rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

BÎOGRAFÎA

JÎYANNÎGARYA  EMERÎKÊ  SERDAR

  

         Nivîskarê kurd, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar, wergêr, rexnegirê  edebyetê û şuxulkarê civakî, serokê koma rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd Emerîkê Serdar (Emerîkê Dewrêş Serdaryan) 8 sibatê sala 1935-a gundê Pamba Kurdada (nha Sîpan) nehya Aparanê (nha qeza Aragasotnê, Ermenîstan) hatye dinê. Dê-bavê wî gundî bûn: Dewrêşê Serdar û Seyra Xudo. Ew hela şeş salî nîbû, gava destbi Şerê Wetenîêyî mezin bû û bavê wî şêrda şehîd ket. Temamya giranya xweyîkirin û mezinkirina kurê taê-tenê kete ser milê dayka wîye nexwendî Seyrê. Emerîkê Serdar paşî xilazkirina dibistana gundê xweye 7-sale xwendina navîn dibistana gundê Elegezêye navînda stend. Sala 1959-a ewî fakûltêta dîrokê-fîlologîê ya înstîtûta Ermenîstanêye pêdagogîêye ser navê Xaçatûr Abovyan xilaz kir, 3 meha dibistana gundê Elegezêye navînda bû dersdarê ziman û edebyeta ermenya, ziman û edebyeta kurda. Hema wê salê ewî teglîf dikin, wekî radîoa Yêrêvanê para xeberdanê kurdîda kar bike. Pêşîê ew wêderê dixebite çawa dîktor (spîkêr), paşê dibe cîgirê serokê parê. Sala 1962-a Emerîkê Serdar cîguhastî rêdaksîa rojnema “Rya teze” dibe. Pêşîê dixebite çawa wergêr, paşê dibe serokê para çandê û nema, katibê cabdar, cîgirê rêdaktor. Lê ji sala 1991-ê hetanî sala 2006-a ew dibe rêdaktorê rojnemêyî sereke. Sala 2006-a derbazî pênsîaê dibe.

         Emerîkê Serdar ji sala 1965-a endamê Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanêye, lê ji sala 1995-a endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêye. Ew usa jî endamê PENa Kurde. Sala 1980-î bona emekê mezin di dereca pêşdabirina prêsaê Emerîkê Serdar bi hurmetnema Sedirtya Sovêta Ermenîstanêye tewrebilind tê rewakirinê, lê sala 1986-a ew layîqî navê hurmetlî – Rojnemevanê Rêspûblîka Ermenîstanêyî emekdar dibe. Emerîkê Serdar du cara bûye dêlêgatê hemcivînê Yekîtya rojnemevanê Sovêtê, ku Moskvaêda derbaz bûne. Meha avgûstê sala 2009-a Navenda Bîografîêye navnetewî (Kêmbrîc, Anglîa) (International Biographical Centre (Cambridge, England) navê “Profêsîonalê cihanêyî pêşîkêş — 2009” daye Emerîkê Serdar. Emerîkê Serdar nava kurdada merivê yekemîne, ku layîqî wî navê navnetewîyî hurmetlî bûye. Derheqa emekê E.Serdare di dereca çand û edebyeta kurdîda usa jî “Ênsîklopêdîa Îslamê”-da  hatye nivîsarê (“The Encyclopedia of Islam, Kurd, Kurdistan, Band 5 (Khe-Mahi), Brill, 1986).

         Sala 2003-a bi teglîfkirina radîo û têlêvîzîona Komera Îranêye Îslamê Emerîkê Serdar 7 roja çû Têhranê û tevî fêstîvala radîoa Îranê bû. Hema wî çaxîda destpêkirî çend sala bi têlê şiroçîê radîo û têlêvîzîona Îranêye kurdî bûye.

                  Ji sala 1992-da ew serokê serwêrtya Şêwra rewşenbîrê Ermenîstanêye kurde.

                  Emerîkê Serdar 2 cara Başûrê Kurdistanê qesidye. Cara yekemîn sala 2001-ê bi teglîfkirina Mam Celal. Cara duda sala 2006-a tevî konfêransa kurdzanya Rûsîaê bûye, ku Hewlêrêda derbaz bûye. Ewî wê konfêransêda bi têma “Rol û kemala rojnema “Rya Teze” doklad xwendye.

         Derheqa emir û şuxulkarya wîda gotareke mezin 2 hejmarê rojnema “Xebat”-da (19.X.2008 (N 3000), 20.X.2008 (N 3001)) hatye nivîsarê.

         Emerîkê Serdar xudanê bi seda gotaraye derheqa pirsêd edebyet û çandêda, ku bi zimanê kurdî, ermenî, rûsî hatine çapkirinê.

         Çawa kurdzan Tomas Boîs pirtûka xweye “The Kurds”, ku sala 1966-a Lîbananêda bi zimanê înglîsî çap bûye, dinivîse, Emerîkê Serdar merivê pêşine, ku destbi rexnekirina edebyeta (krîtîka edebyeta) kurda kirye.

         Hetanî nha 12 berevokê serhatî û romanokê Emerîkê Serdar çap bûne. Ji wana heyşt bi zimanê kurdîne – “Destê dê” (1974), “Îdî dereng bû” (1979), “Dengê dil” (1985), “Gundê me” (2006), “Hisreta emir” (2008), “Bijare” (2011), “Keşkûl” (2013), “ Mukurî ” (2014). Lê sê berevok jî efrandinêd wîne, ku bi rûsî hatine wergerandinê: “Bûk du cara syarkirin” (rûsî navê pirtûkê haye — “Dewetek du cara kirin”) (2005),  “Hetanî kengê?” (2007) û “Wê şevê…” (2013). Berevoka Emerîkê Serdare 12-a bona zaroka “Em çûne aş” (2014) bû. Ew bi 2 zimana hatye weşandinê – kurdî û rûsî. Efrandinê berevoka rûsîye pêşin hersê qîzê wî – Leylê, Nûrê û Zerê – wergerandine, lê efrandinê herdu berevokê mayîn, usa jî berevoka bona zaroka Nûrê tenê wergerandye.

         Serhatîêd Emerîkê Serdar kirine pirtûkê dersê zimanê kurdî, hemû hejmarê almanaxa efrandinê şayîr û nivîskarê kurdê Ermenîstanêye “Bahara teze”-da hatine çapkirinê, usa jî welatê derekeda neşir bûne. Sala 2012-a serhatya wîye “Nemebir” bi wergera zimanê fransî almanaxa Înstîtûta Parîzêye kurdaye salewextêda hatye çapkirinê.

         Emerîkê Serdar eyane çawa wergêrekî baş. Ewî çend pirtûkê seyasetîê wergerandye kurdî û çap kirine. Emerîkê Serdar wergêrekî edebyeta bedewetîêye. Ewî romanoka nivîskarê ermenyayî meşûr, dost û xêrxazê gelê kurd, redaktorekî rojnema “Rya teze”-yî pêşin Hiraçya Koçare “Hizret” wergerandye kurdî û çap kirye. Ew wergêr û hazirkirekî wan berevokê şayîrê ermenyaye mezin Hovhannês Tûmanyan û Avêtîk Îsahakyane, ku bona 100-salya bûyîna wan bi kurdî hatine çapkirinê. Ewî usa jî efrandinê gelek nivîskarê ermenî, rûs, Avropa roavaê, Asîaê wergerandine  û rûpêlê rojnema “Rya teze”-da dane çapkirinê.

         Emerîkê Serdar emekekî giranbaha kirye nava nivîsara kurdaye vekirîda. Efrandinê wî, ku derheqa qewmandinêd rêaldanin, usa rast emir nîşan didin, ku merî dikare wana hesabke çawa tiştê dokûmêntal.

         Têma efrandinêd wîye hîmlî emrê gunde. Ew emir gelekî rêal û bedew hatye nîşandayînê bi hemû derecê xweva, bi şîn û şayê xweva. Lê nîgara dê nava efrandinê wîda cîkî berbiç’ev digre. Ew gelekî bi dil û xemkêşî derheqa dêda, xemxurî û mêrxasya wêda, emrê wêyî dijwarda dinivîse. Nîgara dê bi hemû atrîbûtê xweva tê ber ç’evê xwendevana. Ewî guhdarya mezin usa jî danye ser psîxologîa dayîkê, usa rêal nîşan daye, wekî te tirê ew dayîk zûda tera nase û nêzîkî dilê teye.

         Em dikarin bêjin, wekî nava edebyeta kurdê Sovêtêda Emerîkê Serdar nivîskarê pêşine, ku guhdarî danye ser psîxologîa nîgarê xwe, usa rêal û nazikayî nîşan daye, wekî hukumekî mezin ser xwendevana dihêle. Zimanê nîgarê wî jî zêndîye, her yek bi cûrê xwe xeber dide, xeberdana yekî ne mînanî yê mayîne. Emerîkê Serdar ev cudatya xeberdana nîgara cara pêşin kirye nava edebyeta kurdê Sovêtê. Zimanê nivîskar dewlemende. Ew mesela, meteloka, îdîoma, fraza bi merdane dide xebatê û ew nava efrandinê wîda pirin. Tu tiştekî ecêb vêderê tune – nivîskar zarotî û cihaltya xwe gundda derbaz kirye, li ku her tişt bi zargotinê hatye perwerdekirinê.

         Emerîkê Serdar nava edebyeta kurdê Sovêtêda nivîskarê pêşine, ku janra Nexş-nîgarê hûr (helbesta spî) anî meydanê. Nexş-nîgarê wîye hûr kurtin, kûrfikrin, fîlosofîne.

                  E.Serdar janra Nema vekirî anî nava edebyeta kurdê Ermenîstanê. Hetanî wî tu kesekî nava rojnemevanîê û edebyetêda ew janr nedabû xebatê. Emerîkê Serdar hela sala 1959-a cara pêşin ew janr da xebatê (“Nema vekirî şayîr Qaçaxê Miradra”).

         Ew yek, wekî çawa xwendevanê kurd, usa jî xwendevanê bi zimanê rûsî bi nivîsar efrandinêd Emerîkê Serdar çiqas begem kirine û bilind qîmetkirine, xweber nîşana wê yekêye, wekî nivîskarê me çiqasî bi dilê xwendevanara xeberdaye. Xwendevanê bi zimanê rûsî dinivîsin û dibêjin, wekî ewana bi serî efrandinêd Emerîkê Serdar gelê me, rabûn-rûniştina wî, erf-edetê wî nas kirine. Eva jî bûye pirake qewîn navbera xwendevanê miletê mayîn û emrê gelê me.

         Emerîkê Serdar 19-ê sibata (fêvralê) sala 2018-a di 83-salîya temenê xweda ji ber nexweşîya dil çû ser dilovanîya Xwedê.

          

NÛRÊ  SERDARYAN

(NÛRA  EMERÎK).

13 комментариев: BÎOGRAFÎA

  • Prîskê Mihoyî говорит:

    Li ser xêrê û xweşîyê be!

    Şabûneke mezine, ku malpera nivîskarê meyî navdar Emerîkê Serdare şexsî piştî demeke dirêj dîsa destbi kar û barên xwe kir, wek dibêjin, «derî-pencerên» xwe li ber xwendevan û bîneran bi xêr û xweşî vekir. Malpera nivîskarê naskirî gelekî hewaskare. Raste, xebata li ser dîzayn û nitirandina malperê hela hê pêşda diçe û «bengzê» wê li pêşeroja nêzîk da wê tam bê li ber çavan, lê mirov dikare nihava bêje, wekî ji hêla naveroka xweva malper gelekî dewlemend û balkêşe. Beş û parên malperê bi pirtûk, gotar, name, bîranîn, belge û wênava hatine xemlandinê.

    Eger em bextê xwe neşewtînin, em dikarin bêminet bêjin, wekî li vê malpera delal û hêja pispor û pêşewitîyên dîrok û çanda gelê me dikarin gele malûmetîyên giranbaha û rast bibînin, biçirpînin û hildin. Ew çavkanîke hêle û raste. Ji bo gelek mijarên kurdî dikare bibe delîla dîrokî jî. Ji ber ku Emerîkê Serdar ne ku tenê hostakî nivîsara bedewetîyêyî mezine, lê ew usa jî karmend û berpisyrekîî ocaxeke çanda kurdî – rojnama «Rya teze» yê berêyî piremeke, rewşenbîrekî meyî hêja û berbiçave, mirovekî qenc, xêrxwez, dilovan û rastgo ye. Û hema rastgobûna wî jî ji bo malpera wî bûye bingeha qewîn. Çawa Emerîkê Serdar qelpîyê-qûlpîyê hiz nake, malpera wî jî agahdarîyên rast yên di derbarên civaka kurdî ya dema Sovêta berê û nihada bela dike.

    Heynese, malpera Emerîkê Serdar, ku bi kurdî û rûsî diweşe, dergê xwe notla mala kurmancîye qedîmî li ber mêvanan vekîrîye. Mirov dikare bi merd-merdane bêje, ku ji malpera Emerîk bîn û buxsa mala meye kurmancî ya bi navê «Rya teze» tê.
    Keremkin, werne vê malperê!

  • Mahir Emin говорит:

    HEVALE EMERIKE SERDAR KEKE EMERIK EZ TE PIROZ DIKIM EZ ZANIM TU GELEK ZEHMETIYE MEZIN HEBINJI TU HER TIM XIZMETE MILET U WELATE XWADEBUY EM TE JE BIR NAKIN MILETE KURD KET BIRNAKE

  • Kherzi Kherzan говорит:

    Malpera nû a mamosteyê hêja Emerîkê Serdar pîroz be, li ser xêrê û xweşîyê be… Malper gelek dewlemend e, kêrhatî ye. Nemaze ji bo xwendevan û lêkolîneran, wek hêjayîyeke dîrokî ye. Xwezî hemû nivîskar û rewşenbîrên me, yek bi yek malperên wiha kêrhatî ava bikirana. An jî alîkarên wan, dot û lawên wan, vê xizmetê pêk banîyana… Lewra, wek tê zanîn gelek xwendevan û hezkirên kurdî, nikarin bighîjin çavkanîyan, pirtûkan, gotarên kevn û kêrhatî û mixabin ev rewş wiha dike ku, carna ew bi giştî ji van hêjayîyan bêpar dimînin. Ji ber vê yekê, ez Mamoste E. Serdar û xwişka me a hêja Nure pîroz dikim û li ser navê xwe sipasiya xwe ji wan ra dibêjim…. Destên we xweş…. Silav û rêzên ji dil…

  • Белла Стурки говорит:

    Li ser xêrê be û pîroz be malpera te mamoste yê ezîz,Xwedê bi dilê te ra,keda te ra be,mala te hezar car ava be.Bê gilî malpera te we bibe kanîke dewlemende nemicikî di warê ziman,dîrok û edebiyeta kurdî da.Rûpêla te ya nû ji bo xwendevanen kurd wê bibe dibistana jiyanê.jiyana hêja û bi qedir-qîmet…Cardin bi dil û esq dibêm tu bi xer hatî li tora înternêtê gelek birêz û hêja Kek Emerik.Gelek spas ji bo emekê te yî giranbiha û berbiçav ji bo milet…tu her û her hebî ez benî.
    Spas xweshtir ji we ra xushka delal ,em bi hebuna malbeta we va serbilind u serfnyazin.Hun her xwesh bin,alye min da keke Emerik silav ke.Bi rez u hurmet.

  • Wezirê Eşo говорит:

    Hogirê min yê zarotiyê û qelemê, gundiyê minî hêja Emerîkê Serdar! Ez pir kêfxweş bûm ji ber çêkirina malpera te. Her çikasî jî tu nava miletê me da ronakbîrekî herî naskirîî, lê ev malperê keda te ya zengîn di warê edebyet û çanda miletê me da bêtir bide naskirinê; tu hêjayî wê yekêyî.
    Bi daxwazên here qenc Wezîrê Eşo.

  • Азиз Мамоян говорит:

    Emerîkê bira, ew malpera te ya nu sazbûyî dîyarîyek e ji bi rewşenbîran û xwendevana. Bi wê ewê çêtir pewendîdarî berhemên pênûsa te yên hêja bibin, ev ê bi be drgrhrkî brbi cîhana te ya wêjeyî va. Ji ber wê jî ez pir dilşad bûm û te pîroz dikim. Li gel silav û rêzên xwe, Ezîz ê Cewo

  • Eskere Boyik говорит:

    Min bi kêfxweshî malpera te vekir û pêra bûme nas, Emerîkê bira malpera te gelek tisht an bra min, gelek bîranînê shîrin yên salên buhurî, nivîsên te ku li ber chavê me chê bûbûn bra min da hishyar kir, sipas! gênctiya min, rêdaksiyayê dichûm hishyar bûn, te mera xwendibûn, me Riya tezeda dixwend. Sipas, sipas ku te gênctya min, odên rêdaksiya Riya Teze, gelek heval û mezinên chanda me anî bîra min.Ked û emekê te di chanda me-kurdên sovêtêda pir e. Tera sehet -qewat, emrê dirêj.

  • K'eremê Anqosî говорит:

    Nûrê, her tu xweş, k’ubar û serbilind bî! Te xêreke ça mezin û bihêştî kiriye. Welle, E’merîkê birê min hêjaye! Xwedê bila e’mrê wî dirêj ke û kúbar û bextewar be wekî Rebê Jorîn keç’eke wek Nûrê Xanim dayêda! Bi silav K’eremê Anqosî.

  • Delala Memê говорит:

    MEZINÊ ME
    E’merîkê Serdar — merivek, ku navê wî bi h’erfên zêr’în nava tarîx û dîrokêdêda gerekê bê nivîsarê.
    Zêdeyî pênc sala ez ber destê wî xebitîme li r’ojnema «R’ya T’eze»-da.Bona min ew bendekî shîrh’elal, însanekî bi sidqê t’emiz,berbihêr , mileth’iz û e’silzadeye.Destê k’omekdarîyê dirêjî her xebark’arekî r’ojnemê dikir.Nava wan pênc salada ne bû r’ojek, wekî ewî bi dengê blind xeberda, çiqasî jî wekî kêmasî hebûya ji alîyê xebatk’arava Hevalê Sardaryan /ez usa berbirî wî dibûm/ t’imê bi dilr’emî ew kêmasî safî dikir û shîretê bash dida me.Destê k’omekdarîyê dirêjî her xebark’arekî r’ojnemê dikir /ew serok r’edaktorê R’ya teze bû/.
    E’merîkê Serdar usa jî nivîsk’arekî nav û denge,nava xiyalê minda k’itêba wî «Dengê dil» maye, ku ez t’im û t’im wek çîrok berê zar’ê xwera, nha jî nebîyar’a dixûnim û shirovedikim.Nava k’têbxana minda cîyê herî sereke kîtêb û berhemên E’merîkê Serdar digrin.Merivê wek We bira nava êzîdxanêda zêde û zêde bîn, ku em jî bi wan serblind bin.

  • sipanmilan@yahoo.com говорит:

    silav û merhebetî
    Nûra delal xweşka hêja ez pir xemgîn û bi keser bûm ji ber mirina Apê Emerîk ,çavên me birije min li radiyo ya me da nivîsareke ser mirina wî raber kir,lê min he çî kir telefûna we ve nebû,dilê min pir şewûtî.
    Min kitabek bi farsî nivîsîye ser jiyan û serhatiya reşenbîrên kurd yên Ermenistanê ku serhatiya apê Emerîkê jî tê da heye .
    Hurmetê dikim ji te û meta seyran ra ,ji kerema xwe dikarî jimare têlêfûna xwe ya taze ji min ra bişînî?

    pir sipas:
    Resûl Şêxkanlû Mîlan -Îran

    • amarikesardar говорит:

      Roj baş, birê Resûl.
      Spas bona serxweşîê. Bira ç’evê dijminê te birijin. Em çawa bikin, tu dibînî çi hate serê me…
      Xwedê sehetê bide te, wekî te program derheqa bavê minda çêkir. Ya pirtûkê jî gelek spas, pirtûka te pîroz be. Dibe ew pê întêrnêtê tê firotanê, wekî merî karibe ew bistîne? Minê gelekî bixwesta, wekî ew pirtûk cem min hebûya.
      Ez tera û malbeta tera saxlemîê û bextewarîê dixwazim.
      Bi silavê xûşktîê,
      Nûrê.

Добавить комментарий для Азиз Мамоян Отменить ответ

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *