rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

ROL Û KEMALA ROJNEMA “RYA TEZE” (TÊZÎS)

 

 

ROL  Û  KEMALA  ROJNEMA  “RYA TEZE”

(TÊZÎS)

 

           Eva doklada konfêransa navnetewîda hatye xwendinê, ku 14-ê nîsana (aprêla) sala 2006-a paytextê Kurdistana Îraqê Êrbîlêda (Hewlêr) derbaz bûye. Navê konfêransê ha bû: “Kurdzanî li Rûsîaê û Hevkarya dewletê serbest”.

          

                  Çi qewlada rojnema “Rya teze” xuliqî:

  • ew 10 sal bû, wekî Ermenîstanêda dîwana sovêtê hatibû testiqkirinê û êpêce xebat hatibû kirinê bona bilindkirina dereca kûltûra kurdêd Ermenîstanê;
  • sala 1929-a hukumeta Ermenîstanê elîfba kurdîye bi tîpê latînî testiqkiribû. Ew elîfba nivîskarê kurd Erebê Şemo (Ereb Şamîlov) û dersdarê asorî Îsahak Marogûlov hazir kiribûn;
  • gundêd kurdada mektebêd kurdî hatibûn vekirinê, li ku hemû ders bi zimanê kurdî dihatne derbazkirinê;
  • sala 1931-ê Yêrêvanêda xwendinxana kurdaye Pişkavkazêye pêdagogîêye ser navê A. Mravyan hatibû vekirinê, kîjanê ne ku tenê dersdarê kurd, lê usa jî xebatkarêd partîaê û sovêtîê hazir dikir; hemû gundêd kurdada niqitkêd hildana nexwendîtîê hatibûne sazkirinê, kîjanada merivêd emirda mezin hînî xwendin û nivîsarê dikirin.

         Van qewla mecal dan, wekî Komîtêa navendî ya Partîaa komûnîsta û hukumeta Ermenîstanê biryarê qebûlkin derheqa çapkirina rojnema bi zimanê kurdî.

         Meha adarê sala 1930-î Yêrêvanêda hejmara “Rya teze”-ye rêspûblîkîêye yekemîn ronkayî dît.

         Hejmara pêşinda pîrozbaya Komîtêa navendî ya Partîa komûnîsta û hukumeta Ermenîstanê hatibû çapkirinê, kîderê pirsdanînêd rojnemê hatibûne kivşkirinê.

         Çend hejmarêd pêşin bi qolê (îmza) rêdkolêgîaê ronkayî dîtine. Paşî wê yekê berpirsyarê (rêdaktor) sereke hatye kivşkirinê û ewî rojneme qol kirye. Ew nivîskarê ermenîyî meşûr, dost û xêrxazekî gelê kurd Hraçya Koçar bû, ku ji Romê revî bû, zarotî û cahiltya xwe nava kurdada derbaz kiribû û zor baş kurdî zanibû. Paşî wî ermenîkî mayîn, nivîskar Harûtyûn Mkrtçyan serekvanî rojnemê kir. Ewî jî ji Romê revî bû, nava gelê kurdda mabû û baş kurdî zanibû. Eva yeka ha bû, çimkî wî çaxî nava kurdada rojnemevanê profêsîonal (pêşekzan) tunebûn. Lê ji sala 1934-a kurd bû berpirsyar. Ew Cerdoê Gênco bû.

         Wî çaxî Hecîê Cindî, Emînê Evdal, Etarê Şero, Gêvorg Parîs, Vardan Pêtoyan, Rûbên Drampyan rojnemêda kar dikirin.

         Destpêka sala 1938-a rojnema “Rya teze” wedelî hate dadanê. Menî ew bû, wekî nivîsara kurdî ji latînî buguhêzne kîrîlî bona kurd dha hêsa karibin nasya xwe bidne edebyet û kûltûra gelê rûs û gelêd sovêtêye mayîn.

         Evê navbirîê dirêj kişand – hetanî sala 1955-a.

         Meha sibatê sala 1955-a rojnema “Rya teze” dîsa destbi weşana xwe kir. Rojneme îdî bi tîpê kîrîlî bû.DSC00167-1

         Ji wê salêda hetanî sala 1989-a Mîroê Esed berpirsyarê “Rya teze” bû. Sala 1989-a hetanî nîveka sala 1991-ê Tîtalê Efo berpirsyarya rojnemê kir. Wî çaxîda hetanî nha Emerîkê Serdar berpirsyarê rojnemêye.

         Vê carê wekîlêd rewşenbîrêd meye navdar – Hecîê Cindî, Emînê Evdal, Qaçaxê Mrad, Elî Evdilrehman, Aramê Çaçan, Şekroê Xudo, Şerefê Eşir, Karlênê Çaçanî, Tîtal Mûradov, Mîkaêlê Reşîd, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Babaê Keleş, Prîskê Mhoyî, Têmûrê Xelîl û yêd mayîn rojnemêda kar dikirin.

         “Rya teze” rojnema pêşin bû, ku organa dewletê bû. Paşwextîêda Ermenîstanêda 4 rojnemêd dewletêye resmî hebûn, ku organêd Komîtêa navendî ya Partîaa komûnîstê Ermenîstanê, parlamênt û hukumeta Ermenîstanê bûn. Ew rojnemêd bi zimanê ermenî, rûsî, azêrî û kurdî bûn. Kurdî “Rya teze” bû.

         Eger salêd 30-î tîraja “Rya teze” nedigihîşte 1000-î, lê dawya salêd 80-î ew gihîşte weke 6 hezara.

Egîtê Abasî, lînotîpîstê rojnema Rya teze-z

Egîtê Abasî, lînotîpîstê rojnema
«Rya teze»

        Xênji Ermenîstanê ew usa jî Azêrbêcanê, Gurcistanê, Qazaxstanê, Rûsîaê, çend welatêd Avropaê, Kanadaê, Amêrîkaêda dihate belakirinê. Hinek rêspublîkaêd Tfaqîêda (Azêrbêcanê, Gurcistanê, Qazaxstanê) korêspondêntê rojnemêye neştat hebûn.

        Paşî wê yekê, gava Ermenîstan bû dewleta serbest (s.1991-ê), rojnemê statûsa xweye resmî undakir û bû ya serbixwe. Eger berê salêd 30-î rojnema “Rya teze” heftê carekê, ji sala 1955-a ta sala 1991-ê heftê du cara ronkayî didît, lê paşî sala 1991-ê ew mehê carekê ronkayî dibîne. Ew rûê tunebûna fînansadane.

         Ji sala 2000-êda “Rya teze” bi tîpê latînî ronkayî dibîne û bi hereketê xebatkarê rojnemê bêheq her tenê Ermenîstanêda tê belakirinê. Eva haye, çimkî poçta Ermenîstanê bawer bikî nagihîje gunda, lê xwendevanê “Rya teze” jî hîmlî gundada dimînin. Ew bêheq tê belakirinê, çimkî rewşa abûrya kurdêd Ermenîstanê gelekî xirabe. Nha tîraja rojnemê 500 meseleye. Formata wê biç’ûke, 4 rûye.

         Nha rêdaksîaêda 4 merî kar dikin – Emerîkê Serdar, Grîşaê Memê, Rzganê Cango û Mrazê Cemal. Rûê tunebûna fînansada van salêd axirîê reqema hejmarêd rojnemêye ronkayîdîtî kêm buye. Awa, sala 2005-a her tenê 2 hejmar derketine. Ew jî bi saya alîkarya hinek welatparêz û xêrxazêd rojnemê.

         Ewqasî çqasî hetanî serbestelamkirina Ermenîstanê rojneme organa Partîa û hukumetêye resmî bû, rûpêlê wêda qinyatêd resmî, propagandakirina îdêologîa komûnîstîê, jyana kolxoza û sovxoza, pêşvanêd deranînê û yêd mayîn cîkî mezin digirtin. Lê wê yekêra tevayî rojnemê bîr nedikir guhdarîê bide ser kûltûra miletîê. Hulbet, “Rya teze” neynika jyana wî çaxî, ruh û sênzûra wî çaxî bû. Paşî wê yekê, gava “Rya teze” bû rojnema serbixwe, ji sênzûra û hukumdarya pirsale aza bû, ewê destpêkir bi temamî nivîsî derheqa jyan û kûltûra olka meda, derheqa şerkarya kurdaye miletîê-azadarîê parçed Kurdistanêye başqe-başqeda.DSC00166-1

         Rola “Rya teze” mezine di dereca pêşdaçûyîna zimanê kurdîda (kurmancî). Ewê gelek têrmînêd teze çêkirine, îlahî yêd derecê seyasetîê, êkonomîkaê, kosmosê (erşê ezmîn), doxtirîê, şuxulê leşkerîê û yêd mayîn. Rûpêlê wêda zimanê kurdî hertim hatye û tê helkirinê û bere-bere digihîje dereca zimanê edebyetê. Xebateke mezin hatye kirinê alîê rastnivîsara zimanê kurdîda. Awa mesele, zimanzanêd meye navûdeng doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor Qanatê Kurdo, doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor Çerkez Bakayêv gelek cara rûpêlêd “Rya teze”-da pêşda hatine derheqa pirsed rastnivîsara zimanê kurdîda. Mesele, miqalêd Ç. Bakayêv bûne binga xebata wîye ulmî – “Hîmê rastnivîsara zimanê kurdî”, ku bi kitêbeke başqe bi zimanê rûsî sala 1983-a Moskvaêda ronkayî dîtye.

         “Rya teze” bû serkanya pêşdahatin û pêşdaçûyîna edebyeta kurdê sovêtê. Hemû nivîskar, şayîr û dramatûrgêd kurd gavêd xweye efrandarîê pêşin rûpêlêd wê rojnemêda avîtine. Tercmêd bedewetîê pêşin jî dîsa wê rojnemêda hatine çapkirinê. Rûpêlêd “Rya teze”-da usa jî hîmê krîtîka edebyetê hatye danînê, kitêbêd bedewetîê hatine analîzkirinê. Xwendevanêd rojnemê karibûne bi zimane xweyî dê tercma efrandinêd gelek klasîka, şayîr û nivîskarêd wedê nha yêd miletêd başqe-başqe bixûnin.

         Pire emekê “Rya teze” di şuxulê xweykirina dewlemendtyêd gelê meye kûltûrîêda. Derheqa wê yekêda ew yek şedetîê dide, wekî hertim rûpêlê rojnemêda nimûnêd zargotina me têne çapkirinê (lêgênd, mesele û metelok, ç’îrok, beyt-serhatî, têderxistinok û yêd mayîn). Cara pêşin rûpêlê rojnemêda kilamêd gelê kurd bi nota, şiêrêd şayîrêd me, ku kirine kilam, bi nota hatine çapkirinê. Xênji wê, sazbendzanêd me hertim miqale nivîsîne derheqa sazbendya meda.

         Gava em sala 2000-ê derbazî tîpê latînî bûn (dîwana Ermenîstanê dijî wê yekê bû), meremê me ew bû, wekî em jî bigihîjne nivîsara kurdîye yektî, nemînin çawa cizîr, xwendevanêd meye der (Avropaê û herçar parêd Kurdistanêda) jî karibin rojnemê û kitêbêd meye vêderê jî bixûnin.

         Rojneme guhdarîke mezin dide ser heja kurdaye miletîê-azadarîê parêd Kurdistanêye başqe-başqeda. Tu hejmarek tune, li ku qinyat tunebin derheqa rewşa başûrê Kurdistanê, şerkarya li bakûrê Kurdistanê, hale rohilata Kurdistanê û başûrê biç’ûkda. Ew qinyat hertim bi şikla (wêne) têne çapkirinê.

         Rojneme cîkî mezin dide klasîkê me. Hetanî nha gele miqale çap bûne derheqa şayîrêd meye klasîk, dîrokzan û şuxulkarêd meye kûltûraê, ku wedê başqe-başqe û parêd Kurdistanêye başqe-başqeda jîyîne û efrandine – Feqîê Teyran, Ahmedê Xanî, Qadir Koy, Cegerxwîn, Hejar, Goran, Pîremerd, Qadrîcan, Dildar, Ceferqulî, Şerefxan Bîtlîsî, Mehmûd Bayazîdî, Gîvî Mûkrîyanî û yêd mayîn. Rojneme usa jî guhdarî danye ser emekê kurdzanêd miletêd mayîn.

         Ji hejmarêd xweye pêşinda destpêkirî hetanî nha rojnemê guhdarya mexsûs danye ser jyan û rewşa jina kurd. Derheqa wê yekêda bi çapeke mezin qinyat hatine çapkirinê. Şerkarîke berk hatye kirinê dijî erf-edetê wê derecêye kevnareda (îlahî dijî qelen, zû mêrkirina qîza, zewaca qewmê nêzîk û yêd mayîn). Wedê xweda rojnemê gelekî nivîsye derheqa werguhastina gundê kurdada.

         Têmake rojnemêye sereke – propagandakirina dostya gelane. Awa, wedê xweda temamya hejmarekê pêşkêşî her rêspûblîkeke Tfaqîê kiribûye. Çend silsiletêd kurdêd Ermenîstanê bi ruhê întêrnasîonalîzmê hatine terbîyetkirinê. Cîkî mexsûs me daye û em didine propagandakirina dostya gelê kurd û ermenî.

         “Rya teze” xênji wê yekê, wekî jyana kurdêd Ermenîstanê nîşan dida, ewê usa jî derheqa rewşa wan kurdada dinivîsî, ku rêspûblîkaêd sovêta berêye başqe-başqeda diman. Tu qewmandineke jyana kurdêd sovêtê ji guhdarya rojnemê der nemaye.

         Dîrokzanê pêşerojê, gava derheqa dîroka kurdêd sovêtêda binivîse, nikare bê “Rya teze” yole here. Tê bêjî ew bûye ênsîklopêdîa jyana kurdêd sovêta berê.

         Rola “Rya teze” di şuxulê hînkirin û terbyetkirina zarokêd kurdada bi wê meselê tê ber ç’eva, wekî mektebêd çend gundêd kurdada, kîderê kitêbêd dersê zimanê kurdî tunene, dersdar vê rojnemê çawa qinyatê hînkirinê didine xebtandinê.

         Hertim rûpêlê rojnemêda zanyar, rewşenbîrêd meye navdar, xebatkarêd cêrgevan derheqa pirsêd başqe-başqeda pêşda tên. Ew yek dha gumreh bû, gava bêtfaqî kete nava olka meye vêderê, hineka elamkirin û elamdikin, wekî êzdî ne kurdin. “Rya teze” pareke mexsûs vekirye bi navê “Em yekin”, li ku şerkarîke berk tê kirin dijî wan meriva, yêd ku bêtfaqîê dikine nava olkê. Derheqa wê yekêda bi seda miqale hatine çapkirinê.

         “Rya teze” nava dîroka rojnemevanya kurdîda ya lape jyandirêje û ji alîê hukumetêda emekê wê bilind hatye qîmetkirinê. Sala 1980-î bona 50-salya ronkayîdîtina hejmara pêşin rojneme bi ordêna “Nîşana hurmetê”-va hatye rewakirinê. 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *