêlekê vedlezya. Lawika bi destîê kêlendîê diniç’andinê:

          — Rabe, çi wedê te û paldanêye, — digotinê. – Çira tu me çêtirî, em bixebitin, tu jî velezî. Rabe, rabe, kengê me bîna xwe stend, tu jî tev me bîna xwe bistîne.

          — Te tirê ev jî kax’ez, qeleme, ç’izî-vizî bikî? – yekî dha berzeq digotê. – Tiştê mayîn vira derbaz nabin, heval. Hatî xebatê, gotî bixebitî.

          Bi kulzikî radibû, stûê wî qalim dibû, tevîhev dibû, lê dengê xwe nedikir. Qestîka tiştekîda xwe mijûl dikir, hetanî gişk diketne honê, paşê dida pey wan, hêdî-hêdî kêlendya xwe davîtê. Carna jî, wexta lawika gelekî zor didanê, qestîka giranya xwe davîte ser destîê kêlendîê dişkênand û berê xwe dida gund. Îdî wê rojê venedgerya.

          — Dîsa xwe ta da, — kêlendîkêşa digotin û derheqa wîda çend gilîê netê didane rêzê.

          — Bo bira here, qe venegere, — gundîkî navsere digot. – Tê bêjî em gelekî motacê wîne. “Dîtina gur ox’ire, nedîtin ji hemûşka çêtire”.

          Paletîêda tu kesekî tevî wî nan nedixwar. Wexta nanê nîvro yanê firavînê çend merya tevayî nan dixwarin. Lê kesekî tevî Avas nan nedixwar. Timê kulfeta wî nanê wî danî, dida ber, diçû nava kulfetada rûdinişt, wanra xeber dida hetanî Avas dixwar, kuta dikir. Avas tenê dûr rûdinişt, derê derdana xwarinê vedikir, pê kevç’îê darîn lihevdixist, nan derdixist, dadanî kêlekê, serê xwe hildibirî lawika dinihêrî, ew teglîf dikirin, wekî bên tevî wî nan bixun. Lawik ne ku tenê nedihatin, tev wî nan nedixwarin, lê qe caba teglîfkirina wî jî nedidan. Wexta lawikê mayîn yekî yek teglîf dikir, ewê ku nediçû, digote merîê, ku wî teglîf dike “efyatbe” yanê “xêrekê jê bibînî, loşî canê tebe”. Lê lawika qêmîş nedikirin van xebera Avasra bêjin. Lema jî tu kesî caba teglîfkirina wî nedida û ne jî ew teglîf dikirin, wekî bê tevî wana nan bixwe. Avas xwarina xwe dikişande ber xwe, serê xwe dikire ber xwe, tenê dixwar. Çawa dixwar! Çelpe-çelpa devê wî bû. Kevç’î hetanî nîvî dikire devê xwe, fir dikir. Xûdanê serr davît, carna diniqitî, dikete nava xwarinê. Usa lez dixwar, wekî te tirê xwarinê ber bireve. Hetanî teqîn binê derdanê neanya, serê xwe hilnedibirî. Paşî xwarinê hoç’ek jî çêdikir, dida ber geza. Hoç’ê xwe jî dixwar, kuta dikir, dergîlkê derdanê dida ser, nanê firavîna xwe dikire parzûn, dipêç’a, gazî jinê dikir. Jinê dihat, derdan hildanî, ewî jî parzûn dibir, dikire bin gîhê tezeçinî, wekî hişk nebe, cîkî sî digerya. Gava cîkî anegor didît, diçû weke nîv gurz gîhaê çinî berev dikir, danî dida ber serê xwe û vedlezya. Hetanî çend cara gazî nekiranaê, ranedibû.

          Gundda tu kesekî Avas hiz nedikir. Rastîê jî ne yê hizkirinê bû. Lê ewî carekê minra qencîke usa kir, ku heta-hetayê ji bîra min naçe.

 

* * *

 

          Ezî hodax bûm. Wê salê min weke mehekê horîka kotanê ajot. Me xamê jorin radikir, wekî wêderê payîzê biçînin. Kolxozê çandinî kuta kiribû, şovê havînê radikir, wekî payîzê biçîne. Em, hodax, ku gedê cahil bûn, îdî ser nîr aciz bûbûn, me ewqasî lingê xwe danîbû ser zincîrê, wekî çarixê lingê me alîkîda xar bûbûn û kêlekêda maşya bûn. Me gazî Xwedê dikir, wekî baraneke rind bibare, bibe herî, qe na em rojekê malda bimînin. Lê bextê mera qurlixî bû, ç’ilke baran ji ezmên nedihat. Gundda çiqas “Bûka baranê” digerandin, çiqas jin ker-ker diçûn xwelya ser mezelê kuştya danîn dikirne nava avê, hesab yek bû – baran nedihat. Çarixê lingê meda, ku nehasilkirî bûn, hişk dibûn, dibûne kermkok, usa lingê me dêşandin, wekî em dikulyan. Êvarê me çarixê xwe dikire avê, wekî hetanî sibê nerm bin.

          Wê êvarê min bîrkir, çarixê xwe nekire avê. Ez ku sibê nava cya rabûm, kete bîra min, wekî min çarixê xwe nekirne avê. Teze min çarix kirne avê. Gizîrê gund ber dêrî sekinî, gazî min kir, wekî herme horîkê. Min gotê, wekî çarixê min hişk bûne, teze kirye avê, bira îro jî yek dewsa min here horîkê bajo. Gizîr çû, lê xêlekê şûnda dîsa paşda vegerya.

          — Sedir gotye, bira pakî rabe, bê, — ewî got, — yanê na ezê bêm ç’evê wî derxim.

          Ya ç’evderxistinê, hilbet, derew kiribû, lê ya îsafê rastîê jî merîkî gelekî bêîsaf bû. Îlahî bona wan merya xurt bû, ku xweyê wan tunebûn. Ya min jî… “Mêrê” mala me ez tenê bûm, ku wî çaxî ancax 10-12 salî bûm. Qewm-pismamê me jî gundda tunebûn. Ê, sedrê min û çî min vekişya? Û çiqas destê wî dihat, minra neheqî dikir. Kîna xwe kutabû min. Menya kîna wî jî ew bû, wekî ez û kurê wî komekêda tevayî hîn dibûn. Serê kurê wî, tê bêjî, ç’igûn bû, gilî sêrîda rûnedinişt, dersê xwe hîn nedibû û şagirtê komêyî lapî sist bû. Lê ez pak hîn dibûm. Û gele cara min didît, wekî çawa kurê xwe dida ber pihîna û digotê, wekî tu qurbana filankesêbî (navê min hildida), çira ew wî halîda (mala me mala gunde lape kesîb bû) dikare hînbe, tu vî halîda (mala wan mala gunde lape dewletî bû) çira nikarî hînbî. Tu cara nedihîşt kurê wî minra hevaltîê bike, ez usa ber ç’eva reş bûbûm, wekî qe nedixwest rûç’kê min bibîne. Paşwextîêda jî usa bû: gava min koma hevta gundê meda kuta kir û gundê cînarda, li ku mekteba orte hebû, çûme koma heyşta, ewî dîsa neheqî min dikir. Wexta kolxozvan nêzîkî wê rê dixebitîn, bi kîjanê ez diçûme mektebê, ese dihat pêşya min digirt, çelte ji destê min digirt, alîkîda kewkî dikir, nedihîşt ez herme mektebê, zorê dibirim, didame xebatê. Lema jî, wexta min zanibû, wekî wê rojê xebatçîê nêzîkî rê wê bixebitin, ez îdî wê rêra nediçûm. Lê diketime ç’emê nêzîkî rê, ku havînê dimiç’iqî, xwe kûz dikir, wekî yek min nebîne, diçûm, gelekî ji xebatçya dûr diketim, paşê ji ç’êm derdiketim, dida serê rê û diçûme mektebê. Wextê vegerandinê jî min usa dikir. A, ewî usa min kiribû eynat û bi her teherî neheqî min dikir.

          Lema jî wê rojê min zanibû, wekî vê carê jî ez ku neçim, sedrê bê û neheqîkê min bike. Ç’ara min hate birînê. Min çû çarixê xwe ji avê derxist û cêriband pêkim. Lê min kir-nekir tişt jê derneket: qe serê pêçîê lingê min pakî nediketne çarixa. Ez çawa bikim? Neçim – sedir hemîn min menyane, wê bê min malda cîwar bikute, herim – ezê pêxas çawa bigihîjme cî û hetanî êvarê horîkê bajom? Metel mabûm sekinîbûm. Alîkîva jî gizîr digot ha zûbike, ezê herim pey xebatçîêd mayîn jî. Xulese, ç’ara min hate birînê, min tana gora da pey gizîr, ji malê derketim.

          Avas ser selê ber derê xwe rûniştibû. Gava ç’ev min û gizîr ket, silava me vegirt, rind dîna xwe da min.

          — Kuro, hela bisekine, — ewî minra got, ji cî rabû, berbi min hat. Hat ber min sekinî, gorê lingê min nihêrî.

          — Tê kuda herî? – ji min pirsî û ç’evê xwe ji gorê lingê min nabire.

          — Ezê herim horîka kotanê bajom, — min gotê.

          — Lê ka çarixê te?

          — Çarixê min hişk bûne, min kirine avê, hela nerm nebûne.

          — Tê tana gora herî horîkê bajoyî?

          Min xwe ker kir.

          — Çira nedibû îro yekî mayîn dewsa te biçûya?

          Min dîsa xwe ker kir. Minê çi bigotaê?

          Bû niç’e-niç’a wî, serê xwe hejand.

          — Tu çi cîê xweda sekinî, ne derenge, sedir hîvya teye, — gizîr minra bû. Serê min ber minda, ez pey gizîr livyam. Hela çend gava neçûbûm, gava Avas min kire gazî.

          — Were vira, were vira!

          Ez piş xweva zivirîm. Min dît wê cîê xweda sekinye, destê xwe minra dihejîne. Ez vegeryam. Da pêşya min, çû dîsa ser selê ber dêrî rûnişt. Ez jî çûm pêşber sekinîm. Kite çarixa lingê xwe vekir, exist û dirêjî min kir.

          — Pêke, belkî aykê te wîra nemîne, — got, kita çarixê danî ber min û destpê kir kita dinê vekir. Ez cîê xweda hela sekinî bûm. Serê xwe hilbirî, min nihêrî.

          — Ne ez terame, hilde pêke.

          Min nizanibû çi bikira. Ji cîê xwe nehejyam.

          — Tera divêm, pakî hilde, pêke, yanê na, ezê rabim sîleke usa bidme bin guhê te, wekî ava hevt girara ji devê te bê.

          Herdu kit çarix derxistibûn, danîbûn ber min. Min dîna xwe daê: stûê wî qalim bûye, soro-moro bûye. Min zanibû – çarixa nekme pê, wê rabe, min bikute. Ez ser erdê rûniştim û min çarixê wî pêkir, da pey gizîr çûme ber derê nivîsxana kolxozê. Gele merî wêderê hebûn, sedir jî nava wanda bû.

          — Kuro, wexta gazî te dikin, tu çima naêyî? – sedir got û berbi min hat.

          — Xalo, çarixê min hişk bûbûn, min kiribûne avê, wekî nerm bin, — min caba wî da, hey yek gav jî paşda diçim.

          — Wekî çarixê te hişk bûne, lê te ew çarix ku anîne pêkirine? – dîsa berbi min hat.

          — Avas çarixê lingê xwe derxistin, danê, — gizîr pêşya min caba wî da.

          Sedir cîê xweda sekinî. Ez jî îdî paşda neçûm.

          — Dêmek, Avas bûye merîê te, erê? – got û xwe dirêjî min kir. Min çilqas kir, lê gizîr xwe avîte pêsîrê girt. Xwest ji destê gizîr derê, bê min bigre, bikute, lê du mêrê gunde mayîn çûn, milê wî girtin, nehîştin.

          Min wê rojê pê çarixê Avas horîk ajot. Êvarê vegeryam, min çarixê wî danê û gotê, wekî ez gelekî jê razîme. Dengê xwe nekir, serê xwe kire ber xwe, bû niçe-niça wî.

          — Xwedê roja êtîma reşke, — berxweda got, pişta xwe da min, çû kete mala xwe.

          Çend roj ketne ortê. Gundda bes bela bû, wekî Avas seba min ser sedir şikyat kirye. Lê roj hatin, derbaz bûn, sedir cîê xweda ma, meh hatin, derbaz bûn, sedir cîê xweda ma.

          Vê carê jî şikyatê Avas bendî tiştekî hesab nekirin.

 

 

XÎRET

 

 

XÎRET

 

 

        Eslan û Sebrî kiribûne şer. Eslanî neheq bû: pey bûka Sebrî çûbû, çend cara gilî berra avîtibû. Carekê Sebrî gotibûyê, wekî terk bide, pey erzê wî neçe, yanê na şuxulê qolayî bin. Eslan dengê xwe nekiribû, lê terka wê kirina xwe jî nedabû. Raste, tiştekî usa navbeyna Eslan û bûka Sebrîda tunebû, her tenê Eslan ç’ev berdabûyê û gilî berra davîtin, lê gundya dîtibûn û “mûkek kiribûne hûkekî”. Ç’ilovîskê gund bûn, hev digeryan. Ev gilî-gotin ketibûne guhê Sebrî jî, lê ewî nedixwest ser vê yekê şerekî pêşda bîne, navê bûka xwe derxe. (Ewî jî zanibû, wekî orta wanda tişt tune, bûk guh nadê, her tenê Eslan cahiltîê dike). Lê çiqas çû, ew ç’ilovîsk zêde bûn, ç’ara wî hate birînê, cîê tê û netê xelqê ten lêdixistin, jina ew yek dikirine qar, didane serê neferê mala wî.

        Rojekê jî Sebrî orta gundda rastî Eslan hat.

        — Kuro, lao, ne min tera got nigê xwe guhê xwe nexe, karê te erzê me neketye, çira dîsa tiştê usa dikî? – Sebrî rya Eslan birî, gotê.

        — “Kuro”, yê mînanî tene, — Eslan caba wî da. – Persenga devê xwe zanive. Çî te min ketye?

        Eslan yekî qafseqetî hêrs bû. Wexta hêrs diket, Xwedê xwe jî nas nedikir, çi dihate ber dêv digot, nedinihêrî kî pêşberî wî sekinye – merîê emirda mezin yanê cahilekî sivik. Vê carê jî usa bû. Sebrî emirda, bêmene, dewsa bavê wî dihat, lê Eslan, ku ji cûrê xeberdanê sil bûbû, eva yeka hesab hilneda, usa berzeq-berzeq caba wî da. Sebrî xwe dirêj kirê. Ew û Eslan gihîştine hev û hevdu dane ber kulma. Eslanî cahil bû, Sebrî pê nikaribû. Hetanî gundya xwe wanra gîhandin, ketne ortê, Eslan êpêceyî Sebrî kuta, xûn ser xist.

        Raste, pey wî şerîra Eslan hişê xwe berevî ser hev kir, terka bûka Sebrî da, lê wê rojêda bîna wan hevra nexweş bû û wana hevdura xeber nedidan.

 

* * *

 

        Wî çaxî gundda hostê dîwardayînê tunebûn. Dîwarê malê gund Masak datanî. Masak ji Himamlyê bû. Derbaharê dihat hetanî payîza dereng dîwarê gundya datanî, kêm yanê zêde heqê xwe distend, diçû.

        Salêd pey şêre çetin bûn, konfêt kêm dest diketin. Satoa jina Masak kesekî nizanibû ji ku konfêt danîn gundda hêka, rûn, toraqê, penêrra diguhêrî.

        Çiqasî Masakî milûkî, xwera nedîtî bû, ewqasî Sato betere serxwe bû. Masak yekî nîvçeyî qalim bû, Sato yeke aşqorkîye bejnbilind bû. Nanxwarina Masak lap kêm du seheta dikişand. Xebatêda jî usayî pêgiran bû. Dîwarê, ku hostakî mayîn dikaribû, em bêjin, nava ro denekîda danya, ewî nava hevtêkêda datanî. Ne ku xwe têda dixapand, lê xeysetê wî usa bû, hêdî-hêdî, giran-giran dixebitî. Gelekî ji xeberdanê hiz dikir. Te ku gilîk bigota, Masak îdî terka şuxul dida, dûr-dirêj dest bi xeberdanê dikir.

        Masak merîkî gelekî rem bû, nîvê heqê xebatê jî nedistend. Gele cara, wexta pere tunebûna, ber heqê xweva ceh, kartol distend. Wexta ew jî tunebûna, ewî deyn dihîşt.

        Lê Sato usa nîbû. Bona hêkekê diricifî, heta konfêtek jî nedida destê zara wê malê, ku lê bûbû mêvan. Gelekî mêrda diket, wekî ew usa nîvheq dîwarê gundya datîne. Masak bin lêvada dikenya, lê tişt nedigot, çimkî zanibû, çi menîê jî bigre, hesab yeke, wê nikaribe jinê bide qandirmîşkirinê. Jin pêda diket û wexta didît Masak cabê nade, nifirîke tel lê dikir û jê dûr diket.

 

* * *

 

        Baharê, wextê Masak dîwar datanîn, Sato konfêt hilda, hate gund, çû mala Xelîl. Dîsa jinê gund dora wê top bûn, bazara konfêta kirin. Hevdura pevketin, wekî konfêta hêktî bide. Jina hêk danîn, konfêtara diguhêrîn, dibirine malê, wekî pê çayê vexwun, çend heb didane destê zarê xwe. Xortê gunde cahil jî hêk dibirin, konfêtara diguhêrîn, dikirine cêbê xwe, diçûne nava gund, yek heb derdixistin, davîtine devê xwe, hevekî ber xwera diçûn, nîşanî yê mayîn didan, wekî konfêta dixwun.

        Eslan jî çû malê, çend hêk hildan, wekî konfêta bikire. Bazara wî û Sato hev negirt. Eslan hêrs ket û çend gilîê netê gotnê. Ewê jî çawa lazim bû caba wî da, Eslan xwe dirêj kirê, lê Xelîl û kevanya wî xwe avîtne pêsîrê, milê wî girtin, nehîştin tepa wî Satoê keve. Wextê Eslan derxistine ber dêrî, Xelîl ya nemayî anî sêrî, şermî daê, wekî çawa ewî îzn da xwe gilîê netê wê kulfeta ermenîra bêje.

        — Dha rind dibû te ew gilî min û neferê mala minra bigota, ne ku Satora, — Xelîl gotê. – Ew hatye mala min, mêvana mine, tu jî radivî usa tînî sêrî. Wekî min xwe yaşê xwe şerm nekira, min zanibû çi danî serê te…

        Eslan jî fem kiribû, wekî tiştekî pak nekirye, ji kirina xwe poşman bûbû û wê demê Xelîl çi digotê, dengê xwe nedikir, serê xwe kiribû ber xwe, mînanî merivekî gunekar ber sekinî bû. Wexta jin-mêr vegeryane malê, gelekî ber dilê Satoda hatin. Gotinê, wekî Eslan xortekî hêrse, gava hêrs dikeve, Xwedê xwe jî bîr dike, gilîê xweyî paşîê pêşîê dibêje, lê xortekî dilê xweyî saxe, xilêletî, qelpî-qûlpî cem tune.

        — Tişt nake, hesêvankî kurê teye, hêrs ketye, tera gilîk gotye, — kevanya malê gote Sato.

        — Lê ew gilîê gotinê bûn ewî minra gotin? – Sato kelogirî got. – Tişt nake, qe nigê wî wê Himamlyê nekeve?

        — Wê çawa nigê wî Himamlyê nekeve? – kevanî ber dilda hat. – Sal donzdeh mehe gundîê me wiring. Bazareke me heye, wêderêye. Çûyîneke şeher heve, tenê wêdere. Tişt nake, xûç’ê, Himamlyêda rastî te hat, gunê min stûê tebe, usa bidî kutanê, çawa lazime.

        — Bira ew çî-çî xwe bike… Her tenê ez wî Himamlîêda bivînim. Ewê wî çaxî rengê jina bivîne. Tu bisene, tişt nake. Divêjin, nigê pêxasa hertim ber derê soldiryaye. Bixweze-nexweze, ewê bê Himamlyê. Ew ku hat, wê zanive, dinyaêda çi heye. Bira wî çaxî teze zanive, dew birê maste.

        — Xûşka Sato, tişt nake, ber xwe nekeve, — Xelîl gotê. – Me çi anî sêrî, ew jî jêra bese. Xwexwa poşman bûbû, lê dema xiravîê bû, hat, derbaz bû. Gotî pey dema çûyî nekevî. Dilê xwe fireke. Ya dinê jî – vî gilî ne hilde, ne dayne, bira ber guhê Masak nekeve. Masak îdî zûva bûye merivê vî gundî, xiravîê neke navbera wî û ewî xortê cahil.

        — Na, welle, ezê Masakra bêjim. Çira nevêjim? – Sato bi hêrs got. – Ew usa bîne serê min, ez jî Masakra nevêjim? Na, ezê ese bêjim, bira bigre ç’evê wî derxe.

        Êvarê Masak hat. Jinê medekirî ber tendûrê rûniştibû. Masak pêra-pêra texmîn kir, wekî tiştek qewimye.

        — Qîzê, çi bûye? – Masak jê pirsî.

        Tê bêjî Sato hîvya vê pirsê bû û çi qewimî bû, mezin kir, mêrra got. Hêrsa Masak rabû, soro-moro bû. Raste, Masak merivekî hemdî xwe bû, lê wexta hêrsa wî radikirin, dibû pirtî agir. Masak xwe xweş kir rabe. Xelîl milê wî girt, nehîşt.

        — Rûnê, rûnê, camêro, tê kuda herî, — gotê. – Hela sebirke, divên, mala Xwedê sebrê avaye. Sebra xwe bîne, camêro, bîna xwe fireke. Hela bisene, em jî vê ortê bûne, me jî dîtye, bihîstye. Emê jî hela tera bêjin, çi çawa bû. Malavao, tu îdî mêrekî rû-remanî, xwe teze cahilekî mînanî Eslan qafseqet nînî. Ca hela bisekine, bîna xwe fireke, çika em çi divêjin.

        Û malxuê, kevanîê Masakra gilî kirin, wekî çi çawa bûye. Hilbet, êpêce tişt kêm gotin, nexwestin alavê hê gurkin. Sato dixwest biketa ortê, bigota, wekî ew rast nabêjin, lê wana molet nedidanê. Ew alîê xêrê bûn, nedixwestin bêtemîke teze jî bê ortê.

        — Ez zanim, hûn alîê xêrê xeverdidin, — gava hevekî perç’a dilê Masak danî, got. Satoê xwe ker kiribû, îdî tişt nedigot. – Lê bira Eslan çî-çî min bike, ezê wî Himamlyêda negrim? Qe tiştê ha dive, mêrê kurmanc jî rave îznê bide xwe gilîê netê kulfeta xerîbra bêje, hela serda jî xwe dirêjkê? Eva çiqas sale ez vî gundîda dixebitim. Qe carekê we gilîkî sar ji devê min bihîstye?

        — Na, welle, ser bextê min, kuradave, — Xelîl gotê, — merîkî maqûlî, qe tiştê usa îznê didî xwe? Cem te şerm heye, eyb heye.

        — Lê ewî nemerdî qe şerm nekir? De wekî şerm nekirye, wexta cî bê, ezê şermê nîşandimê. Bira ad-qirarbe, gerekê ew heqê xwe rind bistîne.

        — Pî, Masak, Masak, ne tu merîkî aqilî, çawa gilîê usa divêjî? Dêmek, bona gilîkî netê tê ravî dostya me xiravkî?

        — Ew ku, dostî ku. Beytûkî wanderaye, bira here qurbana maqûlekî mînanî te be. Ew kîye, wekî dostya me xiravke, — Masak îdî bê hêrs, bi hemdî xwe gote Xelîl.

        — Dêmek, tu îdî dengê xwe jêra nakî, erê? – Satoê dîsa xwe kişî ortê kir. – Wekî mêrê min tu bî, halê minê jî ev ve.

        — Sato, Sato, usa nîne, daê can. Tu çira Masak bêhurmet dikî? Axir ne heqê Xwedêye.

        Xelîl gelekî ber dilê Masakda hat. Perç’a dilê Masak îdî lap danîbû. Lê mede-mirûzê Sato qe xweş nedibû. Kevanîê şîv danî, Masak û Xelîl nanê xwe xwarin. Kevanîê kir-nekir Sato parî nan nekire devê xwe. Cî danîn, rabûn ketne nava cya. Hetanî nîşev piste-pista Sato bû, mêrra gilî digot. “Mêr pînc dike”, — fikra malxuê malêra derbaz bû.

        Sibetirê Sato îdî nehîşt Masak here bixebite. Dîwarê danî nîvcî ma, nîvê konfêta nehate firotanê. Xelîl û kevanya wî kirin-nekirin Satoê nikaribûn. Sibê zû Masak û Sato dane pey hev, berê xwe dane Himamlyê. Ewana hela negihîştibûne serê gêdûkê, gava Eslan ber derê mala Xelîl sekinî.

        — Ez hatime, wekî bona kirina xweye duh baxşandinê ji Sato bixwezim, — Eslan got, serê xwe kire ber xwe, tê bêjî ji kirina xwe şerm dikir, nikaribû ç’evê Xelîl binihêre.

        — Here Himamlyê baxşandinê jê bixweze, — Xelîl bi eks gotê, pişta xwe daê, çû hundurê malê. Eslan gele wext por-poşman cîda sekinîbû, nizanibû çi bikira.

        Gundî biç’ûk bû. Hilbet, Sebrî jî derheqa vê şerê Eslan û Satoda, gefxwarinê Masakda bihîstibû.

 

* * *

 

        Hema wê salê, rojeke payîzê Sebrî û Eslan stansîa Himamlyêye rya hesinda rastî hev hatin. Herduê jî biçûna şeher. Dêmekê ç’evê hev nihêrîn, ber hevra derbaz bûn û her yek çû qulç’ekîda rûnişt, hîvya hatina maşînê ma. Nişkêva Masak derda hat, demekê ç’evê xwe gerand û gava ç’ev Eslan ket, lez derket, çû. Sebrî ev yek texmîn kir, lê Eslan serê wî berda Masak nedît. Sebrî texmîn kir, wekî vê ortê tiştekê biqewime, qirar kir cîkîda neçe.

        Xêle wext derbaz bû. Wedê hatina maşînê nêzîk dibû, gava Sebrî dît Masak çend cahilara tevayî hatne hundurê stansîaê, çûn ber Eslan sekinîn. Sebrî cîê xweda rûniştibû, lê ç’evê wî li wan bû. Eslan nişkêva serê xwe hilbirî û gava ç’ev Masak ket, rabû sekinî. Masak û Eslan çend gilî hevdura gotin. Dihate kivşê, gilîê sert hevra digotin û êpêceyî bilind-bilind xeberdidan. Hela carekê tê bêjî Eslan xwe xweş kir Masakxe, lê xwe girt. Weke çend deqa usa xeberdidan. Sebrî dûr, pêşber rûniştibû, xeberdana wan nedibihîst, lê ç’evê wî li wan bû. Dil-dînê Sebrî ber hev neda, rabû berbi wan çû. Ew xortê, ku Masakra hatibûn, piş wî sekinîbûn, cix’are dikişandin, bi ç’evê neyar Eslan dinihêrîn.

        — De, wekî tu mêrî, ji stansîaê dere, — ji wan xorta yekî gote Eslan.

        — Em derên, — Eslan bi hêrs got û da pêşîê, Masak û wan cahila dane pey. Çend merivêd mayînra tevayî Sebrî jî derkete derva.

        — Em kuda herin? – Eslan bi hêrs ji Masak pirsî. Masak dengê xwe nekir.

        — Em herin bin pirê, — ewî xortî got.

        Pira fêza stansîaê bû, cîkî xikî-xalî. Xêleke xurt ji şevê çûbû, terî-terîstan bû.

        Ewî xortî da pêşîê, Eslan da dû, xortê mayîn û Masak dane pey. Gava çûn nava terîêda mina bûn, Sebrî jî lez da pey wan. Ewana çûn gihîştine bin pirê. Sebrî jî pê-pê pey wan diçû. Bin pirêda Eslan xwe da alîkî, Masak û cahila jî xwe dane alîkî. Sebrî hevekî ji wan wêda sekinî. Masak hela ew nedîtibû.

        Eslan û wan cahila gilîê sert hevdura digotin. Masak xwe ker kiribû, sekinî bû. Cahilekî xwe xweş kir Eslanxe, gava Sebrî ber Masak sekinî.

        — Masak? Ev çi oyîne tu dikî? – Sebrî gotê. Cahil cîê xweda sekinîn.

        — Pî, Sebrî, tu jî virayî? – Masak ecêbmayî pirsî.

        — Lê şerm nîne? Zef jî ewî cahiltî kirye, — Sebrî îdî caba pirsa Masak neda, destê xwe dirêjî Eslan kir. – Melle jî ser Quranê şaş dive. Ewî jî şaşîk bû, kir. Lê tu çawa îznê didî xwe, van cahila tînî, evî qafseqetî tînî vî cîê xikî-xalî û dixwezî ecêbekê bînî sêrî? Lê te qe nanê me nexwarye? Çira wî nanî pêpes dikî?

        Masak xwe ker kiribû, şerma serê xwe kiribû ber xwe, nizanibû çi caba wî bide. Eslan jî ecêbmayî mabû, Sebrî dinihêrî, tê bêjî bawer nedikir, wekî dijminê wî dikare wa xeberde, pişta wî bigre.

        — Şerme, şerme. Em te merîê xweyî nêzîk hesab dikin, tu jî radivî van oyîna dikî, — Sebrî gote Masak, berbi Eslan çû.

        — Qafseqet, em herin, — gotê û milê wî kaş kir. Lê Eslan ji cî nelipitî. Hêrsa wî rabûbû, soro-moro bûbû, nizanibû çi bike.

        — Here, tu qurbana Sebrî, wî nanîbî, wekî min gundê weda xwarye, yanê na meytê teê bin vê pirêda birizya, — Masak gote Eslan, vegerya ser cahila:

        — Em herin, ne lazime, — hevekî wêda çû, sekinî, piş xweva nihêrî. – Sebrî, tu jî bibaxşîne, — got û cahilara tevayî bin pirê derket.

        Sebrî û Eslan kere-ker dane pey wan, berbi stansîaê çûn. Gava gihîştine ber derê stansîaê, Sebrî hilda gote Eslan:

        — Qurba, em virhada dîsa dijminê hevin.

        Çûne hundurê stansîaê, hevdura xebernedan, her yek çû cîê xweyî berê rûnişt. Tê bêjî, ne tiştek bûbû, ne jî qewimî bû. Her tenê maşîne hatibû, çûbû, herdu jî jê mabûn. Ewana hîvya hatina maşîna destberbangê bûn…
 

 

“MİN 48 SALÊN XWE DA ROJNAMEVANÎ Û EDEBİYATA KURDΔ

 

 

MİN 48 SALÊN XWE DA

ROJNAMEVANÎ Û EDEBİYATA KURDΔ

 

 

 

                  Hûn dikarin destpêke behsa malbata xwe bikin? Malbata we kîjan derê hatîye Erîvanê?

 

                  Emerîkê Serdar: Malbeta me ji deşta Bişêrîê hatye. Hatine Serhedê, gundê Dûzkendê, paşî sala 1828-a derbazîобложка N 136 Împêratorya Rûsîaê bûye (Ermenîstana îroyîn). Ez ji qebîla, bereka sanyame, Ermenîstanêda bereka me 3 gundada dimîne – Senger, Mîrek û Gelto. Ez xwexwa 8-ê sibatê sala 1935-a gundê Pamba Kurdada (navçea Elegezê, Ermenîstan) hatime dinê. Usa qewimye, wekî wî gundîda ji qebîla me her tenê mala me bûye. Lê telebextra, nha îdî wî gundîda tu kesekî me namîne. Ez hatime Yêrêvanê, mala apê min û kurapê min çûne Tbîlîsîê, Rûsîaê.

 

                  Zarokatî û xwendina te kîjan rewşê de derbaz bû?

 

                  E.S.: Ez nuxurîê dê-bavê xwe bûme û zaroka tenê bûme. Ezî 6 salî bûm, gava destbi şerê Sovêtê û Almanîaê bû, bavê min birin ber şêr, usa jî paşda venegerya, şehîd ket. Apê min Hemîd çû eskerîê, lê neçû ber şêr, paşî şêr vegerya hate gund û malbeta me bû xweyî. Zarotya min gundê Pambêda derbaz bûye. Pamb jî cîkî bilindcîye, tebyeta wê gelekî xweşe, hersê alîê gund ç’yane, şînayî gul û kulîlk reng-rengîne û gelekin, baharê û havînê bîna buhuştê wan ç’ya û banîê me tê û ez wî gundîda mezin bûme û ewê yekê gelekî ser min hukum kirye. Paşî xilazkirina mekteba gunde 7-sale min mekteba gundê Elegezêye navîn xilaz kirye, paşê Yêrêvanêda fakûltêta dîrokê-zimênda ya înstîtûta pêdagogîêye ser navê X.Abovyanda 5 sala xwendye û sala 1959-a xilaz kirye. Paşî xilazkirina înstîtûtê ez 3 meha mekteba gundê Elegezêye navînda xebitîme çawa dersdarê edebyet û zimanê ermenî û kurdî. Dawya sala 1959-a ez Yêrêvanêda radîoêda para kurdîda xebitîme pêşîê çawa spîkêr, paşê çawa cîgirê serokê parê. Ez vêderê xebitîme hetanî sala 1962-a. Wê şûnda rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da derbazî ser xebatê bûme  — bûme wergêr, serwêrê para çandê û nema, katibê cabdar, cîgirê rêdaktor, lê ji sala 1992-a bûme rêdaktorê – berpirsyarê rojnema “Rya teze”. Min 15 sala serkarî rojnemê kirye hetanî sala 2006-a. Wê salê rûê saxlemîêda ez ji xebatê aza bûme û hetanî roja îroyîn naxebitim.

 

                  Destpêka nivîsarîya xwe dikarî ji me re behs bikî?

 

                  E.S.:  Sala 1955-a, gava rojnema “Rya teze” dîsa destbi weşana xwe kir, min gotarê biç’ûk û helbest jêra dişandin û ewana rûpêlê wêda dihatine weşandinê. Lê paşerojê min tê derxist, wekî ez ne helbestvanim (paşwextîêda min derheqa wê yekêda 01gotareke rexnegirîê nivîsî bi vî navî: “Min çira dest ji şayîrtîê kişand?”) û min destpê kir nivîsara vekirî – nexş-nîgarê hûr – nivîsî. Eva janreke teze bû nava edebyeta kurdê Ermenîstanêda. Û çiqas çû, ew janr cem min dha xurt bû, paşî gîhande wê yekê, wekî min serpêhatî û romanok nivîsîn. Pirtûka mine pêşin “Destê dê” sala 1974-a bi tîpê kîrîlî Yêrêvanêda hate weşandinê. Pey wêra 2 berevokê mine mayîn jî bi tîpê kîrîlî hatine weşandinê — “Îdî dereng bû” û “Dengê dil”. Rûê rewşa komera Ermenîstanêye aborîye xirabda navbirîke mezin jî kete nava jiyana mine efrandarîê. Berevoka mine 4-a “Gundê me” sala 2006-a çap bû. Pey wêra îdî berevokê efrandinê min bi tîpê latînî ser hev hatine weşandinê. Hetanî nha 12 berevokê min neşir bûne, ji wana 3 bi zimanê rûsîne. Berevokeke min jî bona zaroka “Em çûne aş” bi 2 zimana hatye weşandinê – kurdî û rûsî. Ew hersê pirtûkê mine bi zimanê rûsî dota min Nûrê wergerandye rûsî û daye weşandinê. Berevoka bona zaroka jî ewê usa kirye. Xênji wê weşanxana LIS-ê (Amed) 3 pirtûkê mine pêşin (“Destê dê”, “Îdî dereng bû” û “Dengê dil”) çawa pirtûkê cuda-cuda sala 2015-a cara duda daye weşandinê. Gele berevok û efrandinê min welatê derekeda hatine belakirinê. Ez rind zanim, wekî pirtûka mine bi zimanê rûsîye “Dewetek du cara kirin” pirtûkxana Rêxistina Miletaye Yekgirtîda (UN) tê xweykirinê. Çend pirtûkê min jî pirtûkxana Avstralîaêye serekeda têne xweykirinê. Ez îdî nabêjim, wekî çend berevokê min xênji Sovêta berê welatê Avropaêye cuda-cudada hatine belakirinê. Cîye bê gotinê, wekî gele serpêhatî û romanokê min, gotarê min bi tirkî, erebî û farizî jî hatine wergerandinê û weşandinê. Serpêhatîke min “Nemebir” bi fransî hatye wergerandinê û Parîzêda sala 2012-a hatye weşandinê. Gelek efrandinê min usa jî bi zimanê ermenî hatine wergerandinê û weşandinê. Ewana rojneme û kovarê ermenîda ronkayî dîtine. Hetanî nha usa jî 11 berevokê wergêra min kurdî hatine weşandinê. Ew pirtûkê seyasetîê û edebyetêne. Xênji wê min nas dikin çawa rexnegirê edebyetê. Çawa kurdzan Tomas Boîs pirtûka xweye “The Kurds”, ku sala 1966-a Lîbananêda bi zimanê înglîsî çap bûye, dinivîse, “Emerîkê Serdar merivê pêşine, ku destbi rexnekirina edebyeta (krîtîka edebyeta) kurda kirye”. Sala 2011-a berevoka gotarê min “Bijare” bi zimanê kurdî Yêrêvanêda hatye weşandinê, wêda gelek gotarê rexnegirya edebyetê hene.

 

 

                  Dewleta Sovyeta berê nezîkbûna wê çawa bû xebatên radyo û rojnama kurdên Ermenistanê?

 

                  E.S.:  Dîwana Sovêtê xêrxwaz û pismamê miletê kêmjimar bû. Bi saya wê em ne tenê Ermenîstanê, lê usa jî Gurcistanê û02 Rûsîaêda zêde bûn û me edebyet û çanda xwe pêşda bir. Dîwana Sovêtê guhdarya mexsûs dida ser çand û edebyeta miletê kêmjimar. Eger berî Sovêtê Ermenîstanêda kurdê xwendî zef kêm bûn, lê bi saya seyasetya Sovêtêye miletîê temamya artêşeke rewşenbîrê meye mezin pêşda hat, ku dora rojnema “Rya teze” û radîoê berev bûn û qulixî çanda miletê xwe kirin. Lê telebextra paşî hilweşandina Sovêtê rewşa edebyet û çanda me baş nîne. Eger berê wextê Sovêtê nava salêda hetanî bi deha nav pirtûkê kurdîye bedewetîê dihatine weşandinê, lê nha ancax yek yanê dudu. Lazime bê gotinê, wekî rojnema “Rya teze”, para radîoêye kurdî alîê xweda her tişt dikirin bona ne tenê parastin, lê usa jî pêşdaçûyîn û gulvedana edebyet û çanda me. Rûpêlê rojnema “Rya teze”-da hemû janrê edebyetê dihatine xebtandinê û eva yeka bona me tiştekî teze bû. Raste, rojneme ya Partîaê bû, 3 rûpêlê wê pêşkêşî propagandakirina îdêaê komûnîstîê kirîbûn, lê rûê 4-a her tenê bona edebyet û çanda me bûn. Ratse, rojneme hevtê 2 cara derdiket û formata xweva jî biç’ûk bû, lê ewê nava gelê meda roleke mezin dilîst. Merî dikare usa jî derheqa radîoêda bêje. Hertim bernemê radîoêda (îlahî ji sala 1962-da girtî hetanî salêd 1980-î) cîkî mezin didane edebyet û çanda me, ez îdî nabêjim derheqa kilam û sazbendya meda.

 

                  Dikarî behsa radyoya Erîvane bikî? Xebata xwenî li wir radyoyê behs bikî? Çend sala xebitî û çi karî dikir? Radyo Erivanê rolek çawa lîst, kîjan kesên naskirî xebat kirin?

 

                  E.S.: Ez 3 sala radîoêda xebitîme. Xênji gotarê derheqa sazbendî û çanda meda min usa jî gele şanoê radîoê nivîsîne û 04gelek wergerandye bi zimanê kurdî. Hetanî nha jî wana pê radîoê didin. Radîoa Yêrêvanê roleke mezin lîst ne tenê bona kurdê Ermenîstanê, Gurcistanê û Azirbêcanê, lê usa jî bona kurdê Kurdistanê. Badilhewa nîbû, wekî ewqas neme ji wana dihatine stendinê, ewana îlahî daxwaz dikirin kilamê kurdî gelekî bidin. Lema jî radîoêda fonda kilamê kurdîye dewlemend hate sazkirinê. Wî şuxulîda keda Casimê Celîl, Xelîl Mûradov, Ahmedê Gogê, Keremê Seyad û yêd mayîn geleke. Ew fonda radîoê dewlemendîke çanda meye mezine û em bi wê kubar dibin. Merivêd meye usaye navdar rojnemê û radîoêda xebitîne, çawa Mîroê Esed bû, Qaçaxê Mirad, Şekroê Xudo, Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv, Şikoê Hesen, Mirazê Evdo, Şerefê Eşir, Wezîrê Eşo, Sîma Semend, Karlênê Çaçanî, Elîê Evdilrehman û yêd mayîn bûn. Îro em bi şêkirdarî wana bîr tînin, çimkî ewana bawer bikî gişk çûne ser dilovanya Xwedê.

 

                  Hûn dikarin rola rojnema Rîya Teze behs bikin? Wî rojnama de kîjan kesên naskirî xebitîn?

 

                  E.S.: Derheqa rojnema “Rya teze”-da merî dikare bêje, wekî ew bûye ênsîklopêdîa jiyana kurdê Sovêta berê. Tu qewmandineke usa tunebû, ku emrê kurdê Sovêtêda biqewimya û rojnemê guh neda ser. Ewê bi firetî derheqa jiyana kurdê Gurcistanê, Azirbêcanê, Rûsîaêda dinivîsî. Gurcistanê û Azirbêcanêda gotarbêjê meye mexsûs hebûn (Taharê Biro û Nîzamîê Beko). Rojnemê usa jî efrandinê şayîr û nivîskarê wan komera dida weşandinê. Rojneme usa jî wextê xweda diçû Amêrîkaê, Kanadaê, welatê Avropaê. Telebextra, dergê welatê Asîa Pêş û Navîn pêşya rojnemê girtî bûn. Ew nikaribû biçûya Tûrkîaê, Îranê, Îraqê, Sûrîaê. Lê me dîsa derheqa jiyana kurdê wan welatada dinivîsî, nimûnê edebyeta wan dida weşandinê. Car-carna kurdê wan welata dibûne mêvanê rêdaksîaê û ewê tê bêjî nifûseke teze dida me. Raste, salê dawîê çûyîn-hatin îdî gelek bû, mêvanê me ji Kurdistanê gelek bûn û ewana bi hewaskarî nasya xwe didane jiyana kurdê Ermenîstanêye abûrî û çandê. Min jorê navê gelek rewşenbîrê meye navdar daye, ji wana gelek xebatkarê rojnemê bûne. 

 

                  Serokatîya koma rewşenbîrên Ermenistanê  çend salan kişand û Şêwrê çi xebat kirye?

 

                  E.S.: Sala 1992-a me Şêwra rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd saz kir. Serokê wêyî pêşin akadêmîk Şekroê Xudo bû. Lê paşî çend meha Şekro çû Moskvaê û ez hatime bijartinê çawa serokê Şêwra rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd. Nava salê derbazbûyîda Şêwrê gelek xebata praktîk kirye. Endamê serwêrtîê gele cara diçûne gundê kurda, halê wan dipirsîn, guh dane pirsê wane nesafîkirî, derheqa wan pirsada ber organê dîwanêye hemcab pirs pêşda dikişandin û gele cara digihîştine safîkirina wan pirsa. Şêwrê usa jî xebateke mezin kirye bona propagandakirina nimûnê çand û edebyeta me, êvarî, rasthatin dane teşkîlkirinê, rasthatin tevî wekîlê rewşenbîrê gelê cînar derbaz kirine, hobêlyanê navdarê me dane kivşê û gele pirsê mayîn. Bi saya serê min, bi altkirina gelek çetnaya Ermenîstanêda dewsa tîpê kîrîlî tîpê kurdîye latînî hatine qebûlkirinê û xebtandinê. Û îro piranya mektebê gundê kurda dersê zimanê kurdî îdî bi tîpê latînî derbaz dibin, rojnema “Rya teze” bi tîpê latînî tê weşandinê. Ez îdî derheqa gelek pirsê mayînda nabêjim, ku Şêwr pêva mijûl bûye û karekî mezin kirye. Rêzkirina wê xebatê wê cîkî mezin bigre û ez wê yekê naxwazim.

                  Lê… Çawa dibêjin, çi ku duxuliqe, usa jî dimre. Nha ya Şêwrê jî usane. Eva çend sale Şêwr kar nake bi menîê obyêktîv. Yêrêvanêda ew koma rewşenbîrê kurd nemaye, ku berê hebû û dikaribû û dixwest kar bikira. Telebextra, nha ew kom tune. Rastîê jî Yêrêvanêda rewşenbîrê kurd jî nemane, yê ku mane jî, bi menîê cuda-cuda aktîv nînin û nikarin kar bikin. Ez jî bêsehet bûme. Nha Şewr bi nav heye, lê rastîê kar nake. Merî dikare bêje, wekî Şêwra rewşenbîrê kurd mîsîa xwe qedand û nha çawa rêxistin ji meydanê derketye.

 

 

                  Xebat û keda we çawa hatine qîmetkirinê?

 

                  E.S.: Min 48 salê temenê xweye herebaş daye rojnemevanî û edebyeta kurdî. Û eva yeka anegor hatye qîmetkirinê. Ez endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê, Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanê, endamê PENa KURD im, 2 cara hatime bijartinê çawa dêlêgatê hemcivînê rojnemevanê Sovêtê, ku Moskvaêda derbaz bûne. Ez kurdê Ermenîstanêyî pêşin û tenê bûm, ku sala 1986-a layîqî navê rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar bûm. Nava temamya kurdada ez merivê pêşin û tek-tenême, gava sala 2009-a Dêpartamênta lêkolînê ya Navenda Bîografîêye navnetewî (Kêmbric, Anglîa) navê “Profêsîonalê Cihanêyî pêşîkêş bona sala 2009-a” daye min. Wê nemêda, ku Navendê minra şandye, tê gotinê: Birêz Serdar! Gotî We pîroz bikim. Hersal Dêpartamênta lêkolînê ya Navenda Bîografîêye navnetewî (International Biographical Centre) lêkolîna bi hezara bîografîa ji serkanîê cuda-cuda derbaz dike bona tamkirina salixnemê meye eyan û rewakirina wan anegorî Bernema me. Hildibijêrin çend merivên usa, ku, bi fikra me, karekî mezin dereca xweda kirine, hukumî ser dereca cî, netewîê û navnetewîê hîştine. Hûn karkirekî usayî mezinin. We gele hereket rêtye bona bigihîjne wê standartê, ku layîqî rawekirinêye. Lema jî kandîdatûra We çawa profêsîonalê dereca xweyî berbiç’ev û mezin hatye lênihêrandinê û pêşdakişandinê bona Navenda Bîografîêye navnetewî lêbinihêre. Ratîfîkasîakirina ewê rewakirinê ji alîê Serwêrtya Rewakirinêda nha dawî hatye, lema jî ez xwera hurmeteke mezin hesab dikim We navkim çawa endamê Navenda Bîografîêye navnetewî PROFÊSÎONALÊ CIHANÊYÎ PÊŞÎKÊŞ-2009… Bi qedirgirtin,  Nîkolas S. Loû, Dîrêktorê sereke”.

                  Çawa merivekî navdar û kedkir derheqa minda “Ênsîklopêdîa Îslamê”-da hatye nivîsarê.

                  Ev nav û hurmeta han xweber femdarîye, lê qîmetkirina lape mezin û ber dilê minda gelekî ezîz ewe, wekî neferê mala min keda min dişêkirînin û lê dibine xweyî. Mesele, dota min Nûrê malpera mine şexsî bi 2 zimana – kurdî û rûsî – amade kirye (http://kurd.amarikesardar.com/) . Wêda tu dereceke jiyana min der nemaye. Yekî ku dixwaze nasya xwe bide min, jiyana min û 03efrandinê min, eva malpera jêra bera bêbinîye. Xênji pirtûka, gotara, doklada, nemê vekirî û yêd mayîn wêda usa jî pareke mezin wêneê rewşenbîrê me heye û gele îzbatîêd mayîne hewaskar. Xwendevanê biyanî gele cara minra têlêfon dikin û derheqa malpera mine şexsîda fikra xweye baş dibêjin.

                  Bona min şabûneke mayîne mezin jî ewe, wekî berevoka serpêhatîê mine bi zimanê rûsîye pêşin “Dewetek du cara kirin” neferê mala min hazir kiribûn seba 70-salya bûyîna min. Hersê qîzê min — Leylê, Nûrê û Zerê — ew efrandin ji kurdî wergerandibûn rûsî, rêdaktorî lê kiribû zevê minî mezin Sînotê Ebûzêt, sponsorya wê berevokê zevê minî biç’ûk Biro (Îşxanê Eso) kiribû.

                  Ez gelekî şame, wekî nevîê min – Zozan, Şêrzad, Leylê û Mîdîa — efrandinê min dixûnin û ew bi dilê wanin.

 

 

                  Tu niha çi dikî, rewşa tendûrîstîye çawaye, zarokên te, malbata te, rojên te çawa derbas dibe, dikarî behsa xwenî dawî bikî?

 

                  E.S.: Nha ez tu karî nakim, ez 81 salîme, ç’evada û lingada belengaz bûme, nikarim ji malê derêm, hertim malê rûniştîme. Dewsa ç’ev û destê min Nûra min kar dike – minra dixûne, tiştek lazimbe ez dibêjim ew dinivîse, miqatî min dibe. Ratse, temenê min mezine, lê min tewqê xwe ji jiyanê nebirye. Alîkara min – radîoêye. Ez ewê hertim dibihêm û rind haj pê heme cihanêda çi diqewime, rewşa welatê min çawane. Hilbet, ew qewmandinê van dawya, ku welatê minda dibin, ew xwîna, ku tê rêtinê, tabetîê nadne min, lê çi bikim, destê min nagihîje welatê min. Her tenê bi qewata xeberê û nivîsarê ez dikarim kêrî miletê xwe bêm. Van salê dawîê min çend gotarê rexneye tûj nivîsîne û dane weşandinê. Xêrnexwazê me ew bi şûra qebûl kirine û êrîşî ser min kirine. Lê ez minetê nakişînim, çimkî zanim ser rya rastim û dixwazim rastî bê bihîstinê. Usa jî dixwazim tiştekî jî bêjim: wextê Sovêtêda bi saya helbestvanê meye eynsî — Qaçaxê Mirad, Fêrîkê Ûsiv, Şikoê Hesen, Mîkaêlê Reşîd, Eskerê Boyîk, Tosinê Reşîd, Şemsî poêzîa me gihîştibû hêlanê bilind û em bi wê yekê dihatne terbyetkirinê û kubar dibûn. Lê telebextra dem hatye guhastinê û nha ew merî ketine meydanê, xwe helbestvan hesab dikin, ku gelekî dûrî poêzîaêne. Û ya keder ewe, wekî, mesele, Facebook-êda bi deha, bi seda peyçûyê wan hene û bi wî cûreyî qedrê poêzîa eynsî dikeve. Wekî helbestvanê meye navdar ev yeka bidîtana, wê çiqas berxwe ketana… Ew çi ku wana wextêda kirye bona pêşdaçûyîna poêzîa me, îro tê pêpeskirinê! Yê ku ne helbestvanin, ne jî efrandarin, ketine meydanê, direqisin! A eve kedera mezin! Wê başbe, wekî her yek guh bide ser vê yekê û nehêle “poêzîa” bêkêr serkêşîê bike. Yanê na, mala poêzîa me wê xiravbe!

 

Hevpeyvîn: Nihat Gultekin

Kovara “Nûbihar”, N 136

Avgûst, 2016,

Stenbol.

RÊPLÎKA DERHEQA KURDA LI PANTÊONÊ YÊRÊVANÊ (2016)

 

 

RÊPLÎKA DERHEQA KURDA LI PANTÊONÊ YÊRÊVANÊ (2016)

 

        Van dawya îdî bûye edet bona navê yekî bilindkin, dibêjin giva filankesê me pantêona Yêrêvanêda hatye definkirinê. Lê rastî ewe, ku her tenê EREB ŞAMÎLOV (EREBÊ ŞEMO) pantêona Yêrêvanêda hatye definkirinê. Lê wekîlê rewşenbîrê meye mayîn hîmlî goristana Toxmaxgyolêye sadeda hatine definkirinê. Em navê çend merivê me bidin, ku wêderê (Toxmaxgyolêda) hatine definkirinê. Ew Wezîrê Nadirî, Nûrê Polatova, Ûsivê Beko, jina wî Meryem, Cerdoê Gênco, Emînê Evdal, Tîtal Mûradov, Vladîmîr Çatoêv û yêd mayînin.

        Emê gelekî şabûna, wekî ev merivê me gişk pantêoneke Yêrêvanêda  hatibûna definkirinê. Lê rastî usa nîne. Rastî ewe, wekî ewana goristana sade — Toxmaxgyolêda hatine definkirinê. Û hilbet, tiştekî baş nîne, gava vê îzbatîê feş dikin.

 

 

ÇAWA MIN KONSTÎTÛSÎA TRSS TEZE WERGERAND BI ZIMANÊ KURDÎ

EW YEK ÇAWA QEWIMÎ

  

 

ÇAWA MIN KONSTÎTÛSÎA TRSS TEZE

WERGERAND BI ZIMANÊ KURDÎ

 

 

              Sala 1976-a proêkta Konstîtûsîa TRSS teze prêsa sovêtîêda hate weşandinê bona enenekirina hemcimetîê. Şika me hebû gelo çawa rojnema miletîê emê ewê wergerînin bi zimanê kurdî û rojnema “Rya teze”-da bidne weşandinê yanê na? Bona vê pirsê rêdaktorê rojnemê Mîroê Esed Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanêra hate girêdanê. Wêderê jêra gotin, wekî wê paşê bersiva wî bidin. Çendek derbaz bû, ji Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê rêdaktor Mîroê Esedra têlêxistin û gotin, wekî katibê Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanêyî pêşin hevalê Karên Dêmîrç’yan Komîtêa Navendî ya PartîaКонституция СССР komûnîstê Yekîtya Sovêtîêra hatye gitêdanê û jêra gotine, wekî ese proêkt gerekê bi zimanê kurdî jî bê wergerandinê û bi hemcimetî bê enenekirinê. Wekîlê Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê usa jî rêdaktorra gotibû, wekî bona we wedê wergêrê dirêj kirine û serda zêde kirye, wekî “Raste, wergêra proêktê wê wera çetinbe, çimkî zimanê weyî yûrîstîê, zakona hela nehatye helkirinê, cêribandina we alîê wergêra têkstê usa tune, îdareke usa jî tune, wekî karibe vê pirsêda alîkarîê bide we, xênji we tu kesekî mayîn nikare vê xebatê bike, lema jî hûn gotî gumana xwe bidne her tenê ser xwe. Bi gilîkî – proêkt gotî bê wergerandinê, lema jî wedekî dirêj dane we”.

           Wî çaxî ez cîgirê rêdaktor bûm. Rêdaktor Mîroê Esed gazî min kir û got, ku em gerekê proêkta Konstîtûsîaê wergerînin kurdî. Min jêra got:

             — Mîro Esedîç, eva şuxulekî gelekî çetin û cabdare. Gelo emê karibin bin derên?

           M.Esed minra got:

         — Ew spartina partîaêye û gerekê ese bê qedandinê. Lema jî wedekî dirêj dane me bona wergêrê. Tu gotî ewê têkstê wergerînî kurdî. Xênji te tu kesekî mayîn nikare wî şuxulî bîne sêrî. Ez zanim, gele cara destê te diweste û tu zar dibêjî, heval wergêra te dinivîsin. Vê carê jî Grîşaê Memê, Prîskê Mihoyî, Têmûrê Xelîl bin qolê tedanin û tê zar wergerînî, ewê binivîsin. Emê jî – ez, Hesenê Qeşeng, Elîê Evdilrehman, Babaê Keleş, Tîtal Mûradov û yêd mayîn – wergêra te binihêrin û rêdaktorîê lê bikin. (Bona wê yekê ferhengê bi zimanê azêrî, tacîkî, farizî, rûsî-kurdî û yêd mayîn lazim bûn û hevala ew yek didane xebatê).

        Berî her tiştî min baş nasya xwe da têksta proêktê, ew têrmîn başqekirin, ku hetanî wî çaxî bi kurdî nehatibûne wergerandinê, ew têrmîn wergerande kurdî û pirsê têxnîkîêye mayîn xwera zelal kir.

         Me destbi şuxul kir. Min digot, hevalê jorgotî berhev dihatne guhastinê û dinivîsîn. Gava me serîk werdigerand, dibir dida rêdaktor bona rêdaktorîê lê bike. Wextê wergêrê (min têksta rûsî û ermenî dida xebatê) min dît, ku ermenîda çend ciya temamya abzasa, cumla berdane, gele ciya şaş wergerandine. Û wexta min têksta wergerandî dida rêdaktor, eşaretî didaê, ku guhdarîê bide ser têksta rûsî, çimkî ermenîda ew kêmasîê jorgotî hene.

             Çawa min got, wedekî dirêj kivşkiribûn bona em têksta proêkta Konstîtûsîa TRSS teze wergerînin kurdî. Lê me ji wede zûtir ew şuxul anî sêrî. Rêdaktorîkirina wergêra min gelekî kêm bû, bawer bikî qe destê xwe nedabûne wergêra min. Têkst hejmareke rojnema meye formata mezinda hate weşandinê. Rêdaktor ew hejmara rojnemê bir da katibê Komîtêa Navendî alîê pirsê îdêologîêda Karlên Dallakyan û jêra got, wekî têksta ermenîda kîderê çi şaşî û berraberdan hene. Dallakyan têksta rûsî û ermenî himberî hevkir û dît, wekî em rastin. Hilda ha got:

             — Virhada, gava têkstê haye mezin û cabdar têne stendinê, gotî pêşîê bidin “Rya teze” wergerînin, paşê bidin Armênprêsê belakin. Kê têkst wergerandye kurdî?

                  — Cîgirê min Emerîkê Serdar.

                  — Alîê minda razîbûnê bidnê, — Dallakyan got. – Eferim wera, we ji wedê kivşkirî zûtir şuxulê spartî anî sêrî.

             Paşî wê yekê Komîtêa Navendî komîsîa teşkîl kir bona himberîhevkirina têksta proêktê û ya ermenî wergerandî, şaşî û berraberdanê nava wergêra ermenîda heyî dane rastkirinê û îdî têksta temiz ya bingehî sêsîa hevtaye sirêder ya Sovêta TRSS tewrebilinde gazîkirina nehada 7-ê oktyabrê sala 1977-a hate qebûlkirinê.

              Min çar cara bona wergêra wê têkstê honorar stendye. Cara yekemîn – çawa têksta rojnemê. Cara duda – gava ew çawa broşyûr ji alîê weşanxana “Hayastan”-êda hate weşandinê. Cara sisya – rêdaksîa rojnemê bona wededa û baş tercmekirinê prêmîa da min. Cara çara — Komîtêa Navendî jî alîê xweda prêmîa da min.

          Wî çaxî qebûlkirî nîbû binivîsyana, kê dokûmêntê seyastîê – partîaê û hukumetêye ferz wergerandye. Lema jî vê broşyûrêda nehatye nivîsarê, wekî min wergerandye.

              Wextê wergêra Konstîtûsîa RSS Ermenîstanê jî min ew cêribandin da xebatê, û ew têkst sêsîa hevtaye sirêder ya Sovêta RSS Ermenîstanêye tewrebilinde gazîkirina nehada 14-ê aprêlê sala 1978-a hatye qebûlkirinê.

            Nha hinek îsafa xwe dişewitînin û dibêjin, wekî Emerîkê Serdar şuxulê wergêrê zevt kiribû, nedihîşt xebatçîê mayîn wî şuxulîva mijûlbin û honorara mezin distend. (Ez wê yekê jî bêjim, wekî wî çaxî wergêra têksta rojnemêda kapêk bû). Lê rastîê ha bû: te dinihêrî şemîê sibê zû rêdaktor mala mera têlêdixist û digot: “Te rojnemê îro stendine?” Min digot: “Belê”. “De wî çaxî filan-bêvan rojnemêda evan têksta hene, wergerîne, duşemê bîne rêdaksîaê”. Min usa jî dikir (çiye, min spartina rêdaktor neqedanda?). Rêdaktorra dest dida wergêr baş û wededa bê kirinê. Ewî kadrê xwe baş nas dikir û zanibû, kê çi dikare bike. A lema jî wîra dest dida wergêr zû û baş bê kirinê û ew şuxul disparte min. Û dibe nha hinek bifikirin, wekî ez pesnê xwe didim. Lê rastî usa bûye. Wî çaxî gişka derheqa vê yekêda zanibûn. Telebextra, şedê wan roja hîmlî çûne rehmetê û nikarin şedetîê bidin derheqa rastbûna gotina minda. Lema jî ez borcê xwe hesab dikim rastîê bêjim –  derheqa vê qewmandinêda hûrgilî binivîsim.

 * * *

                Nha dikare biqewime hinek bêjin: wergêra edebyeta seyasetîê kêra lazim bû û kêrî çi dihat? Lê gotî qewmandina nava wedê wanda qîmetkin. Wî çaxî wede usa bû û em jî çawa xebatkarê îdêologîê borcdar bûn rya partîaê xweykin û pêşda bibin. Ya duda: çi xirab bû, wekî têksteke usa çawa Zakona welête bingehîye bi zimanê kurdî bê wergerandinê? Ewê yekê em gele tişta hîn kirin bi borcnasî û cabdarî berbirî pirsa bin, çimkî her gotineke Konstîtûsîaê – zakone û gotî bi yekşivêtî bê femkirinê, dufikrî têda tunebe. Lê yazix ew cêribandina me ji alîê hinek partîaê kurdaye welatê derekeda nehate qîmetkirinê û hesabhildanê. Lê çi bibe-nebe, bona gelê meyî vêderê eva qewmandineke dîrokîye – Konstîtûsîa TRSS bi temamya giranî û cabdarya xweva bi kurdî hate wergerandinê.

                   

Yanvar, s. 2015-a. 

 

Vê p’ara bîranînada usa jî bixûnin:

BERSIVA HER TENÊ 3 ŞERÊ NEŞÛŞTÎ

 

 

BERSIVA HER TENÊ 3 ŞERÊ NEŞÛŞTÎ

 

 

                  Jiyana minda gelek cara şerê neşûştî avîtine min, lê min gele cara bersiva wan nedaye, çimkî min layîq hesab nekirye. Lê 3 şerê neşûştî, ku van axirya avîtine û davêjne min, ez naxwazim bê bersiv bihêlim, çimkî ew ji temê derdixin. Nha derheqa 3 şerê neşûştîda.

          

* * *

 

                  Gava sala 1991-ê rêdaksîa rojnema “Rya teze” çend meha ma bê rêdaktorê sereke, min, çawa cîgirê rêdaktor, serkarî rojnemê dikir. Çendik-çend cara xebatkarê me minra digotin, wekî çira ez oda rêdaktorda rûnanêm, lê oda cîgirda rûdinêm. Min bersiv dida, wekî ez rêdaktor nînin, fermana derheqa wê yekêda tune, îznê nadme xwe cîê badilhewa xeberdana zêde pêşda bînim. Xebatkarê me qirar kirin civata kolêktîvê derbazkin û pirsê ber Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê pêşda bikişînin bona ew min kivşke çawa rêdaktor. Kolêktîvê civata xwe derbaz kir, qirar kir berbirî Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê bin û hîvî bikin fikra kolêktîvê hesab hildin û min kivşkin çawa rêdaktorê rojnemêyî sereke.

         Nha hinek xebatkarê meye wî çaxî dibêjin, giva wana ez kivşkirime çawa rêdaktor. Yan nezanin, yan jî qestîka usa dibêjin. Çimkî eyane, wekî welatê Sovêtîêda bêy Komîtêa Navendî tu serkarekî îdarekê bi hesabhildana fikra kolêktîvê kivş nedikirin. Pirsa minda jî usa bû: gotî Komîtêa Navendî ez kivşkirama çawa rêdaktorê sereke giva bi hesabhildana fikra kolêktîvê. Aha kopîa wê fermana Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê, bi kîjanê ez kivşkirime çawa rêdaktorê sereke. Wergêra wê bi kurdî haye:

013-1-1          

“QIRARA

katibtya Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê

15-ê îyûlê s-1991-ê. Protokol N 16, k.16

 

Derheqa hevalê E.D.Serdaryanda

 

                  Pêşdanîna civata kolêktîva rojnema “Rya teze” qebûlkin û Emerîkê Dewrêş Serdaryan testîqkin çawa rêdaktorê rojnema “Rya teze”.

          

                  Katibê Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê

                                                                                                                                        A. Sargsyan

 

                    Şandine: Neşireta Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê, sêktora hesabkirinê.

          

                    “Raste”

                             Serwêrê para Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanêye tomerî

                                                                                                                                                                            R.Gêvorgyan.”

 

          

         Eva jî têksta fermanêye rûsî:0012-1

          

         Wergêra wê bi kurdî haye:

          

“FERMAN N 16

bona neşireta Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê

22.07.1991, baj.Yêrêvan

 §5

 

              Serdaryan Emerîkê Dewrêş 15-ê îyûla îsalinda kivşkin çawa rêdaktorê rojnema “Rya teze”. Aylix 460 rûb.

                  Bingeh: Qirara byûroa Komîtêa Navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanêye hej.16 ya 15-ê îyûlê sala îsalin.

          

         Dîrêktor                    V.V. Markosyan

         Serokê para kadra     S.G.Alêksanyan.”

          

                  A rastî eve, ne ku gotina hinek xebatkarê rojnemêye berê.

          

* * *

          Meha noyabrê sala 2000-ê wekîlê hukumeta Herêma Kurdistanêye li Moskvaê Xoşavî Babakr minra têlêxist û got, wekî hukumeta Herêmê 5 hezar dolar şandye bona rêdaksîaê çawa alîkarî û koda bankê minra got. Ewî usa jî minra got, wekî “ji wan 5 hezara hezarek birêz Nêç’îrvan Barzanî şandye bona dermanê ç’evê te”. (Wî çaxî ronaya ç’evê min xirab dibû). Min gotê, wekî xebatkarê me dikarin bifikirin, wekî ez qestîka dibêjim hezarek bona dermanê ç’evê min minra şandine. Ewî got, wekî hema îro jî ezê têlêgramê bidim, wekî ji wan 5 hezara hezarek bona dermanê ç’evê teye.

                  Aha ew têlêgram:

6 001-1          

                  Wergêra wêye kurdî haye:

          

         “Moskva 309/4884 37 17/11 1645=

         ERMENÎSTAN BAJARÊ YÊRÊVANÊ 23, PROSPÊKTA ARŞAKÛNYANS 2, QATÊ 12, RÊDAKSÎA ROJNEMA RYA TEZE EMERÎKÊ SERDAR=

          MAQÛL EMERÎK HÎVÎ DIKIM HESAB HILDIN WEKÎ JI WAN PERA KU MIN ŞANDINE BONA RYA TEZE HEZAR DOLAR XÛT BONA WEYE SEBA SAX’LEMYA WE= XOŞAVÎ BABAKR-

         HHHH   1705”

          

                  A rastî eve, ne ku ew şerê neşûştî, ku davêjne min, giva min hezar dolarê rêdaksîaê xwarye. Min xeysetê xebatkarê me zanibû, wekî karin şerê neşûştî bavêjne min, lema jî min ev têlêgram xweykir. Hemû gotinê wan şer-şiltaxê hane.

          

* * *

 

                  Meha avgûstê sala 2006-a ez û Nûra min çûne rêdaksîaê bona fermana azakirina xwe ji ser xebatê bidim. Min fermana xwe da. Xênji me Grîşaê Memê û Mirazê Cemal jî wêderê hazir bûn. Min wanra got:

         — Gelo hûn zanin çiqas perê rêdaksîaê bal min hene?

         Grîşa got:

         — Belê, em zanin, 100 dolar.

         Min got:

         — Raste. – Û min derxist ew 100 dolar nîşanî wan da û wanra got, wekî anegorî qanûnnema hevaltya rêdaksîaê 34 selefê hebûna rêdaksîaê minra dikeve (çawa serkarê hevaltîê, lê Grîşaê Memê û Rzganê Cangora çawa endamê hevaltîê her yekî wanra 33 selef dikeve). Wekî usane ez 34 dolara xwera hiltînim, 66 dolarê Grîşa û Rzgan didime Grîşa.

         Min usa jî kir.

         Şedê vê yekê Nûra min û Mirazê Cemale. Nha hinek dibêjin min ew 100 dolar bi temamî xwera hildaye û nedaye. Lê şede hene, dikarin îzbatkin – gelo rastî çawa bûye. Dikare biqewime Grîşa ew pere xwera hildaye û para Rzgan nedaye? Ez ne gunekarim.

          

 Yanvar, s.2015-a

 

Vê p’ara bîranînada usa jî bixûnin: