rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

SERHATYA HUBEKÊ

 

 

SERHATYA  HUBEKÊ

 

          Bi gotina gotya, gundekî biç’ûk bûye. Lê wî gundîda qewmandinêd mezin bûne. De wext-wedekî usa bûye, wekî her qewmandineke usa bûye lêgênd. Besa derheqa wanda ji malekê derketye, ketye maleke dinê, li gund, li êlê geryaye, bela bûye. Serhatya zewaca Keleşê Reşo jî qewmandineke usa bûye, çiqas çûye hidûdê xwe fire kirye, mînanî topa berfê gilî-gotinêd teze serda zêde bûne û bûye lêgêndeke tame temam. Yê dîtî jê bawer kirine û gotine: “Emrê Xwedêye”, yê nedîtî bawer nekirine, gotine: “De, gilîne, xwera dibêjin”.

         Lêgênd, lêgênd… Lê rastîê çi qewimî bûye? Caba vê pirsêye rast her tenê van sala hate dayînê.

         … Mala Qero û mala Reşo zûda dijminê hev bûn. Wextêda apê Reşo ser tiştekî netê lêda bû bavê Qero kuştibû. Qeroyî hela biç’ûk bû. Ji qebîla wan jî wî gundîda tenê mala wan bû. Wextêda heyf nehatibû hildanê, ne jî hevra pevketibûn.

         Gava Qero mezin bû, zewicî, bû xweyî komî-kulfet, ew dijminayî orta mala wan û Reşoda nehate hildanê. Wana hevra xeber nedidan, hevva nediçûn-nedihatin. Raste, apê Reşo îdî miribû, zureta wî jî tunebû, lê heyf hela dima. Reşo tim bi tivdîr digerya û kîderê rastî Qero dihat, rya xwe dadigerand.

         Wextêda gelek camêr ketibûn ortê, wekî wê dijminayê bidne hildanê, wana hevbînin, lê Qero qayîl nedibû.

         — Hetanî kurê-kura jî mabe, gotî heyfa bavê min bê hildanê, — Qero digot. – Mirina min û kuraê hebe, lê pevketina me tune.

         — Ê, xûna xwe bistîne, — merîê şandî digotne Qero.

         — Ez îro xûnê bistînim, wekî sibê rabin bêjin me bi çend zêra xûna bavê wî k’ir’î? – Qero bi hêrs digot. – Na xêr! Xûna bavê min erdê namîne, xûnê bi xûnê bê şûştinê.

         Û çiqas-çiqas cara Reşo rîspîê gund şandin mala Qero, lê ewî timê ev gilî dida destê wan:

         — Xûnê bi xûnê bê şûştinê.

         Û Qero kîn dilê xweda xwey dikir, pev nediket.

         Carekê jî Qero rêva rastî Reşo hat. Qeroyî bi qeme bû, lê Reşoyî destevala bû. Reşo dîsa mînanî hercar xwest rya xwe dagerîne, lê Qero kire gazî:

         — Reşo, lao, min dadka te ha, ha kiro! Teze ezê te berdim? Karê xwe bike, ez têm, — qeme kişand, xwe dirêj kirê.

         Reşo cîê xweda sekinî, gotê:

         — Qero, lao, mede ç’êra. Ç’êr pêşê camera nînin. Erê, em dijminê hevin, lê ew ne mêranîye tu îro dikî. Tî bi qemêyî, ezî destevalame. Wekî mêranya te ewqase, keremke, pêşda were, pira-pir, hindika-hindik.

         Ser van gilya Qero cîê xweda sar bû, sekinî. Careke mayîn qema xwe kire qabê, ker’eker’ pişta xwe daê, çû.

         Wexta Reşo vegerya, derheqa vê kirina Qeroda gundda gilî kir.

         — Mêrê camêr gotî usa jî bike, — gundya gotin. — Meê rûç’kê Qero heramkira, wekî ewî nemerdî bikra.

         Eva gilya kete guhê Qero jî. Ew jî ser wê fikrê bû, wekî Reşo jî mêrekî qolayî nîne. Raste, dijmine, lê mêre.

         Herneyse, dijminaya orta wan nehatibû hildanê. Reşo dikir-nedikir, Qero jêra pev nediket.

         Cara kutasîê Qero ha caba merîê Reşoye şandî da:

         — Xwedê kerîme, wê rokê, çawa lazime, bikeve çema min. Wî çaxî rengê mêraê bê kivşê.

         Û Reşo tim hevsa xwe jê dikir, usa dikir rastî wî neê, lê gava rast jî dihat, ese rya xwe dadigerand.

         Evê yekê gelek sala kişand. Qero jî îdî mînanî berê dijminaya berk nedikişand, lê pevketinê pevnediket.

         Qîzeke Qero hebû. Navê wê Sêvê bû. Sêvê – sêva rast. Keleşê kurê Reşo ser bengî bûbû. Ew jî çawa bengî bûbû! Ser dîn dibû. Dilê Sêvê jî Keleşda hebû. Dûrva ç’evê wan hevbû, xweda dişewitîn, lê herdua jî rind zanibûn, wekî çi dew orta malê wanda heye. Keleş turuş nedikir sura dilê xwe yekîra bêje. Wekî bikeve guhê Qero, wê lêxe qîzê bikuje. Nedixwest bav jî pê bihese.

         Sêvê jî alîkîda xweda dişewitî. Qîz bû, tirsa bavê, bira newêribû dilê xwe ber keç’ikeke hevala xwe veke.

         Lê bi derxûna derê tendûrekê naê girtinê. Çiqas çû, evîntîê hê li wan zor kir û herdu jî rê-dirba, menî-mecala geryan bona sura dilê xwe hevdu bidne hesandinê.

         Hevaleke Sêvê hebû. Mrcanê nebêje omid, êşaneke rast bêje. Ew ser hisa-hisa ketibû, lê turuş nedikir Sêvêra gilîkî bêje. Ma hetanî rojekê Sêvê xwexwa gilî vekir.

         — Lê-lê, Mrcan, gilîkî min heye, dixwazim tera bêjim, lê taqet nakim, — Sêvê gote Mrcanê. – Mala me pê bihese çi, wê serê min jêkin.

         — Pî, la te porê min kurkirê! Ezê çawa rabim gilîê te xelqêra bikim? – Mrcanê gotê. – Sola xwera bêje. Ew gilî wê min û tera tev here gorê.

         Û Sêvê gilîê xwe Mrcanêra kir, sura dilê xwe ber vekir.

         — Çi te veşêrim, çi Xwedê veşêrim, dilê min Keleşda heye, — Sêvê gotê. – Ev dewkirin jî orta medane, qe nizanim axirya meê ku dayne?

         — Erê, daê, hizkirin dewkirinê napirse, — Mrcanê gotê. – Pirseke çetine, lê Xwedê li hev bîne. Dixwezî, ez Keleş pê bidme hesandinê?

         — Hişş! Usa meke, tê min têkî robet, — Sêvê bi tirs gotê. – Tu dixwezî bavê min minxe, min bikuje? Na, ez bextê te, birê teme, ev gilî ji devê te derneê. Min her tenê bona wê yekê tera got, wekî perç’a dilê min dayne. Yanê na, Xwedê nekirî ev gilî bela bû, tu zanî bavê minê çi bike.

         Herdua jî xwe ker’ kir. Herdu jî nava xiringêla fikrada xalifîn û tu rê ji rya dernexistin.

         Keleş jî kela dilê xwe zevt nedikir. Agirekî usa qefesa wîda dişuxulî, wekî rê-dirba digerya, ku bide der. Lê kêra bêje, kê kare jêra ç’arekê bike? Xênji Mrcanê Keleş qîz yanê xortekî usa nedidît, wekî Sêvê sura dilê wî bide hesandinê.

         Û herdua jî bi serî Mrcanê orteçîtya xwe didîtin. Mrcan dibû delîla wan, gumana wan.

         Rojekê Keleş xwe Mrcanêra gîhand, da sondê, wekî tu qûl-bende wê pê nehesin, gilîê xwe jêra kir.

         — Hîvya min ji xûşka min ewe, — Keleş kutasîê gotê, — wekî pê bihesî, çika dilê wê jî minda heye yanê na. Wexta ez zanibim dilê wê minda tune, hilbet, çetine, lê ezê jî usa bikim, wekî hizkirina wê ji dilê xwe derxim.

         Mrcanê neda kivşê, wekî haj hizkirina Sêvê heye, her tenê soz daê, wekî wê Sêvêra xberde.

         Çend roja şûnda dîsa Keleş û Mrcan rastî hev hatin.

         — Mizgînya min! – Mrcanê gotê.

         — Mizgînya te ser ç’evê birê te, – Keleş caba wê da.

         Mrcan destmalek derxist û dirêjî Keleş kir.

         — Eva jî tera pêşkêşa Sêvê.

         Keleş bi destê ricaf destmal hilda, lênhêrî.

         — Xûşkê, bidî xatirê Xwedê, tê rast birê xwera bêjî, – Keleş  ha bi tirs gotê. – Ewê bi dilê xwe şandye yanê te zorê jê stendye?

         — Ez serê birê xwekim, – Mrcanê gotê, – ewê xwexwa da min, wekî bînim bidim te.

         Keleş destmal bire ber pozê xwe, bîn kir.

         — Of xweş, çi bîneke xweşe jê tê, bîna Sêva mine.

         Mrcan dûrva sekinî bû, lêdinihêrî û vedibeşirî.

         — Lê gilî-gotinê wê qe çi bûn? – Keleş pirsî.

         — Ew jî mînanî te xweda dişewite, – Mrcanê gotê. – Revêra ne qayîle, lê divê bimrim – erdêrame, bimînim – Keleşrame. Bira qet şayîşa nekişîne, Xwedê kerîme.

         Wê şûnda Mrcanê gilîê Keleş digîhand Sêvê, gilîê Sêvê digîhand Keleş. Ew û Sêvê tev diçûne pincarê. Dê-bavê Sêvê tu şik nedibirin. Mrcanê usa kir, wekî çolê Sêvê û Keleş çend cara rastî hev hatin.

         De gundî biç’ûk bû, surê mezin têda cî nedibûn û zû dîhar dibûn. Hey bere-bere bela bû, wekî dilê Keleş û Sêvê hevda heye. Hineka digotin, wekî destmala Sêvê cem Keleş dîtine. Yêd mayîn digotin, wekî çolê ew cem hev dîtine. Be’sê hêdî-hêdî hidûdê xwe fire dikir, hetanî rojekê ev gilî kete guhê Qero jî.

         — Qîzê, — ewî gote jinê, — min gilîkî ha bihîstye, tu vê yekêra çi dibêjî?

         — Pî, şerin! – qîjîn ji jinê hat, — tifala min qet rûç’kê wî jî dîtye? Xêrnexaz qestîka usa dikin, zanin bîna me hevra nexweşe, dixwezin me û mêrika berî hevdin, dijminayîke dinê jî bikne orta me.

         Lê şik dilê dêda jî hebû. Û ewê qirar kir qîzêra xeberde.

         — Sêvê, lao, were dya xwera rast bêje: min bihîstye, divên dilê te ketye kurê ewî nepak. Raste yanê na?

         Qîzê berk înkar kir.

         — Daê, ez xêrê-waê nebînim, hergê gilî-gotinê usa hene. Şera davêjne min. Te tirê ez nizanim, çi orta me û mala wanda heye? Hergê te tiştekî usa dît, ç’evê min derxe.

         Reşo jî rojekê kurê xwe Keleş da xeberdanê.

         — Kuro, lao, min bihîstye, dilê te ketye Sêva qîza Qero. Tu zanî em dijminê hevin. Qero bimre qîzê nade te. Ya revê jî nabe, wî çaxî emê qira hev bînin. Gura bavê xwe dikî, hergê tiştekî usa heye, were kevira ji pêşa xwe bavêje, terk bide. Ew yek nabe, qe aqilê min jê nabire.

         Keleş bav da bawerkirinê, wekî gilî-gotinêd usa derewin, gur-gumanê wî nagihîjê.

         Carekê orta gundda jî bû xeberdan. Gundya Reşo dane femkirinê, wekî dilê Keleşê wî Sêva qîza Qeroda heye.

         — Ê, çi têra heye, — Reşo got. – Qîz û xortin, bira mirazê wan hevdu bibe. Her tenê bira Qero qayîlbe, îşala, qet minet tune. Çiqas dilê wî dixwaze, bira qelenê xwe bistîne.

         Eva gilya ketibû guhê Qero. Evê te cabeke usa ser Reşoda şand, wekî Reşo xwe ker’ kir û culet nedikir, wekî careke mayîn gilîê usa bîne ortê.

         Paşî vê cabê Qero qîz kutabû û dew kiribû, wekî xwe mukur bê. Sêvê dîsa înkar kiribû, girya bû, xwe avîtibû ser lingê bavê û sond xwaribû, wekî tiştê usa tune.

         Lê xeberdana derheqa wê yekêda çiqas diçû hê zêde dibû, Reşo dha hevsa xwe dikir, kêm diçû nava gund, nedihîşt kur tevî hevala gelekî here çolê. Qero jî dha mirûzkirî bû, nedixwest rûç’kê qîzê bibîne, çend cara menî jina xwe girtin û rûê vê yekêda kuta. Dê nedihîşt Sêvê tenê cîkîda here. Her tenê ewê aminayî Mrcanê danî û dihîşt, wekî ew tevayî herne pincarê.

         Rojekê jî Mrcan hate mala Qero. Sêvê û dê tenê bûn. Gava dê derket derva, bû piste-pista Sêvê û Mrcanê. Wexta dya Sêvê derda hat, Mrcanê gotê:

         — Xatî, îzna Sêvê bide em herin pêşe pêqaska navnêrî bînin, têkin tirşîn. Divên zevîê devê gêlîda pêqask bile’te.

         — De herin, lê zû werin. Dûr neçin. Sêvê, tu zanî bavê te ne male, çûye bazarê. Wextê bê, te malda nevîne, wê ecêbê nemayî bîne serê te, — dê gotê. – Derengî nekevî, zû bêyî, ha!

         Keleş xwe gêlîda veşartibû û ç’evnihêrya hatina wan bû. Keç’ik hatin, gihîştne zevîê devê gêlî. Keleş tele-tel çû gihîşte wan. Mrcan menya pincarê ji wan dûrket. Keleş û Sêvê ber zinêr xêleke xurt rûniştin, xeberdan. Raste, Mrcan ji wan dûrketibû, lê ç’evê wê li wan bû, dîna wê der-dora bû, çika kesek wan dera tune, wekî wan nevîne. Ewê zanibû, wexta ew rastî hev tên, kerba dinyaê, der-dorê xwe bîr dikin. Lema jî Mrcanê him pêqask diçinî, him jî qerewiltya wan dikir, wekî kes wan nehese.

         — Ez nikarim îdî ha teyax bikim, — Keleş gotê. – Tenê rêk heye. Ez gerekê rûbarê dinê nemînim. Tê sibê-dusbe bibihêyî, ezê çi bînim serê xwe.

         Bû zarîna Sêvê. Hema wî çaxî jî Mrcan wanva derket. Pêşa wê tijî pêqask bû. Nêzîkî wan bû, hilda bi laqirdî gote wan:

         — Maşoqê surê, hûn ji hevdu têr nebûn? Ne derenge. Keleş, rabe, usa here, wekî kes te nebîne. Dha rinde xwe gêlîda veşêre, hemîn tu îdî hîn bûyî, hetanî terî dikeve erdê, paşê were. Sêvê, de rabe, em tera jî heve pêqask biçinin û herin. Derenge, dibe bavê te bê û tera têke şer.

         Sêvê ç’ila bûbû, sekinîbû. Destê wan destê hevda bû, nedixwestin ji hev dûrkevin. Zûr bûbûn, ç’evê hev dinihêrîn. Xulese, bi dilekî kul rabûn ji hev dûrketin. Keleş gavekê diçû, vedigerya, Sêvê dinihêrî. Sêvê jî hey ser milê xwe vedigerya, wî dinihêrî. Keleş çû gêlîda xwe da ber kenar û dûrva Sêvê nihêrî. Raste, serê Sêvê berda bû, giva pêqaskê diçine, lê hemd-hişê wê cem Keleş bû û gelek cara dewsa pêqaskê gîhaê beyanî diçinî, dikire pêşa xwe. Mrcanê ev yek tex’mîn kir, nehîşt, wekî pincarê biçine û girt pincara pêşa xwe jêra nîvî kir.

         Dûrva dengê Efoê gavan li wan tesele bû. Ewî garan berbi gund danî. Qurf  kete dilê Sêvê. Hetanî gund lêva Sêvêye jorin neçû ser ya jêrin, xeberek ji dêv derneket. Çiqas jî Mrcanê xeber dida, xweşîê xwe lê dikir, lê Sêvê dengê xwe nedikir, xeber nedida, her tenê zû-zû piş xweva, alîê gêlî dinihêrî û keserê kûr radihiştin. Reng lê çûbû, spîç’olkî bûbû. Û çiqas jî Mrcanê xwest menîê bihese, lê Sêvê caba wê neda û hema usa ker’-ker’ jî ji hevdu qetyan, her yek çû mala xwe.

         — Qîzê, lao, ez porê te kurkim, — dê bi hêrs gotê, — ne min tera go zû were, tu çira ewqasî derengî ketî? Lê wekî bavê te bihata, minê caba wî çi bida?

         Sêvê xwe ker’ kir. Pêqaska pêşa xwe vala kir.

         — Dibe tu dîsa çûyî rastî ewî nepakê kurê nepaka hatî, lema dereng ketî, erê?

         Sêvê cîda ricifî, pakî xeberdan pê nebû.

         — Na, ez ku, ew ku?.. Ezê çawa rastî wî bêm…

         Xeberdan devê Sêvêda dê gulîê wêye dirêj girtin, çend tep dane nava ç’eva.

         — Min porê te kurkirê!.. Wekî tiştekî usa hebe, ezê te bi van desta bixeniqînim! Bira hela bavê te bê… — bînfişk dê ketibû û digot.

         Sêvê çû qulç’ekî koxda qincilî ser hev, ricifî. Zûr bûbû dêrî dinihêrî, nişkêva bav neê. Lê Qero derengî diket. Sêvê hetanî nîşev tenê, tî-birçî qulç’da rûnişt. Wexta dît bav naê, rabû tirse-tirs hate malê. Gişk raza bûn. Ç’ira temirand û kete nava cya. Xew nedikete ç’eva, xwera rodikir, dipîva, lê rê ji rya dernedixist.

         Derî kutan. Dê rabû, çû derî vekir. Dengê bavê lê tesele bû. Sêvê nava cyada dha qincilî ser hev. Qero hate hundur, şîva xwe xwar, rabû kete nava cîê xwe.

         Nava cyada piste-pista Qero û jinê bû. Sêvê guhê xwe da ser wan.

         — Qîzê, — Qero gote jinê, — eva îdî çend care gilî dikevne guhê min, wekî qîza te û ewî nepak çolê rastî hev tên. Îro jî, wexta em ji bazarê vedigeryan, piste-pista lawika bû. Bi tex’mîna min, derheqa wê yekêda xeber didan. Çimkî, wexta ç’ev min ketin, xwe ker’ kirin. Divên, Efo çend cara ew çolê dîtine. Wekî rastîê tiştekî usa hebe, ezê serê te û wê tev jêkim. Ewê bênamûsa qîza bênamûsa ez kirime oyîn.

         — Pî, şerin! – jinê gotê. – Ber xwe derdixin. Çira tu nizanî Efoyî çiqasî gevezeye?

         — Divên, Mrcan orta wan çêdike.

         — Nawû, ka tifala min qe ji malê jî dertê? Hela şer-şiltaxê çawa dikin! De min gazî rebê-ealemê kirye, belkî şer-şiltax bêne pêşya wan!

         Hêrsda Qero rabû, bi dengekî bilind got:

         — Şer-şiltaxin, erê? Gund-gundîtî derheqa wê yekêda xeber dide. Ezê devê kê bigrim? Ewê forqa qîza forqa ez kirime sosret. Ez gerekê dîwana wê bi destê xwe bikim! – Qero bi hêrs got û rabû, berbi qema stûnêda dardakirî çû.

         Jinê xwe avîte ser dest-pya.

         — Pî, malxirab, tu çi dikî? Me’r – me’re, xewêda merya naxe! Tê çawa vê şevê mala min xirabkî, ecêbekê bikî?

         — Na, ez gerekê serê wê jêkim, yaxa xwe jê xilazkim!

         — Bidî xatirê Xwedê, vê şevê qetlekê meke! Bise, bira sibê rabe, çi dixwazî bîne sêrî.

         Jin gelekî ber Qero gerya, lava-dîla hatê, ancax ew da qandirmîşkirinê û qeme kire qabê.

         — De pak, ezê sibê sûda wê bi destê xwe bikim, — Qero got.

         Dê xwe ker’ kir.

         Sêvê bin lihêfêda ç’ila bû. Ew him ji bavê ditirsya, him jî jê şerm dikir. Zanibû: bav, ku rastîê pê bihese, ew ji destê wî xilaz nabe. Gotina Keleş gava din jî bû serbarê ser. Û Sêvê xweda şewitî. Xew nedikete ç’eva, ketibû nava mitala, kûr-dûr difikirî. Hey derheqa gotina bavêda difikirî, hey gilîê Keleş diketne bîrê. Serê wêda fikir bûbûn gêjgerîng. Carna qeretû dihatne ber ç’eva, careke mayîn beta vedibûn. Ber guhê wê guje-guj bû, dev lê zya bûbû. Usa westyaye kesirî bû, wekî taqet nedikir destê xwe bihejîne. Ditemijî, ç’evê wê xweber dihatne girtinê û ewê êmanekî tex’mîn dikir, wekî tê bejî ketye nava aveke gur û hêdî-hêdî niqoyî binî dibe. Dixwest têke qarîn, têke hewar, lê dengê wê dernediket û hêdî-hêdî niqo dibû… Niqo bû, niqo bû hetanî îdî ne tiştek tex’mîn kir, ne jî tê derxist…

         Her sibe Sêvê pêşya gişka radibû, cî-nivînê xwe hildidan, dida qeynterê diçû avê. Lê vê sibê dê dît, wekî Sêvê hela ranebûye. Qêmîş nekir, ewê qeynter hilda çû avê. Vegerya, dît dîsa Sêvê razaye. Qero jî rabû, lê Sêvê hela ranebûye.

         Dê çû deylêkir:

         — Sêvê, Sêvê!..

         Dê hejand, bir-anî, lê Sêvê tune. Sêvê îsal nemirye îsal hevt sale mirye. Qudûmê dê şikestin, hêsira rê nedidane hev. Bû qûjînya dê, tepa hate nava ç’evê xwe, sûrtê xwe qelaştin.

         — Mala te xirabîo, ne Sêvê mirye! — jinê gote Qero.

         Evê te bawer nekir, jinê hêrs bû, lê gava ç’ev hêsirê wê, xûna ser sûretê wê ket, lez hat serra sekinî. Ewî jî hejand, deylêkir, lê Sêvê tune. Hêja tex’mîn kir, wekî çi bûye, bêhemdî xwe kire gazî:

         — Sêvê, lao, te çira mala min xirab kir!.. – û tepa da serê xwe.

         Ser vê qûje-qûjê neferê malê ser wan top bûn. Zarîn kete nava wan, xwe avîtin ser cîê Sêvê û giryan. Lê Sêvê tê bêjî razayî bû.

         Cînar jî pê hesyan, hatin, kêleka wan rûniştin û şîna Sêvê kirin.

         Nedîrdayîna Şemsra be’sa derheqa mirina Sêvêda temamya gundda bela bû… Xênji mala Reşo gund-gundîtî tijî mala Qero bûn. Cimet ewqas berev bû, wekî xênî hilnehat û nîvî derê malê sekinîn. Gişka heyfa xwe danîn, wekî mirazê wê ç’evada ma, usa cahil-cahil, ne tawî, ne bawî bû p’ara axa sar. Jin kêlekê rûniştibûn, şîna wê dikirin û digiryan. Çend jina dinivatin, davîtin ser canya wêye can. Dê xwe peritandibû, du kulfeta destê wê girtibûn, wekî xwe nekute. Qero ç’ila bûbû sekinîbû. Mêra serê xwe kiribûn ber xwe, ser textê ber dîwêr rûniştibûn, cix’are dikişandin.

         — Mirîdê min, sebra xwe bîne, serê kura, bira-pismama binihêre, — şêx ber dilê bavêda dihat. – Xwedaê min ji we zeftir jê hiz kir, mirina ha cinetîye.

         — Mirina ha zulme, şêxê min, — kalekî gotê.

         — Ya, ya, mirîd, xwe ber Xwedê gunekar neke, — şêx gotê. – Qirara rebê mine, t’u dest diçe ber?

         Nişkêva xurtoşe kete nava cimetê, hineka guhê hevda kirine piste-pist û derketne derva. Dîna xwe danê – wê du mêrê navsere Keleş dane pêşya xwe, de’f didin, wêda dibin.

         — Biceme, here mala xwe, çî te van dera ketye, — yekî digotê. – Kula wan ne besî wane, tu jî têy vêderê evsene-evsene xeber didî.

         Keleş wêda birin. Gava jê dûr ketin, ew dîsa berbi mala Qeroda hat. Bûbû qetil ji mala Qero dûr nediket. Dora malê diçû, dihat û qare-qara wî bû:

         — Derewe, qestîka dibêjin, Sêvê ne mirye!.. Sêvê ne mirye!..

         Reşo jî pê hesya, hat, wekî kurê xwe bibe. Lê Keleş xwe neda dêst. Agir qêf ketibû, wê bestê ketibû û qare-qara wî bû:

         — Sêvê ne mirye!.. Sêvê nemirye!..

         Eva gilya kete guhê Qero û kura jî. Hêrs û şîna wan tevîhev bûn, lêlêbûn biteqyana, nizanibûn çi bikrana. Reşo dabû pey kur, ew jî dora mala Qero bûbû çerx. Qero çend cara derkete derva, dîna xwe daê: Keleş direve, bavê daye pey.

         Qare-qara Keleşe:

         — Qestîka usa dikin!..

         Qero kir ku xwe dirêjkê, lê çend mêra milê wî girtin, nehîştin.

         — Qero, ew dîn bûye, tu jî xwe dîn nebûyî?..

         Hetanî meytê Sêvê hildan, Keleş wan dera dûr nediket û dengê wî nehate birînê. Reşoê belengaz îdî nikaribû bida pey.

         Nîvro şûnda meytê Sêvê hildan. Cimeta gund, hewarya dane pey cinyaz û berê xwe dane mezela. Keleş jî fêza gundra hat. Çûn, gihîştin ser mezel, çardar danîn ser xwelya mezel, wekî kulfet dîsa şînê bike. Keleş xwe wanra gîhand, xwest ew jî bê ser mezel, lê çend cahila ew dane ber de’fa, wêda birin. Dîsa qare-qara wî bû:

         — Sêvê nemirye, hûn çira wê sax’e-sax’ dikine ç’el? Sêvê nemirye!..

         Qero û kura dîsa xwe dirêj kirinê. Lê nehîştin.

         Wî çaxî gundîkî kal pêşda hat û gote Qero:

         — Qero, lao, ez korbim bona xema dilê te, rehme li ruhê wêbe, destê wê ji vê dinê bû, bira wê dinê nebe. Lê ezê gilîkî kurê xwera bêjim. Divên ç’ivîk ç’ivîke, wexta avê dixwe, dîsa Xwedê dinihêre. Raste, hûn dijminê hevin, lê Xwedê jî xweş naê. Hemîn qîza te çûye rehma Xwedê. Nebe sebebê kurê mêrik. Em gişk jî zanin dilê wan hevda hebû. Lema jî wê dîn bûye, çola ketye, bawer nake. Were gura rûê mine spî bike, îznê bide, bira bê, bi ç’evê xwe bibîne, wekî bawer bike. Gunê wî xortî neke stûê xwe, cahile, guneye. Ez vî rûê xweyî spî ber te sekinîme, hîvî dikim: îznê bide, bira bê, bi ç’evê xwe bibîne, wekî îdî xeberdana virda-wêda tunebe. Wexta tu nehêlî, dibe kurê mêrik dînbe, lê wexta bê bi ç’evê xwe bibîne, tiştek pê naê. Ez hîvî, reca kurê xwe dikim, tê îznê bidî.

         Çend mêrê navsere jî ketine ortê. Xulese, Qero îzin da Keleş bê.

         Keleş bê hemdî xwe jorda hat. Ç’ev li sêrî fire bûbûn. Cimetê xwe da alîkî, rê danê. Gişka xwe ker’ kiribû, her tenê dengê girîê dê dihat. Keleş çû ser meytê Sêvêra sekinî. Zûr bûbû meyt dinihêrî. Mînanî lerzeka nava avê dilerizî, dengê xwe nedikir. Her tenê wexta xwestin meyt hildin, nişkêva xwe avîte ser meyt, mînanî dîna him-zora xwe kire qajîn:

         — Ax, min malxirabî, lê rastîê jî Sêvê mirye!..

         Ser vê qarînya wî meyt lipitî. Cimet tirsa cîda sar bû. Meyt careke dinê jî lipitî. Hinek jê dûr ketin. Şêx tirs-tirs paşda vekişya. Keleş û dya Sêvê kirine qarîn û xwe avîtne ser çardarê. Sêvê ç’evê xwe vekir, der-dorê xwe nihêrî. Keleş jî paşda vekişya. Dya Sêvê zar-ziman ket, xeriqî. Nha ne ewe cimet ser Sêvêda here, ne ewe dya wêda bikevin. Keleş dêrî bûbû, sekinî bû, ç’evê xwe bawer nedikir. Gişka xwe ker’ kiribûn. Sêvê serê xwe bilind kir û bi dengekî ricaf pirsî:

         — Çi qewimye?.. We çira ez hişyar kirim?.. Çira ez anîme vira?

         Gava dengê Sêvê kete guhê dê, ew jî ser hişê xweda hat.

         — Lê min digo ew nemirye, we digo na, — Keleş digot, ji şabûna nizanibû çi bikira. Zûr bûbû ç’evê Sêvê dinihêrî.

         — Qero, lao, — dîsa ewî kalî gotê, — hebe-tunebe evan aşiqê surêne. Duea rebê min van heye. Were gura min dikî, qirara rebê mine, nebe sebebê bext-mirazê van. Zef jî bîna we hevra nexweşe. Dive xwestina Xwedê mine, wekî bi menya vê yekê ew yek jî orta we bê hildanê. Çi dixwazî bêje, ewana gotî bext-mirazê xwe şabin. Hetanî nha kê ecêba ha ber ç’evê xwe dîtye? Were hema vêderê jî qayîlbe, wekî Sêvê bidî Keleş. Qirara rebê mine, gotî qayîlbî.

         — Qero, ç’evê te ron! Xwedê hetanî nha keremeke ha t’u kesîra nekirye. Tu gerekê gotina apora qayîlbî, — gundîkî mayîn gotê.

         — Xwestina rebê mine, apo, ezê çi bêjim, — Qero got û ç’evê kura nihêrî. Bengzê wanda jî qayîlbûn hebû. – Mirazekî Xwedê kiribe, evd dikare qebûl neke?

         Gişka ç’evronayî dane Qero, kura û xwestina kalê wekilandin.

         Tevrkola çawa mezel kola bûn, usa jî mezelê vala tijî kirin.

         Keleş hat xwe avîte pesîra Qero.

         — Apo, mirina min, mayîna min destê teye, — ewî gotê. – Çawa têra dibînî, usa jî bike.

         Qero çû rûê wî û gotê:

         — Kurê min, Xwedê terabe. Ez çi dikarim îdî bêjim? Xwedê mirazê we gîhandye hev. Qirara xweda ser sera, ser herdu ç’eva. Wexta Xwedê xwestye, wê usa jî bibe.

         Keleş û çend hevalava bi rev berbi malê çûn.

         Mêr bi laqirdî, eşq û şa pêberjêrî nepenîê bûn. Jina dora Sêvê girtin, kefenê wê qelaştin, her yekê kinceke xwe daê. Gava kinc lêkirin, xwestin bikevin bin mila berbi gund bînin. Lê Sêvê qudûm ketibû, nikaribû ser linga bisekinya. Şandin pêra-pêra erebe anîn, Sêvê erebê syar kirin û berê xwe dane malê.

         Hema wê rojê jî Qero û Reşo hevdu hatin. Dijminayî ortê hate hildanê.

         Çendekî şûnda çûn Sêvê Keleşra nîşan kirin. Wê payîzê jî deweta wan kirin.

         Go hetanî roja mirina xwe jî Keleş û Sêvê bawer bûn, wekî Xwedê bû sebebê bext-mirazê wan.

         … Nha t’ûra Keleş û Sêvê pire. Nevîkî wan jî bûye doxtir.

         Sura vê serhatîê her tenê evî nevîê wanî doxtir şirovedikir:

         — Tu tiştekî Xwedê wê ortê tune, — ewî caba cimeta gund da. – Tê kivşê wê rojê rûê wê berxweketina mezin pîrka min ketye xewa lêtargîê. Û wî çaxî hişyar bûye, gava dengê kalkê min ketye guh. Ulm gelek meselêd usa zane, gava merî bi xewa lêtargîê ne ku tenê bi seheta, roja, lê meha, sala razane. Ê, wî çaxî gundîê meye feqîre nexwendî wê ku zanibûna, wekî xewa lêtargîê çye? Lema jî wana tirê tiştekî batinî qewimye.

         Û ewî hazirara bi hûrgilî şirovekir, wekî xewa lêtargîê çye. Paşî vê yekê ew lêgênd çiqasî çû ç’ûk bû û her tenê ser zarê kal û pîra ma.

          

s. 1974-a

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *