HETANÎ KENGÊ? (2007)
HETANÎ KENGÊ? (2007)
Ev pirtûka serhatî û romanokêd Emerîkê Serdare bi navê “Hetanî kengê?” Yêrêvanêda sala 2007-a bi zimanê ûrisî çap bûye.
Efrandin keç’a nivîskar Nûra Emerîk ji kurdî welgerandye ûrisî. Keç’a wîye mayîn Zera Emerîk rêdaktorî pirtûkê kirye. Ew efrandin bi ûrisî hatine welgerandinê, ku berevokêd nivîskare bi zimanê kurdîye başqe-başqeda çap bûne.
Têma efrandinaye sereke Şerê Wetenîêyî mezin, hizkirina dayîkê, emrê gundê kurda, veguhastina xeysetê meriva, mezinaya ruhê kurda û yêd mayînin. Cîkî berbiç’ev efrandinê lîrîkîê digrin.
Pirtûkêda 14 efrandin hene, 196 rûpêle. Ew çapxana “VMV-Prînt”-êda hatye çapkirinê.
Добавить комментарий