amarikesardar
VÊTÊRAN DIÇIN, DIBINE LÊGÊND
VÊTÊRAN DIÇIN, DIBINE LÊGÊND
Bona bîranîna tevgelê Şerê Wetenîêyî mezin,
şayîr Qaçaxê Mirad.
Sal bi hemdê xwe difitilin. Sal tên û diçin. Û her çûyîneke xwera tevgelêd şêr ji nav cêrgêd me derdixin û dibin. Ji wana yek jî hevalê me bû, nava meda bû, lê îro îdî cîê wî valaye.
Vêtêran diçin û tajaneke tûj dide dilê sax’a. Vêtêran diçin û cêrgêd wana bere-bere sêrek dibin.
Û rojekê bê, demekê bê, gava wede wê tevgelê Şerê Wetenîêyî kutasîê jî bibe, ji nava cêrgêd me derxe… Wî çaxî ewê ji kitêba, ji qeytanê kînoê, ji bîra cimeta şêkirdar silsiletara xeberdin, lê, yazix, îdî ne bi dengê xwe… Bîranîna cimetê wê bibe dengê wan.
Vê care ewê çawa lêgênd bêne ortê, bikevne ser zara, nav û kirina wane ji qurnekê derbazî yeke mayîn bibin û çiqas here efatya wane ber ç’evê silsileta dha mezin bê kivşê. Cimetê rast gotye: “Mezinaya ç’îê dûrva tê kivşê”.
Vêtêran kêm dibin, cêrgêd wan bere-bere sêrek dibin. Destbi lêgênda derheqa wanda dibe, ku çiqas here, wê dha mezinbe, dha şax vede, dha dewlemendbe.
Hîmê lêgêndê efatya wane.
s. 1980-î
ESKERÊ NEEYANRA
ESKERÊ NEEYANRA
Te kur bêşîkêda hîşt, çûy ber şêr û venegeryayî. Cahil bûyî û hetanî-hetayê cahil mayî… Nha ew kurê te îdî ji te mezintire.
Tu eskerê çil û yekêyî Neeyan, tu cahilê heta-hetayê, tu ne tenê ewledê dayîkekê, lê ewledê temamya cimetekê, welatekî.
Tê bibaxşînî kurê xwe, wekî wê dema ox’irmê giranda piş te nesekinî, destê xwe neda ser birîna te û temî-wesyetê teye kutasîê nebihîst. Raste, nebihîst, lê bawere, wekî wesyeta teê ew bûya, ku berî dijminê hardin, ji welatê me raqetînin, bona weten, azayî û serbestya wî emrê xwe nehêvşînin, çawa ku te kir.
Tê bibaxşînî, wekî kurê te îdî ji te mezintire, lê heta roja îroyîn cîê mex’berê te nizane, nehatye ber temene nebûye, kevirê kêlka te paç’ nekirye. Tê bibaxşînî. Ne gunekare. Gelekî geryaye, gelekî pirs-pirsyar kirine, lê negihîştye tu tiştekî. Eva jêra kederekî mezine, kuleke usane, ku heta mirinê ji dil dernaê… Dilmîneke mezin ber dilê wîda heye. Ewe, wekî kula wî hevekî sivik dike, ber dilda tê.
Lê wekî nişkêva ecêbek bûbûya, te serê xwe ax-berê sar hilda û bidîta, te û bi hezara-hezarê mînanî te bi xûna xweye rêtî cimet, welatê xwera çi hîştye, teê zanibûya (û wî çaxî jî, sala çil û yekê jî tu bawer bûyî), wekî te û hevala emrê xwe badilhewa nedaye.
A dilmînya ber dilê kurê te eve. Nava emrê meyî îroyînî bextewarda, edlaya dinyaêda emekê te û hevalêd te jî heye. A eve, wekî dilminîê dide ber dilê kurê te, kula wî sivik dike…
Tu çawa ewledê dayîkekê çûyî ber şêr, lê bûyî ewledê temamya cimetekê, ku her sal 9-ê gulanê ne ku şîna te û bi hezara-hezarê mînanî te dike, lê cahiltya weye heta-hetayê, altindarîê dide kivşê, ku bona we jî bûye heykelê terîqî.
Kur îdî ji bavê mezintire.
Heta rojekê sax’be, rûbarê dinêbe, tabetî nakeve kur, bîr nake, wekî deqa kutasîê kêleka te nîbûye, destê xwe nedaye ser birîna te, temî-wesyetêd teye kutasîê nebihîstine, qe cîê mex’berê te jî nizane û îro emrê xweda îdî çend sala ji te mezintire.
Tu cahilê heta-hetayê, tu kurê dayîkekê, lê temamya cimetekê dayîka te, tu eyanê eyana – eskerê çil û yekêyî Neeyan.
s. 1980-î
ZENGILÊ BÊWEXT
ZENGILÊ BÊWEXT
Çaxê Nadir êvara westyayî ji xebatê vedigerya malê, keç’ka wîye biç’ûk – Nenê direvya, pêşîêda diçû, solê bavê dêxistin, dibirin dadanîn cî, şimik danîn ber dadanîn. Kurê wî Qasim, ku çend sala ji qîzê mezintir bû, dûr disekinî, bavê dinihêrî, nizanibû çi bikira, tilîê destê xweda diket. Hinara jina wî bi beşereke xweş ji aspêjxanê derdiket, pala xwe dida dîwêr, bavê û qîzê dinihêrî, dilkê wê bi şabûnê tijî dibû, bi teherekî mêrra digot:
— Tu hatî?
Mêr caba wê nedida, keç’ka biç’ûk hildida, dida hemêza xwe, çend cara paç’ dikir û berbi otaxa mezin diçû. Dê û kur didane pey. Diçû kursîê ber text hevekî dikişand, ser rûdinişt, keç’ik dida ser çoka xwe, zûr dibû lêdinihêrî, tê bêjî ne ku çend seheta qîza xwe nedîtye, lê çend sala, usa bi hisret lêdinihêrî. Paşê gazî kur dikir, diçû rûê wî, destê xwe nava porê serê wî digerand, pirsa dersê wî dikir û gava her tişt rind bûya, keç’ik ji ser çoka xwe peya dikir, vedigerya ser jinê:
— Qe çi heye, çi tune?
— Sax’î-silametî, wê çi hebe, — jinê digotê. – Cem te qe çi heye?
Eger tiştekî hewaskar hebûya, mêr bi hûrgilî jêra digot, lê eger her tişt mînanî herro bûya, digot, wekî tu tiştekî teze tune.
Qîz ji bavê dûr nediket, çimkî zanibû, wekî bav gelekî jê hiz dike û nha, gava xeberdana wî û dya wê kutabe, wê ser dîvanê palde, ewê jî bide ser singê xwe û pê şabe. Usa jî dibû. Hinar radibû, berbi aspêjxanê diçû, wekî şîvê hazirke. Nadir diçû ser dîvanê pal dida, gazî qîzê dikir, dadanî ser singê xwe û pê şa dibû. Nadir îdî westandina xwe bîr dikir, wî tirê wê rojê ne xebitîye, ne westyaye. Kur diçû rojnîşa xwe danî, qîmetê wê rojê nîşanî bavê dida. Kur rind hîn dibû û hertim qîmetê rind distend. Dilê bavê baristan dibû, bi ç’evekî şa kur dinihêrî, gazî dikirê, danî cem xwe, destê xwe nava porê serê wîye kurîşk digerand.
— Eferim, lao, qazanca teye îro rinde, — digotê û vedigerya ser qîzê:
— Lê Nena min îro çi tiştekî rind kirye?
Dibû xile-bila Nena biç’ûk, bi zimanê zarayî şîrin ew kirin didane rêzê, ku bi fikra wê qenc bûne û ewê wê rojê kirine.
Wî çaxî ji aspêjxanê dengê jinê dihat:
— Nadir, rabe, serç’evê xwe canke, şîv îdî hazire, were em nan bixun.
Aspêjxanêda herçar dora texte rûdiniştin, nan dixwerin, kuta dikirin. Gede diçû dersê xweva mijûl dibû, lê Nenê tîtikê xwe hildanîn û goşê xweyî otaxêda xwera dilîst. Nadir û Hinar aspêjxanêda diman. Nadir cix’ara xwe derdixist, serê miştikêva dikir, dikişand. Hinarê ser texte berev dikir, ber kirên derdan dişûştin. Hetanî ewê derdan dişûştin, Nadir jêra gilî dikir, wekî wê rojê cîê xebata wîda çi bûye, çi qewimye. Lê gele cara jî xwera virda-wêda, ji zara, cînara, qewm-pismama xeber didan. Hinarê gelekî hiz dikir, wexta Nadir jêra xeber dide. Gava Nadir nedixwest aspêjxanêda rûnê, xeberdin, Hinar bi bengzekî usa jê hîvî dikir neçe, wekî Nadir nikaribû gilîê wê texsîrke. Gele cara jî Hinarê xeber dida, gilîê xweş dikirin û pêra jî derdanê xwe dişûştin.
Herda gelekî ji hev hiz dikirin. Çi parîê xweş hebûya, Hinarê dida mêr, lê tenê ber Nadirda nediçû û ewî zorê kulfeta xwe dikir, ku tevayî bixun. Wexta derê aspêjxanê girtî bûya, Nadir ji cî radibû, nêzîkî jinê dibû û pê şa dibû, tê bêjî ne ku jin û mêrê çend salane, lê teze hev stendine. Jinê jî bi nazikayî destê xweye qerqaş stura dibir, bi ç’evê evîn mêr dinihêrî û bi alavî caba hizkirina wî dida.
Wexta Hinarê xebata xwe xilaz dikir, herdu derdiketine heywanga biç’ûk, kursî dadanîn û xeber didan. Cînara gişka ç’evnebarya qenc wan dikirin û gele cara digotin, wekî ew ne mînanî mêr û jinêne, lê mînanî du hevalêd hizkirîne.
— Ew hûn ewqasî derheqa çida xeber didin? – wexta cînarek derda dihat yanê derdikete heywanga xwe, ew didîtin, ji wan dipirsî.
— Êh, xwera mijûlîê xwe dikin, — mêr yanê jinê digotin, gizîka qisê dirêj dikirin.
Hênikaya êvarê heywangê rûdiniştin hetanî rind aciz dibûn. Bi xwestina mêr jinê qawe çêdikir, du fîncan tijî dikir û dibire heywangê. Hinarê qawa xwe zû vedixwar, lê Nadir hetanî qawe sar nebûya, venedixwar. Ji qabê cix’arek derdixist, dikire serê miştikê, pê pitikê vêdixist, qulapek-dudu didaê, paşê destpê dikir hey gulmek qawe vedixwar, hey qulapek cix’arê dixist.
Bawer bikî herro, paşî şîvê ewana heywangê rûdiniştin û usa bi hewaskarî wedê xwe derbaz dikirin, tê bêjî wê rojê ne xebitîne, ne jî westyane. Hertim berî êvarê bakî nerm dihat. Ber wî bayî rûdiniştin, berê xwe ç’yaê pêşberî mezinda dikirin û hetanî razana zara wêderê rûdiniştin. Wexta gede dersêd xwe hazir dikir, kuta dikir, lê keç’ik jî ji lîstika xwe aciz dibû, diçûne heywangê, keç’ik yan ser çokê bavê rûdinişt, yanê pêşa dêda, gede jî kursîê xweyî biç’ûk danî, kêleka wan rûdinişt û guh dida xeberdana mezina. Wexta razanê dê diçû cîê wan dadanî, dikirne nava cya û dîsa dihat kêleka mêr rûdinişt.
Baharê hetanî payîza dereng halê wan ha bû. Lê zivistanê ew xeberdana wane şîrin, ew qisêd wane xweş otaxa mezinda, mînanî ç’ilka hingiv, dirêj dibûn. Yanê jî têlêvîzora xwe pêva dikirn û dîna xwe didanê. Wexta kîno kuta dibû, herda kînoa nîşandayî enene dikirin, fikra xwe digotin. Raste, gele cara fikrê wan hevdu nedigirtin, lê ew yek nedibû menî, wekî dilê wan ji hevdu bimîne.
Hizkirinê, hevdufemkirinê û qedirgirtinê wê malêda padşatî dikirin. Ji qewm-pismamê Hinarê yekî diwêribû bigota, wekî serê pozka sola Nadir xare? Hinarê ya nemayî banya serê wan. Usa jî Nadir bû.
Wê malêda her tişt bi qayîlbûna herda bû. Wexta dixwestin tiştekî bistînin, pêşîê hevdura didane qayîlkirinê, paşê Hinarê diçû distend. Rastîê gotî, serê Nadir kirînfirotanêra tunebû, dixebitî, qazanca xwe dida jinê û îdî karê wî tu tiştî nediket. Her tişt destê Hinarê bu, hetanî kincê mêrê xwe jî ewê distend. Her tenê wextê tiştê mezin bikiryana, ew herdu tevayî diçûn, begem dikirin û dikirîn.
Wexta derdiketin cîkîda diçûn, Hinar dikete milê mêr, serê xwe ser hevda mêl dikirin, şîrin-şîrin, tê bêjî bengîê çend mehanin, hevdura xeber didan û diçûn. Hertim cînara wan dinihêrîn û hevdura digotin:
— Bengî çûn.
Herdu jî bejnêda weke hev bûn. Hinar yeke qerqaşe neyseyî qalim bû, ç’evne mezin lê, pore wê, ku dikirne çend kit gulî, dihat digihîşte hetanî serê penya. Nadir yekî qemerî bilind bû, burîê wî êpêce qalim bûn, ne ewqasî qalim, ne jî ewqasî aşqorkî bû, orte bû, diranê wî qerqaş weke hev bûn û wexta dikenya, hewasa merya wan dirana dihat. Mala wî bona wî zyaret bû, ber jina xwe, zarê xwe qelpya misqalekê nekiribû. Merîkî laqirdçî bû, hertim beşera wî xweş bû. Ewî deve-devî pêncî salî emir kiribû, lê hela têlekî spî neketibû nava porê sêrî. Destê wî mezin bûn û wexta laqirdî dikirin, bi dil dikenya, ew destê xweye mezin li hev dixistin, dibû şelpîn. Heval, nas haj vî xeysetê wî hebûn, lê merîê nenas, ku cara pêşin eva yeka cem wî didîtin, hew zanibûn, ku kûltûra wî kême, nizane çawa lazime xwe nava meryada xweyke. Lê nîv sehetê şûnda ewana ji wê tex’mînkirina xwe poşman dibûn û fikra xweye sifte derheqa Nadirda lap didane guhastinê, çimkî ewî usa xwe maqûlî xweyî dikir û bi camêrtî berbirî hazira dibû, wekî gişka hurmeta wî digirtin, bi dil jê hiz dikirin.
Hevala, cînara hetanî tiştê xweye teze k’ir’î neanîna, nîşanî Hinarê nedana, fikra wê nehesyana, dilê wan rehet nedibû. Çimkî Hinarê rind seredarî ji tişta dikir, wê derecêda merîfeta wê pir bû, usa nazik difikirî, wekî te tirê pêşekzana wê derecêye.
Ne kesîb bûn, ne jî dewletî. Maleke qulixçyaye orte bû. Hebûna wane mezin herdu zar bûn, ku roj bi roj mînanî gula vedibûn, mezin dibûn, bi kirinêd xweye biç’ûke qencva dê-bav didane şakirinê. Paşî hevstendinê hizkirina Hinarê û Nadir ne ku kêm bûbû, lê tê bêjî hela zêde bûbû. Wexta Nadir hevekî dereng bihata malê, lingekî Hinarê û zara li heywangê bû, lingê mayîn li malê bû. Hertim derdiketin, dinihêrîn, çika naê. Wexta dûrva Nadir dihate kivşê, ji heywanga mala wî şeş desta ew dûrva silav dikirin, lê ewî dûrva destê xwe wanra dihejand. Gava digihîşte mal, Hinarê qestîka hevekî medê xwe dikir û bi xeyd jê dipirsî:
— Tu kuyî, îro-mir’o em ç’evnihêrya tene?
Nadir bi sidqê qenc menya derenghatina xwe digotê û her tişt mînanî herro dikete qamê xwe û wê mala sadeda edlayê padşatî dikir. Û ewana ji bextê xwe, ji emrê xwe razî derbaz dikirin.
* * *
Lê wextekê edlaya wê malê teribî. Hetanî merivayî hebe, qomsî-nemamê navda hebin. Carna têne kivşê, lê carna jî tê bêjî kumê niqitok serê wane, naêne kivşê, diniç’înin merya, je’ra xwe berdidin û beta vedibin. Gelek ji dexesîê usa dikin: ewana nikarin bextewarya merivê mayîn bibînin û cîê xweda hêsa bisekinin. Bextewarya merivê mayîn dibe mînanî edû, ji wan dexesa dûr nakeve. Û çawa me’r nikare je’ra xwe nerêje, usa jî ewana nikarin dexesya xwe nekin. Ew dexesî jî je’ra ruhê wane, xwe dateline, mecala digere, wekî çawa bike bextewarya merîê mayîn je’rdadayî bike.
* * *
Nadir û Hinar qulixçî bûn, îdarêd başqe-başqeda dixebitîn. Nadir xebatçîkî cêrgevan bû. Çawa malda, usa jî xebatêda yekî helalî temiz bû, xebata xwe bi rûspîtî dikir, nedihîşt badilhewa xeberdana zêde bê ser pêşa wî. Serê wî berda dixebitî. Serkarya îdarê ev yek didît û bilind qîmet dikir, hertim civatêd kolêktîvêda pesnê xebata Nadir didan, ew çawa mesele danîn, wekî yêd mayîn jî ç’ev bidnê. Evê yekê tu guhastin nedikire xeysetê wî: dîsa serê wî berda dixebitî, çawa dibêjin, tevî xêr-şera xelqê nedibû.
Lê dexesê wî hebûn, ne dexesê qulixa wî, lê dexesê bextewarya wî û mala wî. Ewê dexesê xwe telandibû û hîvîê bû mecal bikeve je’ra xwe berî nava bextewarya wîde.
Otaxa wane xebatêda çend merî dixebitîn. Ji wana yek jî Gulê bû. Bi xeysetê xweva qe ne anegorî nave xwe bû, serdapê strîn bû. Yeke pormijî bû. Ewqas wext tevayî dixebitîn, hela yekî bengzê wê xweş nedîtibû. Gava Nadir laqirdî dikirin, hevalê dorê gişk bi dil dikenyan, xênji Gulê. Vedigerya, bin ç’evava avrûke tûj dida wan û xweda dipirpişî. Kesek dilê wê nediket, zanibûn, wekî emirda ewê bextewarya xwe nedîtye rûê wî xeysetê xweyî xirabda. Hevala zanibû, wekî wextêda ewê mêr kirye, lê her tenê çend meha mala mêrda maye. Kulfeteke bejn-bal, bedew bû. Lê ewî xeysetê wê usa kiribû, wekî ew bedewya wê ber ç’evê hevala, nasa nedihate kivşê. Nazikaya kulfet cem tunebû, berzeq bû û carna gilîê usa ji devê wê derdiketin, wekî hetanî mêra jî ji gotina wê şerm dikirin. Tev kesekî hevaltî nedikir, tenê diçû, dihat. Wexta yekê bixwesta nêzîkbe, bi dil jêra xeberde, çend cumla şûnda ese wê tiştekî usa bigotaê, wekî hurmeta wêketa, ji xwe bida revandinê. Û ewa ku dixwest nêzîkbe, jêra hevaltîê bike, ji kirina xwe poşman dibû. Ne emirda, ne jî cîê xebatêda hevalê Gulê tunebûn, tenê bû û nava je’ra ruhê xweda diqacqicî.
Nava rojêda Nadir pê têlê çend cara Hinarêra xeber dida. Wexta Gulê dibihîst, wekî Nadir çiqasî şîrin-şîrin Hinarêra xeber dide, bengzê wî çiqas guleşe, lêlê bû biteqya, ancax xwe zevt dikir, serê xwe dikire ber xwe û dûrva avrûne tûj didanê. Nadir ev yek tex’mîn nedikir, çimkî wexta Hinarêra xeber dida, her tişt bîr dikir, ber ç’evê wî, hiş-sewdê wîda her tenê Hinar bû, xênji wê tu kesekî mayîn, tu tiştekî mayîn tex’mîn nedikir. Wexta Nadir hevekî dirêj xeber dida, Gulê kursîê bin xwe bi hêrs paşda dida, usa dikir, wekî deng here gişka, ji cî radibû, dêrîva derdiket û qayîm derî lêdida.
— Dîsa cinê Gulê hatine dorê, — hevala hevdura digotin. Her tenê Nadir wî çaxî pê dihesya, wekî çi bû, gava Gulê qayîm derî lêdida, derdiket, diçû. Nadir, mînanî merivekî suckar, tetka têlê dadanî dewsê û ç’evê hevala dinihêrî.
— Ber xwe nekeve, — hevala digotnê, — çira tu nizanî xeysetê wê canikêye, usa neke, wê biteqe.
Gulê hevekî xwe derva egle dikir, xwexwa xwera xeber dida, vedigerya, dibû teqîna dêrî pey xwe digirt, dîsa bi hêrs kursî dikişand, ser rûdinişt, serê xwe dikire ber xwe, giva dixebite. Lê rastîê nedixebitî û nikaribû bixebitya jî: hêrsa destê wê dilerizîn, rehetya ruhê xwe unda dikir û nizanibû ji çi destpê bike. Qestîka çend cara kax’azê ser textê xwe tev-hev dikir, yan çye çi lê lazime nikare bibîne, ber xweda usa xeber dida, wekî gişk bibihên:
— Nahêlin merî pakî bixebite, — digot, serê xwe hildibirî, der-dorê xwe dinihêrî, dixwest bibîne, wekî kirina wê çawa hukumî ser hevala dike. Û gava didît, wekî tu kes caba wê nade, hê xweda dişewitî. Ewê dixwest yek xeberde, hema xeberekê bêje bona jêra menî çêbe, wekî ew çi je’ra, ku nava ruhê wêda top bûye, serda birêje. Gele cara usa qewimî bû. Eva hogirara bûbû ders û îdî tu kesî caba kirinêd wêye vî teherî nedida. Û ew hê xweda dişewitî, ew me’rê, ku nava ruhê wêda hebû, hê ruhê wê dikot.
Vî xeysetê wêra tevayî Gulê xebatçîke bêqusûr bû. Çi bispartanaê, wededa û baş diqedand. Çi xebata çetin hebûya, dispartine wê û hela neqewimî bû, wekî ewê spartin wextêda neanîbe sêrî. Lê çimkî xeysetê wêyî merivayê xirab bû, eva kirina wê ber ç’evê heval-hogira nedihate kivşê, dha rast dikete bin sya wî xeysetê wêyî xirab.
Carekê, duda hevala cêribandibûn fesal derheqa vê kêmasya wêda jêra xeberdin. Lê ewê usa kiribû, wekî wana rya xwe nedîtibû û ji kirina xwe poşman bûbûn. Civatada jî, gava derheqa kêmasya xeysetê xebatçyada xeber didan, newêrbûn navê Gulê bidin, her tenê, çawa dibêjin, dûrva kewkanî davîtnê. Civatada ewê jî dengê xwe nedikir, çimkî zanibû, wekî tu kesê piştê negre, wê tenê bimîne.
Gulê dha gelekî kîna xwe kuta bû Nadir. Lê Nadir xwe nedikir hevalê wê. Wexta ewê gilîê netê danîne ortê û dixwest Nadirra şerke, Nadir qestîka laqirdîk-dudu dikirin û her tişt serra dixarand. Lê kîn dilê Gulêda dima. Ewê didît, wekî Nadir çiqasî mala xwe, jin, zarara helale, çiqasî wana hiz dike. Û evê yekê ruhê wê dha tevîhev dikir, ç’evnebarîê, xêrnexazîê tabetî nedidanê. Ewê bextewarya Nadir û mala wî kiribû eynat, dixwest wanra xirabîkê bike bona dilê wê hevekî rehetbe. Qulç’ekî dilkê wêda gumaneke biç’ûk jî hebû. Û ew ser wê fikrê bû, wekî dikare bi wê rê bigihîje meremê xwe, wê gumana xweye biç’ûk bîne sêrî. Û mînanî pişîka diz xwe diteland, mecal-mikana digerya. Zûtirekê ew mecal kete destê wê.
* * *
Degme diqewimî, wekî Nadir paşî xebatê dereng biçûya malê. Hertim wextê xweda diçû, lê wexta derengî biketa, ese malêra tele dixist û digot, wekî wê bona çi derengî keve. Wexta sibê şuxulekî wîyî usa hebûya, ku dikaribû nehîşta Nadir wededa bê malê, ewî êvarê derheqa wî şuxulîda jinêra digot û Hinarê îdî zanibû, wekî dikare biqewime Nadir sibê dereng bê malê. Ewî derheqa her tiştîda mala xwe pê dida hesandinê, tu tişt ji jinê venedişart. Hinar jî yeke usa bû.
Wan roja xebateke ji sirêdar dabûne Nadir. Ewî pêra nedigîhand wê xebatê nava wedê kivşkirîda bîne sêrî. Lema jî paşê xebatê dima û dixebitî. Ewî derheqa wê yekêda Hinarêra negot, xwest pê wan pera jêra tiştekî rind pêşkêş bikire.
Rojekê-duda Nadir êpêceyî dereng hate malê û wexta Hinarê jê pirsî, wekî çira dereng tê, menîê başqe-başqe girtin. Şik kete dilê Hinarê, lê ewê bi tu tiştî neda kivşê. Nadir jî mînanî berê tevî jinê gelekî rûnenişt, xeber neda, rabû zû kete nava cya, raza. Hinar dha şikber bû, lê dîsa her tişt daqurtand û neda kivşê.
Gulê zanibû, wekî Nadir paşî xebatê dimîne û wê spartina sirêder diqedîne. Mala wê nêzîkî cîê xebatê bû: pencera wêra pencera otaxa xebata wan dihate kivşê. Ewê didît, wekî ronkaya otaxê êpêce wext vêxistî dimîne û Nadir tenê wêderê dixebite.
Gulê bi fen û fêl bû. Qirar kir vê mecalê ji destê xwe bernede. Ew çendik bû, wekî Nadir paşî xebatê dima, dixebitî. Dîna wê lêbû, wekî Nadir kengê dertê, diçe. Zanibû, wexta Nadir hela cîê xebatêdane, ew nikare mala wîra têlêxe, çimkî dikare biqewime Hinar cîê xebata wîra têlêxe û her tişt bê teribandinê. Gulê haj pê hebû, wekî Hinar derheqa vê spartina sirêderda nizane, çimkî Nadir carekê derheqa wê yekêda hevalara gotibû. Hema wî çaxî jî Gulê qirar kiribû ewê mixenetîê bike.
Wê rojê jî Nadir paşî xebatê ma. Gulê tevî hevala wextê xweda derket, çû. Gihîşte malê û ber pencerê sekinî, ç’evê wê lêbû, çika Nadirê kengê derê, here. Gele wext ber pencerê ma, lingê wê qerimîn, kursîk hilda, danî ber pencerê û ser rûnişt. Bona Nadir wê nevîne, perda ber pencerê kişand, ronkaya otaxa xwe temirand û qulç’ekî pencerêra wî nihêrî. Nadir gelekî xebitî. Xulese, rabû, kax’azê ser texte top kirin, danî cî, derket, çû. Mala Nadir per’ê şeher bû. Gulê zanibû, wekî rya wî wê weke sehetekê bikişîne. Lez nêzîkî têlê bû û hejmara mala Nadir berev kir.
Mala Nadirda bû zingîna zengilê têlê. Hinar lez nêzîkî têlê bû û tetka wê hilda.
— Alo?
Wî serî têlê hevekî xwe ker’ kirin.
— Alo? – Hinarê cara duda got û ew bû wê têl danya, gava dengekî jinayî ketî hate bihîstinê.
— Ew Hinare?
— Belê, ezim. Lê ew kîye xeber dide?
Jinikê dîsa hevekî xwe ker’ kir.
— Ez nabêjim, wekî ez kîme û bi tex’mîna min ew yek ewqasî jî ferz nîne, — jinikê got û mecal neda Hinarê, wekî ber xeberdana wê bê. – Ez borcê xweyî merivayê hesab dikim tiştekî ferz tera bêjim. Ez zanim, tu kulfeteke dilê xweye sax’î, mêrê xwe bawer dikî. Lê…
— Lê çi? – Hinarê bê hemdî xwe pirsî û tex’mîn nekir, çawa destê wê lerizîn. – Ez bextê teme, bêje, dibe tiştek Nadir qewimye?
Wî serê têlê bû pîrqe-pîrq, kenya.
— Tu çiqasî dilê xwe sax’î, — paşî ken ewî dengê ketî gotê. – Çi wê Nadir biqewime? Mêrikî xwera emir derbaz dike.
— Emrê çi? – Hinarê îdî serê xwe unda kiribû. – Tu çi dibêjî?
— Ez xêrxwezeke mala weme. Heyfa min te tê. Mêrê te qelpîê dike, — Gulê gotê û wê tirê barekî giran ji ser dilkê wê ket. Hinarê ji guhê xwe bawer nekir. Lê Gulê mecal nedaê, wekî ew pirsa bidê.
— Lê tu nabêjî eva îdî çend roje çira mêrê min dereng tê malê? – Gulê gotê û bi qelpî serda zêdekir. – Heyfa min te tê, tu guneyî.
— Tu rast nabêjî, ez bawer nakim Nadir tiştê usa bike, — Hinarê bi kel gotê.
— Ew şuxulê teye, — Gulê gotê. – Lê ez rind haj gilya heme. Dixwezî tera bêjim, wekî mêrê teê kengê bê malê?
— Kengê? – Hinarê bê hemdî xwe jî pirsî.
— Weke sehetekê şûnda. Eger gilîê min derneket, bizanbe ez derewa dikim, — ewê got û tetka têlê danî.
— Alo, alo, — lê her tenê “tû-tû” dihate bihîstinê. Qudûmê çokê Hinarê sist bûn, taqet nekir pêşda here, tetka têlê dêstda ew ser kursîê nêzîkî têlê rûnişt. Careke mayîn tetik hilda, da ber guhê xwe. Ewê jî nizanibu çira usa kir. Tê bêjî dixwest tiştekî bibihê. Lê tetikê her tenê dikire “tû-tû-tû”.
Hinarê nedixwest ji guhê xwe bawer bike, lê qafê wêda zingîna dengê wê kulfetê bû: “Heyfa min te tê. Mêrê te tera qelpîê dike”. “Gelo Nadir kare piş minva qelpîê bike?” – ew difikirî. “Lê wekî qelpîê nake, evê jinikê çira têlê xist û ew yek got? Rastîê jî ev du roj, sê roje derengî tê. Kîderêye, çi dike?.. Erê, ne ewê gilîk jî got”. Hinar fikirî û kete bîrê, wekî jinikê got, ku wê weke sehetekê şûnda bê. “Wekî tişt tune, ew kura zane Nadirê kengê bê? Bise, ez sehetê binihêrim û wê bicêribînim”.
Hinarê sehetê nihêrî. Dereng bû. Zaro îdî ketibûn nava cya, raza bûn. Hinarê hey sehetê dinihêrî.
Mîlê wê hêdî-hêdî pêşda diçûn, lê Nadir tunebû. Hinar mînanî herro dernediket heywangê û ç’evnihêrya Nadir nîbû, ser dîvanê rûniştibû û fikra wê ji tiştekî derbazî tiştekî mayîn dibû, nikaribû kûr-dûr derheqa tiştekîda bifikire. Temamya fikra wê, hemd û hişê wê ser gotina jinikê û sehetê bû. Lê sehet haj vê berxweketina Hinarê tunebû û hemdî xwe çiqe-çiqa wê bû, mîlê wê ji ser reqemekê derbazî ser ya mayîn dibûn.
Xêleke xurt ji şevê derbaz bûbû, gava bû zingîna zengilê dêrî. Hinarê nişkêva ji cî banzda û berbi dêrî çû. Qulka dêrîra nihêrî, dît Nadire û hêdî derî vekir.
Nadir derda hat, lê Hinarê pişta xwe daê û berbi aspêjxanê çû. Nadir solê xwe êxistin, kincê xwe guhastin, lê Hinar ji aspêjxanê derneket. Nadirî westyayî bû û tex’mîn nekir, wekî çira Hinar mînanî herro wî qebûl nake. Neçû otaxê, rast çû aspêjxanê. Dît Hinar wê ber kirên sekinye, derdana dişo. Cîê xweyî herrojda rûnişt û gote Hinarê, wekî birçîye. Hinarê ker’e-ker’ nanxwerin danî ber û derket çû heywangê. Dîsa Nadir tiştek tex’mîn nekir. Nanê xwe xwar, çû otaxê, ser dîvanê palda, gazî Hinarê kir, wekî bê otaxê.
— Na, vira xweşe, — Hinarê bêdilî xwe ji heywangê caba wî da. Nadir îdî gotina xwe ducar nekir, belgî da ber serê xwe. Westyayî bû û xwexwa jî tex’mîn nekir, çawa xewra çû.
Hinar êpêceyî heywangê rûnişt, xwest xwera rêkê bibîne, xwe bide bawerkirinê, wekî çi ku îro bihîst – xewne, xewneke xirabe. Lê xewn nîbû û ruhê Hinarê ji vê yekê hê tevîhev dibû. Gava dît, wekî dengê Nadir naê, hêdî ji cîê xwe rabû, hat dêrîra nihêrî. Dît Nadir ketye xeweke şîrin. Şikberya wê hê zêde bû, paşda vegerya, cîê xweyî berêda rûnişt û bê hemdî wê bû xule-xula hêsira jorda hatine xwarê. Gelekî girya, perç’a wê danî, paşê rabû hat, cî vekirin û deyli Nadir kir:
— Rabe, cîê te hazire, bikeve nava cîê xwe, razê.
Nadir ç’evê xwe vekirin, rabû ser xwe rûnişt, ç’evê xwe mizdan.
— Ez raza bûm, erê? – ewî ji jinê pirsî. Hinarê caba pirsa wî neda, çû otaxa zara, nivîn avîtine ser wan û paşda vegerya. Dît Nadirî hela cîê xweda rûniştye.
— Rabe, bikeve nava cîê xwe, — ewê gotina xwe ducar kir. Vê care jî Nadir tex’mîn nekir, wekî cara ewlin Hinarê jêra xeberda, lê nave wî hilneda. Nadirî xewixî bû û hela pakî ser hişê xweda nehatibû.
Hinar dîsa derketibû heywangê. Nadir pey neçû, xewa wî dihat. Rabû kincê xwe êxistin, kete nava cya û çend deqa şûnda xewra çû.
Xewa Hinarê nedihat. Nava van du-sê sehetê axirîêda ewqas tişt bûn, ku ewê dikir-nedikir seredarî jê dernedixist. Zengilê têlê (gotina jinikê) alîê xweda. Lê kirina Nadire îroyîn çi dibêjin?
Na, ew difikirî, vê ortê tiştek heye. Kengê herro Nadir tiştê ha dikirin? Te dît gotina jinikê çawa rast derket? Ewê çawa zanibû, wekî Nadirê kengê bigihîje malê? Dêmek, haj pê heye, wekî usane, dibe hema wê jinikêrane. Lê wekî wê jinikêrane, çira wê têlêxista û bigota? Na, ew yek nikare biqewime. “Ez xêrxwezeke mala weme”, — gilîê jinikê ketine bîrê. Dibe dûrva dîtye, dibe… Ê, hezar tişt kare bibe… Lê tiştek zelale: ese vê ortê gilîk heye û ez jî hetanî nha guhê gêda razayî bûme, haj tiştekî tunebûme. Lê gelo Nadir dikare qeleta usa bike?
Ewê him ji Nadir bawer dikir, him jî nikaribû gotina jinikê û kirinê Nadire wê rojê hesab hilnede. Serê wêda her tişt tevîhev bûbû û ewê nikaribû caba wan gele pirsa bide, ku tabetî nedidanê. Hetanî nîvê şevê heywangê ma. Paşê rabû, çû otaxa zara, lihêf avîte ser wan, hat kincê xwe exist, îşiq temirand û kete nava cya. Lê nava cyada jî ji dest wan fikra rehetya ruhê wê tunebû. Hetanî destberbangê xew nekete ç’eva.
Sibe îdî safî bûbû, gava Nadir ç’evê xwe vekirin. Sehetê nihêrî, nêzîkî wedê çûyîna wîye ser xebatê bû. Kerevata kêleka xwe nihêrî. Dît, wekî Hinarê pişta xwe dayê, razaye. Gerekê ew jî biçûya ser xebatê.
— Hinar, Hinar, rabe, em derengî ketin, — ewî deyli jinê kir. Hinar vegerya ser kêlekê, ç’evê xwe vekirin, zûr bû mêr nihêrî. Deqekê ewê qewmandinêd duh bîr kirin û xwest mînanî hergav destê xwe stuê mêrra bibe, lê nişkêva ew gilî ketine bîrê û destê wê nava hewêda man. Gonekî te’l hatê û hêdî destê xwe berjêr kirin, lihêfa ser xwe rast kir.
— Serê min dêşe, îro ez nikarim herim ser xebatê, — got, careke mayîn zivirî, pişta xwe da mêr.
Nadir tex’mîn kir, wekî sewtê xeydê nava xeberdana jinêda hene, lê guh nedaê, fikirî, rastîê jî dikare ji serêşê usa bê dilî xwe xeber bide. Rabû, kincê xwe lez xwekir, serç’evê xwe şûşt, derket, wî tirê mînanî hergav jinê teştya wî hazirkiribe û hîvîêbe. Lê dît, wekî pişta Hinarê têdane, nava cyada paldaye. Eva yeka Nadir xweş nehat, lê dengê xwe nekir, teştêke sivik hazir kir, xwar û wextê derketinê nêzîkî jinê bû, kêlekê sekinî.
— Serê te gelekî dêşe? – ewî bi dilovanî pirsî û xwest destê xwe dayne ser enya jinê. Lê Hinar vegerya ser kêleka mayîn.
— Tişt nake, wê derbazbe, — bê dilî xwe caba mêr da.
— Dixwezî ez gazî doxtirkim?
— Na, na, ne lazime, — Hinarê got û qilç’ê lihêfê kişande ser xwe, tê bêjî dixwest Nadir bida femkirinê, wekî xeberdana usa ne bi dilê wêye. Nadir eva yeka tex’mîn kir, lê nexwest sert caba jinê bide, çimkî ewî hew zanibû, wekî rastîê Hinare nexweşe.
— Hergê tu usa nexweşî, ez neçim ser xebatê, — Nadir gotê.
Eva yeka Hinarê keder hat, lihêf hevekî wêda avît, vegerya ser piştê, ç’evê xwe kutane ç’evê mêr û bi hêrs gotê:
— Cye, ez derewa dikim?
Nadir tex’mîn kir, wekî dilê jinê maye, lema bi hemdî xwe gotê:
— Ez zanim serê te dêşe û min xwest îro kêleka tebim bona êş gelekî zorê nede te.
— Na, na, tu here ser xebata xwe, ezê hevekî paldim, paşê rabim, — Hinarê bi hemdî xwe gotê, gava tex’mîn kir, wekî nava xeberdana Nadirda qelpî tune.
— Lê tê bêjî dilê te ji min maye, — Nadir hevekî hêdî, hevekî bi şik gote jinê. Hinarê bi tu tiştekî dilmayîna xwe neda kivşê, hêdî gote mêr:
— Na, çira dilê min ji te bimîne.
Nadir tex’mîn kir, wekî jinê rastî negotê, lê îdî nava pirsada kûr nebû, her tişt serêşa jinêra girêda, xatirê xwe jê xwest, bi dilekî şkestî derket, çû.
Wê rojê ser xebatê qe kêfa Nadir tunebû, mînanî herro laqirdî nedikirin, nedigot, nedikenya. Hevala xwest pê zanibin, wekî çira îro kêfa wî tune.
— Serê min dêşe, — ewî kese caba wan da û xebata xweva mijûl bû, xwest bi xebatê mecalê nede wê yekê, wekî derheqa xeberdana xwe û Hinarêye wê sibêda gelekî bifikire û berxwe keve. Lê xebat mînanî herro pêşda nediçû, çiqasî dixebitî derheqa xeberdana wê sibêda nefikire, jêra li hev nedihat, bê hemdî xwe fikra wî dihate ser wê disekinî. Bi xwe tex’mîn dikir, wekî tiştek qewimye, lê menî nizanibû û çiqasî lê digerya, dikir-nedikir nedidît. Hêja kete bîrê, wekî duh êvarê jî Hinarê mînanî herro ew qebûl nekir, serê poz jêra xeberda. Diqewimî, ser van pirsada ewqasî gelekî difikirî, ku xebat bîr dikir. Wexta ser hişê xweda dihat, dinihêrî, wekî êpêce wext derbaz bûye, lê ewî tiştek nekirye.
Wê rojê tê bêjî hevekî kêfa Gulê xweş bûbû, dha çeleng-çeleng diçû-dihat, hela carekê-duda jî hevala kêleka xwera xeberda û vebeşirî. Hertim ç’evê wê li Nadir bû û wexta didît, wekî ew berxwe dikeve, dilê xweda şa dibû. Kê-kê, lê ewê zanibû, wekî çira îro kêfa Nadir ne cîye, pormijîye. Û Gulê dilê xweda qirar kir wî şuxulê kirêt, ku ewê destpê kiribû, pêşda bibe.
Hinare hela nava cyada bû, gava zaro hişyar bûn. Xwexwa rabûn, kincê xwe xwekirin, hatin kêleka dê sekinîn. Zaro jî ecêbmayî man, wekî hetanî nha dya wan nava cyadane.
— Daê, dibe tu nexweşî? – Qasim jê pirsî. Hinar zûr bûbû banê otaxê dinihêrî.
— Na, kurê min, — ewê got, — ez ne nexweşim. Ezê nha rabim.
Nenê kêleka birê sekinî bû û dê dinihêrî, nizanibû çi bikira. Paşê, wexta dê usa got, gavekê pêşda hat û destê xwe danî ser enya wê. Hinarê destê wê girt û paç’ kir. Beşera Nenê xweş bû, tex’mîn kir, wekî tiştekî dê tune. Hinar xêlekê jî nava cyada ma, paşê rabû, kincê xwe xwekirin, teştya zara çêkir, da ber wan, derket çû otaxê. Temamya hiş-sewdê wê tenê ser tiştekî bû: qewmandinêd duh û pevgirêdana orta wanda tabetî nedidanê. “Gelo wê îro jî têlêxe?” – Hinarê xweber pirs da xwe. Û him gelekî dixwest, wekî ew jinik dîsa têlêxe, him jî ji wê yekê ditirsya. Raste, ditirsya, lê qewateke nedîhar zor dida sewdê wê û dixwest, wekî ew jinik dîsa têlêxe.
Wê rojê Hinar neçû ser xebatê. Temamya rojê hiş û sewdê wê ser têla jinikê bû, tê bêjî bawer dikir, wekî jinik rast dibêje û dixwest îro hûrgilya pê bihese. Û ew bêsebir hîvya zengilê têla jinikê bû. Ewê tirê ewê hema nha têlêxe û gilîê teze jêra bêje. Hinar difikirî, wekî dikare biqewime Nadir ew xapandibe, neçûbe ser xebatê û jinikê nha têlêxe, bêje, wekî Nadir kuda çûye û çi dike. Bona wê yekê bicêribîne, ewê carekê-duda Nadirra têlê xist, lê gava dengê wî bihîst, cab neda, hate bawerkirinê, wekî Nadirî ser xebatêye.
Wexta zengil dixistin û Nadir tetka têlê hildanî, kesekî caba wî nedida, careke mayîn tetka têlê dadanî û deqekê nizanibû çi bike. Gulê eva yeka didît û dilê xweda şa dibû, dihate bawerkirinê, wekî tîra wê cî girtye.
Nadir carekê-duda xwest malêra têlêxe, lê zûtirekê dest ji wê fikrê kişand, çimkî ewî hew zanibû, wekî hevalê pê bihesin, ku dilsarî ketye orta wî û jinê. Lê paşî nîvro dil-dînê wî ber hev neda û têlê xist. Hinarê pêra-pêra tetka têlê hilda, dihate kivşê ew nêzîk bû. Xênji Gulê kesek otaxêda tunebû. Nadir derheqa serêşa wêda jê pirsî, lê Hinarê mînanî wê sibê caba wî da û xeberdan kurt da birînê. Nadir dîsa kete nava mitala. Wê rojê ruhê wî tevîhev bûbû û ewî nizanibû, wekî menya vî teherî carekêra guhastina Hinarê çye. Lê Gulê hey bin ç’evara Nadir dinihêrî û hey jî dilê xweda şa dibû û difikirî, wekî virhada çi bike.
De, xebate, xeberdana heval-hogira, çûyîn-hatinê usa kirin, wekî hetanî nêzîkî kutabûna xebatê Nadir êpêceyî ji wan fikra û mitala dûrket, kûr-dûr fikirî û hate bawerkirinê, wekî bi tu tiştî ber Hinarê ne ginekare. “De, merîye, dibe gilîk bihîstye, hevekî dilê wê maye, — ew difikirî. – Wê paşê bi xwe bê bawerkirinê, wekî usa nîne û ewê ji kirina xwe poşman bibe. Ez zanim, wekî min tu tiştekî xirab nekirye, çira gotî ewqasî berxwe kevim. Wedeê her pirsa safîke, lazime molet bikim û berxwe bidim”. Nadir vî teherî xwe dida bawerkirinê, lê qulç’ekî dilê wîda nerehetî hebû: ewî nikaribû guh nede ser wê yekê, çi ku bûbû mena guhastina berbirîbûna Hinarê. Û dilê wî dêşya, berxwe diket, wekî nava ewqas salada, çi ku wana hev stendibû, cara ewlin bê menî, bê şer-dew dilsarîke ha ketye orta wî û jinê. Zaro îdî nedihatne bîrê, ew her tenê derheqa Hinarê û berbirîbûna wêda difikirî.
Wê rojê Gulê menî girt, wekî wê cîkîda here, zû ji xebatê çû. Çawa gihîşte mal, berbi têlê çû. Lê nişkêva sekinî, têlê nexist. Fikirî, wekî hela zûye, bira xebat kuta bibe, çika Nadir îro jî paşî xebatê dimîne yanê diçe. “Wexta ma, dha rind, — ew fikirî, — lê wexta nema, çû, hetanî ew bigihîje malê, ezê têlêxim”. Û Gulê ji ber pencerê dûr neket, sekinî, dîna xwe daê, çika Nadir paşî xebatê dimîne yanê diçe.
Wê rojê jî Nadir paşî xebatê ma. Ewî zanibû, wekî wî halîda cetin karibe pakî şuxulê xwe bike, lê nedixwest here malê, çimkî tex’mîn dikir, wekî orta wî û Hinarêda wê xeberdaneke usa pêşda bê, ku wê ne bi dilê wîbe. Û ewî dixwest wê yekê hevekî paşda bêxe. “Dha pake ez vêderê bimînim, ne ku herim û Hinarê wî halîda bibînim, — ew difikirî. – Dibe xeberdaneke nepak orta meda pêşda bê”.
Gulê dît, wekî Nadir ma. Nêzîkî têlê bû, tetik hilda û hejmara mala Nadir berev kir. Hinar bêsebir hîvya wî zengilî bû. Lê berî hinge ewê dilê xweda tiştek qirar kiribû. Dixwest paşî têlêxistina jinikê destbi mîaserkirina wê qirara xwe bike. Wê rojê ew gelekî fikirî bû û çawa jineke aqil dixwest gotina wê jinikê bicêribîne. Hinarê pêra-pêra tetka têlê hilda.
— Alo, alo…
Wî serî têlê kesekî cab neda.
— De xeberdin, we çira xwe ker’ kirye, — Hinarê bi hêrs got. Dengê duh lê tesele bû.
— Gotina min rast bû yanê na? – jinikê pirsî.
— Em bêjin, gotina te rast bû, — Hinarê gotê. – Bi wê yekê tu çi dixwazî bêjî?
— Ez dixwazim bêjim, wekî mêrê te yekêra hatye girêdanê û piş teva qelpîê dike, — jinikê gotê. – Haj xwe hebe, ewqasî jî merya bawer neke.
— Ez Nadir jî bawer nekim? – Hinarê bi hemdî xwe pirsî.
— De, tu dinihêrî bawerkirina te gîhande çi derecê. Bira ew xwera, çawa dilê wî dixweze, derbazke, lê tu jî bi dilsax’î wî bawer bike, — jinikê bi eks gotê.
— Wekî tu merîke ewqasî qencî, bêje tu kîyî û çawa haj kirinê mêrê min heyî? – Hinarê bînekêra got û hîvîê ma, çika wê çi cabê bide. Jinikê dîsa hevekî xwe ker’ kir.
— Ew şuxulê teye, dixwezî bawer bike, naxwezî bawer neke, — jinikê gotê. – Nabêjim ez kîme. Her tenê dîsa diwekilînim, wekî gunê min te tê û ez naxwazim tu bêy xapandinê. Paşê jî, çiqas ez zanim, tu kulfeteke aqilî, gotî tex’mîn bikî, wekî ez ji kîderê zanim, ku mêrê teê kengê bê malê. Dêmek, ez rind haj esasa heme. Çawa jin tu gotî tex’mîn bikî. Ez naxwezim û nikarim gilya gelekî te’zî bikim.
Xûdaneke sar ser Hinarêra avît.
— Wekî tu ewqas tişt zanî, — Hinarê bi kel pirsî, — dikarî bêjî nha mêrê min kîderêye?
— Nha mêrê te cem dilketya xweye, dha rast vanêye, dûşê hiltîne, — bû pîrqînya wê kenya.
— Lê wê kengê bê? – kela girî îdî dabû qirka Hinarê, ancax xwe zevt dikir.
— Hergê tu gelekî dixwezî, — jinikê xeber-xeber gotin, — ez dikarim weke sehetekê şûnda tera têlêxim û bêjim, wekî Nadirê kengê bê malê. Hilbet, tu jî tex’mîn dikî, wekî ewî otaxêye, ez nikarim têlêxim. Çawa ew ku derket bê, ezê têlêxim. Ez tex’mîn dikim me rind hevdu fem kir. Paşê, çawa kulfeteke aqil, tu gotî tex’mînkî, wekî orta weda îdî hizkirin tune. Rastîê, zûda ç’evê min û Nadir ser hevdu hebû. Nha gilî-gotinê me gihîştine wê derecê, wekî tu gotî ji ortê herî, bihêlî ez û ew evîntya xweye bi sala şabin.
— Tu jineke gelekî bêetbî, — Hinarê bi hêrs gotê.
— Çi dixwezî bifikire, min Nadir ji te stend û gihîştime meremê xwe. Deqekê bibaxşîne, Nadir gazî min dike, pêjgîrê dixweze. Ezê paşê tera dîsa têlêxim, — jinikê got û tetka têlê danî.
Tetka têlê ber guh Hinar cîê xweda sar bû, sekinî bû. Deqekê qirara xweye berê bîr kiribû û tê bêjî dêrî bûbû. Nişkêva ser hişê xweda hat, kincê xwe guhastin, zarara got, wekî nesya nekin, kê têlê dixe, bêjin dya me çûye mala cînara, wê zûtirekê bê, lez derket, derî ser zara dada, kilît kire çeltê xwe û bi rev peyayî jêrê bû, derkete kûç’ê, pêra-pêra taksî da seknandinê û berê xwe da cîê xebata Nadir. Wê rojê ketibû bîrê, wekî çendekî pêşda Nadir gotibûê, ku wê çendekî paşî xebatê binîne, şuxulekî sirêder spartinê, gotî nava wedekî kurtda bîne sêrî. Hinar çû bicêribîne gelo ewî rast gotye, cîê xebatêdane, yanê ew jinika, ku têlê dixe, rast dibêje.
Taksî ber derê cîê xebata Nadir da seknandinê, lez peya bû û çû hundur, ji qerewil pirsî, gelo Nadir cîê xwedane.
— Paşî xebatê hevalê Nadir ji avayî derneketye, — qerewil gotê. – Otaxa xweda dixebite. Eva nîv sehet tune ez çûm cem, min gotê, wekî wexta diçe bîr neke ronkayê bitemrîne, derî dade û kilîtê bide min. Nizanim çira, îro qe kîfa wî xweş nîbû.
— Merîê mayîn cem tunene? – Hinarê pirsî.
— Na, na, tek-tenêye, — qerewil caba pirsa wê da. – Çiqas ez zanim, tu kulfeta wîyî, xwe tiştek neqewimye?
— Na, şikir tişt neqewimye, — Hinarê îdî bi hemdî xwe cab da. – Şuxulekî ferz heye, ez gotî bêjmê. Têla wan jî xirab bûye, naxebite.
— Eva çend roje hevalê Nadir paşî xebatê tenê dimîne, dixebite. Min hela roja pêşin jê pirsî, wekî çira paşî xebatê maye, got, şuxulek spartinê, gotî zû biqedîne, lema jî paşî xebatê dimîne, gele wede dixebite. Heyfa hevalê Nadir, çira ewqasî zorê dide xwe? Şuxule, wê pêşda here, bira miqatî sax’lemya xwebe.
Hinar hilkişya qatê duda, ber derê otaxa xebata Nadir sekinî, guh daê, çika hundurda merî hene yanê na. Wexta hate bawerkirinê, wekî merîê xerîb hundurda tunene, derî vekir, çû hundur. Nadir, ku ç’ev Hinarê ket, ji cî banzda.
— Çi qewimye, tu çira hatî? – Nadir bi xof pirsî. Hinar nêzîkî wî bû, bi ç’evê evîn wî nihêrî, destê xwe da ser mila, bi nazikayî gotê:
— Netirse, tişt tune, ez hatim zanibim, çika tu çira derengî dikevî.
— Çira min tera negotye, wekî spartineke sirêder dane min? Lê min tera negotye? Wede kême, ez paşî xebatê jî dimînim, dixebitim.
— Min bîr kiribû, — Hinarê destê xwe nava porê serê wî gerand. Por ziha bûn. Bû îskînya Hinarê, xwe avîte pêsîra Nadir.
— Minra bêje, çi te qewimye, — Nadirê tirsyayî jê pirsî. Îske-îska Hinarê bû, digirya, nikaribû xeberda. Herdu usa şipya êpêce wext sekinîn. Nadir ber dilda dihat, dixwest pê zanibe, wekî çira digrî, çi qewimye.
— Em rûnên, ezê tera bêjim, — Hinarê got, kursîk kişand, kêleka Nadir rûnişt. Wan herdu roja çi bûbû, çi qewimî bû, bi hûrgilî jêra gilî kir.
* * *
Gulê îdî ber pencerê dûrketibû, çûbû ser dîvanê rûniştibû, ser pirsekêda kûr-dûr difikirî. Ewê tirê îdî wext pêra gihîştye bona meremê xwe bîne sêrî. Rabû kincê xweye lape baş xwekirin, gulav xwe reşand, ber neynikê sekinî, xwe rind çê kir, dûrva dîna xwe daê, wekî ronkaya otaxa xebata Nadir hela dişuxule, derket, derî dada, ji qatê çara peya bû. Nava çend deqada gihîşte cîê xebatê. Qerewilî ne cîê xweda bû. Gulê şa bû, wekî qerewil ew nedît, lez hilkişya qatê duda, derê otaxa xebatê vekir, çû hundur, nişkêva ç’ev Nadir û Hinarê ket, orta otaxêda sekinî.
— Gulê?.. Te xêre? – Nadir jê pirsî. Gulê quremîş bûbû, cîda sekinîbû, nikaribû caba wî bida. Fikra wê bend bûbû, nikaribû menîk bidîta.
— Te çira usa xwe xemilandye? – gava Nadir dît Gulê caba wî nade, bi eks cara duda jê pirsî. Eva yeka Gulê keder hat.
— Kax’azek min lazime, — ewê bi hêrs got, — ez hatime bibim.
— Ewe, dengê wêye! — bû zarîna Hinarê. — Ez hetanî bimrim, nikarim wî dengî bîr bikim!
Nadir zûr bû ç’evê Hinarê nihêrî, paşê vegerya ser Gulê.
— Erê? Dêmek tuyî? Te çima usa dikir? Xemla te bona çye?
Gulê caba wan neda, nêzîkî textê xwe nebû, qiç’ê zivirî, derket.
Rojtira mayîn Gulê nehate ser xebatê. Çendekî şûnda pê hesyan, wekî erza xwe daye ji xebatê aza bûye û cîguhastî şeherekî mayîn bûye.
s.1979-a
GUMAN
GUMAN
Şerê Wetenîêyî mezin teze kuta bûbû. Salêd giran bûn. Ew çetinayî hela nehatibûn hildanê, ku şêr pêşda anî bûn. Zulma şêr gihîştibû mala me jî. Bavê min çûbû ber şêr û venegerya bû. Apê min teze ji eskerîê hatibû. Raste, neferê mala me giran nîbûn (ez bûm, dya min, pîrka min û apê min), lê ebûra me jî tunebû. Xebata kolxoza gund tu tiştek nedida, çend pezê me hebûn, lê dewar tunebûn. Lema jî wexta xebata deştê kuta dibû, apê min serpayîzê diçû Tilbîsê, çend meha dixebitî, malêra heve tişt-mişt dikirîn, dihat.
Wê salê jî apê min çû şeher. Hertim hetanî rojîê êzdî dihat, wekî, çawa dya min digot, wan rojê ezîzda tiştek hebe xêra mirya derxin. Lê vê salê apê min rojîê êzîda nehat. Caw kiribû, wekî tiştekî pak neketye dêst, lema nikare bê. Rojyada paşîva me ew mast bû, ku dya min payîzê girtibû, rûn helandibû, berî ser devê dîzê dabû û hildabû bona rojya. Şîva me jî qeysî bûn. Wê payîzê qeysî anîbûn gund û cehra guhêrî bûn. Dya min du elb ceh dabû heve qeysî kir’î bûn, veşartibûn bona rojya. Hersê rojê rojyada nanê mirîê me qeysî bûn. Her carekê dya min nanê mirya dibire malekê. Cînara jî nanê mirya danîne mala me. Wî çaxî gindê meda edetekî usa hebû, wekî rojyada her carekê nanê mirya bibine malekê. Roja eydê jî dya min savar çêkir. Tenê çend cînarê nêzîk hatine eydana me. (De, çimkî apê min ne li mal bû, wekî tevî koma mêra bibûya û mal bi mal bigeryana, usa jî bihatana mala me, lema jî wê salê pakî kes nehate eydana me).
Me bi teherekî rojîê xwe derbaz kirin û ç’evnihêrya hatina apê min bûn. Hevtê derbaz dibûn, lê apê min nedihat. Wê salê berfeke usa ketibû, wekî davîte navê. Gava derdiketî derva û dora xwe dinihêrî, her dera spî, çîl-qerqaş dikir. Wexta ba radibû, dikire bagereke usa, ku cînar nikaribû biçûya mala cînêr. Û bagerê usa çend roja dikişand. Peyra ba radiwestya, bagerê vedikir û te’vê dida. Berf usa hişk dibû, wekî me, zara, bê lekana xwe ser dişimitand. Bûza ser cewa avê usa qalim dibû, wekî pê kulinga dişkênandin, qunî vedikirin û ava vexwarinê dibirin. Carna qunî usa kûr dibû, wekî destê merya nedigihîşte avê. Digotin, wê salê jineke gundê me ser sêrî ketibû qunîê û eger cînarekî me xwe pêra negîhanda, wê qunîêda bifetisya. Em, zar jî, sibê hetanî êvarê ser bûza nêzîkî qunîê bûn. Me virvirîk dilîst. Destê me ber sermê sor dibûn, mînanî silqa sor, lê me terka lîstikê nedida hetanî birçîbûnê zor neda me. Em direvyane malê, me k’axe şorbe yanê avsîra kelema dixwar, hoç’e nan digirte xwe û careke mayîn ser bûza dora qunîê top dibûn. Wan sala nangiranî bû, arvanî kêm bû. Lema jî kevanya danîn beroşa kartol dikelandin, spî dikirin, dikirne dogeç’ik, rind dikutan, hûr dikirin û dikirine nava hevîr bona ar kêm here, lê nan gelekbe. Û nan usa te’m bû, wekî te şeşek bixwara, t’êr nedibûyî. Lê kê wê şeşek bida te? Her kevanîkê çapa destê xwe zanibû û ewqas nan dipe’t, wekî ancax neferê malê yole dibir. Nan bûbû tiberk.
* * *
Rojekê jî me tendûra xwe temirandibû, nanê nîvro xwaribû û dora tendûrê rûniştibûn. Ser xanîê me bûbû reperep – merî hilkişyane ser. Me dî, yekî devê xwe kire kulekê û kire gazî:
— Mala Hemîd eve?
— Erê, eve, — dya min caba wî daye. – Keremke, pêşda were, bira.
— Na, Xwedê avake, xûşkê, ezî lezim. Derên derva, gilîkî min heye, wera bêjim, herim.
Min, dya min û pîrka min me hevra banzda derva. Mêrik ser xênî peya bûbû, berbi me dihat.
— Ez bextê kurê teme, xwe tiştek neqewimye? – pîrka min ber zarî bû.
— Qe metirse, xûşkê, şikir tiştek tune, — ewî caba pîrkê da. – Em û Hemîd tevayî ji şeher tên. Piştoê wî giran bû, ew gêlîda ma. Digot, bira jina birê min û kurê birê min pêşya minda bên. Zû bikin, xwe pêra bigihînin hela te’rî neketye erdê.
Pîrka min kir-nekir ew mêrik nehate malê, xatirê xwe ji me xwest, darêkir, çû.
Em vegeryane malê. Şabûneke mezin ketibû dilê me: ne axir apê min ji şeher tê, nha xwera tiştê xweş anîne. Min lez-lez çarix kirine lingê xwe, têlêgrêykê xwe xwe kir, kom da serê xwe û hip-hazir orta xênî sekinîm. Dya min jî kincê xweye germ xwe kirin, em ji malê derketin û me berê xwe da gêdûka Spîtakê.
Paşî nîvroye, te’ve, lê taqeta germa wê qe naê tex’mînkirinê. Wexta rê diçî, ç’irke-ç’irkeke usa dikeve berfê, te tirê vaye, wê ji hevt cya tîş-tîşîbe. Rê yekpêye. Min da pêşîê, dya min da pey min. Em hevekî çûn, min dî dya min hey şûnda dikeve. Dê gote min:
— Lao, tu zû here, hîvya min nesekine, xwe bigihîne apê xwe, hela te’rî neketye erdê.
Ez ji dya xwe qetyam û baê xwe çûm. Êpêce erd çûm. Şabûna hatina apê min ketye dilê min, qe westandinê tex’mîn dikim? Xênji wê, gundda wê êvarê dewete. Ez dilezînim, wekî zû vegerim, belkî xwe dewetêra bigihînim. Seknandina avê heye, seknandina min tune. Çawa diçim, çawa diçim! Wextekê min dît bir’e rêwya wê xwe dane p’alê. Min dilê xweda qirar kir, wekî gerekê herim wan rêwya derbaztir bim. Û ez dha lez çûm, carna direvyam, lê dişimitîm, ji rê derdiketim û berfêda gut dibûm. Diçerçirîm, ji nav berfê derdiketim, diketime ser rê û dîsa lez diçûm.
Wextekê min serê xwe hilbirî, dît, wê yek wêda tê. Ez çûm, nêzîk bûm, min dît, eva apê mine. Min xwe avîte pêsîrê. Ewî jî ez paç’ kirim û pirsî:
— Lê ka dya te?
— Dya min pey min tê, ez lez hatim, wekî hela te’rî neketye erdê bigihîjme te û zû vegerim.
— Lao, ez îdî taqet ketim, nikarim wera bêm, — apê min got. – Ancax qewata min gihîştê vê elba don û heve hûrmûrê mayîn bînim. Min piştoê xwe gêlîda, fêza kanya Spî, ber zinêrda hîştye. Lez here wan rêwya derbazbe, xwe piştora bigihîne, yanê na ewê hûrmûrê me hildin, bibin. Ez zanim, qewata te nagihîje pişto, tu nikarî tenê hildî, ber bisekine, miqatbe hetanî dya te tê, xwe tera digihîne. Wexta hûn gihîştine hev, nevî-nevî têne gund. Îdî derenge, vê zivistanê hûn pêra nagihînin bên. Hûrmûrê xwe hildin, herin Spîtakê, îşev mala Rûbênê dostê meda bimînin, silametî sibê bidne serê rê, lêdin werin. Kuro, qafseqetya mekî, vê şevê nedî serê rê neêyî.
Min tiştek negote apê xwe, serê xwe kire ber xwe, xatirê xwe jê xwest û çilqas kir. Ew koma rêwya hela negihîştibû gêdûkê, gava min xwe wanra gîhand. Ez ji wan dernaz bûm. Yekî min kire gazî, wekî çira usa lezim, rind dibe tevî wan herim. Lê min gotê, wekî ez lezim û nikarim wanra hevaltîê bikim.
Pêberjêr bû. Gêlîda berf kêm bû. Ez, mînanî baê birûskê, jorda berjêr dibûm. Zûtirekê gihîştime piştoê apê xwe. Min xwest bidme pişta xwe û paşda bêm. Lê min kir-nekir qewata min negihîştê. Min pişto kaşkir, bir devê newalê, ketime newalê û xwest bidme pişta xwe, lê tişt jê derneket. Ez gelekî çerçirîm, lê min nikaribû pişto tenê bida pişta xwe. Hetanî wî çaxî rêwî êpêceyî berjêr bûbûn, hatibûn jêrê. Ez tirsyam, wekî wê bên, pişto ji min bistînin. Lema min pişto kaş kir, bir piş zinêr, ber rûniştim. Min çend kevir jî girtine xwe, wekî wexta ser minda bên, ez wan bidme ber kevira. Min qirar kiribû: yan gotî kuştina minbe, yanê jî ez gerekê pişto nedme wan. Ancax ebûrek ketye destê me, rabim usa hêsa ji destê xwe berdim? Xuşûşî dilê minda ez teldê zinêrda ber pişto qerefîska rûniştim. Êpêce wext kişand hetanî rêwî hatin, derbaz bûn, qe alîê min û piştoda jî nenihêrîn. Ez teldê zinêrda mam hetanî ewana çûn nepenîêda unda bûn. Paşê ez rabûme ser xwe û min alîê gêdûkê nihêrî: çika dya min tê yanê na. Tu qûl-bende nedihate kivşê. Her tişt seqirî bû, qe bîna bê jî nedihat. Ezî birçî bûm. Min derê pişto vekir, çika tiştekî xwarinê têda tune. Nanekî somî ser devê pişto bû. Min somî derxist, hevekî jêkir û da ber geza. Min êpêce somî xwar. T’î bûm, heve berfa ser zinêr hilda, kire devê xwe. Berf helya, lê t’îbûna min neşkest. Min çend cara jî usa kir. Dengek li min tesele bû. Min serê xwe hilbirî, alîê gêdûkê nihêrî. Dya min wê serê gêdûkê sekinye, destê xwe minra dihejîne, dixweze min bide femkirinê, wekî pişto hildim û herim. Min lê kire gazî, wekî qewata min nagihîjê, tu jî were, em tevayî hildin, herin.
Sî daketibû ser gêlî. Te’v îdî piş ç’îêva qulibî bû. Serma zêde bûbû. Dya min pêberjêr bû, hat. Hetanî dya min hat gihîşte min, destê min êpêceyî serma kirin. Dya min pê berfê destê min mizdan. Xêlekê şûnda destê min rastîê jî germ bûn. Dya min navdêrekî xwe êxist, erdê raxist, êpêce tişt-mişt ji pişto derxistin, kirine navê, qilç’ikê wî girêdan, danî alîkî. Min û wê tevayî derê pişto girêda. Ewê komek da min û min pişto da pişta xwe, rind şidand. Paşê ewê hûrmûrê nava navdêreda pêç’ayî da pişta xwe, min da pêşîê, dya min da pey min û me berê xwe da gund.
— Lao, apê te tera negot, wekî em îşev herin Spîtakê bimînin, sibê rabin herin gund? – dê ji min pirsî.
— Erê, minra got. Heta em herin derên Spîtakê, emê bigihîjne gundê me, — min got. – Îşev jî gundda dewete.
— Ne derenge, — dya min bi dilekî sar got.
— Tişt nake, hetanî def here gomê, emê bigihîjne cî, — min gotê.
Ew çend sal bû gundda dengê defê nehatibû. Şer bû. Şer dewet betal kiribûn. Paşî şêr eva deweta pêşin bû. Em gelekî motacê deweta bûn, me bîra dengê def û zurnê kiribû. Lema çi jî biqewimya, min dixwest wê şevê xwe ese dewetêra bigihînim. Qîzek gundê meda hebû. Bi hizkirina zarotîêye temiz, dûrva ser wê bengî bûbûm û min gelekî dixwest wê şevê dewetêda carekê jî ç’evê min ç’evê wê keve. Lingê min girêdana, ez piş hevt ç’ya bûma, minê bicedanda wê êvarê dewetêda hazir bim. Nha ne zivistan, ne ev gelîê kûr, ne jî te’rî nikarin nehêlin, wekî ez wê şevê neçim dewetê. Min dilê xweda ha qirar kiribû: k’u jî mabe, ez gerekê îşev herim dewetê.
Em hêdî-hêdî hildikşyan, dihatin. Hey carna bîna dya min dima. Em hevekî cîê xweda disekinîn hetanî bîna wê dihate ber. Careke mayîn em dilivyan, pêşda diçûn.
Carekê, duda dya min gote min:
— Lao, çi me qewimî bû, wekî vê êvarê me da serê rê, ketine vî gelî? Lê Xwedê nekirî ba rabe, têke bager, halê meê çawabe?
— Qe tişt jî tune, — min gotê. – Saîye, ba nikare rabe. Hetanî şîva emê bigihîjne gund. Ancax jî hetanî wî çaxî def here gomê.
— Ê, bê te bona dewetê nehîşt em herne mala Rûbênê dostê me? – dya min wa bi beşereke xweş got.
Min caba wê neda. Ezî pêşîê, dya min pey min, em hêdî-hêdî hildikşyan. Hewa êpêce zivir bûbû, lê ba tunebû. Ro îdî çûbû ava, lê zeraya te’vê hela serê ç’ya hebû.
— Daê, em hevekî lez herin, belkî hetanî ronaîye, xwe serê gêdûkêra bigihînin, — min gote dya xwe. Fikra minda her tenê dewet bû û min dixwest gavekê zû bigihîjme gund. Û evê yekê tê bêjî qudûmê min hê dişidand, dilê min hê şa dikir. Ez usa jî şa bûm bona hatina apê xwe: ne axir nha ew mera xurekê xweş anye. Dilê minda gumaneke biç’ûk jî hebû: dibe apê min kinceke teze minra anîbe. Û dha firnaxbûyî min berbi gund dilezand. Wextekê min piş xweva nihêrî, dît, dya min êpêceyî şûnda maye. Dengê xwe jî nekirye.
— Daê, tu çima usa hêdî-hêdî têyî? – min jê pirsî.
— De, ancax, lao, — dya min gote min. – Bîna min dimîne.
— Lê çira dengê xwe nakî, wekî ez bisekinim hetanî tu hevekî bîna xwe distînî?
— Min carekê, duda gote te, lê tu nesekinî.
Min tex’mîn kir, wekî ez ketime nava wan fikir-mitalêd xweş û dengê dê li min tesele nebûye.
Ez sekinîm. Dya min hat, gihîşte min. Min hûrmûrê ser mila hilda, danî devê rê, ewê jî dêrê xwe hev pêç’a, top kir û ser rûnişt. Minra got, wekî ez jî rûnêm, hevekî hêsa bim, lê ez rûneniştim, kêlekê sekinîm. Êmê cix’arekê rûnişt, bîna wê hate ber, paşê rabû, min komek daê, ew hûrmûrê nava navdêrê wêda pêç’ayî da ser milê xwe û em rêketin. Me ranêzkayî gêdûkêra kirye, lê zeraya serê ç’ya îdî mina bûye. Te’rî rind ketye erdê. Raste, çiqas diçe, hişkî ewqasî zêde dibe, lê ba tune. Bextê meye, wekî tune, yanê na wî gelîda dibe bagereke usa, ku merî ber hev bisekinin, tilya ç’evê hevrakin, hevdu nabînin. Zivistanê qe çiqas merî wî gelîda bagerêda xeniqîne yanê ketine bin kurşê. Digotin, çend sala pêşda wî gelîda çend merî dikevin bin kurşê. Binelîêd çend gundêd nêzîk çend roja meytê wan digerin, lê nabînin. Meytê wan bin berfêda dimînin hetanî baharê. Wexta berf dihele, hiltê, paşê meytê wan dibînin, dibin teslîmî axê dikin.
Lê vê care bextê min û dya min lêda bû. Ba tunebû. Gêlîda her tişt seqirî bû. Hey car-cara lingê me kevirê hûr diket û ewana dipekyan berjêr diçûn. Ew jî kevirê mayîn diketin, cî radikirin, xwera dibirin. Xuşîneke usa dikete gêlî, wekî te tirê sêlav rabû. Û çiqas kevir dûr diçûn, deng ewqasî zêde dibû. Her wî çaxî deng dihate birînê, gava kevir diçûn rastekê disekinîn, hetanî dengê xuşînya xwelîê jî dihat. Paşê her tişt diseqirî, tu deng-hisek tunebû, her tenê berfê bin lingê meda dikire ç’irke-ç’irk. Çarixê min usa qerimî bûn, wekî bûbûne dar. Min ancax xwe digirt, wekî neşimitim, rê derneêm. Gelî gelekî tîk bû û wekî ez bişimityama, ji rê derketama, ezê gulol bûma hetanî binê gêlî û, çawa dibêjin, pirtîê minî mezin wê guhê min bima.
— Daê, çarixê te hişk nebûne? – min ji dya xwe pirsî.
— Lê hişk nebûne, lao, — dya min caba min da.
— Miqatî xwebe, neşimitî, ha!
— Ya min cenima min kirî, tu miqatî xwebe, lingê xwe fesal bavêje. Ya Xatûna Ferxan, destê min eteka tedane, tu vê şevê me bibî xweyî, nehêlî telî-tengasî bê serê evî tifalê min. Ad-qirarbe, îşev em bê qezya, bê nezya bigihîjne malê, ezê sibê nanê germ derxim. Lao, wekî lingê te dişimitin, min çend çaw xwera anîne, çarixê xwe girêde, wê îdî neşimitin.
— Na, hela vê gave naşimitim, — min gotê. – Lê çaw kanên, min çaw nedîtin.
— Lê te nedît, min kirine piştoê ser pişta te. Te çawa nedît? Ez fikirîm, dibe rêva kêrî me bên, lema min ji malê anîn.
Me xwera ha xeber dida û hêdî-hêdî hildikişyan. Ez hey diçûm, hey jî min piş xweva dinihêrî, çika dya min tê. Dya min îdî paşda nedima, pê-pê minra dihat. Wexta em cîê bêfesalra derbaz dibûn, min destê wê digirt, komek didaê, wekî derbazbe. Carekê lingê min şimitî. Bû qûjînya dya min. Lê pak bû, lingê min çû kevirekî mezin hasê bû, yanê na ez jorda hol bûma.
— Fesal here, lao, — dya min gote min. – Xwezil min gur’a te nekira.
— Tişt nake, daê, em îdî gihîştine serê gêdûkê, — min gotê. – Wê şûnda îdî pêberjêre. Emê nava nîv sehetêda bigihîjne gund.
Rastîê jî hindik mabû, wekî em bigihîjne serê gêdûkê. Lê ew rya mayî lape çetin bû. Rê t’îk hildikişya û şimşatok bû. Em sekinîn, me hevekî bîna xwe stend, paşê me destê hev girt, yek yekîra bû taqet û pêşda livyan. Ezî dîsa pêşîê bûm. Min rind cîê lingê xwe dikir, paşê lingê dinê hildibirî. Rê gelekî bi kesir bû. Min tex’mîn kir, wekî dya min diweste. Lema jî min qirar kir pênc gava herim, bisekinim, wekî bîna dya min bê ber. Min usa jî kir: pênc gava diçûm, disekinîm.
— Lao, tu çira usa zû-zû disekinî? – dya min ji min pirsî.
— Diwestim, daê, — min qestîka serra xarand. Lê dya min bawer kir.
— Lê ç’evê min rijyaê, min tera negot, wekî îşev em nedin serê vê rê. Lê te gura min nekir. Bê porkurê, tu çira pêra qayîl bûyî!
— Daê, qe ber xwe nekeve, eva hevekê han maye, wê şûnda îdî firêqetîye, — ez ber dilda hatim.
Xulese, em derketin serê gêdûkê. Ew cîkî usa bû, wekî her heyamê salê wêderê ba hebû. Vê care jî bakî zirav dihat. Hîv derketibû. Te herçar alya dinihêrî çîl-qerqaş dikir. Dûrva gundê me dihate kivşê.
Em serê gêdûkê qe nesekinîn. Çimkî me xûdabû, ber wî bayî meê serma bikira. Em pêberjêr bûn. Alîê gundê me berf îdî ewqasî hişk nîbû, rê jî rind bû. Em lez berjêr diçûn, gava nişkêva dya min kire gazî:
— Hemîd, Hemîdo, em tên!
— Daê, tu çira nizanî, wekî apê min naê pêşya me, — min gotê. – Ewî minra got, wekî em îşev herin Spîtakê, sibê paşê bên.
— Minra jî usa got, la-lao, — ewê gote min.
— Lê tu çira gazî apê min dikî?
— Dibe van nêzîkaya debe hebin. Bira dengê me bibihên, herin me dûrkevin.
— Ê, dibe ew dûr bin, lê xwe dengê me bigrin û bên, — min gotê.
— Na, la-lao, debe ji dengê merya ditirsin, dûr diçin.
Min îdî dengê xwe nekir. Lê xuşûşîk kete dilê min. Ez fikirîm: dibe dya min ji tirsa kire gazî.
Rê rind bû. Hingî em pêberjêr bûbûn, dya min pêşîê diçû, min dabû pey.
Rya gundê me ç’el û newal bû. Wexta em diketine newala, gund nedihate kivşê. Lê wexta em ji newala derdiketin, gundê me dûrva rind dihate xanê. Wexta min gund didît û dikete bîra min, wekî îşev dewete, dil şa dibû û min westandin tex’mîn nedikir.
Em êpêce erd hatin. Me îdî xwe gîhande çayîra. Wê şûnda îdî rya rast bû. Lê gund hela êpêceyî dûr bû. Ba tunebû, ezmanî ç’îk-sayî, hewa xweş bû.
Dya min gilîê rojêd derbazbûyî minra dikirin. Me dabû pey hev û berbi gund dilezand.
Nişkêva tê bêjî yekî minra got: hela vegere, piş xweva binihêre. Ez zivirîm, min piş xweva nihêrî. Min dît, wê tiştekî mezin pey me tê. Weke sekî heye. Min pêra-pêra tex’mîn kir, wekî gure. Çimkî alîê me her tenê gur û rûvî hebûn. Ne mînanî rûvya bû. Hebe-tunebe gure. Tirsekê min girt. Rastîê jî sawa gur geleke. Dema usa fikra merya zû dixebite. Pêra-pêra kete bîra min, wekî gur ji agirê ditirse.
“Qe şayîşa mekişîne, — min xwexwa dildîmî da ber dilê xwe, — çaw, tope pitik cem me hene. Hela dûre, çawa hat ranêzkayî mera kir, ezê pitikê vêxim, agir berî çawê dim û pey xwe kaşkim. Tê kivşê dya min tirsya, lema gava dinê gazî apê min dikir. Lema jî ez gerekê vê gave dya xwera nebêjim, wekî gur daye pey me û tê. Hela çika me û wî çi dest dide. Lê lazime em diha lez herin. Em çiqasî nêzîkî gind bin, qezyaê ewqasî kêmbe”.
Ez carekê jî ser milê xwe zivirîm, min gur nihêrî. Na, êpêceyî dûre, orta me û wîda çend newal hene. Raste, dûre, lê bona gur çye? Te hew nihêrî çilqas kir xwe mera gîhand. Çiqas em dikarin gotî lez herin.
— Daê, hevekî lingê xwe hilde, zû here, lingê min serma dikin, — min qestîka gote dya xwe.
— Pî, ç’evê dya te korbe, zûda lingê te serma dikin?
— Na, min teze tex’mîn kir.
— Wekî usane, were em çawa derxin, vejenin, têkne binê çarixê te, lingê teê germ bin, — dya min got.
— Na, nelazime, daê, — min gotê. – Wekî em hevekî zû herin, lingê minê germ bin.
Dya min dha lez çû. Ez jî pê-pê pey diçim û hey ser milê xwe dizivirim, piş xweva dinihêrim. Bêxweyî daye pey me û tê. Carekê jî min piş xweva nihêrî. Naê kivşê. Min dya xwera got, wekî bisekine.
— Çi bûye, lao? – dê pirsî.
— Were em çawa derxin, min ku dît sermê li min zor kir, ezê têkme bin çarixê xwe.
Me hahanga derê pişto vekir. Rastîê jî çar çaw wê ser dêvin. Me çaw derxistin, dya min xwest wana ji hev derxe, lê min nehîşt, danîn ser berfê, dya min pişto da pişta min, min çaw girtine xwe û dya min xwest, wekî vê care ez bidme pêşîê, lê min qestîka me’nî girt, wekî lingê minê dha gelekî şil bin, dya min da pêşîê, min da pey, em lez çûn. Min dîsa para ihêrî. Na, bêxweyî tê. Tu nabêjî ketibûye newalê, lema nedihate kivşê. Ara orta me û wîda êpêceye. Gund jî ewqasî dûr nîne. Min destê xwe rûva danî ser cêba şe’lê xwe. Na, pitike cem mine. Olecaxe, te hew nihêrî xwe mera gîhand. Ez gotî hazir bim.
Em lez diçin. Bin lingê meda ç’irke-ç’irka berfêye. Hîveron weke roye. Ez hey piş xweva dizivirim. Bêxweyî daye pey me û tê. Çiqas diçe ara orta me û wîda kêm dibe. Em jî ranêzkayê gundra dikin. Raste, gund rind meva tê kivşê, dengê kelba tê, lê ez hela culet nakim dya xwera bêjim, wekî gur pey me tê. “Te lênihêrî nişkêva tirsya, — ez difikirim, — ecêbek hate sêrî”. Lema min qirar kir hetanî em negihîjne cî, ez dya xwe nedme hesandinê. Bi menya sermakirina linga ez timê dya xwe didime lezkirinê. Ji sawa wî bêxweyî min îdî westandin, kesrandin, piştoê pişta xwe, dewet bîr kirine. Fikra minda nha her tenê ew yeke, wekî çawa bikim ji gur xilaz bin. “Min ku lênihêrî hat, nêzîkî me bû, ezê çawa vêxim. Ez zanim, gur ji agir ditirse, nikare xwe bide ser me, — ez difikirim. – Lazime zû-zû piş xweva binihêrim, haj xwe hebim”. Û min destpê kir her gavekê şûnda piş xweva nihêrî. Carekê, duda ez şewişîm ji rê derketim, careke mayîn min xwe lez davîte ser wê rya yekpê. Qe dya min jî pênehesya, wekî ez şewişîm, ji rê derketim. Min timê teselya pitikê dikir. Na, cîê xwedane. Min newêribû derxista, ditirsyam, wekî ji destê min bikeve nava berfê, şilbe û wexta kêr bê vênekeve. Lema jî min rûva destê xwe ser cêba şe’l digerand. Gumana min gelekî ser pitikê û çawa bû. Gurê çileye, te hew nihêrî xwe avîte me. Min dîsa para nihêrî. Ay tera şetele! Bêxweyê bêxweyî nha dha lez tê. Lê me jî îdî xwe gîhandye zevîê fêza mala. Dengê defê tê, nava gundda merî diçin-tên, ewte-ewta kelbane. Min dîsa piş xweva nihêrî. Îdî bawer bikî direve tê. Xûdaneke sar ser minra avîtye, çokê min bin minda dilerizin, çûyîn min nabe. Ez bê hemdî xwe cîda bûme rusas sekinîm. Qe nizanim evê yekê nîv deqe yanê deqekê kişand, nişkêva, çawa yek biniç’îne min, çaw û pitik ketine bîra min. Min çawek vekir, destê xwe kire cêba xwe, wekî pitikê derxim, gava du kelbê gundê me hatin, lez ji me derbaz bûn. Ez vegeryam, min alîê kelba nihêrî. Çend gava wêda çûn û kirt cîê xweda sekinîn. Ewte-ewta wane, lê pêşda naçin. Gur jî weke pêncî mêrtî dûrî me sekinye. Ne kelb turuş dikin pêşda herin, ne jî gur virda tê. Dya min weke çend gava min dûr ketye. Min lêkire gazî, wekî bisekine, ez bigihîjmê. Dya min cîê xweda sekinî. Berê wê gundda bû. Ez çûm, gihîştimê. Zanim, wekî em îdî derketine firêqetîê, gur nikare tu tiştekî me bike. Lema jî min bi hemdî xwe gote dê:
— Daê, hela piş xweva bizivire, binihêre.
Dya min pêra-pêra zivirî.
— Kelbê mala Ûsêne, çi heye, — ewê gote min.
— Ez zanim kelbin, — min gotê, — lê kelba wêda, ser rê, ew çye reş dike?
Bû qajînya dya min, şewişî, ket. Min hahanga dadaê, ew rakir û ber dilda hatim:
— Mala te avabe, em îdî gihîştine gund, gurê çi me bike? Wê kelb diewtinê, ew îdî qursax dike pêşda bê?
Bîna dya min hevekî hate ber.
— Te teze ew dît? – dya min ji min pirsî.
— Wexta em ji newala Sor derketin, min hingêda ew dîtye û ç’evê min lêbûye, — min gote dya xwe.
— Lê te çira minra nedigot?
— Minê çi tera bigota? Tera bigota, wekî gur daye pey me? Ê, min ku tera bigota, teê nolanî hêja bikira, ezê teda biketama, gurê jî xwe mera bigîhanda. Min qestîka tera nedigot. Lê wekî min vê care jî tera negota, paşê malda bigota, dibe kesekî bawer nekira.
Gur wira cîê xweda ma, kelb jî digirijîn, diewtyan, lê pêşda nediçûn. Ez û dya xwe gihîştine gund. Def ji mala zevê derdiket, diçû gomê.
Em gihîştine malê. Apê min û pîrka min karê xwe kiribûn, wekî herne dewetê. Wexta me derî vekir, em çûne hundur, apê min ecêbmayî ma. Êpêce wext zûr bûbû ç’evê min dinihêrî, dengê xwe nedikir.
— Ew hûn çawa hatin? – ji me pirsî.
— De em hatin, da, — dya min caba wî da.
— Ne min tera got, wekî îşev herin Spîtakê, sibê rabin werin, — apê min vegerya ser min.
— Me vê şevê Spîtakê çi bikra, — min tu cabeke mayîne pak nedît.
— Lê tu nabêjî çi hate serê me, — dya min gotê.
— Çi bû? – apê min pirsî, zûr bû ç’evê dya min nihêrî.
Û dya min hûrgilî jêra şirovekir.
— Weylê qapîê min hilşîayî, — apê min kire zarîn, destê xwe li çoka xwe xist. – Merî qavseqetya usa dike? Lê wekî vê şevê gur ecêbek banya serê we? Kuro, — vegerya ser min, — dûrî birê min, tu qe ne merîyî, gilî serê teda rûnanê.
— Gurê çi me bikira, — min berxweda got.
— Çawa gurê çi me bikira? – apê gotina min bi cure pirsê wekiland. – Gurê zivistanêye birçî çi merya dikin? Nevî te tirê wê bihata destê te balasta? Yan tu nizanî, çendik-çend merî wî gêlîda bûne xurê gurê zivistanêye birçî? Bo bira, bira nanê bavê min mezim bûye, wekî vê şevê kilît derê min neket, ûrta birê min neqelya.
— Ne çaw û pitik cem me hebûn, — wexta apê min xwe ker’ kir, min got. – Gur qe dikaribû ser meda bihata?
— Çaw û pitika teê çi gur bikirana? – apê min ji min pirsî. – Dive gur ji çaw û pitika te bitirsya?
— Erê, wê bitirsya, — min bi bawerî got.
— Wê çawa bitirsya?
— Minê agir berî serîkî çawêda, serê mayîn bigirta xwe û erdêra kaşkira. Gur ditirse, xwe nade ser agir.
— Tu xweş mêrî, — bengzê apê min xweş bû. – Tu kura zanî, wekî gurê bitirsya?
— Kitêba meye dersada nivîsîne, — min bi bawerî caba wî da. – Hela dibe ewî çaw dewsa me’ra jî danya. Gur ji me’ra jî ditirse.
Apê min îdî dengê xwe nekir, bi ç’evekî şa min nihêrî û çû ser kerevata meye ji texte çêkirî rûnişt. Min jî çarixê xwe êxistin, pîrka min cilkeke kevn danî ber tendûrê, ez ser rûniştim, min lingê xwe kire tendûrê, wekî gorê mine şil zû ziha bin bona ez xwe dewetêra bigihînim.
Pîrka min pitik ji min xwest.
— Ez ç’irê vêxim, herim kox wera şîvê bînim, — ewê got.
Min dest kire cêba xwe, pitik derxist û dirêjî pîrka xwe kir. Ewê pitik ji destê min girt, berbi peltikê çû, nişkêva vegerya ser min:
— Lao, pitike valaye, lêv têda tunene, ezê pê çi vêxim?
Min ji cî banzda, berbi pîrka xwe çûm, pitik ji dêst hilda û lênihêrî. Rastîê jî qabeke vike-vala bû.
— A pê qaba pitikêye vala teê gur bida tirsandinê? – apê min bi cûrê eks gote min.
Xêlekê şûnda em malva çûne dewetê. Min tirê gund-gundîtî pê hesyane, wekî çawa gur daye pey me, lê ez jê netirsyame. Ez ber xwera diçûm, qure dibûm û min wê qîzê dinihêrî. Lê ewê qe alîê minda jî nedinihêrî.
Sibetirê dya min nan pe’t û çend nanê germ bela kirin teseqida wê yekê, wekî em bê qezya, bê nezya wê şevê hatin gihîştine malê.
s.1979-a
Wênekêş Arif Sevinç.
MÊRXASÎ
MÊRXASÎ
(Qewmandin)
Du qebîlêd kurda zêf zûda dijminê hev bûn. Sal tunebû, wekî wana mêr ji hevdu nekuştana, talanê hevdu nebirana.
Cemal êtîm bû. Serekê qebîlê ew biribû mala xwe û xweyî dikir. De, dibêjin, zara êtîm zû mezin dibe, telî-tengasî wî zû mezin dikin. Cemal gelekî ser xwe bû. Êtîmîê ew qal kiribû, tu kesî nikaribû milê wî bada. Çiqasî ser xwe bû, ewqasî jî milûk bû, cîê badilhewa, çawa dibêjin, kişî mirîşka xelqê nedikir. Xortekî gelekî teyax bû. Digotin, hela wexta zaro bûye, carekê mêvan têne mala serekê qebîlê, odêda rûdinên, nan dixun, qise dikin. Cemal pîê odêyî jêrin sekinî bûye. Kermê pêz kiribûne bexîrê, gure-gura wan bûye, şuxulîne. Ji mêvana yek şivqelina xwe dadigre û agir dixwaze, wekî vêxe. Xweyê malê dibêje Cemal, wekî pê maşê agir bîne dayne ser şivqelina mêvan. Cemal diçe, nêzîkî bexîrê dibe, şele agirê gur derdixe, dide ser destê xwe û tê pêşberî mêvan disekine. Mêvan dinihêre, şelê êgir ser destê wîye û qe talaşa wî jî nîne. Mêvan qestîka xwe egle dike, teyaxê wî dicêribîne. Cemal cîê xweda disekine, wî dinihêre. Mêvan dibîne, kizînya destê wîye dişewite, hêsir ji ç’eva tên, lê teyax dike, ne agir davêje, ne jî dengê xwe dike. Mêrê odêda rûniştî ser teyaxê wî ecêbmayî dimînin. Mêvan şivqelina xwe dirêj dike. Cemal şelê agir dide ser. Mêvan hiltîne hazirara ha dibêje:
— Ez ji mirya, hûn ji zêndya, mêrekî usa ji vî kurî derê, wekî wê om-om gilîkin. Heyfa vî kurî, rind xweytîê lê bikin, mêrekî çê wê jê derê.
* * *
Mêrekî qebîla cînare bi nav û deng dimre. Temamya mêrê qebîla Cemal hespa syar bûne, çûne hewarîê. Her tenê jin, zaro û çend cahil obêda mane. Qebîla dijmin pê dihese, wekî mêrê wê qebîlê temam çûne hewarîê, qirar dike wê rojê bavêje ser wê qebîlê, talanê wê bibe.
Nîvro bûye, pez, dewarê qebîlê çolê bûne, kulfet jî şuxul-emelê malêva mijûl bûne. Wextekê dîna xwe didinê – şivan, gavan wêda direvin, tên. Nava xûnêda mewicîne. Tên, digihîjne cî, cabê dadixin, wekî çend syarê qebîla dijmin avîtine ser wan, ew rind kutane, birîndar kirine, pez, dewar talan kirine, birine û hela serda jî gotine:
— Hergê mêrê we mêrin, bira bên talanê xwe paşda bibin. Emê usa bikin, wekî we bibe xelaya mêra.
Dibe qûjînya kulfet, zara. Radibin, cahilekî, duda syar dikin, dişînin pey mêra. Cemal, ku îdî xort bû, hîvya wan nasekine, apiltax hespê syar dibe, rimê hiltîne û dide pey talan.
Ranêzkayê wanra dike û dike gazî:
— Heyran, xwe neheqîê negrin, mêrê me çûne hewarîê, talanê me nebin.
Serkarê qaçaxa du syarara dibêje:
— Kuro, emê talan bibin, hûn bisekinin, dengê wî cewrikî bidne ker’kirinê.
Ew herdu syar gemê hespa dikişînin, cîda disekinin, lê syarê mayîn pêz, dêwêr şivkut dikin, dibin.
Cemal tê digihîje wan herdu syara. Dixweze ji wan derbazbe, bide pey talên, lê ew herdu syar rima rast dikin û rikêfî ser Cemal dikin. Cemal xwe dide alîkî, dike çemê rimê kevç’ka singê yekîda gut dike, wî ji ser hespê tîne xwarê, vedigere ser yê mayîn. Atara yê pêşin tîne serê wî jî, careke mayîn hespê zengû dike û dide pey talên.
Wexta serkarê qaçaxa dibîne, wekî ewî herdu syarê wî ji ser zîn jorda anîne xwarê, vê care çar syara dihêle. Ew û syarêd mayîn talan dajon.
Cemalê te digihîje van herçar syara. Dîsa naxwaze bike şer, lê yaxa xwe ji wan xilaz nake. Cemal wan jî stu hespada tîne xwarê, baê hespê tijî dike.
— Kuro, evî koka mêra me anî, — serkarê qaçaxa dibêje, — rima xweşkin, me û wî maleke xweş, yan îro dya wî bigrî, yanê dya me. Lamukek rabe vî cûreyî bîne serê me, şeş mêrê me zîayîke? Mayîna me îdî çirane?
Terka talan didin. Pez, dewar wan dera bela-bela dibe, syar dizgîna hespa dikişînin, dibe hîre-hîra wan, radibin ser qiç’ê paşin. Syar rima destê xweda xweş dikin. Cemal digihîje wan, lê naxwaze bike şer.
— Terka talên bidin, em pakî ji hev dûr kevin, — Cemal dibêje wan.
— Çawa terka talên bidin? Hela tu min û vî lamûkî dinihêrî? Te koka mêra min anî, tê teze destê min xilaz bibî, — serkarê qaçaxa dibêjê, rimê carekê, duda hildiqoşîne û hespê zengû dike, xwe dirêjî Cemal dike. Rimê digre, baê xwe tê. Cemal gemê devê hespê dixe, xwe ber dide alîkî. Derba wî pist diçe. Wexta cara duda vedigere, Cemal rimê singê wî dixe, pişta pîlra dide der. Qaçax ser pişta hespê alîkîda xar dibe. Hesp nasekine, baê xwe diçe.
— De, pêşda werin! – Cemal dibêje syarê mayîn. – Ezê we îro têkme pison. Min go karê we min neketye.
Gava syar vê ecêba Cemal ber ç’evê xwe dibînin, serê hespa dizivirînin. Cemal îdî nade pey wan, pêz, dêwêr top dike, dide ber xwe, paşda tîne. Digihîje cîê-cî. Şivan, gavan, jin û zaro pêşîêda tên.
— Min talan temam paşda anî, nehîşt, wekî ew guhê k’erekê jî xûnkin. – Cemal caba pirsê hazira dide.
Mêr hela ji hewarîê nehatibûne. Deng temamya obê bela dibe, wekî Cemal tek-tenê lêdaye çend mêrê wê qebîla dijmin kuştine û temamya talan jî paşda anye. Jin dua Cemal dikin, qîzê cahil dûrva bi ç’evekî hisret wî dinihêrin. Lê Cemal westyayî, kesirî, serê wî berda ber selê pezxuêdanê rûdinê.
Esrê mêr vedigerin. Bi kel û bîn hespa dajon, tên, wekî pey talanê xwe kevin. Wexta tên, digihîjne cî, pê dihesin, wekî Cemal ne ku tenê talan paşda anye, lê usa jî lêdaye çend mêrê wan kuştine.
— Ez heyrana ç’evê mêrê çême, — serkarê qebîlê dibêje. – Çira ewî nanê çi malê xwerye, wekî ecêbê usa neke?
Temamya syara tên ber derê serkarê qebîlê peya dibin. Cemal radibe, dizgîna hespê serkarê qebîlê digre, destê xwe davêje zengûya wî û ew peya dibe. Çawa peya dibe, enya Cemal radimûse. Syarê hatî jî diçine enya Cemal.
— Eferim, tu eynsî kurê bavê minî, — serkarê qebîlê dibêje. – Lê hela nîşanî apê xwede, çika te çawa bi rimê çend mêrê wan kuştin.
— Ezê çawa nîşandim, apo? – Cemal ecêbmayî jê dipirse.
— Emê vêderê bisekinin, tu dûrva, çawa te li wan daye, rima xwe li darêxe. Ez dixwezim fesla te bibînim.
Cemal hevekî paşda diçe, rimê destê xweda xweş dike û kewkî darê dike. Rim lêdide darê quldike, êpêceyî têda gut dibe. Cemal dixweze here rima xwe ji darê bikişîne, lê serkarê qebîlê nahêle.
— Rimê dernexe, — dibêjê, — gilîkî min heye, ez dixwazim îro lawikara bêjim. Gelî bira-pismama, — vedigere ser mêrê wir sekinî. – Cemal îro mêranîke usa kir, wekî wê heta kurê-kura bê gilîkirinê. Me teze îro mêranya wî nedîtye. Kê berê xwe daye wî, rûreş bûye. Ew bi derbekê mêrxas nebûye. Heta nha hela tu kesî milê wî banedaye. Gumana min Şemsê mine, wê virhada jî banedin. Raste, Cemal hela cahile, lê mêrekî mêrxase. Îroda ez wî hesab dikim çawa mêrxasê qebîla me. Ez bi van rûê spî ber mêrxasya wî temene dibim û ber vê cimeta hazir bin rima wîra derbaz dibim, — serkarê qebîlê, ku îdî rû-gulî spî kiribûn, ha dibêje û bin rima wîye darêva gutkirîra derbaz dibe. Mêrê qebîlê temam wî cûreyî tên bin rima Cemalra derbaz dibin. Lê Cemal şaş-metal dimîne.
— Apo, min çi kirye, wekî tu ha dikî? – dibêje serkarê qebîlê.
— Te mêrxasî kirye, lao! Em hertim ber mêrxasîê temene bûne. Raste, serkarê qebîlê ezim, lê îroda mêrxasê qebîlê tuyî. Virhada haj hesabê xwe hebe: şuxul bigihîje şera-dewa, tu gotî pêşîê kevî, qewata zendê xwe nîşandî, wekî qebîlê mayîn jî zanibin, ku badilhewa nîne me tu kirî mêrxasê qebîlê. Lao, eva borcekî girane: nav û namûsa qebîlekê tera girêdaye, gotî kuştina te hebe, reva te tunebe. Here, lao, bira mertala Şems ser milê tebe. Şikir ezî serfinyazim, zanim, wê weke misqalekê xirabîê neê ser nave qebîla me. Şikir vê gavêra, ji riknata bavê min mêrekî hayî mêrxas derket. Wekî îro jî ruhistîn çok bide ser singê min, ruhê şîrin ji min bistîne, îdî xema min nîne, çimkî ez zanim, qebîla me bêxweyî nîne, mêrekî mînanî te mêrxasê wêye, — kalê ha dibêje, Cemal hemêz dike û dîsa enya wî radmûse. Ji şabûna du hêsir ji ç’evê wî têne xwarê û dikevin ser enya Cemal.
Cemal temene dibe, destê kalê paç’ dike.
Cimeta hazir dua-dirozga Cemal dike.
Wê rojêda nav û dengê Cemal ne tenê nava êla wanda, lê usa jî êlê mayînda bela dibe. Go, ji tirsa wî kê diwêribû ser sya merîê qebîla wî keta yanê bicêribanda talanê wan bibira. Geleka mêrxasya wî ber ç’evê xwe dîtibûn. Dîtibûn û ser poç’a xweda ketibûn.
Navê mêrxasya Cemal temamya Kurdistanê bela dibe. Paşî mirina wî jî mêrxasya wî om-om tê gilîkirinê hetanî tê digihîje rojê me.
s. 1979-a
TIRS
TIRS
Oda apê Cimşîtda mêr tijî bûbûn. Ser pîê odê çarmêrkî rûniştibûn, dû dabûn qelna û qise dikirin. Fêzêda bexîre bû, kermê pêz kiribûnê, agir sor dikir. Destê çend meryada tizbî hebûn, dikişandin, paşê raberî cînarê xwe dikirin. Cînar digot “yahê”, tizbî ji dêst digirt û dikişand. Mêrê mezin serê jorin rûdiniştin, binetara wanda mêrê navsere bûn. Jêrê cahil bûn. Lê zaro binpya odêda yan disekinîn, yanê jî ser erdê rûdiniştin. Şevê derheqa tiştekîda xeber didan, şevbuhêrya xwe dikirin. Wê êvarê mala apê Cimşîd odêda şîv danîbû: hineka parîk-dudu lêxistin, lê yê dinê qe nêzîk nebûn. Şîv hildan û mêra dîsa dûmayî dane xeberdana xwe hetanî nîvê şevê. Paşê rabûn, ji hev bela bûn, her yek çû mala xwe.
Wê şevê gilî hate ser gornepişîka. Mêra gilîê xweş dikirin, me, zara jî, binpya odêda, çawa wana digot, guhê xwe tûj kiribûn, guh dida ser xeberdana wan. Wana gilîê usa dikirin, wekî sizî cane mera diçû û wekî yekî bigota derê derva, bawer bikî meê qutar nekira ew yek bikra. Û çi gilî dihatine kirinê, temam derheqa gornepişîka yanê jî sawa wanda bûn.
— Hûn zanin, wekî ser pira Nîşokê gornepişîk heye? – apê Bedo ji hazira pirsî. Çend mêra caba wî dan, wekî erê, zanin.
— Carekê, şev-nîveka şevê, ez syarî dihatim. Ezî cahilim, mineta xwe tu tiştekî nakişînim. Min dizgîna hespê berdaye, ew hêdî-hêdî tê. Ez hatim ser pira Nîşokê. Nişkêva sawê min girt. “Ya Xwedê, tu xêrkî, — min dilê xweda got. – Ez qe kulê neditirsyam, ev çira wa saw kete ser min?” Min hesp zengu kir, lê ew jî cîda bûye sindyan, sekinye, dikim-nakim pêşda naçe. Min tu wexta mihîna me qamçî nedikir, destê min nediçûyê, qêmîşî wê nedikir. Lê vê carê min çend qamçî şelpandinê. Hîre-hîra wêye, lingê xweye pêşîê hiltîne, erdê dikole, lê pêşda naçe, — apê Bedo qutya xwe derxist, cix’arek pêç’a, qutî dirêjî rîspîê rûniştî kir, cix’ara xwe vêxist, carekê-duda kûr hecam kir, paşê xeberdana xwe pêşda bir. – Heyran, ev çi ecêbe? Saweke mînanî sawa mêrê kulê min girtye. Ez tirsa newêrim ji hespê peyabim. Dûrî min pêketî, ew bêxweya-bêxweyî jî cîda sekinye, nalipite.
Herneyse, çi serê we bêşînim, wextekê min dîna xwe daê, haşa hizûra maqûlê rûniştî, tiştekî mînanî te’jya wê pêşya hespê sekinye.
— Haşa gotya, — çend mêra lê vegerandin.
— Bê mene, min tibist kirê, min tirê te’jîye. Lê qe talaşa wê nîne, xwe daye ser herdu qiç’ê paşin, pêşya hespê sekinye. Min ser serê hespêra qamçîk dawşandê. Çing kir, hevekî wêda çû. Min hesp qamçî kir. Hesp ku cî lipitî, têrmaşa-têrmaş banzda, piş minva hespê syar bû. Evê ku ha kir, min pêra-pêra tex’mîn kir, ku gornepişîke. Nha ez dixwazim têkim gazî, lê dengê min dernaê. Pêra-pêra zar-ziman ketim. Ew bêxweya-bêxweyî jî hey banzdide tê terkya min, hey ser milê minra banzdide ber min. Min îdî dizgîna hespê berdaye, ez nizanim ew kuda diçe. Carekê-duda jî banzda ser milê min. Usa giran bû, tê bêjî hevt pût xuê danîne ser milê min. Saw ketye ser hespê jî, çawa diçe! Têrmaşa-têrmaş terka min nade, hey banzdide ser stuê hespê, hey tê min syar dibe. Qe nizanim, evê yekê çiqas wede kişand. Wextekê min lênihêrî, em gihîştine ber ç’emê gundê me. Nişkêva gornepişîk unda bû. Vîalî, wîalî dinihêrim, gornepişîk tune.
— Tu ç’êm derbaz bûbûyî yanê na? – mêrekî navsere ji apê Bedo pirsî.
— Erê, lê çawa, bi tex’mîna min, hetanî ber ç’êm piş minva hespê syar bû, — apê Bedo gotê, — lê wexta hespê av qelaşt, derbazî wî alî bû, beta vebû.
— Gornepişîk avê derbaz nabe, — yekî rîspî got. – Dibên, çawa ji avê derbazbe, wê bibe meyt. Yanê na, wî çaxî wekî mer’ek tera hebûya, te mer’ danya ser stu, wê pêra-pêra bûbûya meyt bisekinya.
— Erê welle bira, wê şevê gornepişîkê usa anî serê min, — apê Bedo xeberdana xwe ser hevda anî. – Ez hemîn zar-ziman ketibûm, destê min sist bûbûn, nikaribûn dizgîna mihînê bigirtana, hespê usa mirîtî ez anîm, gîhandime mal.
— Sawa gornepişîkê zore, bira neê serê bavkuştîê min, — yekî rîspî got. – Çiqas cara qewimye rûê wê yekêda merî bizdyaye, mêr ji mêranîê ketine. Go wê salê gundekîda yek şevê dertê derva, diçe xirbê piş malê. Gornepişîk xwe par’a digihîne, dixeniqîne. Evê te xwe erdêra kaş dike, berbi kuleka xênî diçe. Xwe ancax digihîne ser xênî, devê xwe dike kulekê, dike gazî, wekî evê mîratê ez xeniqandim. Hetanî neferê malê dertên, xwe pêra digihînin, gornepişîk mêrikê belengaz dixeniqîne. Bedo, bextê te rind lêdaye, wekî tiştek neanye serê te. Wekî din jî – eferim tera, qursaxê te zore, yanê na dikaribû ecêbek bihata serê te.
Mêra derheqa gornepişîkada ha gilî dikirin, me, zara jî, xwe qincilandibûn ser hev û bûbûne pepûkê gilîê wan. Wexta yekî gilîk dikir, gişka xwe ker’ dikir, her tenê dengê ewî ku xeber dida, dihate bihîstinê. Gilîê wana hevdu nediwekilandin. Her yekî ese tiştekî teze, qewmandineke hewaskar danî ortê. Lema, wexta yekî destbi xeberdanê dikir, gişke bawer bûn, wekî ewê gilîkî xweş bike.
— Ez jî dixwezim wera gilîkî bikim, — Sefoê Kelo got.
— Keremke, Sefo, keremke, — ji herdu pîê odê gotnê.
Sefo kulma xwe bir ber devê xwe, carekê, duda kuxya, kîsikê titûnê vekir, cix’are pêç’a.
— Wê salê ez ji şeher dihatim, — Sefo destbi xeberdanê kir. – Maşînê peya bûm, îdî terî ketibû erdê. Min pêşîê xwest herim mala dostê meyî Spîtakê, şev wêderê bimînim, sibetirê bidme serê rê bêm. Lê paşê min fikra xwe guhast. “Ezê vê şevê mala dostada bimînim, çi bikim? – ez dilê xweda fikirîm. – Heve erde, ezê bidim ser rê, hetanî nîşev bigihîjme mala me”.
Sefo navbirî da xeberdana xwe, cix’are vêxist, qulapek, dudu danê. Gişka xwe ker’ kirine, guhê wana ser Sefoye. Wekî odêda mêşek bifirya, vingînya wê wê bihata bihîstinê. Em gişk hîvîê bûn, çika çi tiştekî ecêb hatye serê Sefo.
— Erê, min da serê rê, — Sefo xeberdana xwe pêşda bir. – Serê baharê û havînêye, hîverone, weke roye. Ez hatim, hatim, hatim…
Dîsa gilîê xwe temam nekir, vegerya ser cahilekî u gotê:
— Ca fireya seheta xwe, şelbike av bidî apê xwe?
Elba avê, şelbik kêlekê binpya odêda bû. Ewî xortî şelbik tijî av kir, bir da Sefoda. Evê te vexwar, pê destmalê simêlê xwe temiz kir, dûê cix’arê hê gur kir.
— Sefo, de tê bêjî, bêje, te em kamç’oyî kirin, — Bedo gotê.
Sefo dûê qelinê fincê xwera berda, qe alîê wî jî nenihêrî.
— Erê, ez hatim, hatim, gihîştime ser pira Nîşokê.
— Nha mîratê pêva derkeve, — yekî bilind got. Sefo guh neda ser gotina wî. Me, zara jî, t’irê ew guhîştye cîê lapî hewaskar. Gişka xwe ker’ kiribûn. Her tenê şeqe-şeqa tizbya bû.
— Ez ku gihîştime ser pira Nîşokê, saweke min girt. Ez hevekî cîda sekinîm, min cix’ara xwe vêxist, çend qulap danê û rêketim. Hatim, hatim, derketim ber derê me. Min derî kuta, kulfeta min derî vekir, ez çûme hundur.
Sefo xwe ker’ kir, serê xwe berjêr kir, simêlê xwe badan. Xêle wext gişke ker’ bûn, hîvîê bûn, wekî Sefoê gilîê xwe temamke. Lê Sefo dengê xwe nedikir, simêlê xwe badidan.
— Paşê? – yekî ji Sefo pirsî.
— Paşê min kincê xwe êxistin, ketime nava cya, razam.
— Çawa? Dêmek, gilîê te jî hema ev bû? – Bedo jê pirsî.
— Erê, welle, gilîê min jî ev bû.
— Weylê Xwedê mala te avakirî, me jî tirê tê mera vê êvarê gilîkî xweş bikî!
— Çira kêm gilî bû? – Sefo bi xeyd got.
— Qe qusûra gilîê te hebû? – Bedo bi eks gotê. Bû pîrqînya hazira kenyan. Hineka destpê kirin xweşîê xwe Sefo kirin.
— Sefo, tu bidî xatirê Xwedê, tê mera dîsa gilîkî usa bikî, — yekî got û gişk hevra kenyan.
— Bo Sefo tirsyaye, wîya tirê wê me jî tirsa xwe bide hesandinê.
— Welle, mêrik gilîkî “xweş” kir: “Ez hatim, hatim, gihîştime malê”.
Digotin û dikenyan. Lê Sefo zûr dibû ç’evê wan dinihêrî, merya tirê ecêbmayî dimîne, wekî ew çawa wî gilîê wîyî xweş begem nakin, hela kêm-zêde jî xeber didin.
Rojtira mayîn eva gilîê Sefo temamya gundda bela bûbû.
— Lê tu navêjî Sefo şevê dinê oda apê Cimşîtda çi gilîkî xweş kirye, — hevdura digotin, xeberêd wî diwekilandin û dikenyan. Lê wexta Sefo wan dera bûya, qestîka bilind-bilind digotin “ez hatim, hatim, gihîştime malê” û bin ç’evara wî dinihêrîn. Sefo dibihîst, serê xwe dikire ber xwe, ker’eker’ ji nava mêra derdiket û berbi mala xwe diçû.
Hetanî Sefoyî sax’ bû, gundda ev gilîê wî dikirin.
s. 1979-a
Wênekêş Arif Sevinç.
DENGÊ DIL (1985)
DENGÊ DIL (1985)
Eva berevoka serhatîêd Emerîkê Serdare sisyane, ku sala 1985-a Yêrêvanêda bi zimanê kurdî, bi tîpê kîrîlî hatye çapkirinê.
Berevokêda 11 serhatî û romanokê cî girtine. Nava wan serhatî û romanokêda emrê meyî îroyîn, merivê rojê me bi xem û xiyalê xweva, bi şuxul û ruhê xweva, bi psîxologîa xweva, bi erf-edetê dora xweva têne nîşandayînê. Romanoka “Dengê dil” efrandina nivîskare pêşine mezine derheqa yazya qîzeke kurdda.
Rêdaktorî berevokê kirye şayîr Mîkayêlê Reşîd.
Berevok 152 rûpêle û ji alîê neşireta “Sovêtakan grox’”-da hatye weşandinê.
Nivîskarê kurd Alîê Evdilrehman fikra xwe derheqa vê pirtûka minda bi nivîsar raberî sêksîa nivîskarê kurda kir, gava ev berevoka min dihate enenekirinê. Aha fikra wî:
“… Emerîkê Serdar xudanê çend kitêbed xweye arizîye, ewana, bi tex’mîna min, alîê xwendevanada hêjayî begemya bilind bûne, xudanê wê jî bi wî qîmetîva dijî, dixebite, dinitirîne, diefirîne, wekî xebatê xweye dha baş, hewaskar bide miletê xwe. Bê şik, her cewahireke usa edebyeta me dide geşkirinê, neqişandinê û pêşdabirinê û belkî jî digihîne dereca edebyeta miletêd dinyalikêye mayîn.
Povêsta xudanê pirtûkêye “Dengê dil” ez zef bawer û culet dikarim bêjim, wekî E. Serdar ketye ser rê û qamê edebyetêyî heq û rast, ox’ira xwe dicedîne, dikare heta kutabûna jîyîna xwe çend romanê qîmetlîye bi hemû alyava dewlemend, ji yêd miletêd mayîn ne kêmtir raberî edebyet û miletê xwe bike.
Nha dixwazim hevalêd, ku vê civata meda hazirin, pirî-hindikî bi kitêba E. Serdare “Dengê dil”-ra bikme nas. Wirda ev efrandinêd hana hatine cîwarkirinê: povêsta “Dengê dil”, serhatîêd “Zengilê bêwext”, “Guman”, “Bav kire bin guna”, “Tirs”, “Mêrxasî”, fikir û xwestin “Vêtêran diçin”, “Eskerê neeyanr’a”, “Şiklê dê”, “Nav mêşeda”, “Mirazê dilê min”. Ev efrandina bi hostatîke edebyetzanîê, emilandina nivîskarîêye mezin hatine nivîsarê, wanda bawerbûn, emrê kevn û teze, hevragirêdana qewmandina, dû xwe kişandina xwendevana, sifetê tîpê qenc û xirab, edet, rabûn-rûniştina miletê me, şerkarya miqabilî edetê kevn, xeyset û mêrxasya jina kurd, zirardayîna Şerê Wetenîêyî mezin zef rind û bi hostatî hatine dayînê. De, E. Serdar bi nivîsarêd xweye çapkirî nava edebyeta meda cîê xweyî layîqî girtye û alîê xwendevanada layîqî pesnandinê bûye.
Povêsta “Dengê dil”, dîsa diwekilînim û bi culet dikarim bêjim, nava proza edebyeta kurdê sovêtîêda belkî ya pêşine, ku bi wê motîva qenc, nazik, bawerbûn, bi emirr’a girêdayî hatye nivîsarê. Xudanê kitêbê qewmandinê wêda hene bi hostatî hevra dide girêdanê, meriv ew dizane vê demê ber ç’evê wî ew qewimye. Qîza kurd Gulê û Ezîz xwendinxanêda dixûnin, ser hev dibine bengî, bi edetî hev nastînin, lê çawa mêr û jin hevra dijîn, nişkêva destbi Şerê Wetenîêyî mezin dibe, xort diçe şêr, bi mêrxasî pêşenîêda tê kuştin, lê keç’ik hemleye, dive qurbana edetê kevn. Wextê welidandinê tifalê xweyî kurîn dide êtîmxanê, wekî nava cimet û qewmê xweda elîzengî nebe. Paşê Gulê diçe mêr, tifal êtîmxanêda mezin dibe, dibe doxtir, 30-40 sal ji wî wedeyî derbaz dibe, lê êşa kur dilê dêdaye. Gulê nexweş dikeve, tê wê nexweşxanêda tê qebûlkirinê, kîderêda kurê wê xîrûrg dixebite, lê belê hev nas nakin. Kur wê opêrasîa dike, qenc dibe, dê xala ser dêst û tilya wîye şeşaye jêkirî dibîne, şikber dibe, xûna kur jî ser dê dikele, herdu jî difikirin, lê sura xwe cem hev venakin, lê xudanê povêstê wê sure bi hostatî û bawerbûn dide eglekirinê. Lê kelebela dilê dê timê berbi kur hişyare, lê bona gunê xweyî kirî – kur daye êtîmxanê, serda neçûye, lê nebûye xweyî – dixweze wê surê xwera bibe wê dinê, lê bawere, wekî kurê wê sax’e, xudanê kulfet, mal û hale.
Serhatya “Zengilê bêwext” efrandineke başe, sal û zemanê derbazbin, lê rastî û bawerbûna wê wê bijî. Xudan bi hostatî dêm û kirinê jineke ç’evnebar dide, wekî ew cîê balesebeb dixweze jin û mêrê malekêyî ji hevdu hizkirî, xudanê qîz û kurekî ber hevdu bide reşkirinê û ji hev bide qetandinê, bi xwe wî mirazî şabe. Ji hevdu hizkirin, bawerbûna mêr û jinê sura ç’evnebarîê dîhar dike, mexlûqetî wê rûreş dike, ew ji cîê xebata xwe derdikeve û diçe.
Serhatya “Guman” serhatya emrê nivîskare, lê bi hostatî û hewaskar qewmandinê dewlemendva hatye nivîsarê. Serhatya “Tirs” bona zarokaye û ewê alîê wanda bi şabûn bê qebûlkirinê. Serhatî û xwestinê wîye mayîn jî, bi tex’mîna min, wê alîê xwendevanada zef baş bêne qebûlkirinê.
Xulese, min bibaxşînin, dîsa diwekilînim, wekî em gotî vê demê guhdarya ferz û lazim daynine ser nivîsara meye vekirî, çiqas ji destê me bê, wê pêşda bibin û bigihînine ya miletê mayîn. Ez bona wan nivîsarê Emerîkê Serdare delal-nazik wî bimbarek û pîroz dikim. Kutasî, ez çawa nivîskarek, xwestina min ewe, wekî ne ku tenê ev povêst û serhatî bi temamî bêne çapkirinê, lê sala 1984-a ne kêm 12 belgêd neşiretê bidne E. Serdar û çawa kitêbeke başqe bê neşirkirinê. Neşirkirina wê wê bibe cewahireke tezeye nebînayî bona pêşdaçûyîna nivîsara meye vekirî. Dîsa bi culet dibêjim: efrandinê E. Serdar ji yêd miletêd mayîn danaxe û belkî jî…
Elîê EVDILREHMAN,
endamê Tifaqa nivîskarê TRSS.
13.05.1983”.
* * *
Gava pirtûka mine sisya “Dengê dil” derketibû, rojekê jî min nemek stend. Şagirteke kurd Delala Memê ew neme nivîsîbû. Ew neme bona min gelekî baha bû, çimkî şagirteke qîz bi dil nivîsîbû.
Aha ew neme:
(Vê nemê bi formata PDF bixûnin).
NEXŞ-NÎGARÊ HÛR
NEXŞ-NÎGARÊ HÛR
NIVÎNA NEVEKIRÎ
Dê û bavê herdu kur mezin kirin, lê negîhandine mirazê wan. Şêr nehîşt. Herdu jî bi rezadilî çûne pêşenîê.
“Daê, bavo, hûn bibaxşînin, wekî em we tenê dihêlin. Weten gazî me dike, dijmin derî me girtye û em nikarin malda hêsa rûnên. Em venagerin hetanî eskerekî dijmin ser xwelya wetenê meye zyaretî hebe”, — kura nivîsîbûn.
Dê û bavê kal baxşandibûn wan. Û her êvar dayîka pîr cîê herdu kura datanî, sibê şebeqê jî hiltanî.
Şer kuta bû, kur venegeryan. Dê dîsa êvarê cîê wan datanî û sibê nivîne, ku kesek têda ranezabû, hiltanî.
Sibekê jî cîê wanî danî kesekî hilneda.
s. 1975-a
ŞIÊRA LAPE XWEŞ
Min xwendye Xayam, Xanî, Pûşkîn, Gyotê… Rastîê jî mezinin, bona hemû wexta û mexlûqetya mezin mane. Lê bona me her yekî mezinek heye. Seba min efrandina nivîsare lape baş, lape xweş, ku min emrê xweyî femdarda xwendye, eva han bûye:
“Selam, kurê minî ezîz…”
Raste, ne şiêre, lê çar xeberê wê nema kutasîêne, ku salêd şêrda min ji bavê xwe stendye û bîranîna bavê min her tenê ew maye.
s. 1975-a
DIBINE YEK
Her cara, wexta ez dixwezim sifetê dya xwe bînime ber ç’evê xwe, dikim-nakim ew yek minra li hev naê. Dewsê sifetê gundê min, gundê minî biç’ûk, gundê minî dûr tê ber ç’evê min. Gundda min ç’evê xwe vekir, sifetê dya xwe nas kir û gundda jî ew teslîmî axê kir. Sifetê gundê min, sifetê dya min hertim ber ç’evê min dibine yek…
s. 1975-a
DESTÊ TE
Destê te bona min qe çi bêjî nekirin.
Destê te nazik nîbûn, destê merîê xebatçî bûn, ber t’evê qarya bûn. Lê çiqas nazikayî ji wan desta dibarî!.. Nanê wan desta çiqasî xweş bû…
Wan desta nerm bêşîka min dihejandin û pêra bin sewtê kilama teye “Lûrî”-da ez diketme xewa şîrin. (Kê jî bistrê, hetanî nha ez gelekî wê kilamê hiz dikim, çimkî ew kilama dayîkane). Wan desta ez hildibirîme nava hewê, minra dibûne per û bask. Gava hevekî givirik bûm, wana destê min girtin û ez hînî rêveçûyînê kirim.
Min bi wan desta ç’evê xwe vekir, bi wan desta dinya nas kir û bin wan destada mezin bûm.
Daê can, ne te xwezilya xwe danî, wekî rojekê nevîê te ser çoka te rûnên û tu bi destê xwe nan bidî wan.
Nha nevîê te hene. Lê tu tuneyî. Nevya tu nedîtî, bi şikla te nas dikin. Lê tu wan nas nakî. Axir wê çi bûya, wekî wana jî qe na hevekî kerema wan destê te bidîtana, nanê destê teyî xweş bixwarana?..
Gelo ez û dya wan tevayî, emê karibin wê yekê nevîê tera bikin, çi ku wan destê te tenê bona min kirin? Ne axir ew bona min him destê dê bûn, him destê bavê bûn.
Destê te bona min qe çi bêjî nekirin.
s. 1976-a
DAYÎKA TE REX TEYE
Zera min cîê xweda razaye. Her tenê cara ber xewa xeber dide. Dê direve diçe, lihêfê davê ser, bi dilekî baristan serra disekine, xêle wext bi ç’evê hisret lêdinihêre û paşda tê, dikeve nava cya. Lê guhê wê dengê teye, wekî çawa bibihê rabe bê cem te.
Razê, razê, delala min. Razê û xewnê xweş bibîne. Ne axir dinya jî bona te xewneke xweşe, lê dinya lape xweş dayka teye û hertim kêleka teye.
Razê, razê, ezîza min, hêsa û rehet razê, dayîka te kêleka teye.
Lê ya min xewa min naê, çimkî dayîka min zûda îdî ne bal mine.
s. 1976-a
DEWSA WÊ HIZKIRINÊ JÎ
Loma min nekin, wekî ez ji çape der zarê xwe hiz dikim. Ez dixwezim ew gelekî hizkirina bavê bibînin, çimkî min zarotya xweda hizkirina bavtîê nedîtye, temamya emrê xweda motacê wê bûme. Wexta nha ez ewqasî zarêd xwe hiz dikim, usa jî pêra dixwezim dewsa wê hizkirinê bigrim, ku min zarotîêda nedît.
Loma min nekin, wekî ez gelekî zarê xwe hiz dikim.
s. 1976-a
MAŞÎNA USA TUNE
Min go:
— Min bîra gundê me, mala me, zarotya xwe kirye.
Minra gotin:
— Ê, çi tiştekî çetine? Maşînekê syarbe û hayda.
Min go:
— Maşîne diçe gundê me, dibe nha dikare here ber mala me jî. Lê hela tu maşîneke usa tune, ku karibe min bibe bigihîne rojêd zarotya min.
s. 1976-a
KERÊ DILÊ MIN, DEREMA RUHÊ MIN
Hey tu mala me, hey tu zarotya min! Mala me û zarotya min tev derbaz bûn, çûn.
Nha ne male, ne jî zarotîye. Dewsa malê kelefeye (ew jî milkê xelqêye), dewsa zarotîê bîranînin.
Lê çiqas jî milkê xelqêbe, mînanî sînorê dewleta rya wê ber min girtîbe, hesab yeke, kerîkî dilê mine. Dilê min birîndare. Dû-derman mala me û zarotya minin. Lema jî fikra min timê wî sînorî bê cezakirin diteribîne û mînanî teyrekî atmece min digihîne mala me û rojêd zarotîê. A her tenê wî çaxî (yazix, her tenê fikra minda) mala me û zarotya min dîsa digihîjne hev: kelefe dibe mala me, ez jî zaroke tifal.
Deqene xweşin, lê sed yazix, her tenê deqene, zû derbaz dibin, dîsa ez û xem-xiyalê min dimînin.
Hey tu mala me, hey tu zarotya min! Hûnin kerê dilê min, derema ruhê min. Bêy bîranîna we emrê min pûç’ û bêxedabe.
s. 1975-a
ÇI SIFETNE ZÊNDÎNE…
Dayîka min ser selê ber derê me rûniştye, teşya xwe hildaye dirêse. Çend kulfetê cînar dorê rûniştine, xwera şîrin-şîrin xeber didin. Em, zaro jî, ber sya dîwêr xwera dilîzin. T’î dibim. Diçim hundur, şelbik hiltînim û derê kurn vedikim. Aveke çiqasî sare! Dîna xwe didme alîê tendûrê. Dîza xwarinê ber tendûrêye, heska darîn têdane, rûnhelka sifir û derdana dew kêlekêne. Serbidewe dya min çêkirîye.
Tîrincê kulekêra avîtye qulç’. Pişîka me, givirê min, wêderê ketye. Xanîê meye, xanîê kesîba, lê dewlemendtya ruhê min…
Çi sifetne zêndîne! Vane, ber ç’evê minin!
Her tişt mînanî berêye, lê yazix, her tenê fikra minda, nava bîranînêd minda.
s. 1976-a
ÊVARÊ GUNDÊ ME
Baharê, gava ç’ya, gelî-geboz, kewşenê gundê me şîn dibin, bi hezar awazî dixemilin, ro piş ç’îêva diçe ava, destbi êvarê gundê me dibin. Pêşîê newal û deşt dikevin bin sîê, paşê sya ç’ya dirêj dibe û bere-bere aqara xwe fire dike. Paşî gişka heç’ê ç’yaê me dikevne paşla êvarê. Êvar hemdî xwe tê. Hewa temiz, wîte-wîta teyredane, xuşe-xuşa ava kanyane.
Gundê meda êvarê dengê bilûrê tê, dengekî nazik û temiz. Bin sewta wî dengîda perê gul u kulîlka têne hev, ew ç’evê xwe digrin. Usa nazik-nazdar digrin!
Êvara ç’yaê gundê me dha nêzîk têne kivşê, dha şîn dibin, bilind dibin. Lê heç’ê wan, tê bêjî, diçin digihîjne ezmên.
Dengê xuşe-xuşa avê dha nêzîk tê. Dengê avê û wîte-wîta teyreda tevîhev dibe û dibe sîmfonîake usa, ku hela tu kompozîtorekîra li hev nehatye binivîse.
Bin sewtê wê sîmfonîaêda gundîê me ji xebatê, ji deştê vedigerin. Ew mînanî êvarê gundê me ji xebata xweye rojê razî, weke wan êvara rem û qenc, mînanî tebyeta xwe altindar vedgerne malê.
Êvarê gundê me, êvarê gundê me cineta eslîne li rûbarê dinyaê. Bawar nakin? Baharê herin gundê me û êvarê wî bibînin. Dibe tiştekî jî hela hûn zêde bêjin.
s. 1976-a
ZURNA KINO
Dîsa dengê zurna Kino kete guhê min. Bê hemdî min lingê min bin minda reqisîn û dewetê gundê me hatine ber ç’evê min. Zurnê ez birim, birim, gîhandime rojêd zarotya min.
… Zaroke biç’ûke pêxas û serqot qulç’ekî gomêda sekinî bû û dûre-dûr govendê dinihêrî. Govend hemdî xwe dikişya. Zaro çû kete poç’kê û xwe hejand. Dilê xweda wî tirê sergovendî ewe…
Wê rojêda dengê zurna Kino kete nava ruhê min û wexta lêdiket, tê bêjî, dilkê min jî dibû defa wê.
Zurna Kino ez bengî kirim, zurna Kino jî dilketya min ji min dûrxist.
Min gele wext dengê zurna Kino nebihîstibû. Emrê minda gele guhastin bûbûn, lê tu wexta dengê zurna Kino ji nava ruhê min derneketibû.
Îro dîsa dengê zurna Kino kete guhê min û bin hukumê wêda ber ç’evê min rojêd mine buhurî ketine govendê…
s. 1975-a
KILÎTA DILKÊ MIN
Derê dilkê min hertim vekirye. Kilîta wî tune. Cara kutasîê te ew kilît xwera bir. Wê rojêda t’u kilîteke mayîn dilkê min naê û timê derê wî vekirye.
Were, were, ezîza min, derê dilkê min ber te vekirye. Her tenê hîvî dikim: wexta têy, ese kilîta dilkê min xwera bîne. Olecaxe, kî zane, dibe mînanî wê carê herî, ewqas wext ser minda neêyî û rû teda dilkê min ber yêd mayîn hertim dadayîbe.
Were, were, kilîta dilkê min jî ese xwera bîne.
s. 1976-a
QISEKE KEVN
Hergav, wexta nan tê bîra min, ez nan dixum, ev serhatya han dikeve bîra min.
Go pêşîkî min gele sala berê baharekê radibe toxim direşîne, herdu gaê xwe cot girêdide û zevya xwe radike. Zevîê radike, kuta dike, gakî wî ancax kêrêra digihîje. Dimîne gakî wî tenê. Wextê ekintîkî bûye, tekmale bûne û tu kesî nexwestye gakî bidê, wekî ew zevya rakirî mangêrke, tapanke. Ç’ara wî tê birînê, radibe gaê xwe girêdide, alîê nîrî mayîn jî datîne ser singe xwe, jêra dibe heval. Sê roja sibê hetanî êvarê gêra tevayî nîr dikişîne, zevya xwe mangêr, tapan dike, wekî karibe wê salê ebûrê mala xwe bike, parî nan devê neferê malêra bigihîne.
Û go, bextra wê salê nanê zevîê bile’tbû. Xwelîê dît, wekî ew bi çi zelûlîê nanê zarê xwe qazanc dike, merd-merdane heqê emekê wî da.
Çi gava nan tê bîra min, ez nan dixum, ev serhatya pêşîê min dikeve bîra min. Lema jî ez gelekî qedrê nan digrim.
s. 1976-a
DEYN
Raste, ezmanî jore, erdî jêre, ew gelekî ji hevdu dûrin, lê ezman timê motacê erdê dibe û jê deyn dike. Erd jî bi merd-merdane didê û çimkî dilê wî fireye, qe tex’mîn jî nake, çawa dide. Lê wextê erd motac dibe û deynê xwe ji ezmên dixweze, evê te xwe ta dide. Gava ç’ara wî tê birînê, dibe qirç’e-qirç’, hewêrza wî, agir ber dipeke, lê “deyndara xwe avîtye piş xûndara” û kutasîê mecbûr dibe bi kulzikî, mede-mirûzkirî deynê xwe bide.
Îro sê roje me rûê roê nedîtye: îro sê roje ezmanî pormijîye, ewra hingil daxistine. Îro sê roje baran dibare, îro sê roje ezman deynê erdê dide.
De, hetanî bona ezmên jî stendin hêsaye, dayîn çetine.
s. 1975-a
ŞUXULÊ QENC NAHÊLIN
Divêjin, dinya dora xwe dizvire û tu deqekê cîê xweda nasekine. Bawer dikim, çimkî “borcê” wêye, gotî biqedîne. Lê ew çawa bin giranya wan zulmada teyax dike, ku her gav û sehet ser wê diqewimin? A eva yeka ji femdarya min dere. Ez ecêbmayî dimînim, wekî ew çawa wan zulm û qetla dibîne û ji orbîta xwe dernakeve?
— Ew şuxulê qenc dinyaê xwey dikin, ku hela ser wê têne kirinê.
s. 1976-a
ESMER
ESMER
(Ji cimetê)
Bi gotina gotya, mêr û jinek hebûne. Navê mêrik Ahmed bûye, nave jinikê jî Esmer.
Esmere gelekî bed bûye, çawa dibêjin, zimanê wê bira ser gurê ç’yadabe. Ahmedê belengaz zinêqetîêda bûye, dike-nake zimanê Esmerê nikare. Dukute – nabe, şîret dike – nabe, ç’ar zimanê Esmerê nabe. Zarê wan jî hebûne û kuleke Ahmed dibe duda. Ne ewe Esmerê derxe, zarê wî wê êtîm bimînin, ne ewe pêra yole here, ku ji qewata wî dere. Bi gotina gotya, go, wexta Esmer xeber dida, Ahmed bi herdu desta guhê xwe digirt, ji malê direvya. Ê, wê carekê birevya, duda birevya, xwe her gav û sehet ji mala xwe nedirevya? Û Ahmedê belengaz rodikir- dipîva, xwera rê nedidît. Çend cara berî daê, ji mal derxist. Lê ewî dêrîra derdixist, ew kulekêra dihat. Qet ç’ar Esmerê dibû? Der-cînara, qewm-pismama rûê zimanê Esmerêda derî wan venedikirin. Hela çend cînara ji kêleka wana barkirin û çûne perê gundî mayîn binge bûn. Mala Ahmed tenê, mînanî pûpûa wî perê gund ma.
Rojekê jî Ahmed ji xebatê vedigere. Tê fêza gund, rastî bîrekê tê. Disekine, êpêceyî difikire, paşê darêdike diçe malê.
Rojtira mayîn Esmerê dixapîne û tîne ser wê bîrê.
— Esmer, — Ahmed dibêjê, — hela binê bîrê binihêre, bi tex’mîna min, wêderê tişt diç’ûrise.
Wexta Esmer kûz dibe binê bîrê binihêre, Ahmed de’fkê didê, davêje bîrêda.
— Cîê te eve, — Ahmed dibêjê. – Hetanî hişê te neê serê te, zimanê te kin nebe, ez naêm te ji vêderê dernaxim. Lê ez gunê te nakim stûê xwe. Ezê herro nanê te, ava te bînim. Bixwe û xwera vêderê bimîne. Ne bi xwezil wan dîwara, wê çawa ber zimanê te teyax bikin?
Go Esmerê çiqas lavayî lê kirin, sond xwar, wekî wê zimanê xwe kinke, lê Ahmed bawar nekir, pişta xwe daê û hat gihîşte zarê xwe.
Bira îdî Esmer wê bîrêda bimîne, wê û dîwara malek xweş, em bêne ser Ahmed.
Ahmed herro nanê Esmerê, ava wê hiltîne, dibe ser bîrê, têlekî ziravva dike û dadixe binê bîrê. Qestîka têlê zirav hiltîne, wekî Esmer nikaribe bigre, derê.
De, meva ne eyane, Ahmed çiqas wext Esmerê vî cûreyî bîrêda xweyî dike, ew jî bira ew zanibe.
Lê çiqas diçe, toqê xweykirina zarê hûr ewqasî giran dibe û Ahmed tê derdixe, wekî bê dê zaro ro bi ro diç’ilmisin, berxwe dikevin. Carekê, wextê Ahmed gedê xweyî biç’ûk danîbû ser çokê xwe û lingê xwe kiribû tendûrê, nişkêva gede ç’evê bavê nihêrî û got:
— Bavo, lê inê wê kengê bê?
Ahmed gelekî berxwe dikeve, qirar dike seba xatirê zara sibê here Esmerê ji bîrê derxe.
Rojtira mayîn Ahmed çapûkeke mezin, şirîteke dirêj hildide û diçe ser bîrê.
— Esmer, belkî tu ser bela xweva vebî. Ti qurbana zarabî, ez bona xatirê wan te derdixim, yanê na min sondeke usa xwaribû, gotî hestûê te jî vê bîrê nehatina derxistinê, hema vira jî birizyana, — Ahmed ha got, çapûk şirîtêva kir û daxiste bîrê.
Wexta çapûk derxist, bala xwe daê… Ecêbeke reşe giran: me’rekî ter’ikî wê tirsyayî zûr bûye lêdinihêre.
— Ez bextê teme, — me’r bi zarê merya gote Ahmed, — te ez ji zimanê Esmerê xilaz kirim, ez gotî bin qencya te derêm. De, zarê te çi digere, ez hazirim.
Lê Ahmed zar-ziman ketibû. Ewî ecêba ha hela ber ç’evê xwe nedîtibû.
Me’r lênihêrî Ahmed dey nake, hilda ha jêra got:
— Ez e’dûê meryame. Xeysetê mine ez diçim xwe stûê meryara dialînim. Ezê nha herim xwe stûê qîza padşê vî şeherê weva bialînim. Ewê here hekîma, zana, remldara bîne, lê ez xwe stûê wê bernadim. Ç’arê padşê bê birînê. Wî çaxî tu were, bêje padşê, wekî tu dikarî qîza wî xilazkî. Padşaê îznê bide te. Wexta tu derda hatî, minra bêje: “Bimbarek, çî te vê qîza cahil ketye, berde, bira xwera aza bijî”. Ezê berdim. Çi dilê te bixwaze, padşaê bide te. Eva jî ber wê qencya teva, wekî te ez ji zimanê Esmerê xilaz kirim. Lê zanibê: her tenê vê care ezê gura te bikim. Wekî ez çûm cîkî din, min dîsa xwe stûê merya aland û tu hatî, ezê texim, te bikujim. Dêmek, soz-qirarê me her tenê bona vê carêye. Bîr nekî.
Û me’r pişta xwe daê, şûlikî, çû.
Ahmed dîsa çapûk û şirîta xwe hilda, Esmer bîrêda hîşt, vegerya hate malê.
Rojtira mayîn deng nava şeher bela bû, wekî me’r xwe stûê qîza padşê alandye, hekîm, zane, remldar dikin-nakin, me’r keç’ikê bernade. Padşê gotye, kê qîza min xilaz bike, darê-dinêda devê wî çi bigere, ezê bidmê.
De, çiqas merivê şehere zane, bilyan hebûn, gişk çûn, çi kirin-nekirin, me’r ji keç’ikê dûrneket.
Gilîê me’r ketine bîra Ahmed. Rojekê jî rabû, çû ber derê padşê sekinî. Gava jê pirsîn, wekî çi dixweze, Ahmed got, wekî dikare qîza padşê xilazke. Xulam-xizmetkara ewqasî eva yeka bihîstibûn, wekî gotina wî bendî tiştekî hesab nekirin, lê çûn elametî dane padşê. Padşê emir kir, wekî Ahmed bibne cem wî.
— Kuro, lao, — padşê gotê, — tu zanibî, ez gelekî qîza xwe hiz dikim. Te ku qîza min xilaz kir, darê-dinêda devê te çi bigere, ezê bidme te. Lê xêr ku na, ezê serê te lêxim. Çimkî gelek eware mînanî te hatine, derew kirine û çûne. Bona virhada derewîn û xapxapokê usa berbi min neên û kula min nedin tezekirinê, ez gerekê serê te lêxim, wekî wanra bibe şîret.
Ahmed gotê:
— Padşayî sax’be, bira gotina tebe.
Dane pêşya Ahmed û birine ber derê otaxa qîza padşê.
Çawa Ahmed derda çû, ç’ev me’r ket, pêra-pêra nas kir. Me’r jî bi ç’evekî qenc lênihêrî. Gilîê me’r ketine bîra Ahmed û ewî hilda ha gotê:
— Bimbarek, çî te vê qîza cahil ketye, berde, bira xwera aza bijî.
Me’r hêdîka şûlikî jorda hat, ber Ahmedra derbaz bû û beta vebû, çû.
Mizgînî birin padşêra, wekî Ahmed qîza wî xilaz kirye. Padşa ji cîê xwe rabû, hat. Dît: qîza wî wê sip-silamet qulç’da sekinye û bi ç’evekî hisret Ahmed dinihêre. Gava ç’ev bavê ket, hat xwe avîte pêsîrê û gotê:
— Bavo, tu zanî, evî merivê qenc ez xilaz kirim.
Padşa çû enya Ahmed, razîbûna xwe daê û gotê:
— De, nha bêje, kurê min, devê te çi digere, ez ber te sekinîme.
— Padşayî sax’be, saya serê te t’u tişt min nelazime.
— Lê tu zewicî? – padşê jê pirsî.
— Ez zewicîme, lê jina min mirye, — Ahmed gotê.
— De, wekî usane, Ahmedê min, here, Xwedê mirazê te û qîza min hev bike. Min sond xwaribû, wekî kê qîza min azake, nezewicîbe yanê mêrê bîbe, ez gotî qîza xwe bidme wî. Te ruhê qîza min xilaz kirye. Bi helalya Xwedê ew tera dikeve. Here, bira mirazê min we herdua jî bibe.
Û Ahmed bû zevê padşê. Serê dîwanê digotin Ahmed, binê dîwanê digotin Ahmed. Hemîn derheqa vê kirina wîda padşê cînar jî pê hesyan.
Rojekê jî be’s bela bû, wekî me’r çûye xwe stûê qîza padşê cînar alandye. Orta vî padşayî û xezûrê Ahmed jî gelekî xweş bû. Evê te rabû merîk şande cem xezûrê Ahmed û hîvî kir, wekî zevê xwe bişîne bona qîza wî jî xilazke. Padşê gazî Ahmed kir û her tişt jêra got.
Qudûmê Ahmed sist bûn. Ne ew bû înkarkira, ne jî karibû biçûya. Ne axir me’r jêra gotibû, wekî wê her tenê carekê bide xatirê wî. Wê nha çawa here?
Ahmed gelekî fikirî, fikirî, lê t’u ç’are xwera nedît. Dilê xweda fikirî: “Cenim du gor, ezê herim, dha pake bira me’r minxe, min bikuje”. Û faytona padşê syar bû, çû.
Rêva jî gelekî fikirî. Gava gihîşte ber derê padşê, fikirek serê wîda xuliqî.
Padşê çawa lazim bû ew qebûl kir û bi xwe jî da pêşîê bir ber derê qîza xwe, xwest ew jî pêra here hundur, lê Ahmed nehişt, gotê, wekî ew gerekê tenêbe.
Wexta Ahmed derî vekir, pêşda çû, me’r avrûke tûj daê û gotê:
— Ne min tera got, tenê carekê, tu çira hatî?
Ahmed hilda lez gotê:
— Malxirab, ez hatime tera bêjim, wekî Esmer bîrê derketye û pey te digere.
Xeberdana Ahmed hela dêvda bû, gava me’r stûê qîza padşê berda, bû şelpînya wî ket û beta vebû.
Ew çûyîn bû, ku çû. Îdî me’r wan êra peyda nebû.
s. 1974-a
SE
SE
Gundê meda gele ode hebûn. Mêrê gund şevê payîza û zivistanaye dirêj wêderê berev dibûn û şevbuhêrya xwe dikirin. Carna ç’îrok digotin, kilam distran, carna jî qise û mijûlîêd hewaskar dikirin, qewmandinêd bûyî digotin, ji salê, ji debrê xeber didan.
Gundda oda lape mezin ya mala apê Cimşît bû. Bavê min her êvara diçû wê odê û hetanî nîvê şevê dima. Carna, wexta ez gelekî pêda diketim, ez jî xwera dibirim, wekî nesîê nekim, rind guhdarya gilî-gotinê mezina bikim. Û gava em digihîştine cî, bavê min ser pîê odê, nava mêrada rûdinişt, lê minra digot, wekî binpya odêda nava zarada rûnêm. Wexta ode dikimkimî, destbi mijûlya dibû. Ax, çito xeberdan bûn, çito qise û mijûlîêd xweş bûn! Sed yazix, ji wan gilî-gotina gelek tişt bîra min çûne. Lê evan gilîê han hetanî nha jî bîra mindanin û, çawa dibêjin, mînanî mixekî serê minda gut bûne.
* * *
Êvareke payîza dereng em dîsa, mînanî hercar, çûne oda apê Cimşîd.
Ode dîsa kimkimî bû. Kermê pêz kiribûne bixêrîê, agir girtibûê û dişuxulî. Mêr bi çarmêrkî ser pîê odê, ser kulava rûniştibûn, dû dabûne qelina. Zaro jî binpya odêda hev civyabûn.
Wê êvarê mêra derheqa heywanda gilî dikirin. Gilî hate ser sa. Apê Heso, ku xeberxweşekî gund bû, serhatîke ha mera kir.
— Eme hela welêt bûn. Ezî cahil bûm, diçûme ber pezê gund. Sekî me hebû, nave wî Baser bû, min hertim ewî xwera dibire ber pêz.
Mêşekî mezin fêza gundê me bû. Rojekê jî min kerîê pezê xwe bire wî mêşeyî.
Havîne, te’va nîvro diqijilîne, pez bin sya darada ketye k’orîê, ez jî êpêceyî eciz bûme, ketime bin sya darê, potê xweyî kevn danye ber serê xwe û hêsa dibim. Îdî nizanim, çawa xewra çûme û çiqas wext razame. Her wextekê min ç’evê xwe vekir, der-dorê xwe nihêrî, dîna xwe daê – pez tune. De, gidîno, ez bextê weme, hema usa xewixî ez rabûm û nava mêşe ketim. Herneyse, serê cimetê neêşînim, min pez berev kir, anî gîhande hev. E’sre, wextê birina pezê êvarêye. Teze potê min kete bîra min. Lê k’or’eqeder’a nedihate bîra min, wekî min ew bin kîjan darêda hîştye, yekê jî îdî wextê birina pêz bû, nedibû ez teze pot bigeryama. Pot jî ne potekî usa bû, wekî dilê min ser bişewitya: te têlek jê bikişanda, wê hezar pîne jê biketana. Ez dilê xweda hevekî jî şabûm, wekî ya qenc hema ev bû, yaxa min wî qerpalî xilaz bû. Min got, ezê êvarê bavê xwera bêjim, bira minra serpêke pak bikire.
Baserê me jî ber ç’evê min neket. Ez fikirîm, wekî dibe gur hatibûn pêz, ewî dabe pey gura. Ez tirsyam, dibe gura zyan dabe pêz. Tirse dilê minda, min anî pez bela kir. Pak bû pezê tu kesî unda nebûbû. Lê Baser tune. Min go, dibe çûbe malê.
Gava ez hatime malê, min pirsî, go Baser nehatye. Virda Baser, wêda Baser, Baser tune. Me tirê Baser daye pey gura, çûye, dûrketye, paşê gur lê vegeryane xwarine. K’or’eqeder’a nava wan çend rojada ez jî nexweş ketim û rehmetîê birê minî biç’ûk ber minva diçû pêz. Bona undabûna Baser bavê min gelekî minra kire şer.
Wexta ez pak bûm, bavê min jî serpê da min, min kerîê pêz ji gund derxist û bire nava mêşe. Pez ç’êre-ç’êre çû kete kûraya mêşe. Wextekê min dîna xwe daê, dûrva tiştekî mînanî gura tê kivşê. Min kire hoce-hoce, ew ji cîê xwe rabû û berbi min hat. Hat-hat, min lênihêrî eva Baserê meye. Ç’evê wî korda çûne, lê ji şabûna diç’ûrisin, zilê wî çûye piştêva qemitye, poç’a xwe dihejîne û min bîn dike. Hevekî min şa bû, dora min çû, hat. Ewî da pêşya min û çû kete bin sya darê. Ez jî pey çûm. Min dîna xwe daê, Baserê min dîsa ket, herdu lepêd xweye pêşin danîn ser potê minî undabûyî û min nihêrî. Û hey potê ber xwe dinihêrî, hey serê xwe bilind dikir min dinihêrî. Ewî çend cara eva yeka wekiland.
Min tex’mîn kir, wekî ew bona potê min maye. Lê çimkî bavê min îdî minra serpêke teze kirîbû, min potê kevn xwera nekir bargiranî. Min pişta xwe daê, vegeryam bi wê giftê, wekî Baser pey min bê. Ez êpêce erd jê dûrketim, çûm, lê Baser pey min nehat. Ez vegeryam, min dît wê dîsa ketye, herdu lepê xweye pêşin danîne ser pot û min dinihêre. Ç’evê wî mînanî berê nediç’ûrisîn û poç’a xwe jî îdî nedihejand. Ez serda hêrs bûm û min niç’andê, wekî em herin. Ew rabû, poç’a xwe kire nav lingê xwe û çû. Min tirê ew çû gihîşte kêrî. Gava ez gihîştime kêrî, min dît Baser tune. Min çiqas gazîkirê, Baser tune. Min tirê çûye malê. Êvarê ez hatime malê, min pirsî, go Baser nehatye. Dîsa çend roj ketne ortê, ser-beratê Baser tune.
Rojekê jî bavê min pirsî:
— Kuro, ka Baserê me kuye, naê kivşê?
Min go:
— Bavo, hal-hewalê min, pot û Baser ev bû.
Bavê min şelmaqeke cîwar da min û got:
— Beklî tu erda sarda herî! Baserê meyî bi kerî pez te da der. Baser îdî naê.
Gava hêrsa bavê min hevekî danî, ewî menya çûyîna Baser minra got:
— Lao, ew ji te xeyîdye. Heywanê-heywan çend roja ji cîê xwe ranebûye, birçî maye, terka potê te nedaye. Lema jî, gava tu dîtî, wî tirê tê pê şabî, tase şîr bidêyî. Gotî te tex’mînkira, wekî gava ewî te û pot nihêrye, xwestye nîşande, ku mayîna wî seba potê te bûye, nexwestye terka potê xweyê xwe bide. Lê tu jî hela serda lê hers bûyî. Lema jî xeyîdye, çûye. Baser îdî venagere, destê xwe ji Baser bişon.
Û rastîê jî, Baser nehat, ew çûyîn bû, ku çû.
— Lê bîna se çiqase, — xalê Seydo ser xeberdana apê Hesoda zêdekir. – Lema divêjin, gur gotye: bîna se bîna min bûya, minê koka dinyaê banya. Dibe hûn bawer nekin, lê ew, çi ku ezê bêjim, qewimye û min ber ç’evê xwe dîtye.
Reme mirîê hazirabe jî, bavê min, apê minbe jî, hela wexta eme li Romê bûn, ewana baharê diçûn cîê dûr rêncberî dikirin hetanî payîzê. Payîzê jî heqê xwe berev dikirin, êrîk-bêrîka malê didîtin û dihatin. Xwedê xirabkirê, xwe ne mînanî nha bû: neme binvîsyana, telegram bişandana yanê têlêxistana, wê kengê bên. Merîê xwendî Xwedê dabû neme binivîsyana, têl ku hatibû? Her tenê me zanibû: baharê çûne, payîzê jî wê bên.
Kelbekî me hebû, nave wî Boynax bû. Te pêl sêrîkira, nediewtya. Me girênedida, sibê hetanî êvarê nava gund, ser kulîka digerya û dihat ser qûntaxa xênî diket.
Roja bavê min, apê min vegeryana, şebeqda Boynax berê xwe alîê gêdûkêda dikir û dibû zûke-zûka wî.
Pîrka min digot:
— Seydo, lao, ca hela binihêr Boynax berê xwe kî alîda kirye, dike zûke-zûk?
Ez ku vegeryam û min digot, berê wî gêdûkêdane, pîrka min hildida bûkara digot:
— Aha, Xwedê şikir, k’u mabe, îro ese lawikê bên. De, gelî bûka, zû malê hevdin, xwarina xwe çêkin hetanî lawik tên.
Tabetî nediket Boynax: diçû, dihat, radibû ser xênî, berê xwe gêdûkêra dikir û zûke-zûka wî bû.
Nêzîkî nanê nîvro berê xwe dida gêdûkê û diçû. Tu navêjî lawik îdî gihîştine wî berî gêlî. Wana paşê digot, çawa Boynax çûye, gihîştye wan, hilparkî wan bûye, xêle erd wanra hatye, paşê terka wan daye û berbi gund hatye. Wextekê me dît, Boynaxê me wê çawa tê, çawa tê! Dihat ber dêrî, dibû ewte-ewta wî, berê xwe gêdûkêda dikir. Yan wexta malda bûna, dihate hundur, dibû kaste-kasta wî, me şa dibû, derdikete derva û hey jî piş xweva dinihêrî, çika em pey diçin yanê na. Wexta em derdiketin derva, berê xwe gêdûkêra dikir û ewte-ewta wî bû. Tê bêjî elametî dida me, wekî em pêşya wanda herin. Û hetanî em pêşya wanda neçûna, Boynax nedisitirî. Wexta em pêşya wanda diçûn, Boynax pêşya me hêl dibû, berbi wan diçû. Gava em û bavê min, apê min digihîştine hev û tev vedigeryane malê, Boynax hêdî-hêdî pêşya me dihat hetanî em digihîştine malê. Paşê dîsa Boynaxê me nava gund digerya.
Salêd axirîê wexta bavê min, apê min vedigeryan û Boynax pêşya wan diçû, wana tiştekî xwe didane Boynax, wekî bîne û me pê bide hesandinê, wekî ew tên. Û wextekê me dinihêrî wê tiştek devê Boynaxda ji alîê gêdûkêda tê. Me îdî zanibû, wekî bavê min, apê min ranêzkayî gundra kirine.
Eva jî wera mesela Boynaxê meyî bê zar-ziman, ku ser ewqas erd bîna xweyê xwe hiltanî.
— Haşa hizûra camêrê rûniştî dêlikeke me hebû, — apê Xalo xeberdana xwe destpê kir.
— Haşa gotya, — hazira caba wî dan.
Apê Xalo qutya titûnê ji cêva bêşmêrtê xwe derxist, kax’azekî cix’arêyî bir’î, hilda titûn kire navê, pêç’a. Hetanî cix’ara xwe pêç’a, xwe ker’ kir.
Xeysetê wî usa bû: gilîê pêşîê digotin, paşê xwe ker’ dikir hetanî cix’ara xwe dipêç’a, vêdixist, qulapek-dudu lêdidan, paşê dûmayî dida xeberdana xwe.
Raste, ew çend sal bûn, wekî apê Xelo hatibû gundê me, lê îdî guşka xeysetê wî zanibû, wekî ew kêm qise dike, kêm dikeve nava xeberdanê, lê gava gilî dike, ese serhatîke xweş tîne ortê.
Hazira xwe ker’ kirin, berê xwe wîda kirin û hîvîê man, çika wê vê care çi gilîkî xweş bike.
— Efendîê xwera bêjim, — apê Xelo xeberdana xwe giran pêşda bir, — te pêl sêrî kira, nediewtya. Lema jî me girênedida, sibê hetanî êvarê berdayî bû. Diçû nava gund digerya. Havînê dihat ber qelaxê diket, zivistanê jî cîê wê yanê ber lodê bû, yanê jî ber tewla dêwêr bû. Gundê meda tewle, gom êpêceyî ji mala dûr çêdikin, derê wan jî başqe bû. Bona dizî-mizî neve hemîn derî dadidan, pêra jî zincîra kelba têlgrafeke dirêjva dikirin. Hetanî sibê kelb dora tewlê, gomê dibûne çerx, nedihîştin tu qûl-bende nêzîkî wanderabe. Cem me jî dizî zef kêm dibû, çimkî sal donzdeh meh bû qerewilê gund hebûn.
Çi gava şev derketana derva, dêlika me ber derê tewlê ketibû. Pezê me tunebû, ç’êlekeke me û çend serî dewarê me hebûn. Gava dengê dêrî dibihîst, serê xwe hildibirî, me dinihêrî, dihat me şa dibû û careke dinê diçû cîê xweda diket.
Apê Xelo dîsa navbirî da xeberdana xwe, cix’areke mayîn jî pêç’a, vêxist.
— Xwedê tu ew Xwedêyî, lê gava tu ne ew gavî, — ewî careke mayîn xeberdana xwe pêşda bir. – Axlêve bû. Xêleke xurt ji şevê çûbû. Wextekê ez hişyar bûm, wê kaste-kasta dêlikêye, dêrî çencerû dike. Çi we veşêrim, çi Xwedê veşêrim, ez tirsyam, min lihêf kişande ser serê xwe û xwe ker’ kir. Ez fikirîm, wekî gur hatine. De, kambax sawa gura jî girane. Tirsa bin lihêfêda min xwe qincilandibû ser hev. Roja buhurîye, nizanim çiqas wede derbaz bû, wextekê min dî, reme çûyê webe jî, dya min be jî, wê ji cîê xwe rabû.
— Reme dê-bavê tebe jî, — hazira gotê.
— Dya min rabû, ç’ira vêxist, deyli bavê min kir.
— Lo-lo, lo-lo, ca rabe, — dya min gotê, — çika çira kaste-kasta dêlikêye. Nebî gur hatine, dixwazin dêlikê bibin?
Reme dê-bavê webe, bavê minbe jî, merîkî xewar bû. Dya min çend cara deylêkir, paşê hişyar bû.
Gava dengê kaste-kasta dêlikê bihîst, tana kiras-derpê ji nava cya banzda û berbi dêrî çû. Em, zaro jî, rabûn nava cîê xweda rûniştin.
Çawa bavê min derî vekir, dêlikê xwe avîte hundur, poç’a xwe hejand, xwe avît ser lingê bavê min û kaste-kasta wêye. Paşê revî dêrîva derket, bavê min, dya min dane pey. Me, zara jî, da pey wan. Dêlik derkete derva û dûz berbi tewlê çû, gihîşte derê tewlê çencerû kir.
— Ya bi xêr, — bavê min got, — ev çi ecêbe? Dibe gur kulekêra ketye tewlê?
Hahanga dadaê kilîta derê tewlê ji peltika dîwarê sivderê hilda û lez-lez berbi tewlê çû. Dya min ç’ira vêxistî hilda û da pey wî. Em, zaro jî, pê-pê pey wan çûn.
Bavê min derê tewlê vekir, çû hundur. Dêlikê xwe ber wîra kir, pêşya wî çû hundur.
— Qîzê, zû ç’irê bîne! – bavê min ji hundurê tewlê kire gazî.
Gava em çûne hundur, me dî, wê ç’êleka me zaye, golika xwe alastye, ziha kirye, lê dewarê mayîn lêdane qetê xwe bir’îne, serê tewlêyî jorinda li hev civyane.
— Te dî dêlikê çawa hat elametî da me, wekî ç’êlek zaye, — bavê min gote dya min. – Wekî nehata elametî neda me, em pênehesyana, hetanî sibê dêwêr wê golik pêpeskirana, bikuştana.
Lê, bira! Hela divêjin se fem nake. Ez serê camera hazirkim, eva yeka min ber ç’evê xwe dîtye û çi ku min wera got, tu gilîkî xêlf têda tune.
— Lê min ecêbeke mayîn ber ç’evê xwe dîtye, — çawa apê Xelo xeberdana xwe kuta kir, Hemzo destbi gilîê xwe kir.
Eva yeka çend sala pêşda qewimye. Ezî şeher bûm, dixebitîm. Heyatekêda min xwera otaxeke biç’ûk kirê kiribû, têda dimam.
Ji wê heyata me yek bi malêva çû welatê derekeda bixebite. Kelbekî wanî hînkirî hebû. Wana ew kelb xwera nebirin, dane cînarekî xwe.
Bawer bikî weke salekê derbaz bû. Nemê wana timê serhevda diçûn-dihatin.
Rojekê neferê malê dinihêrin, tabetî nakeve kelb, kaste-kasta wîye, diçe, tê, çencikê xwe davêje dêrî, dixwaze veke. Evê te zanin, wekî wextê gera wî nîne, lê çira usa dike, tex’mîn nakin, radibin derdixin derva. Vira jî tabetî nakevê, dike kaste-kast, berê xwe wî alîda dike û zûke-zûka wîye. Derva kêm disekine, tînin malê. Vêderê jî zûkînya wî naê birînê. Kurê malê dinihêre çi: ç’evê wî tijî hêsirin. Nan didinê, xwarinê didinê, dikin-nakin devê xwe nade tiştekî, orta otaxê diçe-tê, zûke-zûka wîye.
Herneyse, serê camera neêşînim, hetanî sibê nahêle xew bikeve ç’evê neferê malê.
De, şeherlûne, gelekî kelba hiz dikin, hiltînin dibin ser doxtir. Hûn zanin, şeherda doxtirê kelbaye mexsûs hene. Doxtir kelb dinihêre û wanra dibêje, wekî tu nexweşîke wî tune. Paşî vê yekê ew tex’mîn dikin, wekî tiştek qewimye û qestîka wê rojê bîra xweda xweyî dikin.
Çend roj derbaz bûn. Mala xweyê kelb ji wî cînarê xwe, ku kelb dabû wan û malva çûbû welatê dereke, nemek stendin. Nemêda nivîsîbûn, wekî filan rojê (yanê wê roja kelb nedisitirî) kevanya malê çûye rehmetê.
Eva gilîê han nava temamya wê mehelêda bela bû. Geleka bawer nedikirin. Wekî ez xwexwa wê heyatêda nemama, bawer bikî, minê jî bawer nekira. Lê ew neme ber min xwendin û ew roj jî rind dihate bîra min.
Hûnê vê yekêra çi bêjin? Eva îdî ne bîne, ne jî fe’me, tiştekî usane, wekî bendera hela ne eyane.
Derheqa wê yekêda gelekî xeberdan, lê usa jî nikaribûn bihatana ser fikrekê: ew çawa bû, ku kelb ser aqareke ewqasî dûr tê derxist yanê pêva eyan bû, wekî wê rojê jina xweyê wî wêderê mirye.
— Welle, rastîê jî, bira, ecêbe, me hela tiştê ha nebihstibû, — apê Xelo Hemzora got û qutya titûnê dirêjkirê, wekî ew jî cix’arekê bipêç’e.
Û aha hetanî nîvê şevê gundîê me oda mala apê Cimşîtda gilîê xweş dikirin, şevbuhêrya xwe dikirin. Û gilîê wan yek ji yekî xweştir bûn. Lê sed yazix, her tenê evê han bîra minda mane.
s. 1967-a
Wênekêş Arif Sevinç.