DEWETEK DU CARA KIRIN (2005)
DEWETEK DU CARA KIRIN (2005)
Eva berevoka pêşkêşa neferê malêye bona 70-salya malxuê malê – nivîskarê kurd, rojnemevan û tercmeçî Emerîkê Serdar.
Înîsîatorê çapkirina vê berevokê zevê wîyî biç’ûk Broê (Îşxanê) Esoye.
Dotê nivîskar – Leylê, Nûrê û Zerê efrandinêd wî ji kurdî welgerandine ûrisî.
Rêdaktorî berevokê kirye zevê wîyî mezin Sînotê Ebûzêt.
Eva berevoka Emerîkê Serdare pêşine, ku bi ûrisî hatye tercmekirinê û çapkirinê.
Pêşgotina berevokê Nûra Emerîk nivîsye.
Berevokêda 16 efrandinêd wî cî girtine, ku pirtûkê wîye salê başqe-başqeda bi zimanê kurdî çap bûne.
Têma efrandinaye sereke gunde, heleqetîê merivane, mezinaya ruhê kurdê sadeye, erf-edetê gelê meye, dêye û yêd mayînin. Cîkî berbiç’ev girtine usa jî şiêrê wîye vekirî (mînîatyûr – nexş-nîgarê hûr).
Orîgînalêda navê serhatîê haye: “Bûk du cara syar kirin”.
Berevok 164 rûpêle. Çapxana “VMV-Prînt”-êda hatye weşandinê.
Berevok sala 2005-a Yêrêvanêda ronkayî dîtye.
Добавить комментарий