amarikesardar
ŞUXULÊ MINÎ PÊŞÎN
ŞUXULÊ MINÎ PÊŞÎN
(Qisa slêstçî)
Min teze ûnîvêrsîtêt kuta kiribû. Ew du meh nîv bû, wekî ez çûbûm nehîêda dixebitîm. De, slêstçîê cahilî, xam, ku cîra nenase, binelya nas nake, wê çi bike? Min destpê kir nasya xwe da nehîê, meryara bûme nas. Çendek derbaz bû. Rojekê jî prokûror gazî min kir û got:
— Eva sê mehe, wekî nehîêda gunekarî hatye kirinê, lê hetanî nha jî hela nehatye vekirinê. Hanê vî şuxulî hilde, pêra bibe nas û pêva mijûlbe.
Min şuxul hilda û pêra bûme nas. Qinyatê şuxul gelekî kêm bûn û, çawa dibêjin, min gotî her tişt sifteda destpêkira.
Qewmandin ha bûbû.
Şev seheta 11-a tax’bûreke eskerîê rêda dice. Avtoajoê avtomaşîna pêşin dibîne, wekî merivekî bi kincê bajarvanîê kêleka rêda ketye. Avtomaşîne pêra-pêra disekinin û lêdinihêrin. Dîna xwe didinê, wekî ne mirye, dest xweda dikin avtomaşînê û tînin nexweşxana merkeza nehîê. Qumandar emir dike, wekî esker cîê gunekarî lê bûye rind xweykin hetanî mîlîsîa tê, bi xwe jî diçe elametîê dide mîlîsîaê. Mîlîsîa pêra-pêra diçe cîê gunekarî lê bûye û çi lazime dike. Cîê qewmandinêda eyan dibe, wekî tenê rêç’a avtomaşînê tê kivşê. Ew jî rêç’a tekera avtomaşîna “ÛAZ” bûye. Wekî dinê tu tiştekî nabînin û vedigerin têne merkeza nehîê.
Mêrikê birîndar jî hemîn nexweşxanîêda bûye. Raste, mêrikî birîndar bûye, lê nikaribûye xeberde. Paşî sê seheta mêrik dimre. Û usa jî nikaribûye tiştekî bêje slêstçya. Eyan dibe, wekî kuştî Memedê Memed – binelîê gundekî nehîêye. Zewicye, zarê wî hene. Wê rojê çend dest kincê zara kirîne, kirye torpekî. Akta derheqa wan kincada nava şuxulda bû. Xênji van çend melûmetîê derheqa kuştî û tekerê avtomaşînêda tu tiştekî mayîn şuxulda tunebû. Û şuxul vî halida spartine min.
Ez gelekî ser şuxulda fikirîm, rê û mecalêd vekirina wan geryam. Min gotî berê ewlin eyankira, çika Memed sehetê emrê xweye kutasîêda tevî kê bûye, kuda çûye, şev seheta 11-a çi şuxulê wî wandera hebûye, îlahî wexta cîê kuştinê weke 500-600 mêtrî ji gundê wan, weke 4 km jî ji merkeza nehîê dûre?
Bi pirs-pirsyara min hevalê wî dît. Navê hevalê wî Abas bû. Ew û Abas tevayî çûne ber pêz.
Min ji Abas pirs kir:
— Tu çawa Memed nas dikî?
— Ew par hate gundê me û çû ber pezê gundya. Ez jî diçûm ber pezê sovxozê. Me wî çaxîda hevdu nas kir û orta me gelekî xweş bû.
— Te wê rojê Memed dît?
— Belê, min dît. Ezî çolê bûm, ew hat, wekî here gundê me. Ez û wî tevayî rûniştin, me êpêceyî xeberda. Paşê rabû minra got, wekî gundda çend mala heqê wî nedane, diçe heqê xwe berevke. Me xatirê xwe ji hevdu xwest û ew berbi gund çû, ez jî çûm gihîştim kerîê pêz.
— Wexta we rûnişt xeberda, te tex’mîn nekir, wekî ewî kêfxweşe yanê na?
— Na, min tex’mîn nekir, tu bîn jê nedihat, xwe şaş nedikir. Bi tex’mîna min, ewî venexwaribû.
— Gundê weda, xênji te, nasê wîye nêzîk kîne, ew dikare here mala kê?
— Wê here mala Eslan. Orta wî û Eslan gelekî xweş bû. Nikare biqewime ew here gundê me û neçe mala Eslan.
Ez çûme gunê wan. Min Eslan dît û jê pirsî:
— Wê rojê te Memed dîtye?
— Belê, min dîtye. Çawa Memed bê gundê me, min nevîne, vegere here, qe tiştê usa dive? Em zûda hevdu nas dikin. Me gelekî hevdu hiz dikir. Ez korbim bona Memed. Çi gava dikeve bîra min, dilê min, dûrî zara, qul dibe. – Eslan hevekî xwe ker kir, paşê serda zêde kir. – Qe tiştê usa dibû, Memed bê gundê me û neê mala me? Yanê jî ez herim gundê wan û neçim mala wan? Axir me gelekî hevdu hiz dikir.
Eslan axîneke kûr rahişt û xwe ker’ kir. Min rind dîna xwe da Eslan. Bejnêda yekî kinî navmilfireye. Yaşê xweda 30-32 salî ancax hebe. Porê wî kurîşkin, ç’evê wî sûtin. Hela nehîêda minra gotibûn, wekî merivekî nandare, zû nêzîkî merya dibe, gelekî hiz dike merîê kesîbra hevaltîê bike.
— Axir eva çend mehe eva qetla bûye, çira hetanî nha şuxul venebûye? – Eslan ji min pirsî û min tex’mîn kir, wekî bona kuştina Memed gelekî ber xwe dikeve.
— De em jî dixebitin, wekî wî şuxulî vekin, — min gotê. – Bona wê yekê hûn jî gotî komekê bidne me.
— Ez hazirim, çi ku ji destê min bê, komekê bidme we, wekî ev neheqî bê vekirinê, gunekar cezê xwe bistîne.
— Memed hatibû gundê we çi?
— Hatibû heqê xwe topke.
— Gişk top kir?
— Na, ewî minra go, wekî wê careke mayîn jî bê, çimkî çend mala heqê wî nedane.
— Hûn gelekî cem hev man?
— Weke du-sê seheta. Em hela tevayî çûne mal.
— We malda çî kir?
— Malda wê çi bikin? Xwedê çi kiribû qismet, me nanê xwe xwar.
— Îç’ke pêra hebû?
— Lê bê îç’kê dibe?
— Memed gele vexwar?
— Ez tera rast bêjim, orta Memed û îç’kê xweş bû. Ewî wê rojê mala meda çend fîncan araq vexwarin.
— Ew kêfxweş bû?
— Belê, kêfa wî êpêceyî xweş bû.
— Malda sere xwe danenî, raneza?
— Na, min kir-nekir nema. Go ezê herim, şuxulê min heye.
— Malda hûn herdu tenê bûn?
— Na, kulfeta min jî male bû. Xênji me sê cînarê me jî ser texte hazir bûn.
— Kî bûn? Navê wan bêjî?
Eslan nave hersêka jî got.
— Te ew tenê verêkir?
— Na, ew hersê cînarê me jî minra derketin, lê mera nehatin sere rê.
— Paşê çawa bû?
— Paşî çûyîna lawika ez û wî sere rê sekinîn. Em weke du seheta man. Avto tunebûn. De tu zanî gundê wan weke 20-25 km ji hev dûre. Gundê me jî weke 3 km ji rya sereke dere. Gava me dît avto tunene, ez hetanî perê gund pêra çûm. Lê ewî îdî nehîşt, wekî ez pêra herim hetanî rya sereke, xatirê xwe ji min xwest, ez vegerandim, lê bi xwe jî peya da sere rê, wekî here bigihîje rya sereke.
— Gelekî vexwarî bû?
— Vexwarî bû, lê hişê wî serî bû, nedişewişî.
— Tu nizanî, wexta çû tişt dêstda hebû yanê na?
— Çend dest kinc kir’î bûn û kiribûn torpekî girtibû destê xwe. Ewî malda ew kinc nîşanî min dan û hela pirsî, gelo rindin yanê na.
— Ya pera, tu nizanî, pere cem hebûn yanê na?
— Axir orta min û Memed gelekî xweş bû. Ewî tu tişt ji min venedişart. Wê rojê jî ewî minra got, wekî hatye heqê xwe berev kirye. Minra go 200 manat berev kirye, weke 100 manatî jî gotî berevke.
Ev pere nava şuxulda tunebûn. Pere çawa bûne, kê birye? Eva pirsa han hela eyan nîbû. Ez fikirîm, dibe dîtina menya undabûna van pera bibe mecala sereke bona vekirina vî şuxulî.
— Tu îdî çi dikarî ser gotina xweda zêdekî?
— Gotina min tune. Eger pirsê te hene, keremke, bide, ezê cabê bidim.
— Vê gave pirsê min tunene, were kerema xwe bin van kax’azada qolke.
Min kax’azê şedetya wî danê. Eslan ew qol kirin û paşda dane min.
Min û Eslan klûba gundda xeber dida. Paşî çûyîna Eslan min gazî jina wî kir.
— Kengê Memed hate mala we?
— Nîvro bû.
— Tenê hat?
— Na, ew, Eslan, sê cînarê me tev hatine male.
— Malda wan çi dikir?
— Hevra xeber didan.
— Çi xeber didan?
— Guhê min ne ser xeberdana wan bû. Min nan hazir dikir.
— Memed timê dihat mala we?
— Çi gava lingê wî gundê me keta, ese dihat malê. Hizdikî Eslan ne mal bûya jî, dihat, zaro didîtin, hevekî rûdinişt, paşê diçû. Ewî û Eslan gelekî hevdu hiz dikirin.
— Wê rojê te çi dikir?
— Min nan hazir kir, danî ber wan û ez çûme fêrmê. Ez ç’êleka didoşim.
— Memed kengê ji mala we çû?
— Ez nizanim. Hetanî min ç’êlek dotin, ez vegeryam, ew îdî çûbû. Min jî ji Eslan nepirsî, wekî kengê çûye. Wexta ez vegeryam, texteyî hela hilnedayî bû.
— Wexta tu vegeryayî, Eslan ku bû?
— Eslan malda ser dîvanê palda bû, cînarê me jî çûbûn. Hetanî min texte berevkir, terî jî kete erdê. De, payîza dereng bû, ro zû diçû ava.
— Te zanibû, wekî Memedê wê rojê biçûya yanê na?
— Na, min nizanibû, ne jî pirskiribû. Memed jî derheqa çûyîna xwe, mayîna xweda tu tişt negot.
— Wexta Memed hate mala we, destevala bû yanê tiştek dêstda hebû?
— Torbek dêstda bû. Zarara weke du kîlogram konfêt kirîbû, kiribû torbe. Wexta derxist da min, min dît, wekî çend dest kincê zaraye tezene. Minra got, wekî bona zarê xwe kirîne.
— Wexta Memed konfêt dane te, Eslan wira bû yanê na?
— Na, Eslan ne wira bû. Paşê jî min bîr kir, wekî Eslanra bêjim, ku Memed konfêt zarara anîne. Bêy gotina min jî Eslan zanibû, wekî Memed tu cara destevala ser zarada naê.
Berî wê Eslan jî minra gotibû, wekî wexta Memed dihate mala wan, destevala ser zarada nedihat, wanra konfêt, galêt yanê jî êmîş danî.
Min yek-yek wan hersê cînara jî kir, anîn klûbê û slêstî kirin. Hersêka jî gotin, wekî tevayî hatine mala Eslan, tevayî nan xwarine, tevayî jî ji male derketine. Wextê ji male derketine, her yek wan çûye ser şuxul-emelê xwe. Eslan û Memed jî berbi rê çûne. Eslan çûye, wekî wî verêke. Xênji wê yekê ew haj tu gilî-gotinêd mayîn tunene.
Dêmek, tenê daye sere rê û berbi rya sereke çûye, wekî avtomaşînekê syarbe, here gundê xwe. Min zanibû, wekî wêderê, li rex rya sereke, bûfêtek heye. Fikra minra derbaz bû, ku dikare çube bûfêtê. Wexta çube bûfêtê, nikare biqewime, wekî bûfêtçî wî bîr neyîne.
Ez çûme bûfêtê. Kesek hundurda tunebû. Min şiklê Memed derxist, nîşan daê.
— Tu vî merivî nas dikî? – min ji bûfêtçî pirsî.
— Belê, — bûfêtçî got. – Gele cara hatye vira, tasek-dudu vexwarine, paşê lêdaye çûye.
— Orta wî û îç’kê xweş bû?
— Vedixwar, lê ne ewqas. Zef-zef du-sê tas vexwara.
— Tu zanî çi hatye sere Memed?
— Çawa nizanim, temamya nehîê zane ew kuştine û hela hetanî nha şuxulê kuştina wî nehatye vekirinê.
— Naê bîra te, wê roja qezya bû Memed nehate bûfêtê?
— Rind tê bîra min, hela sibe zû bû, teze min derê bûfêtê vekiribû, wexta Memed derda hat.
— Tenê bû yanê merî pêra hebûn?
— Tenê bû.
— Dîsa araq vexwar?
— Belê, weke 200 gram araq vexwar.
— Tiştekî mayîn nek’irî?
— Konfêt k’irîn û got, wekî wê here gundê Eslan, bona zarê wî dik’ire.
— Lê wexta ji gund vegerya, nehat bûfêtê?
— Na, min îdî Memed nedî.
— Tu seheta çenda bûfêtê dadidî?
— Seheta şeşa.
Min dî, wekî bûfêtçî rast dibêje, çimkî Memed êvarê seheta hevta ji gund derketye, hetanî hatye gihîştye vêderê, bûfête îdî dadayî bûye.
Van pirs-pirsyara çetinayîke mayîn jî pêşda anîn. Lazim bû pêra-pêra biçûma cem doxtir, çimkî vana gişka yekdengî digotin, wekî Memedî vexwarî bûye, lê fikra doxtirîêda nivîsîbûn, wekî wexta cendek qelaştine, nehatye îzbatkirinê, ku ewî vexwarî bûye.
Akta doxtirîêda nivîsîbûn, wekî mirin pêşda hatye rûê şikestina hestuê katara studa. Wexta vekirin û lênihêrandina meyt bedena wîda, cîê xwarina wîda spîrt tunebûye.
Min ev akta doxtirîê danî ber doxtirê sereke û gotê:
— Min çiqas merî slêstî kirine, gişk dibêjin, wekî ewî wê rojê vexwarî bûye. Lê aktêda jî nivîsîne, wekî venexwarîbûye. Em çawa fem bikin?
Dixtir min nihêrî, vebeşirî û got:
— Ji gotina te tê kivşê, wekî Memed êvarê seheta hevta ji gund derketye. Gundya jî usa digotin. Naê îzbatkirinê, wekî ewî paşî seheta hevta îç’ke vexwarye yanê na? Mirye şev seheta duda. Ji vexwarinê hetanî mirinê hevt sheet derbaz bûne. Meyt sibetirê seheta deha hatye qelaştinê. 15 sehet derbaz bûne. Spîrt paşî vexwarina şeş seheta şûnda bi temamî derbazî nava xûnê dibe û cîê xwarinêda tu tiştek namîne. Dikare biqewime, wekî fikra doxtirîê derheqa vexwarinêda rast nîbe, lê tiştek sed selefî raste, ew ewqasî kêfxweş nîbûye, wekî bikeve, hestûê katara stûê xwe bişkêne. Ew kuştine. Eva ji alîê doxtirîêda. Lê şuxulê we jî hema ewe, wekî bidne îzbatkirinê, ku kuştine, kê kuştye, bona çi kuştine, — ser van xeberê xweye axirîê doxtir kenya û destê xwe stûê minra bir. – Wexta lazimbe, derheqa çi pirsêda şika te hebe, keremke were bal min. Ez hertim hazirim komekê bidme pismamê xwe.
Raste, kara van pirs-pirsyara gelek bû, lê tu komek hela vê gavê nedidane vekirina şuxul. Tiştek jî minra eyan bû. Ew peya neçûye, avtomaşînê syar bûye, rêç’a tekerê wê mînanî rêç’a tekerê avtomaşîna “ÛAZ” bûne. Lê gelo ew çap tenê çapa tekerê “ÛAZ”-êye?
Bona caba vê pirsê bistînim ez çûm cem injênêrê yektya nehîêye tezekirina têxnîka malhebûna gundîtîê. Înjênêr hevalê minî nêzîk bû.
— Tekerê kîjan avtomaşînê “ÛAZ”-êra dibin yanê jî tekerê “ÛAZ”-ê kîjan avtomaşînêra dibin? — min jê pirsî.
— Beraya tekerê avtomaşînêd bi duruşma “Vîlîs”, “Volga” û “ÛAZ” weke heve, — ewî caba min da. – Tekerêd wan avtomaşîna hevdura dibin, îlahî tekerêd pêşin. Zivistanê gelek usa dikin bona çûuîn-hatin dha bêqezyabe.
Nehîêda êpêce avtomaşînêd “Vîlîs”, “Volga” û “ÛAZ” hebûn. Ji gişka hindiktir “ÛAZ” bûn. Ew nehîêda 5 heb bûn. Min teslîmî înspêktorê GAÎ kir, ku bizanibe, bin kîjan avtomaşînêda ev tekere hatine guhastinê.
Rojtira mayîn ez çûme gundê Eslan bona pê bihesim, çika wê rojê çi avtomaşînêd “Vîlîs”, “Volga” û “ÛAZ” derbaz bûne yanê hatine wî gundî û vegeryane.
Gundda tu kesekî tu tiştekî pak minra negot. Ez zivirîm bûfêta ser rê. Min ji bûfêtçî pirsî:
— Gelo wê rojê wê rêra berbi wî gundî avtomaşînêd bi wan duruşma çûne yanê na?
Bûfêtçî got:
— Baş naê bîra min, lê çiqas ku ez tex’mîn dikim, “ÛAZ”-eke komekdarya lez berbi wî gundî çû.
— Naê bîra te çi wext bû?
— Bawer bikî sheet 5-6 hebû.
Ez zivirîm, hatim merkeza nehîê. Îdî dereng bû, ez çûme malê, neçûme mîlîsîaê. Wî çaxî ez mêvanxanêda dimam. Şev ez gelekî ser gotina bûfêtçîkda fikirîm, lê hela tiştekî zelal tunebû.
Sibetirê min ji înspektor pirsî, wekî çika çi kirye.
— Min hemû maşîne nihêrye, — ewî got. – Tek bin “Volga”-kêda tekerê “Vîlîs”-ê hene. Ew maşîna xwexwetîêye. Ez xweyê wê rind nas dikim, merîkî hemdê xweye û qe aqilê min nabire, wekî ew tiştê usa bike.
Lê min gazî xweyê “Volga”-ê kir, anîn cem xwe. Merîkî bejnêda orte, emrê xweda weke 45-50 salî, demqemer, ç’evne gire reşe lê derda het. Bi hemdê xwe selam da min û cîê xweda sekinî. Min selema wî wegirt, teglîf kir rûnê û rind dîna xwe daê. Dilê xweda ez înspêktorra qayîl bûm, wekî rastîê jî merîkî ha nikare gunekarîke usaye mezin bike. Lê ez borcdar bûm min jê bipirsya. Û min wî pirsî:
— Wê rojê tu kîderê bûyî, te çi kirye?
— Naê bîra min, ez nikarim bêjim, wekî wê rojê ez kîderê bûme û min çi kirye. Ez te didime bawerkirinê, wekî rast dibêjim, naê bîra min wê rojê ez kîderê bûme û min çi kirye.
Ewî ev gotina xwe ducar kir û usa dilê xweyî sax’ got, wekî min sed selefî ji gotina wî bawer kir.
— Tu zanî, — min gotê, — wekî wê şevê merî avîtine bin avtomaşînê. Avtomaşîna, ku wî merî xistye, tekerê “ÛAZ”-ê binda bûne. Vêderê jî tenê bin avtomaşîna teda tekerê “ÛAZ”-ê hene. Te derheqa vê yekêda çi bêjî?
— Ezê çi bêjim? – ewî gotina min wekiland û beşerxweş bû. – Nebî tu difikirî, wekî min ew merî avîtye bin avtoê? Ez te didime bawerkirinê, wekî tiştekî usa nebûye. Eva çend sale ez wê maşînê dajom, lê hetanî roja îroyîn qe carekê xebatçîê GAÎ ez nedame sekinandinê. Çimkî çawa qeyde-qanûne ez usa diçim, têm. Raste, tekerê “ÛAZ”-ê bin maşîna mindanin, lê gur-gumanê min nagihîjin wî şuxulî. Kambax naê bîra min, wekî wê şevê ku bûme. Axir gele wext derbaz bûye. Dikim-nakim naê bîra min. Nha dixwazî bawer bike, naxwazî bawer neke, ew şuxulê teye. Lê ez sond dixum, wekî gur-gumanê min nagihîjin wî şuxulî.
Min îzna wî daê, wekî here, lê pêra jî eşaretî daê, wekî bêy îzindayîna me cîkîda neçe. Ew ji cîê xwe rabû, bi maqûlî xatirê xwe ji min xwest, derket, çû.
Ma ya “ÛAZ”-a û “Vîlîs”-a. Bona wê yekê, wekî avtomaşînêd nexweşxanîêye “ÛAZ” hebûn û wê roja kuştina Memed yek wan hatye wanderara derbaz bûye, min qirar kir bi resmî avtoajoê wan slêstî nekim, lê gazî wankim, hersêka tevayî bînim cem xwe û wanra xeberdim. Min usa jî kir. Gazî wan hersê avtoajoê nexweşxanê kir anî cem xwe. Min ji wana pirsî:
— Wê rojê ji we kê nobedar bûye?
Ji wana yek, ku nave wî Rafîk bû, tevîhev bû, cîê xweda nesitirî û dewsa cabê pirsî:
— Çira çi wê yekêda heye? Ez bêjim ez bûme, çi wêderê heye?
Ez fikirîm: eger wanra rast bêjim, dibe şuxul xirab bibe. Min caba pirsa Rafîk neda. Bin ç’evara lênihêrî. Na, Rafîk gelekî tevîhev bûye, cîê xweda nerehete. Ez zûr bûm min ç’evê wî nihêrî, lê pirs tomerî da.
— Kê we Memedê birîndar anye?
Hersêka hevra caba min da:
— Me neanye, esker dîtye, anye.
— Lê ji we kê wê rojê nobedar bûye?
Hevekî xwe ker’ kirin. Herduê mayîn Rafîk nihêrîn. Ewî ev yek tex’mîn kir û sere xwe kire ber xwe. Weke deqekê xwe ker’ kir, paşê ç’evê min nihêrî û got:
— Ez bûme.
Min dît, wekî ç’evê wîda çiqas tirs heye, peşmûrde bûye, nikare cîê xweda rehet bisekine, tê bêjî ser derzya rûniştye.
Min gote wan:
— Ez zef razîme. Hûn dikarin herin.
Wextê hersê rabûn herin, dîsa Rafîk vegerya ser min û bi dengekî lerizok pirsî:
— Rast bêje, te çira gazî me kiribû? Gelo her tenê bona wê yekê, wekî pêbizanbî, çika wê rojê ji me kê nobedar bûye, erê?
Min caba wî neda. Dengê wîra dihate kivşê, wekî tiştek vê ortê heye. Û dha gelekî şika min çû ser Rafîk.
— Qe tiştek jî tune, — min gotê. – Her tenê min dixwest pê zanibim, çika wê rojê kî nobedar bûye. Nha dikarî herî.
Çû hetanî ber dêrî, careke mayîn ser stûê xwe vegerya min nihêrî, avrûke tûj da min.
Paşî çûyîna Rafîk ez çûme nexweşxanê. Min rêneme nihêrî, çika wê rojê ew bi çi marşrûtê çûye, çûye kîjan gundî. Lênihêrandinê nîşan da, wekî wê rojê Rafîk çûye sê gunda, gundê kutasîê ew gunde, ku bûfêt serê rêye û ji wêderê jî diçin gundê Eslan.
Ji xeberdana min û doxtirê sereke eyan bû, wekî dê-bavê Rafîk gundê fêza gundê Eslanda dimînin. Û Rafîk wê rojê çûye wî gundî ne bona nexweşa, lê doxtirek birye wî gundî, çimkî dê-bavê doxtir wî gundîda dimînin.
-Paşê kuda çûye? – min ji doxtirê sereke pirsî.
— Ez nizanim kuda çûye, — ewî caba pirsa min da. – Her dikarim rast tera bêjim, wekî ew seheta 4-a ji merkeza nehîê derketine û ew bi maşînê seheta 9-a vegeryaye.
— Lê kesekî jê nepirsye, wekî çira usa dereng vegeryaye?
— Jê pirsîne. Ewî gotye, wekî çûye mala xwe, dê-bavê xwe dîtye, lema derengî ketye.
Ez fikirîm: ewqasî, çiqasî Rafîk seheta neha vegeryaye, rya gundê wan jî gundê Eslanra derbaz dibe, Memed û Eslan jî hetanî seheta hevta ser rê bûne, wê şûnda Memed bi linga çûye hetanî ser rya sereke, dikare biqewime, wekî Rafîk rastî Memed hatibe yanê jî dikare kiribe avtomaşîna xwe anîbe. Dêmek, ew merivê kutasîê, ku Memed dîtibe û jêra xeberdabe, dikare biqewime Rafîkbe. Menîke mayîn jî hebû, ku ez usa bifikirim. Wextê min mîlîsîaêda herdu avtoajoêd mayînra tevayî Rafîkra xeber dida, ew nerehet bû, tevîhev dibû, tê bêjî tiştekî zane yanê haj pê heye.
Îdî dereng bû. Rafîk jî çûbû mala xwe, nedibû min wê şevê jêra xeberda. Min hîşt, ez çûme malê. Ez fikirîm: hetanî sibê hela êpêce wext heye, ez gotî ser pirsekêda rind bifikirim, usa bikim, wekî ew nizanibe, ku şika min diçe ser wî yanê ez difikirîm, ku ew haj tiştekî heye.
Sibetirê ez dîsa çûme nexweşxanê. Pê hesyam, wekî wê êvarê Memedê birîndar anîne nexweşxanê ji doxtira kê nexweşxanêda bûye. Minra gotin, ku filankes, bêvankes bûne. Min gazî gişka kir, anî otaxa doxtirê sereke û ji wana pirsî, wekî wextê Memedê birîndar anîbûne nexweşxanê, gelo Rafîk nexweşxanêda bûye yanê na.
Gişka gotin, wekî wêderê bûye. Doxtirekî serda zêde lir:
— Ne tenê wêderê bû, lê timê rex nexweş sekinî bû. Rind tê bîra min: reng lê çûbû, spîç’olekî bûbû. Hetanî wî çaxî min jê pirsî: “Rafîk, te çira usa rengê xwe avîtye? Xwe ne nexweşî?” Ewî minra got, wekî ne nexweşe, bona vî mêrikê belengaz ber xwe dikeve.
— Rafîk hetanî kengê wêderê ma?
— Hetanî kutasîê jî wêderê bû, — ewî got. – Wexta Memed mir, derkete sivderê. Gelekî ber xwe diket. Min hela jê pirsî, wekî dikare biqewime Memed qewmê wîbe, lema ewqasî ber xwe dikeve. Rafîk go, wekî ne qewmê wîye û tevhevbûyî derket, çû.
— Lê kuda çû?
— Ez nizanim kuda çû. Hetanî ez vira bûm, min ew nedît. Paşê ez lêdam çûme malê, çimkî wê rojê ez ne nobedar bûm.
Ez pê hesyam, wekî nobedarê wê rojê kî bûye. Min ji wî pirsî:
— Rafîk hetanî kengê vêderê ma?
— Paşî mirina Memed ew derkete heyatê û kete avtomaşîna xwe. Êpêce wext têda ma hetanî doxtirê mayîn çûn. Wê şûnda avtomaşîna xwe ajot û çû. Kuda çû? Ez nizanim.
Herneyse, ez pê hesyam, wekî sê-çar seheta şûnda vegeryaye. Ewî nava wan sê-çar seheta çi kirye, kuda çûye? Tu kesekî nikaribû caba vê pirsê bida. Ez gelekî dudil bûm: paşî şev seheta 2-a ewê kuda here û bona çi here? Eva pirseke gelekî ferz bû û gotî min zû xwera bida zelalkirinê. Gele tişt safîkirina vê pirsêda girêdayî bû, îlahî gava ew hetanî mirinê ji Memed dûrneketye û her tenê paşî mirina wî sê-çar seheta betavebûye. Ez gelekî ser vê pirsêda fikirîm û hatime ser wê nêtê, wekî lazime careke mayîn jî herim gundê Eslan.
Ez bi wê nêtê çûme gundê Eslan, wekî dikare biqewime wextê ewî Memed hildabe û çûbe, merya ew dîtibin. Lema jî hema wê rojê pêra-pêra çûbe cem wan û wanra xeberdabe, wekî nebêjin, ku Rafîk Memed kirye avtomaşîna xwe û birye. Min zanibû, wekî wî gundîda yekî dilê wî ser Memed bişewite ew Eslane. Min usa jî zanibû, wekî gundda hurmeta Eslan geleke, gişk qedrê wî digrin. Ya mayîn, ew merîkî usa bû, wekî qelpî-qûlpî dorê tunebûn, rastîê hiz dikir, bavê wî bûya jî wê rast bida rûê wî. Ez çûme mala Eslan. Pirsa mine pêşin ev bû:
— Tu dixwazî pê bihesî, wekî kê Memedê hevalê te kuştye?
— Çawa naxwazim pê bihesim? Xwedê erdê hilnede, Memedê belengaz çi kiribû, lêdan kuştin?
— Bona ez jî, tu jî zanibin, kê Memed kuştye, lazime tu komekê bidî me.
— Tu lap arxayînbe, çi ku ji destê min bê, ezê bikim, wekî xûna Memed erdê nemîne. Ez korbim bona Memed.
Min jêra gilî kir, wekî wê şevê avtomaşîneke “ÛAZ”-e komekdarya lez hatye gundê wan.
— Tu nha gotî zanibî, wekî ji gundê we kê ew avtomaşîne dîtye yanê ew avtomaşîne hatye ber derê kê. Wexta pê hesyayî, yan tu were cem min minra bêje, yanê jî têlêxe ezê bêm.
Eslan got:
— Ser ç’evê min, tu qe şayîşa nekişîne, avto wê şevê hatibe gundê me, birê te ese wê pê bihese û elametîê bide te.
Min xatirê xwe ji Eslan xwest û ez vegeryame merkeza nehîê. Min zanibû, wekî Eslan zef-zef dikare pê bihese, wekî avtomaşîna Rafîk wê şevê çûye gundê wan. Raste, kemala vê yekê gelekî mezin bû, lê hela safîkirina pirsê nîbû. Hela tu îzbatîke konkrêt tunebû, wekî Rafîk Memed kuştye û bona çi kuştye. Min qirar kir rind Rafîkva mijûl bibim û momêntê psîxologîê dha gelekî bidme xebtandinê.
Ez çûme cem doxtirê sereke.
— Ez hîvî dikim, — min gotê, — tu avtomaşîna Rafîk bidî min, şuxulekî min gundekî nêzîk heye, ez pê herim, bêm.
Ewî pêra-pêra emir kir, wekî Rafîk pê avtomaşîna komekdarya lez min bibe wî gundî û bîne.
Ez difikirîm: wexta Rafîk Memed kuştibe, gava em wî cîra derbaz bin, li ku ew qetil qewimye, nikare biqewime, wekî ew bi tiştekî nîşan nede.
Min qestîka usa kir, wekî wêderêra derbaz bin, kîderê ew qetil qewimî bû.
Hela em teze rêketibûn, gava Rafîk ji min pirsî:
— Şuxulê Memed çawa bû?
Min bi hemdî xwe gotê:
— Şuxulda tu îzbatîê konkrêt tunene. Ne vedibe û, bi tex’mîna min, ne jî wê vebe. Dibe em wî şuxulî zûtirekê dadin çawa şuxulekî, ku nikare bê vekirinê. Min qe ew cî jî nedîtye, kîderê ketye bin avtomaşînê, berfê jî erd somkirye, dewsa rêç’a maşînê tijî kirye, baharê jî berfê bihele, avê rabe, rêç’ê lap undabe, tu tiştekê nemîne. Qe aqilê min wî şuxulî nabire, wê neê vekirinê.
Lê min pêşîêda ew cî dîtibû, rind zanibû kîderêye. Min qestîka got, wekî min cî nedîtye, çimkî fikirîm, wekî Rafîk meyt neanye, gotî cî jî rast nizanibe.
Me herdua jî xwe ker’ kir. Ya Rafîk nizanim, lê ya min pirte-pirta dilkê mine. Gelo wê cî rast nîşan bide? Gelo ezê karibim ser bengzê wî tiştekî tex’mîn bikim? Van pirsa tabetî nedidane min.
Wexta em gihîştine wî cî, li ku qetil qewimî bû, Rafîk bê hemdî xwe cîda sekinî û mînanî merivekî sews ji min pirsî:
— Dixwezî cîê qetil lê qewimye bibînî?
Min usa serra, yanê giva ew yek bona min ne ewqasî hewaskare, gotê:
— Eger dikarî rast nîşandî, nîşande, — û min berê xwe alîkî mayînda kir.
Rafîk ez rast birim wêderê, ji kîderê eskera Memed hilda bûn, anî bûn. Min Rafîk nihêrî. Spîç’olekî bûbû sekinî bû, ç’evê wî sor bûbûn, tê bêjî dêrî bûbû, cîê xweda sekinî bû. Bê hemdî xwe hilda minra ha got:
— A vêderê ket.
Min xeberdana wîda bihîst Rafîk negot “ketibû”, lê got “ket”. Ez fikirîm: ew merî dikare bêje “ket”, ku dîtye. Dêmek, Rafîk dîtye. Pêra-pêra ev mesela cimeta me kete bîra min: “Rûvîê fêlbaz herdu linga dikeve telikê”. Cem min îdî tu şik tunebû, wekî Rafîk rind haj vê yekê heye. Lê ewî çira usa zû-zû sura xwe dîhar kir? Bi tex’mîna min, cîê kuştinê hukumî ser wî kir û dikare biqewime ewî bê hemdî xwe ew gilî got. Xûna heq erdê namîne, — ez fikirîm.
Em careke mayîn avtomaşînê syar bûn û çûne wî gundî, kîderê şuxulekî minî biç’ûk hebû. Em weke nîvsehetekê wêderê man û vegeryan. Zivirandinê dîsa Rafîk avtomaşîne wêderê da seknandinê. Tê bêjî bê seknandin ew nikaribû wî cîra derbaz bûya. Vê care jî dîsa bê hemdî xwe sekinî û hilda minra got:
— Min cîê tam nîşanî te neda. Cîê, ku min nîşan da, ew cî bû, li ku meyt ketibû. Were cîê ketinê nîşanî tedim, — hevekî xwe ker’ kir, da pêşya min û çend gava pêşda çû. – Ser rê ketibû, paşê kişandine, anîne avîtine erqa rex rê.
Raste, evê p’ara dudada ewî wede dane guhastinê (“ketibû”, “kişandine”, “anîne”, “avîtine”), lê îdî minra her tişt femdarî bû. Bona wî bidme arxayînkirinê, min hilda qestîka jêra got:
— Ê, ez naxwazim derheqa wî şuxulîda bifikirim, hesab yeke îzbatîêd konkrêt tunene, çi bikî-nekî, naê vekirinê. Bira ew jî ser me bê hesabkirinê çawa şuxulekî nevekirî.
Rafîk dengê xwe nekir. Em careke mayîn avtomaşînê syar bûn û vegeryane merkeza nehîê.
Êvarê wextê ez ketme nava cya, min sere xwe danî ser belgî, ez xwexwa xwe fikirîm: “Raste, Rafîk usa got, da der, lê xênji min û wî tu kesî nebihîst. Min jî koreqedera dîktofon xwera nebiribû, wekî ew gotina wî ser qeytanê binivîsya. Nha dikare hêsa înkar bike û bêje, wekî tiştê usa negotye”. Min hema wê şevê jî qirar kir wê cêribandinê bidme wekilandinê: du merya xwera hildim, dîsa menya çûyîna wî gundî bigrim, avtomaşîna Rafîk syar bin û herin.
Sibetirê Rafîk nobedar nîbû. Ma rojtira mayîn. Dîsa çûme cem doxtirê sereke. Îdî vê care min jêra got, wekî çira usa dikim. Min rast jêra got, çimkî ew êkspêrtê doxtirîê bû û min dikaribû îtbara xwe pê banya. Hilbet, pêra jî min eşaretî daê, wekî xênji min û wî tu kes haj vê yekê tune. Ewî pêra-pêra fem kir, wekî ez çi dixwazim bêjim, avtomaşîna da min.
Min du xebatçîêd nehîêye komûnîst xwera hildan û gote wan:
— Rêva we çi dît û bihîst, wê jî binivîsin û bidne min.
Min vê carê dîktofon jî xwera hilda û em rêketin. Wexta gihîştine cîê qewmandinê, Rafîk dîsa bê hemdî xwe sekinî. Em ji avtomaşînê peya bûn. Min dizîkava dîktofon cêva xweda pêva kir û hevekî virda-wêda xeberda, paşê ha serra gote Rafîk, wekî wî cî nîşan bide, kîderê ew qetil qewimî bu. Çawa cara pêşin, vê care jî Rafîk rast nîşan da. Min berêda şe’dera gotibû, wekî rind guh bidne ser xeberdana wî, çika dibêje “ket” yanê “ketibû”. Vê carê jî Rafîk dîsa got “ket”. Em ketne avtomaşînê, min dizîkava dîktofona xwe temirand û em çûne wî gundî. Me şuxulê xwe xilaz kir û em vegeryane mîlîsîaê. Hema pêra-pêra wan herdu merya çi dîtibûn û bihîstibûn nivîsîn, qolkirin û dane min. Paşî çûyîna wan min qeytana dîktofonê jî bihîst. Zef ferih dihate bihîstinê: Rafîk gotye “ket”.
Hema wê rojê jî sehetnîvekê-du seheta şûnda Eslan têlê xist û got:
— Nesene were, şuxulekî minî ferz te heye.
Min zanibû çi şuxule. Ez pêra-pêra çûme gundê Eslan.
— Tu zanî, — wexta ez gihîştime cî, Eslan gote min, — sê merîê gundê me dîtine, wekî çawa Rafîk Memed kirye avtoa xwe birye. Ji wana yek jî birê mine. Diqewime, ewana çi minra gotine, wê yekê tera nebêjin. Wî çaxî ezê rûê wan bisekinim û bidme îzbatkirinê, ku wana çi minra gotine.
Eslan usa jî got, wekî hema wê şevê Rafîk pê avtomaşîna xwe hatye gundê wan, hersêk ji xewê hişyar kirine û xwe avîtye wan, ku tu kesîra nebêjin, wekî Rafîk Memed kirye avtomaşîna xwe û birye, çimkî Memed ketye bin avtomaşînê û mirye.
Min gundda şe’de slêstî nekirin. Em ketine avtomaşînê û hatine merkeza nehîê. Min ew gundda nehîştin, wekî Rafîk xwe wanra negihîne û şuxula xirab neke.
Em çawa gihîştine cî, min ew resmî slêstî kirin. Sifte tu kesekî nexwest şe’detîê bide. Min wanra got, ku her tişt mera eyane, çira ew gunekar vedişêrin û bi wî teherî dibine hevalê gunekar. Dîsa nexwestin şe’detîê bidin. Ez mecbûr bûm wanra bi hûrgilî bêjim, wekî çawa wana dîtye Rafîk Memed kirye avtomaşîna komekdarya lez, paşê hema wê şevê pê avtomaşîna xwe vegeryaye gund û hîvî wana kirye, wekî tu kesîra nebêjin Rafîk Memed kirye maşîna xwe birye, çimkî Memed rêva ketye bin avtomaşînê mirye, wê nha bavêjin stûê wî. Xulese, min bi hûrgilî wanra got, çi ku minva eyan bû.
— Dibînin, em her tiştî zanin, — min gote wan. – Hûn çira şe’detya rast nadin? De wexta hûn şe’detya rast nadin, ez mecbûrim wera bi zimanê zakonê xeberdim.
Wexta wana dît, wekî şuxulekî boşî-betale, xwe mukur hatin. Wana da îzbatkirinê, wekî rastîê jî dîtine, çawa Rafîk Memed kirye avtomaşîna komekdarya lez birye, şev jî hema pê wê avtomaşînê vegeryaye û wanra gotye, wekî Memed ketye bin avtoê, mirye û hîvî wana kirye, wekî derheqa dîtina xweda tu kesîra gilîkî nebêjin. Çi wana got, başqe-başqe nivîsîn, qol kirin û dane min.
Îdî şev bû, dereng bû. Min ew wê şevê şandine mêvanxanê, lê ez bi xwe jî mîlîsîaêda mam. Min ji hevala hîvî kir, wekî sibê seheta 7-a deyli min bikin. Min şe’dara jî gotibû, wekî sibê seheta 9-a bêne cem min. Sibê seheta 7-a min mîlîsî şandin Rafîk anîn.
Wexta Rafîk derda hat, min cî nîşan daê, wekî rûnê. Rûnişt. Ez zûr bûm min ç’evê wî nihêrî. Nikaribû ç’evê min binihêre, sere xwe kire ber xwe. Min kese jê pirsî:
— Bêje, te çawa Memed kire bin avtomaşîmê?
Reng lê çû, ji cî quloz bû û kire qarîn:
— Min Memed nekirye bin avtoê! Ez haj pê tuneme! Şera davêjne min!
Min gotê, wekî cîê xweda rûnê û neke qarîn. Cîê xweda rûnişt, sere xwe berjêr kir, tê bêjî dixwest dêmê xwe sepeke, wekî ez nikaribim tiştekî ser dêmê wî bixûnim.
— Tê bîra te, — min gotê, — wextê xeberdana meye pêşin te got, ku te Memed ji sere rê neanye û tu haj wê yekê nînî?
— Erê, min usa gotye. Çira tu nizanî, wekî min Memed neanye nexweşxanê, eskera anye?
— Ez zanim, wekî esker anye. Wexta te ne anye û ne jî dîtye, te çawa dikaribû wî cî rast nîşanî min bidî, îlahî wexta paşî anîna Memed gele berf jî ketibû? Te ew cî çawa zanibû?
— Yekî minra gotye û ew cî nîşanî min daye.
— Kê?
— Ez nizanim, kê gotye, nîşanî min dane. Nha naê bîra min.
— Tê bîra te, wexta ez û tu tevayî çûne gund, te cî nîşanî min da û got “a vêderê ket”? Tu zanî, ew meriv dibêje “ket”, yê ku dîtye.
— Min tiştê usa tera negotye. Tu şera davêjî min.
— De, wekî şerin, gotinêd van hevala bixûne, — min gotê û nivîsara wan hersê komûnîsta raber kirê.
— Ew rast navêjin, min tiştê usa negotye û ne jî cî nîşan daye, — paşî xwendina nivîsara wan hersê hevala Rafîk got.
— Pak. De were em guh bidne vê qeytanê, — û min dîktofon pêva kir. Xeberdana wî temam ferih dihate bihîstinê.
— Ê, çi têra heye, ez şaş bûme, dewsa bêjim “ketibû” min gotye “ket”.
— Tu firqya wan herdu fêla fem dikî?
Rafîk xwe ker’ kir.
— Lê hema wê şevê çima çûyî gundê Eslan û çira te filankes, bêvankesra gotye, wekî Memed ketye bin avtomaşînê, hatye kuştinê û hîvî dikim kesekîra nebêjin, wekî min ew birye?
— Min tiştê usa nekirye, wê şevê ne çûme wî gundî û ne jî min wanra tiştekî usa gotye.
Ew, çi ku şe’da derheqa vê yekêda nivîsîbûn, dabûn, min temam jêra xwend.
Dîsa hilneda stûê xwe. Min şe’de anîne rû.
— Lê te mera ha negot? – her yekî hindava xweda gotê.
Lê Rafîk nedixwest qelsbe.
— Ez tirsyam, wekî wê bavêjne stûê min. Lema min wera got, wekî tu kesîra nebêjin. Raste, min avtoa xwe syar kirye, birye, lê min ne lêxistye, ne jî avîtye bin avtoê. Min ew bir serê rya gundê wan peya kir. Wê şûnda çi hatye sere wî, ez nizanim.
— Ne axir Memedê birîndar serê rya gundê wan neketibû, hela fêza wêderê ketibû, tu jî dibêjî, wekî te serê rê peya kirye, tu tex’mîn nakî, wekî gotina te û qewmandin hevdu nagrin? – min ji Rafîk pirsî.
— Ez zef zanim, kê birye, wêderê avîtye.
— Lê te bîr kirye, wekî te bi devê xwe gotye “a vêderê ket”?
Rafîk dîsa xwe ker’ kir û sere xwe kire ber xwe. Me dest avîtye îzbatya kutasîê. Me sxêma cîê qewmandinê derxist û hema ew avtomaşîne jî wextê çûyînê cêriband. Wextê çûyînê rêç’a wê usa ma, çawa wextê qewmandinê bû. Hemîn çapa tekera jî yek bû.
— Tê vê yekêra çi bêjî? – min ji Rafîk pirsî.
Serê xwe kire ber xwe, xêleke xurt xwe ker’ kir.
— Zanî, filankes, wexta dibêjin xûna neheq erdê namîne, raste, — Rafîk serê xwe hilbirî û gote min. – Wekî usa nîbûya, minê çira tu bibirayî ew cî nîşanî teda û bigota “a hema vêderê ket”? Ez tera rast bêjim, nha naê bîra min, wekî min çira ew yek tera gotye, çawa ew cî nîşanî te daye. Çi bûye, bûye, îç’kê mala min xirab kir. Raste, min Memed kirye bin avtoê. Ka qelemê bide min, ezê binivîsim.
Min qelem û kax’az dane ber û gotê, wekî dikare binivîse.
Û Rafîk nivîsî, wekî rastîê jî rastî Memed hatye, avtomaşîne daye seknandinê û Memed lê syar kirye. Wextê rêva hatine, herdu jî kêfxweş bûne. Rêva Memed gotîê, wekî wî bibe gundê wan. Rafîk gotîê, wekî nikare wî bibe gundê wan, gihîştî serê rya gundê xwe, peyabe, here. Memed gotîê, wekî şeve, ditirse, nikare here, vira hetanî gundê wan nîvkîlomêtre, min bibe, heqê te çye, ezê bidim. Rafîk qayîl nebûye, dew kirye, wekî Memed peyabe, here. Lê Memed peya nebûye. Wî çaxî Rafîk avtomaşîne ajotye, hevekî çûye, derê kabînkêyî alîê Memed vekirye, ew te’f daye, avîtye erdê. Xwestye bajo here, lê nihêrye, wekî Memed mirîtî ketye, çimkî tekera avtomaşînê serra derbaz bûye. Avtomaşînê dide sekinandinê, peya dibe, lêdinihêre, wekî wê xire-xira Memede. Lingê wî digre, kaş dike erqa rex rê, cîda dihêle û vedigere tê nexweşxanê. Wextê Memed tînin nexweşxanê, Rafîk jê dûr nakeve, dixweze zanibe, çika dikare xeberde yanê na. Gava dibîne, wekî Memed mir û tu gilîk negot, avtomaşîna komekdarya lez syar dibe û dice gundê Eslan, wan hersê merîê, ku dîtibûn, wekî Memed avtomaşîna Rafîk syar bûye, dibîne, wanra dibêje, wekî Memed ketye bin avtoê, mirye û hîvî wan dike, wekî derheqa dîtina xweda tu qûl-bendara gilîkî nebêjin. Raste, min Memed kirye bin avtoê.
— Te zanibû, wekî pere cem Memed hene? – paşî vê şe’detya wî min jê pirsî.
— Na, min nizanibû, — Rafîk cab da.
— Lê ew perê cêva wîda çawa bûn?
— Perê çi?
— Perê heqê wî. Ne axir wexta ew mala Eslan derketye, 200 manat pere cem hebûye. Ew pere çawa bûne? Bêje, em haj pê hene. Te ew pere çawa kirine?
— Rastîê ha bû: wexta ez peya bûm û min kişande erqa kêleka rê û ez vegeryam, min dît wê pere ser berfê ketine. Min hilda kire cêva xwe. Rast 200 manat bû.
— Dêmek, te him Memed kuşt, him jî paşî kuştinê talan kir?
Rafîk îdî dengê xwe nekir, sere xwe kire ber xwe û tilîê xweva mijûl bû.
Çendekî şûnda sûda wî kirin û ewî cezaê xweyî layîq stend.
Ji wê rojêda gele sal derbaz bûne. Çiqas sal jî derbazbin, eva şuxula tu cara ji bîra min naçe. Bîra min naçe ne bona wê yekê, wekî min şuxulekî gelekî çetin vekirye, na xêr, çawa we dît ne şuxulekî ewqasî giran bû. Lê bîra min naçe bona wê yekê, çimkî praktîka mine slêstîkirinêda ew şuxulê minî pêşin bû. Çawa dersdar nikare dersa xweye pêşin bîr bike, usa jî ez nikarim şuxulê xweyî pêşin bîr bikim.
s. 1976-a
BONA BÎRANÎNA ETARÊ ŞEROYÎ REHMETÎ
BONA BÎRANÎNA
ETARÊ ŞEROYÎ REHMETÎ
“BIRA P’ARA ŞIÊRA GELEKBE”
Civata sêksîa nivîskarêd kurda bû. Şayîr, nivîskar, xwendkar, wekîlêd întêlîgênsîaye mayîn berev bûbûn. Cahil dha gelek bûn. Êvarya şiêra bû. Geleka şiêrêd xwe xwendin. Sirê gihîşte Etarê Şero jî. Ewî dest kire berya xwe, çend per kax’azê qatkirî derxistin, vekirin, bi desta şimşat kirin, berbirî sedr bû û gotê:
— Îzn heye, wekî dîktorê xeberdanê kurdî van şiêrêd mine tezenivîsî bixûne?
Hazir kenyan, sedr jî beşerxweş bû û gotê:
— Çima, Etar, tu nikarî şiêrêd xwe bixûnî yanê ç’evê te rind nabînin?
— Çira nikarim bixûnim? – Etar gotê. – Min nivîsîne, ez nikarim bixûnim? Dikarim, şikir, îşiqa ç’evê min jî hela cîê xweye. Lê wexta dîktor dixûne, ew dha xweş têne bihîstinê. Ya duda jî – wexta ew bixûne, ezê hew zanibim, ew bi radîoê têne xwendinê.
Xulese, dîktor destpê kir şiêr xwendin. Etar zûr bûbû lêdinihêrî, ç’evê wîda tijî şabûn bû, nikaribû cîê xweda rehet rûnê. Dîktor şiêr xwendin, kuta kirin. Hazira kêm destê xwe li hev xistin. Etar lez ji cîê xwe rabû û gote sedr:
— Ez hîvî dikim, îznê bidî, kela dilê min rabûye, ez dixwezim vê êvarê camêrê rûniştîra kilamekê, duda bêjim.
Û hîvya caba sedr nema, bin dengê kenê hazirada hilkişya ser dikê, kursîk pêşda kişand, rûnişt, papaxê xwe qotkir, berê xwe hazirada kir, destê xwe da ber peleguha xwe û bi dengekî ketî nerm destpê kir:
Gundî-malîno,
Bêrîvanê gundê me dudune…
Êpêceyî stra. Wexta kuta kir, hazira gumreh destê xwe li hev xistin.
— Bira nîvê van destlihevxistina bibe p’ara şiêrêd mine xwendî, — got, bin dengê ken û destlihevxistinêd haziraye dha gumrehda ji dikê peya bû.
— Dêmek, p’ara şiêra ev destlihevxistinêd weye axirîêne, ne? – rêva got û hat cîê xweda rûnişt.
ŞIÊRÊD SIST Û… KLÛÇ
Etarê Şero timê şiêrêd xwe dikirine pakêtê û bi poştê rêdaksîaêra dişandin. Çend roj derbaz dibûn, dihat pê bihese, çika yazya şiêrêd wî çawa hatye qirarkirinê.
Papaxî sêrî, bi beşereke xweş dihat, silav dida hazira, kêf-halê wan dipirsî, paşê diçû cem serwêrê p’ara kûltûraê û lîtêratûraê Karlênê Çaçanî. Papaxê xwe dernedixist, kursîk hildanî, kêlekê rûdinişt. Sifte qestîka hêrsa xwe radikir.
— Te qe çi anye sere şiêrê min? – jê dipirsî, beşereke nazik ser dêmê wî dihate kivşê. Pirskirin û beşera wî qe ûymîşî hevdu nedibûn.
Karlên papke derdixist, şiêrêd wî didan ber xwe, hevekî xwe ker’ dikir, paşê bi ken ber xweda digotê:
— Apê Etar, axir şiêrêd te sistin.
Hertim ha cab dida. Etar hevekî hêrsa xwe radikir, lê tenê çend deqa. Tu cara nedixeyîdî, radibû, laqirdîk-duduê xwe dikirin û bi devê ken derdiket, diçû.
Carekê jî hat. Her tişt mînanî hercar hate wekilandinê.
— Axir, apê Etar, şiêrêd te gelekî sistin, — Karlên gotê.
— Lo malavao, de wekî zanî sistin, klûçekî rind hilde, navkeve, bişidîne, lê tu vira çi pêşeyî? — got û bin simêlava kenya. – Tu bisekine, ezê usa bişidînim, wekî bikî-nekî serederîê jê dernaxî.
Lê çendekî şûnda dîsa pakêteke şiêrêd Etare teze ser meda hat. Karlên xwend, kenya û sere xwe hejand. Bin her şiêrekêda şiklê klûçekî lêkiribû.
ŞIÊRÊD ZAR
Dewetekêda lawikekî Tilvîsê çend şiêrêd satîrîêye delal ezberî gotin. Gava me xwest pê zanibin, wekî kê ew şiêr nivîsîne, wî lawikî gote me, ku ew şiêrêd Etarê Şerone.
Ez ecêbmayî mam, wekî çawa hetanî nha min ew şiêr nexwendine.
Wexta em vegeryan û şeherda rastî Etar hatim, min derheqa wan şiêrada jê pirsî.
— Erê, lê çawa, ew şiêrêd minin, — ewî got.
— Lê tu çira wana nadî neşirkirinê? – min jê pirsî.
— Ne axir ew naêne nivîsarê, — Etar cab da. – Min bi zarkî ew efrandine û ser çend şaya gotine, nha jî nava cimetêda bela bûne. Rastîê, pêşîê ewqas jî rind nîbûn. De, tu zanî, cimete, tiştekî ku lê xweş bê, hiltîne şimşat dike, hel dike, tiştê zêde wêda davêje, tiştê kêm tam dike. Xulese, tîne qedema. Ez nikarim wana usa binivîsim, dha rast naêne nivîsarê, çimkî wexta dicêribînim wana binivîsim, gelekî sist, sade dertên. Dibe kubir û kemala wan jî hema nava wê yekêdane, wekî teslîmî qanûnêd nivîsarê nebûne, xwera bi tebyetî “mezin bûne”, beyanîne, nehatine kedîkirinê. Her tiştê nekedîkirî xweşe.
“AX, BIZIN, BIZIN”
Me zanibû, wekî hela salêd 30-da Etarê Şero uzvê Tifaqa nivîskara bûye, lê paşê jê der maye. Gava me derheqa vê yekêda jê dipirsî, vedipeşirî, bin simêlava dikenya û digot:
— Bizinê ez ji Tifaqa nivîskara derxistim.
Û gilî dikir, wekî ew yek çawa qewimye.
— Wî çaxî mala me kenarê bajêr dima: îzna bajarvanê usa hebû, wekî heywîn xweykin. Me jî çend pez û bizin xweyî dikirin. De, mala me giran bû, zarokê me gelek bûn, bêy şîr-qatix nikaribûn yole biçûna.
Blêta mine Tifaqê nava kax’azê mine nivîsarda hundurê qutîêda bû. De hûn zanin mala me jî maleke bêpergale. Rojekê kulfeta min derê qutîê bîr dike vekirî dihêle. Bizin dikeve hundur, nanê ser texte dixwe. Qîma wê bêxweyê vê yekê naê, xwe digihîne qutîê. Blêtê û çend şiêrêd min dicû. Çawa şiêr bûn, çawa şiêr bûn! Hetanî neferê male xwe pêra digihînin, ew blêtê û şiêra usa dicû, wekî berata wan jî nahêle.
Ez îdî pey stendina blêta teze neçûm. Wê rojêda bi mêxanîkî ji Tifaqa nivîskara der mam. Bi çi çerçerê ez ketime nava Tifaqê, bizinê bi devekî ez ji Tifaqa nivîskara derxistim, — digot û xweş-xweş dikenya. – Çawa tê kivşê, krîtîkê minî lapî berk bizina kever bû.
DEWSA PAŞXEBERÊ
Eme cahil bûn, eme xûngerm û qafseqet bûn. Wexta dikete çemê, me ber tu tiştekî nedinihêrî, ç’ep-rast dişelpandê.
Civateke sêksîa nivîskarêd kurdada şiêr û poêmêd Etarê Şeroye tezenivîsî enene dikirin. Geleka xeberdan, fikrêd cure-cûre hatine gotinê.
Min jî xeberda û ew efrandinêd wî gelek berk krîtîk kirin, gele gilîê zêde gotin, ku ne cayîzî wî bûn. Şuxul gihîşte wê derecê, wekî me, çend hevala, wê êvarê têrmîna “etarîzm” da xebatê bi fikra prîmîtîvîzmê.
Wexta min xeberdana xwe kuta kir û ez rûniştim, min bin ç’evara Etêr nihêrî. Ewî jî min nihêrî û gava dît ez wî dinihêrim, bi beşereke xweş tilya xwe ser minda hejand. Ez fikirîm: Etarê xeberdana xweye cabdayînêda ese mînanî min tûj caba min bide û wê mînanî çend lawikê me îdî virhada minra xeber nade.
Xulese, gilî dane Etar. Rabû, carekê, duda hevala nihêrî, paşê xeberda û mînanî xwe hercar her tişt bi laqirdî da derbazkirinê. T’u gilîkî sar derheqa me yekîda negot, bi hizkirin nave me dida û xweşîê xwe me dikir.
Êvarî kuta bû, em derketin. Min tirê wê rojê min zinêkarî kirye, ewqasî ber xwe diketim. Min gelekî dixwest, wekî ewî sert derheqa minda xeberda, çend gilîê tûj minra bigotana, dilê min rehet bûya. Lê wexta ewî caba min neda, hela serda jî usa bi hizkirin derheqa minda xeberda, eva yeka gelekî min keder hat. Û wê rojêda alîê îsafêda ez bûme deyndarê Etarê Şero, mînanî tiştekî ber wî rûreş mam.
Çi gava rastî min bihata, şerma min sere xwe dikire ber xwe, lê ewî bi hizkirin minra xeberdida, min şa dibû. Û min qirar kir çi cûreyî jî mabe, rojekê ez gotî bin deynê Etarê Şero derêm. Ew roj zûtirekê pêra gihîşt. 70-salya bûyîna Etarê Şero temam dibû. Bi hizkirin ez qayîl bûm, wekî derheqa wê hobêlyana wîda dokladê bixûnim. Êpêceyî çerçirîm û çiqas hereketê min hebû ji tebîê obyêktîvîê min xwest xebereke germ bêjim hobêlyarê meyî hizkirîra. Rastîê, nizanim, ew yek çiqasî minra li hev hat, her tenê paşî êvarîê, ku sera akadêmîa rêspûblîkaêye ulmada derbaz bû, nêzîkî min bû û enya min ramûsa. Eva heqdayîna mine lape mezin bû.
— Tu zanî, apê Etar, bi vê yekêva min xwest deynê xweyî çend sala pêşda bidim, — min bi laqirdî gotê.
— Deynê çi? – bi ecêbmayî pirsî.
Min civata sêksîaê anî bîrê. Kenya, kenya, destê xwe li pişta min xist û got:
— Lê mala te avabûyî, te çi kir, wekî bûyî deyndarê min? Gilîk bû fikra tera derbaz bû te got. Gotî ez bona wê yekê ji te bixeydyama? Şerme, şerme, em birê hevin.
Qestîka temamya xeberdanekêra digot “gilîk” û bi wê yekê dixwest dilê min bikire. Ewî 70 salî bû, ez dewsa nevîê wî dihatim, lê firqî nedikir ortê û digot “em birê hevin”. A Etarî ha bû, hertim sade, bi merivayî, camerî…
Nha jî ez xwe ber bîranîna wî dîsa deyndar hesab dikim. Gelo ev bîranînêd biç’ûk wî deynî hevekî sivik bikin? Ez nizanim, lê nha min gelekî dixwest, wekî roja rojda alîê îsafêda ez ber Etarê Şeroyî rehmetî deyndar nîbûma.
s. 1976-a
WÊ ŞEVÊ…
WÊ ŞEVÊ…
Pêşkêşî serhildana kurdaye salê 1961-1975-a dikim.
Sala 1975-a derbaharê bû. Şorişa Başûrê Kurdistanê têk çûbû. Radîoêda dengê zurna dijmin, dengê altindarya wî dengê azabûna cimeta min dixeniqand. Dijmin altindarya xwe dida kivşê. Radîoêda dengê heytehola dijmin dihat. Lê cimeta mine der vê care jî, paşî şerkarya gelek salara dîsa ber tendûra sar rûnişt û negihîşte tu meremî…
Dilê min temûl nekir. Min radîo temirand. Dengê zurna dijmin hela li ber guhê min bû û yazya miletê minî derî zêrandî tabetî nedida min.
Xêleke xurt ji şevê çûbû. Ez zûda ketibûm nava cya, lê xew li min teqisî bû. Hezar û yek fikir sere minra derbaz dibûn, mejûê minî westyayî bûbû meydana şerê wan û xew nedikete ç’evê min. Çiqasî min ç’evê xwe digirtin, dixwest nava wan xem-xiyala, fikir-mitala derêm û ç’evê min here ser hev, lê ew mînanî edûa ji min dûrnediketin û xewa min jî nedihat.
Nişkêva bû zingîna zengilê têlê. Ez lez ji nava cîê xwe rabûm û berbi têlê çûm. Min tetka wê hilda.
— Allo, allo!
Lê tu deng û his tunebû.
— Allo, allo!
Dîsa gotima min bê cab ma. Û ew bû min tetka têlê danya, gava wî sere têlêda sewta kilameke kurdî min tesele bû. Dengê Eyşîşana dengbêj bû, kilama “Saliho” distra.
… Sala îsal berê Salihê kurmal dane kela Dîarbekirê,
Sed û yek sal gune danê.
……………………………….
Ezê Salihê xwe ji kela Dîarbekirê zor derînim.
Eva kilama zû kuta kir. Destbi “Gidî lo-lo” kir. Wê şevê kubra wê dha xweş bû, dengê wê usa nazik bû, wekî min xwe bîr kir, dinya, fikir-mitale bîr kirin û bûme dîlê wê û kubrê, dîlê deng û seda wê.
Êpêceyî stra, ez ji kubra wê qet têr nedibûm. Min dixwest hetanî sibê tetka têlê ber guhê minbe û ez wî dengî bibihêm. Axir wê êvarê tê bêjî ewê bi dilekî birîndar distra. Nazikayêra tevayî kîn û înk nava dengê wêda hebû. Kilamê wê şikyat bûn, wekî wê êvarê dha qube dihatne bihîstinê.
Kilam çawa nişkêva destpê bûbûn, usa jî nişkêva hatine birînê.
— Allo, allo!
Deng ji tetka têlê nehat. Û nişkêva bû:
— Tû, tû, tû…
Têl danîn. Hetanî nha jî ez nizanim ew kîjan xêrxazê min bû, ku bi dil tex’mîn kiribû, wekî xew nakeve ç’evê min, û zanibû, wekî her tenê kilama kurdî, pê dengê Eyşîşanê wê xemê dilê mine wê şevê bide revandinê. Dibe ewî jî dengê zurna dijmin bihîstibû û halê min tex’mîn kiribû.
Kilama kurdî, dengê Eyşîşanê bûne colanga mejûê minî westyayî, ez wê şevê usa rehet razam, çawa zarotîêda şevê bahara bêxem radizam û sibê dayîka min dikir-nedikir ez ji xewê hişyar nedibûm.
s. 1975-a
DÊMARÎ
DÊMARÎ
Kamilê gundîê me, reme ruhê mirîê webe, ruhê wîbe jî, hela hê êpêce serxwe bû, gava emrê wî bû cix’îzeke biç’ûk û kete orta wan herdu reqema, ku çend sala pêşda Keremê kurê wî ser kumeyta mezelê wî da nivîsarê.
… Ew çend sal bû, ku mala wan hatibû gundê me û ketibû avayê cînarê me. Orta mala me û wan gelekî xweş bû, çûyîn-hatina me hevva hebû. Ew timê dihate mala me. Merîkî gelekî xeberxweş bû.
Timê êvara, îlahî zivistana, dihate mala me, ber tendûrê rûdinişt, qelina xwe dadigirt, dû didaê û destbi mijûlîê xwe dikir. Em gelekî motacê gilîê wî bûn. Wexta dihate mala me, wekî kêfa wî xeberdanê jî tunebûya, em dorê rûdiniştin û lê dibûne t’ir’ik. Hetanî me serhatîk, mijûlîk lê neda gotinê, em jê dûrnediketin. Axir me gelekî ji wî û xeberdanê hiz dikir.
Rojekê jî gilî hate ser dêmarya. Gişk ser wê fikrê bûn, wekî dêmarîê xirabtir tişt dinêda tune. Her tenê Kamil bû, wekî wê yekêra qayîl nîbû.
— Axir hûn çira gişka dikine yek, — ewî got. – Jin jî hene, jinkok jî hene. We tirê nava dayîkada jinkok tunene? Yanê nava dêmaryada jinê esilzade tunene? Bi tex’mîna min, hene. Çira naqewime,wekî dê xweytîê ewledê xwe nake, gele cara tenê bona wê yekê dê tê hesabkirinê, wekî zaro anîne, rûbarê dinê xistine. Ewê jina wê salê neh zarê xwe hîştin, yekî kalra revî, çû, hûn wê dê hesab dikin? Mesele, wekî destê min bê, ez tu cara wê dayîk hesab nakim. Lê naqewime, wekî dêmarî tê ser zara, mînanî ronaya ç’evê xwe wana xweyî dike, mezin dike? Nha kêye dê? Ya zaro anîne, dinê xistine, lê xweyî nekirine yanê ya ew neanîne, lê xweyî kirine, mezin kirine, tu cara nîşan nedaye, wekî ew ne zarê wêne?
— Lê dê dimîne çawa dê, — yekî gotê.
— Hilbet, tu kes nikare dewsa dê bigre, — Kamil wîra qayîl bû. – Lê wexta qezya tê serê dê û kulfeteke esilzade çawa lazime zarê wê xweyî dike, firqîê nake ortê, bi fikra min, îzna wê jî heye xwe dya wan zara hesab bike, îlahî wexta zaro ewqasî kerema destê wê dibînin, çiqas wê destê dya xwe bidîtana, wexta ewe hela biç’ûkin û wêra usa têne girêdanê, çawa dayîka xweye helalra. Gilî derheqa kulfeta esilzadedane. Hilbet, her kes nikare usa bike.
Ezê nha wera serhatîkê bêjim û hûnê xwexwa bêne bawerkirinê, wekî ne hemû dêmarîne, ku xirabin.
Serhatya wî ha bû.
Eme hela gundê meyî berêda bûn. Gula min, Kubara min û Keremê min hela biç’ûk bûn. Hûn zanin, wekî dya wan mirye. Gulperî dêmarya wane. Nizanin? Lê rastîê Gulperî dêmarya wane. Navê dya wane helal Qazê bû. Qazê – qaza rast: yeke çîle-qerqaşe pîbeden bû, gava wêda dihat, merî heyr-hijmekar bû wê û rêvaçûyînê binihêre. Ruhê min û wê qalibekîda bû.
Hebûna me jî pak bû, em destteng nîbûn. Me rind ebûra xwe dikir, zarokê me jî sax’-silamet bûn, mînanî kulîlka bêxem xwera mezin dibûn. Şabûna min û Qazê jî ew bûn. De, hûn zanin, ez çiqasî zara hiz dikim. Qazê hê ji min zeftir ji wana hiz dikir. Dibên, Xwedê du kerema cîkî nake, raste.
Hersê zarê min hela biç’ûke, binbêjing bûn, gava qezyake giran hate serê mala me. Qaza kulfeta min nişkêva nexweş ket, çend roja şûnda, reme ruhê dê-bavê hazirabe, ruhê wêbe jî, çû rehmetê…
Qaranya hersê zarê hûr kete stûê min. Omid-êşanê min jî gundda tunebûn, wekî bihatana miqatî wan tifalê min bûna. Raste, der-cînara komek didan min, hey zaro xweyî dikirin, lê xweykirina xelqê wê çibe, wekî hersê kulîlkê min neç’ilmisin? Û ew roj bi roj diç’ilmisîn.
Min ewqasî Qazê hiz dikir, wekî paşî mirina wê nexwest jineke teze bînim. Min qirar kir, wekî gerekê ez bi xwe zarê xwe xweykim, mezinkim. Û min zaro xweyî dikirin, çi dikaribû dikir, lê roj bi roj ewana paşda diçûn, emrê min jî hemîn ne tu emir bû. Min xêle wext wa derbaz kir, dît, wekî ha nabe.
Der-cînar, qewm-pismam jî minda ketin, wekî bizewicim. Hema boy xatirê zara jî mabe, minra digotin, tu gotî bizewicî, wekî yek hebe wanra xwarinê çêke, kincê wan, serê wan bişo. Mala bê kulfet – xirabeye. Min dî boşe, ha nabe, ez nikarim zara xweykim. Emrê min jî hemîn ne tu emir bû. Ez fikirîm: “Rastî jî lazime ez bizewicim, yeke şîrhelal bînim, wekî zarokê min xweyke, mezinke”. Lê gava navê dêmarîê dihate ser zarê min, ez ji qirara xwe paşda vedikişyam: “Axir çiqas pakbe, dîsa dêmarîye”, — ez difikirîm û hertim min zewaca xwe paşda dêxist.
Êpêce wext kete ortê. Halê min, zara ne tu hal bû. Ez çiqasî diçerçirîm, diqacqicîm, wekî wana pak xweykim, lê dewsa xweykirina kulfet nedigirt. De mêrê çawa karibe şuxul-emelê jinê bike? Yanê nazikaya destê mêr û jinê yeke? Ez gelekî fikirîm, min rokir-pîva, xêrxaz ketine ortê û ez dame bawerkirinê, wekî hema bona bîranîna Qazê, qedrê wê jî mabe, ez gotî ese bizewicim, lê yeke şîrhelal bînim, wekî zarê wê xweyke, mezinke. Ez vê jî bêjim, wekî gele tişt jî mêrra, bavê zarara girêdaye. Dêmarî ç’ev dide mêrê xwe, wekî ewî zarara pakbe, qurbanbe-heyranbe, nikare biqewime, wekî dêmarî vê yekêra hesab rûnanê. De, ya min jî, hişê min bona zara diçû, ruhê min wêderê bû, kîderê wana lingê xwe dadanîn. Xulese, ez sere hazira neêşînim, ez zewicîm. Min eva Gulperya jina xwe anî. Gulperî ku hate malê, teê bigota ruh ber min û zarada hat. Raste, sifte zaro vedikişyan, ewqasî xwe nedispartnê, lê bere-bere hîn bûn. Wextekê şûnda orta wan usa xweş bû, teê bigota dayka wane helal hema eva bi xweye. Merî ya Xwedê bêje Gulperîê jî ew mînanî ronaya ç’evê xwe xweyî dikirin, her cara digot: “Kerem, Kubar, Gulê”, hezar Kerem, Kubar, Gulê ji dêv dibarîn. Wededa sere wan, kincê wan dişûşt, xwarina wana didaê. Usa wanra hatibû girêdanê, usa ji wana hiz dikir, wekî te tu cara nedigot ew ne zarê wêye helalin.
Min ku eva yeka ber ç’evê xwe dît, perê min tunebûn pê bifiryama. Min xwe gunekar dikir: ne axir sifte ez dilê xweda difikirîm jina duda çiqasî jî başbe, dîsa dêmarîye, wê timê zara hilê, tepê wê ser sere wanbe, ewê kutayî-lêdayî bin, wê wededa sere wan neşo, nanê wan nedê. Çiqas jî pakbe, qîza xelqêye, dilê wê ser zara wê neêşe. Lê dêmarî jî heye, dêmarî. Ez rast wera bêjim, gunekar bûm, wekî wextekê derheqa Gulperîêda usa difikirîm.
— Lê alîkîda jî tu gunekar nînî, — yekî ji hazira got. – Çimkî wexta nave dêmarîê didin, xênji xirabîê, ernûsîê û nepakîê tiştekî mayîn naê tex’mînkirinê.
— Tu rast dibêjî, — Kamil gotê. – Axir gere wext-wede derbazbe, bibînî û bêy bawerkirinê, paşê bêy ser fikra kutasîê. Lê fikra kutasîê ew bû, wekî Gulperîê dewsa dya wan girtibû.
Zara jêra digot “daê”. Ewana nizan bûn, wekî Gulperî dayîka wana helal nîne, lê dêmarya wane. Û roj bi roj mînanî kulîlka gul vedidan, mezin dibûn, tu xem û xiyaleke ruhê wanî temiz tev-hevdu nedikir. Dîsa ew bextewarya berê vegerya bû mala me. Em zûva çûbûne şeherê nêzîk. Hersê zarê min îdî diçûne mektebê, fember bûn, rind jî hîn dibûn.
Rojekê jî Gula min ji mektebê vegerya malê. Mede-mirûzê wê qet merya xweş nedihat. Hetanî êvarê ewê qet pakî mera xeber neda, parî nan nekire devê xwe û beşera wê xweş nebû. Em çiqasî pêda ketin-neketin, ewê tu tiştek mera negot. Lê êvarê, wextê emê îdî biketana nava cya, ewê îdî xwe zevt nekir, bû îske-îska wê girya. Ez û Gulperî gelekî pêda ketin, çika çira digrî. Ew hey digirya û hey jî mera digot, çawa îro ewê û kurê cînarê me – Sivik kirine şer û Sivik hildaye jêra gotye: “Tuye êtîmî, t’u dya teye helal heye? Gulperî ne dya teye, ewê tu xapandî, ew dêmarya teye, dya te mirye”. (Sivik kurê gundîê me bû, mala wan jî hatibû şeher, dîsa cînarê me bû). Ewê ha digot, digirya û mera jî digot, wekî çira me hetanî nha ew yek jêra negotye, jê veşartye.
Wexta Gulê ha digot û digirya, Gulperî spîç’olekî bûbû, xwe zevt nekir, ew jî pêra girya. Min tex’mîn dikir, wekî ew yek bona wê derdekî çiqasî girane, çiqasî ber xwe dikeve. Zûr bûbû ç’evê min û zara dinihêrî.
Herdu zarêd dinê jî vê yekê hesyan. Min lênihêrî, wekî wa nave: min hilda çawa ku hebû, usa yek bi yek wanra gilî kir.
Paşî vê yekê ewana îdî xwe ji Gulperîê dûr digirtin, aveke sar orta wanra derbaz bûbû. Zara îdî gura Gulperîê nedikirin, lê hildihatin, qestîka hêrsa wê radikirin. Lê Gulperîê dîsa mînanî berê ew ronaya ç’evê xwera xwey dikirin û nîşan nedida, wekî vê guhastina zara tex’mîn dike.
Rojekê jî Kerem nexweş ket. Nîvê ruhê Gulperîê pêra çû, qet deqekê terka Kerem nedida, ji kêleka cîê wî ranedibû, hêsir ji ç’eva zya nedibûn. Axir Gulperîê zef ji Kerem hiz dikir. Me dikir-nedikir, pê nikaribû ji kêleka cîê Kerem rakira. Eva Evdilê min jî dêstda bû. Evdile malda hîştibû û hatibû nexweşxanê. Diqewimî, wekî ewê piştgirêdayî ç’evê xwe nedida hev, hetanî sibê ji cîê Kerem dûrnediket. Nexweşxanêda dû-derman dane Kerem, lê kirin-nekirin, ç’are pê nedibû. Doxtira got xûna wî kême, lazime xûnê bidne wî, bêy wê yekê ew pak nabe. Xûna me hildan, lênihêrîn. Her tenê xûna Gulperîê mînanî ya Kerem bû.
Gulperîê pêra-pêra çiqas lazim bû xûna xwe da Kerem. Çendekî şûnda Keremê min pak bû. Şayî bikeve qapîê we jî, kete mala me jî.
Gulê û Kubarê ev yek ber ç’evê xwe dîtin, fem kirin, wekî dêmarya wan çiqasî ser wan şewitye, wekî ew ne dêmarîye, lê dya wane helale. Hêja wana tê derxist, wekî çiqas rind nekirine, gava hêrsa dya xwe rakirine, gura wê nekirine, derheqa wêda xirab fikirîne.
Wê rojê şûnda dîsa orta wan û Gulperîê usa xweş bû, çawa berê bû. Te tirê Gulperî dayîka wane helale, ew jî ewledê wêne. Diqewimî ewê sertî Evdile dikir, lê gilîkî sar wanra nedigot. Wan jî alî dê dikirin, her cara digotin “daê”, hezar “daê” devê wan diket. Nha jî em hatine vî gundî û hûn her tiştî ber ç’evê xwe dibînin. Kê wê bêje, wekî Gulperî dêmarîye? A, gilîê min jî derheqa kulfeta hadane…
Rastîê jî hetanî wê rojê me tirê Gulperî dayîka wan zaraye helale. Me carekê tex’mîn nekiribû, wekî firqîke biç’ûk têke orta Evdilê xwe û wan hersêkê mayîn. Û em ecêbmayî man, gava pê hesyan, wekî ew dêmarîye.
s.1962-a
NIKARIBÛ
NIKARIBÛ
Avdel sazbendê gund bû. Zurneçî bû. De, her zurneçîk usa jî pêra meyê lêdixe. Dengekî xweşî lêbû, distra. Şayê gund temam ewî dikirin. Gundê cînar jî dihatne pey dibirin, şayê xwe dikirin. Avdel tu kesek bê qedir verênedikir, xwe her derara digihîand.
— Avdelê me nîbe, hûnê çawa şayê xwe bikin, — gundîê wî xweşîê xwe gundîê cînar dikirin.
Û Avdel her dera destê bext û miraza digîhande hev, şayî şên dikir. Rastî jî gula govenda bû. Him lêdida, him direqisî, him distra. Lê laqirdîê wî!
Wexta govend dikimkimî, te hew nihêrî yekî ahil radibû berbi Avdel diçû, ber disekinî. Avdel dengê zurnê dibirî. Ewî ahil digotê:
— Avdel, ca bidî xatirê Xwedê, tê nha jî mera hevekî deng bistrêyî.
Avdel dikete sergovendîê, dev-ç’evê wî meryara dikenyan, destmal dihejand, çokê wî binda direqisîn, destpê dikir, digot û sergovendî dikişand. Ewî tenê digot, nedihîşt merî pêra bibin heval.
Hetanî govend bela bûya, çend cara Avdel bi deng govend digerand. Wexta zurne hiltanî, miqamê kilama nîvcî lêdida. Gava te guh dida lêdana wî, te tirê tilî-pêç’îê wî distrên, usa şîrin, usa nazik miqam cî tanîn. Nazikaya sazbendya kurda te wî çaxî tê derdixist, gava guh dida meya wî. Ç’evê xwe digirt, dikete nava be’ra sazbendîê, hemdî xwe sovekarî dikir û hazir pey xwe dibirin. Kîjan şaya Avdel navda bûya, rastîê dibû eyda sazbendîê û tu yek mînanî ya mayîn nîbû, her yek başqe bû û her yek bi reng-awaz, nexş-nîgarê tezeva dida xemilandinê.
Avdel yekî bejnêda kinik, k’ir’nûkî, deve-devî pêncîsalî bû. Merîkî laqirdçî, devken û helal bû. Bi ruhê xweva ewqasî temiz bû, çiqasî sazbendya wî bû. Simêleke sêreke bijoqî ber poz bû, ç’evne gire reş lêbûn, tu têlekî spî neketibû sêrî.
Raste, husnê dinêda ewqasî jî berbiç’ev nîbû, lê rûê sazbendîê, xeysetê wîyî başda gişka jê hiz dikir. Îlahî sazbendîê kêmasîê bejn-bala wî, seke-sinçê wî kiribûne bin perdê û ji gundîê wî, ji nasa tu kesî ew kêmasî tex’mîn nedikirin. Gele bûk, jinê cahil ser bengî bûbûn. Lê ewî xwe dewsa nezana dadanî, çimkî zewicî bû û îzin nedida xwe, wekî navekî xirab peykeve.
Ji ahila hiz nedikir, ruhê wî wêderê bû, kîderê cahil lê hebûn.
— Gava diçî kêleka kala rûdinêy, tu xwexwa jî wanra kal dibî, — ewî timê digot. – Lê wexta tevî cahilanî, tu jî wanra cahil dibî.
T’u rojeke wî bêy sazbendîê derbaz nedibû. Wexta zivistan bûya, şayî tunebûna, mala xweda lêdida. Cahilêd gund xwe dengê wî digirtin û diçûn dorê top dibûn. Ewî wanra meyê, zurnê dixist, distra. Wî û cahila laqirdî hevdu dikirin çawa taydaşê hev.
Wexta cahilekî bixwesta hînî lêxistina meyê, zurnê bibe, bi şabûn qayîl dibû hînke. Ew cahil piş xweva dida seknandinê, têl danî, digote cahilekî mayîn, wekî tilîê wî cahilî daynin ser tilîê wî û bi wî benî girêdin. Wexta girêdidan, kuta dikirin, ewî meya yanê zurnê hildanî û ewqas wext lêdida, hetanî tilîê xort diwestyan, diqerimîn. Wê şûnda dida vekirinê û dihîşt, wekî hevekî hêsabe. Paşê zurnê yanê meya didaê û digotê, wekî lêde. A hema wextê wê lêdanê jî cî bi cî kêmasî şaşîê wî digotnê û dew dikir, wekî dîsa lêde. Ewî çend xortê gund hînî lêdana meyê, zurnê kirin, lê lêdana wan ku, lêdana Avdel ku!..
Êvara, wexta diçû odê, ese zurne, meya xwe dikire cêva xwe, xwera dibir. Û gele cara qestîka usa dikir yek bêje, wekî meyê yanê zurnêxe. Îdî hîvya gotina mayîn nedima, pêra-pêra ji cêva potê xweye hundur derdixist û lêdida yanê jî wê bistra hetanî ode bela dibû.
Bahara û havîna jî cahil dora xwe top dikirin û ç’ya-banîê dora gund diketin. Dengê meyê bihata birînê, dengê zurnê dihat, dengê zurnê dihate birînê, qîrînya Avdel bû distra. Gele cara nanê xwe xwera dibirin û hetanî êvarê nedihatin. Xwera digeryan, pincar dixwarin. Avdel jî diqîrandê. Gava diwestyan, rûdiniştin, berî gişka Avdel ser piştê ser şînayê vedilezya û ezmanê sayî dinihêrî.
— A sazbendî jî mînanî vî ezmanî sayîye, — digot û radibû ser xwe rûdinişt. – Hevt xwezila min wî merivî, ku karibe mînanî ç’ivîka nava wêda bêminet bifire. – Û careke mayîn ser şînayê vedilezya. Te hew nihêrî, serê xwe neyseyî bilind dikir û dûmayî da xeberdana xwe. – Gelî lawika, hûn zanin, sazbendî, dengbêjî berî xem-xiyala didin, wana ji merya dûr dixin. We tex’mîn kirye, merîê sazbend dereng kal dibin? Bi tex’mîna min, menî sazbendîye. Bona ez jî zû kal nebim ezê nha wera miqamekî xweş lêdim, — bi ken digot û zurne hildanî.
Dengê zurna wî dikete wan ç’ya-banya û te tirê wan çar alya sazbendî dibare. Îdî lawika teyax nedikirin, radibûn, destê hev digirtin diketne govendê. Zurna Avdel usa xweş bû, wekî tunebûna teqla defê nedihate tex’mînkirinê û lawika her tişt bîr dikirin û direqisîn. Hetanî êvarê k’ar-p’eşê wan ev bû, te’rî dikete erdê, Avdel zurnê dixist, dida pêşya cahila, berbi gund dihat.
Xebata wî bi sazbendîê, dengbêjîê dihate kirinê. Qe cahila dihîştin, wekî ew xebatê bike? Cahila ew kiribûn nava brîgada xwe û nedihîştin, wekî destê xwe bide tiştekî.
— Her tenê tu mera bistre, meyê, zurnêxe, karê te tiştekî neketye, emê her tiştî bikin, — cahila digotnê, Avdel dikirine orta xwe û berê xwe didane deştê.
— Ê, we tirê hûnê zyanêkevin? – Avdel bi ken digote wan. – Kara mine jî, kara weye jî. – Û herdu alya destpê dikirin. Bin sewtê sazbendya Avdelda, kubra wîye xweşda xebat dha sivik pêşda diçû, cahila westandin tex’mîn nedikirin.
Nanê nîvro dixwarin, kuta dikirin. Avdel meya derdixist, miqamekî xweş lêdida.
— Ez vî miqamî lêdixim, wekî kirina we, xwarina we we xweş helalbe, — digot, bin simêlava dikenya. – Wekî ez nîbim, halê weê çawabe?
— Lê wekî me nîbe, hale teê çawabe? – cahilekî digotê.
— Rastîê jî gotin-gotina teye, — Avdel beşerxweş dibû. – Ez bê we nebin. Hûn jî bê min nebin.
Û êvarê bi kilam yanê bi zurnê tevayî vedigeruane gund. Ser bengzê tu yekî te tex’mîn nedikir, wekî ew temamya rojê çolêbûye, ber te’vê bûye, kêlendî kişandye yanê jî tirmix kirye. Kêfa gişka cî bû, bengzê gişka xweş bû. Lê kêfa Avdel dha cî bû. Ruhê wîyî motacê sazbendîê ji xem-xiyalê ser erdê diqetya, mînanî teyredeke batinî digihîşte ezmanê gundê ç’yayî ç’îk-sayî û nava wîda perwaz dida.
Xebata mala Avdel jî xorta dikir. Wexta didîtin Avdel xebatekê dike (çandinîê dike yanê diçine, box’aza kartola lêdide, av dide yanê radike, gîhê didrû yanê berev dike, xulese, çi xebatê jî dike), cahilê gund xwe pêra digîhandin, serê zevîê yanê bostan didane rûniştandinê, digotnê, wekî kilamekê bêje yanê miqamekî lêde, lê bi xwe destbi xebatê dikirin.
Temamya wê mehelê dihate temaşa dengê Avdel yanê lêdana wî û xebata lawika.
Avdel gula gund bû. Ç’ûk-mezinê gund qedrê wî digirtin. Ew jî ser sazbendya xwe, ser gundê xwe, îlahî ser cahila, bengî bûbû û bêy wan tex’mîn nedikir, wekî dikare rojekê bijî.
* * *
Kurekî Avdelî taê-tenê hebû. Îdî êpêce mezin bûbû, destê wî dar girtibû. Kurê wî te’l nexweş ket. Îdî doxtir neman Avdel kurê xwe nebire ser. Bir derxiste Yêrêvanê jî, çendekî avîtne nexweşxanê, lê gede roj bi roj paşda diçû. Doxtira lênihêrîn boşe, gede ji nexweşxanê derxistin. Avdel û jinê ew anîne gund. Gede îdî ji nava cya ranebû, çendek kete otrê, gede emrê xwe da hazira.
Avdel qurifî bû, ketibû hev. Mirina kur gelekî hukumî ser kiribû, axe-ax, ofe-ofa wî bû, destê xwe kiribû qayîşa pişta xwe, nava malê diçû, dihat. Dê hemîn xwe peritandibû, qertela qertel bûbû lepekê.
Ji hemû gundêd cînar hewarî hatin. Kê Avdel nas nedikir, qedrê wî nedigirt, wekî nehatana hewarîê?
Çawa edet bû gede birin heq kirin. Der-cînara hewarî hildan, Avdel û jina wî jî teglîf kirin, birin.
Ew çend roj bû gede miribû, lê hewarî hela hê dihatin. Dihatin azaya Avdel, ber dilda dihatin, paşê cînara ew dibirin malêd xwe, nanê xwe dixwarin û diçûn.
Paşî mirina kur tê bêjî Avdel hatibû guhastinê: Avdelê berê çûbû, Avdelekî teze hatibû dewsê. Zef kêm diçû nava cimetê, mînanî berê devê wî bi ken nîbû, laqirdî nedikirin. Çiqas cahil dihatin nêzîkî wî dibûn, ewqasî ew ji wan dûr diçû, nedixwest mînanî berê tev cahila here, bê. Cahila ev yek tex’mîn dikirin û fem dikirin, wekî nha ewî dilşkestîye, wextê derbazbe, dîsa Avdelê mînanî berê ji wan neqete.
* * *
Serê baharê û havînê bû. Ç’yaê dora gund bi hezar awazî xemillî bûn. Merîê xweyî dil nikaribûn malda rûniştana, gava zeyneta ewqasî batinî dora gund vebûbû. Cahil sibê hetanî êvarê çolê bûn. Qîzê cahil şalikê wan ber pincar diçinîn. Kerî-sûrya digirtine wan ç’ya, kito-kito dibûn, şivan û berxvana fîq didane li ser lêva û dilîlandinê. Wîte-wîta ç’ivîk û teyreda bûbû sîmfonîake tebyetî û herdera padşatî dikir. Eger merîyî û xweydilî, de were vê demê malda rûnê, derneê û zeyneta vê tebyeta cinetî ber ç’evê xwe nebîne, dilê xwe bi wê rehet neke!
Û Avdel ji mal derket, ber derê xwe sekinî, çayîr-çîman, ç’yaê dora gund nihêrî û bê hemdî xwe ji cî livya. Ji gund derket, berê xwe da ç’ayê Reş. Hêdî-hêdî diçû, mînanî merîkî eac der-dorê xwe dinihêrî û jê têr nedibû. Çû, çû, piş ç’îêva qulibî, gihîşte ger’ekê. Ger’ê mînanî xalîça hezar rengî kulîlk dabû. Ortêda rûnişt, qama wî nehat velezya, destê xwe ç’evê xwera kire sîberk û ezmanê ç’îkî-sayî nihêrî.
Çend cahil fêza gund bûn. Gava ew dîtin, ecêbmayî li hev nihêrîn.
— Dibe diçe gundê cînar? – yekî got.
Kesekî caba wî neda, çimkî ne karibûn îzbatkin, ne jî karibûn înkarkin.
— Were em dîna xwe bidnê, çika kuda diçe û çi dike, — yekî got.
Qirar kirin ç’evnihêrya wî bin. Cîê xweda rûniştin, gelekî wî alî nihêrîn, lê Avdel ji ger’ê derneket. Wextê nanê nîvro jî derbaz bû, lê Avdel nehate kivşê.
— Dibe kendêlra derketye, alîkî mayînda çûye, me nedîtye? – ewê pêşîê got.
— Wê kendêlra kuda here, xwe naçe wan te’ta.
— Tu zanî, îsal pincareke çawa wan te’ta jî şin bûye, — cahilekî kinikî reşotangî got. – Îsal hetanî serê zinara jî şin bûye.
Cahila ha xeberdan, fikir pêşda dikişandin, bi xwe jî ew fikir înkar dikirin. Êpêce wext wê ortê derbaz bû, ro îdî dadigerya, gava dîna xwe danê – Avdel ji ger’ê derket. Kumê xwe derxistibû, girtibû destê xwe, serê xwe bilind kiribû, bi gavêd çeleng diçû û hey mêl dibû kulîlkek, guleke beyanî diçiripand, xêle wext bîn dikir, paşê wêda davit. Wexta hat ranêzîkayî gundra kir, kumê xwe kire serê xwe, serê xwe berjêr kir û hêdî-hêdî pêşda livya.
Cahila dîna xwe danê hetanî gihîşte ber dêrî. Mala Avdel pêşber bû. Ser selê ber derê xwe rûnişt. Jin derket, careke mayîn çû hundur. Xêlekê şûnda derdanek dêstda dîsa derket. Av destê Avdel kir, pêjgîr daê. Avdel destê xwe, serç’evê xwe temiz kirin u tevayî çûne hundur.
— Ewî vê sibêda hetanî nha wê ger’êda çi dikir? – ewî kinik pirsî.
Cahila ç’evê hev nihêrîn, tu serederî ji vê kirina Avdel dernexistin, qirar kirin sibê jî dîna xwe bidnê, çika çi dike, paşê berbi gund çûn.
Çawa qirar kiribûn, rojtira mayîn jî cahil ji gund derketin û qerewiltya Avdel kirin.
Her tişt mînanî roja duh hate wekilandinê.
Cahil nêzîkî ger’ê bûn û newala nêzîkda xwe veşartin, guh danê, çika çi dike.
Her tişt seqirî bû, her tenê wîte-wîta ç’ivîka û teyreda bû. Dûrva dengê fîqa berxvana dihat.
Xêle wext ha derbaz bû, dengekî nas li wana tesele bû. Dengî hêdî bû, lê gelekî nas bû.
— Dengê Avdele, — ewî kinik got.
— Bo xwe Xwedê neke, — yekî dinê ber gilîê wîda hat. – Avdel, dilşikestî, qe îznê dide xwe, wekî bistrê?
— Dilê wî wê çawa temûl bike, wekî nha bistrê? – yê sisya kete nava xeberdanê.
— Hela hiş, em guh bidnê, — yê kinik got û destê xwe da ber guhê xwe.
— Te ku antêna xwe pêva kir, tê ese zanibî, çika ew dengê kêye, — yekî ken gotê. Hazir kenyan, lê yê kinik guh neda ser xeberdana wan û hiş-sewdê wî tenê alîê deng bû.
Lê deng nişkêva hate birînê. Gelekî hîvîê man, lê deng îdî nehat.
— Ezê vî serê xwe ç’elkim, hergê ne dengê Avdel bû, — yê kinik got. – Çira ez dengê Avdel nas nakim?
— Bo heyfa erdê nîne, wekî wî serê teyî vikî-vala xweyke, — hevalekî laqirdîê xwe pê kir. – Tiştekî usa bêje, wekî bikeve aqila. Nha Avdelê dilşikestî, ku eva mehek tune kurê xweyî taê-tenê ç’elkirye, wê rabe bistrê?
— Ya te Xwedê hewla te ji dewlê avîtye, ne hiş daye te, ne jî bihîstineke pak, — yê kinik gotê. – Tu qe nikarî dengê bilbil û zirîna k’erê ji hev başqekî. Ewqasî tu hevalkingê meyî, em vê yekê nadne rûê te. Ya na tu ku, sazbendî ku?.. Wexta “Şalik-şînokê” lêdidin, te tirê “Romanîye”. Çend cara Avdel jî tera gotye, wekî tu û sazbendî gelekî ji hev dûrin.
Herdua wê êpêceyî laqirdîê xwe hev bikrana, eger yê nava wanda mezin wan hilnehata.
— Bo terk bidin, em bibihên, çika dengê kêye, — ewî herduara got.
Lê deng îdî nedihat. Hetanî ro dagerya guh danê, lê tê bêjî qestbende deng beta vebûbû û nedihat.
Paşî çûyîna Avdel ew jî rabûn.
— Lê em badilhewa tele-tel neçûn, nêzîk nebûn, çika ew bû yanê na, — yê kinik got.
— Lê wekî nişkêva em bidîtana, wê negota hûn qerewiltya min çi dikin?
— De, meê menîk bidîta.
— Wê menya xwe sibê bibîne, — cahila gotnê yê kinik û dîsa qirarkirin sibê jî qerewiltya Avdel bikin.
Roja sisya lawik tele-tel çûn, nêzîkî wî bûn. Avdel ser piştê velezya bû, ezman dinihêrî. Nişkêva rabû, rûnişt, der-dorê xwe nihêrî. Wexta dît kes tune, hêdî destbi kilama “E’liko lao” kir.
— Lê min digo Avdele, we bawer nedikir, — yê kinik got.
— Hişş…
Distra, hey jî pêra bê hemdî xwe dengê xwe bilind dikir. Ketibû bin hukumê kilamê û her tişt bîr kiribû. Dengê wîda xemeke kûr hebû, te pêra-pêra tê derdixist, wekî ji dilê birîndar tê. Kuta kir, kesereke kûr rahişt û careke mayîn ser piştê ser şînayê velezya.
Cahil cîê xweda bûne rusas. T’u yekî turuş nedikir wê kerbûnê biteribîne. Her yek fikir, mitalêd xwera gîro bû.
Êpêce wext ser piştê velezya. Paşê rabû, dest bire pêsîra xwe, meya derxist. Qamûşê wê şilkir, carekê-duda pivkirê, paşê kire serê meyê û da ser lêva. Miqamê “Metê dêranê” herçar alya perwaz da. Wîte-wîta ç’ivîka û teyreda hate birînê, tê bêjî wan jî guh didane vî miqamî. Avdel emrê xweda ewqasî zelûlî lênedabû, çawa vê carê bû. Zelûlî ji miqamê wî dirijya. Miqamda sawa mirinê hebû. Lê ew saw gelekî dûr bû, ber sazbendîê bûbû pepûk. Mirinê sazbendîêra dest danîbû, hatibû raê. Sazbendîê mirin dabû bîrkirinê û alt kiribû.
Paşê miqamê “Hekîmo” lêda. Vira şikyat hebû. Û tê bêjî ew ji sazbendya xwe gazin bû, wekî nikaribû pêşya mirinê bigirta û nehîşta taê-tenê serî danya ax-berê sar. Şikyat û gazin tevîhev bûbûn, şerê wan bû.
Xorta turuş nedikirin xwe bihejînin yan jî ji cî bileqin, wekî dengekî zêde, sewteke zêde nekeve nava awazê wî miqamî. Bi serî wî miqamî zar ketibû derd-kulê dilê Avdel, bi sewtê sazbendîê ç’ya û banî, gelî-gevoz, gîhê û kulîlkara xeber didan. Ew Avdel nîbû, çimkî ewî hela tu cara usa lênedabû. Ew derd-kulê dilê wî bûn, ku derevebûbûn û dabûne der. Tu ra wana nedibû. Gerekê bi sazbendîê derevebûna. Avdel bûbû qûlê wan û her tenê karibû xwestina wan bîne sêrî. Derd-kula usa kiribûn, wekî Avdel xwe, der-dor, her tişt bîr kiribû, xênji dilê birîndar, ku dikaribû her tenê bi sewtê sazbendîê, îlahî miqamê meyêye waye zelîlî bicebire. Avdel lêdida, dixwest wan derd-kula bide kerkirinê, lê wana dha serî hilda bûn. Gelekî lêxist, nexş-awazê teze kirine navê. Lê kela dil danenî. Ernê wî rabû, meya wêda danî, zurne derxist. Qamûş kire sêrî û xwest lêde, lê pakî deng ji zurnê derneket. Lez ketibû, teze tex’mîn kir, wekî şil nekirye. Qamûş ji serê zurnê derxist, pivkir, çend cara pivkir. Bû qûjînya qamûş: kire serê zurnê û lêda. Dengê zurnê çû kete nava ç’yaê dorê, paşda zivirî, pêl dida û dûr dipekya. Miqam nedihate tex’mînkirinê, ewî bi xwe jî nizanibû çi lêdide, carekê-duda tevîhev kir, dihate kivşê, wekî tilîê wî xam bûne. Lêda, lêda, miqam dirêj kir…
Cahila îdî taba xwe neanîn, hindava xweda, bê hemdî xwe rabûn şipya û sekinîn.
Avdel her tişt bîr kiribû, ew bû û zurna wî bû. Rabûbû şipya, xwe cîda dihejand, wî tirê dîsa nav dewetêdane, lêdide.
Ewî cahil nedîtin, çimkî ç’evê xwe girtibûn û ketibû nava dinya sazbendîêye batinî. Gelekî lêda, çend miqam guhastin. Îdî rind dihate tex’mînkirinê, wekî kîjan miqamî lêdide.
Cahil cîê xweda sar bûbûn, zûr bûbûn ç’evê hev dinihêrîn. Tu kesî wan nikaribû vê kirina Avdel şiroveke. Hinek ditirsyan: dibe Avdel kerba hişê xwe unda kirye, lema ha dike. Lê gava guh didan lêdana wî, pêra-pêra ji wê fikrê paşda vedikişyan, çimkî mînanî hercar tilî-pêç’îê wî meryara xeber didan û Avdelê berê bi lêxistina xweva, bi hostatya deng-awazê lêxistina xweva ber te disekinî.
Xulese, dengê zurnê hate birînê. Westyayî cîê xweda rûnişt û xwest careke mayîn ser şînayê veleze, gava ç’ev cahila ket. Xwe xurdilî, mînanî merivekî bibe dizê sola xwe.
Cahil nêzîkî wî bûn.
Serê xwe kiribû ber xwe, şînkayêva mijûl bû. Bê teglîfkirin cahil dorê rûniştin.
Xorta dîna xwe danê. Nava van çend rojêd axirîêda êpêceyî hatibû guhastinê, kal bûbû, têlê spî ketibûne cênîkê.
Xêlekê gişka xwe ker’ kir.
— Kambax, k’ir’ê wê dihatine min, — Avdel mînanî gunekar ber xweda got. – Tilîê min dixuryan. Min nikaribû.
Tu kesî caba wî neda. Usa jî ker’e-ker’ rabûn serê wan berda, berbi gund çûn.
Payîzê dengê zurna Avdel nava gund bela bû. Gundda dewet bû, zurneçîê wê jî Avdel bû. Mînanî berê cahil dorê top bûbûn û Avdel miqam zû-zû diguhastin, dabû pêşya sergovendîê û xwe dihejand. Dîsa dengê zurna wî ew der hildabûn.
s. 1976-a
HUNURÊ SAZBENDÎÊ
HUNURÊ SAZBENDÎÊ
(Qewmandin)
Go carekê serkarê heja kurda çadira xweda tenê runiştibû. Seheta xeberdanê radîoêye bi zimanê kurdî bû. Serkarê kal guh didaê. Xeberdan kuta bû, miqamekî zurnê dan. Serkar dîna xwe daê – mişkek qulç’ekî çadirê derket, pêşda hat, ser herdu pepkê xweye paşin sekinî û guh da dengê zurnê. Serkar êpêceyî lêdinihêrî. Lê mişk ser herdu pepkê pêşin sekinî bû, guhê xwe bel kiribûn û dibihîst. Miqam kuta bû. Mişk paşda çû.
Serkar her tişt fem kir, qulapeke kûr cix’arê da, serê xwe hejand.
— Ev wehîşê kurê wehîşa weke vî mişkî jî navin. Zurna me hukumî ser mişk jî kir, lê xweş hat. Lê ev wehîşana naxwazin fem bikin, wekî em cimeteke başqene, xweyê sazbendîke hane û extîyarya me heye serbest bijîn… Hetanî ev sazbendya me hebe, mirina cimeta me tune.
* * *
Gundekîda du berek dijminê hev bûn. Xiravî ketibû orta wan û çûyîn-hatina wan hevra tunebû, nediçûne ser şîn, şayê hevdu.
Carekê deweta xortekî bereka biç’ûk bû. Sazbendê wê şayê jî zurneçîê eyan bû. Gava mêrê bereka mayîn pê hesyan, wekî sazbendê deweta dijminê wan ew sazbende, top bûn, hev şêwirîn. Serkarê wanî kal da pêşîê û hatin mala xweyê dewetê. Gava xweyê dewetê ç’ev wan ket, ecêbmayî ma.
— Qe ecêbmayî nemîne, — serkarê berekê gote xweyê dewetê, — wekî em îro bi pê xwe hatine deweta kurê te. Gerekê em rojekê hevra pevketana? Qe ji vê rojê xweştir tune. Şikir menî dewete, bira mirazê me jî şayê bibe. Lê divên sazbendê te filankese. Bira, çi rast-raste, em usa zû-zû rûê we nediketin, wekî pirsa wî sazbendî ortêda tunebûya. Me gelekî derheqa sazbendya wîda bihîstye. Me bi radîoê jî bihîstye, wekî ew meyî, fîq, zurneke çawa lêdide. Em îro hatine, wekî wî bi ç’eva bibînin û bi guhê xwe lêxistina wî bibihên.
Wexta gazî sazbend kirin, anîn, serkarê berekê ji linga hetanî sêrî lênihêrî, demekê xwe ker’ kir, paşê bi hemdî xwe eks gotê:
— Wexta digotin filankes, me tirê ç’yaye, e’sabeye. Lê me nizanibû evkingê hanî biç’ûkî bê ç’ivç’îne. De pak, tu seke-sînçeda ew nînî, çi ku em derheqa teda difikirîn, dibe lêxistina te jî em xapandibin. Hela yekê were, em binihêrin, çika barê teda çi heye.
Û sazbend lêda, ernê xwe rakir lêda, der-dor, hazir bîrkirin, lêda. Dilê wî êşya bû, xwexwa xwe jî bîr kir, lêda, wekî qewata sazbendya xwe nîşanî wîde, wekî deng-seda wî badilhewa nava êl-eşîra bela nebûye. Û ewî çend miqam dane rêzê.
— Eferim merîfeta tera, lao! – serkarê berekêyî kal gotê. – Raste, tu bejn-bala xweda ne e’sabeyî, lê sazbendya te ç’yaye, be’re, be’ra şabûnêye bê bine, t’u kenar û hidûda nas nake. Ê, îdî dijminayî ber pêlê wê be’rê teyax dike? Bira hertim ha sazbendya te ne ku tenê herdu gula bigihîne hevdu, lê usa jî xiravya orta meryada bide hildanê. Sazbendya te p’irake usane, wekî dijmin dikarin serfinyaz serra herin, derbazbin û bibin dostê hev, çawa vê carê qewimî.
s. 1976-a
DU CARA BÛK SYARKIRIN
DU CARA BÛK SYARKIRIN
Bona bîranîna Fêrizê bira
Deweta Wekîl bû. Qewm û pismam, heval û hogir mala wanda berev bûbûn. Gimînya defê bû. Qîz û bûka bi kincê miletîêye awaz-awazî xwe xemilandibûn, ketibûn govendê û dilîstin. Dengê defçî dihat, şavaş dikire gazî. Zarê biç’ûk wîalî-wîalî diçûn, direvyan, hevdu şa dibûn. Orta govendêda texte vekiribûn, bi êmîş, çerez û îç’kêva xemilandibûn. Mêrê navsere dora texte rûniştibûn. Hey yek tas vedixwarin, hey jî pêra dîna xwe didane govendê.
Bûk anîbûn, peya kiribûn, lê hela neanîbûn nekiribûne govendê. Serdewetî çû bûk ji malê derxist, anî kire govendê, nêzîkî sazbenda bû, pêncîlixek derxist bona şavaşê kire ber kumê defçî, simêlê xwe badan, bi ç’evekî xwerazî hevekî pêşberî bûkê sekinî, lênihêrî, paşê kubar-kubar hat nav mêrê dora texteda rûnişt.
— Serdewetî, te çira xêlya bûkê hilneda, bira cimet bûkê bibîne, — yekî cahil gote serdewetî.
— Min qestîka usa kir, — serdewetî gotê. – Ez bavê Xidirim, te tirê min tê berda? Na xêr, hela tu kesî minra negotye eva şaşya teye. Zanim gotî xêlî bê hildanê, lê min hilneda. Zanî çira? Ez tera bêjim, tuyî cahilî, xwera hînbe, qama min. Wexta xêlîê hildim, gişkê bûkê binihêrin. Cahile, dikare biqewime lîstikê şaş bike. Bira hevekî bilîze, şerma wê bireve, paşê ezê xêlya wê hildim. Lê xwe ez xêlya wêye ser ç’eva nahêlim? Wî çzxî çiqasî dikarin bûka min binihêrin, şikir Xwedê, qusûra wê tune.
Bûkê rind dilîst. Bejnêda orte bû. Xêlya sor ser sêrî, ketibû destê baltûzê û jintîê dilîst. Serê wê berda bû.
Hela gera şavaşê temam nebûbû, gava serdewetî ji ser texte rabû, nêzîkî bûkê bû, dest kire cêva xwe pere derxistin, qilç’a xêlya bûkêda girêdan û xêlî ji serç’evê bûkê hilda. Gişk zivirîn dîna xwe dane bûkê. Sifetekî gulover lêbû, brûê wê reşe tenik bûn, bijangê wê dirêj bûn û neyseyî nêzîkî hev bûbûn. Soro-moro bûbû, xûdaneke sivik serra avîtibû, zanibû gişk lêdinihêrin, lema jî şerm dikir. Qerefîla pozda tê bêjî sifetê wêra şer bû, usa lê dihat. Biskê wê badayî dirêj bûn û rex sûretda berjêr daketibûn. Devê wê ç’ûk bû, pozê wê neyseyî ziravî dirêj bû. Enya wê bel bû, tê bêjî hinekî hatibû ji ç’eva derbaztir bûbû û sîya bercênîka ketibû ser ç’eva. Berjêr dinihêrî, her tenê car-cara, wexta baltûzê şaş dikir, neyseyî serê xwe mêl dikir, alîê wêda dinihêrî. Qaşê gistîlkê tilîêda û bazinê zendêda ber te’vê birq vedidan, destmaleke biç’ûk kiribû qevza destê xwe, qilç’ê wê ber tilyara derketibûn. Dêrê wê gişke k’ovekirî bûn, wexta dilîst hêdî-hêdî vî alî, wî alî dihejyan. Dewsa şalikê dêrekî k’ovekirî bû û dihat nîvê dêra digirt. Sedefê ser êlek dûrva nonî kulîê berfa qerqaş bûn. Guharê gupikîye zêr ber xêlîêra dihatne kivşê.
— Welle, qîzeke delale!..
— Ser bextê mindabe, qusûra bûkê tune…
— Qîzeke layîqî Wekîle…
Bi vî teherî, her yekî bi cûrekî bûk begem kirin. Xezûr – Ahmedê kal nêzîkî wê bû û çû rûya, xwesî – Nenê ji mal derket, heske dêstda hat ber reqisî.
— Nenê, tu çira usa ber Ahmed nareqisî, — yekî bi laqirdî gotê.
Dengê defê nehîşt Nenê bibihê. Lê Ahmed bihîst û nêzîkî Nenê bû, xwest dest stura bibe, lê Nenê destê wî wêda da û xwest heskekê bide nava ç’eva. Ahmed ancax xwe da alîkî. Derba Nenê pist çû. Pîrqîn kete cimetê. Ahmed careke mayîn bi reqas berbi Nenê çû. Nenê heska destê xweda ser wîda hejand.
— Nenê ziravê Ahmed qetand, — yekî bi ken got.
Defçî û zurneçî serê govendê hîştibûn û hatibûn tanga Ahmed û Nenê. Qeydekî sivik lêdan, tê bêjî helan didane Ahmed. Ew qestîka ber defê reqisî û kire çemê hesk ji destê Nenê derxist û xwest dest bavêje stu. Nenê hesk destê wîda hîşt û berbi malê revî. Kenê cimetê hê gur bû. Ahmed da pey, ber dêrî ew girt û xwest paç’ke, lê Nenê ji dêst derket û revî hundur. Pîrqe-pîrqa cimetê bû, dikenya.
— Mala te avabe, tu jina xwe jî nikarî, — serdewetî gotê.
— De, wekî serdewetîê min tubî, halê minê jî habe, — Ahmed bi laqirdî caba wî da.
Şayî bû, şa dibûn, laqirdîê xwe dikirin, dikenyan. Alîkîva jî dengê defçî bilind dihate bihîstinê: “Şavaş, malîava!..”
Serê baharê û havînê bû. Hewa xweş bû, ezmanî sayî mînanî tas bû, tu pilte ewr nedihate kivşê. Bakî nerm dihat. Esra êvarê bû, sîya ç’ya bere-bere dirêj dibû, te’v berbi roava diqulibî. Govend bi hemdî xwe dikişya.
— Wekîlê me kanê, qe naê kivşê? – serdewetî ji Ahmed pirsî.
— Pê avtya me çûye pey hevalê xwe. Gerekê nha hatibûya, nizanim çira derengî ket, — Ahmed gotê.
— De, tişt nake, cahilin, dibe cîkîda çûbin.
— Em nan daneynin? – serdewetî jê pirsî.
— Zû nîne?
— Na, ancax jî pêra bigihînin.
— Wekî usane, em herin bêjin kulfet bira texte rastkin, — Ahmed got, kete milê serdewetî û berbi malê çûn. – Hetanî texte rastkin, bixemilînin, wê êpêce wext derbazbe. Dengê defê nedî kerkirinê. Bira lêkeve, qîz û bûk xwera bilîzin. Em gerekê deweta Wekîlê min rind derbaz bikin. Kurê ç’ûke, ezîzê malêye. Deweta wî jî gotî ezîz bê derbazkirinê. Xwedê seheta terabe, hetanî nha te her tişt usa derbazkirye, çawa dilê min xwestye. Şikir, te qusûr têda nehîştye.
Wa bi xeberdan ew gihîştine ber derê wê otaxê, kîderê wê nan bihata danînê. Tevayî çûne hundur. Careke mayîn dîna xwe dane cîwarkirina texta, gotine neferê malê û merîê xweye nêzîk, wekî texta rastkin, bixemilînin.
Derva gimînya defê bû, lêdiket. Govend çiqasî diçû, ewqasî giran dibû.
Xêlekê şûnda texte rastkirî bûn û her teherî xemilandî bûn. Gazî mêra kirin, wekî bên ser texte rûnên. Mêr dora texte rûniştin. Lê def û zurne derva man. Cahil nehatin, rûneniştin, derva man, wekî bilîzin. Qeydê sivik pey hev dihatne guhastinê. Ber dengê def û zurnê xûna cahila hê hevraz davit û dilîstin, dilîstin, jê têr nedibûn.
Xêlekê şûnda hatin gazî sazbenda kirin, birin hundur, wekî ser texte şênkin. Cîê wan hazirkiribûn. Ewana cîê xweda rûniştin. Lê derva qîz û xorta deng dilîstin.
Wê otaxa mezinda cîkî aza nemabû. Çawa edet bû, her tenê mêr rûniştin, kulfet wir tunebûn. Gava serdewetî dît, wekî cimet tame, rabû şipya û vexwar salixya Sivik, wekî ew dolebaşya texte bike. Gişka hevra vexwarin salixya Sivik. Kutasîê Sivik tas hilda û razîbûn da cimeta hazir, ji her textekî yek kivşkir komekdarê xwe, yek jî kivşkir, wekî pirsa dengbêjava mijûl bibe. Pey vê yekêra ewî dîsa tasa xwe tijî kir, hîvî ji cimetê kir, wekî ew jî tasê xwe dagrin, rabû şipya:
— Cimet, — ewî got, — dinyaêda het riş menîke wê heye. Eva şaya meye îroyîn jî bê menî nîne. Menya vê şaya me ewe, wekî em îro du bext-miraza digihînin hev. Herdu gulêd me, şikir, gilne hizkirîne. Bira gulê edlayê, bextewarîê, xweşbextîê bin. Bira eva şaya ber derê hazira gişkabe, mirazê me jî herdu gulê mebe. Salixya bûk û zevê, salixya bext û mirazê wan. Ez hîvî dikim em gişk hevra tasê xwe hildin. Elavêdrî jî cem Wekîlê me, — dolebaşî ha got, dest bire berya xwe, dehmanatekî ser ji nava pera kişand û berbi sazbenda şand.
— Ser salixya herdu gulêd meda miqamekî xweş lêxin, gelî sazbenda.
Cimetê hevra-hevra duea bext û mirazê bûk û zevê kirin, wanra bextewarî xwestin, “dolebaşî, anegorî sozê te” gotin û tasê xwe welgerandin. Ji vî alî, wî alî mêr radibûn, dest dikirne cêvê xwe, pere derdixistin berbi sazbenda dişandin, wekî ser eşqa bûk û zevêda miqamekî lêdin. Hineka jî pere sazbendara dişandin, lê hîvî dikirin, wekî filankes filan kilamê bêje. Defçî bi dengekî bilind dikire gazî, wekî kê çiqas pere şandye (çend cara zêde dikir), razîbûna xwe didaê, paşê ç’ev dikire zurneçî. Miqamekî kurt lêdidan, wekî karibin navê gişka hildin û tembê wan biqedînin. Çawa sazbenda dengê def û zurnê ker’ dikirin, dengbêja destpê dikirin kilamêd xwestî digotin, lê hertim kurt dibirîn, wekî dengbêjê mayîn jî karibin xwestina cimetê biqedînin. Lê wekî yekî dirêj dikir, yê mayîn berda dihat, hîvî jê dikir, wekî nexeyde, bendek ji kilama wî digot û pêra-pêra derbazî wê kilamê dibû, ku cimetê xwestibû. Evê yekê êpêce wext kişand, xulese, gişka k’asê xwe vexwarin, sazbenda dengê def û zurnê birîn, dengbêja jî xwe ker’ kirin.
— Ahmed, — dolebaşî got, — ka Wekîlî kîderêye, bira bê caba xwe bide.
Ahmed ber dêrî sekinî bû, wekî qulixî cimeta rûniştî bike. Gava gotina dolebaşî bihîst, çend gava pêşda hat û got:
— Dolebaşî, tu û cimeta hazir bibaxşînin. Welle, çend seheta pêşda pê avtya me çûye pey hevalê xwe, wekî bîne dewetê, heta nha jî nehatye.
— Tişt nake, camêro, — dolebaşî gotê. — Tu bavê wîyî, îzna te heye caba kurê xwe bidî.
Ahmed ber Wekîlva caba cimetê da. Û hazira bi dilekî eşq û şa kêf dikir.
Pey vexwarina salixîkê, dudara Sivikê dolebaşî ji cîê xwe rabû, pê çengelê butulge xist, hazir dane ker’kirinê û berbirî wan bû:
— Cimet, em gişk îro bona nêtekê vêdarê berev bune. Şikir me nêta xwe anî sêrî, bûk û zeva gîhandine mirazê wan. Hergê hûn minra qayîlin, emê nha pêşkêşê bûk û zevê bidin, wedê me hemîn gelek heye, emê xwera bikin, bixun, hetanî sibê derbazkin.
Hazir wîra qayîl bûn. Yek kivşkirin, wekî topayî bike gazî. Ewî textê ber xwe vala kir, şe’reke sor xwest, ser textê ber xwe raxist. Cimetê destpê kir topayî avît. Ewî yek bi yek nav didane rêzê û digot, wekî kê çiqas avîtye. Xulese, topayî avîtin, kuta kirin. Ew pere û pêşkêşê hatî nava wê şe’ra sorda pêç’an û dane Ahmed. Cimet rabû, xêlekê derkete derva bona texte tezekin.
Wexta texte teze kirin, dolebaşî careke mayîn cimet teglîfî hundur kir, wekî kêfa xwe pêşda bibin.
— Cimet, — dolebaşî careke mayîn serkarîkirina kêfê hilda destê xwe û berbirî hazira bû, — wedê me gele heye. Merîfeta we kê çi heye, bira vê êvarê nîşande. Ez hîvî-reca ji cimeta maqûl dikim xwe nehêvşînin.
— De, tu hela berî gişka merîfeta xwe nîşan bide, em jî ç’ev bidne te, — ji serê texteyî jêrin yekî lê kire gazî.
— Malavao, çira tu nizanî merîfet ji min dirije û yê mînanî te jî ber xwe dibe, — ewî got û bû pîrqînya hazira kenyan.
Ha xeber didan, laqirdî dikirin û kêf dikirin. Wexta yekî bixwesta salixîk vexwara, pêşda tembe dişande cem dolebaşî û eger ewî îzin bida, wê salixî pê banya, xêr ku neda, hemi nedida. Gişk gura dolebaşîda bûn, gilîê wîda radibûn, rûdiniştin. Hetanî îzin ji wî nestandana, tembê kilama jî nedidan. Ç’ûk û mezin usa hatibûne terbyetkirinê û ew yek îdî bûbû xeyset. Merîkî usa dikirine dolebaşî, wekî gele merî nas dikirin û hurmeta wî gelek bû. Gele cara, wexta merîê xerîb şayêda hazir dibûn, ser telîm-torê wan ecêbmayî diman. Gişk gura hevda, yekî guhdarya yekî dikir, hizdikî çiqasî vexwarî bûna, tu cara kêfa hev nediketin yanê gilîkî sar hevdura nedigotin.
Edetê wêderê usa bûn, wekî hetanî sibê gotî bikrana, bixwarana, derbazkirana. Sibê zû jî xweyê şayê kivav hazir dikir, textek ber dêrî dadanî, çend butulge araq datanî ser, kivav danîn. Tasek, dudu vedixwarin, xatirê xwe ji mala şayê dixwestin û diçûn. Dolebaşî, gava digot “wedê me gele heye”, eva yeka ber ç’evê xwe hildanî.
Salixya didane pey hev. Sazbend û dengbêj ber hev dihatne guhastinê. Şayî çiqas diçû, ewqasî dikete qamê xwe.
Carekê, duda navbirî dane kêfê, derdiketin derva, dilîstin. Hetanî wana ber dêrî dilîst, texte careke mayîn dihate tezekirinê. Û careke mayîn vedigeryan, rûdiniştin û kêf dikirin.
Zûda şev nîvî bûbû. Ahmed qe carekê terka hazira neda, ji hundur dernediket, neçû. Difikirî: “Bira nebêjin topayê xwe berevkir, îdî mêvanêd xwe nebû xweyî”. Ser linga qulixî wan dikir. Çiqas cara dolebaşî ew teglîfkir, wekî nava cimetêda rûnê, lê Ahmed û kurava rûneniştin.
— Tişt nake, em borcdarin qulixî cimeta maqûl bikin, — ewî digot û pala xwe dida dîwêr. Wexta dinihêrî ser textekî kêmasya tiştekî heye, ç’ev dikire kura û wana pêra-pêra çi lazimbûn danîn. Wexta salixya yekî vedixwarin, Ahmed berî gişka pere dişandin, wekî salixya wî camêrî şîrinkin, gele cara jî wextê miqam lêdixistin, ewî destê xwe hildibirîn û cîda direqisî.
Kêf bi eşq û şa pêşda diçû, gava qîza mezin derda hat, nêzîkî Ahmed bû û guhê wîda tiştek got. Herdu tevayî derketin. Serê gişka germ bû, kesekî çûyîna Ahmed tex’mîn nekir. Ahmed gelekî derengî ket. Hela carekê, duda dolebaşî dewa wî kir, lê gotin, wekî ne vêderêye, derketye.
Şev nîveka şevê bû. Derva îdî dengê strana cahila nedihate bihîstinê. Ew bela bûbûn, her kes çûbû mala xwe. Her tenê otaxa mezinda dengê def û zurnê, meyê û dengbêja kêm nedibû. Kêfê fûr dida. Diqewimî yek merî radibûn, ker’e-ker’ diçûn mala xwe. Himberî êvarê êpêce merî kêm bûbûn, lê otaxêda hela gele cimet mabû, û dolebaşî yekheb salixî tanîne ortê.
Ahmed bi qudûmê sist derda hat, pala xwe da dêrî, sekinî. Wexta merya rind dîna xwe bidaê, wê pêra-pêra tex’mînkira, wekî xemeke giran dilê wî hingavtye. Şabûna berê bengzê wî tune, tê bêjî ç’evê wî şêlû bûne, qerç’omeke ser enîê hê kûr bûne. Lê çimkî rûniştî serxweş bûn, kesekî ev guhastina ser bengzê Ahmed tex’mîn nekir.
— A, Ahmed bira, tu xêr bêyî! – gava ç’evê dolebaşî Ahmed ket, gotê. – Teyrê bimbarek, tu kuda çûbûy? Te nedigot, cimet rûniştye, salixya pê tînin, ez çawa wan camera tenê dihêlim û diçim?
Ahmed xwest bengzê xwe xweşke. Lê nebû. Zorê vebeşirî û gote dolebaşîê:
— Welle, ez serê cimeta hazirkim, şuxulekî gelekî ferz hebû, ez nikarbûm neçûma. Hûnê bibaxşînine min…
— Na, bira can, baxşandin tune, — dolebaşî gotê. – Me qirar kirye te cirmkin. Nha ser dilê teye: yan tu gotî pê vî şerbikê hanî mezin şeravê vexwî, yanê jî gotî tu bireqisî. Ji herdua yek eseye.
Mêrê kêleka dolebaşî rabû şipya, berê xwe Ahmedda kir û gotê:
— Êvarda Sivikê bira mera gula dirêje, ser darê linga qir bû, lê tu jî kî zane çûyî çiva mijûl bûyî?
Ahmed zûr bû ç’evê wî nihêrî, paşê serê xwe kire ber xwe û xeberneda.
— Em gişk jî qirara dolebaşîra qayîlin, — yekî qulç’da rûniştî got.
Ahmed serê xwe hilbirî, alîê wî nihêrî, lê dîsa caba wî neda.
— Welle, dolebaşî rast dibêje, — çend serê germbûyî vî alî, wî alî kirine gazî.
Cişka Ahmed dinihêrîn. Serê wî berda bû. Destekî xwe dabû dîwêr, wekî jêra bibe taqet, destê dinê jî dabû ser navkêlka xwe. Xêle wext deng jê nehat. Paşê nişkêva destê xwe ser dîwêr hilda, gaveke pêşda hat.
— Heyran… Werin dest ji yaxa min bikişînin, — serî berda Ahmed bi lavaya gote hazira. – Ezî kalî-extîyarim, westyame, taqet jî minda nemaye.
— Lê gava dinê taqeta te hebû, wekî te dixwest xûşka Nenê paç’kî, erê? – dolebaşî got. – Na, bira can, qirara me qirare, tu gotî cirmê bikişînî.
Ahmed kesereke kûr rahişt, dengê xwe nekir.
— Na, em ne qayîlin, wekî xalê Ahmed şeravê vexwe, bira bireqise, — ji textê cahila dengekî zîz hate bihîstinê.
— Erê, erê, bira bireqise, — cahilê dora texte hevra-hevra gotin û destê xwe li hev xistin.
— De, wextê textê cahila dixweze, wekî tu bireqisî, gotî ese bireqisî. Yan na, ez zef zanim, şeravê vexwî, herî çi ecêba bikî, — Sivik ev cumla kutasîê bi ken got.
Ahmed neyseyî serê xwe berjêr kiribû û bin buryada zûr bûbû dolebaşî nihêrî. Bi xwe jî nizanibû çi bikira.
— Ez heyrana ç’evê weme, werin bidin xatirê Xwedê, dest ji min û reqasê bikişînin, — ew bi lavaya hate hazira.
— Na ku nebûye, lavaya te îro cem me derbaz nabe, — dolebaşî nişkêva ji cîê xwe rabû û hevekî bi xeyd gotê. – Xwe em vêderê bazarê nakin? Xwestina cimetê zakone. Tu xweyê dewetêyî, wekî tu teslîmî xwestina cimetê nabî, gişkê jî ç’ev bidne te û tu kesê teslîm nebe.
— Axir… dilê min naxwaze, — ev xeber bê hemdî Ahmed ji dêv derketin.
— Çira dilê te naxwaze? – dolebaşî ecêbmayî jê pirsî. – Şikir deweta kurê teye, çima gotî dilê te nexweze? Wekî dilê te naxwaze, wê dilê kê bixweze?
De, xeysetê dolebaşya usane, gelekî ji xeberdanê hiz dikin. Eva jî dolebaşîkî usa bû. Çawa dibêjin, te xwe manatekî lêda, hezar manatî jê xilaz nedibûyî. Ahmed xeysetê wî zanibû.
Nişkêva Ahmed serê xwe hilbirî, tê bêjî fikir ji xwe dane revandinê, bi beşereke zorkuştî berbirî dolebaşî û hazira bû.
— Min qestîka usa got û xwest yaxa xwe ji we xilazkim. Lê ez dinihêrim tiştekî boş-betale. Bira gotina webe.
Hazira gişka hevra destê xwe li hev xistin û kirine gazî:
— Eferim Ahmedra!
Dolebaşî sêmanatek derxist, alîê sazbendada şand, wekî miqamekî lêdin bona Ahmed bireqise. Çend merya jî dest birine cêva xwe û bona hurmeta Ahmed sazbendara pere şandin, wekî tûşî lêxin û şavaşê gazîkin.
Bû gimîna defê û qûjina zurnê. Hazira gumreh destê xwe li hev xistin, ortêda cî vekirin, wekî Ahmed bilîze. Lê Ahmed hela cîê xweda sekinî bû, serê wî berda bû. Deqekê zêdetir def û zurne lêdiketin, lê Ahmed ji cîê xwe nedilipitî. Dêrî bûbû, nizanibû çi bikira. Nişkêva serê xwe hilbirî, cimeta rûniştî nihêrî, tê bêjî teze dengê def û zurnê ketine guh, bi gavêd sist pêşda hat, destê xwe hilbirîn, reqisî. Lê sarbûneke mezin nava reqasa wîda hebû, carekê-duda virda-wêda çû-hat, destê xwe nava hewêda bêtewşe hejandin û bi xwe jî tex’mîn nekir, wekî çawa cîda sekinî. Paşî seknandina wî sazbenda hevekî jî lêdan, paşê dengê defê dane ker’kirinê. Çend merîê kêfxweş hela destê xwe li hev dixistin.
— Eva jî bona… — Ahmed gilîê xwe kuta nekir, lez dêrîra derket, çû.
— Xwedê seheta Ahmede birarabe, — dolebaşî ji cîê xwe rabû û got. – Reqaseke çawa dike! Lê nizanim çima dîsa fizirand, derket. Ez wî careke mayîn jî cirm nekim?
— Bese, camêro! Te kalemêrî xêre? – yekî navsere gote dolebaşî.
Zurneçî serê xwe alîê defçîda kir û hêdî guhê wîda got:
— Çira kêfa Ahmed tune?
— Ez çi zanim, — defçî got û milê xwe hilkişandin. – Dibe topayî ne bi dilê wîye.
Ew otax, li ku nan danîbûn, êpêceyî ji mala Ahmed dûr bû. Kurê mezin zûda ji bavê cihê bûbû û ew otaxa wî bû. Hûrmûrê xwe kişandibû mala bavê, otax vala kiribûn û nanê dewetê wêderê danîbûn. Lema jî ji malê kêm merî dihatne wêderê. Hemî dengê malê qet nedigihîşte vê otaxê. Her car-carna neferê malê dihatin, dinihêrîn, çika çi lazime bikin, dikirin û paşda diçûn. Êvarê çûyîin-hatin gelek bû, lê paşê, bawer bikî, tu kes nedihat. Her tenê Ahmed û kura bûn, wekî hey dihatin, diçûn. Paşê kur jî qe carekê nehatine kivşê. Merîê ser texte rûniştî kêfxweş bûbûn û ji wê otaxê der tu dinyake mayîn tex’mîn nedikirin. Talaşa wan bû – kê hat, kê çû. Qe fikra wanra jî derbaz nedibû, wekî çira kurê Ahmed naêne kivşê, çira nîvê şevê şûnda tu kulfeteke malê derda nehatye. Dibe, difikirîn, westyane, cîkî serê xwe danîne, hêsa dibin.
Salixî îdî ser hevda hatin. Kew kete sibê. Cimet rabû derkete derva. Bîna kivava ew der hildabû. Ha-hanga textek anîn, ber dêrî vekirin, çend butulge araq, çerez danîn ser û hîvya kivava man, wekî teştya xwe bixun, xatirê xwe ji xweyê dewetê bixwezin û her yek here mala xwe.
Kivav hazir bûn, kirine sînîê, anîn danîn ser texte. Gişka tasê xwe tijî araq kirin û bi pêşdanîna Sivikê dolebaşî vexwarin eşqî Şems. Her yekî çîtî kivav hilda. Xêlekê her tişt seqirî. Gişk kivavada ketibûn. Wexta hevekî nanê xwe xwarin, dolebaşî salixîk-duduê dinê jî pê anîn.
Ahmed nava mêrada sekinî bû, serê wî berda bû. Ew qe nêzîkî texte nebû, destê xwe neda tu tiştekî.
Dolebaşî tas hilda.
— Cimet, — ewî got, — me şikir rûkî-rûspîtî şaya xwe anî sêrî. Bira mirazê me bûk û zevê me bibe, ser belgîkî kal û pîr bin, bextewar bin. Qapîê Ahmedê bira jî şênbe, hertim têda textê şaya vebin. Îdi sibe safî dibe, em jî westyane, kesirîne, mera ji, xweyê dewetêra jî hêsabûn lazime. Werin em vê tasê vexun eşqî çûyî, maya. Yê ku diçe, Xwedê ox’ira wîrabe, yê ku dimîne, Xwedê rehetîê bidê.
Hazira her yekî hindava xweda duea bûkê û zevê teze, xweyê dewetê û hevdu kirin, tasê xwe welgerandin.
— De, Ahmed, tasê hilde, îzna cimetê bide, bira herin, — dolebaşî tasek tijî kir û dirêjî Ahmed kir. Evê te ji cîê xwe nelipitî. Tas destê dolebaşîda ma. Serê xwe berjêr kiribû, erdê dinihêrî. Cimetê wî nihêrî û paşê ç’evê hev nihêrîn. Êmê çend deqa usa cîê xweda sekinî, paşê serê xwe bilind kir, tas ji destê dolebaşî girt. Dest lê dilerizîn, araqê tasêda pêl da, êpêce jê rijya.
— Cimet, — ewî bi dengekî zelûlî got, — hûn ser ç’eva, ser sera hatine… Ez zef ji hurmeta we razîme, — tê bêjî bîna wî diç’ikya, ancax xeber ji dêv derdiketin. – Lê… bira eva tasa jî bibe… bibe… tasa rehmetê…
Gişka ç’evê hev nihêrîn, destê wan sar bûn, ber wanda hatin, tasê destê hineka ketin, şikestin, tê bêjî êvarda ne kirine, ne jî vexwarine.
— Çawa bira bibe tasa rehmetê? – dolebaşî gotê. – Xwe te hişê xwe unda nekirye?
— Erê, bira eva jî… bibe tasa rehmetê, — Ahmed gilîê xwe wekiland û kesereke kûr rahişt. – Bira rehme ruhê merîê hazirabe, Wekîlê minbe jî…
Hazir cîê xweda bûne rusas. Xeberdan yekî nebû. Ahmed jî tasa destê xwe danî ser texte, lê tas cîê xweda nesekinî, ket, araqa têda rijya ser text û mînanî hêsirê dayîka kur lê mirî jorda gur hat, lê paşê niqit-niqit dilop kir.
— Heyran, xwe tu nexerifî? Çi xeber didî? – dolebaşî gotê. – Hela bêje, çika çi qewimye, tu vêsibê şebeqê usa bêwa-bêwa xeber didî.
Ahmed miç’iqî bû, sekinî bû. Pakî xeberdan pê nedibû. Hazira jî nizanibûn çi bikrana, ser hevra, bin hevra diçûn, dihatin. Xulese, Ahmed serê xwe bilind kir, stûê xwe alîkîda xwar kir û bi dengekî melûl got:
— Duh, paşî anîna bûkê, wê bêxweya maşîna me syar bû, çû pey hevalê xwe. Rêva avarya daye, maşîne welgerandye û xwexwa jî hatye kuştinê.
— Weylê mala te xirab bûyî, te çi ecêb anî serê xwe!- merîkî navsere got û bê hemdî xwe destê xwe li hev xistin.
— Hûn kengê pê hesyan? – dolebaşî jê pirsî.
— Nîşev bû, gava cinyazê wî anîn… Lema ez wî çaxî dereng ketim… Min nehîşt bikin dengî… Minra dest nedida: min hûn anîbûn ser şayê, ne ku ser şinê…
— Weylê ocaxê te kor bûyî, heyî! Dilê te polaye! Cinyazê kurê meryayî bêmiraz maldabe, merî jî rabe deweta wî nede temirandinê û hela serda jî bireqise! Min emrê xweda hela ecêba ha, zulma haye giran nedîtye, bira… — ewî navsere got.
— Min nedixwest deweta Wekîlê min bitemire, — Ahmed bi kelogirî got. – Belkî ev yek Xwedê çetin bê.
— Ka Xwedê heye, Xwedê bin pîê minkeve, — dolebaşî got û destê xwe berbi ezmên kir, — wekî zulma ha dike.
Koma dewetvanya bû koma hewarya û berbi mala Ahmed rêket. Ewî navsere dabû pêşîê, kilameke şînê digot, yêd mayîn “birao” dikirin û diçûn.Dewsa dengê def û zurna duh vê şebeqê denfê kilama şînê perwaz dida…
Kom çû gihîşte mala Ahmed. “Birao” kirin û derda çûn. Ecêbeke giran ber ç’evê xwe dîtin. Cinyazê Wekîl danîbûne ser textê nanxwarinê, xêlya bûkê avîtibûn ser, xemla bûkê jê êxistibûn, serdapê kincê reş lêkiribûn. Melûl-melûl, destê wê li ber rûya, ber serê Wekîl sekinî bû. Hêsirê wê dipekyan û diketine ser belgîê ber serê Wekîl. Lê Wekîl te tirê nemirye, razaye. Tu dex’me ser sûretê wî tinebûn, her tenê serê wî peçayî bû. Bav binpîêda sekinî bû, destê xwe tewarkiribûn û zûr bûbû kur dinihêrî, lê hêsirek ji ç’eva nedihat. Her tenê axe-ax, ofe-ofa wî bû û cix’are ser cix’arê dikişand. Dya reben, xûşkê qertel xwe peritandibûn.
— Welle, bira, zulmeke girane, — mêrekî mezin, ku kêleka Ahmed sekinî bû, got. – Hela tu kesî zulma ha nedîtye.
— Qurn, dewranada kê dîtye, kê bînaye deweta zevê bibe şîna zevê, — yekî mayîn got.
— Bê zevao zevatî nekiro, — Ahmed bilind got û tepa hate nava ç’evê xwe. Merîê kêlekê milê wî girtin, nehîştin.
Edetê wêderê usa bû, wekî sê roja mirî xwey dikirin. Nava wan hersê rojada bûk ji ber serê Wekîl dûr nediket.
De, be’sa mirinê zû bela dibe. Cimet dibêje: “Syarê mirinêyî leze”. Nava wan hersê rojada deqekê mala Ahmed xalî nebû, destek dihat, destek diçû. Hewarî ha ser hev dihatin. Çawa edetê kal-bava bû, cînara hewarî nava xweda parevedikirin û her yekî destek hildanî, dibire mala xwe, jêra ezet-qulix dikir. Ahmed û neferê malêye mayîn jî hewaryara dibirin, nedihîşt, wekî mala mirî tu tiştek bike.
Xulese, roja sisya paşî nîvro meytê Wekîl hildan û birin teslîmî axê kirin. Ahmed ser cinyazê kur sekinî bû, jorda lêdinihêrî. Miç’iqî bû, hêsirê wî nedihatin. Her carna tepa dihate nava ç’evê xwe û digot:
— Lao, kê ecêba ha dîtye, nanê deweta merya bibe nanê xêra merya…
Ç’ûk û mezina xwe zevt nedikirin, digiryan. Bûk jî bi wan kincê reşva anîbûn ser mezel. Du kulfetê cahil ketibûn bin mila. Xezûr nêzîk bû, çû serê wê û gotê:
— Ez heyrana bûka xweye bêzevame…
Ewê jî xwe avîte pêsîra xezûr. Hêsirê wê rê nedidan hevdu. Çend hêsir rijyan ser pêsîra bêşmêrtê xezûr.
Wekîl heq kirin. Çawa edet bû, paşî hatina cimetê şêx tenê ser mezel ma, mirî teslîmî Dewrêş Erd kirin û ew jî vegerya. Ahmed, kura, qewm-pismamêd nêzîk ber dêrî sekinîn, wekî xelq serxweşîê bide wan. Pêşîê hewarî, paşê jî der-cînar ketine rêzê ber wanra derbaz bûn, başqe-başqe serxweşî dane her yekî.
Çendek kete ortê. Ew goşt, îç’ke, çerez, êmîşê, ku ber deweta Wekîil mabûn, tevî nanê xêra wî kirin.
Bûka bi xêlî, lê bi tim-têla reş ber perdêda tenê ma.
* * *
Bûk bi kincê reş bû û serê xwe ji malê dernedixist. Şuxul-emelê malê dikir, ber destê xwesîê diçû-dihat. Devê xwesîê nedigerya jêra bêje “bûkê”, digote “qîza min”. Xezûr jî wî cûreyî bû, usa şîrin-şîrin gazî dikirê, te tirê qîza wîye helale. Ewê jî gelekî qedrê xwesî-xezûrê xwe zanibû, ber destê xwesîê mînanî bişkorya bû. Her êvar teşt tijî av dikir, danî ber xezûr datanî, gorê wî dêxistin, lingê wî dişûştin. Wextê razanê xwesî-xezûr dikirne nava cya, lihêf ber pişta wanda dikire xwarê, paşê lempûçke vêdisand, diçû otaxa xwe, lempûçka otaxê ditemirand, kincê xwe dêxistin û tenê dikete nava cya. Rojê ewqasî lê çetin nedihat, şuxul-emelda diket û tê bêjî halê xwe bîr dikir. Lê wexta dikete nava cya, temamya giranya wî halî dihate ber ç’eva. Hezar û yek xem-xiyala serê xwe hildidan û nedihîştin xew bikeve ç’eva. Zûr dibû arîkê dinihêrî, rojêd buhurî diketne bîrê. Hertim sifetê Wekîl ber ç’eva bû, dengê wî, îlahî kenê wî ber guha bû. Nişkêva dilê wê tijî dibû, lihêf dikişande ser serê xwe, vedigerya, serê xwe dikire nava belgî û xwe derd-kulara têr digirya… Sibê ku radibû, ç’ev lê sor dibûn, diwerimîn. Neferê malê ev yek didîtin û kula wan hê teze dibû. Sifte qe nikaribû vî halê sazbûyîra qayîl bibe, lê çi ji dêst dihat, xênji wê yekê, wekî bê hemdî xwe xwe dizêrand. Lê ewî halî nikaribû dirêj bikşanda, wede gotî ya xwe bikra, bere-bere birîn bikewanda…
Mehek derbaz bû. Raste, birîna Ahmed hela teze bû, lê merîkî dinêdîtî û zane bû. Fem dikir, wekî ev halê han nikare gele wede bikşîne û nikare bikeve bin gunê bûkê. Êvarekê ewî gazî neferê malê gişka kir, dora xwe dane rûniştandinê. Cix’ara xwe derxist, vêxist, çend qulap danê, kûr hecam kir û xêlekê xwe ker’ kir.
— Pirseke min heye, — ewî gote neferê malê. – Ez dixwezim hûn gişk jî haj pê hebin. Felekê hemîn mala min xirab kir, zevê mala min… — dilê wî tijî bû, xeberdan pê nebû, nikaribû gilîê xwe kuta bike. Xêle wext serê xwe kire ber xwe, bi herdu desta serê xwe girt. – Nha pirsa qîza meye. Ez nazwazim bikevim bin gunê wê. Lao, — ew berbirî bûkê bû, — hergê qayîlya te heye, ezê cabê bidme bavê te, bira bên te bibin…
Kûre-kûra Nenê û qîza bûn, digiryan. Kura serê xwe berjêr kiribûn û destê xwe danîbûn ber enya xwe. Bûk sekinî bû, destê xwe dabû ber rûê xwe, stûê xwe xwar kiribû. Paşî gotina xezûr bûk nêzîkî baltûza xweye biç’ûk bû û guhê wêda tiştek got.
— Bavo, — qîzê gotê, — bûk dibêje, bêjne xezûrê min, rûê min bin pîê wîye, ez tu cyada jî naçim. Esêvankî ez jî qîza vê malême. Hilbet, Xwedê minra usa xwestye.
Ahmed zûr bû ç’evê bûkê nihêrî. Ewê destê xwe dabû ber rûê xwe û serê xwe berjêr kiribû. Nenê û qîzava îdî nedigiryan. Kur zûr bûbûn ç’evê bavê dinihêrîn û hîvya qirara wî bûn, ewî çawa bigota, usa jî wê bihata kirinê. Malda gilîê Ahmed zagûn bû.
— Lê gotina we çye, lao? — ew berbirî kura bû.
— Gotina meê çibe, bavo, — kurê mezin gotê. – Gilî-gilîê teye, te çawa got, me qebûle.
— Lao, de wekî dilê te çûyîne tune, — ewî gote bûkê, — tu xwe çawa qîza vê malê hesab dikî, emê te ser qîzara bigrin. Lingê te ser ç’evê me, bimîne, esêvankî eva jî mala bavê teye. Îşala, tê tu firqîê nebînî. Lê her tenê pirsek, çawa qîza malê tu gotî me gişkara xeberdî.
Bû niç’e-niç’a bûkê, serê xwe hejand.
— Na, lao, ez îzna te didim, me gidhkara jî xeberde. Tu îdî bûka vê malê nînî, qîza vê malêyî û wextêda jî emê te verêkin çawa qîza malê.
Bi wê yekêva jî ev xeberdan kuta bû.
Neferê malê rastîê jî mînanî qîza malê berbirî bûkê dibûn. Ewê gişkara xeber dida, usa diçû, dihat, çawa qîza malê. Der-cînar gişk vê yekê hesyabûn.
Rojekê jî, wextê dîsa dya bûkê hate cem, qîza xwe başqe kir û jêra xeberda.
— Lao, lê wê ha çawabe? – ewê gote qîzê.
— Çi wê çawabe? – qîzê bi pirsê caba dê da. Dê tex’mîn kir, wekî qîzê fikra wê fem nekir.
— Halê teê çawabe? Cahil-cahil xwe hetanî-hetayê ha namînî? – dê gotê û zûr bû ç’evê wê nihêrî. Tex’mîn kir, wekî vê carê qîzê fikra wê fem kir. Reng li qîzê çû, serê xwe kire ber xwe û hêdî gote dê:
— Daê, ez îdî nefera mala we nînim. Ez nefera vê malême. Şikir mezinê malê weke deh û duda ortêye. Merîkî dinêdîtîye, zane çawa bike, — hevekî navbirî da xeberdana xwe, paşê serda zêde kir. – Daê, ez hîvî dikim, careke mayîn wan gilya ber min neke, birîna min teze neke, — destmal derxist, hêsirê ç’evê xwe temiz kirin.
— De, xêr-gunê te stûê te, lao, min tera got, bira xelq nebêje bêxweye, kesek lê nabe xweyî, — dê bi xeyd gotê.
— Xweyê min çira tunene? Şikir xezûrê min mînanî ç’yakî ortêye, — ewê jî bi xeyd caba dê da.
Ew xeberdan bi wî cûreyî jî kuta bû û îdî tu cara nehate wekilandinê. Bavê bûkê jî qe carekê ew yek neanî ser per-baskê xwe.
* * *
Salekê zêdetir derbaz bû. Zûda xêr-xêratê Wekîl dabûn, kuta kiribûn. Raste, Wekîl nehatibû bîrkirinê, lê birîn îdî teze nîbû û jana wê jî ne mînanî berê bû.
Rojekê jî çend merî hatine mala Ahmed û dewa merivayê jê kirin.
— Em hatine qîza te bixwezin, — wana derheqa bûka wîda gotinê, çimkî zanibûn, wekî Ahmed tu cara jêra nabêje “bûkê”, her tenê dibêje “qîza min”.
Aqilê Ahmed xort dibirî, begem dikir. Neferê malê şewirî û gava dît, wekî ew jî qayîlin, qîza xweye biç’ûk şande cem bûkê, wekî fikra wê bihese. Qîza biç’ûk hat, bavêra got, wekî bûkê gotye, çawa aqilê bavê min dibire, bira usa jî bike.
Û çawa erf-edetê dinê bû, bûk nîşan kirin. Çend meh ketine ortê, hatin elametî dane Ahmed, wekî karê bûkê bike.
Çi cihêzê bûkê xwera anîbû, destê xwe nedane qet derzîkê jî. Hela serda jî weke wî cihêzî cihêzekî teze kirîn û danîne ser. Çawa lazim bû karê bûkê kirin.
— Bira dilê qîza min ji min nemîne, — Ahmed digot. – Hemîn mirazê me pê nebû. Bira Xwedê ox’ira wêrabe.
Pêşîêda Ahmed elametî da xizmê xwe, wekî nevî-nevî difikirin defê nexin.
— Bira bên bi def qîza min bibin, — ewî cab ser wanda şandibû. – Qîza min qîze, jinebî nîne, wekî bê def bibin. Wekî bê def bên, qîza ez bidme wan tune.
Rojekê berî syarkirina bûkê Ahmed gazîkirê, anî cem xwe, kêleka xwe da rûniştandinê. Xêleke xurt xwe ker’ kir, keserek-dudê kûr rahiştin. Cix’are derxist, hemdî xwe vêxist, qulapek-dudu danê, zivirî ser milê xwera bûkê nihêrî û gotê:
— Lao, min bona pirsekê gazî te kirye, — hevekî navbirî da xeberdana xwe, nedixwest bûk wî agirî tex’mînke, ku wê sehetê dilê wîda dişuxulî. – Wê sibê te syarkin. Xwedê ox’ira terabe. Lê hîvîkirineke min ji qîza min heye: lingê xwe ji mala me nebirî.
Bûk girya û xwe avîte pêsîra xezûr. Kela wê gelekî rabûbû û ewê nikaribû xeberda. Ahmed destê xwe dabû ser serê wê û çend hêsir ji ç’evê wî jî pekyan. Serê wê usa ser milê xezûr, bi dengekî lerizok hilda ha got:
— Bavo, ad-qirarbe, ez ewqasî naçim mala bavê xwe neêm, çiqasî bême vira… Wekî tu min bikutî, ji malê derxî jî, ez tu cara lingê xwe ji vê malê nabirim.
Ahmed xwexwa ber dilê bûkê hat. Û herdu bi ç’evê şil ji otaxê derketin.
Çawa Ahmed gotibû, usa jî kirin. Hatin bûk bi def syarkirin, birin.
Paşî birina bûkê tê bêjî birîna Ahmed û neferê malê teze bû. Ahmed ber xwe dida, nîşan nedida, lê Nenê nikaribû… Tê bêjî Wekîl teze miribû, rûniştibû şîna wî dikir. Ahmed hat, lê hilat, paşê ewê dengê xwe birî.
Çendekî şûnda çûne sertêdana wê. Hela sala wê jî temam nebûbû, gava çûne pey, anîne zeyî. Wê rojêda bûkê û mêrê wê lingê xwe ji mala Ahmed nedibirîn, bûbûn mînanî neferê malê. Wekî rojekê nehatana, kirê wana dihate Ahmed, Nenê û neferê malêye mayîn, usa hînî wan bûbûn, mukurya wan dikirin. Merya tirê rastîê qîza wan û zevê wanin…
Du cara ber derê Ahmed def lêket. Carekê bûk anî malê, cara mayîn bûka anî verêkir…
s. 1977-a
RASTHATIN
RASTHATIN
Herro, sibê şebeqê dibû zinge-zinga avtoa bermalê û binelî ji xewê hişyar dikirin. Jina, mêra, zara bi ç’evê xewixî derdanê bermalê hiltanîn û lez-lez berbi avtoê diçûn. Xebatçîê ser avtoê mêr bû. Ewî bermala wan hiltanî, vala dikir û derdana vala dida destê wan.
Wê sibê xebatçîkî teze hatibû ser avtoa bermalê dixebitî. Mêrekî q’ir’int’e bû, kincê xebatê lê, şuxulê xwe dikir. Qe geleka tex’mîn jî nekirin, wekî merîkî tezeye hatye ser avtoa bermalê dixebite. Her yekê dixwest zû bermala xwe bavêje û vegere. Talaşa kê bû binihêre, çika xebatçîê berêye yanê na?
Kulfeteke navsere jî derdana bermalê dêstda bi xelatê malê ji qatê sîsya peya bû û berbi avtoê çû. Hela dûrva dengê xebatçîê avtoê lê tesele bû:
— Bisekinin, nha bermalê vala nekin hetanî ez cîwar dikim, — ewî digote hazira.
Jinikê tex’mîn kir, wekî dengê wîda awazê nas hene, lê dengê kêye, ewê nikaribû bîr banya.
Wexta nêzîk bû, bi ç’evê mişterya dîna xwe da xebatçîê ser avtoê. Demekê ç’evê xwe bawer nekir, wê tirê xewixye, qeretûye hatye ber ç’eva. Sifetê mêrik gelekî nas bû. Cîda dêrî bû, sekinî. Çend cara ç’evê xwe girt-vekir, xwest xwe bicêribîne. Lê na, rastîê jî sifetê wî gelekî nas bû.
“Dibe ewe?” – jinikê xwexwa ji xwe pirsî.
“Naqewime”, — ewê bi xwe jî caba pirsa xwe da. Û zûr bû mêrik nihêrî. Lê mêrik derdanê bermalê vala dikir û şuxulê xweva gîro bû, qet fikra wîra jî derbaz nedibû, wekî jinikekê der-dor, her tişt bîr kirye û zûr bûye wî dinihêre. Jinik usa jî cîê xweda sar bûbû, sekinî bû, gava dengekî nas lê tesele bû:
— Xûşkê, tu çira bermala xwe vala nakî, ne gişka vala kirin, çûn, tu tenê mayî.
Jinik ji wî dengê nas tevîhev bû, xwexwa jî tex’mîn nekir, wekî çawa nêzîkî avtoê bû û mêrik derdana bermalê ji dêst girt. Hetanî wî derdan ji dêst girt, hilda, vala kir, jinik zûr bûbû lêdinihêrî û ç’evê xwe bawer nedikir. Her wî çaxî ser hişê xweda hat, gava bû girîna avtoê berra derbaz bû. Xêle wext cîê xweda sekinî, avtoê nihêrî. Mêrik ser avtoê sekinî bû, pişta wî jinikêda bû.
“Ewe, ewe, lê min nas nake, — jinikê wekiland. — Ewqas sal derbaz bûne, hibet, wê min nas nake. Kê dikaribû bifikirya, wekî emê halekî hada rastî hev bên? Rastîê jî, kesek nikare bêje, axirîê çawabe”.
Avto çû nava avayada unda bû, paşê jinik bi gave sist ji cî leqya û berbi mala xwe çû.
Wê rojêda avtoa bermalê bû qewmandin û kete nava emrê wê, tabetî nedaê.
… Jinik bî bû, mêrê wê çend sala pêşda miribû, zarê wê jî tunebûn. Çûbû pênsîaê. Tenê dima. Rojê wê gişk mînanî hev bûn. Tu tiştekî teze, tu qewmandineke pirî-hindikî berbiç’ev nedikete nava emrê wê. Herro her tişt dihate wekilandinê. Û evê yekê ew êpêceyî eaciz dikir. Ha bû hetanî wê rojê. Wê rojêda qewmandineke teze, tiştekî şabûnê, pêra jî gelekî bi xem kete nava emrê wê. Êvara zû dikete nava cya. “Wekî zû ranezêm, dibe sibê xewêda bimînim, avtoa wî bê here, ez nebînim”, — ew difikirî. Û hela te’rîberbangê ser linga bû. Lingekî wê heywangê bû, lingekî wê otaxê bû. Derdana bermalê pêşîêda hazir dikir, dadanî ber dêrî. Û wexta dibû zinge-zinga zengilê avtoa bermalê, ew pêşya gişka peya dibû û berbi avtoê diçû. Wexta digihîşte cî, pêra-pêra bermal vala nedikir, qestîka xwe egle dikir û zûr dibû xebatçîê ser avtoê dinihêrî. Gişka bermala xwe zû vala dikirin, diçûn, lê ew hela cîê xweda sekinî bû û derdana bermalê jî dêstda. Dikir-nedikir nikaribû ç’evê xwe ji mêrik bibire. Bê hemdî xwe zûr dibû lêdinihêrî, lêdinihêrî, rojêd buhurî, ew rojêd, ku wî mêrikîra grêdayî bûn, dihatine ber ç’eva.
… Şer bû, dew bû, rojêd reve-revê bûn. Mala wan jî revî. Rêva eskerê Romê lêdan bavê wê kuştin. Ew û dê tenê man. Qîzeke donzdeh-sêzdehsalî bû. Wê û dê destê hev girtibûn û dabûn ser rê-dirbêd nenas. Gelekî geryan, gele zelûlî û çetinayî dîtin hetanî hatin derbazî vî berî Erez bûn. Vêderê jî sitareke pak nedîtin. Herdera xelayî, belengazî û zelûlî bû. Gundekî kurdayî dûrda binge bûn. Dewletîê gund her tenê bi wî qewlî îzin da ew mereka wîye kevnda bimînin, wekî ew û dê tevayî mala wîda nanoziko bixebitin. Û wan belengaza sibê hetanî êvarê pişta xwe rast nedikirin, xebata mala wî dikirin. Êvarê, wexta xebat kuta dikirin û vedigeryane malê, ancax xwe davîtne ser cî-qerp’alê xwe.
Rojê du cara nan didane wan. Çi ku ber neferê malê dima, avrûê wan didane dê û qîzê.
Xebat gelek bû, qîz cahil bû, ewê nikaribû teyax bikira. Lema jî gele cara dê ew xwera nedibire mala dewletî, digot, wekî giva nexweşe.
Carê ha malda ew birçî dima hetanî hatina dê. Ç’evê wê hertim rê bû, çika dê wê kengê vegere û gelo tiştekî xwera bîne yanê na. Wextê xwarin hindik bûya, dê nedixwar didaê, ew dixapand, wekî giva wêderê xwarye, lema têre, nikare bixwe. Ewê çend cara dît, wextê êvarê dê pişta xwe vedikir, kevir ber piştê diketin. Wî çaxî wê hela nizanibû, wekî çira dê kevira dike ber pişta xwe, paşê pê hesya…
Mereke vike-vala bû. Pakî nivînê wan jî tunebûn. Jina dewletî du cilikê kevn dabûnê. Êvarê yek bin xwe radixistin, yek jî davîtin ser xwe, dê qîz dida ber sîngê xwe, hevdu germ dikirin û radizan.
Roj, meh dihatin derbaz dibûn, lê t’u guhastineke pak nedikete nava emrê wan. Sibê hetanî êvarê mala dewletîda dixebitîn, her cure xebat dikirin, bin ten-niç’ê neferê mala dewletîda parî nan û heske şorbe dixwarin û westyayî, kesirî ancax xwe mereka vike-valara digîhandin.
Kurekî dewletî hebû. Kur nebêje agirekî Xwedê bêje. Bavê kincê temiz lêkiribûn, destê wî cêvêda nedixebitî, neditebitî, sibê hetanî êvarê xwera digerya. Yekî qureyî pozbilind bû. Kurê taê-tenê bû, kesekî qemîşî wî nedikir, lema jî rûstendî mezin bûbû. Parîê xweş didane wî, kinca xas wî dikirin. Xênji bavê ewî gura tu kesî nedikir, ser xûşkada hêrs dibû, ew dikutan. Û tu kesî dengê xwe jêra nedikir.
Qîzê xwexwa tex’mîn nekir, wekî çawa bin ç’evara wî dinihêre, dilê xweda gelekî derheqa wîda difikire. Wexta kurê dewletî ne wir bûya jî, timê sifetê wî, bejn-bala wî dihate ber ç’eva. Ber kurê dewletî dha qeşeng-qeşeng diçû, dihat, çeleng-çeleng şuxul dikir. Bi xwe jî nizanibû, wekî çira usa dike, tê bêjî her tişt bê hemdî wê tê kirinê.
Qîzê dûrva wî, kinca, tim-têlê dinihêrî û xweda dişewitî. Raste, ewî zef kêm jêra xeber dida, lê wexta dihat berra derbaz dibû yanê jî xeberek digot, qîzê xwe şaş dikir, tevîhev dibû, jê şerm dikir û xwexwa jî tex’mîn nedikir, wekî dilê wêda hesîneke çiqas xweş disêwire. Û ew şa dibû, wexta ç’evê wê ç’evê wî diket, wexta dûrva ew didît.
Gava kurê dewletî deste kincê teze xwe dikir yanê cote solê bedew pêdikir û derdikete ber dêrî, ewê tirê ewî qestîka bona xatirê wê ew kinc xwekirine yanê sol pêkirine bona ew wîya bi wan kincê tezeva bibîne. Û ji wî zeftir ew bona kincê wî, solê wîye teze şa dibû, dixwest xwe bide bawerkirinê, wekî xort bona wê usa dike.
Lê carna jî ji wê hesînê ditirsya. Ewê jî nizanibû bona çi. Her tê derdixist, wekî wexta derheqa wîda difikire, tirs dikeve dilê wê. Ji hesîna dilê xwe ditirsya, wekî çiqas diçû dha zêde dibû…
Carekê (ew roj qet bîrê naçe) sibê zû kurê dewletî ber dêrî sekinî bû, tiştek dêstda dixwar. Wexta keç’ik nêzîk bû, ewî navê wê hilda û gazîkirê, nan û toê ser kerîkir, daê. (Hetanî nha jî ew nikare femke, wekî ewî wê rojê çira usa kir). Keç’ikê nexwest hilde, lê evê te bi zarekî usa xweş gotê, wekî keç’ikê bê hemdî xwe nan ji dêst girt, şerma serê xwe kire ber xwe û revî pişt malê. Gede pey nehat, eva teb nan û toê xwe xwar û wextê vegerya, dît ew newire. Ewê tirê wê rojê tiştekî xweyî gelekî baha unda kirye, pormijî bû û xwe gunekar kir, wekî çira nan ji dêst girt, ewqasî ber alçax bû. Lê alîkîva jî şabûn kete dilê wê, wekî xort jî… Û çiqasî diçû, ewê ewqasî tex’mîn dikir, wekî dha gelekî derheqa kurê dewletîda difikire, nizane bona çi, lê dixweze zû-zû wî bibîne, xeberdana wî bibihê. Wexta sibê hişyar dibû, şabûnek dilda hebû. Ew şabûn ew bû, wekî wê dîsa kurê dewletî bibîne, dengê wî bibihê. Û hela dê deylê nedikir, radibû, kincê xweye gincir xwe dikir, cil didane hev û dida pey dê berbi mala dewletî diçû. Lê kurê dewletî nedihat kivşê, ewî hela razayî bû. Dixebitî, lê ç’evê wê lêbû, çika wê kengê rabe, derê derva.
Roj dibûn meh, meh dibûn sal dihatin, derbaz dibûn, lê xwestina dîtina kurê dewletî ne ku kêm nedibû, lê hela çiqas diçû, dha zêde dibû. Rastîê gotî, ewê sifte nizanibû, wekî ew çye, nava wêda çi diqewime. Berê tu cara tiştê usa nehatibû sêrî. Nha tê bêjî kurê dewletî bûbû derema ruhê wê û bêy wî tu şabûn, eşqa wê tunebû.
Dibêjin, zar kesîbîêda zû digihîjin, mezin dibin, fember dibin. Ewê zanibû, wekî kurê dewletî hiz dike. Pêra jî tex’mîn dikir, wekî ew û kurê dewletî gelekî dûrî hevin… Ewe kesîbe, ewî dewletîye. Lê dil tiştekî mayîn hukum dikir. Dil zor dida hiş, dha rast hiş ber dil vedikişya. Û ew usa dûrva, dilê xweda bi hizkirina zarotîêye temiz ser wî bengî bûbû. Lê kurê dewletî tê bêjî kor bûbû, tu tişt nedidît, tex’mîn nedikir yanê jî ew bendî tiştekî hesab nedikir. Eva axirîê dha rast bû, çimkî ewê didît: hebûn-tunebûna wê bona xort yeke. Û evê yekê agirê dilê wê dha gur dikir. Agirekî xweş bû, ruhê wê pê germ dibû hetanî rojekê. Rojekê jî (ew hetanî mirinê wê rojê jî bîr nake) dîsa sibê zû dya xwera tevayî çû mala dewletî. Kurê dewletî wê sibê zû rabûbû, kincê xwe xwekiribûn û mînanî mezina orta xênî diçû-dihat.
Gava ç’ev dê û qîzê ket, gazî qîzê kir, wekî avê bîne, serç’evê xwe bişo. Hetanî wî çaxî ewê tu cara av destê kurê dewletî nekiribû, timê xûşka av destê wî dikirin. Lê wê rojê ew zû rabûbû û xûşka hela razayî bûn, lema jî ewî gote qîzikê, wekî ew avê destê wîke. Dihate kivşê, bavêra tevayî wê cîkîda biçûna.
Keç’ik deqekê tevîhev bû, tê bêjî pak nebihîst. Kurê dewletî lê hilat:
— Çye, tu ker’î, nabihêyî? Ne min tera got avê bîne destê xwekim, serç’evê xwe bişom. Em derengî dikevin.
Keç’ik dha tevîhev bû, soro-moro bû, şerma serê xwe kire ber xwe û xwest here, lê lingê wê pêra nehatin, tê bêjî erdêva mix kiribûn. Ewê jî nizanibû, bona çi cîda sikimî-sekinî.
— Ginciroka mirdare heram, ez çend cara tera bêjim avê bîne?.. – ewê peyhatina xeberdana gede nebihîst, kela girî da qirikê û bê hemdî xwe berbi mereka xwe revî. Kete hundur, derî ser xwe girt û rûnişt, têr girya, hetanî dya wê hat. Dê serê wê danî ser çoka xwe, destê xwe nava porê wê gerand, ber dilda hat, lê kela dilê wê jî rabû, xwe derd-kulara têr girya…
Wê rojêda tê bêjî qîz carekêra guhîşt, mezin bû. Hêja tex’mîn kir, wekî orta wê û kurê dewletîda firqîke çiqasî mezin heye: ew ku, kurê dewletî ku!.. Û vê carê îdî hiş bere-bere zor da dil. Lê dil birîna xweye pêşin û ewqas xeder nikaribû zû bîr bike…
Salek jî derbaz nebû, gava dewran hate guhastin. Wî gundê kurdayî nava ç’yada jî dîwana sovêtîê hate testîqkirinê. Her tişt hîmva hate guhastinê. Dergê xêr-xweşîê, bextewarîê ber kesîv, mihacira vebû, ewana bûne xweyî-xudanê gund.
Zûtirekê gundda mekteb vebû. Qîzik çû mektebê, xwend, hînî xêr û şera dinyaê bû.
Mala dewletî derxistibûn kûlak. Du ç’e’vîê avayê wan jê stendin û dane qîzikê û dya wê. Paşî wê yekê mala dewletî barkir ji gund çû. Wê şûnda ç’evê qîzikê ç’evê kurê dewletî neket.
Paşî kutakirina mektebê çû şeher xwend, kete înstîtûtê. Çend sala şûnda kuta kir, bû doxtir, şeherda ma.
Timê diçû gund dihat. Wexta diçû gund, pêra-pêra kurê dewletî, rojêd buhurî diketine bîrê. Û ewê timê pirsa mala dewletî dikir. Lê tu kesî tu tiştek nizanibû, wekî ew kuda çûne, kîderê dimînin.
Mêrkirinê şûnda jî, wexta berê xwe dida gund, dîsa kurê dewletî dikete bîrê. Lê çûyîna gund îdî lap kêm bûbû, çimkî dya xwe anîbû şeher cem xwe û tu qewmekî wêyî nêzîk gundda tunebû.
Gele sal derbaz bûne, dê, mêrê wê mirine, ew xwexwa jî îdî mezine. Û nişkêva paşî ewqas sala rasthatineke ha, ew jî dereceke hada. Xem-xiyal, derd-kulê berê dîsa serê xwe hildan û mînanî verojkê ruhê wê verûtin. Axir nha jî tenê bû, nedixebitî û wede gelek bû bona ew rojêd derbazbûyî bêne bîrê, wekî tezetîkê bikne nava emrê wêyî herro mînanî hev.
Hilbet, ne qîza berê bû, wekî sivik her tişt binihêre. Ewê bi femdarya nha wê qewmandinê dinihêrî û qîmet dikir. Raste, bîranîna derheqa wîda çiqas telayî hebû, deh cara zef şîrinayî hebû. Şîrinayî hebu, çimkî hizkirina wêye pêşine bê cab bû. Hilbet, ewê vî emrîda îdî nikaribû kurê dewletî hiz bikira, lê ewê hizkirina xweye pêşine temiz hiz dikir, çiqasî jî ewî bi nemerdî ew şêlû kir. Û ewê ne ku bona eynatê, heyfhildanê nikaribû wî bîr bike, lê çimkî ew bûbû sebeb, menya hizkirina wêye pêşin.
Raste, ji alîê kurê dewletîda ewê tu tiştekî pak nedît, lê nha, gava wî halekî usada dibîne, dilê wê dişewite. Hilbet, ewê fem dikir, wekî xebat xebate, xirab û pak tune. Lê vî halîda, vê derecêda ew ber ç’evê wê alçax dibû. Rol hatibûn guhastinê, çimkî dewran jî hatibû guhastinê. Sewda digot, belê, rya kedxur, miftexurê wî çaxî gotî usa bûya. Lê kambaxê dil ser fikreke mayîne: qence-xirabe, hizkirîê teyî pêşine. Û dil heyfa xwe pê danî, ber xwe diket, çimkî ew bûye sebebê nerehetya wîye pêşine xweş.
Şerê sewda û dil xew ji ç’eva revandibû. Yaşê wê usa bû, wekî nikaribû te’laya wê hizkirinê jî bîr bike, lê emrê tenê, bîranîna rojêd zarotîê û cahiltîê van çend rojada usa dikirin, wekî ew te’layî timê ber şîrinaya hizkirina pêşin dihelya, bela dibû. Û van çend rojada şîrinayî dha gelekî ketibû nava emrê wê. Tê bêjî cahil bûbû, dha qeşeng-qeşeng diçû, dihat, dha gelekî derdiket heywangê rûdinişt. Dûrva ç’yaê gundê wan dihatne kivşê. Nha dha zef wan ç’ya dinihêrî. Gele cara ber ç’evê wê ew ç’ya mina dibûn û dewsa wan gundê wan, zarotya wê, ew mereka sike-sar dihatne kivşê. Û dikete nava dinya bîranîiêd xwe. Gele cara hetanî deredg heywangê dima û wê jî nizanibû, wekî wede çawa derbaz dibe. Radibû, dikete hundur û dixwest tiştekîva mijûlbe, lê nikaribû. Hertim ew bû ber ç’evê wê bi bejn-bala xweye wî çaxîva. Dixwest, wekî ew bi qirafetê xweyî nha bê ber ç’eva, lê nedibû, ew bi qirafetê xweyî wî çaxî, bi kinc û rihalê xweye wî çaxî dihate ber ç’eva. Ewê zanibû, wekî ew dil dike. Lê dil dile, hizdikî bîst salîbe, hizdikî şêst salîbe, yeke, wexta kela wî radibe, rojêd derbazbûyî têne ortê, tê bêjî qewateke teze distîne, hasêgeha sala alt dike û dîsa dikeve meydana cahiltîê. Hertim usane, gava hizkirina pêşin bê cabe û paşî gelek sala bi vî cûreyî diwekile. Ewê zanibû, wekî îdî hizkirin ji ortê hatye hildanê, her tenê bîranîna wê hizkirinê tê wekilandinê. Û ewê ji wê bîranînê hiz dikir, ji cahiltya xwe, salêd emrê xweye derbazbûyî (çiqas jî ew çetinayêda derbaz bûbûn) hiz dikir, ewin nêzîkî dilê wê. Mêrik her tenê bû menî, wekî emrê wêyî nhayî tenêbûnêda ew bîranîn bêne wekilandinê. Ewê tex’mîn dikir, wekî tenê nîbûya, bawer bikî, vê rasthatinê wê hukumekî mezin ser nehîşta. Û ew nha gelekî razîbû, wekî tiştekî ha qewimî û rojêd wêye mînanî hev dane guhastinê, serecemeke teze dane wan. Ewê qirar kir tu wexta mêrik pê nede hesandinê. “Bira min nas neke, her sibe bê, ez bibînim, rojêd xweye buhurî bîr bînim, — ewê difikirî. – Wê zêdetir çi min lazime?”
Û çend roj ha derbaz bûn. Jinikê sibê zû derdana bermala xwe hildanî (gele cara jî qestîka heve kinc-mincê kevn dikirnê) û diçû. Ber avtoê dima hetanî gişka bermala xwe vala dikir, avto ji cî dihejya, diçû, paşê ew berbi malê dihat. Tê bêjî mêrik tiştek tex’mîn kiribû. Wexta jinik diçû ber avtoê, ewî demekê bi ç’evê şikber lêdinihêrî, paşê serê xwe dikir ber xwe, şuxulê xwe dikir, lê bin ç’evara lêdinihêrî. Wexta jinikê derdana bermala xwe dadanî û dêrî dibû li wî dinihêrî, ew ker’-ker’ nêzîk dibû, bermala wê vala dikir û derdana wê dida dêst.
Hilbet, vî halî wê dirêj nekişanda. Rojekê jî dilê zor bida sewda û xeberda. Û aha ew roj hat.
* * *
Rojeke payîzêye sar bû. Dîsa sibê zû rabû, kincê xwe xwekirin û heywangê hîvya hatina avtoê bû. Tê bêjî avto derengî ket. Tabetî naketê, hate hundur. Çend deqa şûnda dîsa derkete heywangê. Xulese, avto hat û bû zinge-zinga zengil. Jinikê derdana bermalê hilda û lez peya bû. Nêzîkî avtoê bû. Dîsa zûr bû mêrik nihêrî û xwexwa jî tex’mîn nekir, wekî çawa jê pirsî:
— Bibaxşîne, heval, tu ji filan nehîê nînî?
Mêrik serê wî berda bû, dengê jinikê nebihîst yanê nexwest cabê bide.
Jinikê pirsa xwe ducarkir.
— Belê, ez ji wê nehîême, — mêrik bê hemdî xwe got, paşê serê xwe hilbirî, derdana destê xwe dirêjî qîza cahil kir û zûr bû jinikê nihêrî.
Wî çaxî mêrekî navsere derdana bermalê dêstda nêzîkî jinikê bû.
— Siba te xêr, doxtir, — mêrik gotê.
— Ser ç’evara hatî, — jinikê silava wî vegirt.
Xebatçîê ser avtoê hela zûr bûbû jinikê dinihêrî.
— Lê tu ji filan gundî nînî, — doxtirê ji xebatçîê ser avtoê pirsî.
Evê te tevîhev bû. Qestîka vegerya pişta xwe daê, derdana destê mêrik hilda, vala kir, paşda daê. Paşê zivirî doxtirê nihêrî, avrûke tûj daê û bi hêrs got:
— Na, ez ji wî gundî nînim.
Avto rêket. Doxtir hela cîê xweda sekinî bû. Kesekî nikaribû bigota, çika ew wê demê çi difikire. Êpêce wext cîda sekinî, tê bêjî tiştêkî gelekî baha unda kiribû, dêrî bûbû. Paşê bi gavêd lerizok berbi malê hat.
Rojtira mayîn îdî ew mêrik ser avtoa bermalê nîbû. Merîkî din hatibû dewsê dixebitî.
s. 1975-a
ZÎNÊ
ZÎNÊ
“Xemê min xiyalê te didane bêrî”
(Ji kilameke cimetê).
Rojekê yekî minra têlê xist. Dengê wî nas bû, lê min tê dernexist, kîye. Ewî jî navê xwe negot. Me êpêceyî xeberda, xulese, ewî usa jî navê xwe negot, adrêsa cîê xebata min pirsî û got, wê zûtirekê bê bal min.
Xêle wext şûnda yekî derê kabînêta min vekir û derda hat. Sifte min nas nekir, lê wexta kenya, ez ji cîê xwe rabûm û sek’imîm, sekinîm.
— Çye, tu min nas nakî? – ewî got û e’ks min nihêrî.
Ez dîsa dudil bûm û zûr bûm ç’evê wî nihêrî.
— Qijqij, çira ez ewqasî hatime guhastinê, wekî tu min nas nakî, — ewî hela xeberdana xwe kuta nekir, gava min xwe avîte pêsîrê.
— Xetîf…
Em çûne dest-rûê hev, tê bêjî du bira xerîbîêda rastî hev hatin.
Xetîf hevaldersê min bû. Min û wî sê sala tevayî mekteba navînda xwendibû. Ez û Xetîf ne ji gundekî bûn. Ew gundê cînarda dima. Ne gundê me, ne jî gundê wanda wî çaxî mekteba navîn tunebû. Merkeza nehîêda mekteba navîn hebû. Û em herdu ji gundêd başqe-başqe çiqas roje dihatine mektebê û diçûn. Me sê sala tev xwend. Ewî minra bi şîrinayî digot “Qijqij”. Lema jî nha, gava ewî ev nav hilda , min pêra-pêra tê derxist, wekî ew Xetîfe, çimkî ji heval, nasê min her tenê ewî minra usa digot.
Me gelekî ji hevdu hiz dikir, em hevra nonanî bira bûn. Nava wan sê salada rojekê neqewimî, wekî dilê me ji hevdu bimîne. Bi vê hizkirinê jî me mekteb kuta kir.
Paşî kutakirinê em dîsa car-cara rastî hev dihatin. Paşê ez gundê meda ketime ser xebatê, lê hema wê payîzê Xetîf birine eskerîê. Ewî çend neme minra şandin, min pêra-pêra caba wî da. Paşê hey bere-bere nemê me kêm bûn û kutasîê îdî me hevra nedinivîsî.
Paşê ez cîguhastî şeher bûm û îdî ez û Xetîf haj hev tunebûn.
Û aha paşî navbirya ewqas sala ez û Xetîf kêleka hev rûniştine, xeber didin, ji hevdu têr nabin.
Xetîf bona pirseke biç’ûk hatibû. Min hema cî bi cî ew pirs anî sêrî. Xetîf rabû, xwest xatirê xwe bixweze, here, lê min nehîşt.
— Tê kuda herî, bîna te cem min dernaê? – min gotê.
— Na, çira, min dixwest zû biçûma bigihîştama gund, — Xetîf got. – Dya min tenêye, dibe bitirse.
— Çira tu hela nezewicîyî, wekî xatya min tenêye? – min jê pirsî.
Xetîf xêlekê xwe ker’ kir, cix’are derxist, vêxist û ber xweda got:
— Na, ezî hela nezewicîme… Nha dya min tenêye, wê berxwekeve.
Min tex’mîn kir, wekî Xetîf nexwest bi hûrgilî caba pirsa min bide, lema pêra-pêra xwest xeberdanê bide guhastinê.
De, nedibû, wekî ez pey enena ketama, gava ewî ev yek nedixwest. Lema jî min îdî tu pirseke mayîn jê nekir. Ez rabûm, em tevayî hundurê kabînête derketin. Ez ketime mila û em tevayî çûn.
— Tu îşev t’u cîkîda naçî. Çye, xewa te cem Qijqijê te naê? – min gotê û em tevayî kenyan.
— Na, çira. Xewa min, wekî cem te neê, wê îdî cem kê bê, Qijqij can, — ewî bi ken got.
— De, wekî usane, em diçin malê. Şeve dirêjin, me jî zûda hevdu nedîtye. Emê qasekê hevra xeberdin, tê jî malê, zara nas bikî, — min gotê.
Xulese, min Xetîf anî ser rê û nehîşt ew wê şevê here. Em tevayî hatine malê.
Êvarê, paşî şîvê, ez û Xetîf ketne otaxa min. Me derî ser xwe girt û ketne xeberdanê.
Gilî hate ser jin û zara.
— Ez fem nakim, tu çira hetanî nha nezewicîyî? – min gotê. – Ne axir wedeye, îlahî gava xatya min jî tenêye, wehîde. Kurmanc dibêjin: “Zevya zû çandî, kurê zû zewicandî – zor Xwedê stendî”. Tu çira derengî dêxî?
Xetîf pêra-pêra caba min neda. Serê xwe kire ber xwe, pitikêva mijûl bû. Êpêce wext xwe ker’ kir, paşê serê xwe hilbirî, min nihêrî, lê zû-zû berê xwe qulç’da kir.
— Ê, bira, ecêbmayî nemîne, — Xetîf bi keser got. – Ya min, tê bêjî, kapê xezevê ketye stûê min. Ez dixwazim bizewicim, lê birîna min kew nagre, ez nikarim bi dilê şkestî bizewicim.
Min xwest pê bihesim, çika çi bûye, çira nikare bizewice.
— Serhatya min dirêje, — Xetîf got. – Ne cayîze vê şevê serê te bêşînim. Dha rinde were em xwera derheqa pirseke mayînda xeberdin.
Lê ez qayîl nebûm.
— Qet vê şevê rindtir tune, — min gotê. – Serê min bona serhatya dirêj wê neêşe, lê wê bona xema dilê hevalê min bêşe, wekî minra nedîhare. Herkê tu qedrê min digrî, gotî gilîê xwe minra bêjî, yanê na hevaltya me herame.
Xetîf serê xwe kiribû ber xwe, pitikêva mijûl bû û dengê xwe nedikir. Min tex’mîn kir, wekî Xetîf gelekî hatye guhastinê. Ne Xetîfê berêye, laqirdya nake, kêm xeber dide, timê serê wî berdane. Berê Xetîf deqekê nikaribû ker’ bisekinya, dikenya, xweşîê xwe hevala dikir, diçû, dihat. Hemû şuxulê wî lez bû. Na, gelekî hatye guhastinê, ne Xetîfê berêye. Min pêra-pêra fem kir, wekî xemeke giran tabetîê nadê.
— De, wekî tu gelekî minda dikevî, ezê bêjim, — Xetîf got, cix’arek derxist, vêxist, çend qulap lêdan û dîsa xêle wext xwe ker’ kir.
Min tex’mîn kir, wekî serê gilya digere, dixweze fikrê xwe bicivîne ser hev, paşê destpê bike.
Xetîf destê xwe da ber enya xwe, min nihêrî û paşê vegerya dêrî nihêrî, tê bêjî dixwest zanibe, çika derî girtye, xwe kes guh nade me. Gava dît derî girtye û ez jî bêsebir hîvya gilîê wîme, bi dengekî nerm destbi serhatya xwe kir.
“Min hela mektebêda dixwend, gava ez ser qîzeke gundê me bengî bûm. Navê wê Zînê bû. Ewê paşî me mekteb xilaz kir. Qîzeke gelekî aqil û merîfet bû. Yazix bavê nehîşt, wekî ew xwendina bilind dest bîne. Ewê bûbûya pêşekzaneke gelekî baş.
Min gelekî jê hiz dikir. Dilê wê jî minda hebû. Em car-cara rastî hev dihatin. De, rasthatina gund jî tu rind zanî: yanê çolêye, wexta keç’ik diçine pincarê, yanê nava gunddane, wexta tên ber hevra derbaz dibin. Diqewimî, wekî car-cara paşî dersa em hîvya hev disekinîn û em tevayî vedigeryane gund. Hetanî pira binetara gund em tevayî dihatin, paşê ez jê diqetyam, diketim bin pirê. Ew diçû digihîşte malê, paşê ez bin pirê derdiketim û dihatim. De, tu xeysetê gundîê me zanî, wekî em tev bidîtana, wê hûk têkirana mûkekî. Lê wexta em êpêce wext rastî hev nedihatin, ewê bi destî hevala xwe minra neme dişandin, min jî caba wê dida. Yanê jî min dişandin, ewê caba min dida. Xulese, çi serê te bêşînim, hizkirina min û wê ha kişand hetanî ez gihîştim koma deha. Me soz û qirarê xwe kire yek, wekî çawa min koma deha kuta kir, ezê mala mera bêjim, bira here sozekî bavê Zînê bistîne, û gava Zînê mekteb xilaz kir, emê herin ewê nîşankin”.
Xetîf xwe ker’ kir, cix’arek jî derxist, vêxist.
— Tu qawê naxwezî? – min jê pirsî.
— Hebe, xirab nîne, — ewî xwest mînanî berê laqirdya bike. Lê tu tişt jê derneket.
Min gote kulfeta xwe, wekî mera qawê hazirke. Çend deqa şûnda ewê mera qawe anî, danî ber me û derket.
Xetîf gulmek, dudu qawe vexwar û dûmayî da xeberdana xwe.
“Lê bextê min lêneda. Tê bîra te wê baharê, berî dayîna întama kutakirinê, rehme çûyê tebe, bavê minbe jî, çû rehmetê.
De, eme heznî bûn, necayîz bû, wekî pêra-pêra paşî mirina bavê min mala me biçûya qîz minra nîşankirana. Ne jî zarê min digerya min malêra bigota”.
Dîsa navbirî da xeberdana xwe. Qawa xwe temam vexwar, fîncana xwe deverûya danî û got:
— Tu nikarî minra binihêrî? – kenya û zûr bû min nihêrî. – Nha kê çi bêje, ezê bawer bikim.
Min serê xwe hejand û bû niç’e-niç’a min.
— Mala te avabe, tu wê yekê bawer dikî? Çira çi dewrane, wekî guh bidne gilî-gotinêd usaye vir-derew?
— De, gilîk bû min got, mala te avabe, hindik ma min nizanim nava çida gunekar bikî, — Xetîf bi beşereke xweş got, ji cîê xwe rabû, nava otaxê çû, hat. Êpêceyî gerya, paşê vegerya, hat cîê xweda rûnişt û serhatya xwe pêşda bir.
“Min mekteb kuta kir. Çend meh ketine ortê, payîzê gazî min kirin, ez birme eskerîê. Tu rind zanî, wekî nedibû min jêra neme binivîsyana. Ji hevala tu kes haj hizkirina min û wê tunebû. Ne jî min karibû hevala wêra binivîsya, wê negotana bona çi wê qîza cahilra neme dişîne. Herneyse, destê min tam ji Zînê hate birînê. Min nizanibû, ewê mêrkirye yanê na. De tu tex’mîn dikî, halekî ha bona esker çiqasî çetine. Lê min ber xwe da, çimkî tu ç’areke mine dinê tunebû. Min hey car-cara neme hevalê xwera dinivîsî û hîvî dikir, wekî gundda çi diqewime, minra bi hûrgilî binivîse.
Rojekê jî min nema wî stend û, tê bêjî, yekî minra got, wekî nemêda tiştekî xirab heye. Min neme vekir û xwend. “Zînê nîşan kirine, dane yekî şeher”, — hevalê min nava tezetîê gunde mayînda eva jî dabû kivşê. Hilbet, ewî nizanibû, wekî ew be’sa teze minra kulekî çiqasî giran bû”.
Xetîf kesereke kûr rahişt, cix’areke dinê jî vêxist. Min dî, wekî cix’ara me kême, têra me nake. Ez rabûm, min baxşandin ji Xetîf xwest, gazî jina xwe kir, gotê, wekî here mera çend top papîrosa bîne, vegeryam hatim cem Xetîf. Serê wî hela berda bû, ketibû nava be’ra fikira. Vegerandina min tex’mîn nekir. Ez qestîka kuxyam. Ewî serê xwe bilind kir, min nihêrî, lê dîsa dengê xwe nekir.
— Paşê? – min jê pirsî.
Xetîf çend cara enya xwe mizda, paşê bi dengekî nerm xeberdana xwe pêşda bir.
“Serê te neêşînim, Zînê nîşan kirin. Hilbet, ez gelekî ber xwe ketim, paşê duşurmîşî xwe bûn: “Heyran, qîza cahile, wê mêr bike. Xwe ne dergîstya mine, ez ewqasî ber xwe dikevim? Zef jî min û wê sozek dabû hev. Bira here, Xwedê ox’ira wêrabe”.
Û min her teherî cedand kula xwe bîr bikim. Xêle wext şûnda rastîê jî tê bêjî min ew bîr kir.
Min bi rûkî-rûspî qulixkirina xwe kuta kir û vegeryame gund. Sê sal derbaz bûbûn û nava wan salada gundda ewqas qewmandinêd mezin bûbûn!.. Geleka xwera avayê teze çêkiribûn, çend hevalêd min zewicî bûn, û nha îdî zarê wan hebûn. Min gelek zaro nas nedikirin, ji wana gelek pey çûyîna minra bûbûn, yêd mayîn mezin bûbûn. Mala xatya min jî ji şeher bar kiribû, hatibû gund, mehela pêşberda, kêleka mala bavê Zînê xwera avayî çêkiribû.
Carekê (roja duda bû) ez derketime ber derê me. Kambax, dile da, temûl nake. Û min bê hemdî xwe alîê mala bavê Zînê nihêrî. Ya!.. Yeke mînanî Zînê wê ber derê wan sekinye. Min ji ç’evê xwe bawer nekir. Min rind dîna xwe daê. Na, heyran, Zînêye, rêvaçûyîna wêye. Lê çira hatye? Ê, dikare biqewime, mêvanî hatye mala bavê xwe, ez fikirîm. Lê ezî dudil bûm, dibe Zînê nîne, ber ç’evê min usa hatye kivşê. Lema jî ez bi wê fikrê çûme mala xatya xwe, wekî nêzîkva bibînim, çika ew Zînêye yanê na. Û ez hêdî-hêdî berbi mala xatya xwe çum, hey jî derê mala wan dinihêrim. Gava ez nêzîkî malê bûm, ew derkete derva, cîê xweda sekinî, min nihêrî. Ez jî bê hemdî xwe cîda sekinîm û zûr bûm min lênihêrî. Nişkêva ewê serê xwe kire ber xwe û lez çû hundur.
Ez çum mala xatya xwe. Min hevekî xeberda. Min lênihêrî wê Zînê derda hat. Selam da me û ser kursîê pêşber rûnişt. Min û wê xoş-bêş da hev, kêf-halê hev pirsî. Lê bi mirûzekî usa min dinihêre, tê bêjî min bavê wê kuştye. Xêle wext rûnişt, paşê rabû, çû.
Paşî çûyîna wê min ji xatya xwe pirsî, wekî Zînê çira hatye, ne ewê mêrkirye, çûye şeher.
Xatya min got, wekî mêrê wê merivekî nepake, yekî dizî qaçaxe, beytûkî wêderêye, roê nade sêrî, lema jî xeyîdye, eva çend meha qîza xwe hildaye hatye mala bavê xwe.
“Dêmek, qîza wê jî heye”, — ez dilê xweda fikirîm. Û ser wê yekê tê bêjî dilê min lê sar bû.
— Bextê wê belengazê tunebû, — dengê xatya min li min tesele bû. – Te nedî yekî çawa rastî wê hat.
Û xatya min got, wekî mêrê wê hemîn yekî quldire, naxebite, bûye cirm ketye stûê bavê xwe, hela serda jî Zînê dikute, dizêrîne. Zînê dêstda rojeke xweş nedîtye. Nava van salada eva çendik-çend care, wekî dixeyîde tê mala bavê xwe. Lê xezûr tê pey, dibe. Eva du mehe, wekî dîsa qîza xwe hildaye, xeyîdye, hatye mala bavê. Hetanî nha çend cara merî şandine pey, lê neçûye. Carekê jî t’îê wê û xwesya wê hatine pey, lê dîsa neçûye.
— Belengazê nha ketye orta du agira, — xatya min got. – Rê ji rya dernaxe. Ne tên qîza xwe dibin, destê xwe ser hiltînin, ne jî pakî xweyî dikin. Divên, xwesya wê xwestye qîzê xwera bibe here, lê Zînê nedaye, gotye serê min jêkin, destê min ji qîza min nabe”.
Xetîf av xwest. Ez çum aspêjxanê, min butulge “Cêrmûk” ji sarincê derxist, anî hat. Ewî fîncanek ava medenîê vexwar, cix’areke dinê jî vêxist û dû daê.
“Wexta ber min navê qîza wê didan, — Xetîf gilîê xwe pêşda bir, — tê bêjî yek kapek dikire stûê min, ez dixeniqandim. Ez nikaribûm wê fikrêra qeyîl bûma, wekî Zînê îdî dêye, ewleda wê heye. Fikra minda Zînê dîsa ew qîza berêye bekir bû. Lê wexta navê qîza wê dihate ortê, rastya te’l xwe dida hesandinê û ew, çi ku fikra minda hebû, temam beta vedibû, diçû. Û min qîza wê kiribû eynat, hey zanibû, wekî sebebê vê bêbextya Zînê ewe.
Raste, cara ewlin, gava min Zînê dît, ew agirê berê dîsa carekêra dilê minda gur bû. Lê wexta ez pê hesyam, wekî qîza wê heye, tê bêjî aveke sar ser wî agirîda kirin. Dilê min ser Zînê sar bû û ew jî kete nava rêza wan kulfetê gundê me, ku hebûn-tunebûna wan ber ç’evê min yek bû. Lê çawa paşwextîêda eyan bû, eva yeka rûva bû. Kûraya dilê minda agirê evîntîê bûbû antêx, lê vênesya bû. Û bere-bere wî antêxî xwe da hesandinê, usa kir, wekî çûyîn-hatina min mala xatya min dha gelekbe, wekî çye, belkî ez Zînê bibînim, ç’evê min ç’evê wê keve. Û ez dha gelekî çum mala xatya xwe, hatim. Her carekê diçûme wêderê ewqasî rûdiniştim, hetanî Zînê bi menya tiştekî dihat, me têr hevdu dinihêrî, wexta dikete çemê jî me gilîk-dudu hevra digot, paşê ez ji mala xatya xwe derdiketim.
Carekê, wexta xatya min derket çû kox, min ji Zînê pirsî:
— Le te çira usa kir?
Ewê ç’evê min nihêrî, paşê serê xwe kire ber xwe û êmekê ker’ bû.
— De, qewimî, da, — ewê caba min da û kesereke kûr rahişt. – Bavê min dilkir, min nikaribû bigota na. Kî zane, dibe yazya min jî usa bû, — û ç’evê min nihêrî, tê bêjî xwest wanda tiştekî bixûne. – Divên, merî nîvê rê jî vegere, ne poşmane, — ewê got û xwest bi wê yekê min ser hesa-hesaxe.
Min fem kir, wekî Zînê mînanî berê min hiz dike. Min jî gelekî jê hiz dikir. Lê ortêda gilî-gotin hebûn. Mala mêrê wê hela destê xwe ser hilnedabû, ewê dewîkar bû. Qîza wê hela cem bû. Dêmek, xwestinê min nikaribû, lê wexta birevanda, destê me û mala mêrê Zînê wê biketa hev. Lê min nedixwest vê yekê bikim, çimkî birê minî ortê û apê min şeherda diman. Dêmek, xwestinê min nikaribû, revê min nikaribû. Lê wê çawa bûya? Min bi xwe jî nizanibû. Ez bi temamî teslîmî hukumê wê demeyî xweş bûbûm û min nedixwest derheqa paşwextîêda bifikiryama. Min tex’mîn nedikir, wekî eva kirina me dikare gele gilîê xirab pêşda bîne. Çimkî xênji wê, rasthatinêd me û tezebûna evîntya me ez îdî derheqa tu tiştekî nedifikirîm”.
Xetîf dîsa ji cîê xwe rabû, nêzîkî îşkafa kitêba bû. Êpêce wext kitêba nihêrî, yek-dudu derxistin, vekirin. Paşê danî cîê wan, carekê-duda nava otaxê çû, hat, vegerya cîê xweda rûnişt, cix’ara xwe vêxist û dûmayî da xeberdana xwe.
“Lê tu navêjî xatya min îdî ser hisa-hisa ketye. Rojekê, wextê ez dîsa çûme mala wan, Zînê jî hate wêderê, xatya min paşî çûyîna wê hilda minra ha got:
— Kuro, lao, karê te Zînê neketye, ewe dewelîye. Usa neke, wekî destê apê te, birê te û mal-mêranê wê bikeve hev, ha! Hergê dilê te têda heye, bira bên bi erf-edetê dinê destê xwe ser hildin, emê herin tera bixwezin. Welle, ser bextê kurê mindabe, qusûra ç’evê min heye, qusûra keç’ikê tune. Em çawa bikin, bextê wê jî usa bû.
Min şerma serê xwe kire ber xwe û nikaribû caba xatya xwe bida. Serê min ber minda ez dêrîra derketim, çum.
Çend roja rûê min nedigirt ez biçûma mala xatya xwe. Çiqas jî dilê min dixwest ez menya tiştekî biçûma û min Zînê bidîta, lê min xwe zevt dikir û ez nediçûm. Xulese, xatya min kurê xwe şande pey min û dîsa rya min mala xatya min vebû”.
Wî çaxî kulfeta min derî vekir, derda hat. Xetîf navbirî da xeberdana xwe. Ewê çend top papîros danîn ser textê nivîsarê, pirsî, gelo tiştekî mayîn me nelazime. Wexta me gotê, wekî îdî tiştek nelazime, ew dêrîva derket, çû. Paşî çûyîna wê Xetîf vegerya ser min û got:
— Xûşka min wê tiştekî nebe dilê xwe, wekî em çira ketine otaxê û me derî ser xwe girtye, dizîkava xeber didin?
Min gotê, wekî xeysetê wê usa nîne, ew tu wexta nakeve nava xeberdana mêra û ne jî dixweze pê zanibe, wekî ew çi xeber didin.
Xetîf fîncane ava medenîê jî nîvî kir, vexwar, fîncan danî cî.
“Zînê zanibû, wekî ez naxwazim rûç’kê qîza wê bibînim, — Xetîf gilîê xwe pêşda bir. – Lema jî wexta dihate mala xatya min, hertim tenê dihat. Me bi bengza dha gelek tişt hevra digot, ne bi zar-ziman. Timê dihat pêşberî min rûdinişt, qestîka tiştekîva mijûl dibû, lê bin ç’evara zûr dibû min dinihêrî.
Rojekê ez û wê tenê malda man. Min hilda jêra got:
— Tu çira qîza wana naşînî?
Zînê avrûke tûj da min, serê xwe berjêr kir û xêle wext xwe ker’ kir.
— Ne cegera mine, — ewê hêdî ber xweda got. – Ezê çawa rabim destê xwe cegera xwe bikim?
— Cegera teye, lê xweyê qîzê hene, — min gotê. – Hetanî tu qîza wana ser wanda neşînî, ewana dest ser te hilnadin.
— Lê wexta wana dest ser min hildan? – ewê bi cûrê pirsê got û xeberdana xwe temam nekir, tê bêjî tiştek hat gewrya wê hasê bû.
— Wexta bên destê xwe ser te hildin, — min gotê, — mala meê bê bi erf-edetê dinê te bixweze.
Zînê êpêce wext xwe ker’ kir, çawa dihate kivşê, ew ser safîkirina pirsekêda difikirî.
— Lê xelqê neke qar nede serê te, wekî tu xort te çûye jineke berdayî stendye? – Zînê lez got û zûr bû ç’evê min nihêrî. Dihate kivşê, ew ser vê gotina xweda gelekî fikirîbû û nha jî ç’evê min dinihêrî, dixwest xênji caba min usa jî tiştekî mayîn ç’evê minda bixûne.
— Ew şuxulê mine, çî xelqêrane, — min bi bawerî gotê, — ez nha qilîç’keke te bi hevt qîza nadim.
— Tu zanî, ez bona te ditirsim, — Zînê bi dilekî baristan got. Dihate kivşê, ewê ç’evê minda jî bawerbûn dîtibû. – Ez naxwezim bona min qusûrek bê ser navê te.
Xeberdan me herdua nebû. Wexta min ç’evê wê dinihêrî, şerma serê xwe dikire ber xwe. Lê wexta min lênedinihêrî, tex’mîn dikir, wekî zûr bûye min dinihêre.
— Keç’ka belengazê çi zyanê bide te, wekî tu naxazî ew cem min bimîne, — Zînê nişkêva bi dilekî şkestî gote min.
Ez hîvya wê pirsê nîbûm. Demekê tevhev bûm, lalome min ket, tu cabeke bi bawer nikaribû bidaê, her tenê hilda ha gotê:
— Ne wexta keç’ik cem tebe, em nikarin bên te bixwezin.
— Qelpîê neke, usa nîne, — ewê bi bawerî gote min. – Te tirê ez nizanim te wê belengazê kirye eynat? Nizam çima. Ewê nanê p’ara te xwerye, çye?
— Ewê nanê p’ara min nexwerye, lê bûye sebebê bextê min, mirazê min, — min gotê.
— De, wekî bûye sebebê bextê te, — Zînê bi kelogirî got, — ezê wê sebebê ortê bidme hildanê. Gunê wê stûê te…
Kela girî da qirikê, xwe zevt nekir, destmal ji ber pişta xwe derxist, ç’evê xwe temiz kir, tu gilîk îdî negot û lez dêrîva derket, çû”.
Dîsa derî vebû, kulfeta min derda hat. Xetîf xwe ker’ kir.
— Birê Xetîf, tu bibaxşîne, — ewê gotê û vegerya ser min, — lo-lo, ezê herim mala cînara meye pêşber, wekî tiştek lazimbe, eze wirim, bêy gazî minkî. Min zaro îdî kirine nava cya. Otaxa xweda razane.
Min gotê, wekî dikare here. Derket û çû. Ez pey çum, min derê derva dada, paşda zivirîm, hatim û cîê xweda rûniştim.
— Tu bibaxşîne, wekî min navbirî da gilîê te, — min gote Xetîf. – De, keremke, gilîê xwe bike.
Xetîf hevekî xwe ker’ kir. Pitika destê xweva mijûl bû. Paşê bi dengekî kesirî serhatya xwe pêşda bir:
“Zînê çend roja nehate mala xatya min. Ez difikirîm, dibe poşman bûye, naxwaze qîza wana bişîne. Dernedikete ber dêrî jî, wexta derdiket jî, pêra-pêra diçû malê. Carekê, duda, wexta ez diçûme mala xatya xwe, ew ber dêrî bû, lê çawa ç’ev min diket,diçû hundur.
Min nizanibû, çi bikira. Alîkîda difikirîm, wekî Zînê poşman bûye, îdî naxwaze ez wê bistînim, alîê mayînda difikirîm, wekî dibe orta dya wê û xatya min tune, lema naê. Lê paşê ez pê hesyam, wekî orta wan mînanî berê gelekî xweşe. Lê çima Zînê naê mala xatya min? Eva yeka minra terî bû. Ma hetanî rojekê.
Wê rojê, mînanî hercar, paşê pezê nîvro ez çûme mala xatya xwe bi wê gumanê, wekî ezê îro tiştekî pê bihesim, ka Zînê çira naê wêderê. Tê bêjî dilê min şedetî dida, wekî îro ew pirs minra safîbe. Ez qestîka hêdî-hêdî çum, hey carna sekinîm. Min xwe egle kir, belkî Zînê min bibîne û bê mala xatya min. Rastîê jî ewê ez dîtim, dûrva serê xwe alîê mala xatya minda minra hejand, yanê tu here, ezê va bêm mala xatya te.
Xêlekê şûnda Zînê hat. Te Zînê dinihêrî, te tirê teze ser şînê rabûye. Ç’ev lê sor bûbûn, werimî bûn, gula sûretê wê ç’ilmisî bû, kêfa wê tunebû. Wexta hat rûnişt, kire çemê avrûke usa tûj da min, wekî ez ecêbmayî mam. Evê çira ha kir, ev çi hatye serê wê?
Xatya min derket, nizam kuda çû. Ez û wê tenê man. Dûr rûniştibû, serê wê dîsa berda bû. Min tex’mîn dikir, wekî dixwaze gilîkî minra bêje, lê nikare. Bona Zînê bidme xeberdanê min jê pirsî:
— Eva çend roje tu çira nedihatî mala xatya min?
Ewê dîsa xwe ker’ kir, tê bêjî gotina min nebihîst. Min xeberdana xwe ducar kir. Lê Zînê xwe ker’ kiribû.
Nişkêva serê xwe hilbirî, min nihêrî. Ç’evê wêda tijî hêsir bûn.
— Min xwestina dilê te anî sêrî, — ewê bi kelogirî got û îdî nikaribû dûmayê bide xeberdana xwe.
Min fem nekir.
— Çawa xwestina dilê min anî sêrî? – min jê pirsî.
— Erê, erê, hema rastîê jî min xwestina dilê te anî sêrî, — ewê gilîê xwe ducar kir. — Lê xwestina dilê te nîne, wekî ew bên qîza xwe bibin? Min hema usa jî kir, — teyax nekir û bû kûrînya wê, girya.
Teze min tê derxist, wekî ew çi dixwaze bêje. Me herdua jî xwe ker’ kir. Fesla wê demêye lape baş ker’bûn bû.
Xêle wext em herdu jî ker’ bûn. Îdî nedigirya, hey car-cara îske-îska wê bû.
— Erê, — tê bêjî ewê jî zanibû, ez ser gilya ketime, dûmayî da xeberdana xwe, — van çend rojada min gelekî rokir-pîva, tex’mîn kir, wekî tuyî rastî. Nabe, gotî bên qîza xwe bibin. Ez zanim, tu nikarî min birevînî (ez jî wê yekêra ne qayîlim), ne jî karî merîê xwe bişînî bên min bixwezin. Birevînî – destê apê te, birê te û wan nepaka wê bikeve hev û dibe rûê minda mêr bêne kuştinê. Nikarî bêy min bixwezî, çimkî wana hela destê xwe ser min hilnedane. Tiştê usa t’u cara nikare biqewime. Bextê min usaye, ez çawa bikim?..
Dîsa kela girî da qirikê, hêsira rê nedane hev. Bextê mera xatya min hela nehatibû. Ç’are min hatibû birînê, nizanbû çawa ber dilda bêm. Lê alîkîva jî min tex’mîn dikir, wekî dha rinde ez xwe ker’ kim, xuê nekme ser birîna wê, bira bigrî, dilê wê rehetbe. Êpeceyî girya, paşê bi destmalê ç’evê xwe temiz kirin.
— Zanî, — ewê nişkêva gote min, — min îro neme wanra nivîsî, wekî bên qîza xwe bibin. Min nemeke usa ser wanda şand, ew şewitandin, çawa wan dilê min şewitandye.
Zînê îdî nedigirya, ç’ila bûbû sekinîbû.
Min dîsa xwe ker’ kiribû, ez ketibûm dereceke usa, wekî min nizanibû çi bikira. Bigotaê “te rast kirye”, wekî usane dîsa minê kula wê tev rakira. Bigotaê “te rast nekirye” min nikaribû, çimkî çi kiribû – bi xwestina min kiribû. Ez fikirîm, wekî dha rinde xwe ker’ kim. Nha ne wextê xeberdanêye.
Min Zînê dinihêrî, dilê min dişewitî, bona wî halê wê ez jî berxwe diketim. Lê alîê mayînva ez dilê xweda şabûm, wekî ew hasêgeha orta me wê zûtirekê bê hildanê û emê bigihîjne mirazê xwe.
Merî ecêbe, tu kes nikare ruhê merya rast femke. Vê carê min xwexwa jî ji xwe fem nedikir. Alîkîva min didît, wekî ez dibim sebebê wê yekê, wekî dê ewleda xwe bihêle. Û bona vê yekê ez ber xwe diketim. Lê alîê mayînva hema eva bêbextya wana dibû menya şabûna dilê min. Van herdu fikra serê min kiribûne meydana şera û min xwexwa jî tu tiştek ji xwe, ji îsafa xwe fem nedikir. Rastîê jî reha beyantîê hela nava ruhê meda heye û wexta dikeve çemê, ew pêra-pêra xwe dide hesandinê”.
Xetîf ji cî rabû, ker’e-ker’ çend cara nava otaxê çû, hat. Qulap ser qulapa lêdida, dihate kivşê kela dilê wî gelekî rabûbû. Çû, hat, ber pencerê sekinî, derva nihêrî. Êpêceyî ber pencerê sekinî û cix’ara xwe kişand. Gava cix’ara xwe kişand, kuta kir, vegerya hat ser cîê xweda rûnişt û gote min:
— Tu vê serhatya min eaciz nebûy?
— Lê mala te ava bûyî, — min gotê, — çawa tiştê usa divêjî? Eaciz nebûyî kîjane? Wexta lazimbe, ezê hetanî sibê bi hizkirineke mezin guh bidme serhatya te. Bêje, bêje, çika paşê çi qewimye, çi hatye serê te.
Xetîf ç’evê min nihêrî. Tê bêjî hate bawerkirinê, wekî qelpî nava xeberdana minda tune, bi hemdî xwe xeberdana xwe pêşda bir.
“Wê rojê şûnda Zînê usa dikir, wekî deqekê qîz jê dûr nediket. Eger berê ewê qîza xwe xwera nedanî mala xatya min, lê nha bê wê nedihat. Her gava bihata, destê qîza xwe digirt, xwera danî. Diqewimî, wexta dikete xeberdanê, qîza wê tevî zara derdiket ber dêrî û dilîst. Gava ewê didît, wekî qîza wê ne bale, mînanî merîê dîn cî quloz dibû, gazî qîzê dikir û hetanî qîz nehata bal rûnenişta, hêsa nedibû.
— Îlla bavê te mirê, tu kuda çûbûyî? – Zînê digotê, dida ber hemêza xwe, tê bêjî wê zanibû, wekî yekê zorê qîzê jê bistîne.
Min ev her tişt ber ç’evê xwe didît û serederî ji xwe, wê û qîzê dernedixist. Carna fikra minra derbaz dibû, wekî bêjmê bira qîza xwe neşîne. Wî çaxî wê destê xwe ser hilnedana, qîzê jî bûbûya edûya me. Ez bona paşwextîê jî difikirîm: ne axir ez xeysetê gundîê me rind zanim, wê ese têkin qar bidne serê min. Wekî dinê jî, çawa min got, min keç’ikê kiribû eynat, ew ber ç’evê min bûbû me’rekî reş. Digotin, wekî keç’ik gelekî mînanî bavê xweye. Raste, min bavê wê nedîtibû, lê wexta min keç’ik didît, pêra-pêra mêrê Zînê dikete bîra min û tê bêjî şelte bûz didan ser agirê dilkê minî gur’. Paşî şandina nemê ez û wê çiqasî jî mala xatya minda tenê bimana (hemîn qîz jê dûr nediket), zarê me dikete hev û me nikaribû xeberda. Me ç’evê hev dinihêrî û tê bêjî îdî her tişt hevra digot. Çawa dibêjin, dema ha dil xeber didin, zar bêç’arin.
Carekê, duda min gotê, wekî here çolê em wêderê rastî hev bên. Ewê avrûke tûj da min û berk înkar kir. Cara kutasîê, wexta dîsa min ew yek gotê, ewê bi hêrs gote min:
— Wekî tu careke mayîn jî gilîê usa bînî ortê, ezê îdî neême vira jî. Te bihîst, eva cara kutasîêbe, wekî ez gilîê usa ji devê te dibihêm. Tu gerekê gelekî razîbî, wekî ez tême vêderê.
Wê rojêda min îdî qutar nekir bêjmê, wekî em çolê rastî hev bên. Tera bêjim, fikra minda tiştê xitab tunebû, lê min tex’mîn kir, wekî ew gotina min bi teherekî mayîn qebûl dike. Lema jî min îdî gilîê usa neanîne ortê. Û em dîsa her tenê mala xatya minda rastî hev dihatin.
Çendek kete ortê. Nava wî wedeyîda Zînê êpêceyî belengaz bû, tê bêjî roj bi roj şûnda diçû. Ew eşq û kenê berê jê dûrketibûn, timê pormijî, serê wê berda difikirî û min tex’mîn dikir, wekî gelekî xweda dişewite. Xatya min jî eva yeka tex’mîn kiribû û rojekê jê pirsî:
— Zînê, lao, tu van roja ber ç’evê min gelekî belengaz bûyî. Xwe cîkî te naêşe?
Zînê miç’iqî, tê bêjî tex’mîn kir, ku yek sura wê hesyaye, tevîhev bû, alîê min nihêrî, lê wexta dît ez cîê xweda rehet rûniştime, serê xwe kire ber xwe û bi dengekî lerizî cab da:
— Na, xatî, cîkî min naêşe…
Rojekê jî Zînê hate mala xatya min. Qîza wê ne pêra bû. Ez ecêbmayî mam. Bengzê wê qet merya xweş nedihat. Min çiqas alîê wê dinihêrî, lê tê bêjî ez bona wê tunebûm, qet carekê alîê min nenihêrî.
Wexta xatya min derket û min jê pirsî, wekî keç’ik kuye, ewê ha got:
— Min malda hîştye, bira gelekî hînî min nebe. Yanê na wexta bên bibin, wê gelekî berxwekeve…
Û hêsira zya-zya ç’evara hatin. Min tex’mîn kir, wekî k’ûreke çawa bin sîngê wêda dişuxule.
— Tu zanî, — ewê gote min, — dya min, bavê min nizanin, wekî min nemeke usa şandye. Wana ku zanibûya, tu wexta nedihîştin min bişanda. Lê şandin lazim bû.
Ewê eva cumla kutasîê bi teqleke usa got, wekî wî çaxî min hela tex’mîn nekir, bi wê yekê çi dixwaze bêje. Nha min fem kir. Ezê bi sirê bêm û derheqa wê yekêda jî bêjim”.
Xetîf xwe ker’ kir. Destê xwe dirêjî qaba papîrosê kir, yek derxist, pişirand, paşê pitik hilda û vêxist. Çend qulapê zex’m danê, dû rind hecam kir. Serê xwe kire ber xwe, fikirî. Dihat kivşê, fikrê xwe dida tomerîkirinê û dixwest usa bêje, wekî gotinê wî mînanî tizbya pey hev bikevne rêzê, bên. Min jî papîrosek vêxist, çend qulap danê, lê Xetîf hela ker’ bû. Êpêce wext dengê xwe nekir, paşê serê xwe hilbirî, ç’evê min nihêrî, tê bêjî dixwest bipirse, çika min bîr nekirye, wekî kîderê sekinye. Min serê xwe hejand, xwest bêjmê, wekî bîra min neçûye, Xetîf pêra-pêra tex’mîn kir, keserek rahişt, qulapeke kûr da cix’arê û dûmayî da xeberdana xwe:
“Nava wan rojada hema dengê avtokê nava gundda bihata, Zînê direvya derva. Wêa tirê malmêranê wêne hatine pey qîza wê bibin. Û wexta eyan dibû, wekî ew nînin, Zînê sistbûyî, hevekî ser selê ber dêrî rûdinişt, dihate kivşê bîna xwe distend, paşê diçû malê.
Xulese, ew roj hat. Xwesya wê û t’îê wêyî biç’ûk hatin, wekî qîza Zînê bibin.
Wê rojê Zînê ji mal derneket. Ez çend cara çûme mala xatya xwe, lê ew nehat. Mala wanda qalme-qalmeke mezin bû. Xatya min got, wekî dya wê û bavê wê haj pê tunebûne, ku ewê neme nivîsye. Nha pêra dikine şer. Xwesya wê, t’îê wê ber digerin, lava dikin, çawa dikin-nakin, ew qayîl nabe here. Xatya min got, Zînê qet deqekê nahêle qîz jê dûrkeve, wê tirê hema nha wê keç’ikê hildin û bibin. Lê wexta dibêjnê, wekî bira keç’ik cem bimîne, dîsa qayîl nabe. Ser vê yekê bavê çend şemaq danê û gotîê: “Em divên bira keç’ik bimîne, tu qayîl nabî. Em divên bira keç’ik bibin, tu dîsa qayîl nabî. Xwe em ne pêkenîê tene!”
— Lo-lao, kê dikare dilê dê fem bike, — xatya min got. – Belengazê xwexwa jî nha ji xwe fem nake. Belkî aykê wê mêrê wêra nemîne. Çawa gunê wê belengazê û wê tifala biç’ûk kire stûê xwe.
Wê rojê xwesya wê û t’îê wê mala bavê Zînêda man. Ez hetanî êvarê dereng mala xatya xwe derneketim, lê usa jî ç’evê min ç’evê Zînê neket”.
— Zanî çi, filankes, — Xetîf vegerya ser min, — gava nha ez serhatya xwe tera gilî dikim, tê bêjî dilê min hevekî rehet dibe. Nha ez gelekî şame, wekî îro venegeryam û vê şevê bal te mam. Ez hatime bawerkirinê, wekî rast dibêjin, gava derdê xwe, xemê xwe yekîra gilî dikî, penca dilê te datîne. Vê carê usa hate serê min. Raste, min hevekî serê te êşand, lê tişt nake, dilê min êpêceyî rehet bû.
— Serêşandin ortê tune, — min gotê. – Ez gelekî şame, wekî tu îşev mayî, me xwera xeberda. Serhatya te usane, tu usa şewat, yeko-yeko gilî dikî, wekî ez dikarim du şev-roja jî guh bidme gilîê te.
“Rojtira mayîn nîvro şûnda xwesya Zînê, t’îê wê, dê-bavê wê destê keç’ikê girtin, mal derketin. – Xetîf kesereke kûr rahişt û gilî kir. – Ez dûrva sekinî bûm, ç’evê min lê bû. Zînê wanra derneket. Wana destê keç’ikê girtin, hatin orta gund û hîvya firxûna şîr sekinîn, wekî bê lê syar bin, herin merkeza nehîê, wêderê avtoê syar bin û herin stansîa rya hesin.
Derê mala bavê wê girtîbû. Ewana xêle wext orta gundda man, çend kulfetê gundê me çûn dora wan berev bûn. Wextekê min dîna xwe daê – derî vebû û Zînê mînanî hirç’eke har ji malê derket, berbi orta gund revî, li ku ewana li hev top bûbûn. Çû gihîşte wan, dadaê keç’ik ji destê xwesya xwe girt, da ber sîngê xwe, herdu desta hemêz kir. Dê xwest keç’ikê ji dêst hilde, lê ewê destê dya xwe wêda da. Keç’ik girtibû xwe û paç’ dikir, serê wê dida ser sîngê xwe, careke mayîn xwe durdixist, lê dinihêrî û dîsa dida ber sîngê xwe û paç’ dikir. Evê yekê êpêceyî kişand hetanî firxûna şîr ji ber gomê kolxozê jorda hat û ber wan sekinî. Xwesya wê, t’îê wê lê syar bûn, lê keç’ik hela ber dilê dê bû. Ewê jî destê xwe stûê dêra biribû û bernedida.
Dya wê çend cara xwest keç’ikê jê bistîne, lê ewê nedaê. Bavê milê wê girt û destê xwe berbi firxûnê kir, tex’mîna min gotê, wekî ew jî lê syarbe, here.
Lê Zînê nişkêva keç’ik danî ser firxûnê, paç’ kir û bi pêşa dêre ç’evê xwe temiz kir û pişta xwe daê. Firxûn rêket. Dê nêzîkî Zînê bû, destê wê girt û çend gava berbi malê çûn. Firxûn îdî êpêceyî dûrketibû. Nişkêva Zînê destê xwe ji destê dê derxist û baê xwe revî, da pey firxûnê. Cimeta wêderê cîê xweda sar bû, sekinî. Firxûn lez diçû. Him pişta firxûnçî, him pişta xwesya wê û t’îê wê Zînêda bû û wana nedidît, wekî ew pey wan direve.
Ez dilê xweda fikirîm: “Xwedê zane, Zînê çû, îdî venagere”.
Zînê dabû pey firxûnê, direvya. Dê dabû pey wê. Jineke gundê me firxûnçî kire gazî. Firxûn sekinî, Zînê gihîştê, lê syar bû, keç’ik da ber hemêza xwe. Dê pêra neguhîşt, firxûnçî hesp dane ber qamçya û firxûn rêket.
Ez cîê xweda bûbûm rusas sekinî bûm. Ez bawer bûm, wekî Zînê îdî venagere. Hetanî firxûn çû nepenîêda unda bû, ez cîê xweda bûm. Paşê bi dilekî kul berbi mala xatya xwe çum, wekî wêderê qe na gilîkî bihesim. Le tu kesekî tiştek nizanibû, her digotin, wekî ewê xwexwa dew kirye bên qîza xwe bibin, xwexwa karê wê kirye, serê wê şûştye, kincê wêye teze lêkirine, hela malda çûye rûê wê, dê-bavê xwera gotye, wekî hûn bibin herin, verêkin, ez naêm. Lê paşê çi fikirye, çira usa kir? Kesekî nikaribû caba wê pirsê bida. Dya wê jî mala xatya min bû û xwexwa jî nizanibû, wekî Zînê wê here yanê vegere.
Rastîê gotî, min dixwest, wekî Zînê here. Raste, min gelekî jê hiz dikir, lê ew zulma, ku min ber ç’evê xwe dît, ez anîbûm ser wê fikrê, wekî dinyaêda wê yekê xirabtir tişt tune, gava destê dê û ewled ji hev dikin. Min digot, cenima hizkirina min. Her tenê bira ez nebim sebebê wê yekê, wekî destê dê û ewled ji hev bibe. Û min zanibû, wekî Zînê vegere, wê ese kerba ecêbekê bîne serê xwe yanê jî bide pey qîza xwe here. Eva axirîê bona wê dha xirab bû, wê lap bêqedir, bêqîmet bûbûya. Lê min ew yek nedixwest. Dha pake bira nha qîza xwera here, wê bêjin xwesî, t’îê wê çûne pey, anîne.
Ez êpêceyî mala xatya xweda rûniştim, min gelekî rokir-pîva û bi wan xem-xiyal, fikrê giranva jî wêderê derketim, berbi orta gund hatim.
Êpêce cimet orta gundda berev bûbû. Gişka derheqa kirina Zînêda xeber didan. Hineka gunê xwe pêdanîn, hineka ew gunekar dikirin, wekî çira usa kirye, lê piranî ser wê fikrê bûn, ku dilê dê bû, teyax nekir.
Çend sehet derbaz bûn. Wextekê min dîna xwe daê, wê peyak berbi gund tê. Niqitî dilê min, wekî Zînêye, vegerya. Lê pêra-pêra ez fikirîm, wekî nikare biqewime ew Zînêbe, çimkî ew dilekî usa kul çû, ku çetin karibe terka qîza xwe bide.
Ç’evê min wî peyayî bû. Hat, nêzîk bû, eva Zînêye. Rya xwe dagerand, binetara gundra, fêza malara berbi malê çû. Serê wê berda, bê hemdî xwe gav dida, diçû. Hetanî çû kete malê, ç’evê min lêbû. Paşê ez dîsa êpêce wext sekinîm, wekî derê derva ez bibînim, lê usa jî hetanî êvarê ji malê derneket.
Sibetirê ez dîsa çûme mala xatya xwe. Lê Zînê nehat. Rojtira mayîn jî çum, lê Zînê ji mal derneket. Ez pê hesyam, wekî Zînê kerba nexweş ketye.
— Mala xweyê cegerê bişewite, — xatya min digot, — ceger zore. Bira gurê serê ç’ya derdê wê nebîne. Belkî aykê wê wanra nemîne, çawa destê dê û qîzê ji hev kirin.
Min tirê evan nifirê xatya min wê min qebûl bin, çimkî min xwe jî hesab dikir çawa sebebekî wê bêbextya Zînê.
Roja sisya Zînê hate mala xatya min. Nava wan rojada usa berxweketibû, wekî te tirê ruhê wê hatye serê poz sekinye. Dîsa cîê xweyî berê rûnişt û mînanî merîke gunekar serê xwe kire ber xwe.
— Zînê, lao, tu çira usa dest ber xwe hiltînî, — xatya min lê hilat. – Qîza min, tu guneyî, tê ecêbekê bînî serê xwe. Muhula xwe bîne, qîza min, Xwedê reme, gerekê neheqî erdê nemîne.
Bû kûrînya Zînê, girya.
— Xatî, — ewê kelogirî gote xatya min, — min xwexwa anî serê xwe, kesekî neanî serê min. Çi jî bê serê min, heqê mine, kes gunekar nîne.
Paşê Zînê got, wekî wanra çûye hetanî merkeza nehîê, ew kirine avtoê, verêkirine, hêja vegeryaye. Sifte xwestye ew jî wanra here, lê peşê poşman bûye, neçûye.
— Bê de stûê xwe bişkêne, wanra here! – Zînê got. – Kê zane, nha keç’ik tîye, birçîye, kê wê guh bide, dilê kê ser bişewite…
Û digirya, digirya. Xatya min dengê xwe nedikir, dibe difikirî, wekî girî dilê wê rehet dike. Xatya min qestîka gilîkî din anî ortê, wekî Zînê wê kula xwe bîr bike. Lê qîz ji bîra Zînê nediçû û timê derheqa wêda xeber dida. Îlahî, gava ç’ev zarê çaxê wêra diket, kela wê dha radibû û hêsira rê nedidane hev. Min nizanibû çi bikira. Ne destê min ji Zînê dibû, wekî min bihîşta, ez biçûma, ne jî ez dikaribûm ber dilê wêda bihatama. Her cara ewê min dinihêrî, min tirê me’ra li min xist, avrûê wê ewqasî tûj bûn. Nava xeberdanêda jî ewê te’n li min dixistin, lê pak bû, xatya min ser gilya venedibû”.
Zengilê dêrî lêket. Min baxşandin ji Xetîfê xwest û ez çum, wekî derî vekim. Kulfeta min bû ji mala cînar hat. Ewê pirsî, wekî emê kiderê razên. Min gotê, wekî cîê xwe otaxa biç’ûkda dayne. Ewê xwest şîvê bîne, lê Xetîf nehîşt, her tenê fîncane çayê xwest. Ewê mera çay anî, cîê me danî û çû otaxa zara, wekî razê.
Min û Xetîf çay vexwar, pencere vekir, wekî hewa temizbe.
— Were em bikevin nava cya, peyhatina serhatîê nava cyada bêje, — min gotê.
— Na, welle, ez naxwazim bikevim nava cya, tu dixwazî bikeve nava cya, — ewî gote min. – Xewa min naê, çira bikevim nava cya.
— Ez jî nazwazim bikevim nava cya, — min got û hîvya peyhatina serhatîê mam.
“Min ji Zînê fem nedikir, — Xetîf gilîê xwe pêşda bir. – Ew him minra qayîl bû û bi destê xwe qîza xwe şand, him jî nha usa bi eynat, bi kîn li min dinihêrî. Lê carna jî usa bi nazikayî, nazdarî, bi hizkirin min dinihêrî, wekî te tirê ne derdê wê hene, ne kula wê heye, pêşberî dilketîê wê rûniştye, dinya, der-dor temam bîr kirye û hiş-sewda wê her tenê ser wîye…
Ez ser vê yekêda êpêceyî fikirîm û kutasîê min tê derxist, wekî dilê wêda şerê du hizkirinane. Yek – ew hizkirina dêye berbi ewleda xwe, ya mayîn – hizkirina wêye berbi min. Û car zane, car heye, wekî hizkirina berbi qîzê zorê didê, car jî heye, wexta hizkirina min… Pêra jî min tex’mîn dikir, wekî çiqas diçe, dilê wê dha gelekî ser qîzê dişewite. Eva yeka bûbû xem, ketibû dilê min. Min rind zanibû, wekî ewê rojekê derevebe, çi dilê wêda heye, wê bide der. Lê kengê? Min nizanibû. Lê ez hîvîê bûm. Û tera rast bêjim, ez bi tirs hîvîê bûm, çimkî min tê derdixist, wekî ew agirê dilê Zînê yan wê qezyakê bîne sêrî, yanê jî wê hetanî-hetayê destê me ji hevdu bike. Min ji eva axirîê dha gelekî bawer dikir, nizanim çima, lê dilê min usa şedetî dida.
Dewsa wê yekê, wekî nha gotî dha gelekî bê mala xatya min, Zînê dha kêm çû, hat. Wexta dihat jî, pormijî bû, menî digirtin, zû derdiket, diçû. Paşî çûyîna qîzê ewê qestîka usa dikir, wekî em tenê nemînin, du gilya hevra nebêjin. Û me usa jî hevra xeber neda. Hetanî rojekê ç’ara min hate birînê û min bi teherekî ew da qandirmîşkirinê, ku du gilîê min hene ez dixwazim jêra bêjim.
Xulese, serê te neêşînim, kete çemê û em tenê man.
— Nha dilê te rehet bû? – ewê bi înk gote min. – De ser vê şîna min xwera şabe, te destê dê û qîzê ji hev kir.
Xeberdan bi min nebû. Bêy gotina wê jî min xwe gunekar dikir, ku alîê xweda bûme sebebekî wê zulma giran. Lê min tex’mîn kir, ker’bûn dest nade, lazime du gilya bêjmê, ber dilda bêm. Kambax devê min nedigerya.
— De bêje, te çi dixwest bigota, — ewê got û zûr bû ç’evê min nihêrî. – Ne te bi desta, ç’eva ez didame femkirinê, wekî dixwazî minra xeberdî. De bêje, hela merî derda nehatine.
— Wê kengê destê xwe ser te hildin? – ancax xeberdan bi min bû.
— Ez zef zanim, — ewê ber xweda got û tê bêjî ne hîvya wê pirskirina min bû. – Ewe wêderê, eze vira, ez zef zanim? Lê gotina te her tenê eva bû? Tu çira napirsî, wekî min çawa keç’ik verêkir? Nebî tu nha jî ditirsî, wekî dibe paşda bê, — bû axîna wê û kesereke kûr rahişt.
— Ez çi bipirsim, her tişt ber ç’evê mine, ez halê te dibînim û tex’mîn dikim, wekî te çawa verêkirye, — min gotê û qestîka pirsa wêye kutasîê bê cab hîşt.
— De wekî tu halê min dibînî, te çira ez gîhandim vê derecê? – ewê got û dîsa zûr bû ç’evê min nihêrî. – Na, tê kivşê, tu qet pirtîkekî min hiz nakî, tu tenê xwe hiz dikî û derheqa xweda difikirî. Gelo tu fem dikî, wekî bona te min keç’ik ser wanda verêkir? Gelo tê karibî bin vê yekê derkevî?
Pak bû xatya min derda hat û ez ji caba pirsa wêye giran xilaz kirim. Lê min rind tex’mîn kir, wekî Zînê hîvîêye, ku ezê jî bona wê tiştekî mezin bikim, wekî anegorî kirina wêbe. Lê çi bikim? Min bi xwe ne zanibû û ne jî tex’mîn dikir. Hilbet, derheqa hizkirina xwe û Zînêda min tu qûl-bendara gilîk negotibû. Mînanî wê teyredê, ku wextê qezyayê serê xwe dike nava qûmê, vedişêre û dijmin nabîne, wê tirê dijmin jî wê nabîne. Nha ya min bû: min jî tirê, min ku kesekîra tu gilîk negotye, xelq kore, nabîne, wekî min rya mala xatya xwe kirye Rya kadiz. Tu navêjî gişk ser hesa-hesa ketine, bûye şare-var ketye nava gund. Lê ez jî mînanî merîê guhê gêda razayî haj tu gilî-gotina tunebûm hetanî rojekê.
Wê rojê em, cahil, dîsa orta gundda berev bûn. Ç’evê min lêbû, çika Zînê wê kengê here mala xatya min, wekî ez jî pey herim. Wexta min dît Zînê çû mala xatya min, ez jî berbi wêderê çum. Cahilekî hevalê min ji min pirsî:
— Tê kuda herî?
Yekî berzeq jêra got:
— Çira tu nizanî, camêrî wêderê binga germ kirye? “Menya sergîna diçin gundê mexîna”.
Bû pîrqînya cahila kenyan. Xûdaneke sar ser minra avît. Min fem kir, wekî sura me dîhar bûye. Min xwe ker’ kir, serê xwe kire ber xwe û bi kulzikî berbi mala xatya xwe livyam.
Kêfa min tunebû. Zînê eva yeka pêra-pêra tex’mîn kir û wexta em hevekî tenê man, ji min pirsî:
— Îro çira kêfa te tune, bengzê te merya xweş naê?
Çi qewimî bû, min jêra got û serda zêde kir, wekî tê kivşê nha gund-gundîtî derheqa vê yekêda zane. Zînê serê xwe kire ber xwe, fikirî. Paşê nişkêva serê xwe hilbirî, min nihêrî û pirsî:
— Tu boma wê yekê berxwe dikevî, erê?
— Lê çi, hela tişt ortê tune, — min gotê, — em îdî bûne pizika ser zar-zimana.
Gonekî te’l hate Zînê, dihate kivşê, gotina min ne bi dilê wê bû. Lê îdî dengê xwe nekir, em hevekî jî ker’-lal rûniştin, paşê ewê menî girt, derket, çû”.
Xetîf rabû, çû pencere girt. Dîsa ber pencerê sekinî, derva nihêrî. Derva te’rî bû. Zûda nîvê şevê derbaz bûbû, ronaya pencera temirî bû. Qalme-qalma kûç’ê kêm bûbû.
Xetîf paşda zivirî, hat, cîê xweda rûnişt, cix’arek derxist, pişirand, lê vênexist, danî alîkî. Fîncan hilda, xwest here aspêjxanê avê vexwe. Lê min nehîşt. Fîncan ji dêst girt, çû jêra av anî.
— Av ser ava Rewanêra herame, — ewî got û cix’ara xwe vêxist. – Ava haye sar dilê merya rehet dike. Lê nizanim çi bikim, wekî ev xema han dilê min derê?
— Ber xwe nekeve, Xwedê reme, — min gotê.
Xetîf caba min neda. Xêlekê xwe ker’ kir, paşê dîsa xeberdana xwe pêşda bir.
“Paşî vê yekê tê bêjî Zînê xwe ji min sepe dikir. Wexta ez wir bûm, kêm dihate mala xatya min. Lê gava dihat jî, serê xwe dikire ber xwe, pormijî rûdinişt û xweda dişewitî. Usa dikir, wekî ez û wê tenê nemînin, lê wexta mecal dikete me, wekî em tenê bimînin, yan derdiket diçû, yanê jî zarok cem me dida rûniştandinê, wekî em nikaribin ber wê aza xeber bidin. Bi xwe jî zûr dibû, min dinihêrî, tê bêjî caba pirsekê digerya û wê tirê ser bengzê min wê cabê bistîne.
Carekê, wextê em tenê man û min menya vê guhastina wê jê pirsî, ewê got:
— Tu zanî, min çira usa kir, neme şand, wekî bên keç’ikê bibin? Nizanî? Ezê nha tera bêjim. Min berê ewlin dixwest xwe bicêribînim: gelo ezê bêy keç’ikê teyax bikim yanê na? Min xwest bi serî hizkirina te hizkirina ewled dilê xweda vemirînim. Lê van rojê derbazbûyî ez dame bawerkirinê, wekî ew tiştekî boşî-betale, ji qewata min dere, ez nikarim. Gumana min gelekî ser te hebû, min tirê tê dewsa kulê min tijî bikî. Lê… Ya mayîn, min dixwest tu bicêribandayî, gelo tu jî hazirî bona hizkirina min şehîdîê bikî yanê na. Lê emir tiştekî mayîn nîşanî min da. Xeberdana teye wê rojê tê bîra te, wexta dabûne rûê te, wekî tu bona min têy vira? Ez hatime bawerkirinê, wekî ber wê şehîdya xweva ez ji te gotî hîvya tiştekî nîbim. Tu dha gelekî xwe hiz dikî û hema eva yeka jî nahêle, wekî bi ç’evê rast kirinêd himbera binihêrî û qîmetkî. Ez te gunekar nakim, xeysetê merya başqe-başqene. Lê eferim tera, te qelpî nekir, çi difikirî, te ew jî digot yanê jî ser bengzê te ferih dihate kivşê. Dêmek, tu merîkî qelp nînî û hema bona wê yekê jî min te hiz kirye, hiz dikim û, tê kivşê, hetanî kutasîê jî ezê hiz bikim. Çawa dibêjin, eva hizkirina batinîye û hema şîrinaya wê wê yekêdane, wekî herdu dilê bengî nagihîjne hev. Ne axir hizkirina mezin şehîdbûna mezin dixweze. Lê em merivne biç’ûkin. Hilbet, em merîne biç’ûkin, ne anegorî hizkirineke ewqasî mezinin, lê bira em jî bibin ç’ûkê wê hizkirina mezin. Tu ji min nexeyde, lê ez bawerim, wekî emê cem hev bextewar nîbin. Jin wî çaxî bexteware, wexta mêrê wê hetanî kutasîê jêra dimîne çawa nemeke nexwendî, ku temamya emrê xweda dicedîne bixûne, lê yan nikare, yanê jî mêr bi destemelî ber ç’eva wê dide veşartinê. Lê min ew neme îdî êpêceyî xwendye. Bira ew nîvê dinê jî bimîne boy xatirê hizkirina me. Em ku hevdu bistînin, ezê nikaribim hetanî kutasîê te hiz bikim. Ê, dha rind nîne, wekî em ha şîrin ji hev dûrkevin? Wexta ez te hiz nekim, ewê him bona te, him bona min zulmeke giranbe.
Zînê xwe ker’ kir. Mînanî ewrekî giran gur-gur barand, çi dilê wêda hebû got û nişkêva birî.
Min gelekî xwest wê bidme bawerkirinê, wekî ewe neraste, wekî hizkirina min temize û wê hetanî roja mirinê jî usabe. Lê Zînê nehate bawerkirinê, tê bêjî ji min rindtir sura ruhê min li ber wê dîhar bûbû.
— Kare biqewime, wekî tuyî rastbî, — ewê got, — lê gilî derheqa mundane. Ez çira gotî bibime sebebê bêbextya sê merya: ya te, ya keç’ikê û ya xwe. Min carekê ew yek kirye, ez îdi naxwazim cara duda biwekilînim. Lê pirsek heye, ezê paşê tera bêjim.
Min kir-nekir negot, go bira bimîne rojeke mayîn.
Çendek kete ortê. Ew îdî qet lap nedihate mala xatya min. Dîtina min û wê her tenê dûrva bû. Wexta ber derê mala xatya min bûya û bidîta, wekî ez wî alîda diçim, dihîşt û diçû. Tê bêjî qestîka xwe sepe dikir, wekî em rastî hev neên û ez dewa wê pirsê nekim. Ez alîkîva ji pirsa wê vedikişyam, wekî dikare biqewime ew gotina wêye wê rojê xirabtirbe, lê alîkîva pirtî guman dilê minda hebû, wekî dibe ewê dîsa mînanî wê carê cab ser mala mêrê xweda şandibe, wekî îdî karê we min neketye, ez mêr dikim. Ez difikirîm, wekî dibe eva yekaye ew dixweze minra bêje.
Lê nava wan rojada qewmandineke usa bû, wekî ez qet nikaribûm derheqa wêda bifikiryama. Xezûrê wê hate pey.
Ez dîsa çûme mala xatya xwe û min xwest pê bihesim, çika çi heye, çi tune, Zînê wê here yanê na. Ew rojeke xezûrê wê bû, wekî hatibû, lê hela eyan nîbû, Zînê wê here yanê na. Wexta malda gilî hate ser vê yekê, xatya min got, wekî dya wê gotye Zînê wê here. Tera rast bêjim, tê bêjî tase ava sar ser minda kirin. Raste, xeberdana min û Zînêye çendekî pêşda t’u gumaneke pak nedabû minda, lê ez hîvya pêşdaçûyîna qewmandinaye vî cûreyî nîbûm. Min qirar kir ez ji mala xatya xwe derneêm hetanî Zînê nebînim û gilîê wêyî kutasîe nebihêm.
Bextê minra, xêlekê şûnda Zînê derda hat. Mînanî hercar cîê xweda rûnişt û vê carê serê xwe nekire ber xwe, zûr bûbû min dinihêrî. Min tex’mîn kir, wekî hîvîêye, çawa bikeve çemê wê minra tiştekî bêje. Lê k’oreqeder’a em tenê nediman. Ew êpêce wext rûnişt. Çend cara dya wê jî zaro şandine pey, wekî here malê, lê ewê zaro verêdikirin û xwexwa nediçû. Herneyse, kire çemê kax’azeke qatkirî da min. Min tex’mîn kir, wekî gilî-gotinêd wê çi hene, gişk wêderêda nivîsîne. Lê kambax dil teyax nake, dixweze deqekê zû pê bihese. Min jê pirsî:
— Tê herî?
Zînê serê xwe hejand çawa nîşana qayîlbûnê, yanê erê, ezê herim.
Ez xêlekê jî rûniştim, lê wey li wê mayînê, tê bêjî ez ser derzya rûniştime. Paşî çûyîna Zînê ez jî derketim û berbi deştê çum, wekî nema Zînê bixûnim. Min ewqas cara ew neme xwendye, wekî hetanî nha jî xeber-xeber tê bîra min. Û yek-yek tera usa dibêjim, çawa ewê nivîsîbû. Nema wê ha bû:
“Ez zanim tu sifteda dixwazî pê zanibî, çika ezê herim yanê na. Ezê herim, ese herim. Min usa kir, wekî xezûrê min bê pey min. Min çend cara gilî ber xûşka wîra avîtin, ewê jî cab ser birê xweda şand, û xezûrê min hat.
Ez berê ewlin bona qîza xwe diçim. Ew şev-ro ber ç’evê mine, ez nikarim wê bîr bikim. Bêy wê emrê min kapêkekî nehêjaye. Rastîê bêjim, min nizanibû, wekî hizkirina ewled ewqas bê hed û hesabe û pêra jî şipûkeke ewqasî mezine. Ez nikarim bêy qîza xwe bijîm û gotî herim bigihîjmê.
Ya duda, ez bona xatirê te diçim. Tu nikarî qîza min xweykî. Wexta qîza min jî ne cem minbe, ez nikarim te hiz bikim. Wexta ez te hiz nekim, wekî usane ezê te jî bêbextkim, xwe jî pêra. Bi fikra min, tu tex’mîn dikî, wekî ez te hiz dikim. Lê dilê dê dha zore, ne ku dilê bengî. Bijî, bextewarbe. Lê ya min?
Ez teze nikarim cem wî bimînim. Ez ku diçim, bona xatirê qîza xwe diçim. Min bikujin, ez îdî nagihîjme wî. Ezê herim, çendekî mala xezûrê xwe bim, qîza xwe bînim cem xwe, paşê xwera cîkî bigrim, bixebitim, ji wana dûrkevim, ez îdî tu cara venagerme mala bavê xwe. Hema bona xatirê te jî mabe, ez venagerme gund. Lê tu rind zanibe, navê mêra min herame. Ezê bixebitim û keç’ika xwe xweykim. Dibe yazya min jî ha bû…
Hîvya min nesekinî. Ez îdî bona te tuneme. Ez jî, tu jî gotî wê xeberdana orta meda hesabkin çawa xewneke xweş, ku bikî-nekî, îdî tu wexta naê wekilandinê. Bi fikra min, şîrinayî, mezinya wê jî hema wê nava newekilandina wêdabe. Were em wê yekê pêpes nekin û gava mezinbin, rya emrê xweye derbazbûyî binihêrin, bira ew yek nava rya salaye dirêjda mînanî şemalekê biç’ûrise û bimîne çawa bîranîneke rojêd derbazbûyîye xweş”.
Nema Zînê ha kuta dibû. Agirekî da qafê min, ez qiç’ê vegeryam û bi wê giftê çûme mala xatya xwe, wekî Zînê bibînim, jêra bêjim, bira here qîza xwe bîne yanê bavê xwe bişîne qîza wê bîne. Ez qayîlim, wekî qîza wê cem mebe, esêvankî qîza meye. Wexta çûyîna Zînê minra eyan bû, min teze tex’mîn kir, wekî ez nikarim dest jê bikişînim.
Lê Zînê îdî ji mal derneket. Şerm îdî ji min dûrketibû. Min rabû keç’ika cînara wan şande pey. Lê nehat, gotibû here, bêje, ez nikarim bêm.
Min usa jî kir-nekir, nikaribû Zînê bidîta. Rojtira mayîn xezûrê wê da pêşîê û bir. Her tenê wexta çûyînê ew carekê, duda ser milê xwe vegerya, alîê mala xatya min nihêrî. Gelo ewê min dinihêrî yan cîê wan rojêd rasthatina me dinihêrî, ku, çawa ewê nivîsîbû, îdî dibûne bîranînêd derbazbûye xweş? Ez usa jî pê nehesyam û, çawa tê kivşê, ezê hetanî kutasya emrê xwe jî pê nehesim.
Zînê usa jî kir. Çû gihîşte qîza xwe. Wexta xezûr hate pey Zînê, bir, tu navêjî mêrê wê dizî kiribû, girtî bû. Paşê bû sûda wî û deh sal gune danê. Zînê çawa nivîsîbû, îdî venegerya gund, şeherda otaxek kirê kir, xebitî û qîza xwe xweykir.
Paşî çûyîna wê ez çend cara çûme şeher, min xwest wê bibînim. Lê her cara cab ser minda dişand, wekî karê wî min neketye, bira rastî min neê û navê min xirab dernexe.
Hetanî nha jî Zînê ser qîza xwe maye, zakonî ji mêrê xwe dûrketye û mêr nekirye.
Ez gelekî çerçirîm, lê min lênihêrî ewe qirara xweda berke û tu tişt jê dernaê. Min terk daye, lê hetanî kengê? Ez nizanim. Ew bûye xweya gilîê xwe. Min jî dilê xweda soz daye, wekî bona xatirê wê nezewicim. Çawa tu dibînî, hetanî vê gave ez xweyê sozê xweme.
Ez xwexwa bûm sebebê bextê xwe. Wî çaxî ez qayîl bûbûma, wekî qîza wê cem bimîne, ew nediçû. Ya mayîn, bi fikra min, hema eva yeka bû menî, wekî ez ber ç’evê wê alçax bûm, ewê ç’ûkbûna ruhê min dît. Û hate ser wê fikrê, wekî ez ew merî nînim, ku karibim layîqî hizkirina wêye mezin bim.
Paşî vê yekê min jî terka gund da û çum ewî gundê meyî nha. Min nikaribû wan cya binihêrya, ku hertim Zînê tînine bîra min”.
Xetîf serhatya xwe kuta kir. Îdî k’ew ketibû sibê.
* * *
… Paşî vê yekê çend sal derbaz bûn. Ez pê hesyam, wekî Zînê hela mêr nekirye, lê Xetîf zewicye. Qîzeke wî heye, navê wê jî danye Zînê. Lê gelo ev nav vê serhatya zelûlîê nayne bîrê? Hezar û yek surê ruhê merya hene. Kî zane ev nav çi tîne bîrê? Rojêd buhurîye xweş yanê kutasya vê serhatîêye zelûl? Dibe dilmayîna wî jî hema wî navîdane? Kî zane?
s. 1974-a
AWAZÊ GUNDÊ ME
AWAZÊ GUNDÊ ME
Şeherda dewet bû. Defçî-zurneçî gundîê me bûn. Xortne cahile delal bûn, sazbendine gotina te bûn. Merya nikaribû bigota, wekî ji wan kî defçîye, kî zurneçîye, çimkî ber hev dihatne guhastinê û herdua him defê dixistin, him jî zurnê.
Ap û birazî bûn. Herdu jî çaxê hevra, aptî û biraztî ortê hatibûne hildanê û herdu mînanî du hevala bûn. Herdua jî distra, lê dengê apê dha xweş bû. Û tim ewî distra, kêfa hazira xweş dikir.
Gundîê me wê dewetêda gelek bûn û van xortê delalra firnax dibûn.
Apê kilamek digot, ku avîtibû ser gundê me. Gelekî hazira xweş hat. Lê cahilekî, ku kalkê wî gundîê me bûye û mala wana zûda ji gund derketye û ewî gindê me qe bi ç’eva nedîtye, hetanî sibê çendik-çend cara ew kilam da gotinê. Wexta ji hazira yekî got, wekî raste, kilameke xweşe, lê ewqas cara naê bihîstinê, xortê cahil caba wî da û got:
— Apo, tê bibaxşînî, ez xulamê teme, lê wekî tu gundîê me bûyayî, te t’u cara usa nedigot.
Ez fikirîm, raste, ew xort gundê meda nehatye dinyaê, mezin nebûye, gund qe bi ç’eva nedîtye, lê çimkî zane ew gundê kalkê wîye, kalik gelekî gundê xwe hiz dike, ew hizkirin usa jî gihîştye nevî, jêra bûye xûn-qinêt. Rastîê jî ax dikişîne, wetenî şîrine, hizdikî bira gundekî biç’ûkbe, serê ç’yabe, kesekî te jî têda tunebe. Hizkirina axê, weten şîrê dêra tevayî dikeve nava neynesya merya û hetanî mirinê jê dûr nakeve. Hilbet, gilî derheqa merîê şîrhelaldane. Û merîê şîrhelal çawa nikare şirê dya xwe bîr bike, usa jî nikare gundê xwe, wetenê xwe bîr bike.
Ez bawerim, eger her kesî gundê xwe, welatê xwe çawa lazime hiz bikira, dinyaêda xirabîê mezinê nebûna. Xwezil gişka usa gundê xwe, welatê xwe hiz bikirana, çawa ew xortê cahilî sade hizdike.
* * *
Hertim ruhê min li wire, kîderê derheqa gundê meda tê xeberdanê. Çawa ewledekî wî gundî (raste, nha îdî yê wextekê), kirina wî xortê cahil ruhê min hê tevîhev kir, kela dilê min rakir. Û çimkî dengbêj nînim, min borcê xwe hesab kir bi çend ştrîxa, êpîzoda sifetê gundê meyî berê û nha, xeysetê merîê wî ser kax’az nîşan bidim û bi wê yekêva bicedînim deynê ruhê xwe ber gund û gundîê xwe hevekî sivik bikim…
Loma min nekin. Ez gelekî gundê xwe û gundîê xwe hiz dikim. Her kevir-kuç’kekî wî, ç’ya-banîkî wî, cew-kanîke wî ber dilê minda bêhesab ezîze. Lê, hilbet, sertac gundîê mene, ku ruhê xweva mînanî tebyeta gundê me temizin. Gelekî bona min bihaye usa jî emrê wan, jîyîn û derbazkirina wan. Ew telî-tengasya berê hatye serê wan, min tirê hatye serê min. Ew emrê wanî nhayî bextewar ez bi hezar dilî emrê xweyî nha hesab dikim. Lema jî xwestina mine lape mezin ewe, wekî bi serî van ştrîxa hûn jî qe na hevekî gundê me û gundîê me hiz bikin. Ewê minra pêşkêşeke lape mezinbe.
* * *
Gundê me gundekî biç’ûke. Terîqa wî ji sed sala zêdetire. Binelîê wî ji zulma Roma Reş (ev “Reşê” han çiqasî bi cîye!) revîne û hatine vira sitar bûne.
Revîne, hatine, lê dîsa ji wê zulmê xilaz nebûne.
Fêza gundê meda newalek heye. Jêra dibêjin “Newala e’celê”. Sala 1918-a eskerê Roma Reş hatine ketine gundê me jî. Şevekê nava gundê me, gundê cînar ketine, mêr top kirine. Gişk birine wê newalêda kuştine. Hetanî çend sala pêşda jî hest û pestê merya nava qûma wê newalê derdiketin.
Newal cîkî gelekî şin û bedewe. Navê wê bedewya wêra qe naê girêdanê. Û ser kirina wan decalê bi çeşîtê benda ecêbmayî dimînî: çima hema ev newala bedew bijartine çawa cîê qetlê. Bifikirî, nefikirî, hesab yeke – nikarî caba wê pirsê bibînî, çimkî nava kirinêd xweda ew ne ku bi qanûnêd logîkaê hatine serkarîkirinê, lê ç’evê wan xûnê bûye û kîderê pêra gihîştine, wêderê jî rêtine.
Gundîê me rast dikin, wekî navê wê newalê naguhêzin, çimkî nabe, qe lap nabe, gelekî dûrî aqil û îsafêye, wekî bîranîna wan şehîdêd amûtam bê bîrkirinê. Bira nav “e’celebe”, lê wê hertim bîne bîra gundîê me, wekî kîye dostê wanî rast, kîye dijminê wanî xayîn.
Û ne tenê ev.
Go ew çend roj bû eskerê Roma Reş hatibûn ketibûn gundê me. Dengê xwe kesekîra nedikirin, xwe ser lepa avîtibûn. Rojekê jî, nîvro şûnda, orta gundda def û zurnê lêdidin. Qeydê govenda kurdî lêdidin, bi xwe jî dikevin govendê. Êpêceyî lêdidin. Dengê defê cahilê gund ji mala dertîne. Tên orta gund, temaşa wan dikin. Dinihêrin, wekî esker nikarin qeydê me bilîzin, dil-dînê wan ber hev nade, destê hev digrin, dikevin govendê û dilîzin. Û çawa dilîzin! Dixwezin nîşanî wandin, wekî wan qeydê kurdî gotî çawa bilîzin.
Nişkêva dengê defê didine kerkirinê û cahilê gunde berevbûyî digrin, dikine merekê, du zivtya dikine qerewil, bi xwe jî nava gund dikevin, mêra digrin, tînin ser wanda zêde dikin. Geleka digrin, merekê tijî dikin. Şev nîveka şevê derdixin, dibin. Merekê jî agir berdidinê dişewitînin. Hetanî nha jî kesek nizane, ew kuda birin û çi anîne serê wan.
“Roma Reş xayîne,
Wê me bixapîne…”
Vê carê Roma Reş xayîntya xwe bi def û zurnê, bi qeydê govenda me kir.
Romê gelek mêrê gundê me dîl girtibûn, biribûn. Ji wana her tenê du-sê merî vegerya bûn. Yekî ji wana gilî kiribû, wekî nîr dane ser stûê wî, ew du meha erebê girêdane, avos kişandine. Go, wexta gilî dikir, pêra jî pêsîra xwe vedikir, stûê xwe nîşanî hazira dida. Go, kê didît, jê direvya, çimkî stûê wî mînanî stûê ga hasil bûbû, bûbû kerkonk. Û tu kesî turuş nedikir lê binihêre. Çimkî merî bûne, nekaribûne zulma usa binihêrin.
“Merya” merî erebê girêdane, bi xwe jî ser erebê syar bûne, merîê erebê girêdayî qamçî kirine, ajotine.
De dilekî bîne vê yekê bîr bike! Na, hezar carî na! Çawa tu nikarî xwe, dê-bavê xwe, pêşîê xwe bîr bikî, usa jî tu nikarî terîqa xweye derbazbûyî bîr bikî. Û ne jî lazime bîr bikî, çimkî ew terîq alî te dike, wekî tu roja xweye îroyîn rast qîmet bikî, zanibî, ji ku tu gihîştî kîderê. Terîq bîra merivaye. Merivayî nikare bîra xwe unda bike yanê jî bîr bike.
* * *
Hersê alîê gundê me ç’yane. Tenê alîk vekirîye, tê bêjî ew jî bona wê yekêye, wekî gund bi dinyaêra bê girêdanê. Ew başûre.
Kanî û ç’evkanî mînanî morî-mircana li sîngê wan ç’ya ber te’vê dibiriqin.
Alîê rohilatêda ç’yaê Hevtêmanate. Terîqa vî navî haye: wextêda ew ç’yaê gundê me bûye, pez, dewarê gundê me lê ç’êryane. Paşê dewletîê gund qe ji gundya nepirsye, ew bi hevtê manatî frotye gundê cînar, usa kirye, wekî îzna gundîê me tunebe pez, dewarê xwe bibin wî ç’yayî biç’êrînin. Wede usa bûne, wekî îzna wî hebûye hetanî ç’yaê gund jî bifroşe.
Derew neê weke hevtê kanî û ç’evkanî ji pêşa wî ç’yayî dikişin û dikine xule-xul. Ava kanîke wî ç’yayî nha anîne gund. Tenê ava wê kanîê t’êra temamya gundekî dike.
Gelekî berî anîna ava wê kanîê sala 1921-ê p’areke eskerê sor hema pêşa wî ç’yaîra xwe gîhandye gundê me.
* * *
Malê gundê me bine’rde biç’ûk bûn. Dîwarê wan kevirê gicûce bûn. Ronkayî kulekêra diketê. Xênîda xênji kuleka mezin usa jî dûkêşk hebû. Zivistanê kuleka mezin venedikirin, wekî xanî sar nebe, dûê tendûrê dûkêşkêra dikişya. Banê xanya ji dû reş dibûn. Wexta yek radibû ser ban, xuşe-xuşa xwelîê bû jorda dihat. Êvarê ç’ira neftê vêdixistin. Hetanî sibê dûê wê hundurda dibû telp û gava neferê malê sibê radibûn, serç’evê wan tenîêda dima. Xanî ewqas nimiz bûn, wekî çiqas jî merî kin bûya, gava dêrîra diçû hundur yanê derdiket, gotî ese xwe kûz kira, wekî serê wî serşêmîkê neketa.
Gele mala zivistanê dewar yanê pezê xwe xanîda xweyî dikirin, wekî xanî germbe, çimkî ardûê wan kêm bû. Ardûê wan jî sergîn û pesarî bûn. “Rewşa” gund qelaxê rexmala bûn yanê basmê ber derya. Hertim kelb ber qelaxa girêdidan, wekî neêne dizya sergînê wan.
Wexta baran dibarî, mala dilop dikir. Dilopê çi! Ava reş bû jorda dibarî (dilop û tenya bana tevhev dibûn û dibû ava reş). Sergîn şil dibûn û ç’irûsî ber tendûrê nediket. Dû tijî hundur dibû, ç’evê neferê malê (îlahî kevanya) sor dibûn, xule-xula hêsira bûn jorda dihatne xwarê. Gele cara dû serê wan diket, dixeriqîn. Dû dibû menya zulma gran jî.
… Rojîê Êzdî bûne. Gundîkî me bizina xwe şerjê dike, wekî rojîê xwe derbazke. Jina wî şev tendûrê dadide, wekî paşîvê hazirke. Sergîne şil bûne, tendûr dû dike, agir sergîna nagre. Evê te ji malê dernaê, ber tendûrê rûdinê û diçerçire, wekî agirê wê geşke. Çiqasî diçerçire, ew mera ne eyane, wextekê serê wî gêj dibe, dikeve. Jin nêzîk dibe, çi dike-nake, evê te ser hişê xweda naê. Jin hewarê cînara dadixe, wekî mêrê wê mirye. Der-cînar tên, top dibin, dinihêrin, erê, welle, mêrik mirye. Sibe îdî safî bûye. Radibin, diçin, tirba wî dikolin û dikine ç’el. Êvarê, wextê agir dibin ser mezelê wî vêxin, dinihêrin, mezelê wî hilşyaye. Gundya jî bihîstibûne, wekî paşî ç’elkirina wî ji nav mezela deng hatye. Diçin, tirba wî vedikin. Ecêbeke giran: mezelê wî hilşyaye. Mêrikê belengaz wê ser piştê ketye, serç’evê wî xûnêda maye. Gişk têne ser wê fikrê, wekî nemiribûye, dû serê wî ketibûye, xeriqî bûye. Wexta birine kirine mezelê sar, pêra-pêra ser hişê xweda hatye û xwestye rabe, kirye-nekirye, nikaribûye û bin giranya xwelîêda fetisye.
Eva jî rûê dûê sergînada.
… Meheleke gundê me hebû, jêra digotin “neqeb”. Malê wê mehelê gişk heva bûn, dha rast dîwarê malekê dîwarê mala mayîn jî bû. Dîwarê orta wanda qulik hebû. Wextê şera, dewa malê xwe dernediketin, wê qulikêra hevra xeber didan, cab didane hevdu. Wext-wede usa bû. Te hew dinihêrî şev-nîveka şevê cerdê ser wanda girt. Wê qulikêra yekî cab dida yê mayîn û temamya mehelê nava çend deqada pê dihesya û hevra radibûn.
… Der-dorê gund tijî kanî bûn, lê gundya ava cewê vedixwarin. Û evê avê çiqas nexweşî pêşda danîn, dibû qesasê serê çiqas merya!.. Kanî gelek bûn, lê mecal tunebûn, wekî ava wan bînin gund.
… Zivistanê wextê dibû bager, berfê derî som dikir. Gundîê meye belengaz kulekêra derdiketin û piştêva berf dikolan, davîtin, derî vedikirin. Gelek cara ew qewata yekî der bû. Çaxê usa diçûn alî hev dikirin û bi sirê berfa ber derê hev davîtin, derî vedikirin.
Gundekî biç’ûk bû, lê xezebê mezin têda dibûn. Wext-wede usa bûn.
* * *
Hey tu gelîê fêza gundê me! Te serê çiqas gundîê me xwar! Dha rast dibû navê te danyana “serxur”.
Gundîê me zivistanê peya bona devo nivt, çend qalib sabûn 30 km rê dibirîn. Diçûn digihîştne cî, nivta xwe, sabûna xwe dikirîn, pişt dikirin û dihatin. Digihîştin gêlî. Te hew nihêrî bû bager, bagereke usa, ku nedihîşt tu ç’evê xwe vekî. Gundîê meye belengaz dixalifîn, ji rê derdiketin û dixeniqîn yanê diketin bin kurşê.
Bona devo nevt yanê çend qalib sabûn çiqas gundîê me wî gelîda bêwext xatirê xwe ji vê dinê xwestine û çûne. Serxur ne ku gêlî bû, lê serxur dewran bû.
* * *
Wextekê gundda tenê du otax hebûne. Navê wan otax bûye, lê ne polkirî bûne, ne jî krîşkirî. Firqya wan û xanya ew bûye, wekî dîwarê wan pê kevirê reş danîbûne û dewsa kulekê pencerê wan hebûne. Go wexta barana gur dibarî berî xanya, wan herdu otaxa dilop dikir. Lê dîsa navê wan otax bû û rewşa gund ew herdu bûn.
Go wexta qewal dihatin, nediçûn malê şêxa, p’îra, lê dibûn mêvanê xweyê wan herdu otaxa. (Qewal jî zanin bibin mêvanê kê!). Û van herdu otaxa gele sala “rewşa” gund destê xweda xweykirin, hetanî dewran hate guhastinê, femdarya “rewşê” jî pêra. Nha malê gunde kevn ew herdu otaxin. Ber avayê yekqat, duqatîye bedew qincilîne ser hev, tê bêjî ji “rewşa” xwe şerm dikin. Zureta xweyê wan otaxa jî terka wan dane, xwera avayê teze çêkirine û, tê bêjî, qestîka ew hîştine çawa şedê dewra derbazbûyî. Û çiqas diçe, şedê usa kêm dibin. Bira kêm bin. Divêjin, ji wan otaxa yek îdî hedimye.
* * *
Dîwana sovêtîê tê testîqkirinê. Çend sal derbaz dibin. Gundîkî me diçe şeher mêvanya birê xwe. Bira jî wî hiltîne dibe kînoê. Evê te emrê xweda nizanibûye kîno çye. Birê jî tu tiştek jêra negotibûye. Destbi sêansê dibe. Kîno derheqa şêrda bûye. Wextê ser êkranê şikil têne guhastinê û berê syara dikeve seraê, gundîê meyî belengaz dike qarîn û ji seraê direve.
Bira ber dêrî xwe digihînê û ecêbmayî jê dipirse:
— Çi bû, çi qewimî, te çira usa kirye qarîn û revîyî?
— Mala te avabe, — gundîê me jêra dibêje, — çira te nedît wan syara çawa dajotin, berbi me dihatin? Ne wê em pêpeskirana.
Teze bira jêra şirovedike, wekî kîno çye. Go hetanî mirina xwe jî ew belengaz tirs-tirs diçû kînoê. Ew jî nedixwest here, nevîê wîyî ortê, ku mêxanîkê kînoa geroke, zorê dibir.
* * *
Qîzeke gundê me, ku şeherda mêrkirye û zûda ji gund derketye, wexta dibihê, wekî ronkaya êlêktrîkîê anîne gundê me, hiltîne dibêje:
— Pî, pampûşke û lempûşke?
Lawikê gundê me gilîê wê diwekilandin û dikenyan.
Çend sala pêşda şiklê montyorê gundê me rojnema “Îzvêstîa”-êda neşir bû. Gelo ewê şikil dît? Û wexta dît, vê carê çi got?
* * *
Gundê meda avayê duqatî pêşin gundîkî meyî rehmetî çêkir. Wî çaxî bona gund ew tiştekî nebînayî bû. Gele cara gundya wîra digotin:
— Camêro, serê vî ç’yayî, sur û serma zivistana gundê me te çawa qatê dudada debûr bikî?
— De, Xwedê reme, emê îlacekê bikin, — ewî caba wan dida.
Lê usa jî ewî çend sala îlac sur û serma gundê me nekir, bahar, havînê qatê dudada derbaz dikir, lê payîz û zivistanê dikişya qatê ewlin.
Nha gundda avayê duqat gelekin û xanmanê wî gundîê me îdî tek nîne. Lê çi dimîne derheqa sur-serma zivistanêda, ew, hilbet, mînanî yê berêye. Lê hunur, hebûna gundya zêde bûye û wana ç’ara wê yekê dîtine. Herçar heyamê salê ew qatê dudada derbaz dikin, dewsa sergîn û pesarya komir û gaze. Ne dûye, ne jî tendûre. Soba xwe vêdixin û ber rûdinên. Hela mêxanîzatorekî gund himama xwe qatê dudada çêkirye. De, wexta gilî hate ser himamê, ez wera mijûlîke kurt bikim.
Rojekê gundîkî me dixweze avê xweke. Malêra dibêje û bûk avê germ dike. Ava germ, sar, sîtileke vala dibin serê tewlê, wekî avê şîrogermokin. Eva gundîê me ser qute dar rûdinê û bûk avê sêrî dike. Carekê jî şaş dike: dewsa ava şîrogermo şerbike ava kelandî ser serê xezûrda dike. Dibe qûjînya xezûr, bûk dêrîra çilqas dike.
Yazix, sed yazix ew neguhîşte rojê me. Lê ev qewmandina emrê wî rojêd meda jî tê gilîkirinê û derheqa deba gunde wî çaxîye xirabda tîne bîra merya.
* * *
Teze radîo anîbûne gund.Wextê têla radîoê dikişandine malekê, pîra malê ne li gund bûye. Çendekî şûnda vedigere û haj t’u tiştekî tunebûye, otaxêda rûniştye, teşya xwe ristîye. Seheta xeberdanêd radîoê pêra gihîştye û radîoê xeberdaye. Pîra belengaz teşya xwe avîtye, revye derva û kirye gazî:
— Gundîno, ez bextê weme, werin vê ecêba giran binihêrin!
Gundî lê top dibin.
— Çi bûye, pîrê? – jê dipirsin.
— Cin ketine piş işkafa me û qibe-qiba wane xeber didin, — pîrê bi tirs caba wan dide.
Gundî diçin hundur û lêdinihêrin radîoa ser îşkafê xeber dide.
Nha çend nevîê wê zavoda eşyaê radîotêxnîkîêda dixebitin. Ew zavod gundê cînarda vekirine.
* * *
Cara ewlin gundîkî me xwera avtomaşîne kirî û anî gund. Wî çaxî rya mala wan gelekî bêfesal bû. Cînara her yekî sûr kişandibûn dora mala xwe. Rê gelekî teng bû. Evê te çi gava avtomaşîne dajot, ji hewşa ber malê derdiket, diçû yanê vedigerya, çiqas jî fesal bajota, ese wan sûra dixist û wextê zivirandinê zevya xwe pêpes dikir.
— Evî bela xwe daê, zevya xwe temam pêpes kir, risqê zarê xwe birî, — gundya laqirdîê xwe dikirin. Hineka tiştek jî serda zêde dikirin û digotin:
— Evê rojekê lêde dîwar-mîwarê me jî hilşîne.
Gelekî xweşîê xwe pê dikirin.
Carekê gundîkî meyî laqirdçî hilda jêra ha got:
— Filankes, ez ku du kavira bidim, tu avtya xwe nadî?
Usa kirin belengazî avtomaşîna xwe nîvqîmet firot û ancax ji dev-dirana derket.
Sûr, qelax zûda ji ortê hatine hildanê. Kûç’ê gund rast û fire bûne. Ne ku avtomaşîna merivbir, lê usa jî yêd barber bêminet wan kûç’ada diçin, tên. Çendekî pêşda kurê ewî gundîê meyî laqirdçî xwera avtomaşîna marka paşine tope-teze kirî û anî kire garaja xweye kevirî. Ev garaja wîye kevirî sed qatî ji wan herdu otaxê gundê meye wextekê çêtire. Dilop nake û rya wê jî fireye. “Şênaya gund beraya rêra kivşe”. Zûda gotine, lê gundê meda teze mîaser dibe.
* * *
Teze gundda têlêvîzor didane xebatê. Malek xwera têlêvîzorê dikire û tîne datîne. Êvarê, wextê şîvê, têlêvîzora xwe pêva dikin û rûdinên nan bixun. Dikin-nakin pîra malê rûnanê, nan naxwe.
— Pî, şerm nîne, ber van mêrika ezê çawa nan bixum, — pîrê dibêje û têlêvîzorê nîşan dide. Ser êkrana têlêvîzorê du mêra hevra xeber didan.
-Ê, hê, ev filankesê meye! – kurê malê dibêje.
Ji wan herdu mêra yek merîê wê malêyî nêzîk bû.
Çi bikî, usane femdarî, berbirîbûna merya, edet zef dereng têne guhastinê. Hela tiştê kevn û teze li rex hevin.
* * *
Gundê meda avayê mekteba teze çêdikin. Avayê mekteba heyştsale îdî têrê nake. Gundda gotî mekteba navîn hebe. Avayî duqate. Pêşberî mala meye wextekê (erê, erê, îdî bûye ya wextekê) çêdikin. Min çû dît. Bona qewmandineke usaye baş gelekî şabûm, lê alîkîva jî berxwe ketim. Çend sala pêşda bona xwendina navîn dest bînim ez her heyamê salê herro deh kîlomêtra rê diçûm, dihatim. Mekteba navîn gunde cînarda hebû û ew gund pênc kîlomêtra ji gundê me dûre. Çend cara ser wê rê zivistanê lingê min sure birine.
Lê nha anîne mekteba navîn pêşberî mala me çêdikin.
Ya min hela tişt nake, ezî îdî mezin bûm. Lê ya wî gundîê me?
Go teze dîwana sovêtîê testîq bûbû, gundê meda hela mekteb tunebû. Gundîkî me pê dihese, wekî gundê cînarda, rya kîjanî gelekî bêfesale û nava ç’yara derbaz dibe, zivistanê jî tê girtinê, mekteba êlêmêntar vebûye. Herro destê kurê xwe digre, dibe wê mektebê û tîne. Gele cara, îlahî zivistanê, pişt dikir, kurşa berfê diqelaşt dibir. Lê wextê dibû bager, bi hevtya mala dostada dima. Hilbet, kurê wî mekteb kuta kir, bû aktîvîstekî gundî eyan, lê ev kirina bavê wî hela hê tê gilîkirinê.
Nha gundê meda avayê mekteba navîn çêdikin.
Gundê me gundekî biç’ûke. P’ala xwe daye ç’ya û berbi qewmandinêd tezeye “ecêb” diçe. Lê gelo hema duh jî qewmandineke usa gundda neqewimye? Ne tenê gundê meda. Gundê me her tenê meseleke wê yekêye biç’ûke, wekî em ji kîjan derecê gihîştine çi hêlana. Lê hêlanêd hê bilind hela pêşya mene.
s. 1975-1976-a