rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

BIJARE (2011)

 

 

BEREVOKA  EMERÎKÊ  SERDARE  TEZE

 

 

Bijare-2         Nivîskarê kurdî navûdeng, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar, rexnegir, tercmeçî û xebatkarê civakî Emerîkê Serdar weke 50 sala dereca rojnemevanya kurdîda kar kirye (radîo û rojneme). Ewî bi seda gotar nivîsîne derheqa pirsêd wêje û çanda kurdîda. Usa jî berbiç’evin gotarê wîye pûblîsîstîêye tûj derheqa pirs û problêmê jyana meda. Ew gotar rojneme û kovarê cuda-cudada çawa welatê sovêtêda, usa jî welatê derekeda çap bûne, pê radîoê hatine dayînê, bi zimanê kurdî, ermenî, rûsî, erebî, tirkî û yêd mayîn çap bûne.

         Bona wê yekê, wekî gotarê dha hewaskar bi blokeke înformasîone yekgirtîda bêne berevkirinê û çapkirinê, sala 2011-a Yêrêvanêda (Ermenîstan) berevoka Emerîkê Serdare bi navê “BIJARE” hate amedekirinê û weşandinê. Ew berevoka gotar, hevpeyvînaye bijare, pêşgotinê pirtûkaye bi zimanê kurdî û elfabeya latînî. Pareke berevokêye nemezin (weke 10 heba) – gotar û hevpeyvînin bi zimanê rûsî.

         Eva berevoka Emerîkê Serdare heyştane, ku bi saya wê alîkarya peretî çap bûye, ku cîgirê serokê Partî dêmokratî Kurdistan birêz Nêç’îrvan Barzanî daye. Bona çapbûna vê pirtûkê xudan spasya xwe daye çawa birêz Nêç’îrvan Barzanî, usa jî şêwirdarê serokatya Civata Wezîra ya hukumeta herêma Kurdistana Fêdêral birêz Nezet Salih Omer, lêktorê zankoa Salhedînê (Hewlêr), doctor birêz Fêîrûşah S. Hamad û aspirant Muhemed Emîn Salih (Xarkov).

         Gotar, hevpeyvîn û peşgotinê pirtûka, ku vê berevokêda cîwar bûne (parek bi zimanê kurdî – 61 heb), ji dawya salêd 50-î hetanî rojêd me hatine nivîsarê. Têmatîka wana pircûreye: analîzkirina êtapê pêşdaçûyîna wêjea kurdaye sovêtîê, pirsdanîn û armanca rexnegirya wêjeê, hukumê folklora kurdî li ser efrandinê şayîr û nivîskarê kurda û ermenya, pirsê wergêra wêjea bedewetîê, têma Şerê Wetenîêyî mezin, ronakbîrê kurda, zanyar, klasîkê wêjea kurda û şayîrê kurdaye wedê nha, oçêrkê derheqa rêwîtya xudanda li Başûrê Kurdistanê û Îranê, nemêd vekirî (ku cara pêşin xudan nava rojnemevanya kurdaye sovêtîêda kar anye), doklad û yêd mayîn.

         Masştaba wergirtina têma, kûr zanebûna pirs û problêma, analîzkirina wane kûr, obyêktîvî – ev hemû qinyatê berevoka Emerîkê Serdare teze dikine kanya giranbaha bona wan hemûya, yêd ku nasya xwe didine dîroka wêjea kurda (wê reqemêda usa jî ya dewrana sovêtîê), çand û rojnemevanya kurdî, jyana kurdê Ermenîstanêye seyasetîê-civakî, îlahî paşî hilweşîna Sovêtê, gava pirs û problêmê kurdê Ermenîstanê dha zêde bûn. Xênji wê, gotar, hevpeyvîn û peşgotin bi xwe hewaskar û kêrhatîne bona goveka xwendevanaye fire.

         Piranya gotara, ku para anegorda hatine cîwarkirinê, rojnema “Rya teze”-da çap bûne, li ku E. Serdar kar kirye ji sala 1962-a hetanî sala 2006-a. Hinek gotar usa jî weşanê mayînda hatine çapkirinê. Xênji wê, para “Hevpeyvîn”-ada ew qinyatin, ku malperê cure-cûreda çap bûne, lê para “Pêşgotinê pirtûka”-da 5 peşgotin hene, ku xudan bona bi zimanê kurdî çap bûna berevokê klasîkê wêjea ermenya Hovhannês Tûmanyan, Avêtîk Îsahakyan, usa jî bona berevoka dost û xêrxazê gelê kurd Hraçya Koçar, bona berevokê şayîr û nivîskarê kurd Casimê Celîl û Qaçaxê Mirad nivîsîne.

         Berevok bi pêşgotina nivîskarê kurd Tosinê Reşîde (Avstralîa) hewaskar û qîmetlî destpê dibe.

         Dota E. Serdar Nûrê Serdaryan (Nûra Emerîk) berevok hazir kirye.

         Berevok 343 rûpêle. Ew ji alîê weşanxana “VMV-Prînt”-ê hatye çapkirinê.

 

Nûrê Serdaryan.

 

         

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *