amarikesardar
«DEW DIDÎ HACO?»
«DEW DIDÎ HACO?»
(«GORNEPIŞÎK»)
Gundê meda xortekî kureyî, kubarî, xwerazî hebû. Navê wî Şelal bû. Fortekçîkî usa bû, wekî zehlê merya lê diçû. Te lêdinihêrî rojê dihat fortek dida xwe. Ne şerma wî hebû, ne jî eyba wî. Ber mezina disekinî serê bavê xwe mezintir xeber dida. Tu cara mezinara nedigot «xalo» yanê «apo», ber wan disekinî, çiqas jî ew emirda mezin bûna, navê wan hildida. Mezina ç’evê hev dinihêrî, serê xwe dihejandin û dikirne niç’e-niç’. Eger gotinêd wî bawer bikrana, wî çaxî usa derdiket, wekî çiqas egîtî dinyaêda hatye kirinê, wî kirye.
Kesekî ji gotinêd wî bawer nedikir. Gele cara didane rû, wekî fortekçîtî ne tiştekî rinde, lê dîsa talaşa wî nîbû. Dîsa ew Şelal bû, nedihate guhastinê û ne jî terka xeysetê xwe dida.
Cîê tê û netê xwe nava gilyara dikir. Wexta mezina xeber dida û yêd mayîn guhdarya wan dikirin, te hew dinihêrî mînanî kapê beş xwe ortêra kir, ber gilîê mezinada hat, nehîşt ew xeberdin, gilîkî evsene kir.
Çawa merivekî zarzêv kesekî jê hiz nedikir û wexta dihat nava koma mêra, hineka ber xweda digotin:
— Nebiox’ir, dîsa hat.
Dihat, qure-qure disekinî, hevekî guhê xwe dida gilya, hela çika derheqa çida xeber didin û xwe kişî ortê dikir, payê xwe dida. Bi gotina wî, tirsa wî tune, çend cara nava mezelada razaye, berî gura daye, carekê hindik mavye hirç’ê bixeniqîne (bê alîê me hirç’ ku hatine?), hirç’ ancax ji dêst derketye, revye, çûye…
-Camêr, ewqas derewa ku tîne? — pey çûyîna wîra gundya digot.
Şelal usa payê xwe dida, fîke-fîka wî bû nava gund digerya. Wexta berîêvarê qîza cêr hildanîn, dihatin nav gundra diçûne ava kanîê, Şelal hê berxwera diçû, qure dibû, bilind-bilind payê xwe dida, wekî keç’ik bibihên. Çend sala ji me, cahilê gund, mezintir bû, lê hela nezewicî bû. Bavê wî çûbû dewa çend qîza kiribû, lê kesekî qîz nedabûyê. Kê wê qîz bidana ewî fortek? Em ser hesa-hesa ketibûn, wekî dilê wî ketye qîzeke gundê me. Qestîka diçû nêzîkî mala bavê wê û çend cahil ser serê xwe top dikirin û payê xwe dida. Lê qîzikê ew bendî tiştekî hesab nedikir. Şerma Şelal tunebû. Carekê jî dîsa em, çend cahil, xwe top kirin, em dane xeberdanê û birin nêzîkî mala bavê wê qîzê. Destpêkir payê xwe da, em hîn kirin, wekî, xwedêgiravî, çawa merî dikare hirç’a bixeniqîne.
— Şelal, ne axir alîê me hirç’ tunene, — yekî gotê.
— Çawa tunene? Hela here bikeve kûraya meşe Miskînya, tê binihêrî hirç’ hene yanê na. Wê salê, ezî hela biç’ûk bûm… — destbi serhatya xweye derewe bi sirê dikir. Hey digot, hey alîê mala bavê keç’ikê dinihêrî. Me lênihêrî, ew qîz û çend hevalava berbi me hatin. Şelal ku ç’ev wan ket, hê qure bû, bilind-bilind payê xwe da. Wexta keç’ik hatin ber mera derbaz bûn, ewê keç’ika, ku dilê Şelal ketibûyê, bi dengekî bilind got «exk!» Keç’ik kenyan, me derbaz bûn, çûn. Em jî kenyan. Gilîê Şelal dêvda nivcî ma. Keç’ika dinihêrî. Êpêceyî nihêrî. Keç’ik hey diçûn, vedigeryan me dinihêrîn. Dengê kenê keç’ika hela me tesele dibû. Gava keç’ik çûn ketine malekê, Şelal zivirî û dîsa fort dane xwe.
— Qe şerma vî malxirabî tune, — wexta ew ji nava me derket, berbi mala xwe çû, yekî got. — Dewsa wî yekî mayîn bûya, wê bimra, lê qe talaşa wî jî nîbû. Hûn gura min dikin, werin em tiştekî usa bînin serê Şelal, wekî hetanî xweşbe bîrneke.
Me destê hevda sond xwar, wekî êvarekê bela Şelal bidnê.
Raste, zehlê gişka ji Şelal çûbû, kesekî jê hiz nedikir, lê nîvê gundî pirê qebîla wan bû û merîê qebîlêd mayîn ji vê yekê vedikişyan û ewqasî jî nedidane kivşê, wekî lê kirine eynat. Lê merîê qebîla wî, îlahî bavê wî û birê wî (çend bira bûn), guh nedidane ser vê kirina wî, tê bêjî hela pêra firnax dibûn. Diqewimî, wexta yekî çawa lazime deqa wîda didaê, ewî gilîê netê jêra digot û qestîka usa dikir, wekî şer pêşda bê. Û rûê wî, wan kirinêd wîda, rastîê jî, çend cara gundê meda bû şer. Lema jî, wexta me, sê-çar cahilê sivik ya xwe kire yek, wekî belakê Şelalra bînin, me usa jî qirar kir derheqa wê kirina xweda tu qûl-bendara tiştekî nevêjin, yanê na şerê pêşda bê, xirabîê bikeve orta cînara.
Mala bavê Şelal fêza gundda bû. Mezelê gund nêzîkî mala wan bûn. Cewa ava bostanê wan binetara mezelara dihat. Em pê hesyan, wekî kîjan rojê sirya mala wane kartolê xwe avdin. Birê wî çûbûne şeher bixebitin, bav jî çûbû aş. Dya wî zûda miribû. Navê dêmarîê jî Şerbet bû.
Çawa terî kete erdê, em çûn, me xwe nava mezelada veşart. Em êpêceyî wêderê man. Şevereşe. Ç’evê me derê wane, çika Şelalê kengê derê, bê here serê bendê, avê berde, wekî kartolê xwe avde. Wextekê me dît Şelal ji malê derket, derî girt, mer’ da ser milê xwe, bû fîte-fîta wî berbi serê bend çû. Me qirar kir, wekî bira bê here, avê berde, vegere, paşê emê bela wî bidnê. Hat binetara mezela, carekê, duda alîê mezela nihêrî. Îdî nedikire fîte-fît û mer’a xwe usa girtibû, te tirê vaye wê bide qafê yekî. Hat derbaz bû, çû serê bendê. Me pêra-pêra kincê xweye serda êxistin, man tana kiras-derpê. Me xwe kumeyta mezel teland û hîvya hatina wî man. Wextekê me hew dît, wê tê. Hat binetara me. Tana kiras-derpê çîle qerqaş bû qaje-vaja me û me banzda ser hev, hey jî pêra berjêr çûn. Me dîna xwe daê, ewî mer’a xwe alîkîda avît, bû qûjînya wî, çilqas kir. Çawa direve! Qe piş xweva jî nanihêre. Him direve, him jî qare-qara wîye.
— Şerbet, mala bavê xirav bûyê, lê vana ez xeniqandim!..
Dîsa qaje-vaja meye û em banzdidin ser hev. Gihîşte ber dêrî, qe piş xweva jî nenihêrî, derî vekir, xwe avîte hundur. Em revîn, me xwe da ber kumeytê, zû-zû kincê xwe xwekir. Heta me kincê xwe xwekir, Şerbet tenê derkete ber dêrî, alîê mezela nihêrî û careke mayîn çû ket mala xwe. Em alîê dinêra pêberjêr bûn.
— Te girte xwe?
— Dew didî Haco?
— Tê virhada jî payê xwe bidî? — me digot, dikenyan û berbi gund diçûn. Hetanî perê gund em tevayî hatin, me dîsa destê hevda sond xwar, wekî ev gilî ji devê me derneê, ji hev qetyan û her yek çû mala xwe.
Sibê şebeqê Şerbet diçe ser kanîê, qîz û bûkara gilî dike, wekî çawa îşev gornepişîk hatine pêşya Şelal û xwestine wî bixeniqînin. Qîz û bûk ç’evê hev dinihêrin û bin lêvava dikenin, kesek jê bawer nake. Wexta têne malê, gilîê Şerbetê dikin, wekî çawa îşev gornepişîka hindik mabûye Şelal bixeniqînin.
— Eva jî derewa wîye bi sirêye, — herç’ê dibihîstin, hevdura digotin.
Raste, bawer nekirin, lê ew gilî dîsa bela bû û hetanî pez, dewar ji gund derket, çû ç’êre, gund-gundîtî pê hesyan, wekî wê şevê çi hatye serê Şelal.
Şelal wê rojê ji mal derneket. Digotin nexweş ketye. Ew cahilêd, ku Şelal dabûne tirsandinê, li hev top bûn. Em menya pincarê çûn, ber bostanê mala bavê Şelale kartolara derbaz bûn. Bostanê çi… Temamya şevê av hatibû, kerdî şûştibûn biribûn, zîx’ê tûmê kartola derketibûn.
Îdî ew bû, tê bêjî Şelal tobe kiribû, payê xwe nedida. Wexta gilî dihate ser gornepişîka, reng lê diçû, spîç’olkî dibû, ç’ev lê fire dibûn, zûr dibû wî merivî dinihêrî, ku gilî dikir.
— Reme li gora bavê gornepişîkêbe, çawa yaxa me ji fortê Şelal xilaz kir, — wexta Şelal ne wêderê bûya, gundya digotin û dikenyan.
Wênekêş Arif Sevinç.
DU QEWMANDIN JI EMRÊ MEKTEBÊ
DU QEWMANDIN JI EMRÊ MEKTEBÊ
(DU ÊPÎZOD JI JÎYANA MEKTEBÊ)
(Bîranîn)
Salêd Şerê wetenîêyî mezin bûn. Çawa hemû derecêd emre mayînda, usa jî mektebêda bûbû xelaya mêra, dha rast bûbû xelaya dersdarêd eslî. Wan merya ders didane me, ku gelekî ji dersdarîê dûr bûn, ne ruhê xweva, ne jî alîê zanebûnêd xweda dersdar nîbûn. Lê ewqasî, çiqasî dersdarêd eynsî çûbûne ber şêr, lê mekteb jî gotî bixebitya, zaro gotî hînbûna, wan merya, ku hevekî xwendî bûn û bi menîêd başqe-başqe gundda mabûn yanê jî ji eskerîê vegeryabûn, ders didane me, em «hînî» xwendin û nivîsarê dikirin. Lê wey li wê hînkirinê, «mêtodêd» wane dersdayînê!
Hulbet, gilî derheqa gişkada nîne. Nava wanda (raste, zanebûnêd wan gelekî kêm bûn û wana mêtodêd dersdayînêye eynsî nizanibûn) gele merîê qenc hebûn û anegorî qewat, merîfeta xwe em hîn dikirin. Raste, alîê zanebûnada wana gele tişt nedidane me, lê alîê temizayê û qencîê, merivayê û terbyetkirina xebatêda em hînî ewqas tiştî kirin, ku hetanî roja îroyîn jî em, şagirtêd wana wextekê, bi hizkirin û şêkirdarî navê wana bîr tînin.
Lê gilîê min îro derheqa wanda nîne. Ez dixwezim du qewmandina ji emrê mektebêyî wî çaxî, dha rast ji dersdayîna du «dersdarê» xwe bînim. Ew herdu qewmandin bi xwe wê şedetîê bidin, wekî wî çaxî, wan salêd ox’irmê giranda merîê çawa pirsa terbyetkirina silsileta cahilva mijûl dibûn. Eva jî zulmeke şêr giran bû, ku hatibû, gihîştibû gundê meyî dûr, hatibû serê zarê xilfîn.
* * *
«Dersdarekî» me hebû. «Dersdar» nîbû, agirê ezmana bû. Em, şagirt, usa jê ditirsyan, çawa cin ji hesin. Em jê ditirsyan, çimkî ewî bêxwedêyî em usa dikutan, tê bêjî em dijminê wî qane-qan bûn. Xeysetê wî usa bû. Bêy ç’êr û kutanê dersê wî derbaz nedibûn. Belê, belê, dida ç’êra. Ç’êrê usa dikirin, wekî me, gedê gund, hevdura usa nedida ç’êra. Dersdar û ç’êr? Lê ewî dida ç’êra û tu dersdarekî turuş nedikir jêra bêje, wekî şerme, ber şagirta nede ç’êra. Wî çaxî wê em berdana, vegerya ser wî. Gele cara ha bûbû. Lema jî kesekî jêra dengê xwe nedikir, nedixwest xwe têke hevalê wî. Ya na dibû qîr û sîr, hetanî şerek danenya, dilê wî rehet nedibû. Xwexwa yekî bilindî qalim bû, serxwe bû, birîndar bûbû, ji ber şêr vegerya bû û, çawa dibêjin, şûrê wî ç’ep-rast dibirî. Kesekî newêribû bigotaê, wekî ji vira rabe, here dera han. Û dilê wî çawa dixwest, usa jî dikir. Em, şagirt, dikutan, mera dida ç’êra, dilê wî dixwest — ders derbaz dikir, nedixwest — derbaz nedikir. Ne dîrêktor, ne serwêrê para hînbûnê newêribûn dengê xwe jêra bikin, wexta tiştek bigotanê, ese şer pêşda dihat. Çawa tevgelê şêr para xwendina cimetîê jî tişt nedigotê yanê jî wexta digotnê, gotina wan bendî tiştekî hesab nedikir û dilê wî çawa dixwest, usa jî dikir.
Em gelekî jê ditirsyan. Eger ji dersa der em nava gundda jî rastî wî dihatin, çawa dibêjin, vêrsekê jê dûr direvyan. Û wexta ewî ew rewa me bidîta, sibetirê mektebêda heqê me dihate der.
— Qema min, çira tu duh ç’ev min ketî revî? Ne tu kurekî aqilî, zanî, wekî ne ku gotî ji dersdarê xwe birevin, lê nêzîkî wî bin, silavê bidnê, — ewî ha digot, milê meye jarik digirt, çiqas him-zora wî hebû, pê tilya mezin û beranî tamar diguvaştin. Dibû qaje-qaja me, û em mînanî mirîşka ber dimelisîn. — Pî, tu rya Xwedê ketî, çira dikî qare-qar? Qe min destê xwe daye te? Neke qare-qar, qama min, dengê teê bikeve, heyfa wî dengê teyî zîz, — digot û dha qewîn tamarê milê me diguvaşt. De were jêra bêje, wekî bona çi dikî qare-qar. Tê çi bêjêyî û çawa bêjêyî, wexta ji dest eşe pakî xeberdan jî te nabe, gazî Xwedê dikî deqekê zû ji nav dest-pîê wî bêxwedêyî derêy, azabî.
Eva wî çaxî bû, gava te neheqî nekiribû, çawa dibêjin, sûc-gunê te tunebû. Lê wexta yekî me rastîê neheqî dikir, kap dilîst û ewî jî didît, wî çaxî ne bi xwezil li me! Ewî usa dikir, wekî şîrê hevtrojî pozê mera danî. Gele cara qama wî lêdanê nedihat, destpê dikir em digestin. Bexwedê-bêxweda usa digest, wekî dewsa wê hevtya dihate kivşê.
A, «dersdarekî» usa dersa terîqê û dinêzanebûnê dida me. Dinêzanebûn û terîqa belengaz! Mînanî me ew jî destê wîda ketibûne xeta Xwedê. Qe nizanim ewî çawa ders dida me yanê qerfê xwe terîqê û dinêzanebûnê dikir. Çawa hate gotinê, xwexwa yekî bilindî serxwe bû. Her destekî wî weke refikekê bû. Û wexta nêzîkî xerîtê dibû, dixwest, em bêjin, cîê Avstrîaê nîşan bide, destê xweyî rastêyî mînanî refika ser temamya Yêvropaê, lo hela êpêce erdê Asîaê jî digerand û digot:
— A, Avstrîa dikeve van dera.
Şagirto, belengazo, de were zanibe, wekî erdê Avstrîaê kijane, derkeve kîderê.
Wan sala kitêbêd meye dersa jî tunebûn. Em bi şirovekirina dersdara dersa hîn dibûn. Çi ku dersxanêda kete serê me, ew bû. Ji tirsa wî û rûê şirovekirina wîye xirabda ji dersê wî tu tiştek nedikete serê me. Em nikaribûn dersê wî hînbûna. Û wexta ders dipirsî û me nikaribû caba xwe bida, destpê dikir em bi borkî dikutan.
Rojekê jî mînanî hercar gazî şagirtekî kir dersa terîqa dinya kevn jê pirsî. Ewî şagirtî nikaribû caba xwe bide. Ew ber textê nivîsarê da seknandinê. Gazî yekî mayîn kir. Evê te jî nikaribû cabê bide. Eva jî ber texte da seknandinê. Herneyse, gazî şagirtê komê gişka kir, kesekî nikaribû şirovekira û temam ber textê nivîsarê dane seknandinê. Nava meda her tenê qîzek hebû. Gazî wê jî kir. Ewê jî nikaribû ders şirovekira. Ew jî da seknandinê. Sirê gihîşte min. Gazî min jî kir. Ê, ez belengazê Xwedê, çi zanim? Min jî tu tiştek nikaribû bigota. Ez jî kutasya cêrge dame seknandinê.
(Wî çaxî koma meda gişk, bawer bikî, xortê gihîştî bûn. Çend sala komêda mabûn û ez çûbûm, gihîştibûme wan. Lê emirda ez ji wan gişka biç’ûktir bûm, him jî ç’iv-ç’înê xweda yekî biç’ûkî, belengaz bûm).
Û ewî destpêkir yek hev şagirt kutan. Çawa dikute, çawa dikute! Ber disekine, arxayîn dike, şîrq sîlê didê, paşê dide ber pihîna. Wexta dilê wî rehet nabe, davêje erdê, porê wî digre, serê wî hildibire, erdê dixe. Yek hev dikute, dide ç’êra û dide rûniştandinê. Qare-qareke usa geda xistye, her bira Xwedê zanibe. Paşî kutanê şagirt cîê xweda rûdinên û digrîn. (Lê usa wana dixe, wekî cîkî wan xûn nebe). Hey dikute, dide rûniştandinê û sirê bere-bere nêzîkî min dibe. Çiqas sirê nêzîkî min dibe, ez ewqasî zef ditirsim. Cîê xweda sekinîme, lê mînanî lerizoka nava avê dilerizim. Ez difikirim, wekî ew min jî mînanî gedê mayîn bikute, ezê bimrim. Ez nikarim ber wê kutanê teyaxkim.
Sirê gihîşte wê qîzê. Ew jî cîwar kuta û cîê wêda da rûniştandinê.
Ez tenê ber textê nivîsarê mame. Nêzîkî min bû. Bînfişk pê ketye, ç’ev lê fire bûne, kef dêv ketye. Mirûzê wî tenê bese, wekî merî jê ziravqetî bibe. Ji qewata min dere bêjim, wekî wî çaxî halê min çawa bû. Min her tenê tê derxist, wekî ancax ser linga disekinim. Lê wey li wê seknandinê! Usa dilerizim, tê bêjî hişkya orta Xaç û Xidirnevîda pêxas ser berfê sekinîme û diricifînim. Ber min sekinye, ç’evê xwe kutane ç’evê min, fişke-fişka wîye, lê min naxe. Ez nikarim gele wede ç’evê wî binihêrim. Bêhimdî xwe demekê serê xwe berjêr dikim. Lê her tenê demekê. Bin ç’evara destê wî dinihêrim. Tirsa min ew destin. Gelo wê kengê ji cî bihejin û şîrqînîê sûrtê min bînin? Lê destê wî ji cî nahejin. Ez nizanim çiqas wede usa derbaz bû — deqek, dudu… Tê bêjî ez dêrî bûme. Her tenê wextekê dengê wî min tesele bû:
— Te îdî bela xwe dîtye, mala te şewitye. Eva tera cezaê lapî girane. Tu bizdyayî. Ez destê xwe nadme te, here cîê xweda rûnê. Lê careke mayîn dersa xwe pakî hînbe, yanê na tu zanî ezê çi bînme serê te.
Ez ji guhê xwe bawer nakim û nikarim ji cîê xwe bileqim. Ew zulma min ber ç’evê xwe dît û aha bê kutan-lêdan jê xilazbim… Ez nikarin vê yekê bawer bikim. Lema jî cîê xweda sekinîme û nikarim bilipitim.
Gava ewî dît, wekî ez ji cî nalipitim, tê bêjî halê min tex’mîn kir, xwexwa milê min girt, ez birim cîê minda dame rûniştandinê. Paşê çû cîê xweda rûnişt, cix’are kişand.
Gedê hevalê min hey digrîn, hey jî bin ç’evara min dinihêrin û ber xweda dikenin. Lê ez guh nadme ser kenê wan. Raste, kenê wan min keder tê, lê bona min ya sereke ewe, wekî ji wê xezebê aha hêsa aza bûme, nehatime kutanê. Hey jî pêra dîsa bawer nakim. Min tirê wê nha ji cîê xwe rabe, ew, çi ku anye serê şagirtê mayîn, wê bîne serê min jî. Û bin ç’evara wî dinihêrim. Lê ew ji cîê xwe ranabe û tê bêjî hêrsa wî jî bere-bere datîne.
Ez nikarim bifikirim, wekî ewî gelo bona çi ez nekutam. Her min dilê xweda hezar carî gazî Xwedê dikir, wekî ji cîê xwe ranebe, berbi min neê. Wekî vê carê jî berbi min bê, ezê îdî bi cî bimrim. Na, na, nikarim ber wê kutana wî teyaxkim.
Tê bêjî zane, berbi min bê, tiştekê bê serê min. Lema ji cîê xwe nalipite, berbi min naê. Lê min xwe qincilandye ser hev, piş pişta gedê pêşîê rûniştî xwe veşartye, wekî wîva neême kivşê, ber ç’evê wî nekevim.
Xulese, çiqas çû girîê geda kêm bû. Mînanî berê bare-bara wan nîbû. Hey car-cara vedigeryan, alîê min dinihêrîn, meymûnîk dikirin û bin pozê xweda dikenyan. Lê usa dikirin, wekî ew nevîne.
Dersxana meda gedekî berzeq hebû. Te bikuşta jî, wê gilîê xwe bigota. Ewî gedeyî berxwe neda, hilda ha gotê:
— Te çira em gişk kutan, lê destê xwe neda filankesê? (filankes jî ez bûm).
Gedê mayîn serê xwe hilbirîn, hesirê xwe temiz kirin, alîê wî nihêrîn, çiqas çi dibêje yanê çi dike. Ziravê min qetya. Min tirê wê nha rabe, bê, min bikute. Lê ewî qulapa bi sirê cix’arê xist, dîna xwe da min û îdî bê hêrs gotê:
— Çira te nedît, mala wî şewitîbû? Ew bizdya bû, reng lê çûbû, spîç’olekî bûbû, ruhê wî hatibû serê poz sekinî bû. Min tepek jî lêda, ji cî ranedibû. Wexta tiştek lê bihata, wê ewî kelaxî, mirî ser min merî hesavkirana… Çi ku ewî dît, ew jî jêra bese…
Ser vê gotina wî pîrqîn kete şagirta, kenyan, kutana xweye demekê pêşda bîr kirin û her yekî alîê xweda (dibe ji ç’evnebarîê) tenek, niç’ik min xistin. Ew jî dikenya û dengê xwe gedara nedikir. Lê min guh nedida ser wan ten, niç’a. Ez ji wê zulmê, ku ber ç’evê min qewimî û dikaribû bihata serê min, xilaz bûbûm. Eva bona min bextewarya lape mezin bû. Bextewarî bû, wekî «dersdar» cîê balesebeb şagirt nekutabû.
* * *
Her tenê du dersxanêd mekteba gundê me hebûn. Hilbet, wan herdu otaxa têra hevt koma nedikir. (Mekteba gundê me mekteba hevtsale bû û ji koma pêncada şagirtê gundê cînar jî dihatne mekteba me, çimkî wî gundîda mekteba êlêmêntar hebû). Raste, ders bi du sirya dihatne derbazkirinê, lê dîsa hesab yek bû, wan herdu otaxa têrê nedikir. Lema jî çend otax û odêd gundya kirê dikirin û wanda ders derbaz dikirin.
Ew herdu dersxanêd mektebê ser hevva bûn, dha rast ji yekê diçûne ya mayîn. Derê mektebê erdêva bû, pêpelîng tunebû, carekêra te ji derva pêdikire hundurê dersxana pêşin. Sivdera wê tunebû, carekêra derê dersxanê vedibû. Kêlekê hîmê çend dersxana avîtibûnê, lê şêr nehîştibû wana çêkin, kuta bikin. Ew herdu dersxana jî lezo-bezo hazirkiribûn, lema jî pêra negîhandibûn sivderê çêkin. Ê, wextê şêrda mecal ku hatibûn, wekî mektebêra sivderê çêkin yanê otaxê teze serda zêdekin?
Heyata mektebê êpêce fire bû û şînkayî jî bol lê şîn dibû. Heyat vekirî bû, dorê sûr tunebû. Gele cara guhdirêj, pez, berx, golikê gundya diketne heyata mektebê û diç’êryan. Wexta dersdara eva yeka didîtin, şagirtek dişandin, wekî berî wan heywana bide, ji heyatê derxe. Lê wexta nedidîtin, ew heywan wêderê ewqas wext diç’êryan, hetanî têr dixwarin, xwexwa derdiketin, diçûn yanê jî wexta navdersa şagirt derdiketin derva, berî wan didan.
Dersxana me ya pêşin bû. Ji dersxana me diçûne ya mayîn. Zengilê mektebê gîsnekî kotanêyî kevn bû, dervava, ber derê dersxana me dîwêrva darda kiribûn. Her tenê seheta dersdarekî me hebû. Wexta ewî mektebê bûya û bidîta, wekî wextê navdersêye, yek me dişand, wekî zengil lêxe. Em diçûn, me kevirek hildida û wî gîsnî dixist. Dibû ç’inge-ç’ing, deng ne ku tenê dikete wan herdu dersxana, lê usa jî wan otaxêd gundyaye dûr, ku kirê kiribûn û wanda ders derbaz dikirin. Lê wextê ew dersdar ne wêderê bûya, dersdarêd mayîn kengê tex’mîn dikirin, wî çaxî jî dikirne navders. Diqewimî xanekêda dibû navders, lê dersxana mayînda hela ders pêşda diçû.
Dersdarekî me hebû, dersê zimanê ermenî dida. Wexta dersê ewî mera her tenê ermenî xeber dida, lê navdersada mera kurmancî xeber dida. Em usa hînî vê yekê bûbûn, wekî me jî tu cara wextê navdersa jêra ermenî xeber nedida. Lê wexta dersa, hizdikî ewî kurmancî jî ji me bipirsya, hesab yek bû, me her tenê bi ermenî caba wî dida.
— Kuro, ne ez tera kurmancî xeber didim, tu çira minra ermenî xeber didî? — ewî digote me. Lê em usa hîn bûbûn: paşê vê gotina wî jî me bi ermenî caba wî dida. Gele cara ser vê yekê hêrsa wî radibû û ewî sîleke cîwar dida bin guhê me.
Xeysetekî wî dinê jî hebû: wexta gazî şagirtekî dikir, ders jê dipirsî û ewî nikaribûya cabê bide, ber textê nivîsarê dida seknandinê, gazî şagirtekî mayîn dikir. Û eger evê kutasîê rast cab bida, digotê, wekî sîlekê şagirtê pêşîêxe, ku nikaribûye cabê bide. Lê eger gazî çend şagirta dikir û wana nikaribûn cabê bidin, ew didane rêzê û ewqas wext gazî şagirtê mayîn dikir, hetanî yekî rast cab dida. Û ewê rast cab dida destpê dikir sêrîda her yek şemaqek didaê. Lê ewê, ku hatne kutanê, paşê ese heyfa xwe hildidan (hilbet, ne dersxanêda). Wextê navdersa yanê jî nava gundda dikirne çemê û didane nava ç’eva. Lema jî gele cara ew şagirt, ku rind hîn dibûn, ditirsyan rast cabê bidin. Wana dixwest yek yanê jî dersdar bi xwe şemaqê wanxe, ne ku paşê ji alîê ewê kutayîda cîwar bêne kutanê.
Rojekê jî, wexta dersa wîye bi sirê, ewî gazî şagirtekî kir, wekî cumla ser texteye nivîsî analîz bike. (Dersa zimanê ermenî bû, analîzkirina cumlê bû). Şagirt yekî girî qemerî bi gewde bû. Çend bira bûn, yek ji yekî serxwetir bû. Ê, qe yekî diwêribû xwe têkira hevalê wî? Şagirt gişk ji wî û bira ditirsyan. Xwexwa yekî gelekî serxwe bû. Hemîn kesî zor wî nedikir, lê, wextê em bêjin, şagirtê emirda dha mezin hevekî dilê wî keta, bira dihatne piştê û bela wî didanê. Rind hîn nedibû (îlahî dersê zimanê ermenî), lê serkarî temamya komê dikir. Wexta yekî bixwesta teslîmî wî nebe, ew û birava digihîştnê, têr dikutan, mest dikirin û dikirne bin qolê xwe. Birê wî komêd başqe-başqeda hîn dibûn, usa kiribûn, wekî temamya mektebê kiribûne bin qolê xwe, çawa dixwestin, usa jî dikirin.
Wê rojê jî ewî hevaldersê me nikaribû cumlê analîz bike. Dersdar gazî min kir. Tê kivşê ewî jî zanibû, wekî ew û birava çi tînine serê me û em çiqasî ji wan ditirsin, berî cabdayînê hilda ha gote min:
— Ez zanim, tu dikarî analîz bikî. Wexta te analîz nekir, nexwezil bi te… Ezê usa bikim, wekî serê te ji zikê te nermtirbe.
Ez ji serê xwe gelekî tirsyam (wê usa jî bikira, cîwar ez bikutama) û min qirar kir çawa lazime analîz bikim. Cenimêda, çi dibe, bira bibe. Min kils hilda û destpêkir rast analîz kir, kuta kir, kils danî cî û bêy îzndayîna dersdar xwest zû herim, cîê xweda rûnêm.
Dersdar nîvê rê ez dame seknandinê. Guhê min girt, ez birim ber wî şagirtî dame seknandinê.
— De, nha sîleke cîwar bidê, — gote min û guhê min berda.
Min zanibû, wekî lênedim, ezê bême kutanê. Alîkîva jî min dixwest usa bikim, wekî ew şagirt nebe dijminê min, her tiştî fem bike, wekî ez wê yekê bêy dilê xwe dikim. Lema jî min sîleke sist lêda.
— Ez tera divêjim, sîleke usa bidê, wekî agir ber ç’evê wî bipekin, — gote min û guhê min kişand. — Yanê na, ezê evî guhê te kokêva rakim.
Tajanê da navdilê min. Û min qirar kir: cenime du gor, çi dibe, bira bibe. Min xwe da ser alîkî û sîleke zex’m da sûretê hevalê xwe. Hema wê demê bû ç’irîna dêrî, vebû, serê guhdirêjekê hate kivşê.
— Bêxweyê, bêxweyî, çawa zanibû hevalê wî dikutin, hatye hewarê, — dersdar bi ken, bi kurmancî got.
Bû pîrqînya komê, kenya. Lê hevaldersê min soro-moro bûbû, serê xwe kiribû ber xwe.
Tirsa kutana wî dilê minda bû. Lema kenê min nedihat. Em herdu, mînanî du gunekara, ber textê nivîsarê sekinîbûn. Gişk dikenyan, lê min nizanibu çi bikira. Guhdirêj ne pêşda dihat, ne jî şûnda diçû.
Dersdar xweş-xweş dikenya û, tê bêjî, em bîr kiribûn. Û gava nişkêva ç’evê wî me ket, hilda ha gote hevaldersê min:
— Kuro, here hevalê xwera bêje, bira pakî bihêle, here, yanê na, filankesê (filankes jî ez bûm) bê, sîlekê bide ber guhê wî jî.
Eva jî bi kurmancî got. Kenê şagirta dersxana ser xwera avît. Ew jî dikenya, ji zerpa ken hêsir ji ç’evê wî dihatin û pê destmalê temiz dikir.
Xulese, gava dît, wekî gelekî ji temê dertê, xwexwa çû çoş kir, k’er ji ber derê mektebê dûrxist. Heta ew vegerya em herdu çûn, cîê xweda rûniştin.
Tirsa kutanê dilê minda bû. Ez hîvîê bûm, wekî wexta navdersê hevaldersê minê bela min bidê. Lema jî mirûzkirî cîda rûniştibûm, tevî hevala nedikenyam.
Navdersêda ez ji cîê xwe ranebûm. Ew hevaldersê min xwexwa hat, nêzîkî min bû û hêdî gote min:
— Ez zanim, te nedixwest min xista. Lema jî ez dengê xwe tera nakim. Virhada tu îdî hevalê minî û wexta yek kêfa tekeve, bêje min, ezê bela wî bidmê.
Û rastîê jî wê rojêda ez û wî bûne hevalê heve nêzîk. Ê, ji tirsa wî qe yekî diwêribû minra bigota pozka sola te xare? (Sol minra ku hatibûn, cote çarixê qetyayî lingê minda bûn).
Ev serhatya guhdirêjê gundda jî bela bûbû. Gundya digotin û dikenyan. Lê bavê ewî hevaldersê min, wekî merîkî gundê meyî (ne ku tenê gundê me) lapî maqûl û hevekî jî laqirçî bû, bin simêlê zerda dikenya û digot:
— Ê, dive guhdirêj hatye, wekî heve aqil bike serê wî dersdarî bona virhada tiştê usa neke.
Wênekêş Arif Sevinç.
ZEWACA ELO
ZEWACA ELO
Elo taê-tenê bû. Bavê wî zûda miribû. Xûşk, birêd wî tunebûn. Ew bû û pîredayka wî. Xanîê wanî kevn û sivdera pêşîê xwe qincilandibûn hev. Derê merekê xênîra vedibû. Çend bizin û dêlikeke wan hebû. Navê dêlika wan Rindê bû. Ceweke biç’ûk, ku nedihate bîra tu kesî, wekî kengê wêra av çûye, ber derê wanra derbaz dibû. Elo havîna û bahara sibê hetanî êvarê wê cewêda vedilezya, her tenê wî çaxî radibû, gava pez dihat, nava gund bela dibû, diçû bizinê xwe didane pêşya xwe, danîne malê. Şênya dya wî radibû bizinê xwe didotin, şîr dadanîn ser tendûrê, germ dikir, havên davîtê, dikire mast.
Xênîda çar stûn hebûn. Wextê rojîê Xidirnevî wana li ser stûna nêzîkî tendûrê pê ar şiklê pêz û şivana lêdikirin. Çend roja rengê spî dihate kivşê, paşê ji dest dûê tendûrê bere-bere betreng dibû, dha rast zer dibû. Hevîrdangê wê jî wê stûnêda dardakirî bû. Kêlekê peltik bû. Êvara ç’ira xweye neftê vêdixistin û wê peltikêda dadanîn. Hetanî razanê ç’ira vêketî bû û ji dûê wê ser banê peltikê «hingileke» reş darda dibû. Destê xwe nedidanê hetanî xwexwa jorda nehata.
Wexta bizinê xwe didotin, berî nava kerê pêz didan, ew jî dihat wê cewêda kêleka kur rûdinişt û tu kesî nizanibû, wekî derheqa çida xeber didin, çimkî kes nediçû bal wan.
Xanîê wan binerd bû, dha rast sê alîyada dîwar nedihatne kivşê, ew û erdê dorê weke hev bûbûn. Lema jî wexta Elo yanê Şênî hildikşyane ser xênî, tu pêpelîng nelazim bûn, hema usa rast-rast kêlekêra hildikişyane ser. Her tenê alîê dêrîda, ku roavaê dinihêrî, dûrva dîwarekî xanî û dîwarê sivderê dihatne kivşê. Derî ber sivderê tunebû. Vekirî bû, êvarê kameke kevn didane ber. Bizinê xwe jî serê xênîyî jorin girêdidan. Cîê Rindê sivderê bû, sibê hetanî êvarê berdayî bû. Girênedidan. Zivistanê, wexta berfa qalim diket, sivdera wan tijî berf dikir. Elo derê xanî vedikir, nava berfêda cîê lingê xwe dikir, ser zik dişûlikî, derdikete derva, pê mer’ê dikola, pê bêrê berfa sivderê davît, temiz dikir. Xênîda du kulek hebûn, yek kuleka mezin bû, ya dinê dûkêşk bû. Çîmekî mezin birîbûn, ortêda qul kiribûn, danîbûn ser kuleka mezin. Rûnayê wê qulika çîmra davîte hundur. Havînê ew qulik vekirî bû, lê zivistanê terte sergîn dadanîn ser, nîvîda digirtin, wekî nîvê mayînra ronkayî bikeve hundur. Kûpekî şikestî kiribûne dûkêşk û wexta dûê tendûrê dikişya, kuta dibû, pînek dikirne qulka wî digirtin.
Eloyî tirêq bû, nedixebitî. Xebata wî her tenê ew bû, wekî bizinê xwe dibirin, danîn, ser xanîê xwe, dor-berê wî didrût, debara bizinê xwe dida ser hev. Salê carekê jî diçû nava mirîdê xwe digerya, xêr top dikir û ebûrê xwe dikir. Kê çi didaê dengê xwe nedikir, nedigo kême, hildida, dua dikir û diçû. Elo qewl-beyt nizanibûn. Lê çawa dibêjin, tirêqekî gelekî şikestî bû, tu cara pirseke netê ji devê wî dernediket. Lema jî gundya gelekî qedrê wî digirtin. Û wexta gundda merîk bimra, gazî tirêqê mayîn nedikirin, Elo dibirne ser. Zanibûn, wekî Elo qewl-beyta nizane, lê dîsa ew dibirin. Ewî mirî dişûşt, dibir teslîmî axê dikir û çi lazim bû xweyê mirî, gundîê mayîn didanê. Wexta hevtê mirî temam dibû, devê wî erdê derdixistin, gazî Elo dikirin û kincê mirî didanê. Kincê lê hîmlî kincê mirya bûn. Ya Şênya dya wî jî usa bû. Raste, Şênî yeke bed bû, lê gundya boy navê ocaxê dengê xwe jêra nedikirin, xwe nedikirne heval, çi digot, destê wêva diçûn. Wexta ewê qirka cînara digirt, wana «Ocaxa te ne duaçîê tebe» digotnê û jê dûr diketin.
Şivana û berxvana heqê bizina û kara ji mala wan nedistendin. Heve xwelya wane ber dêrî hebû, ceh diçandin. Lê bostanê kartolê wan piş xênî bû. Wexta sirya wan dihat, wekî kartolê xwe avdin, Elo dida mer’ê nav bostînda disekinî, av dida, lê Şênî diçû serê bendê rûdinişt, wekî gedê gund ava wan nebirin. Zanibû, wekî kes tiştê usa nake, lê dîsa diçû. Xeysetê wê usa bû, kesekî bawer nedikir.
Şewata wan sergîn bûn. Hetanî payîza dereng Şênîê mozelan hildanî tepik dikutan. Paşê ew tepik dikirne qelax. Qelaxa xwe kêleka dîwarê sivderê dadanî. Ewqas wext ew qelaxa biç’ûk derva dima, hetanî sergîn rind hişk dibûn. Lê hela berî şilî-şoya sergînê xwe danîn dikirne alîkî merekê, alîê mayîn jî debara bizina didane ser hev.
Kûpê rûn, eyarê toraqê û penêr, çend çewal arê wan, ç’ela kartolê wan merekêda bûn. Payîza dereng Elo çend cînarara tevayî bi erebê diçû gundêd ermenya cînar. Wana kelem dikirîn, lê Elo, çawa tirêq, îzna wî tunebû kelema bixwe, tivirê reş û gizêr dikirîn, danîn. Tivir, gizêr kêleka ç’ela kartola dikirne nava xwelîê, vedişartin, wekî neç’ilmisin. Payîz-payîz, wexta Elo diçû nava mirîda xêrê topke, pêra usa jî êrîk-bêrîkê malê didît — qeysî, birinc, sinc distendin, danîn. Şênîê ew jî merekêda xwey dikirin. Derîkî darîn ber merekê bû, wexta vedikirin, diçûne hundur, ç’irînya wî êpêceyî dûrva dihate bihîstinê. Qulap maşyayî bû, nîvî bûbû.
Ji cînara tu kes mala wanva nediçû, nedihat xênji Aslîkê. Şênîê hiz nedikir, wekî ew tê-diçe. Lê Aslîkê dida zora rûê xwe. Ew merîke usa bû, ku ç’evê wê li destê xelqê bû. Ew, em bêjin, kesîb jî nîbû: hebûna wê ji serê wê zêdetir bû. Lê xeysetê wê xirab bû, ç’evê wê hema derya bû. Wexta nanê nîvro derdanek dida destê qîza xweye ortê û dişande malê cînara. » — Dya min gotye, çi çêkirine, bira para min bişînin», — qîzikê digot û derdan dirêjî kevanya malê dikir. Rojekê jî maleke cînara kinca dişû. Sîtil tijî av ser tendûrê dikele. Mînanî hercar qîza Aslîkêye ortê derdan dêstda derda tê. » — Dya min gotye, çi çêkirine, bira para min bişînin», — dibêje, xwe dide ber teldê stûnê û derdanê dirêjî kevanya malê dike. Malxuê malê li malê bûye. Digihîje keç’ikê, derdanê ji dêst digre, sîtila ava kelandîda dike, dide dêst û dibêjê: » — A, mala me îro ev çêkirye. Eva jî bira para dya tebe».
Xeysetekî Aslîkêyî dinê jî hebû. Ç’evnebar bû, nedixwest ç’ira yekî hetanî sibê bişuxule. Wexta malekê xwera tiştekî teze dikirî û ew pê dihesya, xew nedikete ç’eva. Ese xwe wê malêra digîhand, tiştê tezeyî kirî dinihêrî û qarek jêra çêdikir, usa dikir, wekî dilê kevanya malê, malxuê ser sar dikir. Û wexta didît, wekî xuşûşî kete dilê wan, beşera wê xweş dibû, ç’evê wê ji şabûna diç’ûrisîn.
Wexta hewa xweş bûya, sibê hetanî êvarê ji ser qûntaxa xanîê xwe peya nidibû. Ç’evê wê lê bû, çika dûê tendûra kê dikişe, kê tiştek anî mala xwe, kê çû mala kê, ber derê kê çi heye. Usa ç’evdebar bû, wexta didît, dewar yanê pez ketye nava zevya cînêr yanê ser loda wan, tu wexta nediçû dernedixist yanê jî derheqa wê yekêda elametî nedida wan.
Her tenê Aslîk diçû mala Şênîê, dihat. Lê Şênîê jê hiz nedikir, bikuştana jî derê wê venedikir. Xeysetê Şênîê usa bû, wekî nediçû mala tu qûl-benda, ne jî dixwest, wekî yek derê wê veke.
Çiqas jî Şênîê nedixwest, wekî merî herne mala wê, lê nedibû, cînar bûn, hevdu diqesidîn, rastî hevdu dihatin, alî hev dikirin, car-cara jî rûdiniştin hevdura qise dikirin, mijûlya xwe dikirin.
Wexta Eloye zewacê bû, lê nedizewicî. Dê jî dew lê nedikir, wekî bizewice.
— Jin çî wîranin, — ewê timê caba pirskirina cînara dida. — Lê-lê Xwedê hevîne, serê xwe neke wê qalme-qalmê nave? Gedengê min hela zare, çi wextê wî zewacêye.
Lê wexta ji Elo dipirsîn, wekî çira nazewice, timê ha digot:
— Zewac nareve. Wexta revî jî, Xwedê ox’ira wêrabe, ez nadme pey.
Eloyî usa nezewicî Şênî çû rehmetê. Çawa erf-edet bû birin, heq kirin. Elo ew çend bizinê xwe şerjê kirin, xêra Şênîê da.
Ew kincê mirya, ku wextekê dabûn Şênîê û ewê xwedikir, paşî mirina wê dane xûşka axretê, ku, çawa edet bû, hatibû, şûştibû û teslîmî axê kiribû, nivînê wê jî dabûne birê axretê.
* * *
Elo tenê ma. Îdî ne bizin bûn, ne jî karik, wekî pey wan here, bê. Sibê hetanî êvarê ji erqa ber derê xwe dernediket, kêlek-kêlek weldigerya. Rindê jî kêlekê bû, lê wexta tevê zor didaê, Elo direvya malê, Rindê jî xwe davîte ber sya dîwêr.
Şeveke zivistanê Elo kaste-kasta Rindê bihîst. Hetanî derket, gura Rindê birin.
Pey wê yekêra hêja Elo tenê ma.
Kesekî nizanibû, wekî Elo çawa ebûrê xwe dike, kê jêra nan dipêje, xwarinê çêdike. Jinê wê mehelê hevdu şêwirîn, qirar kirin û rojê yekê xwarina Elo dibir. Lê Aslîkê rya mala Elo îdî kiribû «Rya kadiz». Car-cara jî Elo diçû mala wan. Çiqas çû, ewqasî çûyîn-hatina Elo li mala Aslîkê zêde bû. Ewê jî car-cara ew xwera danîn nava koma jinê mehelê, ku timê paşê pezê nîvro ber dîwarê cinarekê berev dibûn. Jina hey xweşîê xwe Elo dikirin, digotin, wekî Elo sond xwerye nezewice.
— Elo hîvîêye, wekî baê Miskînya jinekê bîne zorê kêleka wîda têke xwarê, — yekê digot.
— Elo ji jina ditirse, tobe kirye navê zewacê neyne ser xwe, — yeke dinê got û dibû pîrqînya wan dikenyan.
Lê jinêd beter (yêd usa wê malêda hebûn) radibûn, dizîkava piştêva dihatin, Elo davîtne erdê û gazî jinêd mayîn dikirin:
— Lê-lê, werin hela em binihêrin, çika ew mêre yanê na! Dibe tişt pê nave, lema naxwaze bizewice.
Elo ewa beter wêda devdida û radibû ser xwe:
— Ê, t’u Xwedê hiş daye jina!
— Lê Xwedê hiş daye te, kal bûy, nazewicî?
— Xwedê hevîne, te ku mêrkirye, çi jê fem kirye? — Elo pi pirsê caba wê dida.
Jinik soro-moro dibû, ç’evê Elo dinihêrî, dixwest rind caba wî bide, lê xeberê anegor nedidît. Yeke mayîn xwe ortêra dikir û caba wî dida:
— Çira çi jê fem kirye? Bêmene, şikir kurê wê îdî weke teye. Ew hindike?
Berê, wexta dya wî hela sax’ bû, hezar cara carekê Elo biçûya nava jina.
— Çî te wan forqê-forq ketye? — ew kur hildihat. — Tu tirêqî, çî te, wana?
Lê paşî mirina dê Elo hertim diçû nava jinada rûdinişt, wî û jina xweşîê xwe hedu dikirin. Dihate kivşê, wekî ew yek bi dilê wî bû, yanê na wê çira biçûya.
Wexta pezê êvarê berbi gund dihat, jin radibûn, destê xwe para dêrê xwe dixistin, giva toza erdê temiz dikin, her yek berbi mala xwe diçû. Wêderê tenê Elo dima. Şuxul-emelê wî tunebû. Wê biçûya çi bikra? Xêle wext rûdinişt, ç’evê xwe virda-wêda digerand û, gava didît kes tune jêra hevaltîê bike, radibû hêdî-hêdî berbi mala xwe diçû. Pêşîê wexta gura hela Rindê nebiribûn, Rindê, ku ç’ev pê diket, poç’a xwe dihejand, stûê xwe dirêj dikir, berbi wî dihat. Gava digihîştê, lingê wî dalast, poç’a xwe dihejand, serê xwe hildibirî, xweyê xwe dinihêrî. Ç’evê wêda şabûn hebû. Tê bêjî nava wî de’nîda ewê bîra xweyê xwe kirye û nha, gava dîtye, şadibe.
Lê wexta gura Rindê birin, îdî tu kes pêşya Eloda nedihat. Sînorê orta zevyara hêdî-hêdî berbi mala xwe diçû. Gava digihîşte ber derê xwe, bînekê rûdinişt. Paşê radibû diçû ser xênî, pînek dikire dûkêşkê, selek dadanî ser, kuleka mezin jî digirt, hevekî disekinî, der-dorê xwe dinihêrî. (Raste, paşî mirina dê dûê tendûrê kêm kuleka wîra dikişya, lê xwera kiribû xeyset: sibê, çawa radibû, diçû dûkêşk û kuleka mezin vedikirin û hetanî êvarê ew usa vekirî diman). Wexta didît, wekî her kes şuxul-emelê xweva mijûle, her tenê ew betale, jorda peya dibû, diçû nava bostanê kartolê xwe, dadiç’ivî, giva kolê kartola dinihêre. Wekî gîhaê beyanî ber ç’eva keta, diçinî, wêda kewkî dikir, davît.
Herro karê wî ev bû.
* * *
Lingê Elo îdî rind mala Aslîkê vebûbû. Ew hertim diçû wêderê. Hela digotin, wekî Aslîk nan, xwarina wî mala xweda çêdike, dha rast Elo û neferê malê tev nan dixun, her tenê şevê diçe serê xwe mala xweda datîne. Bûbû mînanî neferê malê. Eloyî tirêq bû, lê Aslîke mirîd bû. Lema jî tu kesekî tiştekî xirav vê yekêda nedidît. Gundê meda şer-şiltaxê usa davîtne merya, wekî ne dev, ne jî dirana jê xilaz nedibûn. Lê derheqa Elo û Aslîkêda tu gilîk nedigotin, çimkî ew tirêq û mirîd bûn û bi femdarya gundyaye wî çaxî tiştekî zêde nikaribû orta wanda hebûya.
Payîz hat. Elo çû êlê, nava mirîdê xwe. Weke mehekê ma, vegerya. Kesekî nizanibû, mirîda çi danê, çi nedanê.
— Xwedê xêra dê-bavê wan qebûlke, — Elo caba pirsa jina dida. — Çi destê wan derket, ew jî dan.
— Ê, top lêketîo, destê xwe bide ber, topke, wekî karibî qelenê xwe berevkî, — jina digotê.
— De, emê tiştekî bikin, — Elo kese dibirî.
Lê jin diketin bin enena hetanî tam pê nehesyana, terka Elo nedidan. Gilî pey gilya, xeber pey xebera danîn û kutasîê xwera zelal dikirin, wekî Elo êpêce pere ji nav mirîda berev kirye, anye, daye Aslîkê.
Wan roja, wexta Elo ji nava mirîdê xwe vegerya, Aslîk jêra dha qurban û heyran dibû. Wexta dihat nava jina, Elo wirbûya, newirbûya jî payê wî dida, derheqa wîda gilîê qenc digot.
Jina ç’evê hev dinihêrîn, dengê xwe nedikirin, lê rind hevdu fem dikirin. Zanibûn Aslîk bona çi derheqa Eloda usa rind xeber dide.
Lê wexta çendek dikete ortê, Aslîkê îdî eşkere dida kivşê, wekî diltengya Elo dike.
— Sibê hetanî êvarê ji malê dernaê, ne dixebite, ne ditebite. Qe nizanim axirya wî wê çibe.
Jina dîsa ç’evê hev dinihêrîn, zanibûn, wekî Aslîk dixweze wî zûtirekê cîkîda bişîne.
Û ewê destpê dikir herro Elo şîret dikir, wekî here şeher bixebite. Xebata Eloê belengaz çi bû? Ne sinet zanibû, ne xwendina wî hebû, ne jî pakî ziman zanibûn. Biçûya, gotî piştokêşî bikira. Lê Elo emrê xweda ew xebat nekiribû. Gava Şênya dya wî sax’ bû, pê xêra mirîda ebûrê xwe dikir. Salê carekê, duda diçû şeher bona êrîk-bêrîka mala xweye biç’ûk bike û çendekî şûnda vegerya malê.
Lê nha Aslîkê moleta wî birîbû.
— Top lêketîo, — ewê digotê, — here şeher, bixebite, perê xwe xerc neke. Pê wan pera şe’rê kurmancî bikire, bişîne, ezê vêderê çend qat tera bifroşim. Here, here, divên, îsal şeherda xebat be’re, kê mehekê bixebite, wê çend hezar manat pere qazancke. Hela xêra dya teye mezin stûê tedane…
Û ne tenê ber wî digot, wekî lazime here bixebite. Piş wîva jî çend tişt serda zêde dikir û digot:
— Da-daê, bûye curm ketye stûê min. Dikim, nakim, kêleka tendûrê ranabe. Sive-dusive jî hinekê rabin, kurê xwe bikujin, bêjin, wekî min keda wî xwarye. Îdî wê navêjin, wekî ez wî xwey dikim.
Jina ancax kenê xwe zeft dikirin. Kê-kê, lê wana rind zanibûn, wekî Elo ji nava mirîda çi anye. Lê Aslîkê, tê bêjî, qe haj pê tunebû, wekî Elo çi anye, timê digot:
— Çû nava mirîda jî, qe pakî tiştek neanî, xapandibûn, verêkiribûn.
Pey Aslîkêra jina hevdura digotin:
— Çawa şerm nake, erda sarda naçe, radibe derewê usa dike. Ne hela wexta Şênî sax’ bû, mirîda ewqas tişt didanê, wekî wî û dê temamya salê ebûrê xwe pê dikirin. Ew çira mirîdê nha tiştekî nedinê? Bo, welle, didinê, hela, bawer bikî, tiştekî jî zêde didinê, her tenê ç’evê Aslîkê jê têr nabe. Ê, evê dinê jî bidne Aslîkê, tu wê bêje geleke? Elo belengazo, de were ewqasî bîne, wekî ç’evê Aslîkê jê têrbe.
Aslîkê destpê dikir mînanî kewa ber Elo dixand hetanî serê wî tijî dikir û verê dikir.
* * *
Ew çend mehê Elo bû, wekî çûbû şeher. Rojekê jî gundîkî me ji şeher vegerya. De, edet bû, gava yek ji şeher dihat, ewê ku merîê wan çûbûn şeher xebatê, diçûn cem ewê teze hatî û pirsa meryê xwe dikirin. Aslîk jî çû mala wî. Xêle wext şûnda derket, barxaneke mezin bin milada. Rojtira din nav gundda bela bû, wekî Aslîk şe’rê kurmancî difroşe. Jinê gund ser sêrî top bûn û nava nîvsehetêda şe’rê wê pûrtevekirin.
Mux’darek kete ortê gundîkî meyî dinê jî ji şeher hat. Evî jî barxaneke mezin Aslîkêra anî. Jinê gund ev şe’rê Aslîkê jî kirîn, hela çend jin jî jê xeyîdîn, wekî çira şe’r negihîştne wan.
Hetanî ax’lêvê Elo çend barxane ser Aslîkêda şandin. Aslîkê jî pêra-pêra ew şe’rê wî frotin.
Digotin, wekî Elo tenê şe’ra naşîne. Her barxanekêda usa jî ese êmîşê para neferê malê dişîne.
Wî çaxî gundda edetekî ha hebû: wexta merîkî malekê ji şeher dihat yanê êmîş malekêra dişandin, ewê malê ese para der-cînara didaê. Çiqas êmîş biketa mala Aslîkê, ewê livek nedida destê cînara. Lê zorê jî mabûya, ewê ese para xwe ji cînara distend. Gava yekî timayî bikira, êmîşê para Aslîkê nedaê, Aslîkê ew nava gundda dikir sosret. Lema jî sêveke tel jî bihata mala cînara, wana ese tûzîk didane Aslîkê. Lê tu wexta derdana Aslîkêye tije ser malê cînarada nediçû.
Derbaharê, wexta teze destpê bû berf helya, Elo piştokî terikî li piştê hat û rast çû mala Aslîkê.
Vê carê jî cînara tu tiştek ji destê Aslîkê nedîtin. Zarê wê êmîş dêstda derdiketin, diçûn nava zara dilîstin. Ç’evê zara êmîşê destê wan bû, lê wana guh nedida kesekî û êmîşê destê xwe didane ber geza.
Raste, bir’e mirîşkê Aslîkê hebûn û sal donzdeh meh bû hêk ji mala wê kêm nedibûn, lê ewê rojtira mayîn zarê xwe nav gund xistin hêk deyn kirin.
Zûtirekê der-cînar pê hesyan, wekî Aslîkê Elora gotye, ku şe’rê wî hêktî firotine. Wan roja Aslîkê usa kiribû, wekî nedihîşt cînarek derê wê veke yanê rastî Elo bê. Nedihîşt, wekî Elo ji malê derê, cînarekîra xeberde.
Bêy wê yekê jî cînara derê wê venedikirin. Lê vê carê ewê qestîka cînarara kire şer, gef wana xwar. Ya Elo jî hemîn eyan bû: tu cara nediçû nava koma mêra. Zef-zef wexta çend jin hevdu top dibûn, diçû wanra xeberdida. Vê carê Aslîkê usa kir, wekî ç’evê wan jina jî Elo neket. Difikirî, nişkêva ew tiştekî jêra bêjin, wî şîret bikin. Lê evê yekê Aslîkêra dest nedida.
Sibê hetanî êvarê Elo ji mala Aslîkê dernediket, dha rast ewê nedihîşt. Elora şîrin-şîrin xeber dida, xwarina xweş çêdikir, dida ber.
Çendek kete ortê. Aslîkê yaşîkek tijî hêk kir, da pişta Elo û berê wî da şeher.
— Vê ax’lêvê, şeherda hêk dest dikevin? Bive, bifroşe, hergê karî dewsê dîsa şe’ra bişîne.
Herneyse, serê Elo tijî kir û verêkir. Wî çaxî avtomaşîne ku hatibûn? Ji gundê me hetanî stansîa rya hesine nêzîk êpêce erde, weke sî kîlomêtrîye. Ew jî ne rya raste. Rê gelîkî usara diçe, wekî merî xofê jê dikişîne. Rê ewqasî bêfesale, wexta lingê te şimitî, tê gelîda holbî.
Elo yaşîka hêka da pişta xwe, darek girte xwe û da serê rê.
Elo dabû pêşîê, Aslîkê dabû pey. Hey jî piste-pista Aslîkê bû Elora xeber dida û car-cara vedigerya jinê mehelê dinihêrî, ku ser xanîê xwe sekinî bûn û temaşa wan dikirin. Aslîk hetanî perê gund pêra çû, cîê xweda sekinî, lê Elo livya pêşda çû. Carekê, duda Elo kire gazî. Elo vegerya, berê xwe da Aslîkê.
— Binihêr, min çi tera got, bîr nekî, — Aslîkê gotê. Elo serê xwe hejand, wekî bîr nake, hêdî-hêdî pêşda livya.
Rê yekpê bû. Îdî germ ketibû erdê, berf binîda dihelya, bûbû mînanî konê pîrêyî hiz-hizî. Elo hey diçû, hey disekinî, bîna xwe distend. Çimkî berfa rê nerm bûbû, Elo hetanî çoka dikete kurşê. Jinê wê mehelê hela ser xanîê xwe sekinî bûn û Elo dinihêrîn. Ewqasî lê nihêrîn, hetanî çû, nepenîêda unda bû.
— Belkî aykê wî merkî tera nemîne, hey, — jinê, ku nêzîkî hev bûbûn, hevdura digotin û berê xwe berbi mala Aslîkê dikirin. — Zulma ha jî dibe? Şe’rê mêrik anîn heba wan sî manat firot, perê wan xwar, rabû dewsê yaşîkek hêk daê!
— Aslîkê te’ma şe’ra hildaye, — jineke navsere ber xweda got. — Qe îdî terka Elo dide? Hûnê bibînin, Eloê dîsa şe’ra bişîne, Aslîkê jî birfoşe û pera xwe helalke.
— De belkî ocaxa wî nifirçîê wê û male bin. Zaro gunene, çi tê, bira bê serê wê. Belkî hingilava dardabe, emrê xweda rojeke xweş nebîne. Bê gune nîne, tu usa tînî sêrî, merkê belengaz talan dikî. Tê wê dinê çawa caba mîrê xwe bidî, — jineke pîr got.
— Merî qe vê derbaharê usa dike, yaşîke hêk dide pişta tirêq, vê gêdûkêra dişîne? Hezar olecax hene, kî zane… — yekê xeberdana xwe kuta nekir, gava yeke mayîn kete nava xeberdanê.
— De wekî ocax ocaxbe, gotî ç’evara bîne. Zaro gunene, bira zaro jê dûr bin, lê ew ser bela xwe vebe…
Ser xanîkî mayîn mêr berev bûbûn û dîsa derheqa arişvêrşa Eloda xeber didan. Gişka ew gunekar dikirin, wekî çira aqilê wî tune xwexwa şuxulê xwe bîne sêrî, rabûye ketye bin qolê Aslîkê.
— Bo xêfekî Xwedêye, haj baê dinê tune, — merîkî emirda orte got.
— Hêsîre, hêsîrê hişê xweye, — yekî mayîn got. — Hemî Xwedê bêîsafî kirye karê Aslîkê. Ew dikare teyra birûç’ikîne, Eloê xêfê Xwedê ku ma?
— Ê, Xwedê mala wî xirab bike, çira ewqas femê wî tune, wekî Aslîk ro nava nîvro, eşkere wî dirûç’ikîne, — ewî emirda orte got.
— Wekî xweyê xwe wî hişîye, hema heqê wîye, bira Aslîk usa bîne sêrî.
Tu nevêjî wexta Aslîk vegeryaye, zanibûye, wekî jinê derheqa wêda ese xeberdin, neçûye malê, xwe ber dîwêr veşartye û temamya xeberdana jina bihîstye. Raste, ewê xeberdana mêra nebihîstibû, lê zanibû, wekî wan jî nha derheqa wê û kirina wêda gilî-gotin anîne ortê. Lema jî wexta mînanî hirç’eke har hilkişyaye ser qûntaxa xanîê xwe, navê tu kesî neda, lê bi tomerî hilda, ha got:
— Lê, lê, daê, ew jê qencya min, — ewê hey destê xwe berbi jina dikir, hey berbi mêra dikir. — Min anye, xwey dikim, dixwezim bikim xwey mal-hal, hinek jî radibin kurê xwe dikujin, şer-şiltaxa min gilî dikin.
Kef dêv ketibû, laç’ik sêrî şiqitî bû, ketibû stu, gevegişkê wê derketibûn. Aslîkê gele xeberda, nifirî kirin.
Jina caba wê nedan, nexwestin xwe têkne heval. Wana zanibû, wekî zimanekî çawa devê Aslîkêdane. Ne bi xwezil li wî merivî, kê kete ber derba wî zimanî.
Lê ji nav mêra yekî usa hêdî gote hazira, wekî Aslîk nebihê:
— Erê, lê, tu qencîke zor dikî.
Hetanî êvarê heywan alif kirin ser xênî qişte-qişta Aslîkê bû. Lê tu kesî caba wê nedida. Tê kivşê evê yekê dha hersa wê radikir, lema perç’a dilê wê danedanî…
Ro çû ava jî, hela qişte-qişta Aslîkê bû.
* * *
Yaşîka hêka piştê Elo rya yekpêda hêdî-hêdî pêşda dilivya. Hey carna lingê wî dixirpişîn nava berfa pûk, zor-cefakî lingê xwe derdixist. Herdu lingê wî rind şil bûbûn. Bêxweya yaşîkê jî usa bêfesal bû, ser pişta wî diçû, dihat. Ewî tex’mîn dikir, wekî çend cya pişta wî tez kirye. Raste, hêk nava kaêda bûn, lê Elo rind zanibû, wekî gelek ji wana îdî şikestine.
Herneyse, hetanî hilkişya serê gêdûkê, hal ket. Hilkişandin hela ha-ha. Peya bûn çetin bû, Eloda îdî hal nemabû. Serê gêdûkê pişta xwe da zinarekî, çok da erdê û hevekî bîna xwe kişand. Lê usa çok da erdê, wekî paşê bêy komekdarîê karibe rabe. Xêleke xurt usa rûniştî ma, hetanî lingê wî serma nekirin, ranebû. Gava tevizî da xwe rabû, jorda gêlî nihêrî, xof kete dil. «Ezê bi vê yaşîkê çawa peya bim?» — dilê xweda fikirî, berê xwe Şemsda kir, dua rya xwe kir û berjêr bû. Hêdî-hêdî çû, darê dêst êpêceyî jêra bûbû taqet. Rê ç’ivane bû, berf jî ewqas tunebû, hêsa diçû. Hertim jî serê wê gêdûkê berf kêm bû, çimkî ba dihat û berf dibir, dikire ç’el-kora. Lê erdî qerimî bû, lingê merya zû dişimitî. Elo ev yek zanibû û du çaw xwera hildabûn. Gava dît, wekî wê bişimite, bikeve, cîkî fesal dît, usa rûnişt, wekî giranya yaşîkê kete ser kevir. Çaw ji pişta xwe vekirin, herdu lingê xwe pêç’an, dar xwera kire taqet û rabû şipya. Bê qezya êpêceyî berjêr bû. Binetara gêlîda, rastêda gundekî ermenya bû. Mala dostê wî perê wî gundî bû. Fikirî, wekî wê şevê mala dostê xwe bimîne, kincê xwe, gorê xwe zihake, paşê sibê rabe, here stansîa rya hesin. Ranêzkayî îdî gundra kiribû, gava cîkî gelekî bêfesal kete pêşîê. Sekinî, rind dîna xwe daê, xwera rê raç’ev kir. Rê ber zinarekî mezinra derbaz dibû, jêrê jî newaleke mezin bû, lê ewqasî kûr nîbû. Zinar cîkî tat bû, hertim bê lê digirt û berf lê nedihîşt. Xîzgeke hûr bû. Wî gelîda cîê lapî çetin ew bû. «Ez ku vêderê derbaz bim, bizanibe îdî tu tişt naê serê hêka», — Elo fikirî, bi darê destê xwe hevekî xwera rê temiz kir û gavek avît. Na, tişt tunebû, lingê wî rind cîê xwe girtibû. Giranya xwe avîte ser wî lingî û lingê xweye mayîn hêdî hilbirî. Vê carê jî tişt neqewimî. Du car, sê cara usa hêdî lingê xwe hildan, danîn. Wexta cara kutasîê lingê xwe hilda, şewişî, yaşîk zinêr ket û lingê wî şimitî. Elo yaşîkêva tulol bû, çû kete newalê. Wexta tulol bû, yaşîk kete bin piştê, serra teqil veda, wê zerpê çoka wîye ç’epê qayîm li zinarekî ket. Êşê jende qafê wî, ber ç’eva reşevehat, tex’mîn kir, wekî qezyake mezin hate sêrî. Cêriband rabe, lê nikaribû xwe bide ser lingê ç’epê, careke mayîn bû terpîna wî erdê ket. Xêlekê erdê ma, êşê moleta wî birî, dîsa xwest rabe, tişt jê derneket. Bêmene, temamya canê wî derem-derem dêşya, cîkî sax’ lê nemabû. Cêriband rabe, qe ne rûnê, lê ev jî ji qewata wî der bû. Ser piştê velezya, ancax serê xwe hilbirî û der-dorê xwe nihêrî. Yaşîk êpêceyî jê dûr bû, kardonê ser dêv alîkî ketibû, ka bela bûbû, zerika hêkê şikestî berf zer kiribûn. «Wê zerpê hêkê bimînin?», — gava Elo ç’ev yaşîkê ket, fikirî.
Çiqas çû, êşê ewqasî zêde kir, tabetya Elo destê wêda tunebû, hewar-gazya wî bû, lê dengê wî nedigihîşte tu kesî. Ro îdî diçû ava. Elo dît boşe, ser zik şûlikî, xwest wî cûreyî ji newalê derê. Hilkişya, lê careke mayîn şiqitî, paşda hat. Taqet jî têda nemabûn, lê dîsa bi her teherî diçerçirî, wekî ji newalê derê. Zor-cefakî herdu çawê lingê xwe vekirin, hevva girêdan, serê wê kire xerboqe û kewkî kir, wekî bikeve serê zinêr, xwe pê bigre û derê. Gele cara xerboqe kewkî kir, lê serê zinêr nedigirt. Xulese, carekê girt. Pirtî guman kete dilê wî: ser zik şûlikî, hevekî pêşda çû, hela zor nedida çawê. Lê wexta dît, wekî bêy çawê nikare îdî pêşda here, çaw kişand. Çaw qetya, nîvî serê zinêrva ma, nîvî destê wîda ma. Careke mayîn şûlikî, hat cîê xweyî berê sekinî. «Îda taqet minda nemaye, ez nikarim ji cî bihejim, çi dibe bira bibe», — xwexwa xwera got û serê xwe danî ser berfê. Lê ruhî şîrine: çend deqa şûnda hisreta jîyînê dîsa xwe da hesandinê. Serê xwe hilbirî, darê destê xwe gerya. Ç’evê xwe gerand, dît — dar ketye cîkî usayî bêfesal, wekî qe merîê sax’ nikaribû derxe, ku ma Eloyê wî halîda. Tewqê xwe ji darê destê xwe birî. Dîsa serê xwe danî ser berfa sar. Wî jî nizanibû, wekî çiqas wexte ew ketye wê newalê. Her tenê zanibû, ro zûva çûye ava û çetin îdî rêwî wirra bên, herin. Zanibû, terî ku kete erdê, tu kes turuş nake wî gelîra derbazbe. Ew hemîn alîkîda, alîê mayînda qurf kete dil, wekî dikare biqewime vê şevê vêderê bimîne. Sur-serma, hezar cûre de’ve hene. Wê çawa bike? Tirseke mezin kete dil. Nha bawerbikî, rûê tirsêda tê bêjî ewî jana êşa hestuê çokê bîr kiribû. Hizingek da xwe, wekî rabe, lê lingê wîyî ç’epê tê bêjî erdêva giredabûn, jêra nehat û careke mayîn tep-rep ket.
Herneyse, Elo newalêda ma. Hetanî sibê tabetî neketê, nikaribû hevekî biseqire. Her tenê carekê, duda êmê cix’arekê ç’evê wî çûne ser hev, lê êşê û tirsê nehîştin ew dirêj bikişîne. Elo tex’mîn dikir, wekî çiqasî diçe, dha bêtaqet dibe. Lê çi dikaribû bikira? Her tenê dima, wekî bextê wî lêda yek zû rast pê bê, ji newalê derxe. Lê wî gelîê xikî-xalîda, wê ax’lêvê, berbangê kê wê bêhişîê bike, bide serê rê? Elo zanibû, wekî rya wan çend gundê kurmanca wî gelî dikeve. Lê wê berbangê kê xenîmê serê xweye bê, bikeve wî gelî? Û Elo wî halê xweda hîvîê ma hetanî belkî yek tê, derbaz dibe. Gund jî ewqasî ne dûr bû, lê çiqasî kiribû hewar-gazî, dengê wî negihîştibû gund. Fikirî, wekî dengê berbangê zû bela dibe, têke gazî, te hew nihêrî, yekî dengê wî bihîst, xwe lê girt û hat. Gumanek kete dil. Û çiqas him-zora wî hebû, çend cara ser hev kire gazî. Ewî him kurmancî dikire gazî, him jî ermenî. Gelekî kire gazî. Dengê wî jî ket, lê tu kes wandera peyda nebû. Careke mayîn serê xwe danî ser berfê. Berfa ber serê wî îdî êpêceyî helya bû, korda çûbû. Îdî tewqê xwe ji her tiştî birî. Bêhemdî xwe destê xwe dirêj kir, danî ser çoka xwe, tex’mîn kir, wekî çoka wî gelekî werimye, çawa dibêjin, bûye zurne. Lê goştê lingê wî tê bêjî bêruh bûye, destê xwe dida ser hêta xwe, tu tişt tex’mîn nake.
Ç’evê wî girtî hesîn ser ket. Ç’evê xwe vekir, der-dorê xwe nihêrî, tu kes nedihate kivşê. Dîsa ç’evê xwe girtin, tê bêjî deng ber guhê wî ket. Destê xwe xwera kirine taqet. Neyseyî, serê xwe bilind kir. Herçar alya nihêrî. Kes tunebû. Bêhemdî xwe dîsa kire hewar.
— Tu kîyî, kîderêyî? — yekî bi zimanê ermenî dûrva pirsî.
— Ez merîme, ketime newalê, nikarim ji cîê xwe rabim… Bextê weme, komekê bidne min, — Elo bi dengekî lerizok wan kire gazî.
— Emê nha xwe tera bigihînin, — wana caba Elo dan. — Tu kîderêyî?
— Ez newala ber zinêrdame, — Elo lez-lez ser hev got, tê bêjî ditirsya, wekî wî nebînin.
Xêlekê şûnda du merîê nenas ber zinêr sekinîn.
— Xwedê mala te xirab neke, tu çawa ketî wî cîê bêfesal? — yekî ji wana gote Eloda. — Xwe cîkî te neşikestye?
— Bi tex’mîna min, lingê minî ç’epê şikestye, — Elo caba wî da.
— Hevekî berxwe bide, emê nha te derxin, — yê mayîn got, şirîta destê xwe kira xerboqe, avîte serê zinêr, xwe pê girt û peya bû. Yê mayîn jî da pey wî. Hatin, kêleka Elo sekinîn. Komek danê, rakirine şipya. Her yek alîkîda ketne bin milê Elo, hevekî pêşda anîn. Gihîştine cîê lapî bêfesal. Yekî Elo pişt kir, serê şirîtê girt, yê mayîn jî bi destekî Elo girt, bi destê mayîn şirît xwera kire taqet. Hey virda, hey wêda, bi çetnayîke mezin Elo derxistine serê rê. Rûniştin, hevekî bîna xwe stendin. Paşê rabûn, ketne bin milê Elo û hêdî-hêdî berbi gund birin. Rêva çi hatibû serê Elo, wanra gilî kir. Gihîştine gund. Elo birine mala dostê wî. Elo razîbûna xweye mezin da wan. Ewana jî xatirê xwe ji Elo xwestin û çûn. Dostê wî anî pêra-pêra kavirek şerjêkir û postê wê avîte lingê Elo. Lê, çawa dibêjin, îdî gilî ji gilya derbaz bûbû, lingê Elo pak nebû. Dostê wî dît, ç’are nabe, Elo bir kire nexweşxana stansîa rya hesin.
* * *
Çendek derbaz bû, gund pê hesya, wekî çi hatye serê Elo. Çend meryê gund nexweşxanêda serda çûn. Hatin, gotin, wekî lingê Elo xirabe, dibe jêkin. Lê talaşa Aslîkê nîbû. Ew qe ser Eloda jî neçû, ne jî hîşt, wekî mêrê wê here.
Elo çend meha nexweşxanêda ma, lê lingê wî qenc nebû. Doxtira kiribûn, nekiribûn, nikaribûn textikê çoka wî bicebrînin, mecbûr bûbûn derxin. Eloê, ku bi du linga ji gund çûbû, bi sê linga vegerya û îdî neçû mala Aslîkê, rast çû mala xwe. Elo seqet ma. Jinê wê mehelê jêra mînanî kinêza bûn, nan-xwarina wî dibirin, kincê wî dişûştin, mala wî didane hev. Lê Aslîkê qe carekê derî lê venekir.
— Elo, gotî bizewicî, — jina digotnê.
Serê xwe dikire ber xwe, hevekî xwe ker dikir û ber xweda digot:
— De yeke pak bibînin, ez bistînim.
— Hêka hişê te anîne serê te, erê? — jina bi laqirdî jê dipirsîn.
Salekê jî derbaz nebû Elo zewicî. Zûtirekê zuret jî pey ket.
— Gotî Aslîkê zû yaşîka hêka bida pişta te, wekî hişê te zû bihata serê te, — wexta jina Elo didîtin, digotnê. Ewî wan dinihêrî, beşerxweş dibû, dengê xwe nedikir, derbaz dibû, diçû. Îdî pê du dara nedigerya. Darek tenê digirte xwe û mînanî berê cewa ber dêrîda venedilezya. Darê wî dêstda diçû nava gund digerya, mêrara qise dikir.
— Hêka ne ku tenê Elo zewicandin, lê usa jî kirine mêr û anîne rêza camêra, — mêra bi laqirdî digotnê.
Zanibû, rastîê dibêjin, nedixeyîdî, serê xwe dikire ber xwe û vedibeşirî. Bi wê beşera xweş jî ew bîra minda maye.
DIBÛRÎ
DIBÛRÎ
Wê sanatorya terikîda ew tenê bê heval bû. Çend roja berî me hatibû, hîvî kiribû otaxeke tenê bidnê û ne tenê derva tenê bû, lê usa jî hevalê wî otaxê tunebû.
Berî gişka diçû xwarinxanê, tenê zû-zû nanê xwe dixwar û derdiket. Derê sera kînoê û sera lîstika venedikir. Diçû cîê xalî digerya. Kere-ker serê wî berda digerya. Der-dorê xwe nedinihêrî, tê bêjî dinya bona wî tunebû, timê ji merya dûr bû, nedihate nava wan û tevî xeberdana wan nedibû. Tenê digerya, virda-wêda diçû, dihat, paşê diçû dikete palata xwe. Demekê ronikaya palata wî vêdiket, paşê pêra-pêra ditemirî. Dikete nava cya, radiza.
Kesekî pakî navê wî nizanibû. Menî jî tunebû ji xebatçîê sanatorîaê bipirsin, navê wî çye. Û me, merîê ku wêderê hêsa dibûn, nava xweda navê wî danî Dibûrî. Dibûrî!.. Rastîê jî navekî anegorî wî bû. Ji merya dûr bû, xwe wana nedikire xweyî. Dibûrî, rastîê jî dibûrî…
Wexta dibû xeberdan, me geleka ew gunekar dikir. Merî jî ewqasî dibûribe? Û em difikirîn, wekî rast nekirine, ku ew şandine wêderê. Cîê wî rast wê adeke usa bûya, li ku benî-adem nemana û dikaribû çawa dilê wî dixweze derbazke. Îdî wêderê wê rastî merya nehata, ji kîjana ew vêderê ewqasî dûr direvya.
Rûnişteka wîye hizkirî hebû. Wexta diwestya, diçû ser wê rûdinişt, herdu destê xwe didan ber cênîka xwe û kesekî nizanibû çi difikire. Gava yek ji me nêzîk dibû û dixwest kêlekê rûnê, pêra-pêra radibû û bi şiverya teng diçû, dikete nava mêşe. Carna jî diçû, peyayî gêlî dibû. Em ser hafa gêlî disekinîn û me jorda ledinihêrî. Hêdî-hêdî berjêr diçû, digihîşte avê. Kevirê wîyî kivş hebû. Ser rûdinişt û bawer bikî bi seheta avê dinihêrî.
Em gişk ser vê kirina wî acêbmayî mabûn û me ew gunekar dikir, wekî çira hatye badilhewa cîk zevt kirye. Dewsê dikaribû yekî nexweş bihata û kareke mezin bistenda.
— Na, rast nakin, gava radibin merîê vî cûreyî dişînin cîê ha, — Îvan digot, — Sanatorîa çî wîrane? Ne prosîdûra hiltîne, ne jî çawa lazime hêsa dibe.
— Çi dikarî bikî, rênema mêrik heye, hatye, çawa dilê wî dixweze, usa jî derbaz dike, — Hamlêt digote Îvanda.
— Ê, ez jî dibêjim, wekî cîê-cîda rast nakin, gava rênema didin merîê usa, — Îvan gotina xweye pêşîê dida testiqkirinê.
Rastîê gotî, em çend rojê pêşîê Dibûrîva hewaskar bûn. Wê şûnda me bere-bere ew bir kir. Her tenê wî çaxî derheqa wîda dihate gotinê, gava yekî ji me ew dûrva didît û digot:
— Dibûrî dîsa derketye seyrangê.
— Çye, hesabê mirya û zêndya dike, wekî ewqasî kûr û dûr difikire, — yekî got.
— Tu zef zanî, dibe ulmdarekî gelekî mezine û ser problêmêd ferzda difikire, — yekî mayîn bi eks digot.
— Bo qe çêşîtê ulmdara pê nakeve, — yê sisya bi dilê xweyî sax’ digot û em gişk ser dilsax’ya wî dikenyan.
Û me bere-bere Dibûrî bîr dikir, dha rast heyetya wî tex’mîn nedikir.
Carekê jî, wexta êvarê dereng em çend merî vêstîbyûla sanatorîaêda rûniştîbûn û me xwera xeber dida, gilî hate ser Dibûrî. Her yekî me alîê xweda tiştek got û xeysetê wî gunekar kir, wekî degme merîê mînanî wî hebin, ku ewqasî xwe ji merya dûr bigrin, gava xûşka doxtirîêye sereke, ku dûr rûniştibû û xeberdana me bihîstibû, nêzîkî me bû û got:
— Ne rinde, wexta derheqa meryada nizanin û usa xirab xeber didin.
— Lê tu derheqa wîda çi zanî û ser çi fikrêyî? — yekî me jê pirsî.
— Ez derheqa wîda gele tiştî zanim û fikra min jî derheqa wî camêrîda zef başe.
Û xûşka doxtirîêye sereke kursîk kişand, anî nêzîkî me kir, ser rûnişt û derheqa Dibûrîda gilî kir.
— Ew ne ulmdarekî mezine, ne jî xebatçîkî cabdare, — ewê got. — Xebatçîkî sadeye. Çawa hûn dibînin, emirda jî îdî êpêce mezine. Her sal ew û jina xwe tevayî dihatin vê sanatorîaê. Sehetê aza mêr û jin nava xasbax’çeda digeryan, bi şiverya zirav diçûne nav mêşe, dadiketne gêlî, devê avê rûdiniştin. Û me gişka hew zanibû, wekî ew ne ku mêr û jinê çend salane, lê cahilê bengîne, sibê hetanî êvarê ji hev têr nabin. Me wan dinihêrî û şabûn dikete dilê me. Digeryan, tev hevala dibûn, dikenyan, şa dibûn. Her cara ew bihatana nav merya, eseyî şabûn û ken danîn. Û me gişka gelekî qedrê wan digirt. Wexta îsal tenê hat, em ecêbmayî man û me jê pirsî, wekî kanê kulfeta wî. We bidîta, çawa berxwe ket, teê bigota birîna wî teze bû, ç’evê wî tijî hêsir bûn û ancax em dane femkirinê, wekî çend meha pêşda jina wî çûye rehmetê. Hebûna xwe gişk xerc kirye, mezelê jina xwe hildaye. Şiklê mezel kişandye, kirye cêba xwe, xwera anye. Wexta derxist nîşanî me da, dest lê diricifîn, xule-xula hêsirê bûn, jorda dihatin… Lema jî îsal tenê hatye. Digot, ez hatime ne ku hêsa bim, lê her tenê dîsa wan cya bibînim, li kîderê ewî û jinê tev derbazkirine. Gerekê merî ruhê merya fem bike. Hûn zef zanin, dibe wî tirê jine dîsa sax’e, dîsa kêleka wîye. Ne axir her tiştê vêderê jinê tîne bîrê.
Xûşka doxtirîê gilîê xwe kuta kir. Hêsira rê nedidane hev. Pê desmalê ç’evê xwe temiz dikirin. Xêle wext me gişka xwe ker kiribû.
— Lê dha rind nîbû, wekî nehata vêderê? Ne axir vêderê wê her tişt rojê buhurî bîne bîrê û wê dha berxwekeve, — yekî gote xûşka doxtirîêye sereke.
— Ruhê merya sexte, — ewê cab da. — Dibe dilminya ber dilê wî jî ew bûye, wekî cîê nas wê derdê wî sivik bike.
— Lema min çend cara didît, wexta diçû ser rûniştekê rûdinişt yanê diçû devê ç’êm, tiştek ji cêva xwe derdixist, gele wext lêdinihêrî. Tê kivşê, yan şiklê jinê bûye, yanê jî şiklê mezela wê bûye, — ji rûniştya yekî got.
— Tu palata wî nas dikî, zanî kîjan hejmarêda dimîne? — hevalekî mayîn navsere gote xûşka doxtirîê.
— Erê, ez nas dikim, — ewê gotê.
— Gura min dikin, rabin em tevayî herin bal wî, ber dilê wîda bên, xemê wî bidne sivikkirinê.
— Çûyîn îdî ne lazime, — xûşka doxtirîê got.
— Çira?
— Çimkî wextê wî temam bû û vê sibê bi firindê çû.
Wextekî dirêj tu kesî xeber neda. Meê çi xeberda? Her yekî me dilê xweda xwe gunekar dikir, wekî em çiqas ne rast bûne, gava derheqa wîda usa fikirîne. Gele cara em merya nas nakin, lê dilê xweda hezar û yek nav-nûç’ika lê dikin. Ez bawer bûm, wekî gişk poşman bûbûn, ku dûrva bê naskirin me rabûbû navê mêrik danîbû Dibûrî.
— Pey çûyîna wîra, wexta xebatçya otaxa wî temiz kiribûn, eva kax’azê han dîtibûn. Anîn ew kax’az dane min. Hildin, bixûnin, — xûşka doxtirîê got. Kax’azekî qatkirî ji ceva xwe derxist, dirêjî ewî hevalê meyî navsere kir. Ewî bilind-bilind ew kax’az xwend:
«Dîsa warê pare, heyam jî ew heyame, lê tiştekî gelekî mezin lê kême. Kesek wê yekê tex’mîn nake û ne jî kare tex’mînke, xenji dilkê min. Çimkî ewî ew unda kirye. Û ser hev gavekê dilkê min wê yekê tex’mîn dike, ç’îk dide û hêsir rê nadne hev. Par van çaxa eme tevayî bûn, lê te çira ez îsal tenê hîştim, bûyî bîranîn?.. Her tişt cîê xwedane, her tenê tu ne li rex minî…
Tu nava bîranîn û ruhê mindanî… Dertême derva, min tirê tê ser kursîê meyî nas rûniştibî, hîvya minbî… Lê dewsa te yeke nenas wêderê rûniştye. Ez ç’evnebarya wê nakim, bira rûnê, bira bextewarbe. Lê her tenê berxwe dikevim, ç’îkek davêje dilkê min, gava dibînim, wekî sifetê min xwera çêkiribû, ber ç’evê min beta vebû û ez tenê mam.
Digerim, digerim, bêhemdî xwe diçime ber ç’êm. Min tirê tê nha bi devê ken jorda bey, avê bireşînî min… Lê her tenê xuşe-xuşa ç’ême û ber ç’evê min ew jî melûle, xemeke nedîhar nava dengê wîda heye.
Heval-hogir mînanî par çûne gerê. Wê eşk û şa vedigerin. Ez bi ç’eva nava wanda te digerim, lê tu ne nava wandanî. Ne ken, ne jî şabûna wan ez îdî nabînim, her dera te digerim, lê…
Nava wan xem-xiyalê minda dengê ken li min tesele dibe. (Çiqas rinde, wexta dinyaêda ken heye, wexta merî şane, dikenin. Ken dermanê xemane, ewe, wekî wan alt dike, nahêle merî alçax û qelsbe, lê vê gavê ken ji min dûrketye. Te ken jî xwera birye). Nava dengê wî kenîda deqîqekê sewtê kenê te ber guhê min dikevin. Lez wî alîda diçim… Lê dîsa fikra xweda hatime xapandinê…
Ez ku hatime vî cîê meyî nas, min tirê tê her cyabî, ser rûnişteka meye nas, devê ç’êm, nava mêşeda ezê rastî te bêm. Min tirê… Her dera te digerim, lê qe cîkî te nabînim… Birîna dilê min hê dêşe… Kerba ji merya direvim, naxwazim herim nava wan. Zanim, tu ku sax’ bûyayî, teê ese bigota, wekî ezî nerastim, merî nava meryada derd-kulê xwe bîr dike. Raste, usane, lê kambax, vê gavê ez dixwezim tenê bim, deqekê tê bîr nekim û te bigerim… Nizanim ezê çiqas te bigerim, lê ezê bigerim. Nikarim negerim. Ez ku negerim, ezê dîn-har bim…
Sifte, ku ez hatim, merîê nas, wê şûnda tê bêjî dar û kulîlka, cî û warê meye berê, her tiştî, her tiştî ji min dipirsîn: «Par hûne cot bûn, îsal çira tenêyî?» Minê çi caba wan bida? Dibû, wekî bigota, min tu unda kirî, nha te digerim. Min tu unda nekirî, te ez tenê hîştim, wekî wa xweda bişewitim û bizêrim…
Bira ruhê teva eyanbe, wekî vêderê her tişt mînanî pare, heyam jî ew heyame, her tenê tu ne li rex minî û şabûna min jî ne ya pare…
Ez bi dilê şikestî hatime vir û bi dilşikestî jî ji vira diçim. Ez te digeryam. Min tirê ezê te vêderê bibînim. Lê min tu nedîtî. Ez bi wê qirarê ji vêderê diçim, wekî îdî tu cara venegerme van cîê meye nas, ku her tişt te bîr tîne, lê tu bi xwe tuneyî. Gera min badilhewane. Tu nava bîranîna mindanî, tu nava ruhê mindanî, tu nava heyetya mindanî…»
Hevalê meyî ahil xwend kuta kir. Hêsira desmala xûşka doxtirîê şil kiribûn. Kela girî dabû qirka min. Ç’evê hevala jî şêlû bûbûn. Kax’az hela destê hevalda bû, cî-cîna dîsa ber ç’evê xwera derbaz dikir.
— Ka, bide, — xûşka doxtirîê gotê û kax’az ji dêst girt. — Min adrêsa wî hildaye. Dive bîr kiribe, ezê têkim pakêtê, jêra bişînim.
Îdî wextê razanê bû. Her yek me rabû, bi gavêd sist, melûl-melûl berbi palata xwe çû. Ya hevala nizanim, lê ya min: wê şevê heta sibê xew nekete ç’evê min.
LI SERÊ BENDÊ
LI SERÊ BENDÊ
Sanatorya me ser topikekî bilind bû. Û wexta te jorda berjêr dinihêrî, her tişt usa ferih dihate kivşê, çawa kefa destê xwe binihêrî. Herçar alî mêşê şîn bû. Pêşber ç’yaêd bilind bûn, hatibûn gihîştibûne hevdu û orta wanda gereke fireye mezin hebû. Mêşe digihîşte hetanî nîvê ç’ya, lê heç’ê wan îdî rût bûn. Serê ç’yê, newalêd kerasîda, belekîê berfê mabûn, ku ber teva havînê roj bi roj biç’ûk dibûn. Sanatorya bi xwe jî nava mêşeda bû, her tenê pêşberî wê mêşe tune bû, besteke şîn bû û teze derê merxêyê ter nikandibûn. Lê jêrê dîsa mêşe bû, ew best ketibû orta sanatorîaê û mêşê binetarê. Kêlekêra ç’emekî biç’ûk dikişya, diçû jêrê, çend cewêd mayîn tevê wî dibûn, dha gur dibû û berbi bestê fûr dida.
Hertim paşî nanê nîvro, wextê germê hê diqijiland, me, çend hevala, xwera kiribû edet diçûne ber wî ç’emî. Cîê me her yekîye kivşkirî hebû. Her kes diçû kax’az ser kevirê xwe radixist, rûdinişt. Hineka sol dêxistin, lingê xwe dikirne nava avê, wekî lingê wan rehetbin. Hineka jî çirpî digirtne xwe û avêva mijûl dibûn. Çawa dibêjin, her yekî xwera tiştek didît û pêva mijûl dibû. Tê bêjî mera bûbû qanûn: wexta em diçûne ber ç’êm rûdiniştin, tu kesekî xeber nedida, gişka xwe ker dikirin, guh didane ser xuşe-xuşa avê yanê diketin nava bera fikir û mitala. Em wêderê diman hetanî wedê şîvê nêzîk dibû, paşê radibûn, hêdî-hêdî berbi sanatorîaê dihatin. Binetara sanatorîaê gundekî biç’ûk hebû. Te ku ji sanatorîaê gund dinihêrî, her tenê banê mala dihatne kivşê. Gund nava mêşe û şînayêda unda bûbû.
Rojekê hema usa ez ji hevala qetyam, dha rast wê rojê tevî wan neçûm ber ç’êm. Min xwest wê rojê guhastinê têkme nava rya xwe, alîkî mayînda herim, hevekî nava mêşê binetara sanatorîaêda bigerim. Paşî nanê nîvro ez tenê ketme rya qîrkirî û hêdî-hêdî berjêr çûm.
Havîne, germ diqijilîne. Êpêceyî berjêr çûm, gihîştime mêşê binetara sanatorîaê, ku hevekî fêza gundda bû. Tevê zor da min. Ji rê derketim, çûme nava mêşe û bin sya darekêda rûniştim. Bakî hênik sûrtê min xist. Eac-eac ez hewa mêşeye hênik vediç’inim, pişkê min tijî hewa ç’yaye temiz dibin. Dora min cûre-cûre kulîlkê beyanîne û bîna wan tevî wê hewa ç’ya dibe û jê têr nabim. Ê, tê çawa jê têr bibî, gava bi xwe nehîke ç’yaye vî teherîda hatî dinê, paşê bûyî şeherlî, nava salêda yanzdeh meha pişkê te hewa şehere netemiz hildiç’inîn û her tenê mehekê mecala te heye bikevî nava dinya zarotya xwe.
Mînanî salêd zarotîê, ez ser hêşnayê velezyam û min ezmanê ç’îkî-sayî nihêrî. Bê nerm kulîlka dixist, ew ser minda mêl dikirin. Binetara minda ew ç’emê me dikişya, berjêr diçû. Tê bêjî ez hênijîm, ç’evê min çûne ser hev û xêle wext usa derbaz bû. Pencê tevê orta belgê darêra ketine ç’evê min. Ez rabûm, cîê xweda rûniştim. Çarnikalê xwe nihêrî, nişkêva ç’evê min qîzekê ket: mer’ dêstda bostan av dida. Bostan newalêda bû, dûr nîbû. Ez nava mêşeda bûm, min ew didît, lê ewê ez nedidîtim.
Dêrekî sivik lêye, pêxase, gulîê wêye venegirtî ser milada hatin xarê. Qîzê nebêje, husul-camalekê bêje. Bejneke zirave nazik lêye, sifetê wê usayî bêmûre, tê bêjî hîva çardeşevîye. Lingê wê mînanî teşya tijî rîse, jêrê ziravin, jorê bere-bere qalim dibin. Navkêlka wê zirave, bedeneke fire lêye.
Mer’e dêstda dixebite. Min jî het tişt bîr kir, bûme motacê wê bejn-balê. Dêrekî kin xwe kirye, kerdyara diçe, tê, bostên av dide.
Hevekî xebitî, paşê cîê xweda sekinî, rind dîna xwe da herçar alya, serê xwe hejand. Kes nedît. Çend gava berbi alîê ç’êm hat. Sekinî. Tê bêjî hêrs ket, mer’a xwe zex’m erdê xist. Bû niç’e-niç’a wê. Min dît kerdyada av miç’iqye. Serê bendê ava wê birîbûn. «Ya, kê ava wê birî?» — ez fikirîm. Lê dîna min li wêye. Hêrs ketye, wandera dinihêre, kes tune. Bêy hemdî xwe ez jî bi ç’eva wî merivî digerim, ku ava wê birye. «Dibe, ç’êm bend daye ber xwe bir’ye», — ez difikirim.
Qîzê mer’ hilda, bi hêrs hat derkete serê bendê. Dît, wekî qestîka ava ser bostan birîne. Bi kevira, çîma pêşya avê girt û dîsa bû xule-xula cewê, kişya ser bostên. Hevekî serê bendê sekinî, çarnikal nihêrî, gava dît, kes tune, mer’a xwe da ser mil, rex ç’emê ket û çû gihîşte bostên. Min bi heyr-hijmekarî dîna xwe didaê, usa dikir, wekî ew ber ç’evê minbe, ez wê bibînim, lê ew min nebîne.
Çapik-çapik dixebitî: wexta kerdîk tijî av dibû, pêra-pêra av dibirî û berî ser kerdîka mayîn dida. Sivik-sivik diçû, dihat, hey pêşya avê digirt, wekî kerdîêra nereve, hey rya wê vedikir, wekî cîkî nepingire. Xêle wext ha xebitî.
Nişkêva wî alî newalê xortekî cahil derket û tele-tel nêzîkî serê bendê bû, ava ser bostên da birînê. Min xwest rabim, lê têkme gazî, wekî çira ava qîzikê dibire, lê min dengê xwe nekir, fikirîm sebir bikim, hela çika ji van çi dertê. Xort zû-zû av birî, lez vegerya nava mêşe û kete piş dareke qalim, xwe veşart.
Çend deqa şûnda qîzikê dît, wekî ava wê dîsa hate birîn. Dîsa dîna xwe da herçar alya, kes nedît, mer’ da ser milê xwe, hêrs berbi bendê çû. Pêsîra wê neyseyî vekirî bû. Pirtî berfa yekşevî wê germa havînê dûrva ber ç’evê min ket. Tê bêjî bakî batinî li ruhê min xist, ew can kir.
Bi hêrs rex erqê ketibû, diçû. Ez difikirîm, wekî nha ew xort dêstkeve, wê mer’ê nava qêfda bidê. Lê xort xwe usa telandibû, wekî qîzikêva nedihate kivşê. Hat, gihîşte serê bendê… Bû niç’e-niç’a wê, serê xwe hejand, tê bêjî ewê jî tex’mîn kiribû, wekî ne ku ç’em benda wêye çêkirî dide berxwe dibe ava bostên dibire, lê yek qestîka vê xirabîê dike.
Bi hêrs kete nava avê. Lingê wêye çîle-qerqaş nava avêda dihatne kivşê. Dîsa benda xwe pê kevira çîma çêkir, hela çû çend kevirê mayîn jî anîn, danîne ber, dha qewîn kir. Ez bûbûm motacê wê û xênji wê tu tiştekî mayîn ber ç’evê min nedihate kivşê.
Xêleke xurt nava avê derneket. Min zanibû, wekî wî heyamê rojê ava ç’êm sar nîne, gelekî merya xweş tê. Ewê ç’evê xwe fire kiribûn, der-dorê xwe dinihêrî, dixwest wî merivî bibîne, ku laqirdîê waye netê dike. Êpêceyî sekinî, lê tu kes nedît. Kûz bû, xwest mer’a xwe hilde. Mînanîn kareke xezala nişkêva silikî. Mer’ hilneda, serê xwe bilind kir.
Min dît — xort wê piş darê derketye, çend gava pêşda hatye, sekinye, dikene. Gavekê jî pêşda hat, destê xwe kire cêba xwe, tope papîros derxist, livek jê hilda, bi pitikê vêxist, qulapek, dudu danê, destê xwe danî ser navkêlka xwe. Dikene.
Qîzik kûz bû, mer’a xwe hilda, pişta xwe da xort, pêsîra xweye vêkirî bişkok kir. Tê bêjî, teze min germa havînê tex’mîn kir. Mer’a xwe da ser milê xwe, ji avê derket, hêdî-hêdî berbi xort çû. Lê xort mînanî berê cîê xweda sekinye, dikene. Nêzîk bû: nişkêva mer’a xwe pêşda bir, wekî bide nava ç’evê xort. Lê xort ji cî nelipitî, dengê kenê wî min tesele bû.
— Minxe, ezîza min, minxe, — xort gotê. — Dha rinde ez pê derba te bême kuştinê, ne ku agirê evîntya teda herro-hergav wa bişewitim, bikizirim.
Destê qîzikê sist bûn, mer’ nerm paşda anî, hêdî danî erdê, neyseyî xwe avîte ser destûê wê, serê xwe berjêr kir.
— Tu hêrs ketî? — xort bi nazikayî gote qîzê.
— Erê, te çira ava min dibirî? — qîzikê ne ewe bi xeyd, ne ewe bi şabûn gotê.
— Qenc dikir. Dikarî mer’ekê nava ç’evê minda bidê, yaxa xwe ji min xilazke.
Qîzikê xwe ker kir, bîr kir, wekî pêsîra xwe bişkok kirye, careke mayîn destê xwe berbi pêsîrê bir, mijûl kir.
— Te çira ava min dibirî? — qîzikê îdî hema usa ji xort pirsî.
— Min ava bostanê te birî, wekî ç’emê huba me hê gur bibe, — xort gotê, papîros ji devê xwe derxist, avîte erdê, pê pozika sol erdêva pelaxt.
Herdu nêzîkî hev bûne û xwe ker kirine, qîzikê serê xwe berjêr kirye, lê xort zûr bûye lê dinihêre. Xêlek derbaz bû. Nişkêva xort destê wê girt, berbi xwe xweş kir. Qîzikê dengê xwe nekir. Xort xwest destê xwe sturra bibe. Lê ewê destê wî wêda da. Destekî wê destê xortda gavekê paşda çû. Wî çaxî dengê avtomaşînekê hat. Herdu jî zivirîn, wî alî nihêrîn. Avtomaşîneke merivbir rê hûfî xwe dikir, wêda dihat, berbi sanatorîaê diçû. Qîzikê destê xwe ji destê xort derxist, mer’a xwe da ser milê xwe, çing kir, berbi bostên çû. Xort hela cîê xweda sekinî bû. Qîz gihîşte bostên, nava kerdyada sekinî û dûrva lê kire gazî:
— Îdî avê nabirî?
Xort cîê xweda sekinî bû, qîzikê dinihêrî. Cix’areke dinê jî vêxist. Bû gujînya avtomaşînê, hat ber minra derbaz bû.
— Wekî êvarê bêy kînoê, ez avê nabirim! Lê wekî neêyî, ezê bibirim, — xort lê kire gazî.
Qîzikê xwe ker kir, giva nabihê. Mer’a dêstda kerdyada çû, hat. Carekê, duda serê xwe hilbirî, xort nihêrî. Vedibeşirî. Xort gotina xwe ducar kir. Qîzik îdî sekinî bû, mer’a xwe kerdîêda gut kiribû, xwe avîtibû ser destîê wê û bi hisret xort dinihêrî. Xort gavekê, duda pêşda çû.
— Nebire, ezê bêm.
Avê sînorê kerdîê teribandibû, derbazî ya mayîn bûbû. Lê qîzikê ev yek tex’mîn nedikir… Hetanî xort çû piş topikva qulibî, qîzik nava bostênda sekinî bû, wî dinihêrî. Paşê mer’a xwe hilda. Îdî der-dorê xwe nedinihêrî. Mer’a wê ber tevê dûrva diteyîsî. Ava gur ji kerdîkê derbazî ya mayîn dibû û ewê ancax pêra digîhand pêşya wê bigre. Av gur bûbû.
Min hêja tex’mîn kir, wekî germê zor daye min û xûdanê ser minra avîtye…
RIHÎNA BIRATÎÊDA
RIHÎNA BIRATÎÊDA
Gund li eteka ç’îê bû. Binelîêd wî xurû kurd bûn. Ew gundê serekê êlê Temir begê bû. Dorêd gundêd kurda û ermenya bûn. Ermenî û kurdêd wan gunda dost û kirîvê hev bûn, timê çûyîn-hatina wan li hev hebû. Wexta merîk li gundê ermenya dimir, kurd diçûne hewarîê. Ermenî jî usa bûn, hertim diçûne ser şîn û şayê kurda. Rojêd ox’irmê giranda mînanî bira pişta hev disekinîn, alî hev dikirin. Serê kal-bavada neqewimî bû, wekî dilsarî biketa orta wan. Hevra mînanî bira bûn: diqewimî cerdê davît ser gundekî, gundêd ermenya û kurdaye dorê dihatne hewarê, tevayî didane pey cerdê, cerdbaşyara dikirne şer û hetanî talan venegerandana, berê xwe nedidane malê xwe. Çend cara bûbû, qewimî bû, wekî kurda bona talanê ermenya dabûne pey cerdê, kiribûne şer û merî unda kiribûn. Ermenî jî mînanî şûrekî dudev piş kurda sekinî bûn û gele mêrê wan hatibûn kuştinê, wexta talanê kurda paşda anîbûn.
Lema jî cerdbaşya îdî ewqasî turuş nedikirin ser sya wan gunda kevin. Kurda û ermenya ew ç’evtirsandî kiribûn.
Gundê kurdada qebîlek dima. Merîne dûreşer bûn, lê wexta dibû «Roja bavo-bavo», her mêrekî wan beramberî bîst mêra bû. Serekê qebîlê Temir beg bû. Gişka gilîê Temir begda bûn, wekî wî bigota bimrin, wê bimrana, wî bigota bimînin, wê bimana. Mêrekî xîret bû, bona namûsê mirî bû. Ew bû, kurekî wî bû, zewicandibû, ew çend meh bû bûk syar kiribû anî bû. Gilî-gotinê gund temam destê Temir begda bûn. Merîkî aqilî dinêdîtî bû: çend cara çûbû derketibû Stenbolê, temamya Romê gerya bû. Xwexwa jî merîkî xwendî bû, çend sala çû medresê, rind haj baê dinê hebû. Merîkî xweyê sozê xwe bû: wekî sozê tiştekî bida, serê xwe jî bida, wê banya sêrî. Pêra jî heq bû. Raste, serkarê qebîlê bû, lê neheqî kesî nedikir. Ew gundê ermenya jî teslîmî wî dibûn, dha rast bin qolê wîda bûn. Ç’evekî gelekî qenc ermenya dinihêrî, ji tirsa wî qe yekî qutar dikir ç’evê xirab malê ermenya, hebûna wan binihêre? Wekî yekî tiştekî kirêt bikra, rojtira mayîn berî didaê, ji nav qebîla xwe, gundê xwe, êla xwe derdixist. Û ewî çend merîê usaye nepak ji nav êla xwe derxisribûn. Eva bona yêd mayîn bûbû ders.
Gele begê mayîn hevsûdya wî dikirin, wekî êla wîda xirabî zef kêm dibe, merivê êlê mînanî neferê maleke mezin hevra tifaqin. Ew yek çend beg û ax’ê cînare xwedêjêstendî xweş nedihat, wekî Temir beg ewqasî qedrê ermenya zane, nahêle merîê çepel xirabya ermenya bikin.
— Babao, hindik maye Temir beg xaçekî stûê xweda dardake, bibe xaçparêz, — wana digot.
Hilbet, gilîê ha diçûn diketne guhê Temir begê. Em bêjin, beg û ax’a jî qestîka cîê usa digotin, wekî wan gilya wê ese bigihînine Temir begê. Evê te, wexta gilîê ha dibihîst, bin simêlava dikenya, lê dengê xwe nedikir. Dima heta êvarê. Wexta ode berev dibû, ewî pêşîê derheqa gilîê bihîstîda hazirara digot û îdî hîvya caba wan nedima, çika ewê çi qîmetî bidne wan gotina, serê xwe hildibirî, mînanî teyra jorda li hazira dinihêrî û giran-giran xeber dida:
— Ewe aqilsivikin, fem nakin, wekî yazya wan herdu cimeta mînanî heve. Vê gavê Rom mera divê elaxêr, mera pişo-pişo dike, wekî em û ermenî negihîjne hev. Çimkî ew rind zane: kurd û ermenî ku gihîştine hev, Rom ber wan tap nake. Lema jî ew her tiştî dike, wekî xirabîê têke orta me, me rake rûê hev, wekî ew jî alîkî bisekine û me bikene. Eva çendik-çend salin bav û kalê me û ermenya tevayî ser vî erdî derbaz kirine. Qe carekê ketye guhê we, wekî ermenya xirabya me kiribe? Welle ez serê bavê xwekim, paşê serê bavê cimeta rûniştîkim, yek ez bi xweme, min tiştekî usa nebihîstye. Ê, em çawa bikin, wekî dînê me, donê me ne yeke? Bira dînê wan wan helalbe, dînê me jî me helalbe. Xwedê hevînî, ev gire-girê Romê, wekî ser dînê mene, kêm xirabya, nepakya mera dikin? Lo wekî hûn dixwezin rastya Xwedê zanibin, ew merîê, ku derheqa miletê xweda difikire, karê miletê xwe dixweze, wê ne ku dijmina, lê wê dosta, xêrxaza miletê xwera qazancke. Milet jî bi hesabê kutasîê mînanî malêye. Dijminê malê gelek bûn rinde yanê dostê malê? Îlahî miletê biç’ûk, miletê mînanî miletê meyî bindest. Îzna me tune dijminê me hebin, ne dijminê ç’ûk, ne jî dijminê mezin. Mesela cimeta me divêje: «Bira mişk jî nebe dijminê merya». Wexta mişkî dijminbe, xewêda dikare ç’evê merya derîne.
Ewî ha digot, vedigerya rind dîna xwe dida hazira, dixwest pê bihese, çika gilîê wî çi hukumî ser wan dihêle, bi hemdî xwe qutya cix’arê ji bin belgîê berpala xwe derdixist, titûna têda bîn dikir, kax’azekî xasî birî derdixist, heve titûn dikire navê, dipêç’a, pê lêva kax’az şil dikir, heva dikir, cix’ara pêç’ayî dida ser lêvê xwe, kevir-heste derdixist, pîşo dida ser, pê kevir-heste lêdida, pirîskê pîşo digirt, paşê piv dikirê, agirê wê hevekî geş dikir û pê cix’ara xwe vêdixist. Ewî bi hewas eva yeka dikir. Şîrin-şîrin qulapek-dudu cix’arê dida, dû ser serê xwe dikire xelaq û careke mayîn bi hemdî xwe xeberdana xwe pêşda dibir.
— Ew beg û ax’aê meye evsene ne ku tenê dijminê ermenyane, lê usa jî dijminê cimeta me bi xwene. Ewana avê dikine ser aşê dijmin, dutîretîê dikine orta kurda û ermenya û bi wî teherî şuxulê neyar hê didine sivikkirinê. Ewana nizanin, wekî em kurdê ewqas wext Romêra dest bidin, hetanî ermenî hebin. Hema ku ermenî ji ortê çûn, Romê vê carê vegere ser me, koka me bîne. Ez ji mirya, hûn ji zêndya, van gilîê min bîr nekin. Lê gerekê hişê me û serkarê ermenya hebe, wekî vê yekê tex’mîn bikin û zanibin, kîye dostê me, kîye dijminê me. Ew aqilsivikê me nikarin vê yekê fem bikin. Wana tirê Romê hertim mera ha dostbe. Nha mera doste, çimkî em lê lazimin. Lê sive, dusive… Gerekî merî tenê derheqa roja îroyînda nefikire. Yekî derheqa roja sibêda nefikirî, ji mirîê gora xirabtire. Lê roja me û ermenyaye sivê hevdura girêdayîye. Raste, çawa nava ax’a û begê meda, usa jî nava serkarê wanda hineke kêmaqil hene û telebextra gele cara wanra li hev tê dilminayê bikne orta wan herdu mileta. Hûn zanin, min Rom lingekî lihevdaye, cî nemaye ez neçûme. Ez serê camêrê rûniştîkim, min herdera dîtye û ez hatime bawerkirinê: Romêda dostê kurdaye lape amin ermenîne. Raste, dînê me, donê me ne yeke, lê yazya me yeke. Em herdu ser erdekî dimînin, gele erf-edet û xeysetê me mînanî hevin û tek dijmineke me heye. Ew Roma Reşe.
Hazira xwe ker dikirin û guh didanê. Wana zanibû, wekî Temir beg beredî xeber nade, ew bawerbûna wîye. Û ew ne ku tenê ha xeber dide, lê emirda jî nava şuxulda jî wê yekê îzbat dike. Wana zanibû, wekî ew dixweze ç’evê wî kulêkeve, her tenê qulixçîê Romê nekeve. Lê ewî ew eynata xwe nîşan nedida, çawa lazim bû ew qebûl dikirin û verê dikirin.
— Cîê balesebeb ez çira dijminekî zêde qazanc bikim, — paşî verêkirina wan digote merîê xweyî nêzîk. — Ya dila bira diladabe. Wexta cî hat, roj hat, wî çaxî gotî merî bide kivşê, wekî berxê kîjan kozêye.
Rastîê jî, Temir beg ne tenê zimên, aqilda serxwe bû, lê usa jî mêrekî mêrxas bû.
Çend cara qewimî bû, wexta dijmina xwestibûn wî qelskin, lê hertim sekesiz bûbûn. Go garekê mêşeda hirç’ rastpêtê. Temir begî tenê bûye, ç’ek cem tunebûye. Hirç’ ku xwe xurûş dike, evê te xwe şaş nake, tepelika hirç’ê hişk digre. Dibe urîna hirç’ê, devê xwe jev dike. Temir beg pê destekî tepelika wê digre, destê xweyî mayîn hetanî zendê dixirpişîne gewrya hirç’ê. Vix’e-vix’ hirç’ê dikeve, dixeniqe. Hirç’ê wêderê dihêle, tê gund, lawikara dibêje, erebê girêdin, herin cendekê hirç’ê barkin bînin. Go mîreta-mîret weke gakî bû. Wexta cendekê wê tînin gund, gund-gundîtî lê top dibin û ecêbmayî dimînin, wekî Temir begê çawa tenê karibûye wê hirç’a terikî bixeniqîne.
Hertim êvarê mêrê gund li oda wî top dibûn. Hilbet, cîê her yekî kivşkirî bû, belgî didane berpala xwe û serpîê odê rêzê rûdiniştin. Temir beg serê jorê rûdinişt, belgîê qastûkî berpalê. Şîv danîn, xwera qise, mijûlî dikirin. Çiqas pirsêd emrê gunde ferz hebûna, wê odêda bi destê Temir begê dihatne safîkirinê. Û qirara wana qirar bû. Bira Xwedê yekî bistenda ew biteribanda, Temir begê ya nemayî banya sêrî. Diqewimî dilminayî dikete orta gundya. Temir beg ku biketa ortê, eseyî ew dilminayî dihate hildanê. Gişka qedrê wî digirtin ne ku tenê çawa serekê gund, qebîla wan, lê usa jî çawa merîkî zane, xêrxaz. Ermenya jî bêhesab qedrê wî zanibûn. Gele cara dihatne pey, dibirin bona dijminaya, ku orta wanda hebû, bide hildanê. Û Temir beg bi hizkirin diçû, ese ew şuxul danî sêrî, paşê bi dilekî baristan vedigerya malê.
Malê dinêda ne ewqasî dewletî bû.
— De Xwedê çi kirye risq, — digot û havjya xwe tu kesî nedanî. Ji mala xwe, ji hebûna xwe razî bû. Gundda gele mal hebûn, wekî ji wî dewletîtir bûn, lê ewî qe carekê nedida kivşê, ku hevsûdya wan dike.
— Her kes risqê xwe dixwe. Û bira her yekî lê helalbe, — wexta odêda gilî dihate ser hebûnê, ewî digot. — Ked, ku heram bû, bêlezete. Gunê min xêrbe, pêşya webe, dûrî tiştê heram herin. Tiştê heram wê ese ç’evê meryara bê. Qe ji şuxulê qenc rindtir darê-dinêda tişt tune. Gava êvarê serê xwe didî ser belgî, şuxulê roja derbazbûyî tînî bîra xwe, nava wanda tiştekî qenc dibînî, dilê te baristan dibe û hetanî sibê rehet radizêy. Xwezila min wî merivî, ku xwera vî hesabî bike. Yekîk ev hesab xwera kir, ew ji dinê dibe.
Oda wî mînanî mekteba bû. Zarê binpya odêda rûniştî dibûne guhdarê tiştê qenc, bi ruhê baş dihatne terbyetkirinê. Tirsa wî yekî newêribû gilîkî netê yanê meseleke xirab bêje. Wê her tenê vegerya ser, avrûke tûj bidaê. Ew jî bes bû. Ewî, ku gilîê netê anîbû ortê, pêra-pêra xwe ker dikir. Paşî kerbûna wî Temir begê giran-giran xeber dida.
— Gotî merî zanibe kîderê çi bêje. Nava cimha mêrada gotî gilîê usa bêne gotinê, ku hinkûfî camêrê rûniştî bin. Lê wexta zaro hazirin, gotî xeberdana xweda dha fesalbin, çimkî guhê zara ser gilî-gotinêd mezinane. Mezina çi got, ew usa jî têne terbyetkirinê. Em gerekê wê yekê tu cara bîr nekin.
Gundda degme xirabî dibû. Wexta dibû jî, Temir begê nedihîşt qulixçîê Romê bikevne nava şuxulê gundê wî, dha rast ewî nedihîşt, wekî gilî here bigihîje guhê wan.
— Em çiqas ji wana dûr bin, ewqasî başe, — digot û çend merîê aqilê wî jê bibirya, dibire oda xwe û tevayî qirar dikirin, wekî çi bikin. Û nava çend rojada pirs safî dikirin, eger dizî bûbûya, diz belû dikirin û bela wî didanê, eger dijminayî ketibûya orta cînara, navçîgarî dikirin, ew hevdanîn û şuxul didane rastkirinê.
Her tenê wî çaxî qulixçîê Romê wî gundî diqesidîn, wexta lazim bûya xerc-xeracê dewletê berevkirana. Hela berî hatina qulixçîê Romê ewî gundyara digot:
— Em çiqasî wan nepaka zû verêkin, ewqasî başe. Wekî ew sehetekê jî zû ji gund bicemin herin, bona kara meye. Dîtina gur ox’ire, nedîtin ji hemûşka çêtire. Xwedê ox’irê ji wana bistîne, rûvîê reş pêşya wanbe, wexta gelekî gindda bimînin, te hew nihêrî nepakîê xwe kirin. Ê, çira em usa bikin. Hesab yeke, emê bidin, dha rind nabe em zû bidin û kêm ç’evê me wan nepaka keve?
Dîwan jî ji Temir begê razî bû. Gundê wî wextêda xerc-xerac didan, wan gundada xirabî nedibûn. Hilbet, eva kutasîê ewqasî jî qulixçîê Romêra dest nedida. Wana dixwest, wekî wan gundada tiştek biqewime, ew bikevin navê bona kemçekî bibin. Lê wexta wandera xirabî nedibû yanê ew pê nedihesyan, çi karibûn bikrana. Temir beg jî merîkî aqilî, hemdî xwe bû. Wexta qulixçîê Romê dihatne gund, dibire mala xwe, wanra ezet-qulix dikir, paşê rê dadanî.
— Ya dila bira diladabe, — paşî verêkirina wan wî digote camêrê dora xwe.
Wan çend gundê kurda û ermenya bi serkarya wî wa bi edilî, tifaq debûr dikirin.
* * *
Ew du sal bû dinya hev ketibû. Şerê dewleta bû. Pirîskê wê şerê mezin hatibûn gihîştibûne wan çend gundêd kurda û ermenya. Gele cahilê wan biribûne nizamê, xerc-xerac zêde kiribûn. Çûyîn-hatina qulixçîê Romê dha zêde bûbû. Rojê menya tiştekî dihatin û gele wext gundada diman. Lê dha gelekî diçûne gundêd ermenyaye cînar.
— Fikra Roma Reşda tiştek heye, nizanim çye, — Temir begê digote merîê xweye nêzîk. — Xwedê xêrke, ew çira ewqasî diçin gundêd ermenya, wandera bîn dikin?
Derbahar bû. Teze belekî ketibûne berfê, gava bes bela bû, wekî Rom li ermenya hatye xezebê û ermenîê deştê qir dike.
Çawa eva gilya kete guhê Temir begê, ewî gazî çend rîspîê gunda kir, anî oda xwe.
— Hûn zanin berê-berda em û ermenî kirîvê hevin, — ewî giran-giran gote hazira. — Me ber hevda xûn rêtye. Çiqas cara qewimye bona talanê me ermenya serê xwe dane, ser şîn-şayê me bûn, rojê ox’irmê giranda mînanî birê helal pişta me sekinîne. Nha Roma Reş wê cimeta am û tam hatye xezebê, qir dike. Çend beg û ax’ê meye aqilsivik jî bûne defçîê Romê, tevî qira ermenya dibin. Em ne ku tenê gotî tevî wî qetlê nebin, lê gerekê her teherî ermenya xweykin, alîkarîê bidne wan. Raste, qewata me çend gunda dere, wekî pêşya Roma Reş têkne şer. Lê em borcdarin ermenya sitarkin, wexta lazimbe, mînanî bira pişta wan bisekinin. Min hertim wera gotye: dijminê me jî, ermenya jî her tenê hukumeta Romêye. Ewê îro ermenî qir kirin, wê sivê jî rave me qir bike. Nha em gotî çi bikin. Berê ewlin merya bişînin gundêd ermenya eşaretîê bidne wan bona haj xwe hebin. Û usa jî elametîê bidne wan, wekî ne ku tenê alîê meda arxayîn bin, lê usa jî wexta lazimbe dikarin gumana xwe bidne ser me. Ya mayîn, em xwexwa jî gotî haj xwe hebin, tivdîr bin. Maleke usa nav me tune, wekî ç’eka wê tunebe. Bira ç’ekê xwe hazir daynin. Te hew nihêrî gilî gihîşte şêr. Bira em haj xwe hebin. Ez ku bibihêm, wekî kurdekî weke misqalekê xirabya ermenya kir, ezê bi van desta wî bikujim. Lê wexta ermenî birevin, bên gundêd me, bixwezin xwe veşêrin, em gotî serê xwe bidin vê ox’irê, ç’ûk û mezinê wan usa veşêrin, xweykin, wekî bavê-bavê Romê jî bê, nikaribe bivîne. De herin, karê xwe bikin, van gilî-gotinêd min jî cimeta gundê xwera bêjin.
Temir beg orta odêda hêrs-hêrs diçû, dihat û xeber dida. Kela dilê wî rabûbû, ç’ev lê fire bûbûn, cotkê enya wî tevhev bûbûn.
Hazir rabûn, her yek alîkîda çû. Zûtirekê wana elametî dane ermenyêd gindêd cînar û wanra gotin, wekî kurdêd wê êlê nê ku tenê wê tevî qirkirina ermenya nabin, lê hazirin pişta wan bigrin û alîkarîê bidnê.
Ew nehîke ç’ya bû, ji rê-dirba dûr, degme pêga eskerê Romê wêderê diket. Gumana Romê ser kurdêd wêderê bû, dixwest bi destî wan qira ermenya bîne. Bona wê yekê wê derbaharê qulixçîê Romê dha gelekî hatin û çûn. Timê diçûne mala Temir begê û ji navê hukumetê jê dixwestin, wekî ew qirkirina ermenîêd êla xwe bide teşkîlkirinê. Lê Temir begê belgîê nerm dida ber serê wan û ew verê dikir. Gelek cara hatin û çûn. Lê tiştek jê derneket. Rojekê jî qulixçîê Romê, gava dît, wekî Temir beg dîsa serra dixarîne, hilda gotê:
— Temir beg, tê kivşê tu naxwazî destê xwe bidî wan kafira, ewê ku bûne cesûsê ûrisa û dixwazîn dîwana Alî-Osman welgerînin. Xwedê komeka terabe. Emê paşê hesab hildin, çika kê ber dewletêda çi kirye. Wekî usane, em mecbûrin esker jî ber şêr bînin vê nehîê bona fermana hukumetê biqedînin. Tu xwexwa jî zanî, wekî ew çi qezyaye mezinra girêdaye. Em pêşenyê sist dikin bona dijminê nava xweda bidne hildanê. Lê tu çawa qulixçîkî dewleta Ali-Osman, çawa merivekî surman naxwazî destê xwe bidî wan kafirê-kafira, wan cesûsê ûrisa, dijminê dewleta me?
Temir begê bin ç’evara wî dinihêrî û fêlbazîê wî rind tex’mîn dikir. «Tu çiqasî kirêtî, — Temir beg dilê xweda derheqa wî qulixçîê Romêda difikirî. — Hûn temam jî usanin, yekî pak nava weda tune. Ç’evê we her tenê xirabîê û mirdarîêye».
— Ez zanim, — qulixçîê Romê îdî zimanpenî dikir, — gilîkî te bese, wekî kurdêd vê êlê rabin û bela wan kafira bidnê. A, em hîvya wî gilîê tene, Temir beg. Dewleta Alî-Osman wê kirina te bîr nake. Ezê jî, çawa lazime, cem qaymeqam derheqa teda rind xeberdin. Ez soz didim te — eva gilya ku hate sêrî, tê ese ne tenê pêşkêşeke mezin bistînî, lê usa jî rutbê eskerîê bidne te û tê heta-hetayê xwera bêminet derbaz bikî. Lê xêr ku na, emê esker bînin, paşê îdî gazina kesekî nekî.
Qulixçîê Romê ev cumla kutasîê bi gef got û ç’evê xwe kuta ç’evê Temir begê, xwest pê zanibe, çika gotina wî çi hukum hîşt.
— Efendî, tu zanî ez ne mêrê tirsême, — Temir beg dengê xwe bilind kir û gotê. — Ne jî mêrê kemçame, hebûna min jî, şikir, ji serê min zêdetire. Çi dimîne derheqa eskerda, ew ser dilê weye, dixwazin bînin, naxwazin neyînin. Ez tera rast bêjim, — Temir beg îdî hêrs ketibû û dixwest pirsa rast bide dêst, — tu kurdekî êla min wê tevî qirkirina ermenya nabe. Em dostê kal-bavane, me nanê hev xwarye, ser şîn-şayê hev bûne, em nikarin wê yekê bikin. Ez fem nakin, wan belengaza çi kirye, gunê wan çye, wekî hukumet usa wan hatye xezebê? Gelo her tenê ew yek nîne, wekî ew ser dîn-donekî başqene? Na, efendî, tu ser ç’evara hatî, lê ez nikarim sozekî usa bidme te, ez nikarim cîê balesebeb merya rakme rûê hev.
— Lê gumana hukumeta Alî-Osman ser te gelek bû. Te ew guman neanî sêrî. Tu vê yekê bîr neke, — qulixçîê Romê bi înk got û rabû, sekinî.
— Tu qe min nede tirsandinê, — Temir beg jî rabû, sekinî. — Dikarî wan xebera cîkî mayîn bêjî. Vêderê ew derbaz nabin û ne jî tu ew merivî, ku dikaribî wan gilya minra bêjî. Wexta cî bê û lazimbe, ezê bêjim bona çi kurdêd êla min nikarin tevê wî şuxulê qetilê bin. Qama min, zef jî tu qulixçîyî, lê gotî kêm-zêde xeber nedî. Te îro vêderê gilîne usa gotin, ku devê te nakeve. Wekî tu mala minda nebûyayî, min zanibû çi teherî caba te bidim. Ez ne ew merivim, wekî tu radibî wan gilya didî dêst.
— Min gilîê xirab tera negotye, — qulixçîê Romê îdî hevekî xwe vekişand. — Min tera her tenê derheqa fermana hukumetêda got. Lê tu dixeyîdî.
— Min jî tera got, wekî kurdêd êla min nikarin fermana qetila usa biqedînin.
— Ez herim usa jî bêjim?
— Here bêje. Lê her tenê usa bêje, çawa ku min got. Tişta ber xwe dernexî, serda zêde nekî. Ez zanim, ew xeysetê weye. Em bêjin, dibêjî jî bêje, qe minet tune.
Qulixçîê Romê avrûke tûj da Temir begê.
— Qe avrûya nede min, — Temir begê bi hemdî xwe gotê. — Qama min, ew çi ku xeysetê weye, min ew yek got. Îdî çira te xweş naê? Xweş tê, xweş naê — minra yeke, min pirsa tam da destê te.
Qulixçîê Romê qe xatirê xwe jî nexwest, bi hêrs ji oda Temir beg derket, banzda ser pişta hespê, guhê cendirmada tiştek got, hesp zengû kirin û çûn.
Temir begê pêra-pêra merî syar kirin û şandin pey merivêd êlêye navûdeng. Ewî usa jî merî şandin pey wekîlêd ermenya. Bi xwe jî odêda diçû, dihat. «Gelo min rast kir, wekî pirsa kutasîê da destê wan, yanê ez lez ketim? — ew dilê xweda difikirî. — Hesab yeke, zû-dereng wê bidîtana, wekî em tevî şuxulê wanî qetil nabin. Ê, bira hema nhada zanibin. Rom tu wexta vê gavê turuş nake zorê bide me, kurda. Nha ew pirsa ermenyava mijûle. Lema jî wê tu wexta naxwaze vê gavê kurda rake. Ew rind zane kurd û ermenî gihîştine hev, wan nikare… Na, min qenc kir, wekî caba wî kelbî usa da. Hatye mala min, ji serê bavê xwe mezintir xeber dide. Lamûkê duh na pêre, hatye minra bi çi zimanî xeber dide. Bê lao, emrê bavê teda hela yekî qutar nekirye minra bi wî zimanî xeberde. Zef jî tu qulixçîê dewletêyî, tirkî. Dêmek, ev yek îznê dide te çawa bixwazî, kê jî hebe, wî cûreyî jêra xeberdî, erê? De here, sekbabê kurê sekbaba, çapa devê xwe zanibe…»
Temir beg ji kirina xwe razî hat, ser pîê odê rûnişt, qutya xwe derxist, cix’are pêç’a. Kurê wî derda hat, pêşberî bavê sekinî. Hetanî bavê izn nedayê, dinê xirabûya, ber bavê rûnedinişt. Bavê kêleka xwe cî nîşan daê. Kur rûnişt.
— Bavo, ez xulam, gava dinê çira te û ewî tirk usa hêrs-hêrs hevra xeberda? — kur jê pirsî.
Temir beg vegerya ser kur, zûr bû lênihêrî, demekê xwe ker kir, paşê bi hemdî xwe gotê:
— Lao, Roma rûtik xayîne. Merî gerekê pişta xwe wê girênede. Wê ber te helekarya bike, pişt te xayîntya usa tera bike, wekî tu heta-hetayê bîr nakî. Tê bîra te, wextekê ewê ermenyara çawa helekarî dikir, ermenî kirine nava miclisa xwe? Lê îro jî wê cimeta am û tam hatye xezebê, bê suc, bê gune ermenya qir dike. Hela qîma wê ji vê yekê naê, dixwaze me, kurda jî, bike hevalê şuxulêd xweye qirêj. Ew tirkê gava din hatibû mala me dew min dikir, wekî ez emrî ser kurdê me bikim, ku ermenîê gundê cînar qirkin. Lao, a Rom eve. Lê badilhewane, wekî cimeta me dibêje «Rom xayîne»?
— Bavo, çira ermenya çi kirye, wekî dixwezin wana qirkin? — kur ji bavê pirsî.
— Ermenîê belengaz çi kirine, xwera edilî dijîn, — bavê caba wî da. — Rom qestîka menya wan digre, şer-şiltaxa davêje wan, dixweze wan kokêva qirke. Îro ermenya qir dike, sibê wê rabe me, kurda, qirke, wekî ev welat tenê tirkara bimîne. Çend ax’a û begê meye virişîk jî vê yekê fem nakin, radibin pişta hukumeta Romê digrin. Lao, ez ji mirya, tu ji zêndya, rojekê bê — gilîê bavê te wê derkeve. Rûê kirina wan ax’a û bega meye evseneda emê tepa bêne nava ç’evê xwe, lê wê îdî derengbe. Ermenî ku ortê çûn, pişta meê bê şkênandinê. Lema jî em gotî ermenya xweykin, wexta lazimbe ç’ekê hildin wanra tevayî pêşberî Roma rûtik şerkin.
Bavê û kur wa xeber didan, gava giregirêd kurda û ermenya bere-bere oda Temir begêda li hev civyan. Her kesî cîê xwe zanibû, çû wêderê rûnişt.
Gava Temir begê dît, wekî gişk hatine, hîvya gotina wîne, giran-giran xeberda.
— Gelî maqûla, min îro bona gilîkî gazî we kirye û dixwazim we bişêwirim.
— Keremke, keremke, Temir beg, — gişka hevra-hevra gotin.
— Eva çend care qulixçîê Romê tên bal min û ji navê hukumetê dewê dikin, wekî em, kurdê vêderê, tevî qirkirina dostêd xweye ermenî bin. Min belgîê nerm dida ber serê wan û ew paşda verê dikirin. Lê îro yekî lingê xwe guhê bavê xwe dixist, gelekî kêm-zêde xeberda. Hêrsa min rabû, min gilîê rast da dêst, wekî dinê xirabbe, em, kurdêd êla me, tu cara tevî wê qetilê nabin. Ew yek eslê me nakeve: me tevayî nan xwarye, em nikarin wê yekê pêpeskin. Ewî hilda gef xwar û got, wekî usane hukumetê esker bişîne vêderê û bi destî esker qetilê bike.
Temir begê hevekî xwe ker kir, alîê ermenî rûniştî nihêrî. Wana xwe ker kiribû û ç’evê beg dinihêrîn.
— Hûn zanin, — Temir begê gilîê xwe pêşda bir, — evê mux’dareke Rom ermenîê şehera, deştê hatye xezebê, ç’ûk û mezina qir dike. Nha jî dixweze bi destê me, êla me ermenya qirke. Ez zanim, tu mêrekî kurd wê yekê nake. Tê kivşê, Rom jî ser hesa-hesa ketye, wekî em tevî wî şuxulê wêyî kilêr nabin, lema jî kare biqewime eskerê xwe bişîne vêderê. Fikra min eve: em û ermenî gotî rind haj xwe hebin, ç’ekê me hazirbin, pevgirêdana me rind hevra hebe. Wexta me dît eskerê Romê tê vêderê, em û ermenî hevra rabin û pêşya esker têkne şer. Em nikarin rojeke waye tengda kirîvê xwe tenê bihêlin. Me û eskerê Romê malek xweş, pira-pir, hindika-hindik. Mêrê çê rokê tê dinê, wê rokê jî here. Xwezila min wî mêrî, ku bona şuxulê heq, bona rastîê serê xwe bide. Dîsa diwekilînim, gotina min ewe, wekî em ermenîê dostê xwe tenê nahêlin. Roj hatye, gotî em îzbatkin, wekî kirîvrî, dostya me bona rojekê nîbûya. Em gotî serê xwe bidin wê ox’irê. Nha gotina we çye?
Temir begê xwe ker kir, vegerya hemdî xwe, dîna xwe da hazira. Gişka xwe ker kiribûn, her yek alîê xweda ser gotina begda difikirî.
— Beg, tu bibaxşîne, ez dixwezim gilîkî bêjim, — yekî rîspî got.
— Keremke, rîspî, — beg gotê. Hazir gişk vegeryan, dîna xwe dane ewî rîspî.
— Ne ku serê meda, lê serê kal-bavê meda em û ermenî tevayî mane, — rîspî giran-giran got. — Vî emrê xweda min hela carekê nebihîstye, wekî ermenya xirabya me kiribe. Em û wan hevra mînanî bira bûne. Nha çira em gotî gura Roma rûtik bikin û rabin dijminayê bikin orta me û ermenya. Ewan camêrana çiqas cara rojê ox’irmê giranda xwe mera digîhandine. Nha dem hatye û em borcdarin nîşandin, wekî ew nan û xuêa, ku me tevayî xwerye, heram nîbûye. Pênc kurê minin, ez her pênca jî didim wê ox’irê. Ez ser gilîê teme, îro roja mêrê çêye, serîke ew ox’ire.
Rîspî gilîê xwe kuta kir. Çend merîê dinê jî xeberdan. Ew jî ser qirara beg bûn.
— Gelî bira, — Vardanê ermenî, ku merîkî navûdeng bû, zef rind kurdî zanibû, ji cîê xwe rabû û berbirî hazira bû.
— Kirîvê Vardan, keremke rûnê, xeberde, — Temir begê got.
— Na, tişt nake, ez dikarim bona hurmeta maqûlê rûniştî bi seheta bisekinim. Gelî bira, gelî maqûla, — Vardan gotina xweye pêşîê wekiland, — îznê bidin ji navê cimeta ermenya razîbûnê bidme ç’ûk û mezinê êla we, maqûlê rûniştî. De, ez çi bêjim, Xwedê ya heq nede ya neheq. Me çi Romê kirye, wekî me hatye xezebê? Meseleke cimeta ermenyaye ha dibêje, wekî dostê rast rojê çetinda tê kivşê. Îro roja meye çetine û hûn, kurdêd êla me, mînanî şûrekî dudev piş me sekinîne. Em vê yekê tucar bîr nakin. Em usa jî bîr nakin, wekî saya serê Temir begê, maqûlê rûniştî heta nha tu kurdekî me, ermenyara, negotye serê pozka te xare. Erê, bira, ez wera qayîlim, em Roma rûtikra naêne raê. Me û wê malek xweş. Şerê me şerê heqe, gere neheq ser kele erdê keve.
Hazira ya xwe kirine yek, wekî her merivek, her malek hindava xweda karê xwe bike, çawa eskerê Romê kişya ketye sînorê êlê, rabin pêşîê.
Şîv hazirara anîn. Şîva xwe xwarin, rabûn, xatirê xwe ji Temir begê xwestin, darêkirin, çûn.
* * *
Wê şevê xew nekete ç’evê Temir begê, radikir, dipîva, wekî çawa bike ne Rom bibe dijmin, ne jî ermenî bêne qirê. Çiqas difikirî, dît, wekî tu rêke mayîn tune, xênji wê yekê, wekî tevayî rabin û xwe xweykin.
Çendek kete ortê. Ne qulixçîê Romê dihatin gund, ne jî esker dihate kivşê. Çiqas diçû, besêd nebixêrîê zêde dibûn. Digotin, wekî deştêda, şeherada çiqas ermenî kuştine, hemîn kuştine, yê mayîn jî top kirine, dane pêşya xwe û kes nizane kuda birine. Her tenê êla Temir begêda bû, wekî zyan negihîştibû ermenya. Roje carekê qesidê Temir begê û kirîvê Vardan ser hevda diçûn, dihatin, hevdu didane hesandinê, çika çi heye, çi tune.
Ew nehîke ç’yaye gelekî hasê bû, rê-dirb lê kêm bûn. Her tenê rêk hebû. Ew jî jêlva dihat. Esker ku bihata, wê her tenê wê rêra bihata. Lema jî Temir begê û kirîvê Vardan çend merî şandibûn serê wê rê û gotibûnê, wekî çawa dîtin esker tê, pêra-pêra bên cavê bidin. Wexta ew merî derengî diketin, Temir begê merîê teze ser wanda dişandin, wekî cabekê bînin.
Lê eskerê Romê nedihate kivşê. Temir begê zanibû, wekî zû yanê dereng eskerê bê. Lema jî ew û mêrê êlê hazir sekinî bûn.
Xêle wext derbaz bû. Rojekê jî wan merya cab anîn, wekî eskerê tirka jêlva tê. Temir begê pêra-pêra elametî da êla xwe, wekî rabin pêşya eskerê dijmin têkne şêr. Pêşîêda qirar kiribûn, wekî gelîê binetara gundda pêşya esker bibirin. Nava çend sehetada mêrê êlê temam berev bûn. Temir begê û kirîvê Vardan ew parevekirin û şandine cîê wane kivşkirî. Usa kirin, wekî herdu alîê gêlî girtin. Ber her kevirekî, ber her darekê kurd yanê ermenîê ç’ekdar xwe veşartibûn û hîvya hatina eskerê dijmin bûn. Telala besê teze anîn: eskerê Romê ser rya xwe her tiştî wêran dike, merîê am û tam qir dike, pêşda tê. Seresker gotye, wekî ez êla Temir begê talankim, wî jî sax’-sax’ bigrim û etabê giran bînime sêrî.
— Bira bixwe, paşê bişêkirîne, — Temir begê got û vegerya ser meryê xweye sîlhkirî. — Ez heyrana ç’evê weme, hûn îro gotî nîşan bikin, wekî navê mêranî û mêrxasya we badilhewa nava êl û eşîrada bela nebûye.
Temir begê û kirîvê Vardan du komêd kurd û ermenîê sîlhkirî dane ser xwe û xwe gêlîra gîhandin.
— Em gerekê pêşya wan bigrin, — Temir begê gote kirîvê Vardan. — Wexta ji herdu alîê gêlî lawik bişelpînine esker, ew bixweze ji gelî derê. Lê em gotî nehêlin lingê eskerekî tirk erdê êla mekeve. Gotî kuştina me hebe, paşdavekişandina me tunebe.
Wan komêd kurd û ermenîê sîlhkirî cîê xwe girtin, hêwirîn û hîvya hatina eskerê Romê man. Xêle wext derbaz bû. Nişkêva ji herdu alîê gêlî bû qirç’e-qirç’a gulla. Eskerê Romê silikî, tev hev bû. Çend cinyaz ketne erdê. Seresker û zapitê Romê ç’evê xwe wîalî-wîalî gerandin, tiştek nedîtin. Lê gullene ser wanda dibarin. Eskerê Romê mînanî kerîê pezê bê şivan li hev çû, hat, nizanbû kî alî here. Qumandar emir kir, wekî berbi jorê herin. Esker kişya. Kuştî û birîndar serê rê man. Dengê gulla kêm nedibû. Eskerê Romê jî bêqeyde agir dikir. Gullê wana tu zyanê nedidane kurd û ermenîê şerkir. Çimkî her yekî xwe dabû ber zinarekî yanê darekê û dijminva nedihate kivşê. Lê cîê xwe veşartina eskerê Romê tunebû. Gelî teng bû, her tenê rêke zirav têra derbaz dibû. Eskerê Romê rind dihate kivşê û dibû mêşa gulla mêrê mêrxas. Esker hevekî jî pêşda çû. Vê carê komê Temir begê û kirîvê Vardan şelpandine wan. Esker cîê xweda sikimî sekinî, tê kivşê tê derxist, wekî nikare pêşda here, cî bê semte. Lawika danê. Esker bere-bere paşda vekişya, birîndar xwera dibirin, lê meyt cîda dihîştin. Çiqas çû lawika ewqasî zor dane esker. Raste, qare-qara seresker û zapita bû, wekî bi qeyda paşda vekişin, lê rev li esker ketibû, gele cara hevdu pêpes dikirin, direvyan, wekî serê xwe xilazkin. Ser aqareke dirêj herdu alîê gêlî kurd û ermenîê sîlhkirî hebûn û wana ser wê aqara dirêj dijmin didane ber gulla. Komê Temir begê û kirîvê Vardan jî xwe wanra gîhandin û berî esker dan. Komêd kurda û ermenya nehîştin esker ji gêlî derê, dane ber xwe şivkut kirin, birin ji sînorê êlê derxistin. Dijmin revî, dostîê û rastîê altkir.
Bi emrê Temir begê dîsa çend merî ser sînorê êlê man, wekî qerewiltîê bikin, lê yêd mayîn temam paşda vegeryan. Ji kurda û ermenya jî çend merî hatibûne kuştinê û birîndar bûbûn. Lê zyana dijmin gele-gelek bû. Temir begê emrî ser kurda kir, wekî dakevne gêlî, meytê eskerê tirka berevkin û bibin têkne ç’el.
Çendek kete ortê. Rojekê jî wan qerewila cab anîn, wekî esker lap paşda vekişyaye, çûye. Çend merîê dinê jî şandin gundê êla cînar. Ewana jî hatin, gotin, wekî esker wandera nemaye, kişyaye, çûye deştê. Bona arxayîn nebin Temir begê dîsa qerewil serê rê hîştin.
* * *
Êvarekê kirîvê Vardan çend ermenî dane ser xwe û hate mala Temir begê. Rûniştin, xoş-bêş dane hevdu, nan anîn ortê, nanê xwe xwarin, qelnê xwe kişandin. Kirîvê Vardan hilda gote Temir begê:
— Temir beg, bi saya serê te me berî esker da. Raste, zyan gihîşte we jî, me jî, lê Rom negihîşte meremê xwe. Hûn zanin, wekî nehîêd mayînda Romê qira ermenya anye. Herçkê ku sax’ jî mane, kesek nizane Romê kuda birine, çi anye serê wan. Raste, esker revî, lê tu zanî Rome xayîne, wê rojekê ç’evê me herdu miletara jî bîne. Nha em hatine ser wê fikrê, wekî mayîna vêderê mera dest nade. Ermenîstan jî ne dûre. Me qirar kirye şev koçkin, sînor derbaz bin, herin wêderê. Ez zanim, Rom vê sekesizya xwe bîr nake, zû yanê dereng wê dewê te bikin, wekî çira ewqas eskerê Romê hate qirkirinê. Gunê min xêrbe, pêşya tebe, bavêje ser me, bê ez haj pê tuneme, ermenya dizîkava ç’ek hildane, xwe xwey kirine. Bira rûê meda zyan negihîje we. Emê îdî çûbin, ewê nikaribe tiştekî me bike. Em îşev hatine mala te, dixwazin te pê bidne hesandinê, wekî emê barkin, herin. Hetanî kurê-kura em kirina kurdêd dost bîr nakin, wekî çawa rojê ox’irmê giran ewana mînanî bira piş me sekinîn, hela çend mêrê mêrxas jî emrê xwe dane karê wê rihînê. Tu gotî destûra me bidî, wekî ew çend gundêd ermenî yê êla te karê xwe bikin, barkin, herin. Raste, mera çetine wetenê xweyî dê, mezelê pêşîê xwe, van ç’ya-banîê xwe bihêlin, herin. Lê em çawa bikin? Ç’ara me hatye birînê, em gotî herin. Neçin nave, hin emê bêne qirê, hin jî rûê meda Romê bibe dijminê we û koka we bîne. Ne bi dilê meye, lê çûyîn lazime. Wexta dikeve bîra min, wekî ezê vêderê bihêlim herim, xûn ji dilê min diçe. Lê ç’ar tune. Her tenê ç’ar ewe, wekî em gotî çiqasî dikarin zû barkin, herin, hela Roma xayîn eskerekî dha mezin neşandye ser me. Ez hîvî ji birê xwe dikim, têm destê te, gunê kuştina eskerê tirka bavêje ser me — ermenya, belkî ew destê xwe nedne we. Tê bibaxşînî birê xwe, ez dixwazim gilîkî jî bêjim.
— Keremke, kirîvê Vardan, — Temir begê got û dihate kivşê, wekî gotina Vardan kela dilê wî rakirye.
— Romê delkebaze, — Vardan xeberdana xwe pêşda bir. — Ew îro çend serkarê kurdara pişo-pişo dike, bertîla dide wan û dibe alîê xwe. Çimkî nha wêra usa dest dide. Rom dirûtîê dike. Dixweze xirabîê têke orta ermenya û kurda, nehêle ew herdu milet bigihîjne hevdu, wekî tek-tek wana qirke. Eva rojeke navenîşan, emê mala teda rûniştîne, tera dibêjin, wekî emê barkin, herin, eger Romê atara ermenya neanî serê kurda, bizanibe ez dinyaêda qe tiştekî fem nakim. Sed yazix, wextêda serkarê me û we hevdura ziman nedîtin. Wekî ha nîbûya, nha em herdu milet lap halekî başqeda bûn. Gerekê neqewimya, lê telebextra bû, çû. Temir beg, tê bibaxşînî, vê êvarê min êpêceyî serê te êşand. Çi bikim, kambax kela dilê min rabûye, min nikaribû berxwe bida. Dibe, min gilîkî kêm yanê zêde got, tê bibaxşînî birê xwe. Min bi dilê sax’ got, eva nanê te şedebe, xêlfayî têda tunebûye.
Vardan xwe ker kir, qutya xwe derxist, cix’arek pêç’a. Axînek, dudê kûr rahiştin. Merîê rûniştî jî dû dane cix’ara, tê bêjî bi wê yekê dixwestin xemê dilê xwe bidne sivikkirinê. Lê telebextra ew xemê usa nîbûn, wekî bi cix’arekê yanê duda bihatana sivikkirinê. Ew xema usa bûn, wekî wê hela gele wext bimana û dilê gele-gele merya bişewitandana…
Temir begê jî cix’ara xwe vêxist û êpêce wext xwe ker kir. Ser gotina Vardan kûr û dûr difikirî, kela dilê wî jî rabûbû, ruhê wî tevîhev bûbû. Gotina Vardan bona wî tiştekî nişkêva bû. Qe carekê fikra wîra derbaz nebûbû, wekî dikare biqewime ermenîê êla wî rojekê barkin, herin. Lê wexta nava gotina Vardanda kûr dibû, didît, wekî ewî raste. Rastîê jî halî çetine. Gerekê ç’arek bê dîtinê. Û ç’ara, ku wan dîtye, ya lape raste. Çetine tu destûra dostê xwe bidî, wexta zanî, wekî dikare biqewime heta-hetayê îdî wî nevînî. Lê rêke mayîn tunebû. Rya rast her tenê ewe, çi ku Vardan got.
Temir beg nava van fikrada bû û tex’mîn nekiribû, wekî ç’evê gişka li wîye, hîvya caba wîne. Wexta ew serê xwe hilbirî, hazira nhêrî, pêra-pêra tex’mîn kir, wekî lazime gilîê xwe bêje.
— Kirîvê Vardan, — Temir beg zûr bû Vardan nihêrî û bi dilekî şikestî got, — xwezil vê êvarê te ew yek qe minra negota. Ez tera rast bêjim, serê kurê tekim, paşê serê kurê xwekim, gelekî min çetin tê, kela dilê min radibe. Çi bikim, gerekê Xwedê çetin bê. Çiqas jî min çetin bê, ez dinihêrim hûn nava qirara xweda rastin. Min tu cara nedixwest, wekî hûn ji êla min biçûna. Lê wekî we qirar kirye, herin, bira Xwedê ox’ira werabe. Erê, ez jî dinihêrim vêderê wê ese zyan bigihîje we, îro nîbe, wê sibêbe. Herin, wera ox’irbe, lê sed selefî bawer bin, wekî olecaxe, te hew nihêrî ûrisê ç’evsût stu li Romê bada û hûn paşda hatin, hûnê gundê xwe usa bibînin, tê bêjî baharê çûne zozana, payîzê vegeryane ser mal-halê xwe. Dixwazim we bidme bawerkirinê, wekî qûl-bende wê destê xwe nede gundê we. Wî alîda lap arxayîn bin. Em bêjin nha ya ferz ew nîne, — Temir begê axîneke kûr rahişt, tasa ava sar xwest, vexwar, dûmayî da gilîê xwe. — Ez dixwazim gilîkî bêjim. Ez tu cara we tenê verê nakim. Olecaxe, te hew nihêrî xwedênekirî rêva tiştek qewimî. Beledîê we hene?
— Hene, hene, — Vardan got. — Çend lawikê me rind rê zanin. Gelekî çûne, hatine. Berî şêr arişvêrşa wan tevî ermenîê Ûrisêtê hebû.
— Lawikê me jî rind rê zanin, — Temir begê got. — Tu zanî, diçûn heylo derdiketin hetanî Tilvîsê. Min çira ew pirs ji we kir? Ezê ne ku tenê lawikê meye beled wera daynim, lê usa jî bira komê kurdêd meye sîlhkirî wera bên hetanî we ji sînor derbaz dikin.
— Çira lawik cefê bikişînin, mera bên, derên wêderê, — kirîvê Vardan got. — Em xwexwa jî dikarin herin bigihîjne cî.
— Na, kirîvê Vardan, gere ese lawik wera bên. Hêsîrê girane, nha serê rya hezar diz û qaçax hene, — Temir begê gotê. — Bira wera bên, xwe lingê wan naşkê. Zyana hatina wan tune.
— Erê, ez zanim, wekî zyana hatina wan tune, lê min nedixwest lawik ewqas cefê bikişînin. Wexta tu rê têra dibînî, bira bên. Em bona wê xemxurya te gelekî razîne.
— Kirîvê Vardan, — Temir begê gote, — min zef zûda gotye, wekî gotî em û ermenî pişta hev bigrin. Me ku pişta hev negirt, Romê mînanî çilpîê siqavêlê me bişkêne, bavêje. Tu zanî, min pirî-hindikî xwendye, haj terîqê heme. Çi gava ermenî û kurd gihîştine hev, dijmina pê nikaribûye. Ez temamya Romê geryame, çiqasî rastî ax’a û begê kurda hatime û çi gava gilî hatye ser ermenya, min eva yeka gotye. Lê telebextra hinek ax’a û begê me pey kemça çûn, kara cimeta xwe fem nekirin, dha rast miletê xwe firotine çend polkê Romê û rabûn pişta vê qetila Romê girtin. Ber wanva ez îro şerm dikim.
— Xwedê şermîê nede, Temir beg, — kirîvê Vardan gotê. — Em ji vir heta mala Xwedê ji te razîne. Te yeke usa kir, wekî vê dema xirabda birê birêra nedikir. Em çawa karin vê yekê bîr bikin yanê neşêkirînin.
— Kirîvê Vardan, — Temir beg gotê, — ez borcdar bûm, min nikaribû nekira. Min ew yek kir, çi ku dilê minda disêwirî. Min çawa dikaribû cînartî, dostya me, êlikaya we bîr bikra? Lema jî ez hîvî dikim wê yekê hesab neke çawa qencî, lê hesabke çawa borcê biratîê. Lawikê wera bên hetanî we sînor derbaz dikin. Ezê usa jî kax’az wan çend êlbaşîê kurdara binivîsim. Bira ew jî alîê xweda ardmîê bidin bona hêsîrê we sax’-silamet here bigihîje cî. Ezê Qulîxanê xwe jî wera daynim.
— Ê, lawik mera tên, îdî çira cefê didî Qulîxan, — kirîvê Vardan got. — Na, na, bira Qulîxan mera neê. Ez zef zanim, hezar cûre qezya hene. Ew jî taê-tenêye. Xwedênekirî, gilîk-gotinek biqewime, ewê mera bibe derdê heta-hetayê.
Qulîxan kurê Temir begê bû. Çawa îdî hate gotinê, taê-tenê bû. Zewicî bû. Kulfeta wî duhala giran bû.
— Na, Qulîxanê ese wera bê, — Temir begê got. — Heta ew neê, xwexwa minra nebêje, wekî bi destê xwe sax’-silamet hûn birne, gîhandine cî, dilê min rehet nabe. Qulîxanî îdî ney ç’ûke, bira bi ç’evê xwe bibîne, dost û dijminê me rind nas bike. Hetanî mêr nekeve nava dereca, aqilê wî napije.
Vardan û ermenyê pêra hatî kirin, nekirin, Temir beg ji gotina xwe paşda venekişya.
— Ne axir min got, çû: Qulîxanê wera bê, hûn îdî çira serê xwe dêşînin, — Temir begê berk got û hazir hatne bawerkirinê, wekî xeberdana derheqa wê yekêda îdî tiştekî zêdeye.
Ya xwe kirine yek, wekî sibê na dusbe êvarê hêsîrê ermenya wê rêkeve. Hazir rabûn, xatirê xwe ji Temir begê û neferê malê xwestin. Wextê derketin ber dêrî, Temir begê gote wana:
— Ezê jî hetanî ser sînorê êla me bêm we verêkim.
— Eva jî serbarê sere, çye? — ji ermenîê hatî yekî got.
— Wexta merîê merya diçine xerîbîê, merî wana verênake, çye? — Temir begê bi pirsê caba pirsa wî da. — Hûn diçin, ez zef zanim, hûnê kengê vegerin. Ew jî pirse: hûnê vegerin yanê na, — Temir begê ew cumla han bi ermenî got. — Çira qaşa kembera minê bişkê, wekî ez û çend syarava bên, we verêkin?
Ermenya destê xwe kirine destê Temir begê, hespê xwe syar bûn û çûn.
* * *
Temir beg û Qulîxan odêda tenê bûn. Neferê malêye mayîn xênîda bûn.
— Qulîxan, lao, xêlekê pêşda çend lawikê ermenya hatibûn mala me, — Temir begê got. — Ewana hatibûn bona minra bêjin, wekî dixwezin barkin, herin Ermenîstanê. Tu xwexwa jî divînî vêderê halê wan ne tu hale. Raste, wê carê me tevayî berî eskerê Romê da. Lê kî zane, dibe sive, dusve eskerekî dha giran bê. Ewan merika naxwazin, wekî rûê wanda destê me û Romê bikeve hev. Ewana digot hela emê ser hemd-hişê xwene, hela rûê meda zyan negihîştye êla we, lazime em barkin, herin. Min lênihêrî mêrika rast dibêjin. Ez qayîl bûm. Ewê sivê, dusve êvarê rêkevin. Tu û çend lawikê meye dinê jî gotî wanra herin, sînor derbazkin, paşê vegerin, bên, — zûr bû ç’evê kur nihêrî, tê bêjî xwest zanibe, çika gotina wî çi hukumî ser kur dihêle.
— Bavo, ez xulam, wekî tu minra bêjî here xwe qeyêda bavêje, ezê vê sehetê jî herim xwe jorda bavêjim, — Qulîxan bi bawerî gote bavê. — Her tenê sed yazix, wekî ermenî bar dikin, ji êla me diçin. Ew yek qe ne bi dilê mine.
— Te tirê bi dilê bavê teye? Wexta dikeve bîra min, wekî ermenîê barkin, harin, xûn ji dilê min diçe. Rastîê gilî-gotinê wane: tu rêke mayîn tune. Te hew nihêrî eskerê Romê hat ew jî qirkirin, em jî pêra. Başqe bû, wexta temamya kurd û ermenîê Romê pişta hev bisekinyana. Wî çaxî bavê Romê jî rabûya, wan nikaribû. Lê rûê çend aqilsivikê me û wanda gele cya bêtifaqî ketye orta me û hema eva yeka jî Romêra dest dide… Nha pirsa çûyîna wan îdî qirarkirîye. Guhê te bavê tebe, ez çi tera dibêjim: berê ewlin miqatî xwebe. Tê tenê nîbî. Çend mêrê çê jî wê tera bên. Ez zanim, hûnê êla kîjan ax’ara derbazbin. Ezê çend kax’aza binivîsim, bidme te, tu bide wan ax’a. Xênji çend kax’az zar jî bêje wan, wekî bavê min hûn gelekî silav dikirin û hîvî dikir, wekî alîkarî bidne hêsîrê ermenya êla me bona bêqezya, bênezya êla wanra derbazbin. Dibe, olecaxe, ewana nehêlin tu hêsîrra herî, qayîl nebî. Bê bavê min temî daye min, wekî ez bi xwe wana bibim, sînorê Romê û Ûris debazkim. Kîjan ax’ayî çi cûreyî hûn qebûlkirin, bêy yek-yek bavê xwera bêjî. Lao, dikare merî qencîê jî bîr neke, xirabîê jî bîr neke. Qencîê bavê te ser wan gelekin, ew nikarin gilîê min texsîrkin. Lê zef zanim, merîne, dibe hatibin guhastinê, destê Romêda bûne destûê desê. Lema jî gotî tu rind haj xwe hebî. Arxayîn nîbî. Zanibî, wekî ç’evê meê li rya tebe. Here, kurê min, bira Xwedê ox’ira terabe.
Temir begê xwe ker kir. Qulîxan jî dengê xwe nedikir. Herdu jî ketibûne nava mitala. Lê mitale gelek bûn, yek ji yekê xezevtir, yek ji yekê girantir.
— Lê tu t’u tiştekî bavê xwera navêjî? — Temir begê ji kur pirsî.
— Ezê çi bêjim, bavo. Çi lazim bû, te got. Ya min jî, eger ez kurê tebim, gotî eslê xwe derxim, xelq jî zanibe, wekî ez kurê çi bavîme. Xêr ku na, xwe hesabke çawa kurdûnda. Ezê usa nekim, wekî leke bê ser navê te.
— Ez heyrana ç’evê teme, tu rastîê jî kurê minî, cisnê me çûy, — Temir begê bi dilekî baristan gote kur û xeberdana wan bi wî cûreyî jî kuta bû.
Sibetirê Temir begê gazî çend mêrê êla xweye bavçê, xalçê kir, anî mala xwe. Gava gişk topî ser hev bûn, ewî hilda hazirara ha got:
— Sive êvarê ermenîê êla me bardikin, diçin berbi Ûrisêtê. Min gazî we kirye, wekî wera bêjim hûnê rêberya wan bikin, hetanî dibin sînor didine derbazkirinê. Qulîxanê minê jî werabe. Ewê jî serkarê webe. Raste, nava ermenyada beled hene, lê çiqas ez zanim, çend lawikê nava weda jî rê xirab nizanin. Wekî tiştek bê serê ermenya, nexwezil bi we. Hûn gotî hêsîrê ermenya sax’-silamet bibin, bigihînine cî, paşê vegerin, bên. De rabin, herin, karê xwe bikin, wekî sive êvarê hûn gişk bi tim-têla xweva, syarî ber derê min bisekinin.
Nan kişandine odê. Hazira nanê xwe xwarin, xatirê xwe ji Temir begê û Qulîxan xwestin û her yek berbi mala xwe çû.
Êvar bû. Syar pey hev dihatin ber derê Temir begê peya dibûn. Hespê xwe girêdidan û diçûne hundur. Gişke sîlhkirî bûn. Ro îdî çû ava, her tenê serê ç’ayê bilind zer dikir. Her tişt seqirî bû, her tenê xuşe-xuşa ava gêlî bû, kevira diket û berjêr dişûlikî. Ava qarxûna hela kêm nebûbû. Temir beg tenê derkete derva. Herçar alya nihêrî, dîna xwe daê, wekî îdî wexte, çû hundur. Xêlekê şûnda ew û syarê hatîva derketine derva. Zûtirekê hespa Temir begê ji tewlê kişandin, destkêş kirin, anîn ber dêrî, xemla wê lê kirin. Yekî dizgîna wê girt, Temir begê mînanî cahila banzda ser piştê. Syarê dinê jî syar bûn. Temir begê hesp zengû kir, da pêşîê, syarê dinê dane pey. Qulîxan hevekî egle bû. Dê destê xwe stura biribû û bernedida. Ewî zorê destê dya xwe wêda da, destê dê ramûsa, dûrva jina bûkîn nihêrî, serê xwe neyseyî hejand çawa nîşana xatirxwestinê, hesp zengû kir û da pey koma syara. Zûtirekê ew gihîşte komê û rex bavê ket. Qulîxan usa hespê syar bûbû, te tirê zînva dirûtine. Yekî bejnbilindî qemer bû. Navkêlka wî zirav, navmila wî fire bû. Ç’evne gire reş lê bûn. Porê wîyî kurîşk ber kolozra derketibûn. Simêleke reşe zirav ber poz bû. Te bêjî hespa wî jî tex’mîn dikir, wekî syarê wê syarekî çawane, serê xwe tîk kiribû, kubar-kubar dimeşya. Bavê bin ç’evara lê dinihêrî û jê têr nedibû.
Hetanî terîê erd hildiç’inî, koma Temir begê gihîşte gundê kirîvê Vardan. Ermenîêd gundêd mayîn gişk îdî hatibûn wî gundî, karê xwe kiribûn û her tenê hîvya wê komê bûn. Bû repe-repa syara ber derê kirîvê Vardan peya bûn. Vardan pêşya wanda hat û ew birine malê.
Şev-nîveka şevê serî kete hêsîrê ermenya ji gund kişya, berê xwe da Ermenîstanê. Çend kurd û ermenîêd ç’ekdar pêşîê diçûn, çend jî pey hêsîr dihatin. Lê mêrê mayîn sîlhê wan dêstda rex hêsîr ketibûn û diçûn. Temir beg û kirîvê Vardan cem hev pêşya hêsîr diçûn û xwera xeber didan. Tê bêjî wana bi dil tex’mîn dikir, wekî eva dîtina wane kutasîêye, lema jî dilê xwe ber hev vedikirin, çawa bêjin, nedixwestin keserekê dilê xweda bihêlin. Herdua jî zanibûn, wekî wedê wanî kême, dicedandin dha gele tiştî hevdura bêjin. Û wana wê şevereşê, serê wê rya ç’yaye teng şîrin-şîrin hevdura qise dikirin.
Temamya şevê hêsîr kişya. Çawa sibe wan safî bû, hêsîr gihîşte sînorê êla cînar. Vêderê gerekêda hêsîr hêwirî. Herçar alya qerewil dane seknandinê. Dûê kuç’ika bilind bû. Kirîvê Vardan hilda gote Temir begê:
— Temir beg, bira can, tu îdî gerekê vegerî. Te em anîn rê xistin, hetanî sînorê êla xwe derxistin. Em vir heta mala Xwedê ji te û merîê êla te razîne. Te êlikayîke mezin mera kir. Hetanî kurê-kura ew alîkarî naê bîrkirinê. Ezî hîvî birê xwe dikim, bira Qulîxan jî tera vegere. Cahile, wê biweste, ewqas lawik mera tên bese.
— Ew yek nebûye ku nabe, — Temir begê gotê. — Min gotye hetanî ew we nebe sînor derbaz neke, gerekê venegere. De ez çi bêjim… Ya we jî, bira Xwedê ox’ira werabe, hûn sax’-silamet bigihîjne cî. Lê kirîvê Vardan rind zanibe, ç’evê minê rya webe. Ez bawerim, zû yanê derdng ûrisê ç’evsûtê bê, wê me û we vî halîda nehêle. Wêderê jî, olecaxe, xeberdan ku bû, bêje gumana me, kurda jî, tenê ser ûrise. Min dixwest çi dibû, bira bibûya, her tenê we terka me neda.
— Te tirê em dixwazin ji we dûrkevin? — kirîvê Vardan bi cûrê pirsê got. — Ez ku paşda dizivirim, cî-warê me dûrva dibînim, dûrî lawika, agir cegera min dikeve. Lê çi bikim? Rêke mayîn tune.
— Belê, tune, — Temir begê bi xem got.
Herdua jî xwe ker kir. Êmekê zûr bûn ç’evê hev nihêrîn, paşê xwe avîtne pêsîra hev, tê bêjî du birane, ji hev dûr dikevin, ji wan yek diçe xerîbîê, yê mayîn dimîne û zane, wekî dikare biqewime, ku virhada ç’evê wî ç’evê birê nekeve. Êpêce wext ewana xwe usa avîtibûne pêsîra hev û sekinî bûn. Wexta ji hev dûrketin, Temir begê got:
— Me tiştek tê berda.
— Çi? — kirîvê Vardan pirsî.
— Ez çi zanim, dinyalike, te hew nihêrî usa qewimî, wekî virhada me îdî hevdu nedît. Were em nanê xwe jî hevdu helalkin.
Herdu pêşberî hev sekinîn û nanê xwe hevdu helal kirin, destê xwe kirine destê hev, hevdu paç kirin.
— Kirîvê Vardan, — Temir begê gotê, kîsikek ji cêva xwe derxist, — êlikaya ermenya ser min geleke. Vî kîsikîda çend zêrin, hilde, bira we xweş helalbe mînanî şîrê dya we. Diqewime rêva kêrî we bê. Kêrî we jî neê, hûn diçin welatê xerîb, hezar cûre çetnayî pêşya webin. Xwedê şedeye, keda mine helale, xilêletya mûkî têda tune. Û ez bi dil didme we. Ez bawerim, wekî wê ese kêrî we bê. Bira eva jî alîê minda bibe teseqida rya weye dûr.
Kirîvê Vardan xwest hilnede. Lê Temir begê zorê kire cêvê û bi desta hişk derê wê girt.
— Wekî tu naxwezî em dilsar ji hevdu dûrkevin, gotî tu dengê xwe nekî.
— Eva jî serbarê serda, erê? — kirîvê Vardan bi cûrê pirsê got.
— Şerme, tu gerekê lêva xweye jorîn nebî ser ya jêrîn. Em birê hevin, ev çi tiştekî mezine, wekî tu xeberdanê pêşda tînî, — Temir begê gotê.
Careke mayîn ewana destê xwe kirine destê hev, xatirê xwe ji hev xwestin. Çiqas ermenîê nas hebûn, Temir begê destê xwe kire destê teva, xatirê xwe ji wana xwest. Kutasîê nêzîkî Qulîxanê xwe bû, çû sêrî û gotê:
— Temîê bavê xwe bîr nekî. Wexta lazime, ber zêra nekevî.
Wexta jê dûr ket, ç’îkekê avîte dilkê wî. Ser milê xweva vegerya, bi hisret kur nihêrî. Qulîxan hela cîê xweda sekinî bû, bi beşereke xweş bavê dinihêrî.
Temir beg û çend syar paşda vegeryan. Çiqas diçû, ewqasî aqara orta wan û cîê hêsîr lê hêwirî bû zêde dibû. Çend cara Temir beg vegerya alîê hêsîr nihêrî. Pêşîê rind dihate xanêkirinê, lê paşê ç’ya ketne ortê û hêsîr wanva nehate kivşê.
* * *
Çend roj derbaz bûn, lê lawik hela venegerya bûn. Xemeke giran ketibû dilê Temir begê.
— Ev lawik çira derengî ketin? — ewî ji rîspîê gund dipirsî û mînanî tiştekî ji pirskirina xwe ditirsya. Xwedênekirî rêva tiştek nehatibe serê wan?
— Temir beg, muhula xwe bîne, mala Xwedê sebrê hatye avakirinê, sebirke, şikir Xwedê, qe tişt jî tune, — ewana ber dilda dihatin. Lê dilê Temir begê rehet nedibû, tabetî nediketê, xuşûşîk ketibûê. Hema usa ç’evê wî li rê bû, guhê wî ser denga bû. Lê tu deng-hisa lawika tunebû. Şev jî xew nedikete ç’eva. Carna xwe gunekar dikir, wekî çira Qulîxan şand. Lê pêra-pêra xwe efû dikir, wekî rast kirye şandye, cûrekî mayîn nikaribû bikra. Wexta ç’ev bûkê diket, dinihêrî çawa melûl-melûl ç’evê wê li rêye, agir dilê wî diket. Qestîka usa dikir, wekî bûkê kêm bibîne. Lê bûk nefera malê bû, sibê hetanî êvarê malda bû, şuxul-emel dikir. Lema jî Temir beg diçû nava gund digerya, meryara xeber dida, wekî xemê dilê xwe bide belakirinê. Wexta malda bûya jî, dikete odê, jê dernediket. Nan, xwarina wî danîne wêderê.
Rojekê jî Temir begra cab anîn, wekî lawik tên. Temir begê banzda, ji malê derket. Dîna xwe daê, wê qelfe syar hêdî-hêdî jorda tên. Pêra-pêra niqitî dilê wî, wekî tiştek qewimye. Wexta tiştek neqewimîbûya, wê çira usa hêdî-hêdî bihatana? «Hebe, tunebe, qezyak hatye serê wan», — Temir beg dilê xweda fikirî.
Syar hatin nêzîk bûn. Hela dûrva Temir begê dît, wekî mihîna Qulîxan bê syare, yek wê destkêş dike, tîne. Temir beg cîê xweda bû rusas, tê bêjî lingê wî erdêra dirûne, rêveçûn pê nabe. Ç’îkekê jenda qafê wî…
Meytê Qulîxan danîbûn ser pişta mihînê, yekî mihîna wî destkêş dikir, yê dinê jî «Birao-birao» dikirin û tepa dihatne nava ç’evê xwe. Gund-gundîtî rex wan ketibûn û berbi mala Temir begê dihatin. Meyt anîn ber dêrî. Ser hespê peya kirin, birin hundurê xênî û danîne ber stêr. Lê hesp reş-mişot kirin, ber dêrî gerandin. Êpêce wext şîna xwe kirin. Paşê, wexta kulfet hevekî dengê girî dane kêmkirinê, Temir begê ji hatya pirsî:
— Hela bêjin, ev yek çawa qewimî?
Ji hatya mêrekî navsere pêşda hat û got:
— Temir beg, xwezil îro dewsa Qulîxan ezî kuştî bûma. Ez korbim bona Qulîxanê bira, wî mêrê mêrxas. Heyran, şer bû, dil-cegerê wî pola bûn. Sed koranî bona mêrê usa… — destê xwe da ber enya xwe, serê xwe berjêr kir, êpêce wext xwe ker kir. Gişka xwe ker kiribûn, dengê girîê kulfet jî îdî nedihate bihîstinê. Gişka dixwest pê zanibin, çika Qulîxan çawa hatye kuştinê. Dûê cix’ara xanî hilda bû.
— Ew sê roj bû em hêsîrê ermenyara diçûn, — ewî serê xwe hilbirî, dîwarê pêşber nihêrî û xeberdana xwe pêşda bir. — Me îdî ranêzkayî sînorra kiribû, gava komê eskerê tirka meva derket. Me gote ermenya, wekî herin rya xwe biqedînin, emê vêderê eskerê tirka bidne eglekirinê. Hêsîr kişya, pêşda çû. Serî gihîşte ç’êm, eskerê tirka xwe pêra gîhand. Çend ermenî yê sîlhkirî jî tevî me bûn, yê dinê hêsîrra çûbûn. Em ketne qeleçê, me eskerê Romê rapende hev. Me êpêce wext şer kir. Qulîxanî kêleka min bû. Bê çawa qe gulleke wî pist nediçû. Min bi van ç’eva dît, çend esker bûne xurê gulla wî. Esker îdî paşda vedikişya, gava Qulîxan serê xwe bilind kir, minra got, wekî fişekê wî kuta bûne, çend fişeka bidmê, mala min şewitî, gullê ew hingavt… Me berî esker da, ew revî çû, çend meyt jî deşta şêrda hîştin. Hetanî şer kuta bû, hêsîrê ermenya temam kişya wî berî. Kirîvê Vardan xwe dixwar, dixwest mera vegere bê, kir-nekir, me nehîşt. Me xatirê xwe ji wî û ermenîê mayîn xwest, ew wêda çûn, me jî meytê malxirab hilda, virda hatin. Mala me şewitî, Qulîxan ha hate kuştinê.
… Rojtira mayîn çawa erf-edet bû, Qulîxan birin teslîmî axê kirin.
Çend meh ketne ortê. Jina Qulîxan raza, kurek anî. Navê bavê li kur kirin.
EŞÎR BAVÊ EŞÎRÊYE
EŞÎR BAVÊ EŞÎRÊYE
(Bi gotina xalê min — Sehîdê Eslan)
Şerê hemdinyaêyî pêşin bû. Û ew hatibû, ketibû her gundekî, her qijleke li ser xeta pêşenya şerê ûris û Romê. Ne ku tenê dewlet rabûbûne rûê hev, hevra dikirne şer, lê usa jî wan milet û cimeta, ku duh dost û pismamêd hev bûn. Lê qetila giran ew bû, wekî miletê kurd bûbû du para, parek vî alî pêşenyê bû, para mayîn — wî alî. Bêy xwestina xwe kurda hevdu qir dikir.
Wê rojê eskerê ûris û komêd ermenyaye rezadil gundekî mezin ji tirka stendin. Teyo û Xudo jî nava komêd ermenyaye rezadilda bûn. Gava gund hildan, navê geryan. Teyo û Xudo tevayî bûn. Ber derê malekê qeraxê gund sekinîn. Derî ser piştê vekirî bû. (Hêsîr revî bû, çûbû, gunnda qûl-bendek nemabûn). Herdu tevayî çûne hundur. Kesek hundurda tunebû. Nişkêva ç’evê Xudo derîkî biç’ûk ket. Derê mayîn gişke vekirî bûn, lê ev derî girtî bû.
— Ev derê çye? — Xudo ji Teyo pirsî.
— Ez çi zanim, — Teyo gotê û pê qûntaxa tivingê dêrî xist. Derî venebû. Herdua ç’evê hev nihêrîn. Dêmek, vêderê tiştek heye.
— Hela tu tivinga min bigre, — Xudo tiving dirêjî Teyo kir û pihîneke zex’m da dêrî. Zerza dêrî qurifî û derî para çû dîwêr ket. Xudo tivinga xwe ji destê Teyo hilda û gotê:
— Tu vêderê ber dêrî bisekine, ezê herim hundur binihêrim, çika çi heye. Çawa te dengê gullê bihîst, bêy hewarya min.
Xudo xwe kûz kir, çû hundur. Lê Teyo tivinga xwe hazir girt, ber dêrî sekinî.
Nişkêva hundurda bû qîjîn. Teyo îdî hîvya dengê gullê nesekinî, çû hundur. Koza berxa bû, du kulfetê cahil xwe dabûne qulç’, dilerizîn, Xudo orta koz sekinye, qûntara tivingê danye erdê, bi desta lûla wê girtye.
— Ez bextê weme, me nekujin, em gunene, — ji wan kulfeta yekê bi kurmancî gote lawikada.
— Hûn kurmancin? — Teyo jî bi kurmancî ji wana pirsî.
— Erê, bira, em kurmancin, — got û serê xwe kire ber xwe. — Em hêsîrê wene, bidin xatirê Xwedê, destê xwe nedne me, me nekujin.
Teyo, Xudo demekê dengê xwe nekirin. Herdu kulfet qulç’da sekinîne, hevdu hemêz kirine, zûr bûne lawika dinihêrin. Ricafeke usa belengaza girtye, her Xwedê zanibe. Çeqe-çeqa dev-diranê wane.
— Xelqê gund temam revîne, çûne, lê hûn çira mane? — Xudo ji wan pirsî.
— Eme ne mal bûn, çolê bûn, çûbûne pincarê, belkî pincar serê meda reşbe. Hetanî em pê hesyan, vegeryan, merîê me revî bûn, çûbûn. Eskerê we jî kete gund. Me ancax pêra gîhand bikevne vî kozî, derî ser xwe dadin, — ya pêşîê got.
— Ê, xûşkê, çi wedê pincarêye, — Teyo got.
— A, usa bêje, bira.
— Nha merî û pincar bûne yek. Çi serê merîkî bifirînî, çi serê pivazekê, yeke.
— Bira, hûn êzdîne? — ewê hêdîka pirsî.
— Erê, xûşkê, em êzdîne, — Teyo gotê. — Çi firqî? Eşîr bavê eşîrêye. Pake, me hûn dîtin.
— Qe mevêje, bira. Lê xwedênekirî em rastî şuletê bihatana, halê meê çawa bûya? Em têne kuştinê jî, bira bi destê eşîrê bêne kuştine.
— Kesek destê xwe nade we, lela min, — Teyo gotê. — Çira em mirine, wekî bihêlin destekî nepak bigihîje we? Lê xîret, namûsa mera çi? Qe şayîşa mekin, emê usa miqatî we bin, çawa xûşkê meye helal.
Reng ber wan herdu kulfeta hat. Îdî nediricifîn, pişta xwe dabûne dîwêr, sekinî bûn. Nişkêva yek ji wana cîê xwe hejya, pêşda hat, ya mayîn da pey. Hatin ber Teyo û Xudo sekinîn, kûz bûn, xwestin xwe bavêjne ser dest-pîê lawika, lê wana lingê xwe revand û nehîştin.
— Gelî xûşka, hûn çira wê yekê dikin, me ber Xwedê gunekar dikin? — Teyo hevekî bi hêrs got. — Ew kîjan mêrê eşîrê wê bihêle, wekî kulfeta kurmanc xwe bavêje ser dest-pîê wî? — nêzîkî wan bû, destê xwe avîte milê wan. — Ravin, ravin, lela min, xwe em ne kafirin.
Herdu kulfet ji cîê xwe rabûn, sekinîn.
— Belkî kevir ber pîê we bive penêr, gelî bira, — yekê got û destê xwe berbi ezman bilind kir. — Xwedê, tu piştovanê van mêrika bî, ox’ira wan rastkî, sax’-silamet vegerne malê xwe.
Herdu kulfeta gele dua-dirozge Teyo û Xudo kirin.
— De, nha bêjin, hûn kîne, qîzê kêne? — Teyo ji wan pirsî.
— Ez bûka Hesê Mistême, navê min Perîye. Eva jî qîza Hesê Mistêye. Navê wê Qazêye. Lê bibaxşînin, navê we çye, hûn ji kîjan gundîne?
— Navê min Teyoye, Teyê Eslan. Navê vî camêrî jî Xudoye, Xudîê Mamo. Em herdu ji Dûzgêçîêne.
Herçara mînanî çar xûşk û bira hevra xeberdan. Bîna wan kulfeta lap hatibû ber, tirsa wan firî bû.
— Gelî xûşka, hûn nha birçîne, — Teyo gote wan. — Vêderê bimînin, bira Xudo derva qerewilîê bike, wekî kesek neê nêzîkî vandera neve, hetanî ez diçim wera heve xurek tînim.
— Na, Teyê bira, em birçî nînin, — Perîê got. — Bidî xatirê Xwedê, me tenê nehêle, terka me nede, me ne lazimî nane.
— Ne min wera got Xudoê bimîne, miqatî weve. Qe şayîşa mekşînin, emê serê xwe bidin, lê nahêlin yek wera gilîkî sar bêje. Hûn xwera hundurê vî kozîda rehet bisekinin, hetanî ez têm.
Teyo û Xudo tivingê xwe hildan, dêrîva derketin. Ew herdu kulfetê cahil hundurda man.
— Dive ewana qestîka usa dikin hetanî terî dikeve erdê, paşê ecêbekê bînine serê me? — Qazê gote Perîê.
— La porê xwe, dûrî bavê, bira, ser xweda kurkirê, hişê te qe lap tune. Wekî wana bixwesta ecêbekê bînine serê me, wê me û çî me bitirsyana? Çi bixwestana, wê banyana serê me, — Perî lê hilat. — Te nedît, çi camêrne maqûl bûn? Qelpî-qûlpî cem wan tune. Te dît, çawa dilê sax’ mera digotin «xûşkê me», «lelê me»? Ewan mera gotine xûşkê. Lê wê çawa qelpê wane xirav heve? Hişê te tune. Hişê te ku hevya, emê çira biketana vê rojê? Min nedixwest, te zorê ez birime pincarê û ev ecêba giran hate serê me.
Perîê çi gotê, Qazê dengê xwe nekir, çimkî zanibû gunekar ewe. Lê tirs dilê wêda hebû — du kulfetê bûkîne cahil ketne destê du xorta. Ew dudil bû, deqe-deqe hîvîê bû, wekî wê ecêbekê bînine serê wan, alîê mayînva jî tê bêjî Perîê rast digot.
— Te çi xwe ker kirye, — Perîê jê pirsî.
— Ezê çi bêjim? — Qazê bi pirsê caba wê da.
— Aqilê te çi dibire, ewê me azakin?
— Ez çi zanim?
— Wekî me azakin, emê çawa herin, bigihîjne malê? Ne em nizanin mal kuda revye.
— Hela bisekine, bira me azakin, paşê em zanivin, çi bikin. Hela eme hêsîrê wanin, — Qazê got û kesereke kûr rahişt. — Nha mala me çiqasî berxwe dikeve. Divê zanivin, eme gundin, bên me bigerin?
— Porkurê, gund ketye destê dijmin, wê çawa bên, me bigerin? Hişê te û hişê zara yeke.
— Lê wekî Teyo û Xudo îdî neên? — Qazê pirsî. Perî demekê fikirî, paşê got:
— Na, tex’mîna min wê bên. Wekî nehatana, wê bigotana em naên. Wê îdî çira em bixapandana. Ew ne mêrê xapandinêne. Te dît, çawa rind zanivûn, digotin: «Eşîr bavê eşîrêye». Bê pak bû, nanê bavê me mezin bû, wekî ew hedu lawikê êzdî rastî me hatin. Lê xwedênekirî dewsa wan du şulet rastî me bihata, halê meê bivya çi?
— Wey, qe nevêje, ez ditirsim, — Qazê gotê û destê xwe navmila wêra bir.
Herdua wa gelekî xeberdan, halê xweda giryan, duldîmî dane ber dilê xwe, paşê ew duldîmî înkar kirin, tirsyan, paşê bawer kirin hetanî derê kozê berxa dîsa vebû, Teyo û Xudo derda hatin. Perî û Qazê lez ber wan rabûn, destê xwe dane ber rûê xwe sekinîn.
— Rûnên, rûnên, gelî xûşka. Eva jî wera nan, êmek-xurek, — Teyo got û box’çê destê xwe danî erdê. — Nanê xwe têr bixwin, emê derva bin. Qe minetê nekişînin, em dûr naçin, we bêxwey nahêlin. Nanê xwe bixwin, hetanî êvarê jî Xwedê reme. Te lênihêrî Xwedê wera delîlek vekir. Gumana xwe nebirin, Xwedayî mezine. Emê çûn, hûn nanê xwe bixwin. Emê qerewilya we bikin.
Teyo û Xudo dêrîva derketin, çûn.
— Emê çawa bikin? — gava ji ber dêrî dûr ketin Xudo ji Teyo pirsî.
— Çi çawa bikin? — Teyo fikra wî fem nekir.
— Van herdu kulfeta, — Xudo gotê.
— Em serê xwe jî bidin, gotî wana azakin û bigihînine merîê wan.
— Lê çawa, çi cûreyî? — Xudo pirsî. — Tu dinihêrî eskerê me tijî gund bûye. Em nava wî eskerîda dikarin wana xilazkin?
— Çira nikarin? — Teyo caba wî da. — Bira bimînin hetanî terî dikeve erdê. Tu zanî, ne, eskerê tirka kî alîda vekişya û nha kîderê hêwirye. Hêsîrê kurmanca jî tevî wan çûye. Bira terî bikeve erdê, Xwedê reme, emê îlacekê bibînin.
Xêlekê wana xwe ker kir û dora wê malê çûn, hatin. Esker nêzîk nedihate kivşê.
— Lê çi kulfetne delalin, îlahî Perî, — Xudo got.
— Nevî te temê xwe lê xirav kirye? — Teyo ç’evekî xwe qirpand, bi şikberî jê pirsî.
— Na, serê bavê min, dya min, xûşka mine, — Xudo bi bawerî got. — Qe tiştê usa dive?
— Ez çi zanim? Nişkêva tiştekî usa fikra teda heve, îdî hevaltya min û te herame, ha… — Teyo gotê û zûr bû, ç’evê wî nihêrî.
— Malavao, ne min go, herdu jî dya min, xûşkê minin. Xwe ez ne Romim, wekî ravim erzê eşîrê bişuhurînim. Wî çaxî gotî agir ser minda bibare. Her tenê gotina min ewe, wekî wan malxirava çawa ew herdu kulfetê cahil destê dijminda hiştine?
— Ê, belengaza tu gunekarin, — Teyo gotê. — Ne mal bûne, me jî nişkêva ser wanda girt. Feqîra ancax pêra gîhandine serê xwe xilazkin. Te nedît, qe destê xwe nedabûne tiştekî, her tişt cîda hîştivûn, revîvûn. Mala xweyê ruh bişewite, ruhî çiqasî şîrine. Dê ewledê xwe davêje, her tenê serê xwe xilazke.
Teyo û Xudo çûn teselya wan kirin. Box’çe çawa danîbûn, usa jî cîê xweda bû, devê wî venekiribûn, destê xwe nedabûnê.
— Xûşkê, we çira nan nexwerye? — gava Teyo ç’ev box’çê girêdayî ket, jî wana pirsî.
— Rûê me bin pîê weye, lê ber meda naçe, — Perîê got û destê xwe danî ber sûretê xwe. — Xwedê duaçîê we û komêve.
— Xûşka Perî, — Teyo berbirî wê bû, — qe fikara mekin. Hesêvankî hûn cem birê xwene. Hetanî em sax’in, vê ortêne, xilêletya misqalekê wê neê kirinê. Hûn çira berxwe dikevin? Em serê xwe jî bidin, emê we sax’-silamet bigihînine merîê we.
— Xwedê komeka werave, birano! Rastîê jî em we hesav dikin çawa bira. Bira biraye, tiştê ha nake, çawa ku îro hûn mera dikin. Ez her tenê dikarim bêjim, wekî ji erd hetanî ezman em ji birê xwe razîne.
Ma hetanî terî kete erdê. Çawa terîê erd hiç’inî, Teyo û Xudo dane pêşya Perîê û Qazê ji gund derxistin. Perî neditirsya, talaşa wê nîbû, ewê ji helalî û temizaya Teyo û Xudo bawer dikir, lê Qazê… Şik dilê Qazêda hebû û ewê çend cara derheqa wê şikberya xweda hêdîkava guhê Perîêda got. Perîê caba wê neda, her tenê bi mila niç’andê, wekî xwe kerke, dengê xwe neke.
Herçar ji gund derketin. Ker bûn. Êpêce wext çûn û gava dûrva cîê hêwira eskerê tirka dîtin, cîê xweda sekinîn.
— Gelî xûşka, — Teyo gote wan, — ewa han hêwira eskerê tirkaye, — ewî bi desta nîşan da. — Divê lawikê we jî nava wanda bin. Wekî lawikê we jî newirbin, merîê mayîne nas wê hevin. Virhada em nikarin pêşda herin. Hûn herin, azane boy navê Xwedê. Lê emê vira bisekinin hetanî hûn diçin, digihîjne cî. Çawa hûn gihîştne cî, bira lawikê we elametî bidne me, wekî hûn sax’-silamet çûne gihîştine wan. Hetanî ewana elametî nedne me, em ji vira naçin.
Herçara çawa xûşk û birêd helal xatirê xwe ji hevdu xwestin. Teyo û Xudo cîda man, lê Perî û Qazê çûn nava terîêda unda bûn.
— Nişkêva merîê xirav vê şevê rastî wan neên? — Xudo got.
— Ser evî erdê orta me û dijminda nha tu qûl-bend nikare heve, — Teyo gotê. — Nha eva erdê tu kesî nîne. Kê xenîmê serê xweye bê vêderê?
Êpêce wext derbaz bû. Tu deng-hesek nedihat. Her tişt seqirî bû, her tenê qire-qira beqa bû, ji cewa nêzîk dihat.
Nişkêva dengekî terî qelaşt û dûrva hate bihîstinê:
— Teyê Eslan, Xudîê Mamo, bûka me û qîza me sax’-silamet hatin, gihîştne me. Eşîr bavê eşîrêye. Eferim eslê wera, wekî hûn usa miqatî namûsa me bûn, we xîreta xwe unda nekir. Em bêy serê mêrê mînanî we nevin. Kî zane, dinyaye, dive rojekê usa biqewime, wekî hûn yanê jî erzê we bikevne tora me. Bira Xwedê me ber we nede şermîê, em jî mînanî we weke şîrê xwe ravin, rûnên. Teyê bira, Xudîê bira, em gelekî ji we razîne, kirina we serê me zêdetire. Hûn îdî dikarin arxayîn vegerin, herin. Erzê me hatin, gihîştne me. Xwedê ox’ira werave.
— De pake, wekî sax’-silamet çûne gihîştne merîê xwe, — Teyo bi dilekî baristan got û herdu paşda vegeryane gund.
* * *
Eskerê ûris paşda dikişya. Komêd ermenya rezadil ber eskerê Romêyî giran dikirne şer. Lê qewat ne weke hev bûn. Eskerê Romê hey pêşda dihat, ser rya xwe her tişt reş û heş dikir. Hewar ketibû nav binelîêd cî, hebûn, mal-hal, her tişt cîda dihîştin, berbi rohlatê direvyan, wekî qe na serê xwe û neferê malê xilazkin.
Pêla mihacira çiqas diçû, dha mezin dibû. Binelîêd gindêd nêzîkî peşenîê direvyan, dihatin nava gundê piştêra derbaz dibûn. Û gava binelîêd gundêd piştê pê dihesyan, wekî çi hal-hewale, wan jî karê xwe dikir, wekî birevin hela destê eskerê Roma Reş negihîştye wan. Binelîêd wan gundêd piştê îdî karê xwe dikirin, ga, erebê xwe girêdidan, hûrmûrê xwe bar dikirin û bere-bere gundê berêye şên vala dibûn, bêxwey diman.
Teyo û Xudo terka eskerîê dabûn, hatibûn gihîştibûne neferê xwe. Raste, gundê wan Dûzgêçî êpêce ji pêşenîê dûr bû, lê pêla mihacira hat, gihîşte gundê wan jî. Gund mînanî şana moza ser hevra diçû, dihat. Hewar ji malekê derdiket, dikete maleke din. Gerekê barkin, birevin, yanê na, Romê bê. Rom ku hat… Ê, kêra dibêjî, çira wana zulma Roma Reş ber ç’evê xwe nedîtine? Dîtine û çawa dîtine. Hetanî kurê kura naê bîrkirinê.
Dûzgêçîê karê xwe kir, wekî barke.
— Teyo, lao, — Eslan rojekê gotê, — tivinga xwe hilde, here gundê xalê xwe, elametî bide malxalanê xwe, bira ew jî karê xwe bikin, em tevayî barkin, herin, ji hev neqetin, hevdu unda nekin. Bêje wan, emê sive êvarê barkin, bira ser pira Reş hîvya mevin. Lê miqatî xweve, lao, nha serê van rê-dirba hezar qezya-nezya hene. Tu zanî ç’ar-farqa me tuyî, bidî xatirê Xwedê, miqatî xweve.
Teyo tiving hilda, da serê rê. Gundê xalê wî êpêceyî dûr bû. Rê nava gelî-geboza, ç’yara diçû. Ew pira Reş, ku bavê gotibûyê, ji gundê xalê wî ewqasî jî dûr nîbû. «Dêmek, — Teyo fikirî, — mala me gotî dha zû bar bike, ne ku mala xalê min. Çimkî mezîla orta wan û pira Reş dha hindike, ne ku ji gundê me hetanî wira. Ewana gotî nîvê şevê barkin». Teyo ha xwera hesab dikir û pêşda dilivya. Rêke xike-xalî bû. Raste, sibê zû koma mihacir hatin, nava gundê wanra derbaz bûn, lê nha ser rê kes tunebû. Rê gelekî keser bû, hey hildihat, hey dadiket. Cîkî, duda Teyo ser kevirekî rûnişt, tivinga xwe, bê mene, kire nava lingê xwe, pê çoka girt, kîsik ji cêva xwe derxist, cix’are pêç’a, pê kevir-heste vêxist, kişand, kuta kir, careke mayîn da serê rê.
Êpêceyî çû. Gundê malxalanê wî îdî nêzîk bû. Gelîkî kûr kete pêşîê. Rê ç’ivane dida xwe, peyayî gêlî dibû. Teyo tivinga wî milda pêberjêr diçû. Wexta gihîşte binê gêlî, demekê sekinî, der-dorê xwe nihêrî. Herdu alîê rê qeya bûn, rê orta wanra derbaz dibû. «Pênc mêrê bi ç’ek-sîlh dikarin vî cîê bêfesal ordîke terikî bidne peşmûrdekirinê, — Teyo dilê xweda got. — Bêxweya bêxwey çi cîkî bêfesale. Emê şev çawa vêderêra derbazbin?»
Teyo ha difikirî, gava nişkêva vî alîê rê û wî alîê rê du meriva hêdîka serê xwe hilbirîn û Teyo nihêrîn. Pêşîê dengê xwe nekirin, xwestin pê zanibin, çika ewî tenêye yanê jî pey wî esker, mihacir tên. Gava dîtin, wekî tenêye, ji piş qeyê derketin, lûlê tivinga rastkirinê û bi dengekî bilind gotinê:
— Teslîm!
Teyo ji wî dengê nişkêva vecêniqî, cîda sekinî. Bêhemdî xwe tiving ji milê xwe derxist.
— Tivingê wêda bavêje, cîê xwe neheje, yan na xurê te her tenê gulleke, — yekî bi tirkî gotê.
Teyo tiving kewkî kir wêda avît, cîê xweda bû rusas sekinî, herdu alîê rê nihêrî. Dît, wê vî alîê rê, wî alîê rê du merya xwe dane ber qeya û berê tivinga wîda kirine.
— Cîê xwe nelipitî, — gotnê û rabûn şipya sekinîn. Her yekî alîkîda berê tivingê wîda kiribûn û hêdî-hêdî berbi wî dihatin. Hatin gihîştnê. Yekê tivinga Teyo ji erdê hilda, avîte milê xwe, dûr sekinî û dîsa berê tivingê wîda kir. Lê yê mayîn hat ber sekinî, şemaqek lêneda, topek topê ezmana lêda. Birûsk ç’evê Teyo pekya.
— Min… (ç’êreke seqet kir). Tu cesûsî, hatî cesûsîê, erê? — got û şemaqeke dinê jî daê. Gujîn ber guhê Teyo hat, şewişî, lê ancax xwe girt. Esker tiving da hevalê xwe, gihîşte Teyo, da ber kulma, pihîna. Xulese, usa kir, Teyo mest kir. Teyo erdê ketibû, lê ewî bêxwedê kurê bêxweda erdêda jî lêdida. Qîma wî nehat, pihînek, dudu jî dane qêf. Hevalê wî, ku himber sekinî bû, hilda bi kurmancî gotê:
— Bese, te kuşt.
— Min… (dîsa ç’êrek kir). Ez gere wî bikujim.
— Ew ne ku kuştî, lê sax’ mera lazime, — hevalê wî gotê. — Em gere bivne cem paşê, ewê gele salix-sûlixê baş mera bide. A, mera ew lazime, lê ne ku meytê wîyî rizî.
Teyo nehiş ketibû. Herdu esker serra sekinî bûn. Ewê, ku Teyo kutabû, dorê diçû, dihat, fişke-fişka wî bû, hela bîna wî nehatibû ber. Lê ewê dinê hey pê pozikê diniç’ande Teyo, digotê:
— Rave, rave, çi bûyî meyt…
Lê Teyo ranedibû, qe nikaribû ç’evê xwe ji hev veke.
— Dive te kuşt?
— Kul jî pê nave, qestîka xwe tirkemirarî avîtye, — careke mayîn çû serra sekinî û pihînek da piştê. Bû ziqînya Teyo.
— Lê min ku digo kul pê naê, te bawer nedikir, — esker gote hevalê xwe. — Yaroyî cesûse, hatye cesûsya me bike. Ezê cesûsîê nîşanî tedim, min… ha-ha kiro (dîsa da ç’êra).
— Camêro, te kuştye danye, mêrê rû-remanî, îdî çira didî ç’êra, te tirê ew nha dengê te dibihê?
— Heqê wîye, bira usa bê sêrî, kê jêra digot bê cesûsîê bike. Cesûsîê dikî, de te girte xwe? Ew jî jêra hindike, hela kanê… Kengê me ew bire cem paşê, wî çaxî wê zanive dew birê maste.
Herdu kêlekê rûniştin, xeberdan hetanî Teyo ser hişê xweda hat. Gava dîtin Teyo ser hişê xweda hatye, dikare rê here, dane pêşya xwe û berê xwe dane hêwirga esker.
Gava gihîştne cî, Teyo birin cem paşê. Paşa serfêza eskerda rûniştibû û tiştek wanra şirovedikir. Wexta ç’ev wan herdu eskera û Teyo ket, gilîê xwe nîvcî hîşt û zûr bû wan nihêrî.
— Paşayî sax’be, me eva cahila gêlîda girt, — ewî eskerê, ku Teyo kutabû, kurmancî got. — Bi tex’mîna min, cesûse, bi xwe jî êzdîye. Em rêva pê hesyan.
Paşaê linga hetanî sêrî rind bala xwe da Teyo, îzna herdu esker da, wekî rûnên. Teyo ancax xwe ser linga digirt û pêşberî paşê sekinî bû.
— Kuro, tu cesûsî? — paşê ji Teyo pirsî.
— Paşayî sax’be, ez cesûs nînim, — ancax devê Teyo gerya.
— Lê wekî cesûs nînî, çî te vandera ketye? — paşê wa bi hêrs got, gava dît, wekî xort melemestî caba wî da. — Heve-tuneve, tu cesûsê ermenyayî.
— Paşa, çi sondê dixwezî, ez tera sond bixwim, wekî ez cesûs nînim.
— Lê wekî cesûs nînî, kîyî?
— Ez merîkî rêwîme, diçûme mala xalê xwe, eskerê te jî ez girtim, anîne vêderê, — Teyo dîsa melemestî caba wî da.
— Kuro, çira usa nêza-nêza teye? Nevî eva hevtêke te nan nexwarye?
— Paşayî sax’be, ji eskerê xwe bipirse, wê tera bêjin, wekî çira ez wî halîdame.
Pîrqîn kete esker, kenyan. Beşera paşê jî xweş bû. Tê bêjî caba xort wî xweş hat. Ewî tê derxist, wekî Teyo çi dixwaze bêje.
— Tu diçûy mala xalê xwe çi? — wexta esker kenyan, ker bûn, paşê dîsa destbi pirs-pirsyarê xwe kir.
— Arvanê me xilaz bûye, ez diçûm heve ar ji mala xalê xwe bînim.
— Lê tu ji kîjan gundîyî? — tê bêjî paşa jî îdî dihate bawerkirinê, wekî ew xort çetin cesûsbe.
— Ez ji Dûzgêçîême, — Teyo caba wî da. Yekî esker wêda dan, xwera rê vekir, pêşda hat.
— Lê navê te çye?
— Navê min Teyoye.
Ew esker, ku pêşda hatibû û pêşberî paşê sekinîbû, zûr bû Teyo nihêrî, paşê vegerya ser paşê gotê:
— Paşayî sax’be, îznê bide pirsekê, duda jî ez jê bikim.
— Çye, Hesê Misto, nevî tu bûyî qulixçîê mehkemê? — paşê wa bi laqirdî gotê. — Tu dikarî îzbatke, çika ew cesûse yanê na.
— Ez hîvî dikim, paşa, çend pirsê min hene, ez dixwezim ji xort bikim, — Hesê wa bi lavayî gote paşê.
— Pirsê te şuxulê vî xortîta girêdayîne?
— Belê, serê tekim, her tenê derheqa wîdanin.
— De, wekî usane, keremke jê bipirse, — paşa îzn da Hesê.
— Xorto, te go navê te çye? — Hesê ji Teyo pirsî.
— Çira te nebihîst, camêrî got navê min Teyoye? — yekî gote Hesêda.
— Bo reme bavê teve, tu cîê xweda bisekine, karê te şuxulê min neketye, — Heso gote ewî eskerî û vegerya berê xwe Teyoda kir.
— Navê min Teyoye.
— Lê navê bavê te?
— Navê bavê min Eslane. Minra divêjin Teyê Eslan.
— Tu ji Dûzgêçîêyî?
— Belê, ji Dûzgêçîême.
— Xorto, tu Xudîê Mamo nas dikî?
— Belê, nas dikim, çawa nas nakim, gundîê meye. Min û wî eskerîêda tevayî qulix kirye.
— Dêmek, tu Teyê Eslanî? — Hesê pirsa xwe wekiland.
— Belê, ez Teyê Eslanim, ji Dûzgêçîême.
— Wî ez qurbana Xwedê tevim, — Hesê got û xwe avîte pêsîra Teyo.
Paşa û eskerê wî ecêbmayî man. Teyo jî şaş û metel mabû, sekinî bû, nikaribû tê derxista, wekê çi bû, çi qewimî.
— Ez li ezmana te digeryam, tu li erdê dest min ketî, — Hesê got û zûr bû, lê nihêrî.
— Hesê, ev çye, çi qewimye, hela mera bêje, çika çi bûye? — paşê gote Hesê.
Hesê vegerya ser paşê û gotê:
— Paşayî sax’be, tu nizanî, evî û xortekî dinê — Xudîê Mamo, elikayîke usa mera kirine, wekî wê hetanî kurê kura bê gilîkirinê. Ewana erzê me, namûsa me xwey kirine, nehîştine bikevne destê kafira.
Paşê ecêbmayî Teyo nihêrî û ji Hesê pirsî:
— Hesê, ew çi nav-namûse? Çi elikayîye, wekî wan herdu xorta tera kirine?
Û Hesê destpêkir hûrgilî gilî kir, wekî çawa Teyo û Xudo bûka wî û qîza wî xilaz kirine, nehîştine bikevne destê dijmin û sax’-silamet anîne gîhandine malbeta wî.
Paşa vegerya ser Teyo û gotê:
— Ê, kurê min, tu ser ç’evara hatî. Te û hevalê xwe êlikayî ne tenê Hesê û malbeta wîra kirine, lê me temamara kirine. Lao, badilhewa nîne, wekî divêjin «Eşîr bavê eşîrêye». Ew yek îlahî rojê ox’irmê giran tê kivşê. We merivaya xwe kirye, hûn weke eslê xwe ravûne-rûniştine. Were ez enya te maçkim.
Teyo berbi paşê çû û ber wî temene bû. Paşa ji cîê xwe rabû, nêzîkî Teyo bû, enya wî maçkir û gotê:
— Tu bibaxşîne, wekî lawikê me tu dewsa cesûsa danî û ezyat dane te. Çi bikî, lao, şere, her tişt diqewime. Tê bibaxşînî me. Nha tu minra bêje, seva çi hatî vandera, — û cî nîşanî Teyo da, wekî kêleka wî rûnê. Hesê jî hat kêleka Teyo rûnişt.
Û Teyo gilî kir, bona çi hatye wandera.
— Tu qe şayîşa mekşîne, emê her tiştî bikin, wekî malbeta we û malbeta xalê te bê qezya-nezya herin bigihîjne cî. Ew îdî borcê meye.
Paşa vegerya ser eskerê xweyî hemîdîê û gote wan:
— Kuro, lao, hûn sivê Teyo dibin mala xalê wî, vedigerînin gundê wî û çiqas esker lazimbe, hiltînin wana xwey dikin, bê qezya-nezya dibin sînor derbaz dikin.
Teyo wê şevê bû mêvanê Hesê.
Çawa paşê gotibû, usa jî kirin. Eskerê hemîdîê ne tenê neferê mala Teyo û Xudo, malxalanê Teyo, lê usa jî binelîêd wan herdu gunda bê qezya-nezya anîn sînor derbaz kirin.
SITAR KIR
SITAR KIR
Teze sibe safî dibû. Nişkêva hêwirze gund ket.
— Esker hatne gund!.. Esker hatne gund!..
Vî alî, wî alî deng dihatne bihîstinê. Ewte-ewta kelba bû. Merî derketibûne ber derya û dora xwe dinihêrîn. Rastîê jî, alîê roavaêda koma eskerê nizamê dakuta gund. Zîwezîw kete nava cimetê. Ç’evê xelqê gund tirsya bû. Heta nha neqewimî bû, wekî esker bona pakîê bê. Çi gava bihata, ese xirabî dikir, paşê ji gund derdiket, diçû.
— Kevirî qulîbe, çika vê carê bîna çi hildane, — Heso ber derê xwe sekinî bû, syara dinihêrî. — Hela ç’evê sibê safî nebûye, dakutane gund. Nebixêr, dîsa çi unda kirine, mînanî kelbê avî ketne van dera digerin.
Kurê wî ew du roj bû çûbû aş, hela venegerya bû. Bûka wî odêda raza bû. Jina wî ji wî dengî teze hişyar bûbû, kincê xwe xwe dikirin.
Heso ber dêrî sekinî bû û ç’evê wî li esker bû. Esker îdî dakutabû nava gund, tirkî didane ç’êra û kê ber wan diket, didane ber qamçya.
— Bo ez herim hundur, ji qeda wan dur bim, — Heso got û vegerya ku here malê. Nişkêva cahilekî ermenî ber sekinî. Tirsyayî, xûdayî, bi dengekî lerizok gote Heso:
— Min… xwe… avîtye… ber ocaxa te… Ez bextê teme… min xilazke…
— Kuro, çira çi bûye? — Heso jê pirsî.
— Ev esker… pey min ketine… — xort mînanî merivê til got, tirsyayî herçar alya nihêrî. — Ewana ku… min bigrin… wê cî bi cî… bikujin… Ez bextê teme, min xilazke…
Heso zûr bû xort nihêrî. Xortekî usayî delale, her Xwedê bizanibe. Bînfişk pê ketye, mînanî lerzeka nava avê dilerize.
— Ez feqîrê Xwedê çawa te xilaz bikim? — Heso gotê. — Tu dinihêrî esker wê ketye nava gund. Ku hebe wê bê bigihîje mala me jî. Te ku mala meda bibînin, wê hin te bikujin, him jî koka mala me bînin.
— Tu ç’areke mine mayîn tune, — xort îdî bi hemdî xwe gotê. — Min ancax pêra gîhand xwe avîte ber ocaxa te. Nha tu zanî, dixwazî min xilazke, dixwazî min bide destê Roma Reş. Ji gundê me her tenê ez xilaz bûme… Romê yê mayîn gişk qir kirin… Ez bextê teme, min xilazke.
Heso kete halekî giran. Ç’evê xwe kutane ç’evê xort. Hêwirzeke giran ketibû gund, repe-repa lingê hespa bû, zîwîn ketibû nava cimetê. Wê siba derbaharê gundda ç’êrê tirkî dihatne bihîstinê. Nişkêva Heso ji linga heta tepa sêrî xort nihêrî. Ç’evê xwe kutabûne ç’evê Heso û bêsebir hîvya caba wî bû.
— Va ku mabe eskerê bê bigihîje mala te, — xort gotê. — Min xwe avîtye ber ocaxa te, hergê karî min sitarke, yanê na ewê min çîtî-çîtîkin. Ne dizim, ne qaçaxim, ne jî mêrkujim. Gunê min her tenê ewe, wekî ermenîme û Rom jî me hatye xezebê, koka me binva tîne. Guhê te lêye, îdî dengê repe-repa simê hespê wan tê. Min vêsibê şebeqê xwe avîtye ber ocaxa te, min xilazke.
— Bide pey min, were, — Heso gotê, da pêşîê, çû hundur.
Xort pey çû. Heso çû derê odê vekir, gazî xort kir:
— Here hundur.
Xort dêrîda derbaz bû, lê kirt cîê xweda sekinî. Kulfeteke bûkîn nava cyada bû. Ser wê xeberdanê hişyar bûbû, pêra negîhandibû rabe, bi ç’evekî tirs wan dinihêrî. Xort pêşda neçû, vegerya Heso nihêrî.
— Pêşda here, pêşda here! — Heso gote xort. Lê xort cîê xweda sekinî bû û zûr bûbû ç’evê Heso dinihêrî. Xeberdan pê nedibû, tê bêjî zar-zimanê wî ketibûne hev.
— Ne ez tera dibêjim pêşda here, — Heso bi hêrs got û xort def da. Xort gavekê, duda pêşda çû, dîsa sekinî.
Bûkê xwe nava cyada qincilandibû ser hev, bi herdu desta qayîm lihêf girtibû, ç’ev li sêrî telale bûbûn, wan dinihêrî.
— Eva bûka mine, — Heso bi desta kulfeta cahile nava cyada nîşanî xort da. — Kurê min çûye aş, ne li male. Zû bike kincê xwe bêxe, bikeve nava cya.
Bû qûjînya bûkê, bêhemdî xwe kire qarîn, lê pêra-pêra kete bîrê, wekî xezûrra xeber nade, şerme, lihêf kire devê xwe.
— Deng ji te neê, — Heso gote bûkê, — yanê na, ezê te bikujim. Evê cahilî vê sibê xwe avîtye ber bextê min, wekî koka min jî bê, gotî wî xilazkim. Esêvankî birê teye kêleka te razaye.
Xort hela cîê xweda sekinî bû, nizanibû çi bike.
— De zû bike, kincê xwe bêxe, bikeve nava cya, — Heso gote xort. — Wekî hatin pirsîn, ezê bêjim kurê min û bûka minin.
Bû niç’e-niç’a bûkê, serê xwe hejand, xezûr da femkirinê, wekî ew yek nabe.
— Ne min tera got dengê te neê, — xezûr bi hêrs gotê. — Wê nha eskerê bên wî jî bikujin, me jî pêra. Mêrik bê îlace, xwe avîtye ber ocaxa min, xwe ez wî nadme der! Qe şayîşa mekişîne, lela min, hesêvankî birê teye.
Xort hela dêrî bûbû sekinî bû, hey ç’evê Heso dinihêrî, hey ç’evê bûkê.
— Kincê xwe zû bêxe, bikeve nava cya, nha eskera xwe mera gîhandin, — Heso gotê û dest avîte bişkokê pêsîra wî vekirin.
Xort bi kulzikî kinc êxistin, tana kiras-derpê ma. Bûkê lihêf kişandibû ser serê xwe û bin lihêfêda îske-îska wê bû, digirya.
Xort turuş nedikir nêzîkî cîê bûkêbe. Heso ew def da, bir hetanî ber cya.
— De bikeve nava cya.
Xort bi teherekî kete nava cya. Areke mezin kire orta xwe û bûkê, pişta xwe daê.
— We ku dengê eskera bihîst, xwe xewarî daynin, — Heso gote wan û zivirî, ku ji odê derê, here, gava ber dêrî bû repe-repa simê hespa. Heso lez dêrîva derket. Hetanî Heso gihîşte ber derê derva, esker ji hespa peya bûn.
— Ewî kafir nehatye mala te? — qumandar ji Heso pirsî.
— Na, kafirê çi? — Heso gotê.
— Lê, kafirek revî, hat kete nava vî gundî, em digerin, nagerin, nabînin, — qumandar gotê. — Nizanim ketye kîjan malê. Em mala kêda bibînin, bira wî çaxî gazina xwe bikin, me nekin. Dêmek, tu dibêjî mala teda nîne?
— Na, welle, nehatye mala me, — Heso gotê. — Lê wekî bihata mala min, minê kafir veşatra?
— De wekî usane, emê mala te binihêrin, — qumandar gotê, dizgîna hespê xwe da yekî û vegerya ser eskerê mayîn. — Qul bi qul binihêrin.
Qumandar û esker hîvya Heso nesekinîn, dakutane hundur. Esker berbi xênî, kox, tewlê çûn, lê qumandar berê xwe da odê. Heso da pey. Pirte-pirta dilkê Hesoye. Lê rûva qe talaşa wî nîne, usa nişan dide, wekî gur-gumanê wî nagihîjê. Qumandar gihîşte ber derê odê, xwest dêrî veke, lê Heso xwe berra kir, pêşîê sekinî.
— Kurê min, bûka min odêda razane, — gote qumandar. — Şerme, neçe hundur.
Qumandar guh nedaê, defek daê, derî vekir, çû hundurê odê, gavekê, duda pêşda çû, sekinî. Heso hate kêlekê.
— Ev kîne nava cyadanin? — qumandar pirsî.
— Lê min tera negot, wekî kurê min û bûka minin, — Heso gotê. — Te çira bawer nekir? Ne tu musulmanî, te çira hat kulfeta nava cyada dît. Gelo musulmanê rast vê yekê dike?
Qumandar ç’evê xwe Heso cinû kirin, avrûke tûj daê, vegerya pişta xwe da herduê nava cyada.
Xêlekê cîê xweda sekinî, dengê xwe nekir, paşê bi gavê çeleng ji hundurê odê derket, çû ber dêrî. Eskerê mayîn hela ji mala Heso derneketibûn. Qumandar ji destê esker dizgîna hespê xwe derxist, banzda ser piştê. Heso çend cara cîê xweda çû, hat. Eskerê mayîn jî derketin, gotine qumandar, wekî tiştek nedîtine, hespê xwe syar bûn û berê xwe dane maleke din.
Heso êpêce wext ber dêrî ma. Esker ji wê malê jî dûr ketin. Paşê Heso hate hundur û rast çû odê. Dît, pişta wan hevda, êpêceyî ji hev dûr, hela nava cyadanin.
— De, rabe, kincê xwe xweke, tu îdî xilaz bûyî, — Heso gote xort.
Xort ji nava cya banzda, tana kiras-derpê xwe avîte ser dest-pîê Heso.
— Ez xilazkirîê te û vê xûşka xweme, — ewî got û bi desta bûk nîşan da.
Bûkê lihêf kişandibû ser serê xwe, nedixwest xezûr wê wî halîda bibîne.
Heso milê wî girt, rakir.
— Kincê xwe xweke, kincê xwe, — gotê. Xort pêra-pêra kinc xwekirin û herdu tevayî ji odê derketin, berbi xênî çûn.
Esker hetanî nîvro nava gund geryan, lê usa jî ew cahilê ermenî nedîtin, hespê xwe zengû kirin, ji gund derketin, çûn.
Ew xortê ermenî hetanî êvarê malda ma. Çawa terî kete erdê, Heso qirma xwe hilda, da pêşya ewî xortî, ji sînorê gund derbaz kir.
Wexta xatirê xwe ji hev xwestin, xort gote Heso:
— Hergê heta nha kurekî te hebû, virhada hesabke, wekî du kurê te hene. Ez jî kurê teme. Ew çi ku te minra kir, qe bavê merya meryara nake. Te emrê min xilaz kir. Hetanî ez rojekê sax’ bim, rûbarê dinê bim, gelo ezê evê kirina te bîr bikim?
Herdua, mînanî kur û bavê, xatirê xwe ji hev xwestin.
— Lao, de here, bira tera ox’irbe, — Heso gotê, destê xwe milê wî xist, qirme derxist û gotê: — Hilde, lao, rê dûre, bi qezyaye, wê kêrî te bê, — û ewana ji hev dûrketin.
Xort berê xwe da rohilatê. Heso cîda sekinî, dîna xwe daê. Xêlekê şûnda xort nava terîêda îdî nedihate kivşê. Heso ji cî leqya û berbi gund hat.
ŞER BÛ…
ŞER BÛ…
Ew wê biçûya şeher û nizanibû, wekî wê rastî cahiltya xwe bê, rastî ewê bê. Nizanibû û diçû.
Wexta derheqa wêda difikirî, wî tirê gele-gele wede derbaz bûye. Lê rastîê weke deh sala derbaz bûbû. Ew birine eskerîê. Berî roja çûyîna eskerîê wana soz û qirarê xwe kirine yek û ewê ew da bawerkirinê, wekî wê ese hîvîê bimîne. Lê eskerîêda pê hesya, wekî ewê sozê xwe teribandye, yekî şeherlî stendye û çûye wêderê dimîne. Çi hate serê wî, bira serê wîbe. Tê bêjî dîn-har bûbû, dixwest ji eskerîê bireve bê. Lê ew yek jêra li hev nehat. Û ew xweda dişewitî… Sifte xewa wî nedihat, sifetê wê ber ç’eva bû. Xewnêda didît. Carna ew herdu tevayî bûn, dîsa gundê xweda bûn, kêf-laqirdîê berê bûn. Wexta xewnê ha didîtin û hişyar dibû, gelekî berxwe diket, wekî xewn bûye û zû xilaz bûye. Lê dilê wî dixwest, wekî ewê xewnê heta-hetayê bikşanda. Paşî xewna usa hertim pormijî dibû, nedixwest hevalara xeberde, tenê dibû û dikete nava bera xem û xiyala. Lê carna jî xewnêda ewî ew tevî yekî nenas didît, xwe dirêjî wan dikir, dixwest herdua jî ser hevda bikuje, lê nişkêva banzdida ser xwe û didît, wekî xewne. Pêşîê şa dibû, wekî xewne, lê paşê dikete bîrê, wekî rastî hema usa jî heye: nha ew jina merîkî dinêye. Û înka wî hê zêde dibû, dha gelekî lê dikire eynat.
Vî halî gelekî kişand, ew gelekî xweda şewitî. Lê xwe hetanî kutasîê nikaribû ha bûya… Û bere-bere birînê kew girt… Lê gelo qenc bû?
Eskerî kuta kir, vegerya. Rojêd pêşin her tiştî ew danîne bîrê: derdikete derva, bêhemdî xwe alîê mala bavê wê dinihêrî; koma qîz û bûka diçû avê, wî tirê ewe nava wandane; diçû çolê, wî tirê ewê nha jêlva bê, bigihîjê; kulfetek ber derê mala bavê wê bisekinya, wî tirê ewe… Na, birîn qenc nedibû, her tenê rûva usa dihate kivşê. Bi çi hatibû birîndarkirinê gotî bi wê jî bihata qenckirinê. Birîn qenc nebûbû.
Çend roja gundda ma. Lênihêrî teyax nake. Heyfhildanê ew dixeniqand. Hiş bûbû qûlê dil û dil çawa dixwest, usa danî serê hiş. Qirar kir here şeher, wê û mêrê wê bikuje, xwexwa jî here teslîmî dîwanêbe. Her tişt ber dil bûbû pepûk. Dil jî dîn û har bûbû û nizanibû çi dike. Kêrek hilda, dizîkava çû şeher. Çend roja pey wê û mêrê wê gerya. Lê kesekî salix-sûlixê wan neda. Gelekî gerya, gelekî çerçirî, her tenê pê hesya, wekî ewana ji vî şeherî çûne şeherekî mayîn.
Por û poşman vegerya. Kêra xwe kewkî kir, wêda avît. Hiş hişyar bû û bere-bere zor da dil.
Car-cara ber guha diket, wekî halê wê xweşe, mêrê wê xebateke başdane. Digotin, wekî îdî zar ketine dêst.
Ewê dibihîst, ç’îkekê davîte sêrî, bêhemdî xwe bi gavêd sist berê xwe dida çolê. Her tenê nava tebyetêda, li wan ç’ya-banîê gundê wan bîna wî derdiket, hevekî parç’a dilê wî datanî.
Wede û cahiltîê usa kirin, wekî ewî tirê agirê dilê wî vêsyaye. Lê tu nevêjî vênesyaye, her tenê bûne antêx û wexta werzebaê evîntîê bên, bigihîjnê, dîsa wê geş vede.
Xwest bi cûrekî heyfa xwe jê hilde. Ç’ara wê yekê dît. Qirar kir hînbe, xwendina bilind dest bîne, bibe merivekî eyan. «Bira wî çaxî nav û dengê min bibihê û xweda bişewite», — ew fikirî. Ewê kirina wê, kumreşya wî tê bêjî qewat û hunurê wî hê zêde kirin. Û ew bi kel û bîn hîn dibû, şev xwe dikire ro, ro xwe dikire şev û hîn dibû. Înstîtût rind kuta kir. Xebitî. Xebatê û hogira tê bêjî xemê wî lap ji bîrê kirin. Rastî evê jina xwe hat. Zewicî. Û ewî tirê hemû telî-tengasîê evîntya xwe wîye pêşin îdî derbaz bûne.
Ji wê rojêda, wexta ew zewicî, gele bahar derbazbûne. Qusûra mala wî tune. Zarê wî hene. Jina wî kulfeteke şîrhelale, malkire, xwerane, zarê wî mînanî kulîlka digihîjin, mezin dibin. Şeherda dimîne, her dera bi qedirgirtin navê wî didin. Çi ku dilê wî dixwest, gihîştê. Lê gelo dilê wî hema evan yekana dixwesin? Ew ber dilê xwe deyndar nîne? Qulç’ekî dilê wîda surek nemaye? Agirê dilê wî vêsyaye yanê bûye antêx? Hîvya tiştekî nîne? Gelo ber ç’evê wî her tişt tame?
Û çiqas diçû, ew dha kêm derheqa wêda difikirî. Wexta dikete bîrê jî, neyseyî beşer xweş dibû. «Xwe teze ne cahilekim», — difikirî. Jin, zaro dibûn perda dihatne ber ç’eva û çiqas jî dilê xweda, her tenê bona xwe, dixwest sifetê wê bîne ber ç’eva, jêra li hev nedihat.
Kambax dile… Nikare her cara cîê xweda rehet bisekine. Carna kela wî radibû û ew dikete bîrê. Ew dem mînanî xewneke xweşî bûn. Dil ji wê yekê rehet dibû û ber sewda qels dibû. Sewda jî pey qanûnê xwe diçû. Ewqas sal derbaz bûne, ewqas tişt hatye guhastinê. Nha ew jî mezin bûye, xerêqa malê ew tap êxistine, dibe usa qalim bûye, wekî nha vî derîra naê. («Ew bejna şitafîye bilind çawa dikare usa qalim bibe?» — dil tirs-tirs dipirsî. Lê tu wext-wedera kapa dilîzî? «Ew kirê nekirî dikin», — sewda cab dida). Her tişt fikra wîda usa bû. Şerê dil û sewdê wî bû. Axir agirê dilê wî vênesya bû, her tenê bûbû antêx û hey xwe dida hesandinê.
Carna dilê wî dixwest rastî wê bê. «Xwezil nha nişkêva kûç’êda rastî min bihata», — dilê xweda difikirî.
Lê sewda hukumî ser dikir û dida înakirinê, wekî ew şeherekî mayînda dimîne, ew şeher gelekî dûre. Paşê, dha rinde qe bira rast pê neê, bira ew qîza bejnbilinde şitafî, ç’evreşe devken, tê bêjî ji horî-perîê beyt-serhatîêd hubê xuliqî, heta-hetayê nava bîranîna wîda bimîne. Lê ew dengê wê, ew kenê wê? Heta nha jî ew deng ber guha… Erê, hezar carî dha rinde ew bîra wîda wa qîzeke hikyatîbe, ne ku jineke qalime xilpe-xare rêal, çawa ku nha ewî ew tex’mîn dikir. Wextekê sûretê wê usa sor bû, wekî merya tirê xûn lêdane. Nha ew sûret jî qerç’imîne, azîê wê daketine. Wexta gundda diçû-dihat, mêr bêhemdî xwe vedigeryan, lêdinihêrîn. Nha kê wê guh bide ser ewa azîqerç’imye xilpe-xarbûyî. Na, nha ew naxweze wê wî halîda bibîne. Evê jêra kedereke mezinbe, evê kuleke usabe, wekî wê jêra here gorê. Bira ew bîra wîda usa bimîne, çawa ewî cara kutasîê dît.
Kete bîrê, wekî wê êvarê, ku wê sibê bibrana eskerîê, rastî wê hat. Ber hev sekinîn. Ewê her tenê demekê ç’evê wî nihêrî, paşê şerma serê xwe berjêr kir. Ewî dha gelekî xeber dida. Ewê her tenê serê xwe dihejand. Ewî bona bîranînê tiştek jê xwest. Ewê desmala xwe derxist daê. Ewê dewa şikil jê kir. Ewê berxweda gotê, wekî şiklê wê tune. Ber hev sekinî bûn, hisreta hevda bûn, ji hevdu têr nedibûn. Raste, ewê xeber nedida, her tenê ewî xeber dida, lê dihate kivşê ew xeberdan bi dilê wê bû. Carekê, duda nerm destê xwe suretê wê xist. Ji şerma ew dha sor bû. Dha serê xwe kire berxwe, wekî ew wê yekê nebîne. Lê îdî dîtibû û kela dilê wî hê rabûbû. Xwest ramûse. Lê ewê nehîşt, destê wî wêda da, gavekê paşda çû. «- Nha dya min gazî min dike», — got û serê xwe hilbirî, wî nihêrî. Ya reblealemê, agir ji sûretê wê dibarî. «- De, here, bira tera ox’irbe. Sax’ herî, silamet bêy. Ezê hîvya tebim», — lez-lez da ser hev, revî berbi malê çû.
Na, bira ew sifetê wê, bîranînêd evîntya wîye pêşine tel heta-hetayê qulç’ê dilê wîda bimînin. Eva hezar cara dha rinde, ne ku wexta rastî wê bê, lap yeke başqe bibîne. Ew cina diket, wekî temamya wê dewlemendtya ruhê wîye surî nişkêva dikare bibe erd û xwelî, eger ew wêya pîrbûyî, usa nebîne, çawa ku ew fikra wîda heye, çawa ku ew nava bîranînêd maye… Agir vênesya bû, her tenê bûbû antêx û ewî jî tex’mîn nedikir, wekî çawa ew xwe dide hesandinê.
Çend roj bû bi komandîrovkê (pêrincê) çûbû şeher. Paşî xilazbûna xebatê nava şeherda digerya.
Û aha, nişkêva, kûç’êda rastî wê hat… Ya rebealemê, tê bêjî ew ji xewa hingorê hişyar bû û teze kete nava emir, bedewî û şîrnaya wî emrî dît. Ew, çi ku ewî dît, ji hiş û sewdê wî der bû û ewqasî tevîhev bûbû, wekî nikaribû hişê xwe topî ser hevke, zanibe çi bike, çawa bike. Çawa ç’ev lê ket, dilkê wî dha zû lêda, qudûmê wî sist bûn, tê bêjî ber ç’eva reşe vehat. Dilketya wîye wextekê ber sekinî bû, bona xatirê kîjanê ewî hiş û sewdayê xwe unda kiribû û dixwest qetilekê bike… Ewî dîsa mînanî xwe berê bedew bû, nûr û neder ji dêmê wê dibarî. Eger guhastinek hebû, ew jî ew bû, wekî dha bedew bûbû, dêmê wê dha meryara dikenya, temamya qewata bedewya jinê pêra-pêra xwe dida hesandinê. Ewî heyr-hijmekar wê, ç’evê wêye tas, bejna bilinde şitafî dinihêrî û ç’evê xwe bawer nedikir. «Gelo xewn nîne? Gelo rastîê ewe yanê dîsa reş-peşin hatine ber ç’evê min?» — ew difikirî. Lê na, hema ewe, ku heye. Demekê dêrî bû, nizanibû çi bike, çawa bike, tê bêjî zar-zimanê wî ketibûne hev. Nişkêva tex’mîn kir, wekî agirekî geş mînanî berê nava wîda şuxulî. Agirê wextekê netemirî bû, her tenê bûbû antex û hîvya dema xwe bû. Îro ew dem pêra gihîşt, dîsa ew agir geşe vebû û temamya heyetya wî kire nava xwe.
Ewê jî ç’evê wî dinihêrîn. Şermokya wextekê wanda tunebû, dha culet û xweguman wî dinihêrîn. Şabûneke mezin jî ç’evê wêda hebû. Wê jî tu gilîk negot, cîê xweda sekinî bû, ç’evê xwe kutabûn ç’evê wî. Wana hevdura xeber nedidan. Ç’evê wan hevdura xeber didan û dha gele tişt elamî hevdu dikirin, ne ku zarê wan karibû bikra.
Kîn, eynat, kumreşî jê dûr ketibûn. Nha ew her tenê bûbû pepûkê bedewya wê, pepûkê xortanya xwe û hazir bû darê dinêda çi bêjî bike, her tenê ew jê dûr nekeve û ew dinya zeynetî, ku rûê dîtina wêda ber wî vebûbû, beta venebe. «Xewneke çiqasî xweşe, xwezil heta-hetayê hema habe», — ew difikirî. Lê xewna çi? Rastî bû, rastya rast bû: dilketya wîye wextekê, ku dha bedew bûbû, ber wî sekinî bû û hîvya gotineke wî bû. Lê, tê bêjî, ew zar-ziman ketibû, ditirsya xeberde, dikare biqewime ew sifetê bedew ber ç’eva beta vebe. Ç’evê wî motacê wê bûn û jê têr nedibûn…
Êpêce wext usa kere-kere ber hev sekinî bûn. Ewê bihîstibû, wekî ew wextêda pey wê û mêrê wê gerya, xwestye herdua jî bikuje. Bi dil bawer nekiribû, çimkî zanibû, wekî dilê wî çawane û tu cara nikare tiştê usa bike. Lema jî nha bê tirs û xof, bi ç’evê şa ber wî sekinîbû, û tê bêjî bi sura ruhê jina zanibû, wekî tu înk û kînê ber agirê ç’evê wê teyax nakin. Û ewê bi ç’evekî şa wî dinihêrî.
— Te çira usa kir? — dengê wî ancax hate bihîstinê. Tirsya, wî tirê ew sifetê bedew wê nha beta vebe. Lê sifet beta venebû. Dîsa ew dengê wêyî xweş kete guha.
— De, qewimî…
Kenya, tê bêjî bi wî kenî xwest dilê wî bikire.
— Lê gelo te her tişt bîr kirye?
Ewê pêra-pêra cab neda. Hevekî xwe ker kir, serê xwe berjêr kir, nexwest ew ç’evê wêda tiştekî bixûne. Cab neda.
— Tu zanî, nha wexta ez rastî te hatim, min tirê ez rastî cahiltya xwe hatim. — Ewî jî nizanibû çira usa got.
— Qîztya min jî kete bîra min, — got, bi ç’evekî şa wî nihêrî.
Gumaneke biç’ûk kete dilê wî, wî tirê serê qend-benda dîtye û her tenê lazime fesal pêşda here.
— Tu zanî, te qe çi anî serê min? Ya min dît, bira neê serê bavkuştya min.
— Ez ne bavkuştya teme, — ewê bi ken got. Sîliha wêye lape zor kenê wê bû. Berê ewqasî nedikenya, kenê wêyî berê jî ha nîbû. Deqe ser deqê ew ber ç’evê wî dha bilind dibû, dibû mînanî banî-adema batinî.
— Tu ji bextê xwe razîyî? — ewî dîsa bêhemdî xwe jê pirsî.
— Gelekî, — dîsa kenya. — Filankes, paşê min fem kir, wekî ew, çi ku orta min û teda hebû, hizkirin nîbû, dha rast hizkirina zarotîê bû. Wexta ez rastî mêrê xwe hatim, hêja min tê derxist, wekî hizkirna rast çye. Lema jî ez gelekî bextewarim. Lê ez gelekî şame, wekî îro rastî te hatim. Bi serî te ez rastî qîztya xwe hatim… De pak, tê bibaxşînî, ez lezim, şuxulekî minî ferz heye.
Hevra pevketin, wekî sê rojê dinê şûnda dîsa rastî hev bên. Evê yekê gumaneke biç’ûk kir dilê wî…
Rojtira majîn besa nebixêrîê bela bû: şere, Almanîa Hîtlêrîê avîtye ser welatê me…
Dîsa rastî hev hatin. Vê carê ewe pormijî bû, ç’evê wêye reşe gir sor bûbûn. Nexwestin derheqa şêrda xeberdin, xwestin bi bîranîna bona xwe şêr bitemirînin.
— Ez zanim, eger ez wan hemû tişta tera bêjim, çi ku paşî rasthatina me dilê minda sêwirye, dibe tu bifikirî, wekî ezî sewdaserim, — ewî gotê.
Dengê xwe nekir, her tenê neyseyî vebeşirî, ç’evê xwe kutane ç’evê wî.
— Hela bêje, çika dilê teda çi sêwirye. Ez bawerim, wekî gilîê xirab nesêwirîne.
— Çira ez gotî usa nekim, çawa dilê min dixweze? — ewî bi cûrê pirsê gotê.
— Wexta merî bixweze, dikare her tiştî efûke. Hetanî merivkuj jî dikare xwera menya bibîne.
— Ez ne merivkujim, ne jî evînkujim. — Ewî xebera kutasîê bi teqleke mexsûs got.
Ewê pêra-pêra tê derxist, wekî gilîê wî ku dikevin.
— Min wê rojê derheqa wê yekêda tera got, — ewê bi hemdî xwe gotê. — Te didame bawerkirinê, wekî timê jî derheqa teda baş fikirîme… Û min bîr nekirye, wekî wextekê ber te gunekar bûme. Lema jî min nizan bû, wekî çawa ber te xwe xweykim bona rind bême bawerkirinê, çika te baxşandye min yanê na.
— Û hatî ser çi fikrê? — ewî jê pirsî.
— Dilê te temiz mînanî şûşeye, pêra-pêra ber merya vedibe. Min xilêletî wîda nedît.
Nişkêva xwe ker kir. Bengzê wê hate guhastinê, tê derxist, wekî êpêce tişt zêde gotin.
— Ez û tu mînanî zaranin, — ewê bi hemdî xwe got. — Dinya-alem ketye derdê vî şerî, lê ez û tu pey rojê buhurî ketine… Lê gelo nha wedê wê yekêye?..
Herdua jî serê xwe kirine ber xwe, tê bêjî ji kirina xwe şerm kirin.
— Duh mêrê min bi rezadilî çû eskerîê, — ewê bi kubarî got. — Wexta dijmin derî me girtye, ew nikare malda rehet rûnê.
Xatirê xwe ji hevdu xwestin û her yek alîkîda çû. Wê şevê heta sibê xew nekete ç’evê wî, ser gotina wêda difikirî. Rojtira mayîn vegerya şeherê xwe.
Çend roja şûnda xatirê xwe ji jinê û zara xwest, bi rezadilî çû eskerîê.
Şer bû…
HETANÎ KENGÊ?
HETANÎ KENGÊ?..
Bona bîranîna bavê min — şehîdê Şerê wetenîê
DEWRÊŞÊ SERDAR.
Her car, wexta ez cîkîda diçim, Zera mine biç’ûk timê dipirse:
— Bavo, tê kengê bêyî?
Ev pirsa wê serhatîke derbazbûye melûl tîne bîra min. Û çiqas cara min ew pirs bihîstye, ewqasî ew serhatî hatye ber ç’evê min û min tirê ew ne ku zef zûda qewimye, lê duh bûye.
* * *
… Sala 1941-ê bû. (Hulbet, ez paşê vê yekê hesyam). Havîn bû, germê diqijiland. Heyata komîsarîata nehîêye eskerîêda tijî merî bûn. Xênji mêra, usa jî gele jin û zaro hebûn. Kom-kom bûbûn û xeber didan. Ezî wî çaxî hevt salî bûm û min hela pakî tê dernedixist, wekî çi qewimye, çira dya min û pîrka min digrîn, lê bave min melûl-melûl dûr dinihêre. Em ser hêşnaya heyata komîsarîata eskerîê rûniştibûn. Bavê min ez danîbûm ser çoka xwe, serê min dabû ber sîngê xwe û destê xwe nava porê serê min digerand. Ber tevê ez aciz bûbûn û ç’evê min zorê ji hev vedibûn.
— Çi we qewimye, şîna tevî dinê şayîye, — dengê bavê min li min tesele bû. Min serê xwe hilbirî, bavê xwe nihêri. Bavê min mirûzkirî bû, dya min dinihêrî. Min tex’mîn kir, wekî ewî ew xeber dya minra gotin. Ez vegeryame alîê dya xwe. Ewê serê xwe berjêr kiribû û pê pêşa şelka xwe hêsire ç’evê xwe temiz dikirin.
— Şere, dinê-alem diçe, xwe ez tenê nînim, — bavê min bi hêrs digote dya min.
— De belkî mala şerûda kavla kulêbe, — pîrka min digot û destmala xwe dikire ber pişta xwe.
— Çend berxa bibe bazarê, bifroşe, gîhê pêz bikire, — bavê min digote dya min. — Te hew nihêrî şêr dirêj kişand, ez wededa nehatim. Karê zivistanê rind bibîne.
Wekî usane bavê min dibe hetanî berf bikeve jî naê. Wê ewqas wext çi bike, çira ewqasî derengî keve? Berê, wexta diçû şeher (hertim payîza diçû), hetanî rojya vedigerya dihat. Dibe bavê min gelekî dûr diçe, lema jî wê dereng bê?
Nizanim çiqas wede wî cûreyî derbaz bû, ber tevê westyayî, acizbûyî ez xewra çûbûm. Wextekê min ç’evê xwe vekir, bala xwe daê — ez dîsa ser çoka bavê xweme û min bi herdu desta stûê wî girtye. Qalme-qalmeke usa bû, her Xwedê bizanbe. Nava wê hewar-gazîêda hertim dengekî bilind dihate bihîstinê, ewî nav û femîlê merya dixwendin.
— Ahmedê Ûsib…
— Ezê zû-zû nema binivîsim, derheqa minda nefikirin, — bavê min pey xwendina her femîlekêra digote pîrka min û dya min.
— Husoê Kado…
— Miqatî hev bin, — bavê min digote dya min û pîrka min, — nehêlin gede dûr here. Hela çika Xwedê çi dike.
«Gede» jî ez bûm. Bahara û havîna sibê hetanî êvarê çolê bûm, nedihatme mal-avaya. Gele cara jî dya min yanê pîrka min pey min dihatne çole, milê min digirtin û zorê danîne malê.
— Ezîzê K’oro…
— Lao, — bavê min vegerya ser min, — tu jî îdî şikir mezinî, gura pîrka xwe, dya xwe bikî, alî wan bike. Apê te jî birine eskerîê. Mêrê malê îdî tu mayî…
Min serê xwe kire ber xwe, pişka xweda hevekî werimîm. Cara ewlin bû, ku bavê min ez dewsa merîê mezin dadanim.
— Keleşê Qadê…
— Bîr nekî, — bavê min digote dya min, wan perê me ji cem Qasim hildî. Pê wan pera ar bikire dayne. Bira nanê we kêm nebe, kî zane…
Nanê meê çira kembe, ez difikirim. Çend çewal arê me koxda danîne ser hev, ez ber disekinim, destê min nagihîje serê wan. Ka me ew ar xwerye, wekî arê teze jî bikirin? Na, tê kivşê bavê min naxweze zû bê, lema temîê usa dya min dike.
— Avdoê Kakê…
— Çawa nema Hemîd hat, adrêsa wî pêra-pêra minra bişînin, — bavê min digot û hey wî alîê deng dinihêrî.
Hemîd apê min bû, du roja pêşda biribûn. Wî çaxî bavê min, dya min û pîrka min ew verêkirin, nehîştin ez jî wanra herim. Roja apê min birin, bavê min nava xênîda diçû, dihat û ofe-ofa wî bû. Hêsir ji ç’evê pîrka min kêm nedibûn, lê dya min karê apê min dikir.
— Dewrêşê Serdar…
— Ez vêderême, — bavê min got, ez serpêşa xwe peya kirim, hêdî ji cîê xwe rabû. Dya min û pîrka min berî wî ji cî quloz bûn. Bavê min xwe avîte pêsîra pîrka min. Lê pîrka min destê xwe stûê wîra bir, serê wî berjêrkir û çend cara çû rûya. Êpêce wext stûê wî bernedida. Paşê gavekê paşda çû, stûê xwe xar kir, kur nihêri:
— De here, lao, Xwedê ox’ira terabe, sax’ herî, silamet bêy, — ewê digot û digirya.
Bavê min kûz bû, ez hilbirîm, dame ber sîngê xwe û herdu sûrtê min paç kirin, zûr bû min nihêrî. Ç’evê wî şêlû bûbûn, gulpkê ç’evê wî zû-zû dihatne girtinê û vekirinê. Xêlekê usa zûr bû min nihêrî, paşê ez qayîm sîngê xweva guvaştim, vegerya ser dya min:
— Dema xatirê te, miqatî dya min û gedebe, — gotê û ezî usa ber sîng, torbê wî piştê berbi ewî merivî çû, ku nav û femîla merya dixwendin. Min jî bi herdu desta stûê bavê xwe qayîm girt. Em çûn nêzîkî wî merivî bûn. Dya min û pîrka min jî pey me dihatin. Ewî mêrikî ez ji ber sîngê bavê min peya kirim, destê min girt. Bavê min pêşda çû, sekinî, vegerya me nihêrî. Min îdî xwe zevtnekir û bi dengekî girî kire gazî:
— Bavo, tê zû bêy?
Ewî mêrikî destê min dha qayîm guvaşt, vegerya min nihêrî. Dya min û pîrka min digiryan. Bavê min hela cîê xweda sekinî bû, zûr bûbû me dinihêrî. Destê xwe bilind kir.
— Hetanî…
Bû hewarzke mezin. Min xeberê bavê xweye mayîn îdî nebihîstin. Ewî tiştek digot, lê wê qalme-qalmêda dengê wî îdî nedigihîşte min. Vegerya pişta xwe da me, bi gavêd lez çû û nava cêrga mêrada sekinî. Mêrik destê min berda, wêda çû. Ez çûm kêleka dya xwe sekinîm, pêşa wê girt. Bavê min dûrva destê xwe mera dihejand. Hetanî cêrge çû nepenîêda qulibî, ewî usa destê xwe mera dihejand.
* * *
Havîn derbaz dibû, neme dihatin… Sêniç’ik bûn û tê bêjî her niç’ikekîda şabûnek hebû: yek bona pîrka min, yek bona dya min û yek jî bona min… Xebera bavê min «hetanî…» bîra minda bû. Lê min nizanibû, hetanî kenge. Min zanibû, wekî ezê wê salê herme mektebê.
Rojekê jî başewal, tana kiras nava cewa fêza malada min û hevalê xwe tevayî he’rîêra dilîst. Em lîstikêda ketibûn, me tex’mîn nekiribû, çawa dya min hatye nêzîkî me bûye. Ewê navê min hilda. Min serê xwe bilind kir, dît, dya min ser minra sekinye. Destê min girt, birime jorê, serç’evê min, lingê mine he’rî şûştin, pê şelka xwe temiz kirin, şelê minî teze, ku wê salê baharê bavê min ji şeher minra anîbû, li min kir, solê mine sore teze (ew jî bavê min anîbûn) kirne lingê min, destê min girt û em berjêr çûn. Min ji dya xwe pirsî:
— Daê, em kuda diçin?
— Em diçine mektebê, — ewê bi şabûn gote min. — Îroda îdî tu mektebvanî.
Şabûneke mezin kete dilê min. Qe nizanim çawa bêhemdî xwe min gote dya xwe:
— Wekî usane, bavê minê bê, ne? — min got û destê min destê wêda zivirîme pêşîê. Dya min nişkêva sekinî, zûr bû min nihêrî û lez pirsî:
— Tu çawa zanî wê bê?
Min nizanibû çi caba dya xwe bidim: derheqa qirara xweda minê çi jêra bigota?
— Lê ez herme mektebê bavê min neê? — bêhemdî xwe min gote dya xwe.
Destê dya min sist bû. Destê min ji destê wê derket. Ew kela, ku çend deqîqa pêşda ç’evê wêda hebû, vemirî. Sekinî, serê xwe berjêr kir, berxweda nihêrî. Dengê xwe nekir. Min fem kir, wekî min xemeke mezin kire dilê dayka xwe. Ez jî cîê xweda sar bûm, şabûna, ku xêlekê pêşda hebû, ji min dûrket.
— Dive bavê min neê? — min bi sûckarî ji dya xwe pirsî. Dya min nişkêva serê xwe hilbirî. Ser bengzê wê hêrs, înkarkirineke erhede hebû. Lê pêra jî ç’evê wêda agirekî gur hebû. Her tenê nha fem dikim, ew agirê bawerbûnê bû. Him bona wê bi xwe bû, him jî bona min bû. Pêra-pêra destê min girt, lez-lez berbi mektebê çû.
— Na, lao, bavê teê ese bê, — rêva ewê bi bawerî gote min. Hevekî xwe ker kir, paşê bi dengekî hêdî serda zêde kir. — Dive hevekî derengîkeve, lê wê ese bê…
Ez çûme mektebê, lê bavê min nehat. Mehek derbaz bû, dîsa ç’evê me li rê ma. Payîzê extyarîêd xwe teslîmî zivistanê kirin. Malxuê malda tunebû, dya min nikaribû çawa lazime debrê bide ser hev û zivistanê, çawa dibêjin, qir kete nava pezê me. Her tenê çar mîê kelax derketne baharê. Erê me jî ser hevda hat, dya min pêra negîhand (dha rast destnexist) arê teze bikire. Pez jî qir bû, ar jî kutabû, lê bavê min nehat. Dewsê hey carna neme dihatin. Û wexta neme derengî diketin, qudûmê pîrka min dişkest, ruhê wê dihate serê poz. Ç’evê wê hema usa li rê bû…
Dya min êvarê dereng ji xebatê vedigerya. Û wexta nemê bavê min hebûna, pîrka min hîvya wê nedisekinî, didane xwendinê. Êvarê, wexta dya min dihat, pîrka min serecema wana jêra şirovedikir. Lê qîma dya min ji vê yekê nedihat û ewê neme hildanî, dibire mala cînarê me û dîsa dida xwendinê.
Min îdî ç’evê pîrka xweda, ser bengzê dayka xwe tex’mîn kiribû, wekî şer çye. Min zanibû, wekî ew ne mînanî şerê qebîlêd gundê meye, lê zulmeke girane, tiştekî ewqasî nepakî neqence, wekî nahêle bavê min bê, wekî îdî malê me qir nebe, arê me kuta nebe, ç’evê pîrka min rê neqerime û dya min axînê ewqasî kûr nekişîne. Min bere-bere zulma şêr tex’mîn dikir.
Salek derbaz bû, ez derbazî koma duda bûm, lê bavê min nehat. Nha min jî îdî karibû bin wan nemada çend xebera binivîsim, ku mala meye biç’ûk bavê minra dişandin. Min hertim dinivîsî: «Bavo, tê kengê bey?» Ewî dinivîsî, wekî wê zûtirekê bê. Lê kengê? Caba vê pirsêye konkrêt tunebû. Lê min ew yek dixwest û dilê xweda usa hesab dikir, wekî hetanî mekteb vebe bavê minê bê. Ez bi wê gumanê jî dimam û ditirsyam merîê mayîn wê gumana xwe bidme hesandinê. Ew tenê gumana min bû.
* * *
Çiqas çû serecema nema ewqasî kurt bû. «Wedê min tune, em îşev hucûm bikin». «Emê ese altkin û zûtirekê hevdu bibînin… Min çiqasî bîra we kirye».
Dîsa yekê sêntyabrê hat. Le bavê min nehat. Gumana min xeyîrî. Me sî manatekî sor ji bavê min stend. Çendekî şûnda nema wî jî hat. «Ezî sax’î-silametim. Tenê derheqa weda difikirim. Emê îşev hucûm bikin. Tişt nake, gele çûye, hindik maye. Ber xwe bidin, ezê zûtirekê xwe wera bigihînim. Çendekî pêşda min sî manat şand. Pê wan pera defter û kitêbê gede bistînin, belkî rind hîn dibe. De pak, gazî min dikin. Şeva we bimîne xweş.»
Neme pê qelemê ser kax’azekî qalim nivîsî bû. Ç’ilke av (yanê hêsir) ketibû ser navê wî, kax’azê ew ç’ilk hilç’inandibû xwe, nivîsara qelema kîmîaê mezin kiribû û aqareke biç’ûk reş kiribû. Navê bavê min pak nedihate xwendinê. Pîrka min nemê bavê min cem xwe xwey dikirin. Dikire qutya xweye darîn, nava kincê xweye tezeda vedişart. Ew kinc bavê min, apê min jêra kirîbûn û hela pêra negîhandibû xweke, gava herdu kur verêkirine şêr û sond xwar hetanî venegerin malê xwe wan kincara neke. Wexta nemê bavê min derengî diketin, pîrka min derê qutîê vedikir, yek-yek wan nema dinihêrî. Xwexwa nexandî bû, lê zanibû, wekî her yekêda çi nivîsye û kengê şandye.
Min jî ji perê wan deftera, ku pê perê bavê mine şandî kirîbûn, jêra nemê biç’ûk dinivîsîn û dişandin. Lê nemê bavê min bûbûn qatî. Dya min hela xebatêda diket, tê bêjî hevekî derd-kulê xwe bîr dikirin, lê sibê hetanî êvare ax, kesera pîrka min nemê bavê min bûn. (Nemê apê min hertim dihatin, ew nebiribûne ber şêr, piştêda qulix dikir). Meh dihatin, derbaz dibûn, halê mala me dha çetin dibû. Alîkîda nemê bavê min nedihatin, alîê mayînda jî dya min ancax ebûra me dikir. Min dilê xweda hertim wedê hatina bavê xwe dirêj dikir, dildîmî dida ber dilê xwe, wekî wê zûtirekê bê. Ez rind hîn dibûm û difikirîm, wekî wexta bavê min bê, bira zanibe, ku perê wîye şandî bona min badilhewa xerc nekirine. Raste, defterê me ne tu tişt bûn (te perkê bi hubrê dida ser belga govekeke mezin hildiç’inî xwe û reş dibû), lê min dicedand her tiştî pak bikim, wekî qîmetê xirab nestînim. Raste, qe nizanim çawa dya min pê wan pera çend defter kirîbûn, lê şuxulê hubrê gelekî çetin bû. Me danî ç’ira neftê dikire peltikê û hetanî sibê vêxistî dihîşt. Dûê wê banê peltikêva digirt. Me sibê derdaneke biç’ûk dida binî û pê kêrê ew dûê banê peltikêva girtî vedirût, dikire derdanê. Paşê heve av dikire nabê û lihevdixist. Dibû mînanî hubra reş. Me ew dikire huburdanga xwe û pê dinivîsî. Te hew nihêrî mûkî serê perikva girt û temamya herfê reş kir. Bona vê yekê dersdara dengê xwe mera nedikirin, zanibûn, em hubrê çawa çêdikin. A bi hubra usa û kax’azê wan defterê kirî min jî bavê xwera îdî nemê biç’ûk dinivîsîn. Lê cab tunebûn û tunebûn. Nemebir îdî alîê mala meda nedihat. Pîrka min nîvî rojêyî pirê derva, ser selê ber dêrî derbaz dikir: ç’evê wê li rya nemêd bavê min bûn, lê ew bûbûn kevirê binê bîrê.
Salek jî derbaz bû, lê nemê bavê min nedihatin. Ez derbazî koma sisya bûm. Gumaneke biç’ûk dilê minda hebû, wekî dibe îsal bavê min bê. (Hişê zarane: neme nedihatin, lê ez ç’evnihêrya bavê xwe bûm). Îlahî wexta qîzeke gundê meye kezî dabûne razandine û ewê ber xewa gotibû, wekî îsal ku mabe bavê minê bê. (Wî çaxî gundê meda danîn qîzeke kezî roj didane razandinê. Tasa av didane ber sêrî, eynek didane ber. Şikil, hûrmûrê merîê eskerîêda dadanîn cem. Gava şiklê yekî yanê hûrmûrê yekî didan ser sîngê qîza razayî, ewê destpê dikir derheqa wîda xeber dida. Wexta kuta dikir, şiklê yekî mayîn dadanîn ser sîngê wê. Û aha hetanî kutasîê). Gotina wê minra bûbû guman û ez hîvya hatina bavê xwe bûm.
Ew sal jî kuta bû, sala pey wêra jî hat, derbaz bû, lê ne bavê min bû, ne jî nemê wî bûn.
— Dive dîl ketye, lema jî nemê wî naên, — hertim kulfetê navsere ber dilê pîrka minda dihatin. — Bîna xwe fireke, Xwedê reme, te hew nihêrî, tera cîkîda delîlek vebû.
Lê xuşûşya dilê pîrka minda bela nedibû. Sibê hetanî êvare ç’evê wê li rê bû û hêsir ji ç’evê wê xalî nedibûn.
Her êvara, gava dya min ji xebatê vedigerya, pirsa wêye pêşin ha bû:
— Neme heye yanê na?
Û wexta pê dihesya, wekî tune, tê bêjî teze tê derdixist, wekî westyaye, kesirye, ancax pêra digîhand rûdinişt, bi herdu desta serê xwe digirt û berjêr dinihêrî. Û, bawer bikî, herro eva yeka vî teherî dihate weklandinê.
* * *
Bahar bû, berf hilatibû, qalç’îç’ek derketibûn. Birçîbûn, xelayî bû. Em hewcê parî nanê ceyî tisî bûn. Me zanibû: bahar vebû, mirina me tune, çimkî emê qe na pê pincarê ebûra xwe bikin. Û çawa bahar dihat, me radihîşte çolê pincar diçinî, dixwar.
Wê rojê ez û gedê hevalê min çûbûne pîç’oka. Lingê me nava ava qarxûnada sor bûbûn. Em hatin malê, me pîç’okê xwe danîn û ancax xwe tendûra mera gîhand. Me pêra-pêra lingê xwe kire tendûrê. Çend deqa şûnda lingê me şewitî û me herdu jî lingê xwe ji tendûrê derxistin. Dya min ser xebatê bû, lê pîrka min nizanim kuda çûbû. Gedê hevalê min hilda gote min:
— Mala meda heve kartol hene, ez herim çend heba bînim, em tûzîkin, tendûrêxin, bipijînin, bixun.
Nîvro bû, tendûr teze vêsandibûn û kevîê wê hela gelekî germ bûn. Hevalê min çû mala wan, çend kartol anîn, me tûzîkir, xuê ser reşand û kevya tendûrê xist. Bû ç’izînya kartola pêva girtin. Wî çaxî cînarekî me, ku şerda seqet bûbû, vegerya bû, bi dêmekî şa hate mala me.
— Ka dya te, pîrka te? — ewî ji min pirsî. Min gotê, wekî dya min hela ser xebatêye, lê pîrka min nizanim kuda çûye.
— Mizgînya min wera, gelî zara, şikir şer kuta bûye, — ewî bi dêmekî şa gote me. Sifte em herdu jî ji cî nelipitîn, me nizanibû çi bikra.
Gedê hevalê min nişkêva ji cî banzda, berbi dêrî çû, lê cîê xweda sekinî.
— Ez herim mizgînîê bidme mala me. Lê kartola nexwî, ezê va bêm, — got û dêrîva çilqas kir. Ez hela cîê xweda sekinî bûm û min nizanibû çi bikra.
Qe nizanim çawa, bêhemdî xwe min ji wî cînarê me pirsî:
— Wekî usane, bavê minê zûtirekê bê, ne? — ewî serê xwe kire ber xwe, nexwest ç’evê min binihêre, berxweda got:
— Lê çawa, wê bê.
Tê bêjî şikberî nava gotina wîda hebû. Nesekinî, lez dêrîva derket, çû. Min jî xwest derêm, herim pîrka xwe bibînim, ç’evronayê bidmê. Lê cûrê gotina wî xuşûşîke mezin kiribû dilê min. «Wexta şer kuta bûye, bavê minê jî bê, — difikirîm. — Ewî îdî çira usa bê dilê xwe digot? Lê hesab yeke — şer kuta bû, bavê minê bê». Nişkêva bû terpîn: kartola tûzîkirî ji kevya tendûrê ket nava kozîê. Hevalê min usa jî nehat. Min îdî tûzîê kartolê ji tendûrê dernexist. Ez derketme derva. Gundî temam bêdera orta gundda berev bûbûn, şa dibûn, dikenyan. Min ç’evê xwe nav wan gerand, lê ne pîrka min, ne jî dya min newêderê bûn. Şabûna tomerî bû, her yek bi cûrê xwe şa dibû. Xêlekê şûnda dya min û pîrka min jî hatine wêderê. Ser bengzê wan jî ken û şabûn hate kivşê. Hetanî êvara dereng kesek neçû mala xwe, gişk hev top bûbûn, şa dibûn, lê hey carna guhê hevda dikirne piste-pist û alîê malê wan merya dinihêrîn, ku wexteke dirêj bû nemê wan nedihatin yanê çawa wî çaxî digotin, «kax’azê wane reş» hatibû. Carekê-duda alîê mala meda jî nihêrîn.
Xulese, şer kuta bû, ew altindarî, ku ewqasî hîvîê bûn, hat. Ew gundîê me, ku kom-kom çûbûne ber şêr, nha tek-tek vedigeryan. Hetanî payîza dereng jî tek-tek dihatin. Lê hatî ber çûya ewqasî kêm bûn… Dewsa nehatya «kax’azê reş» dihat. Xebera «reş» îdî bi xwe gele tişt digot. Te hew dinihêrî wê rojê malekêda dibû şayî, merîê wan ji ber şêr vedigerya, lê gundda çend malada dibû şîn, «kax’azê reş» derê wan mala dihingavt. Nha îdî usa bûbû, wekî merî ji nema ditirsyan: te hew dît, xwedênekirî, «kax’azê reşbe». Rastîê gotî, ez jî îdî ji nema ditirsyam. Lê gumanek dilê minda hebû: min ji gilîê bavê xwe bawer dikir, wekî wê ese bê.
Rojekê kax’azekî usayî «reş» derê me jî kuta. Nizanim çira jêra digotin «kax’azê reş», gava wê nemêda her tenê kax’azekî spî hebû. Mala meda şîneke giran bû… Dya min, pîrka min serç’evê xwe diqelaştin, porê xwe vedrûtin. Der-cînar tijî mala me bûbûn, jin digiryan, lê mêra serê xwe kiribûne ber xwe û ker sekinî bûn. Min jî dixwest, wekî bigrîm, lê dikir, nedikir girîê min nedihat. Min nedixwest ji wî «kax’azê reş» bawer bikim. Min dixwest ji gilîê bavê xwe bawer bikim…
Û meh dihatin derbaz dibûn, min ji wê xebera bavê xwe bawer dikir. Lê ew nehat. Sal dihatin derbaz dibûn, min ji xebera bavê xwe bawer dikir û ç’evê min rya wî bu, lê ew nedihat.
Min mekteb kuta kir bawerbûna berbi gilîê bavê min bal min kêm nebû, lê ew nedihat.
Înstîtût jî kuta kir, dîsa bawerbûn dilê minda ma.
Zewicîm, bi xwe jî bûme bav, lê gotina bavê min ji serê min derneket û hetanî nha jî dernaê.
Gelo ezê ta kengê ji wê xebera bavê xweye «Hetanî…» bawer bikim? Tê kivşê hetanî rojekê li dinê bim. Bawerbûn tiştekî rinde: derew yanî rastî yeke. Min bawer kirye, bawer dikim û ezê heta-hetayê bawer bikim.
* * *
Her car, wexta ez cîkîda diçim, Zera mine biç’ûk timê dipirse:
— Bavo, tê kengê bêyî?
Û hertim rastîê jêra dibêjim û wê naxapînim, çawa bavê min bêy xwestina xwe wî çaxîda hetanî nha min «dixapîne».
Wênekêş Arif Sevinç.