rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

VÊ CARÊ JÎ…

 

 

VÊ CARÊ JÎ…

 

 

          Gundê meda merîkî gelekî şikyatçî hebû. Navê wî Avas bû. Qûl-bendê gund jê hiz nedikirin. Bawer bikî gundda merîk tunebû, ku wextêda Avas şikyatê wî nekiribûya. Digotin hetanî ser kurê xwe jî şikyat kirye. Rast digotin yanê derew, ez nizanim, lê her tenê zanim, wekî ew û kurê xwe hevva nediçûn, nedihatin. Hinekî jî xwendî bû, çend sala çûbû mektebê. Gundda çend xebat kiribûn, bûbû serwêrê fêrmê, brîgadîr, kîlerçî. Dha rast, ji şikyatê wî tirsyabûn û qulix dabûnê.

          Em cînarê hev bûn. Jina Avas kulfeteke delal bû. Gundya hezar carî dha zef qedrê wê digirtin, ne ku qedrê mêr. Wexta koma mêra orta gundda berev dibû, Avas ku dihate nava wan, pêra-pêra ji hev bela dibûn û her yek alîkîda diçû. Him jê ditirsyan, him jî jê hiz nedikirin, nedixwestin kêlekê bisekinin, xeberdin.

          Van salêd axirîê îdî qulix nedidanê, îdî tu kesekî guh nedida şikyatê wî û ew bendî tiştekî hesab nedikir. Bûbû kolxozvanekî cêrgevan, diçû kêlendî dikişand, rêncberî dikir.

          Avas yekî nîvçeyî zenonekî bû. Rêveçûyînêda gelekî lez bû, tê bêjî yekî dabû pey. Hema usa fişke-fişka wî bû. Dengekî qalim lêbû, wexta xeber dida, te tirê av ketye gewrîê dixeniqe, vix’e-vix’a wî bû. Wexta ewî û yekî qirka hev digirtin, hêrs diket, xeber ji dêv nedihatne femkirinê.

          — Bo pakî xeberde, çi vix’e-vix’a teye, merî tiştekî ji devê te fem nake, — ewê himber jêra digot. Avas dha hêrs diket, stûê wî dha qalim dibû, soro-moro dibû. Te digot eve wê bê biteqe.

          Bawer bikî gundê meda mêrê usa tunebû, ku Avas nekutabû. Wextêda ser çiqas merya şikyat kiribû, wan jî wedê başqe-başqeda menî lê girtibûn, kutabûn. Zanibûn Avasî bêtaqete, cîê usa digirtin, têr dikutan, ku merî nekevne ortê yanê şedê wî tunebin. Û çiqas ewî derheqa van şerada şikyat dikir, tu kesî guh nedidaê, çimkî şedê wî tunebûn. Digotin, wekî wextêda ewî serê gele mêrê gundê me xwerye, ew dane sirgûnkirinê. Û nha riknata ewê sirgûnkirî dikirne fesalê, menî lê digirtin û dikutan.

          Dersdarekî gundê me hebû, merîkî gelekî helal, temiz. Wextêda eva dersdara dixwaze derbazî nava partîaêbe. Avas pê dihese û ser wî şikyat dike. Çend sala şuxulê wî xirab dike, nahêle bikeve nava partîaê. Hilbet, paşwextîêda dersdar nava cêrgêd partîaêda qebûl kirin. Û çi gava nava koma mêrada gilî dihate ser vê yekê, dersdar ç’evê xwe dikuta ç’evê Avas û gilîê xirab digot, dida ç’êra, wekî kê şer davîte wî.

          — Tu çira xelqêra didî ç’êra, — Avas digotê û stûê wî qalim dibû.

          — Ez xelqêra nadme ç’êra, — dersdar bi hemdî xwe caba wî dida. – Ez wî merivîra didime ç’êra, kê şer davîte min, şikyatê min dikir. Xwedê hevîne, zikê te çira dêşe?

          Dibû pîrqînya hazira dikenyan, lê Avas soro-moro dibû, serê xwe dikire ber xwe, ji nava koma mêra derdiket, diçû.

          — Wedê wî îdî derbaz bûye, te dî nha çawa avaş bûye, — dersdar pey wî dinihêrî û digot.

          Jinê jî jê hiz nedikir. Wexta dîsa bi sirê ew çolê dikutan (lê usa kiribûn, wekî birîn lê tunebin), dibû vix’e-vix’a wî dihate malê, jin lê hildihat, digotê:

          — Ê, Xwedê te bikuje, çî te xelqê ketye. Min çiqasî tera digot, karê te şikyata neketye. Te gura min nedikir. Te îjar girte xwe? Gelo tu qe xwe şerm dikî?

          Dibû vix’e-vix’a Avas, tiştek digote jinê, lê nedihate femkirinê çi dibêje. Xwe dirêjî jinê dikir, çend tep davîtê.

          — Ew tu çira usa filankesê nikarî, — jinê digotê, — wê tu kirî pison. Belkî qurbana mêrê xelqêbî. Roja min usane, belkî ew roj reş-heşbe. Xelqê jî bêje mêrê min heye, ezê jî bêjim. Belkî mêrê usa erda sarda here.

          Lê Avas erda sarda nediçû, ser erdê digerya û hertim ç’evê wî tiştekî digerya: çawa bike “matêrîala” berev bike, wekî bela wî merivî bidê, ku usa ew kutabû, hincirandibû. Erze ser erza diçûn, lê îdî tu cabeke “xêrê” ser Avasda nedihat.

          Wî çaxî gundda her tenê nivîsxana kolxozêda têl hebû. Paşî kutana bi sirê xwe nivîsxanêra digîhand, têlê dixist, şikyatê xwe dikir. Kesekî nizanibû çi caba wî didin, lê ewî hazirara digot, wekî wê sibê bên. Lê sibê, dusibe jî dihatin, diçûn, tu kesî şikyatê Avas nedipirsî. Lê wexta yek ji nehîê dihat, ç’evê Avas diç’ûrisîn, dha lez xwe nivîsxanêra digîhand, ewê hatîra bi helekarî xeber dida. Merivê ji nehîê hatî gazî ewî merivî dikir, ku Avas kutabû. Wîra jî xeber dida, radibû, diçû. Û hew bû, tu kesekî îdî gazî wana nedikir. Çend cara ha bû. Avas rabû ser ewî wekîlê nehîê jî şikyat kir. Vê carê erza wî bêserî nîbû, qolê wîyî mînanî çencikê kula hevtpencê bindabû. Dîsa ji nehîê merîk hat. Kire civat, ya nemayî anî serê Avas.

          — Ew çawane – temamya gund tenê dibeze te, te dikute û tu kes jî wêderê tune? – ewî ber cimetê ji Avas pirsî û hîvya caba wî nema, serda zêde kir. – Bese, şerme, terka wan fêlê xweye xirab bide. Me îro eva cimeta berev kirye, qe na ji vê cimetê şerm bike.

          Lê Avasra şerm ku hatibû? Zûda rûê wî bûbû qayîş.

          Lawikêd gund bi cûrekî mayîn jî heyfa xwe jê hildanîn. Wexta kêlendîkêş diketine honê, çend lawikê serxwe Avas didane pêşya xwe. Dibû wîşe-wîşa kêlendya, gîhaê ter qurf dikirin. Avas dilezand, wekî ji ber lawika derê. Lê wê ku derê?

          — Avas, here, ya na ezê lingê te bibirim, — yê pey digotê. Avas xwe didaê, lê dikir, nedikir, ber dernediket. Hetanî derdikete serê honê, xûdanêda reş dibû. Hona dinê yekî mayîn dida pey. Ewî ji yê pêşîê xirabrit danî sêrî. Du-sê hona ha diçû, taqet diket, destîê kêlendya xwe erdêda dinikand, kêlekê vedlezya. Lawika bi destîê kêlendîê diniç’andinê:

          — Rabe, çi wedê te û paldanêye, — digotinê. – Çira tu me çêtirî, em bixebitin, tu jî velezî. Rabe, rabe, kengê me bîna xwe stend, tu jî tev me bîna xwe bistîne.

          — Te tirê ev jî kax’ez, qeleme, ç’izî-vizî bikî? – yekî dha berzeq digotê. – Tiştê mayîn vira derbaz nabin, heval. Hatî xebatê, gotî bixebitî.

          Bi kulzikî radibû, stûê wî qalim dibû, tevîhev dibû, lê dengê xwe nedikir. Qestîka tiştekîda xwe mijûl dikir, hetanî gişk diketne honê, paşê dida pey wan, hêdî-hêdî kêlendya xwe davîtê. Carna jî, wexta lawika gelekî zor didanê, qestîka giranya xwe davîte ser destîê kêlendîê dişkênand û berê xwe dida gund. Îdî wê rojê venedgerya.

          — Dîsa xwe ta da, — kêlendîkêşa digotin û derheqa wîda çend gilîê netê didane rêzê.

          — Bo bira here, qe venegere, — gundîkî navsere digot. – Tê bêjî em gelekî motacê wîne. “Dîtina gur ox’ire, nedîtin ji hemûşka çêtire”.

          Paletîêda tu kesekî tevî wî nan nedixwar. Wexta nanê nîvro yanê firavînê çend merya tevayî nan dixwarin. Lê kesekî tevî Avas nan nedixwar. Timê kulfeta wî nanê wî danî, dida ber, diçû nava kulfetada rûdinişt, wanra xeber dida hetanî Avas dixwar, kuta dikir. Avas tenê dûr rûdinişt, derê derdana xwarinê vedikir, pê kevç’îê darîn lihevdixist, nan derdixist, dadanî kêlekê, serê xwe hildibirî lawika dinihêrî, ew teglîf dikirin, wekî bên tevî wî nan bixun. Lawik ne ku tenê nedihatin, tev wî nan nedixwarin, lê qe caba teglîfkirina wî jî nedidan. Wexta lawikê mayîn yekî yek teglîf dikir, ewê ku nediçû, digote merîê, ku wî teglîf dike “efyatbe” yanê “xêrekê jê bibînî, loşî canê tebe”. Lê lawika qêmîş nedikirin van xebera Avasra bêjin. Lema jî tu kesî caba teglîfkirina wî nedida û ne jî ew teglîf dikirin, wekî bê tevî wana nan bixwe. Avas xwarina xwe dikişande ber xwe, serê xwe dikire ber xwe, tenê dixwar. Çawa dixwar! Çelpe-çelpa devê wî bû. Kevç’î hetanî nîvî dikire devê xwe, fir dikir. Xûdanê serr davît, carna diniqitî, dikete nava xwarinê. Usa lez dixwar, wekî te tirê xwarinê ber bireve. Hetanî teqîn binê derdanê neanya, serê xwe hilnedibirî. Paşî xwarinê hoç’ek jî çêdikir, dida ber geza. Hoç’ê xwe jî dixwar, kuta dikir, dergîlkê derdanê dida ser, nanê firavîna xwe dikire parzûn, dipêç’a, gazî jinê dikir. Jinê dihat, derdan hildanî, ewî jî parzûn dibir, dikire bin gîhê tezeçinî, wekî hişk nebe, cîkî sî digerya. Gava cîkî anegor didît, diçû weke nîv gurz gîhaê çinî berev dikir, danî dida ber serê xwe û vedlezya. Hetanî çend cara gazî nekiranaê, ranedibû.

          Gundda tu kesekî Avas hiz nedikir. Rastîê jî ne yê hizkirinê bû. Lê ewî carekê minra qencîke usa kir, ku heta-hetayê ji bîra min naçe.

 

* * *

 

          Ezî hodax bûm. Wê salê min weke mehekê horîka kotanê ajot. Me xamê jorin radikir, wekî wêderê payîzê biçînin. Kolxozê çandinî kuta kiribû, şovê havînê radikir, wekî payîzê biçîne. Em, hodax, ku gedê cahil bûn, îdî ser nîr aciz bûbûn, me ewqasî lingê xwe danîbû ser zincîrê, wekî çarixê lingê me alîkîda xar bûbûn û kêlekêda maşya bûn. Me gazî Xwedê dikir, wekî baraneke rind bibare, bibe herî, qe na em rojekê malda bimînin. Lê bextê mera qurlixî bû, ç’ilke baran ji ezmên nedihat. Gundda çiqas “Bûka baranê” digerandin, çiqas jin ker-ker diçûn xwelya ser mezelê kuştya danîn dikirne nava avê, hesab yek bû – baran nedihat. Çarixê lingê meda, ku nehasilkirî bûn, hişk dibûn, dibûne kermkok, usa lingê me dêşandin, wekî em dikulyan. Êvarê me çarixê xwe dikire avê, wekî hetanî sibê nerm bin.

          Wê êvarê min bîrkir, çarixê xwe nekire avê. Ez ku sibê nava cya rabûm, kete bîra min, wekî min çarixê xwe nekirne avê. Teze min çarix kirne avê. Gizîrê gund ber dêrî sekinî, gazî min kir, wekî herme horîkê. Min gotê, wekî çarixê min hişk bûne, teze kirye avê, bira îro jî yek dewsa min here horîkê bajo. Gizîr çû, lê xêlekê şûnda dîsa paşda vegerya.

          — Sedir gotye, bira pakî rabe, bê, — ewî got, — yanê na ezê bêm ç’evê wî derxim.

          Ya ç’evderxistinê, hilbet, derew kiribû, lê ya îsafê rastîê jî merîkî gelekî bêîsaf bû. Îlahî bona wan merya xurt bû, ku xweyê wan tunebûn. Ya min jî… “Mêrê” mala me ez tenê bûm, ku wî çaxî ancax 10-12 salî bûm. Qewm-pismamê me jî gundda tunebûn. Ê, sedrê min û çî min vekişya? Û çiqas destê wî dihat, minra neheqî dikir. Kîna xwe kutabû min. Menya kîna wî jî ew bû, wekî ez û kurê wî komekêda tevayî hîn dibûn. Serê kurê wî, tê bêjî, ç’igûn bû, gilî sêrîda rûnedinişt, dersê xwe hîn nedibû û şagirtê komêyî lapî sist bû. Lê ez pak hîn dibûm. Û gele cara min didît, wekî çawa kurê xwe dida ber pihîna û digotê, wekî tu qurbana filankesêbî (navê min hildida), çira ew wî halîda (mala me mala gunde lape kesîb bû) dikare hînbe, tu vî halîda (mala wan mala gunde lape dewletî bû) çira nikarî hînbî. Tu cara nedihîşt kurê wî minra hevaltîê bike, ez usa ber ç’eva reş bûbûm, wekî qe nedixwest rûç’kê min bibîne. Paşwextîêda jî usa bû: gava min koma hevta gundê meda kuta kir û gundê cînarda, li ku mekteba orte hebû, çûme koma heyşta, ewî dîsa neheqî min dikir. Wexta kolxozvan nêzîkî wê rê dixebitîn, bi kîjanê ez diçûme mektebê, ese dihat pêşya min digirt, çelte ji destê min digirt, alîkîda kewkî dikir, nedihîşt ez herme mektebê, zorê dibirim, didame xebatê. Lema jî, wexta min zanibû, wekî wê rojê xebatçîê nêzîkî rê wê bixebitin, ez îdî wê rêra nediçûm. Lê diketime ç’emê nêzîkî rê, ku havînê dimiç’iqî, xwe kûz dikir, wekî yek min nebîne, diçûm, gelekî ji xebatçya dûr diketim, paşê ji ç’êm derdiketim, dida serê rê û diçûme mektebê. Wextê vegerandinê jî min usa dikir. A, ewî usa min kiribû eynat û bi her teherî neheqî min dikir.

          Lema jî wê rojê min zanibû, wekî vê carê jî ez ku neçim, sedrê bê û neheqîkê min bike. Ç’ara min hate birînê. Min çû çarixê xwe ji avê derxist û cêriband pêkim. Lê min kir-nekir tişt jê derneket: qe serê pêçîê lingê min pakî nediketne çarixa. Ez çawa bikim? Neçim – sedir hemîn min menyane, wê bê min malda cîwar bikute, herim – ezê pêxas çawa bigihîjme cî û hetanî êvarê horîkê bajom? Metel mabûm sekinîbûm. Alîkîva jî gizîr digot ha zûbike, ezê herim pey xebatçîêd mayîn jî. Xulese, ç’ara min hate birînê, min tana gora da pey gizîr, ji malê derketim.

          Avas ser selê ber derê xwe rûniştibû. Gava ç’ev min û gizîr ket, silava me vegirt, rind dîna xwe da min.

          — Kuro, hela bisekine, — ewî minra got, ji cî rabû, berbi min hat. Hat ber min sekinî, gorê lingê min nihêrî.

          — Tê kuda herî? – ji min pirsî û ç’evê xwe ji gorê lingê min nabire.

          — Ezê herim horîka kotanê bajom, — min gotê.

          — Lê ka çarixê te?

          — Çarixê min hişk bûne, min kirine avê, hela nerm nebûne.

          — Tê tana gora herî horîkê bajoyî?

          Min xwe ker kir.

          — Çira nedibû îro yekî mayîn dewsa te biçûya?

          Min dîsa xwe ker kir. Minê çi bigotaê?

          Bû niç’e-niç’a wî, serê xwe hejand.

          — Tu çi cîê xweda sekinî, ne derenge, sedir hîvya teye, — gizîr minra bû. Serê min ber minda, ez pey gizîr livyam. Hela çend gava neçûbûm, gava Avas min kire gazî.

          — Were vira, were vira!

          Ez piş xweva zivirîm. Min dît wê cîê xweda sekinye, destê xwe minra dihejîne. Ez vegeryam. Da pêşya min, çû dîsa ser selê ber dêrî rûnişt. Ez jî çûm pêşber sekinîm. Kite çarixa lingê xwe vekir, exist û dirêjî min kir.

          — Pêke, belkî aykê te wîra nemîne, — got, kita çarixê danî ber min û destpê kir kita dinê vekir. Ez cîê xweda hela sekinî bûm. Serê xwe hilbirî, min nihêrî.

          — Ne ez terame, hilde pêke.

          Min nizanibû çi bikira. Ji cîê xwe nehejyam.

          — Tera divêm, pakî hilde, pêke, yanê na, ezê rabim sîleke usa bidme bin guhê te, wekî ava hevt girara ji devê te bê.

          Herdu kit çarix derxistibûn, danîbûn ber min. Min dîna xwe daê: stûê wî qalim bûye, soro-moro bûye. Min zanibû – çarixa nekme pê, wê rabe, min bikute. Ez ser erdê rûniştim û min çarixê wî pêkir, da pey gizîr çûme ber derê nivîsxana kolxozê. Gele merî wêderê hebûn, sedir jî nava wanda bû.

          — Kuro, wexta gazî te dikin, tu çima naêyî? – sedir got û berbi min hat.

          — Xalo, çarixê min hişk bûbûn, min kiribûne avê, wekî nerm bin, — min caba wî da, hey yek gav jî paşda diçim.

          — Wekî çarixê te hişk bûne, lê te ew çarix ku anîne pêkirine? – dîsa berbi min hat.

          — Avas çarixê lingê xwe derxistin, danê, — gizîr pêşya min caba wî da.

          Sedir cîê xweda sekinî. Ez jî îdî paşda neçûm.

          — Dêmek, Avas bûye merîê te, erê? – got û xwe dirêjî min kir. Min çilqas kir, lê gizîr xwe avîte pêsîrê girt. Xwest ji destê gizîr derê, bê min bigre, bikute, lê du mêrê gunde mayîn çûn, milê wî girtin, nehîştin.

          Min wê rojê pê çarixê Avas horîk ajot. Êvarê vegeryam, min çarixê wî danê û gotê, wekî ez gelekî jê razîme. Dengê xwe nekir, serê xwe kire ber xwe, bû niçe-niça wî.

          — Xwedê roja êtîma reşke, — berxweda got, pişta xwe da min, çû kete mala xwe.

          Çend roj ketne ortê. Gundda bes bela bû, wekî Avas seba min ser sedir şikyat kirye. Lê roj hatin, derbaz bûn, sedir cîê xweda ma, meh hatin, derbaz bûn, sedir cîê xweda ma.

          Vê carê jî şikyatê Avas bendî tiştekî hesab nekirin.

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *