amarikesardar
XEBERA XWEŞ BAHARA DILANE (2004)
XEBERA XWEŞ BAHARA DILANE
Van axirya ez mêvanê maleke kurda bûm. Malxuê merivekî navsere bû, camêrekî şertê xwe bû, maqûlekî bi xeberdan.
Îlahî xeberdana wî ez heyr-hijmekar hîştibûm. Çawa dibêjin, bi serî xeberdana wî maqûltya cimeta me dihate k’ivşê.
Biç’ûka û mezina slav bidanaê, ewî gişkara digot: “Ser sera, ser ç’evara hatine”. Çawa dibêjin, hema sifteda, bi slaveke şîrin, bi cabeke xweşxeberva ewî dilê meriva dik’ir’î.
Wexta gilî bihata ser tiştekî usa, ku cayîz nîbû ber camêra bihata gotinê, ewî nedigot yanê jî bi cûrekî usa digot, wekî ew necayîzî ji ort’ê dihate hildanê.
Em bêjin, nava cimetêda gilî bihata ser k’erê. Ewî t’u wexta nedigot “k’er”, lê e’se digot “guhdirêj” û bona îznê bistîne ber hazira navê wê heywanê hilîne, e’se digot: “H’aşa h’izûra camêrê sekinî” û teê bigota bi wî cûreyî baxşandinê ji hazira dixweze, ku gilîkî usa anî ort’ê, yanê navê heywaneke usa dida, ku ne caîze.
Yekî gilîkî qenc bigota yanê due’ak lê bikra, ewî e’se digot ”ç’evê minî” û bi zarekî usa digot, wekî himber qelpî-qûlpî nava gotina wîda tex’mîn nedikir, lê hela serda tê derdixist, wekî gotina wî bi dile, wekî rastî weke ç’evê xwe qedrê wî zane.
Xebereke wîye mayîn jî qet ji bîra min naçe: “H’aşa camêrê gulî”. Çawa dibêjin, ewî bi vê xeberê serê lodê digirt, e’k’sî ji xeberê dida derxistinê (“h’aşa”) û qedrê hazira jî bilind digirt (“camêrê gulî”).
Wexta gilî bihata ser nexweşîê yanê mirinê, eva xebera ser zarê bû: “Dûrî van cîya” yanê “dûrî hazira” û bi wê yekê nîşan dida, wekî ew naxweze tiştekî usa vê malê biqewime yanê bê serê hazira.
Bona xêlifayî xebera wîda tunebe, paşya her xebereke wî cûreyî ewî digot: “bême’ne”, yanê tiştekî mayîn wê xeberêr’a tex’mîn nekin, fikra xêlifayê têda tune.
Û rastî jî, gava te guh dida wî, temamya me’rîfeta cimeta meye xeberdanê dihate k’ivşê. Cimeta me qedrê xeberdanê zanibûye û çiqas-çiqas gilî-gotinêd vî cûreyî nava zimanê meda hene. Her xeberek ç’ekeke, çika wê ç’ekê çawa didî xebtandinê. Cî heye, wekî xeberek dikare bibe me’nya tragêdîake mezin, cî jî heye, wekî xeberek dilê merya dide şakirinê, te t’irê malê dinê dane te. Lema jî cimeta me gotye: “Xebera xweş bahara dilane”. Wexta usane, em çira hevra bi qedir, bi me’rîfetî xeber nedin, xebereke xweş hevra nebêjin. Maqûltya xeberdanê, ku nava cimeta meda ewqasî mezine, nîşaneke me’rîfet û terbyetdarya başe. Îlahî eva yeka derheqa cahilêd medane. Cahil gotî ne ku t’enê guh bidne ser xeberdana mezina, wan gilî-gotina hînbin, lê usa jî wana bikne nava zarê xwe, bira ew bibne xemla xeberdana wan. Gelek cara, wexta cahilêd me (îlahî cahilêd şehera) xeber didin, maqûltya xeberdana cimeta me naê k’ivşê.
Gelo mînanî çiye, wekî em gelek cara ha slavê didin hev: yek dibêje “Sivexêra te”, yê mayîn caba wî dide, dibêje “Sivexêra te”. Gava yek yekîra dibêje “Ser ç’evara hatî”, xwe ew yek nîşan nade, ku rastîê ew ser ç’evê wîra hatye yan jî dixweze e’se ser ç’evê wîra bê, lê nîşan dide, wekî qedrê himber zane, hatina wîra şaye, vê sibê dixweze xebereke xweş bêje. T’u tiştekî nux’sankirinê nava slavvegirtina usada tune, hela serda maqûltya baş heye, ruhmezinbûn heye. Cimeta me bi qurna usa gotye, fikreke qenc kirye nava wê, ê, em jî çira gotî vê yekê hesab hilnedin, xebereke xweş hevra nebêjin, dilê hevdu nedne şakirinê. Û ne t’enê pirsa slavkirinê û slavvegirtinêda.
Kûltûra xeberdanê nîşaneke pêşdaçûyîna meryaye mezine û çiqas ew kûltûra bilinde, ewqas dereca pêşdaçûyîna wê cimetê yanê wî merivî bilinde.
Dêmek, werin em bi maqûltî hevra xeberdin û t’u wexta bîr nekin, wekî “xebera xweş bahara dilane”.
“Rya teze”, fêvral, s. 2004
7 ROJA LI TÊHRANÊ (2003)
7 ROJA LI TÊHRANÊ
Bi teglîfkirina radîo û têlêvîzîona Rêspûblîka Îranêye Îslamîê ez ji 29-ê sêntyabrê hetanî 6-ê oktyabra îsalin li Têhranê bûm.
Ez hatibûme teglîfkirinê bona tevî wê fêstîvala p’arêd radîoxeberdan û têlêvîzîonêye bi zimanêd cuda-cuda bibim, ku hersal tê derbazkirinê. Îsal wekîlêd 27 welata hatibûne teglîfkirinê. Ewana wekîlêd wan welata bûn, bi zimanê kîjana ji radîo û têlêvîzîona Rêspûblîka Îranêye Îslamîê elametî têne dayînê. Ez bi înîsîatîva p’ara kurdî hatibûme teglîfkirinê.
Wextê wê fêstîvalê her p’arek avayîkî mexsûsda goşê xwe teşkîl dike. Îsal goşê p’ara kurdî gelekî hewaskar bû. Wêderê şiklê kulfeteke Xorasanêye kurde mezin dîwêr xistibûn, kitêbêd bi zimanê kurdî, kasêt, kovar ser dexla danî bûn. Wî goşeyîda usa jî nimûnêd deba me û tiştêd miletîêye mayîn nîşan dabûn. Temaşeçya ew xeberêd merivêd navûdeng dixwendin, ku wana derheqa p’ara radîoxeberdanêd kurdîda gotine. Ew xeber bi herfê mezin nivîsî bûn û dîwêr xistibûn.
Wexta wê fêstîvalê tê eyankirinê, wekî kîjan p’ara bi zimanêd cuda-cuda rind k’ar kirye, û ew têne rewakirinê.
Ez pê hesyam, wekî par ew fêstîval navbera p’arêd wan zimanada derbaz bûye û p’ara radîoxeberdan û têlêvîzîona kurdî cîê pêşin girtye. Îsal lec diçû navbera xebatkarêd wan p’arada. Ez bi şabûn dixwezim bidme k’ivşê, wekî îsal 12 xebatkarêd p’ara kurdî û k’oma têlêvîzîona kurdîye zar’oka xelat birin. Derheqa wê yekêda wê civata şaynetîda hate elamkirinê, t’evî kîjanê dibûn çawa serkarya radîo û têlêvîzîona Îranê, nevsêd resmîye mayîn, usa jî baylozê wan 27 welata.
Fêstîval ser dereca bilind derbaz bû, kîjanê alîkarîê bide dha nêzîkîhevbûn û hevfemkirina cimeta.
Ez dixwezim dha hûrgilî derheqa p’ara radîoxeberdan û têlêvîzîona kurdîda binivîsim. P’ara radîoxeberdanêd kurdî (soranî û kurmancî) sala 1949-a hatye teşkîlkirinê, arxîva wêda çend hezar kilam, mqam û radîokompozîsîa têne xweykirinê. Ew p’ar rojê 7 seheta elametya dide û wêda weke 40 merî k’ar dikin. Gelek bernemêd wê p’arêye hewaskar hene, ku ji alîê guhdarada baş têne qebûlkirinê.
Serkaryê wê p’arê dike Meh’emed Cefernijad. Raste, ew kurd nîne, lê kurdparezekî erhedeye û her tiştî dike bona pêşdaçûyîna wê p’arê. Serkarê p’ara kurmancî Resûl Mîlane. Xwendina wîye bilind heye, du înstîtût kuta kirine. Kurmancîke delal xeber dide. Bi hereketê wî gelek merivêd milete meye navdar wê p’arêr’a hatine girêdanê. Ew ji Avstralîaê, Ûrisêtê, Ermenîstanê, Qazaxstanê, Almanîaê, Bêlgîaê, Holandîaê, Fransîaê, welatêd Skandînavîaê, Tûrkîaê, Sûrîaê û welatêd mayînin. Ew bi t’êlê hertim hevpeyvîna t’evî wan derbaz dike, gelek guhastinêd baş kirine nava radîoxeberdanêd kurmancî. Serkarya radîo û têlêvîzîona Îranê gelekî qedrê wî digre û hertim înîsîatîvêd wî xwey dike.
Eva çend sale, wekî p’ara têlêvîzîona kurdî hatye teşkîlkirinê. Rojê ew 3 seheta elametya dide, lê, telebextra, hertenê 15 deqe bi kurmancî elametî têne dayînê. Minra gotin, wekî wê zûtirekê we’dê elametîêd kurmancî zêdekin û bikne 1,5 seheta. Bernemêd vê p’arê jî gelekî hewaskarin. Vêderê 30 xebatkar k’ar dikin. P’ir’anya wan xweyê xwendina bilindin.
Çawa p’ara radîoxeberdanada, usa jî têlêvîzîonêda gelek keç’ê kurd k’ar dikin. Ewana zane û aktîvin, k’arê xwe bêqusûr diqedînin. Şe’detya wê yekê ewe, wekî nava rewakiryada çend keç’ê kurd hebûn.
Serkarê têlêvîzîona kurdî Et’a Qadirîye, xortekî beşerxweşî bi xeberdane.
Ez bi h’izkirin dixwazim navê wan rojnemevanêd me bidim, ku radîo û têlêvîzîona kurdîda k’arekî kêrhatî dikin: H’ecî Nîzamî, E’merê Şexkanlî, K’erîmê Xorasanî, Eyûbê Gazranî, E’merê Aramî, H’useynê Qurban P’ûr, Dîno Meh’mûdzadê, Sîamendê Kakayî, Sîmzera Misto, Îsmayîlê Sadiq, Neşmîla H’ecî û yêd mayîn.
Xebatkarêd radîoxeberdan û têlêvîzîona kurdî bi hewaskarîke mezin derheqa kurdêd Ermenîstanêda dipirsîn.
Raste, ewana rind haj çand û lîtêratûra kurdêd Ermenîstanê, rewşa wane abûrîda hebûn, lê dixwestin dha gelek tiştî pê bihesin. Ewana qîmetekî mezin didane emekê rewşenbîrêd Ermenîstanêye kurd, derheqa gelekada hûrgilî zanibûn. Rind haj wê lîtêratûra kurdî hebûn, ku Ermenîstanêda pêşda hatye, gelek nimûnêd wê xwendibûn û derheqa wanda ser fikreke baş bûn.
Min bi dilekî şa xatirê xwe ji hevalbendêd xweye kurde qelemê xwest û hatme bawerkirinê, wekî bi saya k’arê wanî kêrhatî pêşeroja çanda me wê dha geşbe. Dawîêda ez dixwezim bidme k’ivşê, wekî wana hukumekî baş ser min hîştin û şame, wekî mecal k’ete min wan rojnemevanêd mer’a û k’arê wanî kêrhatîra bibime nas.
“Rya teze”, oktyabr, s. 2003
REWŞENBÎRÊD ERMENÎ DERHEQA KURDA Û ÇANDA WANDA (2003)
REWŞENBÎRÊD ERMENÎ DERHEQA
KURDA Û ÇANDA WANDA
Bawer bikî wekîlêd rewşenbîrêd t’u miletekî mayîn derheqa kurdada bi t’omerî hildayî ewqas tişt nenivîsîne û dîrokêra nehîştine, çiqas ulmdar û nivîskarêd ermenî. Û ew yek bi temamî tebyetîye.
Berê ewlin cimetêd ermenî û kurd bi qurna cînarê hev bûne û çawa dîrokzanê ermenîyî eyan Hakob Manandyan dide k’ivşê, ew cînartî anegorî serkanîêd dîrokî berî dewrana me ji qurnêd 5-a tê. Lê dîrokzanekî ermenyayî mayîn – Orbêlî dinivîse, wekî berî dewrana me qurna yekêda wextê Tîgranê Mezin mîrê welatê cînar – Kurdistanê, ku qezaêd Mok’sê û Ax’znîk’ê jî teslîmî wî dibûn, dîwana padşê ermenyada cîkî sereke digirt.
Ya duda, gelek qezaêd Ermenîstana Roavaêda berê-berda ermenî û kurd tevayî mane, emrê wanî malhebûnîê ser derecekê bûye, herdu jî mînanî hev alîê malhebûnîê û miletîêda hatine zêrandinê. Dêmek, dostî û bratya wan, heleqetîêd wane çandê jî bi tebyetî bûne. Em bîr bînin, wekî ort’a kurda û ermenyada edetê k’irîvtîê hebû, gava kurda ermenî dikirne k’irîvê xwe, dêmek, dikirin dost û pismamê xwe û gelekî qedrê wê yekê digirtin. Nivîskarê ermenîyî eyan Raffî, gava mihacirekî ermenîra qse dike, evê axirîê dibêje, wekî em — kurd û ermenî brane, em bûne k’irîvê hev.
Ya sisya, gele cya (îlahî Ermenîstana Roavaêda) ermenya u kurda bi du zimana – ermenî û kurdî xeberdane, herdu ziman jî nêzîkî dilê wan bûne. Îlahî êzdya xênji zimanê xweyî dê gelekî aza zimanê ermenî zanibûne û xeberdane. Hela salêd qurna 19-ye 70-da rojnema “Mşak”-ê derheqa êzdyêd qeza Yêrêvanêda nivîsye: “Ermenîêd mihacir û êzdî dostê heve başin. Êzdî gişk ermenî xeberdidin”.
Qewlêd emrê malhebûnîê û debêye mînanî hev roleke ferz lîstine di şuxulê dha qewînbûn û dewlemendbûna p’evgirêdanêd ermenya û kurdaye çanda ruhanîêda. Eyane, wekî kurda û ermenya zyaretê hevdu hebandine, qedrê merivê heve eyan girtine. Êtnografê ermenyayî eyan Êrvand Lalayans dinivîse: “Ç’yaê Baletê, ku orta Nordûzê û Xoşanêdane, ji alîê ermenya û kurdada tê hebandinê”. Wê şûnda Lalayans dide k’ivşê, wekî lêgênda derheqa şerê Hayk û Bêlda nava kurdêd ç’yaê Şeh’îdda jî bela bûye û ewana wî ç’yayî dihebînin, t’u cara pêz wêderê naç’êrînin. Derheqa Grîgor Narêkasîda nava kurdada lêgênd hatine efrandinê. Gele dar ser navê wî hatine navkirinê û ji alîê ermenya û kurdada hatine hebandinê.
Gelek cya ermenî û kurd t’evî e’yd-e’refatê hevdu bûne, t’evayî şabûne û berxwe ketine.
Qewlêd ermenîêd roavaêye ç’ya û kurdêd cîye gêografîê û hewaê mînanî hev bûne û evê yekê jî hukumî ser t’im-t’êla wan kirye. Gele cya ç’ek-r’ih’alê wan mînanî hev bûne, ji herdu nehatine başqekirinê. Lalayans dinivîse, wekî k’incê mêrê ermenî û kurdê qeza Vaspûrakanê gelekî mînanî hevin, bawer bikî ji hevdu naêne başqekirinê.
“Nêzîkbûna ermenya û kurda, ku ji k’ûraya qurna tê, — dîrokzanê ermenîyî mezin Lêo nivîsye, — bêfitya hukumekî mezin ser herdu cimeta hîştye, gelek derecada emrê wanî çandê mînanî hev kirye”.
Cînartî, mînanîhevbûna qewlêd malhebûnîê û debê, nêzîkbûna çanda ruhanîê me’nîêd hîmlî bûne, wekî wekîlêd rewşenbîrêd ermenyaye pêş hewaskarîke ewqasî mezin berbi cimeta kurda, dîroka wê, zargotin û çanda wê nîşan dane, ewqas salix-sûlixêd hewaskare p’ir’qîmet mera hîştine, ku wexta t’am bêne berevkirinê û hazirkirinê, wê bibne gele cilde û bêy xebtandina wan serkanya dîroka cimeta me û çanda wêye ruhanîê wê t’am nîbe.
Vê mqalêda em her t’enê çend mesela bînin, wekî wekîlêd rewşenbîrêd ermenî derheqa cimeta meda çi gotine.
Nava dîroka cimeta ermenyada, hilbet, gelek merivê pêşe usa hebûne, ku cimeta kurde cînarva mijûl bûne, derheqa wêda nivîsîne, lê di dereca lênihêrandina dîrok, êtnografîa, folklor, ziman û derecêd çanda kurdaye mayînda t’u kesekî xebateke ewqasî mezin nekirye, çiqasî hîmdarê lîtêratûra ermenyaye teze, nivîskar û ronaydarê mezin Xaçatûr Abovyan (Me derheqa X. Abovyan û cimeta kurdada îdî nivîsye. “Rya teze”, hejm.2, s. 2003).
Paşî Abovyan kurdzanekî meşûrî erhede profêsor Êx’îazarovê ermenî bû. Ew gelekî nêzîkî cimeta kurda bûye. Zimane kurdî rind zanibûye, nava kurdada ger’yaye, nasya xwe daye dîrok, deb, zargotina wê, paşê xebata xweye ulmîye giranbaha “Oçêrka êtnografîêye kurt derheqa kurdêd qeza Yêrêvanêda” û xebernema kurdî nivîsye. Lazime bidne k’ivşê, wekî cara ewlin bi sernivîsara “Oçêrka êtnografîêye kurt derheqa kurdêd qeza Yêrêvanêda” mqalêd wî rojnema ermenyaye “Arzagank”-êda s. 1884-a bi zimanê ermenî neşir dibin û ji alîê xwendevanada baş têne qebûlkirinê.
Dereca kurdzanîêda xebateke mezin kirye fikirdarekî ermenyayî pêş Armênak Safrastyan. Ewî Rohilata Nêzîkda xebata dîplomatîê kirye, haj gelek qewmandinêd dîrokêye ferz hebûye, ku cimeta kurdara girêdayî bûne. Xênji çend mqala, ku rojnema “Arêv”-da neşir bûne, ew usa jî xebateke qîmetlî dinivîse bi sernivîsara “Kurd û Kurdistan”. Çend p’arêd wê bi înglîsî têne neşirkirinê, lê bi temamî, telebextra, dimîne neşirnebûyî. Nemeke xweda ew dinivîse: “Min dîroka êzdya bi temamî hildayî hazir kirye, nava kîjanêdane usa jî kitêba wane ruhanîê “Kitêba cilwa” û “Mesh’efa r’eş” bi zimanê kurdî û bi tercma ermenî, bi wan hemû şirovekirinava, derheqa kîjanada Roavaêda hatye nivîsarê… Destnivîsara wê dîrokê îdî hazire”.
Fikirdarekî ermenyayî mayîn Xostîkyan nava mqala xweda (“Kurd”) derheqa êzdyada me’lûmetîêd hewaskar tîne. “T’erêqê êzdya mîna snifa hatine teşkîlkirinê, — ew dinivîse. – Zyareta wane hîmlî li Lalişêye, kîderê Şîxadî definkirye. Ew hîmdarê dînê êzdyane, xudanê “Kitêba cilwa”-ye. Şîxadî merivê qurna 12-aye, hilbet, ya dewrana me. Dîrokzanêd tirka derheqa Şêxadîda nivîsîne û wî bîr tînin. Musulmana s. 1415-a mezelê wî hilşandine, êzdya paşê dîsa çêkirine. Wexta sersala wî, 23-ê sêntyabrê, bal mezelê wî 7 roja e’ydê dikin”.
Di dereca pêşdabirina kurdzanîêda xebateke erhede kirine akadêmîk Hovsêp Orbêlî, Lêo û yêd mayîn. Xebat û mqalêd wane derheqa kurda û Kurdistanêda zûva ketne nava xezna kurdzanîêye zêr’în. Akadêmîk Orbêlî ne ku t’enê kurdzanekî meşûr bû, lê usa jî xêrxazekî cimeta kurda bû. Bi serekvanya wî bû, ku Lênîngradêda (nha Sankt-Pêtêrbûrg) hîmê kabînêta kurdzanîê hate danînê, bi serekvanya wî bû, ku gelek xort û qîzêd kurd îro bûne kurdzanêd meşûr. Eyanin gotinêd wî derheqa Ahmedê Xanîda, ku ew datanî rex e’sabêd rohilatêye lîtêratûrîêye usa, çawa ku Fîrdoûsî, Nîzamî, Rûstavêlîne. Ewî qîmetekî mezin daye zargotina me, îlahî hevaltî û destebraktya Memê û Qeret’ajdîn û, çawa dîtindar şe’detîê didin, salêd blokada Lênîngradê, gava ew ber eskera pêşda dihat, t’imê mesela hevaltî û destebraktya Memê û Qeret’ajdîn danî. Eyane usa jî xebernema kurdî-ûrisî, ku ewî ser hîmê zaravê qeza Mok’sê hazir kirye.
Abovyan, Srvanztyan, Raffî, Êx’îazarov, Movsîsyan (Bênsê), Îsahakyan, Zaryan, Koçar û yêd mayîn zargotina cimeta me bilind qîmet kirine û k’emala wêye mezin dane k’ivşê. Nava xebera xweda (“Pismamê mine kurdr’a”) Avêtîk Îsahakyan nivîsye: “ Zar’otya minda gele pismamêd mine kurd hebûn û ez gele cara wan qesidîme, him alîê Elegezê, him alîê Şîrakê, Naxçiwanê, Dîgor’êda bûme mêvanê wan.
Min hertim li halê kurda pirsye.
Şivanê gundê me – Mexso û H’aco ji gundê Surmelîêye Qereqelê û P’almûtê bûn. Ewana derbaharê hetanî payîzê kerî-sûrîê gundê me diç’êrandin, payîzê diçûne qijlêd xwe bona baharê dîsa bên.
Mexso blûreke hêle lêdixist, lê H’aco dengbêj bû. Wana kilamêd cimeta xweye dilşewat distran. Min bi dil û eşq guh dida ser stran û dengê wan, ç’îrok û efrandinêd kurdaye êpîkîê, folklora kurda dibihîst, ku min zar’otya xweda hetanî roja îroyîn jî h’izkirye. Ez hogirêd xweye kurde qelemêra dixwazim, wekî ew folklora xweye dewlemend bi firetî bidne xebatê û lîtêratûra xweye teze ser wê bidne hîmkirinê”.
Avêtîk Îsahakyan rastîê jî xêrxaz û pêşewitîkî cimeta me bû. Hecîê Cndî mqaleke xweda wa nivîsye: “Tê bîra min civata serwêrtya T’faqa nivîskaraye bi sirê, ku payîza s. 1937-a derbaz bû, li k’u min derheqa pêrspêktîvêd pêşdaçûyîna lîtêratûra kurdaye sovêtîêda doklad da. Avêtîk Îsahakyan, ku çend meh bû vegeryabû weten, xeberdana xweda k’emaleke mezin da pêşdabirina lîtêratûra kurdaye teze li Ermenîstana Sovêtîê”. Wê xeberdana xweda ew usa jî dide k’ivşê, wekî k’emala vê lîtêratûra me bona cimeta kurdaye welatê derekeye p’ir’mîlîonê çiqasî mezine, û meseleke ha tîne: “Wexta ezî li Parîzê bûm, kitêbê mayînra tevayî min kitêbê dersê zimanê kurdî jî stendin, ku Yêrêvanêda neşir bûbûn. Kurdekî nasê minî xwendî, gava ew kitêbê dersa dîtin, dane ser sîngê xwe û k’ela wî t’ijî bû, girya, razîbûna xwe da hukumeta sovêtîê, cimeta ermenya bona neşirkirina kitêbê dersê zimanê kurdî û vekirina mektebê kurdî”.
Naîrî Zaryan jî derheqa me’rîfeta kurde efrandarîê, lîtêratûra wêye zarda ser fikreke mezin bû: “Cimeta kurda, — ewî nivîsye, — alîê zargotina cimetîêda gelekî dewlemende. Êposa kurdî bi dewlemendbûna serecema xwe, bi k’ûraya h’esînêd xwe û reng-awazêd rohilatêye geşva dikare êposêd rohilatêye here başr’a bikeve lecê”.
Nivîskar, fîlologêd ermenî, ku nêzîkva nasya xwe dane nimûnêd zargotina kurda, tex’mîn kirine, wekî ew bi obyêktîvî emrê ewê cimetê, deba wê, dîroka wêye derbazbûyî nîşan didin. “Kilamêd aşiqê kurd, — Raffî nivîsye, — kilamêd sade nîbûn, ewî temamya destanekê distra, ku şayîrê cimetê ji emr hildabû”.
Zargotina kurdaye cimetîê xeysetê wê cimetêye miletîê nîşan dide. Derheqa vê yekêda Raffî wa dinivîse: “Hetanî roja îroyîn minra li hev nehatye kilameke usa bibihêm, ku ewqasî ûymîşî xeysetê miletîê bibe, ewqasî ruhê cimetê nîşan bide, çiqas kilama kurda”.
Eyane, wekî şayîrê ermenyayî li Amêrîkaê Karapêt Sîtal poêma cimeta meye eyan “Mem û Zîn” du cara veçêkirye. Cara pêşin ewî miletê Memê guhastye, kirye ermenî. Eva yeka paşwextîêda gelekî lê k’eder hatye û cara duda veçêkirye, usa nivîsye, çawa ku cimeta me efrandye, yanê Memê vegerandye û daye cimeta me. Derheqa vê yekêda ewî nava pêşxebera xweda nivîsye: “Bira eva bibe borcê dilê min ber cimeta cînara meye mezine e’fatê qelsnebûyî. Wê cimeta mêrxas, ku, raste, îro bin p’yê zevtçîêd welatê derekeye qet’lêda tê zêrandinê, lê roja azaya wêye kutasîêye geş nikare dûrbe”.
Wekîlêd rewşenbîrêd ermenî bi t’omerî hildayî gelekî qenc derheqa cimeta meda nivîsîne û gele salix-sûlix, me’lûmetîêd ferz mer’a hîştine. Hilbet, cetine nava mqalekêda derheqa gişkada xeberdî. Lê ew meselêd, ku me anîn, besin, wekî bêne bawerkirinê, ku her t’enê xêrxaz dikarin derheqa cimeta meda usa binivîsin, xeysetê wêye miletîê, çanda wêye ruhanîê usa qîmet bikin. Eva yeka dha berbiç’ev dibe, gava em fikrêd wekîlêd rewşenbîrêd ermenî derheqa cimeta meda himberî fikra hinek r’êwî û ulmdarêd roavaê û tirk dikin, nava kîjanada ya sereke dijminayî û neyartîye berbi cimeta me, şer û şilt’axin, ku davêjne cimeta me.
“Rya teze”, mart, s. 2003
ABOVYAN Û CIMETA KURDA (2003)
ABOVYAN Û CIMETA KURDA
Çawa hûmanîst berbirîbûna Xaçatûr Abovyan berbi hemû cimeta, îlahî cimetêd cînar, gelekî bi pismamtî bûye. Ewî qedrê hemû cimeta digirt, ew ç’ûk bûna yanê mezin, terefdarê dostî û bratya wan bû. Ewî t’u cara û t’u wexta firqî danenye orta cumeta, çi tiştê baş, qenc cem cimetêd mayîn dîtye, pesinandye.
Vê derecêda hewaskare berbirîbûna Abovyan berbi cimeta kurda.
Romana wîye eyan “Birîna Ermenîstanê”-da çend meselêd dostî û bratya cimetêd ermenî û kurda hene. Ew, mesele, nîşan didin, wekî çawa rojêd ox’irmê giranda ew pişta hev sekinîne, hevdu xwey kirine û tevayî şerkarî kirine miqabilî dijmin. Awa, mesele, nava k’oma mêrxasê romanêyî sereke Ax’asîda gele kurd hene. Eyane, wekî Ax’asî bi k’oma xweva miqabilî zevtçîêd welatê dereke – hukumdarêd fariza şer dike. Wexta şerê ser Anîê kurdêd k’oma Ax’asî mêrxasya nebînayî dikin. “Ax’asî çar kurd xwera hildan, birin, — nivîskar dinivîse, — çimkî wana sond xwaribû hetanî roja mirinê ji Ax’asî dûr nekevin û sond bona wan tiştekî zyaretîye”. Cîkî mayîn nivîskar dide k’ivşê, wekî “her t’enê wan çar kurda panzdeh tirk kuştin”.
Lê, hilbet, Xaçatûr Abovyan bona me berê ewlin eyane çawa fikirdarekî usa, ku Ûrisêtêda merivê pêşin bû, wekî kurdzanîêva mijûl bû. Wetenh’iz û hûmanîstê mezin ze’f rind cimeta kurda naskiribûye, zimanê wê zanibûye. Derheqa wê yekêda şe’detîê didin ew mqale û lêgerînêd wî, ku derheqa derecêd emrê cimeta kurdaye başqe-başqedanin û meremê wan ewe, wekî nasya dinyaê bide cimeta kurda, ku “ji alîê dîrokêda hatye bîrkirinê”.
Ronaydarê ermenyayî mezin çend mqale û lêgerînê derheqa cimeta kurdada nivîsîne. Em navê wan mqala û lêgerîna bidin: “Kurd”, “Kurd û êzdî”, “Oçêrk derheqa pêşdahatin (êtnogênêz), ziman, erf-edet û rabûn-rûniştandina kurdada”, “Çend fikir derheqa kurda û êzdyada”. Xênji wê ewî usa jî êpêce nimûnêd zargotina meye cimetîê tercmeyî almanî kirine.
Nava wan lêgerînêd xweda Abovyan ser pirsêd dîroka cimeta kurda disekine, xebera “kurd” şirovedike û tê ser wê fikrê, wekî ew ji navê cî – Kordûk’ê pêşda hatye, li k’u berê mar (pêşîê kurda) mane.
Nava wan xebatê xweda Abovyan guhdarya mexsûs usa jî datîne ser zimanê kurdî, xusûsîêd wî zimanî, sazbendya xeberdana kurdî dide k’ivşê. Gelek fikrêd Abovyan derheqa zimanê kurdîda zemanê meda jî k’emala xwe unda nekirine.
Lê salix-sûlxêd wî derheqa miletzanebûn, deb, sîyasîê-malhebûnîê, erf-edetê emrê cimeta kurdada çiqasî qîmetlîne. Ew bi hûrgilî dinivîse, wekî kurd bi çiva mijûl dibin, şuxul-emelê wan çiye, heleqetîêd neferê malê çawanin, derheqa strûktûra êla, qebîla, berekada xeber dide.
Gava Abovyan derheqa wê yekêda xeber dide, wekî kurd çiqasî qedrê jinê digrin, dinivîse: “Qedirgirtina jinê, hetanî jina xaçp’arêz jî layîqî e’cêbmayînê û ç’evdayînêye… Hetanî qayîlbûna wan qûla tunebe, ku wextê şêr dîl girtine, t’u cara nastînin, nakin bermalya xwe”. Cîkî mayîn ew derheqa vê pirsêda fikreke ha dibêje: “Jin, îlahî jina şule’t, ber ç’evê wan merîke buhurtîye”.
Abovyan şe’detîê dide, wekî kurd venaşêrin, ku wana “tirka kirye eynat û mêla wan berbi ûrisaye”.
Ronaydarê mezin usa jî ser dînê kurda disekine û dide k’ivşê, wekî nava wê cimetêda du hebandin hene: meh’medî û êzdî. Le hela wî çaxîda ewî derc kirye û nivîsye, wekî raste, dînê wan başqeye, lê ew cimetekin. Derheqa dîn, hebandin, deba kurdêd êzdîda Abovyan gelekî xeber dide. Ew dide k’ivşê, wekî “kurdêd êzdî ermenyar’a dibêjin bra… Bona wan (yanê kurda) ew her tişt zyaretî û t’iberke, çi ku yê cimeta ermenyaye, — Abovyan dinivîse, — dha zû ewê hebûna xwe bidne ermenya, ne ku tiştekî wana hildin û hebûna ermenya wê bi emrê xwe xweykin”.
Dikarin bi cule’t bêjin, wekî merivê pêşin, ku Pişkavkazêda zargotina kurdaye cimetîê bi ulmî qîmet kir, Xaçatûr Abovyan bû. Ew dide k’ivşê, wekî dewsa xebera nivîsar nava kurdada zargotina cimetîê gelekî pêşda çûye û gihîştye dereca t’ambûnêye bilind. “Poêzîa cimeta kurda, — ew dinivîse, — gihîştye dereceke usaye bilind, ku meriv bi pêşdaçûyîna wê şaş û met’el dimîne. Her kurdek, hetanî her jineke kurd jî, e’slî bi ruhê xweva şayîre, alîê tiştberxwederxistinêda k’emal, me’rîfeta wan her yekî p’ir’e. Ewana gelekî sade û bi xeberêd fer’ih’ derheqa best, ç’ya, gur’gur’e, kanî, kulîlk, ç’ek-sîlih’, hesp, e’fatîêd xweye wextê şêr, derheqa bedewê xwe û k’aw-k’ubarya wanda, derheqa wan hemû tiştada distrên, çi ku nêzîkî dilê wan û sewdê wane, gişkî bi himberîhevkirinava dinitirînin û dicedînin wan hemûya bi kilamêd xweye mqamxweşda dha rind bidne k’ivşê”.
Abovyan k’emala zargotina cimeta kurda tîne ber ç’eva û dide k’ivşê, wekî ew roleke mezin dilîze emrê wê cimetêda. “Kilamêd kurda p’ir’qîmetin, — ew dide k’ivşê, — çawa dîharbûna emrê wêyî ruhanîê û cûrê fikirmîşbûna wê cimetêye xwexwetîê, cimet, ya ku hîn bûye nanê xweyî garis ser hemû te’mêtîzkêd Avropa zor û xwendîye xweşra bigre”.
Zargotina cimeta kurda bi îdêaêd pêş, qîmetîêd bedewetîê-terbyetdarîêye bilindva roleke ferz lîstye emrê wê cimetêda. Abovyan guhdarî danye ser vê yekê. Ew dinivîse: “… ew kilam jî k’omekê didin milahîmkirina xeysetê ewledê ç’ya û h’izkirina wan berbi wetenê wan hê didine gur’kirinê”.
Wê şûnda Abovyan bi hûrgilî derheqa strûktûra kilamêd kurdî, bnyat’a çarxetê wane wekilandinê, derheqa dengbêjada xeber dide. Ew dide k’ivşê, wekî dengbêjê kurd hela berî destpêkirina stranê destê xwe didine ber peleguhê xwe û dibêjin “ha wî, ha wî, lê-lê, lo-lo, yo-yo”. Ewî usa jî tex’mîn kirye, wekî wexta kilam derheqa qismî jinadane, bi xeberêd “lê-lê” destpê dibe, le eger derheqa qismî mêrdane, bi xeberêd “lo-lo”.
Bi dûrdîtina ulmdarê mezin Abovyan lazimaya berevkirina kilamêd cimetê, îlahî kilamêd kurda dide k’ivşê û bi xwe jî bû înîsîatorekî wî şuxulî. Kirineke wîye p’ir’qîmet jî ewe, wekî ewî çend kilamêd kurdaye mêranîê û evîntîê nivîsîn, bi xwe tercmeyî zimanê almanî kirin û cara pêşin nasya cimetêd Avropaê da nimûnêd zargorina cimeta me. Kilamêd nivîsî şe’detîê didin, wekî ronaydarê ermenyayî mezin rind zimanê kurdî zanibûye. Orîgînala p’areke wan kilamaye kurdî tune, lê orîgînala hinekê mayîne kurdî heye, ew bi herfê ermenî û latînî hatye nivîsarê.
Tiştekî hewaskar ewe, wekî kilameke kurdîda (“Keşîş Polo”), ku Abovyan nivîsye, derheqa wê şerkarîêda tê gotinê, ku cimeta kurda û ermenya tevayî miqabilî zevtçîêd Tûrkîaê kirine. Ew yek sala 1828-a neh’ya R’edewanêda qewimye, gava kurdêd êzdî şerekî erhede dikirin miqabilî ordya Tûrkîaêye t’e’lîmkirî û dikaribû biqewimya ji alîê tirkada bihatana hincirandinê, eger ermenîêd cînar bi serkarya keşîş Polo nehatana hewara wan. Abovyan dinivîse: “Çawa merîkî wan şera gilî dike, lap van axirya êlbaşîê êzdya Mîrze ax’a û keşîş Poloê ermenî e’fatî û mêrxasya nebînayî kirine. Sala 1828-a neh’ya R’edewanêda, nêzîkî Mûsilê, her yek ji wana bi desta xweva nêzîkî ordya tirkaye 30 hezarê dibe û bi k’oma xweye biç’ûkva bawer bikî temamya ordîê dihincirîne”.
Bona nivîsara lêgerînêd xweye derheqa kurdada Abovyan du meha nava kurdada maye, me’lûmetîêd derheqa erf-edet, deb, dîn-hebandina wana h’esyaye. Du roja (31-ê dêkabra sala 1845-a hetanî 1-ê yanvara sala 1946-a) ew bûye mêvanê mala Îbrahîm ax’aê kurd. Abovyan dinivîse, wekî kurda ew gelekî bi dil qebûl kirine. “Temamya şevê me bi stran derbaz kir, — Abovyan dinivîse, — bi dil hevra misle’t kir, qawe vexwar, qelin kişand. Wî çaxî wana usa jî due’a-diruzgê xwe dikirin”. Wexta çûyînê Îbrahîm ax’a dixweze hespa xwe pêşkêşî Abovyan bike, lê dike-nake Abovyan wê pêşkêşa mezin hilnade. Çawa nîşana qedirgirtinê, wextê çûyînê Abovyan “qap’ûtekî xweyî Asîaêyî baş” pêşkêşî Îbrahîm ax’a dike. “Bi wê pêşkêşê min xwest wî bidme bawerkirinê, wekî ez layîqî dostya wîye bi dilim”, — Abovyan dinivîse.
Derheqa wan rojada, ku ewî t’evî kurda derbazkirine, Abovyan wa dinivîse: “Çetin min cîkî mayîn êvareke sala tezeye usaye bedew derbazkira, çawa ku vê carê, ber ocaxa wî merivê helal… Nava wan merîêd beşerxweşe berbihêrda cara ewlin ez ji wan hînbûm, wekî nava qezîaêda jî merî dikare alçax nebe. Cimeta şibh’î, deba şibh’î!..”
Wexta ewledê cimeta ermenyayî mezin bi qedirgirtineke ha derheqa cimeta meda xeber dida, xeyset û edetê wêye baş dipesinî û bi lêgerînêd xweye qîmetlîva dixwest, wekî dinya derheqa wê cimetêda t’enê rastîê pê bihese, lê gele r’êwîêd Avropa “xwendîyê pêşdaçûyî” hezar cûre bux’dan davîtin cimeta me, hurmeta wêye miletîê diketin. Abovyan bi wan lêgerînêd xweva derbeke mezin gîhand fikrê wan şuxulvanêd roavaêye “ulmî”. A, lema jî temamya efrandinêd Xaçatûr Abovyan û emrê wî ewqasî nêzîkî dil û sewdaê cimeta kurdaye. Gele şayîrê me şiêr pêşkêşî wî kirine, gele ulmdarêd me derheqa wîda mqalê ulmî nivîsîne û qîmetekî mezin dane şuxulvanya wî.
“Rya teze”, fêvral, s. 2003
HUSÊYN HUZNÎ MÛKRÎANÎ (2002)
H’USÊYN H’UZNÎ MÛK’RÎANÎ
Dîrokzanê eyan H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî nava kurdêd mûk’rîda merivê pêşin bû, ku hîmê neşirxana kurdî danî.
Neşirkirina kitêbêd kurdî, teşkîlkirina binga neşirkirina miletîê navê wîra girêdaîye.
Derheqa serhatya emrê wîda pêşxebera kitêba wîye “Pêşk’awtin”-da heye. Ew pêşxeber brê wî, Gîvî Mûk’rîanî – wî êntûzîastê neşirkirina kitêbêd kurdîyî mezin – nivîsye. Ewî jî şuxulê brê xwe pêşda bir.
H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî sala 1893-a gundê H’ecî H’esen, qeza Soûcbûlax’êda (nha Mêhabad, Îran) ji dya xwe bûye. Pêşîê bavê wî, apê wî ew hînkirine, paşê çûye mekteba cî. Paşwextîêda ew gelek welatêd Asîaê û Avropaê geryaye û evê yekê k’omek daye dewlemendbûna zanebûnêd wî. Cahiltîêda ew çûye Merex’ê, Tewrêzê, Yêrêvanêra çûye Moskvaê û Pêtêrbûrgê, li k’u du sala maye. Ew hînî zimanê ûrisû bûye û nasya xwe daye lîtêratûra ûrisa. Ji Ûrisêtê H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî çûye Hindistanê, Afx’anistanê, Tûrkîaê, Stembolêda maye. Ew Stembolêda jî hînî kalîgrafîaê û şuxulê neşirkirinê bûye.
Evê ger’ê hukumekî mezin ser fe’mdarya wî hîştye, wetenh’izya wî daye gur’kirinê. Bi gotina Gîvî Mûk’rîanî, H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî bona dha rind nasya xwe bide deb û kûltûra cimeta xwe bawer bikî hemû qezaêd Kurdistanê geryaye.
Ewî cahilekî bîst salî bû, lê îdî t’emiz zimanê hindî, erebî, tirkî, farizî zanibû, ûrisî dixwend û xeber dida.
H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî zanibû, wekî rola prêsê û kitêba çiqasî mezine bona belakirina ronkayê û pêşdabirina kûltûra miletîê û qrar kir bi k’îsî xwe neşirxana kurdî veke. Bona wî meremî ew sala 1914-a diçe Almanîaê û bi 120 lîraê Tûrkîaê dezgekî neşirkirinêyî biç’ûk û şrîfta erebî dik’ire. Destpêbûna sala 1915-a wî dezgehî tîne Helebê. Lê şrîfta erebî ne anegorî strûktûra fonêtîka zimanê kurdî bû. Bona wan sewtêd kurdî, ku nava erebîda tunene, ew nîşanêd mexsûs hiltîne, ku nava nivîsara farizîda dihatne xebtandinê. H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî wan herfa hiltîne û dîsa diçe Almanîaê û wan herfa dide h’elandinê. Herfê xwe dide t’amkirinê û dîsa vedigere Helebê û destbi neşirkirina kitêbêd kurdî dike.
Çêkirina herfê teze bi çi berbiç’ev bû? Eyane, wekî berî H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî çawa Tûrkîaêda, usa jî welatêd derekeda wetenh’izîêd kurd rojneme û kovarêd kurdî didane neşirkirinê (“Kurdistan”, “Kurd”, “Roja kurd”). Binga çapkirinê neşirxanê erebî yanê tirkî bûn, yanê ew herf didane xebtandinê, kîjan zimanêd tirkî û erebîda hebûn. Fe’mdarîye, wekî wana nikaribû strûktûra fonêtîka zimanê kurdî bidana razîkirinê, lema jî xwendina têkstada çetinayêd mezin hebûn. Bi hesabhildana wan çetinaya rûpêlêd kovara “Roja kurd”-da kampanîa sazkirina elîfba kurdî fire bû. Awa, mesele, hejmarêd kovarêye pêşinda pirsa elîfba kurdîye ser hîmê şrîftê erebî pêşda hate kişandinê. Lê ew yek nehate begemkirinê.
H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî, ku t’emba herfê teze dan, bû hîmdarê elîfba kurdîye teze, kîjan paşwextîêda dha hate t’amkirinê û hetanî roja îroyîn jî ji alîêd kurdêd Îraqê û Îranêda bi açixî tê xebtandinê.
Temamya giranya xebata neşirkirinê ketibû ser milê H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî. Ewî gelek-gelek çetinayî alt’ dikirin. H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî destnivîsar ber digirt, dinivîsî, bi xwe herfr’êz, korêktor, sînkograf, rêdaktor, rûgirê kitêbê bû û bi xwe ewî kitêb û kovarêd neşirbûyî difrotin.
Kitêba pêşin, ku sala 1915-a neşirxana H’usêyn H’uznî Mûk’rîanîda hate çapkirinê, poêma Ahmedê Xanîye “Mem û Zîn” bû. Navnîşa wan neşirkirinêd pêşin, ku neşirxana wîda çap bûne, ne mezine. Me’nîê vê yekêye obyêktîv gelek bûn.
Gelek kitêb û kovar, ku H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî salêd pêşinda dane çapkirinê, nha ne ku t’enê têne hesabê çawa degmê bîblîografîê, lê merî dikare bêje, wekî ne hatine xweykirinê. Mesele, kovarêd “Kurdistan”, “Ç’yaê kurd”, “Botan”, “Dîarbek’ir”, “Ararat”, “Soran” û yêd mayîn.
Helebêda neşirxane neh’ya “El-soyka”-da bû û hetanî sala 1925-a wêderê ma. Sala 1925-a Tûrkîaêda destbi serhildana Şêx She’îd bû, kîjan bi bêîsafî hate hincirandinê. Tûrkîaêda miqabilî kurda destbi rêprêsîa bûn. Her dîharbûneke kurdayetîê dihate hesabê çawa kirina miqabilî hukumetê û bêîsafî dihate hincirandinê. P’êlêd rêprêsîa ji hidûdêd Tûrkîaê der jî bela bûn. Neşirxana kurdî jî bin qezyaêda bû. Wextê serhildanê H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî kovara “Dîarbek’ir” bi zimanê kurdî û fransî dida neşirkirinê. Kovarêda bi firetî derheqa serhildanêda dihate nivîsarê û ewê pişta serhildanê digirt. Her t’enê çend hejmarêd “Dîarbek’ir”- ê ronkayî dîtin.
Sala 1925-a neşirxane ji Helebê cîguhastî Bex’dadê bû. Ji vêderê ewî bi k’omekdarya Şêx She’îd guhaste bajarê kurdayî Rêvandûzê (Îraq). Vêderê jî neşirxane bi navê “Zarî kurmancî” destbi şuxulvanya xweye gumreh’ dike.
Hetanî kutabûna emrê xwe H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî qulixî şuxulê xwe kir. Neşirkirina kitêbêd kurdî – ew şuxulê gelekî mezin û gelekî ferz navê wîra girêdaye. H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî 20-ê sêntyabrê sala 1948-a wefat bû.
Paşî mirina wî Gîvî Mûk’rîanî neşirxane guhaste bajarê kurdayî qedîmî Êrbîlê (Hewlêrê).
Mezine rola H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî di şuxulê pêşdabirina neşirkirinêd kurdîda. Ew xudanê gelek xebatêd lîtêratûrzanîê û dîrokêye. Ewî gelek xebat derheqa dîroka cimeta kurdada nivîsîne: “Avr’ekî paşava”, “Şahînşahanî kurdî zênd”, “Mîranî Soran”, “Navdaranî kurd”, “Kurd û Nadir şah”, “Kurdistanî Mûk’rîanî” û yêd mayîn.
Navê H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî nava dîroka çapemenya kurdîda bi herfê zêr’în hatye nivîsarê û çiqas jî dewr-zeman derbaz bin, emekê wî wê t’im bê şêkirandinê.
“Rya teze”, noyabr, s. 2002
EBDULLEH GORAN (2002)
E’BDULLEH GORAN
E’bdulleh Goran dêmekî lîtêratûra kurdayî nîveka sedsalya pêşinî mezine. Efrandinêd Goran bûne temamya dewraneke teze nava pêşdaçûyîna lîtêratûra kurdada. Ew tê hesabê çawa klasîkekî lîtêratûra kurda, yê ku gelek tiştêd teze kirye nava poêzîa kurdaye nuhda. Raste, efrandinêd wîye pêşinda cîê hîmlî motîva romantîkîê digirt, lê paşî şerê hemdinyaêyî duda ew bû hîmdarekî mêtoda rêalîstîê nava lîtêratûra kurdada.
Goran şayîre û bi zaravê soranî nivîsye.
Navê E’. Goran bona her xwendevanekî soran navekî şîrin û ezîze. Şiêrêd wîye lîrîkîê ser zarê her cahilekî soranî bengîne, lê şiêrêd wîye welatparêzîê ser zarê her şerkarekî kurdê sorane.
E’bdulle Goran sala 1904-a bajarê Helebcêda (Kurdistana Îraqê) mala karmendda ji dya xwe bûye. Çawa kalkê Goran E’bdulle beg, usa jî bavê wî Sulêyman beg gelekî ji poêzîaê h’izkirine û xwexwe jî şiêr bi zimanêd kurdî û farizî nivîsîne. Evê yekê hukumî ser ruhê kur’kê biç’ûk kirye. Goran zar’otya xwe Helebcêda derbaz kirye. Xwendina xweye pêşin ewî bajarê xweda mekteba tirkaye dewletêda stendye. Bi saya bavê xwe Goran hînî zimanêd farizî, erebî û tirkî bûye.
Sala 1919-a bavê Goran diçe rehmetê, lê sala 1921-ê apê wî Meh’med beg, gava dibîne, wekî mêla Goran gelekî berbi xwendinê heye, ewî dişîne şeherê Kêrkûkê û ew k’olêca pêdagogîêda tê qebûlkirinê. Lê, feqet, zûtirekê Meh’emed beg tê kuştinê, h’alê mala Goran xirab dibe û ew mecbûr dibe xwendina xwe nîvcî bihêle.
Sala 1925-a Goran bajarê Helebcêda dibe dersdar. 12 sala dersdarîê dike. Nava wan salada Goran gelekî dixûne, dha k’ûr zimanêd farizî, tirkî, erebî, înglîsî hîn dibe, rind nasya xwe dide lîtêratûra tirkî û Avropa roavaêye pêş.
Paşê ew şeherê Sulêymanîêda mekteba orteda dersê dide.
Goran 12-13 salya xweda îdî nasya xwe dide şayîrêd kurd û fariz. Şureta şayîrtîê cem Goran van salada dîhar dibe û ew bin hukumê şayîrêd kurde klasîkda çend şiêra dinivîse. Me’rîfeta E’. Gorane şayîrtîê ewqasî berbiç’ev bû, ku zûtirekê navê wî gelekî eyan dibe. Şayîr zû rya xweye şayîrtîê dît. Ew wext, gava Goran destbi efrandarîê kir, h’al li Kurdistana Îraqê gelekî giran bû. Miletê kurd rabûbû dijî zulmk’ara bona parastina mafê xwe. Hilbet, Goran nikaribû bi efrandinêd xweva dûrî vê yekê bisekinya. Ewî çawa welatparêzekî e’ynsî gelek cara bi şiêra dengê xwe bilind dikir boy azaya cimeta kurda û şuxulê wêyî heq.
Sala 1937-a cansax’ya Goran xirab dibe, lema jî ew dersdarîê dihêle û wezîreta Îraqêye r’yada derbazî ser xebatê dibe.
Wexta şerê hemdinyaêyî duda Goran komîtêa radîoa t’faqdaraye “Rohilata Nêzîk”-da li bajarê Yaffêda dixebite.
Salêd 40-50-da dîwana Îraqê gelekî pey Goran dikeve û çend cara wî digre, dike h’ebsê. Paşî şorişa îyûlê sala 1958-a Goran ji girtinê aza dibe.
Salêd emrê xweye dawîêda Goran xwe bi temamî pêşkêşî şuxulê meh’kemkirina aştîê dike. Goran hîmdarekî komîtêa xweykirina aştîêye li Îraqê. Sala 1962-a ew hatye bijartinê çawa endemê Şêwra aştîêye hemdinyaê.
Sala 1959-a bi teglîfkirina hukumeta Şêwrê Goran nava teşkîla dêlêgasîa Îraqêda hatye T’faqa Şêwrê, Ermenîstanê, çûye gundêd kurda, nasya xwe daye emrê kurdêd Ermenîstanê. Meha îyûlê sala 1962-a Goran cara duda hatye T’faqa Şêwrê. Wê carê ew bona qenckirina nexweşya xwe hatye. Xêle wext Moskvaêda ma, lê nexweşya giran jê dûr neket. Goran vegerya Kurdistana Îraqê û 18-ê noyabrê sala 1962-a bajarê Sulêymanîêda wefat bû.
Têmatîka efrandinêd Gorane pêşin hîmlî tebyet û h’izkirin bû. Temamya lezeta tebyeta Kurdistanê du poêmêd wîye pêşinda “Geştek lya Hewreman” (“Ger’ek li Hewremanê”) û “Geştek lya Qeredax” (“Ger’ek li Qeredaxê”) tê kivşê. Badilhewa nîbû, wekî cimetê bi h’izkirin jêra digot “Şayîrê bedewîê”.
Delalin şiêrêd Gorane derheqa evîntîêda. Bona şayîr jin sert’aca hemû tiştê bedew û qence. Gelek cara şayîr nîgara jinê ser fona tebyeta Kurdistanê nîşan dide.
Şerê hemdinyaêyî dudada û paşî şêr, gava Goran dibû şayîr-şervan, xwe bi temamî pêşkêşî şuxulê azakirin û bextewarya cimeta xwe dikir, t’u wexta ji e’rafê meydana şerê sîyasîêyî sert derneket. A hema xût van salada bû, ku poêzîa Gorane delalda îdêaêd sosîal-sîyasîê cîkî mezin girtin û nîşan dan, ku efrandinêd wîda derbazbûna ji romantîzmê berbi rêalîzmê gumreh’ dibe. Şayîr pêşveçûyîna cimeta xwe, şerkarya wê bona mafêd miletîê dipesine. Û hetanî kutasya emrê xwe ewî t’erka vê rya rast neda.
Şayîrê wetenperwar şiêr û poêmêd xweye nazik pêşkêşî ne ku tenê cimeta xwe, lê usa jî cimeta ereb û cimetêd cînar kirye, yêd ku mîna kurda bin nîrê zulmk’arada bûn û dizêryan. Poêzîa Goranda t’imê pirsa bratî û yekbûna qewatêd dêmokratîê hatye dîharkirinê.
Goran çawa şayîr hê mezin û eyan dibe, gava mîna gelek şayîrêd kurda mayîn t’enê pirsêd miletîê bilind nake.
Têmatîka efrandinêd Goran fireye. Heqya şerk’arya cimeta wî bona azayê û serbestîê, şerk’arya cimetêd bindest bona mafê wan, şerk’arya mexlûqetya hemdinyaê bona xweykirina aştîê û gelek pirsêd mayîn efrandinêd Goranda cîkî mezin digrin.
Eyanin ev berevokêd efrandinêd Goran: “Bihêşt û yadgar”, “Firmêsk û hûnar”, “P’eyamî kurd”, “Hilbijarde” û yêd mayîn. Eyanin usa jî ev mqalêd wîye ulmî – “Edebyeta me çi dide û gere çawabe”, “Teze û kevn li şiêrada” û yêd mayîn.
Lîtêratûra rêalîstîê, bi gotina Goran, gere ji k’ûraya emrê cimetê bê, wekî bikarbe şabûn û te’laya emrê cimetê, nêt û armanca wê rast nîşan bide.
Pirsêd sosîalîê nava efrandinêd Goranda t’imê cîê pêşindanin. Ewî gelek şiêr miqabilî miftexura û beglera nivîsîne, mesele, “Li bin bîrê”, “Dengê mirovê bêk’ar” û yêd mayîn. Aha bona çi Goran gele sala ji alîê hukumetêda hatye girtinê, cezaret k’işandye.
Hela hê sala 1935-a klasîkê lîtêratûra kurda P’îremêrd derheqa Goranda gotye: “Ewê bibe gumana lîtêratûra hatî”.
Alîê janrada jî poêzîa Goran gelekî dewlemende. Ew şiêrêd lîrîkîê, k’asid, qezel, çarxet, diramaêd şêrkî, poêmêd dramatîkîêne. Oçêrkêd wîye bedewetîê, mqalêd wîye lîtêratûrzanîê, rexnekirinê roleke ferz lîstin di şuxulê pêşdaçûyîna nivîsara kurdaye vekirîda.
Goran tercmeçîkî bêqusûr bû. Sala 1953-a bi tercma wî berevoka serhatîêd nivîskarêd înglîs û fransiz hate neşirkirinê.
E’bdulleh Goran dost û pismamekî T’faqa Şêwrêyî mezin bû, ewî gelek efrandin pêşkêşî T’faqa Şêwrê kirine.
Zimanê E’bdulleh Goran bêqusûre. Bi serî efrandinêd wî temamya nazikayî û dewlemendbûna zaravê soranî tê k’ivşê û wexta şiêrê wî dibihêyî, tê bêjî sazbendîke rohilatêye şîrine nazik dibihêyî. Badilhewa nîne, wekî gelek şiêrêd wî bûne kilam û nha nava cimetêda bela bûne. Rîtma wî sivike, stîla wîye şayîrtîê t’emize, lê ne sadeye.
Ser mîrata Gorane lîtêratûrîê silsileta teze wê bê terbetkirinê û çiqas wext-we’de derbazbe, k’emala wê mîrata mezin bi misqalekê jî kêm nabe. Ewî nîşan da, çawa şayîr gere bijî, qulixî cimeta xwe bike, dilê wêda bimîne nemirî û h’izkirî.
“Rya teze”, oktyabr, s. 2002
HEJAR (2002)
HEJAR
Nava klasîkêd lîtêratûra meye sedsalya 20-da Hejar cîkî mexsûs digre. Badilhewa nîne, wekî serokê Rêspûblîka Kurdaye Dêmokratîê Qazî Meh’emed Hejar hesab dikir çawa şayîrê miletîê. Ewî ew yek bi saya efrandinêd xweye bi motîva welatparêzîê, hunermendya nazik, çap û cûr’êd dîharkirina bedewetîêye xwexwetîê qazanc kiribû. Ew dengbêjê xwestin û xiyalêd cimeta xwe bû. Bi qelema xweye efrandarîê ew nava cêrgêd wan şer’vanada bû, ku şer dikirin bona mafê kurda, azakirina Kurdistanê.
Hejar (navê wîyî e’slî E’bdil R’eh’man Şerefk’endîye), ku zaravê mûk’rîda hesab dibe k’esîb, sala 1920-î şeherê Kurdistana Îranêyî Mêhabadêda hatye dinê. Bavê wî Hecî melle Meh’emed ji qebîla H’esenqela bû. Ew merîkî zane, ger’yayî bû, gelek ziman zanibû, rind haj jiyan û rewşa kurda hebû, dijminê wê kiribû e’ynat. Ewî malda Hejar hînî xwendin û nivîsara kurdî kir. Mala wanda gelek kitêbêd klasîkêd lîtêratûra kurdî hebûn. Raste, bavê wî xwendina ruhanîê stendibû, melle bû, lê ewî melletî nedikir. Dik’aneke wîye biç’ûk hebû û malhebûna gundîtîêva mijûl dibû. H’izkirina welat û azayê, zimanê dê, e’ynata berbi dijmin, ku nava şiêrêd Hejarda hene, şayîr hela zar’otîêda ji bavê hîn bûbû.
Hejarî hela 2 salî bû, gava dya wî çû rehmetê.
Mêhabadêda Hejar sivte mekteba ruhanîêda, wê şûnda xwendinxana rêalîêda hîn bû, lê ew kuta nekir. Ewî malda xwendina xwe pêşda bir. Bavê dersê logîkaê û fîlosofîaê didaê. Paşê h’alê mala bavê wî xirab bû û mecala bavê tunebû dersê bide kurê xwe. Ew diçerçirî e’bûrê mala xwe bike, lêma jî ji Mêhabadê çû gundê Taragaêyî dûr. Hejarî 17 salî bû, gava bavê wî jî çû rehmetê. Qar’anya 2 bra, xûşkê û dêmarîê dikeve ser milê Hejar. Bona e’bûrê mala xwe bike ew mecbûr dibe temamya Kurdistana Îranê bigere û jiyana cimeta xweye zêrandî ber ç’evê xwe dibîne.
Sala 1941-ê Hejar dibe endamê partîa “Jîyanî kurd” û şuxulk’arekî wêyî aktîv. Sala 1944-a ewê partîaê navê xwe guhast û bû Partî Dêmokratî Kurdistan (Îran). Ewê partîaê serk’arê h’eja kurdê Îranêye miletîê-azadarîê kir, bi saya wê yekê sala 1946-a Rêspûblîka Kurdaye Dêmokratîê hate elamkirinê. Hejar teşkîldarekî rêspûblîka cihale aktîv bû. Hevalekî Qazî Meh’emed û Mistefa Barzanîî nêzîk bû.
Paşî hildana wê rêspûblîkaê Hejar diçe Îraqê, ji wêderê jî diçe Sûrîaê, Lîbananê, çend cara jî hatye T’faqa Şêwrê.
Hejar sala 1991-ê wefat bû û şeherê K’erecêda (Îran) hate definkirinê.
Hejar bi zaravê mûk’rî dinivîsî, lê ewî usa jî bi merdane zaravê kurdîye mayîn dida xebatê. Ewî 14-16-salya xweda şiêr nivîsîne. Şiêrêd wîye pêşin yê satîrîkîê bûn, nava kîjanada ewî merivê rêaksîon û miletfroş krîtîk dikir.
Çend berevokê şiêr û poêmê Hejar hatine çapkirinê. Gelek şiêrêd wî kovara “Nîştîman” (“Weten”) û rojnema “Kurdistan”-da hatine çapkirinê. Hejar sedrê Hevaltya nivîskar û şayîrê Rêspûblîka Kurdaye Dêmokratîê bû.
Motîva welatparêzîê – ruh û nifûsa poêzîa Hejare. Badilhewa nîne, wekî şayîr nivîsye: “Ez gelek şame, wekî hetanî nha ne bedewîê, ne p’era, ne jina, ne şerefîê, ne hurmetê, ne tirsa mirinê û girtinê nikaribûne min ji h’izkirina berbi h’izkirya min welat dûrxin”. Nava efrandinêd bi wê têmaêda şayîr dinivîse, wekî wê emrê xwe bide bona bextewarya wetenê xwe. Hejar ze’f rind zane, wekî sebebîke belengazya kurda şerê qebîla, hevkuştina wane. Lema jî ew nava çend efrandinêd xweda wê yekê berk’ gunekar dike. Ewî daye k’ivşê, wekî şerê qebîla şerkarya miletê kurd bona azayî û serxwebûnê sist dike, avê dike ser aşê dijminê milet.
Bawer bikî hemû efrandinêd Hejarda k’ela şerk’arîê heye. Ew bi xwe şayîr-şervane û dice’dîne nava cimetêda k’ubarbûna miletîê gur’ke. Ew yek îlahî nava poêma wîye “Xeberdana du teyra”-da (“Dû baz pêk’ewe”) ze’f rind hatye dîharkirinê.
Wextê heyetya Rêspûblîka Kurdaye Dêmokratîê têmatîka şiêrêd Hejar fire dibe, binyat’ê optîmîstîê dest tîne. Wî çaxî Hejar nasya xwe dide lîtêratûra ûrisaye klasîk û qîmetekî mezin dide wê.
Nava poêzîa Hejarda pirsa xwendina milet cîkî mezin digre, îlahî berevoka “Alakok”-da. Şayîr ser wê fikrêye, wekî me’nîke belengazî û sexîrya cimeta kurda nexwendîtîye. Lema jî ew gazî dike, wekî hînbin, zanebûna dest bînin. Şayîr nava xwendinêda wê ç’ekê dibîne, bi saya kîjanê dikarin bigihîjne serbestya miletîê.
Xênji şiêr û poêma Hejar usa jî efrandinêd dramatûrgîê nivîsîne. Komêdîa wîye “Se û hîv” (“Seg û mang”) ya sîasîêye. Nîgarêd wêye sereke Nûrî She’îd, Celal Beyar, Çan Kay-şî, Lî Sîn Man, Dalês û yêd mayînin.
Eyanin usa jî şiêrêd Hejare lîrîkîê, evîntîê, nava kîjanada ew bedewya keç’a kurd, tebyeta Kurdistanêye zeynet tîne ber ç’eva û xwendevana ser wan bengî dike.
Hejar usa jî terevdarekî dostî û pismamtya cimetaye aktîv bû. Nava çend şiêrêd xweda şayîrê kurdî mezin gazî fariza, kurda, ereba, azêrya, ermenya û yêd mayîn dike tevayî şerkarîê bikin dijî kevnep’erestîê û rêaksîaê.
Nava efrandinêd xweda Hejar optîmîste. Ew bawere, wekî rojekê bê, gava cimeta wî jî wê aza û bextewarbe. Ew usa jî dengbêjekî aştîêyî zor bû û xweykirina wê hesab dikir çawa borcê her merivekî pêşverû.
Efrandinêd Hejar hetanî nha bi ûrisî, farizî, erebî û zimanêd mayîn hatine tercmekirinê. Sala 1961-ê Bek’yêda berevoka efrandinêd Hejare “Kilamê kurda” bi zimanê azêrî hatye çapkirinê.
Hejar “Mem û Zîn”-a Ahmedê Xanî ji kurmancî welgerandye soranî. “Şerefnema” Şeref-xan Bîtlîsî, çarînê Omer Xeyam ji farizî tercmeyî soranî kirye û daye çapkirinê. Xênji wê ewî usa jî ferhenga soranî-kurmancî û kurdî-farizî hazir kirye, dîwana Melleê Cizîrî bi şirovekirinava neşir kirye.
“Rya teze”, sêntyabr, s. 2002
CEGERXWÎN (2002)
CEGERXWÎN
Sedsalya 20-da çend şayîrêd meye mezin pêşda hatin, ku hela sax’tya xweda hêjayî navê klasîk bûn. Ji wana yek jî Cegerxwîne. Bawer bikî temamya poêzîa wî bi ruhê welatparêzîê hatye perwedekirinê. Ne t’enê poêzîa wî, lê çi ku bin qelema wî derketye, bi wî ruhî hatye nivîsarê. Ew bi heqî hesab dibe çawa şayîrê cimetîê, şayîr-trîbûn, dîharkirê xem û xiyalê cimeta xweye zêrandî. Gele şiêrê wî bûne kilam û nava cimetêda bela bûne. Bawer bikî dinyaêda kurdekî welatparêzî xwendîyî usa tune, ku navê Cegerxwîn nebihîstibe û haj efrandinê wî tunebe. Eva yeka şe’detya cimetya wî dide.
Çetine nava mqaleke biç’ûkda temamya mezinaya Cegerxwîn bînine ber ç’eva. Lê emê bice’dînin sivikayî nasya xwendevanê xwe bidne ewî şayîrê meyî mezin.
Cegerxwîn navê wîyî şayîrtîêye. Ewî ew nav bona yazya miletê xwe, bona Kurdistana xweye p’arç’e-p’arç’ekirî danye ser xwe, dêmek bona van yeka cegera wî bûye xwîn. Lê navê wîyî e’slî Şêxmûse. Ew sala 1903-a gundê Hêsarêda hatye dinyaê. Ew gund dikeve nava qeza Dêrikê, ser sînorê Kurdistana Tûrkîaê, Îraqê û Sûrîaêye, nezîkî şeherê meyî qedîmî Cizîra Botane. Dê-bavê Cegerxwîn merivne k’esîb bûne û ewî hela zar’ok bû, gava bavê wî çû rehmetê.
Mala wana gelek cîya geryaye, bi saya xemxurya xûçka xweye mezin Cegerxwîn cem mele dixûne, lê nabe mele, dibe şayîrê cimeta xwe.
Zû destbi emrê wîyî efrandarîê dibe. 14-15 salya xweda ew îdî şiêra delal dinivîse û ji wê rojêda hetanî dawya emrê xwe t’u qelpîê qelema xwera nake. Temamya Kurdistanê digere, diçe Kurdistana Romê, Kurdistana Îranê, Kurdistana Îraqê. Bona fikrêd xweye pêş û mileth’izya xwe Cegerxwîn gelek cara ketye h’ebsê, gelekî hatye zêrandinê.
Paşî şorişa sala 1958-a ew diçe Îraqê û zankoa Bex’dadêda dersê ziman û dîroka kurda dide cahilê kurda. Lê paşê, wexta Îraqêda destbi rêaksîaê bû, Cegerxwîn mecbûr bû derbazî xebata xewle bibe.
Salêd emrê xweye dawîêda Cegerxwîn k’oç dike diçe Şvêdîaê. Ew bi teglîfkirina doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor Qanatê Kurdo çend roja tê Lênîngradê (nha Sankt-Pêtêrbûrg). Sala 1984-a ew Şvêdîaêda diçe rehmetê, lê cinyazê wî dibine Sûrîaê û H’ewşa mala wîye Qamşlûêda defin dikin.
Têma efrandinêd Cegerxwîne hîmlî ew têma kurd û Kurdistanêye. Merî bi heqî dikare bêje, wekî eva têma hesab dibe çawa me’zmezkê efrandinêd wî. Ew pirsa azabûna kurd û Kurdistanê datîne, wê pirsê hesab dike çawa borcê her kurdekî welatparêzî sereke. Şayîr bawere, wekî zû-derend Kurdistanê azabe, cimetê bixûne û pêşda here.
Cegerxwîn ne tenê zelûlî û belengazya miletê xweyî bindest nîşan daye, lê usa jî gazî kirye şerk’arîê bikin bona azayî û serbestya welatê xwe. Ewî mîaserbûna vî meremî nava yekîtya miletda didît.
T’ev, t’ev rabin, îro bû şer’,
Ev, ev roja ceng û t’evger’,
T’evda rabin k’om û leşker,
Haydê kurdo, marş, marş.
P’areke poêzîa Cegerxwîn şiêrê lîrîkîê, evîntîêne. Nava wanda ew bi rengê rêalîstîê bedewya dota kurda tîne ber ç’eva, pesnê wê dide.
Eyanin usa jî efrandinêd Cegerxwîne satîrîê. Wanda ew kêmasîê meriva, xeysetê wanî xirab, e’lîwatîêd emr berk’ rexne dike.
Cegerxwîn çend şuxulêd vekirîye bedewetîê, pîês nivîsîne, ku bi nîgarêd efrandî, syûjêa xweva hewaskarin.
Şayîrê me fikrêd xweva gelekî dêmokrate. Ew bi efrandinêd xweva dertê miqabilî şêr, rêaksîa der û hundur. Ew dengbêjê dostî û bratya cimeta, edlaya temamya dinyaêye. Cegerxwîn dost û pismamekî T’faqa Sovêtîêyî mezin bû.
Efrandinêd wî bi zimanê kurdî hatine çapkirinê, bi zimanê ûrisî, azêrî û çînî hatine tercmekirinê û neşirkirinê.
Cem me xebateke t’am hatye çapkirinê derheqa poêzîa Cegerxwînda. Doktorê ulmê fîlologîê Ordîxanê Celîl ew xebat bi kurdî nivîsye û navê wê jî haye: “Poêzîa Cegerxwîne bajarvanîê”.
Efrandinêd Cegerxwîn bûne têma dîsêrtasîa Şamîl Eskerove kandîdatîê. Ew xebata wîye ulmî (“Şayîrê cimetîê”) bi kitêbeke başqe, bi zimanê azêrî sala 1968-a Bekyêda neşir bûye.
Çawa şiêra bi têma bajarvanîê, usa jî yêd lîrîkîê bi çap, hang û bangê xweva, bi derbdayîna şayîrtîêva berbiç’evin û gelekî nêzîkî ruhê zargotina mene.
Şayîrê meyî h’izkirî Cegerxwîn kurmancî û usa jî soranî dinivîsî, û merî dikare bêje, wekî ewî nava efrandinêd xweda temamya bedewî û dewlemendbûna zimanê me nîşan daye.
Sax’ya wîda ev kitêbêd wî neşir bûne: “Dîwana yekem” (Sûrîa, 1945), “Cîm û Gulperî” (Sûrîa, 1948), “Dîwana duwem” (Sûrîa, 1954), “R’eşoê Darî” (Sûrîa, 1956), “Gotinên pêşyan” (Sûrîa, 1957), “Destûra zimanê kurdî” (Îraq, 1961), “Ferheng, p’erçê yekem” (Îraq, 1962), “Ferheng, p’erçê duwem” (Îraq, 1962), “Dîwana sêyem”, “K’îme ez” (Libnan, 1973), “Mîdîa û Salar” (Libnan, 1973), “Dîwana çaran, R’onak” (Şvêdîa, 1980), “Dîwana pênca, Zend Avista” (Şvêdîa, 1981), “Dîwana şeşa, Şefaq” (Şvêdîa, 1982), “Dîwana hevta, Hêvî” (Şvêdîa, 1983).
Kitêbeke wî “T’arîxa Kurdistan” paşî mirina wî Stokholmêda sala 1985-a neşir bûye.
Çawa ji vê navnîşê tê k’ivşê, Cegerxwîn ne t’enê poêzîaêva mijûl bûye, lê usa jî derheqa derecêd çanda meye mayînda nivîsye û xebera xweye giranbaha gotye.
Cegerxwîn, çawa her klasîkek, nemirîye. Navê wî wê cimeta wîra tevayî bi qurn û dewrana bijî û wê her silsileteke teze bi ruhê welatparêzîê terbyet bike.
“Rya teze”, avgûst, s. 2002
MELLE MEHMÛD BAYAZÎDÎ (2002)
MELLE MEH’MÛD BAYAZÎDÎ
Eyane, wekî nava sedsalya 19-da baylozê Ûrisêtêyî li Erzurumê Alêksandr Jaba (1848-1866) gelek destnivîsarêd kurdîye qîmetlî berev kirin, ku derheqa lîtêratûra, ziman, dîrok û êtnografîa cimeta kurdada bûn. Vî şuxulîda Melle Meh’mûd Bayazîdî k’omekeke gelekî mezin da Jaba.
Lê Melle Meh’mûd Bayazîdî k’îye, kîjane emekê wî nava dîroka kûltûra cimeta kurdada?
Melle Meh’mûd Bayazîdî sala 1790-î bajarê Bazîdêda (Tûrkîa) ji dya xwe bûye. Hema vêderê jî xwendina xweye pêşin stendye, paşê Tewrêzêda hîn bûye. Ew Tûrkîaê û Îranê gelekî geryaye, zanebûnêd xwe daye dewlemendkirinê, nasya xwe daye lîtêratûra, ziman û dîroka cimetêd ereba, tirka û fariza. Paşî vegerandinê Bayazîdî serk’arîê medresa cî dike, dersêd zimanê erebî, tirkî û farizî dide.
Melle Meh’mûd Bayazîdî merivekî we’dê xweyî zane bû. Ewî serhildanê Bedirxan (sala 1848-a) û ya Nûrûlî beg (sala 1846-a) miqabilî hukumeta osmanîê ber ç’evê xwe dîtye. Wextê brê Bedirxan – Meh’mûd p’aşa tê Erzurumê, Melle Meh’mûd Bayazîdî çawa beled û rêberê wî pêr’a digere. Paşwextîêda, wexta Meh’mûd p’aşa Xêvatêda serk’arî serhildanê kir, hukumeta Tûrkîaê Melle Meh’mûd Bayazîdî digre. Lê zûtirekê ji kelê dertê.
Sala 1856-a Meh’mûd Bayazîdî Alêksandr Jabar’a dibe nas. Hema wî çaxîda jî ew k’omekê dide Jaba bona berevkirina destnivîsarêd kurdîye qedîmî. Xênji vê xebatê ew usa jî gelek xebatêd ulmî nivîsye. Ji wan destnivîsarêd wî e’yanin: “R’isaleyê moefetûên lanavî zmanê kurdan”, “Ktêb derheqa hine cudatîêd orta zaravêd kurdada û şirovekirina çend qanûnêd t’omerîye ferz”. Xebata ewlin bi h’eqî tê hesabkirinê çawa rêzmana kurdîye pêşin, xudanê kîjanê kurde, nenihêrî wê yekê, wekî rêzmana kurdîye ewlin hesab dibe ya Elî T’eremakî (qurna 11-a).
Hela wî çaxî qanûnêd rêzmana kurdîye mayînra tevayî Meh’mûd Bayazîdî usa jî du cûre îzafêtê dît, kîjan zimanê kurdîda katêgorîaêd qisma didine k’ivşê.
Xênji van xebata Meh’mûd Bayazîdî usa jî kitêbêd dersê zimanê kurdî hazirkirine. Yek kitêba xeberdanêye bi cûrê dîalogê, ya din elîfba kurdîye (“Rûpêlêd bona kur’ika”). Meh’mûd Bayazîdî pey tradîsîaêd nûrdarê kurdayî eyan Ahmedê Xanî diçû û medresêd kurdada dersê zimanê erebî, farizîr’a tevayî dersêd zimanê kurdî jî dida, çawa tê k’ivşê, ev xeberêd jorgotî ewî hema bona vê yekê jî nivîsîne.
Meh’mûd Bayazîdî merivê ewlin bû, ku derheqa êtnografîa kurdada xebateke hewaskare qîmetlî nivîsî. Wê xebata wî wa nav dikin: “E’det o r’isûmetne’meyî kurda” (“Erf-edetê kurda”). Vê xebata xweda ew pêşda tê çawa zaneê erf-edetê cimeta kurda, kûltûra wêye nfûsdarîê.
Vêderê Bayazîdî hinek derecêd jiyana kurdê Tûrkîaêye k’oçer nîşan daye: sosîal-êkonomîkîê (zome, k’ir’înfrotan, sine’t, cûr’ê xerca, hukumdarya beg û ax’ê kurda, sîstêma e’şîra û qebîla), kûltûra wane matêrîalîê (avayî, ç’ek, hesp, cirîd), erf-edetê wan (xwezgînî, nîşanî, dewet, sunet, definkirin), qeydê wanî e’şîretîê (heyfhildan, qelen, qedirgirtina jinê, şêxa û mezina, alîhevkirina e’şîra).
Kurdzana emekdar, doktora ulmêd fîlologîê M. Rûdênkoê ev xebata M. Bayazîdî tercmeyî ûrisî kirye û bi pêşxebereke qîmetlî bi kitêba başqe sala 1963-a neşir kirye. Vê kitêbêd faksîmîlîa orîgînalê jî heye.
Ewî gelek tercme jî kirine, efrandinêd şayîrêd fariza û tirka, nimûnêd zargotina wan tercmeyî kurdî kirine.
Ewî cilda efrandina Şeref-xan Bîtlîsîye pêşin (1858-59) ji farizî tercmeyî kurdî kirye û ew xebat ha nav kirye – “T’evarîxa qedîmî Kurdistan” (“Dîroka Kurdistanêye kevnare”). Ewî ev xebat bi spartina A. Jaba kirye.
Kurdzanê navûdeng, doktorê ulmêd fîlologîê Q. Kurdo û kandîdata ulmêd fîlologîê J. Mûsaêlyanê faksîmîlêa vê xebatê çawa kitêba başqe, bi pêşxebereke hewaskarva sala 1986-a Moskvaêda dane çapkirinê.
Eyane, wekî M. Bayazîdî xebateke mexsûs nivîsye derheqa dîroka kurdada, ku, telebextra, unda bûye û vê gavê nehatye dîtinê.
Melle Meh’mûd Bayazîdî bi heqî tê hesabê çawa ulmdarê kurdayî mezin, şuxulvanê kûltûra cimeta kurdaye miletîêyî eyan.
Çawa nûrdar emekê wîyî mezin wê yekêdane, wekî ewî hela we’dê xweda dice’dand, ku medresada zimanê kurdî derbazbin û bi vê yekêva jî ewî extîyarî dida zimanê kurdî beramberî zimanê tirkî, erebî û farizî bikin. Bona vê nêtê jî ewî rêzmana kurdî nivîsî û da îzbatkirinê, wekî zimanê kurdî yê xwexwetîye, qanûn û zakonêd wî başqene û ji zimanêd mayîn tê cudakirinê.
Emekê Meh’mûd Bayazîdî mezin wê yekêdane jî, wekî ewî k’omekeke mezin da Alêksandr Jaba bona berevkirina destnivîsarêd kurdîye qedîmî. Bi saya vî emekî navê gelek şayîrêd kurdaye eyan dinya ulmîra bûne nas.
Bi gilîkî, emekê ulmdar û nûrdarê kurdayî sedsalya 19-a Melle Meh’mûd Bayazîdî bê hesab geleke di şuxulê lênihêrandina pirsêd dîroka kûltûra cimeta kurdada.
“Rya teze”, îyûl, s. 2002
QANATÊ KURDO (2002)
QANATÊ KURDO
Pêşdaçûyîna kurdzanya sovêtîê bi gelek tiştava navê kurdzanê eyan, doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor Qanatê Kurdor’a grêdaîye. 50 salî zêdetir ewî xwe bi temamî pêşkêşî pêşdabirina kurdzanîê kir û bû zanyarekî meyî lapî naskirî.
Qanatê Kurdo sala 1909-a gundê Sûsizêda (qeza Qersê) ji dya xwe bûye. Ewî 9 salî bû, gava dê-bavê wî bi hezara hêsîrê kurd û ermenyara tevayî ji ber şûrê Roma Reş revîn û berê xwe dane Ermenîstana Rohilatê. Dê-bavê Qanat têne gundê K’orbilaxê (nha Avşên, marza Aragasotnê). Bona karibin e’bûrê xwe bikin Qanat û bavê wî K’eleş diçin şeherê Tilvîsê. Lê wextekê şûnda bavê wî wefat dibe. Qanat bi çerçerekî mezin e’bûrê xwe dike. Hema vêderê jî, Tilvîsêda, ew diçe mekteba Lazo (Hakob X’azaryan) û xwendina xweye sifte distîne. Sala 1927-a Kommerkezya Partîa komûnîstîêye Ermenîstanê k’omê cahilêd kurdar’a tevayî Qanatê Kurdo jî bona hînbûnê dişîne Lênîngradê (Sankt-Pêtêrbûrga nha). Paşî kutakirina fakûltêta p’ala ew îdara xwendina bilindda tê qebûlkirinê û dibe şagirtê rohilatzanêd wî çaxîye usaye eyan, çawa Mar’, Orbêlî, Kraçkovskî, Frêyman, Zarûbîn û yêd mayîn bûn.
12 roja berî destpêbûna Şerê Wetenîêyî mezin ew bi açixîke mezin dîsêrtasîaê xwey dike û navê kandîdatê ulmêd fîlologîê distîne. Qanatê Kurdo blokada Lênîngradê dîtye, çûye pêşe’nîê û bi mêrk’îmî miqabilî faşîsta kirye şer, bi ordên û mêdalava hatye rewakirinê. Paşî kutabûna şêr Qanatê Kurdo dîsa bi k’eleke mezin kurdzanya xweye h’izkirîva mijûl dibe.
Qanatê Kurdo hela 24 salîêda destbi xebata xweye pêdagogîê kirye. Wî çaxîda ewî ûnîvêrsîtêta Lênîngradêda dersê zimanê kurdî dida. Hela sala 1933-a ew û hevalbendêd wî – Ereb Şamîlov û Î. Sûkêrman tevayî mqalêd “Îzafêt zmanê kurdîda” û “Problêma qism zmanê kurdîda” dinivîsin, ku nava bi ulmî lênihêrandina zimanê kurdîda tezetî bûn.
Ulmdar-rohilatzanê dinêe’yan, akadêmîk Hovsêp Orbêlîr’a tevayî Qanatê Kurdo p’ara Lênîngradêda ya înstîtûta akadêmîa T’faqa Sovêtîêye ulmaye rohilatzanîêda kabînêta kurdzanîê teşkîl dikin. Serk’arê wêyî pêşin akadêmîk Hovsêp Orbêlî bû, lê paşwextîêda Qanatê Kurdo serk’arîê wê kabînêtê dike. Akadêmîk Hovsêp Orbêlîr’a tevayî Qanatê Kurdo mektebeke kurdzanêd sovêtîêye mezin sazkir. Bese bê gotin, wekî cem wî yanê bi serk’arya wî weke 20 aspîrantê ji sovêta berê û Îraqê bi rûspîtî dîsêrtasîaêd xweye kandîdatîê û doktorîê xwey kirine û nha jî bi açixî pirsêd kurdzanîêva mijûl dibin.
Qanatê Kurdo gelek sala fakûltêta ûnîvêrsîtêta Lênîngradêye Rohilatzanîêda dersê zimanê kurdî daye. Ji xwendkarêd wîye berê M. Rûdênkoê paşê derheqa Ahmedê Xanîê “Mem û Zîn”-da dîsêrtasîa kandîdatîê xwey kir, paşê bû doktora ulmêd fîlologîê, emekekî mezin kire nava lêkolîna lîtêratûra meye klasîk û bû kurdzaneke naskirî.
Şagirtê wî bûne usa jî doktora ulmêd fîlologîê Z. Yûsûpova, doktora ulmêd dîrokê Ê. Vasîlêva, kandîdata ulmêd fîlologîê J. Mûsaêlyan û yêd mayîn.
P’ir’e emekê Qanatê Kurdo usa jî di şuxulê hazirkirina kitêbêd zimanê kurdîda bona mektebêd gundêd Ermenîstanêye kurda. Hetanî nha jî kitêba dersaye “Zmanê kurdî” (rêzman)” mektebada derbaz dibin. Qanatê Kurdo ew hazir kirye û gelek cara hatye veneşirkirinê.
Sala 1968-a bi têma “Rêzmana kurdî ser binga qnyatê zaravê kurmancî û soranî” Q. Kurdo dîsêrtasîaê xwey dike û navê doktorê ulmêd fîlologîê distîne. Paşê ew layîqî navê profêsor dibe. Ew xebata wîye doktorîê bi kitêbeke başqe sala 1978-a Moskvaêda bi zimanê ûrisî ronkayî dibîne.
Qanatê Kurdo ji kurdêd sovêtîê merivê pêşin bû, ku bû edemê akadêmîa kurdaye (Îraqê) ulmaye e’ynsî.
Kurdzanê naskirî xudanê weke 70 xebat û mqalêd ulmîye, kîjan çawa T’faqa Sovêtîêda, usa jî welatêd derekeda hêjayî guhdarî û qîmetkirina kurdzan-rohilatzanaye mezin bûne. Xebata wîye “Rêzmana zmanê kurdî” (ser h’îmê zaravê kurmancî), ku sala 1957-a Moskvaêda bi zimanê ûrisî neşir bû, ne ku t’enê nava kurdzanîêda qewmandineke berbiç’ev bû, lê usa jî xebateke k’ardar bû bona îranzana, rohilatzana.
Lê sala 1961-ê xebata wîye “Zmanê kurdî” Moskvaêda bi zimanê ûrisî hatye çapkirinê.
Ferhenga wîye “Kurdî-ûrisî” (s. 1960-î, 34 hezar xeber) zûda bûye kitêba xwendevanaye ser texteye h’izkirî.
Ew û Zerê Yûsûpovaê tevayî ferhenga kurdî-ûrisî (zaravê soranî) hazir kirine û sala 1983-a çap kirine (25.000 xeber).
Xênji pirsêd zimanzanya kurdî Qanatê Kurdo usa jî lekolîna pirsêd lîtêratûra, dîrok, êtnografîa kurdava mijûl bûye. Ewî xebateke 2 cildaye mezin nivîsye derheqa dîroka lîtêratûra kurdada, kîjan salêd 1983-85-a Stokholmêda hatye çapkirinê. Eva xebata pêşin bû derheqa lîtêratûra meye klasîkda, ku T’faqa Sovêtîêda hatibû hazirkirinê.
Hela salêd 1930-da ewî destpê kirye nimûnêd zargotina me berev kirye û salêd başqe-başqeda çap kirye. Lê sala 1962-a bi serkarya wî berevoka “Beyt’-serhatîêd kurda” bi zimanê ûrisî hatye hazirkirinê û çapkirinê, qnyatê kîjanê xebatkarê kabînêta kurdzanîê hela hê sala 1978-a berevoka “Şaxê gelerî yê poêma “Mem û Zîn” hazir kirine, kîjan, telebextra, her t’enê paşî mirina wî sala 1996-a Stokholmêda hatye çapkirinê.
Ewî û J. Mûsaêlyanê ew destnivîsara tercma Şeref-xan Bîtlîsîye “Şeref-neme”-ye kurdî bona çapkirinê hazir kirine, ku zanyarê kurdî sedsalya 19-a Mele Mehmûd Bayazîdî kiribû. Ew xebat bi zimanê kurdî (bi tîpê erebî) sala 1986-a Moskvaêda hate çapkirinê.
Qanatê Kurdo sala 1985-a Lênîngradêda wefat bûye û wêderê jî hatye definkirinê.
Badilhewa nîne, wekî gava derheqa pêşdaçûyîna kurdzanya sovêtîêda xeber didin, berê e’wlin navê kurdzanê eyan, doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor Qanatê Kurdo didin. Ewî bi emekê xweyî layîqva ew navê hurmetlî qazanc kirye.
“Rya teze”, may, s. 2002