amarikesardar
MALA MÊRA NEKETÎ!..
MALA MÊRA NEKETÎ!..
Divên, du kurd dijminê hev bûne, pey hev geryane, yekî xwestye yê mayîn bikuje.
Rojekê jî yek dikeve konê yê mayîn. Dîna xwe didê, wê dijminê wî razaye. Ber serê wî rûdinê, cix’arekê dikşîne. Wextê derketinê du fişeka dike bin belgîê wî û dertê, diçe.
Gava ewê razayî hişyar dibe, wan herdu fişeka dibîne, dibêje:
— Ewî dikaribû ez razayî bikuştama. Lê usa nekir. Ez şame, wekî mêrekî usa dijminê mine. Dijmin jî gotî alçax nîbe…
* * *
Divên, dijmin avîtibû ser eşîreke kurda. Serkarê eşîrê kurê xwe eskerra tevayî şandibû şêr.
Şêrda kurê wî tê kuştinê. Meytê wî datînin ser pişta hespê, berbi mala bavê tînin. Wextê bav pê dihese, wekî kurê wî hatye kuştinê û meytê wî tînin, radibe merîkî pêşîêda dişîne.
— Here, pê bihese, çika birîna wî ji piştêye yanê ji sîngêye. Paşê were minra bêje. Û bêje wan jî heta caba min nestînin, bira meyt neînin.
Evê te diçe, dinihêre, birîna wî ji singe. Qiç’ê vedigere, cabê dibe bavêra.
— Dêmek kurê mine, — bav dibêje. – Ber dijmin nerevye, berê wî dijminda hatye kuştinê. Herin, cinyazê wî bînin, emê teze şîna xwe bikin.
DÊ
DÊ
Kurdistanêda gundê Mêrgasorê eyan bû çawa gundê çîla û bedewa, qaza û qulinga. Bedewî û nazikaya qîz û bûkê vî gundî bûbû mesele, bûbû kilam temamya Kurdistanê bela bûbû. Her xortekî dixwest ji vî gundî bizewice, her malekê dixwest bûka wan ji vî gundîbe. Wexta gundda dibû şayî, xort û cahilê gundê cînar hevdigirtin, êvarê dihatne dewetê. Her yekî xwera qîzeke vî gundî raç’ev dikir.
Belga qîza Ûso kulîlka vî gundî bû, ç’evê xorta lê bû, navê wê li ser zarê gişka bû, gelek maşoqê wê bûn, lê…
Zulma Zalim paşa her der reş-heş dikir. Koma wî kîjan gundîra derbaz dibû, ew gund îdî ser hişê xweda nedihat. Dibêjin, ro tunebû, wekî wî merivxurî şûrê xwe bê xûna merya kiribe kalên… Navê qetil û zulma wî her dera bela bûbû û navê wî bûbû saw ketibû nav cimetê. Lema jî cimetê navê wî danîbû Zalim, lê wekî dinê navê wî Talyat bû. Rastîê jî Zalim bû, îlahî bona kurda, ku dixwest koka wana lap binva bibire. Ew hertim “mêvanê” gundê kurda bû, û hertim jî paşî çûyîna wî zarîna jin û zara bû, gundda dha gelek kulfeta reş girêdidan, nav mezelada yêd teze dihatne xanê.
… Rojekê cab anîn gundê Mêrgasorê: “Zalim paşa gotye, eger ew naxwazin ez gundê wan dermdaxkim, bira Belga Ûso pêşkêşî nevsa canê minkin”… Gund serhev-binhevra çû, şîn û girî kete mala Ûsoê kal…
Dilê cahila temûl nekir, xûngermî kirin.
— Pira-pir, hindika-hindik! Em nahêlin, wekî ew namûsa mera bilîze, — cahila gotin.
Lê mêrêd gunde sere ser fikreke mayîn bûn. Ewana rûniştin, li hev şêwirîn, dîtin, wekî nabe seba qîzekê gundekî xirabkin, gotin, bira here, hilbet yazya wê jî usa bûye…
Belgê jî nexwest bona wê xûn bê rêtinê. Ewê hilda gote dê:
— Eger bona cimeta me, bona gundîê me lazimbe, ezê şerbikê je’rê jî veç’inim. Bira seba min, gidîno, telî-tengî neê serê cimetê, mêr neêne kuştin, zaro êtîm nemînin… Bira ez heta-hetayê bizêrim, her tenê wê yekê ber ç’evê xwe nebînim…
… Deweta Zalim paşa, lê şîna Belga Ûso bû. Weke şerbeta wê “dewetê” hêsirê Belgê kişyan… “Dewet” betilî, lê kanya hêsirê bûka rûbixêlî nemiç’iqî.
… Sal hatin mîna qurna derbaz bûn. Belgê bûbû dayîkê sê ewleda. Yek biç’ûk bû, lê herduê din îdî mezin bûn, gihîştî bûn, ne xeyset, ne jî husnê dinyaêda qet pirtikî bavê neçûbûn, temamî xalanê xwe çûbûn… Wan jî mîna dya xwe ji Zalim paşa hiz nedikirin, li wî û kirina wî kiribûne eynat. Zalim paşa dîsa terka wî pêşê xwe nedabû, şevê dibû sebebê malekê, gundekî…
Mala Ûso paşî birina Belgê barkir ji gundê Mêrgasorê derket çû. Wî gundîda ne qewm, ne jî pismamê wan tunebûn. Dilê wî nexwest paşî Belgê wî gundîda bimîne…
… Şeve reşe, şeve terî, şeve qetil. Teê bigota hîvê zanibû, wekî qetlê bibe, mina bûbû, çûbû, wekî wê hewarîê roê daxe, ku zû derê û qe na ew karibe pêşya wê qetlê bigre. Steyrk ketibûne bin ewra û te digot her yek dixwaze bi tiştekî xwe sep’eke, wekî wê zulmê nebîne. Her tenê kelbê gund mînanî dizê şevê nedisitirîn, carna diewtyan, carna jî dibû zûkîna wan. Gundî dibêjin, wexta kelb dikin zûkîn, bizanbe gur nêzîkî gundin. Rastîê jî usa bû: mala Zalim paşada rûniştî wana şêwra xwe dikir.
Wê êvarê nîvê cerda Zalim paşa ne hazir bû, alîkî mayînda çûbû, wekî talanekî mezin bîne. Nîvê cerdêyî dinê, ku deve-devî 40-50 merî bûn, dora Zalim paşa qerefîska rûniştibûn.
— Me gundê der-dorê ser hevda anîne. Maye gundê Mêrgasorê. Dibe hûn difikirin, wekî ew gundê mala xezûrê mine, lema em destê xwe nadnê? – bû pîrqînya wî, kenya. – Na xêr! Me ew gund hîştibû bona hevekî ser hişê xweda bê, wekî tiştekî pak destê mekeve. Yanê na me zûda çeta xwe wî gundî xistibû. Îdî îro ew roj pêra gihîştye, karê xwe bikin. Hema çawa sibe safî bû, emê bavêjin ser gundê Mêrgasorê. Gotî em koka wî gundî bînin, talanekî zor bibin. Lê wexta wana lingê xwe guhê xwe xist, emê mêra qirkin, kala-pîra bikujin, jina û zara dîl bînin. We bihîst? De, herin îşev razên, lê çawa dîkê sibê kire gazî, rabin, binatara gund, ber kanîê emê hev top bin…
Cerdbaşî rabûn. Qeretûk ber dergê xênî dûrket. Ew hetanî wî çaxî ser hisa-hisa ketibû û hatibû ber dêrî guhê xwe dabû gilîê wan û her tiştî hesya bû. Wexta cerdbaşî rabûn, ewe tana gora bû, banzda çû odê, kete nava cya û nivîn kişande serç’evê xwe, xwe xewarî danî…
… Odêda fêza goma pêzda du cî danîbûn. Ser pîkî odê xirîna Zalim paşa bû, ser pîê mayîn cîê Belgê bû. Ewê destekî xwe avîtibû colanga kur dihejand, destê dinê jî danîbû ber serê xwe, kûr û dûr difikirî. Hela çillê gede temam nebûbû, dê ji malê dernediket, hela ze’dê wê danîn.
… Xêleke xurt ji şevê çûbû. Xew neketibû ç’evê Belgê. Ber guhê wê hewar, hewar bû, ber ç’evê wê xûn, cinyazê merîê nas, cînar û gundîê wê bûn. Dikir ç’evê xwe bide hev, lê ew qeretû li ber ç’eva bûn, ew deng li ber guhê wê bûn… Vaye dayîkeke ewledê xwe girtye xwe û direvîne… Cerdbaşîk gihîştê, dest avîte milê wê, kaş kir, gede bermila dê ket, dê xwe jorda avîte ser… Xûna kur û dê tev kişya… Vaye serê Kamilê gundîê wan, ew hizkirîê wêyî wextekê, danîne ser selê ber dêrî û cerdbaşîkî kevirekî terikî herdu desta hilbirye jor, wekî qafê wîxe, hûrxweşke… Cîkî mayîn Etlez direve, yekî cerdbaşî daye pey… Ev gişk têne ber ç’evê Belgê û xew nakeve ç’eva. Ew zane, wekî sibê safî bû, wê gundê wanda ha bibe.
“Na, na, gerek usa nebe, gere dijmin negihîje meremê xwe…”
“Lê çawa, çi cûreyî?”
“Na, na, gerekê tu kesek wê yekê nehese, yanê na…”
“Tu rêke mayîn tune…”
Ji vê fikrê sizî canê wêra çûn… Ser enya kever kendalê mezin pêşda hatin… Ç’ev lê telale bûn, dest lê lerizîn, ziman lê giran bû…
“Na, na, ez nikarim wê yekê bikim, nikarim, nikarim”.
“Lê gundê te, lê cimeta te, lê der-cînarê te?.. Ne axir wext derbaz dibe… Hindik ma sibe ronbe… sibe ronbû, gundda qetlê biqewime… Na, na, seknandin dest nade, gerekê herî, zû herî, xwe bigihînî wan… Nabe, nabe, bêy çûyîna te nabe…”
“Lê çawa, çi cûreyî?”
“Na, ez nikarim… Dilê dê wê yekê nikare bike…”
“Lê dayîkê sibê dayîk nînin, wekî wê qetla giran ber ç’evê xwe bibînin?.. Na, na, tu gotî herî. Tu ku neçî, wê gundekê wêranbe… Tu gotî ese herî û çiqasî zû, ewqasî rind… De rabe, rabe, derengî nekeve, sibeê safîbe…”
Van herdu fikra mînanî du beranê çê serê wêda hevdu didan ber qoç’a… Ew bi xwe ç’ila bûbû sekinî bû… Nişkêva bû îske-îska gede. Dê ji cî banzda, bê hemdî xwe gede hilda, anî kire nav cîê xwe, mînanî dîna da ber dilê xwe, bîn kir, axîneke kûr rahişt, bistan avîte dêv… Gede hevekî bistan mêt û cîda raza… Kendalê enya kever dha kûr bûn, perde hate ber ç’eva, tişt nedît, bîn lê ç’ikya… Nişkêva pêç’eka gedeyî pêç’ayî deverûya danî ser cya, herdu desta guhê xwe girt, wekî tu deng nekevne guha, banzda dêrîva derket…
… Şeve reş, ewrê giran, brûsk û baran. Qirç’în ji erd û ezman dihat… Birûskê mînanî şûrê Zalim paşa terî qet-qetî dikir, baranê jî mînanî hêsirê dayîka kurlêmirî rê nedida hev, bi şerbika jorda dihate xwar… Hewar û gazî li ber guha, qetil û mirin ber ç’eva Belgê tana gora û dêrekî dabû serê wê rya h’er’î û berbi gundê Mêrgasorê direvya… Hey diket, hey radibû… Tu tişt ber ç’eva nedihat, her tenê dixwest deqekê zû bigihîje gund, wekî hewarê li wan daxe… Lê bi çi hesabî?.. Evê fikrê ew dîn û har kiribû. Hey carna bê hemdî xwe disekinî, piş xweva dinihêrî, demekê difikirî, lê dengê “hewar, hewarê” dikete guhê wê, xûna merîê am û tame, ku wê sibê bihata rêtinê, dihate ber ç’eva, careke mayîn bê hemdî xwe ji cî banzdida û dêrê wê ber baê ba dibû…
Gundî ne dûr bû. Belgê bi xwe jî tex’mîn nekir, çawa gihîşte cî. Her ew yek tex’mîn kir, wekî ber derê Kamil sekinye û bi herdu desta zerp derî dikute…Kamil derî vekir, vecêniqî, paşda çû, lê gava Belgê navê xwe hilda, ruh ber wîda hat. Pêşda hat, destê wê girt, bir hundur. Neferê malê her yekê serê xwe ji bin nivînê derxistin û bûne guhdarê Belgê…
…Terî-terîstane. Baranê vekirye, ewr mînanî kulavê hiz-hizî ji hev dûrketine, cî-cîna steyr têne kivşê. Wê şevê Kamil derê gele mala kuta, gele merî ji xewê hişyar kirin, wekî sibê nebin p’ara xewa hetanî-hetayê. Wê êvarê kelba gelekî lêdan, bîna gura hildabûn, lê gur îdî nikaribûn nêzîkî gund bûyana… Gund-gundîtî tivdîra xwe dît…
… Belgê çawa hatibû, usa jî vegerya… Odêda her tişt cîê xweda bû… Pêç’eka gedeye pêç’ayî usa deverûya li ser cya bû… ne bin, ne deng, ne jî his… Dê pêç’eka gede vekir, bîn kir, da ber dilê xwe, lê her tişt îdî derbaz bûbû… Kincê xweye şil êxist, veşart û kete nava cya… Bû zarîna dê, qîjîn lê hat, xirmîna Zalim paşa hate birînê, ew ji ser kêlekekê vegerya ser ya din… Hêsirê dê rê nedan hev, zarîna dê bû şikyat û her qulç’ekî malê hingavt. Ser serê dê tijî bûn, pirsîn çi bûye, çi qewimye… Dê miç’iqî bû. Her tenê hêsir bûn jorda mînanî cewikê kanya dabûn pey hev… Bû hurmîna Zalim paşa:
— Hela bêje, çika te çi anye serê gede?
Devê dê nedigerya, qudûmê wê tunebûn…
— Şev gede girya, min ç’iç’ik daê… Kambax bistanî devê gededa ez xewra çûme… Min fetisandye…
Kendalekî enya dê bû sê kendala, porê spî berî porê reş dan û êpêce erdê wan zevt kirin, mînanî tevya baranêye gur hêsir jî miç’iqîn…
Kew ketibû sibê… Meytê kur li odê, lê Zalim paşa jî li ser pişta hespê ser kanya binatara gund syarê xwe hesab dikir, çika kê hatye, kê nehatye…
… Rya gundê Mêrgasorê gêlîra diçû. Tu rêke mayîn tunebû… Herdu alîê gêlî, ber her kevirekî û qeyakê tivingçîkî bavçê, xalçê xwe veşartibû… Gunda hetanî jina û zara jî çawa lazim bû karê xwe kiribûn. Şerê ser hêsîr bû, ne qolayî bû…
Koma cerdbaşîê Zalim paşa gihîşte gêlî. Nişkêva herdu alya bû xirmîn, pêşî û paşî lê girtin, kirne orta xwe… Gelî bû telp, xirmîn kete nava ç’ya, banya, mêrê mêrxas helan dane hev…
… Şer kuta bû… Yê qenc ew bû, wekî Zalim paşa xapandibû, ji mala xwe nehatibû…
Oda Zalim paşada du cinyaz danîbûn. Ew cinyazê kur û bavê bûn. Lê gelo dinya pê hesya, wekî kur bona çi mir, bav bona çi hate kuştinê?..
s. 1965-a.
DEWET BÛ…
DEWET BÛ…
Rokurtkê payîzê bûn. Xebata deştê kuta bûbû, gundya êrîk-bêrîka xwe dîtibûn, debr-dirlikê xwe dabûn ser hev û destbi def-deweta kiribûn.
Hela çend roja pêşda cahil mala Têcoda berev bûbûn, dara zevê dixemilandin, pêra bi deng dilîstin, pêşya dewetêda diçûn. Şayî îdî ketibû gund.
Wê rojê nîvro şûnda mala Têco gazî sazbenda kir. Birazeva jî hat, dara zevê ji mal derxist, cahil lê top bûn û bi defê nava gund gerandin. Qûjînya def û zurnê bû, qeydê “Nava mala” lêdixistin. Dengê wê best-beyara bela dibû, dikete her malekê û şabûn dikire dilê her bendekî. Gava nêzîkî malê heznî dibûn, dengê defê didane kerkirinê, diçûn îzin ji wan dixwestin û careke din dibû girmînya defê. Mal bi mal digeryan. Kevanya kevç’î rûn dikirne derdana sazbenda, êmîş dara zevêva dikirin, lê mêra pere didane defçî.
Gişka karê xwe dikir: mêrê ahil û kulfetê sere kincê xweye teze hazir dikirin, wekî êvarê herne dewetê, cahil nedihatne mal-avaya, çawa dibêjin, ew bê def direqisîn, lê wexta def lêdiket, ew “Xwedê” xwe jî bîr dikirin.
Çûyîn-hatin nava gundda dha zef bûbû, merî hevra qurban-heyran bûbûn. Deweta malekê bû, lê şabûna gundekî bû.
Xwendî bere-bere dihatin, ber derê Têco peya dibûn. Çawa edet bû, gundya ew ji destê hev direvandin.
Wê rojê te derê kîjan malê vekira, texte rastkirî bû, bi hezar naz-nemetî xemilandî bû. Yekî bizineke wî jî hebûya, ewî jî karê xwe kiribû, xwendî hildabûn.
Mala Cindî topayî hildabû, lê Têco nehîştibû, wekî xwendya hilde, çimkî Cindîê kal ew çend meh bû nexweş bû, nava cyada bû. Malêd, ku xwendî hildabûn, usa jî gazî der-cînarê xwe kiribûn. Têmûrê cînar jî gazî kurê Cindîyî mezin – Emer kiribû, biribû malê. Emer gula govenda bû. Dengekî xweş lê bû û gava diqîrandê, tu ji kubra wî, sewta wî têr nedibûyî. Dengbêjekî gund, êlêyî hêle bû. Tu deweteke gund bêy wî nedikirin, hela ji gundêd cînar jî dihatin pey, dibirne şaya.
Û îro Emer textê Têmûr şên kiribû. Dev-ç’evê wî hazirara dikenyan, kake-kaka wî bû, distra. Xwendya nanxwarin, vexwarin bîr kiribûn, motacê dengê wî bûn. Emer tex’mîn dikir, wekî rûê wîda xwendî nan naxwin, kilam kin dibirî, laqirdî dikir, bi merîfetî usa dikir, wekî nan wan dida xwarinê. Lê wexta def dihat, çoke wî bê hemdê wî binda direqisîn û Emer çeplê xweye zirav hildidan, direqisî. Reqaseke çawa dikir!..
— Eferim, Emer, Xwedê merîfeta te zêdeke, — sazbenda digotin û perê destê wîda top bûyî hildidan. Serdewetî xatirê xwe ji hazira xwest, hîvî kir, wekî hevekî zû bêne govendê, da pêşya sazbenda, çû dîtina xwendîê mayîn.
Êvarê klûbêda cimet kimkimî bû, govend digerya. Serdewetî ji cahila hîvî kir, wekî deng govendê bigerînin hetanî bi defê diçin pey xwendya, tînin.
Du cahila hevra digot, duda lê vedigerand. Paşê qîzê cahil gotin, xorta lê vedigerand. Û çiqas diçû, cimet dha gelek dibû, govend giran digerya. Textekî mezin orta govendêda vekiribûn, iç’ke, çerez danîbûn ser û çend mêrê navsere dorê rûniştibûn. Wexta xwendî bi def-zurnê anîne dewetê, dora texte dane rûniştandinê, vana vêderê îdî xwera destpêkirin derbazkirin, gavendê temaşekirin, lê def çû pey bûkê salê. Ew jî anîne dewetê.
Govend çiqas diçû giran dibû. Mêrê sere ketibûn çirpîkê, zevê salê, cahil ketibûn destê wan, kulfetê navsere ketibûn destê xorta, bûk, qîzê cahil ketibûn çirpîkê. Zaro jî ketibûn poç’ka govendê, xwe dihejandin. Serê govendê, poç’ka govendê gihîştibû hev. Çend mêrê navsere ketibûne sergovendîê. Zurneçî qeydê “Zûlo” lêdixist, defçî dikire gazî:
— Malîava Rostemra! Sed manat pere ser serê van camera şavaş daye! Şavaş, malîava!..
Û paşî her gerekê sergovendî dihate guhastinê. Her tenê kulfet nediçûn, nediketne sergovendîê. Wexta yekî ser serê jinara şavaş dida, defçî diçû tanga çirpya jina, wêderê şavaş dikire gazî û çomaq ser serê wanara digerand, çimkî, çawa edet bû, îzin tunebû jin fêza mêrada bilîzin. Qet dengê defçî kêm nedibû, hey dikire gazî “Şavaş, malîava”, hey zurneçîra tevayî kilam digot, pêra jî cîê xweda direqisî.
Mêrekî navsere şivik girtibû xwe, orta govendêda sekinîbû, wekî zaro anîzasîa nekin.
Du qîzêd cahil hine digerandin. Kê tilya xwe hinêda dikir, pere davîte sinya wan.
Govend bi hemdî xwe digerya.
Wî çaxî Zîna qîza Cindî hate hundur, nêzîkî Emer bû, guhê wîda tiştek got û ewana lez ji dewetê derketin.
Cindîê kal ber ruhda bû, gazî Emer kiribû, wekî temî-weysetê xwe lê bike. Ç’evî li rya kur bû û gava Emer derda hat, tê bêjî careke mayîn ruh berda hat.
— Emer, lao, ya min îdî boşe, — Cindîê kal bi dengekî lerizok got. – Gunê dya te, xûşk, birêd te stûê te, rind miqatî wanbî…
Bîna nexweş diçikya, tê bêjî dengê wî ji gelîkî kûr dihat, zorê xeber dida.
Çawa tase ava sar ser Emerdakin, cîê xweda sar bû. Çend seheta pêşda bavê wî pak bû, ev çi hate sêrî?
— Bavo, çi te qewimye?.. Çira kê nexweş nakeve? Ev çi gilîne tu dibêjî? Muhuleta xwe bîne, çira usa dest ber xwe hiltînî? – Emer gotê, lê kela girî îdî dabû qirikê.
— Na, lao, ez nagihîjme sibê. Temya min we, mirina min mekin gazî… Bira kes pê nehese, şaya mêrika neteribe, — ancax dengê kalê dihate bihîstinê. – Lao, şin û şayî birê hevin. Lê şin gotî şayê alt neke. Lema jî edetê miletê meye: wextê ha şînê nakin dengî… Gunê min stûê webe, hûn jî nekin dengî…
Bîna nexweş ma, xêlekê xwe ker’ kir. Zûr bûbû, ç’evê kur dinihêrî.
— Emer, lao, ese bidî pêşya neferê malê, bivî dewetê, wekî kes şikê nebe, bira ç’evê cahilê me ji dewetê nemîne… Ax, emir çiqas şîrine!.. Paşê, wexta dewet kuta bû, hêja şîna xwe bikin… Min jî bibin kêleka mezelê dê-bavê min ç’elkin… Binêr, gunê min stûê tebe, nevî-nevî deweta mêrika diteribînî, — nexweş zor-cefakî gilîê xwe ducar kir, ç’evê kur nihêrî û du hêsir jorda hatine xwarê. Paşê vegerya ser neferê malê, wan nihêrî, tê bêjî dem-xatir ji wan dixwest.
Neferê malê dora cîê nexweş rûniştibûn, ker’-ker’ digiryan, wekî wî duruhî nekin. Hêsira rê nedidane hev, ji ç’evê Emer dihatne xwarê, ber ç’eva bavê wî mînanî mûmê vêdisya.
Dûrva dengê defê dihat, govend bela dibû.
Sibê ser Cindîra derbaz nebû, destberbangê tex’dîr da.
Xênji mala Têco û Cindî gund wê sibê dereng ji xewê hişar bû. Baê sibêyî hênikra tevayî dîsa dengê def û zurnê dihat. Pêşîê ber derê Têco lêket, paşê nava gund gerya xwendî top kirin.
Sibê şebeqê dîsa Têmûr kurê xwe şande pey Emer. Dilê Emer çûyînê tunebû, lê neçûya jî nedibû. Wekî neçûya, dibe pê bihesyana. Lê Emer, çawa bavê gotibûyê, nedixwest şayî biteribanda. Ê, wê bi çi dilî biçûya? Emer rê ji rya dernedixist hetanî dê hilda jêra got:
— Lao, ne temya bavê teye. Rabe, here…
Emer ser textê Têmûr nava koma xwendyada rûniştibû. Te ku bengzê wî dinihêrî, tex’mîn dikir, wekî ewî vire, lê fikra wî cîkî mayîne: carna bîr dikir caba duea hazira bide, carna dêrî dibû, disekinî. Lê wexta tas hildida, dest lê dilerizîn, bengzê wî dihate guhastinê, dengê wîda kewgirî hebû. Carekê-duda jî tas ji dêst ket.
— Emer, Xwedê xêrke, kêfa te îro çira tune? – Têmûr jê pirsî, — nebî apê Cindî girane?
Emer tevîhev bû, deqekê nizanibû çi bêje. Lê her tenê deqekê.
— Na, çira, kêfa min jî xweşe, bavê min jî îro pake, — Emer cab da.
Lê wexta def hate pey xwendya, Têmûr, çawa edet bû, çend manat pere da wan, neferê malê ber defê reqisîn û qestîka ew êpêceyî malêda eglekirin, wekî xwendîê wî xêlekê jî zêde rûnên.
Dengê def-zurnê ber guhê Emer bûbû qûjîn, “birao-birao”: meytê bavê ber ç’eva bû, dengê şin-girîê kinêza ber guh bû. Qafê wîda hêwirze bû. Bi xwe ç’ila bûbû, sekinî bû… Her wextekê tex’mîn kir, wekî Têmûr ketye milê wî û tevayî berbi mala Têco diçin…
Meytê Cindî otaxêda danîbûn, perde kişandibûn ber pencera. Xênji kulfeta wî neferê malêye mayîn jî kêlekê rûniştibûn, ker’-ker’ şîna xwe dikirin. Wexta cînarek dihate malê û pirsa Cindî dikir, jinê digot:
— Cindî otaxêda razaye…
Defçî-zurneçî qeydê “Crîd”-ê lêdan û syarê bûkê rêketin. Emer jî xwera birin.
Dengê sazbendîê li Emer tesele nedibû, ew bi fikrê mal bû, kêleka meytê bavê bû. Lê wexta temîê bavê diketine bîrê, dicedand kêfa xwe xweşke, wekî tu kes tiştekî tex’mîn neke. Lê nava “şabûna” dema usada qelpî hebû, dema usa zorkuştî bû.
Nîvro şûnda bûk anîn, peya kirin. Otaxeke mezine fireda nan danîn. Cimet kimkimî bû. Temeda salixî pêk danîn. Dengbêja rê nedidane hev, ber hevda dihatin. Deqa ew ker’ dibûn, dibû girmînya defê, qûjînya zurnê, te digo ewe wê otaxê ser xwera bavêjin. Lê wexta meyê dixistin, her tişt ker’ dibû, diseqirî. Gişke şabûn, ken li ser levê wan bû, xwera dikirin, dixwarin, kêf dikirin. Hey car-cara jî xweşîê xwe hev dikirin. Şayî bê henek nabin.
Lê Emer qulç’ekîda rûniştibû, qincilîbû ser hev. Ç’evê wîda xemeke giran hebû. Rûva nava şayêda bû, lê dilda şîneke giran bû. Xûdanê serra avîtibû. Xule-xula hêsira bû, jorda dihatne xwarê, tê bêjî devê hîzekî vekirine û dikin-nakin naê girtinê. Û ewî qestîka xûdana ser sifetê xwe temiz nedikir, wekî hêsirê wî neêne kivşê.
— Îro çira dengê Emerê me naê? – temede got. – Emer, bidî xatirê Xwedê, ca yekê werê.
Dengbêjê mayîn xwe ker’ kirin. Dengê defê jî birîn.
— Canê, canê!..
Hazira hevra-hevra helan danê. Emer kete dereceke teng, xwest menîkê bigre.
— Min serma kirye, divînî min çiqasî xûdaye. Îro qet dengê min dernaê, — Emer bi dengekî lerizok got.
— De menya megre, dengê te çira ketye? – temede gotê. – Çiqas jî ketibe, wê dîsa weke dengê deh Şamila mabe. Tu navînî, ewî vêsibêda serê me bir, — temeda xweşîê xwe Şamilê dengbêj kir. Gund-gundîtî zanibû, wekî ew çi jî hevra bêjin, ji hevdu naxeydin.
— Ya min, qe na ez cila xwe ji avê derdixim, lê tu ya xwe bêje, — Şamil gotê. – Tu qe nikarî pistûkê jî bilîzî.
Bû pîrqînya cimetê, kenyan. Lê dest ji yaxa Emer nekişandin.
— Canê, canê, Emer!..
Û Emer bi dilekî kul kilama “Sura Qelenîê” lîlandê. Dengê wî raçandî bû, lê vê carê tê bêjî dilerizî, cî-cîna zirav dibû, te digo eve wê bê birînê. Ewî bi xwe jî tex’mîn nedikir, wekî çiqas bi xem, bi dilê birîn distrê.
Sura Qelenîê tê, sureke sare,
Qelna destê bavê min şêlaze,
Taxima sêrî karbare…
Cimet ker’ bûbû, guh didaê. Hazir bûbûn pepûkê kubra wî. Demekê şayî hatibû bîrkirinê û hazir ketibûn bin hukumê wê xemê, ku dengê wîda hebû. Bê hemdî wî dengê wîda şin û şayî tevhev bûbûn, lê sewtêd şînê dha gelek bûn. Emer ev yek tex’mîn kir û kilam kurt birî.
Xêle wext deng ji hazira nedihat, tê bêjî tiştek tex’mîn kiribûn: nizanibûn ser şayêne yanê ser şînêne. Xulese, serdewetî ew kerbûn teriband û got:
— Dengî dinêbe, Emer! Kubra te îro gelekî bi xem bû, nizanim çira…
Demekê şûnda dîsa şayî kete qamê xwe. Dîsa kirin, xwarin, salixî pêk anîn, stran. Kutasîê jî topayê xwe avîtin û rabûn, çûne malê xwe.
Êvarê dîsa dengê defê dihat. Govend digerya.
Çawa bavê gotibû, Emer usa jî kir: da pêşya cahilê malê, bire dewetê. Lê zû jê derketin.
Rojtira mayîn teze be’s li gund bela bû, wekî eva du roje Cindî çûye rehmetê…
s. 1973-a.
Ç’EVÊ DÊ LI RYA KUR BÛ
Ç’EVÊ DÊ LI RYA KUR BÛ
Rê li gund dinihêre. Gund li rê dinihêre. Rê ç’evê gunde.
Wan sala gundda dewet nedibûn. Zaro zef kêm dixuliqîn. Şabûn kêm bû, lê şîn û girî p’ara gund ketibû. Rya gund jî dirêj dikişand. Ç’evê dayîka li wê rê diqerimîn.
Dayîka Henê jî kur verêkire şêr û vegerya malê. Tê bêjî dîwara, malê hûyî wê dikirin, nikaribû malda rûnişta. Kerba derdikete derva, ber dîwêr rûdinişt yanê hildikşya ser xênî û zûr dibû wê rê dinihêrî, ku rojekê Ezîzê kurê wê bir û paşda neanî. Dinihêrî, dinihêrî û carna qeretûê Ezîzê wê dûrva dihate ber ç’eva… Ji cîê xwe radibû, dida ser rê û direvya… Diçû, diçû û wexta qeretû îdî ber ç’eva beta vedibû, disekinî, cîda rûdinişt, kesereke kûr radihişt. “Ez vê carê jî xapyam”, — xwexwa xwera digot û bi dilekî kul vedigerya.
Sibê hetanî êvarê pêşê wê ev bû, yanê ber dîwêr, yanê ser xênî ç’evê wê li rya kur bû. Lê gava êvar dihat, terî dikete erdê, ewê lempa vêxistî hetanî sibê neditemirand. “Nişkêva Ezîzê min bê, bira nebêje ç’ira mala min vêsyaye”, — dayîk difikirî.
Gundî haj vî halê dayîkê hebûn, ber dilda dihatin, dilmînî didanê, lê dewsa xemê wê nikaribûn tijîkirana û çiqas wext-wede derbaz dibû, ç’evê dê bi hizret li rya kur bû…
Rojekê jî dayîk nexweş ket. Gundî-cînar hatin, dora nivîna wê rûniştin û gotinê: “Kîdera te dêşe, çi dixwezî, çi te lazime?”
— Dilê min dêşe, — dayîkê got. – Ezîzê min bihata, ezê rabûma. Wekî dinê tişt min nelazime. Her tenê min dixwest, wekî we eva derê me hiljenda, tûşa kerevata minra derê teze vekira. Bira derî şevê jî ser piştêbe, lempe vêxistîbe, wekî nava cyada dêrîra ç’evê min hatina Ezîzê minbe.
Çawa dayîkê xwest, usa jî kirin.
Derd û kula, nexweşîê ya xwe kirin. Dayîkê û nexweşîê gelekî ber hev dan, lê şevekê jî, gava dîsa dêrîra ç’evê wê rya hatina kur bû, mînanî mûmê vêsya, temirî. Lê herdu ç’evê wê vekirî man.
— Ç’evê wê rya kur mane, — ji hazira yekî got. – Bira yek destê xwe bide ser ç’evê wê û bêje: “Eva destê Ezîzê teye”, wê ç’evê wê bikevin hev.
Usa jî kirin. Ç’evê dayîkê ketine hev. Ç’evê dê rya hatina kur bûn.
s. 1961-ê.
SERHATYA HUBEKÊ
SERHATYA HUBEKÊ
Bi gotina gotya, gundekî biç’ûk bûye. Lê wî gundîda qewmandinêd mezin bûne. De wext-wedekî usa bûye, wekî her qewmandineke usa bûye lêgênd. Besa derheqa wanda ji malekê derketye, ketye maleke dinê, li gund, li êlê geryaye, bela bûye. Serhatya zewaca Keleşê Reşo jî qewmandineke usa bûye, çiqas çûye hidûdê xwe fire kirye, mînanî topa berfê gilî-gotinêd teze serda zêde bûne û bûye lêgêndeke tame temam. Yê dîtî jê bawer kirine û gotine: “Emrê Xwedêye”, yê nedîtî bawer nekirine, gotine: “De, gilîne, xwera dibêjin”.
Lêgênd, lêgênd… Lê rastîê çi qewimî bûye? Caba vê pirsêye rast her tenê van sala hate dayînê.
… Mala Qero û mala Reşo zûda dijminê hev bûn. Wextêda apê Reşo ser tiştekî netê lêda bû bavê Qero kuştibû. Qeroyî hela biç’ûk bû. Ji qebîla wan jî wî gundîda tenê mala wan bû. Wextêda heyf nehatibû hildanê, ne jî hevra pevketibûn.
Gava Qero mezin bû, zewicî, bû xweyî komî-kulfet, ew dijminayî orta mala wan û Reşoda nehate hildanê. Wana hevra xeber nedidan, hevva nediçûn-nedihatin. Raste, apê Reşo îdî miribû, zureta wî jî tunebû, lê heyf hela dima. Reşo tim bi tivdîr digerya û kîderê rastî Qero dihat, rya xwe dadigerand.
Wextêda gelek camêr ketibûn ortê, wekî wê dijminayê bidne hildanê, wana hevbînin, lê Qero qayîl nedibû.
— Hetanî kurê-kura jî mabe, gotî heyfa bavê min bê hildanê, — Qero digot. – Mirina min û kuraê hebe, lê pevketina me tune.
— Ê, xûna xwe bistîne, — merîê şandî digotne Qero.
— Ez îro xûnê bistînim, wekî sibê rabin bêjin me bi çend zêra xûna bavê wî k’ir’î? – Qero bi hêrs digot. – Na xêr! Xûna bavê min erdê namîne, xûnê bi xûnê bê şûştinê.
Û çiqas-çiqas cara Reşo rîspîê gund şandin mala Qero, lê ewî timê ev gilî dida destê wan:
— Xûnê bi xûnê bê şûştinê.
Û Qero kîn dilê xweda xwey dikir, pev nediket.
Carekê jî Qero rêva rastî Reşo hat. Qeroyî bi qeme bû, lê Reşoyî destevala bû. Reşo dîsa mînanî hercar xwest rya xwe dagerîne, lê Qero kire gazî:
— Reşo, lao, min dadka te ha, ha kiro! Teze ezê te berdim? Karê xwe bike, ez têm, — qeme kişand, xwe dirêj kirê.
Reşo cîê xweda sekinî, gotê:
— Qero, lao, mede ç’êra. Ç’êr pêşê camera nînin. Erê, em dijminê hevin, lê ew ne mêranîye tu îro dikî. Tî bi qemêyî, ezî destevalame. Wekî mêranya te ewqase, keremke, pêşda were, pira-pir, hindika-hindik.
Ser van gilya Qero cîê xweda sar bû, sekinî. Careke mayîn qema xwe kire qabê, ker’eker’ pişta xwe daê, çû.
Wexta Reşo vegerya, derheqa vê kirina Qeroda gundda gilî kir.
— Mêrê camêr gotî usa jî bike, — gundya gotin. — Meê rûç’kê Qero heramkira, wekî ewî nemerdî bikra.
Eva gilya kete guhê Qero jî. Ew jî ser wê fikrê bû, wekî Reşo jî mêrekî qolayî nîne. Raste, dijmine, lê mêre.
Herneyse, dijminaya orta wan nehatibû hildanê. Reşo dikir-nedikir, Qero jêra pev nediket.
Cara kutasîê Qero ha caba merîê Reşoye şandî da:
— Xwedê kerîme, wê rokê, çawa lazime, bikeve çema min. Wî çaxî rengê mêraê bê kivşê.
Û Reşo tim hevsa xwe jê dikir, usa dikir rastî wî neê, lê gava rast jî dihat, ese rya xwe dadigerand.
Evê yekê gelek sala kişand. Qero jî îdî mînanî berê dijminaya berk nedikişand, lê pevketinê pevnediket.
Qîzeke Qero hebû. Navê wê Sêvê bû. Sêvê – sêva rast. Keleşê kurê Reşo ser bengî bûbû. Ew jî çawa bengî bûbû! Ser dîn dibû. Dilê Sêvê jî Keleşda hebû. Dûrva ç’evê wan hevbû, xweda dişewitîn, lê herdua jî rind zanibûn, wekî çi dew orta malê wanda heye. Keleş turuş nedikir sura dilê xwe yekîra bêje. Wekî bikeve guhê Qero, wê lêxe qîzê bikuje. Nedixwest bav jî pê bihese.
Sêvê jî alîkîda xweda dişewitî. Qîz bû, tirsa bavê, bira newêribû dilê xwe ber keç’ikeke hevala xwe veke.
Lê bi derxûna derê tendûrekê naê girtinê. Çiqas çû, evîntîê hê li wan zor kir û herdu jî rê-dirba, menî-mecala geryan bona sura dilê xwe hevdu bidne hesandinê.
Hevaleke Sêvê hebû. Mrcanê nebêje omid, êşaneke rast bêje. Ew ser hisa-hisa ketibû, lê turuş nedikir Sêvêra gilîkî bêje. Ma hetanî rojekê Sêvê xwexwa gilî vekir.
— Lê-lê, Mrcan, gilîkî min heye, dixwazim tera bêjim, lê taqet nakim, — Sêvê gote Mrcanê. – Mala me pê bihese çi, wê serê min jêkin.
— Pî, la te porê min kurkirê! Ezê çawa rabim gilîê te xelqêra bikim? – Mrcanê gotê. – Sola xwera bêje. Ew gilî wê min û tera tev here gorê.
Û Sêvê gilîê xwe Mrcanêra kir, sura dilê xwe ber vekir.
— Çi te veşêrim, çi Xwedê veşêrim, dilê min Keleşda heye, — Sêvê gotê. – Ev dewkirin jî orta medane, qe nizanim axirya meê ku dayne?
— Erê, daê, hizkirin dewkirinê napirse, — Mrcanê gotê. – Pirseke çetine, lê Xwedê li hev bîne. Dixwezî, ez Keleş pê bidme hesandinê?
— Hişş! Usa meke, tê min têkî robet, — Sêvê bi tirs gotê. – Tu dixwezî bavê min minxe, min bikuje? Na, ez bextê te, birê teme, ev gilî ji devê te derneê. Min her tenê bona wê yekê tera got, wekî perç’a dilê min dayne. Yanê na, Xwedê nekirî ev gilî bela bû, tu zanî bavê minê çi bike.
Herdua jî xwe ker’ kir. Herdu jî nava xiringêla fikrada xalifîn û tu rê ji rya dernexistin.
Keleş jî kela dilê xwe zevt nedikir. Agirekî usa qefesa wîda dişuxulî, wekî rê-dirba digerya, ku bide der. Lê kêra bêje, kê kare jêra ç’arekê bike? Xênji Mrcanê Keleş qîz yanê xortekî usa nedidît, wekî Sêvê sura dilê wî bide hesandinê.
Û herdua jî bi serî Mrcanê orteçîtya xwe didîtin. Mrcan dibû delîla wan, gumana wan.
Rojekê Keleş xwe Mrcanêra gîhand, da sondê, wekî tu qûl-bende wê pê nehesin, gilîê xwe jêra kir.
— Hîvya min ji xûşka min ewe, — Keleş kutasîê gotê, — wekî pê bihesî, çika dilê wê jî minda heye yanê na. Wexta ez zanibim dilê wê minda tune, hilbet, çetine, lê ezê jî usa bikim, wekî hizkirina wê ji dilê xwe derxim.
Mrcanê neda kivşê, wekî haj hizkirina Sêvê heye, her tenê soz daê, wekî wê Sêvêra xberde.
Çend roja şûnda dîsa Keleş û Mrcan rastî hev hatin.
— Mizgînya min! – Mrcanê gotê.
— Mizgînya te ser ç’evê birê te, – Keleş caba wê da.
Mrcan destmalek derxist û dirêjî Keleş kir.
— Eva jî tera pêşkêşa Sêvê.
Keleş bi destê ricaf destmal hilda, lênhêrî.
— Xûşkê, bidî xatirê Xwedê, tê rast birê xwera bêjî, – Keleş ha bi tirs gotê. – Ewê bi dilê xwe şandye yanê te zorê jê stendye?
— Ez serê birê xwekim, – Mrcanê gotê, – ewê xwexwa da min, wekî bînim bidim te.
Keleş destmal bire ber pozê xwe, bîn kir.
— Of xweş, çi bîneke xweşe jê tê, bîna Sêva mine.
Mrcan dûrva sekinî bû, lêdinihêrî û vedibeşirî.
— Lê gilî-gotinê wê qe çi bûn? – Keleş pirsî.
— Ew jî mînanî te xweda dişewite, – Mrcanê gotê. – Revêra ne qayîle, lê divê bimrim – erdêrame, bimînim – Keleşrame. Bira qet şayîşa nekişîne, Xwedê kerîme.
Wê şûnda Mrcanê gilîê Keleş digîhand Sêvê, gilîê Sêvê digîhand Keleş. Ew û Sêvê tev diçûne pincarê. Dê-bavê Sêvê tu şik nedibirin. Mrcanê usa kir, wekî çolê Sêvê û Keleş çend cara rastî hev hatin.
De gundî biç’ûk bû, surê mezin têda cî nedibûn û zû dîhar dibûn. Hey bere-bere bela bû, wekî dilê Keleş û Sêvê hevda heye. Hineka digotin, wekî destmala Sêvê cem Keleş dîtine. Yêd mayîn digotin, wekî çolê ew cem hev dîtine. Be’sê hêdî-hêdî hidûdê xwe fire dikir, hetanî rojekê ev gilî kete guhê Qero jî.
— Qîzê, — ewî gote jinê, — min gilîkî ha bihîstye, tu vê yekêra çi dibêjî?
— Pî, şerin! – qîjîn ji jinê hat, — tifala min qet rûç’kê wî jî dîtye? Xêrnexaz qestîka usa dikin, zanin bîna me hevra nexweşe, dixwezin me û mêrika berî hevdin, dijminayîke dinê jî bikne orta me.
Lê şik dilê dêda jî hebû. Û ewê qirar kir qîzêra xeberde.
— Sêvê, lao, were dya xwera rast bêje: min bihîstye, divên dilê te ketye kurê ewî nepak. Raste yanê na?
Qîzê berk înkar kir.
— Daê, ez xêrê-waê nebînim, hergê gilî-gotinê usa hene. Şera davêjne min. Te tirê ez nizanim, çi orta me û mala wanda heye? Hergê te tiştekî usa dît, ç’evê min derxe.
Reşo jî rojekê kurê xwe Keleş da xeberdanê.
— Kuro, lao, min bihîstye, dilê te ketye Sêva qîza Qero. Tu zanî em dijminê hevin. Qero bimre qîzê nade te. Ya revê jî nabe, wî çaxî emê qira hev bînin. Gura bavê xwe dikî, hergê tiştekî usa heye, were kevira ji pêşa xwe bavêje, terk bide. Ew yek nabe, qe aqilê min jê nabire.
Keleş bav da bawerkirinê, wekî gilî-gotinêd usa derewin, gur-gumanê wî nagihîjê.
Carekê orta gundda jî bû xeberdan. Gundya Reşo dane femkirinê, wekî dilê Keleşê wî Sêva qîza Qeroda heye.
— Ê, çi têra heye, — Reşo got. – Qîz û xortin, bira mirazê wan hevdu bibe. Her tenê bira Qero qayîlbe, îşala, qet minet tune. Çiqas dilê wî dixwaze, bira qelenê xwe bistîne.
Eva gilya ketibû guhê Qero. Evê te cabeke usa ser Reşoda şand, wekî Reşo xwe ker’ kir û culet nedikir, wekî careke mayîn gilîê usa bîne ortê.
Paşî vê cabê Qero qîz kutabû û dew kiribû, wekî xwe mukur bê. Sêvê dîsa înkar kiribû, girya bû, xwe avîtibû ser lingê bavê û sond xwaribû, wekî tiştê usa tune.
Lê xeberdana derheqa wê yekêda çiqas diçû hê zêde dibû, Reşo dha hevsa xwe dikir, kêm diçû nava gund, nedihîşt kur tevî hevala gelekî here çolê. Qero jî dha mirûzkirî bû, nedixwest rûç’kê qîzê bibîne, çend cara menî jina xwe girtin û rûê vê yekêda kuta. Dê nedihîşt Sêvê tenê cîkîda here. Her tenê ewê aminayî Mrcanê danî û dihîşt, wekî ew tevayî herne pincarê.
Rojekê jî Mrcan hate mala Qero. Sêvê û dê tenê bûn. Gava dê derket derva, bû piste-pista Sêvê û Mrcanê. Wexta dya Sêvê derda hat, Mrcanê gotê:
— Xatî, îzna Sêvê bide em herin pêşe pêqaska navnêrî bînin, têkin tirşîn. Divên zevîê devê gêlîda pêqask bile’te.
— De herin, lê zû werin. Dûr neçin. Sêvê, tu zanî bavê te ne male, çûye bazarê. Wextê bê, te malda nevîne, wê ecêbê nemayî bîne serê te, — dê gotê. – Derengî nekevî, zû bêyî, ha!
Keleş xwe gêlîda veşartibû û ç’evnihêrya hatina wan bû. Keç’ik hatin, gihîştne zevîê devê gêlî. Keleş tele-tel çû gihîşte wan. Mrcan menya pincarê ji wan dûrket. Keleş û Sêvê ber zinêr xêleke xurt rûniştin, xeberdan. Raste, Mrcan ji wan dûrketibû, lê ç’evê wê li wan bû, dîna wê der-dora bû, çika kesek wan dera tune, wekî wan nevîne. Ewê zanibû, wexta ew rastî hev tên, kerba dinyaê, der-dorê xwe bîr dikin. Lema jî Mrcanê him pêqask diçinî, him jî qerewiltya wan dikir, wekî kes wan nehese.
— Ez nikarim îdî ha teyax bikim, — Keleş gotê. – Tenê rêk heye. Ez gerekê rûbarê dinê nemînim. Tê sibê-dusbe bibihêyî, ezê çi bînim serê xwe.
Bû zarîna Sêvê. Hema wî çaxî jî Mrcan wanva derket. Pêşa wê tijî pêqask bû. Nêzîkî wan bû, hilda bi laqirdî gote wan:
— Maşoqê surê, hûn ji hevdu têr nebûn? Ne derenge. Keleş, rabe, usa here, wekî kes te nebîne. Dha rinde xwe gêlîda veşêre, hemîn tu îdî hîn bûyî, hetanî terî dikeve erdê, paşê were. Sêvê, de rabe, em tera jî heve pêqask biçinin û herin. Derenge, dibe bavê te bê û tera têke şer.
Sêvê ç’ila bûbû, sekinîbû. Destê wan destê hevda bû, nedixwestin ji hev dûrkevin. Zûr bûbûn, ç’evê hev dinihêrîn. Xulese, bi dilekî kul rabûn ji hev dûrketin. Keleş gavekê diçû, vedigerya, Sêvê dinihêrî. Sêvê jî hey ser milê xwe vedigerya, wî dinihêrî. Keleş çû gêlîda xwe da ber kenar û dûrva Sêvê nihêrî. Raste, serê Sêvê berda bû, giva pêqaskê diçine, lê hemd-hişê wê cem Keleş bû û gelek cara dewsa pêqaskê gîhaê beyanî diçinî, dikire pêşa xwe. Mrcanê ev yek tex’mîn kir, nehîşt, wekî pincarê biçine û girt pincara pêşa xwe jêra nîvî kir.
Dûrva dengê Efoê gavan li wan tesele bû. Ewî garan berbi gund danî. Qurf kete dilê Sêvê. Hetanî gund lêva Sêvêye jorin neçû ser ya jêrin, xeberek ji dêv derneket. Çiqas jî Mrcanê xeber dida, xweşîê xwe lê dikir, lê Sêvê dengê xwe nedikir, xeber nedida, her tenê zû-zû piş xweva, alîê gêlî dinihêrî û keserê kûr radihiştin. Reng lê çûbû, spîç’olkî bûbû. Û çiqas jî Mrcanê xwest menîê bihese, lê Sêvê caba wê neda û hema usa ker’-ker’ jî ji hevdu qetyan, her yek çû mala xwe.
— Qîzê, lao, ez porê te kurkim, — dê bi hêrs gotê, — ne min tera go zû were, tu çira ewqasî derengî ketî? Lê wekî bavê te bihata, minê caba wî çi bida?
Sêvê xwe ker’ kir. Pêqaska pêşa xwe vala kir.
— Dibe tu dîsa çûyî rastî ewî nepakê kurê nepaka hatî, lema dereng ketî, erê?
Sêvê cîda ricifî, pakî xeberdan pê nebû.
— Na, ez ku, ew ku?.. Ezê çawa rastî wî bêm…
Xeberdan devê Sêvêda dê gulîê wêye dirêj girtin, çend tep dane nava ç’eva.
— Min porê te kurkirê!.. Wekî tiştekî usa hebe, ezê te bi van desta bixeniqînim! Bira hela bavê te bê… — bînfişk dê ketibû û digot.
Sêvê çû qulç’ekî koxda qincilî ser hev, ricifî. Zûr bûbû dêrî dinihêrî, nişkêva bav neê. Lê Qero derengî diket. Sêvê hetanî nîşev tenê, tî-birçî qulç’da rûnişt. Wexta dît bav naê, rabû tirse-tirs hate malê. Gişk raza bûn. Ç’ira temirand û kete nava cya. Xew nedikete ç’eva, xwera rodikir, dipîva, lê rê ji rya dernedixist.
Derî kutan. Dê rabû, çû derî vekir. Dengê bavê lê tesele bû. Sêvê nava cyada dha qincilî ser hev. Qero hate hundur, şîva xwe xwar, rabû kete nava cîê xwe.
Nava cyada piste-pista Qero û jinê bû. Sêvê guhê xwe da ser wan.
— Qîzê, — Qero gote jinê, — eva îdî çend care gilî dikevne guhê min, wekî qîza te û ewî nepak çolê rastî hev tên. Îro jî, wexta em ji bazarê vedigeryan, piste-pista lawika bû. Bi tex’mîna min, derheqa wê yekêda xeber didan. Çimkî, wexta ç’ev min ketin, xwe ker’ kirin. Divên, Efo çend cara ew çolê dîtine. Wekî rastîê tiştekî usa hebe, ezê serê te û wê tev jêkim. Ewê bênamûsa qîza bênamûsa ez kirime oyîn.
— Pî, şerin! – jinê gotê. – Ber xwe derdixin. Çira tu nizanî Efoyî çiqasî gevezeye?
— Divên, Mrcan orta wan çêdike.
— Nawû, ka tifala min qe ji malê jî dertê? Hela şer-şiltaxê çawa dikin! De min gazî rebê-ealemê kirye, belkî şer-şiltax bêne pêşya wan!
Hêrsda Qero rabû, bi dengekî bilind got:
— Şer-şiltaxin, erê? Gund-gundîtî derheqa wê yekêda xeber dide. Ezê devê kê bigrim? Ewê forqa qîza forqa ez kirime sosret. Ez gerekê dîwana wê bi destê xwe bikim! – Qero bi hêrs got û rabû, berbi qema stûnêda dardakirî çû.
Jinê xwe avîte ser dest-pya.
— Pî, malxirab, tu çi dikî? Me’r – me’re, xewêda merya naxe! Tê çawa vê şevê mala min xirabkî, ecêbekê bikî?
— Na, ez gerekê serê wê jêkim, yaxa xwe jê xilazkim!
— Bidî xatirê Xwedê, vê şevê qetlekê meke! Bise, bira sibê rabe, çi dixwazî bîne sêrî.
Jin gelekî ber Qero gerya, lava-dîla hatê, ancax ew da qandirmîşkirinê û qeme kire qabê.
— De pak, ezê sibê sûda wê bi destê xwe bikim, — Qero got.
Dê xwe ker’ kir.
Sêvê bin lihêfêda ç’ila bû. Ew him ji bavê ditirsya, him jî jê şerm dikir. Zanibû: bav, ku rastîê pê bihese, ew ji destê wî xilaz nabe. Gotina Keleş gava din jî bû serbarê ser. Û Sêvê xweda şewitî. Xew nedikete ç’eva, ketibû nava mitala, kûr-dûr difikirî. Hey derheqa gotina bavêda difikirî, hey gilîê Keleş diketne bîrê. Serê wêda fikir bûbûn gêjgerîng. Carna qeretû dihatne ber ç’eva, careke mayîn beta vedibûn. Ber guhê wê guje-guj bû, dev lê zya bûbû. Usa westyaye kesirî bû, wekî taqet nedikir destê xwe bihejîne. Ditemijî, ç’evê wê xweber dihatne girtinê û ewê êmanekî tex’mîn dikir, wekî tê bejî ketye nava aveke gur û hêdî-hêdî niqoyî binî dibe. Dixwest têke qarîn, têke hewar, lê dengê wê dernediket û hêdî-hêdî niqo dibû… Niqo bû, niqo bû hetanî îdî ne tiştek tex’mîn kir, ne jî tê derxist…
Her sibe Sêvê pêşya gişka radibû, cî-nivînê xwe hildidan, dida qeynterê diçû avê. Lê vê sibê dê dît, wekî Sêvê hela ranebûye. Qêmîş nekir, ewê qeynter hilda çû avê. Vegerya, dît dîsa Sêvê razaye. Qero jî rabû, lê Sêvê hela ranebûye.
Dê çû deylêkir:
— Sêvê, Sêvê!..
Dê hejand, bir-anî, lê Sêvê tune. Sêvê îsal nemirye îsal hevt sale mirye. Qudûmê dê şikestin, hêsira rê nedidane hev. Bû qûjînya dê, tepa hate nava ç’evê xwe, sûrtê xwe qelaştin.
— Mala te xirabîo, ne Sêvê mirye! — jinê gote Qero.
Evê te bawer nekir, jinê hêrs bû, lê gava ç’ev hêsirê wê, xûna ser sûretê wê ket, lez hat serra sekinî. Ewî jî hejand, deylêkir, lê Sêvê tune. Hêja tex’mîn kir, wekî çi bûye, bêhemdî xwe kire gazî:
— Sêvê, lao, te çira mala min xirab kir!.. – û tepa da serê xwe.
Ser vê qûje-qûjê neferê malê ser wan top bûn. Zarîn kete nava wan, xwe avîtin ser cîê Sêvê û giryan. Lê Sêvê tê bêjî razayî bû.
Cînar jî pê hesyan, hatin, kêleka wan rûniştin û şîna Sêvê kirin.
Nedîrdayîna Şemsra be’sa derheqa mirina Sêvêda temamya gundda bela bû… Xênji mala Reşo gund-gundîtî tijî mala Qero bûn. Cimet ewqas berev bû, wekî xênî hilnehat û nîvî derê malê sekinîn. Gişka heyfa xwe danîn, wekî mirazê wê ç’evada ma, usa cahil-cahil, ne tawî, ne bawî bû p’ara axa sar. Jin kêlekê rûniştibûn, şîna wê dikirin û digiryan. Çend jina dinivatin, davîtin ser canya wêye can. Dê xwe peritandibû, du kulfeta destê wê girtibûn, wekî xwe nekute. Qero ç’ila bûbû sekinîbû. Mêra serê xwe kiribûn ber xwe, ser textê ber dîwêr rûniştibûn, cix’are dikişandin.
— Mirîdê min, sebra xwe bîne, serê kura, bira-pismama binihêre, — şêx ber dilê bavêda dihat. – Xwedaê min ji we zeftir jê hiz kir, mirina ha cinetîye.
— Mirina ha zulme, şêxê min, — kalekî gotê.
— Ya, ya, mirîd, xwe ber Xwedê gunekar neke, — şêx gotê. – Qirara rebê mine, t’u dest diçe ber?
Nişkêva xurtoşe kete nava cimetê, hineka guhê hevda kirine piste-pist û derketne derva. Dîna xwe danê – wê du mêrê navsere Keleş dane pêşya xwe, de’f didin, wêda dibin.
— Biceme, here mala xwe, çî te van dera ketye, — yekî digotê. – Kula wan ne besî wane, tu jî têy vêderê evsene-evsene xeber didî.
Keleş wêda birin. Gava jê dûr ketin, ew dîsa berbi mala Qeroda hat. Bûbû qetil ji mala Qero dûr nediket. Dora malê diçû, dihat û qare-qara wî bû:
— Derewe, qestîka dibêjin, Sêvê ne mirye!.. Sêvê ne mirye!..
Reşo jî pê hesya, hat, wekî kurê xwe bibe. Lê Keleş xwe neda dêst. Agir qêf ketibû, wê bestê ketibû û qare-qara wî bû:
— Sêvê ne mirye!.. Sêvê nemirye!..
Eva gilya kete guhê Qero û kura jî. Hêrs û şîna wan tevîhev bûn, lêlêbûn biteqyana, nizanibûn çi bikrana. Reşo dabû pey kur, ew jî dora mala Qero bûbû çerx. Qero çend cara derkete derva, dîna xwe daê: Keleş direve, bavê daye pey.
Qare-qara Keleşe:
— Qestîka usa dikin!..
Qero kir ku xwe dirêjkê, lê çend mêra milê wî girtin, nehîştin.
— Qero, ew dîn bûye, tu jî xwe dîn nebûyî?..
Hetanî meytê Sêvê hildan, Keleş wan dera dûr nediket û dengê wî nehate birînê. Reşoê belengaz îdî nikaribû bida pey.
Nîvro şûnda meytê Sêvê hildan. Cimeta gund, hewarya dane pey cinyaz û berê xwe dane mezela. Keleş jî fêza gundra hat. Çûn, gihîştin ser mezel, çardar danîn ser xwelya mezel, wekî kulfet dîsa şînê bike. Keleş xwe wanra gîhand, xwest ew jî bê ser mezel, lê çend cahila ew dane ber de’fa, wêda birin. Dîsa qare-qara wî bû:
— Sêvê nemirye, hûn çira wê sax’e-sax’ dikine ç’el? Sêvê nemirye!..
Qero û kura dîsa xwe dirêj kirinê. Lê nehîştin.
Wî çaxî gundîkî kal pêşda hat û gote Qero:
— Qero, lao, ez korbim bona xema dilê te, rehme li ruhê wêbe, destê wê ji vê dinê bû, bira wê dinê nebe. Lê ezê gilîkî kurê xwera bêjim. Divên ç’ivîk ç’ivîke, wexta avê dixwe, dîsa Xwedê dinihêre. Raste, hûn dijminê hevin, lê Xwedê jî xweş naê. Hemîn qîza te çûye rehma Xwedê. Nebe sebebê kurê mêrik. Em gişk jî zanin dilê wan hevda hebû. Lema jî wê dîn bûye, çola ketye, bawer nake. Were gura rûê mine spî bike, îznê bide, bira bê, bi ç’evê xwe bibîne, wekî bawer bike. Gunê wî xortî neke stûê xwe, cahile, guneye. Ez vî rûê xweyî spî ber te sekinîme, hîvî dikim: îznê bide, bira bê, bi ç’evê xwe bibîne, wekî îdî xeberdana virda-wêda tunebe. Wexta tu nehêlî, dibe kurê mêrik dînbe, lê wexta bê bi ç’evê xwe bibîne, tiştek pê naê. Ez hîvî, reca kurê xwe dikim, tê îznê bidî.
Çend mêrê navsere jî ketine ortê. Xulese, Qero îzin da Keleş bê.
Keleş bê hemdî xwe jorda hat. Ç’ev li sêrî fire bûbûn. Cimetê xwe da alîkî, rê danê. Gişka xwe ker’ kiribû, her tenê dengê girîê dê dihat. Keleş çû ser meytê Sêvêra sekinî. Zûr bûbû meyt dinihêrî. Mînanî lerzeka nava avê dilerizî, dengê xwe nedikir. Her tenê wexta xwestin meyt hildin, nişkêva xwe avîte ser meyt, mînanî dîna him-zora xwe kire qajîn:
— Ax, min malxirabî, lê rastîê jî Sêvê mirye!..
Ser vê qarînya wî meyt lipitî. Cimet tirsa cîda sar bû. Meyt careke dinê jî lipitî. Hinek jê dûr ketin. Şêx tirs-tirs paşda vekişya. Keleş û dya Sêvê kirine qarîn û xwe avîtne ser çardarê. Sêvê ç’evê xwe vekir, der-dorê xwe nihêrî. Keleş jî paşda vekişya. Dya Sêvê zar-ziman ket, xeriqî. Nha ne ewe cimet ser Sêvêda here, ne ewe dya wêda bikevin. Keleş dêrî bûbû, sekinî bû, ç’evê xwe bawer nedikir. Gişka xwe ker’ kiribûn. Sêvê serê xwe bilind kir û bi dengekî ricaf pirsî:
— Çi qewimye?.. We çira ez hişyar kirim?.. Çira ez anîme vira?
Gava dengê Sêvê kete guhê dê, ew jî ser hişê xweda hat.
— Lê min digo ew nemirye, we digo na, — Keleş digot, ji şabûna nizanibû çi bikira. Zûr bûbû ç’evê Sêvê dinihêrî.
— Qero, lao, — dîsa ewî kalî gotê, — hebe-tunebe evan aşiqê surêne. Duea rebê min van heye. Were gura min dikî, qirara rebê mine, nebe sebebê bext-mirazê van. Zef jî bîna we hevra nexweşe. Dive xwestina Xwedê mine, wekî bi menya vê yekê ew yek jî orta we bê hildanê. Çi dixwazî bêje, ewana gotî bext-mirazê xwe şabin. Hetanî nha kê ecêba ha ber ç’evê xwe dîtye? Were hema vêderê jî qayîlbe, wekî Sêvê bidî Keleş. Qirara rebê mine, gotî qayîlbî.
— Qero, ç’evê te ron! Xwedê hetanî nha keremeke ha t’u kesîra nekirye. Tu gerekê gotina apora qayîlbî, — gundîkî mayîn gotê.
— Xwestina rebê mine, apo, ezê çi bêjim, — Qero got û ç’evê kura nihêrî. Bengzê wanda jî qayîlbûn hebû. – Mirazekî Xwedê kiribe, evd dikare qebûl neke?
Gişka ç’evronayî dane Qero, kura û xwestina kalê wekilandin.
Tevrkola çawa mezel kola bûn, usa jî mezelê vala tijî kirin.
Keleş hat xwe avîte pesîra Qero.
— Apo, mirina min, mayîna min destê teye, — ewî gotê. – Çawa têra dibînî, usa jî bike.
Qero çû rûê wî û gotê:
— Kurê min, Xwedê terabe. Ez çi dikarim îdî bêjim? Xwedê mirazê we gîhandye hev. Qirara xweda ser sera, ser herdu ç’eva. Wexta Xwedê xwestye, wê usa jî bibe.
Keleş û çend hevalava bi rev berbi malê çûn.
Mêr bi laqirdî, eşq û şa pêberjêrî nepenîê bûn. Jina dora Sêvê girtin, kefenê wê qelaştin, her yekê kinceke xwe daê. Gava kinc lêkirin, xwestin bikevin bin mila berbi gund bînin. Lê Sêvê qudûm ketibû, nikaribû ser linga bisekinya. Şandin pêra-pêra erebe anîn, Sêvê erebê syar kirin û berê xwe dane malê.
Hema wê rojê jî Qero û Reşo hevdu hatin. Dijminayî ortê hate hildanê.
Çendekî şûnda çûn Sêvê Keleşra nîşan kirin. Wê payîzê jî deweta wan kirin.
Go hetanî roja mirina xwe jî Keleş û Sêvê bawer bûn, wekî Xwedê bû sebebê bext-mirazê wan.
… Nha t’ûra Keleş û Sêvê pire. Nevîkî wan jî bûye doxtir.
Sura vê serhatîê her tenê evî nevîê wanî doxtir şirovedikir:
— Tu tiştekî Xwedê wê ortê tune, — ewî caba cimeta gund da. – Tê kivşê wê rojê rûê wê berxweketina mezin pîrka min ketye xewa lêtargîê. Û wî çaxî hişyar bûye, gava dengê kalkê min ketye guh. Ulm gelek meselêd usa zane, gava merî bi xewa lêtargîê ne ku tenê bi seheta, roja, lê meha, sala razane. Ê, wî çaxî gundîê meye feqîre nexwendî wê ku zanibûna, wekî xewa lêtargîê çye? Lema jî wana tirê tiştekî batinî qewimye.
Û ewî hazirara bi hûrgilî şirovekir, wekî xewa lêtargîê çye. Paşî vê yekê ew lêgênd çiqasî çû ç’ûk bû û her tenê ser zarê kal û pîra ma.
s. 1974-a.
NEME
NEME
(Qisa hevalê min)
Qîzek gundê meda hebû: navê wê Çîlê bû. Çîlê nebêje husul-cemalekê bêje. Ewqas bedew bû, hetanî kalê gund jî ser bengî bûbûn û wexta dihat ber wanra derbaz dibû, wana bin ç’evara lêdinihêrîn. Cahil ser dîn-har bûbûn, gelek cara rûê wêda dikirne şer. Lê ewê poz yekî nedikir.
Çi gunê xwe veşêrim, dilê min jî ketibûyê. Min jî dûrva lêdinihêrî, dizîkava axînê kûr radihîştin, lê ez ku, Çîlê ku! Ezî yekî kinî reşotangî, hela serda jî kirnûkî, ewe yeke çîle-qerqaşe bedewe bejnbilind, dev-diranê wê şekirî, çakûç-qelemê wê cî. Ezî emirda şermoke, ewe bedewya xwe guman. Her pakbûna min tenê ew bû, wekî mektebêda rind hîn dibûm, rûnermî milûk bûm. Lê hînbûna min hela nedibû sol nedikete lingê min, nedibû kinceke teze stûê minda nedihate xwarê, rûnermî û milûkaya min jî qedir-qîmetê min ber ç’evê cahila nedida bilindkirinê. Lema jî ezî yekî pormijî, dibûrî bûm.
Lê mala xweyê hizkirinê bişewite, xwe hidûda nas nake? Û min dilê xweda jê hiz dikir, dûrva ç’evê min lêbû û xwe bextewar hesab dikir, wekî ew heye, li dinêye, rojê çend cara dûrva dibînim, dilê min baristan dibe. Ew jî besî mine.
Wexta em, qîz û xortêd gund, tevayî diçûne xebata kolxozê, lingê min ji şabûna erd nedigirt. Ne axir ew sibê hetanî êvarê ber ç’evê minbe, dengê ken û xeberdana wê ber guhê minbe. Êvara, gava xebat xilaz dibû, me berê xwe dida gund, ji gişka zeftir ewê xeberdida û dikenya, laqirdî dikir, usa dikir, wekî gilî bê ser min. Lê ez mînanî merîê bêzar-ziman ker’ bûm. Ez ditirsyam xeberdim: difikirîm, dibe usa bibe, wekî hizkirina min bê kivşê û çimkî em ne hinkûfî hevin ez nava heval-hogirada bibme robet.
Ez bûbûm pepûkê bedewya wê. Min ji bedewya wê şerm dikir, culet nedikir gilîk berra avîta.
Carekê rûê wêda min û cahilekî jî kire şer. Ew yek ha qewimî: em çûbûn çegîla. Xortekî gundî dest-pê ber wê berzeq-berzeq xeberda, xwe qure kir. Dil-dînê min ber hev neda û bê hemdî xwe ez ber wî sekinîm, min şemaqek daê. Ewî kulmeke usa min xist, wekî ez şewişîm. Bû qûjînya Çîlê… Min nihêrî, wê xwe avîtye ser milê qîzekê, reng lê çûye, ç’ev lê fire bûne… Wî çaxî min derbeke din jî pişta xwe tex’mîn kir… Lawika ew alîkîda birin. Dewsa derbê wî êpêce wext dêşyan, lê ez ji kirina xwe poşman nîbûm.
Car-cara ewê gilî jî ber minra davîtin, dev-diranê xweye şekirî vedikir, xweş-xweş dikenya, pêra jî ç’evê xweye belek dikutane ç’evê min. Ax, wan ç’eva lap malik li min xirab kiribûn. Min nikaribû deqekê li wan binihêrya, ewqas agir-alav wanda hebû: şerma min serê xwe dikire ber xwe, ker’ dibûm. Ewê xebera xwe tucar-sêcar dikir, dîsa serê min ber minda bû, min nikaribû lê binihêrya, lê tex’mîn dikir, ew zûr bûye min dinihêre. Ez dha tevîhev dibûm, xweda dişewitîm. Min tirê ew qerfê xwe min dike, min bendî tiştekî hesab nake, bûme pêkenîê wê. Ser vê yekê ez ber ç’evê xwe dha alçax dibûm.
Carna ew dihate mala me. (Alîê pîrikêda em digihîştin hev). Gava dihate malê, ez şerma derdiketim, lê hiş û sewdaê min cem wê bûn. Ez diçûm cîkî usa disekinîm, wekî derketin û çûyîna wê dûrva bibînim, dilê xweyî şewat rehetkim. Lê wexta ez malda dimam, qestîka tiştekîva mijûl dibûm, min bin ç’evara têr lêdinihêrî. Ewê time alîê min dinihêrî, ç’evê xwe dikutane ç’evê min, bi laqirdî digote pîrka min:
— Metê, tu naxwazî ez bibim bûka te? – û dibû pîrqîna wê, dikenya. – Ezê usa miqatî tebim!..
“Evê ji min xêre? – ez dilê xweda hêrs dibûm. – Kula min ne besî mine, eva jî hela tê ser agirê dilê min firîkê xwe diqelîne”.
Her cara min qirar dikir huba xwe ji dile xwe derxim, ez jî qerfê xwe lê bikim, bendî tiştekî hesab nekim, lê ji zevta min der bû. Dilkê min usa bê dû, bê dû xweda dişewitî û ez roj bi roj xweda pûç dibûm.
Ê, qîzeke mînanî Çîlê wê gelekî mala bavêda bima? Xwezgînîê wê dihatin, diçûn. Her car, gava bavê wê nedida, ji şabûna per-baskê min tunebû ez bifiryama. Gelek hatin û çûn, lê bav neda. Û bavê wê bûbû gumana dilê min. Rojê min deh cara duea li bavê wê dikir. Lê tu nevê…
Rojekê… Ax, bira ew roj neê serê dijminê min jî… Çend lawikê Tbîlîsîêye kirî-xwarî, saroçkê spî lê, bi avtoê hatin ber derê mala bavê wê peya bûn. Deng bela bû, wekî hatine xwezgînîê Çîlê. Eva îdî cara çendik-çenda bû qudûmê min dişkestin, dîsa ez ber derê kîlera gund dibûme qertil û ç’evê min derê mala bavê wê diqerimîn. Merî diçûn, dihatin, gazî zeva û xûşkê wê jî kirin.
Carekê-duda ew jî derkete derva, ser qûntaxa xanîê pêşber sekinî, alîê min nihêrî. Min dinya bîr kiribû, her tenê ew bû, ber ç’evê min bû.
Terî kete erdê. Her kes çû mala xwe, ezî hê cîê xweda bûm. Ezê kuda biçûma, tabetîê çawa biketa min?.. Min dixwest wê demê bûbûma kevirekî dîwarê mala bavê wê, her tenê pê bihesyama, çika hundurda çi diqewime, çi xeber didin, soz-qirarê wan bû çi?.. Ç’evê min îdî derê wan nediqişirand, lê ez ji cîê xwe nedihejyam.
Êvareke xweş bû, hîveron weke ro. Bakî hênik dihat, her tişt seqirî bû, hey carna e’wtîna kelbê gund bû. Steyrk li ezmana bûbûn lemp. Ronayê malê gund vêsya bûn, her tenê îşiqa mala bavê wê vêketî bû, çawa dihate kivşê, soz-qirarê wan hela nebûbû yek. Xulese, îşiqa wan jî temirî. Ç’ara min hatibû birînê, gilîkî nehesyam, çûme malê, bi kulzikî ketme cîya. Wê şevê min ç’evê xwe nedane hev, hetanî sibê kêlek-kêlek welgeryam.
Sibê şebeqê ez bi menya avê çûme ser çirika orta gund. (Ê, bê min qe emrê xweda av anîbû?). Min zanibû, wekî serê têla gund vêderêye: kulfet sibê zû têne avê û çiqas gilîê teze gundda hebin, berê ewlin ji vêderê bela dibin.
Çend kulfet ser çirikê bûn. Hevra xeber didan. Qurf kete dilê min. Ez lez nêzîkî wan bûm.
— Lê-lê, tu navê îşev Çîla qîza Eslan nîşan kirine…
Min îdî peyhatina xeberdana wê û caba ya mayîn nebihîst, qudûmê min sist bûn, ancax xwe çirikêra gîhand, qeynter danî, ser selê kêlekê rûniştim, elba xwe danî ber avê…
— Ne elba te zûda tijî bûye, çira hilnadî? – kulfetekê minra got.
Min qeynter hilda, ku bavêjme elbê.
— Elba dinê çira tijî nakî? – ewê minra got û hêja min tex’mîn kir, wekî elbeke min valaye.
Min av anî malê. Mînanî merivekî sewdaser qiç’ê vegeryame ber derê kîlera kolxozê. Şik dilê minda hebû: dibe wan jinika rast negotin, ez herim, rast pê bihesim.
Avtoa lawika Tbîlîsîê ber dêrî bû. Ewana tana mayka derketin derva, çend tevizî dane xwe. Çîlê jî elba avê û şerbik dêstda, pêjgîr ser mila derket derva, av destê wan kir. Bavê wê jî derket ber dêrî. Hevra şîrin-şîrin xeberdan, paşê tevayî çûne hundur. Her tişt îdî minra femdarî bû.
Çîlê nîşankirine!.. Ç’ûk-mezinê gund derheqa vê yekêda xeber didan. Cahila keser radihiştin, ahila heyfa xwe danîn, wekî qîzeke usa wê ji gund derê.
— Belkî ba pişta wekeve, — ahila digotne cahila, — we qîza delal çira ji destê xwe berda? – Cahila şerma û kerba serê xwe dikirne ber xwe, xeber nedidan.
Bes bela bû, wekî zeva jî xwezgînyara hatye. Digotin û dikenyan, wekî hela tilvîsvanya edetê me bîr kirine, pêpes kirine, lê bavê wê çawa rabû carekêra qayîl bû qîza xwe da. Her yekî xwera gilîk digot, tiştek serda zêda dikir yanê kêm dikir, lê tiştê rast ew bû, wekî ewana carekêra hatibûn Çîlê dîtibûn, begem kiribûn û nîşan kiribûn. Ê, çira Çîlê qîzeke usa bû, wekî begem nekirana? Lê derheqa dergîstîê wêda cure-cûre xeberdan hebû.
Hineka digotin, wekî dergîstîê wê ne hinkûfî wêye, hineka jî digotin, wekî raste, seke-sînçê xweda ne tu tişte, lê hebûna bavê wî geleke, mala wan têr-tijîye. Me usa jî zevê teze nedît, lawikê Tbîlîsîê avtoa xwe syar bûn, destê xwe hetanî enîşkê pencera wêra derxistin, çûn.
Berêvarê lawikê gund ber derê kîlera kolxozê berev bûbûn, xwera xeber didan. Bavê wê jî hate wira.
— Kêrhatina wê kir bimbarek-pîrozbe, — kalekî gote bavê wê.
— Bira eva şaya ber derê webe jî, — ewî hazirara got.
— Bira Xwedê lev bîne, le… nîşanî ne bi dilê min bû. Heyfa wê qîzê… — kale bi keser gotê.
— Na, çira, qîza minê bikeve şeherekî mînanî şeherê Tbîlîsîê, Xwedê şênke, mala wan jî dengize, wê bike, bixwe, mista xwebe… Xwedê hevînî, vî gundê serê ç’yada çi heye? Ne sal tê salê em pakî êmîşeke têr nabînin…
— Ê, bê min seba êmîş daye, — kale ber gilîê wîda hat.
Bû pîrqînya cimetê kenya. Lê ew soromoro bûbû, nizanibû çi bigota.
— Hela ew hêç, tu wê bêje, zevê te çawane? – gundîkî mayîn bi eks pirsî.
— Zevê min? – ewî jî hindava xweda pirsî. – Ez heyrana sêrîme, Xwedê kurê usa nedaye. Divên, şeherê Tbîlîsîê temam serê wî sond dixwe. Îşev min zerpê wî ber ç’evê xwe dîtin: pênc malê Xwedê, pênc lîtr şerav vexwar, dîsa weke xwe bû. Bê te çira mû-misqalekê şaş nekir.
Gundya ç’evê hev nihêrîn û bin smêlava vebişirîn.
… Ez dîsa qerewilê ber derê kîlerê bûm. Min dixwest dûrva wê bibînim, belkî ewaca dilê min dayne. Lê Çîlê îdî kêm derdiket derva, hindikî diçû mala cînara. Wexta dihat nava gundra jî diçû, serê wê berda bû, mînanî berê nedimeşya. Gula enya wê ç’ilmisî bû.
Her tenê carekê hate mala me. Rûnişt, pîrka minra xeberda, lê zûr bûbû min dinihêrî, avirne tûj didane min. Ez cîda qincilîbûm ser hev, xeberdan min nedibû.
— Çîlê, lao, Xwedê bimbarek-pîrozke, hûn hevra ser belgîkî kal-pîrbin, — pîrka min gotê û min tirê ew xeberê pîrka min bûne tîr dilkê min hingavtin.
— Belkî Xwedê wî mirazî reş-heşke, — Çîlê got, kesereke kûr rahişt, dîsa ç’evê min nihêrî.
Min tex’mîn kir, wekî dergîstîê wê ne bi dilê wêye, gumaneke biç’ûk kete dilê min. Lê dîsa şerma devê min kete hev, zarê min negerya.
Çend meha şûnda hatin Çîlê syarkirin. Ez kerba malda rûniştim. Min qirar kir, wexta derxin, ezê herim dûrva, dilê xweda xatirê xwe jê bixwazim.
Bavê wê çend cara merî şandin pey min û pîrka min, em teglîf kirin, lê ez neçûm. Ezê bi çi dilî biçûma?.. Min menî girt, wekî ezî bêkêfim. Pîrka min jî seba min neçû.
Bavê wê bi xwe hate pey me, zorê em birin. Xwezil ez qet neçûma!.. Ez bi dilekî kul çum, te’ldêda rûniştim, min xwe qincilande ser hev. Lawikê Tbîlîsîê xwe dabûn serê texteyî jorin, qure-qure rûniştibûn, şadibûn…
Ez qulç’da rûniştibûm û ç’evê min derê xênî bû, wekî belkî carekê jî ç’evê min ç’evê Çîlê keve. Lê Çîlê dernediket: bûk bû, îzna wê tunebû. Dengê def-zurnê ber guhê min dibû qûjîna Çîlê. Min tirê ew naxwaze, wê zorê dibin. Nan ber minda nediçû, devê min zya dibû, serê min dêşya, ber ç’evê min reşevedihat…
— De zû bikin, bûkê syarkin, — her evan xeberana min tesele bûn u… wexta min ç’evê xwe vekir, ezî mala meda nava cyadame, pîrka min jî ber serê min rûniştye.
— Ç’evê pîrka te birije, nebî te îç’ke gele vexwar, serê te girt?
Pîrka mine belengaz çi zanibû, wekî ez kêfxweşê evîntîême, wekî zerpa wê ya iç’kê zortire û gava merya dixe, degme merî ber wê teyax dikin.
Tu nebêjî, wexta Çîlê ji mal derdixin, ez dişewişim, du heval min nav hevra dikin, tînin malê.
Çîlê birin, gund ber ç’evê min vala bû. Ez mam, derdu-kulê min, xwendina min man… Dildînya ber dilê min, bîna ber min her tenê xwendin bû. Û min dixwend, hîn dibûm, mînanî merîkî eac jê têr nedibûm.
* * *
Sal derbaz bûn, min xwendina xwe temam kir, ûnîvêrsîtêt kuta kir, radîoêda xebitîm çawa dîktorê xeberdana kurdî. Birînê min îdî kew girtibûn, ez zewicî bûm, zarê min hebûn, xebat jî gelekî bi dilê min bû. Ji emrê xwe, ji xebata xwe razî min ha xwera derbaz dikir, hetanî rojekê…
Rojekê jî, wexta ez hatime ser xebatê, nemek dane min. Destnivîsara ser pakêtê nenas bû, adrêsa şandî jî tunebû. Min neme vekir û xwend:
“… Dibe te nha ez bîr kirime. Xwezya min te… Lê ya min? Ez nikarim te bîr bikim. Her êvar, wexta tu radîoêda xeber didî, bê hemdî xwe dibî mêvanê dilê min.
Hingî tu radîoêda xeber didî, tabetî nakeve min. Ku jî nîbim, çi şuxul jî destê mindabe, hizdikî şah, hizdikî padşa rûniştîbe, ez xwe dengê tera digihînim. Wê rojê mêrê min bona vê yekê ez kutam… Lê ez nikarim terka radîoê bidim… Qe na vê carê tex’mînke bona çi… Qe na vê carê zanibe.
Min zanibû, tu min hiz dikî. Tu jî mînanî min dûrva xweda dişewitî. Te tirê min bîr kirye, çawa ç’evê te derê mala mebû, wekî ez derêm, min dûrva bibînî?.. Ez gav-sehet hîvîê bûm, wekî tê derevebî, gilîkî minra bêjî. Lê dilê te kevir bû, deng jê nedihat, şerma devê te dikete hev. De ez jî qîz bûm, nedibû min pêşîê derheqa huba xweda tera bigota. Malxirab, çiqas cara min gilî ber tera davîtin, lê tu ser hisa-hisa nediketî…
Tu nexeyde, husnê dinêda tî ne rindî. Lê gelo dinyaêda her tenê bedewîye? Nha jî ez nikarim bêjim, min çira te hiz dikir. (Evîn tu cara nikare caba wê pirsê bide). Min dît tu xortekî aqilî, xwendîyî, şermokeyî (ax, kula wê…), mînanî xortê gunde mayîn sirtûk nînî… Nizanim bona çi, lê min ji te hiz dikir, ez hîvya xebereke te bûm, cabeke te bûm… Min tirê tê merîê xwe bişînî mala bavê min. Lê yazix, sed yazix.
Her tenê ew yek ji destê min hat, wekî min navê te kurê xweyî taê-tenê kir.
Ya te nizanim, lê ya min eze bêbextim… Mêrê min mirîê îç’kêye. Eva deh û du roje derî min û gede venekirye. Ebûra me nabe… Rast divêjin: “Dewê xweyî cêribandî nede mastê xelqêyî necêribandî”. Çi bêjim, belkî aykê min bavê minra nemîne.
Ez her wê yekê zanim, wekî tu jî menîke vê bêbextya minî. Te ku culet bikra, evîntî dilê xweda nexeniqanda, gavekê pêşda bahatayî, ez nediketime vê rojê. Wî çaxî bextê minra culetê te tunebû, devê te ketibû hev, te qutar nedikir du gilya qîzekêra bêjî. Ez ha sert tera dinivîsim, çimkî te dilê min gelekî êşandye…
Û nha, wexta ez dengê te dibihêm, dûrva ji te dipirsim: malxirab, wexta culetê te heye, tu şerm nakî îro ber radîoê dinyaêra xeber didî, hela carna şiêrêd evîntîê jî dixûnî, lê wî çaxî çira te culet nedikir, şerm dikir qîzeke gundya xwera xeber bidî, sozekî jê bixwezî, ku ser te bengî bûbû, hîvya cabeke te bû? Bextê minra bû?..
Gelo tu zanî nha, wexta ber radîoê mînanî şarûr-bilbila xeber didî, bê hemdî xwe rojêd derbazbûyî dikî bîra min? Gunê min çye? Dibe gunê min ewe, wekî emrê xweda min her tenê ji te hiz kirye û hetanî nha jî ji te hiz dikim.
Bi silavê şîrin,
Çîlê”.
Pasî vê nemê çend roja min tirê serê min ne minvane. Malê tirê ezî nexweşim (min jî usa wanra digot). Derdu-kulê min tev rabûbûn, birînê mine berê teze bûbûn, min ax dikir, lê her tişt îdî derbaz bûbû. Min jî dilê xweda digotê: “Te çira neme şand, sura dilê xwe min dîhar kir, rehetya rojê, xewa şeva min herimand? Axir ne tu jî zanî, îdî derenge, em gelekî ji hev dûrin. Te çira usa kir, ruhê min tevîhev kir, qelsbûna mine cahiltîê anî bîra min, wekî temamya emrê xweda bîr nekim û wê yekê tu wexta nebaxşînim xwe…”
Ji wê rojêda qet nizanim çi hate serê min. Wextê ez ber mîkrofonê rûdiniştim, min destpê dikir dixwend, tevîhev dibûm, şaş dikir û min tirê ezî dîsa gundim, ber Çîlê sekinîme, mînanî wî çaxî dîsa devê min dikeve hev, nikarim xeberdim. Min zanibû wê deqê Çîlê ber radîohildanokê rûniştye, guh dide xeberdana min. Û eva yeka dibû menî, wekî ez tevîhevbim, rind nexûnim.
Yekê jî: ez difikirîm derheqa mala wêda, kurê wêda. Belkî nişkêva, bê hemdî xwe rûê minda tiştekî usa bike, ku halê xwe hê xirab bike. Hemîn ez carekê bûme sebebê bêbextya wê, cara duda nebim vayîsê wê û mala wê. Bira her êvar ew evîntya xweye pêşine bêcab bîr neyîne û xweda neşewite.
Lê min Çîlêra her tenê bextewarî dixwest. Lema jî min erza xwe da û ji xebata dîktorîê aza bûm.
s. 1973-a.
DESTÊ DÊ (1974)
DESTÊ DÊ (1974)
Wa tê navkirinê berevoka Emerîkê Serdare pêşin, ku sala 1974-a Yêrêvanêda bi zimanê kurdî, bi tîpê kîrîlî hatye çapkirinê.
Berevokêda 11 serhatîê wî û nexş-nîgarê hûr cî girtine.
Serhatî hîmlî derheqa hizkirina dayîkê, xeysetê meriva, erf-edetê kevne xirab, Şerê wetenîêyî mezin û pirsêd mayîndanin. Cara ewlin Emerîkê Serdar janra nexş-nîgarê hûr, neme anî nava wêjea me.
Rêdaktorî berevokê kirye şayîrê kurd Casimê Celîl.
Ew ji alîê neşireta “Hayastan”-da hatye çapkirinê. Ew 100 rûpêle.
Rêsênzîa vê berevokê şayîr û nivîskarê kurd Qaçaxê Mirad bi zimanê ûrisî nivîsye. Aha tercma wêye bi zimanê kurdî:
“Raste, hetanî nha efrandinê Emerîkê Serdar bi pirtûka başqe çap nebûne, lê xwendevanê kurd wî baş nas dikin çawa xudanê serhatîê hewaskar, ku ji sala 1960-da rojnema “Rya teze”-da çap bûne, bi radîoa kurdî hatine weşandinê. Û femdarîye, 80 selefê berevoka wîye pêşin serhatîne, ku wextê başqe-başqeda “Rya teze”-da hatine çapkirinê. Berevok bi temamî berê efrandarya wîye 15 salane.
Têmatîka berevoka “Destê dê” pircûreye: vira hene serhatîê derheqa Şerê Wetenîêyî mezinda, hizkirina dêda, jyana merivê sovêtîêye nhada, tradîsîaê gelerîda, evîntya dilê cahilda. Du serhatyada elîwetya ruhê mêriv û tiştê mayîne nepak têne rexnekirinê.
Destnivîsara E. Serdare efrandarîê nava wêjea kurdîda rind tê naskirinê. Ew, tê bêjî, bi dêtaleke hûr destbi efrandinê dike, paşwextîêda bi serî wê dêtalê jyan, xeyset û ruhê nîgarêyî t’am tê dîharkirinê. E. Serdar zef baş kurdî zane, lema jî gotina wî fe’r’ihe û hewaskare.
Bi fikra min, berevoka efrandinê Emerîkê Serdare “Destê dê” gotî ese bê çapkirinê. Ewê nava xwendevanê kurdda hewaskarya mezin pêşda bîne.
Qaçaxê MIRAD,
endamê Tifaqa nivîskarê TRSS.
22.03.1974”.
Şayîr Mîkaêlê Reşîd bi zimanê ermenî derheqa berevoka mine “Destê dê” fikra xwe bi nivîsar ha daye kivşê (ez ewê bi kurdî tercmekirî raberî xwendevana dikim):
“Piranya serhatîê vê berevokê salê başqe-başqe min ew rojnema “Rya teze”-da xwendine, bi radîoê bihîstine û berê ewlin ew bi tezevantî, kurdbûn, zelalbûna gotinê û dewlemendbûna zimên min xweş hatine. Serhatîê wîda em pircûrebûna emir dibînin. Psîxologîa nîgara rind hatye dîharkirinê. Efrandinê E.Serdar bi hesîna nazik û delalva berbiç’evin.
Bi fikra min, şiêrê vekirî dha başin. Nivîskar dixebite bi dengê lîrîkîê ruh, fikir-mitale û xem-xiyalê merivê nha nîşan bide.
Xwendina vê berevokê meriva xweş tê. Û ez têra dibînim berevoka E.Serdare “Destê dê” layîqî çapkirinêye.
Mîkaêlê REŞÎD,
endamê Tifaqa nivîskarê TRSS.
25.03.1974”.
ROL Û KEMALA ROJNEMA “RYA TEZE” (TÊZÎS)
ROL Û KEMALA ROJNEMA “RYA TEZE”
(TÊZÎS)
Eva doklada konfêransa navnetewîda hatye xwendinê, ku 14-ê nîsana (aprêla) sala 2006-a paytextê Kurdistana Îraqê Êrbîlêda (Hewlêr) derbaz bûye. Navê konfêransê ha bû: “Kurdzanî li Rûsîaê û Hevkarya dewletê serbest”.
Çi qewlada rojnema “Rya teze” xuliqî:
- ew 10 sal bû, wekî Ermenîstanêda dîwana sovêtê hatibû testiqkirinê û êpêce xebat hatibû kirinê bona bilindkirina dereca kûltûra kurdêd Ermenîstanê;
- sala 1929-a hukumeta Ermenîstanê elîfba kurdîye bi tîpê latînî testiqkiribû. Ew elîfba nivîskarê kurd Erebê Şemo (Ereb Şamîlov) û dersdarê asorî Îsahak Marogûlov hazir kiribûn;
- gundêd kurdada mektebêd kurdî hatibûn vekirinê, li ku hemû ders bi zimanê kurdî dihatne derbazkirinê;
- sala 1931-ê Yêrêvanêda xwendinxana kurdaye Pişkavkazêye pêdagogîêye ser navê A. Mravyan hatibû vekirinê, kîjanê ne ku tenê dersdarê kurd, lê usa jî xebatkarêd partîaê û sovêtîê hazir dikir; hemû gundêd kurdada niqitkêd hildana nexwendîtîê hatibûne sazkirinê, kîjanada merivêd emirda mezin hînî xwendin û nivîsarê dikirin.
Van qewla mecal dan, wekî Komîtêa navendî ya Partîaa komûnîsta û hukumeta Ermenîstanê biryarê qebûlkin derheqa çapkirina rojnema bi zimanê kurdî.
Meha adarê sala 1930-î Yêrêvanêda hejmara “Rya teze”-ye rêspûblîkîêye yekemîn ronkayî dît.
Hejmara pêşinda pîrozbaya Komîtêa navendî ya Partîa komûnîsta û hukumeta Ermenîstanê hatibû çapkirinê, kîderê pirsdanînêd rojnemê hatibûne kivşkirinê.
Çend hejmarêd pêşin bi qolê (îmza) rêdkolêgîaê ronkayî dîtine. Paşî wê yekê berpirsyarê (rêdaktor) sereke hatye kivşkirinê û ewî rojneme qol kirye. Ew nivîskarê ermenîyî meşûr, dost û xêrxazekî gelê kurd Hraçya Koçar bû, ku ji Romê revî bû, zarotî û cahiltya xwe nava kurdada derbaz kiribû û zor baş kurdî zanibû. Paşî wî ermenîkî mayîn, nivîskar Harûtyûn Mkrtçyan serekvanî rojnemê kir. Ewî jî ji Romê revî bû, nava gelê kurdda mabû û baş kurdî zanibû. Eva yeka ha bû, çimkî wî çaxî nava kurdada rojnemevanê profêsîonal (pêşekzan) tunebûn. Lê ji sala 1934-a kurd bû berpirsyar. Ew Cerdoê Gênco bû.
Wî çaxî Hecîê Cindî, Emînê Evdal, Etarê Şero, Gêvorg Parîs, Vardan Pêtoyan, Rûbên Drampyan rojnemêda kar dikirin.
Destpêka sala 1938-a rojnema “Rya teze” wedelî hate dadanê. Menî ew bû, wekî nivîsara kurdî ji latînî buguhêzne kîrîlî bona kurd dha hêsa karibin nasya xwe bidne edebyet û kûltûra gelê rûs û gelêd sovêtêye mayîn.
Evê navbirîê dirêj kişand – hetanî sala 1955-a.
Meha sibatê sala 1955-a rojnema “Rya teze” dîsa destbi weşana xwe kir. Rojneme îdî bi tîpê kîrîlî bû.
Ji wê salêda hetanî sala 1989-a Mîroê Esed berpirsyarê “Rya teze” bû. Sala 1989-a hetanî nîveka sala 1991-ê Tîtalê Efo berpirsyarya rojnemê kir. Wî çaxîda hetanî nha Emerîkê Serdar berpirsyarê rojnemêye.
Vê carê wekîlêd rewşenbîrêd meye navdar – Hecîê Cindî, Emînê Evdal, Qaçaxê Mrad, Elî Evdilrehman, Aramê Çaçan, Şekroê Xudo, Şerefê Eşir, Karlênê Çaçanî, Tîtal Mûradov, Mîkaêlê Reşîd, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Babaê Keleş, Prîskê Mhoyî, Têmûrê Xelîl û yêd mayîn rojnemêda kar dikirin.
“Rya teze” rojnema pêşin bû, ku organa dewletê bû. Paşwextîêda Ermenîstanêda 4 rojnemêd dewletêye resmî hebûn, ku organêd Komîtêa navendî ya Partîaa komûnîstê Ermenîstanê, parlamênt û hukumeta Ermenîstanê bûn. Ew rojnemêd bi zimanê ermenî, rûsî, azêrî û kurdî bûn. Kurdî “Rya teze” bû.
Eger salêd 30-î tîraja “Rya teze” nedigihîşte 1000-î, lê dawya salêd 80-î ew gihîşte weke 6 hezara.
Xênji Ermenîstanê ew usa jî Azêrbêcanê, Gurcistanê, Qazaxstanê, Rûsîaê, çend welatêd Avropaê, Kanadaê, Amêrîkaêda dihate belakirinê. Hinek rêspublîkaêd Tfaqîêda (Azêrbêcanê, Gurcistanê, Qazaxstanê) korêspondêntê rojnemêye neştat hebûn.
Paşî wê yekê, gava Ermenîstan bû dewleta serbest (s.1991-ê), rojnemê statûsa xweye resmî undakir û bû ya serbixwe. Eger berê salêd 30-î rojnema “Rya teze” heftê carekê, ji sala 1955-a ta sala 1991-ê heftê du cara ronkayî didît, lê paşî sala 1991-ê ew mehê carekê ronkayî dibîne. Ew rûê tunebûna fînansadane.
Ji sala 2000-êda “Rya teze” bi tîpê latînî ronkayî dibîne û bi hereketê xebatkarê rojnemê bêheq her tenê Ermenîstanêda tê belakirinê. Eva haye, çimkî poçta Ermenîstanê bawer bikî nagihîje gunda, lê xwendevanê “Rya teze” jî hîmlî gundada dimînin. Ew bêheq tê belakirinê, çimkî rewşa abûrya kurdêd Ermenîstanê gelekî xirabe. Nha tîraja rojnemê 500 meseleye. Formata wê biç’ûke, 4 rûye.
Nha rêdaksîaêda 4 merî kar dikin – Emerîkê Serdar, Grîşaê Memê, Rzganê Cango û Mrazê Cemal. Rûê tunebûna fînansada van salêd axirîê reqema hejmarêd rojnemêye ronkayîdîtî kêm buye. Awa, sala 2005-a her tenê 2 hejmar derketine. Ew jî bi saya alîkarya hinek welatparêz û xêrxazêd rojnemê.
Ewqasî çqasî hetanî serbestelamkirina Ermenîstanê rojneme organa Partîa û hukumetêye resmî bû, rûpêlê wêda qinyatêd resmî, propagandakirina îdêologîa komûnîstîê, jyana kolxoza û sovxoza, pêşvanêd deranînê û yêd mayîn cîkî mezin digirtin. Lê wê yekêra tevayî rojnemê bîr nedikir guhdarîê bide ser kûltûra miletîê. Hulbet, “Rya teze” neynika jyana wî çaxî, ruh û sênzûra wî çaxî bû. Paşî wê yekê, gava “Rya teze” bû rojnema serbixwe, ji sênzûra û hukumdarya pirsale aza bû, ewê destpêkir bi temamî nivîsî derheqa jyan û kûltûra olka meda, derheqa şerkarya kurdaye miletîê-azadarîê parçed Kurdistanêye başqe-başqeda.
Rola “Rya teze” mezine di dereca pêşdaçûyîna zimanê kurdîda (kurmancî). Ewê gelek têrmînêd teze çêkirine, îlahî yêd derecê seyasetîê, êkonomîkaê, kosmosê (erşê ezmîn), doxtirîê, şuxulê leşkerîê û yêd mayîn. Rûpêlê wêda zimanê kurdî hertim hatye û tê helkirinê û bere-bere digihîje dereca zimanê edebyetê. Xebateke mezin hatye kirinê alîê rastnivîsara zimanê kurdîda. Awa mesele, zimanzanêd meye navûdeng doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor Qanatê Kurdo, doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor Çerkez Bakayêv gelek cara rûpêlêd “Rya teze”-da pêşda hatine derheqa pirsed rastnivîsara zimanê kurdîda. Mesele, miqalêd Ç. Bakayêv bûne binga xebata wîye ulmî – “Hîmê rastnivîsara zimanê kurdî”, ku bi kitêbeke başqe bi zimanê rûsî sala 1983-a Moskvaêda ronkayî dîtye.
“Rya teze” bû serkanya pêşdahatin û pêşdaçûyîna edebyeta kurdê sovêtê. Hemû nivîskar, şayîr û dramatûrgêd kurd gavêd xweye efrandarîê pêşin rûpêlêd wê rojnemêda avîtine. Tercmêd bedewetîê pêşin jî dîsa wê rojnemêda hatine çapkirinê. Rûpêlêd “Rya teze”-da usa jî hîmê krîtîka edebyetê hatye danînê, kitêbêd bedewetîê hatine analîzkirinê. Xwendevanêd rojnemê karibûne bi zimane xweyî dê tercma efrandinêd gelek klasîka, şayîr û nivîskarêd wedê nha yêd miletêd başqe-başqe bixûnin.
Pire emekê “Rya teze” di şuxulê xweykirina dewlemendtyêd gelê meye kûltûrîêda. Derheqa wê yekêda ew yek şedetîê dide, wekî hertim rûpêlê rojnemêda nimûnêd zargotina me têne çapkirinê (lêgênd, mesele û metelok, ç’îrok, beyt-serhatî, têderxistinok û yêd mayîn). Cara pêşin rûpêlê rojnemêda kilamêd gelê kurd bi nota, şiêrêd şayîrêd me, ku kirine kilam, bi nota hatine çapkirinê. Xênji wê, sazbendzanêd me hertim miqale nivîsîne derheqa sazbendya meda.
Gava em sala 2000-ê derbazî tîpê latînî bûn (dîwana Ermenîstanê dijî wê yekê bû), meremê me ew bû, wekî em jî bigihîjne nivîsara kurdîye yektî, nemînin çawa cizîr, xwendevanêd meye der (Avropaê û herçar parêd Kurdistanêda) jî karibin rojnemê û kitêbêd meye vêderê jî bixûnin.
Rojneme guhdarîke mezin dide ser heja kurdaye miletîê-azadarîê parêd Kurdistanêye başqe-başqeda. Tu hejmarek tune, li ku qinyat tunebin derheqa rewşa başûrê Kurdistanê, şerkarya li bakûrê Kurdistanê, hale rohilata Kurdistanê û başûrê biç’ûkda. Ew qinyat hertim bi şikla (wêne) têne çapkirinê.
Rojneme cîkî mezin dide klasîkê me. Hetanî nha gele miqale çap bûne derheqa şayîrêd meye klasîk, dîrokzan û şuxulkarêd meye kûltûraê, ku wedê başqe-başqe û parêd Kurdistanêye başqe-başqeda jîyîne û efrandine – Feqîê Teyran, Ahmedê Xanî, Qadir Koy, Cegerxwîn, Hejar, Goran, Pîremerd, Qadrîcan, Dildar, Ceferqulî, Şerefxan Bîtlîsî, Mehmûd Bayazîdî, Gîvî Mûkrîyanî û yêd mayîn. Rojneme usa jî guhdarî danye ser emekê kurdzanêd miletêd mayîn.
Ji hejmarêd xweye pêşinda destpêkirî hetanî nha rojnemê guhdarya mexsûs danye ser jyan û rewşa jina kurd. Derheqa wê yekêda bi çapeke mezin qinyat hatine çapkirinê. Şerkarîke berk hatye kirinê dijî erf-edetê wê derecêye kevnareda (îlahî dijî qelen, zû mêrkirina qîza, zewaca qewmê nêzîk û yêd mayîn). Wedê xweda rojnemê gelekî nivîsye derheqa werguhastina gundê kurdada.
Têmake rojnemêye sereke – propagandakirina dostya gelane. Awa, wedê xweda temamya hejmarekê pêşkêşî her rêspûblîkeke Tfaqîê kiribûye. Çend silsiletêd kurdêd Ermenîstanê bi ruhê întêrnasîonalîzmê hatine terbîyetkirinê. Cîkî mexsûs me daye û em didine propagandakirina dostya gelê kurd û ermenî.
“Rya teze” xênji wê yekê, wekî jyana kurdêd Ermenîstanê nîşan dida, ewê usa jî derheqa rewşa wan kurdada dinivîsî, ku rêspûblîkaêd sovêta berêye başqe-başqeda diman. Tu qewmandineke jyana kurdêd sovêtê ji guhdarya rojnemê der nemaye.
Dîrokzanê pêşerojê, gava derheqa dîroka kurdêd sovêtêda binivîse, nikare bê “Rya teze” yole here. Tê bêjî ew bûye ênsîklopêdîa jyana kurdêd sovêta berê.
Rola “Rya teze” di şuxulê hînkirin û terbyetkirina zarokêd kurdada bi wê meselê tê ber ç’eva, wekî mektebêd çend gundêd kurdada, kîderê kitêbêd dersê zimanê kurdî tunene, dersdar vê rojnemê çawa qinyatê hînkirinê didine xebtandinê.
Hertim rûpêlê rojnemêda zanyar, rewşenbîrêd meye navdar, xebatkarêd cêrgevan derheqa pirsêd başqe-başqeda pêşda tên. Ew yek dha gumreh bû, gava bêtfaqî kete nava olka meye vêderê, hineka elamkirin û elamdikin, wekî êzdî ne kurdin. “Rya teze” pareke mexsûs vekirye bi navê “Em yekin”, li ku şerkarîke berk tê kirin dijî wan meriva, yêd ku bêtfaqîê dikine nava olkê. Derheqa wê yekêda bi seda miqale hatine çapkirinê.
“Rya teze” nava dîroka rojnemevanya kurdîda ya lape jyandirêje û ji alîê hukumetêda emekê wê bilind hatye qîmetkirinê. Sala 1980-î bona 50-salya ronkayîdîtina hejmara pêşin rojneme bi ordêna “Nîşana hurmetê”-va hatye rewakirinê.
KURD LI ERMENÎSTANÊ
KURD LI ERMENÎSTANÊ
Ev doklad sêmînara merk’eza Ermenîstanêye safîkirina konflîktada hatye xwendinê, ku 20-ê noyabrê sala 1996-a sera civatêd înstîtûta rohilatzanîê ya akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîêda derbaz bûye.
Ermenîstanêda bona olk’a me halê konflîktîê tune, em bêjin halekî usa, çawa Sûrîaê, Îranê, îlahî Tûrkîaê û Îraqêda heye. Lê bal me huceta hundurê olk’ê heye derheqa pirsa êzdî-kurdda, kîjan, bi fikra me, halê konflîktîê nîne, çimkî hucet diçe orta rewşenbîrê olk’a me , hinek wekîlêd tirêqa û k’omeke wan meryada, ku pey k’ara xwe dikevin di pirsa femdarya miletîê û dînda.
Prêzîdêntê RE Lêvon Têr-Pêtrosyan prês-konfêranseke Moskvaêda, gava caba pirsa rojnemevanekî daye, wekî gelo cem we pirsa miletîê heye, gotye, wekî “Ermenîstanêda pirsa miletîê tune, bal me kurdêd êzdî dimînin, em û ew hevdura mînanî dostanin”. Wezîrê Rêspûblîka Ermenîstanêyî k’arê derî berê Vahan Papazyan jî daye k’ivşê, wekî Ermenîstanêda weke 60 hezar kurd dimînin. Îranzan, kurdzanê eyan, doktorê ulmêd fîlologîê Garnîk Asatryan jî nava wê hevpeyvînêda, ku daye rojnema “Kurdistan prêsê”, gotye, wekî Ermenîstanêda 60 hezar kurd dimînin. Ênsîklopêdîada (ya Şêwrêye Mezin, Brîtanîaê, Ermenîstanê û yêd mayîn) xeber-mqala “êzdî”-da hatye kivşkirinê, wekî êzdî p’areke cimeta kurdane, firqî t’ek-t’enê dîne. Şe’detîke mayîn jî heye, wekî êzdî miletekî başqe nînin. Nava berevoka “Binelîêd dinyaê. Salixnema etnodêmografîê”-da navê wan hemû milet û cimeta heye, ku dinyaêda dijîn, wê reqemêda t’alîşa (90 hezar), t’at’a (25 hezar), çûkça (15 hezar), ûdîa (6 hezar), alêûta (500 merî) û yêd mayîn, lê navê êzdya tune. Û nikaribû hebûya jî, çimkî êzdî milet, cimet nîne, lê xwenavkirina wê p’ara cimeta meye, ku dînê musulmanîê qebûl nekirye, maye ser dînê xweyî qedîmî. Xênji dîn t’u firqîke mayîn orta êzdya û kurdada tune.
Dêmek, wa gotî “konflîkta” kurda-êzdya tiştekî qestbendeye, ku hinek merya pêşda anye. Ew ne anegorî k’ara cimeta ermenya, ne jî k’ara cimeta kurdaye, eger em nebêjin, wekî ew miqabilî k’ara wane hîmlîye.
Wê şûnda dokladêda kurt hate gotinê, wekî k’engêda kurd hatine Ermenîstanê.
Nha kurd marzêd Aragasotnê, Armavîrê, Araratê, bajarêd Yêrêvanê, Gumrîê, Vanazorê, Abovyanê, Dîlîcanê, Stêpanavanê, Taşîrêda dimînin. Rêspûblîkaêda 22 gundêd kurdaye xalis hene.
Nava 7 dehsalîêd derbazbûyîda olk’a me ne tenê gihîştye dereca peşdaçûyînêye k’ivş, lê usa jî alîê reqemê xweda zêde bûye. Awa, eger sala 1922-a Ermenîstanêda 8650 kurd diman, lê anegorî salixêd hesabkirina binelîaye sala 1989-a Ermenîstanêda weke 60 hezar kurdêd êzdî û musulman diman. Hilbet, pirsa mîgrasîaê jî heye. P’areke kurda, eyan nîne çiqas, rûê qewlêd êkonomîkîêye giranda ji Ermenîstanê çûne, hinek hîmlî çûne, hinek jî we’delî.
Nava dehsalîêd derbazbûyîda bona olk’a Ermenîstanêye kurda qewlêd pêşdabirina kûltûra miletîêye baş hatine sazkirinê. Xusûsîke we’dê derbazbûyî bona kûltûra kurdaye miletîê ew bûye, wekî gelek derecada kadrêd miletîê tunebûne, gelek wekîlêd rewşenbîrêd ermenya hîmê ocaxêd meye kûltûraê danîne. Em bi şêkirdarî vê yekê bîr tînin û meselêd vê yekê naynin, çimkî ew gişkara eyanin.
Van salêd axirîê, rûê dema derbazbûnêda, bona olk’a me jî êpêce çetinayî pêşda hatine. Lê dîsa dîwana Ermenîstanê olk’a me, problêmêd wê bîr nake. Lazime wê îzbatîê bidne kivşê, wekî prêzîdêntê Rêspûblîka Ermenîstanê Lêvon Têr-Pêtrosyan çû gundê kurdayî Elegezê, rastî wekîlêd binelîê 10 gundê kurdaye cînar hat, wanra qse kir, derheqa pirs û problêmê wanda bihîst, gilî da, gava mecal hebe, wana safîke. Nava xeberdana xweda ewî da kivşê: “Ez gelekî qedrê cimeta we digrim, çimkî em cimetne usanin, ku bextê me mînanî heve, me tevayî ç’ek hildaye. Em bîr nakin e’fatya Cangîr ax’a wexta şerê Sardarapatê, em bîr nakin t’faqdarya wîye ç’ekê t’evî mêrxasê meyî miletîê Andranîk. Îro jî hûn borcê xwe diqedînin ber wetenê xweyî duda – Ermenîstanê”.
Ev seredan çawa nava olk’a rêspûblîkaêye kurdada, usa jî nava wan kurdada baş hate qebûlkirinê, ku ji sînorê rêspûblîkaê der dijîn. Ev seredan hate qebûlkirinê çawa nîşana berbir’îbûna serk’arê rêspûblîkaêyî qenc berbi cimeta me. Û badilhewa nîbû, wekî wextê bijartina prêzîdêntê rêspûblîkaê olk’a me dengê xwe da maqûl Lêvon Têt-Pêtrosyan.
Mesela mayîne geş ewe, wekî rojnema “Rya teze” bi alîkarya dewletê ronkayî dibîne.
Nha çar teşkîletêd olk’a meye mexlûqetîê hene: Şêwra rewşenbîrê kurd, komîtêa “Kurdistan”, hevaltya dostya ermenya-kurda û wa gotî “T’faqa êzdîaye miletîê (?)”. Bi fikra me, wê dha rast û k’ardar bûya, eger eva axirîê her t’enê pirsê xweykirina dînê êzdyava mijûlbûya.
Înstîtûta rohilatzanîêda ya akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîêda, ûnîvêrsîtêta “Davît Anhax’t”-da p’arêd kurdzanîê, T’faqa nivîskarêd Ermenîstanêda sêksîa nivîskarêd kurd hene, ji sala 1930-da rojnema “Rya teze” neşir dibe, herr’o bi radîoa Ermenîstanê she’etek 15 deqe xeberdanê bi zimanê kurmancî didin.
Olk’a me, ku rêspûblîkaêda nava olk’êd Ermenîstanêye miletîêda ya here mezine, telebextra, parlamênta Ermenîstanêda wekîlê wê tune. Ji sala 1918-a hetanî sala 1990-î parlamênta Ermenenîstanêda yek û yekî zêdetir wekîlêd me hebûne. Tunebûna wekîlê me parlamênta Ermenîstanêda bi wê yekêva tê şirovekirinê, wekî sîstêma bijartinîê t’am nîne. Bi fikra me, vê derecêda merî dikare cêribandina Îrana cînar bide xebtandinê, li k’u wekîlêd miletêd kêmjmar bi qeydê olk’a têne bijartinê. Bi wî qeydeyî du ermenî bûne dêpûtatê parlamênta Îranê.
Wê rind bûya, wekî aparata prêzîdêntê Rêspûblîka Ermenîstanê yanê hukumetêda yek hebûya, ku pirsêd olk’a meva mijûl bûya.
Pirsa hazirkirina kadra jî gelekî ferze. Vê derecêda tradîsîaêd rêspûblîka meye baş hene: we’dê xweda têxnîkûma kurdaye pêdagogîê, p’ara ûnîvêrsîtêta Yerevanêye dewletêye kurdzanîê hebûne, kîjana kadr hazir dikirin û rewacêd heyî didane razîkirinê. Eger em hesab hildin, wekî p’arêd kurdzanîê, rojnema kurdî, elametîêd radioêye kurdîye herr’oje, mektebêd gundêd kurdada dersê ziman û lîtêratûra kurdî (rind dibû dersê t’arîxa cimeta kurda jî derbaz bûna) hene, wî çaxî ne tiştekî nêzîkî aqilane, wekî wan ocaxa bi kadrêd lazimva nadne razîkirinê. Gava van axirya bextê me lêda, em rastî prêzîdêntê rêspûblîkaê hatin, me ev pirs raberî wî kirin. Înstîtûta Ermenîstanêye pedagogîê yanê ûnîvêrsîtêta dewletêda vekirina p’ara kurdzanîê yanê fakûltêtêd wan îdarêd xwendina bilinde fîlologîêda her sal bi t’emba dewletê, ji konkûrsê der qebûlkirana 4-5 cahilêd kurd wê alîkarî bida, wekî rewaca berbi kadrêd pêdagogîê, kadrê kurdzan bidana razîkirinê. Di dereca bi kitêbêd dersava razîkirina şagirtêd kurdda jî kêmasîêd berbiç’ev hene. Eva îdî 15 sala zêdetire, wekî kitêbêd dersê ziman û lîtêratûra kurdî neşir nabin, yêd heyî jî ne anegorî xwestinêd we’dene.
Di emrê mexlûqetîê, miletîê-kûltûrîêda rola têlêvîzîonê gelekî mezine. Car-cara bi têmatîka kurdî elametya didin. Lê, telebextra, ew hertim nînin û dereca wan gelekî nimize. Dergê têlêvîzîona Ermenîstanê ber rewşenbîrêd me bawer bikî dadaye. Elametîêd têlêvîzîonêye bi têmatîka kurdîye ne ewqasî mezin, lê hertimî wê bêne qebûlkirinê çawa gaveke berbiç’ev. Ew elametîê alîkarîê bidin, wekî binelîêd rêspûblîkaê dha nêzîkva emrê olk’a me, dînê wê, erf-edetê wê nas bikin, wê zanibin, wekî wa gotî huceta êzdya-kurda tiştekî vir’-derewe.
Pirsa derheqa problêm, binyat, statûsa rojnema “Rya teze”-da zûda gihîştye. Hilbet, rojnemê emrê binelîêd rêspûblîkaêye kurde mexlûqetîê-polîtîkîê û kûltûrîêda rola mezin lîstye. Ew dimîne çawa rojnema rêspûblîkaêye bi zimanê kurdîye t’ek-t’enê û gotî temamî ya komplêkseke pirsêd polîtîkîê, miletîê, lîtêratûrîê û yêd mayîn bide razîkirinê. Lê eva îdî sê sale, wekî rojneme nava mehêda du cara ronkayî dibîne û çapa wê jî biç’ûke (mamûlek). Çawa pêrîodîka wê, usa jî çapa wê zûda t’êra rewacêd îroyîn nakin. We’deye ev pirs ji alîê organêd hemcabda bê enenekirinê û rojneme bibe dîharkirina xwestinêd we’deye t’am.
Tradîsîaêd Ermenîstanêye baş hene û saya wan bûye, wekî Ermenîstan bûye merkeza kurdzanîê û ocaxa pêşdabirina kûltûra kurdaye miletîê. Ew tradîsîa saya serê cimeta ermenya, organêd wêye dewletê hatine sazkirinê.
Lema jî gilî diçe ne ku derheqa sazkirina komponêntê emrê kurdayî kûltûra miletîêda, lê dha pêşdabirin û t’amkirina wanda.
Herdu cimetêd me – ermenî û kurd, ku dersê t’arîxê hesab hiltînin, wê virhada jî pêşda herin, ser wê rya t’arîxê wê piş hev sekinî bin. Yazya me wê yekê dixwaze. Emrê meyî îroyîn şe’detya wê yekêye. Raste, wa gotî huceta êzdî-kurd k’arê olk’a meyî hundure, lê em bawerin, wekî bi navçîgarî û alîkarya dostê meye ermenî emê ewê hucetê safîkin û nehêlin bona rêspûblîka me, ku bi rya dêmokratîê pêşda diçe, pirsdanînêd teze pêşda bên.
“Rya teze”, 11-ê dêkabrê s. 1996-a
ETARÊ ŞERO
ETARÊ ŞERO
(Eva doklada civata hobêlyana 70-salya bûyîna Etarê Şeroda hatye xwendinê, ku sera civatê akadêmîa Ermenîstanêye ulmada 18-ê dêkabrê sala 1971-ê derbaz bû).
70-salya bûyîna şayîrê kurd, zanekî zargotina meyî eyan, berevkirekî efrandinêd Feqîê Teyranî berbiç’ev, xebatçîkî dereca kûltûra kurdayî kevn, camêrekî şertê xwe, merivekî xêrxazî qenc Etarê Şero temam bû. Em îro gelekî şane, wekî ewî nav medane û ewqasî qewat û sehete, mînanî cahilane, îlahî bi ruhê xweva, û weke qewata xwe, hereketê xwe qulixî şuxulê pêşdabirina edebyet û medenyete kurdaye sovêtîê dike.
Etarê Şero hela salêd 30-da, gava teze hîmê edebyet û medenyeta meye nuh dihate danînê, bi aktîvî tevî wan bû û hetanî roja îroyîn jî anegorî qewata xwe qulixî wan dike. Emekê Etarê Şero êpêceye di derdca pêşdabirina nivîsara meye bedewda û îro, gava em 70-salya bûyîna wî didine kivşê û bimbarek dikin, ez bi hizkirin dixwazim nasya guhdarêd ezîz bidme emir û şuxulkirina Etarê Şero.
Etarê Şero sala 1901-ê gundê Soybûlax’ê (nehya Surmelîê, Kurdistana Romê) ji dya xwe bûye. Bavê wî şêx bû û nava cimetêda bi navê Şêx Şero eyan bû. Çawa şayîr bi xwe bîr tîne, bavê wî bi sînemdefterî gelek û gelek qewl, beyt, misilet, mijûlî, ç’îrok û kilam zanibûn. Ewî usa jî gelek efrandinêd klasîkê edebyeta kurdaye qurnêd orte Feqîê Teyran zanibûn, ku bi zar nava cimetêda belabûyî bûn.
Etarê biç’ûk ber destê bavê dewlemendbûn û kemala zargotina me hesya, mihand, hîn bû û hetanî nha jî tê hesabê çawa zanekî wêyî erhede.
Etarê biç’ûk nava deşt û kewşenêd gundê xwe, ç’ya û banîêd wîda digerya, deba eşîretê hîn dibû û bêxem mezin dibû. Lê evê yekê dirêj nekişand. Etarî 13 salî bû, gava destbi şêrê hemdinyaêyî pêşin bû, dinya tevîhev bû, çawa rehmetîê Ahmedê Mîrazî dinivîse, “denge-denga şêr” hat gihîşte gundê Soybûlax’êyî biç’ûk jî. Binelya nexwestin cîşihitî bin, lema jî weke 4 sala bi zelûlî û çetnayêd mezin gundê xweda man. Lê gava eskerê ûris paşda vekişya, çawa dibêjin, rya Roma Reş vebû, binelîêd gund jî mecbûr bûn cî-warê kal-bava bihêlin, bidne ser rê-dirbê xerîbîêye nenas. Sala 1918-a mala Şêx Şero jî hêsîrê ermenya û kurdara tevayî dero-dero bû, hezar cure tengasî û zelûlî dît hetanî hat derket Ermenîstana Rohilatê. Wextê revê ji dest xelayê û belengazîê du xûşk û dayîka wî mirin.
Aha derheqa wan rojêd xweye giranda şayîr paşwextîêda çi dinivîse:
Bira xirabbe ew zeman,
Alîkî şer bû, alîkî t’alan,
Dinya bûbû xûn, qetil,
Serê merya nanek bû yek.
…………………………..
Carna min digo: bavo can,
Minra destxe parî nan…
…………………………..
— Lao, tune.. ji ku bînim,
Ez çi ç’evê xwe derînim…
…………………………..
Min bi ç’evê serê xwe dît,
Dê ji birçîya ewled davit,
Li ber kevira û serê rya,
Dihat nele-nela merya. [1]
Paşî gelek çetinayî û belengazya mala Şêx Şero tê û gundê Cercerîsêda (nha Dêrik, nehya Aparanê) disitire. Wî çaxî ji wê mala rengî bavê wî, Etar, du birêd wî û xûşka wî mabûn. Derheqa wan rojada şayîr ha bîr tîne: “Em ketine oda Çaçanê Kewo (bavê Aramê Çaçan). Me bi pincara çolê û virda-wêda ebûra xwe dikir. Vêderê min bav û birêd xwe cîda hîştin, bir’e kesîb-kûsîbara tevayî ji Cercerîsê linga çûme bajarê Tbîlîsîê. Min bi p’arsê ebûra xwe dikir hetanî Gurcistanêda dîwana sovêtîê hate testîqkirinê”.
Paşî testîqbûna dîwana sovêtîê degrê xêr-bereketê ber kesîb-kûsîbê mînanî Etarê Şero vedibe, ew jî ç’evê xwe vedike, aza bîna xwe dikişîne, hevekî hale xwe xweş dike. Wê şûnda bavê xwe jî ji gund tîne cem xwe. Bav û kur dest didin destê hev û dixebitin, pak ebûra xwe dikin. Etarê Şero wî çaxî xizmetkarê bax’çê zara bû. Sala 1923-a Etarê Şero diçe kûrsêd hildana nexwendîtîê û bi açixî wan kûrsa xilaz dike. Paşî xilazkirina wan kûrsa diçe mekteba p’alaye êvarê û bi vî teherî xwendina orte dest tîne.
Sala 1927-a Etarê Şero vedigere tê Ermenîstana Sovêtîê û dixebite çawa sedrê şêwra gundê Erdeşerê (nehya Hoktêmbêryanê). Wê şûnda dibe dîrêktorê mektebêd gundêd Baysizê (nehya Talînê), Eşîrebatê (nehya Aştarakê), gundê Emo (nehya Naîrîê), gundê Boskose (nehya Kotaykê). Çawa komsomol û aktîvekî kurdayî pêş Etarê Şero her dera xwe nîşan daye û kîderê jî xebitye, nav û hurmeteke rind qazanc kirye.
Etarê Şero salekê jî (sala 1935-a hetanî sala 1936-a) rojnema “Rya teze”-da xebitye çawa telîmçî. Û cîye bê gotinê, wekî kê ku dîna xwe dabe komplêktêd rojnemêye wan sala, dîtye, wekî miqaledarê lapî pêş Etarê Şero bûye. Bawer bikî hejmareke usa tune, ku bi qolê Etarê Şero miqale yanê înformasîa têda tunebin. Û ewî bi kel, bi ced bi zimanê nivîsarê, bi destî rojnemê pirsêd hewaskar bilind dikir, gazî xebatçya dikir, ku dest ji emrê berêyî netê bikişînin, bi aktîvî tevî çêkirina emrê teze bin, deba teze, rabûn-rûniştina teze nava xweda bidne mehkemkirinê, dijminê sinifê bidne belûkirinê û rûreşkirinê. Çawa xebatçîê rojnemê ew temamya gundê rêspûblîkaêye kurda geryaye, rastî binelya hatye, nava wanda xebata agîtasîon-propagandîstîêye zor kirye, komek daye wan, ku ser rya rast bisekinin û dijmina nav xwe bidne hildanê. Hema vê rojnemêda jî efrandinêd wîye bedewetîêye pêşin hatine çapkirinê.
Lê wextê faşîstê alman bi nemamî hicûmî ser wetenê meyî sosîalîstîê kirin, Etarê Şero jî çû eskerîê bona wetenê me xweyke. Ewî eskerîêda qulix kir, lê neçû pêşenîê.
Paşî şêr ew Yêrêvanêda binge bû. Û eger dewrana berêye zulmkar li mala wane mezin jî hatye xezebê û bû qesasê serê çend nefera, lê dewrana sovêtîê destê xwe avîte Etarê Şero û bi mîlîona merivê mînanî wî, ji binatara rê derxist, kire xweyî nav, xweyî hebûn û xweyî mal.
Nha 10 zarê Etarê Şero û kulfeta wî Xaylazê hene (6 kur, 4 qîz). Reqema nevî û nevîç’irkê wî digihîje 55-a. Û gava ev koma giran dora Etarê Şero rûdinê, ew emrê wanî bextewar dibîne, per û baskê wî tunene pê bifire. Çawa tê kivşê, menîke sereke jî eve, wekî ew kal nabe, hertim ha cahil û ser xweye.
Çawa hate gotinê, Etarê Şero salêd 30-da destbi efrandina nivîsara bedew kirye. Efrandinêd wîye ewlin rojnema “Rya teze” û berevokêd şayîr û nivîskarêd kurdêd sovêtîêda hatine çapkirinê. Berevokêd efrandinêd şayîrêd kurdêd sovêtîêye yekê, duda, sisya, çara, şeşa û hevtada cîkî êpêce şiêrêd Etarê Şero digrin. Ew sala 1935-a bû uzvê T’ifaqa nivîskarêd sovêtîê, lê paşwextîêda bona tiştekî netê ji T’ifaqê der ma. Gelek efrandinêd wî (çawa şiêr, usa jî nivîsara vekirî) ji salêd 30-da kitêbêd dersê zimanê kurdîda hatine û têne çapkirinê. Efrandinêd wî usa jî bi radîoê hatine xwendinê. Antologîa nivîskarêd kurdaye sovêtîêda, ku sala 1936-a bi zimanê ermenî hate çapkirinê, şiêreke Etarê Şero jî (bi tercmekirina Emînê Evdalê rehmetî) neşir bû.
Hetanî nha sê berevokêd efrandinêd wîye xwexwetîê neşir bûne. Sala 1935-a ronkayî dît berevoka wîye pêşin – “Biriqandina ewlin”. Sala 1957-a kitêba wîye duda – “Şiêr” neşir bû. Lê sala 1965-a kitêba wîye sisya – “Du dinya” hate çapkirinê. P’ara vê kitêbêye dudada (“Dinya kevn”) ew şiêrêd Feqîê Teyran bûn, ku şayîr ji nava cimetê berev kiribûn.
Nha jî şayîr qelema efrandarîê ji destê xwe danenye û şuxulêd bedewetîêye teze dinivîse. Ewî îdî berevokeke t’am hazir kirye (bi navê “Roja şemal”) û teslîmî neşireta “Ermenîstan”-ê kirye. Lê nha jî ser berevkirin, hazirkirin û şirovekirina qisêd kurdaye cimetê dixebite. Wî nêt heye, wekî zûtirekê wê xebatê xilaz bike.
Çawa zanekî zargotina meyî berbiç’ev (Merûf Xeznedar jî derheqa vê yekêda kitêba xweye “Oçêrkê terîqa edebyete kurdaye nha”-da rûpêlê 22-a nivîsye, ku Moskvaêda sala 1967-a bi zimanê ûrisî neşir bûye), Etarê Şero gelek nimûnêd wî nivîsîne û çawa ewî bi xwe dibêje, “weke barê gakî” hazir hene. Û vî alîda emekê Etarê Şero (îlahî di şuxulê berevkirin û neşirkirina efrandinêd Feqîê Teyranda) layîqî her cure pesnandinêye. Ew efrandinêd Feqîê Teyran, ku Etarê Şero berevkirine, anegor dha xalisin û nêzîkî ruhê efrandinêd Feqîê Teyrane mayînin. Çawa dibêjin, ewî ew efrandin bê destdayîn dinivîsî û raberî xwendevana dikir. Silsiletê gelekî şêkirdarê Etarê Şero bin, ku ew virhada jî bi wî teherî berevkirina efrandinêd Feqîê Teyranva mijûlbe.
Gelekî rast gotine, wekî edebyeta miletîê ç’eme. Lê efrandar jî cewin, ku her kes hindava xweda tê dikeve nava wî ç’emî û wî dha gur’ dike. Çiqas ç’emê gur’be, ewqasî reng-awazê dha gelek bin. Hilbet, emirda jî naqewime, wekî hemû cew weke hev bin, çapa ava wan yekbe, weke hev lez bikişin. Nava edebyetêda jî usa nine: her efrandarek bi cûrê xweye, weke qewata xweye, weke hunur û merîfeta xweye, ku tebyetê daye. Mêşeda jî dar gişk weke hev nînin, hene darê mezine bilind, hene darê orte, hene darê biç’ûk. Û her yek cîê wan jî başqeye, anegorî dara biç’ûk dara mezin dha bilind tê kivşê, lê dara tek-tenê bi xwe hela mêşe nine. Mêşe ew tomerîbûna wan dara gişkane, çawa dibêjin, cema wane. Lê heqe, wekî wextê qîmetkirinê her yek anegorî qewat û hunurê xwe bê qîmetkirinê û cîê xwe bibîne. Hilbet, wedeê bi xwe eleg-bêjinge û her yekî dayne cîê wî, kirin û rola wî bide kivşkirinê, çi ku tiştê mayînêye wê bihêle, lê çi ku ne tiştê mayînêye, wê ji ortê bide hildanê.
Her tenê heqe, wekî silsiletê cahil emekê silsiletê pêşîê bişêkirînin, qedrê kirina wan bigrin û bîr nekin, wekî wextê wanda çi hebûye û wana nava qewlê wî çaxîda çi kirine, pey xwe çi hîştine.
Eyane, wekî salêd 30-da çawa nava edebyeta sovêtîêda, usa jî ya ermenîê birada rêtorîka, agîtasîa rûte-tezî, gazî û kêlm gelek bûn. Lê bona edebyeteke usa, çawa ya kurdaye sovêtîê bû, ku teze pêşda dihat û hîm dibû, kêmasîêd ha dikaribûn dha zef bûna, eger wê yekê jî hildin ser hesêb, wekî ew ji tradîsîaêd edebyeta meye klasîk bir’î bû, bin hukumê edebyeta ermenyaye wî çaxîda pêşda diçû û, wekî ya lape serekeye, cimeta me paê-pirê nexwendî bû û lazimbû, wekî derheqa pirsêd rojêye aktûalda gelek cara hema bi cûrê gazîê, bi cûrê kêlmê jêra bihata gotinê. Hela sala 1936-a Naîrî Zaryan derheqa vê yekêda xeberdaye û menîêd van kêmasîaye obyêktîv daye kivşê.
Lê kemala nivîsarêd meye salêd sîye hîmlî wê yekêdane, wekî “nava cûrê bedewetîêyî hela netamkirîda nivîskarêd kurde cahil berbanga femdarya cimeta xweye seyasetîê-terîqîêye geş didine kivşê” (N. Zaryan).
Femdarya lape mezin ew bû, wekî dîwana sovêtîê, Partîa komûnîstîê ev p’ara cimeta kurdaye biç’ûk ji xezakirinê aza kir, welatê meyî azada kir nefereke mala biratîêye cimetaye t’am. Û femdarîye, wekî şayîrê kurd nikaribû xebera xweye şêkirandinêye pêşin azakirîêd xwera negota û ji navê cimeta xweye azabûyî pêşda nehata û eva yeka neşêkiranda. A Etarê Şero ji wan şayîrêd kurdêd sovêtîêye pêşin bû, ku hema serê-serda qelema xweye efrandarîêye necêribandî pêşkêşî vê yekê kir. Bira cure ne anegorî serecemêbe, bira efrandinêda kêlm û gazî dha gelek bin, ne ku ruhê poêzîaê, lê ewê efrandinê qulixî şuxulê rojê dikir, komek dida, rya rast nîşanî cimeta nexwendî dida. A lema jî dha gelekî kemala efrandinêd Etarê Şeroye salêd 30-î terîqîê heye, ne ku bedewetîê.
Kitêba xweye ewlinda ew bi zimanekî sade, bi cûrê dengbêjîê, carna jî mînanî ç’îrokbêjê cimetê (bi fikra vê xeberêye qenc) derheqa wan qewmandinada dinivîse, ku emrê meda qewimîne. Ew qewmandin elîfba tezeye, ku, çawa şayîr dibêje, “em gîhandin zef miraza”, neşirxana meye, ku “ronkayê dide hemû cya”, plana pêncsalya pêşine, qedandina kîjanê şayîr gelekî ruhdar kirye, çimkî pêncsalîê
Wêrankir warê dewletya,
Em diqedînin pêncsalya dudya
femdarya Ecoê batrake, ku emrê xweyî berê û nha himberî hev dike, zelûlya berê bîr nake bona şîrnaya emrê teze rind tex’mînke.
Etarê Şero pesnê merivê xebatê dide, tîne ber ç’eva, wekî dewrana sovêtîêda binyata xebatê û qîmetkirina wê jî hatine guhastinê. Nha xebat şuxulê hurmet û syanetêye, kanya dewlemendbûn û pêşdaçûyîna meye. Esedê şivan (navê şiêrêye, rûpêla 8-a) hevt sale pezê sovxozê diç’êrîne û bawere, wekî “xebat ji mera milke û ware”, wekî bi destî xebatê “em sosîalîzmê diefrînin”. Tiştekî tezeye pesnandina p’alê senayê, xebata wî.
Em kurê xebatçya u gundyane,
Dixebitin nav zavod û fabrîkane,
Çêdikin traktor û maşînane,
Bona xebata hemyane (rûê 16-a).
Qeydê teze xwera femdarya teze jî anye. Ber ç’evê merivê me gelek erf-edet îdî reş bûne, kemala xwe unda kirine û bûne tiştekî zyandar. Û Etarê Şero hela vê berevoka xweye ewlinda derket miqabilî qelen û kire gazî: “Bese qelen!” Xebera xweye krîtîkîê got derheqa tirêqê meda, kirina wan gunekar kir (Ûnisê kolxozvan û şêx Biro, rûê 10-a). Kemala vê yekê dha mezin dibe, gava wê îzbatîê hildin ser hesab, wekî Etarê Şero bi xwe jî cidê xweda şêxe û hela wî çaxîda, gava dha gelek cimet pey tirêqa diçû, ewî kirina wane nepak anî ber ç’eva.
Namûsa we terêqa tunebû,
Xapandina mezin p’êşê we bû,
Nha dewrana we idî unda bû,
Qesasê serê we rabû (rûê 10-a).
Pesnê qîza kurde azabûyî dide (“Xaylaz”, rûê 12-a), ku “ç’evê xwe dewrana şêwrêda vekir”, “bi dilê xwe dît, aza jî mêrkir”, telîmçya jinane, wanra rojnema “Rya teze” dixûne.
Pesnê radîoê (“Radîo”, rûê 14-a) dide:
Radîo distrê, dilovîne,
Ji emrê teze gilya dibarîne,
Hemû xebatçya pê dihesîne,
Bi sewta şîrin dike qîrîne,
pîonêra (“Pîonêr”, rûê 23-a), eskerê sor (“Dîtina eskerê sor”, rûê 22-a), beyraqa sor (şiêra bi wî navî, rûê 25-a), traktorê û gelek navûnîşanêd mexlûqetya sosîalîstîêye teze şabûn kirine dilê wî û ewî derheqa wanda efrandye.
Etarê Şero usa jî efrandin pêşkêşî “konfêransa zimanzanê kurmanca” (rûê 29-a) kirye.
Herdu berevokêd axirîêda goveka têmatîka wî anegor dha fire bû û cure jî dha şimşat bû. Pêşdaçûyîn berbiç’eve. Raste, dîsa cûrê aşiqîêye, sadeye, lê efrandin ewqasî nayîv nehatin nivîsarê, çawa berevoka pêşinda bû.
Van berevokada em rastî efrandinêd usa tên, ku pêşkêşî Lênîn, Rêvolyûsîa Oktyabrê, edlayê, weten, dostî û biratya cimeta, roja îroyîn, tebyetê, gundê teze, emrê kolxozîê kirîne.
Profêsor Hecîê Cindî kitêba xweye “Oçêrkê edebyeta kurdêd Ermenîstanêye sovêtîê”-da (Yêrêvan, s.1970-î, rûpêlê 43-a, bi zimanê ermenî) derheqa Etarê Şeroda ha dinivîse: “Etarê Şero şayîrê debnivîsarêye. Ew gava emrê cimeta kurdada zyana edetê kevn dibîne, nava efrandinêd xweda wan hemû tişta qaqa reş hasê dike, çi ku pêşdaçûyîna me bend dike, edetê kevn, qewmandinêd, ku ne anegorî ruhê wedê mene, belû dike û qerfê xwe pê dike”. Rastîê jî usane. Em van herdu berevokada jî rastî efrandinêd usa tên. Nava şiêra “Halê jinaye berê”-da ew dê-bavê Sînemê gunekar dike, wekî radibin qîza xwe bê dilê wê, bona qelen didine “kurê Emerê qaf sar”. Û eva yeka jî kutasîê digihîne wê derecê, ku Sînem xwe dixeniqîne. Xeniqandina Sînemê bi xwe şikyatekî berke miqabilî dewrana derbazbûyî û qeyde-qanûnêd wê. Lê gava Zibêdê (navê şiêrêye) jî wî teherî didine mêr, ew cem Elîê kal namîne, yekî hinkûfî xwera direve û hîmê maleke wedê nhaye baş datîne.
Şiêreke xweda jî (“Min kurapê xwe nestend”, Du dinya, rûê 32-33) ew berk miqabilî zewac û mêrkirina qewma şer dike, bi cûrê qerf-qûç’ikê cimetê wê yekê rûreş dike.
Etarê Şero bi cûrê fikirmîşbûna cimetê derheqa edlayêda dinivîse:
Ez dixwazim eşqa dila,
Cimet hemû hevra bira,
Dinya tijî, dinya edil,
Het tunebe şerê qetil (“Du dinya”, rûê 7-a).
Derheqa xebatêda dîsa wî cûreyîye.
Edilê, rave, siveye,
Heval îdî civyane,
Wextê xebata teye,
Hemû hîvya te mane (“Du dinya”, rûê 29-a).
Derheqa ordya meye sorda, qulixkirina eskerîêda dinivîse, firqîêd orta qulixkirina eskerya berê û nhada dide kivşê:
Îro tevî lawêd delal
Diçî ordya me helal,
Here, emrê min tevî te,
Mêrxasbe boy Wetenê me.
……………………………..
Esker mîna berê nîne,
Merî merya bizêrîne.
Hukumeta p’ala, gundyane,
Esker temam kurê wane (“Du dinya”, rûê 19-a).
Derheqa hogirê xweyî şêrda şiêrek (“Wetenhizê namûs”, Du dinya, rûê 26-a) nivîsye, efatî û mêrxasya Şîrin anye ber ç’eva, seba kuştina wî ber xwe ketye.
Têma hizkirinê cem Etarê Şero têmake tezeye. Ew derheqa xortê bengîda dinivîse, evîntî û kela dilê wî tîne ber ç’eva.
— Ji te hiz dikim weke rojê,
Te ez kirime devê dojê,
Dewsa hîvê te şewq daye…
……………………………….
Sewda ji serê min difire,
Erd û ezman tev duxure,
Zûva ser te ez bengîme,
Bêy huba te ez mirîme (“Du dinya”, rûê 35-a).
Gelek efrandinêd xweda Etarê Şero şîretkare. Cêribandina emre mezin, zanebûna qencî-xirabya dinyaê mecalne mezinin destê şayîrda, wekî şîretê baş li silsileta cahil bike, rya rast nîşanê wê bike.
Bona jîyînê lazime xebat,
Herkê dixwazî kod bive t’ijî,
Lazime aqil, fem û feraset,
Tu bixebite û xwera bijî (“Du dinya”, rûê 24-a),
yanê,
Wexta merî pak biecbîne,
Xwera dûr û kûr bifikire,
Dinêda ked-qazanc zef şîrine,
Dinya ronik ji gişka çêtire (dîsa li wir, rûê 23-a).
Etarê Şero êpêce efrandin jî bona zara nivîsîne. Ewana alîê rîtmê, levanînêda nêzîkî yêd cimetêne û sivik jî têne hildanê.
Kurê min milkê malê,
Wê mezinbe sal-salê,
Komekê bide bavê (“Du dinya”, rûê 3-a),
yanê,
Lê, lê, qîzê, porzerê,
Were, herne bêderê,
Bira bîna te derê (dîsa li wir, rûê 38-a).
Bi tomerî hildayî (sifteda hetanî nha) tiştê p’ak cem Etarê Şero ewe, wekî ew wedê xwera hatye girêdanê, derheqa wîda nivîsye. Raste, gelek cara îskûstva kêm bûye û ew çawa şuxulê bedewetîê ser dereca xwe nîbûne, lê efrandar çi xwestye bêje, bi cûrê xwe, bi fikirmîşbûna xwe gotye.
Nava gelek efrandinêd wîda (îlahî yêd paşwextîêda) cûrê zargotina me, ruhê wê, çap û teqla wê hatine xweykirinê û ewê yekê komek daye, wekî ew dha nêzîkî ruhê cimetê bin.
Zimanê wî hema serê-serda temiz bûye û hetanî roja îroyîn jî temiz maye mînanî zimanê cimetê. Cîê lazimbûye yanê jî cîê şiêrê mecala wê yekê daye, gotinêd cimetêye bi cî dane xebtandinê û wana qîmetê efrandina hê bilind kirine. Em ji wana çend heba bîr bînin: “Krasê min şe’re, lê tu were dilê min je’re” (“Şiêr”, rûê 44-a), “Destê tenê deng jê naê” (Berevoka 1957-ê salê, rûê 267-a), “Nava p’irç’-mûda bişewitîne” (“Şiêr”, rûê 35-a) û gelek-gelek meselêd bi vî teherî xwendevan dikarin bibînin.
Hîmê çend efrandinêd wî ji zargotina cimetê tên. Mesele,
— Dîlber, rabe, sibêye,
Dengê p’ala qubêye (“Şiêr”, rûê 29-a).
Cem cimetê jî haye:
— Dîlber, rabe, sibêye,
Dengê dîka qubêye.
Hilbet, evê mînahevbûna komek daye, çimkî temamya efrandinê bi cûrekî mayîn hatye çêkirinê û ewê yekê efrandin dha nêzîkî ya cimetê kirye.
Yan na meseleke ha:
Dayka pîr dilovîne,
Hêsira ç’eva dibarîne (“Şiêr”, rûê 35-a).
Emekê Etarê Şero jî heye di şuxulê pêşdabirina edebyeta kurdaye sovêtîêda, îlahî berevkirin û ji undabûnê xilazkirina efrandinêd Feqîê Teyran û zargotina meye dewlemend. Nivîsarêd wî bi xwe jî komek dane şuxulê meyî tomerî, alîê xweda bûne kevirekî avayê edebyeta meye teze.
Em careke mayîn jî 70-salya bûyîna Etarê Şero bimbarek dikin û jêra şêt-qewatê, emrê bextewarî hê dirêj dixwazin.