rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

DENGÊ DIL (1985)

 

 

DENGÊ DIL (1985)

 

Dengê dil-2           Eva berevoka serhatîêd Emerîkê Serdare sisyane, ku sala 1985-a Yêrêvanêda bi zimanê kurdî, bi tîpê kîrîlî hatye çapkirinê.

        Berevokêda 11 serhatî û romanokê cî girtine. Nava wan serhatî û romanokêda emrê meyî îroyîn, merivê rojê me bi xem û xiyalê xweva, bi şuxul û ruhê xweva, bi psîxologîa xweva, bi erf-edetê dora xweva têne nîşandayînê. Romanoka “Dengê dil” efrandina nivîskare pêşine mezine  derheqa yazya qîzeke kurdda.

        Rêdaktorî berevokê kirye şayîr Mîkayêlê Reşîd.

        Berevok 152 rûpêle û ji alîê neşireta “Sovêtakan grox’”-da hatye weşandinê.

 

 

 

Nivîskarê kurd Alîê Evdilrehman fikra xwe derheqa vê pirtûka minda bi nivîsar raberî sêksîa nivîskarê kurda kir, gava ev berevoka min dihate enenekirinê. Aha fikra wî:

          

         “… Emerîkê Serdar xudanê çend kitêbed xweye arizîye, ewana, bi tex’mîna min, alîê xwendevanada hêjayî begemya bilind bûne, xudanê wê jî bi wî qîmetîva dijî, dixebite, dinitirîne, diefirîne, wekî xebatê xweye dha baş, hewaskar bide miletê xwe. Bê şik, her cewahireke usa edebyeta me dide geşkirinê, neqişandinê û pêşdabirinê û belkî jî digihîne dereca edebyeta miletêd dinyalikêye mayîn.

         Povêsta xudanê pirtûkêye “Dengê dil” ez zef bawer û culet dikarim bêjim, wekî E. Serdar ketye ser rê û qamê edebyetêyî heq û rast, ox’ira xwe dicedîne, dikare heta kutabûna jîyîna xwe çend romanê qîmetlîye bi hemû alyava dewlemend, ji yêd miletêd mayîn ne kêmtir raberî edebyet û miletê xwe bike.

         Nha dixwazim hevalêd, ku vê civata meda hazirin, pirî-hindikî bi kitêba E. Serdare “Dengê dil”-ra bikme nas. Wirda ev efrandinêd hana hatine cîwarkirinê: povêsta “Dengê dil”, serhatîêd “Zengilê bêwext”, “Guman”, “Bav kire bin guna”, “Tirs”, “Mêrxasî”, fikir û xwestin “Vêtêran diçin”, “Eskerê neeyanr’a”, “Şiklê dê”, “Nav mêşeda”, “Mirazê dilê min”. Ev efrandina bi hostatîke edebyetzanîê, emilandina nivîskarîêye mezin hatine nivîsarê, wanda bawerbûn, emrê kevn û teze, hevragirêdana qewmandina, dû xwe kişandina xwendevana, sifetê tîpê qenc û xirab, edet, rabûn-rûniştina miletê me, şerkarya miqabilî edetê kevn, xeyset û mêrxasya jina kurd, zirardayîna Şerê Wetenîêyî mezin zef rind û bi hostatî hatine dayînê. De, E. Serdar bi nivîsarêd xweye çapkirî nava edebyeta meda cîê xweyî layîqî girtye û alîê xwendevanada layîqî pesnandinê bûye.

         Povêsta “Dengê dil”, dîsa diwekilînim û bi culet dikarim bêjim, nava proza edebyeta kurdê sovêtîêda belkî ya pêşine, ku bi wê motîva qenc, nazik, bawerbûn, bi emirr’a girêdayî hatye nivîsarê. Xudanê kitêbê qewmandinê wêda hene bi hostatî hevra dide girêdanê, meriv ew dizane vê demê ber ç’evê wî ew qewimye. Qîza kurd Gulê û Ezîz xwendinxanêda dixûnin, ser hev dibine bengî, bi edetî hev nastînin, lê çawa mêr û jin hevra dijîn, nişkêva destbi Şerê Wetenîêyî mezin dibe, xort diçe şêr, bi mêrxasî pêşenîêda tê kuştin, lê keç’ik hemleye, dive qurbana  edetê kevn. Wextê welidandinê tifalê xweyî kurîn dide êtîmxanê, wekî nava cimet û qewmê xweda elîzengî nebe. Paşê Gulê diçe mêr, tifal êtîmxanêda mezin dibe, dibe doxtir, 30-40 sal ji wî wedeyî derbaz dibe, lê êşa kur dilê dêdaye. Gulê nexweş dikeve, tê wê nexweşxanêda tê qebûlkirinê, kîderêda kurê wê xîrûrg dixebite, lê belê hev nas nakin. Kur wê opêrasîa dike, qenc dibe, dê xala ser dêst û tilya wîye şeşaye jêkirî dibîne, şikber dibe, xûna kur jî ser dê dikele, herdu jî difikirin, lê sura xwe cem hev venakin, lê xudanê povêstê wê sure bi hostatî û bawerbûn dide eglekirinê. Lê kelebela dilê dê timê berbi kur hişyare, lê bona gunê xweyî kirî – kur daye êtîmxanê, serda neçûye, lê nebûye xweyî – dixweze wê surê xwera bibe wê dinê, lê bawere, wekî kurê wê sax’e, xudanê kulfet, mal û hale.

         Serhatya “Zengilê bêwext” efrandineke başe, sal û zemanê derbazbin, lê rastî û bawerbûna wê wê bijî. Xudan bi hostatî dêm û kirinê jineke ç’evnebar dide, wekî ew cîê balesebeb dixweze  jin û mêrê malekêyî ji hevdu hizkirî, xudanê qîz û kurekî ber hevdu bide reşkirinê û ji hev bide qetandinê, bi xwe wî mirazî şabe. Ji hevdu hizkirin, bawerbûna mêr û jinê sura ç’evnebarîê dîhar dike, mexlûqetî wê rûreş dike, ew ji cîê xebata xwe derdikeve û diçe.

         Serhatya “Guman” serhatya emrê nivîskare, lê bi hostatî û hewaskar qewmandinê dewlemendva hatye nivîsarê. Serhatya “Tirs” bona zarokaye û ewê alîê wanda bi şabûn bê qebûlkirinê. Serhatî û xwestinê wîye mayîn jî, bi tex’mîna min, wê alîê xwendevanada zef baş bêne qebûlkirinê.

         Xulese, min bibaxşînin, dîsa diwekilînim, wekî em gotî vê demê guhdarya ferz û lazim daynine ser nivîsara meye vekirî, çiqas ji destê me bê, wê pêşda bibin û bigihînine ya miletê mayîn. Ez bona wan nivîsarê Emerîkê Serdare delal-nazik wî bimbarek û pîroz dikim. Kutasî, ez çawa nivîskarek, xwestina min ewe, wekî ne ku tenê ev povêst û serhatî bi temamî bêne çapkirinê, lê sala 1984-a ne kêm 12 belgêd neşiretê bidne E. Serdar û çawa kitêbeke başqe bê neşirkirinê. Neşirkirina wê wê bibe cewahireke tezeye nebînayî bona pêşdaçûyîna nivîsara meye vekirî. Dîsa bi culet dibêjim: efrandinê E. Serdar ji yêd miletêd mayîn danaxe û belkî jî…

          

Elîê  EVDILREHMAN,

endamê Tifaqa nivîskarê TRSS.

13.05.1983”.

 

 * * *

 

         Gava pirtûka mine sisya “Dengê dil” derketibû, rojekê jî min nemek stend. Şagirteke kurd Delala Memê ew neme nivîsîbû. Ew neme bona min gelekî baha bû, çimkî şagirteke qîz bi dil nivîsîbû.

         Aha ew neme: 

Delala Mame-z-z(Vê nemê bi formata PDF bixûnin).

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *