rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

TE’VA HELBESTA RÛSÎ (1988)

 

 

TE’VA  HELBESTA  RÛSÎ

 

 

         Alêksandr Sêrgêêvîç Pûşkîn (1799-1837) şayîrê ûrisayî miletîêyî mezine. Merivên zemanê wî ew bi nav dikirin wek te’va poêzîa ûrisa. “Ew ne tenê şayîrê ûrisa yê zemanê xwe yê mezin bû, — Bêlînskî derheqa Pûşkînda nivîsye, — lê usa jî şayîrê hemû cimeta û hemû qurna yê mezin bû”. Çawa Lomonosov hesab dikin hîmdarê ulmê ûrisa, isa jî Pûşkîn hesab dikin wek hîmdarê lîtêratûra ûrisa ya nû.

         Efrandina Pûşkîn bû neynika jiyana civaka ûrisa ya miletîê, “ênsîklopêdîa jiyana ûrisa”. Em di nava efrandina Pûşkînda temamya jiyana Ûrisêta wî çaxî, deb û pêwendîên hemû sinifên mexlûqetya ûrisa dibînin, pê dihesin, wekî ewî çiqasî qedrê xwe li bêcerkirina temamya xezna cimeta ûrisa ya miletîê, îdêalên cimeta ûrisa ya azadarîê û hemmerivayê digirt, dikaribû jiyan û kûltûra miletên mayîn fem bike.

         Di nava lîtêratûra ûrisada şayîrên mezin, nivîskarên mezin, dramatûrgên mezin gelekin. Xudanê “Yêvgênîy Onêgîn” û “Syarê hespê sifir”, “Borîs Godûnov” û “Qîza kapîtan”, “Tragêdîyên biç’ûk” û ç’îroka hemû mecalên şayîrtîê efrand, di nava bîst çend salên xebata xwe ya lîtêratûrîêda bû him şayîrê mezin, him nivîskarê mezin, him jî dramatûrgê mezin.

         Alêksandr Sêrgêêvîç Pûşkîn gênîa bû, gênîakî gelekî mezin. Ew li ser mîrata pêşîên xwe yên lîtêratûrîyê yên hêja, poêzîa cimetê ya zar (zargotin) hîn bû û bingehê lîtêratûra rûsî ya nû danî. Lê ew bi krîtîkî (rexne) berbirî wê mîratê dibû, çi ku kevn û nekêrhatî bû wêda davît, her tenê ew tiştê ku di hêla dîrokîda bi kêrî pêşdabirina lîtêratûra rûsî ya miletîê dihat, wî ew tişt pêşda dibir, k’ûr dikir û dewlemend dikir. Û ew bû lîtêratûreke usa, ku berk hejandina ûrisa ya azadarîêra hate girêdan, serecema wê ya mexlûqetîê ya dewlemend hebû, dereca wê ya bedewetîê bê hed û hesab bilind bû, pirsgirêkên (problêm) heregiring pêşda dik’işand û derecên jiyana wî çaxî yên cuda-cuda nîşan dida.

         Pûşkîn xasma ew nivîskarên rûsî yên berî xwe û yên zemanê xwe gelekî bilind qîmet dikir, ku wî di nav efrandine wanda cimetî didît.

         Efrandina Pûşkîn di alîê têmatîka û serecama xwe ya îdêatîêda dha dewlemend û p’ir’alîye. Zanîna wî ya fireh hemû warên jiyana meriva û mexlûqetîê bi hêzeke nebînayîva nîşan da. Ew di dereca evîntîêda stra, temamya wê anî ber ç’evan. Ewî pesnê hevaltîê û dostîê da, qerfê xwe bi neyarên xwe kir – ji p’adşaê girtî heta nivîskarê firotî. Ew di dereca wetenh’izîêda stra û li dijminê weten kire eynat. Ewî newekhevya civakî (sosyal) diyar kir û bû xemxurê merivên zêrandî û miletên bindest… T’u dereceke jiyana merivatîê ya usa t’une, ku ew li ser nesekinîbe. Tê bêjî Pûşkîn her tişt gotye, ew jî bi hêz û bedewtîke nebînayîva. Bi rastî jî ew “Destpêka hemû destpêkan bû” (Gorkî).

         Binyatê poêzîa (helbest) Pûşkîn wek ya cimetêye. Pûşkîn li ser wê fikrê bû, wekî gava lîtêratûr dibe diyarkirê kûltûra cimetê, hingê ew dibe lîtêratûra cimetê. Efrandarya Pûşkîn her bi wî cûreyîye.

         Efrandina Pûşkîn bi îdêatya bilind, hûmanîzma mezin û dêmokratîzma k’ûrva berbiç’eve. Di nava efrandinê wîda dengê wetenh’iz-bajarbanê mezin tê bihîstin, ku bi alavî welat û cimeta xwe h’iz dike, bi wanva serbilind û kubar dibe. Çiqasî Pûşkîn ji welat û cimeta xwe h’iz dikir, ewqasî jî ewî li qeyd û zinarê sarîzmê kiribû eynat. Ew qeydên koletîyê, ku nedihîşt hêza cimeta ûrisa ya efrandîê bi xurtî pêşda here. Ew wek dengbêjê azadyê hate erafê meydanê. Ji efrandinên xwe yên pêşinda destpê kir, li dijî hukumeta Nîkolaê Pêşin û qulixçîên wî, milkdarên ûrisa şer kir. Di wî şerîda hetanî mirina xwe jî Pûşkîn nehate raê.

         Pêzanya Pûşkîn her tenê bi jiyana ûrisava nedihate sînorkirin. Hemû gelên Rûsîaê, usa jî cimetên dinyaê yên mayîn bi jiyana xweva bûne babetê helbesta Pûşkîn. Em di nava efrandinên wîda Pişkavkazê, Kavkaza Bakûr, Kalmîkîaê û Ûkraînayê, Fransyayê û Hûnanîstanê, Lehîstanê û Hroma qedîmî dibînin. Ew efrandarekî pêşin bû, ku nîgarên (wêne, resim) merivên miletên mayîn bi rêalîstî nitirand.

         Şayîrê ûrisayî mezin usa jî bi heqî hesab dibe wek hîmdarê zimanê rûsî ya lîtêratûrî (edebî). Di nava gelek qurnada kitêbên ûrisa bi zimanê dêrê – Slavyanî dihatin nivîsandin, ku gelekî ji zimanê rûsî yê cimetîyê zend dûr bû. Lomonosovê mezin destpê kir zimanê kitêba nêzîkî zimanê cimetê kir. Ev xebata, ku Lomonosov di warê zimanda derstpê kir, Pûşkîn kuta kir. “Di nava helbestên wîda cara pêşin xeberdana ûrisa ya zendî tê kivşê”, — Dobrolyûbov nivîsye.

         Pûşkîn bû dersdarê gelek nivîskarên ûrisa. Ewî hukumekî gelekî mezin çawa li ser şayîr û nivîskarên zemanê xwe, usa jî yên paşwextîê hîşt. “Pûşkîn dersdarê meye”, L. Tolstoy gotye.

         Marks û Êngêls efrandinên Pûşkîn bilind qîmetkirine. Pûşkîn şayîrê V. Ê. Lênîn yê h’izkirî bû.

         Pûşkîn zûda ji hidûdên ûrisa yên miletyê derketye û bona temamya merivatîya pêş bûye serkanya bedewetyê ya mezin. Efrandinên Pûşkîn bûne milkê temamya merivatya pêş û bi gelek zimanên dinyaê hatine tercmekirin. Çawa di welatê meda, usa jî li dervayî welatê me Pûşkîn bi kurdî jî hatye tercmekirin û neşirkirin.

         Pûşkîn nemirîye, herçend jî em îro ­­­ 150 salya wefatbûna wî didin kivşê. Çiqas diçe navê wî ewqasî geş û mezin dibe, surê poêzîya wî ya nû ber ç’evê cimetê têne kivşê, dengê wî ewqasî qube û zîz tê bihîstin.

 

Kovara “Roja nû”, N 62, fêvral, s. 1988

(nivîs ji “Riya Teze” hatiye wergirtin) 

NAVÊ ŞAYÎR NAÊ BÎRKIRINÊ (1978)

 

 

NAVÊ  ŞAYÎR  NAÊ  BÎRKIRINÊ

 

 

         Gelekî çetine, gava derheqa hevalê xweda bi we’dê derbazbûyî xeberdî. Nha ya min usane. Şikoê Hesen hevalê minî nêzîk bû, em çend sala t’ev xebitî bûn û rind hînî xeysetê hevdu bûbûn.

         Nha min çetin tê, wekî derheqa hevalê xweyî nêzîk, şayîrê h’izkirî Şikoê Hesenda bi we’dê derbazbûyî xeberdim. Lê ez bawerim t’u wexta wê derheqa wan efrandinêd wîda bi we’dê derbazbûyî naê xeberdanê, ku ewî nava emrê xweyî efrandarîêyî ewqasî kurtda nivîsî û hîştin. Çimkî ew efrandinêd usanin, ku têne hesabê çawa destanînêd lîtêratûra kurdaye sovêtîê, û xudanê wan nava cêrga şayîrêd meye dewrana sovêtîê cîê xweyî layîq girtye.

         Şikoê Ahmedê Hesen 17-ê îyûnê sala 1928-a gundê Camûşlûê (neh’ya Aragasê) mala gundîda ji dya xwe bûye. Hetanî k’oma çara gundê xweda xwendye, xwendina orte mekteba gundê Elegezêda dest anye. Paşî kutakirina mekteba orte Şikoê Hesen dibe xwendkarê ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê, p’ara rohilatzanîêda dixûne, ber destê ulmdarêd usa tê terbyetkirinê, çawa Hraçya Aç’aryan, Grîgor X’apansyan û yêd mayîn bûn. Îlahî H. Aç’aryan gelekî Şiko h’iz dikir, teglîfî mala xwe dikir, didît, wekî fikra wîye analîtîk heye û mêla wî ser ulm geleke, k’omekdarî didaê, wekî nava zimanzanya kurdîda k’ûrbe.

         Paşî xilazkirina ûnîvêrsîtêtê Şikoê Hesen çend sala mektebêd Abxazîaêye ermenyada dersdarî kir. Sala 1959-a ew rêdaksîa radîoa Yêrêvanêye xeberdanêd kurdîda derbazî ser xebatê bû û wir xebitî hetanî sala 1961-ê. Hema wê salê jî ew alîê kurdzanîêda aspîrantûraêda hate qebûlkirinê û çû Lênîngradê, bû aspîrantê kurdzanê sovêtîêyî eyan, doktorê ulmêd fîlologîê Îsahak Sûkêrman. Bi açixî aspîrantûra kuta kir, lê nexweşya giran mecal nedaê, wekî we’deda dîsêrtasîaê xweyke. Dîsêrtasîa û gele-gele planêd wîye efrandarîê nîvcî man. Meha noyabrê sala 1975-a bajarê Tbîlîsîêda Şikoê Hesen wefat bû.

         Ew uzvê Partîa komûnîstîêye T’faqa Sovêtîê, uzvê T’faqa nivîskarêd T’R’SS bû.

         Şikoê Hesen dikeve nava wê silsileta şayîr û nivîskarêd kurdêd sovêtîê, ku paşî Şerê Wetenîêyî mezin, salêd 50-da, ketne nava lîtêratûra meye teze. Sala 1961-ê berevoka wîye pêşin bi navê “Qalç’îç’ek” neşir bû. Pey wêra kitêbêd wîye mayîn (“T’embûrê kurda”, “Meremê dilê kurd”) neşir bûn. Paşî mirina şayîr (s. 1977-a) berevoka wîye “P’erwaza weten” neşir bû. Efrandinêd Şikoê Hesen usa jî berevokêd efrandinêd şayîr û nivîskarêd meda, kitêbêd dersê zimanê kurdîda neşir bûne.

         Goveka poêzîa Şikoê Hesen fireye. Têma lênînîê nava poêzîa wîda cîkî sereke digre. Şikoê Hesen ji wan şayîrêd me bû, ku gelek efrandin pêşkêşî Lênînê mezin, Partîa komûnîstîê, ulmê lenînîê kirine.

         Hela kitêba xweye ewlinda şayîr p’arek ha navkiribû: “Wetenr’a ez heyran”. Rastîê jî, Şikoê Hesen ser wetenê meyî sosialîstîê, emrê meyî îroyîn bengî bû, bi hezar t’êla wî emrîra girêdayî bû.

         Şiêreke xweye mayînda (“T’oximê bextewarîê û şayê”) şayîr p’ayê xebata kolxozvanê me, mêxanîzasîa kolxoz û sovxozêd me dide.

 

K’eda h’elal dik’işe gund nolî be’r,

Bin genimda r’anagirin best, bêder.

 

         Emrê meyî îroyîn, çêkirçîê wî emrî qam û qanatê poêzîa Şikoê Hesen bûn. Xebat û pesnandina xebatê – ay eve lêytmotîva şiêrêd wîye hîmlî. Şayîr bi heqî dide kivşê, wekî “p’aler’a” şa dibe (şiêra “Li zavodê”), ew deng ber dilê wî gelekî xweşe, dezge distrê. Şayîr bi heqî dida kişvê, wekî “p’ale zavodêda xudêye”, “e’sabê xebatêye”, bi destî wî dorger’ hatine çêkirinê, emrê wî bûye “h’ikyat û lêgênd”.

         Wexta lazimbe bona xweykirina wetenê sovêtîê, merivêd me hazirin serê xwe, ç’ilka xûna xweye kutasîê jî nahevşînin. A fikra balada “Gulnaz û K’eleş” eve. Wexta destbi Şerê Wetenîêyî mezin dibe, Gulnaza dilk’etya K’eleş t’emîke ha didê:

 

Gava ku derî te bigre dijmin,

Yan dijmin bikuj, yan were kiştin.

 

         Deşta şêrda K’eleş bi mêrxasî bona xweykirina weten tê kuştinê, lê dota kurdaye mêrxas – Gulnaz şuxulê wî pêşda dibe, hetanî kutasîê miqabilî dijmin dike şer.

         “Ew roj herin, qet venegerin” – eve fikra şiêra “Derd û birînêd dermankirî”, li k’u şayîr bi rêalîstî derheqa emrê kurdêd sovêtîêye derbazbûyî çetin û emrê wanî nhayî bextewarda dinivîse.

         Têma dostya cimetaye lênînîê têmake poêzîa Şikoê Hesene serekeye. Bi vê têmaê ewî gele efrandinêd delal nivîsîne.

         Nava poêzîa Şikoê Hesenda têma şerkarya cimeta kurdaye miletîê-azadarîê cîkî berbiç’ev digre. Şiêrêd bi vê têmaê nivîsî bi k’elin, şewat û alavin.

         H’ub-evîna dilê şayîr muh’beteke agirî bû, ruhê wî alaveke gur’ bû. Evînê tîreke xeder dilê şayîrê nazik xistibû, dilê wî bi h’ubê birîndar kiribû, lê ew birîneke usa bû, ku ruhê şayîr, heyetya wî bû.

 

Wê h’elandye dilê min,

Çawa agir ku mûmê,

Wê vejandye ruhê min,

Çawa gulle – kezevê.

 

         Lê wexta zerî tên û dimeşin avê (“Zerî hatin”), k’awê bi kubar şayîr dinihêre, tê bêjî

 

Şûr û xencer li min dan.

 

         Evîna şayîre lîrîkîê qîzeke delale, p’or’ê wê mînanî berfa ç’yaê me nerme, nexş-awazêd dêmê wê nolî gulêd deştê mene, lê bejna wê usa bilinde, “wek çînara gundê me”.

         Nava poêzîa Şikoê Hesenda pesnê tebyetê, nîşandayîna bedewetya wê cîkî berbiç’ev digrin. Cem şayîr tebyet pasîv nîne, aktîve, dibe foneke fire bona nîşandayîna fikra sereke. Hertim nîşandayîna tebyetê dîharkirina h’alr’a  tê girêdanê. Cem şayîr tebyet sertacê her tiştîye. Poêzîa wîda xwendevan xuşîna cew û kanya, bîn û boxsa gul û kulîlka, zeyneta tebyetê tex’mîn dike. Ewî dikaribû şiklê bedewe delal, himberîhevkirinê bêqusûr çêke, kolorîta miletîê bike nava wan.

 

Baran dibare…

Baran dibare…

Dinya xwe dişo

Û ba dizare…

Û ba e’wrê r’eş

Şivdike, dajo,

Çawa şivanê

Kerê pêz bajo.

 

         Şiêrêd wîye derheqa Abxazîaêda (“Li ser be’rê”, “Nexşê tebyetê”, “Şev” û yêd mayîn) şedetya wê yekêye geşin, ku şayîr bi sifetê bedew difikirî.

         Efrandinêd şayîre satîrîê gelekî tûjin û wanda erf-edetê kevn, xeysetê merivayî xirab, tiştê nep’ake-neqenc berk têne gunekarkirinê. “Zewaca Misto” û şuxulê satîrîêye mayîn efrandinêd usanin, ku îdî nava lîtêratûra meda cîê xwe girtine.

         Şikoê Hesen şayîrekî lîrîkî nazik bû. Ew gelekî nazik difikirî û dikaribû wê nazikayê bigihîne dil û sewdaê xwendevana. Mecalêd bedewetîê – dîharkirinê nava efrandinêd wîda p’ir’in.

         Zimanê şayîr gelekî dewlemend û fer’ih’e. Ewî bi merdane xezna zimanê me dide xebatê, gotin û cûrêd xeberdana cimetîêye zêndî dikire nava poêzîa xwe. Sewta wî başqe bû, eynsî ya xwexwetîê û ewqas zelal û fer’ih’, wekî gelek cara nêzîkî stîla kilamêd meye lîrîkîê bû.

         Efrandinêd Şikoê Hesen bi çend zimana (ermenî, ûrisî, gurckî) hatine tercmekirinê û neşirkirinê. Çend şiêrêd wî kovar û gazêtêd kurdêd derekeye progresîvda hatine çapkirinê.

         Şikoê Hesen, ku nha hebûya, wê 50 salî bûya.

 

“Rya teze”, 17-ê îyûnê s. 1978

ROHILATZANÊ MEZIN (1977)

 

 

ROHILATZANÊ  MEZIN

(BONA  90-SALYA  BÛYÎNA  H. ORBÊLÎ)

 

 

         Pêşdaçûyîn û gilvedana rohilatzanya sovêtîê bi çapeke mezinva navê wekîlekî wêyî eyan akadêmîk Hovsêp Orbêlîra girêdaye. Orbêlî pêşekzanekî terîq, lîtêratûra, îskûstva, bi gilîkî kûltûra Ermenîstanê, Rohilata Nêzîk û Navîn, Kavkazêyî erhede bû û wan derecada talanta wîye mezin geş gulveda. Temamya şuxulvanya H. Orbêlîye ulmî, mexlûqetîê û lîtêratûrîê wetenê meyî mezin, terîqa kûltûra wetenê meye p’ir’miletra girêdaye. P’ir’e emekê wî ne ku tenê di şuxulê safîkirina gelek problêmêd rohilatzanîêda, lê usa jî teşkîlkirina merkezêd ulmîda.

         Orbêlî rohilatzanekî usayî mezin bû, emekê kîjanî ne ku tenê wetenê meda, lê usa jî welatêd derekeda bilind hatibû qîmetkirinê. Ew uzvê çend akadêmîaêd welatêd dereke bû.

         Hovsêp Abgarovîç Orbêlî 20-ê martê sala 1887-a bajarê Kûtaîsîêda maleke ermenyaye eyanda bûye. Kalkê wî – Hovsêp Orbêlî p’êşê xweva dox’tir bû. Bavê wî – Abgar Orbêlî fakûltêta ûnîvêrsîtêta Pêtêrbûrgêye yûrîstîê kuta kiribû û çawa sûdîa gelek wargêd Pişkavkazêda xebitîbû.

         Hovsêp Orbêlî yek salî bû, gava mala wan tê Tîflîsê. Sala 1904-a ew gîmnazîaê kuta dike û fakûltêta ûnîvêrsîtêta Pêtêrbûrgêye terîqê-fîlologîêda tê qebûlkirinê. Hela salêd xwendkarîêda tê kivşê, wekî mêla wî gelekî ser rohilatêye, ser terîq û kûltûra Ermenîstanê, Gurcistanê, Îranêye. Lema jî sala 1907-a ew fakûltêta ûnîvêrsîtêta Pêtêrbûrgêye zimanêd rohilatêda jî tê qebûlkirinê û çar sala şûnda wan herdu fakûltêtêd ûnîvêrsîtêtê bi açixî kuta dike. Hela salêd xwendkarîêda ew tevî êkspêdîsîaêd ulmî dibe û paşî kutakirina ûnîvêrsîtêtê îdî xudanê 9 xebatêd ulmîye neşirkirî bû.

         Sala 1911-a bi wekîldarî û spartina akadêmîk N. Ya. Mar’ ew diçe Mok’sê bona zaravê ermenyayî cîva mijûlbe. Weke salekê wira dimîne û gelek qnyatêd hewaskar berev dike. Wanêda ew usa jî heykelêd Ûrartûêye qedîmîva mijûl dibe û T’oprak-Kelêda, ku nêzîkî bajarê Wanêye, gelek tiştêd qedîmîye qîmetlî dibîne. Ronkayî dibîne kitêba wîye “K’elefê Anîê”.

         Sala 1914-a H. Orbêlî înt’ama dide û  dereca magîstrê fîlologîa ermenya (alîê terîqa Ermenîstanê û terîqa Gurcistanê) distîne û fakûltêta zimanêd rohilatêda dersa dide, êpîgrafîa ermenyava mijûl dibe û vê derecêda xebatêd hewaskar dinivîse.

         H. Orbêlî bi dil Rêvolyûsîa Oktyabrê qebûl kir û şuxulvanya xweye ulmî û teşkîldarîê hê da gumreh’kirinê. Sala 1918-a dibe profêsorê kafêdra înstîtûta Moskvaêye Lazarêvîêye terîqa Rohilata Pêş. Hema wê salê jî ew tê bijartinê çawa uzvê Şêwra komîsîa arxêologîêye dewletê û uzvê hevaltya Moskvaêye arxêologîêye eynsî. Ronkayî dibîne kitêba wî derheqa matêmatîkê ermenyayî qurna VII Ananîa Şîrakasîda.

         Ji sala 1920-da Orbêlî Êrmîtajêda derbazî ser xebatê dibe sifte çawa serwêrê p’ara Kavkazê, Îranê û Asîa Orte, wê şûnda (sala 1934-a) çawa dîrêktorê wê. Nava wî we’deyîda ewî xebateke hêle kir bona Êrmîtaj bi heykelêd îskûstvaêye p’ir’qîmetva bê dewlemendkirinê û bibe merkeza ulmîye eynsî. Ew dibe înîsîatorê teşkîlkirina gele temaşegeha, kongrêsêd rohilatzanaye ortemiletîê. Sala 1935-a tê bijartinê çawa akadêmîkê akadêmîa T’R’SS ulma. Lê salekê şûnda ronkayî dibîne kitêba wîye “Şatr’anc. Kitêb derheqa k’işikada”, li k’u gele problêmêd terîqîê-kûltûrîê safî dike. Bi înîsîatîv û hereketê wî 1000-salya bûyîna Fîrdoûsî, 750-salya bûyîna Şot’a R’ûst’avêlî, 800-salya bûyîna Nîzamî û 500-salya bûyîna Navoî Êrmîtajêda bi firetî têne derbazkirinê. Wextê wan hobêlyana akadêmîk H. Orbêlî ne ku tenê xebata teşkîlkirinêye mezin kir, lê usa jî bi gelek xebatêd ulmîva pêşda hat. Berbiç’eve xebata wîye p’ir’derece wextê derbazkirina hobêlyana 1000-salya êposa cimeta ermenya “Davît’ê Sasûnê”. Ew bi aktîvî tevî hazirkirin û bi ûrisî tercmekirina têksta êposêye tomerî bû.

         Wextê faşîstêd devxûn hicûmî ser welatê me kirin, tabetî nekete akadêmîk H. Orbêlî bona xweykirin û evakûasîakirina Êrmîtajê. Bi serekvanya wî sertacêd îskûstvaê, ku vêderê dihatne xweykirinê, guhastin cîê bêqezya, lê ew bi xwe ma Lênîngrada h’esarkirîda. Ew gele cara ber p’areskerêd xweykirina bajarê Lênîn bi k’êlmêd wetenh’izîêye alavîva pêşda dihat, ew ruhdar dikirin. Cîye bê kivşkirinê, wekî wexta wan k’êlma ewî gele cara usa jî mesela hevalh’izya Memê û Qeretajdîn danî. Sala 1943-a, wexta akadêmîa R’SS Ermenîstanêye ulmî hate teşkîlkirinê, H. Orbêlî hate bijartinê çawa prêzîdêntê wêyî pêşin. Bi hereketê wî kolêktîva ulmîye eynsî hate teşkîlkirinê. Çar sala şûnda ewî dest ji qulixa prêzîdêntê akadêmîa R’SS Ermenîstanêye ulma kişand bona temamya hereketê xwe pêşkêşî Êrmîtajê bike. Nava we’dekî kurtda 69 seraêd Êrmîtajê dîsa bi mêvanh’izî dergê xwe ber temaşeçya vekirin. Sala 1944-a ew bi ordêna Lênînva hate rewakirinê. Hema wê salê jî hate bijartinê çawa uzvê hevaltya Londonêye arxêologîêye hurmetlî. Wê şûnda hate bijartinê çawa uzvê akadêmîa Îranêye hurmetlî.

         Paşî kutabûna Şerê Wetenîêyî mezin ew prosêsa Nyûrênbêrgêda pêşda hat çawa şe’de û sifetê kirinêd faşîstaye weh’îştîê nîşanî temamya dinyaê da.

         Sala 1951-ê ew ji borcdarîêd dîrêktorê Êrmîtajê aza bû û xwe bi temamî pêşkêşî pirsêd terîqa kûltûra Ermenîstanêye qedîmî kir. Ew qelîbotkêd Mxîtar Goş, Vardan Aygêksî tercme dike û bi aparata ulmîva dide neşirkirinê. Ronkayî dibînin xebatêd wîye eyane mayîn “Heykelêd dewrana R’ûst’avêlî”, “Êposa cimeta ermenya”. Xebateke xweye mayîn “Têkstêd ermenîê Mok’sê” hazir dike bona neşirkirinê. Sala 1955-a ew dibe dêkanê fakûltêta ûnîvêrsîtêta Lênîngradêye rohilatzanîê û serekvanîê kafêdra terîqa welatêd Rohilata Nêzîk dike. Cara duda bi ordêna Lênînva tê rewakirinê. Gava bi hereketê wî (sala 1956-a) p’ara Lênîngradê ya înstîtûta akadêmîa T’R’SS ulmaye rohilatzanîê tê teşkîlkirinê, ew dibe serwêrê wê û vê qulixêda dimîne hetanî roja mirina xwe (2-ê fêvralê sala 1961-ê).

         P’ir’e emekê akadêmîk Hovsêp Orbêlî di şuxulê pêşdabirina kurdzanîêda jî. Ew bi heqî hesab dibe çawa hîndarekî kurdzanya sovêtîê.

         Hela sala 1911-a, gava ew çû Mok’sê, xwest ne ku tenê zaravê ermenîê cîva mijûlbe, lê usa jî guhdarîê bide ser zimanê kurdî. Wextê digihîje cî, mala midûrê Mok’sê Murt’ule begda dimîne. Murt’ule beg hukmekî mezin li ser ulmdarê cahil dihêle. “Ez malda midûrda (prîstavê qezaê), begê kurdada dimînim, — ewî sêntyabra sala 1911-a ji Mok’sê dê-bavê xwera nivîsye. – Ew xweykirekî ermenyaye, gelekî ûrisa h’iz dike. Min hela kalê usayî bedew nedîtye. Lê ya sereke ewe, wekî ew merîkî xweyê kûltûra bilinde, nenhêrî wê yekê, wekî ji Wanê wêdatir t’u cyada neçûye. Gelekî baş berbirî min dibe”. Bîranîna qenc derheqa kurdêd Mok’sê, xeysetê wanda hetanî kutasîê ji dilê wî derneket, û ewî hertim derheqa vê yekêda digot.

         Sala 1914-a, gava lazimayî pêşda tê bona ûnîvêrsîtêta Pêtêrbûrgêda dersê ziman û êtnografîa kurdî bidin, ewê yekê dispêrne Orbêlî. Mar’ bona Orbêlî “Programa dersê êtnografîa kurdî” hazir dike. Ew bi navbirya wan dersa dide hetanî sala 1935-a.

         Orbêlî usa jî ser wan qnyatê zimanê kurdî dixebite û hazir dike bona neşirkirinê, ku ewî Wanêda berev kiribûn. Bi spartina akadêmîa ulma ew hazirkirina xebernema fransizî-kurdî û kurdî-fransizîva mijûl dibe. Ewî xebernema zaravê kurdayî Mok’sê hazir kir. Sala 1914-a Orbêlî Pêtêrbûrgêda rastî şuxulvanê kurdayî seyasetîêyî eyan E’bdilr’izaq tê, wîra tevayî poêma Ahmedê Xanîye “Mem û Zîn” dixûne. Hela berî wê yekê E’bdilr’izaq t’eweqekirin şandibû Pêtêrbûrgê, wekî ser hîmê herfê ûrisî elîfba kurdî hazirkin. Akadêmîa Ûrisêtêye ulma ewê xebatê teslîmî Orbêlî dike. Ewî ew şuxul anî sêrî, lê telebextra ew elîfba (38 herf) praktîkaêda nehate xebtandinê.

         Wextê sala 1929-a elîfba kurdîye bi herfê latînî hate hazirkirinê, Orbêlî k’omekeke mezin da vî şuxulî.

         Sala 1928-a, wexta Kommerkezya PK Ermenîstanê k’oma cahilêd kurda bona hînbûnê şand Lênîngradê, Orbêlî ew bi dil qebûlkirin û her teherî alî wan kir. Şagirtê wî bûne kurdzanêd usaye eyan, çawa doktorêd ulmêd fîlologîê, profêsor Qanatê Kurdo û Î. Sûkêrmanin. Bi serekvanya wî Ereb Şamîlov, Qanatê Kurdo û Î. Sûkêrman tevayî xebateke ulmî nivîsîn derheqa îzafêtê zimanê kurdîda. Orbêlî rêdaktorî li xebernema doktorê ulma Çerkez Bakaêve kurdî-ûrisî kir û pêşxebereke hewaskar nivîsî. Ew hertim xebatêd xweye ulmîda bi alavî derheqa kurda û kûltûra wanda nivîsye, qîmetekî mezin dida lîtêratûra kurdaye klasîk û t’emî dida, wekî e’se lazime wêva mijûl bin. Pêşxebera xebata “Heykelê dewrana R’ûst’avêlî”-da ewî qîmetekî mezin daye cimetya efrandinêd Ahmedê Xanî û navê wî danye rex e’sabêd Rohilatêye usa, çawa Fîrdoûsî û R’ûst’avêlîye.

         Bi hereketê H. Orbêlî sala 1958-a Lênîngradêda kabînta kurdzanîê hate teşkîlkirinê, û ew bi xwe jî bû serwêrê wêyî pêşin û gelek tişt kir bona qewînkirin û mehkemkirina wê.

         Ew, çi ku rohilatzanê mezin, akadêmîk Hovsêp Orbêlî pey xwe hîştye, ketye nava xezna rohilatzanîêye zêr’în, û çiqas qurne jî derbaz bin, t’u wexta k’emala xweye ulmîye mezin unda nakin.

 

“Rya teze”, 19-ê martê s. 1977

DEWLEMENDTYA MEYE MILETÎÊ (1976)

 

 

DEWLEMENDTYA  MEYE  MILETÎÊ

 

 

         Cimeta kurda nava heyetya xweda zargotineke dewlemend efrandye, zargotineke usa, ku bûye neynika rabûn-rûniştandin, femdarî û berbirîbûn, xwestin û armanca wê. T’u dereceke mayînda dewlemendya ruhê cimeta me ewqasî fer’ih’ û zelal nehatye kivşê, çiqasî zargotina wêda. Ew ênsîklopêdîa emrê cimeta meye.

         P’ir’cûre û p’ir’janre zargotina me. Cimeta me efrandinêd êpîkîê, lîrîkîê û dramatîkîê, serhatî, ç’îrok, qse, lêgênd, anêkdot, têderxistinok û nimûnêd mayîne delal efrandye û wanda derecêd emrê sosîalêye başqe-başqe, şerkarya bona jîyîna baş, dinênasî, fikrêd xweye bedewetîê, femdarya xweye moralîê-êtîkîê û êstêtîkîê, îdêalêd xweye mexlûqetîê nîşan daye.

         Zargotina kurdaye cimetîê bi saya îdêalêd xweye bedewetîê, mexlûqetîê-terîqîêye bilind, dewlemendbûn û p’ir’awazya serecemê û motîva nava xezna kûltûra  h’emdinyaêye ruhanîêda cîê xweyî layîq digre. Ew bi qurna silsilet bi ruhê h’elalîê, temizayê, mêrxasîê, merivh’izîê terbyet kirye, usa kirye, wekî ew ji xebatê, tebyetê h’iz bikin, serê xwe bidne ox’ira hevalê xwe, qedrê jinê, merivê xebatçî bigrin, t’u cara nepaka û neqenca, zulmk’ara û xûnmijar’a yole neçin. K’emala wêye terbyetdarîê nava emrê cimeta meda dha mezin bûye, çimkî ewê gelek cara him rola xwe qedandye, him jî ya lîtêratûra nivîsar.

         Çawa binyatê zargotina her cimetekê, usa jî ya kurda emrê cimetêye, terîqa wêye. “Bêy zanebûna efrandina cimetêye zar nikarin terîqa cimeta xebatçîye rast zanibin”, — M. Gorkî nivîsye. Îlahî kilamêd meye mêranîêda, kilamêd terîqîêda, beyt-serhatîêd meda şerkarya cimeta me miqabilî zulmk’arêd welatêd dereke, bona azayî û serbestîê dha rind tê kivşê.

         Bi saya îdêalêd xweye hemmerivayê zargotina kurda zûda ji hidûdê  miletîê derketye û ji alîê cimetêd cînarda hatye h’izkirinê, gelek efrandinêd wê nava ermenya, asorya, cimetêd musulmane cînarda bela bûne.

         Wan henû ulmdara, nivîskara, r’êwya, berevkirêd folklorê qîmetekê mezin dane zargotina me, k’e ku nasya xwe dane wê. X. Abovyan, M. Vagnêr, P. Lêrx, A. Jaba, N. Mar’, H. Orbêlî, O. Mann, H. Makaş û yêd mayîn derheqa zargotina meda  ser fikreke mezin bûn.

         Dikarin bi cule’t bêjin, wekî merivê pêşin, ku Pişkavkazêda zargotina kurdaye cimetîê bi ulmî qîmet kir, ronaydarê ermenyayî mezin X. Abovyan bû. Ewî hela wextê xweda tex’mîn kiribû, wekî dewsa nivîsara vekirî nava kurdada zargotina cimetîê gelekî pêşda çûye û gihîştye dereca t’ambûnêye bilind. “Poêzîa cimeta kurda, — ew dinivîse, — gihîştye dereceke usaye bilind, ku meriv bi pêşdaçûyîna wê şaş-met’el dimîne. Her kurdek, hetanî her jineke kurd e’sil bi ruhê xweva şayîre, alîê efrandinêda şuret, me’rîfeta wan her yekî p’ir’e”. Çawa merîkî dûrdîtî Abovyan lazimaya berevkirina kilamêd kurda dida kivşê û bi xwe jî bû înîsîatorekî wî şuxulî. Ewî çend kilamêd kurdaye mêranîê û evîntîê nivîsîn û tercmeyî zimanê almanî kirin.

         Eyane, wekî N. Mar’ qîmetekî çawa daye zargotina kurda û daye kivşê, wekî “kilamêd kurda bi norma û motîvêd (mqamê) xweye hîmlîva dewlemendîke usanin, ku wana ji p’ûtp’erestîê stendine”.

         Rohilatzanê mezin, akadêmîk H. Orbêlî gele cara derheqa zargotina meda xeberdaye û ew bilind qîmet kirye. Bi gotina gotya, wextê blokada Lênîngradê H. Orbêlî ber eskerêd sovêtîê pêşda dihat, t’imê mesela hevaltya Memê û Qeret’ajdîn danî, wekî çawa Qeret’ajdîn bona nav-namûsa Memê agir berî k’oşk-sera xwe dide, ew jî wî çaxî, gava kurê wîyî biç’ûk bêşîkêda, hundurê avayîda raza bûye.

         Şayîrê sovêtîêyî ermenîyî eyan Naîrî Zaryan derheqa hereketê cimeta kurdayî efrandarîê, îlahî zargotina wêda ha nivîsye: “Cimeta kurda, — ew dinivîse, — alîê zargotina cimetîêda gelekî dewletîye. Êposa kurda bi dewlemendbûna serecema xweva, bi k’ûraya h’esînê û awazê rohilatêye geşva dikare êposêd rohilatêye here başr’a bikeve hucetê”.

         Raste, berî dewrana sovêtîê hinek ulmdar-rohilatzana, r’êwya nimûnêd zargotina kurdaye cimetîê berev kirine û neşirkirine, lê cem me ew xebat her tenê salêd dîwana sovêtîêda bi teşkîldarî û sîstêmatîkî hate kirinê. 40 salî pêşda berevoka “Folklora kurmanca”-ye pêşin cem me, Yêrêvanêda neşir bû. Ew berevokeke gelekî mezine (weke 40 belgê neşirê). Qnyatêd wê Hecîê Cndî û Emînê Evdal berev kirine. Çawa xebata pêşin k’emala wê gelekî mezine. Berevkirîya xebateke hêle kirine, çetnayêd mezin altkirine, her nimûnek cîkî, ji zarê merivekî nivîsîne. Wê berevokêda 30 şaxêd êposa kurdaye “Ker’ û K’ulikê Slêmanê Slîvî”, beyt-serhatîêd “Memê û Zînê”, “Memê û Eyşê”, “Sîabend û Xecê”, “Dimdim”-ê û yêd mayîn hene. Lazime bê kivşkirinê, wekî serhatî, kilamêd evîntîê, govendê, mêrxasîê, zar’ar’a tevayî cara ewlin kilamêd aşiqê kurdî qurna derbazbûyî Evdalê Zeynikê jî vê berevokêda hatine neşirkirinê. Ew xebateke qîmetlîye usane, ku nava terîqa kûltûra meda t’u cara k’emala xwe unda nake.

         Pey vê berevokêra xebata berevkirin û neşirkirina nimûnêd zargotina me hê pêşda çû. Berevokêd kilamêd lîrîkîê, mêranîê, govendê, beyt-serhatya, ç’îroka, mesele, meteloka û yêd mayîn hatine neşirkirinê, derheqa derecêd zargotina meye başqe-başqeda, pevgirêdanêd wê bi zargotina cimetêd mayînra xebatê ulmî hatine nivîsarê û neşirkirinê. Çend berevokêd efrandinêd zargotina me usa jî ermenî û ûrisî ronayî dîtin. Welatê sovêtîêda dha gelek qnyatê zargotina me hatine berevkirinê û neşirkirinê, ne ku temamya welatêd dinyaêye mayînda.

         Lê temamya dewlemendbûna zargotina kurda cem me hela hê nehatye berevkirinê û neşirkirinê, bi ulmî nehatye lênihêrandinê. Rojêd meda, gava pêşdaçûyîna ulm û têxnîkaê gihîştye dereceke dha bilind, berevkirina nimûnêd zargotina me k’emaleke dha ferz dest tîne. Merîê ahil, ku zaneê folklorêne, bere-bere ji otrê diçin, ode hatine hildanê, dûrdîtinokê goveka şuxulvantya zaneê folklorê gelekî daye tengkirinê. Van qewlada lazime nimûnêd zargotina lez berevkin, nehêlin ew unda bibin. Zargotin dikare bibe k’lît bona safîkirina gelek problêmêd terîqa meye sext. Zargotina cimetê be’ra bêbine, ew gelek sur’a nava xweda xweyî dike. Em gotî usa bikin, wekî ew sur’ bêne dîharkirinê. Di dereca berevkirina nimûnêd zargotina cimeta meda borcekî giran dikeve ne ku tenê ser xebatçîêd p’ara kurdzanîê ya înstîtûta akadêmîa R’SS Ermenîstanêye ulmaye rohilatzanîê, lê usa jî ser temamya întêlîgênsîa meye miletîê, îlahî întêlîgênsîa gund. Destanînêd têxnîkîêye nha (magnîtofon, dîktofon) mecalê didin wî şuxulî dha rind û zû pêşda bibin. Bi fikra me, lazime dha k’ûr pirsêd bi ulmî lêgerîn û anakîzkirina zargotina meva mijûl bin, wê k’emala wêye mezin bidne kivşê, ku ewê emrê cimeta meda lîstye. Raste, vê derecêda êpêce xebat hatye kirinê, lê lazime wê hê pêşda bibin û bidne dewlemendkirinê.

         Zargotina me dewlemendtya meye miletîêye. Û borcê me her yekîye bi xemxurî berbir’î wê bin, k’ê me kîdarê rastî nimûneke wêye teze tê, gotî binivîse û her teherî bicedîne çiqasî dikare dha gele nimûnêd wê ji undabûnê xilazke. Eva xwestina rojêye.

 

“Rya teze”, 11-ê dêkabrê s. 1976

RÊJÎSYORÊ CAHIL (1973)

 

 

RÊJÎSYORÊ  CAHIL

 

         Gele wede nîne, wekî Yêrêvanêda, bi qeydê mexlûqetîê, têatra cahilaye pantomîmaê (lîstika bê deng û h’is) heye, ku bi înîsîatîva komneh’ya Myasnîkyanêye komsomola hatye teşkîlkirinê.

         Rêjîsyor û serekvanê wêye artîstê êstrada Moskvaêye janra pantomîmaê Valodê R’eşîd Polatov. Ew bû mêvanê rêdaksîa me û xebatçîê me E’MERÎKÊ  SERDAR çend pirs danê.

 

         Pirs. — Çiye pantomîma?

         Cab. – Îskûstva pantomîmaê îskûstvake lape kevne. Merî dikare bi bawerî bêje, wekî hemû şax’êd îskûstvaêye mayîn (şiklkişandin, têatr, kîno û yêd mayîn) ji pantomîmaê pêşda hatine. Pantomîma îskûstva jêsta û mîmîkaêye, wexta artîst xeber nade, lê çi ku dixweze bêje, pê hostatya desta û mîmîkaê nîşan dide. Ew berê ewlin Rohilatêda (Hindistan, Misr, Hûnanstana kevn) pêşda hatye.

         Gelek êlêmêntêd îskûstva pantomîmaê ketne nava deba mileta. Ew êlêmênt nava deba miletê kurd jî kêm nînin. Mesele, ew xeberdana bûkêd meda tê kivşê, çi ku dixwezin bêjin, pê desta, serya didine femkirinê.

         Welatê meda van salêd axirîêda pantomîma dha pêşda çûye. Tiştekî şabûnêye, wekî rêspûblîka meda jî nha guhdarîke mexsûs didine ser wê janra îskûstvaê û me guman heye, wekî ewê dha pêşda here.

 

         Pirs. – Mêla te zûda ser têatrê hebû?

         Cab. – Rasthatina min û têatrê nişkêva nîbû. Berê-berda mêla min gelekî ser têatrê hebû. Hela biç’ûktîêda, gundê me T’ilikda (neh’ya T’alînê) me dicêriband k’oma têatrêye xweefrandinê bidne teşkîlkirinê. Me ji zargotina cimetê çend pîês nîşan dan. Raste, min jî wan pîêsada rol dilîstin, lê mêla min dha gelekî ser wê yekê bû, wekî zar’a hînkim, ku çawa bilîzin, nenhêrî wê yekê, wekî min hela nizanbû îskûstva rêjîsyorîê çiye.

         Lê, hilbet, rya têatrêye rast min Lênîngradêda dît, hemû nyûansê têatrê, şabûn, k’el, lezeta aspêjxana têatrê femkir û hema wî çaxî jî min qrar kir, ku temamya emrê xwe pêşkêşî têatrê bikim. Eve rya min.

 

         Pirs. – Te kîderê xwendye û çi kuta kirye?

         Cab. – Sala 1961-ê ez stûdîa têatrê ya rex têatra Lênîngradêye ser navê Pûşkînda hatme qebûlkirinê. Min 2 sala vêderê xwend. Paşî kutakirinê ez pêra-pêra fakûltêta înstîtûta Moskvaêye kûltûraêye dewletêye rêjîsyorîêda hatime qebûlkirinê. Vêderê min 4 sala xwend. Hostaêd îskûstvaêye usaye eyan ders didane me, çawa artîstê T’R’SS cimetîê N. Konskî, şuxulvanêd R’ÛSSF kûltûraêye emekdar A. Popov, V. Kîva û yêd mayîn. Vê înstîtûtêra tevayî min usa jî înstîtûta kînêmatografîêye h’emt’faqîêye dewletê p’ara artîstîê kuta kir.

 

         Pirs. – Rola teye pêşin kîjan bû?

         Cab. – Eger em rolê gundda qedandî (Bek’oê E’wane) hesab hilnedin, çawa artîst min rola xweye pêşin înstîtûta kûltûraêda qedandye. Nîşandayîna dîplomîêda min pîêsa dramatûrgêd Amêrîkaê Goy û Dyûsoye “K’okê k’ûrda” rola nîgarê sereke Brêttê nêgr qedand. Qedandina rolê ji alîê komîsîaêda baş hate qebûlkirinê. Rol gelekî min xweş dihat, çimkî wêda halê psîxologîêye çetin hebûn. Eva ew rol bû, wexta kîjanê artîst gotî bifikire, xeysetê merya bi her teherî nîşan bide. K’ûraya nîgara Brêtta merivayîke gelekî mezin hebû, kîjanê xebateke mezin ji artîst dixwest.

 

         Pirs. – Te kîjan têatrada û kîderê lîstye?

         Cab. – Hela wextê xwendkarîê min praktîka xwe têatra Moskvaêye temaşeçîêd cahilda derbaz kir. Lê paşî kutakirina înstîtûtê ez têatra Moskvaêye artîstêd kînoêda xebitîm. Vêderê min du rolêd sereke qedandin, lê rolêd mayîn gelek bûn.

         Rastîê, h’uba min zûda fir’îbû ser êstradaê û min dixwest vê derecêda jî, îlahî îskûstva pantomîmîêda qewata xwe bicêribînim. K’oma pêşin, ku ez tev bûm û em çûne gastrola, ha dihate navkirinê: “Ser êstradaêne cahilêd înstîtûtêd Moskvaêye têatrê”. Em çûne Rohilata Dûr gastrola. Em bajarêd Vladîvostokê, Xabarovskê, Çîtaê, Îrkûtskê, Ûlan-Ûdê, Magadanê, Saxalînê, Çûkotkaê, Kamçatkaê û cîê mayînda pêşda hatin. Gazêtê van dera derheqa k’oma meda, wê reqemêda usa jî lîstika minda, gelekî nivîsîn. Her dera îskûstva pantomîmaê baş dihate qebûlkirinê. Ez du sala vê k’omêra çûme gastrola. K’oma me bawer bikî hemû bajarêd Fêdêrasîa Ûrisêtêye mezinda pêşda hat.

         Sala 1968-a Moskvaêda qesra çêkirçyaye kûltûraêda min stûdîa pantomîmaê da teşkîlkirinê, ku hetanî nha jî heye. Înstîtûta polîgrafîaêda jî min k’omeke usa da sazkirinê, li k’u weke 30 xwendk’ar pêşda dihatin. Ji wana çend merî nha îdî ser dik’a mezin çawa artîstêd “Moskonsêrtê” pêşda tên.

         Sala 1970-î ez teglîfî bajarê Orconîkîdzê kirim bona k’oma êstradaêye “Kazbêk”-da bixebitim çawa artîstê janra pantomîmaê. Ez vêderê salekê û çend meha xebitîm. Êstradaêda alîê janra pantomîmaêda min 4 hejmar qedandin. Hema ji vêderê jî ez teglîfkirim, ku bême bajarê Yêrêvanê û serk’arîê li vê têatrê bikim.

 

         Pirs. — Çend gilî derheqa vê têatra Yêrêvanêda nabêjî?

         Cab. – Wexta ez hatme Yêrêvanê, min çend merîê teze jî ser k’omêda zêde kirin. Ew nha îdî bûye têatr. Min nêt danî pêşya xwe, wekî usa bikim, ku uzvêd wê fem bikin, wekî çiye îskûstva pantomîmaê, rind hînî êlêmêntêd pantomîmaê bibin, kîjan bona pantomîma dramatîkîê gelekî lazimin. 13 qîz û xort uzvêd têatrêne, ku hînbûnê, xebatêra tevayî bi h’izkirin tevî nîşandayîna dibin. Xort û qîzêd ermenyara tevayî xortekî kurd jî – P’eyalê Cemal uzvê kolêktîva meye. Xortekî me’rîfete, wextê wê r’êda here, paşwextya wî wê rindbe. Xwexwa şagirte, mektebeke bajarê Yêrêvanêda dixûne. Hetanî nha têatra me du cara ber dûrdîtinoka rêspûblîkaê bi programêd başqe-başqeva pêşda hatye. Çendekî pêşda sera mala xebatçîêd ronkayêda me prêmyêra pîêsa V. Saroyane “Birçî” nîşan da. Nîşandayîn bi açixî derbaz bû. Derheqa vê nîşandayîna meda Êrvand K’oçar ha got: “Ze’f başe, eva gotî ser dik’a mezin bê nîşandayînê”.

 

         Derheqa planêd xweye paşwextîêda rêjîsyorê cahil ha got: “Plan gelekin. Têatra me dicedîne efrandinêd bi çapa mezin derxe ser dik’ê. We’de wê nîşan bide, wekî emê çi cûreyî bin “deynê” temaşeçîê xwe derên”.

 

“Rya teze”, 8-ê avgûstê s. 1973

LÎTÊRATÛRA BI KURDÎ TERCMEKIRÎ (1972)

 

 

LÎTÊRATÛRA  BI  KURDΠ TERCMEKIRÎ

 

 

         Nava salêd dîwana sovêtîêda mala cimetêd welatê meye bratîêda ew p’ara cimeta kurda, ku wetenê meyî p’irmiletda dijî, di hemû derecêd emrda gihîştye açixîêd nebînayî. Ji wan açixya yek jî lîtêratûra wêye bedewetîê nivîsare, ku îro îdî gihîştye dereceke usa, wekî çawa welatê meda, usa jî ji hidûdê wî der hatye naskirinê û qîmetkirinê.

         Eyane, wekî lîtêratûra her cimetekê hertim jî bi serî tercma lîtêratûraêd cimetêd mayînra girêdayî bûye. Û lîtêratûreke usa tunebûye, wekî tenê bi mecalêd xweva pêşda çûbe. Hertim jî tercma komek daye hevdudewlemendkirina lîtêratûra, firekirina dinênaskirina efrandara, bilindkirina hostatya wan. Tercmekirina lîtêratûra bedewetîê mecaleke başe bona cimet dha rind hevdu nas bikin, pevgirêdanêd wane dostîê, kûltûra wane ruhanîê dha qewîn bin. Vî alîda cêribandina lîtêratûra sovêtîêye p’irmilete dewlemend heye. Lîtêratûra kurdaye sovêtîê jî, ku ewleda Oktyabrêye û p’areke wê lîtêratûraêye, nikaribû bêy tercma pêşda biçûya û gulveda.

         Vê mqalêda wê tenê derheqa wan efrandinêd bedewetîêda (hîmlî bi kitêba yanê bi berevoka) bê gotinê, ku ji destpêbûna lîtêratûra me hetanî nha bi kurdî hatine tercmekirinê. Xudan nêt danenye pêşya xwe başbûna wan tercma qîmetke, her tenê xwestye qewmandinê bide kivşê.

         Nava lîtêratûra kurdaye sovêtîêda tercmêd pêşin efrandinêd xwexwetîêye pêşinva tevayî hatine kivşê. Ew hîmlî efrandinêd şayîr û nivîskarêd ermenya bûn. Û eva yeka bi temamî femdarîye. Lîtêratûra kurdaye sovêtîê Ermenîstana Sovêtîêda pêşda dihat. Efrandarêd me weke zimanê xweyî dê zimanê ermenî zanibûn. Û zimanê ermenî bû ew p’ira, ku ew lîtêratûra ermenya, ûrisaye mezin,  hemdinyaêra dane girêdanê.

         Efrandina bedewetîêye pêşin, ku Ermenîstanêda bi zimanê kurdî hate tercmekirinê û bi kitêbeke başqe hate çapkirinê, “Serhatya Casimê kurd” ya Lazo (Hakob X’azaryan) bû, wî emekdarê kûltûra kurdêd sovêtîêyî berbiç’ev. Hecîê Cndî û Emînê Evdal ew tercmekirin û sala 1931-ê bi kitêbeke başqe dane neşirkirinê. Salekê pey wêra dîsa wan tercmeçya serhatya Hovhannês Tûmanyane eyan “Gîk’or” tercmekirin û bi kitêbekê dane neşirkirinê. Û cîye bê gotinê, wekî bawer bikî ji şayîr û nivîskarêd ermenya Hovhannês Tûmanyan dha gelekî bi kurdî hatye tercmekirinê çawa salêd sîyîda, usa jî van salêd ax’irîêda. Vêderê gilî hîmlî derheqa wan efrandinadane, ku bi kitêbê başqe-başqe neşir bûne. Em ji wan tercma bîr bînin: poêma “Anûş” (bi tercma R. Drambyan, sala 1934-a), bi tercma Casimê Celîl lêgênda “Se û p’işîk” (sala 1935-a), serhatîêd “Kalkê Gabo çawa kurmê hevirmiş xweyî dike” (sala 1935-a), “Berevkirina kilama”, “Xweyî û xulam” (sala 1936-a), “Ax’irya ne’s” û “Nazarê mêrxas” (sala 1937-a), “Efrandinêd bijare” (weke 15 merya tevî tercmekirina efradninêd vê berevokê bûne, sala 1970-î), “Ç’ilka hingiv” (bi tercma Hecîê Cndî, sala 1971-î) û yêd mayîn. Lazime bê kivşkirinê, wekî ji roja rojda hetanî nha efrandinêd Tûmanyane tercmekirî xemleke bedew dane kitêbêd dersê zimanê kurdî jî.

         Tercmekirina serhatya Hraçya Koçare “Xecê” (bi tercma H. Cndî, sala 1935-a), poêmêd Hmayak Sîrase “Memê û Eyşê” (bi tercma H. Cndî, sala 1935-a), “Let’îfe” (bi tercma Cerdoê Gênco, Emînê Evdal, sala 1936-a) nasya xwendevanêd kurd didan emrê cimeta kurdayî berê û nha, derheqa dostî û bratya ermenya û kurdada bûn. Sala 1936-a antologîa “Nivîskarêd şêwrêye ermenya” bi tercma kurdî ronkayî dît. Wêda cî bibûn ji efrandinêd H. Hakobyan, A. Şîrvanzadê, Ê. Çarêns, A. Bakûns, A. Vştûnî, Z. Êsayanê, V. Alazan, D. Dêmîrç’yan, N. Zaryan, St. Zoryan, G. Maharî, V. Totovêns, G. Saryan, M. Armên, V. Norêns, M. Arazî, S. Taronsî, M. Manvêlyan, H. Sîras, Sarmên, X. Daştêns, Hr. Koçar, Ax’avnîê û G. Bês.

         Nava tercma meye bedewetîêda cîkî mexsûs digrin efrandinêd Êx’îşê Çarêns. Poêma wîye eyan “Lênîn û Elî” çend cara hatye tercmekirinê (cara pêşin bi tercma Emînê Evdal sala 1932-a berevoka “Efrandina ewlin”-da, cara duda bi tercma Casimê Celîl sala 1955-a “Lîtêratûra wetenîê”-da û cara sisya bi tercma Mîkaêlê Reşîd û Sehîdê Îbo bi kitêbeke başqe, sala 1957-a). Xênji wê, çawa kitêbêd dersada, usa jî berevoka û gazêta “Rya teze”-da gelek efrandinêd wîye mayîn jî ji alîê efrandarêd başqe-başqeda bi tercma kurdî hatine çapkirinê.

         Hela sala 1937-a bi kitêbeke başqe “Novêlêd” Gûrgên Hovnan (bi tercma Emînê Evdal) hatine neşirkirinê. Efrandinêd Xnko Apêre “Tramve li R’ewanê” (sala 1936-a) û “Mişka p’işîkêra çawa şer kirin” (bi tercma Casimê Celîl, sala 1937-a) jî bi kitêbêd başqe-başqe bi tercme neşir bûne.

         Sala 1955-a xwendevanêd kurd bi berevokeke başqe (“Emoê kurmanc”) ew efrandinêd Avêtîk Îsahakyan stendin, ku Hecîê Cndî tercme kiribûn. Xênji şiêrêd şayîre lîrîkîêye delal, wê berevokêda usa jî ew efrandinêd wî cî bibûn, ku ji emrê kurda bûn yan jî veçêkirina nimûnêd zargotina me bûn (“Emoê kurmanc”, “Nadoê bengî”, “Leylê û Mecnûn”, “Gundî û ç’ivîk”). Di şuxulê tercmekirina efrandinêd Av. Îsahakyanda Fêrîkê Ûsiv jî xebateke berbiç’ev kirye. Bi tercmekirina wî gelek efrandinêd şayîrê ermenyayî eyan çawa gazêta “Rya teze”, usa jî kitêbêd zimanê kurdîda neşir bûne. Ewî usa jî efrandinêd çend şayîrêd ûrisa û ermenyaye mayîn jî tercme kirine.

         Berevoka “Destegul”-da (bi tercma Hecîê Cndî, sala 1963-a) ew efrandin yanê p’arêd efrandinêd şayîr û nivîskarêd ermenya hatibûne tercmekirinê, ku derheqa emrê kurdada bûn yanê veçêkirina nimûnêd zargotina me bûn. Tercme hîmlî ji efrandinêd X. Abovyan, Raffî, H. Hovhannîsyan, Vrt. Papazyan, H. Tûmanyan, Lazo, Av. Îsahakyan, D. Dêmîrç’yan, G. Haykûnî, St. Zoryan, Sarmên, H. Sîras, S. Taronsî, G. Stêpanyan, Hr. Koçar, X. Daştêns, A. Darbnî, H. Şîraz, G. Êmîn, H. X’ûkasyan, M. Harûtyûnyan û yêd mayîn hatibûne kirinê.

         Sala 1963-a, wexta welatê meda bi firetî 250-salya bûyîna dengbêjê dostya cimetayî mezin Sayat-Nova hate kivşkirinê, bi berevokekê efrandinêd wî bi tercma kurdî neşir bûn (Hecîê Cndî û Fêrîkê Ûsiv ew tercme kiribûn).

         Poêma H. Şîraze “Încîlî” bi tercma Cerdoê Esed sala 1972-a neşir bûye.

         Îsal bi kitêbeke başqe serhatya Hraçya Koçare “H’isret” (bi tercma xudanê van xeta) neşir bû.

         Nava lîtêratûra meye tercmekirîda cîkî mexsûs digrin çend pîêsêd dramatûrgêd ermenyaye tercmekirî, ku têatra kurdaye dewletêda hatine nîşandayînê yan jî bûne radîokompozîsîa. Ew pîêsêd G. Sûndûkyane “Pêpo”, A. Şîrvanzadêye “Namûs”, “Milyak’etê nep’ak”, Vrt. Papazyane “Zinar”, D. Dêmîrç’yane “Nazarê mêrxas”, N. Zaryane “Heyf”, V. Şox’êryane “Cewahir”, A. Papayane “T’opik” û yêd mayînin. Lê pîêsêd A. Şaybone “Li besta Elegezê”, S. Gînosyane “Heso”, “Qîza Mîrekê”, “Ewledê ç’yaê te’rî”, “Ker’ û K’ulik”, “Xecê û Sîabend”, “Mêrxas ji bajarê Cizîrê” û yêd mayîn yan derheqa emrê kurdadanin, yan jî veçêkirina nimûnêd zargotina mene.

         Xênji van, gelek efrandinêd şayîr û nivîskarêd ermenyaye mayîn jî (çawa yêd klasîk, usa jî yêd emrê nha) hatine tercmekirinê û gazêta “Rya teze”, kitêbêd dersê zimanê kurdî, berevokêd efrandinêd nivîskarêd kurdada ronkayî dîtine.

         Lîtêratûra kurdaye sovêtîê bi gelek tercmêd efrandinêd şayîr û nivîskarêd ûrisaye berî dewrana sovêtîê û yêd dewrana sovêtîêva jî dewlemend bûye.

         Efrandina lîtêratûra ûrisaye pêşin, ku cem me bi kurdî hate tercmekirinê û bi kitêbeke başqe hate neşirkirinê, ew berevoka qse û serhatîêd L. Tolstoy bû. Sala 1935-a berevoka wîye “Serhatî derheqa h’eywanada” neşir bû, li k’u gelek efrandinêd bona zar’a cîwar bibûn. Ew berevok R. Drambyan tercme kiribû. Lê sala 1937-a bi kitêbeke başqe serhatya wîye eyan “Dîlê Kavkazê” neşir bû. Qaçaxê Mirad ew ji ûrisî tercme kiribû.

         Hela salêd 30-da efrandinêd A. Pûşkîn jî bi kitêbêd başqe, bi tercma kurdî neşir bûn. Sala 1937-a berevoka wîye “Efrandin û h’ik’yat” bi tercma R. Drambyan ronkayî dît. Hema wê salê bi tercma Casimê Celîl bi kitêbeke başqe poêma Pûşkîne “H’ik’yat derheqa me’sîgir û me’sya zêr’înda” neşir bû. Ev herdu kitêb bona 100-salya mirina şayîrê mezin neşir bûn. Lê sala 1949-a bona 150-salya bûyîna wî berevoka şiêr, h’ik’yat û proza wîye teze neşir bû. Efrandinêd evê berevokê Casimê Celîl tercme kiribûn. Raste, bi tercma Qaçaxê Mirad bi kitêbeke başqe efrandinêd Pûşkîn nehatine neşirkirinê, lê emekê wî çawa di şuxulê tercmekirina efrandinêd şayîrê mezinda, usa jî şayîrêd ûrisaye mayînda geleke. Tercmêd wî çawa gazêta “Rya teze”-da, usa jî kitêbêd dersê zimanê kurdîda neşir bûne.

         Sala 1963-a berevokeke ha neşir bû: “Bona zar’a”. Wêda efrandinêd K. Ûşînskî, Î. Tûrgênêv, L. Tolstoy, V. Garşîn, D. Mamîn-Sîbîryak û A. Çêxove bona zar’a nivîsî hebûn. Ew efrandin Êmma Bakoêvaê ji ûrisî tercme kiribûn. Çend efrandinêd M. Lêrmontov, N. Nêkrasov, M. Gorkî, V. Mayakovskî, p’arêd efrandinêd M. Şoloxov, D. Fûrmanov, Sêrafîmovîç, A. Fadêêv, N. Ostrovskî û yêd mayîn jî hatine tercmekirinê.

         Nimûnêd lîtêratûra cimetêd sovêtîêye mayîne bratîê jî bi kurdî hatine û têne tercmekirinê. Îro xwendevanê kurd bi zimanê dê dikare p’erç’ê poêma klasîkê lîtêratûra gurca Şot’a R’ûst’avêlîye “E’rfanê p’ostê piling lê”, ji efrandinêd Î. Ç’avç’avadzê, K. Lort’k’îp’anîdzê, K. Boboxîdzê, G. Abaşîdzê, A. Mêrskûlava, R. Margîanî, efrandinêd şayîr û nivîskarêd azêrî Nîzamî, Sabîr, C. Cabarlî, S. Vûrx’ûn, R. R’za, Aşiq Elesker, M. Îbrahîmov; şayîrêd ûkraîn T. Şêvçênko, M. R’îlskî, P. Tîçîna, Ya. Şporta, V. Sosyûra; şayîrê ûzbêka G. Gûlam, nivîsarêd Sehîd Ahmed; şayîrê Dax’istanê S. Stalskî; şayîrê t’at’ara Mûsa Celîl; nivîskarê êstona Êrnî Krûstên, Arvo Galton û wekîlêd cimetêd sovêtîêye mayîn bixûne. Hinek ç’îrok, qse, lêgêndêd ûrisa, ûkraîna, bêlorûsa, gurca, lîtova û cimetêd sovêtîêye mayîn jî bi kurdî neşir bûne.

         Lîtêratûra kurdaye tercmekirî bi efrandinêd şayîr û nivîskarêd welatêd derekeva jî dewlemend bûye. Ji efrandinêd V. Şêkspîr, H. Haynê, F. Şîllêr, Omar Xeyam, D. Dêfo, Ê. Zola, R. Rolan û yêd mayîn hatine tercmekirinê.

         Xênji tercmeçîêd, ku navê wan jorê hate anînê, usa jî Elîê Evdilrehman, Şikoe Hesen, Karlênê Çaçanî, Egîtê Xudo, Wezîrê Eşo, Şemsî, Eskerê Boyîk, Ahmedê Hepo û yêd mayîn di dereca tercmekirina efrandinêd bedewetîêda şuxulekî berbiç’ev kirine.

         Hilbet, çetine nava mqalekêda navê wan hemû efrandina bidî, ku cem me bi kurdî hatine tercmekirinê. Lê ew çi ku hate gotinê jî, xweber nîşan dide, wekî p’areke cimeta me we’dê dîwana sovêtîêda gihîşte çi destanînêd mezin.

 

“Rya teze”, 21-ê oktyabrê s. 1972 

T’U CARA JI BÎRA MIN NAÇE… (1972)

 

 

T’U  CARA  JI  BÎRA  MIN  NAÇE…

 

 

         Şiklkêşê mezin Martîros Saryan wefat bûye… Demekê vê be’sê dibihêyî û ji guhê xwe bawar nakî. Bawar nakî, çimkî te t’irê ew we’dera xuliqîbû û mînanî we’de wê heta-hetayê bijî… Wê bi wan efrandinêd xweye sert’acva bijî, ku bûne milk’ê we’de, bûne p’îgarê we’de û dane ser rya heta-hetayê…

         Bextê min lêda wî – şiklkêşekî we’dê meyî mezin – bibînim, pêr’a qse bikim. Û ewê rasthatinê mezinayîke wîye mayîn jî minra dîhar kir – mezinaya wîye merivayê, întêrnasîonalîzma wî, h’izkirina wîye mezin berbi cimetêd mayîn.

         Sala 1964-a 7-ê meha dêkabrê bû. Êvareke sar bû. Bi spartina rêdaksîaê ez û şiklkêşê me Arakêl Crax’aspanyan çûne mala Martîros Saryan. Alîkîva ez gelekî şabûm, ewkî ezê şiklkêşekî dewrana meyî mezin bibînim, lê alîê mayînva wê rojê tiştekî usa qewimî bû, wekî k’êfa min tunebû: qîza min te’l nexweş bû û biribûne nexweşxanê.

         Gava şiklkêşê mezin pê hesya, wekî em ji rêdaksîa gazêta “Rya teze”-ne, gelekî şa bû, bi dil em qebûl kirin.

         Ewî hema pêşîêda bi dilovanî got:

         — We çira meseleke gazêta we neanî, wekî min bidîta? Ne axir ez kurda gelekî h’iz dikim, ew pismamêd minin.

         Û ewî pêşîê destbi pirs-pirsyara kir, derheqa emrê kurdê sovêtîêda, pêşdaçûyîn û kûltûra wan pirsî. Û her cabeke mera şa bû, beşera wî hê xweş bû.

         — Ez gelekî şame, wekî welatê meda kurd ewqasî pêşda çûne, — ewî got. – Û her pêşdaçûyîneke wan min dide şakirinê. Em, ermenî û kurd, cînarêd qedîmîne, gelek tiştêd tomerî orta deb, xeyset, emrê meda heye. Em rastîê dostin, em rastîê brane. Ez dixwezim, wekî ew dostî hê pêşda here, hê qewîn û meh’kem bibe, çimkî ew xwestina dilê herdu cimeta meye.

         — Varpêt, We qet şiklê kurda k’işandine?

         — Belê, min çend şiklê kurda k’işandine û ew temaşegehêd efrandinêd minda hatine nîşandayînê. Ez zûda kurda nas dikim. Min r’eqasa kurda jî, deweta wan jî dîtye. Wana dest dabûne destê hev, bi teqlekê dilîstin. Govendeke giran bû, lê bê çira yekî şaş nedilîst, çira hejandineke kêm yanê zêde nava r’eqasa wanda tunebû. Lê kincê wane miletîê çiqasî bedew bûn! Teê bigota şiklkêşekî batinî ew neqişandine. Kurd ewledê tebyetêne, xwekirina wan jî ji tebyetê, ji ç’ya tê. Û ew her tişt, çi ku ji tebyetê tê, bedewe.

         Me gelekî qse kir, derheqa gelek pirsada xeberda. Û gava me xatirê xwe ji Varpêt xwest, em derketin, min derheqa nexweşya qîza xweda îdî bîr kiribû, bin hukumê qebûlkirina wîye merivayêye nebînayîda bûm. Ne axir ez çûbûme cem p’îrê r’enga, dinyake batinî – dinya r’eng û awazê Martîros Saryan.

 

“Rya teze”, 12-ê mayê s. 1972

PÊŞDAÇÛYÎNA LÎTÊRATÛRA KURDAYE SOVÊTÎÊ (1970)

 

 

PÊŞDAÇÛYÎNA  LÎTÊRATÛRA 

KURDAYE  SOVÊTÎÊ

 

 

                  Gava Ermenîstanêda qeydê sovêtîê hate testîqkirinê, bona kurdêd Ermenîstanê her cûre mecal-mik’an vebûn seba pêşdabirina kûltûra wane nivîsar. Hukumeta Ermenîstana Sovêtîêye teze hema salêd heyetya xweye pêşinda her cûre mecal efrandin bona bilindkirina dereca emrê kurdayî kûltûrîê. Elîfba kurdî hate sazkirinê û bi dîwanî hate îzbatkirinê, mektebêd kurdî vebûn, gundada întêlîgênsîa xwexwetîê pêşda hat, bengzê gunda û jîyîna binelya lap hate guhastinê.

                  Gava elîfba kurdîye bi herfê latînî hate qebûlkirinê, ewê mecalêd mezin dan bona hazirkirina kitêbê dersa, pêşdahatina lîtêratûra bedewetîê, berevkirin û neşirkirina zargotina cimeta meye bi qurnaye dewlemend.

                  Sala 1929-a du kitêbêd kurdîye bona dersa hatine neşirkirinê. Kitêba pêşin, ku Îsahak Marogûlov û Ereb Şamîlov hazir kiribûn (“Xu-xu hînbûna xwendina nivîsara kurmancî”), bona hilanîna nexwendîtya mezina bû. Kitêba mayîn, ku Îsahak Marogûlov û Rûbên Drambyan hazir kiribûn (“Ronayî”), bona şagirtêd mekteba êlêmêntar bû.

                  Destpêbûna salêd 30-da ser hev çend kitêbêd Ereb Şamîlov hatine neşirkirinê. Kitêbêd wîye “Şivanê kurmanc”, “Emrê Lênîn”, “K’ara kolxozê gundyar’a” sala 1930-î hatine neşirkirinê. Lê sala 1931-ê kitêbêd wîye “K’oç’ekê derewîn”, “Kurmancê Elegezê”, “Înglaba Oktyabrê” neşir bûn. Çawa eyane, nava serhatya “Şivanê kurmanc”-da, ku sifte bi zimanê ûrisî, lê sala 1935-a bi zimanê kurdî neşir bû, Şamîlov hîmlî emrê xwe nîşan daye. Wê serhatîêda xwendevan emrê xebatçîêd kurda li qeza Qersêye berî rêvolyûsîaê tex’mîn dike. Wê yekêra tevayî nivîskar wê kirina ax’a, bega, ruhanîêye nepak nîşan dide, ku wana salêd dîwana sovêtîêye pêşinda nava kurdêd xebatk’arda dikirin.

                  Nava kitêbêd Şamîlove jorgotîda derheqa wan pirsada tê gotinê, ku wî çaxî nava emrê kurdêd azabûyîda pêşda hatibûn û usa jî bi firetî, bi bawerî ew guhastinêd mezin têne nîşandayînê, ku bi saya Oktyabra mezin, seyasetya lênînîêye miletîê nava kurdada, îlahî di dereca femdarî û kûltûra wanda pêşda hatibûn.

                  “K’oç’ekê derewîn”-da nivîskar ser pirsa ruhanîê sekinî û ew berk krîtîk kîr.

                  Sala 1931-ê Hecîê Cndî û Emînê Evdal kitêba Lazoye “Serhatya Casim” ji ermenî guhastine kurdî û bi tîraja 3 hezar heba dane neşirkirinê. Serhatîêda emrê p’alêd Bek’yê, emrê kurê şivanê kurd Casim tê nîşandayînê, ku bi komekdarya hevalêd xweye mezin dikeve nava gêjgerînga emrê seyasetîê. Casim paşwextîêda dibe şerkarekî berk bona testîqbûna qeydê sovêtîê. Casim digihîje dereca komûnîstê berk û bi wî teherî dibe nîgara şuxulkarêd kurdaye dewrana sovêtîêye pêşin.

                  Sala 1932-a bi hazirkirina Emînê Evdal berevoka “Efrandina ewlin” bi tîraja 1500 hebî tê neşirkirinê. Wêda efrandinêd şayîrêd kurde pêşin Hecîê Cndî, Emînê Evdal, Etarê Şero û yêd mayîn hatibûne çapkirinê. Xênji wê, vê berevokêda çend efrandinêd şayîrêd ermenyaye wî çaxî Êx’îşê Çarêns û Azat Vştûnî bi tercma kurdî hatibûne cîwarkirinê.

                  Efrandinêd xwexwetîê, ku vê berevokêda hatibûne cîwarkirinê, pêşkêşî dîwana sovêtîê, Ordîya Sor, emrê teze kirîbûn. Efrandinêd kurd gazî cimeta xebatk’ar dikirin, ku dest ji emrê paşdamayî bikişînin, bikevin nava kolxozê û bi aktîvî tevî çêkirina sosîalîzmê bin.

                  Sala 1932-a pîêsa H. Cndîye “Qutya dû-dermana”, berevoka “12 kilam seba mektebê kurmanca” ya S. Gasparyan ronkayî dîtin.

                  Ji sala 1931-ê hetanî sala 1932-a Ermenîstanêda bi zimanê kurdî 30 nav kitêbêd dersa, mexlûqetîê-seyasetîê, bedewetîê hatine çapkirinê. Ewê yekê jî komekeke rind da neşirbûna kitêbêd kurdî, wekî Komîtêa Pişkavkazêye Merkezîêye şuxulkirinê meha fêvralê sala 1932-a lazim hesab kir, ku Pişkavkazêda neşirkirina kitêbêd kurdî hîmlî Ermenîstanêda bide merkezkirinê.

                  Sala 1934-a berevoka “Efrandina nivîskarê kurmanca duda” hate neşirkirinê. Ew berevok Hecîê Cndî hazir kiribû. Eva berevoka han îdî fer’ih’ şe’detîê dide, wekî efrandinêd kurde cahil nava we’dê derbazbûyîda êpêceyî hostatya xweye bedewetîê dane p’akkirinê. Wêda usa jî navêd teze pêşda hatin. Serhatya Cerdoê Gêncoye “Gundê teze” vê berevokêda hatibû neşirkirinê. Wêda derheqa teşkîlkirina kolxozê gundê kurdada dihate gotinê, miqabilîderketina snifa k’edxur dihate nîşandayînê.

                  Sala 1935-a berevoka “Nivîskarê kurmancê şêwrê. Efrandina sisya” bi hazirkirina Hecîê Cndî hate neşirkirinê. Çawa vê berevokêda, usa jî yêd pêşîêda gelek nivîskarêd kurde teze pêşda hatin û bi wî teherî komek dan bona dha bilindbûna hostatya wane bedewetîê. Badilhewa nîbû, wekî nivîskarê ermenyayî eyan N. Zaryan qîmetekî mezin da kirina nivîskarêd meye silsileta pêşin. Evan berevoka usa jî komek dan, wekî nivîskarêd kurdaye sovêtîê derêne meydeneke dha fire, gelek efrandinêd wan bi zimanê ermenî hatine tercmekirin û neşirkirinê. Bi kitêbêd xwexwetîêye başqe-başqeva Wezîrê Nadirî “R’eva jinê”, “Nûbar”, Emînê Evdal “Bahar”, Ahmedê Mîrazî “Zemanê çûyî”, E’t’arê Şero “Biriqandina e’wlin” û yêd mayîn pêşda hatin. Berevokêd Emînê Evdale “Bahar”, Wezîrê Nadirîye “Nûbar”, E’t’arê Şeroye “Biriqandina e’wlin” berevokêd şiêra bûn, kîjan hîmlî pêşkêşî emrê teze kiribûn. Wanda usa jî edetê kevnî zyandar, paşdamayîntya emr, kirina nepak berk dihatne krîtîkkirinê.

                  Çawa hate gotinê, wê salê du pîêsê ewlin ji emrê kurda bi zimanê kurdî hatine nivîsarê. Ew pîêsa Wezîrê Nadirîye “R’eva jinê” û pîêsa Ahmedê Mîrazîye “Zemanê çûyî” bûn. Eger pîêsa ewlinda Wezîrê Nadirî derheqa kulfeta kurde azabûyîda dinivîsî, ya ku naxweze bi edetê kevn bijî, lê Ahmedê Mîrazî nava pîêsa xweda emrê kurdayî berêyî giran tîne ber ç’eva.

                  Êtapa pêşdaçûyîna lîtêratûra kurdêd sovêtîêye pêşinda nivîskarêd bi eslê xweva ermenî – Rûbên Dranbyan, Hovakîm Margaryan (Nûrî Hîzanî), Îsahak Marogûlovê mexîn jî bi kurdî diefirandin. Efrandinêd wan jî komek dane pêşdaçûyîna lîtêratûra meye teze.

                  Destanîneke nivîsara meye vekirîye salêd sîye berbiç’ev ew serhatya Emînê Evdale “Casim û Tosin” bû. Wêda emrê du zarêd kurde êt’îme salêd dîwana sovêtîêye ewlinda hatye nîşandayînê. Ew Casim û Tosinin. Serhatî p’er’ç’eke, ku ji emr hatye hildanê, nivîskar emr bi rêalîstî nîşan daye. Ew şedetya îzbatkirina emrê tezeyî bextewar dide, wekî merivê hêsîrî belengaz jî dewrana sovêtîêda dikare bixûne.

                  Sala 1936-a berevoka efrandinêd şayîrêd ermenyaye sovêtîê bi tercma zimanê kurdî hate neşirkirinê. Hecîê Cndî ew berevok dabû hazirkirinê. Xwendevanê kurd cara ewlin bi zimanê dê nasya xwe dane efrandinêd Hakob Hakobyan, Alêksandr Şîrvanzadê, Aksêl Bakûns, Naîrî Zaryan, Dêrênîk Dêmîrç’yan, Movsês Arazî û yêd mayîn.

                  Salêd 30-da lîtêratûra tercmekirinê jî gumreh pêşda diçû. Hela sala 1932-a bi tercmekirina Hecîê Cndî û Emînê Evdal serhatya Hovhannês Tûmanyane eyane “Gîk’or” bi kitêbeke başqe bi tîraja 3 hezar heba bi kurdî hate neşirkirinê. Usa jî ew efrandinêd şayîr û nivîskarêd ermenî hatine tercmekirinê û neşirkirinê, ku derheqa emrê kurdada bûn, yanê jî veçêkirina nimûnêd zargotina me bûn, çawa mesele, efrandina Lazoye “Serhatya Casim”, pîêsêd Şalcyane “Rya teze”, serhatya Hraçya Koçare “Xecê”, Sîrase “Memê û Eyşê”, poêma Sarmêne “Let’îfe”, poêma Hovhannês Şîraze “Sîamant’o û Xecêzerê”. Sala 1934-a poêma Tûmanyane eyan “Anûş” bi tercma Rûbên Drambyan ronkayî dît. Salêd 30-da Casimê Celîl jî gelek efrandinêd Tûmanyane nemirî tercmeyî kurdî kirin û bi kitêbêd başqe-başqe dane neşirkirinê (“Se û pişîk”, “Kalkê Gabo çawa kurmê hevirmiş xweyî dike”, “Berevkirina kilama”, “Xweyî û xulam”, “Ax’irya ne’s”, “Nazarê mêrxas”).

                  Sala 1937-a bi zimanê kurdî şiêr û ç’îrokê Pûşkîn bi tercma Rûbên Drambyan, “Hikyat derheqa me’sîgirtok û me’sya zêr’înda” bi tercma Casimê Celîl û serhatya Lêv Tolstoye “Dîlê Kavkazê” bi tercma Qaçaxê Mirad bi kitêbêd başqe-başqe hatine neşirkirinê. Xênji wê, nava kitêbêd dersaye başqe-başqeda û rûpêlêd gazêta “Rya teze”-da gelek efrandin û p’erç’e ji efrandinêd klasîkêd lîtêratûra ûrisî, Êvropa Roavaê, ermenya û cimetêd mayîn bi zimanê kurdî hatye tercmekirinê.

                  Qewmandineke mezin bû, gava sala 1936-a berevoka “Folklora kurmancî”-ye mezin ronkayî dît. Qnyatêd wê Hecîê Cndî û Emînê Evdal berev kiribûn. Kemala wê berevokê bona kûltûra meye bi nivîsar p’ir’e.

                  Hema wê salê jî berevoka kilamêd kurdî bi hazirkirina kompozîtor Karo Zak’aryan ronkayî dît. Wêda 127 kilam hebûn.

                  Nava salêd 30-da Yêrêvanêda bi zimanê kurdî 148 nav kitêb hatine çapkirinê, nava wanda şuxulê bedewetîê gelek bûn. Êtapa pêşdaçûyîna lîtêratûra kurdaye sovêtîêye pêşin, ku ji salêd 30-î destpêbû, gihîşte hetanî salêd 40-î, bû hîmekî baş bona paşwextîêda pêşdabirina lîtêratûra me.

          

* * *

 

         Me mqala xweye derbazbûyîda derheqa pêşdaçûyîna lîtêratîra kurdaye sovêtîêye salêd 30-da xeberda û ew gîhande salêd 40-î. Hate kivşkirinê, wekî ew êtapa pêşin bû, yanê bi gilîkî mayîn, êtapa hîmdanîna lîtêratîra meye teze bû. Ew hîmekî qewîn bû û guman dida, wekî paşwextîêda lîtêratîra wê dha pêşda here û gulvede, îlahî gava welatê meyî sovêtîêyî azada bona wê yekê hemû mecal û qewlêd obyêktîv hebûn.

                  Êtapa pêşdaçûyîna lîtêratîra kurdaye sovêtîêye duda ji salêd 40-da destpê dibe û digihîje hetanî rojêd me. Lê bona wê yekê, wekî mqale gelekî mezin derneê, me ew ser du p’ara p’arevekirye: yek hetanî sala 1960-î, ya mayîn ji vê salê girtî hetanî sala 1970-î. Vê mqalêda derheqa p’ara pêşinda bê gotinê, lê mqala mayînda – derheqa p’ara vê êtapêye duda.

                  Nava we’dê destpêbûna êtapa dudada çawa emrê temamya cimeta sovêtîêda, usa jî emrê kurdêd rêspûblîka meda qewmandinêd mezin bûn. Qewmandina heresereke ew Şerê Wetenîêyî mezin bû. Wî şerî emrê cimetêyî edilî da teribandinê. Qewmandina mayîn altindarya mezin bû, ku cimeta sovêtîê gihîştê û paşî wê destbi daseknandina emrê welêtî malhebûnîê kir, teqleke teze da pêşdaçûyîna kûltûraê.

                  Xênji van qewmandinêd terîqêye mezin nava emrê kurdêd sovêtîêda qewmandinek jî bû. Ew qewimandin ew bû, wekî sala 1937-a elîfba kurdîye bi herfê latînî hate hildanê û hate qrarkirinê, wekî dewsa wê elîfba bi herfê ûrisî bidne xebtandinê. Lê şer nehîşt, wekî ew zû bikeve nava emr. Her tenê sala 1944-a ew bi resmî hate qebûlkirinê û hate xebtandinê. Berevoka efrandinêd bedewetîêye bi elîfba herfê ûrisî îdî sala 1947-a ronkayî dît. Salekê berê wê çend kitêbêd dersa jî bi wê elîfba teze hatibûne neşirkirinê. Lê sala 1955-a gazêta “Rya teze” dîsa hate neşirkirinê. Destbi xeberdanêd radîoêye p’ara kurdî bûn. Sêksîa nivîskarêd kurdaye li rex serwêrtya T’faqa nivîskarêd Ermenîstanê xebata xwe da gumrehkirinê. Û van hemûya baş hukumî ser pêşdaçûyîna lîtêratîra kurda kirin.

                  Spêsîfîkeke destpêbûna êtapa duda ew bû, wekî nava lîtêratîra meda silsileteke teze pêşda hat, ku tê hesabkirinê çawa silsileta orte. Eyane, wekî çawa nava her lîtêratûrakêda, usa jî ya meye tezeda pêşdahatina silsileta teze dibe dereceke pêşdaçûyîn û dewlemendbûna wê. Ewana sifte berevokêda pêşda hatin, lê paşwextîêda bi kitêbêd xwexwetîêye başqe-başqeva.

                  Vê p’ara êtapa dudaye ewlinda şayîr û nivîskarêd kurd îdî bibûn xweyê cêribandina lîtêratîrîêye dewlemend, pêşda çûbûn û bi krîtîkî rya xweye derbazbûyî dinihêrîn (şe’dê wê yekê rêsênzîaêd wanin derheqa kitêbêd teze neşirbûyîda), dicêdînin kêmasîêd heyî bidne hildanê û efrandinêd dha t’am bidin. Xût pey Şerê Wetenîêyî mezinra lîtêratîra kurdaye sovêtîê bi şuxulêd tezeye mezinva dewlemend bû, têma kîjana hîmlî ji emrê şêr bû. Ew berê ewlin poêma Emînê Evdale “Bek’o”-ye, ku hela sala 1948-a neşir bû. Poêmêda emrê Bek’oyî berê dewrana sovêtîêyî belengazîê tê nîşandayînê. Bi serî dîwana sovêtîê Bek’o dixûne, dibe komsomol, çêkirçîkî emrî aktîve û gava destbi şêr dibe, ew bi rezadilî diçe û ewledêd cimetêd welatê meye mayînra tevayî miqabilî dijmin dike şer û bi altindarî vedgere.

                  Poêma Wezîrê Nadirîye “Nado û Gulîzer” jî derheqa şêrdane. Ewî ew poêm salêd şêrda nivîsye, lê neşir bûye sala 1961-ê (paşî mirina şayîr bi kitêba “H’izkirin û weten”). Çawa vê poêma xweye mezinda, usa jî şiêrêd xweye wan sala nivîsîda şayîrê wetenh’iz, ku bi xwe çûbû eskerîê, nîgara merivê sovêtîê, ruhê wanî wetenh’izîêyî mezin dipesine. Wezîrê Nadirî cara ewlin nîgara kulfeta kurd nitirand, ku bi mêrxasî t’evî Şerê Wetenîê dibe.

                  Qaçaxê Mirad, ku bi xwe çûbû şêr, çend cara birîndar bibû, bi ordên û mêdalava hatibû rewakirinê, poêma “Teyar” nivîsî, sala 1948-a gazêta eskerîêda bi zimanê ûrisî û berevoka “Efrandinêd nivîskarê kurmancê sovêtîê ya çara” (sala 1948-a) da neşirkirinê. Fikra vê poêmê ewe, ku merîê bona azayî û serbestya weten emrê xwe dane, nemirîne. Teyarê kurd şêrda bona xilazkirina qîza qazax tê kuştinê, lê dilê wê qîzê û pîredêda nemirî dimîne. Întêrnasîonalîzm xemleke vê poêmêye, poêm, ku bi çap û fikirmîşbûna xweva gelekî nêzîkî ruhê efrandinêd zargotina meye.

                  Hecîê Cndî jî bi serhatya “Destebrak”-va pêşda hat, li k’u emrê Mêrxasê T’faqa Sovêtîêyî kurd – Şîrin nîşan dide. Ev serhatya han berevoka wî avtorîye “Siba teze”-da (sala 1947-a) neşir bû. Wê berevokêda usa jî serhatîêd wîye “Siba teze”, “Pêncsalî”, “Zozan” û yêd mayîn hebûn. Cîye bê gotinê, ku paşî navbir’îna mezin dîsa nivîsara meye vekirî hate neşirkirinê, ku kemala wê mezin bû.

                  Ji şayîr û nivîskarêd kurd Ûsivê Bek’o, Elîê Evdilrehman û yêd mayîn jî tevî şêr bûn, wetenê me ji dijmin xweyî kirin û paşwextîêda derheqa wê têmaêda gelek efrandinêd bedewetîê nivîsîn.

                  Cîye bê gotinê, wekî hetanî têatra kurdaye dewletê neh’ya Aparanêda hebû, dramatûrgîa jî bi açixî pêşda diçû hîmlî bi hesabê pîêsêd tercmekirî. Wan sala çawa pîêsêd ji emrê kurda, usa jî gelek pîêsêd din hatine tercmekirinê û nîşandayînê.

                  Sala 1948-a berevoka “Efrandinê nivîskarê kurmance sovêtîê ya çara” hate neşirkirinê. Eva berevoka çawa alîê çapa xweda, usa jî alîê têma û p’ir’cûrebûna efrandina û hostatya efrandarada ji berevokêd pêşîê dihate cudakirinê, şe’detî dida, wekî şayîr û nivîskarêd me bere-bere ji kêmasîê berê dûr dikevin. Efrandarêd meye silsileta pêşinra tevayî (Hecîê Cndî, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl, Qaçaxê Mirad, Cerdoê Gênco, E’tarê Şero) şayîrêd teze jî pêşda hatin – Ûsivê Bek’o, Mîkaêlê Reşîd. Qaçaxê Mirad hela salêd 30-da efrandîye, efrandinêd wîye xwexwetîê û tercmêd wî (hîmlî ji klasîkêd lîtêratûra ûrisa – gelek şiêrê Pûşkîn û “Ç’îrok derheqa me’sîgir û me’sîê zêr’înda”) gazêta “Rya teze”-da wan salada, berevoka û kitêbêd dersdara neşir bûne. Lema jî navê Qaçaxê Mirad dikeve nava silsileta efrandarê meye pêşin.

                  Vê berevokêda jî p’aê p’ir’ê şiêr û poêmin (xenji serhatîêd H. Cndîye “Destebrak” û Cerdoê Gêncoye “Berbi gundê kolxozîê”), têma kîjana emrê meyî teze, altindarya mezin, tebyet û yêd mayîn bûn. Vê berevokêda usa jî tercme hebûn (ji Tûmanyan, Îsahakyan, Sarmên).

                  Sala 1954-a berevoka “Nivîskarêd kurmancê sovêtîê” neşir bû. Wêda efrandinêd şeş şayîrêd me (H. Cndî, E. Evdal, C. Celîl, W. Nadirî, Û. Bek’o, M. Reşîd) hebûn. Efrandarêd me efrandinêd xwexwetîêda p’ayê ulmê Lênînê nemirî, Oktyabra Sor, daxuliqandina cimeta me, kirina Ordya Sor didan. Du serhatîêd H. Cndî jî hebûn – “Ç’ivîka ser hêlînê” û “Fêrîk”. Ya axirîê paşê kete nava romana wî “Hewarî”, li k’u nîgara rêvolyûsîonêrê kurd – Fêrîk Polatbêkov jî hatye nîşandayînê. Vê berevokêda çend efrandinêd H. Cndî û E. Evdale bona zar’a jî hebûn. Xênji wê, vêderê usa jî tercmêd çend efrandinêd Pûşkîn, Şêvçênko, Tûmanyan, Gorkî, Îsahakyan, Papazyan hebûn. Tezetî ew bû, ku cêribandin hate kirinê, wekî çend efrandinêd zargotina me bi lîtêratûrî bêne veçêkirinê û neşirkirinê (“Dimdim” bi veçêkirina H. Cndî, “Zelîxe û Fatûla”, “Memê û Zînê” bi veçêkirina E. Evdal, “Sîabend û Xecêzerê”, “Leylê û Mecnûn”, “Memê û Eyşê”, “Kilama Hozbêk” bi veçêkirina C. Celîl). Vê berevokêda tiştê baş usa jî ew bû, wekî emrê kurdêd welatê dereke nava efrandina bedewetîêda hate nîşandayînê (poêma Ûsivê Bek’oye “Seh’îd”).

                  Çawa kêmasya vê berevokê û yêd pêşya wê ew bû, wekî efrandarêd me hela sxêmatîzm û natûralîzm bi temamî alt nekiribûn, nava gelek efrandinada cûre û fikirmîşbûna miletîê hatibû ter’ibandinê (eger em nebêjin qet tunebû). Dewsa nîşandayînê efrandinada tenê p’aydayîna bê makkirina bedewetîê hebû. Lê, çawa dibêjin, ew kêmasîêd gihîştinê bûn û paşwextîêda ew bere-bere hatine hildanê.

                  Berevoka nava terîqa lîtêratûra meye tezeda rastîê rola salnivîsa lîstine. A berevokeke usa sala 1957-a neşir bû. (Berevokêd êtapa duda temam C. Celîl hazir kirine). Eva berevoka ne ku tenê alîê çapa xweda (16 belgê neşirê), lê usa jî bi wê yekêva berbiç’ev bû, wekî paşî navbir’îke mezin dîsa e’rafê lîtêratûraêda navê Ereb Şamîlov, Nado Maxmûdov, Xalitê Celalzadê (Celalî) hate kivşê. Wêda gelek şayîr û nivîskarêd teze jî pêşda hatin (Baxçoê Îsko, Elîê Evdilrehman, Têmûrê Sadiq, Taharê Bro, Ordîxanê Celîl, Cerdoê Esed, Karlênê Çaçanî, Fêrîkê Ûsiv, Sehîdê Îbo, Simoê Şemo). Raste, vê berevokêda efrandinêd Şikoê Hesen tunebûn, lê hela çend sala berî vê gelek efrandinêd wî gazêtada hatibûne neşirkirinê. Silsileta cahil bîn û boxseke teze xwera anî. Ewê silsiletê xwe bi temamî pêşkêşî pêşdabirina lîtêratûra me kir û paşwextîêda her yek ji wana bû xudanê kitêbêd xwexwetîê. Tiştê mayînî baş ew bû, wekî vê berevokêda poêzîaêra tevayî usa jî proza hebû, lazimaya kîjanê ewqasî mezin bû.

                  Paşî vê berevokê proza me êpêceyî pêşda çû û bû spêsîfîkeke êtapa duda. Xweber femdarîye, wekî nivîsara vekirî, ku mecala wê heye emr dha bi firetî û k’ûrayî nîşan bide, çiqasî kemala wê mezine bona lîtêratûreke usaye cahil, çawa ya kurdêd sovêtîêye. Û aha çend efrandinêd nivîskarêd me vê êtapêda neşir bûn. Sala 1958-a careke mayîn romanoka Ereb Şamîlove “Şivanê kurmanc” hate neşirkirinê. Nivîskar serî û p’arêd teze serda zêde kiribûn, nivîsara xwe hê dabû h’elkirinê.

                  Salekê pey wêra p’ara romana Ereb Şamîlove “Jîyîna bextewar”-e pêşin ronkayî dît. Kemala wê romanê mezine, gava wê yekê hesab hildin, ku ew romana pêşin bû, wekî cem me bi zimanê kurdî hate neşirkirinê. Binyatê romanê emrê p’areke cimeta meye, ku çawa kutasya qurna derbazbûyîda ji ber şûrê Roma Reş dir’eve û tê Ûrisêtê û vêderê jî paşî altindarya Oktyabra mezin digihîje çi derecêd pêşdaçûyînê.

                  Hema wê salê kitêba Elîê Evdilrehmane “Xatê xanim” hate neşirkirinê. Wêda çend efrandin (“Jina kurd”, “Morof”, “Bextê wî zilamî”, “Bextewarya emr”) hebûn, têma kîjanaye hîmlî emrê kurdê Romê bû, şerkarya wan bû miqabilî zulmk’arîê û nepakîê bona azayî û serbestya kurda.

                  Çawa hate gotinê, şayîrê me jî bi berevokêd xwexwetîêva pêşda hatin: E’. Şero “Şiêr” (sala 1957-a), Q. Mirad “Şewq” (sala 1959-a), C. Esed “Şiêr û poêm” (sala 1959-a), C. Celîl “Rojêd min” (sala 1960-î), M. Reşîd “Dilê min” (sala 1960-î), K. Çaçanî “Gul” (sala 1960-î) û yêd mayîn. Aramê Çaçan ew efrandinêd Feqîê Teyran û zargotina me bi kitêbekê – “Gulbahar” sala 1957-a dane neşirkirinê, ku ewî nava cimetêda berev kiribûn. Êtapa dudada çend efrandinêd zargotina me jî alîê şayîrada hatine veçêkirinê û bi kitêbêd başqe hatine neşirkirinê (E. Evdal “Mem û Zîn” sala 1958-a, S. Sîabendov “Sîabend û Xecê” sala 1959-a û yêd mayîn).

                  Cara ewlin berevoka efrandarê kurdê der cem me hate neşirkirinê. Ew kitêba Kurê Kurde “Hişyarbûn” bû, ku E. Evdilrehman ji azêrî tercmeyî kurdî kiribû. Wêda çawa efrandinêd şiêrkî, usa jî yêd vekirî hebûn, kîjan hîmlî derheqa emrê kurdêd Îranêda bûn, şerkarî û ce’dandina wanda bûn.

                  Guhdarî hate danînê ser neşirkirina lîtêratûra bona zar’a. Sala 1959-a Karlênê Çaçanî bi berevoka xweye bona zar’aye pêşinva (“Ahmedê egît”) pêşda hat.

                  Lazime bê kivşkirinê, wekî vê êtapêda îdî hîmê lîtêratûrzanya me hate danînê. Ew hîmlî mqalêd lîtêratûrzanîê û rêsênzîa bûn, ku gazêta “Rya teze”-da derheqa pirs û derecêd lîtêratûra meye sovêtîê, kitêbêd tezeda dihatne neşirkirinê.

                  Van salada lîtêratûra tercmekirî jî bi çend kitêbava dewlemend bû. Hela sala 1949-a bona 150-salya bûyîna A. S. Pûşkîn çend efrandinêd wî bi berevoka (“Şiêr, h’ik’yat’ û proza”) bi tercma C. Celîl hate neşirkirinê. Lê bona 80-salya bûyîna şayîrê ermenyayî mezin A. Îsahakyan bi navê “E’moê kurmanc” (sala 1955-a) çend efrandinêd wî (tercmekiribûn H. Cndî) ronkayî dît. Wêda bûn usa jî serhatya “E’moê kurmanc”, lêgêndêd “Leylê û Mecnûn”, “Nadoê bengî”, “Gundî û ç’ivîk”, ku ji emrê kurdadanin. Lê sala 1957-a bona 60-salya bûyîna şayîrê ermenyayî eyan Êx’îşê Çarêns poêma wîye “Lênîn û Elî” bi tercma Mîkaêlê Reşîd û Sehîdê Îbo neşir bû.

                  Nîşaneke pêşdaçûyîn û gihîştina lîtêratûra meye teze jî ewe, wekî gelek nimûnêd wê bi zimanê ûrisî û ermenî hatine tercmekirinê û neşirkirinê. Sala 1956-a Yêrêvanêda bi navê “Şayîrê kurdê sovêtîê” bi zimanê ûrisî berevokek neşir bû. Wêda efrandinêd Emînê Evdal, Ûsivê Bek’o, Casimê Celîl, Hecîê Cndî, Wezîrê Nadirî, Mîkaêlê Reşîd hebûn. Sala 1958-a Tbîlîsîêda berevoka efrandinêd şayîr û nivîskarêd kurdêd Gurcistanê (“Rya teze”) bi zimanê ûrisî neşir bû. Xênji efrandarêd Gurcistanêye wî çaxîye kurd, usa jî p’areke romanoka Ereb Şamîlove “Şivanê kurmanc” hebû. Wê berevokêda efrandinêd Celîlê Haco, Taharê Biro, E’doê Cango, Cerdoê Esed, Morofê Memed, Qaçaxê Mirad, Ezîzê Slo, Baxçoê Sloye tercmekirî hebûn. Sala 1960-î Moskvaêda bi zimanê ûrisî berevoka Mîkaêlê Reşîd (“Bi r’êêd weten”) bi zimanê ûrisî hate çapkirinê. Ew berevok pêşîê bi zimanê ermenî (sala 1953-a) jî neşir bû.

                  Sala 1953-a Yêrêvanêda bi zimanê ermenî berevoka “Şayîrê kurdê sovêtîê” neşir bû. Wêda efrandinêd Hecîê Cndî, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl, Cerdoê Gênco, Mîkaêlê Reşîd û Taharê Biro hebûn. Du berevokêd efrandinêd Casimê Celîl jî bi zimanê ermenî (“Elegez”, sala 1954-a û “Zimanê dê”, sala 1957-a), poêma Emînê Evdale “Gulîzer” (sala 1956-a) û poêma Ûsivê Bek’oye “Blûr” (sala 1958-a) bi zimanê ermenî, bi kitêbê başqe hatine tercmekirinê. Xênji wan, efrandinêd şayîr û nivîskarêd me vê êtapêda jî gazêt û kovarêd ûrisa û ermenyada hatine çapkirinê.

                  Vê êtapêda berevkirin û neşirkirina efrandinêd zargotina me jî gumreh pêşda çû. H. Cndî berevokêd “Folklora kurmancî” (bi zimanê ermenî û kurdî), ç’îrokêd cimeta kurda (bi zimanê ermenî û kurdî), “Beyt-serhatîêd kurdîye êpîkîê” (bi zimanê ermenî), E. Evdal “Ç’îrokêd cimeta kurda” (bi zimanê ermenî), Nûra Cewarî “Kilamêd cimeta kurdaye govendê” bi nota (bi zimanê kurdî) dane neşirkirinê. Usa jî ronkayî dîtin îzgerîêd H. Cndî derheqa êposa “Ker’ û K’ulik”-da, “Mem û Zîn”-da, “Şaxêd êposa “K’or ox’lîye kurdî”-da (bi têkstêd wanva), derheqa lîtêratûra kurdaye Ermenîstanêda û yêd mayîn.

                  Êtapa duda rastîê jî bû êtapeke ferz li ser rya dha gulvedan û pêşdaçûyîna lîtêratûra kurdaye sovêtîê, ku hesab dibe çawa p’areke temamya lîtêratûra kurdaye tomerî, lîtêratûra, ya ku bi xwenehêvşandî qulixî cimetê dike û komekê dide pêşdaçûyîna wêye tomerî.

          

* * *

 

         Mqala berî vêda derheqa pêşdaçûyîna lîtêratûra kurdaye sovêtîêda hetanî sala 1961-da hate gotinê. Çawa wêda hate kivşkirinê, ew p’ara êtapa dudaye ewlin bû. P’ara wê êtapêye duda ji sala 1961-ê destpê dibe û digihîje rojêd me, yanê sala 1970-î.

                  Vê dehsalîêda poêzîaêra tevayî usa jî nivîsara vekirî, dramatûrgîa pêşda çûn. Roman, pîês, berevokêd serhatîêd teze hatine neşirkirinê.

                  Lîrîka nevsê jî pêşda çû û dewlemend bû. Gelek şayîr û nivîskarêd me bi çend kitêbava pêşda hatin, îlahî cahil bi nivîsarêd xweye me’rîfetva. Bi serî cahila lîtêratûra meye teze gaveke pêşdaçûyînêye teze kir.

                  Rastîê jî, eva dehsalya ax’irîê dehsalîke gelekî r’êj bû. Bi çapeke mezinva kitêbêd kurdaye bedewetîê hatine neşirkirinê.

                  Sala 1961-ê bi 9 nava kitêbêd şayîr û nivîskarêd kurdêd sovêtîê neşir bûn. Berevoka “Efrandinêd nivîskarêd kurdêd Ermenîstanêye Sovêtîê”, çawa tê kivşê, îdî bû kitêba bi wê sêrîaêye ax’irîê. Wê berevokêda efrandinêd ­­­23 şayîr û nivîskarêd meye ahil û cahil neşir bûn. Kemala vê berevokê hîmlî wê yekêda bû, wekî ewê destanînêd lîtêratûra kurdaye salêd ax’irîê dabû tomerîkirinê, bi kitêbekê rêberî xwendevana kiribû. Ew berevok, wekî 10,5 belgê neşirê bû, Qaçaxê Mirad û Casimê Celîl hazir kiribûn û rêdaktorî lê kiribûn.

         Wê salê usa jî kitêba Wezîrê Nadirîê rehmetîye “Weten û h’izkirin” hate neşirkirinê. Kitêbêda poêma şayîre eyan “Nado û Gulîzer” bû (mqala berî vêda derheqa wê poêmêda hate gotinê).

         Ûsivê Bek’o jî bi kitêba xweye bi zimanê kurdîye pêşinva pêşda hat. Ew berevoka şiêra bû, ku bi navê “Keskesor” neşir bû.

         Berevokêda şiêrêd wîye bi têma bajarvanîê, poêma derheqa Feqîê Teyrada, poêma “Xeleqa agirda” (derheqa Şerê Wetenîêyî mezinda) û kerîk ji poêma “Heso û Zelxê” neşir bibûn. Şiêrêd lîrîkêye vekirî, ku vê berevokêda neşir bibûn, cêribandinêd ewlin bûn nava lîtêratûra kurdaye sovêtîêda.

         Navê Mîroê Esed nava lîtêratûra kurdaye sovêtîêda navekî teze nîne. Hela salêd 40-da, gava têatra kurdaye dewletê hebû, Mîroê Esed 13 pîês tercmeyî zimanê kurdî kir û ew hemû pîês hatine nîşandayînê. Kitêba wîye “Sîsê”-da du serhatî neşir bibûn. Yek serhatya “Sîsê”-ye, ku derheqa emrê gundê kurdayî kolxozîê, cahilêd gund, evîntîê, xwendinê, ce’dandina wandane, ya mayîn “Taê-t’enê”-ye, li k’u erf-edetê kevne zyandar têne krîtîkkirinê, wekî çawa wana qurna xwe derbaz kirine û ne anegorî rojêd mene.

         Kitêba Karlênê Çaçanîye bona zar’aye duda (“Şêr û kew”) bi şiklava neşir bû. Wêda bûn ew şiêrêd xwexwetîê û efrandinêd cimetêye veçêkirî, ku bona zar’a hatibûne nivîsarê.

         Wê salê sê kitêbêd meye cahila pêşin ronkayî dîtin. Ew kitêbêd Fêrîkê Ûsive “Ç’evkanî”, Şkoê Hesene “Qalç’îç’ek” û Simoê Şemoye “Nûr” bûn. Wan kitêba nîşan dan, wekî silsileteke tezeye me’rîfet tê nava lîtêratûra me.

         Bereboka serhatîêd Sîma Semende pêşin (“Xezal”) jî neşir bû, kîjan hîmlî derheqa emr, h’izkirin û xwendina cahilada , îlahî qîza kurde dewrana sovêtîêye azada bûn.

         Sala 1962-a kitêbêd Qaçaxê Mirade “Gulp’erî”, Nûrî Hîzanîye “H’ub û xebat”, Aramê Çaçane “Xelîl û Gozel”, Karlênê Çaçanîye “Dil û weten” neşir bûn. Xênji wê, bi kitêbekê efrandinêd sê efrandarêd Curcistanêye kurd (Baxçoê Îsko, Taharê Bro û Ezîzê Îsko) cem me hatine neşirkirinê. Wê berevokêda hîmlî şiêr bûn, ku derheqa emrê teze û evîntîêda bûn.

         Berevoka Qaçaxê Mirade tezeda xênji çend şiêrêd bi têma bajarvanîê û yêd lîrîkîê, usa jî ç’îroka cimetêye “Qadirê nêç’îrvan” hebû, ku şayîr bi şiêrkî veçêkiribû.

         Nûrî Hîzanî ew efrandinêd xwe vê berevokêda dabûne cîwarkirinê, ku ewî salêd paşwextîêda nivîsîbûn.

         Raste, poêma “Xelîl û Gozel” Aramê Çaçan ji zargotina cimetê hildabû û veçêkiribû, lê berevoka wîye pêşinda (“Gulbahar”) usa jî çend efrandinêd wîye xwexwetîê hebûn.

         Berevoka xweda K. Çaçanî efrandinêd bona zar’a û yêd derheqa emrê teze û evîntîêda neşir kiribû.

         Sala 1963-a lîtêratûra kurdaye sovêtîê bi çend kitêbêd tezeva dewlemend bû. Efrandinêd şayîrêd silsileta pêşin – Emînê Evdal û E’tarê Şeror’a tevayî berevokêd efrandinêd Ûsivê Bek’o (“H’esreta min”), Sehîdê Îbo (“Qurna min”), Ordîxanê Celîl (“T’êlî H’emze”), Şerefê Eşir (“Gezgezk”) neşir bûn. Berevoka Emînê Evdale “Şiêran û poêman”-da çend şiêrêd bi têma bajarvanîê û poêmêd “Îsko û Sîmê”, “Bedr”, “Bek’ir”, “Zembîlfroş” hebûn, ku derheqa zulmkarya dewra derbazbûyî, evîntîêda bûn. Lê ya ax’irîê veçêkirina poêma zargotina meye bi wî navî bû.

         E’tarê Şero berevoka xwe (“Du dinya”) p’arevekiribû ser du p’ara. P’ara pêşinda efrandinêd wîye van ax’iryada nivîsî bûn, lê p’ara dudada ew efrandinêd Feqîê Teyra bûn, ku ewî nava cimetê berev kiribûn.

         Têma şiêrêd vê berevoka Ûsivê Bek’oye teze (wêda usa jî şiêrêd vekirî hebûn) xebata merivêd sovêtîêye efrandare, wetenh’izî, bra-pismamtya cimeta, edlayî, evîntîye. Wêda usa jî nimûnêd veçêkirina zargotina kurda hebûn.

         Raste, Sehîdê Îbo hela kutasya salêd 40-da efrandîye, şiêr û serhatîêd wî gazêta, kovara û berevokada neşir bûne, lê kitêba efrandinêd wîye pêşin her tenê vê salê neşir bû. Şiêrêd bi têma bajarvanîê û lîrîkîêra tevayî berevokêda usa jî cîkî başqe digrin şiêrêd satîrîê.

         Lazimaya satîraê nava lîtêratûra meye tezeda gelek bû. Satîrîkê cahil Şerefê Eşir bi kitêba xweye “Gezgezk”-va pêşda hat û ew tiştêd nep’ak û bêkêr krîtîk dikirin, ku hela nava emrê meda hebûn.

         Berevoka Ordîxanê Celîlda cîê hîmlî veçêkirina poêma “T’êlî H’emze” digre (wêda usa jî çend şiêrêd wetenh’izîê û “H’ikyata Beksemet” hebûn). Poêmêda xudanivîs derheqa şerkarya cimeta kurdaye mqabilî zevtçyada dinivîse.

         Sala 1964-a berevoka serhatîêd Nado Maxmûdov ronkayî dît. Wanada xudanivîs derheqa emrê teze, heleqetîêd merya, dîdemêd tebyetêda dinivîse. Kitêbêda usa jî oçêrkêd r’êwîtîê hene derheqa bajar û qezaêd Tifaqa Sovêtîêye başqe-başqeda. Janra oçêrkêd r’êwîtîê cara ewlin vê kitêbêda cem me hatine xebtandinê.

         Kitêba Fêrîkê Ûsive “Gula Elegezê”-da (ku ya dudane) şiêrêd lîrîkîê, fîlosofîê, efrandinêd satîrîê û poêma “Xewna Mîrmih’ê” (ku veçêkirina ya cimetêye) hatine cîwarkirinê.

         Egîtê Şemsî bona lîtêratûra kurdaye sovêtîê navekî teze bû. Kitêba wîye ewlin (“Şemdan”) ji alîê xwendevanada rind hate qebûlkirinê. Wêda şiêrêd wetenh’izîê, derheqa şerkarya kurdaye miletîê-dêmokratîê, lîrîkîê bûn. Şayîr nûbara xweye şayîrtîê pêşkêşî wan mêrxasa kiribû, yêd ku boy azaya Kurdistanê serê xwe danîne.

                  R’zalîê Reşîd kitêba xweye pêşinda (“Berbi te’vê”) bi h’izkirin derheqa weten, destanînêd me, emrê tezeda distrê, edetê kevne zyandar û xeysetê meryaye xirab krîtîk dike û bi dilekî şewat derheqa şerkarya cimeta kurdada dinivîse.

         Îdêa pîêsa Îsmayîlê Dûk’oye “Zewaca bê dil” hîmlî tragêdîa qîza kurde bêextîyare mala patrîarxalîêda, gunekarkirina kirinêd t’irêqaye. Îsmaîlê Dûk’o ji cahilê me yê pêşin bû, ku bi wê janrê efrand.

         Sala 1965-da çend kitêb neşir bûn. Berevoka Emînê Evdale paşî mirinê – “P’erîşan”-da du poêmêd wîye mezin (“P’erîşan” û “Xelîl û Sînem”) hebûn, kîjan derheqa emrê kurdayî derbazbûyî û emrê wanî salêd dîwana sovêtîêye pêşinda bûn.

         Qaçaxê Mirad berevoka xwe wa nav kiribû – “Bahara teze”. Xênji şiêrêd wetenh’izîê wêda usa jî efrandinêd, ku pêşkêşî şerkarya kurdaye miletîê kirîbûn, hebûn. Wêda usa jî efrandinêd tercmekirî hebûn.

         Berevoka Elîê Evdilrehmane “Dê”-da çawa serhatî (derheqa dê, evîntîêda, Şerê Wetenîêyî mezinda), usa jî şiêr û tercmêd çend efrandinêd şayîrêd Adrbêcanê hebûn.

         Nivîskarê kurdî cahil Ahmedê H’epo jî berevoka xweye pêşin bi nav “Adar” da neşirkirinê. Wêda du serhatî hebûn, ku derheqa emrê teze û evîntya qîz û xortêd meda bû.

         Wê salê berevoka şiêrêd Şkoê Hesene duda (“Tembûrê kurda”) ronkayî dît. Wêda efrandinêd derheqa Lênînda, rojêd wetenê meye îroyînda, emrê cimeta meyî bextewarda (p’ara “H’edadxana bextê dinyaê”), evîntîêda (p’ara “Dilê bengî”), çarxet (p’ara “Çarîne”) hebûn. Îlahî, p’ara kutasîêda berbir’îbûna şayîre fîlosofîê, nava çapa kurtda dîharkirina fikra mezin dha fer’ih’ dihate kivşê.

         Hema wê salê Xelîl Mûradov du poêmêd zargotina cimeta kurda – “Memê û E’yşê” û “Zembîlfroş” bi berevokekê (“Du poêm”) dane neşirkirinê.

          

 * * *

 

         Sala 1966-da sê kitêbêd nivîsara vekirî hatine neşirkirinê. Ya pêşin ew romana Ereb Şamîlove terîqîê “Dimdim” bû, ku derheqa şerkarya kurdaye azadarîêdane miqabilî şahê Îranê. Ew şerkarî ser kela Dimdimê hatye kirinê, serekvanê wî şerî Xanê kurda bû.

                  Kitêba duda ew ya Ahmedê Mîrazî bû (“Bîranînêd min”), ku paşî mirina nivîskar neşir bû.

                  Xudanê bîranîna yeko-yeko şirovedike derheqa halê kurdêd Tûrkîaêda, deb, emrê wanda, zelûlya şerê hemdinyaêyî pêşinda, r’ev û bezêda. P’ara kutasîêda derheqa emrê kurdêd sovêtîêdane, emrê wanî şa û bextewarda.

                  Berevoka serhatîêd Sehîdê Îbo hatye navkirinê “Dur’yan”. Wêda 16 serhatî hene, kîjanada şikle emrê kurdaye sovêtîê tê nîşandayînê. Çend serhatyada jî edetê kevnî zyandar berk tê krîtîkkirinê û xudan nîşan dide, wekî ewana bere-bere ji ortê têne hildanê.

                  Wê salê usa jî şeş berevokêd şayîrêd me hatine neşirkirinê.

                  Poêma Semend Sîabendove “Rozgara baş” bi kitêbeke başqe hate çapkirinê. Wêda derheqa mêrxasya eskerê me Şerê Wetenîêyî mezinda tê şirovekirinê. Çawa eyane, xudan bi xwe tevî wî şerî bû û bi mêrxasya xweva berbiç’ev ket, bû Mêrxasê T’faqa Sovêtîê. Poêm bi wê yekêva jî berbiç’eve, wekî wêda dostî û pismamtya cimetêd me cîkî mezin digre, kîjan wextê wê cêribandina terîqîye giran dha meh’kem û qal bû.

                  Berevoka Ûsivê Bek’oye “Mêvanê roê”-da şiêrêd wîye teze nivîsîbûn, ku derheqa zelûlya emrê derbazbûyî, emrê meyî nhayî bextewar, evîntîê û tebyetêda bûn. Wê berevokêda şiêrêd vekirî jî hebûn.

                  Kitêba Mîkaêlê Reşîde “We’de”-da çend p’ar hebûn (we’de, trîolêt, Kurdistan, sonêtê kurdî). Navê wan p’ara bi xwe dibêjin, wekî ew derheqa çidabûn. Sala 1965-a kitêba wîye bona zar’a – “Pişîka min” neşir bû.

                  Cerdoê Esed navê berevoka xweye teze danîbû “Ser rya emr”. P’ara şiêrara tevayî wêda usa jî êpîgram û qelîbotk hebûn, bi destî kîjana ew kêmasîêd xeysetê merya, peymayînêd emrê derbazbûyî krîtîk dike.

                  Ezîzê Îsko û Eskerê Boyîk bi berevokêd xweye pêşinva pêşda hatin. Navê berevoka Ezîzê Îsko “Bahara min” bû, lê ya Eskerê Boyîk “Şiver’ê” bû.

                  Ezîzê Îsko efrandinêd xwe pêşkêşî partîaê, dostya cimeta, şerkarya kurdaye miletîê-dêmokratîê, evîntîê kirine. Poêma “H’eyfhildan”-da şerkarya cimetêye miqabilî newekehevtya sosîalê tê nîşandayînê.

                  Raste, Eskerê Boyîk p’êşê xweva agronome, lê şayîrekî meyî cahilî h’izkirîye. Têmaêd poêzîa E. Boyîke hîmlî wetenh’izî, edlayî, şerkarya cimeta kurdaye miletîê-dêmokratîê, evîntî û tebyetin.

                  Sala 1967-da jî êpêce efrandinêd bedewetîê hatine çapkirinê.

                  Qnyatê romana Hecîê Cndîye “Hewarî” sed salêd emrê qebîleke kurda – sîpkaye ax’irîêye. Ew ji sala 1828-a destpê dibe û digihîje hetanî sala 1920-î, gava Eskerê sor xwe kurdêd xebatçîra gîhand, hate hewara wan. Nava vê nivîsarêda şiklê emrê binelîêd gundêd kurda li Tûrkîaê, r’eva wan berbi Ûrisêtê, terîqa mala rêvolyûsîonêrê kurdî eyan Fêrîk Polatbêkov tê nîşandayînê.

                  5 serhatîêd Sîma Semende tezeda (“Du şayî”) derheqa şerkarya kulfeta kurd miqabilî edetê kevn, dostî û bratya cahilêd sovêtîê, emr, xem-xiyal, xwestin û ce’dandin, evîntî û paşwextya wane geşda tê gilîkirinê.

                  Smoê Şemo (berevoka “Xetêd h’ubê”) derheqa partîaê, azadarîê, edlayê, evîntîê, tebyetê, emrê meyî îroyînda distrê. Vê berevokêdanin usa jî kerîk ji poêma “Adê û Adî”, ku derheqa emrê merîê ç’yêdane.

                  “Lîrîka”. Fêrîkê Ûsiv berevoka xweye teze hema ha jî nav kirye. Wêda xênji şiêrêd lîrîkîê, fîlosofîê, usa jî şiêrêd derheqa şerkarya kurdêd derekeda hene.

                  Sê p’arêd berevoka Egîtê Şemsîye “Hîveron” hene (e’wrê adarê, steyrka nav dil, hevt gula gulek). P’ara ewlinda şiêrêd wetenh’izîê û yêd derheqa şerkarya kurdêd Îraqêdanin. P’ara dudada şiêrêd derheqa emr, fikir, mitalêd wîdanin. P’ara kutasîêda şiêrêd evîntîêne.

                  Navê berevoka Karlênê Çaçanîye teze “Berbanga wetenê min”-e. Wêda efrandinêd wetenh’izîê û evîntîêne. P’ara şîretada çend efrandinêd wîne, ku bi motîva cimetê hatine nivîsarê.

                  Sala 1968-a romana Elîê Evdilrehmane “Gundê mêrxasa” ronkayî dît. Wêda emrê sê êlê kurda – hêcimka, banoka û qirmiska tê nîşandayînê. Ew hersê êl ji ber zulma Romê dir’evne Îranê, vira jî ew t’u rojeke xweş nabînin û tên dertên welatê sovêtîê. Xudan nîşan dide, wekî welatê sovêtîêda kurdê tezehatî çawa cimetêd brar’a tevayî miqabilî dijminê snifê şer dikin û bi aktîvî t’evî çêkirina emrê teze dibin.

                  Berevoka Taharê Bro jî (“Şiêr”) wê salê neşir bû. Wêda hîmlî şiêrêd wîye wetenh’izîê, evîntîê hatine cîwarkirinê.

                  Sala 1969-a “Berevoka” Ereb Şamîlove mezin ronkayî dît. Wêda bûn romanoka “Berbang”, cilda romana “Jîyîna bextewar”-e pêşin û “H’opo”, ku cilda “Jîyîna bextewar”-e dudane. Herduê pêşin neşir bibûn, lê “H’opo” cara ewlin dihate çapkirinê. Vê p’arêda nivîskar derheqa emrê kurdêd sovêtîêye paşî Şerê Wetenîêyî mezin, wan guhastinêd berbiç’evda şirovedike, ku gundêd kurdada qewimî bûn.

                  Mîroê Esed berevoka xweye teze, ku sala 1969-a neşir bû, navkiribû “Ewledê weten”. Eva navê poêmekêye, ku derheqa Şerê Wetenîêyî mezindane. Poêma mayîn (“Serdar û Karê”) derheqa wê zyana mezindane, ku edetê paşdamayî û dîn digihîandine cimetê. Berevokêda usa jî çend şiêr hene.

                  Kitêba Ûsivê Bek’oye “Efrandinêd teze”-da şiêrêd şayîre salêd ax’irîêda nivîsî bûn, ku hîmlî derheqa wetenh’izya sovêtîê, şerkarya cimeta meye heq, evîntîê, tebyetê û emrda bûn.

                  Sala 1970-î berevoka şiêr û poêmêd Casimê Celîl bi navê “Kilama ç’ya” neşir bû. Çend efrandinêd lîrîkîêra tevayî wêdanin usa jî poêmêd “Emrê Celalaî”, “Memê û Zînê”, ku veçêkirina beyt-serhatîêd zargotina kurdaye bi wî navîne.

                  Çawa dehsalîêd pêşîêda, usa jî vê dehsalîêda lîtêratûra kurdaye sovêtîê bi serî tercma derkete meydaneke şuxulkirinêye fire. Vê dehsalîêda gelek efrandinêd nivîskarêd kurda bi kitêbêd başqe bi zimanê ûrisî hatine tercmekirinê û neşirkirinê. Romanoka Ereb Şamîlove “Şivanê kurmanc” du cara (salêd 1964-a, 1969-a) Moskvaêda ji alîê neşireta “Molodaya Gvardîa”-da bi zimanê ûrisî hate çapkirinê. Sala 1965-a romana Ereb Şamîlove “Jîyîna bextewar” bi navê “Rya berbi bextewerîê” Moskvaêda bi zimanê ûrisî hate çapkirinê. Lê sala 1969-a romana wîye “Dimdim” bi ûrisî hate tercmekirinê û Moskvaêda neşir bû.

                  Sala 1966-a Tbîlîsîêda bi zimanê ûrisî berevokeke ha ronkayî dît: “Sazê min distrê”, kîjanêda efrandinêd şayîrêd Gurcistanêye kurd hatibûn cîwarkirinê.

                  Sala 1968-a berevoka şiêr û poêmêd C. Celîle “Bi r’êêd we’de” Moskvaêda neşir bû.

                  Sala 1962-a neşireta lîtêratûra rohilatê bi kitêbekê bi zimanê ûrisî û kurdî “Beyt-serhatîêd kurdaye êpîkîê” neşir kir, têksta kîjanê Hecîê Cndî hazir kiribû.

                  Lê sala 1965-a Moskvaêda bi zimanê ûrisî û kurdî berevoka kilamêd kurda neşir bû, kîjan hazir kiribû û bi nota nivîsîbû Cemîla Celîl.

                  Berevoka ç’îrokêd cimeta kurda, ku Ereb Şamîlov hazir kiribû, sala 1967-a Moskvaêda bi zimanê ûrisî ronkayî dît.

                  Lê sala 1970-î Moskvaêda berevoka ç’îrokêd kurda neşir bû, ku M. Rûdênkoê têksta wan nivîsîbû, hazir kiribû û tercmeyî zimanê ûrisî kiribû.

                  Gazêt û kovarêd merkezîê û rêspûblîkada jî gelek efrandinêd şayîr û nivîskarêd kurda bi tercma zimanê ûrisî hatine çapkirinê.

                  Bi zimanê ermenî jî gelek kitêbêd me hatine tercmekirinê û neşirkirinê. Herdu cildêd romana Ereb Şamîlove “Rya bextewar” salêd 1961-ê û 1964-a bi ermenî hatine çapkirinê. Sala 1961-ê berevoka şiêr û poêmêd Emînê Evdale “Bahara pêşin” bi zimanê ermenî ronkayî dît. Du poêmêd Semend Sîabendov jî bi kitêbêd başqe ermenî tercme bûn û neşir bûn (“Sîabend û Xecê” sala 1962-a, “Yazya bextewar” sala 1969-a). Navê poêma ax’irîê bi zimanê kurdî “Rozgara başe”). Berevokêd serhatîêd Nado Maxmûdov (“Dûajoê biç’ûk” sala 1965-a û “Dilê kewê” sala 1968-a) bi zimanê ermenî neşir bûn. Lê sala 1966-a berevoka C. Celîle “Ocaxa min” ronkayî dît.

                  Bi zimanê gurckî û azêrî jî çend kitêbêd şayîr û nivîskarêd me neşir bûne.

                  Alîê xweda lîtêratûra kurdaye bedewetîê jî bi hesabê şuxulêd tercmekirî dewlemend bû. Sala 1963-a Hecîê Cndî bi berevokeke (“Destegul”) ew efrandin û p’erç’ê ji efrandinêd şayîr û nivîskarêd ermenya bi tercma zimanê kurdî da neşirkirinê, ku derheqa emrê kurdada bûn yan jî veçêkirina zargotina me bûn. Sala 1963-a Hecîê Cndî û Fêrîkê Ûsiv bi berevokeke şiêrêd şayîrê ermenyayî klasîk Sayat-Nova bi tercma zimanê kurdî dane neşirkirinê. Hema wê salê Êmma Bak’oêva serhatîêd nivîskarêd ûrisa bi berevoka “Bona zar’a” bi tercma kurdî da neşirkirinê. Lê sala 1970-î dîsa ewê serhatîêd V. Bonç-Brûyêvîç bi navê “Lênîn û zar’o” bi kurdî dane neşirkirinê. Îsal berevoka Hovhannês Tûmanyan (“Efrandinêd bijare”) bi tercma zimanê kurdî ronkayî dît. Ew berevok hazirkirine Êmma Ûsiv, Egîtê Xudo û xudanê van xeta. Weke 13 efrandarêd kurd t’evî tercmekirina efrandinêd vê berevokê bûne.

                  Di dereca neşirkirina nimûnêd zargotina meda jî vê dehsalîêda êpêce xebat hate kirinê. Hecîê Cndî bi sê cilda ç’îrokêd cimeta kurda dane neşirkirinê (salêd 1961, 1962 û 1969). Ordîxanê Celîl berevokêd “Dilokêd cimeta kurda” (sala 1964-a) û “Mesele û metelokê cimeta kurda” (sala 1969-a) dane neşirkirinê. Du berevokêd kilamêd cimeta kurda jî neşir bûn. Yek Xelîl Mûradov (sala 1963-a), yek Nûra Cewarî (sala 1964-a) hazir kiribûn.

         Bi wî teherî gotina me derheqa pêşdaçûyîna lîtêratûra kurdaye sovêtîêda serhevda hat. Çawa xwendevanêd meye ezîz îdî tex’mîn kirin, nêta vê mqalê ya analîtîk nîbû. Ew bi wî meremî hate nivîsarê, wekî xwendevan dha t’am pê zanibin, ku nava salêd dîwana sovêtîêda çi kitêbêd kurdîye bedewetîê neşir bûne û hîmlî derheqa çidanin. Dêmek, mqale hîmlî bi cûrê xronologîê-anotasîon hate nivîsarê.

          

          

“Rya teze”, 8-ê avgûstê, 12-ê sêntyabrê,

31-ê oktyabrê, 4-ê noyabrê s. 1970

NÎGARA KULFETA KURD… (1967)

 

 

NÎGARA  KULFETA  KURD  NAVA 

LÎTÊRATÛRA  ERMENYAYE  SOVÊTÎÊDA

 

 

         Hertim jî (çawa nava lîtêratûra klasîkda, usa jî nava ya sovêtîêda) şayîr û nivîskarêd ermenya bi h’izkirin û bi qedir derheqa kulfeta kurdda nivîsîne, bedewî, merivhizî, mêranya wê dane kivşê, pesnê wê dane çawa dayîka xemxur, çawa jina xweynamûse mezin, çawa ewleda ç’yaye p’ir’bedew. Wê yekêra tevayî wana usa jî hemû alîê emrê wê anîne ber ç’eva, him emrê wêyî berêyî nemirnejî, him jî emrê wêyî dewrana sovêtîêyî aza.

         Bi saya dîwana sovêtîê emrê jina kurde, ku welatê meda dijî, lap bi hîmva hate guhastinê. Ew, ku berê qûla edet, paşmayînêd kevne zyandar bû, ji her te’lî-tengasîêd berê aza bû, xwend, pêşda çû, bû xebatçîke mexlûqetîêye berbiç’ev, çêkirçîke emrê tezeye aktîv. Nivîskar, şayîrêd ermenyaye sovêtîê nava gelek efrandinêd xweda ev guhastina hane mezin, ku emrê kulfeta kurdda qewimî, nîşan dan, emrê wêyî teze kirine qinyatê efrandinêd xwe.

         Qewlekî azakirina kulfeta kurd, xwenaskirin û dinênaskirina wê, pêşdaçûyîna wê ew xwendin bû. A lema jî şayîr û nivîskarêd meye pismam nava efrandinêd xweda guhdarîke ferz dadanîn ser vê yekê.

         Nivîskarê ermenyayî sovêtîêyî eyan, dost û pismamekî cimeta meyî alavî Hraçya Koçare rehmetî, wekî bi nîşandayîna emrê kurda destbi emrê xweyî efrandarîê kirye (serhatya wîye ewlin “Dînik Misto” ji emrê kurda bû), nava serhatya xweye “Xecê”-da nîşan dide, wekî çawa qîza kurd, ku berê zêrandî bû, bi saya dîwana sovêtîê, bi komekdarya cahilêd ermenyaye xwendî gelek çetinaya alt dike û xwendinê dest tîne, gundda destbi çêkirina emrê teze dike.

         Welatê meyî azada Letîfe ne ku t’enê xwendîye, dinê nas kirye, lê usa jî bûye arxîtêktor û wekîlêd cimeta ermenyaye brar’a tevayî proêkta gundê kurdayî bedewî teze çêdike. Ev fikra gelekî rind nava poêma şayîrê ermenyayî eyan Sarmêne “Letîfe”-da tê xanêkirinê.

         Nivîskarê ermenyayî sovêtîêyî eyan Stêpan Zoryane rehmetî nav serhatya xweye “Xezal”-êda emrê kulfeta kurde teze, emrê mala kurdaye teze nîşan dide. Şerê nepakî neqenc usa kirye, wekî destê bavê û ewleda wî Xezalê ji hev bûye, lê merivekî ûrisî qenc, gênêral bavtîê li Xezalê dike, wê mezin dike, dide xwendinê. Qewlê emrê teze usa jî hukumî ser psîxologîa bavê Xezalê Heso kirine. Lema jî, gava Heso pê dihese, wekî gênêral Xezal ji Rostovê anye derxistye Ermenîstanê bona bavê wê qayîlya xwe bide seba Xezal mêr bike, Heso hiltîne ha dibêje: “Gênêralê bra, bi edetê me usa nîne, wekî bav qîza xwe bide miletê mayîn, lê wexta te qîza min mezin kirye, daye xwendinê û nha jî te bi xwe li me girtye, hatî, qayîlya min dipirsî… Min jî da, bira gotina tebe…”

         Eva îdî berbir’îbûna merivê tezeye berbi qîmetkirina qewmandina, eva îdî nîşana dîharbûna duşurmîşbûna merivê we’dê meye.

         Xezal qîza we’dê meye, xwendîye, dinê nas dike. Ewe bedewe, helale. Çawa qîza we’dê me ew borcê xwe hesab dike berî mêrkirinê bavê xwe bibîne, jêra bêje. Xezale şîrhelale, t’u wexta êlikaya kirî bîr nake. Raste, bavê wê eslî  heye, ewê ew dît, lê kirina gênêral jî bîr nake. “Ew difikirî, — nivîskar dinivîse, — wekî nha du bavê wê hene û herdu jî ji wê h’iz dikin… Lê bi xwe… bi xwe nikaribû bigota, çika ji herdua ew kîjanî zef h’iz dike”.

         Garêgîn Bês jî serhatîke biç’ûk (“Êlê”) derheqa kulfeta kurdda nivîsye, kîjanêda nîşan dide, wekî paşî altkina êpêce çetinaya, kîjan wextê kolêktîvîzasîaê li ser rya çêkirina emrê teze hebûn, Êla bedew û Evdoê şivan mirazê xwe şa dibin. Dêmek, mêrkirina qîza kurd bi dilê xwe jî nîşaneke emrê wêyî sovêtîêyî bextewarî tezeye. Êlê ne ku tenê bedewe, lê usa jî aqile û şuxul usa dide teşkîlkirinê, wekî bavê wê zû tewqê xwe ji Xudoê kûlak dibir’e, dikeve nava kolxozê û qayîlya xwe dide, wekî Êlê Evdoê şivan bistîne.

         Ceyran bedewe, mêranîye, xweynamûse. Eva fikra serhatya Mkrtîç Sargsyane “Jina kurd”, li k’u emrê kulfeteke kurdê Cavaxkê wextê kolêktîvîzasîakirinê tê nîşandayînê. Nivîskar gelekî bi h’izkirin, bi dilovanî derheqa Ceyrana kurdda dinivîse, nîgara wê die’firîne.

         Lê bona bextewarya emrê kulfeta kurde teze dha geş bê kivşê, nava lîtêratûra ermenyaye sovêtîêda ew efrandin gelekin, nava kîjanada emrê kevn û teze têne himberkirinê.

         Şayîr Hrîpsîmê Pox’osyanê nava şiêra xweye “Sêrvîn”-da du emrê qîza kurd himberî hev kirine. Berî qeydê sovêtîê bajarekîda qîzeke kurda bi navê Sêrvîn dima. Dya wê nexweş bû, ew bi xwe jî berdestya dewletî bû. Sibê hetanî êvarê ew mala dewletîda dixebitî.

 

Berva distend hine kartol, nan 

Û çend kapêkêd sore ç’ûk-mezin,

Wekî dya xwera bide dû-derman.

 

         Dewran hate guhastinê. Wî bajarîda jî qeydê sovêtîê testîq bûn. Dergê xêr û xweşîê ber Sêrvînê  û dayka wê vebûn. Dê îdî nexweş nîne, zavodeke p’erç’eda “çawa hostake jîr” dixebite, lê Sêrvîn herr’o diçe mektebê, kincê temiz delal lê.

 

Eşq û şayî ser wanda barî,

Çawa emrê teze, gulveda Sêrvîn.

 

         Şayîr bi van xeta vê şiêra xwe k’uta dike. Kemaleke vê efrandinêye mayîn jî wê yekêdane, wekî virda îdî derheqa kurda p’aleda, xebatçya zavodêda tê xeberdanê.

         Hergê dewrana berêye qetlêda Heso şivan bû, Zelîxe jî qîza beg bû û evê newekehevtya sosîalê nedihîşt, wekî bengîê dewranê mirazê xwe şa bibin, lê welatê meyî azada qîza kurde teze Zerê bûye firindeçî.

 

Kurda ji ç’yê, ça teyra baz,

Ezmanê şîn dida p’erwaz.

 

         H’izkirîê wê jî şivane, navê wî Hesoye. Raste, Zerê firindeçîye, Heso şivane, firqî êpêceye, lê cem me firqî orta berbirîbûna h’izkirinêda tune, çimkî mexlûqetya meda qewlê pêşdahatina berbirîbûneke usa tunene. Lema jî sal derbaz dibin, Zerê

 

Fir’î jor bi dil û ce’d,

Te steyrkar’a kir misle’t,

Lê bîr nekir yarê şivan,

Ku ç’evê wî rya te diman.

 

         Bi cûrê kontrastê şayîr Arşavîr Darbîn nava “Ballada kurdî”-da eva yeka nîşan daye. Cûrê dîharkirina fikrê, çawa dibêjin, bi cîye û prîyomeke lîtêratûrîêye rinde. Zera teze jî mînanî Zelxa berê bedewe, bejnzirave, ç’evbeleke, qîzeke aqile bi kemale. Dewranekê Zelxek berbi Zerê bir, dewrana me Zerek berbi e’rşê e’zman bir, kire hevala steyrkpêwrê rû e’zmîn. Û ji wêderê Hesoê h’izkirîê wêyî şivan ber ç’evê wê dha bedew û bi dil hatye kivşê. Zelxê û Hesoê berê Zerêda mirî tên hevdu hemêz dikin, lê Zerê û Hesoê me sîngê Elegeza hêşîn rastî hev tên. Şayîr wê ballada xwe bi van sifetê bedewva kuta dike:

 

Hev şewq vedan dilêd wana,

H’elya ji mêrg û zozana

Berfa Elegeza mayîn

Ji alava ramûsana.

 

         Şayîr Mîkaêl Harûtyûnyan jî ser qisa “Lûr-de-lûre” sekinye û  bi ruhê dewrana me berbirî wê bûye. Zelîxe û Hesoê dewrana me h’izkirîê hevin, ç’evê wan li heve, dilê wan li bal heve. Herdu jî dixebitin, herdu jî pêşvanin. Raste, nha gava car-cara ç’evê Heso dilketya wî nakeve, wekî “ewqas bedewe, ku h’iş-aqlê merya serî diçe, bi xwe nazike, rinde, delale, tu dibêjî gule, guleke ale”, yanê jî dilketya wî xweşîê xwe pê dike, lûr-de-lûra wî dike axîn, lê îdî we’de hatine guhastinê:

 

Dewrana Heso çûye ji dinyaê,

Elegez bûye misk’enê şayê.

 

         Nivîskarêd ermenî nava efrandinêd xweye nhada guhdarîke mezin datînin ser nîşandayîna halê kulfeta kurd berê Romêda û bi wî teherî komekê didin me, wekî em dha rind haj wî emrî hebin, ku îro bona me îdî emrekî derbazbûyîye, lê bona kurdê welatê dereke t’oqekî girane, ku hetanî nha jî mînanî me’rê reş li stûê kulfeta kurd alîaye. (Romanêd Harûtyûn Mkrtçyane “Nivîsara eskerê nee’yane r’ojêda”, A. Xaçatryane “Bi nava êgir”, Z. Daryane “Teyrê Vaspûrakanê” û yêd mayîn).

         Gelek nîgarêd kulfetê kurdê Romê usa jî romana Xaçîk Daştênse “Xudêda”-da hene. T’u wexta nîgara kurda batrak, Zozanê û kulfetêd kurde mayîn bîra merya naçin, kîjan hindava xweda nîgarne t’amin.

         Garnîk Stêpanyan (“Rojêd r’eşe h’eş”), G. Haykûnî (“Hêrs û h’izkirin”), S. Torgomyan (“Agirêd nevêsyayî”) û gelek şayîr û nivîskarêd ermenyaye mayîn jî nava efrandinêd xweda derheqa emrê kulfeta kurdda nivîsîne, nîgara wê efrandine. Raste, wana şuxulê mexsûs bi wê têmaê nenivîsîne, lê efrandinêd wanda gelek cîya derheqa kulfeta kurdda tê xeberdanê.

         Nava dramatûrgîa ermenyaye sovêtîêda jî nîgara kulfeta kurd hatye efrandinê. Ew pîêsa Aşot Şaybone “Li besta Elegezê”-ye, li k’u xebata mêrê kurdra tevayî usa jî xebata kulfetêd kurde e’fat piştêda wextê Şerê Wetenîêyî mezinda tê nîşandayînê. K’emala vê pîêsê wê yekêdane jî, wekî bi wê tê nîşandayînê tevbûyîna cimeta me tevî Şerê Wetenîêyî mezin. Lê pîêsa Sûrên Gînosyane “Heso”-da îdî e’fatîêd şerkarê kurd pêşe’nîêda têne nîşandayînê. Gelek nîgarêd kulfetêd kurde dewrana berê û wexta sovêtîê pîêsêd Sûrên Gînosyane “Ewledê ç’yaê te’rî”, “Mêrxas ji bajarê Czîrê”, “Qîza Mîrekê” û yêd mayînda hene. Pîêsa paşinda emrê kulfeta kurde aza, tevbûyîna wê tevî çêkirina emrê teze tê nîşandayînê.

         Lap van ax’irya têatra Artaşatêye dewletêda pîêsa artîstê wê têatrê Sargîs Grîgoryane “De’weta h’izkirinê” hate nîşandayînê. Têma wê emrê kurdê sovêtîêye îroyîne. Gulîzer, Zelîxe, Sîmzer qîzêd dewrana mene, xweyê fikir û îdêalêd tezene. Ewana berk derketine miqabilî qelen û şerkarya xweda tenê nînin.

         Nîgarêd kulfetêd kurde, ku vê pîêsêda hatine nîşandayînê, nîgara merivê rojê mene, nîgarê ji emr hildayîne.

         Tiştekî sîmvolîke, wekî efrandinêd şayîr û nivîskarêd ermenîda kulfeta kurd bi xûn-xeysetê xweva, bi emrjîyîna xweva ne ku tenê ser dik’a têatrê, lê usa jî ser êkrana kînoê pêşda hat.

         Hela sala 1926-a bi ssênarîa Hamo Bêknazaryan kînoa ermenya fîlma “Zerê” kişand, ku hetanî roja îroyîn jî ji alîê temaşeçyada bi hewaskarî tê mêzekirinê.

         Rola Zerê artîst M. Tadêvosyanê diqedand. Xênji Zerê kînoêda usa jî Let’îfe (artîst O. Gûlazyan), Neno (artîst Manûçaryan) û kulfetêd kurde mayîn pêşda tên. Ser fona heleqetîêd mexlûqetîêye wî çaxî nîgara Zerê hatye nîşandayînê, wekî alîkîva çawa qûla edet, zulmkarya bega pêşda tê, lê alîê mayînva çawa şer’kira xweykirina extîarîêd xwe, qîzeke bedewe xweyevîn pêşda tê. Ew yek, wekî kînoêda Zerê şelmaqekê Têmûr begê dixe û nahêle, wekî ew nêzîkî wê bibe û kutasîê h’izkirîê xwe Seydora direve, şerê Zerê û kulfetêd mînanî wêye miqabilî dinya kevne zulmê.

         Kînoşikla “Kurd-êzdî”-da (ssênar G. Balasanyan û P. Barxûdaryan nivîsîbûn) îdî nîgara qîza kurde dewrana sovêtîê hatye efrandinê. Zînê (artîst K. Zavaryan) xwendina xwe xilaz dike û wextê teşkîlkirina kolxoza tê gund û çawa dersdar dixebite, xebateke mezin dike bona hilanîna nexwendîtîê. Temaşeçî ber ç’evê xwe dibîne, wekî çawa dersdara kurd bi zimanê xweyî dê dersê dide zarokêd gund. Ne tenê biç’ûk, lê usa jî mezin tên guhdarya dersê Zînê dikin. Bi serî nîşandayîna mesela emrê Zînê ssênarîsta ew guhastin nîşan dane, ku di salêd dîwana sovêtîêda ketine nava emrê kulfeta kurda.

         Sala 1965-a ser êkranê me kînofîlma “Selam, ew ezim” (ssênarîst A. Ax’ababov) hate nîşandayînê, kîjanêda kulfeta kurd jî pêşda tê. Ew Gulêye (artîst Galya Novêns), wekî stansîa Elegezêye hewazanebûnêda dixebitî. Mêrê wê birine eskerîê û ew hertim derheqa wîda difikire. Fîlmêda ew pêşda tê çawa xebatçîke borcnas, çawa merîke qence dilsax’.

         Eyane, wekî gelek şayîr û nivîskarêd ermenyaye sovêtîê we’dê başqe-başqeda ew efrandinêd zargotina me veçêkirine, kîjanada nîgara kulfeta kurd cîkî berbiç’ev digre. Lê çimkî bawer bikî her kurdek haj wan efrandina heye, zane, wekî ew çi kulfetin û kirina wan çiye, lema jî vê mqalêda lazimaya analîzkirina wan nîgara pêşda naê. Her tenê gotî bê kivşkirinê, wekî avtorêd ermenî hîmlî rast û bi pismamtî berbirî qinyatêd zargotina meye veçêkirî bûne û bi wî teherî komek dane dha qewînkirina dostî û pismamtya herdu cimetê me. Hilbet, çetine nava mqalekêda derheqa wan hemû efrandinada bê gotinê, li k’u nîgara kulfeta kurd hatye nîşandayînê.

         Lazime bê kivşkirinê, wekî piranya efrandinêd şayîr û nivîskarêd ermenyaye sovêtîêye, ku derheqa kurdadanin, ji alîê merîê başqe-başqeda û ji we’dê pêşdahatina lîtêratûra meye teze girtî hetanî rojêd meye îroyîn bi kurdî hatine û têne tercmekirinê.

         Nîşandayîna nîgara kulfeta kurd nava lîtêratûra ermenyaye sovêtîêda careke mayîn jî şedetya dostya meye qedîmî dide, wekî zemanê sovêtîêda hê pêşda çûye, qewîn bûye.

 

“Rya teze”, 23-ê dêkabrê s. 1967

BIBÎNE Û BÎR NEKE (1967)

 

 

BIBÎNE  Û  BÎR  NEKE

 

 

         Dinyaêda ger’ gelekî xweşe. Îlahî ger’a li welatê sovêtîêyî aza. Her dera bîna xwe aza dikişînî, her dera te t’irê tuyî li malî. Diçî bajar û wargêd teze, efatya merivêd sovêtîê ber ç’evê xwe dibînî, dinihêrî, wekî nava van 50 salêd dîwana sovêtîêda her qulç’ekî welatê meyî dûr û nêzîkda çi guhastinêd nebînayî bûne. Dibînî, şa û kubar dibî, dilê te bi şabûnê t’ijî dibe. Bi dilekî şa li welatê meyî aza digerî, dibî mêvanê merivêd meye xerîbdost. Digerî û şuxulêd dewrana meye mezinra tevayî usa jî rastî tiştê usa têyî, wekî bê hemdî te wê yekê tînin bîra te, ku ew guhastin, ev pêşdaçûyîna meye îro bi çi çetinaya û bi emrê çiqas-çiqas merya hatye destanînê.

         … Rêspûblîkaêd sovêtîêye R’exbaltîkaê. Nha ew hersê rêspûblîka bûne sê gulê bax’çê welatê meyî gulvedayî. Dinya haj destanînêd rêspûblîkaêd Latvîaê, Lîtvaê û Êstonîaê heye. Destanînêd wan rêspûblîkaêd me dijminê me jî zendegirtî hîştine.

         K’ê ku dixweze welatê meda bigere, bira eseyî here Lîtvaê, gund û bajarêd wêye gulvedayî bigere. Here Vîlnyûsê, Kaûnasê, Îovavaê, soqaq û meydanêd wane bînfireda bigere, merivêd wane me’rîfetra xeberde, bîna hewa wane xweş bik’işîne, li dîdemêd wan bibe mêvan. Tu tex’mîn nakî, wekî ji mala xwe dûrî, hevalêd teye nêzîk ne li wirin. Welat bi xwe ter’a maleke mezine, merivêd wê hogirê teye başin.

         Bira ese here Kaûnasê, wî bajarê qedîmî bedew. Here bibîne, wekî dîwana sovêtîê çi da welatê wextekêyî belengazî paşdamayî. Ez gumanim, wekî tu bi meha jî wî bajarî bigerî, tu jê t’êr nabî. Her binelîkî bajêr wê ter’a bibe rêber û wê bi kubarî bajarê xweyî sovêtîêyî teze nîşanî te bide. Ez zanim, wekî bajêrda tê rastî merivêd usa jî bêyî, yê ku wê te bibin cîê usa, wekî tu ber ç’evê xwe bibînî, k’a ev emrê îroyîn bi çi teherî hatye destanînê, li ser rya çêkirina emrê teze çi çetinayî hebûne.

         Wê te ese bibin cîê ku 11 km fêza Kaûnasêdane, alîê Şimal-Roavaê. Ser girekî alîê ç’epê avayîkî bi kevirê k’ur’nûk-k’ur’nûk heye. Tê ser bixûnî “forta neha”. Hogirê teyî lîtov wê bide pêşya te û hûnê pê nerdewana hilkişine wir. Çiqasî bilind bibî, ewqasî sawê te bigre, ewqasî te zulma dewranê tex’mîn bikî. Ne axir hema vêderê, salêd okûpasîakirina faşîstîêda 80 hezarî zêdetir merivêd sovêtîê û welatêd Êvropaêye başqe-başqe hatine qirê. Here hundurê otaxêd wê, tê ser dîwara bi zimanê başqe-başqe nivîsarê bixûnî. Ser dîwarekî bi fransizî nivîsîne: “Em ji Marsêlêne”, “Ez ji Parîzême”… Binelîêd Lêhastanê, Çêxoslovakîaê, Îtalîaê, Bêlgîaê, Holandîaê, cihûda berî gullekirinê li ser dîwara bi zimanê xwe nivîsar hîştine. Mirin ewqasî zû hatye, wekî hineka nivîsara xwe temam nekirine, nîvcî hîştine û çûne, wekî bibne xurê gulla faşîstê devxûn. Nivîsar kurtin, serî-binî du-sê xeber, lê şikyatekî mezin wan xeberêd kinda heye. Difikirî, ê, qet faşîsta molet, mecal dida wan, wekî ew her 80 hezar merî şikyatê xwe li ser dîwara bihêlin. Ne axir wî çaxî dîwarê wê qesrê na, temamya reşya rûê erdê t’êra nivîsara şikyatê wan nedikir.

         Tê bibînî, wekî vêderê erd kolane, kirine newel. Nizanim rastîê wan newalara bi zimanê lîtovî çi dibêjin, lê min dilê xweda ew nav kirin Newalêd e’celê. (Fêza gundê me – Pamba Kurdada jî newaleke usa heye û gundîê me jêra dibêjin newala e’celê. Sala 1918-a Roma Reş mêrê gundê me û gundê cînar top kirine û şevekêda wê newalêda gişk qir kirine). Wê tera bêjin, wekî newalêd k’olayîda kincê merya dêxistin, ew r’ût-te’zî dikirin û her car bi k’om-k’om ew gullê dikirin. K’om ji 300 merivî kêmtir nîbûne. Ew newel gelekî mezinin, 200 mêtra dirêjin, 3 mêtra berin û 2 mêtra jî k’ûrin. Çendik-çend newalê usa bi cendekê merya t’ijî kirine. Dibêjin, hetanî k’omek gulle dikirin, merîê k’oma mayîn ber newala e’celê hîvya mirina xwe bûn. Mirinê ji wê newalê banzdida newala dinê û cûrê wêyî qetlê ç’ep-rast dibir’î. Ne axir merivxurê dewrana meyî herî mezin – Hîtlêr ew şûr tûj kiribû. Dibêjin, wekî herr’oj wan newalada bi seheta merî gulle dikirin. Dîl dizêrandin, e’t’ba giran danîn serê wan, paşê ew gulle dikirin.

         Wê ter’a bêjin, wekî çawa qerewilê forta nehaye berê gilî kirye, ku hîtlêrvana bajarvanê sovêtîê çawa nîşangeh didane seknandinê, butulge dadanîn ser serê wan, paşê butulge didane ber gulla. Tê pê bihesî, wekî xênji merîê gihîştî vêderê usa jî zaro sax’-sax’ kirine ç’el û merîê, ku wî çaxî wêderê hazirbûne, dibêjin, wekî hetanî nha jî dengê wan zara hela li ber guhê wane.

         Wê ter’a bêjin, wekî çawa 25-ê fêvralê sala 1943-a serkarê lagêrê dîl mecbûr kirine, ku dora wî kuç’ikî bir’eqisin, cendekê hevalê wane teze avîtibûne nava agirê kîjanî. Wî çaxî êsêsê decar dikire qare-qar, lê dîla jî kilama şînê digotin. Dîlek dergekî hesinî semt tex’mîn dike, xwe ji wan vedidize û diçe, qet nizanim bi çi teherî, wî dergeyî qul dike. (Ew derge berbi newala k’olayî dibe). Paşê dîl lê dixebitin û wê qulika biç’ûk fire dikin. (Min bi desta ew qulika bir’î çap kir û tex’mîn kir, wekî gotî hest-p’estê merya t’enê mabin, ku karibin wê qulikêra derên)… 64 merî şeveke bager wê qulikêra direvin, spîç’alê spîye per’itî xwe dikin û direvin. Dibin sê p’ara: p’arek berbi bajêr direve, p’arek berbi partîzana û p’ara sisya berbi…lagêreke faşîstaye mayîne konsêntrasîon. (De tex’mînke, wekî vêderê çi ecêbê giran anîne serê girtya, ku ew ji vêderê revîne ber konslagêreke mayîn).

         Sibê zû faşîst pê dihesin û bi kelba didne pey wan. Yê berbi bajêr revîbûn, temam têne qir’ê, yê berbi partîzana revîbûn, dibine xurê gulla faşîsta, sur-sermê, hemîn kelba jî yê mayîn peritandin. Lê çend merî gihîştine partîzana. Hema wana jî derheqa forta nehada elamî dinyaê kirin û dinya pê hesya, wekî wêderê çi xezeb ser meryada barye.

         Wî çaxî faşîsta, ku ji cabdarîê ditirsyan û dixwestin îz û t’oza nepakîê xwe bidne veşartinê, dîlê mayîn top dikin û bi destî wan çend meha mezelekî mezin k’olan, cendekê kuştya derxistin, danîn kêleka hev, darê merxê danîn ser wan, bênzîn serda kirin û agir berdanê. Dibêjin, kuç’ik sibê hetanî êvarê dişuxulîn, teyrede ji wêderê, ji mêşe û gundêd dorê fir’în, çûn cîêd mayîn. Ji dest bînê wana jî teyax nedikir û eger zar-zimanê wan hebûya, wê dha bi hûrgilî derheqa wê zulma nebînayîda gilî bikrana…

         K’ê ku here wan cîê terîqîê bibîne, wê dha rind tex’mîn bike, wekî eva emrê meyî îroyînî gulvedayî hema usa hêsa, rehet nehatye çêkirinê. Bona çêkirina wî bi mîlîona merya emrê xwe dane.

 

“Rya teze”, 13-ê sêntyabrê s. 1967