DESTÊ DÊ (1974)
DESTÊ DÊ (1974)
Wa tê navkirinê berevoka Emerîkê Serdare pêşin, ku sala 1974-a Yêrêvanêda bi zimanê kurdî, bi tîpê kîrîlî hatye çapkirinê.
Berevokêda 11 serhatîê wî û nexş-nîgarê hûr cî girtine.
Serhatî hîmlî derheqa hizkirina dayîkê, xeysetê meriva, erf-edetê kevne xirab, Şerê wetenîêyî mezin û pirsêd mayîndanin. Cara ewlin Emerîkê Serdar janra nexş-nîgarê hûr, neme anî nava wêjea me.
Rêdaktorî berevokê kirye şayîrê kurd Casimê Celîl.
Ew ji alîê neşireta “Hayastan”-da hatye çapkirinê. Ew 100 rûpêle.
Rêsênzîa vê berevokê şayîr û nivîskarê kurd Qaçaxê Mirad bi zimanê ûrisî nivîsye. Aha tercma wêye bi zimanê kurdî:
“Raste, hetanî nha efrandinê Emerîkê Serdar bi pirtûka başqe çap nebûne, lê xwendevanê kurd wî baş nas dikin çawa xudanê serhatîê hewaskar, ku ji sala 1960-da rojnema “Rya teze”-da çap bûne, bi radîoa kurdî hatine weşandinê. Û femdarîye, 80 selefê berevoka wîye pêşin serhatîne, ku wextê başqe-başqeda “Rya teze”-da hatine çapkirinê. Berevok bi temamî berê efrandarya wîye 15 salane.
Têmatîka berevoka “Destê dê” pircûreye: vira hene serhatîê derheqa Şerê Wetenîêyî mezinda, hizkirina dêda, jyana merivê sovêtîêye nhada, tradîsîaê gelerîda, evîntya dilê cahilda. Du serhatyada elîwetya ruhê mêriv û tiştê mayîne nepak têne rexnekirinê.
Destnivîsara E. Serdare efrandarîê nava wêjea kurdîda rind tê naskirinê. Ew, tê bêjî, bi dêtaleke hûr destbi efrandinê dike, paşwextîêda bi serî wê dêtalê jyan, xeyset û ruhê nîgarêyî t’am tê dîharkirinê. E. Serdar zef baş kurdî zane, lema jî gotina wî fe’r’ihe û hewaskare.
Bi fikra min, berevoka efrandinê Emerîkê Serdare “Destê dê” gotî ese bê çapkirinê. Ewê nava xwendevanê kurdda hewaskarya mezin pêşda bîne.
Qaçaxê MIRAD,
endamê Tifaqa nivîskarê TRSS.
22.03.1974”.
Şayîr Mîkaêlê Reşîd bi zimanê ermenî derheqa berevoka mine “Destê dê” fikra xwe bi nivîsar ha daye kivşê (ez ewê bi kurdî tercmekirî raberî xwendevana dikim):
“Piranya serhatîê vê berevokê salê başqe-başqe min ew rojnema “Rya teze”-da xwendine, bi radîoê bihîstine û berê ewlin ew bi tezevantî, kurdbûn, zelalbûna gotinê û dewlemendbûna zimên min xweş hatine. Serhatîê wîda em pircûrebûna emir dibînin. Psîxologîa nîgara rind hatye dîharkirinê. Efrandinê E.Serdar bi hesîna nazik û delalva berbiç’evin.
Bi fikra min, şiêrê vekirî dha başin. Nivîskar dixebite bi dengê lîrîkîê ruh, fikir-mitale û xem-xiyalê merivê nha nîşan bide.
Xwendina vê berevokê meriva xweş tê. Û ez têra dibînim berevoka E.Serdare “Destê dê” layîqî çapkirinêye.
Mîkaêlê REŞÎD,
endamê Tifaqa nivîskarê TRSS.
25.03.1974”.
roj baş
navê min Muzaffer bardakci
Hûn dikarin bi min re rêber bikin
ji bo derfeta ku hûn li ser nivîsandina van pirtûkan bikirin
Ez li Norwesê dijîn.
Ez qezenc û gazê gargê bidim.
good day
my name Muzaffer bardakci
can you be kindly guided me to
to get the opportunity to buy these books that you write about
I live in Norway .
I pay transport and customs fees
“Destê dê” (1974), “Îdî dereng bû” (1979), “Dengê dil” (1985), “Gundê me” (2006), “Hisreta emir” (2008), “Bijare” (2011), “Keşkûl” (2013), “ Mukurî ” (2014). Lê sê berevok jî efrandinêd wîne, ku bi rûsî hatine wergerandinê: “Bûk du cara syarkirin” (rûsî navê pirtûkê haye — “Dewetek du cara kirin”) (2005), “Hetanî kengê?” (2007) û “Wê şevê…” (2013). Berevoka Emerîkê Serdare 12-a bona zaroka “Em çûne aş” (2014)
Roj baş, birêz Muzaffer Bardakci.
Navê min Nûrê ye. Ez dota Emerîkê Serdar im û admînîstratora malpera wîme.
Wekî hûn dixwazin pirtûkê bavê min dest bixin, hûn dikarin wana ji malpera https://www.pirtukakurdi.com bikirin. Weşanxana LIS-ê van salên dawîê 6 pirtûkê bavê min çap kirye:
1) Destê dê
2) Êdî dereng bû
3) Dengê dil
4) Hisreta emir
5) Keşkûl
6) Mikurî.
Pirtûkê mayîn jî ez nikarim ne birfoşim, ne jî pêşkêş bidim, çimkî ji her yekî tenê 1-2 heb bal min mane.
Lê pê întêrnêtê hûn dikarin wana zakaz (bestil — bi zimanê norwêjî) bikin û bistînin. Ewana gelekî zû pirtûka dişînin, derengî naêxin. Eva jî lînka lêgerînê ye di wê malperêda:
https://www.pirtukakurdi.com/index.php?search=Emerike+Serdar&submit_search=&category_id=0&route=product%2Fsearch&sub_category=true&description=true
Ez gelekî şame, wekî efrandarya bavê min we xweş tê û hûn dixwazin pirtûkê wî bixûnin.
Wera açixîê dixwazim.
Bi silava,
Nûra Emerîk.