amarikesardar
DIK’A ARTÎST — DEWRANE (1967)
DIK’A ARTÎST — DEWRANE
Dibêjin, wexta artîst nalîze, tê bîrkirinê.
Lê gelo kîjan artîstar’anin?
Nha artîstê mezin weke 80 salî emr kirye. Îdî li ser dik’ê ber temaşeçya pêşda naê, temamya qewata gênîa xwe li ber wan venake, wan bi lîstika xwe h’eyrî nahêle, Dêzdêmona delal cîê badilhewa naxeniqîne, nakeve dilqê Don-Jûan, Hamlêt…
Artîst îdî li ser dîk’ê nalîze. Lê kengê dilê artîst bêy dik’ê teyax daye? Papazyan ser dik’ê nalîze! Qet tiştê ha dibe? Lê bûye… Emr ew yek kirye…
Lê emr tiştekî mayîn nikarbûye bike. Nha dik’a lîstika Vahram Papazyan ne ku têatra ser navê Sûndûkyane, lê bi hezera dilê wan temaşeçyane, bextê kîjana lêdaye wextêda lîstika artîstê dewrana meyî mezin bibînin, ser gênya wî zendegirtîbin, bin hukumê lîstika wîda xwe bîr bikin, tex’mîn nekin, wekî ew li têatrêne, lê hew zanibin ketine dinya sêrê, dinya lîstika Papazyan.
Terîqa têatra ermenya ji du hezar sala zêdetire. Nava wê terîqêda navêd usa hene, wekî ne ku tenê şewq û şemaleke mezin dane têatra xweye miletîê, lê usa jî dane ya hemdinyaê. Dinya hetanî nha jî li ser lîstika Pêtros Adamyan, Sîranûyşê, Hovannês Abêlyan, Hraçya Nêrsîsyan zendegirtî maye. Bona Vahram Papazyan hindike, wekî bêjî dinya ji lîstika wî zendegirtî ma.
Ew 11-salî bûye, bavê xwestye bike tucar. Hûn deqekê tex’mînkin, wekî xwestina bavê bihata mîaserkirinê, meê nha ew qulç’ê ruhê xwe bi çi bida tijîkirinê, li k’u Papazyan bi heqî p’adşatîê lê dike?
Ewî 15-salî bû, li ser dik’ê kêleka Abêlyan lîst. Şîrvanzadê û Abêlyan bûn, wekî Papazyan ji Parîzê anîn Bek’yê û sê meha wêderê xweykirin. Û hema wî çaxîda jî ew hate ser dik’ê çawa xwey, çawa xudan, çawa merîkî usa, ku bona wê xuliqye, hatye dinê.
Akadêmîa bajarê Îtalîaêye Mîlanêye îskûstvaêda hîn bû, k’omêd têatrêd Îtalîaêra gelek bajarêd Êvropaêda ger’ya, çû Qayîrê û Alêksandrîaê, vegerya hate K.Polîsê, li k’u ew bûye, û cara ewlin dilqê Otêlloda lîst û nava temamya emrê xweyî mezinda t’erka Otelloê neda, du hezar cara zêdetir ber temaşeçya Dêzdêmona xeniqand, k’ela dilê temaşeçya rakir, bi xwe jî dest li xwe tewarkir û li ser kirina e’wantya merya hêrs ket…
Wekî merî t’enê navê wan dilqa binivîse, yêd ku Papazyan qedandine, wê çendik-çend rûa bigrin. Lê merî dikare derheqa dilqêd qedandina wîda tiştekî kurt bêje: gava dîna xwe didî lîstika wî, ew ewqas sadeye, ewqas bi bawerîye, ewqas rast û bêqelpe, wekî demekê te t’irê vêderê qet t’u hostatî jî tune, merî derketye ser dik’ê û usa xeber dide, çawa teê xeberda, usa diçe-tê, çawa tuê biçûayî-bihatayî, eger li ser dik’êbûayî… Wexta tu efrandinêd feqîê Teyran, Pûşkîn, Tûmanyan, Îsahakyan jî dixûnî, te t’irê ewe gelekî sadene, gelekî fer’ih’in û tu jî wexta bixwezî, dikarî usa hêsa binivîsî. Lê wexta dicêr’ibînî, hêja tê derdixî, wekî gênîa wan hema nava wê yekêdane, firqya te û wan jî hema ew bûye, wekî tê derdixî, digihîje dil û sewdaê te, lê gava dixwezî bi xwe wê yekê bikî – nikarî.
Dibêjin, wekî merî nikare xwe du cara ava ç’êmekîxe, çimkî k’enerê be’rê cîê xweda dimînin, lê av dik’işe diçe. Dilq ew ç’eme, ku ava wî k’işyaye çûye. Lê ava ç’emê Papazyan başqeye, ew ne ku berbi cîê undabûnê û bîrkirinê dik’işe, lê berbi dil û sewdaê merya dik’işe, bûye p’îgarê we’de û tevayî berbi kanya avlih’eyatê dik’işe.
Ji çapa mqalê û qewata min dere, wekî navê wan hemû cya hildim, li k’u Papazyan lîstye, pêşda hatye. Lê dikarim kurt bêjim, wekî navê wan hemû cya kutasîê dibin yek û dibin kontînênt, ew jî ne yek, ne dudu, ne sisê… Ne axir usane: bona îskûstva rast û heq t’u h’ed û h’idûd tunenin…
Vahram Papazyan Hraçya Nêrsîsyan anî Yêrêvanê, wekî… li ser dik’ê t’enê nemîne, wekî li rûê ezmanê îskûstva ermenya steyrkeke geş jî zêdebe, wekî ewana hevdu t’amkin…
Sala 1956-a Vahram Papazyan navê artîstê T’R’SS cimetêyî hurmetlî stend. Eva jî bû nîşaneke qîmetkirina emekê wîyî mezin, naskirina talanta wîye geş.
Artîstê mezin nivîskarekî mezine jî. Kitêbêd wîye bedewetîê nimûnê lîtêratûra mêmûare usanin, ku nava lîtêratûra hemdinyaêda jî kitêbêd usa kêmin.
Hetanî nha mexlûqetya ermenya, maşoqê têatrê çend hobêlyanêd wî derbazkirine (25-salî, 50-salî, 70-salî). Em dixwezin, wekî ser vanda sedsalî jî zêde bibe.
Rastîê gotî, min dixwest derheqa Vahram Papazyanda mqalekê binivîsim bona wê yekê, wekî ew pêşda dane çawa kandîdatê dêpûtatya Sovêta R’SS Ermenîstanêyî T’ewrebilind û gotî okrûga neh’ya Yêrêvanêye Spandaryanêye bijartinêda bê bijartinê. Lê mqale bi wî cûreyî derneket, ku yeko-yeko derheqa emr û şuxulkirina wîda şiroveke. Bona wê yekê “gunekar” h’izkirina mine berbi îskûstva wîye nebînayî mezine.
“Rya teze”, 12-ê martê s. 1967
XWESTINA ME – XWENDEVANA (1966)
XWESTINA ME – XWENDEVANA
Çendekî şûnda wê bibe qur’lt’a nivîskarêd Ermenîstanê. Berê wê qewmandina berbiç’ev me dixwest careke mayîn jî dengê me – xwendevana bigihîşta efrandarêd me, bona kîjana ewana dinivîsin, ber kîjana ewana hesabdarin. Bira ew bizanibin, wekî çi xwestinê me ji wana hene. Xwestinêd me gelekin, lê îro em tenê derheqa çend xwestin û kêmasyada xeberdin.
* * *
Wekî ez bêjim min temamya prosêsa mirinê usa tê derxistye, çawa ku merîk bimre û teze sax’be, dibe ku hinek bawer nekin. Lê min ew yek zef rind tex’mîn kirye, ew jî… bi qewata xebata bedewetîê, gava romana Cêk Londone “Martîn Îdên” xwend. A derheqa xwendevanê hada bûye, ku şayîrê mezin Gyotê gotye: ez xwendevanê usa dixwezim, kîjan wextê efrandinêd min dixûne, dinya dor-berê xwe, xwe, min bîr dike û dikeve nava wê dinyaê, derheqa kîjanêda ez nava efrandina xweda dinivîsim. Hilbet, vêderê gilî berê ewlin hema derheqa me’rîfeta nivîskar bi xwedane. Em, xwendevan, hela vê gavê vê yekê ji nivîskarêd meye kurd naxwezin (wekî bixwezin jî, ne gunekarîye), lê em dixwezin (û ew nikarin wê xwestina me nedne razîkirinê), wekî em xwe nava efrandinêd wanda bibînin, emrê xwe, xeyset û xwestinêd xwe, dor-ber û kirinêd merivêd me bibînin, bi gilîkî, bi serî nîgarê efrandinê em xwe bibînin û xwe nas bikin.
Lê eva xwestina me, telebextra, hela dimîne çawa xwestin. Gelek cara çawa razîkirina vê xwestina me efrandarêd meye kurd (gilî ne derheqa gişkadane) şuxulê usa raberî me dikin, wekî me dewsa xwendevanêd salêd 30-î datînin. Nava poêzîa meda şarûr û bilbil, gul û bilbil ewqas bê hesabin, wekî gelek cara şayîrêd qur’nê orte alîê xebtandina wanda wê xwezlya xwe çend şayîrêd meye nha banyana. Hela hetanî roja îroyîn jî çend şayîrêd me bi “gurz û k’emenda”, bi devî “Elîê şêrê Xwedê” mera xeber didin. Gilî vêderê ne ku tenê derheqa cûredane, lê cûrê fikrandina şayîrtîêdane. Û gelek cara qewimye, wekî eger sala nivîsara wê şiêrê tunebûya, merya nikaribû tê derxista, gelo ew efrandina çi wextîye. Şayîrê meyî îro dertê derva, dibîne, wekî gemîêd meye e’rşê-ezmana digerin, hindik maye merivê meyî sovêtîê here, bi desta xêlya Hîvê hilde, li rûê erdê şuxulê dewranbêje ecêb dike, lê gava şayîr vedgere malê, ber textê xweyî nivîsarê rûdinê, wan ecêbê dewrana me “bîr” dike û gul û bilbilin, ku dir’ijine ser kax’azê ber wî. Hilbet, çetine derheqa emrê tezeda binivîsin, lê gotî bê nivîsarê, çimkî her efrandarek t’enê û t’enê bi nîşandayîna dewra xweva mezine. Lê nava nivîsarêd hinek şayîrêd meda hela formalîzm geleke û naê kivşê, ku ji wê dûr dikevin. Hilbet, p’êgada çûyîn dha hêsaye, ne ku gava r’êke teze vedikin.
Hal dha xirabe di dereca nivîsara meye vekirîda. Eger poêzîa bê vê yanê wê me’nîê nikare ewqasî t’am emr bi heq derecêd wîva nîşan bide, lê ew “efûkirina” prozaê tune. Ew gotî bibe neynika emrê eynsî, îlahî, gava van ax’rya nivîskarêd me romana dinivîsin. Ê, wexta roman tê nivîsarê, gotî ew emr bi her atrîbûtekê wîva bîne ber ç’evê me. Lê rastî ewe, wekî hinek nivîskarêd me em, xwendevanan, danîne dewsa xwendevanêd salêd 30-î, gava nava meda xwendevanê eynsî bi fikra wê xeberêye t’am hela tunebû û lîtêratûra me jî teze pêşda dihat. Wî çaxî her mqaleke mînanî oçêrka sist dikaribû dewsa şuxulê bedewetîê derbazbûya, lê ew yek xwendevanêd roja îroyîn îdî nikare bide razîkirinê. Çimkî gelek nivîskarê me ji emr hatine bir’înê, ser xwe naxebitin, çi zanibûn, ser wê dereca zanîna xwe sekinîne. Lê xwendevanê meyî nha, bi tradîsîaêd lîtêratûrêd ûrisa, ermenya, azêrya û cimetêd sovêtîêye bratîêye mayîne pêş hatye terbyetkirinê û zane lîtêratûra eynsî kîjane. Hinek nivîskarêd me hela çawa lazime haj aûdîtorîa xwe tunenin, ew naçne gunda, rastî xwendevanêd xwe naên, fikrêd wan û xwestinêd wan nizanin.
Kevir ber dêst tune, dixweze dîwarê kevirî dayne. Nizane çi çêke, destbi çêkirinê dike. Ziman nizane, lê şuxulê bedewetîê dinivîse, erf-edet, deba cimeta xwe nizane, lê derheqa wanda dinivîse.
Tiştê wekî rind hukumî ser min dike, çiqas jî wext-wede derbaz bin, ew ji bîra min naçin. Lê ez şuxulê hinek lawikê meye vekirî dixûnim, qet nîgarek bîra minda namîne, mînanî qeret’ûêd şevê tên ber ç’evê minra derbaz dibin, ne ez xeysetê wan dihesim, ne cûrê xeberdana wan, ne jî ez tex’mîn dikim, wekî ew merîne saxin.
Fîlosofekî rind gotye, wekî ji wê yekê hêsatir tişt t’une, gava usa binivîsî, ku t’u kes ji te fem neke. Telebextra, nha nava meda şayîrêd usa hene, ku dicedînin pê rêbûsa xwendevanêd xwera xeberdin, ew jî gelek cara qewl-qrarê rêbûsê pê şikla û herfa têne nîşandayînê, lê qewl-qrarêd efrandarîya wî teherî jî qet tunenin.
K’êlm nava poêzîa meda geleke. Eyane, wekî k’êlm, çiqas jî ew derheqa tiştê baş û ferzdabe, nebûye û nabe şuxulê bedewetîê. Lê çend şayîrê me tînin tên libasê “bedewetîê” k’êlmê dikin û çawa şuxulê bedewetîê raberî xwendevana dikin. Xwendevanê eslî jî tîne tê wî libasî ser hiltîne (wan çend êpîtêt, himberîhevkirin û sfetê zorkuştî ji “efrandinê” dûr dixe) û dibîne, wekî şayîrê wî cûreyî çiqasî dûrî ruhê şiêr û şayîrtîêye. Raste, êpîtêt, himberîhevkirin, şikl şiêrê dixemilînin, lê t’u wexta gizêrê nakin mewîc. Bê hemdî merya serhatya nivîskarê ermenya Mûrasane “E’seyî xanim” tê bîra merya. “Şiêrnivîsara” ha eger p’ir’î-hindikî wextê destpêbûna lîtêratûra me dikaribû biqewimya, lê nha gotî dergê lîtêratûraê (wê zyareta bik’ir – gilî St. Şahûmyanin) ber şuxulê usa berk bidne dadanê.
Çiqas jî ecêbbe, lê îzbatîye, wekî hetanî roja îroyîn cem çend şayîrêd me (ew jî cahila) tex’mînkirina ruhê miletîê, çap û rîtmovka miletîê yanê tune, yanê jî ewqasî kême, wekî naê tex’mînkirinê. Bi gilîkî, wekî talanta wane şayîrtîê hebûya, bêy e’şaretya jî wê ruh, çap û rîtmovka miletîê bihata tex’mînkirinê. Wexte, wekî ew merîê, ku nikaribin bibin şayîr, wanra bêjin, wekî dest ji wê k’arê bikişînin, çimkî eger dixwezî bistrêyî, bra can, gotî dengê te hebe, ew jî ne ku t’enê k’êlma xelqê hîn bibî, lê usa jî gotî k’êlma teye xwexwetîê hebe. Gilî ne berevokadane, lê me’rîfeta şayîrtîêdane. Yek dikare biqewime çend berevok neşir kiribin, lê şayîr nîbe, rast usa, çawa çend kilam gotin hela nîşana dengbêjya t’am nîne.
Me dixwest, wekî sidqê şayîr û nivîskarê me hevra sax’ bûya, ewana xêrxaz û komekdarê hev bûna. Lê, telebextra, gava ewana derheqa hevda dinivîsin, zef fer’ih’ tê kivşê, wekî heleqetîêd wan hevra çawanin. Û eva berbirîbûna sûbyêktîv gelek cara zyanê dide şuxulê pêşdaçûyîna lîtêratûra me, xwendevana dide xalifandinê û mesela p’ak nîşanî wan nake. Eger meremê tomerî yeke – pêşdabirina lîtêratûra meye – wî çaxî bona wî meremî bira her cûre hevnehizkirin alîkî bimînin, lê her yek alîê xweda qulixî wî şuxulî bike. Çira ewqas kitêbêd meye teze derketine, lê p’aê wanî p’ir’ê mane bê rêsênzîa. Çimkî efrandarêd me naxwezin “k’êfa” hev k’evin. Ê, eva bû? Lê k’u ma şuxulê meyî tomerî, ew şuxul, bona kîjanî her yek me alîê xweda dixebite?
Ne axir qîmetkirina kitêba teze neşirbûyî bi xwe kivşkirina rya lîtêratûra meye sibêye. Alîê mayînda, ew yek, wekî kitêbê teze neşirbûyî xeberdanê pêşda naynin, xwendevana mecbûr nakin, ku ew bona başbûna wan pêşda bên û fikra xwe bêjin, bi xwe îdî gelek tiştî dibêje. Yanê jî wexta rêsênzîa rast tê nivîsarê, kitêb heq tê krîtîkkirinê, ew çira dixeyîdin, ne axir ew jî, xwendevan jî zanin, wekî rêsênzîst raste, çira wê rastîê xweyî nakin, wekî lîtêratûra me temizbe, dha zû û rind pêşda here.
Vê mqalêda derheqa destanînada nehate xeberdanê (ew yek ji nêta vê mqalê der bû), şikir ew gelekin û rûê wandane, wekî em gihîştine têderxistina van kêmasya. Lê gava em fem dikin gotî bona hilanîna wan kêmasya jî şerkarya berk bikin, ew şuxulê yekî, duda nîne, lê şuxulê meyî tomerîye.
Raste, nava mqalêda çend cya xeberêd “ez”, “min” hatine xebtandinê, lê, hilbet, xwendevanê meye ezîz tê derdixin, wekî gilî ne ku derheqa nefsa canê merîkîdane, lê wê ordîa xwendevanadane, ku nha îdî şikir nava me, kurdêd sovêtîêda, heye.
“Rya teze”, 13-ê noyabrê s. 1966
BLÛR … JI FIRINDÊ (1966)
BLÛR … JI FIRINDÊ
Pêşenya Lênîngradê. Blokada bajarê mêrxasa çetin wedê şerêd Wetenîê, çawa eyane, 900 rojî kişand. T’e’bîê eskerê me û dijmin pêşberî hevin, cî-cîna weke 100 mêtrî ji hev dûrin: herdu alya erd k’olane û ketine. Hema tiştek bêfesal diheje, dibe vizîna gullê yanê girmînya t’opê… Şev û ro şere, agir ji erd û ezmana dibare. Him pêşanîêda, him jî nava bajêrda şûrê mirinê ç’ep û rast dibire. Di wan qewlada merî hew zane, wekî dilê merya wê nazikaya xwe unda bike, t’enê hînî qewlêd şere giran bibe… Lê, na xêr, qewlada jî dîsa merîê t’am dimîne çawa merî…
Her car firinde ji cîê xwe radibûn, bê xûnrêtin venedigeryan. Vê carê jî firindêd dijmin ji cî rabûn û hatin t’e’bya eskerê me, bajarê naveyan dane ber bomba. Lê ew jî hêsa xilaz nebûn: eger bîst hatin, zo û ferek vegeryan.
Dewsgirtîê qumandarê alayê mayor Aslanyan Sêdrak hasegehêda xebata xweva gîro bû. Cab jêra anîn, wekî eskerê me lêdane firindê dijmin jorda anîne xarê, gotî herin binihêrin. Aslanyan û hevala tele-tel çûne cîê ketina firindê. Firinde şewitî bû, firindeçî hatibû kuştinê. Aslanyan bi hevalava dîna xwe dane firinda şewitî. Ç’evê Aslanyan lûla firindêye alyûmîne zirav ket. Nişkêva gundê wanî P’xonkê li qeza Bit’lîsê (li Romê), gundîê wan, heval-hogirê wîye zarotîê ketine bîrê, gava ewî û zarê kurdaye çaxê wîra tevayî rêncberî dikirin, p’aşla tebyeta delalda xwera fîqe û blûrê dixistin. Ç’evê wî wê lûlê ket, nişkêva k’ir’ê blûrê hatinê. Fikirî, çira nabe, wekî merî vê lûlê bike blûr, wekî deşta şêrda jî dengê wê bê bihîstinê, belkî dengê sazbendîê berî dengê t’op û tivinga, dengê girî bide û bibe xemkêşeke derd û kula.
Mayor Aslanyan gazî têxnîkê alayêyî eskerîê Nîkolay Xoxlov kir û gotê:
— Vê lûlê bibire, temizke û bîne cem min.
Emrê eskerîê bû, pêra-pêra hate qedandinê. Wê şûnda Aslanyan gotê, wekî çend cya lûlê qulke. Ew jî hate kirinê.
Kutasîê, wextê har tişt hazir bû, Xoxlov ji mayor pirsî:
— Lê we negot, wekî eva lûla han bona çiye. Ne sîlihe, ne jî hacete, ev çiye?
— Nha ezê bêjim. Ew blûra kurdane. Te navê kurda bihîstye?
— Belê, min bihîstye.
— De, eva haceta wane sazbendîêye. Vî heyamîda ew jî sîliheke zore. Qewata wê – qewata sazbendîêye, ew qewata ruhê meryane. De, ezê nha lêxim, tuê wî çaxî bibihêyî, wekî qewata wêye sazbendîê çiqase.
Û blûr danî ser lêva, destbi qeydê xweyî hizkirî “Bêrîvanê” kir. Gujîn kete wan dera, sewta şêr hate birînê… Xoxlov bi ecêbmayî guh dida ser wê sazbendya mînanî hewa ç’yaye zelal, tilî-pêç’îê wî û wê lûla alyûmîne sade.
— Rastîê jî ecêbeke mezine, eva lûla hane sade çawa wî qeydê delal tîne sêrî, — Xoxlov gote qumandarê xwe.
Wê şûnda roj, hevtê, meh û sal hatin derbaz bûn. Sîliha pêşenîêra tevayî blûra alyûmîn jî bû hogira mayor Aslanyan. Ew ber Lênîngradê wextê blokadaê xuliqî, çû derkete Latvîaê. Wextê esker dik’esirîn yan diketne nava xem û xiyala, dibû gujîna blûra Aslanyan, esker nava xem û xiyala derdixist û dîdema weten, xule-xula kanya, xuşîna mêşe danî ber ç’evê wan, e’r’nê miqabilî dijmin dha gur dikir. Bi wî teherî blûr Aslanyanra bû hetanî roja altindarîê. Paşî altindarîê jî ewî t’erka blûra xweye hizkirî neda. Hetanî nha jî ew cem wîye û dîharkirina xwestinêd dilê wîye…
Merîkî navsere, ku qişa payîza dereng zûda xwe avîtye serê wî û her der zevt kirine, t’imê mêvanê rêdaksîa meye. Ew polkovnîk Aslanyan Sêdrake, wekî nha îdî pênsîaêdane. Tê cem me rûdnê, şîrin-şîrin xeber dide û qewmandinêd ji emrê şêre hewaskar mera şirovedike. Rastîê gotî em motacê wî û xeberdanêne.
Ji destpêbûnê hetanî kutabûnê ew tevî şêr bûye. Gelek qulixê bilinde cabdar kirine, bûye qumandarê alayê. Çend cara birîndar bûye, lê ji pêşenya Lênîngrada xweye h’izkirî dûrneketye, blokada wêye çetin ber ç’evê xwe dîtye, nava av û h’er’îêda bûye, lê qet t’u deqekê mezinaya ruhê xwe unda nekirye, cî hatye bi mêrxasî kirye şer, berî dijmin daye, ce’sûsê dijmin girtine, lê cî jî hatye hasêgeha h’er’î û avêda rûniştye, blûra kurda daye ser lêva û lêxistye, kilama kurdaye mêrxasîê straye.
Hela wextê edilîda (sala 1935-a) bona hazirbûna eskerîêye baş t’ax’bûra alaya wane nîşandarîê hatye rewakirinê, lê serekê wê t’ax’bûrê Aslanyanê 31-salî pêşkêşeke mezin – seheteke cêbaye zêr’ ji komîsarê cimetêyî xweykirinêyî wî çaxî K. Ê. Voroşîlov stend û hetanî nha jî wê bi zyaretî xwey dike.
Wextê şer bona tevgelya aktîv û efatîê ew bi ordênêd Lênîn, Beyraqa Sor, dereca şerê Wetenîêyî duda, Steyrka Sor û pênc mêdalava hatye rewakirinê. Her ordênek, her mêdalek – ew terîqeke efatya wîye miqabilî dijminê decal.
Paşî şêr gelek sala xebitye çawa lêktorê înstîtûtêd Yêrêvanêye pêdagogîê û zoovêtê. Lê nha jî îdî pênsîaêdane.
Ew bengî û maşoqê kilam û sazbendya kurdaye. Kurdî mînanî zimanê xweyî dê zane, gelek kilam, beyt-serhatî, mesele û qinyatêd zargotina meye mayîn zane.
— Ç’ûktîêda, — ew dibêje, — min ew kilam û sazbendî bihîstine, ew, çawa dibêjin, minra bûye ruh û can. Ez kuda jî çûme, ewe minra bûne, hevalê çetinayî û altindarîêd min bûne.
Lê çetinayî û altindarîêd podpolkovnîk Aslanyan gelek bûne û ew gişk bona gulvedan, pêşdaçûyîn û xweykirina wetenê meyî sosîalîstîê bûne.
“Rya teze”, 8-ê mayê s. 1966
XEBATEKE ULMÎYE QÎMETBILIND (1965)
XEBATEKE ULMÎYE QÎMETBILIND
Wextek hebû, gava hineka digotin, ku cimeta kurda ne xweya lîtêratûra nivîsare xwexwetîêye: ew çi ku bi nivîsara kurdî heye, ew nimûnêd lîtêratûraêd ereba û farizaye tercmekirîne. Wan “ulmdar-rohilatzana” eva “fikra” pêşda dikişandin û digotin, kîjana nêzîkva cimeta kurda nas nedikirin, p’akî haj terîq û kûltûra wêye dewrana tunebûn. Lê wexta ulmdar-rohilatzanêd eynî çawa lazim bû nêzîkva nasya xwe dane cimeta kurda, rabûn-rûniştin, terîq û kûltûra wêye p’ir’qurne dîtin, wekî ew cimet ne ku tenê cimeteke dinyaêye kevne, lê usa jî xweya lîtêratûra nivîsare qedîmîye, kûltûrake dewlemende. Cîye bê gotinê, wekî vê derecêda îlahî emekê rohilatzanê Ûrisêtê dha geleke. Konsûlê ûrisayî li Tûrkîaê A. D. Jaba temamya kolêksîake destnivîsarêd kurdî berev kir û anî. Nha ew kolêksîa destnivîsarxana kitêbxana Lênîngradêye dewletêye mexlûqetîêye ser navê M. Ê. Saltîkov-Şçêdrînda tê xweykirinê. Nava destnivîsarêd kolêksîa A. D. Jabada destnivîsara poêma H’erîs Bîtlîsî “Leylî û Mecnûn” cîkî berbiç’ev digre. Van ax’rya neşireta “Naûka” li Moskvaê ew daye neşirkirinê. Kandîdata ulmêd fîlologîê, kurdzana eyan Margarîta Borîsovna Rûdênkoê ew poêm ji kurdî tercmeyî ûrisî kirye, pêşxeber, nivîsarnasî, şirovekirina nav, navê ciya, xeber û têrmînêd netercmekirî nivîsye. Cîye bê gotinê, wekî di şuxulê îzger’î neşirkirin û tercmekirina destnivîsarêd lîtêratûra kurdaye klasîkda emekê M. B. Rûdênkoê geleke. Bese bê gotinê, wekî ewê cara ewlin “Mem û Zina” Ahmedê Xanîê nemirî ji kurdî tercmeyî ûrisî kir, bi ulmî ew analîz kir, bi ulmî k’ûr şirovekir.
Gerekê bê gotinê û qîmetkirinê, wekî T’faqa Sovêtîêda cara ewlin poêma H’erîs Bîtlîsî bi zimanê ûrisî hate tercmekirinê û bi serî zimanê ûrisî nava kurdzanya temamya dinyaêda eyan bû. Eva tiştekî biç’ûk nîne.
Yazix serhatya H’erîs Bîtlîsî mer’a ne eyane. Her tenê em zanin, wekî ew xênji vê poêmê usa jî poêmeke dinê – “Ûsiv û Zelîxe” nivîsye. Ewî poêma xweye “Leylî û Mecnûn” salêd 1758-59-da nivîsye. Eve, çi ku em derheqa vî şayîrê kurd û efrandinêd wîye bedewetîêda zanin.
Eva poêma H’erîs Bîtlîsî ewqas jî ne mezine, temamî 740 beyt’e û 24 serê wê hene.
Îdêa poêma H’erîs Bîtlîsî – pesnandina hizkirina nemirîye mezine û berk krîtîkkirina wan qewl-qrarane, ku mqabilî wê hizkirnêne.
Nava pêşxebera xweye hewaskarda Margarîta Borîsovna bi hûrgilî analîza poêma H’erîs Bîtlîsî dide, destanînêd wêye berbiç’ev dide kivşê, çawa lazime ew ser pirsêd wê poêmêye başqe-başqe, pevgirêdana wan, cûrêd bedewetîê, nîşandayîna nîgarêd wêye sereke disekine. M. Rûdênko guhdarya xwe dide ser hostatya poêmêye bedewetîê jî û vê pirsêda gelek tiştê hewaskar dibêje. Ew dide kivşê, wekî poêm bi mesneyî (duxeta) hatye nivîsarê, çapa wê xazace. Vê poêmêda ew çap îlahî zef baş wan cyada tê xweykirinê, kîderê xeberê erebî p’ir’in, lê wexta xet tenê bi kurdî diçe, ew çap tê teribandinê, çimkî ew ne anegorî sazbendya poêzîa kurdaye.
Qîmetekî vê xebata Margarîta Borîsovnaye ulmîye mezin jî ewe, wekî ewê hema usa bi mêxanîkî gotinêd ulmdarêd berî xweye nerast newek’ilandye yanê jî bê guhdarî nehîştye. Hetanî van ax’rya ew fikra hebû, wekî eva poêma H’erîs Bîtlîsî şuxulê xwexwetîê nîne, lê ewî poêma Nîzamîye bi wî navîye eyan tercmeyî kurdî kirye. M. Rûdênko dinivîse, ku çetine vê fikrêra qayîl bibin. Raste, mînahevbûn orta wanda hene, lê ew şuxulek nînin, firqya gelekî mezin jî orta wanda heye. Û ew wan firqya yek bi yek tîne û fikra xwe bi ulmî îzbat dike. K’aneke nivîsara vê poêma Bîtlîsî zargotina cimeta wî bi xwe bûye. Çima? Çimkî mînahevbûnêd dha mezin orta poêma wî û şax’êd zargotina cimetêda hene. Raste, ew bi xwe wê yekê nabêje, lê ew yek zef rind tê tex’mînkirinê. Me’nîke duda jî heye bona bêne ser wê fikrê, wekî ewî usa jî şax’êd zargotina cimeta me veçêkirine.
Tiştekî eyane, wekî poêma “Leylî û Mecnûn” nimûneke zarotina cimeta meye gelekî hizkirî û belabûye. Ew yek jî eyane, wekî şax’êd vê poêmêye kurdî dha kevnin. Derheqa wê yekêda ew êlêmêntêd mîfîye kevn şedetîê didin, ku tenê nava şax’êd zargotina kurdîda hene (mesele, ew yek, wekî çawa Leylî û Mecnûn dibin steyrk û hildikşine ezmana û tenê salê carekê rastî hevdu tên, hebandina avê û yêd dinê). Usa jî eyane, wekî kompozîsîa, syûjêa şax’êd vê poêmêye kurdî dha berk’in. Margarîta Borîsovna vê kitêbêda pênc şax’êd wê poêmêye zargotina cimeta anîne û bi cûrê cedvelê himberî hev kirine û tê kivşê, wekî pirsêd syûjêa hîmlîda tomerîbûneke gelekî mezin orta wan şax’ada heye. Hilbet, Bîtlîsî wexta nivîsara wê poêma xwe nikaribû guhdarya xwe neda ser şax’êd zargotina cimeta xwe û ew nedana xebtandinê, bi bedewetî ew nedana veçêkirinê. Fikra ulmdarê jî hema ewe, wekî eva poêma Bîtlîsî ne xur’û tercmeye, ne jî xur’û xwexwetîye.
Qîmetekî vê kitêbêyî mayîn jî ewe, wekî xênji wan çend şax’êd poêma “Leylî û Mecnûn”-e kurdî, ku hetanî nha ji alîê ulmdara û merîêd başqe-başqeda ji nava cimeta hatine nivîsarê, Margarîta Borîsovna şax’eke wê poêmê ji nava kurdêd Tûrkmênîaê (bi zaravê wan) nivîsye û kirye kitêbê. Şax’eke vê poêmêye mayîn jî, wekî Elî Cangoêv ji Ç’eko Cangoêv (ku ji Qersê hatye û nha Tbîlîsîêda dimîne) nivîsye, vê kitêbêda hatye cîwarkirinê. Çawa alîê zimênda, usa jî alîê syûjêa xweda evan herdu şax’ (îlahî ya kurdê Tûrkmênîaê) gelekî hewaskarin.
M. Rûdênkoê xebateke ulmîye rind kirye, ku hêjayî pesnandineke mezine. Her tenê kutasîê me dixwest bigota, wekî wê gelekî rind û k’ardar bûya, ku têksta kurdîye bi herfê erebîr’a tevayî usa jî ew têkst bi transkrîpsîaê (bi herfê kurdî) kitêbêda bihata neşirkirinê. Wê gelekî rind bibûya, wekî xebatêd xweye paşwextîêda ulmdara emekdar evê yekê hesab hilde.
“Rya teze”, 12-ê avgûstê s. 1965
TÊMA ŞERÊ WETENÎÊYÎ MEZIN… (1965)
TÊMA ŞERÊ WETENÎÊYÎ MEZIN NAVA
LÎTÊRATÛRA KURDAYE SOVÊTÎÊDA
Çawa eyane, salêd 1941-1945-a ketine nava terîqa Wetenê me çawa salêd şerê Wetenîêyî mezin, salêd efatya cimeta sovêtîê. Gêrmanîa faşîstîê, ku dicedand dinyaê temamî zevtke û Êvropaêda îdî gelek cimet kiribûn qûlê xwe, 22-ê îyûnê sala 1941-ê bi mixenetî hicûmî ser Wetenê meyî mezin kir. Temamya cimeta sovêtîê rabû p’ya bona Wetenê xweyî sosîalîstîê xweyke.
Çawa bona temamya lîtêratûra û îskûstva sovêtîêye p’ir’milet, usa jî bona ya kurdaye sovêtîê pirsa xweykirina weten û hincirandina dijminê devxûn pirseke sereke û ferz bû. Lazim bu, wekî bi xebera bedewetîê ruhê eskerê meyî wetenh’izîê bihata bilindkirinê, dijminê merivayê, sosîalîzmê, dêmokratîaêyî tomerî bihata belûkirinê, pesnê xebata piştê bihata dayînê û gelek-gelek pirsêd mayîn bigihîştana femdarya her merivekî sovêtîê. Û vî alîda jî wekîlêd lîtêratûra kurdaye sovêtîê, çawa p’areke lîtêratûra meye tomerîye biç’ûk, bi rûspîtî borcê xwe qedandin.
Şerê Wetenîêyî mezin têmatîka şayîr û nivîskarêd kurde efrandarîê dha p’ir’cûre, dha fire û dewlemend kir. Wextê şêr û pey şêrra şayîr û nivîskarêd me derheqa mêrxasya xebatçîêd welatê me, dostî û pismamtya cimetêd me, mîsîa cimeta sovêtîêye azadarîê, xeysetê eskerê sovêtîêyî wextê şêr, tevbûyîna kulfeta kurd tevî şêr, xirabî û nepakya dijminê devxûnda êpêce nivîsîne û hela hetanî nha dinivîsin.
Têma şerê Wetenîêyî mezin nava proza meda êpêce cî digre. Ew yek bi serî nîgara Seh’îdê E’merîkê (romana Ereb Şamîlove “Jîyîna bextewar”) hatye kivşê. Seh’îd xwendina xwe nîvcî dihêle, tevî şêr dibe, bi mêrxasî pêşberî dijmin dike şer û digihîje hetanî dereca Mêrxasê T’faqa Sovêtîê. Seh’îd tenê nîne, nava alaya wîda wekîlêd gelek cimetêd welatê me hene.
“Xweykirina Moskvaê – ew xweykirina Elegezêye” – bi vê fikrê Şîrin, Şêro, Fêriz diçine şêr (serhatya H. Cndîye “Destebirak”). Hertim gotina cimeta wane kûrfikir “Bira merî mêrbe, rokê li dinêbe” bîra wandane. Ewana bona xweykirina Moskva ezîz usa şer dikin, wekî “kuştina wan heye, r’eva wan tunîne”. Deşta şêrda kilama cimeta kurdaye mêrxasîê jî dibe hogira şervanê me:
De lêxin, brano, lêxin,
Çika k’î ji me berxe, k’î berane…
Bona nîşandayîna van fikra nivîskar cûrê bedewetîêye h’emcab, rengê rêalîstîêye lazim dîtine (bîranîn, neme û yêd dinê).
H. Cndî û S. Gasparyan sala 1942-a berevoka kilamêd cimetêye “Ewledêd weten” hazirkirin û dane çapkirinê (şûşeneşir).
Qaçaxê Mirad (“Xizêma Vîslaê”), Elî Mamêdov (“Rasthatin”), Mîroê Esed (“Her tişt dikare biqewime”) jî têma serhatîêd xwe ji şerê Wetenîê hildane, derheqa mêrxasya xebatçîêd welatê me, qewata dostî û bratya cimetêd sovêtîêda nivîsîne.
Şayîrêd me dha gelekî derheqa şerê Wetenîêyî mezin nivîsîne. Emînê Evdal çend efrandinêd xwe pêşkêşî nîşandayîna wî şerî kirine (poêmêd “Beko” û “Sê bra”, şiêrêd “Bo namûsê, bo weten”, “Nav agirda” û yêd mayîn).
Poêma “Beko” sala 1948-a ronayî dît û bi çapa xweva şuxulekî mezine. Nîgara poêmêyî sereke Bekoye. Ew bê h’ed û h’esab ji Wetenê xweyî sovêtîê hiz dike û lema jî gava dijminê nemam davêje ser welatê me, ew bi rezadilî diçe şêr û wekîlêd cimetêd braye mayînra tevayî dijmin alt dike û bi rûspîtî vedgere malê. Dostî û pismamtya cimetêd sovêtîê wextê şêr dha qewîn û berk dibe û eva jî alîê xweda bû me’nîke altindarya me. A, fikra poêma E. Evdale mayîn – “Sê bra” hîmlî eve.
Ji şayîrêd meye silsileta pêşin Wezîrê Nadirî jî gilîê xweyî bedewetîê got, şervanêd me ruhdarkirin. Hela sala 1942-a şayîr ev yek kilama xwe hesab dikir:
Ne ji bîr dikim, ne digrîm ez,
Natirsim ji kuştin û xûna gevez.
Şayîr gazî mêrxasê me dike, wekî dijminê harbûyî bihincirînin, merivayê û progrêsê jî azakin. Wan rojêd sala 1942-ye çetine giranda şayîr bawer dikir:
… Nêzîke ew roj, bê gilî-gotin,
… Gêrmanîa wê bibe dêmokratstan.
Nava poêma “Nado û Gulîzer”-êda, wekî efrandineke bi çapa xweva mezine, cara ewlin W. Nadirî nîgara kulfeta kurd nitirand, ya ku bi mêrxasî tevî şerê Wetenîêyî mezin bû.
Berê bavê t’im kur şîret dikir, wekî serqot negere, namûsa merya kolozê meryadane. Destbi şerê Wetenîêyî mezin dibe, Eloê kal kurê xwe verêdike şêr. Kurê kurda spartina qumandarîê bi mêrxasî tîne sêrî û birîndar dibe. Nha, gava Weten bin qezyaêdane, namûsa merya tenê koloz nîne.
Nava wetîndane namûsa hemûya,
Mêrxasîêdane hurmeta merya.
Eve fikra poêma Casimê Celîle “Namûs”. Xênji wê, ewî usa jî derheqa şêrda şiêrek nivîsye: “Ser Lênîngradê”. Xortekî t’ûre qelem berîêda bona Lênîngradê kire şer, da pey dijmin, lê bi xwe birîndar bû û qelem ji cêbê pekya.
Wede pêra gihîşt,
Û şer sekinî,
Ew dilê minda
Maye nemirî.
Min jî hilanî
Qelema dest xwe,
Ew xortê t’ûre
Anî bîra xwe.
Belê, ew merîêd, ku bona azayî û serbestya Weten emrê xwe dane, nemirîne. Eva yeka dha rind nava poêma Qaçaxê Mirade “Teyar”-da tê kivşê. Merî dikare bi culmekê serecema wê poêmê bêje: Teyar diçe şêr, bi mêrxasî bona azabûna qîza qazax tê kuştinê, lê dilê wê qîzê û pîredya wêda heta-hetayêda dimîne.
Şiêrêd E’. Şeroye “Bona namûsê ew xort çû”, “Wetenh’izê namûs” pêşkêşî bîranîna şehîdê şerê Wetenîêyî mezin kirine.
Şayîr Ûsivê Beko, ku xwexwa tevî şêr bûye û bi mêrxasî şerkirye, nava poêma xweye “Xeleqa agir”-da nîşan dide, wekî altindarî hema usa hêsa naê. Ew bi emrê mêrxasa, egîta tê. Poêmêda zef rind pevgirêdana piştê, pêşe’nîê, partîzana tê kivşê. Poêm bi nîşandayîna altindarya me kuta dibe, faşîstêd alman hatne hincirandinê, dewleta sovêtîêye zor alt kir. Bi cûrê nîşandayîna dêtalêd biç’ûk şayîr usa kirye, wekî hukumdarya efrandinê gelekbe. Ew yek dha rind bi mesela qîza êtîm, kûkla wê û dya wêye kuştî hatye kirinê.
Poêma Mîkaêlê Reşîde “Yazya meriv”-da emrê qîzeke ûrise wextê şêr hatye nîşandayîne. Dijminê nemam gundekî temam xirab dike, binelîêd wî gundî qir’ dike, tenê qîzeke ûris xilaz dibe. Partîzan wê dibînin û dibin cem xwe, ew bi xwe jî dibe partîzan. Wextê qedandina spartineke ferz mêrê wê qîzê tê kuştinê.
Prîoma vekirina syûjêa poêmê rinde û şayîr merya bi zarê şirovekirina jinebya ûris dike tevgelê qewmandina. Jinebya ûris, wexta serhatya xwe şirovedike, kutasîê tîne wedê xwera dide girêdanê, wekî nha jî qewatêd rêaksîone nepak dîsa dixwezin şer-de’wa t’ev rakin. Eva yeka jî dibe me’nî, wekî kutasya poêmêda gazya qewînkirina edlayê bê bihîstine.
Şayîrêd meye cahil jî gelekî derheqa şerê Wetenîêyî mezinda nivîsîne (Şkoê Hesen – balada “Gulnaz û Keleş”, Karlênê Çaçanî – poêma “Zelîxe û Çolo”, Simoê Şemo – şiêra “Bîranîn”, Cerdoê Esed – şiêrêd “Hevalê min”, “Li Latvîaê”, Ezîzê Îsko – şiêra “Bîranîna leşker” û yêd mayîn). Nava van efrandinêd xweda ewana jî derheqa mêrxasya eskerê meda nivîsîne, pesnê emrê edilî didin û gazî dikin, wekî edlayê bidne qewînkirinê û gema şerh’iza bik’işînin, nehêlin dîsa xûn bê rêtinê, zaro êtîm bimînin, dinya t’ev-hevbe…
Lê bi temamî çend kêmasîêd efrandinêd bî vê têmaê hene.
Gelek cara û nava gelek efrandinada ne ku qewmandin cîkî mezin digre, lê ew yek, wekî dha gelek derheqa mêrxasî û wetenh’izya nîgarêd serekeda tê xeberdanê. Dha rast gelek tê gotine, ne ku tê nîşandayîne. A lema jî hine nîgarêd efrandinêd lîtêratûra meye bi wê têmaê mînanî hevin û zû jî têne bîrkirinê.
Lê ya sereke çiye? Ewe, wekî wekîlêd şayîr û nivîskarêd me ne ku tenê bi sîlih’ê tevî şêr bûne, mqabilî faşîzmê kirine şer, lê usa jî bi qelema xweye efrandarîêva rabûne şerkarîê, nava efrandinêd xweda p’ayê mêrxasya cimeta sovêtîê dane û wê derecêda hindava xweda şuxulekî berbiç’ev kirine.
“Rya teze”, 11-ê aprêlê s. 1965
ÇEND GILÎ DERHEQA TERCMA BEDEWETÎÊDA (1965)
ÇEND GILÎ DERHEQA TERCMA BEDEWETÎÊDA
Rêke pêşdabirin û dewlemendkirina lîtêratûra kurdaye sovêtîê jî – ew tercmekirina bedewetîêye. Çawa bona lîtêratûra her cimetekê, usa jî bona ya me tercmekirina şuxulêd bedewetîêye dinênas hesab dibe çawa qewmandineke eyan nava terîqa kûltûra meda. A lema jî kemaleke ewqasî mezin didine lîtêratûra tercmekirî, hertim derheqa cûre û fesala kirina wêda tê xeberdanê.
Hilbet, êpêcene cûrêd tercmekirina efrandina bedewetîê û ji zevtê dere derheqa wan hemû cûrada bê xeberdanê. Vê mqalêda wê her tenê derheqa çend pirsêd tercma efrandina bedewetîêda bê xeberdanê.
Her gava efrandin tê tercmekirinê, tercmeçîê e’slî usa dikin, wekî çiqas dikarin wê ûymîşî wî zimanî bikin, bi çi zimanî ew tê tercmekirinê. Lê bona vê yekê ew gerekê temamya dewlemendbûna wî zimanî zanibe û wê bide xebtandinê. Hilbet, xebtandina xeberekê, cumlekê yanê jî p’areke efrandinêye biç’ûke ne bi cî bi xwe lek’eye, lê ne xeber, ne cumle, ne jî ew p’ara biç’ûk nînin, wekî gerekê bibne qîmetê wê tercmê. Qîmetê tercmê ewe, çika tercmeçî çiqasî karibûye nifûsa wê efrandinê xweyke û bigihîne xwendevana. Tercmekirin jî efrandine, çawa her efrandarekî e’slî nikare her tiştî binivîse yanê t’embe û xwestinêd her kesî biqedîne, usa jî tercmeçîê baş her kitêbekê yanê her efrandinekê hilnade, tercme nake. Ew wan efrandina tercme dike, kîjan nêzîkî ruhê wîne, ew bi dilê wîne, bi kîjanava ew dijî, ser kîjana ew k’elyaye. Lê wexta tercmekirinê jî ew hemîn dixebite, wekî zyanê nede orîgînalê, gelekî jê dûrnekeve, lê wê tercmê dilê xwera derbaz dike, tiştekî xwe dike, çawa dibêjin, nîşan dide, wekî tercmeçîê wê k’îye.
T’u kes dudil nîne, wekî gênîakî mînanî Tûmanyan dikaribû Pûşkîn usa tercme bikra, wekî merya nizanbûya, ku ew tercmeye. Yanê, yekî mînanî Av. Îsahakyan t’enê dikaribû ew sertacê poêzîa rohilatê bi gênîakê usa, bi zimanê dê bighîanda xwendevanêd ermenî. Gerekê bê gotine, wekî salêd dîwana Sovêtîêda êpêce efrandinêd nivîskarêd ûrisa, ermenya, ûkraîna, azêrya, gurca û miletêd mayîn bi kurdî rind hatine tercmekirinê.
Tiştek bona tercmeçî e’seyîye. Ew zaneyê wî zimanîye, ji kîjanî tercme tê kirinê, û wî zimanîye, bi kîjanî tê tercmekirinê. Eger tercmeçî ûrisî nizanbe, ew t’u wexta nikare, em bêjin, efrandinêd L. Tolstoyî tercmeyî zimanê mayîn bike. Dha xirabe hal û dereca wî, kîjan, em bêjin, kurdî rind nizane, lê dixweze efrandinekê tercmeyî wî zimanî bike. Tercma ha t’u k’arê nade, xênji zyanê (îlahî, wexta ew tê neşirkirinê, ew jî bona zara). “Weke sê hevtya mirîşkê kurk da û cûcka pey hev hêk terikandin û derketin”. Her zaroke mektebêye kurd zane, wekî mirîşk ne ku kurk dide, lê kurk rûdinê, wekî dibêjin ne ku “pozê mirîşkê” (yanê cûckê), lê nukul (yanê dindika) mirîşkê, wekî mirîşkê ne ku “ser hêka didine rûniştandinê”, lê mirîşkê kurk datînin û yêd mayîn. Eva undakirina ruhê zimanê kurdîye, nezanbûna cûre û fesala gotinêd wîne, bi gilîkî ewe, çi ku dûrî ruhê tercma başe.
Gelek cara nava lîtêratûra meda usa qewimye yanê diqewime, wekî mezinayê lîtêratûrîêye dinêeyan, gava kurdî hatine tercmekirinê, gelekî sist bûne.
Deştêd fireda, gelek bi hurmet,
Tu sar û zelal dik’şî, Don,
Ji ewledêd tey dûr
Min silav anye ji tera.
Qet k’ê dikare tê derxe, wekî evan xetê… Pûşkînin? Gelo mezinaya Pûşkîn nava sadetî û prozaîkbûna hadane? K’a ew ruh, rîtm, çap, sazbendya efrandinê, xulese, k’a ew yek, wekî em jêra dibêjin efrandina klasîk? Vêderê tenê dimîne, wekî tercmeçî bi xwe tê derxe, zanibe, gelo ew dikare efrandinêd vî şayîrî tercmeke yanê na. Dêmek, xwestin (wekî jorê derheqa wêda hate gotinê) hindike: xwestin û karibûn gerekê bibin p’îgarê hev, wekî tercme e’slî tercmebe.
Hebûne, nha jî hene tercmeçîê sine’tk’ar. Ew dikarin her tiştî ji her kesî “tercmekin”, her tenê bigihîjne wê yekê, çi ku dilê wan dixweze. Lê “tercmê” usa jî îro dibin, sibê dimrin.
Gelek cara diqewime, wekî tercme ji zimanê duda tê kirinê û eva yeka îdî xeber digihîne wê derecê, wekî tercma ha gelekî ji orîgînal dûr dikeve. Eger heqe ew gotin, wekî “tercme – ew kulîlka bin şûşêye”, lê tercma tercmê wê îdî bigihîje çi derecê? Lê gerekê wê yekê jî bîr nekin, ku gelek cara tenê bi serî tercma tercmê xwendevan dikare tezetî yanê nimûnêd lîtêratûraêd cimetêd mayîn bizanbe. Lê gerekê tercma ji tercmê nebe sîstêm.
Hilbet, derheqa tercma bedewetîê, cûre û mêtodêd wêda dikarin dha gelekî xeberdin. Evan çend pirsêd wê tercmê bûn. Lê tiştekî tomerî û eseyî heye: borcê her tercmeçîkî başe, wekî bi xebata xweye h’elalva dha k’arê bide pêşdaçûyîn û dewlemendbûna lîtêratûra wetenîê, wê yekêra tevayî ew usa jî komekê dide dha belabûn û masayîbûna lîtêratûra cimetêd bra û dha qewînkirina pevgirêdanêd wane lîtêratûrîê.
“Rya teze”, 28-ê yanvarê s. 1965
DENGBÊJÊ ROÊ (1964)
DENGBÊJÊ ROÊ
“Tebyet mala mine… dersdarê minî tek-tenêye”.
M. Saryan
Cimet Martîros Saryanra dibêje Varpêt, yanê Hosta: Hostê nexş û nîgara, Hostê renga. Çima?
Îskûstva M. Saryan naê weklandinê. Ewî stîla xwe kirye nava îskûstva şiklkêşîê-nexşkarîê. Ew stîl hela bûye mekteb û nava dinya îskûstvaêda ser navê wî tê navkirinê. Nivîskarekî carekê fikreke wa gotye, wekî ew usa renga hiz dike, çawa fêkya hiz dike. Bawer bikî, ewî paşî dîtina reng û rewşa şiklêd M. Saryan ew yek gotye.
Kurt gotî serhatya emrê Varpêtê hizkirî eve: sala 1880-ê 28-ê meha fêvralê Nor-Nexîcêvanêda bûye. 15-salya xweda mekteba bajêre çar dersxane xilaz kirye.
Qelem û çotka şiklkêşîê Naxîcêvanêda hildaye destê xwe.
M. Saryan 15 salî bû, lê îdî qulixçîê nivîsxana bajêre parnivîsara gazêt û kovara bû. Sehetê aza qelema wî dixebitî: “qirafetê” merivê, ku dihatne wêderê, dibûne şikl. Bi xwe wa şiklara şa dibû, eşq dikete dil, ruhdar dibû. Eva yeka ber ç’evê xebatçîê nivîsxanê “evsenetî” dihate hesabê û hela carekê xweyê nivîsxanê hers ket, girt şikl qelaşt.
17 salî bû, ku bû xwendkarê xwendinxana Moskvaêye şiklkêşîê, nexşkarîê û arxîtêktûrîêye dinêeyan.
Sala 1901-ê bi gazya xwelya wetenîê tê Yêrêvanê û bi serî Yêrêvana wî çaxî paşdamayî temamya belengazî û feqîrya cimeta xwe dibîne.
Dixweze dinê bigere, dinê bivîne, êskîzê teze bike. Sala 1910-a diçe K.Polîsê û bi deha şiklêd sertace baş die’firîne, lê tiştekî tê dernaxe, wekî… çend sala şûnda hema wê vê K.Polîsêda çend celatê fermana qirkirina miletê wî derxin.
Diçe, bi ç’evê xwe Misrê jî dibîne, dîna xwe dide emrê merîê xebatçî û wî emrî nava prîzma xweye efrandarîêra derbaz dike, dike şikil û dide ber ç’evê merya.
Lê rohilatê bigerî û neçî Îranê? Ew yek qet nabe. Û ew sala 1912-a diçe Îranê.
Wextê vedigere tê, dibe hîmdarê “hevaltya xweykirina heykelêd ermenyaye kevn” (sala 1913-a).
Qetla mezin… xûna cimeta wîye amûtam avîte zengûya… Gava Saryan zelûlya li Ecmîazînê dît, ruhê wîyî nazik teyax nekir, kerba nexweş ket û ji wir çû…
… Oktyabrê Saryan vegerand. Bi teglîfkirina A. Myasnîkyan ew sala 1921-ê vegerya hate Yêrêvanê û bi aktîvî tevî şuxulê teşkîlkirina emrê Ermenîstana Sovêtîêyî bedewetîê bû.
Emrê teze bû k’an-mik’ana emrê M. Saryanî efrandarîê. Pêyzaj û têmaêd mayînra tevayî nava efrandina wîda têmake teze – têma merivê teze pêşda hat.
Nav û dengê îskûstva e’ynî t’u hidûda nas nake, dertê û li dinê digere. Îskûstva M. Saryan îdî hatibû naskirinê: ew sala 1924-a tevî temaşegeha Vênêtîkêye hemdinyaê dibe.
Van salada ew şiklê gelek merivêd rêspûblîka meye eyan dikişîne. Derheqa wan şiklada çiqas hatye nivîsarê û xeberdanê û hela wê çiqas jî bê nivîsarê û gotinê! Çimkî ew nimûnêd îskûstva bilindin.
Şerê Wetenîêyî Mezin… M. Saryan jî bûbû esker, lê tenê dewsa tivingê qelam û çotka şiklkêşîê dêstda bûn. Ew van sala şiklê xwe dikişîne, lê e’ynat, înk’, berkbûneke usa li ser bengzê xwe nîşan dide, wekî ew xuber şedetîê didin, ku ew şervane.
Şer kuta bû. Emrê edilî dîsa her cya berê xwe da. Martîros Saryan îdî xweyê emekekî usa bû, wekî îdî jêra digotin Varpêt.
Sala 1955-a cimetêd welatê me bi eşq û şabûneke mezin 75-salya Martîros Saryan çawa lazim bû dane kivşê. Temaşegeha efrandinêd wî ji Yêrêvanê çû Tbîlîsîê, Moskvaê, Lênîngradê…
Sala 1961-ê navê laûrêatê prêmîa Lênînîê dane wî bona sîkla şiklêd “Wetenê min” – “Ermenîstan”, “Kolxoza gundê K’arîncê li ç’yaê Tûmanyanê”, “Berevkirina pembu li deşta Araratê”, “Lalvar”, “Deşta Araratê ji Dvînê”, “Ararat ji Dvînê”, “Byûrakan”.
P’ir’e emekê M. Saryan di şuxulê pêşdabirina îskûstva grafîkaê û şiklkişandina têatrêda.
Xenji wê yekê, wekî ew laûrêatê prêmîa Lênînîêye, şiklçîê T’faqa Sovêtîêyî cimetîêye, uzvê akadêmîaêd T’R’SS Bedewetîê û R’SS Ermenîstanêye ulmayî eyane, bi ordêna Lênîn û çend ordên û mêdalêd dinêva hatye rewakirinê. Şuxulêd, ku ewî hetanî nha efrandine, bi xwe heykelne gelekî mezin û dewranbêjin.
Varpêtê 84-salî nha jî mînanî cahila diefirîne. Ew îskûstva wîye, ku mînanî ya cimetê zelal, temiz û nemirîye, hela hê digihîje helanêd teze. Û wexta dîna xwe didî pêyzajêd wî, dixwezî xwelîê bînkî, bînkî û qet ji bîn û boxsa wê t’êr nebî. Gava dîna xwe didî şiklê roê, ku wî kişandye, dixwezî ew hertim biqijilîne, te germke, wekî şabûna emr qet deqekê ji dilê te derneê. Gava şiklê ç’ya, ku wî kişandye, mêze dikî, dixwezî sibê hetanî êvarê li wan ç’yabî, çiqas jî lingê te li kevir-kuç’ika k’eve, li berpala wan ç’ya bir’evî-bir’evî, wekî hisreta dilê te ji tebyeta wîye batinî t’êrbe. Gava bi temamî şiklêd Varpêt dinihêrî, tu mezîlêd p’encê roê, reng û rewşê batinî, havîn û payîza emr t’ijî dibînî, lê ruhê te deng û sewtê tebyetêye nedîhare-nebihîstî dibhê, surê tebyetê ber te vedibin û tu ecêbmayî dimînî, wekî hela berî dîtina van şikla te çawa ew yek ne dîtye, ne bihîstye û ne jî tê derxistye. Û tu bîr dikî, wekî ew şiklê bi destê meryane, hew zanî, ku ew tiştekî batinîye, teze teva dîhar bûye û ditirsî ji wan şikla dûrkevî, dixwazî hema usa li ber wan şikla bisekinî, lê binihêrî, binihêrî û qet jê t’êr nebî. A lema jî gava nava efrandinêd wîda k’ûr dibî, hêja pê dihesî, wekî fikir û mitalêd wî çiqas k’ûrin, ew bi ç’evê xweye r’e’m çiqas dûr û nêzîk, tiştê nas û nenas dibîne, gava dibîne, bi hostatîke çiqas mezinva digihîne dil û sewdaê te.
Dibêjin û rast dibêjin, wekî Varpêt nava şiklêd xweda mînanî xîrûrgekî usane, ku dikarê bêy hacet dilê merya veke, ruhê wî bibîne û bi qewata gênîa xwe wê yekê li ser caw binitirîne, ew jî bi bedewetîke usaye k’ûr, ku zendegirtin hindike.
Lê ew çiqasî bengîê merya, weten û emre! Çi ku destê merya çêkirye, her qulç’ekî wetenê hizkirî, her kulîlkeke li h’afa zinêr-t’emam ne ku tenê nêzîkî dilê wîne, lê usa jî ew maşoqê wane.
Bi serî şiklê Varpêt gelek pismamêd dûr û nêzîk nasya xwe didine Ermenîstana meye biç’ûk, bi wê şa dibin, wekî ewledê wêye waye dinêeyan hene. Lê em kubarin, wekî ew wetenvanê meye, merivê dewra meye, me geleka dîtye, pêra xeberdaye.
Ay bona çi cimet Martîros Saryanra dibêje Varpêt. Belê, Varpêt, lê Varpêtekîusa, ku çawa ew yek gelekî rast gotine, bi êskîzê wî tebyeta Ermenîstana bedew hatye sazkirinê.
“Rya teze”, 10-ê dêkabrê s. 1964
ÇEND GILÎ DERHEQA AŞIQÊ HIZKIRÎDA (1964)
ÇEND GILÎ DERHEQA AŞIQÊ HIZKIRÎDA
Gelek aşiqê kurde me’rîfet hebûne, ku navûdeng bûne, lê, telebextra, derheqa wanda lap kêm hatye nivîsarê (çi jî hatye gotinê, tenê çend me’lûmetîêne). Lê lazime, wekî derheqa wanda bê nivîsarê, şuxulê wan bê qîmetkirinê. Lema jî me têr’a dît îro nasya xwendevanêd xwe bidne emr û şuxulkirina aşiqekî kurdê sovêtîêyî lapî berbiç’ev Ahmê Çolo.
* * *
Aşiq eynsî efrandarêd cimetîê bûne. Raste, hinek ji wan nexwendî, hinek nîvxwendî bûne, lê me’rîfeta wane şayîr-dengbêjîê p’ir’ bûye û wana bi xebera bedewetîê emrê cimeta xwe, xwestin û xiyalêd wê nîşan dane.
Dewrana sovêtîêda jî êpêce aşiqê kurd pêşda hatin. Yek ji wan Ahmê Çolo bû, ku gelekî eyan bû. Ewî hîmlî derheqa Lênînê mezin, Partîa Komûnîstîê, Oktyabra azadar, emrê merivê sovêtîêye bextewar, Ordya Sore navûdengda kilam berxwe derdixistin, kîjan nava cimetêda rind hatine qebûlkirinê.
Raste, nîvê emrê Ahmê Çolo berî dewrana sovêtîê derbaz bû, lê ewî hîmlî di salêd dîwana Sovêtîêda efrand.
Ahmêyî 5 salî bû, gava destbi şerê Ûris-Romêyî salêd 1877-1878-a bû. Wextê wî şerî qebîleke kurda – sîpka miqabilî dîwana Romê kire şer, ji wir revî û hat çend gundêd qeza Qersêda cîwar bû û kete bin bandûra hukumeta ûris. Mala bavê Ahmê jî tevî wê qebîlê hat qeza Qersê, gundê Qozilcîêda cîwar bû. Ahmê vî gundîda zarotî û cahiltya xwe derbaz kir, bû berxvan, wê şûnda cîê başqe-başqeda cem kurda, ermenya, azêrya şivantî kir.
Sala 1918-a mala wan p’areke cimeta kurdaye biç’ûkra tevayî ji ber zulma Romê revî, mihacir bû û hat derkete p’êşa ç’yaê Elegezê. Ahmê wî çaxî îdî xweyê komî-kulfet bû. Ew hate gundê Elegezê (li neh’ya Aparanê). Wextê gundda kolxoz hate teşkîlkirinê, ew kete nava kolxozê, bû kolxozvan. Aşiq hetanî kutasya emrê xwe jî wî gundîda ma. Ew sala 1947-a Elegezêda wefat bû. Ahmê Çolo bavê 5 kura bû. Wextê şerê Wetenîêyî Mezin du kurê wî emrê xwe dane rihîna xweykirina wî wetenî, ku aşiq nava kilamêd xweda usa şîrin-şîrin pesinandye.
Raste, Ahmê Çolo nexwendî bû, lê merîkî gelekî zane bû. Ewî folklora meye dewlemendra tevayî usa jî zef rind terîq û edetê cimeta xwe zanibû, ermenî, azêrî û tirkî baş xeber dida û îlahî azêrî baş distra. Ew sazbendekî bi gotina te bû, rind saz, blûrê û t’ulimê dixist. Ew gelek cara tevî olîmpîadaêd rêspûblîkîê bûye. Ji sala 1937-a ew uzvê tfaqa nivîskarêd Ermenîstana Sovêtîê bûye. Cîye bê gotinê, wekî nava terîqêda ew aşiqê kurdî ewlin bû, ku bû uzvê tfaqa nivîskara.
Ahmê Çolo bengîê dewrana xwe bû. Çawa jorê hate gotinê, têma efrandinêd wîye hîmlî emrê merivê sovêtîêye bextewar bû. Ewî zanibû, wekî Lênîn dost û pismamê merîê zêrandîye, dinê daye şênkirinê û xemilandinê. Ay ew bi şureteke şayîrtîêye çiqas mezin derheqa Lênînê nemirîda distrê:
Hezar heysid hevtê salê
Şîrin Lênîn hate dinê,
Dinê xemilî, gul ketinê,
Miletê ç’ûk da xwendinê.
Eva kilama aşiqe delal nha nava temamya kurdêd Ermenîstanêda bela bûye, ketye kitêba, bûye dersa şagirta, dengbêja kurde aza radîoêda bi dengekî bilind wê kilamê distrê…
Nava rûbeyteke xweda ew derheqa Lênînda wa distrê:
Lênîn hîmê teze danî,
Zulmkar ji nava me deranî,
Navê Lênîn zef şîrine,
Wê li dinê xweş bimîne.
Çetin nîne, wekî meriv tê derxe, ku kilam çiqasî bi cimetî hatye gotinê, çiqas nêzîkî ruhê cimetêye!
Nava kilameke xweye mayînda, ku derheqa Ordya Sovêtîêdane, ew bi bedewetî wê yekê nişan dide, wekî Ordya me xweykira edlayêye, cimeta me çiqasî ji Ordya xweye zor hiz dike. Ewî usa jî çend kilam derheqa serekqumandarêd Ordya Sovêtêye eyanda efrandîye.
Lê nava kilama “Dergê kolxozê”-da, bi fikra A. Çolo, malhebûna kolêktîv ew “şîrin-şîrin mala meye”, “xebatçîê wê mêr û jinin”, “… xweyê p’ara mezinin”. Wê kilama xwe aşiq wa dide tomerîkirinê:
Kolxoza me çayîr û çîmane,
Bi gul, bi sosin, bi r’ih’ane,
Tijî bax’, bax’çê r’ezane,
R’ez jî p’ara xebatçyane.
Ermenîstana Sovêtîê, Yêrêvana meye ezîz jî bûne k’ana çend efrandinêd aşiq. Ew bi gulvedan û pêşdaçûyîna Yêrêvana rengîra şaye û bi dengekî bilind diqîrîne:
Yêrêvan bax’ê gulane,
Gula têda kulîlk dane,
Cî misk’enê xwenedane,
Yêrêvan, can Yêrêvan.
Ewî usa jî derheqa emrê kulfeta kurde tezeda straye. Nava kilama xweye “Dewra berê”-da ew emrê kulfeta kurde derbazbûyî û emrê wêyî nha himberî hev dike û dide kivşê, wekî kulfetêd sovêtîêye kurd xweyê extîyarêd xwene, t’u tengasya dha navînin, çimkî ew
Navê Lênîn şîrin şabûn,
Ji dest zulmkara xilazbûn.
Çawa eyane, aşiq hîmlî bona stranê diefirînin. Lema jî rîtmovka têkstê û mqam bona efrandina wan gelekî ferzin. Derheqa rîtmovka kilamêd wîda gerekê bê gotinê, wekî ew mînanî ya efrandinêd zargotina meye şiêrkîne. Raste, mqamê kilamêd wî wextêda ser qeytanê yanê bi nota nehatine nivîsarê û gelek ji wana unda bûne, lê çi jî nava cimetêda man û bela bûn, wê yekê nîşan didin, wekî wextê h’inartina mqamê kilama ewî bi merdane sazbendya meye cimetîê û ya cimetêd cînar (ermenya, azêrya) daye xebatê.
Cimetê (him kurda, him ermenya, him azêrya) gelekî ji wî hiz dikir, motac û maşoqê kilamêd wî bûn. Gelek merî cem wî hînî sazbendîê bûne.
Gelek ulmdar û şayîra qîmetekî bilind dane efrandinêd wî û derheqa wîda bi alavî xeber dane. Doktorê ulmêd fîlologîê H. Cndî derheqa wîda nivîsye, wekî A. Çolo çawa efrandar nava cimeta kurdada yekî usane, çawa nava qazaxada Cembûle, nava cimetêd Dax’istanêda – S. Stalskîye. Folklorîstê eyan A. X’analanyan qîmetekî p’ir’mezin daye Ahmê Çolo çawa zanekî zargotina kurdayî baş û aşiqekî me’rîfet. Lê Emînê Evdal şiêrek (“Ahmê Çolo”) pêşkêşî wî kirye.
“Rya teze”, 26-ê avgûstê s. 1964
NÎŞANDAYÎNA DOSTYA CIMETÊD ERMENYA Û KURDA… (1964)
NÎŞANDAYÎNA DOSTYA CIMETÊD ERMENYA Û KURDA
NAVA LÎTÊRATÛRA ERMENYAYE KLASÎKDA
Lîtêratûra bedewetîê di şuxulê dha pêşdabirin û qewînkirina dostya cimetada roleke gelekî mezin lîstye û dilîze. Lîtêratûra ermenya zef rind şedetya wê yekê dide.
Têma dostya cimeta nava lîtêratûra ermenyada ji kûraya qurna tê. Ew hela ji Movsês Xorênasî destpê dibe, digihîje silsiletêd paşwextîê, dibe rewşa efrandinêd Frîk û Nax’aş Hovnatan, Sayat-Nova û çawa lêytmotîv nava temamya lîtêratûra ermenyaye klasîkra derbaz dibe digihîje lîtêratûra ermenyaye sovêtîê û serecemeke dha tezeye mezin distîne.
Şayîr, nivîskar û terîqzanêd ermenya hertim jî bi hizkirin derheqa cimetêd cînarda, îlahî derheqa emr, rabûn-rûniştin, erf-edet, folklora cimeta kurdada nivîsîne û gelek melûmetîêd hewaskar mera hîştine.
Lê têma dostya cimeta ermenya û kurda nava lîtêratûra ermenyaye klasîkda cîkî mezin digre û layîqî lênihêrandineke mexsûse.
Cîye bê gotinê, wekî ew dostî carekê nava efrandina bedewetîêda hatye kivşê, cara mayîn bi mqale û lênihêrandinêd derheqa emr, terîq û erf-edetêd cimeta kurdada, cara sisya bi mesela emrê klasîkê, ku dost û pismamê cimeta kurda bûye, hertim wêra girêdayî bûye, cara mayîn ew dostî bi wî teherî hatye kivşê, wekî ewledêd cimeta ermenyaye pêş bi pismamtî folklora cimeta kurda veçêkirine, derheqa wêda qenc xeberdane. Lema jî em vê mqala xweda bi wî meremî ser wan hemû pirsa disekinin, wekî ewana bi vê yanê wê çapê wê dostîê û pismamtîêra girêdayî bûne, komek dane dha qewînkirina wê.
Hîmdarê lîtêratûra ermenyaye teze X. Abovyan cimeta kurda rind nas kiribûye, zimanê wê zanibûye. Ew mqala û lênihêrandin şedetya wê yekê didin, yêd ku Abovyan derheqa derecêd emrê cimeta kurdaye başqe-başqeda, terîq û rabûn-rûniştina wêda nivîsîne bi wî meremî, wekî “cimeta kurda dinyaê bide naskirinê”. Ewî derheqa kurdada gelek mqale û lênihêrandin nivîsîne.
Bona nivîsara wan mqala ew du meha nava kurdada dimîne, dha nêzîkva nasya xwe dide emrê wan. 2 roja (31-ê meha dêkabrê sala 1845-a û 1-ê meha yanvarê sala 1846-a) ew dibe mêvanê mala Îbrahîm ax’a, ku wî çaxî îdî lap kesîb bibû. Abovyan bi dil dinivîse, wekî wê mala mêvanhiz ew çawa baş qebûlkir. “Temamya şevê me bi stran derbaz kir, — Abovyan dinivîse, — bi dil hevra misle’t kir, qawe vexwar, qelin kişand, wî çaxî wana usa jî due’a-drozgê xwe kirin. Cimeta şibh’î, rabûn-rûniştina şibh’î!” Wextê çûyînê jî Îbrahîm ax’a radibe hespa xweye lape baş dide Abovyan, lê dike-nake Abovyan hespê hilnade. Derheqa wê yekêda Abovyan ha dinivîse: “Hela nava wê kesîbya bêh’ed-h’esabda ewî merivê helal dixwest hespa xwe pêşkêşî min kira…” Çawa nîşana qedirgirtinê ”qap’ûtekî Asîaêyî gelekî bedew, ku ç’evê gelek êlbaşîê kurda ser bû” Abovyan pêşkêş dide Îbrahîm ax’a. Derheqa wan rojêd, ku wî t’evî kurda derbazkirine, ew wa dinivîse: “Çetin min cîkî mayîn êvarîke sala tezeye usaye bedew derbazkira, çawa vê carê, ber ocaxa wî merivê helal, ku bext berê xwe jê guhastye, nava wan merîêd beşerxweşe rûnermda û cara ewlin ez ji wana hîn bûm, wekî nava qezyaêda jî merî dikare alçax nebe”.
Abovyan dide kivşê, wekî pareke cimeta kurda – êzdya – “ermenyara dibêjin bra” û tevayî miqabilî dijminê tomerî dikine şer. “… Bona wan ew her tişt zyaret û tiberke, çi ku yê cimeta ermenyaye. Ewanaê dha zû hebûna xwe bidne ermenya, ne ku tiştekî ji wana hildin û hebûna ermenya wê bi emrê xwe xweyî bikin”.
Nivîskarê ermenyayî e’yan P. Proşyan nava efrandinêd xweda nîşan daye, wekî yazya cimetêd ermenî û kurd mîna heve, ewana mînanî hev têne zêrandinê û şerkarya wane miqabilî dijminê tomerî vê yekêra girêdaye. Ew nava romana xweye ewlin “Sos û Vardîtêr”-da nîşan dide, wekî movrov bi kîsî gundya dijîn, gundîê ermenî genim, kurd – berx û mîya, lê adrbêcan – rûn û penêr didane movrova.
Romana P. Proşyane “Hûno” alîê nîşandayîna bra-pismamtya cimetada jî şuxulekî gelekî berbiç’eve.
Hesoê kurd, ku heval û hogirê Hûnoê azayh’ize, wa dibêje:
— Hûno ku heye, ew bona merivêd feqîr-fiqare, ew e’wre, ku pêşya te’va havînêye zor digre, baranê dide deşt û zevîêd şewitîye hişkbûyî û dîsa emr ber wanda tîne.
Hûno û heval-hogirêd wî him derheqa ermenya, him derheqa kurda û him jî derheqa adrbêcanada difikirin. Qewata Hûno û koma wî nava wê yekêdane, wekî “… ji sî hevalêd Hûno, dibêjin, nîvî tirk û kurdin”. Û dostya van cimeta P. Proşyan nava şerkarya wane tevayîda nîşan dide, ya ku miqabilî newekehevtya sosîalîê dihate kirinê.
Xenji wê Proşyan serhatîk temam ji emrê kurda nivîsye (“Mala Mkrtîçê êzdî”).
Raffî zef rind haj emr û rabûn-rûniştina cimeta kurda hebûye. Ewî t’imê p’ayê mêrxasî, helalî, temizaya cimeta kurda daye.
Omer-ax’a – êlbaşîê qebîleke kurdaye biç’ûk (“Celaleddîn”) komekdarîê dide ermenîêd, ku nava qezîêda bûn. Ew diçe Bardûx’îmêosê, derheqa qezyaêda elametîê dide ermenîê Ax’bakê û bi xwe jî tevî wan dibe.
Lê tîpa Msto çiqas baş hatye nîşandayînê! Msto biç’ûktîêda mala Sarhatda mezin bûye, bavê Sarhat ew zewicandye û semer’e pez pêşkêş daê, gotîê, ku ew dikare îdî virhada başqe bijî. Lê Msto ewqasî wê mala ermenyara hatye girêdanê, ji wê malê hiz dike û bi xwe jî tê hizkirinê, wekî ji mala wan dûrnakeve. Ew îdî bûye neferê malê, wexta Sarhatî ne li wire, kurê mezin ewe. Lê ew yek qet ji bîra merya naçe, wexta Msto nava çetnayêd mezinda komekê dide Sarhat. Sarhat gelekî ji Msto hiz dike, gelekî qedrê wî digre. “Kurd merîkî qelp nîne: him nava dijminayêda, him nava dostîêda ew rengê xwe naguhêze”, — Sarhat dibêje. Sarhat deqê emrê xweye kutasîê bin konê Mstoda derbaz dike. Msto gelekî digrî û qrar dike, wekî heyfa Sarhat hilde: “Tu bin konê minda dimrî, e’fato û borcê heyfhildana xwe li ser min dihêlî – Mstoê wê yekê bike…”
Îzbatîke mayîn jî hewaskare. Romana “Xênt”-da derheqa qezyaêda Cewa kurd elamî Lalaê dike. Cewê komekê dide, wekî Sar’a û Lala sax’-silamet derbazî alîê ûrisa bin. Vardan tê xwe mala xûşka Cewêda vedişêre. Wexta Vardan kulfeta kurde razayî dibîne, dibêje: “Çiqas emr nava teda heye… Eger tuye xwendî bûyaî, nava qewlêd emre mayînda bûyaî, bi destê xweye dewletî tê bibûayî pirbedewa merivayê”.
Romana “Pirîsk”-ada jî Raffî êpêce meselêd dostya cimetêd ermenya û kurda tîne.
Xenji van şuxula Raffî usa jî derheqa kurdada gelek mqale nivîsîne.
Şayîrê ermenya Hov. Hovhannîsyan derheqa kurdada efrandineke baş nivîsye (“Bagirî”), li ku ruhê kurdayî azayh’izîê dipesine. Şev li ber kuç’k “kurda pîre ç’îrokbêj” “derheqa pêşya, kal-bava û kirina wan mêrxasada” zar’ar’a şirovedike.
Hovh. Tûmanyan bi xwe gelekî rastî kurda hatye, derheqa yazî, terîq, zargotina wane cimetîêda xeber daye.
Tûmanyan gelekî nêzîkî mekteba kurdaye li Tbîlîsîê bûye, ya ku Lazo teşkîl kiribû. Çawa îzbatî nîşan didin, Tûmanyan bi hizkirin diçû wê mektebê, nasya xwe dida xebata wê, lê zarokêd kurda jî bona hurmeta wî êvarî teşkîl dikirin, efrandinêd wîye nemirî ezberî digotin.
Tiştekî eyane, wekî Hovh. Tûmanyan bona poêma xweye “Hildana kela T’mbûkê” ew lêgênd daye xebatê, kîjan Ê. Lalayanê êtnograf ji nava kurdê qeza Cavaxkê (dora kela T’mbûkê) berev kiribû. Xênji wê, Tûmanyan bi xwe jî gotye, wekî ewî usa jî ew lêgênd ji kurda bihîstye û daye xebtandinê.
Serhatya Tûmanyane “Şert” derheqa heleqetîêd cimeta ermenya û kurdadane. Vê serhatîêda ew yek bi rêalîstî tê kivşkirinê, wekî “fikra tfaqdarîê û bratîê hertim jî nava cimetada qewat bûye” û xebatçîêd miletêd cînar t’u wexta dijminê hevdu nîbûn.
Wextê şerê hemdinyaêye ewlin – salêd 1914-1915-a – şayîrê mezin çû Bayazêda kevn dha nêzîkva emrê xebatçîê kurde nemirnejî dît. Nava efrandina “Bîranîn ji cîê şer”-da, ku wan sala hatye nivîsarê, qewmandinê usa hene, gava gundêd ermenî û kurd hevdu xweykirine, komek dane hev û tevayî mqabilî dijminê tomerî şer kirine. Yazix, wekî ew efrandin nîvcîye.
Şayîrê ermenyayî navûdeng Avêtîk Îsahakyan hela zarotya xweda kurdara girêdayî bûye, ji gilî-gotinêd wê cimetê hiz kirye. Çawa eyane, gundda aşekî mala bavê Av. Îsahakyan hebûye û kurd t’im hatine wî aşî. A hema vêderê jî Îsahakyan rastî wan dihat. Şayîrê mezin dinivîse: “Cahiltya minda gelek pismamêd mine kurd hebûne û gelek cara ez çûme bal wana, bûme mêvanê wan, him ji alîê Elegezê, him jî li Şîrakê, Nexîcêvanê, Têkorê”.
Îsahakyan bîr tîne, wekî ew usa jî bi hizkirin herdu şivanê gundê wane kurd – Mexso û H’icora – girêdayî bûye, t’imê bûye guhdarê kilam û blûra wan, derheqa ç’îrok û efrandinêd zargotina kurdaye mayîn ji wana pirsye. Eva yeka paşê bi temamî nava wan efrandinêd Varpêtda hate kivşê, kîjan derheqa kurdada bûn yanê jî veçêkirina folklora kurda bûn. Em dikarin ji wan efrandina bîr bînin “Emoê kurd”, varîanta poêma “Leylê û Meclûme” kurdî, “Kurd û ç’ivîk”, “Nadoê bengî” û yêd mayîn. Îsahakyan bi dil derheqa kurdê xebatçîda nivîsye, halê wîda k’ewgirîye, xeyset û xîreta wê cimetê nîşan daye. Nava serhatya wîye “Emoê kurd”-da sifetê cahilê kurdî azayh’izî tebyeth’iz hatye nîşandayînê.
Lê nava lêgênda “Nadoê bengî”-da evîntya kurde helal tê pesnandinê.
Hûmanîstê mezin hetanî kutabûna emrê xwe jî berk kûltûra kurdaye sovêtîêra şuxulvanêd wêra girêdayî bû, pêşewitîkî wê kûltûraêyî mezin bû.
Îdêaêd hizkirinê, bratîê û wekehevtya merya, helalî û pismamtîê di h’îmê poêma Vr. Papazyane “Lûr-de-lûre” kurdîda hatine danînê. Mêrxasê poêmê mqabilî newekehevtya sosîalîê û nepakîê şerkarîê dikin û dibin şehîd, çimkî wê dewrana zulmkarada qîza ax’ê nikare bibe jina şivan. Cîye bê gotinê, wekî eva poêma çend cara cem me, Ermenîstanêda, bi kurdî hatye tercmekirinê. Ew usa jî Îraqêda bi kurdî (bi tercma Ahmed Tofîq Wirdî) hatye neşirkirinê.
Xênji vê Vr. Papazyan nava serhatîke xweye mayînda – “Xêran” bi hizkirin derheqa evîntya xotrê ermenî û qîza kurdda dinivîse.
Layîqe wê îzbatîê bîr bînin, wekî hela salêd 1860-da gelek şuxulvanêd ermenyaye roavaêye kûltûrîê xebateke hêle kirine seba bi herfê ermenî bona kurda, ermenîêd, ku bi kurdî xeber didan, bi zimanêd kurdî û ermenî kitêbêd dersa neşirkin. Vî alîda kirina Mkrtîç Tîgranyane keşîş geleke. Ewî sala 1860-î li Konstantînapolîsê bona zarokêd Kurdistanê elîfba kurdî-ermenî neşir kir. Lê sala 1866-a ewî kitêba xweye dersaye duda – “Laptêr lûsatû — Ç’iraye ir’onî” bi zimanê ermenî û kurdî da neşirkirinê.
Tiştekî wehaskare, wekî lîrîkê mezin Vahan Têryan wexta sala 1914-a ûnîvêrsîtêta Pêtrogradêda fakûltêta zimanê rohilatêda dixwend, ber destê H. A. Orbêlî hînî zimanê kurdî dibû û deftera Têryane zimanê kurdî nha arxîva mûzêa înstîtûta akadêmîa R’SS Ermenîstanêye ulmaye lîtêratûraêye ser navê M. Abêx’yanda tê xweykirinê.
Têma dostya cimetêd ermenya û kurda nava lîtêratûra ermenyaye sovêtîêda cîkî mezin digre. Derheqa vê yekêda emê başqe binivîsin.
“Rya teze”, 14 û 18-ê îyûnê s.1964
ÇEND PIRS DERHEQA KRÎTÎKA LÎTÊRATÛRAÊDA (1963)
ÇEND PIRS DERHEQA KRÎTÎKA LÎTÊRATÛRAÊDA
Terîqa lîtêratûraê bê krîtîka nabe, lê krîtîka jî alîê xweda ser terîqa lîtêratûraê h’îmdibe. Abzora lîtêratûraê ew tomerîkirina rya lîtêratûraê û krîtîkaêye derbazbûye. Lîtêratûra û krîtîka hevra six girêdayîne. Lê çye krîtîka?
Berê ewlin krîtîka ulmeke, kîjan qanûnêd efrandina bedewetîêye hîmlîva mijûl dibe. Ya duda, krîtîka – ew qîmetkirin, analîzkirin û şirovekirina efrandina bedewetîêye. Her merivekî xweyê kûltûra nîvçe dikare efrandina qîmet bike, lê her qîmetkirinek hela krîtîka nîne, ne jî her merivekî, ku efrandinê qîmet dike, krîtîke. Wî çaxî qîmetkirina efrandina bedewetîê digihîje dereca krîtîkaê, wexta ew qîmetkirin anegorî fikra mexlûqetîêye, wexta her xwendevanek nava wê qîmetkirinêda nolanî fikrêd xwe dibîne.
Krîtîkê mezin Bêlînskî digot, wekî wextê enenekirina efrandina bedewetîê lîtêratûrzan gerekê sê dereca derbazbe: berê ewlin, ew gerekê wê efrandinê bixûne û usa fem bike, çawa xwendevanekî sade wê fem dike. Ya duda, gerekê wê efrandinê bixûne û mqabilîhevbûnêd wêye hundur bibîne, û ya sisya, ku ya lape serekeye, lîtêratûrzan gerekê bibîne, çika ew efrandin emrê rêal nîşan dide yanê na. Her tenê paşî van hersê dereca krîtîk dikare wê efrandinê bi obyêktîvî qîmet bike.
Borcê lîtêratûraêyî hîmlî usa jî yê krîtîkaê ewe, ku ew qulixî emrê mexlûqetîê bike.
Hinek meriv ser wê fikra şaşin, wekî krîtîka tiştekî zêdeye. Lê ewana wê yekê bîr dikin, wekî ew krîtîkaye, ku xebata efrandar qîmet dike. Xênji wê, krîtîka lazime bona lîtêratûraê bidne temizkirinê, qewlê usa saz bikin, wekî xaltûra û tiştêd nepak dewsa lîtêratûra bedewetîê negrin.
Rasthatina serekvanêd Partîa Komûnîstîê û Hukumeta Sovêtîê û şuxulvanêd îskûstvaê û lîtêratûraê emrê welatê meyî kûltûrîêda bû qewmandineke mezin. Partîa guhdarîke mezin datîne ser pirsêd peşdaçûyîna lîtêratûra sovêtîê û nivîskarêd me bi heqî hesab dike çawa komekdarêd xwe. Wê yekêra tevayî partîa pirsa krîtîka lîtêratûra sovêtîê jî hesab dike çawa pirseke ferz. Wextê wê rasthatinê hate kivşkirinê, ku borcê krîtîka meye sereke ewe, wekî ew efrandina bedewetîê analîz bike û wê qîmet bike, nîşan bide, wekî pirsêd, ku nava efrandinada pêşda hatine kişandinê, çiqasî anegorî xwestinêd emrê nhane, avtor gelo çiqasî bi rêalîstî emrê me nîşan daye, prînsîpêd rêalîzma sosîalîstîê çi teherî xweyî kirye. Krîtîka me gerekê nîşan bide, wekî borcê nivîskar û şayîrayî mezin ewe, ku bi efrandinêd xweva qulixî cimetê bikin, komekê bidin, wekî pirsêd ferz, ku pêşya cimetê û partîaê sekinîne, rast û zû bêne safîkirinê.
Wextê wê rasthatinê careke mayîn jî hate kivşkirinê, wekî pirseke lîtêratûra sovêtîêye here ferz ew yektya fikrê û cûreye. Em dijminê têorîa “Îskûstva bona iskûstva”-êne. Lê em usa jî dijminê wê yekêne, wekî cûrê bedewetîê bê undakirinê, bê hildanê. Ew, k’ê ku pey cûre dikeve û guh nade ser fikrê, ew ne efrandarê dewrana sovêtîêye, û borcê krîtîka meye, wekî wê yekê bide belûkirinê û rya rast nîşanî wî bide.
Çawa partîa dixweze, krîtîka me gerekê pûblîsîstîka be, lê ew yek nîşan nade, ku ew pûblîsîstîkeke hişke-holabe. Krîtîkêd mezin hertim usa nivîsîne, wekî mqalêd wan alîê bedewetya xweda efrandinêd nivîskaraye bedewetîêra ketine lecê.
Mezinaya krîtîk nava wê yekêdane, çika qewata xebera wîye bawerkirinê çiqase. Lema jî dibêjin, wekî krîtîk gerekê usa rind îzbatîêd xwe mak bike, wekî qusûra wan tunebe.
Krîtîka rast bi cule’t destanîn û kêmasîêd efrandinê dibîne, wana nîşanî xweyê wê dide û bi wê teherî dibe şêwirdarê avtorî here pêş. Krîtîk gerekê bibîne, k’a nivîskar xwera çi tiştekî teze anye, wî tiştî bipesine, me’nya destanîn û kêmasîêd avtor nîşan bide.
Raste, lîtêratûra meye kurdaye sovêtîê hela hê cahile, lê di dereca krîtîka meda îdî gavêd ewline biç’ûk têne kirinê. Ew gav ne monografîane, ne jî mqalêd têorêtîkîêye mezin, lê rêsênzîaêd biç’ûkin. Bi wan rêsênzîava lîtêratûra meye nha tê qîmetkirinê. Û vê derecêda îdî êpêce tiştê baş hatye kirinê. Hay, hay, krîtîka lîtêratûraê bona kûltûra kurdê sovêtîê tiştekî tezeye û merî nikare gelek tişta jê bixweze. Lê merî nikare wê yekêra jî qayîlbe, wekî ce’dandin tunebe, wekî hînbin û ser hîmê wê yekê pêşda herin. Wedeye, ku em guh bidne ser krîtîka lîtêratûra xwe, bona pêşdaçûyîna wê xemxur bin, nhada mqabilî kêmasya şerkin, wana bidne hildanê.
Telebextra, nîvê rêsênzîstêd meye p’ir krîtîkaê wa fem dikin, wekî tenê serecema efrandinê şirovedikin, carna jî diqewime, wekî serecemê jî rast fem nakin. Eyane, wekî ew yek rûê tunebûna zanebûnêd krîtîkîêdane. Hela Bêlînskî digot, wekî krîtîka ewe, ku merî gerekê zimanê efrandinêyî bedewetîê bike zimanê logîkaê. Hovh. Tûmanyan hema ha jî nivîsye: “Krîtîk tercmeçîye. Ew gerekê şayîr tercme bike û ne ku xeberêd wî tercme bike, lê dilê wî”. Zef rind eyane, wekî Bêlînskî bi xwe klasîkêd lîtêratûra ûrisa çawa qîmet dikir, çawa dibû “tercmeçîê dilê wan”, gilîê wana negotî çawa fem dikir, çawa bi xemxurî nêzîkî her şayîr û nivîskarekî dibû û her gotineke wî dibû rênîşeke çawaye geş bona şayîr û nivîskarêd ûrisaye cahil.
Rêsênzîstêd me qet guh nadne ser cûrê bedewetîê. Her tenê ewana bi wê yekêva razî dibin, wekî nava “efrandineke” usada çend xeberêd bedew hebin, dêmek, bi fikra wana, cûrê efrandinêyî bedewetîê îdî t’ame.
Eyane, wekî nava lîtêratûra meye kurdada sxêmatîzm, prîmîtîvîzm, kêmnîşandayîna emrê nha kêmasîêd serekene. Wanra tevayî xaltûra jî kêm nîne. Lê hela çawa lazime mqabilî wan şerkarîke berk naê kirinê.
Gelek cara diqewime, wekî rêsênzîada îzbatî naêne makkirinê, ew dibine elametî. Lê elametî jî xwendevana nade bawerkirinê. Lazime bê gotinê, wekî çira ew nivîsar haye, lê ne ku bi teherekî dinêye. Yanê, wexta eva şiêra, serhatya rinde, gerekê bêjin bona çi rinde. Piranya kêmasya nava lîtêratûra kurdaye sovêtîêda bi wê me’nîê pêşda tên, çimkî merîêd usa rêsênzîa dinivîsin, kitêbêt bedewetîê qîmet dikin, yêd ku gelekî ji pirsêd krîtîkaê, qîmetkirina lîtêratûraê dûrin. Vê derecêda kêmasya Haypêthratê jî gelek û geleke. Haypêthrat rêsênzîaêd kitêba teslîmî merivêd usa dike, yêd ku gelek cara nikarin qîmetê kitêbê rast bidin, destanîn û kêmasîêd wêye sereke kivşkin.
Lazime bona pêşdaçûyîna lîtêratûra me xemxur bin, rêke usa nîşanî wê bidin, wekî ew qulixî cimetê û emr bike. Gerekê mqabilî wan hemû tişta berk şervanîê bikin, çi ku ne layîqî îskûstva û lîtêratûra sovêtîêye, çi ku k’arê nade cimetê û pêşdaçûyîna emr. Partîa wa ji komekdarêd xwe dixweze.
“Rya teze”, 23-ê mayê s.1963