amarikesardar
HINDIK MABÛ EM HESABKIRANA…
JI RÛPÊLÊ DÎROKA ME:
DÎSA DERHEQA GÊJGERÎNGA NAVBERA KURDÊ ÊZDÎ Û MUSULMANDA
HINDIK MABÛ EM HESABKIRANA…
Çend sala pêşda hinek wekîlê dîwana Ermenîstanê bin hukmê van “êzdîê teze”-da qirar kirin nava olka meda hesabkirina binelya derbazkin bona pê bihesin, çiqas merî xwe kurdê êzdî hesab dikin, çiqas merî jî dibêjin “êzdî miletekî başqeye û tu karê wan tevî kurda tune”. Bona derbazkirina vê mecalê pere jî hatine başqekirinê.
Civateke Yekîtya miletê Ermenîstanêye kêmjimarda, li ku hazir bûn wekîlê Yekîtya Avropaê, Şêwra Avropaê, wekîlxana TMY li Yêrêvanê, min derheqa vê pirsêda xeberda û têradîtina dîwana Ermenîstanê berk rexne kir. Min da kivşê, wekî bi vî teherî dutîretîê dikine nava olka me û armanca wane seyasetîêye dûr heye. Him wekîlê Yekîtya Avropaê, him wekîlê Şêwra Avropaê xeberdan, fikrê min xweyî kirin û dane kivşê, wekî derbazkirina mecaleke usa badilhewa û zyandare.
Paşî vê civatê îdî pirsa derbazkirina hesabkirinê nava olka meda temirî.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
- “HER BIJΔ DADA ERMENÎSTANÊ!..
- MILETYA CANGÎR AX’A Û NEMA GORBAÇYOVRA
- PASPORTA TEZE Û GRAFA DERHEQA MILETÎÊDA
“HER BIJΔ DADA ERMENÎSTANÊ!
JI RÛPÊLÊ DÎROKA ME:
DÎSA DERHEQA GÊJGERÎNGA NAVBERA KURDÊ ÊZDÎ Û MUSULMANDA
“HER BIJΔ DADA ERMENÎSTANÊ!
Sala 1990-î Eskerê Boyîk çûbû Sûrîaê. Gava vegerya, bona “Rya teze” gotarek nivîsî derheqa rewşa kurdê Sûrîaêda û dabû kivşê, wekî Ermenîstanêda çiqas kurd dijîn û çawa zarokê kurda zimanê xwe hîn dibin. Eva yeka “êzdîê teze” xweş nehatibû. Rojneme dabûn dadê bi wê menîê, wekî Ermenîstanêda kurd tunene, êzdîne, êzdî jî miletekî başqeye. Dêmek, rojnemê şaşya mezin kirye û gotî înkarkirinê bide.
5-ê îyûlê sala 1990-î gazî me dadê kirin. Tîtalê Efo, ku wî çaxî rêdaktor bû, tirsya, neçû. Dewsê ez, Esker û Prîskê Mihoyî çûn. Min dadêda da îzbatkirinê, wekî em miletekin, nava meda tenê firqya dîn heye. Dad gotina minra qayîl bû û tu qirarek dernexist. Ew bi wê yekê da makkirinê, wekî pirs xwexwa tiştekî badilhewaye û nelazime rojnemê mecbûrkin înkarkirinê neşirke. Lazimaya wê yekê tune. Bi vî teherî dad her tenê bi vê enenekirnêva razî ma û tu qirarek dernexist. Tu navêjî wê şevê Hesen Hesenyan çawa endamê HHŞ xwe digihîne fûnksîonêrê wê partîaê û dibêje hukumî ser dadê bikin, wekî qirara xwe derxe rojnemê mecbûrke înkarkirinê neşirke. Vê pirsêda Gîskê jî rola kêm nelîst, ew gizîrê wê dadê bû.
Sibetirê ji dadê minra têlêxistin, gotin, wekî em gerekê ser hîmê qirara dadê înkarkirinê neşirkin. Min got: “Ne axir duh dadê qirara usa dernexist”. Bersiva min usa dan, ku me têderxist nava şevekêda qirara dadê hatye guhastinê. Em mecbûr bûn wê qirara feş rojnemêda çapkin.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
- HINDIK MABÛ EM HESABKIRANA…
- MILETYA CANGÎR AX’A Û NEMA GORBAÇYOVRA
- PASPORTA TEZE Û GRAFA DERHEQA MILETÎÊDA
DERHEQA ÇEND ERF-EDETÊ MEDA… (2014)
DERHEQA ÇEND ERF-EDETÊ MEDA,
KU EYDA (CEJNA) XIDIRNEBÎRA GIRÊDAYÎNE
Ez dixwazim vê carê derheqa çend erf-edetê meda, ku hîmlî bal êzdîê Ermenîstanê û Gurcistanê hatine xweykirinê (xênji yekê), û ew roja eyda (cejna) Xidirnebîda têne derbazkirinê. Telebextra, ji wan erf-edeta yek bawer bikî bi temamî hatye bîrkirinê. Gilî derheqa KOSEGELDÎDANE. Nha gundê êzdîê Ermenîstanêda bawer bikî tu ciya edetê Kosegeldî nemaye. Cêribandin hate kirinê wî edetî vegerînin. Sala 2007-a pêşekzana antropologîaê, lekolînkira kilamê kurdaye şînê, doktora zanyarîê Estelle Amy de la Breteque û aktîvîsteke gund Cemîla Şekro (binelya gundê Elegezê, marza Aragasotnê, Ermenîstan) gundê Elegezêda cêribandin edetê Kosegeldî roja berî eyda Xidirnebî bidne derbazkirinê. Derheqa wê yekêda kasêta vîdîoê heye û mala meda tê xweykirinê.
Ew edet çi cûreyî hatye derbazkirinê?
Roja berî eydê, êvarê, cahilê gund cîkî top dibin, cilê miletîê xwedikin, yekî nav xweda kivşdikin çawa Kosegeldî û giva ew qîze, kincê qîza lê dikin, yê mayîn jî cilê miletîê xwedikin, yanê pişmêrî û xweykirê wêne, bi def û zurnê nava gund digerin. Diçin her malekê, govendê digrin, dilîzin. Malda texte vedikin, hatina wana silav dikin, dua hevdu dikin, eyda hevdu pîroz dikin, xweyî yanê kevanya malê tiştekî pêşkêş dide Kosegeldî û komê. Bi vî cûreyî temamya gund digerin, diçin her malekê û cihalê mayîn (ne ji koma pişmêrya) gerekê bixebitin Kosegeldî biqurçînin, xweşîê xwe hevdu bikin. Eva mînanî têatra gelerîye geroke, ku wextêda çawa Rohilatêda, usa jî Roavaêda sedsalîê navînda gelekî belabûyî bû. (Lêgênd dibêje, wekî Wîlyam Şêkspîr tevgelekî têatroê wî cûreyîye gelerîye gerok bûye).
Dawîêda kom cîkî berev dibe, ew çi ku pêşkêş danê yanê dixun, yanê jî hev parevedikin. Telebextra, eva her tenê ma çawa cêribandin û nava gelda bi firetî bela nebû.
Fikra vî edetî şabûne, wekî şabûnê dikine nava temamya gundekî, xweşîê xwe hevdu dikin, dilsarîê didine hildanê û eva jî alîê xweda xemleke nuh dide çanda meye debê.
Erf-edetê duda TOTKA ŞOR, PARÎÊ Ç’IVÎKÊYE. Ev erf-edet bawer bikî bi temamya xweva nava êzdîê Ermenîstanê û Gurcistanê, çawa binelîê bajara, usa jî gundada hatye xweykirinê. Çira jêra dibêjin Totka şor? Ew ji sê tema tê çêkirinê: ar, av û xuê. Êvara pêşema berî eyda Xidirnebî qîzeke cahile nemêrkirî ewê totkê lêdixe, cahilê malê (qîz yanê xortê ezep) nîvê wê totkê berî razanê dixun, nîvî jî dikin bin belgîê xwe û radizên. Femdarîye, totik şore û wê tîbin. Lê gerekê tu wexta avê nexun bona xewnêda bibînin, çika kê av da wan. Xewnêda jî kê av da wan, qîz be – wê wî xortî bistîne, xort be – wê wê qîzê bistîne.
Xênji wê edetekî ha jî gundê êzdyada hebû û heye. Roja eyda Xidirnebî sibê zû xortê nezewicî yanê qîza nemêrkirî gotî parîê nan yanê xurek bibirana danyana cîkî bilind (hîmlî ser kulekê). Vê yekêra digotin Parîê ç’ivîkê. Û gotî hertim ç’evê wana lê bûya, çika ç’ivîk yanê teyredeke mayîn ewî parî kî alîda dibe. Wexta dibir, wekî usane xortê wî alî bizewice, qîzê wî alî mêr bike.
Lema nava gelda digotin: “Xidirnebî, Xidireylazê mirazbaxş, miraza digihîne hev”.
Wextê rojîê Xidirnebî, evara berî eydê edetekî ha jî hebû. Derdaneke fireda ar elek dikirin, şe’rek davîtne ser û cîkî malda datanîn. Giva wexta Xidirnebî syarî bê wê malê û here, rêç’a hespê wî ser wî arî wê bimîne. Wexta ha dêmek risqê malê wê salê zêde dibe. Wê malê derheqa wê yekêda gundî pê didane hesandinê û rojtira mayîn, paşî eydê, ese gotî qurban bida.
Erf-edetekî mayîn, ku ez dixwazim derheqa wîda binivîsim, DOLÎ DANGE. Eva edeta hîmlî gundê êzdyada dihate derbazkirinê. Roja eyda Xidirnebî kome zarok (10-15 salî) digihîştine hev û qirar dikirin Dolî dangê derbazkin. Benekî dirêj kite goreva dikirin û nava gund digeryan, hildikşyane ser xanya, ew kita gorê (ku jêra digotin Dolî dang) jorda kulekêda dardadikirin û digotin:
Dolî, Dolî dangê,
Pîra malê qurbangê,
Xortê malê zevangê,
Tiştekî têkne vê Dolî dangê.
Kevanya malê êmîş, şîrinayî yanê çerez dikire wê Dolî dangê. Û bi vî teherî temamya gund digeryan, paşê cîkî rûdiniştin, ew çi ku berev kiribûn, hevdu parevedikirin.
Ev erf-edet dihatne kirinê bona gel şabe, çimkî eyd bû, eyda Xidirnebî bû, gotî gel şabe, eyda xwe rind derbazke. Evana jî atrîbûtê wê eydê bûn.
Ez nha nikarim bêjim gelo fikra wane zanyarî çiye, lê dikare biqewime paşerojêda hinek lêkolînvan rabin, van edeta lêkolîn bikin û têda tiştê usa bibînin, ku ronkayê bavêjne ser pirsêd êtnografîa, dîrok û çanda meye nedîhar.
s.2014-a
Yêrêvan.
Ev gotar malpera http://www.ezdinas.com/-êda hatye weşandinê.
DÎROKA WEŞANA PIRTÛKA HECÎÊ CINDÎYE “HEWARΔ
ÊPÎZODÊ CUDA-CUDA
DÎROKA WEŞANA
PIRTÛKA HECÎÊ CINDÎYE “HEWARΔ
Sala 1965-a weşanxana Ermenîstanêye “Hayastan”-ê, li ku pirtûkê kurdî dihatine weşandinê, sparte min rêsênzîa hundur binivîsim derheqa pirtûka Hecîê Cindîye “Hewarî”-da. (Wextê sovêtê tradîsîake ha hebû: pirtûk berî bê weşandinê gerekê bihata rêsênzîakirinê. Me jêra digot “rêsênzîa hundur”, çimkî ew her tenê bona weşanxanê û xudanê pirtûkê bû). Min rêsênzîake baş nivîsî û da îzbatkirinê, wekî eva pirtûka Hecîê Cindî layîqî weşanêye û wê karê bide edebyeta me.
Wî çaxî Êmma Bakoêva wê weşanxanêda kar dikir çawa berpirsyara weşanê pirtûkê kurdîye bedewetîê. Ewê rêsênzîake xirab nivîsîbû derheqa evê pirtûka H.Cindîda û dabû kivşê, wekî nelazime eva pirtûka bê weşandinê.
Bi vî teherî 2 rêsênzîaê dijî hev hebûn. Lazim bû rêsênzîa sisya, wekî bi obyêktîvî ewê pirtûkê qîmetkin. Xwestin, wekî rêdaktorê rojnema “Rya teze” Mîroê Esed ewê rêsênzîaê binivîse. Ew pêşîê qayîl nebû, paşê fikra xwe guhast û qewlekî ha danî: ez (Emerîkê Serdar) gotî roja yekşemê herim rêdaksîaê û ewê pirtûkê Mîroê Esed û Têmûrê Lêşora bixûnim. (Mîro û Têmûr hevalê heve nêzîk bûn û rojê yekşemê timê tevayî nava bajêrda digeryan). Wî çaxî ez rojnemêda dixebitîm çawa wergêr. Ez weke 2 meha rojê hêsabûnê diçûme rêdaksîaê û min destnivîsara H.Cindî Mîro û Têmûrra dixwend. Gava min xwend, xilazkir, Mîroê Esed hilda minra ha got:
— De nha ser navê min rêsênzîaê binivîse, bîne bide min, ezê îmza xwe daynime binî.
Min rêsênzîake baş nivîsî, wekî lazime ew pirtûk bê weşandinê, û Mîro û Têmûrra xwend. Wana begem kir û Mîro îmza xwe danî binîda.
Bi saya wê rêsênzîaê jî sala 1967-a ew pirtûk hate weşandinê. Ez jî rêdaktorê wê bûm. Rojekê jî Hecîê Cindî û kevanya wî Zeyneva Îvo hatine mala me. Ewî 2 pirtûk xwera anîbûn. Yek çawa rêdaktorê wê pirtûkê pêşkêş da min (hetanî nha jî ew arşîva minda tê xweykirinê), lê derheqa ya mayînda hilda minra ha got:
— Eva pirtûka jî min anye, wekî ez û tu çawa xudan û rêdaktorê wê pirtûkê bibin herin pêşkêş bidne Mîroê Esed, emekê kîjanî weşana vê pirtûkêda heye.
Hema wê êvarê ez û Hecîê Cindî em çûne mala Mîroê Esed. Mîro ne li mal bû. Tenê qîza wî Janna malda bû. Ew 10-15 salî bû. Hecîê Cindî jêra kurdî xeberda, lê ewê kurdî nizanibû (dayka wê ermenî bû). Hecî ew da şermê û bi ermenî gotê:
— Lê şerm nîne tu kurdî nizanî? Bavê te kurde, tu avtoa rêdaksîaê syar dibî, diçî-têy, saya serê rêdaksîaê jiyan dikî… Şerme, tu gerekê kurdî zanibî.
Me pirtûk mala Mîroda hîşt û em derketin, çûn.
Nha, gava ewqas sal derbaz bûne, ew pirtûk ewqas ciya, ewqas cara hatye weşandinê, derheqa wêda çiqas hatye nivîsarê, lê tu ciya naê gotinê, wekî alîkarya min jî hebûye di şuxulê weşana vê pirtûkêda. Herdu rêsênzîaê min, îlahî ya dawîê nîbûya, eva pirtûka nedihate weşandinê.
s.2014-a
Yêrêvan
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
PEZ, PASPORTA UNDABÛYÎ Û… CESÛS
WEXTÊ XEBATA LI RÊDAKSÎAÊ
PEZ, PASPORTA UNDABÛYÎ Û… CESÛS
Dawya salêd 80-î hukumeta Ermenîstanê qirar derxist, wekî çend nehyêd Ermenîstanêda gotî pêz xweyî nekin, çimkî ew erdê êrozîa dike. (Qirarêda navê wan nehyê navdeştê hebû, li ku kurd diman û pez xweyî dikirin. Dêmek, ev qirar dijî kurda bû). Hilbet, menya vê yekê hebû: kurdê navdeştê pez vêderê kok dikirin, payîzê dibirin Azirbêcanê difrotin. Ermenya digotin: kurd pezê xwe ser erdê me kok dikin, divin difroşne azêrya. Kurd ne gunekar bûn: pez Azirbêcanêda dha baha bûn. (Hilbet, hukumeta sovêtîêye merkezîê paşê ew qirar pûç’ derxist).
Rojekê jî ez çûme oda lawikê me. Babaê Keleş, Hesenê Qeşeng, Grîşaê Memê, Têmûrê Xelîl, Prîskê Mihoyî, Egîtê Abasî wêderê bûn. Gilî hate ser wê qirarê. Hêrsa min jî rabû, min got:
— De bira kurdê me jî hev bigrin, herin ser sînor şikyatê xwe bikin!
Rojek derbaz bû, kurdekî nehya Masîsê û kurdekî Sûrîaê hatine kabînêta min. Ewî kurdê cî (telebextra, navê wî naê bîra min) hilda minra got, wekî ew hevalê han ji Sûrîaêye, çûye Qazaxstanê kurê xweyî xwendkar bibîne, rêva pasport û perê wî dizîne. “Ez hîvî dikim îznê bidî, bira bi têla te baylozxana Sûrîaêra, ku li Moskvaêye, xeberde û derheqa halê xweda bêje”. Min îzin da. Kurdê Sûrîaê têlêxist û destpê kir erebî xeberda. Ez fikirîm: “Min şaş kir, wekî îzin daê. Ez erebî nizanim û kê zane, çi dibêje”. Lê min dengê xwe nekir. Ewî xeberdana xwe xilaz kir, razîbûna xwe da, xatirê xwe xwestin û derketin çûn.
Min zanibû têlê baylozxanê bin kontrolêdanin. Wê zanibin, wekî bi têla min baylozxanêra xeberdane. Ez roj bi roj hîvîê bûm, wekî lawikê KGB wê min biqesidin.
Rojekê jî ez û Prîskê Mihoyî kabînêta minda dixebitîn. Têlêxistin. Min tetka têlê hilda. Wî serê têlê gotin, wekî Hakobyanê KGB-ye. (Min dilê xweda got: “Lawik hatin. Ezê bêjim: kurdekî meyî Sûrîaê bû, pasport û perê wî dizîbûn, bêç’are mabû, hatibû, hîvî kiribû, wekî bi têla min baylozxana Sûrîaêra xeberde û ç’arekê xwera bibîne. Min nikaribû daxwaza wî înkarkim. Lê ez nizanim, ewî erebî çi got”).
Hakobyan pirsî, wekî me derheqa qirara xweykirina pêzda çi daye. Min gotê, wekî me tenê ew qirar çap kirye. Ewî got:
— Lê we şirovekirina wê nedaye?
Min gotê:
— Kîjan rojnema rêspûblîkaê şirovekirin daye, wekî em nadin?
Hakobyan got, wekî ne axir xweykirina pêz bona olka we ne tenê pirsa ebûrkirinêye, lê pirsa debê, çandêye. Ewî serda zêdekir, wekî ew berxwe dikevin kurdê me dikare biqewime herin ser sînor qalmeqalmê pêşda bînin. “Eva yeka mera dest nade”. Min gotê:
— Ez çi dikarim bikim? Lê, bi tex’mîna min, kurdê meyê tiştekî usa nekin.
Hêja min tê derxist, wekî yekî derheqa xeberdana mine wê rojêda (“bira kurdê me herin ser sînor şikyatê xwe bikin”) elametî dabû KGB.
A, em qewlê hada dixebitîn.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
ME ÇAWA DIZÎKAVA GUHDARYA RADÎOA DIKIR
WEXTÊ XEBATA LI RÊDAKSÎAÊ
ME ÇAWA DIZÎKAVA GUHDARYA RADÎOA DIKIR
Wexta N.Xrûşçov ji xebatê derxistin û dewsê L.Brêjnêv kivş kirin, guhastin kete nava seyasetya sovêtîêye berbi kurda. Sovêtê destpê kir guh neda kurda, ber beesîsta helekarî kir û alîkarya eskerîê daê. Îdî mînanî berê rojnemada derheqa kurdada gelekî nedinivîsîn. Me nizanibû Kurdistana Îraqêda çi diqewime. Her tenê car-cara rojnemê ermenyaye welatê dereke derheqa şerê li Kurdistana Îraqê dinivîsîn. Me ew rojneme destê hev direvandin. Wî çaxî radîoa pêşmergê kurd hebû. Navê wê “Dengê Kurdistana Îraqê” bû. Em, çend heval, bûbûn pepûkê wê radîoê û êvarê ji ber wê dûr nediketin. Lê, telebextra, beesîsta her tişt dikirin, wekî dengê wê radîoê rind neê bihîstinê. Lê ewê wê radîoêda kar dikirin, tê kivşê haj vê kirina beesîsta hebûn û pêlê wê hevekî diguhastin. Wexta wê guhastinê em êpêce tiştî pê dihesyan.
Vêderê, Ermenîstanêda jî, rewşeke usa hebû, wekî me nikaribû eşkere derheqa wî şerîda gilîkin. Nava xebatkarê meda jî cesûs hebûn, ku elametî didane KGB, wekî em radîoa “Dengê Kurdistana Îraqê” dibihên. Tê bîra min, rojekê yekî ermenîyî nenas hate bal min û pirsî, wekî “rewş li Kurdistana Îraqê çawane? Tu radîoa “Dengê Kurdistana Îraqê” dibihêyî û haj şerê wêderê heyî?” Min xwe dewsa nezana danî û gotê: “Xwe ez ji Kurdistana Îraqê nehatime, wekî zanibim rewş wêderê çawane. Ew radîoa kêye, çi radîoêye?.. Min derheqa wê radîoêda qe nebihîstye. Ewê tera gotine, derewa dikin”.
Em hatine bawerkirinê, wekî nava meda cesûs heye. Şika me diçû ser yekî-duda. Yek ji wana G.M. bû, ku gelekî dixwest KGB-da bixebite, her teherî ber xebatçîê wê helekarî dikir, lê ewana her tenê înformasîa jê distendin, lê usa jî hilnedan ser xebatê. Me rind tex’mîn dikir ew cesûse, lê me nikaribû îzbatkira. Lema jî em nava xeberdana xweda îdî dha fesal bûn û me ber gişka, îlahî ber G.M. û yê dinê, eşkere xeber nedida.
Me, 3 hevala – min, Elîê Evdilrehman û Hesenê Qeşeng – qirar kir heryek me êvarê radîokê bibihê, rojtira mayîn sibetirê ne ku rêdaksîaê, lê nava bax’ê pêşberî rêdaksîaêda rastî hevdu bên û înformasîaê pevbiguhêzin derheqa şerê Kurdistanêda. Elî azêrî zanibû û gotî radîoa bi zimanê azêrî bibihîsta, Heso farizî zanibû û gotî radîoa bi zimanê farizî bibihîsta, min jî gotî radîoa “Dengê Kurdistana Îraqê” bibihîsta. Me eva yeka dikir hetanî meha martê sala 1970-ê, gava serkarya heja kurda û hukumeta Îraqê peyman girêdan, şer dane seknandinê.
Min ne tenê radîo dibihîst, lê roj bi roj bloknota xweda dinivîsî, wekî kîjan rojê, kîderê bûye şer, çi zyan gihîştye dijmin, pêşmerga çi mêrxasî kirine… Ew bloknot hetanî nha jî mala meda tê xweykirinê.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
RASTHATINA TEVÎ MARTÎROS SARYAN
WEXTÊ XEBATA LI RÊDAKSÎAÊ
RASTHATINA TEVÎ MARTÎROS SARYAN
Sala 1964-a, payîza dereng bû. Rêdaksîaê sparte min herim rastî şikilkêşê ermenyayî navûdeng Martîros Saryan bêm, jêra xeberdim û derheqa wîda binivîsim.
Leyla qîza min, ku yeksalî bû, nexweşxanêda bû. Kêfa min qe tunebû. Ez û şikilkêşê rêdaksîaê Arakêl Crax’aspanyan çûne mala M.Saryan. Mera gotin, wekî ewî paldaye, hêsa dibe. “Hetanî ew rabe, dha rinde hilkişin qatê 2-a, sinetxana wî bibînin”. Em çûne sinetxanê, me rind dîna xwe da şiklê wêderê. Paşê em peyayî qatê 1-ê bûn. Mera gotin: “Hosta rabûye, wê nha bê”. Me nihêrî derî vebû, M.Saryan derda hat. Em pêşîêda çûn, min destê xwe kire destê wî û gotê, wekî ez bi spartina rêdaksîa rojnema kurdî hatime.
— Kîjan rojnemê? – ewî ji min pirsî.
Min gotê:
— Ez ji rojnema kurdame.
— Pî-î-î… Hûn xêr hatine, — û beşerxweş bû. – Lê minra gotin, wekî hûn ji rojnema azêryane. Hûn dostê minin, ez kurda hiz dikim. Keremkin, rûnên. Ka te (berbirî min bû) hejmareke “Rya teze” minra anye? Min dixwest bidîta.
Min gotê:
— Bibaxşînin, min fem nekir hejmarek wera bianya.
— Tu zanî, — ewî gote min, — ez kurda zûda nas dikim. Min kurdê Îranê, Tûrkîaê dîtine. Min dîtye kurd çawa hespê dajon: tê bêjî syar hespêva bizmar kirine, usa çapik û çelengin, usa serxwene, tê bêjî teyrin difirin. Min dîtye kurd çawa direqisin. Govenda wan gelekî min xweş hatye: diketin destê hev, kîp dibin û teê bigota zincîreke. Usa çapik-çapik, teê bigota ne ku 50-60 merî dilîzin, lê merivek dilîze. Gişka bi teqlekê, rîtmekê dilîstin. Îlahî ewê sergovendîêda temezî dêstda bi hostatî dilîst û govend pey xwe dibir. Min vêderê jî lîstika kurda dîtye. Qîzeke we heye (gilî derheqa Sûsîka Simodane), koma wêye kilam-reqasê kurdî heye. Ew timê sera fîlharmonîaêda pêşda tê û min pêşdahatina wê komê bi têlêvîzîonê dîtye. Ew reqas qe ne mînanî wan reqasê kurdane, ku min Îranê û Tûrkîaêda dîtine.
Me gelekî xeberda, ewî derheqa rewşa olka meye vêderê, çanda meda dipirsî. Û şadibû, gava min derheqa destanînê olka meda digotê.
— Xwe ermenî zorê nadne we? – ewî ji min pirsî.
Min gotê, wekî me tu cara xirabya ermenya nedîtye, ewana bi xêrxazî, pismamtî berbirî me dibin, her teherî alîkarîê didine me.
— De gerekê usa be jî, — ewî got. – Ne axir em, herdu cimet, ne tenê cînarê hevin, nava hevda dijîn, lê usa jî ji alîê dijminekî tomerî Tûrkîaêda hatine zêrandinê.
Rasthatineke gelekî bi dil bû û hukmekî mezin ser min hîşt. Ez ecêbmayî mam, wekî Hostakî usayî mezin çawa meriv ewqasî sadeye.
Gava me xatirê xwe jê xwest, em derketin, min xem-xiyalê xwe bona nexweşya qîza xwe bîr kiribû û bi dilekî eşq û şa ez çûme nexweşxanê. Kevanya min got, wekî şikir îro Leylê pake. Tê bêjî eva yeka jî peyhatina rasthatina mine tevî Martîros Saryan bû.
(Min derheqa hunermendya M.Saryanda gotarek “Dengbêjê roê” nivîsî, ku rojnema “Rya teze”-da 10-ê dêkabrê sala 1964-a hate çapkirinê).
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
DU TÊLÊGRAM Û MÎROÊ ESED
WEXTÊ XEBATA LI RÊDAKSÎAÊ
DU TÊLÊGRAM Û MÎROÊ ESED
Sala 1963-a bû. Îraqêda beesîsta dîwan welgerandibûn, Ebdil Kerîm Qasim kuştibûn. Destbi têrora mezin kiribûn dijî komûnîsta. Serkarê Partîa Îraqêye komûnîstîê Salyam Adîl (ereb bû), katibê duda yê wê partîaê Cemal Heyderî (kurd bû) kuştibûn, qira komûnîsta danîn. Şerê dijî kurda dabûne seknandinê, çimkî pirsa qirkirina komûnîstava mijûl dibûn. Beesîsta nikaribû 2 pêşenya – pêşberî kurda û komûnîsta – bikrana şer. Lema jî pêşîê kurdara helekarî dikirin, belgîê nerm didane ber serê wan.
Wê salê havînê, gava, bi fikra beesîsta, wana pirsa komûnîsta bi cûrê qirê safîkirin, bi qewateke nebînayî êrîşî ser kurda kirin. Çawa avtorekî rûs nivîsye, Kurdistana Îraqêda agir dibarî. Eger berê, wextê Ebdil Kerîm Qasimda rojnemê Sovêtê tu carekê derheqa şerê kurda û hukumeta Îraqêda nedinivîsîn, lê nha, gava qira komûnîsta anîn, wan rojnema îdî ne tenê derheqa têrora dijî komûnîsta, lê usa jî şerê dijî kurdada dinivîsîn.
Rojekê Sehîdê Îbo, Simoê Şemo, Mîroê Cangîr hatine rêdaksîaê bal min. Xeberdana me hîmlî derheqa wê zulmêda bû, ku Îraqêda danîne serê cimeta me. Dilê me gelekî dêşya, lê tiştek ji destê me nedihat. Me qirar kir ji navê rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd 2 têlêgrama bişînin: yekê – Komîtêa sovêtîêye xweykirina aştîê, ya mayîn – Komîtêa TMY (UN) xweykirina aştîêra.
Me usa jî kir. Rojtira mayîn rêdaktor Mîroê Esed gazî min kir û bi hêrs minra got, wekî îzna min tune ez têlêgramê usa qolkim. (Nizanim, kê jêra gotibû). Min jêra got, wekî bin wan têlêgramada min qolkirye çawa rewşenbîrê kurd, lê ne ku xebatçîê rojnemê, tu kesek nikare wê îznê ji min bistîne. M.Esed got, wekî me ew têlêgram avayê rêdaksîaêda nivîsîne. Min gotê: “Ew menîye, dikarî bêjî we ser kax’azê rêdaksîaê nivîsye. Pirs ew nîne, wekî me kîderê û ser çi kax’azî nivîsye, pirs ewe, ku Îraqêda cimeta me tê qirê û em dijî wê yekê şikyat dikin”. M.Esed got, wekî “xebatçîê mînanî te min nelazimin, ha here, ezê te ji xebatê azakim”. Min gotê: “Azadikî – nha jî azake”. Ez ji kabînêta wî derketim, çûm.
Hema wê rojê (17-ê îyûnê s.1963-a) êvarê seheta 19.00-a radîoa Moskvaê elam kir, wekî kome rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd têlêgram şandine Komîtêa sovêtîêye xweykirina aştîêra û decalîê hukumeta Îraqêye teze dijî kurda berk gunekar kirine û dew kirine şerê dijî kurda lez bidne seknandinê.
Hema wê rojê êvarê M.Esed çû Moskvaê konfêransê. Gava vegerya, ez çûme cem û min gotê, wekî çawa ew têlêgrama me pê radîoa Moskvaê dane.
— Werin em pêşya qewmandina nekevin, — M.Esed got. – Wexta lazimbe, Kommerkezîê mera bêje em çi bikin.
Mîroê Esed rêdaktorê rojnemeke usa bû, ku organa partîaê û hukumetê bû. Merivê dewrana xwe bû. Ew, çi ku wê demê lazim bû, digot û dikir. Xwexwa merîkî gelekî maqûl bû, xwendî û zane, temamya rêspûblîkaêda naskirî bû. Tê bîra min, wexta enenekirina proêkta Konstîtûsîa RSS Ermenîstanêye teze ewî sêsîa Sovêta RSS Ermenîstanêye tewrebilindda xeberda û çend pêşdanînê usa kirin, ku serkarya rêspûblîkaê mecbûr bû navbirîê bide sêsîaê bona wan pêşdanînê wî binihêrin. Dawya dawîê ew pêşdanînê wî hatine qebûlkirinê û ketne nava têksta Konstîtûsîaêye hîmlî. Serkarya rêspûblîkaê gelekî qedrê wî digirt, gotina wîra hesab rûdinişt. Badilhewa nîbû, wekî ew çendik-çend sala hate bijartinê çawa endamê Kommerkezya PK Ermenîstanê, dêpûtatê Sovêta RSS Ermenîstanêye tewrebilind, cîgirê sedrê Sovêta RSS Ermenîstanêye tewrebilind, serkarî çend sêsîaê Sovêta tewrebilind kirye, hêjayî navê şuxulkarê Ermenîstanêyî çandêyî hurmetlî bû, bi ordên û mêdalava hate rewakirinê.
Ewî 27 sala serkarî min kirye. Ez gele tişta ji wî hîn bûme. Merîfeta wîye mezin ew bû, wekî ewî dikaribû komê rewşenbîrê meye başqe-başqera ziman bibîne, dilê tu yekî ji xwe nehêle. Ez naxwazim derheqa M.Esedda, xebata wîda dirêj xeberdim, çimkî min bona 80-salya wî gotareke mezin nivîsye û rojnema “Rya teze”-da daye çapkirinê.
Kolêktîva rêdaksîaê biç’ûk bû, gelekî tifaq bû. Endamê wê mînanî neferê malekê bûn, hevdura qurban-heyran bûn. Eva yeka saya serê rêdaktor bû. Ewî xebatçî anegorî zanebûn, xebathizî û obyêktîvya wan qîmet dikir. Lema jî xebatçî jê negazin bûn. Çawa îdî min jorê gotye, 27 sala ew serkarê min bûye. Nava wan salada carekê neqewimî, wekî dilsarî bikeve navbera min û wî. Her tenê carekê em hevra ketine hucetê, lê derheqa wê yekêda ezê careke mayîn gilîkim.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
WÊNEÊ CUDA-CUDA
WÊNEÊ CUDA-CUDA