BÎR NEKIR
BÎR NEKIR
Şevereş bû. Teze barana payîzêye hûr vekiribû. Nho carekê, duda ji mal derket, dîna xwe da ewr-ezmana, vegerya malê. Tê bêjî hîvya tiştekî bû, tabetî nediketê. “Çi şeveke xweşe”, — demekê fikirî û lez ji malê derket, qesta mala Kelo kir.
Xêleke kurt ji şevê derbaz bûbû. Paşî barana hûr gundda her tişt seqirî bû. Qe ewtînya kelba jî nedihat. Qerewilê gund mehela jêrin bûn. Wî çaxî dizî û qaçaxî gelek dibû. Lema jî gundya şevê du merî qerewil kivş dikirin, wekî miqatî gund bin, nehêlin cerd ser wanda bigre, dizî bê kirinê. Çawa terî dikete erdê, ew herdu qerewil nava gund digeryan, dikirne fîtîn, eşaretî didan, derdiketin perê gund. Hetanî sibê safî dibû, wan herdu qerewila miqatya gund dikirin.
Nho dûr neçû, xwe mala Kelora gîhand, hilkişya ser tam, kuleka kox qelaşt, kete hundur. Koxda terî bû. Nho destê xwe pelikand, eyarê rûn dît, hilda, xwest dêrî veke, derkeve, gava Kelo gihîştê, herdu destê xwe kirine qirikê û guvaşt. Vix’e-vix’ Nho ket, destê wî sist bûn, bû terpîna eyêr ji ser piştê ket. Ser vê qerebalixê Eloê kurê Kelo hişyar bû, banzda sivderê. Dîna xwe daê: yek ser zik ketye, bavê destê xwe kirye qirikê dixeniqîne. Elo demekê texmîn nekir, wekî çi bûye, çi qewimye.
— Elo, lao, ç’irê vêxe, — Kelo kurra got.
Elo ç’ira peltikêda vêxist û ecêba reşe giran ber ç’evê xwe dît. Nhoê cînarê wan destê Keloda bûye hêsîr, eyarê rûn jî wê ketye. Elo her tişt fem kir.
— Kuro, Xwedê ji te stendye, — Kelo gotê, — te vê şevê qesta mala min kirye. Min çi xiravî te kirye, wekî dixwezî vê payîzê risqê zarê min biqelînî? Nha ez ku te postkim, xwe negunekarim.
Ç’evê Nho sêrî fire bûbûn, te digo eve wê ji cîê xwe derên. Kelo hela xeneqa wî berneda bû, lê mînanî berê qayîm nediguvaşt. Nho zar-ziman ketibû, xeberdan pê nedibû.
— Hergê tiştek dilê teda hebû, tu mînanî mêra bihatayî pêşya min, dewa xwe bikira, — Kelo îdî qirka wî berda bû, serra sekinî bû û hey jî pê linga diniç’andê. Lê Nho hela erdê velezya bû, her tenê ji ser zik vegerya bû ser piştê û ç’evê Kelo dinihêrî. – De, xeberde, çira mînanî mirya devê te ketye hev! Mînanî kelbê ç’ilek têy dikevî kulînê, dixwezî tiştekî birevînî. Te tirê wî cûreyî tu mêranîê dikî? Belengaz, mêranî ew nîne. Çepelî ne pêşê mêrê camêre. Hergê rastîê tiştek dilê teda heye, mêr-mêranî bêje.
Lê Nho xwe ker kiribû, serê xwe kiribû ber xwe û dilerizî. Elo xwe xweş kir, wekî yekê bidê, lê bavê nehîşt.
— Lao, merî ketya naxe. Ew ne mêranîye, — Kelo gote Elo, dest avîte milê Nho rakir.
— Rave, rave, çi mînanî pişîka erdê velezyayî?
— Ez bextê te, kurê tedame, guneme, min nekuje, — Nho kûz bû, xwe avîte ser dest-pîê Kelo.
Kelo defek daê, wêda da, xwexwa jî hevekî jê dûrket.
Ser vê xeberdana wan neferê malê hişyar bûn, revîne sivderê û dora wan girtin. Kelo wan hilat:
— Herne xênî, hatine vêderê çi?
— Ê, heyfa min nîne, wekî te bikujim, destê xwe xûna teye heramdakim, — gava neferê malê çûne xênî, Kelo vegerya ser Nho, bi hêrs gotê. – Xûna te bidin kûç’ika, kuç’ik jî naxun. Ew xûna teye heram min kême, wekî bê bikeve ber derê min? Ez gerekê etabeke giran bînim serê te, wekî hetanî xweşbî, bîra te neçe, — vegerya ser kur û gotê:
— Elo, lao, ca wê çeqûya min bîne.
Elo çû hundurê xanî.
Gava Nho navê çeqûê bihîst, reng lap lê çû, spîç’olkî bû, dîsa xwe avîte ser dest-pîê Kelo.
— Ez bextê teme, wê yekê neke.
— Ê, bextê te heye, wekî xwe davêjî ber bextê min? Bextê te ku hebûya, tu cara nediçûyî dizya cînarê xwe. Heqê teye, gere ez te durufkim, wekî zanivî dinêda çi heye. Kuro, lao, mezinê te qe tera negotine, wekî borcê cînartîê borcekî girane, cînar gotî xilêletya cînêr neke, hebûna cînêr mînanî ronaya ç’evê xwe xweyke. Eva çendik-çend sale em cînarê hevin. Qe carekê te dîtye, wekî ez yanê neferê mala min xilêletya mala te bikin? Lê te çira dixwest xiravya mala min bikira? Te xiravî minra dixwest? Nha ew xiravî hatye pêşya te. Gotî ez ecêbeke giran bînim serê te û tobe bikî, virhada qeleta usa nekî.
— Ez tobe dikim, her hevt govek bavê xweva qeletê dikim, virhada tu wexta bi fikra xirabîê qesta mala cînara nekim, — Nho bi kelogirî got. Ewî tirê Kelo wî dide sondê, wekî virhada tiştê usa neke.
— Rinde, wekî tobe dikî, terka çepelîê dikî. Lê bona ew gilîê te hertim bîra teda bin, ez gotî te durufkim, guhekî te jêkim, wekî kuda herî, bêy kivşê, merî zanivin tu çepelekî çawanî, haj xwe hevin, hevsa xwe ji te bikin.
Lalome devê Nho ket, beredayî-beredayî xeberda, ji gotina wî tu tiştek nedihate femkirinê.
— Çi qire-vira teye, çi divêjî, — Kelo serda hêrs bû. – Tê xwe kerkî, yanê na ezê vê sehetê qemekê bavêjme stûê te, mînanî kelba te geverkim.
Nho xwe ker kir. Qudûmê wî tunebû ser linga bisekinya, cîda mînanî mirîşka melisî.
Elo derengî diket.
— Elo, lao, te kire çi? Ne ez hîvya teme! – bavê lê kire gazî.
— Ez digerim-nagerim, navînim, bavo, — Elo ji xênî caba wî da.
— Qayîşa minvane, qayîş jî ber serê mine.
Hetanî Elo kêrê digerya, neferê malê hey carna derî neyseyî vedikirin, Kelo û Nho dinihêrîn. Wextê Kelo ç’ev wan diket, ser wanda diqarya, nefera pêra-pêra derî digirtin, paşda diçûn.
— Bavo, çeqû ne wire, — xêlekê şûnda Elo dîsa ji xênî gota bavê.
Nho serê xwe hilbirî, Kelo nihêrî. Spîç’olkî bûbû, çawa dibêjin, ruhê wî hatibû serê poz sekinî bû. Dîsa destê xwe avîte lingê Kelo, xwest paçke. Lê Kelo pihînek daê û ew ser piştê ket. Kelo destê xwe avîte rakir.
— Rave, rave, mêr gotî dema ox’irmê giranda jî alçax neve.
Nho rabû ser xwe rûnişt. Peşmûrde bûbû, nizanibû çi bike.
— Elo, lao, hela bin stêr binihêre, dive min danîve wir. Zû bike, hela hêrsa min danenye, ez guhê evî kelbî jêkim, wekî ya dîtî heta-hetayê bîr neke.
Nho xwe qinciland ser hev, zûr bû, derê xênî nihêrî. Tê bêjî gazî Xwedê dikir, wekî Elo kêrê nevîne yanê jî dereng ji wêderê derê. Lê bextê wîyî reşra hema wê deqê Elo ji hundurê xênî derket, kêr jî dêstda. Neferê malê jî dabûne pey. Gava Kelo ç’ev nefera ket, hêrs ket û kire qarîn:
— Ne min wera got neêne vira! – Kelo ha got û xwe dirêjî wan kir. Gişk revîn ketine xênî, derî ser xwe girtin. Kelo îdî pêşda neçû, ji ber dêrî paşda zivirî.
Elo kêr da bavê. Kelo kêr hilda, devê wê vekir, nerm kêfa destê xwe xist, cêriband, çika rind tûje yanê na.
— Kelbo, — ewî gote Nhora, — ezê nha guhê te jêkim, bavêjim ber te, gotî bixwî. Te ku nexwar, ezê serê te bifirînim.
— Kelo, ez qurbana te, jin, zarê teme, tê wê ecêvê mekî, — diz bi lavaya hatê, dîsa xwe dirêjî lingê Kelo kir. Kelo lingê xwe revand.
— Kuro, lao, — Kelo gotê, — bira heve mêranî tera hebe, çira zirav te qetyaye, te şelê xwe tijî kirye? Te nizanibû, wexta xwe tiştê ha nepak digrî, tê rojekê ese bikevî dereceke teng? Kê xwe xiravîê digre, xiravîê jî diçe.
— Min ku zanibûya… — kela girî îdî dabû qirka Nho, ancax xeberdan pê dibû, — min ku zanibûya, hevt govek bavê xweva qelet dikir, qe qesta mala te dikir? Bidî xatirê Xwedê, wê yekê meke, ez guneme.
— Lê jin, zarê min ne gunene, wekî wê zivistanê bê haslet bimana, — Kelo bi hêrs gotê. – Hema bona xatirê jin, zarê te jî mabe ez gotî eybeke usa te bikim, wekî tu kuda herî, kivşbî û dest ji çepelya usa bikişînî. Nho, tu gotî hevt cara gazî Xwedêkî, wekî ketî destê min. Yanê na, yekî din tu bigirtyayî, xilazbûna te tunebû, wê ese serê te hilfiranda. Gotî mala te hevt nanê germ derxe, belake, wekî ji destê min sax’ dertêyî. Lê durufê mala me gotî li te heve. Çawa em pezê xwe, dewarê xwe duruf dikin, wekî unda nebin, usa jî gerekê te durufkin, esêvankî dewareke mala me jî tuyî. Dewar dîsa kêr tê, lê tu qe kêrî tiştekî naêyî.
Wexta Kelo navê dêwêr hilda, tê bêjî bona Nho ç’irûsîk vêket, serê xwe hilbirî, Kelo nihêrî, bi lavakirin gotê:
— Çi dixwezî ez bidme te, her tenê wê eybê neyne rûê min. Dixwezî ez wî cot gaê xwe bidim te? Her tenê, ez bextê teme, min nava gund, êl-eşîrêda meke sosret. Wekî tu usa bikî, mirin ji halê min çêtire. Îdî emrê min kêrî çi tê… — bû îske-îska wî, girya.
— Kelbo, te tirê ez mînanî te mirîê mal-halê dinyalikême, erê? Navê min bona min dinyakê hêjaye. Çira ez ex’intîê bavê teme, wekî ravim gaê te bînim, gunê jin, zarê te têkme stûê xwe? Tu nha ketî çema min, ez gotî te daxkim, wekî sive-dusve neçî nava mêra, camêra rûnenêyî, payê xwe nedî, destê xwe ji çepelîê bikşînî. Elo, lao, — vegerya ser kur, — me gelekî rû da vî kelbî xeverde. Were, alî bavê xwe bike, em wî durufkin.
Elo ji cîê xwe nelipitî. Dihate kivşê, gunê wî Nho dihat. Diz bi ç’evekî usa Elo dinihêrî, te tirê dibêje: “Ez bextê teme, mirina min, mayîna min destê teye. Bidî xatirê Xwedê, bavê xwe bide qandirmîşkirinê, bira wê yekê meke”.
— Elo, lao, ne ez terame, — bavê gotina xwe ducar kir. Lê Elo dîsa cîê xweda sekinî bû. Dixwest tiştek bavêra bigota, lê dihate kivşê turuş nedikir.
Nho tê derxist, wekî fikra Eloda tiştekî xirab tune. Ne tenê tiştê xirab tune, lê ew naxweze kirina bavêra qayîlbe. Lema jî Nho gumana xwe hîmlî danî ser Elo: her tenê ewê karibe ewî ji wê dereca teng derxe. Berê xwe Eloda kir, bi lavaya hatê:
— Elo, ez qurbana teme, ne em cînarê hevin, sivê hetanî êvarê ç’evê me ç’evê hev dikeve. Qe na bidin xatirê wê cînartîê. Ez bêjim, qeletek bû, min kir, lê wera çi, wekî ravin min eblûkin? Ne axir ez jî merîme, ezê bi wê eybê çawa derkevim nava cimetê? Bidin xatirê Xwedê, min kirye, hûn nekin!
— Lê kirina te kirina cînartîêye? – Kelo gotê. Dihate kivşê, halê diz hukumî ser wî jî kiribû, hevekî nerm bûbû, mînanî berê ewqasî sert nîbû. – Ez çi bêjim, tu qurbana navê cînartîêbî.
Kelo xwe kerkir. Nho hela usa cîê xweda kund vedabû, serê wî berda. Ewî texmîn dikir, wekî dema ha kerbûn lazime, xeberdan dest nade. Vî halîda te hew nihêrî nava xeberdana xweda tiştekî usa got, wekî şuxulê xwe lap xirab kir.
— Bavo, bira qurbana navê cînartîêbe, — Elo bi dengekî lerizok gote bavê. Hetanî wî çaxî ew tu cara gura bavê derneketibû, bavê çi gotibûyê, mînanî mû ber sekinîbû û gotina bavê diqedand. Lê vê carê, wexta Nhoê cînarê xwe vî halîda dît, fem kir, wekî bav çi dixweze bîne sêrî, dil-dînê wî ber hev neda, bêy hemdê xwe kete ortê.
— Heyfa navê cînartîê nîne, wekî tînî ser vî heramî, — Kelo îdî bê hêrs gote kur. – Wekî ewî qedrê cînartîê, merivayê zanibûya, vê şevê ji mala xwe dernediket, qesta dizîê nedikir. Kuro, lê mêrê rû-rema jî rave, xwe çepelîê bigre, here dizya cînarê xwe?
— Tişt nake, bavo, ez qurba, merîye, diqewime, — Elo gote bavê. Îdî tirs, şermkirina xêlekê pêşda nava xeberdana wîda tunebû. – Divên, melle jî ser Quranê şaş dibe. Bidî xatirê Xwedê, were vê carê bibaxşînê, xûna wî neyne ber derê me. Bira biceme, here, hergê merîbe, wê zanive eva yeka jêra mirinê xiravtire. Wê terka wî xeysetê xwe bide. Xêr ku na, hesav yeke, tu bikujî jî, wê dest ji xiravîê nekşîne, wê ser bela xwe vebe. Emê jî nekevne nava dev-dirana, nekevin bin gunê xûna wî.
— Bira kûç’ik nekevin bin gunê xûna wî. Xûna wî xûna herame. Şîrê wî jî herame. Ewî ku şîrê merya xwarivya, wê ji eslê xwe, cisnê xwe şerm bikra, qeletya ha nekira.
Elo xwe ker kir, texmîn kir, wekî bavê jî îdî fikra xwe guhastye, naxweze etabeke giran bîne sêrî. Lê pêra jî naxweze carekêra nermbe, dixweze derseke rind bide vî nemerdê kurê nemerda. Dilê Elo hevekî şa bû, wekî bavê guh daye gilîê wî, gura wî kirye. Raste, ewî hela gilîê xweyî kutasîê negotye, lê îdî, tê kivşê, dest ji qirara xweye berê kişandye. Nha her tenê lazime nehêle, wekî bav careke mayîn fikra xwe biguhêze.
— Ev te çi anî sêrî, ew jî jêra bese, — Elo gote bavê. – Wê mînanî hêsîra ber te bûye pepûk, digrî. Hetanî ew xweşve, gotî vê şevê bîr neke. Bavo, ez qurba, were vê şevê mala meda xûna evî heramî merêje, qetlê meke. Ewî îdî kuştîye neç’elkirîye. Bira biceme, here, xûna xwe dûrî mexe.
Kelo dengê xwe nekir, caba gotina kur neda, zûr bû eyêr nihêrî.
— Lê merî jî bona eyarê rûn bikeve vê derecê? – ewî ber xweda got. – Tû eslê te û cisnê te! Tu ne merivî. Eloê min rast divêje: heyfa destê min nîne bikeve nava xûna teye heram. Rave, biceme, here. Hela ser hemd-hişê xweyî.
Nho ji cî neleqya. Yan ewî bawer nedikir, wekî usa hêsa, bê cezakirin ji destê Kelo xilaz dibe, yanê jî tiştekî mayîn fikra wîda heye.
Bona kirina bavê Elo dilê xweda gelekî şa bû. Raste, Eloyî hêrs bû (temamya rikneta wan xweyê wî xeysetî bû), lê gelekî rem bû. Çawa digotin, xofa Xwedê dilê wîda hebû. Ew jî ser vê kirina diz ecêbmayî mabû. “Eva çira ranave, naçe? Xwedê jê stendye, çye? Te hew nihêrî bavê min fikra xwe guhast, tiştekî usa kir, wekî om-om bê gilîkirinê”, — Elo dilê xweda fikirî.
— Rave, rave, here mala xwe, — Elo bi hemdî xwe, bi cûrê şîretkirinê gotê.
Lê Nho dîsa ji cîê xwe ranebû. Ç’ila bûbû, sekinî bû, hey ç’evê Kelo dinihêrî, hey ç’evê Elo.
— Xwedê hevînî, ew tu çira ranavî, nacemî, naçî? – Kelo bi hêrs gotê. – Nevî ç’evê te eyarê rûne? Dive, dixwezî eyêr bidme pişta te bivî herî mala xwe?
Gava Kelo navê eyêr da, reng li Nho çû. Îdî ç’evê wan nenihêrî, serê xwe berjêrkir. Bav û kur ç’evê hev nihêrîn. Wana tu tiştek ji vê kirina diz fem nedikirin.
— Hîvîkirin, recakirineke mine mezin ji we heye, — Nho serê xwe hilnebirî, ber xweda gote wana. – Yan lêdin, mala xweda min bikujin, yanê jî evî gilî hilnedin, daneynin. Min nava gund, der-cînarada rûreş mekin.
— Hela tu min vî murx’ozî dinihêrî? – Kelo bi hêrs got. – Him hatye dizya mala min, him min mala xweda girtye, destê xwe nedaê, him jî gotî destê wîda sond bixum, wekî derheqa vê çepelya wîda tiştekî nevêjim. Kuro, lao, nevî dixwezî destê teda sondê jî bixum?
Nho dengê xwe nekir.
— Ba-bao, ya min û vî bû qisa kur, bavê û diz. Kur go: bavo, min diz girtye. Bavê gotê: lao, bîne were. Kur go: bavo, naê. Bavê go: berde, were. Kur go: bavo, min ew berdaye, nha ew min bernade. Nha ya min û teye. Em te berdidin, tu me bernadî?
Nho serê xwe hilbirî, ç’evê Kelo nihêrî, gotê:
— Hetanî sozekî tam nedî destê min, ez ji qapîê te dernaêm. Dixwezî vê sehetê jî lêde, serê min bifirîne. Dha rinde merî kuştîê mêrê çêbe, ne ku bona eyarê rûn nava êl-eşîrada bive sosret.
— Lê wekî te zanibû bona eyarê rûn tê bivî sosret, te çira qeleta usa kir? – Kelo bi înk jê pirsî. – Tê bêjî, min hîvî kiribû, wekî bêy dizya mala min bikî.
— Lê Xwedê çawa merya distîne? – diz îdî bi hemdî xwe gotê. – Ez zanim tu ne ew mêrî, wekî soz bidî, paşê nevî xweyê sozê xwe. Nha ez ketime ber bexşa te: yan minxe, mala xweda min bikuje, yanê jî sozekî bide, wekî ev gilî wê derneê, tu qûl-bende wê pê nehesin.
— Kuro, lao, çira ez deyndarê bavê teme, wekî ravim soz-qirara usa bidme te? – Kelo jê pirsî.
— Tu ne deyndarî, ezim deyndarê merivayê û nha mala teda xwe davêjme ser dest-pîê te: gidîo, min sitarke, eyba min dernexe, min kirye, tu meke.
— Bavo, em bêjin, eva gilya derket, der-cînar pê hesyan, wê çi bê guhastinê? – Elo ji bavê pirsî.
— Lao, ez jî zanim, tişt naê guhastinê, — ewî caba kur da. – Lê ez ser bênamûsya wî ecêbmayî dimînim. Qeletek kirye, nha jî divêje soz-qirara bidne min, wekî hûnê wê qeleta min veşêrin.
— De, bira serê wî bixwe, — Elo gotê. – Wekî ewqas alçax bûye, were, bavo, boy navê Xwedê em jî sitarkin.
— Lao, sitarkirinê em dikarin sitarkin, lê divên, dizî, qavî sya bişkulêye, zû-dereng wê derê.
— Ê, bira ew gilî ji me derneê, cemin, gor bavê wî.
— Lao, sozê mêra serê mêra yeke. Wexta merya soz da, hizkî serê merya jî here, merî gotî bive xweyê sozê xwe. Ne usane?
— Usane, bavo.
— Ê, min ku soz daê, gotî bivim xweyê sozê xwe. Lê şikir jin-zarê min hene. Gişk haj kirina wî hene, ez zef zanim ji wana kîjanê devbelayê bike, vê surê dîharke. Sur ku dîhar bû, wekî usane ez sozê xwe diterivînim. Lê ew yek şanê min nakeve.
— Ew pirseke hêsaye, bavo. Tu soz bide, emê paşê temîê bidne neferê malê, wekî wî gilî ne hildin, ne jî daynin.
— De, wekî tu divêjî, kurê min, bira here, qurbana teve, ev gilî wê orta meda bimîne. – Kelo ha gote kur, paşê vegerya ser Nho. – De, rave, belkî tu ser bela xwe vebî. Em bêjin, tê ese ser bela xwe vebî, çimkî Xwedê hewla te ji dewlê avîtye.
Nho dîsa xwe dirêjî lingê Kelo kir, xwest xwe bavêje ser dest-pîê wî, lê Kelo lingê xwe revand û nexwest merî ber ç’evê wî ewqasî nuxsanbe.
— Rave, rave, biceme ji mala min derkeve, — Kelo hevekî paşda çû û gotê. – Zanivî, xênji me tu qûl-bende wê haj vê yekê wê tuneve. Rave, arxayîn here mala xwe. Usa hesavke, wekî tiştekî ha ne bûye, ne jî qewimye. Xeverdana zêde jî nelazime. Devê xwey genî badilhewa veneke û bi wî devê xwey heram navê Xwedê mede û duea meke. Qelpê te netemize, hesav yeke dueaê teê qebûl nevin. Ne jî dueaê merîê mînanî te me lazimin. Rave, kere-ker darêke, here, hesêvankî kelbek kete kulîna me, me tibistkirê, berî daê, ji kulîne derxist.
Nho rabû şipya. Ewî hey Kelo, hey Elo dinihêrî. Xwest tiştekî bêje, lê zar-zimanê wî negerya. Mînanî merivê dêrîbûyî cîê xweda sekinî, paşê serê xwe kire ber xwe, ji mala Kelo derket, berbi mala xwe çû.
Çawa diz derket, çû, Kelo û Elo çûne hundurê xênî. Neferê malê ranezabûn. Kelo çû ser cîê xwe rûnişt, kîsikê xwe derxist, cix’areke qalim pêç’a. Gişk hîvya xeberdana wî bûn. Tu kesekî dengê xwe nedikir. Gava Kelo pê kevir-hesta cix’ara xwe vêxist, qulapek-dudu danê, hilda ha gote neferê malê:
— Îşev çi bû, derbaz bû, çû. Ewî kelbî xwest mirdarya xwe bike. Lê hate girtinê. Nha çi bûye, bûye. Min destê xwe nedaê, hela soz daê, wekî eva gilya wê orta meda bimîne, ji mala me derneê û kesekê pê nehese. Nha ez wera divêjim: eva gilya gotî ji devê we derneê. Hema gundda yek pê hesya, wekî usane, gilî ji mala me derketye. Wî çaxî gazina ji xwe bikin, min nekin. Ez ku pê hesyam, wekî yekî ji we devbelayî kirye, ew îdî ji destê min xilaz nave. We bihîst? Min soz daêda, ha!
Tu kesî dengê xwe nekir, dha rast caba pirsa wî neda. Çimkî bêy wê yekê jî eyan bû, wekî bihîstine. Û ya duda: gişk haj xeysetê Kelo hebûn. Zanibûn ew xweyê gilîê xweye, çawa gotye, wê usa jî bike. Û neferê malê her yekê dilê xweda qirar kir, wekî sura wê şevê tu cara ber tu kesî dîhar neke.
Wexta sibe ser hevtê du miletîda safî bû, ser mala Keloda jî safî bû. Kelo ji malê derket, hilkişya ser banê avayê xwe, ç’evê wî kuleka koxê vejendî ket. Bû niç’e-niç’a wî, ber xweda tiştek got û destpê kir kulek çêkir, teng kir. Wexta şuxulê xwe kuta kir, ser xênmên peya bû. Dît Nho wê nava bostanê kartolê xweda digere. Çû berra derbaz bû, xwest pêşda here, lê bêhemdî xwe demekê cîda sekinî, wî nihêrî, paşê paşda zivirî, çû bal. Nho kerdya kartolada kûz bûbû, kola dinihêrî.
— Tu ne yê sivexêrêyî, — Kelo gotê, — merî gerekê silavê nede te. Lê çi bikim, silav silava Xwedêye. Wê Xwedê jî xweş neê, wekî vê sivê rastî te bêm û silavê nedime te. Ez boy navê Xwedê silavê didime te. Ya na silava te jî herame.
— Wey tu ser serê min, ser ç’evê minra hatî, — Nho şîrin-şîrin gote Kelo, tê bêjî şevê dinê orta wanda qe tiştek neqewimye, — Keremke, apê Kelo, pêşda were. Were, ez tera çend kol kartola derxim, bive bira xatya min tera bikelîne.
— Xwedê risqê terabe, — Kelo bi kulzikî gotê. – Xwe ez ne êx’intîme kartola têkme pêşa xwe, bibim. Lê minra şerm nîne?
— Haşa ji te, apê Kelo, çira usa xwera divêjî? Gilîk bû, dilê minra derbaz bû. Çira dilê xwe dikî? Min dixwest vê sivê tera hurmetekê bikim.
Nho ewqasî xwe şaş kiribû, peşmûrde bûbû, wekî nizanibû çi dibêje, çi nabêje.
— Çira merî pê kartola hurmetê dike? – Kelo bi eks jê pirsî. – Em bêjin, merîfeta te jî ancax ewqasbe, — pişta xwe daê, jê dûrket.
Nho cîê xweda sûcilî bû, sekinî. Rastîê fikra wîda tunebû tiştekî usa bêje, wekî dilê Kelo bimîne. “Kambaxa kambax, çi bê serê min, rûê vî zimanê mindane û heqê mine”, — ewî ber xweda got, kerba kole kartol rakir. Kartolê gir bin xwelîêda man, lê yê hûr koka tûmva girtî derketine ber tevê. Ewî xwexwa jî nizanibû, wekî çira kola kartola rakir, her wextekê dît wê bistîê tûmê kartola destê wîdane. Qerefîska rûnişt, kartolê hûr ji kokê qetandin û destpê kir bi desta kol kola, kartolê gir derxistin, kerdîêda topî ser hev kir. Êpêce kartol ji wê kolê derxist. Paşê kol tijî xwelî kir, kartolê derxistî kire pêşa xwe û hêdî-hêdî, bi gavêd sist berbi malê çû.
Wan çend roja Nho kêm ji malê derdiket, tê bêjî şerma nikaribû ç’evê merya binihêre, here nava wan. Guhê wî ser gilya bû, dixwest zanibe gundî kirina wî hesyane yanê na. Dildimîneke mezin ber dilê wîda hebû. Ewî xeysetê Kelo rind zanibû: wexta ewî soz daye, serê wî jêkin jî gilî ji devê wî dernaê. Şika wî her tenê ser neferê mala Kelo hebû. “Jinin, te hew nihêrî ber devê xwe nedan, gilî ji devê wan derket. Yek jî xirav ewe, wekî zara jî, kambax, ez dîtim. Zaro nişkêva ji bêfemya xwe dikarin bêjin”, — ew dilê xweda difikirî. Lê gumana wî gelekî ser gotina Kelo hebû. Bawer bû, wekî Kelo nha temî daye neferê mala xwe, wekî wî gilî hilneynin, daneynin. Lê hedê kê hebû gura Kelo nekira? Lê dîsa bivê-nevê, dil-dînê wî ber hev nedida û ew timê derheqa kirina xweye wê şevêda difikirî. “Bira lingê min çikestî bûya, wê şevê min qesta mala Kelo nekira”, — ewî wa nifirî xwe dikir, qe pakî neferê malêra jî xeber nedida. Derheqa kirina xweye wê şevêda ewî neferê malê pê nedabûn hesandinê. Kesek haj vê kirina wî tunebû, hilbet, xênji mala Kelo. Lê ewî tirê gişk haj pê hene, qestîka ber wî derheqa wê yekêda xeber nadin, lê piş wîva ese xeyba wî dikin. Gele cara ewî qestîka guh dida ser xeberdana neferê mala xwe û dixwest tê derxe, ewana haj pê hene yanê na. Çiqasî jî ewî dicedand pê zanibe, lê tu tiştekî nedihesya, çimkî rastîê neferê malê kesekî derheqa wê yekêda nizanibû.
Kelo didît, wekî çawa Nho berxwedikeve, şerm dike ji mala xwe derê, here nava cimetê. Didît û şadibû. “Wexta ew ha berxwedikeve, şerm dime, dêmek tiştek fem kirye, — Kelo difikirî. — Dive eva jî jêra bive derseke rind, wekî terka xiravîê bide”. Û Kelo difikirî, wekî rast kirye wê şevê destê xwe nedaê, navê dizya wî dernexistye.
Dûrva timê dîna Kelo wî bû, didît, wekî guhastineke mezin ketye nava xeysetê wî, zef kêm diçe nava cimetê, sibê hetanî êvarê şuxul-emelê mala xweva mijûle, miqatîê bostanê xwe dike, tivdarekê zivistanê dibîne.
Elo jî eva yeka texmîn kiribû û şadibû. Rojekê jî derheqa vê yekêda bavêra xeberda.
— Bavo, wê şevê te çiqas rast kir, wekî şaşya wî baxşandê. Divînî, nha çawa hatye guhastinê? Tê kivşê kirina te jêra bûye derseke baş.
— Lê çawa, lao. Ew jî merîye, nha xwera rokirye, pîvaye, ser kirina xweda fikirye. Dive, îdî şaşya xwe fem kirye. Wexta şaşya xwe fem bike, îdî tu cara qeleta usa nake.
Çend roj derbaz bûn. Tu deng û his tunebûn. Çend meh derbaz bûn, yekî derheqa wê yekêda gilîk neanî ortê. Nho lap hatibû guhastinê, tê bêjî ew çûbû, yekî mayîn hatibû dewsê. Dersa Kelo badilhewa derbaz nebûbû.
Û bere-bere Kelo û Elo derheqa wê yekêda bîr kirin. Lê Nho bîr nekiribû. Û wexta dikete bîrê, şerm dikir. Ji wê rojêda Nho tu cara bi meremê dizîê ji mala xwe derneket û qesta mala nekir.
Добавить комментарий