rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

NEME

 

 

CEGERXWÎN

 

 

        Sala 1960-î min nemek şayîrê meyî mezin Cegerxwînra şand û hîvî kir bersiva çend pirsê min bide, ku derheqa jyan û efrandina wîda bûn, çimkî wî çaxî min dixwest derheqa wîda xebatekê binivîsim. Lê wext-wede usa bûn, ku nivîsara xebateke usa nikaribû bihata sêrî. Lema jî min nikaribû wê xebatê binivîsim.

        Wî çaxî Cegerxwîn Bex’dadêda dima û zankoa dewletêda dersê ziman, edebyet û dîroka kurda dida. конверт-zZûtirekê ewî ev neme û bersiva çend pirsê min şiklê xwera tevayî minra şand. Neme bi zimanê erebî bû. Aha destnivîsara Gegerxwîn, wergera nema wî bi zimanê ermenî û kurdî û bersiva pirsê min, ku bi spartina wî kurê wî Keyo nivîsye:

 

         “Emerîk Serdaryanê hizkirî!

         Hîvî dikim silavkirin û qîmetkirinê mine alavî qebûlkin bona wî hereketê we, ku hûn dirêjin bona xweykirina mîrata meyeneme-z edebyetê.

         Min borcê qedandina tewaqekirinê we danye ser kurê xwe – Keyo Cegerxwîn, û ewê bi alîkarya min daxwaza we bîne sêrî.

         Ez wera wan melûmetya dişînim,çi ku me karibû bişanda:

1.     Serhatya jîyîna mine kurt;
2.     navnîşa efrandinê min;
3.     navnîşa wan rojnema, li ku gotar û efrandinê min çap bûne;
4.     fikrê meriva derheqa efrandinê minda;
5.     wêneê minî teze.

         Ez nava şuxulvanya weda wera açixîê herebaş dixwezim.

 Cegerxwîn”. 

 

tercma nemê-z

уведомление1а-z уведомление1б-z

 

 

 

 

 

 

 

BERSIVÊ PIRSÊ MIN, KU KEYO CEGERXWÎN NIVÎSYE:

01-z 02-z  03-z 04-z
05-z 06-z 07-z 08-z
09-z 10-z 11-z 12-z

 

* * *

        Paşî vê nema Cegerxwîn KGB-ê gazî min kir û gotin, wekî virhada gotî pevgirêdanê min tevî şuxulkarê welatê derekeye kurd tunebin û ez gotî tu pirtûkekê nenivîsim derheqa Cegerxwînda. Heqê min çi hebû vê spartina KGB-ê neqedînim. Û min çiqas derheqa Cegerxwînda nivîsîbû, qelaşt û şewitand. A lema jî min nukaribû îdêa nivîsara monografîa derheqa Cegerxwînda bînime sêrî.  

 

 

QANATÊ KURDO

 

        Min radîoêda kar dikir, gava ez Qanatê Kurdora bûme nas. Ew sala 1960-î bû. A wî çaxî bû, gava ewî ferhenga xweye kurdî-rûsîye mezin bi vê nivîsarê pêşkêşî min kir. Paşî wêderê ewî xwest, wekî ezнадпись К.Курдо к словарю-z pirsê edebyeta meva mijûlbim û seba wê yekê ev hersê neme – dudu minra, yek jî dêkanê fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê G. Nalbandyanra û prof.Hecîê Cindîra şandibû. Ewana ne tenê bersiva Qanatê Kurdo nedan, lê ez jî qe pê nedame hesandinê. Ez tenê bi reşa (kopîa) nemê Qanatê Kurdo, ku minra şandibû, pê hesyam, wekî planê wîye usa hebûne.

 

 

 

        Aha ew hersê neme:

письмо1а-z
письмо1б-z конверт-z

 

 

 

 

 

 

 

письмо2а-z

письмо2б-z

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Aha wergera wê nemê bi zimanê kurdî:

письмо3а-zписьмо3б-z        “Dêkanê fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê, profêsor G.N.Nalbandyanra, reş profêsor Hecîê Cindîra.

         Eyane, wekî nha para kurdî ya fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê gelekî motacê pêşekzanê wêjea kurdîye.

        Bi hesabhildana wê yekê, wekî fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê van salê nêzîkda bi qewata xwe nikare pêşekzanê usa hazirke, min qirar kir bona kara meye ulmîye tomerî seba hazirkirina kadrê kurdzanîêye kvalîfîkasîakirî wera bêjim em hereketê xwe bigihînin hev bona lez hazirkirina pêşekzanê dîroka wêjea kurdî.

        Wê derecêda kandîdatê herîbaş, bi fikra min, xebatkarê rojnema “Rya teze” Emerîk Serdaryane.

        Ewî weke 100 gotarê rexnekirinê û rêsênzîaê derheqa efrandinêd şayîr û nivîskarê kurda û ermenya, derheqa wan xebatê ulmîda nivîsîne, ku derheqa wêje, ziman û zargotina cimeta kurdadanin.

        Hemû gotar û rêsênzîaê E. Serdaryan hertim hukumekî baş dihêlin.

        Ser hîmê wan xebata û qisê mine tevî Emerîk Serdaryan ez hatime ser wê fikrê, wekî bi serî wî merîkî meyî cahil heye xwendye û rind wêjeê zane û dixweze hînbe û alîê wêjezanîêda kar bike. Gotarê wî bi bawerî îzbat dikin, wekî xudanê wan xweyê fikra rexnekirinêye tûj û obyêktîve û mêla wî gelekî ser xebata ulm-îzgerîê heye. Ez tex’mîn dikim, wekî E. Serdaryan dikare bibe xebatkarekî ulmîyî baş, eger qewlê anegor bêne sazkirinê bona pêşdaçûyîna wîye ulmî.

        Kabînêta kurdzanîê ya para Lênîngradê ya înstîtûta aladêmîa ulmîye rohilatzanîê wê bi hizkirin E. Serdaryan aspîrantûraêda bida hildanê, lê Serdaryan nikare ji Yêrêvanê here, li ku jin-zarê wî dimînin. Em nikarin E. Serdaryan bi cûrê dûreke aspîrantûraêda qebûlkin, çimkî îzna me tune bona îdarêd ulmîye mayîn pêşekzana hazirkin. Lê îzin dane me serkarîê wan aspîrantê dûreke bikin, ku ji rêspûblîkaêd mayîn şandine.

        Ser hîmê jorgotî bona bi açixî safîkirina pirsa me 2 rê dimînin: 

  1.         Hîvî ji dêkanê fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê G. N. Nalbandyan bikin bona berbirî Sedirtya akadêmîa TRSS ulma bibe seba para Lênîngradê ya înstîtûta akadêmîa ulmaye rohilatzanîêda cîkî bidin aspîrantê dûreke seba hazirkirina pêşekzanê dîroka wêjea kurdî bona ew Ermenîstana Sovêtîêda kar bike, yanê
  2.         Hîvî ji admînîstrasîa zankoa Yêrêvanêye dewletê bikin bona E. Serdaryan qebûlkin aspîrantê fakûltêta rohilatzanîêyî dûreke.

        Ez hertim hazirim serkarya E. Serdaryane ulmî bikim û wî hazirkim.

        Bi fikra min, bona hazirkirina aspîrantê dûreke gele pere nelazimin.

        Gava pirsa E. Serdaryan baş bê safîkirinê seba ew bi cûrê dûreke aspîrantûraê bê qebûlkirinê dikarin cîda întamê qebûlkirinê teşkîlkin. Întamê qebûlkirinê çarin: 

  1. Matêrîalîzma dîrokî û dîalêktîkîê;
  2. Têorîa wêjeê;
  3. Zimanê dereke;
  4. Întama pêşek.

        Ez gumanim û berk bawerim hûnê bi xêrxazî berbirî pêşdanîna min bibin û tevayî mecalê lazim qebûlkin.

 Bi qedirgirtineke mezin,

 serokê Kabînêta kurdzanîê ya para Lênîngradê ya     înstîtûta akadêmîa ulmîye rohilatzanîê,

 doktorê ulmê fîlologîê Q.Kûrdoêv.

 Lênîngrad,

 5-ê yanvarê sala 1972-a”.

 

         Ez çend cara bona vê pirsê cûme cem G.Nalbandyan û Hecîê Cindî. Wana bi menîê başqe-başqe tu tiştek nekirin, û min jî, Qanatê Kurdo jî îdî ew yek terk dan. Bi vî teherî nehîştin ez xebata ulmîva mijûl bim.

 

 

AHMEDÊ HEPO

 

Ahmedê Hepo        Nivîskar Ahmedê Hepo pirtûka rohilatzan Şemsî derheqa Şerefxan Bîtlîsîda û eva nema han ji Bekyê minra şand:Ahmedê Hepo-z

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BARÎÊ BALA

 

         Aha ew şiêr, ku şayîr Barîê Bala pêşkêşî min kirye:

Барие Бала

Barîê Bala şiêr-z

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *