rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

GUMAN

 

 

GUMAN

  

           Şerê Wetenîêyî mezin teze kuta bûbû. Salêd giran bûn. Ew çetinayî hela nehatibûn hildanê, ku şêr pêşda anî bûn. Zulma şêr gihîştibû mala me jî. Bavê min çûbû ber şêr û venegerya bû. Apê min teze ji eskerîê hatibû. Raste, neferê mala me giran nîbûn (ez bûm, dya min, pîrka min û apê min), lê ebûra me jî tunebû. Xebata kolxoza gund tu tiştek nedida, çend pezê me hebûn, lê dewar tunebûn. Lema jî wexta xebata deştê kuta dibû, apê min serpayîzê diçû Tilbîsê, çend meha dixebitî, malêra heve tişt-mişt dikirîn, dihat.

         Wê salê jî apê min çû şeher. Hertim hetanî rojîê êzdî dihat, wekî, çawa dya min digot, wan rojê ezîzda tiştek hebe xêra mirya derxin. Lê vê salê apê min rojîê êzîda nehat. Caw kiribû, wekî tiştekî pak neketye dêst, lema nikare bê. Rojyada paşîva me ew mast bû, ku dya min payîzê girtibû, rûn helandibû, berî ser devê dîzê dabû û hildabû bona rojya. Şîva me jî qeysî bûn. Wê payîzê qeysî anîbûn gund û cehra guhêrî bûn. Dya min du elb ceh dabû heve qeysî kir’î bûn, veşartibûn bona rojya. Hersê rojê rojyada nanê mirîê me qeysî bûn. Her carekê dya min nanê mirya dibire malekê. Cînara jî nanê mirya danîne mala me. Wî çaxî gindê meda edetekî usa hebû, wekî rojyada her carekê nanê mirya bibine malekê. Roja eydê jî dya min savar çêkir. Tenê çend cînarê nêzîk hatine eydana me. (De, çimkî apê min ne li mal bû, wekî tevî koma mêra bibûya û mal bi mal bigeryana, usa jî bihatana mala me, lema jî wê salê pakî kes nehate eydana me).

         Me bi teherekî rojîê xwe derbaz kirin û ç’evnihêrya hatina apê min bûn. Hevtê derbaz dibûn, lê apê min nedihat. Wê salê berfeke usa ketibû, wekî davîte navê. Gava derdiketî derva û dora xwe dinihêrî, her dera spî, çîl-qerqaş dikir. Wexta ba radibû, dikire bagereke usa, ku cînar nikaribû biçûya mala cînêr. Û bagerê usa çend roja dikişand. Peyra ba radiwestya, bagerê vedikir û te’vê dida. Berf usa hişk dibû, wekî me, zara, bê lekana xwe ser dişimitand. Bûza ser cewa avê usa qalim dibû, wekî pê kulinga dişkênandin, qunî vedikirin û ava vexwarinê dibirin. Carna qunî usa kûr dibû, wekî destê merya nedigihîşte avê. Digotin, wê salê jineke gundê me ser sêrî ketibû qunîê û eger cînarekî me xwe pêra negîhanda, wê qunîêda bifetisya. Em, zar jî, sibê hetanî êvarê ser bûza nêzîkî qunîê bûn. Me virvirîk dilîst. Destê me ber sermê sor dibûn, mînanî silqa sor, lê me terka lîstikê nedida hetanî birçîbûnê zor neda me. Em direvyane malê, me k’axe şorbe yanê avsîra kelema dixwar, hoç’e nan digirte xwe û careke mayîn ser bûza dora qunîê top dibûn. Wan sala nangiranî bû, arvanî kêm bû. Lema jî kevanya danîn beroşa kartol dikelandin, spî dikirin, dikirne dogeç’ik, rind dikutan, hûr dikirin û dikirine nava hevîr bona ar kêm here, lê nan gelekbe. Û nan usa te’m bû, wekî te şeşek bixwara, t’êr nedibûyî. Lê kê wê şeşek bida te? Her kevanîkê çapa destê xwe zanibû û ewqas nan dipe’t, wekî ancax neferê malê yole dibir. Nan bûbû tiberk.

          

* * *

 

         Rojekê jî me tendûra xwe temirandibû, nanê nîvro xwaribû û dora tendûrê rûniştibûn. Ser xanîê me bûbû reperep – merî hilkişyane ser. Me dî, yekî devê xwe kire kulekê û kire gazî:

         — Mala Hemîd eve?

         — Erê, eve, — dya min caba wî daye. – Keremke, pêşda were, bira.

         — Na, Xwedê avake, xûşkê, ezî lezim. Derên derva, gilîkî min heye, wera bêjim, herim.

         Min, dya min û pîrka min me hevra banzda derva. Mêrik ser xênî peya bûbû, berbi me dihat.

         — Ez bextê kurê teme, xwe tiştek neqewimye? – pîrka min ber zarî bû.

         — Qe metirse, xûşkê, şikir tiştek tune, — ewî caba pîrkê da. – Em û Hemîd tevayî ji şeher tên. Piştoê wî giran bû, ew gêlîda ma. Digot, bira jina birê min û kurê birê min pêşya minda bên. Zû bikin, xwe pêra bigihînin hela te’rî neketye erdê.

         Pîrka min kir-nekir ew mêrik nehate malê, xatirê xwe ji me xwest, darêkir, çû.

         Em vegeryane malê. Şabûneke mezin ketibû dilê me: ne axir apê min ji şeher tê, nha xwera tiştê xweş anîne. Min lez-lez çarix kirine lingê xwe, têlêgrêykê xwe xwe kir, kom da serê xwe û hip-hazir orta xênî sekinîm. Dya min jî kincê xweye germ xwe kirin, em ji malê derketin û me berê xwe da gêdûka Spîtakê.

         Paşî nîvroye, te’ve, lê taqeta germa wê qe naê tex’mînkirinê. Wexta rê diçî, ç’irke-ç’irkeke usa dikeve berfê, te tirê vaye, wê ji hevt cya tîş-tîşîbe. Rê yekpêye. Min da pêşîê, dya min da pey min. Em hevekî çûn, min dî dya min hey şûnda dikeve. Dê gote min:

         — Lao, tu zû here, hîvya min nesekine, xwe bigihîne apê xwe, hela te’rî neketye erdê.

         Ez ji dya xwe qetyam û baê xwe çûm. Êpêce erd çûm. Şabûna hatina apê min ketye dilê min, qe westandinê tex’mîn dikim? Xênji wê, gundda wê êvarê dewete. Ez dilezînim, wekî zû vegerim, belkî xwe dewetêra bigihînim. Seknandina avê heye, seknandina min tune. Çawa diçim, çawa diçim! Wextekê min dît bir’e rêwya wê xwe dane p’alê. Min dilê xweda qirar kir, wekî gerekê herim wan rêwya  derbaztir bim. Û ez dha lez çûm, carna direvyam, lê dişimitîm, ji rê derdiketim û berfêda gut dibûm. Diçerçirîm, ji nav berfê derdiketim, diketime ser rê û dîsa lez diçûm.

         Wextekê min serê xwe hilbirî, dît, wê yek wêda tê. Ez çûm, nêzîk bûm, min dît, eva apê mine. Min xwe avîte pêsîrê. Ewî jî ez paç’ kirim û pirsî:

         — Lê ka dya te?

         — Dya min pey min tê, ez lez hatim, wekî hela te’rî neketye erdê bigihîjme te û zû vegerim.

         — Lao, ez îdî taqet ketim, nikarim wera bêm, — apê min got. – Ancax qewata min gihîştê vê elba don û heve hûrmûrê mayîn bînim. Min piştoê xwe gêlîda, fêza kanya Spî, ber zinêrda hîştye. Lez here wan rêwya derbazbe, xwe piştora bigihîne, yanê na ewê hûrmûrê me hildin, bibin. Ez zanim, qewata te nagihîje pişto, tu nikarî tenê hildî, ber bisekine, miqatbe hetanî dya te tê, xwe tera digihîne. Wexta hûn gihîştine hev, nevî-nevî têne gund. Îdî derenge, vê zivistanê hûn pêra nagihînin bên. Hûrmûrê xwe hildin, herin Spîtakê, îşev mala Rûbênê dostê meda bimînin, silametî sibê bidne serê rê, lêdin werin. Kuro, qafseqetya mekî, vê şevê nedî serê rê neêyî.

         Min tiştek negote apê xwe, serê xwe kire ber xwe, xatirê xwe jê xwest û çilqas kir. Ew koma rêwya hela negihîştibû gêdûkê, gava min xwe wanra gîhand. Ez ji wan dernaz bûm. Yekî min kire gazî, wekî çira usa lezim, rind dibe tevî wan herim. Lê min gotê, wekî ez lezim û nikarim wanra hevaltîê bikim.

         Pêberjêr bû. Gêlîda berf kêm bû. Ez, mînanî baê birûskê, jorda berjêr dibûm. Zûtirekê gihîştime piştoê apê xwe. Min xwest bidme pişta xwe û paşda bêm. Lê min kir-nekir qewata min negihîştê. Min pişto kaşkir, bir devê newalê, ketime newalê û xwest bidme pişta xwe, lê tişt jê derneket. Ez gelekî çerçirîm, lê min nikaribû pişto tenê bida pişta xwe. Hetanî wî çaxî rêwî êpêceyî berjêr bûbûn, hatibûn jêrê. Ez tirsyam, wekî wê bên, pişto ji min bistînin. Lema min pişto kaş kir, bir piş zinêr, ber rûniştim. Min çend kevir jî girtine xwe, wekî wexta ser minda bên, ez wan bidme ber kevira. Min qirar kiribû: yan gotî kuştina minbe, yanê jî ez gerekê pişto nedme wan. Ancax ebûrek ketye destê me, rabim usa hêsa ji destê xwe berdim? Xuşûşî dilê minda ez teldê zinêrda ber pişto qerefîska rûniştim. Êpêce wext kişand hetanî rêwî hatin, derbaz bûn, qe alîê min û piştoda jî nenihêrîn. Ez teldê zinêrda mam hetanî ewana çûn nepenîêda unda bûn. Paşê ez rabûme ser xwe û min alîê gêdûkê nihêrî: çika dya min tê yanê na. Tu qûl-bende nedihate kivşê. Her tişt seqirî bû, qe bîna bê jî nedihat. Ezî birçî bûm. Min derê pişto vekir, çika tiştekî xwarinê têda tune. Nanekî somî ser devê pişto bû. Min somî derxist, hevekî jêkir û da ber geza. Min êpêce somî xwar. T’î bûm, heve berfa ser zinêr hilda, kire devê xwe. Berf helya, lê t’îbûna min neşkest. Min çend cara jî usa kir. Dengek li min tesele bû. Min serê xwe hilbirî, alîê gêdûkê nihêrî. Dya min wê serê gêdûkê sekinye, destê xwe minra dihejîne, dixweze min bide femkirinê, wekî pişto hildim û herim. Min lê kire gazî, wekî qewata min nagihîjê, tu jî were, em tevayî hildin, herin.

         Sî daketibû ser gêlî. Te’v îdî piş ç’îêva qulibî bû. Serma zêde bûbû. Dya min pêberjêr bû, hat. Hetanî dya min hat gihîşte min, destê min êpêceyî serma kirin. Dya min pê berfê destê min mizdan. Xêlekê şûnda destê min rastîê jî germ bûn. Dya min navdêrekî xwe êxist, erdê raxist, êpêce tişt-mişt ji pişto derxistin, kirine navê, qilç’ikê wî girêdan, danî alîkî. Min û wê tevayî derê pişto girêda. Ewê komek da min û min pişto da pişta xwe, rind şidand. Paşê ewê hûrmûrê nava navdêreda pêç’ayî da pişta xwe, min da pêşîê, dya min da pey min û me berê xwe da gund.

         — Lao, apê te tera negot, wekî em îşev herin Spîtakê bimînin, sibê rabin herin gund? – dê ji min pirsî.

         — Erê, minra got. Heta em herin derên Spîtakê, emê bigihîjne gundê me, — min got. – Îşev jî gundda dewete.

         — Ne derenge, — dya min bi dilekî sar got.

         — Tişt nake, hetanî def here gomê, emê bigihîjne cî, — min gotê.

         Ew çend sal bû gundda dengê defê nehatibû. Şer bû. Şer dewet betal kiribûn. Paşî şêr eva deweta pêşin bû. Em gelekî motacê deweta bûn, me bîra dengê def û zurnê kiribû. Lema çi jî biqewimya, min dixwest wê şevê xwe ese dewetêra bigihînim. Qîzek gundê meda hebû. Bi hizkirina zarotîêye temiz, dûrva ser wê bengî bûbûm û min gelekî dixwest wê şevê dewetêda carekê jî ç’evê min ç’evê wê keve. Lingê min girêdana, ez piş hevt ç’ya bûma, minê bicedanda wê êvarê dewetêda hazir bim. Nha ne zivistan, ne ev gelîê kûr, ne jî te’rî nikarin nehêlin, wekî ez wê şevê neçim dewetê. Min dilê xweda ha qirar kiribû: k’u jî mabe, ez gerekê îşev herim dewetê.

         Em hêdî-hêdî hildikşyan, dihatin. Hey carna bîna dya min dima. Em hevekî cîê xweda disekinîn hetanî bîna wê dihate ber. Careke mayîn em dilivyan, pêşda diçûn.

         Carekê, duda dya min gote min:

         — Lao, çi me qewimî bû, wekî vê êvarê me da serê rê, ketine vî gelî? Lê Xwedê nekirî ba rabe, têke bager, halê meê çawabe?

         — Qe tişt jî tune, — min gotê. – Saîye, ba nikare rabe. Hetanî şîva emê bigihîjne gund. Ancax jî hetanî wî çaxî def here gomê.

         — Ê, bê te bona dewetê nehîşt em herne mala Rûbênê dostê me? – dya min wa bi beşereke xweş got.

         Min caba wê neda. Ezî pêşîê, dya min pey min, em hêdî-hêdî hildikşyan. Hewa êpêce zivir bûbû, lê ba tunebû. Ro îdî çûbû ava, lê zeraya te’vê hela serê ç’ya hebû.

         — Daê, em hevekî lez herin, belkî hetanî ronaîye, xwe serê gêdûkêra bigihînin, — min gote dya xwe. Fikra minda her tenê dewet bû û min dixwest gavekê zû bigihîjme gund. Û evê yekê tê bêjî qudûmê min hê dişidand, dilê min hê şa dikir. Ez usa jî şa bûm bona hatina apê xwe: ne axir nha ew mera xurekê xweş anye. Dilê minda gumaneke biç’ûk jî hebû: dibe apê min kinceke teze minra anîbe. Û dha firnaxbûyî min berbi gund dilezand. Wextekê min piş xweva nihêrî, dît, dya min êpêceyî şûnda maye. Dengê xwe jî nekirye.

         — Daê, tu çima usa hêdî-hêdî têyî? – min jê pirsî.

         — De, ancax, lao, — dya min gote min. – Bîna min dimîne.

         — Lê çira dengê xwe nakî, wekî ez bisekinim hetanî tu hevekî bîna xwe distînî?

         — Min carekê, duda gote te, lê tu nesekinî.

         Min tex’mîn kir, wekî ez ketime nava wan fikir-mitalêd xweş û dengê dê li min tesele nebûye.

         Ez sekinîm. Dya min hat, gihîşte min. Min hûrmûrê ser mila hilda, danî devê rê, ewê jî dêrê xwe hev pêç’a, top kir û ser rûnişt. Minra got, wekî ez jî rûnêm, hevekî hêsa bim, lê ez rûneniştim, kêlekê sekinîm. Êmê cix’arekê rûnişt, bîna wê hate ber, paşê rabû, min komek daê, ew hûrmûrê nava navdêrê wêda pêç’ayî da ser milê xwe û em rêketin. Me ranêzkayî gêdûkêra kirye, lê zeraya serê ç’ya îdî mina bûye. Te’rî rind ketye erdê. Raste, çiqas diçe, hişkî ewqasî zêde dibe, lê ba tune. Bextê meye, wekî tune, yanê na wî gelîda dibe bagereke usa, ku merî ber hev bisekinin, tilya ç’evê hevrakin, hevdu nabînin. Zivistanê qe çiqas merî wî gelîda bagerêda xeniqîne yanê ketine bin kurşê. Digotin, çend sala pêşda wî gelîda çend merî dikevin bin kurşê. Binelîêd çend gundêd nêzîk çend roja meytê wan digerin, lê nabînin. Meytê wan bin berfêda dimînin hetanî baharê. Wexta berf dihele, hiltê, paşê meytê wan dibînin, dibin teslîmî axê dikin.

         Lê vê care bextê min û dya min lêda bû. Ba tunebû. Gêlîda her tişt seqirî bû. Hey car-cara lingê me kevirê hûr diket û ewana dipekyan berjêr diçûn. Ew jî kevirê mayîn diketin, cî radikirin, xwera dibirin. Xuşîneke usa dikete gêlî, wekî te tirê sêlav rabû. Û çiqas kevir dûr diçûn, deng ewqasî zêde dibû. Her wî çaxî deng dihate birînê, gava kevir diçûn rastekê disekinîn, hetanî dengê xuşînya xwelîê jî dihat. Paşê her tişt diseqirî, tu deng-hisek tunebû, her tenê berfê bin lingê meda dikire ç’irke-ç’irk. Çarixê min usa qerimî bûn, wekî bûbûne dar. Min ancax xwe digirt, wekî neşimitim, rê derneêm. Gelî gelekî tîk bû û wekî ez bişimityama, ji rê derketama, ezê gulol bûma hetanî binê gêlî û, çawa dibêjin, pirtîê minî mezin wê guhê min bima.

         — Daê, çarixê te hişk nebûne? – min ji dya xwe pirsî.

         — Lê hişk nebûne, lao, — dya min caba min da.

         — Miqatî xwebe, neşimitî, ha!

         — Ya min cenima min kirî, tu miqatî xwebe, lingê xwe fesal bavêje. Ya Xatûna Ferxan, destê min eteka tedane, tu vê şevê me bibî xweyî, nehêlî telî-tengasî bê serê evî tifalê min. Ad-qirarbe, îşev em bê qezya, bê nezya bigihîjne malê, ezê sibê nanê germ derxim. Lao, wekî lingê te dişimitin, min çend çaw xwera anîne, çarixê xwe girêde, wê îdî neşimitin.

         — Na, hela vê gave naşimitim, — min gotê. – Lê çaw kanên, min çaw nedîtin.

         — Lê te nedît, min kirine piştoê ser pişta te. Te çawa nedît? Ez fikirîm, dibe rêva kêrî me bên, lema min ji malê anîn.

         Me xwera ha xeber dida û hêdî-hêdî hildikişyan. Ez hey diçûm, hey jî min piş xweva dinihêrî, çika dya min tê. Dya min îdî paşda nedima, pê-pê minra dihat. Wexta em cîê bêfesalra derbaz dibûn, min destê wê digirt, komek didaê, wekî derbazbe. Carekê lingê min şimitî. Bû qûjînya dya min. Lê pak bû, lingê min çû kevirekî mezin hasê bû, yanê na ez jorda hol bûma.

         — Fesal here, lao, — dya min gote min. – Xwezil min gur’a te nekira.

         — Tişt nake, daê, em îdî gihîştine serê gêdûkê, — min gotê. – Wê şûnda îdî pêberjêre. Emê nava nîv sehetêda bigihîjne gund.

         Rastîê jî hindik mabû, wekî em bigihîjne serê gêdûkê. Lê ew rya mayî lape çetin bû. Rê t’îk hildikişya û şimşatok bû. Em sekinîn, me hevekî bîna xwe stend, paşê me destê hev girt, yek yekîra bû taqet û pêşda livyan. Ezî dîsa pêşîê bûm. Min rind cîê lingê xwe dikir, paşê lingê dinê hildibirî. Rê gelekî bi kesir bû. Min tex’mîn kir, wekî dya min diweste. Lema jî min qirar kir pênc gava herim, bisekinim, wekî bîna dya min bê ber. Min usa jî kir: pênc gava diçûm, disekinîm.

         — Lao, tu çira usa zû-zû disekinî? – dya min ji min pirsî.

         — Diwestim, daê, — min qestîka serra xarand. Lê dya min bawer kir.

         — Lê ç’evê min rijyaê, min tera negot, wekî îşev em nedin serê vê rê. Lê te gura min nekir.  Bê porkurê, tu çira pêra qayîl bûyî!

         — Daê, qe ber xwe nekeve, eva hevekê han maye, wê şûnda îdî firêqetîye, — ez ber dilda hatim.

         Xulese, em derketin serê gêdûkê. Ew cîkî usa bû, wekî her heyamê salê wêderê ba hebû. Vê care jî bakî zirav dihat. Hîv derketibû. Te herçar alya dinihêrî çîl-qerqaş dikir. Dûrva gundê me dihate kivşê.

         Em serê gêdûkê qe nesekinîn. Çimkî me xûdabû, ber wî bayî meê serma bikira. Em pêberjêr bûn. Alîê gundê me berf îdî ewqasî hişk nîbû, rê jî rind bû. Em lez berjêr diçûn, gava nişkêva dya min kire gazî:

         — Hemîd, Hemîdo, em tên!

         — Daê, tu çira nizanî, wekî apê min naê pêşya me, — min gotê. – Ewî minra got, wekî em îşev herin Spîtakê, sibê paşê bên.

         — Minra jî usa got, la-lao, — ewê gote min.

         — Lê tu çira gazî apê min dikî?

         — Dibe van nêzîkaya debe hebin. Bira dengê me bibihên, herin me dûrkevin.

         — Ê, dibe ew dûr bin, lê xwe dengê me bigrin û bên, — min gotê.

         — Na, la-lao, debe ji dengê merya ditirsin, dûr diçin.

         Min îdî dengê xwe nekir. Lê xuşûşîk kete dilê min. Ez fikirîm: dibe dya min ji tirsa kire gazî.

         Rê rind bû. Hingî em pêberjêr bûbûn, dya min pêşîê diçû, min dabû pey.

         Rya gundê me ç’el û newal bû. Wexta em diketine newala, gund nedihate kivşê. Lê wexta em ji newala derdiketin, gundê me dûrva rind dihate xanê. Wexta min gund didît û dikete bîra min, wekî îşev dewete, dil şa dibû û min westandin tex’mîn nedikir.

         Em êpêce erd hatin. Me îdî xwe gîhande çayîra. Wê şûnda îdî rya rast bû. Lê gund hela êpêceyî dûr bû. Ba tunebû, ezmanî ç’îk-sayî, hewa xweş bû.

         Dya min gilîê rojêd derbazbûyî minra dikirin. Me dabû pey hev û berbi gund dilezand.

         Nişkêva tê bêjî yekî minra got: hela vegere, piş xweva binihêre. Ez zivirîm, min piş xweva nihêrî. Min dît, wê tiştekî mezin pey me tê. Weke sekî heye. Min pêra-pêra tex’mîn kir, wekî gure. Çimkî alîê me her tenê gur û rûvî hebûn. Ne mînanî rûvya bû. Hebe-tunebe gure. Tirsekê min girt. Rastîê jî sawa gur geleke. Dema usa fikra merya zû dixebite. Pêra-pêra kete bîra min, wekî gur ji agirê ditirse.

         “Qe şayîşa mekişîne, — min xwexwa dildîmî da ber dilê xwe, — çaw, tope pitik cem me hene. Hela dûre, çawa hat ranêzkayî mera kir, ezê pitikê vêxim, agir berî çawê dim û pey xwe kaşkim. Tê kivşê dya min tirsya, lema gava dinê gazî apê min dikir. Lema jî ez gerekê vê gave dya xwera nebêjim, wekî gur daye pey me û tê. Hela çika me û wî çi dest dide. Lê lazime em diha lez herin. Em çiqasî nêzîkî gind bin, qezyaê ewqasî kêmbe”.

         Ez carekê jî ser milê xwe zivirîm, min gur nihêrî. Na, êpêceyî dûre, orta me û wîda çend newal hene. Raste, dûre, lê bona gur çye? Te hew nihêrî çilqas kir xwe mera gîhand. Çiqas em dikarin gotî lez herin.

         — Daê, hevekî lingê xwe hilde, zû here, lingê min serma dikin, — min qestîka gote dya xwe.

         — Pî, ç’evê dya te korbe, zûda lingê te serma dikin?

         — Na, min teze tex’mîn kir.

         — Wekî usane, were em çawa derxin, vejenin, têkne binê çarixê te, lingê teê germ bin, — dya min got.

         — Na, nelazime, daê, — min gotê. – Wekî em hevekî zû herin, lingê minê germ bin.

         Dya min dha lez çû. Ez jî pê-pê pey diçim û hey ser milê xwe dizivirim, piş xweva dinihêrim. Bêxweyî daye pey me û tê. Carekê jî min piş xweva nihêrî. Naê kivşê. Min dya xwera got, wekî bisekine.

         — Çi bûye, lao? – dê pirsî.

         — Were em çawa derxin, min ku dît sermê li min zor kir, ezê têkme bin çarixê xwe.

         Me hahanga derê pişto vekir. Rastîê jî çar çaw wê ser dêvin. Me çaw derxistin, dya min xwest wana ji hev derxe, lê min nehîşt, danîn ser berfê, dya min pişto da pişta min, min çaw girtine xwe û dya min xwest, wekî vê care ez bidme pêşîê, lê min qestîka me’nî girt, wekî lingê minê dha gelekî şil bin, dya min da pêşîê, min da pey, em lez çûn. Min dîsa para ihêrî. Na, bêxweyî tê. Tu nabêjî ketibûye newalê, lema nedihate kivşê. Ara orta me û wîda êpêceye. Gund jî ewqasî dûr nîne. Min destê xwe rûva danî ser cêba şe’lê xwe. Na, pitike cem mine. Olecaxe, te hew nihêrî xwe mera gîhand. Ez gotî hazir bim.

         Em lez diçin. Bin lingê meda ç’irke-ç’irka berfêye. Hîveron weke roye. Ez hey piş xweva dizivirim. Bêxweyî daye pey me û tê. Çiqas diçe ara orta me û wîda kêm dibe. Em jî ranêzkayê gundra dikin. Raste, gund rind meva tê kivşê, dengê kelba tê, lê ez hela culet nakim dya xwera bêjim, wekî gur pey me tê. “Te lênihêrî nişkêva tirsya, — ez difikirim, — ecêbek hate sêrî”. Lema min qirar kir hetanî em negihîjne cî, ez dya xwe nedme hesandinê. Bi menya sermakirina linga ez timê dya xwe didime lezkirinê. Ji sawa wî bêxweyî min îdî westandin, kesrandin, piştoê pişta xwe, dewet bîr kirine. Fikra minda nha her tenê ew yeke, wekî çawa bikim ji gur xilaz bin. “Min ku lênihêrî hat, nêzîkî me bû, ezê çawa vêxim. Ez zanim, gur ji agir ditirse, nikare xwe bide ser me, — ez difikirim. – Lazime zû-zû piş xweva binihêrim, haj xwe hebim”. Û min destpê kir her gavekê şûnda piş xweva nihêrî. Carekê, duda ez şewişîm ji rê derketim, careke mayîn min xwe lez davîte ser wê rya yekpê. Qe dya min jî pênehesya, wekî ez şewişîm, ji rê derketim. Min timê teselya pitikê dikir. Na, cîê xwedane. Min newêribû derxista, ditirsyam, wekî ji destê min bikeve nava berfê, şilbe û wexta kêr bê vênekeve. Lema jî min rûva destê xwe ser cêba şe’l digerand. Gumana min gelekî ser pitikê û çawa bû. Gurê çileye, te hew nihêrî xwe avîte me. Min dîsa para nihêrî. Ay tera şetele! Bêxweyê bêxweyî nha dha lez tê. Lê me jî îdî xwe gîhandye zevîê fêza mala. Dengê defê tê, nava gundda merî diçin-tên, ewte-ewta kelbane. Min dîsa piş xweva nihêrî. Îdî bawer bikî direve tê. Xûdaneke sar ser minra avîtye, çokê min bin minda dilerizin, çûyîn min nabe. Ez bê hemdî xwe cîda bûme rusas sekinîm. Qe nizanim evê yekê nîv deqe yanê deqekê kişand, nişkêva, çawa yek biniç’îne min, çaw û pitik ketine bîra min. Min çawek vekir, destê xwe kire cêba xwe, wekî pitikê derxim, gava du kelbê gundê me hatin, lez ji me derbaz bûn. Ez vegeryam, min alîê kelba nihêrî. Çend gava wêda çûn û kirt cîê xweda sekinîn. Ewte-ewta wane, lê pêşda naçin. Gur jî weke pêncî mêrtî dûrî me sekinye. Ne kelb turuş dikin pêşda herin, ne jî gur virda tê. Dya min weke çend gava min dûr ketye. Min lêkire gazî, wekî bisekine, ez bigihîjmê. Dya min cîê xweda sekinî. Berê wê gundda bû. Ez çûm, gihîştimê. Zanim, wekî em îdî derketine firêqetîê, gur nikare tu tiştekî me bike. Lema jî min bi hemdî xwe gote dê:

         — Daê, hela piş xweva bizivire, binihêre.

         Dya min pêra-pêra zivirî.

         — Kelbê mala Ûsêne, çi heye, — ewê gote min.

         — Ez zanim kelbin, — min gotê, — lê kelba wêda, ser rê, ew çye reş dike?

         Bû qajînya dya min, şewişî, ket. Min hahanga dadaê, ew rakir û ber dilda hatim:

         — Mala te avabe, em îdî gihîştine gund, gurê çi me bike? Wê kelb diewtinê, ew îdî qursax dike pêşda bê?

         Bîna dya min hevekî hate ber.

         — Te teze ew dît? – dya min ji min pirsî.

         — Wexta em ji newala Sor derketin, min hingêda ew dîtye û ç’evê min lêbûye, — min gote dya xwe.

         — Lê te çira minra nedigot?

         — Minê çi tera bigota? Tera bigota, wekî gur daye pey me? Ê, min ku tera bigota, teê nolanî hêja bikira, ezê teda biketama, gurê jî xwe mera bigîhanda. Min qestîka tera nedigot. Lê wekî min vê care jî tera negota, paşê malda bigota, dibe kesekî bawer nekira.

         Gur wira cîê xweda ma, kelb jî digirijîn, diewtyan, lê pêşda nediçûn. Ez û dya xwe gihîştine gund. Def ji mala zevê derdiket, diçû gomê.

         Em gihîştine malê. Apê min û pîrka min karê xwe kiribûn, wekî herne dewetê. Wexta me derî vekir, em çûne hundur, apê min ecêbmayî ma. Êpêce wext zûr bûbû ç’evê min dinihêrî, dengê xwe nedikir.

         — Ew hûn çawa hatin? – ji me pirsî.

         — De em hatin, da, — dya min caba wî da.

         — Ne min tera got, wekî îşev herin Spîtakê, sibê rabin werin, — apê min vegerya ser min.

         — Me vê şevê Spîtakê çi bikra, — min tu cabeke mayîne pak nedît.

         — Lê tu nabêjî çi hate serê me, — dya min gotê.

         — Çi bû? – apê min pirsî, zûr bû ç’evê dya min nihêrî.

         Û dya min hûrgilî jêra şirovekir.

         — Weylê qapîê min hilşîayî, — apê min kire zarîn, destê xwe li çoka xwe xist. – Merî qavseqetya usa dike? Lê wekî vê şevê gur ecêbek banya serê we? Kuro, — vegerya ser min, — dûrî birê min, tu qe ne merîyî, gilî serê teda rûnanê.

         — Gurê çi me bikira, — min berxweda got.

         — Çawa gurê çi me bikira? – apê gotina min bi cure pirsê wekiland. – Gurê zivistanêye birçî çi merya dikin? Nevî te tirê wê bihata destê te balasta? Yan tu nizanî, çendik-çend merî wî gêlîda bûne xurê gurê zivistanêye birçî? Bo bira, bira nanê bavê min mezim bûye, wekî vê şevê kilît derê min neket, ûrta birê min neqelya.

         — Ne çaw û pitik cem me hebûn, — wexta apê min xwe ker’ kir, min got. – Gur qe dikaribû ser meda bihata?

         — Çaw û pitika teê çi gur bikirana? – apê min ji min pirsî. – Dive gur ji çaw û pitika te bitirsya?

         — Erê, wê bitirsya, — min bi bawerî got.

         — Wê çawa bitirsya?

         — Minê agir berî serîkî çawêda, serê mayîn bigirta xwe û erdêra kaşkira. Gur ditirse, xwe nade ser agir.

         — Tu xweş mêrî, — bengzê apê min xweş bû. – Tu kura zanî, wekî gurê bitirsya?

         — Kitêba meye dersada nivîsîne, — min bi bawerî caba wî da. – Hela dibe ewî çaw dewsa me’ra jî danya. Gur ji me’ra jî ditirse.

         Apê min îdî dengê xwe nekir, bi ç’evekî şa min nihêrî û çû ser kerevata meye ji texte çêkirî rûnişt. Min jî çarixê xwe êxistin, pîrka min cilkeke kevn danî ber tendûrê, ez ser rûniştim, min lingê xwe kire tendûrê, wekî gorê mine şil zû ziha bin bona ez xwe dewetêra bigihînim.

         Pîrka min pitik ji min xwest.

         — Ez ç’irê vêxim, herim kox wera şîvê bînim, — ewê got.

         Min dest kire cêba xwe, pitik derxist û dirêjî pîrka xwe kir. Ewê pitik ji destê min girt, berbi peltikê çû, nişkêva vegerya ser min:

         — Lao, pitike valaye, lêv têda tunene, ezê pê çi vêxim?

         Min ji cî banzda, berbi pîrka xwe çûm, pitik ji dêst hilda û lênihêrî. Rastîê jî qabeke vike-vala bû.

         — A pê qaba pitikêye vala teê gur bida tirsandinê? – apê min bi cûrê eks gote min.

         Xêlekê şûnda em malva çûne dewetê. Min tirê gund-gundîtî pê hesyane, wekî çawa gur daye pey me, lê ez jê netirsyame. Ez ber xwera diçûm, qure dibûm û min wê qîzê dinihêrî. Lê ewê qe alîê minda jî nedinihêrî.

         Sibetirê dya min nan pe’t û çend nanê germ bela kirin teseqida wê yekê, wekî em bê qezya, bê nezya wê şevê hatin gihîştine malê.

          

s.1979-a

Wênekêş Arif Sevinç.

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *