amarikesardar
GELO MERXASIN YANÊ QAÇAXIN?
KARÊ LI RADÎOÊ
GELO MERXASIN YANÊ QAÇAXIN?
Tê bîra min kiribûne planê, wekî ez gerekê qisa zasbendîê binivîsim derheqa kilamê meye mêrxasîêda. Min nivîsî û gotî wê rojê bi radîoê bidana. Çend sehet mabûn, wekî destbi xeberdanê kurdî bibe, gava minra gotin, wekî cîgirê sedrê komîtêa radîoê A.Sîmonyan gotye: “Bira ewê qisê tercmeyî ermenî bikin, bînin bidne min”. Min û Şikoê Hesen lezobezo tercmeyî ermenî kir, maşînkê xist û min bir da A.Sîmonyan. Ewî got:
— Rûnê, heta ez dixûnim.
Ewî xwend, xilaz kir, hilda minra ha got:
— Qise gelekî baş hatye nivîsarê. Em dikarin ewê bi zimanê ermenî jî bidin. Lê çawa hatin minra gotin, wekî te wêderê pesnê qaçaxa, mêrkuja, talankira daye? Ka vêderê tiştê ha ku hatine? Îro jî evê qisê bidin. Tu cahilî, zanibî xêrnexazê te hene.
Hema wê rojê jî ew qise bi radîoê dan.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
“EM DESTBI XEBERDANA ZIMANÊ RÛSÎ DIKIN…”
KARÊ LI RADÎOÊ
“EM DESTBI XEBERDANA ZIMANÊ RÛSÎ DIKIN…”
Rojekê ez û Eznîva Reşîd oda dîktorada rûniştibûn, hîvîê bûn, kengê wedê me bê em herin ber mîkrofonê. Me xwera xeber dida. Gilî hate ser zimanê ûrisî. Me derheqa wî zimanîda êpêceyî xeberda. Paşê wedê me pêra gihîşt, û em çûne kabîna dîktora. Edet bû, wekî jin mîkrofonê veke û destbi xeberdanê bike. Eznîvê mîkrofon vekir û got:
— Hevalê radîoguhdar! Em destbi xeberdana zimanê ûrisî dikin.
Min mîkrofon dada, kenekî usa min girtye, wekî ez nikarim xwe zevtkim. Min go:
— Xûşka Eznîv, te çi kir?
Zûr bûye, ç’evê min dinihêre û tiştekî nabêje. Ken min girtye, ez nikarim bisekinim. Vî halîda min nikaribû bixwenda. Min ancax gote Eznîvê:
— Welle, ez îdî nikarim bixûnim, tenê bixûne, — û ez ji kabînê derketim.
Tiştê ha nava xeberdana dîktorada diqewimî. Carekê tiştekî usa hate serê min jî: wî çaxî qebûlkirî bû, wekî fermanê Sedirtya Sovêta TRSS tewrebilind derheqa dayîna navê Dayka mêrxas tercmekin û pê radîoê bixûnin. Carekê min fermaneke usa xwend, li ku hatibû gotinê, wekî ewê kulfeta kurd 10 zaro anîne û mezinkirine. Lê min şaş kir û dewsa 10-a min got: “Ewê 100 zaro anîne û mezinkirine”. Min pêra-pêra tex’mîn kir, wekî şaş bûme, û min gotina xwe rast kir.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
ŞERVANÊ BONA AŞTÎÊ Û MORALÊ
KARÊ LI RADÎOÊ
ŞERVANÊ BONA AŞTÎÊ Û MORALÊ
Tê bîra min, çend sal derbaz bûn. Sêksîa nivîskarê kurdada berevoka efrandinê Ûsivê Beko enene dikirin. Qaçaxê Mirad “şiêra” wîye “Edlayî” berk rexne kir û got ew gelekî siste.
— Çye, tu miqabilî edlayêyî? – Ûsivê Beko gotê.
— Na, ez ne miqabilî edlayême, ez miqabilî şiêra teye sistim, — Qaçaxê Mirad gotê.
Qewmandineke ha jî tê bîra min. Dengbêjê meyî navûdeng Şeroê Biro hatibû radîoê û kilama xweye eyan “Hekîmo” gotibû û ew ser qeytanê nivîsî bûn. Gotî şêwra bedewetîê qirarke – ewê hildin çawa fond yanê na. Ji endamê şêwra bedewetîê geleka xeberdan û qîmetekî mezin dane wê kilamê. Ûsivê Beko jî xeberda, got, wekî ew “anmorale”, “çawa emê rabin radîoêda wê kilamê bidin, gava wêda ev xet hene:
Ezê pêşkêşî hekîmê mala bavê xwekim
Zermemikê xweye çardehsalîye nazî”.
— Wekî usane, em propaganda wê yekê dikin, ku qîzê çardehsalî tiştê haye anmoralîê dibêjin, — Ûsivê Beko got û ser zêde kir: — Ez berk miqabilim, wekî ev kilam bê qebûlkirinê.
Baş bû pêşdanîna wî nehate qebûlkirinê. Şêwrê qirar kir ewê kilamê hildin çawa fond û bi radîoê bidin. Ew kilam ne ku tenê bi radîoa Yêrêvanêye kurdî tê dayînê, lê usa jî hemû radîoê kurda ewê didin. Ew kilameke cimeta meye hizkirîye û her dera tê gotinê.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
NEME JI LALIŞÊ
KARÊ LI RADÎOÊ
NEME JI LALIŞÊ
Me ji Lalişê nemek stendibû. Nemêra tevayî şiklê koma êzdya hebû, ku hatibûn ber zyaretê. Gişk pêxas bûn, cilê spî li wan bûn. Nemêda be’sa qewalekî dikirin, ku berî sala 1917-a hatibûye Ermenîstanê, lê venegeryaye. Dinivîsîn: gelo em haj wî qewalî hene, ew sax’e yane mirye? Me zanibû, wekî ew qewal rastîê hatye Ermenîstanê, lê paşê, wexta sînor hatine girtinê, nikaribûye vegere, vêderê çûye rehmetê.
Nemêda usa jî hîvî kiribûn, wekî şêxekî me ber radîoê xeberde. Bona safîkirina vê pirsê Xelîl Mûradov gazî çend rewşenbîrê me kir û got, wekî nemeke ha hatye stendinê, hîvî kirine şêxekî me ber radîoê pêşda bê.
— Nha fikra we çye? – ewî pirsî.
Çend merya xeberda, lê gotina wan, telebextra, naê bîra min. Ez jî cahil, teze wêderê dixebitîm, min jî xwe kişî ortê kir û got:
— Etarê Şero şêxe. Em têksteke usa binivîsin, ku mera dest dide, bidnê, bira bixûne.
Tê bîra min Ûsivê Beko, ku xwexwa şêx bû, endamê mehkema Ermenîstanêye tewrebilind bû, hilda ha got:
— Emê çawa rabin mîkrofona radîoa Sovêtê bidne şêx?
Usa jî qirar kirin, wekî şêx bi radîoê pêşda neê. Ew neme usa jî bê bersiv ma.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
PASPORTA TEZE Û GRAFA DERHEQA MILETÎÊDA
SALÊ XWENDKARYA MINE DÛRE DIRÊJ…
PASPORTA TEZE Û GRAFA DERHEQA MILETÎÊDA
Ez kûrsa 2-a bûm, gava wedê pasporta min xilaz bû. Min pasporta xwe bir p’ara mîlîsîa nehya Yêrêvanêye Spandaryanê, wekî dewsê ya teze bidin min. Pasport hildan û minra gotin, çend roja şûnda were pasporta xweye teze bistîne. Çend roj derbaz bûn, ez çûm wêderê. Pasport dane min. Min pasport xwend, dît: ber navê miletîê nivîsîne “êzdî”. Min serekê textê pasportara got, wekî pasporta min şaşe. Got:
— Çi şaşe?
Min go:
— Miletya min şaş nivîsîne.
Go:
— Lê tu çi miletî?
Min go:
— Ez kurdim.
Katiba xwera got:
— Hela here pasporta wîye kevn bîne.
Çû, anî, daê. Xwend, vegerya ser min:
— Bira can, vêderê miletya te nivîsîne “êzdî”.
Min go:
— Aparanêda fêm nekirine – dîn çye, miletî çye. Êzdîtî dînê mine, lê kurd – miletya mine.
Camêrî fem kir, pasporta teze hilda, minra got:
— Here, çend roja şûnda were, pasporta xweye teze bistîne.
Roja kivşkirî ez çûm, pasport dane min, wêda îdî miletê min “kurd” nivîsî bûn.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
DÊKANÊ MIN, PARAZVANÊ MIN
SALÊ XWENDKARYA MINE DÛRE DIRÊJ…
DÊKANÊ MIN, PARAZVANÊ MIN
Raste, V.Hamazaspyan roleke gelekî mezin lîst, wekî ez bûme xwendkar, lê paşwextîêda ewî minra xirabîke mezin jî kir. Ew 2 sal bû ez razanxana xwendkarada (общежитие) bêheq dimam çawa xwendkarekî kesîb, ku nikare heqê razanxanê bide.
Ez kûrsa 3-a bûm. Kûrsa me mezin bû, em 113 xwendkar bûn. V. Hamazaspyan dersê “Dîroka gelê ermenî” dida me. Rojekê jî wextê lêksîaê tu nabêjî xeberdane, hevaleke min, ku pêşya min rûdinişt û pêra negîhandibû lêksîaê tam binivîse, vegerya ser min û pirsî: “Go kîjan salê?”. Min go, filan salê.
Tu navêjî V. Hamazaspyan dîtye ez û ew xwendkar hevdura xeber didin, dew kir ez rabim şipya.
— Tu çira xeber didî? – ewî gote min.
Min go:
— Ez xebernadim.
Go:
— Tu dixwazî ez xeysetê miletê te bidme rêzê?
Xwendkarê hevalê min gişk ermenî bûn, ez tenê kurd bûm, xûnê qafê min xist, min gotê:
— Xênji xeysetê qenc tu nikarî tiştekî xirab derheqa miletê minda bêjî.
Ew hêrs ket, go:
— Ji dersa min derê! Hûn, xwendkarê kurd, pakî hîn nabin, lê em we xweyî dikin.
Ez ji aûdîtorîaê derketim. Wextê navbirê hevalê min ber dilê minda hatin.
Ders xilaz bûn. Ez çûme razanxana xwendkara. Komêndant ber dêrî hîvya min bû û got:
— Tu gerekê heqê razanxanê bidî.
Min gotê:
— Ne ez ji wî heqî azakirîme.
Go:
— Na, Hamazaspyan emir kirye, wekî wî heqî bidî.
Min gotê:
— Mecala min tune ewî heqî bidim.
— Wî çaxî emê te ji razanxanê derxin.
Min go:
— Derdixin jî, derxin.
Wî çaxî rojnema “Grakan têrt” (“Rojnema edebyetê”, bi zimanê ermenî) danîn dervava dîwarê razanxanê dixistin. Paşê nanê nîvro ez çûm ber wî dîwarî sekinîm û min rojneme dixwend. Nişkêva yekî sîleke usa da min, wekî agir ber ç’evê min pekya. Min tirê xûjanê kolana Narîmanovin. Ez vegeryam, min dît dêkanê fakîltêta me Artaşês Pox’osyan û lêktorê me Lêvon Bayramyanin.
— Rojnemê dixûnî, erê? – A. Pox’osyan bi eks gote min. – Bixûne, bixûne. Wekî te ji razanxanê derxin, tê çi bikî? – û hîvya bersiva min nema, go: — Lêvon, em çûn.
Paşê minra gotin, wexta A. Pox’osyan pê dihese, wekî V. Hamazaspyan qirara usa qebûl kirye, jêra dibêje: “Ew xwendkarekî meyî kesîbe û nikare heqê razanxanê bide”. Lê V. Hamazaspyan ser gilîê xweda dikeve û berk dewê dike, wekî ez gerekê heqê razanxanê bidim.
A.Pox’osyan hêrs dikeve, vedigere dêkanatê. Du lêktorê me wêderê bûne – Aşot Abrahamyan û Arşalûys Babayan (herdu jî doktor bûn). A.Pox’osyan wanra dibêje derheqa xeberdana xwe û V. Hamazaspyanda. Ew herduê dawîê dibêjin: “Emê heqê razanxana wî bidin”. Lê A.Pox’osyan qayîl nabe, divê: “Emê wî cûreyî wî xwendkarî nux’sankin. Ew endamê profsoyûzêye, bira ew jî heqê razanxana wî bide”. Pêra-pêra gazî serokê profsoyûzê dike, jêra dibêje, wekî Emerîk Serdaryan wê salê du erza bide te, her carekê tê 40 manatî bidêyî bona heqê razanxanê bide (salê heqê razanxanê 80 manat bû). Serokê profsoyûzê qayîl dibe. A.Pox’osyan xwexwa digre ser navê min erzê dinivîse, dide xwendkareke me, divê: “Bive bide Emerîk, bira salê 2 cara erza ha binivîse bide serokê profsoyûzê”. Min usa jî kir. A bi vî teherî 3 salê mayî min kîsî profsoyûzê heqê razanxanê dida.
Eva kirina A.Pox’osyan tu cara ji bîra min naçe.
Min çawa nivîsye, V. Hamazaspyan dersê “Dîroka gelê ermenî” dida. Bîra min neçûbû, wekî ewî ber temamya kûrsê dabû rûê min, wekî em, xwendkarê kurd, pakî hîn nabin… Wê salê me gerekê întama “Dîroka gelê ermenî” bida. Ez rind hîn bûm. Wexta întamê hevalekî min pêşya min bersiv dida, pakî nikaribû caba xwe bide. Min hêdî digotêda, wekî alîkarîê bidmê. V. Hamazaspyan çend cara minra got: “Xwe ker’ke”. Lê min hey xwe ker’ dikir, hey digotê. V. Hamazaspyan gote ewî hevalê min:
— Lê tu şerm nakî – ew kurde, dîroka gelê te ji te rindtir zane?
Hevalê min derket, sirê gihîşte min. V. Hamazaspyan got:
— Tu hêşka bûbûyî bilbil. Were, çika barê teda çi heye.
Min bersiva hersê pirsê xwe baş dan, ewî berra çend pirs dane min, min bersiva wan jî baş da, îdî dengê xwe nekir, girt minra “5” danî.
Bi vî teherî min nîşan da, wekî ew gotina xweda rast nîbûye, wexta digot “hûn, xwendkarê kurd, pak hîn nabin”.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
ÇAWA EZ BÛME XWENDKAR
SALÊ XWENDKARYA MINE DÛRE DIRÊJ…
ÇAWA EZ BÛME XWENDKAR
Dokûmêntê min qebûl kirin. Min her hevt întamê xwe bi serfirazî da, her tenê ji ûrisî “3” stend. Rûê wê yekêda qaleke min kêm bû û navnîşa xwendkarê qebûlkirîda nav û paşnavê min tunebû. Ez çûme cem dîrêktorê (wî çaxî bona wê înstîtûtê nedigotin “rêktor”) înstîtûtê Vardkês Hamazaspyan û min derheqa rewşa xweda gotê. Go:
— Em dikarin te bi qewlî qebûlkin. Eger tu sêmêstra pêşinda întamê xwe baş bidî, emê te qebûlkin îdî çawa xwendkarê eslî.
Min gotê, wekî ez gundda dixebitim çawa serwêrê klûbê. Herim, ji xebatê azabim û bêm vêderê jî nehêlin ez tevî dersa bim – wê çawabe?
Go:
— Her tişt tera girêdayîye. Wê car-cara te ji dersa derxin, lê gumana xwe nebire.
Ez vegeryame gund, ji xebatê aza bûm û hatime Yêrêvanê, çûme dersa. Gundîkî me Reşîdê Hemîd bajêrda otax k’irê kiribû û dima. Ez mala wîda dimam. Min k’irya otaxê nedida. Her meh dya min 30 hêk dişand, min ew hêk dibirin bazarê, heba wan 1 manat dida û pê wî 30 manatî ebûra xwe dikir. Hetanî dawya meha yanvarê ha bû.
Ez diçûme dersa. Car-cara katiba dêkanatê Nînaê dihat ez ji dersa derdixistim. Vî cûreyî weke meh-nîvekê kişand. Rojekê jî, mînanî hercar, Nîna hat, minra got ji dersê derêm. Min jî tirê mînanî hercare. Ez derketim, sivderêda du mêrê kincê eskerîê lê sekinîne. Yekî milê min girt û got:
— Em çûn.
Min got:
— Hûn min kuda dibin?
Go:
— Tê herî eskerîê, komîsîaê derbaz bûyî, sax’lemî, wextê te qulixkirina eskerîêye, gotî herî qulixkî.
Min got:
— Ne ez xwendkarim!
Go:
— Na, ez zanim, tu xwendkarê eslî nînî, tu qewlî hîn dibî.
Em ji qatê sisya peyayî qatê yekê bûn. Kabînêta dîrêktorê înstîtûtê qatê yekêda bû. Tê bêjî yekî minra got: “Tu kuda diçî? Here dîrêktor pê bide hesandinê”. Min wan herduara got:
— Ez naêm.
Gotin:
— Tu kurekî aqilî, tê bêyî. Zorê jî mabe, emê te bivin.
Min go:
— Na, ez gerekê herim dîrêktorra bêjim çi hewale.
Yekî yê mayînra got:
— Ê, bira here.
Ez çûm otaxa qebûlkirina dîrêktorda, cem katiba wî sekinîm û min jêra got, çi hewale. Katibê go:
— Nha cem wî merî hene. A here dera hanê bisekine, gava ew merî ji cem wî derê, xeysetê dîrêktore dûrva binihêre, çika otaxa qebûlkirinêda kî sekinye. Gava te bivîne, wê gazî teke.
Usa jî bû. Dîrêktor ez dîtim û gazî katibê kir, jê pirsî, ew xortê kurd çira wira sekinye. Katibê çawa hebûye gotibûyê. Dîrêktor gazî min kir û pirsî:
— Çi bûye?
Çawa hebû, min jêra got. Dîrêktor gote katibê:
— Hela here, binihêre, ew herdu qulixçîê eskerîê sivderêda sekinîne?
Katib çû, hat û gotê, wekî rastîê du qulixçîê eskerîê hîvya wîne.
Dîrêktor gote katibê:
— Rûnê, fermana qebûlkirina evî xortî binivîse, 2 mesela derxe bîne bide min.
Çend deqa şûnda katibê ew herdu mesele danî ber dîrêktor. Ewî xwend, qol kir, mor lêda, yek da destê min, yek jî da katibê. Minra got:
— Ewî kax’azî bide wan qulixçîê eskerîê, – lê katibêra jî got: — Evê meselê têke nava şuxulê wî.
Min ew kax’az hilda, ez hatime bal wan herdu qulixçîê eskerîê û dirêjî wan kir. Yekî xwend, da yê mayîn. Ç’evê hev nihêrîn, yekî gote yekî:
— Tu vêderê cem wîbe, ez herim bal dîrêktor binihêrim, ev çi hal-hewale.
Çû, xêlekê şûnda vegerya hat, destê xwe pişta min xist û got:
— Tu azayî, here. Tera ox’irbe, xwera hînbe!
A, bi vî teherî ez bûme xwendkarê eslî yê fakûltêta dîrokê-fîlologîê û îdî Nînaê nedihat ez ji dersa dernedixistim.
Paşê ez pê hesyam, wekî spartina Komîtêa navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê hebûye wan xwendkarê kurd qebûlkin, eger nehatibin bir’înê, lê qalê wan kêmbin. A lema jî V. Hamazaspyan bona min usa kir.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
“EZ MERIVÊ Ç’YAME, TU CÎKÎ MIN NAÊŞE…”
SALÊ XWENDKARYA MINE DÛRE DIRÊJ…
“EZ MERIVÊ Ç’YAME, TU CÎKÎ MIN NAÊŞE…”
Sala 1953-a min mekteba navîn xilaz kir. Min nikaribû şuxulê xwe bidim bona îdara xwendinêye bilindda bixûnim, çimkî dokûmêntê min serrast nîbûn. K’utîka gundda paşnavê (femîla) min Ûsûbov bû, lê atêstatêda Serdaryan bû, mêtrîka min jî tunebû. Hetanî min eva yeka serrast kir, pasporta xwe stend, wedê qebûlkirina dokûmênta derbaz bû. Ez wê salê gundê meda xebitîm çawa serwêrê klûbê. Sala 1954-a min dokûmêntê xwe hazir kir û ez çûme Yêrêvanê, înstîtûta pêdagogîêye ser navê X.Abovyan. Wexta dokûmêntê min nihêrîn, gotin dokûmênta derheqa sax’lemya minda tune, bê wê yekê nikarin dokûmêntê min hildin, here bîne. (Ew cara duda bû, wekî ez hatibûm Yêrêvanê. Cara pêşin ez tevî gundîê me hatibûm opêraê. Em qe nava bajêr negeryabûn û min bajar nas nedikir).
Ez derketime derva. Wede û perê min tunebûn, wekî vegerme Aparanê û ewê dokûmêntê bînim. Min ji yekî pirsî, polîklînîka nêzîk kuye. Ewî minra got kîderêye. Ez çûme wêderê. Polîklînîka 4-a bû. Ez çûme hundur, min dît kulfeteke navsereye bilind xelatê spî lê wira sekinye. Min gotê, wekî ez dixwazim dokûmênta derheqa sax’lemya min bidin. Ewê ji min pirsî, ez kîjan kolanê dimînim. Min gotê, wekî ez gundekî nehya Aparanê dimînim. Ew kenya û gote min, wekî polîklînîka wan dokûmênta usa dide her tenê binelîêd bajêr. Min gotê, wekî wede û perê min tune ez bona wê dokûmêntê herim Aparanê, ez xwexwa jî merivê ç’yame, tu cîkî min naêşe, ez sax’lemim.
Ew kenya û minra got “em herin”. Em ketine kabînêtekê. Ewê kax’azek derxist, tijî kir, mor lêda, da min û got:
— Here, bira tera ox’irbe.
Min razîbûna xwe daê, derketime sivderê. Yeke xelatê spî lê rastî min hat. Min jê pirsî:
— Ewa ev dokûmênt daye min kîye?
Go:
— Seroka polîklînîkaêye.
Îdî dereng bû, lema rojtira mayîn ez çûme înstîtûtê û min dokûmêntê xwe teslîm kir. Ewî, ku dokûmênt qebûl dikir, qe pakî lê nenihêrî, wekî dokûmênta derheqa sax’lemîêda min ji kîderê anye.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
HER TIŞT BOY NAVÊ DÎWANA SOVÊTÊ!
JI JIYANA GUNDÊ ME Û NE TENÊ…
HER TIŞT BOY NAVÊ DÎWANA SOVÊTÊ!
Wan sala zulmê usa dibûn, wekî ji hiş û sewdaê merya dûr bûn. Gundekî cînar hebû. Wêderê sedrê serwêrtya kolxozê merivekî nexwendî, lê aktîvîstekî dîwana Sovêtê bû. Gilî dikirin, wekî ew çi zulmê tîne serê gundya. Digotin, derbaharê, wexta nancûcik şîn dibû, gundya berev dikir, heve şîr (wekî doşanîê wan hebûna) yanê jî nava avêda dikelandin, wekî bixun. Reşîd diçû gazî wan dikir, wekî herin xebata kolxozê. Gundya ji Reşîd hîvî dikirin, wekî bihêle hetanî xwarina wane nancûcikê hazirbe, bixun û wê paşê herin xebata kolxozê. Go Reşîd hêrs diket, lingê xwe bista ser tendûrê dixist, derdana xwarinê dirête tendûrê, elbe av serda dikir, xebatçîê wê malê dikuta û birçî dişande xebata kolxozê.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
Û ZEVÎYA ÇANDÎ KIRE SÎLOS…
JI JIYANA GUNDÊ ME Û NE TENÊ…
Û ZEVÎYA ÇANDÎ KIRE SÎLOS…
Zulmeke mayîn jî ji bîra min naçe. Îdî dawya salê 1940-î bû. Halê gundya gelekî giran bû. Derbaharê hinek diçûne bajêr dixebitîn, wekî karibin wextê gîhadirûnê û nandirûnê parî nanê wan hebe. Cînarekî me jî çûbû bajêr dixebitî. Îdî destbi gîhadirûnê bûbû. Zevya kele girtibûn, lê ew hela nehatibû. Zevya ber derê wan jî rind şîn bûbû. Zevî jî zevya ceh bû. Ç’evê neferê malê wê zevîê bû, ebûra wan ser wê bû. Rojekê jî dadxwazê (prokûrorê) nehya Elegezê hat û gava pê hesya, wekî hela ew cînarê me ji bajêr nehatye û destbi xebata sîloshazirkirinê bûye, sedrê kolxozê da pey xwe, ber derê wê mala cînarê me sekinî û dewa malxuê malê kir. Dya wî got, wekî hela ji bajêr nehatye, lê wê zûtirekê bê. Dadxwaz vegerya ser sedrê serwêrtya kolxozê û bi hêrs gotê:
— De wekî nehatye, gazî çend kêlendîkêşake, bira bên, zevya wî şîn bidrûn, bivin bikne sîlos, wekî zanibe, çawa neê kolxozêda nexebite.
Sedir xwe ker’ kir.
— Ne ez terame! Zû gazî çend meryake, bira bên zevîê şîn-şîn bidrûn, wekî zanibe dew birê maste!
Sedir gote gizîr:
— Here gazî çend lawikake, bira kêlendîê xwe hildin, bên.
Zarîn kete nava neferê wê malê. Teê bigota merîkî wanî ezîz çûye rehmetê. Lawik bi kêlendîê xwe hatin û bi kulzikî zevî dirûtin, birin kirine sîlos. Risqê wê malê hate birînê. Îdî malxuê ji bajêr venegerya. Payîzê hat, neferê xwe hilda û çû bajêr. Hetanî roja îroyîn jî dengê zarîna neferê wê malê guhê mindane.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin: