rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

RASTHATIN

 

 

RASTHATIN

 

                  Herro, sibê şebeqê dibû zinge-zinga avtoa bermalê û binelî ji xewê hişyar dikirin. Jina, mêra, zara bi ç’evê xewixî derdanê bermalê hiltanîn û lez-lez berbi avtoê diçûn. Xebatçîê ser avtoê mêr bû. Ewî bermala wan hiltanî, vala dikir û derdana vala dida destê wan.

         Wê sibê xebatçîkî teze hatibû ser avtoa bermalê dixebitî. Mêrekî q’ir’int’e bû, kincê xebatê lê, şuxulê xwe dikir. Qe geleka tex’mîn jî nekirin, wekî merîkî tezeye hatye ser avtoa bermalê dixebite. Her yekê dixwest zû bermala xwe bavêje û vegere. Talaşa kê bû binihêre, çika xebatçîê berêye yanê na?

         Kulfeteke navsere jî derdana bermalê dêstda bi xelatê malê ji qatê sîsya peya bû û berbi avtoê çû. Hela dûrva dengê xebatçîê avtoê lê tesele bû:

         — Bisekinin, nha bermalê vala nekin hetanî ez cîwar dikim, — ewî digote hazira.

         Jinikê tex’mîn kir, wekî dengê wîda awazê nas hene, lê dengê kêye, ewê nikaribû bîr banya.

         Wexta nêzîk bû, bi ç’evê mişterya dîna xwe da xebatçîê ser avtoê. Demekê ç’evê xwe bawer nekir, wê tirê xewixye, qeretûye hatye ber ç’eva. Sifetê mêrik gelekî nas bû. Cîda dêrî bû, sekinî. Çend cara ç’evê xwe girt-vekir, xwest xwe bicêribîne. Lê na, rastîê jî sifetê wî gelekî nas bû.

         “Dibe ewe?” – jinikê xwexwa ji xwe pirsî.

         “Naqewime”, — ewê bi xwe jî caba pirsa xwe da. Û zûr bû mêrik nihêrî. Lê mêrik derdanê bermalê vala dikir û şuxulê xweva gîro bû, qet fikra wîra jî derbaz nedibû, wekî jinikekê der-dor, her tişt bîr kirye û zûr bûye wî dinihêre. Jinik usa jî cîê xweda sar bûbû, sekinî bû, gava dengekî nas lê tesele bû:

         — Xûşkê, tu çira bermala xwe vala nakî, ne gişka vala kirin, çûn, tu tenê mayî.

         Jinik ji wî dengê nas tevîhev bû, xwexwa jî tex’mîn nekir, wekî çawa nêzîkî avtoê bû û mêrik derdana bermalê ji dêst girt. Hetanî wî derdan ji dêst girt, hilda, vala kir, jinik zûr bûbû lêdinihêrî û ç’evê xwe bawer nedikir. Her wî çaxî ser hişê xweda hat, gava bû girîna avtoê berra derbaz bû. Xêle wext cîê xweda sekinî, avtoê nihêrî. Mêrik ser avtoê sekinî bû, pişta wî jinikêda bû.

         “Ewe, ewe, lê min nas nake, — jinikê wekiland. — Ewqas sal derbaz bûne, hibet, wê min nas nake. Kê dikaribû bifikirya, wekî emê halekî hada rastî hev bên? Rastîê jî, kesek nikare bêje, axirîê çawabe”.

         Avto çû nava avayada unda bû, paşê jinik bi gave sist ji cî leqya û berbi mala xwe çû.

         Wê rojêda avtoa bermalê bû qewmandin û kete nava emrê wê, tabetî nedaê.

         … Jinik bî bû, mêrê wê çend sala pêşda miribû, zarê wê jî tunebûn. Çûbû pênsîaê. Tenê dima. Rojê wê gişk mînanî hev bûn. Tu tiştekî teze, tu qewmandineke pirî-hindikî berbiç’ev nedikete nava emrê wê. Herro her tişt dihate wekilandinê. Û evê yekê ew êpêceyî eaciz dikir. Ha bû hetanî wê rojê. Wê rojêda qewmandineke teze, tiştekî şabûnê, pêra jî gelekî bi xem kete nava emrê wê. Êvara zû dikete nava cya. “Wekî zû ranezêm, dibe sibê xewêda bimînim, avtoa wî bê here, ez nebînim”, — ew difikirî. Û hela te’rîberbangê ser linga bû. Lingekî wê heywangê bû, lingekî wê otaxê bû. Derdana bermalê pêşîêda hazir dikir, dadanî ber dêrî. Û wexta dibû zinge-zinga zengilê avtoa bermalê, ew pêşya gişka peya dibû û berbi avtoê diçû. Wexta digihîşte cî, pêra-pêra bermal vala nedikir, qestîka xwe egle dikir û zûr dibû xebatçîê ser avtoê dinihêrî. Gişka bermala xwe zû vala dikirin, diçûn, lê ew hela cîê xweda sekinî bû û derdana bermalê jî dêstda. Dikir-nedikir nikaribû ç’evê xwe ji mêrik bibire. Bê hemdî xwe zûr dibû lêdinihêrî, lêdinihêrî, rojêd buhurî, ew rojêd, ku wî mêrikîra grêdayî bûn, dihatine ber ç’eva.

         … Şer bû, dew bû, rojêd reve-revê bûn. Mala wan jî revî. Rêva eskerê Romê lêdan bavê wê kuştin. Ew û dê tenê man. Qîzeke donzdeh-sêzdehsalî bû. Wê û dê destê hev girtibûn û dabûn ser rê-dirbêd nenas. Gelekî geryan, gele zelûlî û çetinayî dîtin hetanî hatin derbazî vî berî Erez bûn. Vêderê jî sitareke pak nedîtin. Herdera xelayî, belengazî û zelûlî bû. Gundekî kurdayî dûrda binge bûn. Dewletîê gund her tenê bi wî qewlî îzin da ew mereka wîye kevnda bimînin, wekî ew û dê tevayî mala wîda nanoziko bixebitin. Û wan belengaza sibê hetanî êvarê pişta xwe rast nedikirin, xebata mala wî dikirin. Êvarê, wexta xebat kuta dikirin û vedigeryane malê, ancax xwe davîtne ser cî-qerp’alê xwe.

         Rojê du cara nan didane wan. Çi ku ber neferê malê dima, avrûê wan didane dê û qîzê.

         Xebat gelek bû, qîz cahil bû, ewê nikaribû teyax bikira. Lema jî gele cara dê ew xwera nedibire mala dewletî, digot, wekî giva nexweşe.

         Carê ha malda ew birçî dima hetanî hatina dê. Ç’evê wê hertim rê bû, çika dê wê kengê vegere û gelo tiştekî xwera bîne yanê na. Wextê xwarin hindik bûya, dê nedixwar didaê, ew dixapand, wekî giva wêderê xwarye, lema têre, nikare bixwe. Ewê çend cara dît, wextê êvarê dê pişta xwe vedikir, kevir ber piştê diketin. Wî çaxî wê hela nizanibû, wekî çira dê kevira dike ber pişta xwe, paşê pê hesya…

         Mereke vike-vala bû. Pakî nivînê wan jî tunebûn. Jina dewletî du cilikê kevn dabûnê. Êvarê yek bin xwe radixistin, yek jî davîtin ser xwe, dê qîz dida ber sîngê xwe, hevdu germ dikirin û radizan.

         Roj, meh dihatin derbaz dibûn, lê t’u guhastineke pak nedikete nava emrê wan. Sibê hetanî êvarê mala dewletîda dixebitîn, her cure xebat dikirin, bin ten-niç’ê neferê mala dewletîda parî nan û heske şorbe dixwarin û westyayî, kesirî ancax xwe mereka vike-valara digîhandin.

         Kurekî dewletî hebû. Kur nebêje agirekî Xwedê bêje. Bavê kincê temiz lêkiribûn, destê wî cêvêda nedixebitî, neditebitî, sibê hetanî êvarê xwera digerya. Yekî qureyî pozbilind bû. Kurê taê-tenê bû, kesekî qemîşî wî nedikir, lema jî rûstendî mezin bûbû. Parîê xweş didane wî, kinca xas wî dikirin. Xênji bavê ewî gura tu kesî nedikir, ser xûşkada hêrs dibû, ew dikutan. Û tu kesî dengê xwe jêra nedikir.

         Qîzê xwexwa tex’mîn nekir, wekî çawa bin ç’evara wî dinihêre, dilê xweda gelekî derheqa wîda difikire. Wexta kurê dewletî ne wir bûya jî, timê sifetê wî, bejn-bala wî dihate ber ç’eva. Ber kurê dewletî dha qeşeng-qeşeng diçû, dihat, çeleng-çeleng şuxul dikir. Bi xwe jî nizanibû, wekî çira usa dike, tê bêjî her tişt bê hemdî wê tê kirinê.

         Qîzê dûrva wî, kinca, tim-têlê dinihêrî û xweda dişewitî. Raste, ewî zef kêm jêra xeber dida, lê wexta dihat berra derbaz dibû yanê jî xeberek digot, qîzê xwe şaş dikir, tevîhev dibû, jê şerm dikir û xwexwa jî tex’mîn nedikir, wekî dilê wêda hesîneke çiqas xweş disêwire. Û ew şa dibû, wexta ç’evê wê ç’evê wî diket, wexta dûrva ew didît.

         Gava kurê dewletî deste kincê teze xwe dikir yanê cote solê bedew pêdikir û derdikete ber dêrî, ewê tirê ewî qestîka bona xatirê wê ew kinc xwekirine yanê sol pêkirine bona ew wîya bi wan kincê tezeva bibîne. Û ji wî zeftir ew bona kincê wî, solê wîye teze şa dibû, dixwest xwe bide bawerkirinê, wekî xort bona wê usa dike.

         Lê carna jî ji wê hesînê ditirsya. Ewê jî nizanibû bona çi. Her tê derdixist, wekî wexta derheqa wîda difikire, tirs dikeve dilê wê. Ji hesîna dilê xwe ditirsya, wekî çiqas diçû dha zêde dibû…

         Carekê (ew roj qet bîrê naçe) sibê zû kurê dewletî ber dêrî sekinî bû, tiştek dêstda dixwar. Wexta keç’ik nêzîk bû, ewî navê wê hilda û gazîkirê, nan û toê ser kerîkir, daê. (Hetanî nha jî ew nikare femke, wekî ewî wê rojê çira usa kir). Keç’ikê nexwest hilde, lê evê te bi zarekî usa xweş gotê, wekî keç’ikê bê hemdî xwe nan ji dêst girt, şerma serê xwe kire ber xwe û revî pişt malê. Gede pey nehat, eva teb nan û toê xwe xwar û wextê vegerya, dît ew newire. Ewê tirê wê rojê tiştekî xweyî gelekî baha unda kirye, pormijî bû û xwe gunekar kir, wekî çira nan ji dêst girt, ewqasî ber alçax bû. Lê alîkîva jî şabûn kete dilê wê, wekî xort jî… Û çiqasî diçû, ewê ewqasî tex’mîn dikir, wekî dha gelekî derheqa kurê dewletîda difikire, nizane bona çi, lê dixweze zû-zû wî bibîne, xeberdana wî bibihê. Wexta sibê hişyar dibû, şabûnek dilda hebû. Ew şabûn ew bû, wekî wê dîsa kurê dewletî bibîne, dengê wî bibihê. Û hela dê deylê nedikir, radibû, kincê xweye gincir xwe dikir, cil didane hev û dida pey dê berbi mala dewletî diçû. Lê kurê dewletî nedihat kivşê, ewî hela razayî bû. Dixebitî, lê ç’evê wê lêbû, çika wê kengê rabe, derê derva.

         Roj dibûn meh, meh dibûn sal dihatin, derbaz dibûn, lê xwestina dîtina kurê dewletî ne ku kêm nedibû, lê hela çiqas diçû, dha zêde dibû. Rastîê gotî, ewê sifte nizanibû, wekî ew çye, nava wêda çi diqewime. Berê tu cara tiştê usa nehatibû sêrî. Nha tê bêjî kurê dewletî bûbû derema ruhê wê û bêy wî tu şabûn, eşqa wê tunebû.

         Dibêjin, zar kesîbîêda zû digihîjin, mezin dibin, fember dibin. Ewê zanibû, wekî kurê dewletî hiz dike. Pêra jî tex’mîn dikir, wekî ew û kurê dewletî gelekî dûrî hevin… Ewe kesîbe, ewî dewletîye. Lê dil tiştekî mayîn hukum dikir. Dil zor dida hiş, dha rast hiş ber dil vedikişya. Û ew usa dûrva, dilê xweda bi hizkirina zarotîêye temiz ser wî bengî bûbû. Lê kurê dewletî tê bêjî kor bûbû, tu tişt nedidît, tex’mîn nedikir yanê jî ew bendî tiştekî hesab nedikir. Eva axirîê dha rast bû, çimkî ewê didît: hebûn-tunebûna wê bona xort yeke. Û evê yekê agirê dilê wê dha gur dikir. Agirekî xweş bû, ruhê wê pê germ dibû hetanî rojekê. Rojekê jî (ew hetanî mirinê wê rojê jî bîr nake) dîsa sibê zû dya xwera tevayî çû mala dewletî. Kurê dewletî wê sibê zû rabûbû, kincê xwe xwekiribûn û mînanî mezina orta xênî diçû-dihat.

         Gava ç’ev dê û qîzê ket, gazî qîzê kir, wekî avê bîne, serç’evê xwe bişo. Hetanî wî çaxî ewê tu cara av destê kurê dewletî nekiribû, timê xûşka av destê wî dikirin. Lê wê rojê ew zû rabûbû û xûşka hela razayî bûn, lema jî ewî gote qîzikê, wekî ew avê destê wîke. Dihate kivşê, bavêra tevayî wê cîkîda biçûna.

         Keç’ik deqekê tevîhev bû, tê bêjî pak nebihîst. Kurê dewletî lê hilat:

         — Çye, tu ker’î, nabihêyî? Ne min tera got avê bîne destê xwekim, serç’evê xwe bişom. Em derengî dikevin.

         Keç’ik dha tevîhev bû, soro-moro bû, şerma serê xwe kire ber xwe û xwest here, lê lingê wê pêra nehatin, tê bêjî erdêva mix kiribûn. Ewê jî nizanibû, bona çi cîda sikimî-sekinî.

         — Ginciroka mirdare heram, ez çend cara tera bêjim avê bîne?.. – ewê peyhatina xeberdana gede nebihîst, kela girî da qirikê û bê hemdî xwe berbi mereka xwe revî. Kete hundur, derî ser xwe girt û rûnişt, têr girya, hetanî dya wê hat. Dê serê wê danî ser çoka xwe, destê xwe nava porê wê gerand, ber dilda hat, lê kela dilê wê jî rabû, xwe derd-kulara têr girya…

         Wê rojêda tê bêjî qîz carekêra guhîşt, mezin bû. Hêja tex’mîn kir, wekî orta wê û kurê dewletîda firqîke çiqasî mezin heye: ew ku, kurê dewletî ku!.. Û vê carê îdî hiş bere-bere zor da dil. Lê dil birîna xweye pêşin û ewqas xeder nikaribû zû bîr bike…

         Salek jî derbaz nebû, gava dewran hate guhastin. Wî gundê kurdayî nava ç’yada jî dîwana sovêtîê hate testîqkirinê. Her tişt hîmva hate guhastinê. Dergê xêr-xweşîê, bextewarîê ber kesîv, mihacira vebû, ewana bûne xweyî-xudanê gund.

         Zûtirekê gundda mekteb vebû. Qîzik çû mektebê, xwend, hînî xêr û şera dinyaê bû.

         Mala dewletî derxistibûn kûlak. Du ç’e’vîê avayê wan jê stendin û dane qîzikê û dya wê. Paşî wê yekê mala dewletî barkir ji gund çû. Wê şûnda ç’evê qîzikê ç’evê kurê dewletî neket.

         Paşî kutakirina mektebê çû şeher xwend, kete înstîtûtê. Çend sala şûnda kuta kir, bû doxtir, şeherda ma.

         Timê diçû gund dihat. Wexta diçû gund, pêra-pêra kurê dewletî, rojêd buhurî diketine bîrê. Û ewê timê pirsa mala dewletî dikir. Lê tu kesî tu tiştek nizanibû, wekî ew kuda çûne, kîderê dimînin.

         Mêrkirinê şûnda jî, wexta berê xwe dida gund, dîsa kurê dewletî dikete bîrê. Lê çûyîna gund îdî lap kêm bûbû, çimkî dya xwe anîbû şeher cem xwe û tu qewmekî wêyî nêzîk gundda tunebû.

         Gele sal derbaz bûne, dê, mêrê wê mirine, ew xwexwa jî îdî mezine. Û nişkêva paşî ewqas sala rasthatineke ha, ew jî dereceke hada. Xem-xiyal, derd-kulê berê dîsa serê xwe hildan û mînanî verojkê ruhê wê verûtin. Axir nha jî tenê bû, nedixebitî û wede gelek bû bona ew rojêd derbazbûyî bêne bîrê, wekî tezetîkê bikne nava emrê wêyî herro mînanî hev.

         Hilbet, ne qîza berê bû, wekî sivik her tişt binihêre. Ewê bi femdarya nha wê qewmandinê dinihêrî û qîmet dikir. Raste, bîranîna derheqa wîda çiqas telayî hebû, deh cara zef şîrinayî hebû. Şîrinayî hebu, çimkî hizkirina wêye pêşine bê cab bû. Hilbet, ewê vî emrîda îdî nikaribû kurê dewletî hiz bikira, lê ewê hizkirina xweye pêşine temiz hiz dikir, çiqasî jî ewî bi nemerdî ew şêlû kir. Û ewê ne ku bona eynatê, heyfhildanê nikaribû wî bîr bike, lê çimkî ew bûbû sebeb, menya hizkirina wêye pêşin.

         Raste, ji alîê kurê dewletîda ewê tu tiştekî pak nedît, lê nha, gava wî halekî usada dibîne, dilê wê dişewite. Hilbet, ewê fem dikir, wekî xebat xebate, xirab û pak tune. Lê vî halîda, vê derecêda ew ber ç’evê wê alçax dibû. Rol hatibûn guhastinê, çimkî dewran jî hatibû guhastinê. Sewda digot, belê, rya kedxur, miftexurê wî çaxî gotî usa bûya. Lê kambaxê dil ser fikreke mayîne: qence-xirabe, hizkirîê teyî pêşine. Û dil heyfa xwe pê danî, ber xwe diket, çimkî ew bûye sebebê nerehetya wîye pêşine xweş.

         Şerê sewda û dil xew ji ç’eva revandibû. Yaşê wê usa bû, wekî nikaribû te’laya wê hizkirinê jî bîr bike, lê emrê tenê, bîranîna rojêd zarotîê û cahiltîê van çend rojada usa dikirin, wekî ew te’layî timê ber şîrinaya hizkirina pêşin dihelya, bela dibû. Û van çend rojada şîrinayî dha gelekî ketibû nava emrê wê. Tê bêjî cahil bûbû, dha qeşeng-qeşeng diçû, dihat, dha gelekî derdiket heywangê rûdinişt. Dûrva ç’yaê gundê wan dihatne kivşê. Nha dha zef wan ç’ya dinihêrî. Gele cara ber ç’evê wê ew ç’ya mina dibûn û dewsa wan gundê wan, zarotya wê, ew mereka sike-sar dihatne kivşê. Û dikete nava dinya bîranîiêd xwe. Gele cara hetanî deredg heywangê dima û wê jî nizanibû, wekî wede çawa derbaz dibe. Radibû, dikete hundur û dixwest tiştekîva mijûlbe, lê nikaribû. Hertim ew bû ber ç’evê wê bi bejn-bala xweye wî çaxîva. Dixwest, wekî ew bi qirafetê xweyî nha bê ber ç’eva, lê nedibû, ew bi qirafetê xweyî wî çaxî, bi kinc û rihalê xweye wî çaxî dihate ber ç’eva. Ewê zanibû, wekî ew dil dike. Lê dil dile, hizdikî bîst salîbe, hizdikî şêst salîbe, yeke, wexta kela wî radibe, rojêd derbazbûyî têne ortê, tê bêjî qewateke teze distîne, hasêgeha sala alt dike û dîsa dikeve meydana cahiltîê. Hertim usane, gava hizkirina pêşin bê cabe û paşî gelek sala bi vî cûreyî diwekile. Ewê zanibû, wekî îdî hizkirin ji ortê hatye hildanê, her tenê bîranîna wê hizkirinê tê wekilandinê. Û ewê ji wê bîranînê hiz dikir, ji cahiltya xwe, salêd emrê xweye derbazbûyî (çiqas jî ew çetinayêda derbaz bûbûn) hiz dikir, ewin nêzîkî dilê wê. Mêrik her tenê bû menî, wekî emrê wêyî nhayî tenêbûnêda ew bîranîn bêne wekilandinê. Ewê tex’mîn dikir, wekî tenê nîbûya, bawer bikî, vê rasthatinê wê hukumekî mezin ser nehîşta. Û ew nha gelekî razîbû, wekî tiştekî ha qewimî û rojêd wêye mînanî hev dane guhastinê, serecemeke teze dane wan. Ewê qirar kir tu wexta mêrik pê nede  hesandinê. “Bira min nas neke, her sibe bê, ez bibînim, rojêd xweye buhurî bîr bînim, — ewê difikirî. – Wê zêdetir çi min lazime?”

         Û çend roj ha derbaz bûn. Jinikê sibê zû derdana bermala xwe hildanî (gele cara jî qestîka heve kinc-mincê kevn dikirnê) û diçû. Ber avtoê dima hetanî gişka bermala xwe vala dikir, avto ji cî dihejya, diçû, paşê ew berbi malê dihat. Tê bêjî mêrik tiştek tex’mîn kiribû. Wexta jinik diçû ber avtoê, ewî demekê bi ç’evê şikber lêdinihêrî, paşê serê xwe dikir ber xwe, şuxulê xwe dikir, lê bin ç’evara lêdinihêrî. Wexta jinikê derdana bermala xwe dadanî û dêrî dibû li wî dinihêrî, ew ker’-ker’ nêzîk dibû, bermala wê vala dikir û derdana wê dida dêst.

         Hilbet, vî halî wê dirêj nekişanda. Rojekê jî dilê zor bida sewda û xeberda. Û aha ew roj hat.

          

* * *

 

         Rojeke payîzêye sar bû. Dîsa sibê zû rabû, kincê xwe xwekirin û heywangê hîvya hatina avtoê bû. Tê bêjî avto derengî ket. Tabetî naketê, hate hundur. Çend deqa şûnda dîsa derkete heywangê. Xulese, avto hat û bû zinge-zinga zengil. Jinikê derdana bermalê hilda û lez peya bû. Nêzîkî avtoê bû. Dîsa zûr bû mêrik nihêrî û xwexwa jî tex’mîn nekir, wekî çawa jê pirsî:

         — Bibaxşîne, heval, tu ji filan nehîê nînî?

         Mêrik serê wî berda bû, dengê jinikê nebihîst yanê nexwest cabê bide.

         Jinikê pirsa xwe ducarkir.

         — Belê, ez ji wê nehîême, — mêrik bê hemdî xwe got, paşê serê xwe hilbirî, derdana destê xwe dirêjî qîza cahil kir û zûr bû jinikê nihêrî.

         Wî çaxî mêrekî navsere derdana bermalê dêstda nêzîkî jinikê bû.

         — Siba te xêr, doxtir, — mêrik gotê.

         — Ser ç’evara hatî, — jinikê silava wî vegirt.

         Xebatçîê ser avtoê hela zûr bûbû jinikê dinihêrî.

         — Lê tu ji filan gundî nînî, — doxtirê ji xebatçîê ser avtoê pirsî.

         Evê te tevîhev bû. Qestîka vegerya pişta xwe daê, derdana destê mêrik hilda, vala kir, paşda daê. Paşê zivirî doxtirê nihêrî, avrûke tûj daê û bi hêrs got:

         — Na, ez ji wî gundî nînim.

         Avto rêket. Doxtir hela cîê xweda sekinî bû. Kesekî nikaribû bigota, çika ew wê demê çi difikire. Êpêce wext cîda sekinî, tê bêjî tiştêkî gelekî baha unda kiribû, dêrî bûbû. Paşê bi gavêd lerizok berbi malê hat.

         Rojtira mayîn îdî ew mêrik ser avtoa bermalê nîbû. Merîkî din hatibû dewsê dixebitî.

          

s. 1975-a 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *