HUNURÊ CEBARÇÎ
HUNURÊ CEBARÇÎ
Go rojekê jina beg dikeve, sêvikêda lingê wê ji cî dertê. Ji dest êşê qîrîneke wê yek erde, yek ezmanê, çi dikin, nakin c’arê êşê nakin. Lingê wê diwerime, dibe zurne, belengazê ne dikare rûnê, ne dikare palde. Êla begda cebarçîkî ermenîyî eyan hebûye. Navê wî Manûk bûye. Eva Manûka ber destê bavê xwe hînî cebarçîê bûye. Go bavê wî danî dîzek yanê derdaneke herî, dikire hundurê torpekî, dev girêdida û dida ber çakûça dişkênand, digote Manûkra, wekî hûrkê wê berevke, bigihîne hev.
— Te ku pê desta hundurê torpeda hûrkê wê gîhande hev, — bavê digote Manûkra, — tê karibî cebarçîtîê bikî, cebarçîkî pak wê ji te derê, xêr ku na, dha pake terk bidî, karê te cebarçîtîê neketye. Hestuê şkestî jî bin ç’ermdane, tu bi ç’eva nabînî, lê tu gotî bi desta texmîn bikî û hesuê şkestî rast bigihînî hev û bicebrînî. Gerekê destê te ewqasî hînî wî pêşekî bibin, wekî tera bibin ç’ev, wan hesuê şkestî usa texmîn bikî, wekî esêvankî tu dibînî.
Go sivê hetanî êvarê pêşê wî ev bû, kur hîn dikir. Û nava wededa kur bû cebarçîkî usa, wekî hat ji bavê derbaztir bû. Go wexta ha dûrva jî wan merya dinihêrî, ku qezya hatibû sêrî, rengê ç’ermra texmîn dikir şkestye yanê ji cî derketye. Û navê wî nava wê êlê, êlê cînarda bela bûbû. Wexta qezya dihate serê merîkî, îdî tu cyada nediçûn, diçûn bal Manûk. Manûk jî ew ax’ilme-dox’ilme dikir, verêdikir.
Beg jî xwest bişîne pey Manûk bîne. Lê çimkî beg dînê xweda gelekî berk bû, nexwest destê ermenîê xaçparêz kulfeta wîkeve. Û beg emr kir, wekî cebarçîê mayîn bigerin, bibînin.
— Begî xweşbe, — gotinê, — çira tu nizanî dest ser destê Manûkra tune? Emê kê bînin, wekî mînanî Manûk qencke? Dibe bikin jî, lê tu kes nikare kefîltîê bide, wekî wê seqet nekin. Lê Manûk ku bike, wê qencke çawa lazime.
Beg kûr-dûr fikirî û wexta texmîn kir, wekî dikare biqewime jina wî seqet bibe, sizî canê wîra çûn. Lê alîê mayînda dînê wî îzn nedida, wekî destê şuletê jina wîkeve. Evan herdu fikra gelekî ber hevdu dan. Lê yekê nikaribû ya mayîn qelske. Beg ç’are dît:
— Herin, gazî Manûkkin, — beg dibêje xulamê xwe.
Wexta Manûk tê, beg hiltîne jêra ha dibêje:
— Manûk, xanim ketye, sêvikêda nizanim lingê wê şkestye yanê ji cî derketye.
— Ê, çi têra heye, begê min, îznê bide ez lêbinihêrim, — Manûk dibêje.
Gonekî tel tê beg. Tê kivşê gotina Manûk wî xweş naê, qe alîê Manûkda jî nanihêre, hiltîne dibêjê:
— Na xêr, ez îznê nadim, wekî destê kafir xanimê keve. Tu gotî destê xwe nedêyî, lê qenckî.
— Begî xweşbe, ez çawa dikarim destê xwe nedimê, nebînim çi bûye, qenckim? – Manûk sûclî dibêjê.
— Ez nizanim, çawa dixwazî bike, gotî destê xwe nedî xanimê, lê lingê wê jî qenckî, eger naxwazî serê te bê jêkirinê. Gotina min eve, gilî-gotinê zêde nelazimin.
Manûk tê derdixe, wekî xeberdan zêdeye, beg nava qirara xweda berke û çi jî bibe, ew tu cara qirara xwe neguhêze.
— Qe na îznê bide, — Manûk dibêjê, — ez dûrva dîna xwe bidmê.
— Em tevayî herin oda xanimê, — beg dibêjê, — ber ç’evê min dûrva lê binihêre.
Beg û Manûk tevayî diçin oda xanimê. Wexta xanim wana dibîne, nava cyada xwe dixurdile. Beg hiltîne, dibêjê:
— Tu xwera rehet nava cîê xwedabe, ew nêzîkî te nabe, destê xwe nade te.
Manûk hîvî dike, wekî tiştekî bavêjin ser wî lingê xanimê, wekî ew lingê wê tezî nebîne. Ha dibêje û vedigere pişta xwe didê. Tînin tên lihêfê wêda davêjin, şerekê davêjin ser lingê xanimê.
Beg dibêje Manûk, wekî îdî îzna wî heye bizvire. Manûk dizvire û dûrva dîna xwe didê.
— Şerê lingê wê bipêçin, — Manûk dibêje û dîsa vedgere, pişta xwe dide xanimê. Usa jî dikin.
Manûk dizvire û hîvî ji xanimê dike, wekî lingê zedelû çiqasî dikare bihejîne. Xanima belengaz zor-cefakî ancax lingê xwe hevekî dihejîne. Eva jî Manûkra bes bû, wekî tê derxe, çi hatye serê lingê xanimê.
— Begî xweşbe, — wexta ji oda xanimê dertên, Manûk dibêje, — qe medekê we hene?
— Çend medekê me hene, — beg bi ecêbmayî dibêjê û difikire çi medeka lingê xanimê ketye.
— Ez hîvî dikim sê roja medekekê malda xweykin, — Manûk dibêjê. – Rind alifkin, gele xuê bidnê. Lê ç’ilke avê nednê. Sê rojê dinê şûnda ezê ser weda bêm.
Dixwaze xatirê xwe ji beg bixwaze û here gundê xwe, lê beg nahêle.
— Ez medekê teslîmî te dikim, — dibêjê. – Çawa dixwazî, usa jî xweyke. Tu jî cîkîda naçî. Tê mala meda bimînî hetanî lingê xanimê qenc nekî. Xêr ku na, tu zanî ezê çi bînim serê te. Xwedê nekirî lingê xanimê seqetbe, tu ji destê min xilaz nabî. Qe te emrê xweda nava êl-eşîrada kulfeteke seqet dîtye? Nedîtye. Xanim jî gotî seqet nebe. Te bihîst?
— Belê, beg, min bihîst, — Manûk dibêje û bi bawerî serda zêde dike, — xanim seqet nabe. Ez soz didim.
— Sozê mêra soze? – beg jê dipirse.
— Sozê mêra serê mêra yeke, — Manûk teqil dibêjê.
— De wekî usane, miqatî sozê xwe û serê xwebe, — beg bi ten dibêjê.
Manûk dengê xwe nake. Beg hiltîne dibêje xulam:
— Kuro, bidin pêşya Manûk, bivin tewlê, bira medekekê bibijêre, çawa dike bira bike.
Usa jî dikin. Manûk sê roja medekekê rind alif dike, cîwar xuê didê, lê ç’ilke avê nadê. Wan hersê roja ew ji tewlê dernaê, aminya xwe kesekî nayne û her tiştî bi destê xwe dike.
Wexta sê roj temam dibin, Manûk çatûê davêje stûê medekê, tîne ber dêrî û dibêje beg:
— Begî xweşbe, kincê xanimê lêkin, bînin werin.
Diçin kincê xanimê lêdikin, çend qîz û bûk dikevne bin mila, derdixine derva.
— De nha xanimê medekê syarkin, — Manûk dibêje.
— Ev erda Xwedê ketye, ezê evî lingî çawa medekê syarbim, — dibe zarîna xanimê.
— Tişt nake, xanim, çetnaya teê tenê evbe, — Manûk bi zarekî şîrin dibêjê.
— Manûk, te sozê xwe û serê xwe bîr nekirye? – beg bi eks jê dipirse.
— Na xêr, begî saxbe, min bîr nekirye, — Manûk mêr-mêranî caba wî dide.
— De wekî usane, xanimê medekê syarkin, — beg dibêje û dîsa vedigere ser Manûk.
— Tu zanî, ne, ez ne lêpokim, wekî xelq min û xanimê bikene. Rind haj xwe hebe, ez îzna vê yekê nadme tu kesî, ha, — beg bi gefxwarin dibêje.
— Begî saxbe, — Manûk bi hemdî xwe cabê dide, — ez dibînim kê pêşberî min sekinye û zanim çi dikim.
Xulese, xanimê medekê syar dikin. Manûk çatûya medekê digre, berê xwe dide cewa orta gund. Cimeta gund pey diçe. Beg jî serê xwe dike ber xwe, pey medekê diçe. Ji şerma beg tê çetlemîşbe, lê xwe zevt dike, çika axirî dibe çi. Manûk hetanî ber cewê medekê destkêş dike. Wexta digihîje cewê, çarix, gorava dide nava avê û pêşya medekê disekine. Medek devê xwe dike avê û vediç’ine. Medek çiqas avê vedixwe, ewqas dinipixe. Hela devê medekê avêda, dibe xirpîn. Manûk çatûê davêje û nava avê dertê, tê pêşberî beg disekine.
— Begî saxbe, dikarin xanimê paşda bibin malê.
— Kuro, lê lingê wê? – beg bi hêrs dipirse.
— Lingê wê kete cî, — Manûk bi hemdî xwe cabê dide, — dive nha hevekî bêşe, nikaribe xwe bide ser. Xêle wext derbazbe, wê rabe ser linga, bisekine. Tiştek tunebû, her tenê lingê wê sêvikêda ji cî derketibû. Wexta medekê av vexwar, bere-bere nipixî, zor da lingê xanimê, anî kire cî. Tiştekî mezin neqewimîbû.
Xanimê paşda tînin. Wexta ber dêrî ji medekê peya dikin, xanim texmîn dike, wekî êşa lingê wê lap kêm bûye. Lê ji tirsa êşê newêre xwe bide ser.
— Xanim, xwe bide ser wî lingî, — Manûk dibêje.
— Ne dêşe?
— Naêşe, te tirê dêşe, lê naêşe, xwe bide ser, xwe bide ser.
Xanim neyseyî xwe dide ser û texmîn dike, wekî êş bawer bikî tune.
Xanimê dibin hundur. Beg Manûk teglîfî oda xwe dike. Odêda rûdinên, xeber didin. Bengzê beg îdî xweş dibe, bi ç’evê xwe dibîne, wekî Manûk bi çi hunurî lingê jina wî kire cî. Xêlek jî derbaz nabe, gava xanim bi ç’ik-pikê xweva tê hundur.
— Birê Manûk, mirazê te kura bibe, belkî Xwedê bê hewara te, te çawa ez ji wê êşê xilaz kirim.
Gava beg vê yekê dibihê, radive dest dike cêva xwe, kîsik derdixe, çend zêra ber Manûk datîne.
— Eva pêşkêşa te, — beg dibêjê.
Manûk bi desta wan zêra hevekî wêda dide û dibêje beg:
— Begî saxbe, zêrê te min ne lazimin, ez zêrê te hilnadim. Sozê mêra û serê mêra yeke. Min îro ne ku tenê sozê xwe anî sêrî, lê usa jî serê xwe xilaz kir.
Beg ji kirina xwe şerm dike, dixwaze bi zêra dilê Manûk bikire. Lê dike-nake Manûk zêra hilnade.
— Bira navê te û pêşê te te helalbe, — beg dibêje, gava tê bawerkirinê, wekî çi bike-neke Manûk zêra hilnade. – Virhada derê mala min ber te tim vekirye, çawa merîê malê dikarî bêy û herî.
Beg sê roja Manûk bernade, jêra ezet-qulixê dike. Wexta verêkirinê hespekê zîn-bûsat dikin, tînin ber Manûk didine seknandinê. Beg ber disekine, jêra dibêje:
— Ya min û te ser vê hespêye. Tu ku hespê çawa pêşkêş hilnedî, ez îdî tera xeber nadim û tu wexta te merîê xweyî nêzîk hesab nakim. Eva ne heqê teye, eva pêşkêşa mine, ku ez didime te. Tu ku hilnedî, bizanbe, qedrê min nagrî.
Manûk zanibûye, wekî hilnede, eva yeka bona beg wê bêhurmetîke mezinbe. Dengê xwe nake, hespê syar dibe, xatirê xwe ji beg dixwaze, dide serê rê berbi mala xwe diçe.
Добавить комментарий