GUNDÊ ME (2006)
GUNDÊ ME (2006)
Sala 2006-a paytextê Ermenîstanê li Yêrêvanê berevoka serhatî û romanokê nivîskarê kurd Emerîkê Serdar bi kurdî (bi tîpê latînî) çap bûye. Navê berevokê “Gundê me”-ye.
Eva berevoka nivîskare pêncane. Hetanî vê pirtûkê sê berevokê wî bi kurdî çap bûne (“Destê dê”, “Îdî dereng bû”, “Dengê dil”). Berevokeke wî bi navê “Dewetek du cara kirin” sala 2005-a li Yêrêvanê bi zimanê ûrisî çap bûye û ji alîyê xwendevanê ûrisda baş hatiye qebûlkirinê.
Berevoka “Gundê me”-da ew serhatî û romanokê nivîskarin, ku ewî van salê dawîyê nivîsîne. Ew efrandin bingehî derheqa jyana gund, heleqetîêd merya, erf-edetê me, merxasya jina kurd, xeysetê kurdayî miletîê û tiştê mayîndanin.
Berevok hazir kirye û rêdaktorî lê kirye dota nivîskar Nûra Emerîk.
Pirtûk 152 rûpêle. Ew çapxana “VMV-Prînt”-êda hatye weşandinê.
Добавить комментарий