rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

AV. ÎSAHAKYAN “BEREVOK” (1977)

 

 

AV. ÎSAHAKYAN  “BEREVOK” (1977)

 

011-1         Wexta tivdarekê derbazkirina hobêlyana 100-salya Av. Îsahakyan didîtin, min erze da komîsîa hobêlyanîê, wekî dixwezim berevokeke efrandinê Av. Îsahakyan bi tercma kurdî raberî xwendevana bikim. Komîsîaê ev xwestina min hesab hilda û sparte neşireta “Sovêtakan grox’”-ê wê berevokê bi zimanê kurdî çapke. Wî çaxî Casimê Celîl wê neşiretêda kar dikir û her tişt kir bona neê kivşê, wekî min berevok hazir kirye. Ewî gihîşte wê yekê, wekî giva ewî ev berevok hazir kirye û usa jî hatye nivîsarê û çapkirinê.

         Berevokêda çawa nimûnê poêzîa Av. Îsahakyan, usa jî proza wî hene. Min ev serhatîê wî tercme kirine: “Şakro Valîşvîlî”, “Merîê Garîbaldî”, “Hesen ax’a”, “Ser mezel”, “Ç’evnebarya nivîsarê”, “Sîmonê xulam”, “Gêvorgê hedad”, “Fikra bextewarîê”, “Leglegê heznî”, “Kilama aşiqê gurc”.

         Min usa jî pêşgotina wê berevokê nivîsye (“Xêrxazê cimeta meyî mezin”).

         Berevok neşireta “Sovêtakan grox’”-ê çap kirye, 336 rûpêle.