rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

GER’EK LI KURDISTANA AZA (2002)

 

 

GER’EK  LI  KURDISTANA  AZA

 

 

Meha oktyabra sala 2001-ê bi teglîfkirina k’atibê sereke yê Yêkîtya Nîştîmanî Kurdistan CELAL TELEBANÎ du xebatkarê rojnema “Rya teze” – rêdaktor E’MERÎKÊ SERDAR û k’atibê cabdar RZGANÊ RECEVÎ çûne Kurdistana aza.

 

         Xwestina her kurdekî welatparêzî xerîbîêda ewe, wekî axa kal-bava bi ç’evê xwe bibîne. Dîtina Kurdistana aza xîyala mine bi sala bû. Bextê min lêda, wekî ew xîyala min mîaser bû, gava min lingê xwe danî ser axa Kurdistana aza. Min ser sînor pêşmerge, leşkerê me dît. P’er’ê min tunebû, wekî ez bifir’yama, ne axir min pêşmergê me bi cilê miletîê, leşkerê meye zêndî dît. Me hevra bi bratî xeberda, şiklê xwe k’işand û…

         Te’mê pêşin, ku min ser axa Kurdistana aza te’m kir, av bû. Tê bêjî, ewê qewateke teze da min.

         Ser sînor yek hîvya me bû. Navê wî E’t’a bû. Em ketine avtomaşînê û me berê xwe da Sulêymanîê. Mesela gelê me dibêje: “Şênaya gund beraya r’êr’a k’ivşe”. R’êêd Kurdistanê ne t’enê berin, lê usa jî zor başin, weke r’êêd Avropaêne.

         Te’rî hela neketibû e’rdê. Me paşmayînêd wî şerê giran dît, ku Seddam Husêyn dijî gelê me kiribû – gundê wêranbûyî, p’iraê şkestî, k’elefê mayîn. Xêlekê şûnda r’o çû ava û te’rîê e’rd hilç’inî, me îdî t’u tişt nedît. Her dûrva îşiqa gunda dihate k’ivşê. Em nava şeherê Derbendîxanêra derbaz bûn. Ev wargê bi wê yekêva eyane, wekî vêderê bendava mezin heye û ser wê hîdroêlêktrostansîa çêkirine. Ev hîdroêlêktrostansîa ya Dûk’anêra tevayî ronayê dide herêmê. Wexta sal şilî-şoîye, gele av wan bendada top dibe û ronayî jî zêde dibe. Lê, telebextra, par qur’lixî bû, av wan bendada kêm berev bû û êlêktroênêrgîa jî kêm bû. Lema jî herêmêda par (û ne t’enê par) problêma êlêktroênêrgîaê tûj bû. Paşê em pê hesyan, wekî Sulêymanîêda, usa jî şeherê herêmêye mayînda hukumetê bi hezara h’ejok danîne, wekî vê problêmê hevekî bide sistkirinê.

         Êvarê dereng em gihîştine Sulêymanîê, ser k’ûç’eke şehere sereke, ber avayîkî pêncqatê avtomaşîna me sekinî. Du merî hîvya me bûn. Ewana bi bratî em slav kirin û gotin ew k’îne. Yek Cewahir Kurmanc bû, ku şêwrdarê Celal Telebanîye alîê pirsêd çandêda, yê mayîn serwêrê kafêdra jûrnalîstîkaê ya fakûltêta zankoa (ûnîvêrsîtêt) Sulêymanîêye jûrnalîstîkaê doktor Movafeq Ahmed bû.  Cewahir Kurmanc nivîskare, çend pirtûkê wî çap bûne. Ew usa jî tercmeçîye, çend efrandinêd Çîngîz Aytmatov tercmeyî kurdî kirine û bi pirtûkê başqe-başqeva daye çapkirinê. Doktor Movafeq xwendina bilind û aspîrantûra Moskvaêda kutakirye, kandîdatê ulmêd fîlologîêye.

         Ew avayê pêncqatê mêvanxana Yekîtya Nîştîmanî Kurdistane, navê wê jî “Aştî”-ye. Em çûne hundur, hilk’işyane qatê duda û rêstoranêda rûniştin û me nan dixar, gava xebatk’arê rêstoranê radîotêlêfon anî da Cewahir Kurmanc. Ewî got, wekî şikir sax-silamet hatine gihîştine cî. Gava ewî xeberdana xwe kuta kir, mer’a got, wekî ew serokê byûroa heleqetîêd der Se’e’dî Ahmed P’îr bû, ku vêspêda hîvya we bû, lê çimkî hûn derengî ketin, ew nîv sehetê pêşda çû. Ewî telexist, xwest pê zanibe, çika hûn hatine yanê na. Ew we slav dike, hîvî dike sibê seheta 10-a herine bal wî.

         Em odeke mêvanxanêye qatê çara cî kirin (hela dixwestin her yek me odekêda bimîne, lê me xwest tevayî odekêda bimînin).

         Odêda her tiştê lazim hebû – têlêvîzîon, sarinc, t’êl û yêd mayîn. Balkon jî hebû. Û gava derdiketî balkonê, dîdemeke şehere mezin dihate dîtinê. Çend gilî derheqa şeherda. Rastîê jî, Sulêymanî şeherekî şên û bedewe, dorê ç’yane, hîmlî avayê yekqatê, duqatêne, lê avayê tezeçêkirîye p’ir’qatê jî kêm nînin. Cîye bidne k’ivşê, wekî şeherda meydanê çêkirinê jî hindik nînin. Ser herdu alîê k’ûç’ê sereke dik’anin, ku hetanî nîvê şevê vekirîne, k’ir’în-frotaneke gumreh’ tê kirinê. K’ûç’ada avtomaşîne p’ir’in, ku nîşana halxweşbûna cimetêye. Ser dur’yana polîs sekinîne, çûyîn-hatinê didine qeydekirinê. Şeherda gele xasbaxçe, meydan hene. Em çûne xasbaxçekî sereke, kîderê nîvheykelê şayîr, zanyar û şuxulvanê meye çandêye navdar danî bûn. Paşê me bal Celal Telebanî pirs pêşda k’işand, wekî bona qewînkirina yekîtya miletîê û qîmetkirina emekê kurdê sovêta berê wê rind bûya, ku wî xasbaxçeyîda nîvheykelê Erebê Şemo û Qanatê Kurdo jî bihatana danînê. Celal Telebanî ev pêşdanîn zor baş qebûl kir û derheqa wê yekêda rojnema Yekîtîêye sereke “Kurdistana Nû” nivîsî.

         Kurda h’îmê şeher danye. Aqara wî êpêceyî mezine, reqema binelya digihîje 600 hezarî. Şeherda gelek îdarêd çandê, mêvanxane, mûzêy, kînotêatr, nexweşxane û yêd mayîn hene. Nav û dengê rewşenbîrê Sulêymanîê temamya Kurdistanêda eyane.

         24-ê oktyabrê serokê byûroa heleqetîêd der Se’e’dî Ahmed P’îr em qebûl kirin. Wexta em çûne hundur, jûrnalîstekî emirk’an wîra qse dikir. Kek Se’e’dî bi zimanê înglîsî caba pirsê wî dida. Hetanî wana qse dikir, mer’a çay anîn. Wexta jûrnalîst xatrê xwe xwest, derk’et, kek Se’e’dî bi bratî em slav kirin, derheqa rewşa kurdê Ermenîstanê, rojnema “Rya teze”-da pirsî. Paşê ewî gote Cewahir Kurmanc qelemê hilde binivîse. Ewî berneme hazir kir, wekî emê k’uda herin, rastî k’ê bên. Gava me jêra got, wekî xênji bernema k’ivşkirî em usa jî dixwezin herine herêma Hewlêrê, zyareta Lalişê, ewî got:

         — Erê, bra, ew jî welatê weye. Ser ç’awa! Laliş p’arezgeha dînê meyî qedîmîye. Emê e’se usa bikin, wekî hûn herin wandera. Lê yazix, we’dê vîza we hindike.

         Hema wê rojê em çûne malbenda jina. Seroka malbendê û cîgira wê hûr gilî mer’a gotin, wekî armanca malbendê çiye û ew çi k’arî dike. Rojnema malbendê heye. Her heftê bernema wane têlêvîzîonê heye. Malbend t’u partîakêr’a girêdayî nîne, ew xebata civakî dike, mafê jina dip’arêze. Fîlîalê wê navçada hene. Bi pêşdanîna malbendê hinek qanûnêd Îraqê, ku jin nux’san dikirin, Kurdistana azada p’ûç’ hatine hesabkirinê. Mesele, eger jin gunek’are, ne ku xweyê wê mînanî berê ewê ceza dike, lê dad gunê wê qrar dike. Berê qîz 15 salîêda didane mêr, lê nha bi pêşdanîna malbendê hukumeta herêmê qrar qebûl kirye qîza 18 salîêda bidne mêr. Wexta rêgîstrasîakirina zewac-mêrkirinê gotî bûk e’se hazirbe. Malbend p’ir’jintîê hesab dike awa nux’sankirina jinê, şerk’arîke berk’ dike dijî wê yekê. Dereceke xebata malbendê jî ewe, wekî alîkarîê dide jinê şeh’îda. Rastîê jî, malbend bi serî  endamêd xweye aktîv k’arekî kêrhatîyî mezin dike.

         Serkarîê malbendê dike Havêjîn Menemî, ku dayka serekwezîrê hukumeta herêmê doctor Berham Salêhe. Cîgira wê R’onak Ferec R’eh’îme, ku qîzeke gelekî aktîve.

Ber mêvanxanê me camêrekî bejnbilind qemer, bedew, simêleke p’alik li ber bêvilê, bi cilê miletîê dît. Hewasa me wîra hat û me xwest şiklê xwe t’evî wî bik’şînin. Me usa jî kir û em wîra bûne nas.

         Navê wî camêrî Ferhad E’bduleh bû. Em pê hesyan, wekî ewî gelek sala pêşmergetî kirye (nha jî pêşmergeye), hunermendekî başe. Ewî mer’a gilî kir, wekî bi ssênar û rêjîsorya wî fîlmeke bedewetîê hatye k’işandinê, lê hela montaj nekirye. Navê fîlma wî “Surmêxan”-e, derheqa qewmandineke emrê kurdê êzdî û surmandane. Ewî gelekî bi dil em pê avtomaşîna xwe cîyada dibirin, tê bêjî ew mer’a bûbû mînanî merivekî meyî lapî nêzîk.

         Ferhad nêç’îrvanekî zore. Em k’uda diçûn, Ferhad t’imê derheqa nêç’îrvanya xweda gilî dikir.

         Em navenda “Serdem” qesidîn. Serk’arîê wê dike şayîrekî meyî navdar, şuxulvanekî sîyasîêyî eyan Şêrko Bêkes. Me zanibû, wekî hukumeta Kosrat Resûlda ew wezîrê çandê bûye, bi xelata ser navê şayîrê meyî sedsalya 20-yî mezin P’îremerd hatye rewakirinê. Celal Telebanî ew xelat bi xwe daye wî. Ax’aê Şêrko Bêkes mer’a got, wekî hetanî nha navendê bi seda pirtûk û kovar neşirkirine. Navend usa jî tercmekirina lîtêratûra bedewetîêva mijûl dibe. Efrandinê gelek şayîr û nivîskarê cimetêd dinyaêye mayîn tercmekirî neşirkirye.

         Paşê em bûne mêvanê navenda “Gêlavêj”. Ew rêxistina şayîr û nivîskaraye, sala 1996-a hatye sazkirinê. Reqema endamê wê digihîje 300-î. Me vêderê nasya xwe da kurê şayîrê meyî mezin Ebduleh Goran. Navend nava salêda bi deha nava pirtûkê şayîr û nivîskarê me çap dike, fêstîval, êvarîê lîtêratrîê teşkîl dike.

         Cîye bidne k’ivşê, wekî hemû rêxistinê efrandarîê û civakî alîkarîê ji hukumetê distînin, lê fikra xweva azane.

         Em usa jî malbenda genca qesidîn. Avayîkî mezin bin qolê malbendêdaye. Vêderê k’omê cahilaye başqe-başqe k’ar dikin (sportê, r’eqasê, k’işika, şiklk’êşîê, têatrê û yêd mayîn), her tişt tê kirinê bona cahil we’dê xwe bi serecem derbazkin, tiştê xirabva mijûl nebin.

         Malbenda “Bedînan”-a em gelekî bi dil, bratî qebûl kirin. Baraneke gur’ dibarî, gava em gihîştne ber derê malbendê, endamê serkarya YNK Nizad hatina me slav kir û got:

         — Hûn hatin û we xwera xêr-berek’et anî. Îsal ç’evê me ç’ilke baran bû, lê ew nedibarî. Dibînin, îro baraneke çiqasî gur’ dibare.

         Em odê malbendê geryan û me dît, wekî ew k’arekî çiqasî mezin dike. Odekêda me cilê miletîê dîtin, ku bona k’omêd r’eqasê û têatrê bûn.

         Em odeke mezinda rûniştin, cahilekî, ku dengê xweş lê bû û sazekî bêqusûr lêdixist, çend kilam mera gotin. Em h’eyr-h’ijmek’arê deng û sewda wî bûn.

         Serokê îdara mecalêd hukumetêye înformasîa masayî Azad Cndîyanî em teglîf kirin. Wextê rasthatinê gelek şuxulvanêd cabdar hazir bûn. Ewana jî derheqa h’al-wextê kurdê Ermenîstanêda pirsîn. Ax’aê Azad Cndîyanî got, wekî sê organêd îdara wane sereke hene – rojnema “Kurdistana nû” (bi kurdî), du rojnemêd bi zimanê erebî. Xênji wê du p’êlê televîzîonê – “Dengê Kurdistanê”, “Dengê gelê Kurdistanê” e’mel dikin. Emrê p’êla pêşin deh sale, lê emrê ya duda bîst sale. Têlêvîzîon rojê deh seheta elametya bi zaravê soranî, kurmancî, hewremanî û zimanê erebî dide. Minara têlêvîzîonê ser ç’yakî nêzîkî Sulêymanîê çêkirine. Bilindaya wê sed mêtrî zêdetire. Mer’a gotin, wekî p’êşekzanê kurd her tişt bi destê xwe çêkirine. Têr’a hatye dîtinê minara teze ser ç’yakî dha bilind çêkin. Em pê hesyan, wekî van îdarada çarsid merî k’ar dikin.

         Hevpeyvîna 34 deqeyî t’evî me derbaz kirin û bi têlêvîzîona e’zmanî belakirin (Hewlêrêda jî hevpeyvîna sehetekê zêdetir t’evî me  bi televîzîona e’zmanî e’lam kirin). Me usa jî hevpeyvîn dane çend rojnemêd Sulêymanîê û Hewlêrê. Ew rojnemêd bi zimanê kurdî û erebîne.

         Hukumet alîkarya p’eretî dide prêsa aza. Herêmêda 150 nav rojneme û kovar neşir dibin. Bawer bikî neh’îke usa tune, wekî prêsa wê tunebe.

         Em du k’arxana qesidîn. Yek ya neftbêcerkirinê bû. Serokê wê, ku Ûrisêtêda xwendibû û çend sala Groznîêda k’ar kiribû, mer’a got, wekî wextê şêr ev k’arxane jî k’afk’ûnkirine. Paşî şêr p’êşekzanê kurd dêtal bi destê xwe çêkirin, yêd mayîn jî ji cîê mayîn dest anîn. Eva îdî çend sale k’arxane k’ar dike û 35 selefê r’ewacê herêmê dide razîkirinê. Ewî usa jî got, wekî bine’rdê Kurdistanêda gelek neft û gaz heye.

         — A, nha vêderê jî bik’olin, wê neft derê, — ewî got û lingê xwe e’rdê xist. – Lê, telebextra, têxnîka meye k’olanê û mecalêd meye mayîn tunene.

         Ya mayîn k’arxana cix’ara bû. Wextêda evê k’arxanê cix’arê usa berdidan, ku ne t’enê Îraqêda, lê usa jî gelekî ji h’idûdê wê der eyan bûn. Wextê şêr ev k’arxane jî zyana mezin k’et û gelek sala nedixebitî. Hukumeta herêmê mecal efrandin bona ev k’arxane dîsa k’ar bike. Û eva îdî êpêce wexte k’arxane dixebite. Bi rêberya cîgirê wezîr û serkarya k’arxanê em hemû cîdereca geryan. K’arxane cix’areke xweş berdide, navê wê “SAN”-e (Sultan) û gelekî arzane.

         Em pê hesyan, wekî xênji van k’arxana herêmêda usa jî k’arxanê sêmêntê, qîrê, xalîça, çend k’arxanê xurek û senaya sivik dixebitin. Tiştê hewaskar ewe, wekî çend artêl cilê mêraye miletîê didrûn. Em kîjan şeherî qesidîn, me gele mêrê bi cilê miletîê didît.

         Doktor Movafeq Ahmed em teglîfî zankoa Sulêymanîê kirin. Ew şehereke nava şeherda. Navbir’î bû. Xwendkar heyatêda k’om-k’om bûbûn. Hemû bi cilê avropî bûn. Gava te wan xwendkara dinihêrî, dilê te şa dibû. Te zanibû, wekî evin pêşeroja miletê me.

         Em çûne sera şikla. Xwendkara ew şiklê delal efrandibûn. Me usa jî sera kompyûtêra dît, li k’u weke 200 heb danî bûn, ber her yekê xwendkar rûniştibûn, hîn dibûn. Em usa jî çûne qawexanê, xarinxanê û cîê mayîn.

         Doktor Movafeq Ahmed derheqa dîroka zankoê û roja wêye îroyînda mer’a ha got:

         — Zankoa Sulêymanîê sala 1968-a hatye vekirinê. Ew ser navê Saleh’-êd-dîn bû. Paşê sala 1982-a ew bi wî navî guhastin Hewlêrê. Lê zûtirekê Sulêymanîêda dîsa zanko vebû. Nha wêda 10-a zêdetir fakûltêt hene, li k’u 5683 xwendkar hîn dibin, 250 dersbêj dersa didin. Wêda “Întêrnêt sêntr” k’ar dike, ku ne t’enê Kurdistanêda, lê t’emamya Îraqêda yeke here mezine. Zankoêda ders bi zimanê kurdî û înglîsî têne derbazkirinê, p’êşekzanêd derecê malhebûna  cimetîye başqe-başqe têne hazirkirinê.

         Çawa zankoa Sulêymanîê, usa jî yêd Hewlêrê û Dihokê endemê asosîasîa zankoêd navnetewîne.

         Me zanibû, wekî van axirya Helebcê ji îslamîsta aza kiribûn. Û gava rêberê me pê hesyan, wekî em dixwezin herin Helebcê, e’cêbmayî pirsîn:

         — Hûn dixwezin herin Helebcê?

         Me go: “Erê”.

         — Ê, başe, ser ç’awa!

         Me bi avtomaşîna Ferhad û bi rêberya doctor Movafeq Ahmed berê xwe da Helebcê. Doktor mer’a got, wekî em kurdê derekeye pêşinin, ku paşî azakirinê diçine Helebcê. Helebce êpêceyî ji Sulêymanîê dûre û rya wê nava deşta Şehrîzorêr’a derbaz dibe. Me r’êva konê wan mihacira dît, ku Seddam Husêyn ji Kêrkûkê cîşihitî kiribûn. Herd alîê r’ê deşt û bostan bûn: cîkî gundya pembu berev dikirin, cîkî mayîn bostan dişêlandin. Ser r’ê em rastî gelek qereqolê leşkerîê dihatin. Gava wana doctor didîtin, bê gilî-gotin r’ê didane me.

         Gava em gihîştine şeher, me dîdemeke gelekî giran dît. Avayê hilşandî, k’ûç’ê neqîrkirî… Lê cî-cîna jî şeherlûya xwera avayê teze çê dikirin. Me zanibû, wekî wextêda Seddam Husêyn çi zulm anya serê vî şeherî, gava sala 1988-a ç’eka k’îmîayê daye xebatê, ku bûye qesasê serê bi hezara merya. Tê bêjî, ev zulm hindik bû, îslamîsta jî zulmeke teze serda zêde kirin.

         Em bûne mêvanê komêndantê şeher. Ew gênêral bû, zilamekî bejnbilindî bedew bû. Serake fireda, li k’u merivê şehere navûdeng berev bûbûn, me hevra qse kir. Gênêral û cîgira wî, ku qîzeke bi xeberdanê serxwe bû, gotin, wekî êkstrêmîstêd “Cûnd el îslam”-ê vêderê qanûnê xwe testîq kiribûn, rêjîmeke mînanî rêjîma t’alîbê Afx’anîstanê dabûne sazkirinê: îzna mêra tunebû ser-sûretê xwe kur’kin, jin gotî bi çarşev bûna, qîz gotî hîn nebûna. Îzna jina tunebû bixebityana. Gele wext h’al ha bû, îslamîsta t’u k’arek nekirin bona şênkirina navçê, xênji çêkirina meçîtekê-duda. Binelya bona ji vî halê xweyî giran derên, çend cara berbir’î katibê sereke yê Yekîtya Nîştîmanî Kurdistan Celal Telebanî bûbûn. Telebanî çend cara gazî serkarê îslamîsta kiribû, wekî t’erka wê zulmê bidin û bên tevayî herêma azabûyî şênkin. Lê ewana ev yek qebûl nekiribûn û k’arê xweyî qirêj pêşda dibirin. Nêzîkî Helebcê gundekî kakaya heye. Ewana ne surmanin, ne êzdîne, ne jî e’lewîne, Şems dih’ebînin, diçine meçîta, şêx û p’îrê wan hene. Şêxê wanî sereke K’êrmanşahêda rûdinê. Ewana jî mînanî êzdya 3 roja rojîya digrin, zimanê wan goranîya kevne. Îslamîsta binelîê wî gundî mecbûr kirin, wekî musulmanîê qebûlkin, yanê na xerc bidin. Binelîê wî gundî hatibûne Sulêymanîê û ji hukumeta herêmê hîvî kiribûn, ku wana ji zulma îslamîsta azakin.

         23-ê sêntyabrê sala 2001-ê YNK ûltîmatûm da serk’arya îslamîsta, wekî ji navçê derên. Ewana ev ûltîmatûm qebûl nekirin, hela serda zulmeke giran kirin. Îslamîsta êrîşî ser gundê Haylî Hamadê kirin, serê 25 pêşmergê YNK jêkirin. Evê zulmê k’êr gîhande hestu. Pêşmergê YNK êrîş birine ser wan, nîvê wan qirkirin, nîvî jî revîne ç’ya, p’areke serk’arya wan dîl girtin, bi çapeke mezin ç’ek û cebirxane hildan. Bi saya vê opêrasîaê navçe û şeherda qeyde-qanûn hatine testîqkirinê, binelya ev yek bi şabûn qebûl kirin. Mer’a gotin, wekî pêr’a-pêr’a paşî azakirina şeher û navçê hukumeta herêmê Helebcêda civata xwe derbaz kirye, pirsêd daseknandina şeher û wargêd dor-ber e’ne’ne kirye, spartinêd konkrêt daye her wezîretekê.

         Gava em diçûne bal wekîlê YNK li Helebcê, me k’ûç’ada gele pêşmerge, leşker dîtin. Raste, dik’an vekirî bûn, k’ûç’ada cimet gelek bû, lê tê bêjî bîna xûna r’êtî dihat. Me îdara wekîlê YNK li Helebcê bi bratî qse kir. Gava hatin, mer’a gotin, ku pêşmerge dixwezin t’ev me nan bixwin, me ev yek xwera hurmeteke mezin hesab kir. Me nanê pêşmerga xwar, ku mer’a mînanî t’iberkê bû.

         Me bi bratî xatrê xwe ji serkarya şeher û pêşmergêd meye qehreman xwest û bi wê gumanê vegeryane Sulêymanîê, wekî pêşeroja gelê me, welatê me wê geşbe, çimkî xweykir û pêşîk’arê meye blyan hene.

         Em rastî pênc wezîrêd hukumeta herêmê hatin. Serekwezîr Barhem Salêh wêderê nîbû, çûbû Amêrîkaê. Cîgirê wî, wezîrê fînansa Adnan Mûftî bi dil û can em qebûlkirin, derheqa rewşa herêmêye aborî û çandîda gilî kir, derheqa kurdêd Ermenîstanê û rewşa wanda pirsî.

         Nava teşkîla hukumetêda wezîrê p’arastina mafê mirov heye, serk’arîê wê dike Saleh’ Reşîd. Ewî got, wekî rûê “Anfal”-êda 182 hezar binelîêd herêma Kurdistanê bê ser-berat’e unda bûne. Wezîret k’arekî mezin dike bona e’yankirina yazya wan, p’arastina mafê mirov, hazirkirina derbazkirina h’esabkirina binelya. Ev wezîret hatye sazkirinê bona praktîkaêda mîaserkirina prînsîpêd dêmokratîê. Ew mîsîa xwe diqedîne bêy h’esabhildana dîn, miletîê.

         Gerekê bê gotinê, wekî kadrêd herêmê gelekî serxwene, xweyê kûltûra bilindin, xwendina xwe hîmlî Avropaêda stendine, her yek çend zimana zane. Ewana gelekî welatparêzin. Ji wezîra hineka jin, zar’ê xwe Avropaêda hîştine, hatine qulixî welatê xwe, cimeta xwe dikin.

         Hertim nava hukumeta herêmêda kadrê êzdî hebûne. Hukumeta berî vêda E’dûlê êzdî wezîr bû. Nha dewsa wî êzdîkî mayîn – Cemîl wezîre.

         Paşî rasthatina t’evî Telebanî, wextê qse Cemîl mer’a got, wekî hûn zanin çira Celal Telebanî hûn usa baş qebûl kirine? Çimkî hûn kurdê Ermenîstanêne û kurdê êzdîne. Celal Telebanî t’imê xemxurya baş nîşan dide berbi êzdya. Sulêymanîêda çend malê êzdya hene û ewana hert’im xemxurya dîwanê hindava xweda tex’mîn dikin.

         Rojekê yekî mer’a t’êlê xist û bi ermenî got, wekî ermenîye, navê wî Sêvane, dixweze rastî me bê. Em peyayî jêrê bûn û me dît, wekî du camêrê yaşê xweda ort’e rûniştine. Me nasya xwe da hev. Ji wana yek Sêvan bû, yek jî hevalê wîyî kurd bû, ku neh’îkêda serokê polîsîaê bû. Sêvan mer’a got, wekî Sulêymanîêda her t’enê maleke ermenya heye, ew jî mala wane. Sêvan bîznêsa îç’kêva mijûl dibe, carekê-duda hatye Yêrêvanê. Ew naxwaze ji Sulêymanîê here, çimkî vêderê jêra başe, gişk qedrê wî digrin.

         K’atibê sereke yê Yekîtya Nîştîmanî Kurdistan Celal Telebanî du cara rêzîdênsîa xweye Dûk’anêda em bi bratî qebûl kirin. Ewî gelekî bi alavî derheqa kurdêd Ermenîstanêda xeberda, qîmetekî mezin da emekê wan.

         — Em çi jî bikin, nikarin bin emekê kurdê Ermenîstanê derên, — ewî got. – Hûn ezîzê mene, mêvanê minin, eva welatê we, axa weye, hûnin xweyî-xudanê vê axê.

         Mam Celal (herêmêda gişk usa jêra dibêjin) gelekî t’izbya h’iz dike û wexta em rastî wî hatin, deste t’izbîê darîne dirêj dêstda bûn. Kurmancîke baş zane. Merivekî beşerxweşî bi gilî-gotine.

         Ewî hukumekî nebînayî ser me hîşt û em hatine bawerkirinê, wekî bi serkarya serokê haye aqilbende dûrdîtî gelê me wê bigihîje armanca xweye dîrokî.

         Herêmêda xebateke mezin tê kirinê bona guhastina navê cîya. Navê gelek cîya guhastine, kirine navê kurdî. Ev prosês gumreh’ pêşda diçe.

         Mer’a gotin, wekî Dûk’an bajarekî biç’ûke. Ew nepenîêdane, ser t’ulmaye. Rya, ku diçe şeher, ç’ivaneye. Azad Cndîyanî, ku wexta rasthatina t’evî C. Telebanî rêberya me dikir, got, wekî mala kurxatîê wî, ku welîê şeherekî mayîne, viraye, rind dibe em serîkî lêxin. Em çûne mala wî. Nav baxçê wîda em ser k’ursîa rûniştin. Hêşnayê şîn dikir, dora me bax’ bûn. Mer’a gotin, wekî ew bax’ê fêkyane, ji t’ûtê reş girtî hetanî p’irteqala. Mer’a qawe û çeqilmasta sar anîn, ji dara pêşber p’irteqal jêkirin, anîn, ker kirin, danîne ber me. (Em kîderê diqesidîn, berî her tiştî çay yan jî qawe û fîncanek ava sar dadanîn ber me). Dûk’anêda hetanî banan jî digihîjin. Rastîê, Dûk’an ç’ikilekî cinetêye li rû-barê dinyaê.

         29-ê oktyabrê bi rêberya Cewahir Kurmanc û Movafeq Ahmed me berê xwe da herêma Hewlêrê.

 

 * * *

 

         Sulêymanî êpêceyî ji Hewlêrê dûre. Rê nava deşta û ç’yara derbaz dibe, gelek cîya ç’ivane dide. Gava em gihîştine hêşîê, deşteke gelekî fire ber me vebû. Ew deşta Hewlêrê bû. Nava kilamê meda jî tê gotine: “Deşta Hewlêrê deşteke dûze…”

         Şeherê K’oy Sancaqê wê deştêdane. Me zanibû, wekî vî şeherîda gelek merivê miletê meye navdar hatine cihanê. Ji wana yek jî şayîrê meyî sedsalya 19-î navûdeng Qadir K’oye, heykelê kîjanîyî bilind merkeza şeherda danîne.

         Gava em gihîştine ser sînorê herdu herêma, avtomaşîna barzanya îdî hîvya me bû. Me we’delî xatirê xwe ji rêberê xweye Sulêymanîê xwest, ketine avtomaşînê û me berê xwe da Hewlêrê. Em hevdura bûne nas. Rêberê me Wirya Ce’f  bû. Ce’f  navê e’şîreke meye mezine, ku Kêrkûkê û dor-berê wê dimîne.

         Wirya ji wê e’şîrêye. Zilamekî xwendîye, çend sala radîostansîa “Dengê Amêrîka”-ê p’ara kurdîda k’ar kirye, vegeryaye welatê xwe û qulixî gelê xwe dike. Ew merivekî usane, ku qîmetê we’dê zane. Gava digot ezê filan sehetê bêm, rast we’dê k’ivşkirîda dihat. Navê avtoajo Emîr bû, xortekî cahilî tezezewicî bû.

         Me got, wekî Wirya Ce’f ji Kêrkûkêye. Kêrkûk bûye pzka ser zimanê hemû kurdê Kurdistana aza. “Kêrkûk dilê Kurdistanêye, — her dera mer’a digotin. – Tu nikarî Kurdistanê bêy Kêrkûkê tex’mînkî. Badilhewa nîbû, wekî Mistefa Barzanîê nemir ew avtonomîa nivîşkan hesab kir, ku Bex’dadê bêy Kêrkûkê raberî kurda dikir. Hema bona Kêrkûkê jî ewqas xûn hate rêtinê”.

         R’êva Wirya ji me pirsî:

         — Hûn dixwezin herin kîderê? Hewlêrê yanê Saleh’-êd-dînê?

         Me got, wekî em dixwezin pêşîê herin Saleh’-êd-dînê.

         Saleh’-êd-dîn şeherekî biç’ûke, nêzîkî Hewlêrêye û cîkî bilindcîye. Me zanibû, wekî berê dewlemendê Îraqê havînê hêsabûna xwe vêderê derbaz dikirin. Rastîê jî, ew zozane û şeherekî bedewe. Mer’a eyan bû, wekî rêzîdênsîa serokê Partî Dêmokratî Kurdistan Mesûd Barzanî wêderêye.

         Avtomaşîna me ber avayîkî p’ir’qatê sekinî. Ew mêvanxane partîaê bû û em sê roja wêderê man. Hema wê roje, berîêvarê wekîlê partîaê mêvanxanêda hate dîtina me û bernema ger’a me hazir kir. Em pê hesyan, wekî serekwezîrê hukumeta herêmê Nêç’îrvan Barzanî Avropaêye, lê serokê Partî Dêmokratî Kurdistan Mesûd Barzanî li herêmê digere. Lema jî mer’a li hev nehat rastî wan bên.

         Wê rojê êvarê em çûne têlêstûdîa cî. Me xebatk’arê wêra bi bratî qse kir. Em pê hesyan, wekî xênji evê têlêstûdîaê usa jî têlêstûdîa e’zmanî heye, kîjan li Hewlêrêye. Paşê em wê têlêstûdîaê jî qesidîn, kîderê hevpeyvîna zêndî t’evî me derbaz kirin. Yê ku hevpeyvîn derbaz dikir, ze’f rind dîroka rojnema “Rya teze” zanibû, haj rewşa kurdê Ermenîstanê û çanda wan hebû.

         Rojtira mayîn em çûne Hewlêrê. Navê şeherî resmî Êrbîle, lê kurd jêra dibêjin Hewlêr. Ew p’ayt’extê Kurdistana Îraqêye û 350 kîlomêtrî fêza Bex’dadêye. Ew deşta ort’a ç’emê Zaba mezin û Zaba biç’ûkda p’erverdaye (kurd wan ç’emar’a dibêjin Zê).

         Hewlêr şeherekî cihanêyî herî qedîmîye. Nivîsara şûmêrada (Somêr) ew tê navkirinê Orbêlûm yanê Ûrbîlûm.

         Hewlêr bi rya hesin Bex’dadêr’a grêdaye, lê eva îdî 11 sala zêdetire ew r’ê k’ar nake.

         Şeher êpêceyî mezine. Reqema binelîêd wî ji 700 hezara zêdetire. Avayê parlamênta Kurdistanê, hukumeta herêmê, banka merkezîê û gelek îdarêd admînîstratîv şeherda k’ar dikin. Şeherekî gelekî bedewe, k’ûç’ê wê firene, herdu alya dik’anin, k’ir’înfrotaneke gumreh’ tê kirinê. Aqara şeher fireye, hîmlî avayê yekqat-duqatin, avayê p’ir’qat jî gelekin, ku hîmlî van salê axrîê hatine çêkirinê. Şeherda avtomaşîne p’ir’in, dur’yanda dewsa polîsa sêmafor çûyîn-hatinê qeyde dikin.

         Xemla şehere sereke kela wêye. Ew şeş hezar sal berê hatye çêkirinê û bêy zyank’etina mezin gihîştye rojê me. Dîwarê wê pê agûr’ê tenik danîne. Mer’a gotin, wekî wextêda dewlemendê şeher navenda kelêda mane, paşê derketine, çûne, xwera avayê teze çêkirine. Nha binelîê şehere sade vêderê dimînin. Wexta em nava kelê digeryan, e’wte-e’wta kelba bû, dîka dikire gazî.

         Kela Hewlêrê çawa heykelekî qedîmî ji alîê YÛNÊSKO-êda tê p’arastinê.

         Avtomaşîna me k’ûç’eke şehere serekeda sekinî. Mer’a gotin, wekî çend meha pêşda têrorîsta hema ser vê k’ûç’ê şuxulk’arekî Partî Dêmokratî Kurdistanî eyan, welîê şeherê Hewlêrê Fransoa Herîrî kuştine.

         Pêşîê em çûne wezîreta hukumeta herêmêye çandê. Wezîr Mehmûd Mehmed, xebatkarê wezîretêye cabdar odeke mezinda em qebûl kirin. Wezîr em bi bratî slav kirin, derheqa k’arê wezîretêda gilî kir. Hate k’ivşê, wekî wezîret herêmêda çi k’arekî mezin dike bona bilindkirina dereca kûltûra cimetê, pêşdabirina çanda kurda, çapkirina pirtûka, teşkîlkirina êvarya, fêstîvala, sêmînara û yêd mayîn.

         Me zanibû, wekî hukumeta Nêç’îrvan Barzanîda wezîrek êzdîye. Lê, telebextra, mer’a li hev nehat wî bibînin. Parlamênta Kurdistanêda çend dêpûtatê asorî û tirkman hene. Wekîlê wan cimeta usa jî organê dîwanêye mayînda k’ar dikin, dibistanê wan hene. Eva jî şe’detîke wê dêmokratîaêye, ku herdu herêmada heye.

         Em rêdaksîa du rojnema qesidîn. Rojnema “Brayetî” ya hukumeta herêmêye, lê “Xebat” ya partîaêye. “Brayetî” rojnema herr’ojeye û ji 6-ê gulanê sala 1967-a çap dibe. Dîrêktorê wê Cewar Hamîk Selîme, ku berê sedrê parlamêntê bû. Rêdaktorê sereke Arîan Fereceye. Rojnema “Xebat” ya herr’ojeye. Dîrêktorê wê Elî E’bduleye, rêdaktorê sereke R’zgar Nûrî Şawîse.

         Herdu rêdaksîaêda fikir hatine p’evguhastinê derheqa hevrak’arkirinêda. Xwestin hate elamkirinê, wekî lazime qnyata, fotoşikla, rûpêla p’evbiguhêzin, mecalê întêrnêtê dha bi k’ardarî bidne xebatê, çûyîn-hatin dha gelek be.

         Rêdaktorê zankoa Hewlêrêye ser navê Saleh’-êd-dîn Se’e’dî Barzincîye, merivekî maqûl, xweyê kûltûra bilinde. Ew doktorê ulmê yûrîstîêye, profêsore, dîsêrtasîa zankoa Sorbonêda xwey kirye. Hela wextêda bi pêşdanîna Mistefa Barzanîê nemir ew bûye wezîrê hukumeta Îraqê. Lê gava heleqetîê kurda û hukumeta Îraqê xirab bûne, ewî dest ji qulixa wezîr k’işandye û çûye gihîştye gelê xwe.

         Oda xweye xebatêda ewî em qebûl kirin û derheqa zankoêda mer’a gilî kir. Ewî gor, wekî zanko sala 1982-a ji Sulêymanîê cîguhastî Hewlêrê kirine. Çawa zankoa Sulêymanîêda, usa jî ya vêderêda, hînbûn bi du zimana – kurdî û înglîsî – tê derbazkirinê. Zankoêda 12 fakûltêt (wêderê wanra dibêjim k’olec) hene, li k’u 8 hezara zêdetir xwendkar hîn dibin, bi seda dersbêj dersa didin. Ala her fakûltêtekê heye. Zankoa Hewlêrê jî mînanî zankoa Sulêymanîê şehereke nava şeherda, li k’u hemû mecal hatine efrandinê bona hînbûn û hêsabûnê, usa jî xebata ulm-lêgerînê. Çapxane, stadîon, sera konfêransa, klûba xwendkara, kitêbxana zankoê hene. Kitêbxana k’olêca doxtrîê ya here dewlemende.

         Doktor Merûf Xeznedar, ku aspîrantê Qanatê Kurdo bûye, pê hesya bû, wekî em li Hewlêrêne, û em teglîfkirin mala xwe. Em kitêbxana wîda rûniştin û me qse kir. Kitêbxana wî gelekî dewlemende, weke kitêbxaneke dewleteke serbeste. Wêderê usa jî p’arek ya wan kitêbê kurdî bûn, ku Ermenîstanêda çap bûne û me wêderê çend hejmarêd “Rya teze”-ye salêd 60-î dît.

         Merûf Xeznedar dersbêjekî zankoa Hewlêrêye.

         Serokê navenda ser navê Şerefxan Bîtlîsî – Ferhad em bi dil qebûl kirin. Navendêda p’ara hînkirina kompyûtêra, kitêbxane, qawexane, p’ara lîstika û yêd mayîn hene. Me wêderê faksîmîlêa hejmara rojnema “Kurdistan”-e pêşin dît. Ferhad p’êşekzanê zimanê fransîye. Hetanî çend sala pêşda ewî him zankoa Sulêymanîêda, him jî ya Hewlêrêda dersê zimanê fransî dida. Nha ew t’enê zankoa Hewlêrêda dersê dide.

         Cîgirê welîê Hewlêrê, serokê Yekîtya nivîskarê şeher Mêhdî Xoşnav merivekî xeberxweşe. Ewî gilî dikir, wekî çi k’ar tê kirinê bona çapkirina efrandinê efrandarê kurd. Ewî got, wekî efrandar gelekin, lê ne hemûşkin, ku endamê yekîtya wanin. Salê bi deha nav kitêbê şayîr û nivîskara, gele efrandinê tercmekirî tên çapkirinê. Derbazkirina êvarîê efrandarîê, pirs û caba, temaşegehê kitêba û yêd mayîn bûne tradîsîa.

         Paşê Mêhdî Xoşnav da pêşya me û em birne cem welîê şeher Ek’ram Mentêk. Ew camêrekî bi xeberdane, rind haj dîroka şeher û rewşa wîye îroyîn heye. Ewî got, wekî şeherda xebata çêkirinêye mezin tê kirinê, lê sert’acê wê xebatê seyrangbax’ê şehere. Oda welîda şiklê hemû welîê şehere berê dîwêr xistibûn. Welîê dawîê Fransoa Herîrî bû.

         Welî mer’a got, wekî dha rind dibe em herin bi ç’evê xwe seyrangbax’ê şehere teze bibînin, çêkirina kîjanê hela kuta nebûye. Mêhdî Xoşnav pê avtomaşîna xwe da pêşya me û em birne wî seyrangbax’î. Rastî jî, seyrangbax’ekî usane, t’aê kîjanê Rohilata nêzîk û navînda tune. Ew çendik-çend hêktare, ser çêkirina wî bi mîlîona dolar hatye û tê xerckirinê. Seyrangbax’da wê hemû mecal hebin bona hêsabûna binelîê şeher û mijûlbûna zar’a.

         Wêderê heykelê şayîrê erebî navûdeng, pismamê kurdayî mezin Mehmûd Mehdî El-Cewahîrî danîne (heykelê wî usa jî Sulêymanîêda heye). Ser selê ber heykel ew şiêr bi k’olandî nivîsîne, ku ewî pêşkêşî Mistefa Barzanîê nemir kirye.

         Eyane, wekî ewî k’olozê kurda dida serê xwe û ser wî k’olozî xebera “Kurdistan” hûnandibûn.

         Cîye bidne k’ivşê, wekî cimeta me cimeteke şêkirdare û qedrê wan meriva digre, kîjan dostê wêne. Heykelê ewî şayîrê ereb, meydana ser navê Qedefî û heykelêd mayîn şe’detya wê yekê didin.

         T’faqa rojnemevanaye p’êşekvanîêda mer’a gotin, wekî çi k’ar tê kirinê bona p’arastina mafê jûrnalîsta.

         Raste, em neçûne gundê êzdya, lê em pê hesyan, wekî dibistanê wan gundada usa jî dersê dînê êzdya derbaz dikin. Dîwana herêmê guhdarya mexsûs danye ser êzdya, bi xemxurî berbir’î wan dibe.

         Telebextra, rûê tunebûna we’deda em nikaribûn biçûna Dihokê. Lê me zanibû, wekî Dihokêda navenda dînê êzdya heye. Ew kovara “Lalişa Nûranî”, pirtûkê derheqa dînê êzdyada çap dike, vîdêokasêta berdide, gelek mecalêd hewaskare mayîn derbaz dike. Navend k’arekî mezin dike bona p’arastina dînê êzdya.

         31-ê oktyabrê sibê zû me berê xwe da Lalişê.

         Laliş êpêceyî ji Hewlêrê dûre. Gava 10 km mabû em bighîştana Mûsilê, r’ê ji magîstrala sereke başqe bû û nava ç’yar’a derbaz bû. R’ê gelekî baş bû. Hukumeta herêma Hewlêrê ew r’ê teze çêkiribû.

         Laliş gêlîdane û dorê mêşeye. Gava em gihîştine Lalişê, ev xeberê kilameke me ketine bîra min: “Gelîê Lalişê gelîkî k’ûre…”. Lê rastîê k’ûr nîbû. Wexta em gihîştine Lalişa Nûranî, baraneke hûr dibarî. Wira t’enê malek heye. Ewî jî mala qulixçîê ber zyaretê – mala feqîr Xêyrîye. Hukumeta herêma Hewlêrê ne t’enê rya Lalişê tezekirye, lê usa jî her meh aylixê dide qulixçîê ber zyaretê. Feqîr da pêşya me, em birne dîwana Şîxadî. Me solê xwe êxistin û çarmêrkî ser xalîçê ber dîwêr rûniştin. Ewî ji me pirsî, wekî şêx, p’îr, merebîê me k’îne. Paşê ewî got xwe p’êxaskin. Me usa jî kir. Rastîê, ez ditirsyam, wekî ezê nexweşk’evim, çimkî e’rdî şil bû û payîza dereng bû. Lê min qet sur’-serma tex’mîn nekir. Feqîr da pêşya me, em birne hundurê zyaretê Dara Miraza, Stûna Miraza, Bizirxana Şerfedîn, k’inc-r’ih’alê Şîxadî, Derê Îsêbîa û yêd mayîn nîşanî me da. Em dergekî t’ebîyetîyî tengr’a derbaz bûn, gihîştine Kanya Zimzim. Me ava wê vexar, feqîr ava wê ser serê meda kir, due’a me kir û t’iberk’ da me.

         Gava em ji zyaretê derketin, me dengekî mînanî qibe-qiba kewa bihîst. Ew dengê kulfetê êzdya bû, ku hatibûn ber zyaretê. Me dît çend mêra û zar’a pez dabûne pêşya xwe, jina dabûne pey wan, dihatin. Ewana zyaretvan bûn, hatibûn qurbanê bidin. Yazix, we’dê me tunebû wextê dayîna qurbanê hazirbin.

         Me xatirê xwe ji feqîr xwest û vegeryane Hewlêrê. Ji wêderê em careke mayîn vegeryane Sulêymanîê.

         Me Kurdistana azada çi dît?

         Berî her tiştî me cimeteke aza, serbilind, xweguman dît. Ji merivê cêrgevan girtî hetanî serkara ser wê fikrê bûn, wekî we’de û rêjîma berê wê t’u cara venagerin. Di qewlê h’esara dubareda, tunebûna rêsûrsa kurd gavê pêşdaçûyînêye mezin dikin. Xebata çêkirin û şênkirinêye mezin tê kirinê.

         Kurdistana aza mînanî adekêye nava be’ra rêjîmê rêaksîonda. Û tu e’cêbmayî dimînî, wekî wan qewlada, wê adêda dêmokratîa çiqas fire heye. Hemû partîaê sîyasî aza k’ar dikin. Rojneme û kovarê çend partîa hene. Ew usa jî xweyê kanalê têlêvîzîonê û p’êlê radîoêne. Ji wan partîa hinek nava opozîsîa berk’danin, lê hukumet t’u hasêgeha bona wan çê nake.

         Hinek welatêd pêşdaçûyîda wezîreta p’arastina mafê mêriv tune. Lê Kurdistanêda ew wezîret heye û k’arê kêrhatî dike.

         Wêderê qedrê xebera aza digrin. T’u sênzûrek tune. Prêsa aza alîkarya madî ji hukumetê distîne.

         Me jina kurde aza dît. Ew bi aktîvî t’evî emrê mexlûqetîê, kûltûrîê dibe.

         Me wetenh’izî, xerîbdostîke dostya cimetaye mezin dît.

         Wêderê kadrê bi klasîfîkasîa bilind k’ar dikin. Ewana ne t’enê p’êşekzanê başin, lê usa jî xweyê kûltûra bilind û wetenh’izîê mezinin. Serkarê çend îdara jin-zar’ê xwe welatê Avropaêda hîştine, hatine bona welatê xwe k’ar dikin.

         Lazime bê k’ivşkirinê, wekî Kurdistana azada emekê kurdê Ermenîstanê bilind qîmet dikin û her dera em qebûl dikirin çawa brêd xweye ezîz.

         Hetanî ez sax bim, ez t’u cara nikarim wan roja bîr bikim, ku min Kurdistana azada derbaz kirin. Min t’irê ew xewneke xweş bû û min dixwest ew xewn qe k’uta nebe.

         Dawîêda dixwezim razîbûnê bidme Şoriş Seh’îd bona teşkîlkirina çûyîna me, usa jî Se’e’dî Ahmed P’îr, Cewahir Kurmanc, Movafeq Ahmed, Ferhad E’bduleh, Wirya Ce’f, Emîr û hevalêd mayîn bona wê yekê, wekî wana her tişt kir seba seredana me dha hewaskar û baş derbazbe.

 

Yêrêvan-Sulêymanî-Hewlêr-Yêrêvan.

 

“Rya teze”, yanvar-fêvral, s. 2002

ULMDAR Û REWŞENBÎRÊ BI HERFA MEZIN (2001)

 

 

ULMDAR  Û  REWŞENBÎRÊ  BI  HERFA  MEZIN

 (BONA  70-SALYA  BÛYÎNA  ŞEKROÊ  XUDO)

 

 

         Nava çend dehsalîê axirîêda welatê Şêwrêyî berêda k’omeke kurdzan-dîrokzanaye usa pêşda hat, kîjana nava xebatê xweda ulmîda gelek pirsêd dîroka meye lênihêrandî azrû kirin, xebateke hêle kirin bona lênihêrandina dîroka kurdaye dewrana nha. Êpêce xebat hate kirinê bona bi ûrisî tercmekirin û neşirkirina serkanîêd dîroka meye sedsalîêd navîn. Îlahî guhdarîke mezin hate danînê ser bi ulmî analîzkirina şerkarya gelê meye miletîê-azadarîê. Vê derecêda dêmekî gelekî geş Şekroê Xudoye, 70-salya bûyîna kîjanî çend meha pêşda temam bû (telebextra, wî çaxî rojnema me dernediket, lema jî me nikaribû ewê hobêlyanê bidne k’ivşê).

         Şekroê Xudo maleke usada bûye û mezin bûye, ku ne tenê nava olk’a meye Ermenîstanêda, lê usa jî ji hidûdê wê der naskirî û qedirgire. Apê Xudo û xatya Meyane heyşt zar’o mezin kirine û terbyet kirine. Ji wana hevta xwendina bilind stendine û bûne merivê miletê meye kêrhatî, Şekroê Xudo akadêmîke, lê brê wîyî biç’ûk Gêorgîê Xudo doktorê ulmê doxtirîêye, profêsore, pêşekzanê wezîreta RE sax’lemîxweykirinêyî serekeye. Ewledê wê malêye mayîn jî bûne k’arker û kêrhatîê miletê xwe.

         Şekroê Xudo sala 1930-î gundê Elegezê (marza Aragasotnê) hatye dinyaê. Paşî kutakirina mekteba gunde navîn ew fakûltêta dîrokê ya înstîtûta Ermenîstanêye pêdagogîêye ser navê X. Abovyanda tê qebûlkirinê û bi açixîke mezin wê kuta dike. Salekê mekteba gundê xweye navînda dersdarîê dike. Paşê tê Yêrêvanê rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da derbazî ser xebatê dibe, sifte çawa serwêrê p’arê, paşê çawa katibê cabdar, dewsgirtîê rêdaktor. Destpêka salêd 60-da Şekroê Xudo derbazî ser xebata ulmî dibe, înstîtûta rohilatzanîê ya akadêmîa Ermenîstanêye ulmada k’ar dike çawa kurdzan. Zûtirekê ew dîsêrtasîa kandîdatîê xweyî dike û dereca kandîdatê ulmê dîrokê distîne. Çend sala şûnda ew bi açixîke mezin usa jî dîsêrtasîa doktorîê xweyî dike.

         Cîye bê k’ivşkirinê, wekî goveka lêgerînêd Şekroê Xudoye ulmî hîmlî dîroka Kurdistana Îraqêye nuhe. Hetanî nha wî gelek monografîaêd giranbaha nivîsîne derheqa wê dîrokêda.

         Xebatêd wîye “Şerkarya kurdaye miletîê-azadarîê Îraqêda paşî şerê cihanêyî duda” (s.1965-a), “Problêma avtonomîa kurdaye miletîê Rêspûblîka Îraqêda” (s. 1977-a), “Pirsa kurdaye miletîê we’dê tezeda” (s. 1991-ê) û yêd mayîn xebereke teze bûn nava kurdzanîêda û layîqî qîmetkirina pêşekzanaye bilind bûn. Wan xebatada pirsêd şerkarya cimeta kurd Rêspûblîka Îraqêda têne lênihêrandinê. Ser hîmê lîtêratûra û serkanîêd p’ir’ziman ulmdar bi komplêks û p’ir’planî hemû derecêd problêma avtonomîa kurda Îraqêda azrû dike. Ew guhdarîke mexsûs dide ser pirsêd lênihêrandinêye usaye ferz, çawa êtapêd pêşdaçûyîna şerkarya bona avtonomîaêye, qewatêd wêye h’ejokin, t’e’bîgirtina partîa û k’omêd polîtîkîêye başqe-başqeye berbi şerkarya cimeta kurda, aspêktêd problêmêye  ortemiletîêye û pêrspêktîvêd mîaserkirina programêd avtonomîa kurdaye.

         Ew xebatê wî bi zimanê ûrisî û ermenî Moskvaê û usa jî Yêrêvanêda hatine çapkirinê û layîqî qîmetkirina serokêd partîaêd kurdaye polîtîkîê bûne. Çend xebatê wîye derheqa şerkarya kurdê Îraqêda usa jî welatêd mayînda çawa bi zimanê kurdî, usa jî erebî hatine tercmekirinê û neşirkirinê.

         Bi hesabhildana emekê profêsor Şekroê Xudoye ulmî ew hatye bijartinê çawa akadêmîkê akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîê. Şekroê Xudo ji ulmdarêd Ermenîstanêye kurde pêşine, ku gihîştye wê derecê.

         Şekroê Xudo çend sala serkarîê p’ara kurdzanîê ya înstîtûta akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîêye rohilatzanîê kirye û alîkarîke mezin daye neşirkirina kitêbêd kurdzanîê, firekirina goveka lêgerîna.

         Ewî usa jî fakûltêta ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletêye rohilatzanîêda lêktorî kirye, dersê dîroka cimeta me û cimetêd Rohilata Nêzîk û Navîn daye.

         Eva çend sale Şekroê Xudo Moskvaêda kar dike. Ewî navenda lêkolînê kurdî teşkîl kirye û serkarîê lê dike. Ulmdar-kurdzanêd Ûrisêtê û çend welatêd mayîn tevî xebata vê navendê dibin. Rastîê jî navêndê hetanî nha k’arekî mezin kirye, gelek kitêbêd qîmetbilind bi zimanê ûrisî neşir kirye, çawa mesele “Dîroka Kurdistanê”-ye monûmêntale, almanaxa kurdîye, kitêbêd derheqa zimanzanîêdanin, “Kurdistana îroyîn”, berevoka anêkdotêd kurdaye û yêd mayîn. Ev xebatê navendê çawa ji alîê xwendevanê masaîda, usa jî pêşekzanada baş hatine qebûlkirinê. Şe’detî ew rêsênzîane, ku rojneme û kovarêd başqe-başqeda hatine çapkirinê.

         Gava sala 1992-a Yêrêvanêda Şêwra rewşenbîrê kurd hate teşkîlkirinê, ew bû sedrê serwêrtya wêyî pêşin.

         Konfêransa hîmdarda, ku sera Mala artîstda (nha baylozxana Fransîaê) derbaz bû, bi rewşenbîrêd kurd û ermenî k’imk’imî bû, şayîra ermenîye mezin Sîlva Kapûtîkyanê nava xeberdana xweda got, wekî wê gelekî şa û kubar bûya, eger rewşenbîrê ermenî jî karibûna rêxistineke ha teşkîlkin û konfêranseke ha derbazkin.

         Nivîskar Sêro Xanzadyan û şayîr Gêvorg Êmîn jî bi wî ruhî xeberdan. Konfêrans wî çaxî derbaz bû, gava miletfroşê me har bûbûn û her tişt p’êpes dikirin, her tişt kirin, wekî nehêlin konfêrans derbazbe. Lê ew bi serkarya Şekroê Xudo bi açixîke mezin derbaz bû û rêspûblîkaêda rêzonanseke mezin pêşda anî.

         Şekroê Xudo pêşewitîkî rojnema meye. Ewî jî alîê xweda her tişt kirye û nha jî dike bona rojneme emr bike. Bona hukumet alîkarîê bide rojnemê Şekroê Xudo derê gelek k’armendê dewletê k’utaye, de’w kirye alîkarîê bidne rojnemê. Her gava tê Yêrêvanê ew rêdaksîaê diqeside, bona çetinayê wê ber xwe dikeve, rastî qulixçîê dewletê tê, derheqa rewşa rojnemêda wana pê dide hesandinê. Eve berbirîbûna rewşenbîrê raste, yê ku difikire bona xweykirina ocaxêd miletê xweye kûltûrîê û çi ji destê wî tê dike bona alîkarîê bide wan. Em îdî nabêjin derheqa t’emî û şêwrê wîye xêrxwazîêda, ku nava xebata meye praktîkda ewqasî kêrî me tên.

         Em ji navê xwendevanê xwe, xebatkarê rêdaksîa rojnemê 70-salya akadêmîkê akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîê, doktorê ulmê dîrokê, profêsor, ewledê miletê meyî hêja, rewşenbîrê bi herfa mezin Şekroê Xudo bimbarek dikin, jêra açixîêd efrandarîêye hê mezin û emrê dirêj dixwezin boy gulvedan û pêşdaçûyîna kurdzanîê, kûltûra me bi tomerî hildayî.

 

“Rya teze”, mart, s. 2001

EWLEDÊ ŞÎRH’ELAL (2001)

 

 

EWLEDÊ  ŞÎRH’ELAL

 (BONA  65-SALYA  BÛYÎNA  K’EREM  R’EŞ)

 

 

         Yazya hinek ewledê cimeta me usa bûye, wekî mecala wan tunebûye qulixî lîtêratûra û kûltûra miletê xwe bikin. Ewana nava miletê mayînda nav û hurmeteke mezin qazanc kirine, emekekî mezin r’êtine bona pêşdabirina lîtêratûra û kûltûra wan mileta.

         Ewledekî miletê meyî usane K’erem R’eş (K’eremê Bek’ir), ku dêmekî lîtêratûra ûrisayî k’ivşe û emekekî mezin r’êtye bona pêşdabirina cûrekî sportê – şûrk’êşîê nava ûrisada.

         K’erem R’eş sala 1936-a gundê H’eqoda (neh’ya T’alînêye berê) ji dya xwe bûye. Zûtirekê mala wana k’oç dike, diçe neh’îke Gurcistanê, wêderê jî K’erem R’eş mekteba ûrisaye navîn k’uta dike, diçe Lênîngradê û fakûltêta ûnîvêrsîtêta cîye dewletêye rohilatzanîêda (p’ara farizî) tê qebûlkirin. Ew xwendk’arekî akadêmîk Hovsêp Orbêlîyî h’izkirî bû. Bi şêwr û alîk’arya H. Orbêlî K’erem R’eş tê Yêrêvanê, fakûltêta ûnîvêrsîtêtêye rohilatzanîêda we’dekî kurt dixûne, hînî zimanê ermenîyî kevn – grabar dive û careke mayîn vedigere Lênîngradê, fakûltêta rohilatzanîêda xwendina xwe pêşda dibe hetanî kûrsa 5-a, fikra xwe diguhêze û şuxulê xwe dide fakûltêta jûrnalîstîkaê.

         Paşî xwendinê ew diçe Novosîbîrskê û çend rojnemêda k’ar dike. Novosîbîrskêda ew  klûba şûrk’êşayê “Vîktorîa” teşkîl dike. K’erem R’eş jî şûrk’êşe, kandîdatê hostatya sportêye, k’omêd ûnîvêrsîtêtêd Lênîngradê û Novosîbîrskêye şûrk’êşaye bijareda pêşda hatye. Ew dibe werzendçî û prêzîdêntê klûba “Vîktorîa”. Zûtirekê bi serk’arya wî k’om çawa T’faqa Şêwrêye berêda, usa jî welatêd derekeda, îlahî Fransîaêda, navekî mezin qazanc dike. Û badilhewa nîne, wekî prêzîdîntê Fransîaêyî wî çaxî Jorj Pompîdû gava tê T’faqa Şêwrê, mexsûs diçe Novosîbîrskê bona nasya xwe bide wê k’omê û serk’arê wê K’erem R’eş. Ew xudanê ssênarîa fîlma “D’Artanyan, Alyona û Sêryoga”-ye dokûmêntale, ku sala 1971-ê fêstîvala Mînskêda hêjayî hurmetnemê, lê sala 1973-a Rîgaêda hêjayî mêdala t’ûnc bûye.

         K’erem R’eş usa jî jûrnalîstekî p’ir’me’rîfete. Mqalêd wî kovarêd T’faqa Şêwrêye wî çaxîye usaye eyanda neşir bûne, çawa ku “Sêlskaya molodyoj”, “Znanîyê – sîla”, “Smêna”, “Têxnîka – molodyojî” û yêd mayîn bûne. K’erem R’eş usa jî televîzîona merkezîêda programeke cahilaye mexsûs derbaz dikir.

         Lê K’erem R’eş dha eyane çawa nivîskar. Hetanî nha çend kitêbêd wîye bedewetîê bi zimanê ûrisî ronayî dîtine û ji alîê xwendevana baş hatine qebûlkirinê. Bona kitêba xweye “Havîn li devtengê” ew hêjayî prêmîa lîtêratûrîêye ser navê N. Ostrovskî bûye. K’erem R’eş t’u cara e’slê xwe bîr nekirye, t’imê dide k’ivşê, wekî kurde û derheqa miletê xweda bi kubarî û pesn xeber dide. Ewî kitêba xweye “Havîn li devtengê” pêşkêşî dayka xwe Gozelê kirye. Vê kitêbêda ewî derheqa miletê xweda jî nivîsye, pesnê merivê wîye e’yan daye. K’erem R’eş bi dil û borcê ewledê şîrh’elal derheqa cimeta xweye dêda rast û heq dinivîse. Ew gelekî bi pesn derheqa Saleh’êdîn Eyûbîda dinivîse, dide k’ivşê, wekî ew h’izkirîê Valtêr Skot û Voltêr bûye. Voltêr ew datanî ser fêza Sêzar û Alêksandrê Makêdonîaê. Lêsîng “Natanê Aqilbend”-da nava wîda merivê paşwextîê, ew nîgar dît, yê ku wê dinyaê nep’akîê, te’rîê û fanatîzmê azake. Vê kitêbêda ew bi h’izkirneke mezin derheqa Bek’irê bavê xwe – ofîsêrê ordya ûrisayî sala 1919-a dinivîse, yê ku “bawer bû, wekî şemala bona kurda ji bakûr tê”.

         K’erem R’eş usa jî gelekî derheqa ordya ûrisa, rola wêda nivîsye (“Parad”, “Sîbîryakî dijî SS-a” û yêd mayîn). Îlahî ew mqalê wî gelekî qîmetlîne, ku kovara “Voênno-îstorîçêskî”-da neşir bûne. Bona berevoka oçêrkaye “Ordî û kûltûra” wezîrê Ûrisêtêyî xweykirinê ew bi qema ofîsêra rewa kirye. Seba wan efrandinê derheqa ordîêda ew layîqî navê kapîtanê dereca pêşin bûye.

         Xênji prêmîa ser navê Ostrovskî, ew usa jî layîqî prêmîaêd “Stalîngrad” û ser navê Platone lîtêratûrîê bûye.

         Nha ew k’atibê sewêrtya Yektîya nivîskarêd Ûrisêtêye.

         Çawa rojnema “Novîy Kurdistan” elam dike, 2-ê yanvara îsalin bona 65-salya bûyîna K’erem R’eş Moskvaêda mala Yektîya nivîskarê Ûrisêtêda êvarî hatye teşkîlkirinê.

         Êvarîêda nemê wezîrê Ûrisêtêyî xweykirinê, marşal Î. Sêrgêêv, dîrêktorê qulixkirina ser sînorê fêdêral, gênêral-polkovnîk K. Toskî, serekqumandarê leşkerê rakêtaye stratêgîê, gênêralê ordîê V. Yakovlêv, serekqumandarê  qewatê be’rêye eskerîê, admîralê flotê V. Kûroêdove slavkirinê hatine xwendinê. Serekqumandarê dêsantê eskerîê-hewaê, gênêral-polkovnîk G. Şpak û sereskerêd mayîn êvarîêda hazir bûne û hobêlyar silav kirine.

         Yektîya nivîskara prêmîa “Çêst îmêyû!” k’ivş kiribû, laûrêatê pêşin K’erem R’eş bû.

         Heqê cimeta kurd heye bi ewledêd xweye mînanî K’erem R’eşva kubarbe, yê ku bi k’ar û efrandinê xweva nav û dengê miletê me hê bilind dike. Em ji alîê xweda 65-salya K’erem R’eş, wî ewledê miletê meyî şîrh’elal bimbarek dikin û jêr’a açixîêd efrandinêye hê mezin dixwezin bo dha qewînkirina dostya ûrisa-kurda.

 

“Rya teze”, mart, s. 2001

MERÎ, BAJARVAN, REWŞENBÎR (1999)

 

 

MERÎ,  BAJARVAN,  REWŞENBÎR

(BONA  80-SALYA  BÛYÎNA  MÎROÊ  ESED)

 

 

         Ez bi h’izkirin derheqa hogirê xweyî xebatêyî mezin Mîroê Esedda dinivîsim. Weke 30 salî me t’evayî k’ar kirye, ew serk’arê min bûye. Min alîê wîda her tenê qencî, camêrtî dîtye. Ew çawa merî h’elal û qence, camêr û dilovane, xweyê kûltûra mezin û zanebûnêd k’ûre. K’ê ku ew nas kirye yanê t’evî wî xebitye, ser kûltûra wî, camêrtî, sadetya wî zendegirtî maye. Qur’etî, pozbilindî dûrî xeysetê wîne, çawa dibêjin, ew biç’ûkr’a biç’ûke, mezinar’a mezin.

         Raste, emrda gelek derbêd giran gihîştinê, lê t’u wexta gumanbir’î nebûye, qels nebûye, nava k’oma heval-hogirada t’imê beşerxweş, optîmîst bûye.

         Serhatya emrê Mîroê Esed dewlemende, ku h’îmlî nava xebata k’ardarda derbaz bûye. Ew sala 1919-a gundê Elegezêda (marza Aragasotnê) hatye dinê. Paşî kutakirina mekteba gund têxnîkûma kurdaye Pişkavkazêye pêdagogîêda (Yêrêvan) hatye qebûlkirinê, kîjan bi qîmetê ze’f baş kuta kirye. Ewî usa jî p’ara dûreke ya fîlîala înstîtûta yûrîstîêye h’emt’faqîêye Yêrêvanê kuta kirye.

         Mîroê Esed şuxulk’arya xweye xebatê ji sala 1937-da destpê kirye, gava mekteba Elegezêye otrêda xebitye sivte çawa dersdar, paşê çawa serwêrê p’ara xwendinê, dîrêktor. Ewî salekê (ew jî wextê Şerê Wetenîêyî mezin) serk’arî têatra kurdaye dewletê kirye. Bi serk’arya wî vê têatrê gelek spêktalêd teze nîşan dan, gelek cya gerya û her dera bi alavî hate qebûlkirinê. Ji wan pîêsa, ku têatrê nîşan dan, gelek Mîroê Esed tercmeyî kurdî kiribûn.

         Paşê derbazî ser xebata partîaê bûye: serwêrê p’ara komneh’ya Elegezêye partîaê, k’atibê komneh’ya Aparanêye partîaê. Mîroê Esed çend sala xebitye çawa dadxwazê neh’ya Elegezê, dadxwazê p’ara kontrolkirinê ya dadxwazya rêspûblîkaêye t’omerî, dadxwazê neh’ya Yêrêvanêye Kîrovê. Ji sala 1955-a hetanî sala 1989-a ew rêdaktorê rojnema “Rya teze” bû. T’faqa Şêwrêye berêda bawer bikî t’u yekî we’dekî ewqasî dirêj rêdaktorîa rojnemekê nekirye. Nava wan salada tîraja rojnemê, hurmet û hukumê wê gelekî zêde bûn. Ew ne ku t’enê rêdaktor bû, lê usa jî şîretk’ar û terbyetdarê kadrêd rêdaksîaêye cahil bû û emekê wî vê derecêda ji alîê şêkirdarada tê qîmetkirinê.

         Mîroê Esed bûye dêpûtatê Şêwra Ermenîstanêye t’ewrebilinde gazîkirinêd 7-11-a, dewsgirtîê sedrê Şêwra Ermenîstanêye t’ewrebilind (gazîkirinêd 8-11-a).

         Mîroê Esed usa jî xebatçîkî mexlûqetîêyî aktîve. Gelek sala bûye endemê organêd t’eşkîletêd mexlûqetîêye başqe-başqeye serk’arîkir (endemê komîtêa Şêwrêye t’faqdarya t’evî welatêd Asîaê û Afrîkaê, endemê sedirtya hevaltya rêspûblîkaêye “Zanebûn”, k’atibê T’faqa jûrnalîstêd Ermenîstanê û yêd mayîn). Bona xebata xweye p’ir’salaye emekdar bi ordênêd Beyraqa xebatêye sor, “Nîşana hurmetê”, 7 mêdala, 4 hurmetnemêd Sedirtya Şêwra Ermenîstanêye t’ewrebilind hatye rewakirinê. Ew usa jî layîqî navê şuxulk’arê Ermenîstanêyî kûltûrîêyî emekdarî hurmetlî bûye.

         K’arê xweda him çawa yûrîst, him çawa rêdaktor ew canfîdaye, gelekî berk’e him boma xwe, him bona hogira, lê her tişt di h’idûdê çapêda. Em, hogirêd wîye xebatê, gele tiştî ji wî hîn bûne û hertim wê yekê dişêkirînin.

         Em Mîroê Esedusa jî nas dikin û qîmet dikin çawa nivîskarê kurdî bi şuret. Romanok, serhatî, poêm, şiêrêd wî efrandinêd lîtêratûra kurdaye şêwrêye qîmetlîne. Ewî usa jî efrandinêd gelek şayîr û nivîskarêd ermenî tercmeyî kurdî kirine. Qaçaxê Miradr’a tevayî kitêba dersê zimanê kurdî bona k’omêd 7-8-a hazir kirye. Lazime bê k’ivşkirinê, wekî cem me cara ewlin vê kitêbêda emr û efrandinêd şayîrêd kurde klasîk bûne qnyatê hînbûnê.

         Berevoka efrandinêd Mîroê Esede pêşin bi navê “Sîsê” ronkayî dît sala 1961-ê, kîjanêda romanoka “Sîsê” û serhatya “Taê t’enê” hebûn. Qnyatê romanokê emrê gundê kurdayî kolxozîê bû. Romanoka “Sîsê” usa jî bûye radîokompozîsîa.

         Sala 1969-a berevoka wîye duda (“Ewledê weten”) ronkayî dît. Rexnekirina e’detê kevne xirabra tevayî şayîr guhdarîke mexsûs dide ser pirsêd emre aktûal.

         Berevoka wîye sisya – “H’esîna dil” sala 1973-a ronkayî dît. Vê berevokêda şiêrêd lîrîkîê cîkî mezin digrin, ku nyûansê ruhê merya, h’esîna dilê evîn dîhar dikin.

         Nava efrandinêd Mîroê Esedda têma dostya cimeta, îlahî ermenya û kurda cîkî sereke digre. Nava lîtêratûra kurdaye şêwrêda serhatya Mîroê Esede “Her tişt dikare biqewime” tiştekî berbiç’eve. Têma wê Şerê Wetenîêyî mezine, t’faqdarya cimetêd meye. Rasthatina H’esenê birîndar û Mamîkonê doxtr hukumekî mezin ser xwendevana dihêle. Ewana wextê xweda tevayî mekteba ermenyada hîn bûne, hevalê hev, dostê hev bûne.

         Efrandinêd Mîroê Esede vekirî him bi syûjêa xweye hewaskar, him dewlemendbûna zimên û nexş-nîgarêd bedewetîêva nava lîtêratûra kurdaye şêwrêda cîê xweyî layîq girtine.

         Poêzîa wî bi h’elalî û şibh’îbûna xweva şerk’arya dijî e’detê kevne zyandarva (“Serdar û Karê”) berbiç’eve. Şayîr bawere, wekî merî gotî hêçxem nîbe, çimkî hêçxemî kanya xirabîêye.

         Mîroê Esed kîderê xebitye, xwepêşkêşkirî, h’elalî û t’emiz xebitye, hertim prînsîpîal bûye û hîvîê nîbûye, wekî ew yekê bê qîmetkirinê. Xeysetê wî usane. Û bira ev xebera min bibe xebera şêkirdarîê bona wî merivî, ku rastîê hêjayî wê qîmetkirinêye.

 

“Rya teze”, 17-ê sêntyabrê s. 1999

NIVÎSKAR Û ŞUXULK’ARÊ KURDÎ MEXLÛQETÎÊYÎ E’YAN (1997)

 

 

NIVÎSKAR  Û  ŞUXULK’ARÊ 

KURDΠ MEXLÛQETÎÊYΠ E’YAN

(BONA  90-SALYA  BÛYÎNA  NADO  MAXMÛDOV)

 

Надо Махмудов-1         90-salya bûyîna nivîskar, t’arîxzan, şuxulk’arê mexlûqetîêyî kurdî eyan Nado Maxmûdov t’emam bû. Ew merî û şuxulk’arekî  h’izkirî bû çawa nava kurdada, usa jî nava ermenyada. Aha nivîskarê ermenîyî eyan Dêrênîk Dêmîrç’yan derheqa wê yekêda nava oçêrka xweye “Deşta Araratê”-da çi nivîsye: “Em mala Nado Maxmûdovda rûniştîne. Şayîrêd me Avêtîk Îsahakyan, Naîrî Zaryan û ez. Heval e’slê xweva kurde û nha komneh’ya Hoktêmbêryanêda k’atibê partîaêye…

         Neh’îêda gelek binelîêd kurd hene. Û, hilbet, ev nîne me’ne, wekî Nado borcdarîke usaye cabdar hildaye ser xwe – wê neh’ya p’ir’dewlemendda bixebite. Ew merivekî serxwe, canfîda û aqile, gişk – ermenî û kurd wî h’iz dikin.

         Nado ze’f rind zimanê ermenî zane, t’arîxa me zane, klasîkêd ermenî zane û h’iz dike, yêd teze jî ze’f rind zane.

         … Nado wetenp’erwarekî cimeta xweye kurdî mezine. Ew cimeta xwe h’iz dike, folklora wî zane, daxuliqandina wêye kûltûrîê dixwaze, bona her gaveke wêye pêşdaçûyînê guhdare.

         Nado bi nefsa xwe û xeysetê xweva mesela bratya cimetêd ermenî-kurde întêrnasîonale”.

         Nado Maxmûdov sala 1907-a gundê X’aranlûx’êda (neh’ya Martûnîê) mala şivênda hatye dinyaê. Mirina bavêye bêwext, xer’êka malêye giran Nadoê tifal mecbûr kirine 10 salîêda darê dûajo bigre xwe û pezê dewletîê gund biç’êrîne.

         Bîranîn-serhatya xweye “Dersdara mine r’em”-da ew bi h’izkirin û qedirgirtineke mezin derheqa dersdara xweye ermenîye pêşinda dinivîse, bal kîjanê çawa “guhdarê aza” hînî h’erfa dibe, gava t’evî wan dersa dibe, ku ewê dersdarê bi heq dida kurê dewletî. Paşwextîêda ewî fakûltêta t’arîxê ya ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê kuta kirye.

         N. Maxmûdov gund û neh’îêd kurdada xebata teşkîldarîê, terbyetdarîê û ronaykirinêye mezin kirye, cîyada alîkarî daye kurdêd xebatk’ar, hazirkirina kadrêd miletîê.

         N. Maxmûdov gelek wext organêd partîaêda xebitye (k’atibê komneh’îêd Aparanê û Hoktêmbêryanêye pêşin), sala 1939-a bûye komîsarê cimetîê yê malhebûna R’ŞS Ermenîstanêye komûnal, dewsgirtîê wezîrê rêspûblîkaêyî transportêyî pêşin. Gelek cara hatye bijartinê çawa dêpûtatê şêwrêd T’R’ŞS û R’ŞS Ermenîstanêye t’ewrebilind. Bona xebata mexlûqetîê-teşkîldarîêye erhede ew bi ordên û mêdalêd hukumetê hatye rewakirinê, layîqî navê şuxulk’arê R’ŞS Ermenîstanêyî kûltûraêyî emekdar bûye.

         Nado Maxmûdov sala 1991-ê çû rehmetê.

         Wan xebatara t’evayî N. Maxmûdov usa jî pirsêd t’arîxa cimeta kurdva mijûl bûye. Sala 1959-a Yêrêvanêda kitêba wîye t’arîxîêye gelekî qîmetlî “Cimeta kurd” bi zimanê ermenî ronkayî dît. Ew oçêrkeke t’arîxîêye derheqa rya cimeta meye derbazbûyîda – ji we’dê qedîmî girtî hetanî rojêd me. Lazime bidne k’ivşê, wekî ew T’faqa Şêwrêda berêda xebateke pêşine t’am bû derheqa t’arîxa cimeta me.

         Lê em berê ewlin Nado Maxmûdov nas dikin çawa nivîskarekî baş. Hela salêd 30-da oçêrk, serhatî, novêlêd wî kitêbêd zimanê kurdî, berevokêd efrandinêd nivîskarêd kurd, rojneme û kovarêd rêspûblîkaêda derketine. Ew t’imê usa jî bi mqalê pûblîsîstîê pêşda dihat, caba pirsêd we’deye aktûal dida.

         Berevokêd wîye “Serhatî”, “Dûajoê biç’ûk”, “Rasthatinêd nebîrkirî” û yêd mayîn, ku bi zimanê ermenî, kurdî û ûrisî neşir bûne, nava lîtêratûra kurdada xeberêd teze bûn. Serhatîêd van berevokada dostî û bratya cimetêd ermenî û kurd bi rengê rêalîstîê hatye nîşandayînê, zulm, e’lîwetîêd sosîalîê û moralîê hatine gunekarkirinê. Nado Maxmûdov yekî pêşin bû, ku bi h’izkirineke mexsûs derheqa serleşkerê ermenyayî mezin – Andranîkda nivîsî û ew nîşan da çawa pişgirtîê belengaza û k’etyayî eynsî (“Syarê hespê boz”, “Qsa sasûnsîê “dînik” û apê H’eso”).

         Serhatîêd wî berê ewlin bi wê yekêva berbiç’evin, wekî syûjêa wan hewaskare, psîxologîa nîgara rind hatye dîharkirinê, zimanê wî dewlemende. Nîgar yêd rêalîstîêne, rastin, bîra xwendevana dimînin. Xwendevan nasya xwe dide dêmêd usa, zar’otya kîjana giran bûye, gelek te’lî-tengasî dîtine û gihîştine rojê xweş, lê ew zulm bîr nekirine, ku, raste, derbaz bûye, lê dax’eke giran ser dilê wan hîştye (“Dûajoê biç’ûk” û yêd mayîn).

         R’e’m, mêrxasî, dostî, h’elalî, rastgotin – aha ew dêvîz, ku t’omerîne bona serhatîêd Nado Maxmûdov. Û ew gişk ji agirdizekê pêşda tên – h’izkirina berbi weten, berbi cimetê.

         Romanokêd “Ocaxêd vêsyayî dû kirin” û “Heyfhildan”-êda nîgarêd sereke û dudane ji hev naêne başqekirinê, dha rast hemû nîgar jî serekene û eva yeka destanîneke nivîskare ferze. Usane, gava nîgar bi xûn û qinête, zêndîye û ew nîgar – him apê H’eso, him Flît, him Xaço – merivê dîtîne, gelekî nasin. Mêrxasê Nado Maxmûdov ha têne nitirandinê, û serbilindîke nivîskare mayîn jî ewe, wekî mecal dikeve xwendevan fikra xweda şuxulk’arya nîgarêye him psîxologîê, him jî herr’oje pêşda bibe.

         Van herdu romanokada çawa meydana şuxulk’arîê cîkî usa hatye bijartinê, li k’u yazya merya mînanî heve, û serkanya wê yekê, wekî merivê başqe-başqene (hela ji miletêd başqe-başqene jî), bi xeyset, cûrê fikirmîşbûnêda jî başqe-başqene.

         Fikra lêgerîna meriv û merivayê herdu romanokada jî ya serekeye: her dera û wextê her cûre çetinaya û cêribandina meriv gotî ser bilindaya xwe bimîne. Înk’arkirina nemerivayê, tiştê nep’ak bawerbûna nivîskar berbi merivayê berk testîq dike.

         Ev herdu romanok nava yektya psîxologîêdanin û yek bona yekê dibe him destpêk, him jî dûmayî.

         Ew mîrata lîtêratûrîê, ulmî, ku Nado Maxmûdov pey xwe hîştye, p’areke kûltûra meye nebaşqekirîye.

 

“Rya teze”, 29-ê oktyabrê s. 1997

CINÊ NAV ME… (1994)

 

 

CINÊ  NAV  ME, 

YANÊ  POZÊ  XWE  NEKE  NAVA  ŞUXULÊ  OLK’A  ME

 

 

         Van axirya prêsa ermenya ser h’îmê înformasîa radîostansîa BÎ-BÎ-SÎ elam kir, wekî Şêwra Tûrkîaêye bêqezyabûna miletîê qrar qebûl kirye, anegorî kîjanê neh’îêd ç’yaê Araratê û T’endûrekê têne elamkirinê çawa zona halê şêr’e mexsûs. Anegorî wê qrarê, temamya binelya gotî ji wêderê herin, lê merivêd, ku bêy îzndayîna mexsûs ji wêderê neçin, bêne gullekirinê.

         Em bona vê yekê bi elametya mexsûs pêşda hatin, serecema kîjanê usa jî prêsa ermenyada neşir bû. Me ji navê olk’a Rêspûblîka Ermenîstanêye kurda ew polîtîka Tûrkîaêye merivxur gunekar kir û de’w kir pirsa kurda bi rya edilî, dêmokratîê safîkin.

         Berî tirka rojnema Partîa sosîal-dêmokrate hnçake Ermenîstanêye merkezîêye resmî “Hnçak Hayastanî” (9-ê îyûlê s. 1994-a) bi mqala “Tirkêd… nav meda…” caba vê elametya me da, ku bin rûbrîka “Bin nîşana pirsêda” (wê dha rast bûya “Bin nîşana dijminayêda”) neşir bûye. Çimkî mqale bê qole, em gotina xwe dibêjne h’îmdar û dîrêktorê rojnemêyî cabdar Êx’ya Naç’aryan. (Em bêjin “naç’ar” kurdîda “bêç’are”).

         Û aha: k’îne “tirkêd… nav meda”? Eyan dibe, wekî ew “rewşenbîrêd Ermenîstanêye “êzdîye” nîvxwendîne”, ku xwera dibêjin “kurdêd êzdî”. Berê ewlin derheqa vê xebera kurdêd êzdîda, ku ewqasî t’isqî ji alîê Naç’aryan û naç’aryan-ada bi nemamî hatye û tê xebtandinê. Em dixwezin bîr bînin, wekî ev gotin prêzîdêntê rêspûblîka me maqûlê p’ir’hurmet Lêvon Têr-Pêtrosyan jî daye xebatê, gava prês-konfêransa Moskvaêd çawa caba pirseke mqaledarekî gotye: “… Bal me kurdêd êzdî dimînin, heleqetîêd me tevî wan heleqetîêd dostîêne”. Û eva rastîye.

         Berê ewlin, me hertim elam kirye, wekî em kurdêd êzdîne. Mînanî Naç’aryan nava r’o-de’nekîda bawerbûnêd xwe naguhêzin. Gelek zanin, wekî hetanî nha Naç’aryan bûye endamê çend partîa û t’u k’efîltîk t’une, wekî sibê ewê dest ji vê partîaê jî nek’işîne.

         Ya duda, çi şuxulê wîye, wekî em xwe hesab dikin wek’îlê kîjan miletî? Çiye, dibe Naç’aryan bûye dadkirê dereca ortemiletîê û qrar dike, çika k’ê ji kîjan miletîye û hetanî nha t’u kes haj wê yekê t’une?

         Naç’aryan wan rewşenbîrêd meye kurd hesab dike “nîvxwendî”, ku bi gotina profêsor Parûyr Mûradyan, “… dinya ermenya e’se alîkarî daye teşkîlbûna xwefemdarya wane miletîê, bi heqî dimînin çawa xwey-xudanê problêmêd kurdaye h’emmiletîê” û ne t’enê T’faqa Şêwrêye berêda, lê usa jî welatêd derekeda eyanin.

         P’ak, em, rewşenbîrêd kurdêd êzdî, bona çi “layîqî” evê qîmetkirina Naç’aryane dijminayê bûne? Eyan dibe, wekî “Rêspûblîka Ermenîstanêda eşkere p’arêzgehêd cimeta ermenyaye miletîêye lapî nazik (bêy wê yekê jî ji alîê tirka û kurdada hatine şuhurandinê) têne p’êpeskirinê”. (Tex’mîn nakin, eva bange bona hesabê me bêne der?). Vêderê gotine: “Hop, bisekine!” Lê îzbatî? “Îzbatî” elametya meye, ku hejmarêd “Rya teze” (22-ê îyûnê) û “Botan”-êda (30-ê îyûnê) neşir bûye, kîjanêda giva “bona rewşenbîrêd “binelîêd Ermenîstanê” jî neh’îêd ç’yaê Araratê û T’endûrekê”… Kurdistanin”. Em careke mayîn jî elametîê dixûnin, lê… ay ter’a e’cêba reşe giran! Qe misqaleke wê fikrê jî wêderê t’une. Çawa cimeta me dibêje: “Ay ter’a şer’ê neşûştî!” Naç’aryan fikrêd xweye nexweş nîşan dide çawa fikrêd me bona banga bi sirê bike – seba hesabê me bêne der: “Em şikber nînin, wekî derecêd dîwanêye bilindda rind haj vê yekê hene, lê rûê qewlêd leşkerîê-polîtîkîê û sosîal-êkonomîkîêda, ku stûê rêspûblîka tezexuliqîva kirine, vê gava qanûnlîstika vî cûre “dêmokratîêr’a” dengê xwe nakin. Dêmek, em bawer dikin, wekî “dêmokratîa” ha we’delîye, ku raste-rast digihîne bêdîwantîê…”

         Gotina te çiye, Êx’ya Naç’aryan? Dilê teda çi heye? Mînanî mêra rast bêje, tewlebazya nede xwe. H’idûdê berzeqîê jî hene, îlahî, gava ew bi nivîsar derheqa olk’ê û rewşenbîrêd wêdane.

         Ew yek merya e’cêbmayî dihêle, wekî teşkîletêd dinyaêye extîyarîxweykir, Şêwra Avropaê, T’faqa Avropaê, hetanî şuxulvanêd tirke pêşverû jî zulma dîwana Tûrkîaê gunek’ar dikin, lê hîmdar û dîrêktorê cabdar yê “rojnema Partîa sosîal-dêmokrate Hnçake Ermenîstanêye merkezîêye resmî” bi mqaleke ewqasî je’r, dijminayê, kurdxur “caba” wê elametya me dide, kîjanêda ew zulm tê krîtîkkirinê. Çawa tê kivşê, ew zulma dîwana Tûrkîaê bi dilê wîye û hela eyan nîne, çika t’emba k’ê diqedîne.

         Dêmokratîa û azaya xeberê t’u wexta îznê nadin dijminayê bînin berbi cimetekê yanê p’areke wê. Vê yekêra girêdayî rêportajeke têlêvîzîona Moskvaê dik’eve bîra me. Wêda dihate kivşkirinê, wekî ŞAY-da wan meriva bi temamya qewata zakonê gunekar dikin, yê ku qe na weke misqalekê şanê yekî mayîne miletîê dikeve. Lê k’ê gotî Naç’aryan cezake, yê ku ne t’enê h’esînêd kurdêd Ermenîstanê miletîê bêhurmet dike, lê usa jî eşkere bi elametîke helandayînêva pêşda tê – ne kêm, ne zêde rewşenbîrêd kurd hesab dike çawa tirk. Femdarîye, eger Naç’aryan bawer bikin, wî çaxî Ermenîstanêda wê çawa berbir’î rewşenbîrêd kurd bibin, yêd ku p’aşla cimeta ermenî û întêlîgênsîa wêda mezin bûne, bi tradîsîaêd kûltûra cimeta ermenya hatine terbyetkirinê û hertim mêla ermenya girtine. Em t’enê dikarin tiştekî bêjin: ji me û Naç’aryan k’ê dha ermenh’ize û k’ar dike bona k’ara ermenya? Bira xwendevanê obyêktîv bêje.

         Em bawerin, wekî ermenîêd bra wê ne ku t’enê provokasîaêd Naç’aryan bawer nekin, lê usa jî wê wana berk’ gunek’ar bikin. K’ara herdu cimetêd meye miletîê wê yekê dixweze, ku ji yazya wane t’arîxîye t’omerî tê. Demokratîa eynsî ewê yekê dixweze.

         Êx’îanaç’arakanî “qewmandina” tezeye nava rêalîa ermenyada. Hetanî nha t’u rewşenbîrekî ermenî îzn nedaye xwe bi tisqîtî, dijminayîke ha derheqa cimeta me, rewşenbîrêd wêda xeberde. Em “P’yûnîk”-a wîye sosret bîr bînin, rûpêlêd kîjanê berzeqîêva t’ijî bûn derheqa cimeta me, rewşenbîrêd wêda. Qanûnêd maqûltîê îznê nadin wê berzeqîê, bêe’t’bîê bînin. Dibêjin, wekî sala 1990-î, gava Seddam H’usêyn kurdê welatê xwe hatibû xezebê û qira wan danî, Naç’aryan û çend demk’êşêd wî sifre vekirine û t’as hildane vexwerine salixya Seddam, wekî usa bêîsaf kurdê amût’am qir’ dike. Eve nîgara ewî merivîye moralîê.

         Ji vê mqalê bîneke mayîn jî tê. Nha, gava h’uceta nava olk’a meda bere-bere kêm dibe, t’abetî nakeve naç’aryan-a, her teherî dice’dînin ewê dîsa gur’kin. Tiştekî badilhewaye: em ewledê miletekîne û hatine bawerkirinê, çika k’ê k’êye û wan provokasîa bendî tiştekî hesab nakin. Ew h’uceta olk’a meye, Xwedê h’evînî, çî Naç’aryan wî şuxulî ketye?

         We’dê provokasîaêd ex’îanaç’arakanîê derbaz bûye. Qewlêd qewînbûna dewleta ermenîstanêye nhada, gava zakon e’mel dikin, naç’aryan-a îdî nikarin şuxulê xweye reş bikin – dutîretîê bikne nava olk’ê, ewê derxine dijî rewşenbîrêd wê, bêt’faqîê pêşda bînin, usa bikin, wekî p’arêd wê rabne rûê hev.

         Gelo alîê moralêda (bona Naç’aryan moral k’u hatye?) çiqasî maqûltîye, gava pozê xwe dike nava şuxulê olk’a meda. Û badilhewa nîne, wekî kovara “Sp’yûr’k’”, ku Bêyrûtêda neşir dibe, hejmara xweye noyabra sala 1992-da (N 11, rûpêl 17) dinivîse, wekî mîrê êzdya Me’wî (ew mîrê êzdya nîne), gava hatye Ermenîstanê, bûye mêvanê serk’arya Partîa sosîal-dêmokrate Hnçake Ermenîstanê, e’lam kirye, wekî “kur’ê wî wê virhada h’îmlî Rêspûblîka Ermenîstanêye serbestda bijî (?) û serk’arê hnçakê Ermenîstanê Êx’ya Naç’aryan resmî k’ivş dike çawa xwey-xudanê wî…”

         “Sp’yûr’k’” bimbarekkirinêd xweye alavî-maqûl Êx’ya Naç’aryanr’a dişîne, ku wextê xweda gelekî dixwest musulmanya şîya qebûlke, bona wê yekê, wekî hatye kivşkirinê çawa kekê miletê Hnçak – Êzîte hîprîte r’uhanîêyî herî mezin”. Wî rûpêlîda şiklê Êx’ya Naç’aryan hatye neşirkirinê. Bin şiklda ha nivîsîne: “Pêşîk’êşê miletê Hnçak-Êzîte r’uhanîê û mirîdayî herî mezin Şêyx Îlîasê Naç’arê (yanê Êx’ya Naç’aryan)”.

         Çawa tê k’ivşê, ew yek gelekî ne bi dilê Naç’aryan bûye, wekî Ermenîstanêd qewlêd baş hatibûne sazkirinê bona pêşdaçûyîna olk’a me, gulvedana kûltûra wê. Bi şabûneke çiqasî k’irêt dide k’ivşê: “Hetanî rojnema “Rya teze”-ye resmî jî (şaşî ya wîye), ku hesab dibe organa KM PKE û Şêwra R’SŞE tewrebilind (nizane û nedaye k’ivşê, wekî ew usa jî organa Şêwra wezîrêd R’SŞE bûye – rêd.), kîjan bi zimanê kurdî neşir dibû, kete ber r’uh’”. Belê, Naç’aryan û demk’êşêd wî kirê nemayî bikin bona rojnema t’ek-t’enê, ku bi zimanê  olk’a me ronkayî dibîne, bidne dadanê, yanê  olk’ê ji wê mecala bi nivîsare bi zimanê dêye t’ek-t’enê me’rûmkin. Lê, şikir Xwedê, çawa cimet dibêje, mirazê wan ç’evada ma. Dijî xwestina Naç’aryan û demk’êşêd wî rojneme ma û hetanî nha jî dimîne, nenhêrî çetinayêd fînansîêye here mezin, lê rojnemoka, ku ewî h’îmê wê danîbû û xweytî lê dikir, zûda bûye bîranîneke te’l.

         Bi vê logîkaê ew gotî kevira bavêje dîwana Îraqê jî, welatek, li k’u olk’a ermenyaye weke 30 hezarê heye. Bajarê Kurdistana Îraqêye Zexoda mehela ermenya heye û mekteba ermenyaye ort’e k’ar dike. Parlamênta Îraqêda du dêpûtatêd ermenî, lê parlamênta Kurdistanêda dêpûtatekî ermenî hene, hersê jî qulixçîêd dewletêne. Wek’îlêd vê olk’ê jî “wextê rêjîma şêwrê-komûnîstîê k’ome merîne, wekî layîqî serdestîêd sosîalîê – debê, mexlûqetîê û êkonomîkîê bûne”, erê?

         Bi gotina Naç’aryan, me Rêspûblîka Ermenîstanêda “bi h’uvdeh merya h’îjdeh teşkîletêd mexlûqetîê-polîtîkîê (?) teşkîl kirine”. Em ser zîrekya wîye h’esaba û dravzanebûnê (şe’de – navnîşa wê valyûtaê, ku ewî daye r’êzê) û… sklêroza wî e’cêbmayî dimînin. Eger ew nizane (lê ze’f rind zane, her t’enê dexesîê û e’ynatê ew kor kirine), em guhê wîda bikne p’iste-p’ist, wekî Rêspûblîka Ermenîstanêda 22 gund hene, li k’u her t’enê kurdêd êzdî dimînin. Em pirsa “h’uvdeh merya” bihêlin ser îsafa Naç’aryan, her t’enê bidne k’ivşê, wekî konfêransa Şêwra rewşenbîrêd RE kurdda, ku mehê gulanê sala 1992-a sera mala Artîstda derbaz bû, weke 500 dêlêgat hazir bûn, ku ji wan hemû neh’ya hatibûn, li k’u kurd dijîn. Konfêransêda usa jî wezîrê RE ronkayê Hayk X’azaryan, wekîlêd rewşenbîrêd ermenyaye herebaş Sîlva Kapûtîkyan, Sêro Xanzadyan, Gêvorg Êmîn, Hovhannês Mêlkonyan û gelekêd mayîn hazir bûn. Her t’enê Êx’ya Naç’aryanê “eyan” ne hazir bû, yê ku hazirkirina ssênarîa mîtînga rojtira mayînva mijûl bû, kîjan dijî konfêransa me bû. Lê, çawa h’emû kirinêd wîye mayîn, eva jî t’er’ibî.

         Gelo “kirinêd” Naç’aryane ha wê nebin me’nî bona bux’danê Azêrbêcanê û Tûrkîaêye bi sirê, gava Ermenîstanêda zorê didine kurda?

         Dimîne dawîêda bidne k’ivşê, wekî şikir Xwedê (bona Naç’aryan “şikir Ellah” – h’îm: têksta bin şiklê kovara “Sp’yûr’k’”-e), wekî em cimeta ermenî ne ku bi Naç’aryan yanê êx’îanaç’arakanîê, lê bi rewşenbîrêd ermenîye kevn û tezeva nas dikin, yêd ku ewqasî bi dostî berbir’î çawa temamya cimeta me bûne, usa jî p’arêd wêye başqe-başqe û derheqa wê dostîêda heykelêd nemirî hîştine. Û, xulese, em cimeta ermenî nas dikin û qîmet dikin bi berbir’îbûna dîwana wêye zakonî, teşkîletêd wêye polîtîkîêye mileth’izîê, merivêd ermenyaye sadeye dostîêva û bira naç’aryan-a badilhewa avê şêlû nekin, hesab yeke, tiştek jê dernaê, çimkî karvanê rya xweda here…

  

“Rya teze”, 3-ê avgûstê s. 1994

 

Ev gotar usa jî ermenî hatye tercmekirinê

û rojnema “Botan”-da hatye çapkirinê (avgûst, 1994).

ŞÊX, HÊDÎ BAJO!.. (1992)

 

 

ŞÊX,  HÊDΠ BAJO!..

 (CABA  MQALEKÊ)

 

 

         Hejmara rojnema ermenîye “Azg”-êye 2-ê îyûlê sala 1992-da rêdaktotê rojnema bi zimanê ermenîye “Dengê êzdya” (yanê dengê çend şêxa?) H’esen T’emoyan, wekî jêra usa jî dibêjin H’esenê şêx, mqalek neşir kirye, vir’-derewê usa kirine, wekî, çawa dibêjin, p’irtî xuê wanda t’une û çawa xeysetê wîye, bux’danê usa dike, wekî dûrî p’êsîra meryabe. Şêx kevir t’ijî p’êşa xwe kirine û çawa mecal dikeve kewkî rojnema me dike. Eva îdî cara çendik-çendane ew bi nivîsarê bux’dana davêje rojnema me. (Em îdî nabêjin derheqa wê yekêda, wekî ew û demk’êşêd wî çiqas înstansîaêd başqe-başqeda şikyatê rojnema me kirine, gef xwerine, eger “Rya teze” danedin, ewê e’cêbê giran bikin). Me têr’a nedidît anegorî dereca wan bin û rûpêlêd rojnemêda wanra bikevine h’ucetê. Lê vê carê îdî te’mê derxistine û xweker’kirina me wê rast nîbe.

         Ew dinivîse, wekî rûê kêmbûna tîrajêda rojnema “Rya teze” neşir nabe. Gerekê şêx zanibe (ne axir ew “sur’a h’evt tevekê e’rd û e’zmên zane”, hetanî navê zimanzanê çêx Ç. Loûkotka jî pê hesyaye, lê nizanî çira vê gotina wî nayne ortê: “Zimanê kitêbekê (yanê kitêbeke derheqa dînê êzdyada – r’êd.) zaravekî kurdîyî cîye”), wekî roja pêşinda hetanî destpêbûna îsal rojnema “Rya teze” t’u cara pê p’erê p’arnivîsarê (çiqas jî ew zêde bûye) nehatye xweykirinê. Çawa rojnema miletîê, rêspûblîkîê (lê ne ya k’omekê) ewê roja-rojda hetanî kutasya sala 1991-ê ji dewletê k’omekdarî stendye. Dêmek, xweykirina rojnema “Rya teze” t’u cara tîraja wêra girêdayî nîbûye.

         Şêx dinivîse, wekî tîraja rojnemê kêm bûye, lema jî neşir nabe. Nha em bi îzbatya xeberdin. Awa,

sala 1987-a tîraja wê 4187 mesele bûye,

sala 1988-a — 4476,

sala 1989-a — 4200,

sala 1990-î — 4500,

sala 1991-ê — 3500,

sala 1992-a — 3000.

         Alîê kêmundakirina p’arnivîsarçyada (bi selefa h’esabkirî) rojnema “Rya teze” rêspûblîkaêda alîê p’arnivîsara bona sala 1992-a rêkord lêxist. Dibê şêx haj pê tune, lê çawa rêdaktor borcdare bizanbe, wekî rêspûblîka meda t’u rojnemeke usa t’une, wekî bi p’erê p’arnivîsarê serê xwe xweyke. Lema jî bawer bikî hemû rojnema dest ji p’arnivîsarçya k’işandine û bi h’eba têne firotanê. (Em nava me’nîêd vê yekêda k’ûr nebin, ewê me dûr bibe). Xwendevanêd rojnema me hîmlî binelîêd gundanin, lema jî mecal t’une bi h’eba  firotana rojnemê bidne teşkîlkirinê. Şêx û demk’êşêd wî dikine hewar-gazî, wekî rêspûblîkaêda kurd tunene, ze’f-ze’f 10 malêd kurda hebin, lê 54 hezar êzdî hene, ew jî ne kurdin. Wan “10 malêd kurda” xwe 3 hezar mesele “Rya teze” nivîsîne, lê 54 hezar êzdya çiqas meselê “Dengê êzdya” xwe nivîsîne? Gelo şêx pê zane, wekî çiqas meselêd “Rya teze” diçine neh’îêd Aragasê, T’alînê, Aştarakê, Êcmîazînê, Armavîrê, Rêspûblîka Gurcistanê û çiqas meselêd “Dengê êzdya” diçin? Ya “Rya teze” em bêjin: neh’îêd Aragasêda 430, T’alînêda 488, Armavîrêda 254, Êcmîazînêda 274, Rêspûblîka Gurcistanêda 121 merya xwe rojnema me nivîsîne. Ew çira ewqas merya xwe rojnema “ne miletîê” (gotina şêxe) nivîsîne, lê “Dengê êzdya”, ku, bi fikra şêx, xalis ya miletîêye (zimênra tevayî), t’ek-bîr merî distînin? Şêx, tê vê yekê çawa şirovekî?

         H’izdikî tîraja rojnemê 10 cara jî zêde bûya, hesab yek bû, ewê nikaribû çixara xwe derxista. Lêma jî hukumetê her sal p’ere dida  bona neşirkirina “Rya teze”. Ew p’ere hukumeta Ermenîstanê dida, ew jî ne nîşana berbir’îbûna partîakê bû, lê berbir’îbûna cimeta ermenî bû. Rêspûblîkaêd mayînda jî kurd diman û wan dera jî komûnîsta serk’arî dikir, lê çira wan dera rojneme û kovarêd kurdî neşir nedibûn? Ne axir her dera îdêologîa hukumdar yek bû – îdêologîa komûnîstîê. Îdî çira avê şêlû dikin? Ne axir tiştê ha şanê camêra nak’eve. Şikir Xwedê, ew we’de nîne, yanê na şêxê bi şer’-şilt’ax, bux’danê xweva serê geleka bixara. Em her dixwezin bînin bîra şêxê “mileth’iz”, wekî eger rojneme ne “ya miletîê” bû, lê çira ewî îzn dida xwe wêr’a mqala binivîse yanê jî p’ara xeberdanêd radîoêye kurdîda bixebite, ne axir ew şanê wîyî şêxtîê nek’eve (şe’de – mqala derheqa “kodêksa êzdyada”, ku rojnema wîda neşir bûye). Mêrê camêr nabêje “mist… mist…”, lê carekêra dibêje “Mistefa”. Eger bux’daneke mayîne mezin fikra şêxê “îdêologda” heye, bira mînanî mêra raste-rast bêje.

         Lê şêxê meyî “zane” wê van îzbatya çawa şiroveke? Ênsîklopêdîada (ya Şêwrêye Mezin, Brîtanîaê, Ermenîstanê û yêd mayîn) xeber-mqala “êzdî”-da hatye kivşkirinê, wekî êzdî p’areke cimeta kurdane, firqî t’ek-t’enê dîne. Şe’detîke mayîn jî heye, wekî êzdî miletekî başqe nînin. Nava berevoka “Binelîêd dinyaê. Salixnema etnodêmografîê”-da navê wan hemû milet û cimeta heye, ku dinyaêda dijîn, wê reqemêda t’alîşa (90 hezar), t’at’a (25 hezar), çûkça (15 hezar), ûdîa (6 hezar), alêûta (500 merî) û yêd mayîn, lê navê êzdya tune. Û nikaribû hebûya jî, çimkî êzdî milet, cimet nîne, lê xwenavkirina wê p’ara cimeta meye, ku dînê musulmanîê qebûl nekirye, maye ser dînê xweyî qedîmî. Xênji dîn t’u firqîke mayîn orta êzdya û kurdada tune.

         Nha çend gilî derheqa h’esabkirina binelyada. Eva “şûrê şêxî dudeve”, wekî cîê t’ê û net’ê derdixe meydanê. Nava wan salixnemêd h’esabkirina binelyada, ki şêx xwera kirye mert’al bona îzbatke, wekî kurd û êzdî miletne başqene, hatye kivşkirinê, wekî cihûd, cihûdê ç’ya, cihûdê Qrîmê, cihûdê Asîa Ort’e, cihûdê Gurcistanê miletê başqe-başqene, ermenî, hamşên miletê başqe-başqene, tirk, tirkê osmanî, tirkê Fêrganaê û Semerqendê  miletê başqe-başqene. Bi wî h’esabî kurd û êzdî jî başqe kirine. Dêmek, eger cihûd û cihûdê ç’ya, ermenî û ermenîê hamşên miletne başqe-başqene, wekî usane êzdî û kurd jî miletne başqe-başqene. Dibe şêx nizane, bira vê yekê jî ser zanebûnêd xweda zêdeke: berî sala 1917-a, wexta h’esabkirina binelya ber navê kurd dinivîsîn – milet kurd, h’ebandin – êzdî yanê musulman.

         Neh’ya Aragasêda du gund hebûn, yek xirab bûye, yek şêne. Herdu gund jî salêd qurna derbazbûye 40-îda hatine avakirinê. Navê gundekî P’amba Kurda bû (ku nha jêra dibêjin Sîp’an), navê gundê mayîn jî Gozeldera Kurda bû, herdu gundada jî êzdî diman û dimînin. Lê bi dewletî  û cimetî wan gundara digotin P’amba Kurda û Gozeldera Kurda. De bira bigotana P’amba Êzdya, Gozeldera Êzdya, çira nedogotin? Şêx, ne axir dinyaêda dereceke usa t’une, ku tu “nizanbî”, tê vê yekê çawa şirovekî? Nevî vêderê jî rewşenbîra te’mê derxistine, şanê teyî şêxtîê k’etine?

         Mecal ketye şêx, ç’ep û rast didê, derba “kuştinê” digihîne zimanê kurdî jî. Ji elîfba qurnêd XI-XII (???) xeber dide, lê ulmê zimanzanya hemdinyaê bendî tiştekî hesab nake. Roj nava roj hilkişyaye ser banê “Azg”-ê û bang dike: “… zimanê kurdî t’une”. (Ê, tirk jî usa dibêjin). De were “zaneê” har’a bik’eve hucetê. Tê k’ivşê, xênji zimanê ermenî û dibe hevekî jî ûrisî şêx usa jî zimanêd kurdî û “êzdkî” zane (şe’de – herdu cîê xebata wîne). K’erema xwe ewî kurdzanê zimanzane eyan hîn nedikir, wekî firqya wan zimana çiye. (Wîr’a çi heye, ewê spîra bêje reş, reşra jî spî. K’ê destê wî “ulmî” û “efrandarîê” girtye?).

         Yanê na wê çawa şer’ bavîta t’arîxnivîsê ermenyayî qurna V-a Movsês Xorênasî û binivîsya, wekî ewî xwedêgravî derheqa êzdyada çi gotye. Yanê jî wê gotinê klasîkê lîtêratûra ermenya Xaçatûr Abovyan ewqasî fe’ş bikra… Her t’enê me dixwest şêxî “t’arîxzan”, “zimanzan”, “lîtêratûrzanra” bigota k’arê te klasîka neketye, wana fe’ş neke, ew ne parîê devê tene.

         Ê, şêxr’a çi heye, ewê ku cimetekê 30 mîlîonê ji zimanê dê “me’rûm” dike û dibêje zimanê kurdî t’une, wê hela gele e’cêba bike. Emê hîvya xewner’ojkê wîye bi sirê bin û gilî didin îdî careke mayîn bona xewner’ojkê wîye ha zehlê xwendevana nebin.

         Her t’enê me dik’eve bêjin: “Şêx, hêdî bajo, ne jor Xwedê heye…”.

  

“Rya teze”, 17-ê îyûlê s. 1992

 

Ev gotar usa jî ûrisî hatye tercmekirinê

û van rojneme û malperada hatye neşirkirinê:

 

«Свободный Курдистан» (№ 5, 2011),

http://www.kurdishcenter.ru (14.06.2011)

http://agrimaykop.ucoz.com (14.06.2011)

http://www.kurdist.ru (15.06.2011).

EWLEDÊ CIMETA XWE (1992)

 

 

EWLEDÊ  CIMETA  XWE

 

  

         Zivistane, berf dibare,

         Ser kul-derdê meda bêxem,

         Felek, mala te kavilbe,

         Çira dîsa ne’landin em.

                           

                                      Eskerê Boyîk.

 

         18-ê yanvarê sala 1991-ê bû. Rastîê jî berf dibarî, rojeke mij û dûman bû, rojeke reş bû bona olk’a meye vêderê. Wê rojê sibê seheta 9-a dijminê decalî mixenet otaxa xebatêda  bi nemamî gulle berî Seh’îdê Îbo dabû, kuştibû. Ewê gullê ne ku tenê Seh’îdê Îbo ji nav cêrgêd me derxistibû, lê dijmin ew gulle berî sewdaê me dabû…

         Seh’îdê Îbo rastîê jî wekîlekî cimeta meyî herî naskirî û h’izkirî bû, wekîlekî usa, wekî, çawa şayîr Fêrîkê Ûsiv gotye,

 

… Be’sa kuştina te bû Çêrnobîl,

E’rdh’eja e’t’av nav dilê milet…

 

         Û rastîê jî temamya êl-eşîrêd Ermenîstanê, ermenîêd nas û nenas, gele-gele wekîlêd kurdêd Gurcistanê roja definkirina Seh’îdê Îbo (21-ê yanvarê) gundê Êrasxahûnêda (neh’ya Hoktêmbêryanê) berev bûbûn û şîna wî xweşmêrî dikirin. Mîtînga şînêda şayîr Fêrîkê Ûsiv şiêra xwe, ku pêşkêşî Seh’îdê Îbo kiribû, bin dengê îske-îsk û girîê hazirada bi van çar xetava kuta kir:

 

… Lê çiqasî gere k’etîbe mafîst

Nav h’ezeka h’evsûdîêye r’eş,

Ku agirke ser şayîrê hûmanîst,

Heqîm-Loqmanê t’ifalêd nexweş.

 

         Belê, Seh’îdê Îbo destî mafyoza, h’evsûda, mixenet û menceneqa hate kuştinê, bi destî wan “merya”, yêd ku zinêk’arin, t’u p’êxemberekî û zyaretekê nah’ebînin, yêd ku îsafa xwe şewitandine û wexta lazimbe wê bra, bav û zar’ê xwe jî bikujin. Bona wan r’e’wirê çêşîtê merya t’u tiştekî zyaretî tune, qelpê wan k’irêtî û zinêk’arîye, je’re, ku ji wan dirêje, û sed yazix, wekî yêd usa têne dinê, ser vî erdî digerin û dibin mixeserê pêsekinya, comerdê mêra, k’ana aqil û k’emalê.

         Eva îdî salekê zêdetire, ku Seh’îdê Îbo hatye kuştinê, em xweda dişewitin, şîn û girî nava neferê malê, qewm-pismama kêm nabe, lê ew merivkujê çêşîtê merya xwera bêminet digerin, ne têne kuştinê, ne têne cezakirinê. A, derdê giran eve, a kula ser kulê eve… Yekî mînanî Seh’îdê Îbo bi destî nemerda bi mixenetî bê kuştinê, ew jî xwera aza bigerin?.. Lê destê me et’eka Xwedêdane, zû yanê dereng ew gotî ser bela xwe vebin, xûna Seh’îdê Îboye amût’am gerekê e’rdê nemîne…

 

* * *

 

         Seh’îdê R’zgoê Îbo – serwêrê kafêdra nexweşîêd zar’a ya fakûltêta înstîtûta Yêrêvanêye doxtrîêye qenckirinê, doktorêd ulmêd doxtrîê, profêsor, nivîskarê kurdî meşûr, pêşewitîkî miletê kurd û kûltûra wî sala 1924-a gundê Qarxûna Jorinda (Crar’ata nha, neh’ya Êcmîazînê) ji dya xwe bûye. Wî çaxî mekteba gund kurdî bû û Seh’îd xwendina xweye pêşin vê mektebêda dest tîne. Paşê mekteba ermenîda dixûne, kuta dike.

         Wê şûnda tê Yêrêvanê û xwendinxana doxtrîêda tê qebûlkirinê. Paşî kutakirina vê îdara xwendinê ew înstîtûta Yêrêvanêye doxtrîêda tê qebûlkirinê. Seh’îd xwendkarekî lapî pêş bû, stîpêndîatê bi nav bû. Hela salêd xwendkarîêda çend xebatêd wîye ulmî neşir bûn. Ewî înstîtût bi dîploma sor kuta kir û çû neh’ya Spîtakêda xebitî çawa doxtrê zar’a. Nava we’dekî lapî kurtda ewî navekî hêle qazanc kir, ji dereca doxtrê gundî cêrgevan gihîşte dereca doxtrê nexweşxana neh’îêyî sereke. Lê xwestina berbi destanîna zanebûna tabetî nedida wî. Û aha ew Moskvaêda aspîrantûra doxtrîêda tê qebûlkirinê. Serkarê wî profêsor Nosov ser xebath’izî û zîrektya wî zendegirtî dimîne û tex’mîn dike, wekî ulmdarekî paşwextîêyî eyan cem wî tê hazirkirinê.

         Sala 1962-a Seh’îdê Îbo Moskvaêda dîsêrtasîa kandîdatîê xwey dike û çawa kandîdatê ulmêd doxtrîê vedigere, tê Yêrêvanê, înstîtûta doxtrîêda dixebite. Temamya salêd emrê xweye paşwextîê pêşkêşî vê înstîtûtê dike.

         Sala 1971-ê ew dîsêrtasîa doxtrîê xwey dike, dereca doktorê ulmêd doxtrîê dest tîne, dibe profêsor. Zûtirekê tê bijartinê çawa serwêrê kafêdra nexweşîêd zar’a ya fakûltêta înstîtûta Yêrêvanêye doxtrîêye qenckirinê. Hetanî deqêd emrê xweye kutasîê jî ew serwêrê wê kafêdraê bû. Bawer bikî temamya rêspûblîkaêda bajar, neh’îke usa tune, li k’u xwendkarêd wîye berê nexebitin. Bi serkarya wî geleka dîsêrtasîaêd kandîdatîê û doxtrîê xwey kirine.

         Xênji xebata li nexweşxanê, xwendina lêksîa ew usa jî lêgerînêd ulmîva mijûl dibû. Xudanê 120 xebatêd ulmîye giranbahaye, ji wana kitêba bona xwendkarêd îdarêd xwendina bilind – “Fikrêd pêdîatrîê”, ku bi zimanê ermenî neşir bûye, alîê cûr’ê xweda Ermenîstanêda ya degmeye.

         Çawa pêdîatrekî eyan Seh’îdê Îbo ne ku tenê goveka Ermenîstanê, lê usa jî ji h’idûdê wê der eyan bû. Ew endemê T’faqa Nyû-Yorkêye nefrologêd ortemiletîê, asosîasîa Êvropaêye (Glazgo) nêfrologêd zar’a bû. Gelek sala endemê şêwra kovara “Arox’capahûtyûn”-e (“Sax’lemîxweykirin”) rêdaksîon bû.

         Bal me, Ermenîstanêda, Seh’îdê Îbo merivê pêşin bû, ku bi cûrê popûlyar bi zimanê kurdî kitêb nivîsîn û dane neşirkirinê derheqa pirsêd doxtrîêye başqe-başqeda. Gilî derheqa kitêbêd wîye “Qsêd doxtrîê” û “Siba we xêr”-dane. Van kitêbada ewî bi zimanekî fer’ih’ û dewlemend t’emî dida dayîka, wekî çawa zar’ê xwe xweykin, mezinkin, mqatî sax’lemya wan bin. Badilhewa nîne, wekî ew kitêb ji alîê cimetêda hatine begemkirinê û nha îdî degme dest dikevin.

         Wekî merî bi tomerî derheqa emekê wîyî doxtrîêda bêje, dikare bide kivşê, wekî ew rastîê jî doxtr bû, doxtrekî zar’ayî navûdeng. Ez bi xwe çendik-çend cara bûme şe’dê wê yekê, wekî çawa ewî hema dûrva zar’o didît, îdî zanibû, zeda wî çiye. Eva, çawa dibêjin, k’eremeke usa bû, ku Xwedê dabûyê. Badilhewa nîbû binelîêd rêspûblîkaê jêra digotin “Xwedê zar’a”. A k’irêta û nemerda ev “Xwedê zar’a” kuştin.

 

* * *

 

         Seh’îdê Îbo lîtêratûra meda dêmekî k’ivşe. Emrê wîyî efrandarîê ji sala 1948-da destpê dibe, gava cara ewlin çend şiêrêd wî  kitêbêd zimanê kurdîye dersada, kovarêd “Sovêtakan grakanûtyûn û arvêst” (“Lîtêratûra û îskûstva sovêtîê”), “Voznî”-êda neşir bûn. Wê şûnda şiêr, serhatî, poêm û baladêd wî rojnemêd “Rya teze”, “Grakan têrt”-ê, berevokêd efrandinêd nivîskarêd kurdada neşir dibin.

         Berevoka şiêrêd wîye pêşin (“Qurna min”) sala 1963-a neşir bû. Bi serî vê berevokê xwendevan hatine bawerkirinê, wekî Seh’îdê Îbo dengbêjê rojêd meye, şayîrekî wetenh’izî, merivh’ize. Ew gotina şayîrê ermenyayî mezin Êx’îşê Çarêns – “Eger dixwazî kilama te bibihên, bibe ruhê we’dê xwe” – xût “bejn-bala” efrandinêd Seh’îdê Îbo tê. Lema jî şiêra vê berevokêye pêşin ha hatye navkirinê – “Ruhê min qurna mine”.

         Şiêrêd wetenh’izîê, lîrîkîêye delalra tevayî vê berevokêda şiêrêd satîrîê jî p’ir’ bûn, nava kîjanada şayîr qerfê xwe wan “nivîsarçya” dike, yêd ku gelekî dûrî meydana lîtêratûra eynsîne, lê dora wê didine tewlebazya.

         Berevoka wîye duda – “Bîst salê dinê” – sala 1970-î neşir bû. Ew poêm bû. Xudan dicedand bi cûrê bedewetîê emrê bîst salî şûnda nîşan bide. Poêmêda çend  dîdemêd wî emrî têne nîşandayînê, ku yazix man her tenê çawa xwestina şayîr.

         “Sînem” – wa tê navkirinê berevoka şiêr û poêmêd Seh’îdê Îboye sisya, ku sala 1975-a ronayî dît.

         Eva berevoka berê ewlin bi p’ir’cûretya xweva berbiç’ev dikeve – wetenh’izî, ruhê merya, tebyet, evîntî. Cara ewlin vê berevoka wîda ew şiêr neşir bûn, ku pêşkêşî şerkarya kurdaye miletîê-azadarîê kirîbûn. Poêma “Sînem” efrandineke bedewetîêye usane, ku hurmetê şayîrr’a tîne. Wêda demeke terîqa cimeta meye mêrxasîê tê nîşandayînê, ku gelekî ûymîşî wê şerkarîê dibe, kîjan cimeta me îro bona azayî û serbestya xwe dike. Poêmêda çap, mecalêd dîharkirinêye bedewetîêye başqe-başqe hatine xebtandinê.

         Lêytmotîva berevoka “Azatî”, ku sed yazix ya kutasîê bû û sala 1988-a ronayî dît, wetenh’izî bû, pesnandina şerkarya kurdaye mêrxasîê bû, t’faq û yekgirtina milet bû. Ew yek îlahî nava poêma “Berê kurda”-da rind tê kivşê. Şayîr yeko-yeko wan êl û qebîlêd kurda dide r’êzê, ku wîra nasin, xeysetê wan dide kivşê. Raste, ew gişk ewledê Kurdo û Werdê bûne, lê t’faqa wan tunebûye û evê yekê jî dijminra dest daye, ew êl û qebîl welatê wan Kurdistan kirine bin qolê xwe. R’ûê bêt’faqya medane, ku em îro vî halîdanin – eve fikra poêmêye hîmlî. Kutasya poêmêda şayîr xewna xweda Kurdistana xweye aza û serbest dibîne.

        

Lê dûr nîne nedîra Şems,

Boy wetenê meyî bindest,

Hezara got: — “Berbi hêrî”,

Seh’îd, bra, xema neke,

Xewna te xweş wê bê sêrî.

Ber dêrîye roja rengîn,

Kurdistanê rabe ser zîn.

 

         Poêm bi vê optîmîzmê kuta dibe û optîmîzmê dike dilê xwendevana.

         P’izka ser zarê wî kurd û Kurdistan bûn, bext û yazya cimeta me bû. Badilhewa nîbû ewî digot:

 

Emrê min kilame,

Dengbêj Kurdistane.

 

         Lê sed yazix, ewî Kurdistana aza û serbest nedît, ew derd jêra çû ax-berê sar.

         Seh’îdê Îbo ne tenê şayîr bû, lê usa jî nivîskarekî bi k’emal bû.

         Berevoka serhatîêd wîye pêşin “Dur’yan” sala 1966-a neşir bû. Hetanî wî çaxî lîtêratûra meye teze, îlahî nivîsara meye vekirî, bi serhatyava dewlemend nîbû. Yêd baş jî gelekî kêm bûn. A evê berevoka serhatîêd Seh’îdê Îbo ew cîê vala êpêceyî berxweş kir. Wêda êpêce serhatîêd wî neşir bûbûn, gişk jî derheqa emrê kurdada.

         Seh’îdê Îbo ewledê gund bû, emrê gund, deb, erf-edetê cimetê zef rind zanibû. Û ew serhatîêd xweda derheqa emrê merivêd gundda dinivîse. Ew şerekî zor dike miqabilî erf-edetê kevne zyandar. Vî alîda serhatya “Zrara edet” gelekî berbiç’eve.

         Edetekî ha nava meda hebû. Gava brak dimir, brê mayîn jina wî distend. Hîmê vî edetî sosîalîê hebû. Bona careke mayîn jî qelen nedin, ha dikirin.

         Ahmed teze zewicî bû, gava destbi Şêrê Wetenîêyî mezin dibe. Ew bi rezadilî diçe ber şêr, temîê dide dê û brê xwe namûsa wî rind xweykin. “Kax’aza Ahmede reş” tê, wekî hatye kuştinê. Paşê Celoê p’îr tê mala Ahmed, dya wî Almastê serwext dike, wekî bûka xwe bide kurê xweyî biç’ûk – K’erem. Pêşîê ne dê, ne bûk û ne jî bra qayîl nabin, lê paşê qayîl dibin û bra jina brê distîne.

         Paşê eyan dibe, wekî Ahmed nehatye kuştinê, dîl ketye. Jina wî, gava nema wî distîne, destê kur digre, ji malê diçe. Brê biç’ûk dîn dibe. Û gava jê dipirsin, wekî ew çi dike, hertim ha cabê dide: “Ez gundda namûsê xwey dikim”.

         Eva t’emya brê mezin – Ahmede, ku fikra brê dînbûyîda maye.

         Gelek cara Seh’îdê Îbo serhatîêd xweda bi dêmê yekê pêşda tê, dha rind qewmandinêd emrê xwe tîne ortê. Serhatîke usane “K’ara dîzka qêt’ix”. Eva serhatya destanîna nivîskare efrandarîêye berbiç’eve û serhatîke usane, wekî nava lîtêratûra meye tezeda cîê xwey layîq girtye.

         Vê serhatîêda ew gilî dike, wekî çawa ew ji mastfrotanê dir’eve, xwe xwendinê digre. Bona t’falê deh-yanzdeh salî çetin bû xwestina qewm-pismama biqedîne, mast bifroşe. Lê ew nikare bifroşe. Nafroşe û hema wê rojêda rya emrê wîye paşwextîê tê qrarkirinê. “Xênji xwendinê tiştek vî naê, — xalê Sîabend dibêje, — evî e’se bişînin bira here xwera hînbe, bira zanibe, wekî dew brê maste, yanê na evê birçîna bimre”.

         Kutasya serhatîê hewaskare. “Gelek we’de ji wê rojê derbaz bûye, — nivîskar dinivîse. – Xalê minî Sîabend nha rind zane, wekî xwendin cûrekî cezaê nîne. Nha carana beşerek ser dêmê min tê xanê, ew roja buhurî tê bîra min, ez hezar carî xwezila xwe tînim, wekî qat’ix nehate frotanê”.

         Sala 1979-a p’ara pêşin ya romana Seh’îdê Îboye “Kurdê r’êwî” ronayî dît. Wêda emr, deb, erf-edetê qebîleke kurda – ort’ila hêna derbazbûyîda bi rengê rêalîstîê tê nîşandayînê. Qewmandin tên digihîjin wî çaxî, gava Ermenîstanêda qeydê sovêtîê têne testîqkirinê.

         Nivîskar emir, qewmandin û tevrabûnêd wî çaxî zêndî nîşan dane. Têma dostya cimetêd ermenî û kurd romanêda cîkî sereke digre. Ew dostî jî bi meselêd konkrêtva tê îzbatkirinê.

         Roman bi wê yekêva jî berbiç’eve, wekî p’ir’planîye (evîntya K’erem û Zeytûnê, şuxulvanya şorişgera, kirina Hemîd begê û Karapêt ax’a, tevrabûnêd gundya û yêd mayîn).

         Nîgarêd romanê rêalîstîne, zêndîne, her yek bi xeysetê xweva. Qewmandin hevdura girêdayî pêşda diçin, p’evgirêdana logîkîê orta wanda qewîne. Syûjê hewaskare. Kompozîsîa berke.

         Zimanê nivîskar dewlemende, bi sifetê bedewva, bi meseleva p’erwerdekirî. Nivîskar cedandye cûrê xeberdana nîgara ji hev bide başqekirinê, wê yekê jî bike mecaleke nîgarkirina mêrxasa.

         Seh’îdê Îbo zanekî deba kurdî bû. Ew yek vê p’ara romanêda jî rind tê kivşê.

         Efrandinêd Seh’îdê Îbo bi zimanê ermenî, ûrisî, gurckî, azêrî hatine tercmekirinê.

         Ewî alîê xweda bi tercmekirina efrandinêd Hovh. Tûmanyan, Av. Îsahakyan, Ê. Çarêns, S. Mîxalkov û yêd dinê lîtêratûra meye tercmekirî daye dewlemendkirinê.

 

* * *

 

         Nivîskarê ûrisayî mezin Maksîm Gorkî gotye, wekî efrandina wîye lape mezin Alêksêyê kurê wîye. Merî dikare vê gotinê hevekî guhastî derheqa Seh’îdê Îbo û mala wîda jî bêje.

         Ewî û kulfeta wî – Naza Seh’îd, ku fakûltêta ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletêye fîlologîa ûrisî kuta kirye, gelek sala bajarêd Spîtakê û Yêrêvanêda dersê zimanê û lîtêratûra ûrisî dane, hîmê maleke bi t’faqe baş danîn. Xwedê du ewled dane wan – Meyane û Ezîz. Herdua jî bi açixî înstîtûta Yêrêvanêye doxtrîê kuta kirin. Herdua jî aspîrantûrada hatine qebûlkirinê. Meyanê pêşekê xweva kardîologe, lê Ezîz xwe rya bavê girt, bû doxtrê zar’a. Pêşîê (sala 1991-ê) Ezîz dîsêrtasîa xwey kir, navê kandîdatê ulmêd doxtrîê send. Paşê, dîsa wê salê Meyanê dîsêrtasîa kandîdata ulmêd doxtrîê xwey kir. Xûşk û bra Moskvaêda dîsêrtasîa xwey kirin. Meyane nha nexweşxaneke Moskvaêda dixebite, lê Ezîz nexweşxana bavê xweda dixebite, pêra jî bona xwendkarêd înstîtûta doxtrîê lêksîa dixûne.

         Bavê her tişt kir, wekî ewledêd wî bibne kêrhatîê cimetê û mexlûqetîê, lê sed yazix nemerda nehîşt ew açixîêd wan ber ç’evê xwe bibîne û şabe…

         Raste, merivkujar’a li hev hat şuxulê xwey reş bînine sêrî – t’etka qirmê biguvêşin û gulle berî Seh’îdê Îbo bidin, lê tiştek zevta wan dere. Ew nav, ku Seh’îdê Îbo nava cimetêda qazanc kirye, wê ji silsiletekê derbazî silsileteke mayîn bibe. Ew mîrata lîtêratûrîê, ku Seh’îdê Îbo pey xwe hîştye, wê t’u wexta k’emala xwe unda nake, çimkî xebera bedewetîêye t’ame û nava lîtêratûra meye tezeda îdî cîê xwey layîq girtye. Ewledê wîye hêja wê şuxulê bavêyî qenc pêşda bibin û guman heye ewê navê bavê xwe — Seh’îdê Îbo dha bilind bikin. A, eve, wekî ji zevta nemerda û hevsûda dere.

 

 

Kovara “Kurd”, N 2, s. 1992  

BILINDAYA Ç’ÎÊ DÛRVA TÊ K’IVŞÊ (1989)

 

 

BILINDAYA  Ç’ÎÊ  DÛRVA  TÊ  K’IVŞÊ

 (BONA  BÎRANÎNA  ŞAMILÊ  BEK’O)

 

 

         Şamilê Bek’o çû rehmetê. Sazbend wefat bû, lê sazbendya wî ma, wekî cimeta mera bijî, tevî wêbe, wê şake û dilê wê t’ev rake.

         “Cirîd”. Fîqê dixe Şamilê Bek’o”, – t’imê em vê gotinê bi radîoa Yêrêvanê, nava xeberdanêd kurdîda dibihên. Û dibe gujîna fîqê… Nava lêdana wîda tu deng û t’eqla cirîdê tex’mîn dikî, sifetê syarkirina bûkê tê ber ç’evê te, gava syar hespa syar bûne, ketine cirîdê… Hetanî dengê r’inge-r’inga lingê hespa jî tê t’esele dibe. Awaz usa tê guhastinê, wekî te t’irê ew hey nêzîk têne bihîstinê, hey dûr dikevin. Temamya zeyneta cirîdê, t’eql û doja şaya kurdî nava “Cirîd”-êda tê k’ivşê. Çiqasî dibihêy, jê t’êr nabî, çimkî cahiltya te (eger ahilî – deweta te), derbazkirina kal-bava tîne bîra te. Tê bêjî ew tamareke usaye zore, ku xûna cahiltîê berî nava te dide, te ruh û canva cahil dike, dereca û yaşê xwe bîr dikî, hespek wêderê hebe lêlêyî syarbî û bikevî cirîdê belkî be’lgîê bûkê bibî.

         “Cirîd” ne tenê sertaca sazbendya Şamilê Bek’oye, lê usa jî  pasporta sazbendya meye miletîêye.

         Meya Şamilê Bek’o mînanî ava avlih’eyatê dixulxule, ruhê te, sewdê te “av” dide. Bi t’ilî-pêç’îê hosta ew dilê tera xeberdide. Mqam heye girîê te tîne, mqam heye şabûna cahiltîê dike dilê te. Hunurê hostaye, hunurê Şamilê Bek’oye.

         Eme xwendk’ar bûn. Carna k’oma Şamilê Bek’o Yêrêvanêda pêşda dihat. Wê bejn-bala tîtalî, ç’evê reşe gir derdikete ser dik’ê, berê xwe cimeta hazirda dikir û elam dikir: “Nha Şamilê Bek’o wê bi du hacetêd sert filan mqamî lêde”. Du zurne ji berya xwe derdixist, hevekî p’iv dikirê, sazdikir û destpê dikir… Qûjîn dikete seraê, awaza p’êl didan û guhdar dibirne dinya batinî – dinya sazbendîêye bêserobin. Cotikê e’nya xwe tevhev dikir, ç’evê xwe digirtin û t’ilî-pêç’î dihejandin, sazbendya batinî dihûnandin. Te her tişt bîr dikir, dibûy qûlê wan t’ilî-pêç’îê serbazîê… Û gava kuta dikir, tu ji wê dinya sazbendîê vedigeryayî dinya rêal, teze û ecêbmayî dimay, wekî çawa ewî bi wan “hacetêd sert” (sazbend zanin lêdana yekê çiqasî çetine, k’u ma ya duda) zeyneta sazbendya kurdî ber te vekir, tu kirî maşoq û delîlê wê. Badilhewa nîbû, wekî nivîskarê kurdî navûdeng Ereb Şamîlov gotye: “Gava Şamilê Bek’o lêdixe, dûp’işk direqisin, me’r merya nagezin”.

         Ewî çiqas şayî şênkiribûn, çiqas bext-miraz gîhandibûne hev, çiqas dil ser hev bengî kiribûn. Radîoê deng û seda wî herçar alîê Kurdistanê bela kiribû, ew kiribû mêvanê her maleke maşoqa sazbendya kurdîye eynsî. Min nedîtye, lê bawerim, wekî wexta şaynetya 20-salya Oktyabra Mezin ansambla kurdî Moskvaêda zavoda avtomobîla, mala ulmdarada pêşda hat (Şamilê Bek’o jî nava wê ansamblêda bû, wî çaxî hela cahil bû), çi k’el, ruh û can kirye nava lêdana xwe, wekî bi qeytanê ew nivîsîne û paşê bi radîoa h’emt’faqîê dane.

         Sê hacetêd sazbendîê – fîq, meya, zurnê – hersêk jî bi t’ilî-pêç’îê ter’a dik’êlimin, ter’a xeberdin, ruhê te şibh’î dikin, derî-dervezê dinya sazbendya eynsî ber te vedikin, didine pêşya te û te dibine nava zeyneta cinetî.

         Şamilê Bek’o sed salî zêdetir emr kir. Ewî sazbendîke usa pey xwe hîşt, wekî rya nemirinê jêra vekir û çiqas here, ewê dha mezin bê xanê, çimkî, çawa gotine, “Bilindaya ç’îê dûrva dha r’ind tê k’ivşê”.

 

 

“Rya teze”, 25-ê fêvralê s. 1989

ULMDAR Û MERÎ (1988)

 

 

ULMDAR  Û  MERÎ

 

 

         Sala 1966-a bû, gava Knyazê Îbrahîm Mîrzoêv mekteba Yêrêvanêye azêrîye orteye N 9 ser navê Axûndov bi qîmetê zef başva kuta kir, gazêta meda derheqa wîda înformasîake fire bi şiklê wîva bi sernivîsara “Paşwextya wî geşe” neşir bû. Em gelekî şane, wekî ew pêşdadîtina gazêtê îro mîaser bûye.

         Evan derecêd emrê wî rya berbi paşwextya geş bûn: p’ara ziman û lîtêratûra azêrî ya fakûltêta  înstîtûta ermenyaye  pêdagogîêye ser navê X. Abovyane fîlologîê bi dîploma sorva kuta kir. Paşî kutakirinê bû aspîrant, lêktorê înstîtûtê, hela berî xweykirina dîsêrtasîaê bû lêktorê sere. Sala 1978-a bi têma “P’evgirêdanêd azerya û kurdaye lîtêratûrîê” dîsêrtasîa xweykir û navê kandîdatê ulmêd fîlologîê stend. Sê sala şûnda bû dosênt. Lê ji sala 1974-da dewsgirtîê dêkanê fakûltêta înstîtûta ermenyaye pêdagogîêye ser navê X. Abovyane fîlologîêye. Sala 1981-da serwêrê kafêrda ziman û lîtêratûra azêryaye. Ewî guhdarîke mezin dida ser xebata ulmî. Konfêransêd hemt’faqîê û rêspûblîkaêda (Lênîngrad, Yêrêvan, Tbîlîsî, Bek’û û yêd mayîn) bi dokladêd ulmîva pêşda dihat derheqa problêmêd p’evgirêdanêd lîtêratûraêd miletîêda.

         Nava wî we’deyîda ewî gelek xebatêd ulmî dane neşirkirinê: “Ji terîqa p’evgirêdanêd lîtêratûraêd azêrya-kurda” (Yêrêvan, sala 1978-a), “Lîtêratûraêd miletîê û p’evgirêdanêd lîtêratûrîê” (Yêrêvan, sala 1985-a), “Horîzonêd lîtêratûrîê” (Yêrêvan, sala 1986-a), “P’ira dostîê” (Bek’û, sala 1988-a), kîjan rûpêlêd prêsaêda bilind hatine qîmetkirinê. Bi deha mqalêd wîye ulmî û derheqa pirsêd lîtêratûraêye başqe-başqeda çawa kovar û gazêtêd rêspûblîka meda, usa jî yêd rêspûblîkaêd t’faqîêye mayînda neşir bûne.

         Û aha sala 1988-a Knyazê Îbrahîm bi têma “Problêmêd p’evgirêdanêd lîtêratûra kurdaye ort’a mileta” (rêgîona Pişkavkazê) dîsêrtasîa doktorîê xweykir. Bona wê yekê, wekî problêmêd p’evgirêdana lîtêratûra kurda sê lîtêratûraêd rêgîonêra girêdayîne, çar oponêntêd dîsêtrasîaêye resmî hatine kivşkirinê – uzv-mqaledarê akadêmîa R’SS Adrbêcanêye ulma, doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor B. A. Nabîêv, şuxulvanê R’SS Gurcistanêyî ulmayî emekdar, doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor Î. V. Mêgrêlîdzê, şuxulvanê R’SS Ermenîstanêyî ulmayî emekdar, doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor Hecîê Cndî û doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor S. K. Daronyan. Xênji vana, ulmdarêd eyane usa xebata Knyazê Îbrahîme dîsêrtasîon bilind qîmet kirin, çawa doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor, şuxulvanê mekteba R’SS Ermenîstanêye xwendina bilindî emekdar V. A. K’osyan, doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor S. Arzûmanyan, doktora ulmêd fîlologîê Î. A. Smîrnova, doktorê ulmêd terîqê M. S. Lazarêv, doktorê ulmêd terîqê, professor A. M. Mêntêşaşvîlî û gelek-gelekêd mayînin.

         Xebata Knyazê Îbrahîme dîsêrtasîon pêşkêşî problêmeke lîtêratûra sovêtîêye p’ir’milete aktûal û ferz kirye – lêgerîna lîtêratûra kurdaye hêna sovêtîê û p’evgirêdanêd wê tevî lîtêratûraêd ermenya, azêrya û gurca, cimetêd T’R’SS bratîêye mayîn û rola wan di şuxulê pêşdabirina lîtêratûra kurdaye sovêtîêda.

         Nava wê xebatêda dîdema p’evgirêdanêd lîtêratûraêd bratîê tevî lîtêratûra kurdaye sovêtîê, prosêsa pêşdahatina wê di qewlêd Pişkavkazêda hatye kivşê. Problêmêd lîtêratûra kurdaye sovêtîê di dereca p’evgirêdanêd tevî lîtêratûra rêgîonê, ku kêm hatine lênihêrandinê, hatine tomerîkirinê. Ew p’evgirêdan, ku derheqa we’dekî êpêceyî dirêjdanin (ji salêd 30-da hetanî nha) bi cûrê xronologîê û êtap-êtap têne lênihêrandinê. Tê kivşê, wekî xût saya “p’evgirêdanêd Pişkavkazêne”, ku lîtêratûra kurda kete nava prosêsa lîtêratûrîêye hemt’faqîê, bû ç’iqlekî lîtêratûra sovêtîêye p’ir’milete xweşivêtî.

         Cara ewlin serkanîêd p’evgirêdanêd lîtêratûra kurda tevî lîtêratûraêd cimetêd T’R’SS mayîn têne lênihêrandinê, rêêd pêşdahatin û pêşdaçûyîna wan p’evgirêdana têne kivşkirinê. Nava xebata Knyazê Îbrahîmda pirsêd bi zimanê mayîn tercmekirina efrandinêd lîtêratûra kurda, usa jî tercmekirina efrandinêd lîtêratûraêd mayîn bi zimanê kurdî têne lênihêrandinê.

         Dîsêrtasîaêda xudan guhdarîke mezin danye ser têmatîka şayîr û nivîskarêd ermenya, azêrya û gurcaye kurdî çawa dîharbûneke p’evgirêdanêd lîtêratûrîêye orta mileta. Heleqetîêd kurda-ûrisa, kurda-ermenya, kurda-azêrya, kurda-gurcaye lîtêratûrîêye we’dê nha rind hatine şirovekirinê.

         Knyazê Îbrahîm nava vê xebata xweda bi çapeke mezin qnyat cara ewlin dane xebatê.

         Çawa nava fikra oponêntêd resmî, usa jî fikra ulmdarêd mayînda hatye kivşkirinê, k’emala vê xebatêye ulm-têorêtîkîê û praktîke mezin heye bona virhada bêcerkirina pirsêd têorîa û terîqa p’evgirêdana lîtêratûraêd bratîê ser hîmê tomerîbûna lîtêratûra sovêtîêye p’ir’milete îdêatîê û serecemê.

         A bona van qîmetêd bilind bû, wekî komîsîa atêstasîone bilind van axirya dîsêrtasîa Knyazê Îbrahîm bi yekdengî testîq kir û navê doktorê ulmêd fîlologîê daê. Ew dîsêrtasîa pêşine, ki bal me alîê lîtêratûra kurdada hatye xweykirinê. Bira ew nava wî bimbarekbe û şuxulvanya wîye virhada hê emekdarbe.

         Çawa merî Knyazê Îbrahîm merîkî bêqusûre, eynsî camêre. Ulmdarekî derheqa wîda wa nivîsye: “Ew eynsî întêrnasîonalîste. Xebata xweye hîmlîra tevayî ew xebateke mezin dike bona terbyetkirina xebatçîêd Ermenîstanêye întêrnasîonal. Ew wekîlêd miletêd başqe-başqe nêzîkî hev dike… Bi gilîkî, K. Î. Mîrzoêv ne ku tenê nava têorîaêda îdêaêd întêrnasîonalîzmê xwey dike, lê bi xebata praktîkva p’evgirêdanêd cimetaye dostîê dide qewînkirinê”.

         Knyazê Îbrahîm xebata mexlûqetîêye aktîv dike – uzvê komîtêa înstîtûtêye partîaêye, uzvê şêwra înstîtûtêye ulmîye, lêktorê Kommerkezya PK Ermenîstanêye neştate, uzvê T’faqa nivîskarêd T’R’SS-ye, uzvê serwêrtya T’faqa nivîskarêd Ermenîstanêye, sedrê sêksîa nivîskarêd azêryane û yêd mayîn.

         Temamya kolêktîva înstîtûta ermenyaye pêdagogîê qedrê Knyazê Îbrahîm digre, jê h’iz dike. Ew usa jî nava întêlîgênsîa kurdada merivekî h’izkirî û qedirgirtîye. Ew bi aktîvîke çiqasî mezin tevî emrê binelîêd rêspûblîkaêye kurd dibe, her pêşdaçûyînek û destanîneke wêra çiqasî şa û firnaq dibe, çiqasî berxwe dikeve, gava kêmasî yanê şaşîke wê derecê dibîne. Ew eynsî pêşewitîê miletê xwe û kûltûra wîye. Lema jî stendina vî navê ulmîyî bilind ne ku tenê bona wî, qewm-pismam, heval-hogirêd wî, lê usa jî bona temamya întêlîgênsîa rêspûblîkaêye kurda şabûneke mezine.

         Belê, rya emrê wî geş destpê bû û gîhande paşwextya geş. Em bawerin, wekî virhada jî açixîêd ulmîye mezin wê rêberya Knyazê Îbrahîm bikin. Xebath’izî û cedandina wî, sirafet û k’emala wî kefîltya wê yekêne.

 

 

“Rya teze”, 28-ê dêkabrê s. 1988