NEHEQÎ ERDÊ NEMA
NEHEQÎ ERDÊ NEMA
Ew wext-wedekî usa bû, gava dizî bêhesab dibû. Em bêjin xelayî-celayî nîbû. Pirî-hindikî ebûrê xwe dikirin. Lê dizî hê zêde dibû. Kome diz gihîştibûne hev û bela xelqê didanê. Ne dîwan hebû, ne jî zagûn. Kê xwera çawa dixwest, usa jî dikir. Ne tirs hebû, ne jî xof. Merî bûbûne agir hev ketibûn. Ne ku tenê gundda dizya hev dikirin, lê usa jî diçûne dizya gundê dûr û nêzîk. Koma diza ya xwe dikirne yek û malek raç’ev dikirin, hetanî bela wê malê nedanaê, dilê wan rehet nedibû. Xenji dizya hûr, ku bawer bikî herro dibû, dizya mezin hîmlî payîzê dibû, wexta mala rûnê xwe dihelandin, eyarê toraq, penêr dadigirtin, tivdîra zivistanê didîtin. Raste, qerewil digirtin, ku hetanî sibê miqatya gund dikirin, lê dîsa ç’are dizyê nedibû. Dikirne çemê û te hew dinihêrî sibê şebeqê dibû zarîna neferê malekê, derdiketin derva û “hewar-hewara” wan bû. Çi bûye, çi qewimye? Tu navêjî şev diz ketine koxê wê malê, hasleta wê rapêç’ kirine, birine, risqê neferê malêye zivistanê qelandine.
Bawer bikî meh tunebû, wekî gundda dizî nebûya. Mezinê gund berev dibûn, hev dişêwirîn, şik dibirne ser hineka, careke mayîn ew şikberî înkar dikirin, cûre-cûre rê û menî nîşan didan, lê diz nedihatine belûkirinê, cezaê xwe nedistendin û dizya xwe dikirin.
Svikê topal, ku dizekî seqet bû, çend merî dabûne ser xwe û şevê qesta malekê dikir. Ewî pez, dewar nedidizî. Dizya wî hîmlî haslet bû. Wexta dikete çemê yanê pê dihesya, usa jî dizya zêra û pera dikir. Heyamê dizya wî payîz bû.
Wê şevê Svik û hevalêd wî çûne gundê cînar û bûne “mêvanê” mala Haco. Mala Haco qeraxê gund, kêleka newalê bû. Svik û koma wî xwe newalêda veşartin hetanî qerewila serîk dane malê û berjêr çûn. Diz ji newalê derketin, duda qerewilî kirin, lê Svik û yêd mayîn kuleka sivderê qelaştin, ketine hundur, çûne kox. Kûpê rûnê helandî, eyarê toraq û penêr derxistin. Qîma Svik vê yekê nehat, bihîstibû, wekî zêrê Haco hene. Hundurva derê derva vekir, hevalara got, wekî hevekî hîvyê bisekinin, dixwaze serîkî jî xênîke, çika tiştekî birinê heye yanê na, eve wê bê. Çû hundurê xênî. Gişke nava cyada razane. Xwe stêrra gîhand. Destê xwe nav nivîna pelikand. Bû îske-îska zara colangêda. Svik cîda sekinî. Dîsa bû îske-îska zarê. Svik xwe zarêra gîhand, zaro ji colangê derxist, girte xwe, hejand, wekî negrî, dengê xwe neke. Lê dihate kivşê, zaro birçî bûbû yanê xwe şil kiribû, nedistirî, digirya. Moleta Svik tunebû, ç’evê xwe wan dera gerand, dît kûpekî mezin qulç’ê xênîda danîne. Nêzîkî kûp bû, bi destekî zaro girte xwe, bi destê mayîn pînê ser devê kûp wêda avît, destê xwe kire kûp. Dît kûp nîvîda tijî av û tirşîne. Îdî xwe egle nekir, zaro ser sêrî kire kûp, careke mayîn pîne avîte ser devê kûp. Dîsa wan dera gerya, zêr nedîtin, lê tiştek kire paşla xwe, ji xênî derket. Heval ber dêrî hîvîê bûn. Wexta Svik dêrîra derket, hevalekî jê pirsî:
— Te qe risqek anî yanê na?
— Welle, ez geryam, negeryam, tiştekî pak nekete destê min, — Svik got, bêhemdî xwe destê xwe berbi paşla xwe bir. Lê terîêda hevala eva yeka texmîn nekirin.
— Ew zara malê hişyar bûvû, digirya? – dizekî ji Svik pirsî.
— Erê.
— De, em zû herin, zar hişyar bûye, wê dîsa bigrî. Nha Hacoê hişyarbe, me bihese, xilazbûna me tune.
— Min zaro usa daye kerkirinê, wekî heta-hetayê deng jê naê, — Svik got û da pêşîê.
— Nevî te ew zara sava kuşt? – dizekî ji Svik pirsî. – Ne webale, te çawa gunê wê kire stûê xwe?
Svik dengê xwe nekir, caba wî neda, hetanî çûn gihîştine hevalê xweye mayîn û ketine newalê.
— Svik, ne gunebû, webal bû, te çira kuşt? – dizê pêşîê dîsa jê pirsî.
— Min nekuşt, — Svik kese caba wî da.
— Lê te çawa dengê wê zarê da kerkirinê? Wexta min deng bihîst, min go eve Haco hişyar bû, Svik xênîda girt. Tu hevekî jî derengî ketayî, em diçûn, îdî hîvya te nedisekinîn.
— Lê min jî hetanî nha tirê tu rastîê jî hevalekî başî! Na, heval hevalê xwe tengasîêda nahêle, nareve, qurba. Çi jî bivya, gotî nerevyayî, bihatayî hewara min.
— Zef jî ew xwera xeverdide, — dizê mayîn kete nava xeberdanê, — lê me xwe tu wî halîda tenê nedihîştî? Emê nehatana hewara te?
Svik îdî dengê xwe nekir. Gişka xwe ker kiribûn, lez berjêr çûn. Nişkêva ewî dizê pêşîê dîsa mînanî kapê beş xwe kişî ortê kir.
— Svik, rehme ruhê bavê teve, hela bêje, te çi anî serê wê zarê?
— Min ew ser sêrî kire kûpê ava tirşînê, — Svik usa hemdî xwe got, tê bêjî qe tiştek ne bûye, hevalara dibêje, tîbûye, şerbik hildaye, av vexwarye.
— Te çi go? – diz jê pirsî.
— Min go, wekî zaro ser sêrî kirye kûpê tirşînê, tirş kirye, wekî tirşîna wan hetanî baharê têra wan bike, — Svik got û xwedêgravî laqirdya dike, bû pîrqe-pîrqa wî kenya.
— Tu rast divêjî? – diz dîsa jê pirsî û cîda sekinî.
— Lê xwe heneka nakim.
— Tû, îsafa te biqele, te çawa zulma usa kir!
— Lê min çawa bikira? Bihîşta, wekî bigrî, dinê-elamê me bide hesandinê? “Aqilo, sewdao, Xwedê hew dao”. Xweyê xwe wî aqilî, lema tiştekî te tune, nikarî pakî ebûrê xwe bikî.
— Nanê te herame, naê xwarinê, — dizî mayîn jî kete nava xeberdanê.
— Yeke çawa bû? Te ku nanê min nexwar, îdî xewa min nehat. Xwedê hevînî, nanê te gelekî helale? Te gunê ewqas merya kirye stûê xwe, bûyî sevevê risqê ewqas nefera, hela tu xeverdidî. Dive te bîr kirye? Ne min nîvya, tu zûda birçîna miribûyî. Hela tu min û vî binihêre… Çivye, min tu ji nav dest-lepê Haco xilazkirî, risqek tera anye, lema t—ê te ji cîê germ tên, erê?
Diza xwe ker kir. Svik tiştekî pak vê yekêda nedît, lê dengê xwe jî nekir. Bin giranya kûpê rûn, eyarê toraqê, penêrda ente-enta wan bû, pêşda diçûn. Wexta gihîştine cî, dizê navsere hilda gote Svikda:
— Qurba, ew eyarê pişta te tera, lê virhada karê te me neketye. Tu mala xwe, em jî mala xwe. Em îdî tera hevaltîê nakin. Divêjin: “Diz dizekî bi îsaf”. Lê ya te?… Îsafa te tune. Cî bê, tê, stexulla, Xwedê xwe jî nas nekî. Here, heyran, îro şûnda em hevaltîê tera nakin.
— Çira yeke çawa bû, wekî hûnê virhada minra hevaltîê nakin! Nevî ezê birçîna bimrim? – Svik bi eks gotê. – Min ku nîbûya, nha hûn zûda birçîna miribûn. Saya serê min bîn ber we heye. Herin kerîkî bixun, nanekî teseqida min bidin, wekî yekî mînanî min wera hevaltî dikir. Hela tu were min û van bêşêkira binihêre, çawa minra bûne xweyê îsafê, ji helalya nên xeverdidin. De, xeverdin, xeverdin, ezê binihêrim çika axirya weê bive çi.
— Em çi bikin, nekin, lê zara sava ser sêrî nakine kûpê tirşînê, zulma usa nakin, — dizê navsere gote Svik. – Dive me lêda bikûşta, bifetisanda, lê tu wexta usa nedikir, çawa ku te kir…
— Ê, Xwedê hevînî, çi firqî?
— Firqî geleke, belengaz, her tenê tu fem nakî.
— Ez fem nakim?
— Erê, tu fem nakî.
Svik xwe xweş kir, xwest eyêr ji ser pişta xwe bavêje, bigihîje ewî dizî, ku usa berzeq-berzeq xeber dida, çend kulma bide nava ç’eva, lê pêra-pêra xwe zevt kir, texmîn kir, wekî dizê mayîn, ku xwe ker kiribûn û nîşan dabûn, wekî kirina Svik ne bi dilê wane jî, wê herne pişta wî û ewê tenê bimîne, him bê kutanê, him jî dikare lap bê par bimîne. Lema jî dengê xwe nekir, hîşt, wekî careke mayîn bela wana bidê. Fikra wîda hebû, wekî rûnê para xwe jî ji wana bistîne. Û gava ewî dewa vê yekê kir, gotinê, wekî ew jî hela jêra zefe, yanê na wê wî eyarî jî jê bistînin.
— Ew eyar jî tera bese, — gotinê, — ewqasî em naxwazin îsafa xwe bişewitînin, te destevala ser jin-zarokada verêkin. Here, me dûrkeve, hela tu ser hemd-hişê xweyî, yanê na Xwedê zane emê çi bînin serê te. Kumê xwe berbi Xwedê bavêje, wekî tu usa hêsa vê şevê destê me dertêyî.
— Lê tu rind zanivî, — dizê navsere gotê, — wê yekê namihînî.
— Xwedê hevînî, hûnê çi bikin? – Svik gotê.
— Çi bikin, nekin, em zanin, hela ser hemd-hişê xweyî biceme. Me dûrkeve, here.
Svik dît, wekî şuxul qolayîne, lawik lê menyane, hevekî jî xeverde – dibe bigrin cîwar bikutin, eyar jî jê bistînin. Lema dengê xwe nekir, caba wî neda, eyarê ser pişta xwe hilqoşand, ji wan dûrket, berbi mala xwe çû.
— Em gerekê ç’evê wîra bînin, — dizê navsere gote hevala, gava Svik îdî êpêceyî ji wan dûr ketibû.
— Erê, lazime, — dizê mayîn got. – Qetla ha jî dive? Ew gere ser bela xwe vebe.
— Ne ku ew gotî ser bela xwe vebe, lê em gerekê bela wî bidnê, — dizê sisya got, — wekî zanive dew birê maste. Rom Rom bû, qetla ha nedikir. Evî Romê jî xiravtir kir. Çira gotî kîsî wîda bimîne?
— Gelî lawika, — dizê navsere gote wan, — ev nanê em dixun rastîê jî xûne. Were, hûn gura min dikin, em destê hevda sond bixun, dest ji vê dizîê-mizîê bikşînin, nevin sevevê risqê xelqê, qetil û zulma ha. Ez wera rast bêjim, paşî wê yekê, çi ku îşev qewimî, ez îdî nikarim, qutar nakim ç’evekî xiravîê hebûna xelqê binihêrim. Îdî îsafa min hilnade, ez nikarim.
Dizê mayîn jî wîra qayîl bûn, destê hevda sond xwarin, ad û qirar kirin virhada dizîê nekin û heyfa ewê zara sava jî ji Svik hildin.
Û wê rojêda wana terka dizîê dan, destê xwe ji wî karê xirab kişandin û mînanî merîê mayîn bi xûdana enya xwe pak-xirab ebûrê xwe kirin.
* * *
Bûka malê sibê şebeqê hişyar bû, berbi colangê çû. Dît zaro colangêda tune. Bû niç’e-niç’a wê. Xwesîê jê pirsî:
— Çivye, lao?
Bûkê kire niç’e-niç’, bi desta colang nîşan da. Xwesî nêzîkî colangê bû, dît colangeke vike-vala, zaro têda tune.
— Kanê zaro? – xwesîê ji bûkê pirsî. Bûkê milê xwe hilkişand û bû niç’e-niç’a wê. Reng li bûkê çûbû, spîç’olkî bûbû, qudûmê wê sist bûbûn, ancax ser linga disekinî.
Virda zaro, wêda zaro, zaro tune. Şîn û girî kete mala Haco. Cînar ser wî şîn û girîda hatin, pê hesyan, wekî çi bûye, çi qewimye. Her yekî hindava xweda tiştek digot. Bûka belengaz bû pepûk. Ne pakî girî pê dibû, nê jî dikaribû dengekî bilind bêje û xwe, derd-kulara bilûbîne. (Bûka salekê bû, îzna wê û xeberdanê tunebû). Her tenê îske-îska wê bû, xweda dişewitî. Wextekê dîna xwe danê, wê kuleka sivderê vejandine.
— Heve, tuneve îşev diz ketine mala me, lema jî derê derva vekirî mabû, — Haco got û berbi kox çû. Neferê malê dane pey. Dîna xwe danê: ne kûpê rûne, ne eyarê toraqê û penêrin. Kevanî cîda rûnişt, tepa hate serê xwe:
— Wey, mala min xirav bû, risqê neferê min qelandin. Emê vê zivistana dûr û dirêj çawa ebûrê xwe bikin!
Kevanîê hey digot û dilûband, hey jî nifir-afir diza dikir.
Haco guh neda ser xeberdana jinê, qiç’ê vegerya, çû hundurê tewlê. (Ewî serîkî tewlê birîbû, başqe kiribû, pez dikirê, herdu ç’êlek, herdu ga serê jorin girêdida). Dîna xwe daê – dewar cîê xwedane. Pez jimirî, pezî tame. Şikirya xwe Xwedê anî, wekî diza destê xwe nedane pêz, dêwêr, ji tewlê derket, hat nêzîkî jinê bû, ber dilda hat. Lê xweda dişewitî, ji xwe şerm dikir, wekî ew mêr, malxuê malda diz bikevna mala wî, talan bikin, ew wan nehese. Serbarê serda jî zara sava beta vebûye.
— Ecêba ha jî dive, bira? – Haco digot, vegerya cînarê topbûyî dinihêrî.
Cînar ber dilê wîda hatin, usa kirin, wekî xemê wî hevekî sivik bin. Gundya gotnê, wekî şika Haco diçe ser kîjan merîê gund, sibê şebeqê, çawa Şems nedîrda, berî wî Şemsdakin, bidne sondê.
Xulese, ew roj derbaz bû. Rojtira mayîn sibê şebeqê çend gundî, ku Haco ser şikber bû, anîn orta gund. Gire-girê gund, tirêq wêderê berev bûn. Wexta Şems nedîrda, tirêqa berê her yekî Şemsda kirin, dane sondê. Gişka sond xwar, wekî gur-gumanê wan nagihîje dizya mala Haco. Malxuê malê û gundî hatine bawerkirinê, wekî diz ji gundê wan nînin, çimkî bawer dikirin û qe fikra wanra jî derbaz nebûbû, ku merî dikare derew sond bixwe. Gişk hatine bawerkirinê, wekî diz ji der bûne, dêmek, dîtina wan jî ji qolê milê wan dere.
Sêra betabûna zarê çiqas çû, dha mezin bû. Gilî-gotinêd teze serda zêde bûn. Lêgêndeke teze xuliqî, wekî hebe, tunebe meçêtira zaro birine. Lê eva lêgênda sifte bû. Hetanî ew ji devekî derket û gihîşte guhê yekî mayîn, bi qat û awazêd tezeva dewlemend bû û xemilî.
Çetine bê gilîkirinê, wekî çi hatibû serê dayka belengaz. Bûbû qijikekê sekinîbû. Çend jinê geveze kurê xwe dikuştin, bux’dan davîtinê, wekî giva ewê bistan daye zarê, xewra çûye, zaro fetisandye. Û wexta hişyar bûye, dîtye çi qewimye, tirsyaye, wekî mêr, xezûr, xwesî wê qe nizanim çi bînine sêrî, xwexwa hildaye, birye cîkî kirye ç’el. Wextê jinê aqile navsere ev yeka dibihîstin, serê xwe dihejandin û dikirne niç’e-niç’.
— Pî, la merîmê, şer-şiltaxê ha jî dibin, — wana digot. – Merî jî rabe kirasê wayî bêpêsîr stûê xwe dayne. Şerme, şerme, qe ne hildin, ne jî daynin. Ev ne gilîê gotinêye, wekî dibêjin.
Lê tê devê kê bigrî? Çiqas dev, ewqas jî gilî-gotinêd cûre-cûre. Hinek gilî derdiketin miqabilî gilîê mayîn, hinek gilya hineke mayîn didane tamkirinê, lê hinekî jî tiştekî başqe, tiştekî teze danîne ortê. Undabûna zarê usa kiribû, wekî dizya mala Hacoye wê şevê dabû bîrkitinê. Te devê kê vedikir, gişka derheqa undabûna zarêda xeber didan. Carna hinek ji van gilî-gotina ber guhê dayka bûkîn diketin û tajaneke teze didane dilê wê. Lê belengazê bûka bêzar-ziman bû, ne karibû bigota erê, ne jî na. Her tenê dima xweda bişewite, bihele, mînanî kizirka ser sêlê biqacqice. Kula wê besî wê nîbû, ev gilî-gotin, bux’dan jî serda. Lema jî timê serê wê berda bû, pormijî, hêsir ji ç’eva xalî nedibûn.
* * *
Çend roj derbaz bûn. Rojekê jî, wextê nanê mêra danîn, xwesîê gote bûkê, wekî here heve tirşîne derxe, bibe dayne ser sifrê. Bûk çû, pînê ser devê kûpê tirşînê wêda avît, destê xwe kire kûp. Nişkêva bê hemdî wê bû qîjîna wê, xeriqî ket. Xwesîê xwe bûkêra gîhand, dest, lingê wê hejand, sûretê wê xist. Lê bûk ser hişê xweda nehat. Xwesîê banzda şerbik tije av kir, kêlekê qerefîska rûnişt, av ser ç’evê wê reşand. Hey virda, hey wêda, bûka belengaz ser hişê xweda hat, neyseyî ç’evê xwe vekir.
— Lao, çi bû, çi te qewimî? – xwesîê jê pirsî.
Bûk dilerizî, ç’ev lê telale bûbûn û xwexwa jî sifte texmîn nedikir çi bû, çi qewimî. Xulese, wexta hişê wê hate sêrî, bû niç’e-niç’a wê û destê xwe dirêjî kûp kir. Xwesî çû, serê xwe berjêr kir, hundurê kûp nihêrî. Dît ecêbeke reşe giran: zara rûte-tezî ser sêrî kûpdane. Dadane zaro ji kûp derxistin. Hewar-gazî, şîn-girî kete malê. Ser vî dengî cînar hatin, malda tijî bûn. Her yekî xwera gilîk got, texmînek kir.
Eloê cînar jî wêderê bû. Elo merîkî aqilî dûrdîtî bû. Gelekî pey enena diket, gilî himberî hev dikirin û timê dihate ser fikra kutasîêye rast. Gundî haj vî xeysetê wî hebûn. Lema jî gava ew dikete nava gilya, menî didîtin û nîşan didan, gundya zanibûn, wekî Eloê rastîê ser avêxe, gilya azirûke. Ew jî hatibû, nava koma mêrada sekinî bû. Dengê xwe nedikir, tevî xeberdanê nedibû, her tenê guhê wî ser xeberdana hazira bû.
— Lê neferê malê qe tiştekî nehesyan? – Elo nişkêva ji Haco pirsî.
— Çi nehesyan? – Haco bi pirsê caba wî da û texmîn nekir, Elo derheqa çida dipirse.
— Wê şevê, wexta diz ketine malê, nefera qe dengek, hisek nebihîstin? – Elo vê carê bi cûrê pirskirinê fikra xwe da ferihkirinê.
— Na, ya min, welle, wê şevê tê bêjî xewa mirinê ketibû ç’evê min. Ez usa kûr razabûm, wekî tu deng-his ber guhê min neket. Wekî ez pê bihesyama, min zanibû çi danî serê wan. Bextê wan lêxist ez wan nehesyam.
— Lê wexta hûn sivê ravûn, we texmîn nekir, wekî hûrmûrê malê tevhevkirîye?
— Elo çawa dikeve bin enena, tê bêjî qulixçîê mehkemetêye, — cînarekî navsere vegerya ser merîê kêleka xwe sekinî, gotê. Evê te vebeşirî, lê dengê xwe nekir.
— Nizanim, min tiştek texmîn nekir, — Haco got.
— Wexta bûkê got zaro colangêda tune, em îdî tevîhev bûn û me dîna xwe neda tiştê mayîn. Paşê, wextê em pê hesyan, wekî ketine malê, dizî kirine, em dha xwe xurdilîn, îdî kê wê bidîta malda çi birine, çi hîştine. Dive, paşê kevanîê texmîn kiribe, ez nizanim, tiştek minra negotye. Bise ez jê bipirsim. Qîzê, qîzê, ca hela were vira.
Kulfeteke navsere ji nava jina derket, hat ber wan sekinî, ç’evê mêr nihêrî.
— Qîzê, lawik dipirsin, wê şevê diz ketine mala me, sivetirê yanê paşê te texmîn nekir, wekî yekî xerîb dest dave hûrmûrê malê, tevhevkiribe yanê tiştek dizîve? – Haco ji jinê pirsî.
— Çawa texmîn nekir? – ewê serê xwe kire ber xwe, bi cûrê pirsê got. – Stêrê ma kajî-vajî kiribûn, nivînê mêvana temam welgerandibûn. Lê wexta min xurca ber serê stêr nihêrî, dît serî-binî levxistine.
— Lê tiştek biribûn yanê na? – Elo jê pirsî.
— Çend şimaqî, hevtrengê bûkê hebûn. Ew biribûn. Wekê mayîn tiştekî pak xurcêda tunebû, wekî bivrana, — ewê got û ç’evê mêr nihêrî, tê bêjî hîvya wê yekê bû, wekî îdî mêrê derheqa çida jê bipirse. Wexta dît, wekî mêr xwe ker kirye, ewê hilda gotêda:
— Ne min hema wê rojê tera got, wekî çi birine.
— Erê, erê, te got, — mêr ber xweda got, — lê kambaxa reşbe, ka bîr ku maye…Hinek kurê xwe dikujin, divên zêrê Haco hene. Zêr minra ku hatine? Wekî zêr hebûna, emê çira vê rojêda bûn, çira xurca meda wê her tenê çend palas hebûna? Tiştê pak ew çend şer bûn, ew jî birin.
— Lê wê şevê te qe dengê girîê zarê nebihîst? – Elo îdî guh neda ser xeberdana malxuê malê, ji kevanîê pirsî.
— Xêleke xurt ji şevê çûbû, gava dengê girîê zarê ber guhê min ket, — ewê ber xweda got. – Bê mene, hûn jî dewsa birê minin, xeweke usa ketibû ç’evê min, te tirê xewa mirinêye. Usa jî hetanî sivê ez hişyar nebûm. Lê rind tê bîra min, demeke şevê dengê girîê zarê ber guhê min ket, — kevanîê fikra xwe ducar kir, destê xwe tewar kir, sekinî, hîvîê ma, çika wê îdî çi jê bipirsin. Lê kesekî tiştek jê nepirsî. Hazira gişka xwe ker kiribûn, ç’evê Elo dinihêrîn, çimkî ewî ev xeberdan destpê kiribû û nha hîvîê bûn, çika wê çi bêje. Lê Elo lez nediket, difikirî. Dihate kivşê, gilya, îzbatya himberî hev dike, kûr-kûr difikire, dixwaze gilîê xweyî kutasîê bêje.
— Texmîna min, — Eli giran-giran got, — wexta diz kûpê rûn, eyarê toraqê û penêr birine, qîma wana vê yekê nehatye, tişt-miştê mayîn geryane. – Qestîka hevekî xwe ker kir. Hazira ç’evê hev nihêrîn, zanibûn Elo ku dixe, kura dertê. Gişka jî zanibû, wekî Hacoyî çiqasî timaye, zêrê wî hene, lê wana naxwe, xerc nake. Çiqasî jî lê bibe tengasî, ew tu cara destê xwe nade wan. Xwedê zanibe, çika kîderê veşartye. Badilhewa nîbû, wexta pê hesyan, wekî zara malêye sava betavebûye, hasleta malê dizîne, ewî guh neda ser betavebûna zarê, berê ewlin xwe tewlêra gîhand û gava dît, wekî destê xwe nedane pêz, dêwêr, teze bîna wî hate ber.
— Tê kivşê, ew dizê pêz, dêwêr nîvûne, yanê na wê bêminet ew jî bivrana, — paşî navbirîke kurt Elo dûmayî da gilîê xwe. – Kula wana haslet û tişt-miştê mayîn bûne. Wexta haslet derxistine, tê kivşê hatine xênî, ketine qulç’-bûcaxa tişta geryane. Wî çaxî zaro giryaye. Dîtine, wekî neferê malê wê ser dengê zarê hişyar bin, rêke mayîn xwera nedîtine, hildane zaro kirine kûp. Cûrekî mayîn nevye û nikare bive. Heve-tuneve eva îşkîla destê dizane. Xênji wan tu kes qetla ha nake. Belkî qetil bê ber derê wan.
Demekê gişka xwe ker kir, ç’evê hev nihêrîn, ecêbmayî man, wekî Elo çawa rast texmîn kir. Gişk jî dilê xweda wê yekêda hatine bawerkirinê. Rastîê jî, xênji diza, wan bêîsafa bêxwedêa, kê dikare zulma usa bike?
— Kê ev yek kir, belkî xêrê-waê nevîne, — jinikê got, hat ber mêrara derbaz bû.
— Erê, welle, — ji nav koma mêra hate bihîstinê.
Elo kîsik derxist, cix’arek pêç’a, dû daê. Rind dîna xwe da hazira, tê bêjî dixwest pê zanibe, çika gotina wî hazir dane bawerkirinê yanê na. Tê bêjî çawa caba vê hîvya Elo ji nav koma mêra dengekî bilind hate bihîstinê:
— Gilî-gilîê Eloye, — cînarekî rîspî got. – Çawa hertim, vê carê jî Elo, rehme ruhê bavê wîve, gilî rast dane azrûkirinê. Rastîê jî nemerdya ha her tenê diz, merîê çepel dikarin bikin. Ew jî dikin bona postê xwe xilazkin. Lê wekî dinê destê kê diçe zara sava ser sêrî têkne kûpê tirşînê? Her tenê merivê bêxwedê vê yekê dikarin bikin. Lê Xwedê diza ku hatye? Wekî Xwedê wan hevûya, wê çira çepelya usa bikrana. Dizî bêxwedêye, lema jî tiştê bêxwedêtîê dike. Rast jî gilî-gilîê Eloye, eva kirina destê dizaye. Min gazî rebê xwe kirye, wekî ser bela xweva vebin.
Pey gotina rîspîra hineka tiştek kêm gotin, hineka zêde gotin, menîê îzbatkirina gilîê Eloye teze anîn û kutasîê gişk hatine bawerkirinê, wekî ya lape rast gotina Eloye, eva şuxulê destê dizaye.
— Ew ç’ilovîskê mayîn gişk vir-derewin. Terka wan bidin. Gilîê kêm-zêde, netê çira bêne ortê, — rîspî dîsa kete nava xeberdanê. – Cûre-cûre gilî ber guhê min jî ketine. Ez serê lawikakim, ew gişk şeyîkî nehêjane, serdapê bux’dan, vir-derewin. Merî gerekê kirasê bêpêsîr stûê xwe daneyne, tiştê nedîtî gilî meke. Hilbet, gilîê min berê ewlin derheqa jinadane. Gelî jina, we bihîst min çi go?
Jina berê xwe wîda kiribûn û gotina wî dibihîstin. Wexta ewî ha ji jina pirsî, wana serê xwe hejand çawa nîşana qayîlbûnê.
— De, wekî usane, virhada terka wan gilî-gotinê zêde bidin. Rastya Xwedê gilî-gilîê Eloye. Hûn jî alîê xweda gazî Xwedêkin, wekî sevev belkî ser bela xwe vebe, — rîspî gilîê xwe kuta kir.
Û çiqas çû ew xeberdana berêye zêde, ew şer û şiltax, bux’dan kêm bûn, temirîn, çûn. Lê qisa derheqa vê kirina nepakda ma, hate gilîkirinê û gihîşte rojêd me. Kirina xirab naê bîrkirinê, hizdikî çiqas jî dewr û zeman bên, derbazbin, çiqas jî silsilet bêne guhastinê. Ew mînanî edûya dimîne û dimîne.
Lê ya Svik?
* * *
Dizê wê şevê dîsa hev berev bûn.
— We xwe soz-qirarê meyî wê şevê bîr nekirye? – dizê navsere gote yêd mayîn.
— Na, me bîr nekirye, — yekî got. – Ew soz-qirarekî usa nîne, wekî bê bîrkirinê. Hetanî em saxbin, nikarin wê kirina wî nemerdî bîrkin.
— De, wekî usane, dem hatye, em gotî ewî soz-qirarê xwe jî bînine sêrî.
Demeke kurt hev şêwirîn, paşê ji hev dûrketin û her yek berbi mala xwe çû.
Çendek kete ortê. Nişkêva cab hate gund, wekî Svikê topal serê zevîê kuştine.
— Rya wî bû, têda çû, — gundya gotin. – Ewî ewqas xiravî kiribû, wekî gerekê bihata pêşîê. Ew bûvû sevevê risqê geleka. Lê yek jî gotî bivûya sevevê serê wî yanê na? Neheqî erdê namîne.
Û rastîê jî neheqî erdê nema. Lê xênji wan dizê wê şevê tu kesî nizanibû, wekî neheqya Svike mezin kîjan bû û çima erdê nema.
Добавить комментарий