rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

DERHEQA ÇEND ERF-EDETÊ MEDA… (2014)

 

 

DERHEQA ÇEND ERF-EDETÊ MEDA,

KU EYDA (CEJNA) XIDIRNEBÎRA GIRÊDAYÎNE

 

  

         Ez dixwazim vê carê derheqa çend erf-edetê meda, ku hîmlî bal êzdîê Ermenîstanê û Gurcistanê hatine xweykirinê (xênji yekê), û ew roja eyda (cejna) Xidirnebîda têne derbazkirinê. Telebextra, ji wan erf-edeta yek bawer bikî bi temamî hatye bîrkirinê. Gilî derheqa KOSEGELDÎDANE. Nha gundê êzdîê Ermenîstanêda bawer bikî tu ciya edetê Kosegeldî nemaye. Cêribandin hate kirinê wî edetî vegerînin. Sala 2007-a pêşekzana antropologîaê, lekolînkira kilamê kurdaye şînê, doktora zanyarîê Estelle Amy de la Breteque û aktîvîsteke gund Cemîla Şekro (binelya gundê Elegezê, marza Aragasotnê, Ermenîstan) gundê Elegezêda cêribandin edetê Kosegeldî roja berî eyda Xidirnebî bidne derbazkirinê. Derheqa wê yekêda kasêta vîdîoê heye û mala meda tê xweykirinê.

         Ew edet çi cûreyî hatye derbazkirinê?

         Roja berî eydê, êvarê, cahilê gund cîkî top dibin, cilê miletîê xwedikin, yekî nav xweda kivşdikin çawa Kosegeldî û giva ew qîze, kincê qîza lê dikin, yê mayîn jî cilê miletîê xwedikin, yanê pişmêrî û xweykirê wêne, bi def û zurnê nava gund digerin. Diçin her malekê, govendê digrin, dilîzin. Malda texte vedikin, hatina wana silav dikin, dua hevdu dikin, eyda hevdu pîroz dikin, xweyî yanê kevanya malê tiştekî pêşkêş dide Kosegeldî û komê. Bi vî cûreyî temamya gund digerin, diçin her malekê û cihalê mayîn (ne ji koma pişmêrya) gerekê bixebitin Kosegeldî biqurçînin, xweşîê xwe hevdu bikin. Eva mînanî têatra gelerîye geroke, ku wextêda çawa Rohilatêda, usa jî Roavaêda sedsalîê navînda gelekî belabûyî bû. (Lêgênd dibêje, wekî Wîlyam Şêkspîr tevgelekî têatroê wî cûreyîye gelerîye gerok bûye).

         Dawîêda kom cîkî berev dibe, ew çi ku pêşkêş danê yanê dixun, yanê jî hev parevedikin. Telebextra, eva her tenê ma çawa cêribandin û nava gelda bi firetî bela nebû.

         Fikra vî edetî şabûne, wekî şabûnê dikine nava temamya gundekî, xweşîê xwe hevdu dikin, dilsarîê didine hildanê û eva jî alîê xweda xemleke nuh dide çanda meye debê.

 

         Erf-edetê duda TOTKA ŞOR, PARÎÊ Ç’IVÎKÊYE. Ev erf-edet bawer bikî bi temamya xweva nava êzdîê Ermenîstanê û Gurcistanê, çawa binelîê bajara, usa jî gundada hatye xweykirinê. Çira jêra dibêjin Totka şor? Ew ji sê tema tê çêkirinê: ar, av û xuê. Êvara pêşema berî eyda Xidirnebî qîzeke cahile nemêrkirî ewê totkê lêdixe, cahilê malê (qîz yanê xortê ezep) nîvê wê totkê berî razanê dixun, nîvî jî dikin bin belgîê xwe û radizên. Femdarîye, totik şore û wê tîbin. Lê gerekê tu wexta avê nexun bona xewnêda bibînin, çika kê av da wan. Xewnêda jî kê av da wan, qîz be – wê wî xortî bistîne, xort be – wê wê qîzê bistîne.

         Xênji wê edetekî ha jî gundê êzdyada hebû û heye. Roja eyda Xidirnebî sibê zû xortê nezewicî yanê qîza nemêrkirî gotî parîê nan yanê xurek bibirana danyana cîkî bilind (hîmlî ser kulekê). Vê yekêra digotin Parîê ç’ivîkê. Û gotî hertim ç’evê wana lê bûya, çika ç’ivîk yanê teyredeke mayîn ewî parî kî alîda dibe. Wexta dibir, wekî usane xortê wî alî bizewice, qîzê wî alî mêr bike.

         Lema nava gelda digotin: “Xidirnebî, Xidireylazê mirazbaxş, miraza digihîne hev”.

 

         Wextê rojîê Xidirnebî, evara berî eydê edetekî ha jî hebû. Derdaneke fireda ar elek dikirin, şe’rek davîtne ser û cîkî malda datanîn. Giva wexta Xidirnebî syarî bê wê malê û here, rêç’a hespê wî ser wî arî wê bimîne. Wexta ha dêmek risqê malê wê salê zêde dibe. Wê malê derheqa wê yekêda gundî pê didane hesandinê û rojtira mayîn, paşî eydê, ese gotî qurban bida.

 

         Erf-edetekî mayîn, ku ez dixwazim derheqa wîda binivîsim, DOLÎ DANGE. Eva edeta hîmlî gundê êzdyada dihate derbazkirinê. Roja eyda Xidirnebî kome zarok (10-15 salî) digihîştine hev û qirar dikirin Dolî dangê derbazkin. Benekî dirêj kite goreva dikirin û nava gund digeryan, hildikşyane ser xanya, ew kita gorê (ku jêra digotin Dolî dang) jorda kulekêda dardadikirin û digotin:

 

Dolî, Dolî dangê,

Pîra malê qurbangê,

Xortê malê zevangê,

Tiştekî têkne vê Dolî dangê.

 

         Kevanya malê êmîş, şîrinayî yanê çerez dikire wê Dolî dangê. Û bi vî teherî temamya gund digeryan, paşê cîkî rûdiniştin, ew çi ku berev kiribûn, hevdu parevedikirin.

 

         Ev erf-edet dihatne kirinê bona gel şabe, çimkî eyd bû, eyda Xidirnebî bû, gotî gel şabe, eyda xwe rind derbazke. Evana jî atrîbûtê wê eydê bûn.

         Ez nha nikarim bêjim gelo fikra wane zanyarî çiye, lê dikare biqewime paşerojêda hinek lêkolînvan rabin, van edeta lêkolîn bikin û têda tiştê usa bibînin, ku ronkayê bavêjne ser pirsêd êtnografîa, dîrok û çanda meye nedîhar.

 

s.2014-a

Yêrêvan.

         Ev gotar malpera http://www.ezdinas.com/-êda hatye weşandinê.

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *