rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

CASIMÊ CELÎL

 

 

CASIMÊ  CELÎL

 

 

Kilamê çya                  Nava cêrga şayîr û nivîskarêd kurdêd sovêtîêye silsileta pêşinda şayîr, xebatçîê mexlûqetîê – Casimê Celîl cîê xweyî layîq digre. Emekê wî geleke di şuxulê pêşdabirin û dewlemendkirina edebyet, medenyeta meye tezeda, hazirkirina kitêbêd dersada.

                  Casimê Celîl sala 1908-a gundê Qizilqulêda (li neh’ya Dîgorê, qeza Qersê) hate dinê. Dê-bavê Casimê biç’ûk gundîne k’esîb bûn û te’lî-tengasya emr hertim mêvanê mala wan bû.

                  Gundê wan nava ç’yada bû. Zar’otya C. Celîl nava wan ç’yada, wê tebyeta batinîda derbaz bû. Lê zar’otya bêxem dirêj nek’işand. Xenîmê edlaya merivayê serê xwe hilanîn û dinya kirine nava xûnê. Destbi şerê hemdinyaêyî pêşin bû. P’areke cimeta mera tevayî mala wan jî sala 1918-a dero-dero bû, kete ser rê-dirbê xerîbe nenas… Zulm û zulmek’arîê dane pey wan û anîn derxistine neh’ya Aparanê. Lê Roma Reş hate vêderê jî, bav û apê Casimê biç’ûk dîl girt û bir. Ew çûyîn bû, ku ew çûn. Ji derd û kula, rûê belengazîê û birçîbûnêda pîrka wîye h’izkirî – Bêzar, dayka wî Cewahir bêwext ji vê dinê çûn. Mirin bû qesasê serê xûşkê wî jî. Nava çend mehada ji vê mala p’ir’nefer t’enê Casimê t’fal ma. Casimê bê dê-bav derê êt’îmxana Aleksandropolê (Lênînakana nha) vekir û wêderê hate qebûlkirinê. Paşê ew êt’îmxanêd Celalox’lîê (Stêpanavana nha) û Yêrêvanêda jî ma. Qewle girane çetin bûn, lê Casimê Celîl ber her cûre çetinaya teyax kir hetanî Ermenîstanêda dîwana sovêtîê hate testîqkirinê.

                  Salêd 1927-1931-ê ew mektebêd Bek’yê û Tbîlîsîêye eskerîêda hîn dibe. Hema vêderê jî ew sala 1930-î derbazî nava cêrgêd partîa komûnîstîê dibe.

               Paşî kutakirina hînbûnê ew sala 1931-ê vedigere Yêrêvanê û tê k’ivşkirinê çawa dîrêktorê têxnîkûma kurdaye Pişkavkazêye pêdagogîê. Ew vê qulixê dike hetanî sala 1932-a. Ji sala 1932-a hetanî sala 1938-a C. Celîl neşireta Ermenîstanêye dewletêda dixebite çawa serwêrê p’ara edebyeta kurda û rêdaktorê cabdar. Wî çaxî şayîrê ermenyayî sovêtîêyî navûdeng Êx’îşê Çarêns serwêrê p’ara bedewetîê bû û hertim bi ç’evekî xêrxazîê neşirkirina edebyeta kurda dinihêrî, bi her teherî k’omek dida wê. Nava wan salada ji alîê vê p’arêda bi zimanê kurdî gekek kitêbêd seyasetîê, bedewetîê, dersa hatine neşirkirinê. Hilbet, emekê C. Celîl jî vî şuxulê hurmetlîda kêm nîbû.

                  Salêd 1938-1941-ê C. Celîl fakûltêta înstîtûta Yêrêvanêye pêdagogîêye zimên û edebyetêda dixûne û bi açixî kuta dike. Xwendinêra tevayî ew usa jî dixebite çawa dîrêktorê mekteba Yêrêvanêye ser navê Nar-Dose şevê.

                  Gava sala 1955-a radîoa Ermenîstanêda p’ara xeberdanêd kurdî vebû, C. Celîl rêdaktorê wê p’arêyî pêşin bû. Bi hereketê wî gelek kilam û mqamêd cimeta me ser qeytanê hatine nivîsarê û ji undabûnê xilaz bûn. C. Celîl radîoêda xebitî hetanî sala 1964-a. 1968-a 60-salya bûyîn û 40-salya şuxulkirina C. Celîl hate k’ivşkirinê.

                  Casimê Celîl dêmekî edebyeta kurdaye sovêtîêyî berbiç’eve. Ewî hela salêd 30-da destbi emrê xweyî efrandarîê kirye. Wan sala bû, wekî efrandinêd wîye xwexwetîêye ewlin û tercmêd wî rûpêlêd rojnema “Rya teze”-da hatine neşirkirinê. Ji berevoka efrandinêd şayîrêd kurdêd sovêtîêye dudada destpêkirî efrandinêd C. Celîl wan berevokada cîkî berbiç’ev digrin. Ewî bi xwe çend berevokêd usa dane hazirkirinê û neşirkirinê, gelek cara jî bûye rêdaktorê wan. Şayîr ji salêd 30-da destpêkirî usa jî prêsa respûblîkaêye ermenyada pêşda tê. Wan sala ew gelek efrandinêd şayîrê ermenyayî mezin Hovhannês Tûmanyan tercmeyî zimanê kurdî dike û bi kitêbêd başqe-başqe dide neşirkirinê. Lê sala 1949-a bi kitêba başqe şiêr, ç’îrok û proza Pûşkînê mezin bi tercma C. Celîl bi zimanê kurdî ronkayî dibîne. Berî wê ewî usa jî ç’îroka Pûşkîne “Me’sya zêr’în” bi tercma zimanê kurdî bi kitêbeke başqe dabû neşirkirinê.

                  Bi hazirkirina C. Celîl du berevokêd efrandinêd şayîrêd kurda (salêd 1936-a û 1953-a) bi zimanê ermenî têne neşirkirinê û alîê prêsa ermenyaye edebyetêda bilind têne qîmetkirinê.

                  C. Celîl hetanî nha çend berevokêd efrandinêd xwexwetîê dane neşirkirinê. Sala 1954-a bi zimanê ermenî ronkayî dît berevoka efrandinêd wî bi navê “Elegez”. Salekê pey wêra dîsa bi tercma zimanê ermenî kitêba wîye mayîn – “Beyt-serhatîêd kurdaye h’izkirinê” hate neşirkirinê. Wêda ew efrandinêd zargotina cimeta me bûn, ku şayîr wedê başqe-başqe veçêkiribûn. Sala 1957-a kitêba şiêr û poêmêd wîye mayîn – “Kanya dê” (dîsa bi tercma zimanê ermenî) hate neşirkirinê. Bi gotina şayîr, nêta wî ew bû, wekî bi van berevokêd xweye bi zimanê ermenî nasya xwendevanêd ermenî bide nimûnêd edebyeta kurdaye sovêtîê. Cîye bê gotinê, wekî rojnemêd rêspûblîkaêye merkezîê evan berevokêd C. Celîl bilind qîmet kirin.

                  Lê sala 1960-î bi zimanê kurdî ronkayî dît berevoka şiêr û poêmêd wî bi navê “Rojê min”. Şeş sala şûnda dîsa C. Celîl bi berevokeke tezeva pêşda hat. Navê wê “Ocaxa min” bû, ku dîsa bi zimanê ermenî bû. Lê sala 1968-a Moskvaêda ji alîê neşireta “Edebyeta bedewetîê”-da bi zimanê ûrisî berevoka şiêr û poêmêd wî “Bi rêêd we’de” ronkayî dît.

                  Xênji wê çend efrandinêd wî kovar û almanaxêd Moskvaê û Lênîngradêye edebyetêye merkezîêda jî hatine çapkirinê. Sala 1956-a rojnema “Pravda”-êda şiêra wîye “Lênîn”, sala 1963-a rojnema “Îzvêstîya”-êda şiêra wîye “Ç’yaêd Kurdistanê” hatine neşirkirinê. Cîye bê gotinê, wekî ew ji nimûnêd edebyeta kurdaye sovêtîêye pêşin bûn, ku van rojnemêd t’faqîêye merkezîêda hatine neşirkirinê.

         Derheqa poêzîa C. Celîlda merî dikare bêje, wekî ew alava lîrîkîê û bêqelpîêva berbç’evin. Nava efrandinêd xweda ewî bi ruhdarbûneke mezin emrê meyî îroyînî mêrxasîê, dostî û bratya cimeta sovêtîêye nebînayî nîşan daye û pesnandye. Evîntî û tebyet — du motîvêd efrandinêd wîye hîmlîne. Efrandinêd wîye van axiryada nîşandayîna şerkarya cimeta kurdaye dere mêrxasîê tê pesnandinê, şerkarî, ku bona xweşbextya miletîê û azayê tê kirinê. Himberîhevkirina emrê p’areke cimeta kurdaye berê û nha welatê meda xwendevanê poêzîa C. Celîl tîne ser wê fikrê, wekî seyasetya lênînîêye miletîêye aqilbend, qeydê sosîalîstîê bona cimeta, îlahî cimetêd biç’ûk, k’eremeke çiqasî mezinin. Û ev hemû ne bi xeberê h’işk, ne bi gazya tê gotinê, lê bi mecalêd bedewetîêye anegorva tê nîşandayînê.

         Hetanî nha efrandinêd C. Celîl bi çend zimanêd cimetêd T’faqa Sovêtîê (ûrisî, ermenî, azêrî), bi zimanêd cimetêd welatêd dereke (bi înglîsî, fransî, erebî) hatine tercmekirinê. Kovar û rojnemêd kurdêd welatê derekeye pêşda çend efrandinêd wî hatine neşirkirinê û derheqa wîda nivîsîne.

         C. Celîl gelek oçêrk, mqalêd derheqa pirsêd edebyetê û emre başqe-başqeda nivîsîne û rojnemêd rêspûblîkîê, t’faqîê, welatê derekeda dane neşirkirinê.

         Wexta merî derheqa C. Celîlda dinivîse, nikare wê arxîva dewlemend jî bîr neîne, ku bi hereketê wî mala wîda hatye berevkirinê. Nha ewqas qnyatê derheqa cimeta meda mala wîda têne xweykirinê, ku dikarin mûzêke t’am bidne xemlandinê.

         Ji salêd 30-da destpêkirî hetanî nha C. Celîl bi aktîvî t’evî hazirkirin û neşirkirina kitêbêd dersê zimanê kurdî bûye.

         C. Celîl ji sala 1936-a uzvê T’faqa nivîskarêd T’R’SS. Sala 1954-a t’evî qur’lt’a nivîskarêd T’R’SS bûye. Lê du sala şûnda t’evî dehrojya hunermendî (îskûstva) û edebyeta ermenyaye li Moskvaê bûye û hema wê salê bi mêdala “Bona başbûna xebatê”-va hatye rewakirinê. Ew usa jî layîqî H’urmetnemêd Sedirtya Sovêta R’SS Ermenîstanêye tewrebilind bûye.

          

Casimê Celîl “Kilamê ç’ya”

Yêrêvan, s. 1970

(rûê 3-7)

NIVÎSKAR Û MERIVH’IZÊ MEZIN

 

 

NIVÎSKAR  Û  MERIVH’IZÊ  MEZIN

 

 

         Par payîzê temamya cimetêd welatê me 100-salya bûyîna şayîrê ermenyayî mezin Hovhannês Tûmanyan dane k’ivşê. Ewledê012-1 Lor’îêyî navûdeng kutasya qurna XIX û destpêbûna qurna XX die’firand û emrê dewrana xwe bi k’ûraya efrandarîêye mezin nîşan da.

         Tûmanyan meha fêvralê sala 1869-a gundê Lor’îêyî Dsêx’da (nha Tûmanyan) hatye dinê. Ber destê bavê û apê hînî herfa bûye, wê şûnda mekteba Celal-Ox’lîêye (nha Stêpanavan) çarsale kuta kirye. Paşê mekteba Tilvîsêye Nêrsîsyanda hatye qebûlkirinê, sê sala xwendye, k’oma çarada derketye û mecal neketîê, wekî bi sîstêmatîkî bixûne. Vê kêmasîê ew bi xwehînbûnê dide hildanê.

         10-11 salya xweda, gava şagirtê k’oma 11-a bû, Tûmanyan şiêr dinivîsîn. 21  salîêda berevoka efrandinêd wîye ewlin Moskvaêda tê neşirkirinê, lê du sala şûnda berevoka duda (vêda bû usa jî varîanta “Anûş”-êye ewlin) dertê. Pey hev nivîsarêd wîye vekirî têne neşirkirinê, lê sala 1903-a berevoka wîye mezin ronkayî dibîne.

         Tûmanyan xebateke mexlûqetîêye mezin kirye. Ew bûye teşkîldar û serkarê “Vêrnatûn”-ê (teşkîleta  nivîskarêd ermenî li Tilvîsê), sedrê hevaltya nivîskarêd ermenyaye Kavkazê. Ewî bi dil û eşq Rêvolyûsîya Oktyabra mezin qebûl kir û ew hesab kir çawa rya azabûna cimeta xweye t’ek-t’enêye rast.

         Sala 1921-ê Tûmanyan tê Yêrêvanê bona komekê bide şuxulê teşkîlkirina xebata kûltûrîê Ermenîstana sovêtîêye tezeçêkirîda. Ew tê bijartinê çawa sedrê Komîtêa komekdarya Ermenîstanê.

         Lê nexweşya xeder çiqasî diçe, ewqasî dha giran dibe. 23-ê martê sala 1923-a şayîrê mezin Moskvaêda wefat dibe.

 

         Destpêbûna qurna XX poêzîa ermenya bi saya Tûmanyan gihîşte dereceke pêşdaçûyînêye teze. Ewî poêzîa ermenya bi rya rêalîzma krîtîkîêva pêşda bir û ew danî ser rya cimetya k’ûr. Temamya efrandinêd wî şe’detya vê yekê didin. Derheqa lîrîka xweda ewî ze’f rind gotye, wekî ew “serhatya ruhê mine”. Şayîr efrandinêd xweda derheqa derdê miletê xwe dibêje, dikeve t’efek’ûrya wê yekê (“Derdê ermenya”, “Ç’yaêd ermenya”, “Tevî wetenê xwe” û yêd mayîn), şerkarya cimeta xwe miqabilî zevtçîêd welatê dereke nîşan dide (“Şev”), lê t’u wexta gumanbir’î nîne, bawere, wekî rojekê jî miletê wî bibe xweyê azaya t’am. Tiştê baş ewe, wekî ew azaya miletê xwe ya cimetêd cînare brar’a dide girêdanê (“T’faqdarî”, şiêrêd derheqa Gurcistanêda).

         Lîrîka wîda p’ir’in usa jî efrandinêd derheqa evîntîê, tebyetêda.

         Çarîn ewî salêd emrê xweye kutasîêda nivîsîne (1916-1922-a). Vê derecêda ewî edebyeta ermenya bi janra çarînêd lîrîkîê û fîlosofîêva da dewlemendkirinê.

         P’ara poêzîa Tûmanyane hîmlî poêmin. Poêma ewlin, ku ewî nivîsye, “Maro”-ye, li k’u emrê gundî wî çaxî, zyandarya edetê kevn tê k’ivşê. Maroa nehsalî didin Karoê şivanî e’sabe, û ev yek dibe me’nya tragêdîa wê t’falê.

         Sert’aca poêzîa Tûmanyan “Anûş”-e, ku bûye ênsîklopêdîa emrê gundê ermenyayî kutasya qurna XIX, li k’u gundîêd ermenî pêşda tên bi fe’mdarya xweva, bi moral û erf-edetê xweva. Ew efrandineke usane, ku bi k’ûraya xweva cimetîye û nava wêda şayîr û cimet bi k’emala xweye bedewetîê-şayîrtîêva bûne yek.

         Poêma “K’eser”-da zêrandina gundîê ermenyaye sosîal-malhebûnîê, derd û k’eserê wê snifê, newekehevtya sosîalîê û şerkarya miqabilî wê tê nîşandayînê. Serecema “Hildana kela T’imûkê” ew mervaya qenc, aminbûna evîntîye, ku berk’ wetenh’izîêra grêdayîne. Ew pesnê mêrxasîê, wetenh’izîê dide û xayîntya miletîê qaqa r’eş hasê dike.

         Ji lêgênd û balada nava xwendevanada dha eyanin “Se û p’işîk”, “Axt’amar”, “P’arvana” û yêd mayîn.

         Serhatîêd Tûmanyan gelek nînin, lê efrandinêd dewranbêjin. “Gîk’or”-a wî hetanî roja îroyîn jî hêsira ji ç’evê xwendevana tîne, çimkî tragêdîa gundîê ermenyaye wî çaxî bi rengê rêalîstîê hatye nîşandayînê. Wê serhatya sert’acda usa jî p’îre-p’îrebûna gundê qedîmî û halê gundyayî nemirnejî tê nîşandayînê.

         Serhatîêd mayîn jî derheqa emrê gundê wî çaxî, paşdamayîntî û nezanya gundyadanin, lêgênd û qsêd wandanin.

         Ç’îrok jî p’areke efrandinêd Tûmanyane hîmlîne. Bi serî veçêkirina efrandinêd cimetîêye bi vê janrê ewî caba gelek pirsêd we’deye aktûal daye.

         Şayîrê mezin usa jî hûmanîstekî mezin bû. Bona wî merî merî bû, firqya miletîê cem wî tunebû. Wexta lazimbya, ew pêşda dihat çawa xemk’êşê temamya merivayê.

         Îdêa dostî û bratya cimeta, edlaya ort’a wan, îdêa Tûmanyane lape h’izkirî bû. Ew bi xwe merivh’izekî mezin bû û nikaribû bêxem wê yekê binihêrya, çika çawa dijminê nep’ak dixwezin bona k’ara xwe cimeta rakne rûê hev. Tûmanyan him nava efrandinêd xweye bedewetîêda, pûblîsîstîêda, him jî emrê xweda hertim pêşda hatye çawa dost û pismamekî cimetayî bêqelp.

         Hûmanîstê mezin ne ku tenê gelekî ji cimeta ûrisa h’iz dikir, qedrê wê û kûltûra wêye pêş digirt, lê usa jî bi serî cimeta ûrisaye mezin azabûna cimeta ermenya didît. Lema jî nivîsye: “Gava ermenî xebera “ûris” dibihên, xilazbûnê, azayê fe’m dikin”, ew dide k’ivşê, wekî gumana cimeta ermenya ûrisin. “Ûrisêt pirsêd miletê ermenyaye kevne bi qetil safî dike, paşwextya wê dide bêxofkirinê…” – destpêbûna şerê hemdinyaêyî pêşinda Tûmanyan dinivîsî. Hema salêd 1914-1917-a bi vê fikrê Tûmanyan gelek efrandinêd bedewetîê û mqalêd pûblîsîstîê nivîsîn.

         Tûmanyan ser wê fikrê bû, wekî cimeta ûrisaye mezin roleke ferz lîstye usa jî di yazya cimetêd mayînda. “Ji dewletêd mezin Ûrisêt dewleta t’ek-t’enêye, wekî bi pêşdaçûyîna xwe hela milet xirq nekirine, lê tenê milet aza kirine”, — Tûmanyan sala 1913-a nivîsye.

         Hûmanîstê mezin firqya otr’a Ûrisêta k’edxura û Ûrisêta xebatçîda didît û mêla wî “berbi Ûrisêta mezin, miletê ûrisayî mezin” bû. Dêmek, Tûmanyan bextê cimeta ermenya ne ku sarîzmê, bûrjûazîa ûrisr’a dida girêdanê, lê Ûrisêta pêşe dêmokratîêr’a. Ay bona çi ewî usa bi eşq û şabûn altindarya Oktyabra mezin qebûl kir, ewqasî şa û firnaq bû, gava Ermenîstanêda dîwana sovêtîê hate testîqkirinê. Meha dêkabrê sala 1920-î ewî neme Komîtêa Ermenîstanêye rêvolyûsîonra şand, li k’u nivîsye: “… Cimeta ermenya, ku kesekî guh nedidaê û bêguman bû, berê xwe da Ûrisêtê. Û ew Ûrisêta teze hat”. “… Ûrisêta teze nava terîqa merivayêda serqurna teze vedike”.

         H. Tûmanyan usa jî gelekî ji kûltûra ûrisaye pêş h’iz kirye û daye k’ivşê, wekî “em Ûrisêtêda bin t’esîleta cimeteke dinyaêye baş û edebyeteke başdanin”. Dostya Tûmanyan û gelek nivîskarêd ûrisaye wî çaxî mesela dostî û hevaltîêye here başe. Gişkara eyane, wekî ewî qîmetekî çiqasî mezin dida klasîkêd edebyeta ûrisa û bi h’izkirneke çawa ew tercme dikirin.

         H. Tûmanyan emekekî gelekî mezin kirye di şuxulê me’hkemkirina dostî û bratya cimetêd Pişkavkazê. Nemeke xweye axirîêda Tûmanyan nivîsye: “Ez çawa merîkî şayîr gelekî ji cimeta temama h’iz dikim, lê dha gelekî min cimeta gurcaye bra h’iz kirye, nava kîjanêda min p’aê emrê xweyî p’ir’ê derbaz kirye. Û ew h’izkirina min, ku hertim berbi Gurcistanê hebûye, bona min bûye kanîke bextewarîêye nemiç’iqî”.

         Ay ji wê “kanya bextewarîê” xulxulîne ew cêrga efrandinêd şayîre lîrîkîê, ku pêşkêşî cimeta gurcaye bra kirye (“Li ser mex’berê N. Barataşvîlî”, “Bona Gurcistanê”, “Ruhê Gurcistanê” û “Pêşkêş şayîrêd Gurcistanêra”). Nava şiêra xweye “T’faqdarî”-êda şayîr bi serî sîmvola Masîsê û Kazbêkê dostya cimetêd ermenya û gurca nîşan dide.

         Tûmanyan didît, wekî yazya cimetêd ermenya û gurca mînanî heve, lema jî kilam û h’izkirina xwe pêşkêşî wê kirye. Ewî hertim jî nava efrandinêd xweda dida k’ivşê, wekî ruhê cimeta gurca t’emize, xeysetê wê başe, rastîê û dostîê h’iz dike.

         Sala 1919-a, gava bi destî daşnaka û mênşêvîka ort’a cimetêd ermenya û gurcada nerazîbûn pêşda hatibûn, Tûmanyan derheqa qewmandineke hewaskarda L. Kîpîanîr’a dinivîse. Ser sînorê ort’a Gurcistanê û Ermenîstanê p’irak hebûye. Alîkî wê p’irê eskerekî ermenî sekinî bûye, alîê mayîn eskerekî gurc. Paşê eyan dibe, wekî ew hevalêd heve kevnin, tevayî xebitîne û mane, t’ev şabûne û berxwe ketine, lê îro çawa dijmin pêşya hev sekinîne. Gava ew pê dihesin, wekî qumandar wan dera nînin, tên xwe davêjin p’êsîra hev, diçin destrûê hev û careke din diçine cîê xweda disekinin. Eva êpîzoda hanê dîsa tê wê fikra Tûmanyan îzbat dike, wekî cimet ne dijminê hevin, her tenê serekvanêd xirab dixwezin wana rakne rûê hev.

         Sala 1919-a Tûmanyan diçe Bat’ûmê. “Wêderê jî alîkîda tirka û gurca, alîê mayînda ermenya dikirne şer”. Ji herdu alya gelek kuştî û birîndar hebûn. Me ancax da seknandinê”, — Tûmanyan hevalekî xwera dinivîse.

         “… Hema sifta van şer û de’wada min ji beyraqa spî û qulixa orteçî h’izkirye”, — şayîr nivîsye. Û gava sala 1905-a nasîonalîstêd cî û provokatorêd sarîzmê şerê ermenya-azêrya didine teşkîlkirinê, Tûmanyan beyraqa spî girtibû destê xwe, emrê xwe dikir bin qezyaê, gundêd Lor’îê, Qazaxêye ermenya û azêrya digerya. “Min hertim her tişt kirye, wekî qezaêd meda edlayî bê xweykirinê û pêşya şera bigrim. Û îro ez ewqasî razî nînim, wekî min nava edebyetêda tiştek kirye, çiqasî razîme, wekî min karibû şûrê cimetêd, ku pêşberî hev sekinî bûn, bikme kalîn û gelek-gelek merîê amût’am ji vê xezakirina beyantîê aza bikim”, — Tûmanyan nemeke xweda nivîsye.

         Paşwextîêda derheqa vê yekêda ewî serhatîke delal (“Şandîê ellah”) nivîsî. Serhatî bi ruhê wetenh’izîêyî mezin hatye nivîsarê. Wê dema şer û de’wada Bayramê azêrî bi destî şayîrê ermenî tê xilazkirinê. Gelek cara Tûmanyan bi xwe gazîêd edlayê nivîsîne û nava gundêd ermenya û azêryada dane belakirinê. Tûmanyan ser wê fikrê bû, wekî azêrya qeza Lor’îêda “mêvanin” û xwera helal dixebitin. Ew gazya bi sernivîsa “Brêd xerîb” dinivîse û wanra dişîne, li k’u dide k’ivşê: “… Em we hesab dikin çawa mêvanêd welatê meye ezîz, û gelîê meda ewqas mêranî heye, wekî îznê nade, ku tengasî bê serê we û hevalêd weye mayîn, mêvanêd meye ezîz”.

         Serhatya “Ahmed”-da Tûmanyan êpîzodeke emrê cimetêd ermenî û azêryaye tevayîye biç’ûk nîşan daye, emr, ku gelekî bi h’izkirin û qedirgirtin bûye. Ahmedê azêrî usa mala ermenyara hatye girêdanê, wekî tê bêjî bûye neferê wê male, û gava wext-wedê çûyîna Ahmed pêr’a digihîje, neferê mala ermenî usa wî verê dikin, tê bêjî merîê xweyî lapî ezîz verê dikin.

         Gelekî hewaskare berbirîbûna Tûmanyan berbi cimeta kurda. Gava sala 1892-a hukumeta Tûrkîaê cimeta kurda hate xezebê û p’areke wê êzdî qir dikir, Tûmanyan mqaleke xweda şikyat kir û ew yek gunekar kir.

         Wextê şerê hemdinyaêyî pêşin salêd 1914-1915-a H. Tûmanyan diçe Elaşgirê, Wanê, Sarîqamîşê û wedêrê nasya xwe dide emrê cimeta kurda, rastî îzbatîêd usaye hewaskar tê, gava gundîêd kurd û ermenî k’omek dane hevdu, hev xwey kirine û derketine miqabilî dijminê tomerî.

         Nivîskarê ûrisa S. Gorodêskî şe’detîê dide, wekî gava sala 1916-a ew û kurê Tûmanyan – Artavazd tevayî diçûne Wanê bona êt’îma berevkin, şayîrê mezin t’emîê dide wan: “Zar’êd kurda jî bîr nekin, ew jî mînanî me bêxweyîne”. Xwestina şayîrê merivh’iz tê qedandinê. Artavazd nava êt’îmêd berevkirîda zar’ê kurda nîşanî Gorodêskî dide û dibêjê: “Ewa han qîza kurdaye, ewê han kurê kurdaye”. Bi saya vê t’emya Tûmanyan gelek zar’êd kurdaye êt’îm bi destî wekîlêd cimetêd ermenya û ûrisa ji xezakirinê aza dibin.

         Tûmanyan hertim diçû mekteba kurdaye li Tilvîsê, ku sala 1920-î Lazo (Hakob X’azaryan) wêderê vekiribû. Şagirtê wê mektebêye berê bîr tînin, wekî Tûmanyan bi h’izkirineke çawa diçû wê mektebê, pê dihesya, çika zar’ çawa hîn dibin, lê zar’a jî alîê xweda bona hurmeta wî êvarîêd bedewetîê didane teşkîlkirinê, efrandinêd wî ezberî digotin.

         Serhatîêd “Şert” û “Şivanê ç’ya”-da Tûmanyan derheqa cimeta meda dinivîse û nîşan dide, wekî hertim jî fikra dostîê û pismamtîê cem cimeta qewîn bûye û xebatçîêd miletêd cînar t’u wexta bi xeysetê xweva dijminê hev nîbûne.

         Îzbatî nîşan didin, wekî Tûmanyan hertim jî bi yazya kurdava gîro bûye, qîmetekî mezin daye zargotina me.

         Hela sala 1902-a Tûmanyan destbi veçêkirina lêgênda kurdaye “Ruhistîn” kir. Lêgênd derheqa evîntya E’mo û Şemêdane. Eva lêgênda han gelekî mînanî “Axt’amar”-ê û “Dilê dê”-ye. Vê lêgêndêda jî pesnê evîntya helal, sazbendya cimeta me – blûrê dide. Vêderê jî berbirîbûna Tûmanyane qenc berbi cimeta me tê k’ivşê.

         Eyane, wekî Tûmanyan bona nivîsara poêma xweye “Hildana kela T’imûkê” lêgênda bi wî navî jî daye xebtandinê, ku Ê. Lalayansê êtnograf ji nava kurda berev kiribû.

         A rûê vê merivh’izîê, t’emizbûnê, bêqelpîê, mezinaya efrandarîêdane, ku şuxulêd wîye bedewetîê bi gelek zimanêd cimetêd welatê me, welatêd dereke hatine û têne tercmekirinê.

         Efrandinêd nivîskarê mezin ji destpêbûna hîmdanîna edebyeta kurdê sovêtîê hetanî nha bi kurdî hatine û têne tercmekirinê, çimkî Tûmanyan bi efrandinêd xweva gelekî nêzîkî ruhê cimeta kurda bûye.

         Ewî tebyeta Ermenîstanê, ç’ya û banîê wê, deşt û k’ewşenê wê, emrê gundyayî nemirnejî, dostî û bratya cimetêd başqe-başqe, edetê kevnî zyandar, xeysetê gundyayî helalî t’emiz nîşan daye. Û ev gişk gelekî nêzîkî dil û sewdaê cimeta kurde xebatçîne. Lema jî em nava efrandinêd edebyeta meye tercmekirîye ewlinda rastî efrandinêd Tûmanyane nemirî jî tên.

         Ji efrandinêd Tûmanyan pêşîê serhatya wîye gelekî eyan – “Gîk’or” hatye tercmekirinê. Ew serhatî Emînê Evdal û Hecîê Cndî tercme kirine û bi kitêbeke başqe bi tîraja 3 hezar heba sala 1932-a Yêrêvanêda dane neşirkirinê.

         Alîê ruhê miletîêda, nîşandayîna erf-edetê cimetêda, bi lîrîzm û dramatîzma xweva gelek tiştê tomerî ort’a poêma Tûmanyane nemirî “Anûş” û beyt-serhatîêd kurdaye h’izkirinêda hene. Ay bona çi “Anûş”-ê ewqasî bi dil û alavî ji alîê cimeta meda bihata qebûlkirinê. Efrandina Tûmanyane duda, ku bi zimanê kurdî hate tercmekirinê û neşirkirinê, ew “Anûş” bû. Rûbên Drambyan ew tercme kirye û bi rêdaktorîa Hraçya Koçar, Casimê Celîl û Hecîê Cndî sala 1934-a daye neşirkirinê.

         Wê şûnda bi kitêbêd başqe-başqe gelek efrandinêd Tûmanyan bi kurdî hatine tercmekirinê û neşirkirinê. Xênji wê, efrandinêd Tûmanyan xemleke delal dane kitêbêd kurdaye bona dersa.

         Masaîbûna efrandinêd Tûmanyan bi tercma zimanê kurdî nava edebyeta meye tezeda (û ne t’enê nava edebyeta meda) gotî bi wê yekêva şirovekin, wekî ew gelekî bi cimetîne. Gelek lêgênd, kilam, ç’îrok û efrandinêd mayîn, ku Tûmanyan veçêkirine, alîê syûjêa xweda ne ku t’enê gelekî nêzîkî dilê cimeta mene, lê usa jî şax’êd wan nava zargotina meye dewlemendda hene. Gele qse û mijûlî, ku Tûmanyan veçêkirine, ze’f zûda nava cimeta me û cimetêd mayînda jî eyanin.

         Stîl û zimanê efrandinêd Tûmanyan jî gelekî cimetîne. Ewî bi merdane nimûnêd zargotina cimetê dane xebatê û karibûye bi wî cûreyî jî dha nêzîkî ruhê cimetêbe.

         Tûmanyan bona tercmeçîê kurd dersdare, çimkî efrandarêd kurd wextê tercmekirina şuxulê bedewetîê ç’ev didine hostatî û îskûstva wîye tercmekirinê.

         Eva berevoka han, ku bona 100-salya bûyîna şayîrê merivh’iz tê neşirkirinê, bira bibe nîşana wê h’izkirin û qedirgirtinê, ku cimeta kurda berbi şayîrê cimeta ermenyaye bra dibe.

 

H. Tûmanyan “Efrandinêd bijare” (bi zimanê kurdî),

Yêrêvan, s. 1970

(rûê 3-12)

TÎPÊN ELFABEYA KURDÎ KÊMIN! (2010)

 

 

EMERÎKÊ  SERDAR:  TÎPÊN  ELFABEYA  KURDΠ KÊMIN!

 

          

                  Emerîkê Serdar, ku 44 salan di rojnama “Rya teze”-da xebitiye, bi tevayî 55 sal bi zimanê kurdî nivîsandiye, dibêje di zimanê kurdîda pirsgrêka bingehîn kêmaniya tîpane! Û dîsa dibêje, ku zimanê kurdî zimanekî gelek dewlemend û gelek dengên cur be cur hene, ji bo van dengan tîpê, ku were nivîsandin, tunene.

                  Nivîskarê kurd dibêje wêjeya kurdî gelek ji parçebûyina Kurdistane bandor bûye û hizrên xwe yên li ser wêjeya kurdî bi ANF’êra p’ar vekir.

          

                  Gava qala mijara wêjeya kurdî dikin, koçberî tê bîra mirov. Mirov dikare bibêje, ku wêjeya kurdî ji koçberiyê rizgar bûye? Û wekî din jî: heger wêjeya kurdî bi ya li welatra were cem hev, gelo wê pêşketinek çawa di xweda bibîne?

          

NIVÎSKARÊN  KURD  GELEK  CARAN  NIKARIN NIVÎSARÊN  HEVDU  BIXWÎNIN

          

         Gava gilî tê ser wêjeya kurdî, yazya gelê kurd jî wêda tê kivşê. Çawa welatê me kirine 4 parç’a, usa jî wêjeya me perç’e-perç’e bûye. Nha heye wêjeya Bakûr, Başûr, Rohilat, Roava, usa jî heye wêjeya kurdê Ermenîstanê, Gurcistanê, Qazaxstanê, Avropaê. Raste, ruhê wan wêjeya yeke, kurdîye, lê ewana bin hukumê wêjeyê biyanîdanin. Gava welatê me rizgar bibe û wêjeya me wêderê pêşda here, wê ji bin wan hukuma derê û anegorî tradîsîaêd wêjeya meye klasîk û folklorê pêşda here. Telebextra, nha usa bûye, wekî em helbestvan û nivîskarê kurd gelek cara nikarin nivîsarê hevdu bixûnin (rûê tîpê kurdîye başqe-başqeda). Lê gava welatê meyî azadda wêjeya me bi tîpê yektî û bi zimanê (lê ne bi zaravê) yektî bê weşandine, wî çaxî emê karibin nivîsarê hevdu bixûnin û ji hevdu hînbin. Hetanî welatê me aza nebe, wêjeya me jî wê bi koçberî dom bike.

           

KΠ ÇAWA  DIXWAZE,  USA  DINIVÎSE

          

                  Pirsgirêka herî sereke a rojanebûna wêjeya kurdî çiye?

          

         Nha pirsgirêka wêjeya kurdîye sereke yekşvêtya nivîsara kurdîye (çawa alîê tîpada, usa jî alîê zarava û gramêrêda). Eva pirsa tenê bi dewletî dikare bê serrastkirinê, yanê na kê çawa dixweze, usa jî dinivîse. Mera yekşvêtî lazime. Ew jî her tenê bi destî dewleta miletîê dikare bê safîkirinê.

          

                  Hûn milên herî xurt yên wêjeya kurdî çi dibînin an jî çine?

          

         Bi fikra min, wêjeya kurdîda ya zor poêzîaye. Ew tradîsîa ji sedsalîê navîn tê. Û ya baş ewe, wekî wêderê cîê sereke welatparêzî digre. T’u helbestvanekî meyî esilzade tune, wekî derheqa welatparêzîêda nenivîsîbe.

          

                  Hûn niha ji jikarketî, malnîşin bûne (emekli), lê belê, hûn gelek salan di “Rya teze”-da xebitîn. Ev rojname di xizmetkirina mijara wêje û edebiyeta kurdîda çi kir û roleke çawa leyîst? Hûn dikarin girîngiya vê rojnameyê ji bo me behs bikin?

          

         Rojnema “Rya Teze”, ku rojnemeke kurdîye jiyandirêje, roleke giring lîstye di dereca pêşdaçûyîn û gulvedana çand û wêjeya kurdê Ermenîstanêda. Helbest, serpêhatî, pîês, gotarê wêjeya krîtîkîêye pêşin nava kurdê Ermenîstanêda cara yekemîn rûpêlê wê rojnemêda hatine weşandinê. Merî dikare bêje “Rya Teze” bû serkanya pêşdahatin û pêşdaçûyîna çand û wêjeya kurdî. Hemû helbestvan, nivîskar, dramatûrgê kurdê Ermenîstanê cara yekemîn rûpêlê wê rojnemêda pêşda hatine. Emekekî rojnemêyî sereke jî wergêrin. Rûpêlê wêda nivîsarê gelek helbestvan û nivîskarê netewê başqe-başqe kurdî hatine wergerandinê û weşandinê, wê reqemêda klasîkê usa, çawa Şêkspîre, Gyotêye, Pûşkîne, Rûstavêlîye, Nîzamîye û yêd mayîn.

          

                  Li gor me bihîstî NÛRÊ pirtûkek we ji bo weşandinê amade dike. Hûn dikarin hinek qala naveroka vê pirtûkê bikin?

          

         Nûra qîza min nha berevoka efrandinêd mine bi sirêye 8-a wergerandye rûsî û bona weşandinê hazir kirye. Wêda çend serpêhatîê derheqa welatparêzîê, erf-edetê gelê me, mêrxasî û maqûlya gelê me, evîntî, emrê gund, heleqetîê meriva hene. Wêda pareke romana mine “Rya pêşîê min” cî girtye, lê, telebextra, roman nîvcî maye. Wê parêda derheqa koçberya gelê me tê gilîkirinê, çawa ji qezayê Qersê û Îdirê koçber bûne, hatine Ermenîstanê. Û tê gotinê, wekî ser wê rya koçberîê çi zulm hatye serê gelê me. Navê berevokê jî haye – “Rya pêşîê min”.

          

                  We bi salan kurdî nivîsand, li gorî we pirsgirêkên herî sereke a nivîsandina kurdî çine?

          

                  ELFABEYA  ME  NEHATIYE  SERERASTKIRIN

          

         Raste, eva 55 sale ez kurdî dinivîsim. Nivîsara kurdîda, bi fikra min, pirsgirêka sereke, çawa min got, cudabûna tîpane. Elîfba me hela nehatye helkirinê. Gelek zimanzan jimara tîpê me başqe-başqe didin û ew hela nehatine ser fikreke tomerî. Alîê gramêrêda jî (kurdê Ermenîstanê û Sûrîaê jî dibêjin “rêziman”) cudetî hene. Zimanê meda gele sewt hene, lê nîşanê wan elîfba me latînîda tunene. Ez emekê Bedirxan gelekî bilind qîmet dikim, lê elîfba wî jî motacê hinek rastkirinane. Bi fikra min, elîfba kurdîye bi tîpê latînîye heretam ya Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov bû, ku sala 1929-a ronayî dîtye. Ez navêjim em vegerne ser wê elîfbaê, lê pêwîste elîfba meye nhaye bi tîpê latînî dha bê tamkirinê anegorî sewtê zimanê me.

          

                  Em dixwazin pirsa şêweya wêjeya yekemîn roman nivîsiyê kurdî a Erebê Şemo ji we bikin. Hûn şêwazê wêje û edebiyeta wî çawa dibînin û dinirxînin?

          

         Erebê Şemo hesab dikin çawa bavê romana kurdîye pêşin. Romanoka wîye pêşin “Şivanê kurmanc” hela salê sedsalya derbazbûye 30-da bi kurdî, rûsî, ermenî, fransî hate weşandinê. Ew usa jî bi tîpê latînî Şamêda hate çapkirinê. Erebê Şemo hesab dibe çawa hîmdarê (bingehgirtîê) wêjeya kurdê Sovêtê. Ew usa jî hesab dibe çawa bavê romana kurdîye dîrokîye pêşin. Ew romana wîye “Dimdim”-e, ku bi çend zimana hate wergerandinê. Erebê Şemo dibistaneke edebyetê bû û mîrata wîye edebyetê wê hela gele silsileta terbet bike. Bi fikra min, ew klasîkekî wêjeya meye. Şikir Xwedê, peyçûyê Erebê Şemo cem me hene. Ew Wezîrê Eşo, Tosinê Reşîd, Babaê Keleş, Eskerê Boyîk, Ahmedê Hepo û yêd mayînin.

          

                  Em dixwazin li ser helbestên îroyîn bipirsin. Di roja me ya îroda helbestnivîsên ku herî zêde keyfa we jêre tê kîye an jî kîne? Û hûn asta helbesta îro çawa dibînin?

          

         Belê, tê bêjî bûye nexweşî… Kê ji xewê hişyar dibe, çar xeta dinivîse, xwe hesab dike helbestvan. Eva alîkîva rinde, wekî wekîlê gelê me poêzîaê hiz dikin û dicedînin emekê xwe bikne nava wê. Hilbet, eva tiştekî şabûnêye. Lê gerekê qîmeta xebera bedewetîê nuxsan nekin. Her nivîsarek hela helbest nîne. Helbestvan merîfetê ji Xwedê distîne. Çawa herkes nikare bibe dengbêj, sazbend, usa jî herkes nikare bibe helbestvan. Helbestvanê mine hizkirî (xênji klasîkê me) Cegerxwîne, Hejare, Ebdulleh Gorane, Qadrîcane, Şêrko Bêkese û yêd mayînin. Ji kurdê Sovêta berê helbestvanê mine hizkirî Qaçaxê Mirade, Fêrîkê Ûsive, Şkoê Hesene, Mîkaêlê Reşîde, Eskerê Boyîke, Ezîzê Cewoye, Şemsîye, Ezîzê Îskoye. Nha gelek helbestê vekirî (white verses) dinivîsin, lê, televextra, helbestê rast û heq zef kêmin. Daxwaza min ewe, ku ew merivê helbesta dinivîsin dha gelekî bixûnin û ji helbestvanê eynsî hîn bibin.

          

                  Li ser wêjeya kurdî heger nêrîneke we ya taybet hebin, hûn dikarin binirxînin?

          

         Berî her tiştî daxwaza min ewe, ku em guhdarya mezin bidne ser nivîsara vekirî (proza), çimkî her tenê mecalê wê hene jiyanê bi firetî û rêal nîşan bide. Ya duda, min dixwest nivîskarê meye usa hebûna, çawa Yaşar Kemale (Tûrkîa) û Ahmed Xudêdaye (Îran). Ez zanim – ew herdu jî eslê xweva kurdin, lê bi kurdî nenivîsîne û hesab nabin çawa nivîskarê kurd. (Eyane – nivîskar bi çi zimanî nivîsî hesab dibe nivîskarê wî miletî. Yaşar Kemal bi tirkî dinivîse, le Ahmed Xudêda bi farizî dinivîsî. Lê şikir nivîskar Îbrahîm Ahmed, Mehmed Uzun, Medenî Ferho, Salihê Kevirbir û yêd mayîn îdî bi kurdî dinivîsin). Mesele, romanê Yaşar Kemale “Mehmedê zirav”, “Lêgênda ç’yaê sar”, romana Ahmed Xudêdaye “Bextê gundî” min bi wergera rûsî û ermenî xwendine û wana hukmekî mezin ser min hîştine.

 

Rehmî Yagmûr

ANF NEWS AGENCY

MOSKOW

 

www.firatnews.com (30.XI.2010)

www.sinews.ca (30.XI.2010)

www.yeniozgurpolitika.com (2.XII.2010)

www.ku.firatnews.com (3.XII.2010)

www.rojaciwan.com (3.XII.2010)

www.kurdistan-news.net (4.XII.2010)

 

Usa jî van hevpeyvînê Emerîkê Serdare mayîn bixûnin:

 

 

 

“RYA TEZE” EWLEDÊ MINE… (2010)

 

 

ROJNAMEGER  Û  NIVÎSKAR  EMERÎKÊ  SERDAR:

 

“RYA  TEZE”  EWLEDÊ  MINE,  EZ  EWLEDÊ  “RYA  TEZE”-ME!

 

          

         Emerîkê Serdar di sala 1962’yanda dikeve “Rya teze” û heta 2006’an bênavber 44 salan kar dike.

           

                  Rojnameger û nivîskarê kurdê eyan Emerîkê Serdar di sala 1935’anda ji dayîk bûye. Li gundê Sîpanê ya dorhêla Elegezê hatye dinyaê. Pêşiyê wan jêra “Pamba Kurda” digotin. Ev çend salin navê gund guhêrtine û kirine Sîpan. 170-180 sal berê kal-bavên wî ji dorhêla Qersê hatine Ermenîstanê. Ew ji eşîra Sanyane.

                  Serdar piştî kutakirina mekteba Elegezê di sala 1954’anda li fakûltêta zimên û dîrokê ya înstîtûta Ermenîstanê – Beşê Pêdagojîyêda hatye qebûlkirin. Di sala 1959’anda xwendina xwe diqedîne. Sê mehan li gundê Elegezê dersdarî kirye. Ew dersdarê ziman û edebyeta kurdî û ermenî bûye. Serdar paşê dikeve nava xebata Radyoya Erîvanê para kurdî. Di dawya sala 1959’anda destbi vî karî dike heta sala 1962’yan, wekî bêjer kar dike. Dîsa di sala 1962’yanda dikeve nava xebata rojnameye “Rya teze” û heta sala 2006’an bênavber 44 salan vî karî dimeşîne.

                  Emerîkê Serdar ji Erîvana Ermenîstanê pirsên me bersivandin…

          OLYMPUS DIGITAL CAMERA

         Ezbenî rewşa tendirustiya te çawaye? Rojên te çawa derbaz dibin?

         Hema bêje temamya rojê di maldame. Çavên min xerab dibînin. Lingê min jî dêşin. Zehf kêm ji mal derdikevim. Guhdariya radyoyê dikim. Keç’a min Nûrê ji minra pirtûkan dixûne.

          

         Gelo civat li te diqeside an na? Dost, heval û hogirên te yên berê têne serdana te?

         Bawer bikî na! Ez diçim cem wan. Heftê carekê bi qasî sehetekê, du sehetan diçim cem hevalan. Lê gelek caran ji derveyî welat têlêfonê min dikin, li halê min dipirsin. Ji Ûkraînayê, ji Rûsya û Ewropayê pirsa min dikin.

          

         Mamê Emerîk, ev çend salin te dev ji rojnamê berdaye?

         Ev bûn çar sal. Rewşa rojnamê ne başe. Sê-çar mehan carekê jî dernakeve. Serkarya rojnameyê baş karê xwe nake û rewş xerabe. Hejmarên derdikevin jî, naçe nava gel.

          

         80 salin, ku rojnameya “Rya teze” heye. Nêzîkî 50 salin, ku keda te di nav xebata rojnamêda heye. Bi rastî jî gava behsa “Rya teze” bê kirin, navê cenabê te di nava sê-çar kesanda tê hildanê. Keda te gelek mezine. Gelo tu bêriya xebata li nav rojnamê dikî an na?

         Salih can, tiştê ez bêjim dibe ku ji aqilan derbe! Gelek caran ez di xewna xweda dibînim, ku ez li rojnamê kar dikim, dixwînim, dinivîsim. Ev xewna mina sereke bûye. 44 salan bênavber min li rojnamê kar kir. “Rya teze” ewledê mine, ez ewledê “Rya teze”-me! Rojnamê ketiye dilê min û ruhê min, lê heyf ku niha rojname ne li cihê ku heq dikeye. Ev tişt gelek li min çetin tê, ez gelek li ber xwe dikevim.

          

         Mamoste, gelo tê bîra te, gava nivîsa te ya ewil di rojnamêda derket? Kîjan sal bû? Piştî wê nivîsê hest û ramanên çawa li te peyda bûn?

         (Li ser vê pirsê k’eneke bi teqil dike, paşê berdewam dike). Salihê bra, spas bo vê pirsê. Hilbet, baş tê bîra min. Sala 1955, meha sibatê bû. Min helbestek nivîsî bû. Li ser edlahiyê ango aştiyê bû. Min dixwend, lê min ji ç’avên xwe bawer nedikir, ku navê min di rojnamêda hatye nivîsandin. Min li kûçe û kolanan, li her derê nivîsa xwe nîşanî hevalan dida û digot vaye nivîsa min di “Rya teze”-da derketiye.

          

         Ji wê demê heta niha hejmara nivîsar-makale-roportajên te yên di rojnamêda derketî gelekin, ne wisa?

         Erê, lê çawa? Rastî ji brayê xwera bêjim, hema ji hezarî zêdetir  nivîsên min ên li ser edebiyata kurdî çap bûne… Di sala 1966’anda ulmdar û zanyarê înglîs bi navê Thomas Boyce li ser Edebiyata Kurdên Sovyetêda pirtûkek çap dike. Têda dinivîse, ku Emerîkê Serdar di nav Edebiyata kurdên Sovyetêda mirovê pêşine, ku bi rexnekirina edebiyatêva mijûle.

          

         Bêguman Emerîkê Serdar di nava edebiyata kurdên Sovyetêda navekî serekeye û şayanê rûmetdayîn û xelatkirinane. Her wekî tê zanîn te bi xwe çend xelat jî wergirtine. Yek ji wan xelatan te çendek berê wergirt. Gelo dikarî hinek behsa wê xelatê bikî?

         Belê, serçavan! Navenda Bîyografî ya Navneteweyî (InternationalBiographyCenter), ku li Cambrîdge’a Îngilîstanê karê xwe dimeşîne, bi navê “Profêsyonelê Cîhanê yê Mezin-2009” ez xelat kirim…

          

         Xelat kete destê te?

         Belê, çawa? Ji minra şandin. Vê gavê ew xelat li mala min, li ber destê mine… Berê jî, di sala 1986’anda ji hêla Hikumeta Ermenîstanê ya li Yekîtiya Sovyetê ez hatime rûmetkirin.

          

         Ezbenî, wekî tê zanîn cenabê te xwediyê gelek berhemane jî…

         Raste! Heta niha 7 kitêbên min derketine. 5 ji wan bi kurdîne. 2 heb ji wan li rûsî hatine wergerandin. Lê hêla din min bi qasî 10 kitêban ji rûsî û ermenkî wergerandine kurdî.

          

         Gelo çiye sedem, ku rojname heta niha weşana xwe berdewam dike? Em baş dizanin, ku piştî hilweşîna Sovyetê, di nava şert û mercên gelek dijwarda te serpereştiya “Rya teze”-yê kiriye. Gelo ev eşq û evîna mezin ji ku tê?

         Meqseda te piştî salên 90’îye. Min ji sala 1991’ê heta 2006’an berpirsiyariya rojnamê kiriye. Gotinekî me, kurda, heye. Dibêjin: “Min bi çencerûka kir!” Bi rastî jî min bi çencerûka rojnamê xweyî kir û parast. Hikumet nedibû xweyî, ez diketim gundan. Gund bi gund digeriyam û min karê rojnamê dimeşand. Te got eşq û evîn. Mamoste hebûn, ku qirûş bi qirûş pere ji şagirtên xwe berhev dikirin, dianîn didan me, ku rojname nesekine û berdewam bike. Li hêla din neteweperestên ermeniyan û cehşên êzîdiyan hebûn li dijî min derdiketin. Sedem jî ev bû. Tu jî dizanî, rojname heta sala 2000’ê bi alfabeya kîrîlî derdiket. Min biryar girt, ku bi tîpê latînî çap bikim. Lewre dijminatiya min gelek hate kirin.

          

         Ezbenî, fikir û ramanên te li ser 113 rojnamegeriya kurdî û 80 saliya “Rya teze” çine?

         Bi tenê ez dibêjim şikir ji Xwedêra, ku 113 sal berê bi saya rojnameya “Kurdistan” dinya bi me hesiya, ku em, kurd, xwediyê rojnameyekêne. Her wiha dibêjim rehma Xwedê li Mîthed Mîqdat Bedirxanbe, cihê wî bihuştbe. Her wiha kovarên bi navê “Hawar” û “Ronahî” jî şanaziya edebiyata me kurdane. Zehf razîme, ku kurd xwediyên wan kovar û rojnameyan bûne. Ew stêrkên geşin di asîmanên rojnamegeriya meda.

         Ez bêm ser “Rya teze”. Rastî mala Xwedê, heta sala 2006’an jî rojname karê xwe bi serfirazî kir. Heta wê salê jî “Rya teze” neynika tevahiya kurdên Sovyetê bû. Piştî min dev ji rojnamê berda, kesên li pey min karên rojnameyê baş nameşînin. Ji ber ku kadroyên me yên sereke neman. Derketin derveyî Ermenîstanê. Berê kesên wekî Prof. Celîlê Celîl, Babayê Keleş û Eskerê Boyîk hebûn, dinivîsandin. Gotinekî me, kurmancan, heye, dibêje: “Dewsa şêra mane kundê dêra!”

          

         Emerîkê Serdar careke din bihata dinyayê, cara ewil dixwest çi bike?

         Ez careke din bihatama dinyayê, minê dîsa bixwesta karê rojnamegerî û nivîskariyê bikira. Li hêla din, ne tenê li nav gundên Ermenîstanê, ezê li ser seranserê gundên Kurdistanê bigeriyama. Ev daxwaz, baristana dilê mine.

          

         Ezbenî, pirsa mina dawiyê eve: tiştê di dilê teda maye û heta niha te nekiriye çiye? Tiştek heye ku tu dibêjî “xwezî min ew jî bikira, çi dibû bila bibûya…”?

         Min dixwest heta roja mirinê min di rojnamêda kar bikira û di nava xebatêda bimama.

          

         Mamoste Emerîkê Serdar, siheta te xweş. Mala te avabe, ezbenî…

         Avatir birê min, zehf razîme…

          

Hevpeyvîn: Salihê Kevirbirî

“Rûdaw”, hejmar 43, 4.V. 2010

 

Usa jî van hevpeyvînê Emerîkê Serdare mayîn bixûnin:

 

 

 

EWQAS DERD Û KUL HENE… (2004)

 

 

EWQAS  DERD  Û  KUL  HENE, 

DERHEQA  KÎJANADA  BÊJIM,  KÎJANADA  NEBÊJIM…

 

 

HEVPEYVÎN  T’EVΠ RÊDAKTORÊ  ROJNEMA

“RYA  TEZE”-YΠ SEREKE  E’MERÎKÊ  SERDAR

 

 

         E’merîkê Serdar rêdaktorê rojnema “Rya teze”-yî serekeye. Nava rojnemêd dinyaêye kurdîda rojnema here jiyandirêje. Ev hevpeyvîn Yêrêvanêda, 25-ê avgûstê sala 2004-a rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da hatye derbazkirinê. P’areke hevpeyvînê derheqa ji hevdu başqekirina olk’a êzdyadane li Ermenîstanê, ku îyûla sala 1989-da destpêbûye.

 Yêrêvan-Ermenîstan

 

 

         ONÎK  GRÎGORYAN: – Nha halê “Rya teze” çawane?

         E’MERÎKÊ SERDAR: – Nha “Rya teze” mehê carekê ronkayî dibîne. Hetanî sala 1991-ê rojneme rêgûlyar ronkayî didît, lê rûê tunebûna p’erada  me şeş meha rojneme neşir nekir. Teşkîlet û partîaêd kurda alîê fînansada alîkarîê nadne me. T’enê hinek xêrxazêd meye li Ûrisêtê û welatêd HDS car-carna alîkarî dane.

         O. G. – Lê teşkîletêd ortemiletîê tiştekî nakin? Ne axir Ermenîstanêda miletêd kêmjimar hene û teşkîletêd mînanî OBSÊ, wekîltya Teşkîleta Miletêd Yekbûyî, Şêwra Avropaê hene, kîjan derheqa extîyarîêd miletêd kêmjimarda xeber didin. Ewana komekdarîê didin, wekî neşirkirinêd miletêd kêmjimar bêne xweykirine?

         E’. S. – T’enê fonda Soros komplêkta kompyûtora daye me.

         Bi orteçîtya rêjîsorekî ji Fransîaêyî kurdî eyan baylozxana Fransîaêye li Yêrêvanê alî neşirkirina hejmareke rojnema me kir. Hejmarek jî bi alîkarya wekîltya TMY li Yêrêvanê hate neşirkirinê, bona wê yekê “ruhê” me derket, çimkî gelek kax’az hatine berevkirinê û hazirkirinê. Wekî mayîn t’u teşkîleke ortemiletîê alîkarî nedaye me.

         Tu zanî, wekî ev rojneme sala 1930-da tê neşirkirinê. Dinyaêda rojnema kurdîye here jiyandirêje. Rojneme bi zimanê kurmancî neşir dibe, him kurdê êzdî, him jî kurdê musulman bi wî zimanî xeber didin. Ez nizanim, Ermenîstanêda çima wana ji hevdu başqe dikin. Firqî t’enê ewe, wekî êzdya îslam qebûl nekirin, ser dînê xweyî qedîmî man.

         Anegorî hesabkirina binelîaye kutasîê, Ermenîstanêda weke 45000 kurdêd êzdî û kurdêd musulman hene, kîjan baca dewletê didin. Hukumetê bikaribûya qe na çend selefê wê bacê bida bona xweykirina çanda meye miletîê. Lê vê derecêda hukumet t’u tiştekî nake, nenihêrî, wekî rojnema me Ermenîstanêda yeke here kevne.

         Xulese, anegorî hesabkirina binelîaye kutasîê, Rêspûblîka Ermenîstanêda 800-1000 ûkraîn hene, ew hîmlî neferê malêd ermenyane. Û tiştê e’cêbmayînê ewe, wekî dewlet rojnema wana xwey dike. Ev yeka varvêşî nîne?

         Tu dikarî bipirsî, wekî gelek gundêd êzdya hene, ê çima ewana rojnemê xwey nakin? Lê tu gerekê bizanbî, wekî h’al gelekî girane. Hinek gundada, li k’u berê bi seda mal hebûn, nha sêzdeh yanê panzdeh mal mane. Çend gundada ava vexwarinê jî tune. Hine merî pê sîstêrna avê tînin û difroşine gundya, carna jî hasiletêra diguhêrin. 

         O. G. – Nikarî dha ze’f derheqa “Rya teze”-da xeberdî?

         E’. S. – Çima na.

         O. G. – Çiqase byûcêa rojnemê?

         E’. S. – Byûcêa çi? Em çend merî rojnemêda dixebitin. Îznê nadme xwe bêjim, wekî ez, çawa rêdaktorê sereke, mehê 25000 drama (50 $) distînim, dewsgirtîê min û katibê cabdar, her yek 20000 drama (40 $) distîne… Salê bona neşirkirina rojnemê, çixarêd k’irê, êlêktroênêrgîaê, t’evî aylixê û yêd mayîn mer’a qe na 6000 dolarê ŞAY lazimin.

         O. G. – Hûn dikarin wan 6000 dolara destxin?

         E’. S. – Na xêr. Wexta p’ere hebin, em rojnemê neşir dikin, wexta tunebe, em neşir nakin. Em usa jî aylixê nastînin.

         O. G. – Wexta min sala 1998-a t’evî te hevpeyvîn derbaz kir, wî çaxî “Rya teze” bi tîpê kîrîlî neşir dubû. Nha jî bi wan tîpa neşir dibe?

         E’. S. – Sala 2000-da rojneme bi tîpê latînî neşir dibe.

         O. G. – Ew yek bona xwendevanê rojnemê dijwar nîne? Ewana dikarin bixûnin?

         E’. S. – Ew yek problêm nîne, çimkî ewana mektebêda zimanêd welatêd dereke  (înglîsî, fransî, almanî) derbaz dibin, dikarin rojnemê bixûnin. Hetanî destpêka sala 1938-a me tîpê latînî dida xebatê, lê bi fermana Stalîn em jî derbazî tîpê kîrîlî bûn. Kurdêd Avropaê, Tûrkîaê, Sûrîaê, hela kurdêd Îranê û Îraqê jî (tîpêd wana erebîne) tîpêd latînî didine xebatê. Hema bona wê yekê jî me qrar kir tîpê latînî bidne xebatê. Lê bona wê yekê hukumetê hevekî zor da me.

         Şêwra rewşenbîrêd kurd heye. Şêwr berbirî hukumetê bû, bona em ji miletê xwe dûr nekevin, îznê bidin, wekî em kitêbêd dersê zimanê kurdî çapkin, wekî em vegerine ser tîpê latînî, çimkî hetanî fermana Stalîn kitêbêd dersa û rojneme bi wan tîpa neşir dibûn. Paşî ker’bûna sê meha em cara duda berbirî hukumetê bûn. Axirkê cab hate stendinê, li k’u nivîsîbûn, wekî tîpê latînî ne anegorî fonêtîka zimanê kurdîye. Ez fe’m nakim, çira ew anegorî fonêtîka zimanê kurdêd derekeye, lê ne anegorî fonêtîka zimanê kurdêd vêderêye. Tu dikarî evê yekê şirovekî? Were em eşkere xeberdin. Vêderê hinek nevsêd qulixbir û k’om hene, kîjan naxwazin navê “kurd” û “Kurdistan” bibhên.

         O. G. – Rojnema “Êzdîxane” jî heye, kîjanê ew k’oma olk’a êzdya neşir dike, ku dibêjin, wekî t’u tiştekî wana t’evî miletê kurd tune. Ew hetanî nha neşir dibe?

         E’. S. – Belê (hejmarekê nîşan dide), ew bi tîpê ermenî û bi zimanê ermenî neşir dibe.

         O. G. – Rojnema “Êzdîxane” alîkarîê ji dewletê distîne?

         E’. S. – Na xêr, nastîne…

         O. G. – Were em derheqa dutîretya olk’a êzdyaye Ermenîstanêda xeberdin. Duh ez çûme ofîsa Kurdistan Komîtê. Wêderê gotin, wekî wextê hesabkirina binelîaye sala 2001-ê Ermenîstanêda weke 41000 êzdî û 1500 kurd hene. Wextê hesabkirinê usa jî hatye k’ivşkirinê, wekî êzdî bi zimanê “êzdkî” xeber didin, ew jî wî çaxî, wexta Ermenîstanêda p’ir’anya pêşekzana ewî zimanî nav dikin kurmancî (zimanê kurdî). Derheqa vê yekêda tu ser çi fikrêyî?

         E’. S. – Ez wan reqema bawer nakim, çimkî ez Ermenîstanêda hatime dinê, paytextêda dijîm û bajarvanê rêspûblîka Ermenîstanême, lê wextê hesabkirinê t’u kes nehatye mala min û t’u tiştek ji min nepirsye. Meselêd usa, dikarim bêjim, gelek û gelekin. Kurdistan Komîtê 5000 ankête hazir kirye  û nava binelyada belav kirye û gişka ankêtada nivîsîne, wekî ew kurdin.

         O. G. – Ji hevdu başqekirina usa, bi tex’mîna min, t’u welatekî mayînda tune, li k’u êzdî dijîn. Ew yek çima Ermenîstanêda heye?

         E’. S. – Ez e’cêbmayî dimînim, wexta dibînim, wekî rewşenbîrêd ermenî nikarin firqya ort’a hebandinê û miletîêda tex’mînkin.

         Wexta wekîlêd rewşenbîrêd kurd ji Lêvon Têr-Pêtrosyan pirsîn, wekî ew çima êzdîêd Ermenîstanê başqe dike, ewî, ku  rêspûblîkaêda pêşekzanekî herî başe, got: “Çimkî ew yek mer’a usa dest dide”. Paşê, wexta ew çûbû Tûrkîaê tevî definkirina Tûrgût Ozal bibe, rojnemevanekî derheqa halê kurdêd Ermenîstanêda jê pirsî bû. Ewî cab dabû, wekî Ermenîstanêda kurd tunene, t’enê êzdî hene.

         O. G. – Alîê hebandinêda tu êzdîyî?

         E’. S. – Belê.

         O. G. – Tu jî xwe kurd hesab dikî?

         E’. S. – Hilbet. Tu ermenîyî û xaçp’arêzî, lê nabêjî miletya xweva xaçp’arêzim, çimkî xaçp’arêzî dînê teye.

         Hinek merî û nevsêd qulixbir xebera “êzdî” didine xebatê, bi wê yekê dixwezin îzbatkin, wekî t’u tiştekî wana t’evî kurda tune. Lê, wexta gilî tê ser melekana, nabêjin, wekî ew ûris nînin. Ez nabêjim, wekî hukumetêda gişk ser wê fikrêne. Hinek merivêd qulixbir û nevs usa dibêjin.

         Mesele, Garnîk Asatryan dibêje, wekî zaza, goran û yêd mayîn kurd nînin. Lê ew xwe hesab dikin kurd û ketne nava h’eja azakirina kurdaye miletîê.

         Wexta meşa bona piştgirya E’bdulleh Ocalane li Yêrêvanê weke 10 hezar êzdî t’ev bûn. Eger em miletek nînin, çima 10 hezar êzdî derketine meşê?

         Tiştek jî tabetîê nade min. Sedrê partîa yektya ermenîêd arîyaî hevpeyvîna rojnema “Aravot”-êda dibêje, wekî êzdya, kurda û cihûda gerekê ji Ermenîstanê derxin.

         O. G. – Eger Anglîaêda tiştekî mînanî vê yekê bê neşirkirinê, ew yek wê bê hesabkirinê çawa gur’kirina rasayê. Lê hûn berbirî teşkîletêd ort’emiletîêye başqe-başqe yanê jî xweykira extîyarîêd mêriv Larîsa Alavêrdyanê bûne?

         E’. S. – Em çûne bal Larîsa Alavêrdyanê, dîwanê, lê me t’u cabeke lazim nestend. Hela serda, wextêda rojnema akadêmîa miletîêye ulma miletê me bêhurmet kir. Lê serokê partîa “Hnçak”-ayî berê Êx’ya Naç’aryan, ku wextêda dêpûtatê parlamênta Ermenîstanê bû, rûpêlê rojnema partîa xweda em bêhurmet kirin, bi sernivîsa “Me’rê nava meda” mqale nivîsî, em hesab dikirn çawa xayînêd Ermenîstanê. Lê ew xwexwa nha kîderêye? Ewî avayî, hûrmûrê partîa xwe firot û r’evya Lîbananê.

         Ewqas derd û kul hene, wekî nizanim derheqa kîjanada bêjim, kîjanada nebêjim…

         Berê sehet nîvekê pê radîoa dewletê xeberdanêd kurdî didan, nha ew kirine sî deqe. Sala 1980-da t’u kitêbeke dersêd ziman û lîtêratûra kurdî neşir nebûne, rojnema “Rya teze”, ku wextêda bi alîkarya dewletê hevtê du cara ronkayî didît, nha mehê carekê ronkayî dibîne, ew jî wexta alîkarî hebe.

         Rojnema me serbeste. Em fikra hemû partîa û serkarêd wan rexne dikin. Bona me ya sereke ewe, wekî qulixî olk’a xwe bikin.

         Dixwezim bêjim, ez kubarim, wekî Ermenîstanêda ji dya xwe bûme, wekî nava ermenyada dijîm, çimkî rastîê jî, miletekî başe. Lê, diqewime ne cayîze vê hevpeyvînêda bêjim, duh ji Taûşê bav û kurekî êzdî hatine rêdaksîaê. Kurê wê malê birine eskerîê, çend meh derbaz dibin, ew ji eskerîê dir’eve, tê malê. Ji wê rojê deh sal derbaz dibin, ew xort dizewice, Xwedê du zar’a dide wî. Deh sal derbaz dibin, paşê ewî digrin, wekî bişînine Gorîsê, wî p’arleşkerî, li k’u ew qulix kirye. Lê du roja şûnda ew xort dimre. Nenihêrî birînêd ser, polîsa leşkerîê, dadxwazê leşkerîê Gagîk Cahangîryan û doxtir bi yekdengî dibêjin, wekî dilkê wî t’eqyaye û mirye (fotoşikla  nîşan dide, kîjanada rind tê k’ivşê, wekî ser mirî t’u cîkî slamet tune). Eger dilkê wî t’eqyaye û mirye, lê ew çi birînin?

         O. G. – Bi tex’mîna min, tiştê usa tê serê ermenya jî, ku wextê qulixkirina li eskerîê mirine.

         E’. S. – Hilbet, qewmandinêd usa gelekin.

  

“Rya teze”, noyabr, s. 2004

 

Ji malpera deng û be’sêd Ermenîstanêye “Kr’ûnk”,

14-ê sêntyabrê, s. 2004

Onîk  GRÎGORYAN

 

Usa jî van hevpeyvînê Emerîkê Serdare mayîn bixûnin:

 

 

 

NEMA VEKIRÎ … CORC BÛŞR’A (2006)

 

 

NEMA  VEKIRΠ

SEROKKOMARÊ  AMÊRÎKAÊ

BIRÊZ  CORC  BÛŞR’A

 

 

         Serokkomarê Amêrîkaê birêz Corc Bûş!

 

         Ez kurdekî Ermenîstanême, nivîskarê kurdim, rojnemevanim, serokê koma rewşenbîrêd Ermenîstanêye kurdim. Ez 71 salîme, emekê minî edebyetê îznê didine min vê nemê Wera binivîsim. Me’na nivîsara vê nemê doklada Bêykêr-Hamîltone, kîderê mafê kurdê Kurdistana Başûr hesab hilnedane.

         Ez bawerim, wekî Hûn zanin nava dîrokêda gelê me çi zulm û zêrandin dîtye. Ez derheqa wê yekêda nanivîsim. Ew qetil û zulm, ku dagirkira nava dîrokêda anîne serê gelê me, ber ç’evê cihanê hatye kirinê û, telebextra, cihanê xwe ker’ û lal kirye. Evê ker’ û lalbûna wê kişand hetanî sala 1990-î. Berî wê sala 1988-a wextê Anfalê Başûrê Kurdistanêda 200 hezar kurd qirkirin. A paşî wê yekê teze sala 1990-î bi biryara Rêxistina Miletaye Yekgirtî, bi înîsîatîva Amêrîkaê û Anglîaê nîvê Başûrê Kurdistanê bona teyarê Seddam Husêyn hate elamkirinê çawa zox’ala qedexekirî. Bi saya parastina Amêrîkaê û Anglîaê p’areke gelê me Kurdistana Başûrda aza bîna xwe k’işand û destbi k’arê sazdar kir. Nava 16 salên derbazbûyîda p’areke Başûra Kurdistanê, ku ji alîê Amêrîkaê û Anglîaê dihate parastinê, Rohilata Nêzîk û Navînda bûye ada (cizîra) dêmokratîê, azayê û serxwebûnê. Eva yeka bi saya hereketê welatê Weye jî û hemû kurdê dilsoz û welatparêz vê yekê dişêkirînin.

         Em, kurdê ku ji welatê xwe der dijîn, gelekî şa û kubar bûn, gava We Qesra Spîda birêz Mesûd Barzanî qebûl kir û qîmetê layîq da k’arê wî û kurdê Kurdistana Başûr. Evê yekê nava meda ew guman pêşda anî, wekî Amêrîkaê îdî t’u cara pişta xwe nede Başûrê Kurdistanê.

         Ez tex’mîn dikim Hûn jî bawerin, wekî Rohilata Nêzîk û Navînda kurd dostê Amêrîkaê here aminin. Aminbûn xeysetê kurdaye û ewana t’u cara bêşêkir nînin, qencya kirî çawa lazime qîmet dikin.

         Gava min doklada Bêykêr-Hamîlton xwend, cem min şik pêşda hat, gelo ewana rastîê dost û dijminê Amêrîkaê ji hev derdixin yanê na? Dokladêda ew çi ku nava 16 salên derbazbûyîda Başûrê Kurdistanê hatye sazkirinê, tê pêpeskirinê, t’u rêke rast naê nîşandayînê bona safîkirina pirsa Kêrkûkê. Dinê-alem zane, wekî Başûrê Kurdistanêda parlamênta bi dêmokratî, organêd serkarîkirinê, yûstîsîaê û mehkemê hatine sazkirinê û baş k’ar dikin. Gelo badilhewane, wekî Başûrê Kurdistanêda partîaê sîyasîê cuda-cuda aza k’ar dikin? Gelo welatên cînarê Îraqêda, Îraqê xwexweda (p’ara erebada) eva yeka heye?

         Ez du cara çûme Başûrê Kurdistanê û min dîtye gel çiqas serbeste, azaye, tirs û xof dilê wêda tune, prêsa, têlêvîzîon, radîoê partya û netewê başqe-başqe aza k’ar dikin.

         Birêz Corc Bûş!

         Ez aqilbendî û dûrdîtina Weye sîyasîê bawer dikim, wekî Hûnê îznê nedin plana Bêykêr-Hamîlton bê mîaserkirinê (îlahî p’ara derheqa gelê kurdda), ku cara bi sirê gelê me ber dergê xezakirina fîzîkîê nesekine.

         Ez bawerim, wekî Hûnê îznê nedin vê yekê, yanê na hurmeta Amêrîkaê wê ber ç’evê cihanê bikeve, dijminê wê û me wê şabin, dostê berxwekevin. Ç’evê me, kurdê dereke, li Kurdistana Başûre.

         Kurda hetanî sala 1990-î digotin: “Dostê me her tenê ç’yaê mene”. Gênêral û xebatkarê Weye derecebilind rind haj vê gotinê hene û wexta rastî gelê Kurdistana Başûr dihatin, digotin: “Ne tenê ç’yaê we dostê wene, em jî dostê wene”.

         Nha wext hatye wê yekê praktîkaêda îzbatkin.

 

         Bi qedirgirtin,

                                      Emerîkê Serdar,

                                      nivîskarê kurd,

                                      rojnemevanê Komera Ermenîstanêyî emekdar,

                                      serokê koma rewşenbîrên kurd li Ermenîstanê.

 

                                                                  Yêrêvan / Ermenîstan

29.12.2006

 

“Rya teze”, dêkabr, s. 2006

www.avestakurd.net

 

 

Ev neme bi înglîsî hatye tercmekirinê û pê e-mail-ê bi adrêsa Koşka Spî admînîstrasîa Bûş’ra hatye şandinê. Pêra-pêra ev agahdarî bi avtomatîkî derheqa stendina nemêda min stend: ответ Буша-z

Xênji çend malperêd mayîn, ku kurdî neşir kirine («Dengê Êzdyan»), ev neme usa jî rûsî hatye tercmekirinê û malperada hatye belakirinê. 

WEZÎRÊ EŞO 70 SALÎYE (2004)

 

 

WEZÎRÊ  EŞO  70  SALÎYE

 

 

         Temam bû 70 salya nivîskarê kurdî eyan, tercmeçî, rojnemevan, şuxulvanê kûltûraê Wezîrê Eşo.

         Wezîrê Eşo, ku mekteba gundê Sîpanêye (marza Aragasotnê) hevtsale, paşê mekteba Tbîlîsîêye N 23-ye ermenyaye ort’e kuta kirye, fakûltêta zankoa Yêrêvanêye dewletêye dîrokê xilaz dike, du sala dixebite çawa dîrêktorê mekteba gundê xwe. Ew usa jî alîê kurdzanîêda aspîrantûra p’ara Lênîngradê ya înstîtûta akadêmîa T’R’SS ulmaye Rohilatzanîêda hîn dibe.

         Wezîrê Eşo xwe pêşkêşî lîtêratûra û çanda miletîê dike. Wexta p’ara xeberdanêd radîoa Ermenîstanêye kurdî vedibe, Wezîr bi dil ce’d tevî wê p’arê k’ar dike, lê sala 1983-a wê p’arêda derbazî ser xebatê dibe çawa rêdaktor-tercmeçî.

         Ew xudanê gelek oçêrka, qsa, şirovekirinaye ji cêrgêd “Emekdarêd çanda kurdaye ermenî”, “Serhildanêd kurda”, “Dersdarêd kurde emekdar”, “Rewşenbîrêd ermenî derheqa kurdada”, radîopîêsa “Tîgran û Mehmûd” û yêd mayîne. Ewî radîopîêsêd Hr. Koçare “H’isret” û “Nahapêt”, Nado Maxmûdove “Memê û Gulê” ji ermenî tercmeyî kurdî kirine. Wan radîopîêsada ewî dilqêd sereke qedandine.

         Wezîrê Eşo, ku salêd 60-î k’ete e’rafê lîtêratûraê, nava lîtêratûra kurdaye şêwrêda xebera teze got. Xwendevana berevokêd wîye “Ç’evronayî”, “Dengbêj îdî kal bûbû”, “Pamp-Sîpan” bi alavî qebûl kirin. Ew berevok bi p’ir’cûretya têmatîkaê, îlahî dostya ermenya û kurda, raberkirina xweşivêtîêva berbiç’ev dikevin.

         Komêdîa Wezîrê Eşoye “R’emo, Şemo, T’emo” têatra Elegezêye (marza Aragasotnê) kurdaye cimetîêda hatye nîşandayînê.

         Nîgarêd Wezîrê Eşo merivêd gunde sadene, merivêd dinya wîye dîtîne bi erf-edet, deb, psîxologîa, fikirmîşbûn, xeyset, zimanê xweva.

         Nîgarne usanin, ku te t’irê kêleka te sekinîne û ter’a xeber didin, t’evî qewmandina dibî, ak’la xeberdana wana nêzîkî ruhê teye.

         Zimanê Wezîrê Eşo dewlemende, xweyê şureta şirovekirinêye, xwendevana t’evî qewmandina, tragêdîa, emrê nîgaraye herr’oje dike. Ew dikare bi çend culmêd kurt neynesya rewşê bide k’ivşê, bîne ber ç’evê xwendevana.

         P’ir’e emekê Wezîrê Eşo nava lîtêratûra meye tercmekirîda. Ewî xebata X. Abovyane “Kurd, êzdî”-ye qîmetlî tercmeyî kurdî kirye, bi pêşxebereke mezin, nasyava çap kirye.

         “Destê dosta” – navê wê berevokê, li k’u serhatîêd nivîskarêd ermenîye derheqa emrê kurdada hatine cîwarkirinê. Wezîrê Eşo ew berevok jî tercmeyî kurdî kirye. Lazime bidne k’ivşê, wekî bona wê berevokê sala 1991-ê prêmîa T’faqa nivîskarêd Ermenîstanêye ser navê Ereb Şamîlov dane Wezîrê Eşo. Ewî usa jî çend efrandinêd Hovh. Tûmanyan û Av. Îsahakyan tercmeyî kurdî kirine, kîjan wan berevokada cî girtine, ku seba 100-salîêd bûyîna wan herdu şayîrêd ermenîye mezin bi kurdî hatine çapkirinê.

         Çend efrandinêd wî bi zimanêd ermenî, ûrisî û yêd mayîn hatine tercmekirinê, hinek jî welatê derekeda hatine çapkirinê.

         Ew bûye rêdaktorê çend kitêbêd dersa, ulmî, bedewetîê û yêd mayîn.

         Rewşenbîrêd ermenî û kurde eyan Harûtyûn Mkrtçyan, Zarzand Daryan, Anahît Sahînyanê, Ax’avnîê, Ereb Şamîlov, Hecîê Cndî, Qanatê Kurdo, Çerkez Bakaêv û yêd mayîn emekê Wezîrê Eşo bilind qîmet kirine.

         Sala 1994-a Wezîrê Eşo malêva k’oç kir, çû Bêlgîaê. Nha ew Bryûsêlêda dimîne û wêderê jî bi aktîvî k’arê xweyî civakî, lîtêratûrîê pêşda dibe.

 

“Rya teze”, oktyabr, s. 2004

XWESTINA MEYE HEQ ÎNKAR KIRIN (2004)

 

 

XWESTINA  MEYE  HEQ  ÎNKAR  KIRIN

 

 

         Çawa eyane, ji sala 1929-a hetanî destpêka sala 1938-a Ermenîstanêda me tîpê latînî dida xebatê. Temamya lîtêratûra bedewetîê, seyasetîê, kitêbêd dersa, rojnema “Rya teze” bi wan tîpa dihate çapkirinê. Bi biryara hukumeta Şêwrê tîpê latînî hatine qedexekirinê û dewsa wan tîpêd kîrîlî hatine xebtandinê. Paşî hilşandina dewleta Şêwrê hinek rêspûblîkaêd Şêwrêye berê t’erka herfê kîrîlî dan û derbazî tîpê latînî bûn. Ewqasî çiqasî p’ir’anya gelê me tîpê latînî dide xebatê, me jî xwest mînanî wana derbazî tîpê latînî bibin. Rojnema “Rya teze”, çawa ya serbixwe, sala 2000-da derbazî tîpê latînî bûye. Me têr’a dît, wekî kitêbêd dersê zimanê kurmancî, lîtêratûra me jî bi wan tîpa bêne çapkirinê. Lema jî Şêwra rewşenbîrêd kurd 15-ê aprêla sala 2004-a bi nemeke ha berbirî hukumeta Ermenîstanê bû:

         “Serekwezîrê Rêspûblîka Ermenîstanê

maqûl A. Margaryanr’a

        

Serekwezîrê maqûl!

         Bi hesabhildana wê yekê, wekî p’ir’anya cimeta meye p’ir’mîlîonêye li welatêd dereke tîpê latînî dide xebatê, t’enê Ermenîstanêda tîpê kîrîlî tê xebtandinê, rûê wê yekêda olk’a meye vêderê t’ek-t’enê dimîne, bona wê yekê jî bi hesabhildana xwestina dîrêktorêd mektebêd gundêd kurda (êzdya), dersdarêd zimanê dê, dê-bavê şagirta, usa jî xwestina rewşenbîrêd me, em t’ewaqe dikin, wekî hukumet qayîlya xwe bide kitêbêd dersêd ziman û lîtêratûra kurdî (kurmancî) bi tîpêd latînî bêne neşirkirinê.

 

         Sedrê serwêrtya Şêwra rewşenbîrêd kurd

E’. Serdaryan (E’merîkê Serdar)”.

 

         Du meh derbaz bûn, hukumeta Ermenîstanê caba me neda. Em mecbûr bûn cara duda — 18-ê îyûnê sala 2004-a nemekê jî jêra bişînin:

 

         “Serekwezîrê Rêspûblîka Ermenîstanê

maqûl A. Margaryanr’a

        

Serekwezîrê maqûl!

         15-ê aprêla îsalin Şêwra rewşenbîrêd kurd bi nemekê (N 05) bi t’ewaqekirin berbirî We bûbû, wekî îznê bidin kitêbêd dersêd zimanê kurdî dewsa tîpê kîrîlî bi tîpê latînî bêne neşirkirinê, bona wê yekê me’nî hatibûne k’ivşkirinê, seba çi em wê yekê dixwezin.

         Êpêce we’de derbaz bûye, lê hetanî nha me cab nestendye.

 

         Sedrê serwêrtya Şêwra rewşenbîrêd kurd

E’. Serdaryan (E’merîkê Serdar)”.

 

         Xulese, 20-ê îyûnê sala 2004-a, çawa ser cabê hatye k’ivşkirinê, lê rastîê me ew dawya avgûstê stend, cabêda, ku dîrêktorê înstîtûta miletîêye xwendinê (ya wezîreta rêspûblîkaêye xwendinê û ulma) V. Martîrosyan qol kirye, bi van me’nya xwestina meye heq înkar  kirye:

—         xwedêgravî derheqa vê pirsêda nava binelîêd rêspûblîkaêye kurd û êzdîda pirsyarkirin nehatye derbazkirinê;

—         vê pirsêda wekîlêd kurda û êzdya nehatine ser fikrekê;

—         wekîlêd olk’a êzdya berk’ derketine dijî guhastina herfa;

—         wekîlêd olk’a êzdya mêtodologîa kitêbêd dersêd zimanê êzdikî, berneme û lîtêratûra mêtodîkîê seba komêd 1-10 hazir kirine û raberî wezîreta xwendinê û ulm kirine, ser hîmê kîjanê zûtirekê wê bi tîpê kîrîlî ew kitêb û lîtêratûra metodîkîê bêne çapkirinê;

—         pirs ewe, gelo tîpê latînî anegorî fonêtîka zimanê kurdê Ermenîstanêye?

—         derbazbûna ser tîpê latînî wê usa bike, wekî ew lîtêratûra, ku nava dehsalada Ermenîstanêda bi tîpê kîrîlî hatye çapkirinê, wê pûçbe, silsiletê nikaribin wana bixûnin.

Lema jî komîsîa wezîretêye pêşekzanîê ev qewlêd jorê hesab hildaye û xwestina me înkar kirye.

         Ev “me’nîê” jorgotî hîmlî nava fikra sedrê komîsîa dersêd îranzanîê û tirkzanîê ya wezîreta RE xwendinê û ulm, profêsor G. Asatryanda hene.

 

JI  ALÎÊ  ŞÊWRA  REWŞENBÎRÊD KURDDA

 

         Em ser wê fikrê bûn, wekî ev pirseke usane, wekî wê rastî t’u hasêgehê neê. Lê me nizanibû, wekî qewatêd usa hene, ku naxwazin olk’a meye vêderê kûltûra cimeta xweye derr’a bê girêdanê. Eyane, wekî p’ir’anya kurdê der tîpê latînî didine xebatê. Hinekara dest nade, wekî em bibine xweyê kûltûra xwe, usa jî wanra dest dide, wekî dutîretî bikeve nava olk’a meye vêderê. Eyane, wekî çawa kurdê musulman, usa jî kurdê êzdî bi zimanê kurmancî xeber didin. Lê Ermenîstanêda zimanekî teze “êzdikî” h’inartine. Û evê yekê jî dikine me’nî, wekî dixwazin kitêbê dersê zimanê “êzdikî” çapkin.

         Gelo wan rêspûblîkaêd Şêwrêye berê, ku ji kîrîlî derbazî latînî bûne, nava binelîêd xweda pirsyarkirin derbaz kirine? Yanê, gava Ermenîstanêda rastnivîsara zimanê ermenî diguhastin, ji şivan-gavana dipirsîn? Gelo wan rêspûblîkaêd Şêwrêye berêda, ku dest ji tîpêd kîrîlî k’işandine, lîtêratûra wana, ku bi deha sela bi tîpê kîrîlî çap bûye, unda dibe?

         Yanê, gava Tûrkîaê salêd sedsalya derbazbûyîye 20-da dest ji tîpêd erebî k’işand û derbazî tîpê latînî bû, dest ji mîrata xweye nivîsare bi seda sala k’işand?

         Ew yek jî hesab hilnedane, wekî deha zêdetir dîrêktorêd mektebêd gundê kurda, dersdarê zimanê kurmancî hela çar sala pêşda ji navê binelya bi nemê berbirî wezîreta RE xwendinê û ulm bûne û hîvî kirine, wekî derbazî tîpê latînîbin. Derheqa vê pirsêda sê cara şêwrdarî hatye derbazkirinê. G. Asatryan, V. Martîrosyan wanda hazir bûn. P’ir’anya tevgelêd şêwrdarya qayîl bûne, wekî derbazî tîpê latînî bibin. Profêsor Garnîk Asatryan jî paşî wan şêwrdarya bi nivîsar fikra xwe gotye, wekî dikarin derbazî tîpê latînî bibin.

         Gava dibêjin, wekî tîpê latînî ne anegorî fonêtîka zimanê kurdê Ermenîstanêye, k’enê mirîşka k’elandî tîne. Çima anegorî fonêtîka zimanê bi mîlîona kurdaye, lê ne anegorî fonêtîka zimanê 40-50 hezar kurdêd (êzdîêd) Ermenîstanêye? Em îdî nabêjin, wekî ew elîfba kîrîlîye, ku ji sala 1944-a li Ermenîstanê tê xebtandinê, bi çend herfê latînî hatye tamkirinê (U, W, Q, H…).

         Xulese, nizanî çira hinek naxwazin em derbazî herfê latînîbin, qestîka me’nîê haye bêh’îm digrin. Îda em nabêjin derheqa wê yekêda, wekî ji sala 1929-a hetanî destpêka sala 1938-a Ermenîstanêda kitêbêd dersê zimanê kurmancî, lîtêratra bedewetîê, seyasetîê, rojnema “Rya teze” bi tîpê latînî hatine çapkirinê. Hinek naxwazin vê îzbatya dîrokî hesab hildin, wekî k’omê rewşenbîrêd Gurcistanêye kurdê êzdî jî de’w kirine û dane makkirinê, wekî lazime derbazî tîpê latînî bibin.

         Bi gilîkî, ne bi me’nîê obyêktîv, lê bi me’nîê sûbyêktîv ev xwestina meye heq hate înkarkirinê.

 

“Rya teze”, sêntyabr, s. 2004

 

Ev gotar usa jî ûrisî hatye tercmekirinê

û malpera http://www.kurd.ge -da

 hatye weşandinê (10.05. 2011)

DENGBÊJÊ WETEN, EVÎNTÎÊ Û TEBYETÊ (2004)

 

 

DENGBÊJÊ  WETEN,  EVÎNTÎÊ  Û  TEBYETÊ

(BONA  70-SALYA  BÛYÎNA  FÊRÎKÊ  ÛSIV)

 

 

         Rind tê bîra min, sala 1953-a bû. Min teze k’oma deha kuta kiribû û gundê xwe Pambêda (nha Sîpan) dixebitîm çawa serwêrê klûbê. Payîza dereng bû, gundda dewet bû. Fêrîkê Ûsiv, ku wî çaxî xwendinxana Yêrêvanêye pêdagogîêda dixwend, hatibû gund. Hema nava dewetêda ewî şiêra xwe, ku bi zimanê ermenî nivîsî bû, kîjan derheqa gundê meda bû, minra xwend. Ez hingêda pê hesyam, wekî Fêrîk şiêra dinivîse û rind jî dinivîse.

         Fêrîkê Ûsiv sala 1934-a gundê Pamba Kurdada, malmezineke ol’ka me – Ûsivê Îvoda hatye dinê. Paşî kutakirina mekteba gunde hevtsale xwendinxana Yêrêvanêye ermenyaye pêdagogîêda hîn dibe û sala 1955-a ewê bi açixî kuta dike. Hema wê salê jî fakûltêta fîlologîê-dîrokê ya înstîtûta ermenyaye pêdagogîêye ser navê Xaçatûr Abovyanda tê qebûlkirinê û sala 1960-î ewê kuta dike. Paşî kutakirina înstîtûtê Fêrîkê Ûsiv rêdaksîa xeberdanêd radîoêye kurdîda dixebite çawa serwêrê p’ara lîtêratûraê. Vêderê ew çend sala dixebite, paşê diçe gundê xwe mektebêda dersê ziman, lîtêratûra ermenya, kurda dide, weke 30 salî gundda dersdarîê dike hetanî derbazî pênsîaê dibe.

         Fêrîkê Ûsiv hela salê şagirtîêda die’firand, lê şiêra wîye pêşin, ku pêşkêşî bîranîna Xaçatûr Abovyan kiribû, sala 1955-a rojnema “Rya teze”-da neşir dibe. Ew xudanê çend berevokane: “Ç’evkanî” (s.1961), “Gula Elegezê” (s.1964), “Lîrîka” (s.1967), “Ûsivê Nevya” (s.1973), “Narê” (s.1977). Xênji wê, du kitêbêd wî “Bahara teze”-da (N 3, 1984), “Hisretdevter” (N 6, 1987), “Dinya delal” neşir bûne. Kitêbeke wî jî Şvêdîaêda bi tîpê latînî çap bûye.

         Ew sala 1974-da endamê T’faqa nivîskarêd Ermenîstanê bû.

         Fêrîkê Ûsiv cûrê û rewşa poêzîaêye teze xwera anî. Ew rastîê jî tezevanê lîtêratûra me bû û bi serî efrandinê wî lîtêratûra me gihîşte dereca lîtêratûra eynsîye bilind. Lê poêma wîye “Ûsivê Nevya”, “Rihana Reşo”, “Xewna Mîrmih”, “Hisret” û yêd mayîn ne ku tenê sertacê efrandinêd wîne, lê usa jî merî dikare wan dayne rex “Mem û Zîn”-a Ahmedê Xanî. Xênji poêzîaê usa jî serhatîêd wîye delal eyanin (“Legleg”, “Ç’êlek”, “Kur’ik, ç’iqê darê neşkêne”). Çawa poêzîa wî, usa jî ev serhatî û pîêsêd wî (“Bê qelen”, “Dimdim”), ku bûne radîokompozîsîa, li ser rya dewrananin, ew xuliqîne, lê mînanî navê xudanê xwe nemirîne.

         Şayîr derheqa rya xwe, programa xweye efrandarîêda şiêreke xweye sifteda (“Ez û cimet”, ku bi zimanêd ûrisî û ermenî hatye tercmekirinê) gotye: hergê şayîr cûcka fir’ane, cimet jêra p’er’-bask û hewaye, hergê şayîr moza hingive, cimet gula nava k’ewşene, hergê şayîr me’sîye, cimet be’r û okêane, hergê şayîr steyrke, cimet jêra ezman û e’rşe.

         Û rastî jî, hetanî dawya emrê xwe şayîr qelpî vê programa xwera nekir, ser wê r’ê bû û jê derneket.

         Poêzîa Fêrîkê Ûsiv p’ir’têmaye. Têmake sereke kurd û Kurdistane.

         Kurd û Kurdistan dax’a dilê şayîr bûn. Û şiêrê bi vê têmaê nivîsî k’el û gur’in, alav û şewat wanda hene:

 

Car-carna têm, melûl, dilxor û mir’ûzim.

Lawo, k’erba binê lingê te r’admûsim…

Şaş nemîne, berxkê min… eh, k’î zane…

Dinê heye k’aşk’işika dest îsane,

Dive r’okê Kurdistana xopan vebe,

Bavkê teyî h’isret dilda lê t’unebe…

… Bira hingê lingê te bi h’isreta min

Biger’e nav ax-t’opraxa cime’ta min…

 

         Cîkî mayîn şayîr dixweze, wekî “Kurdistana min” aza bibe, “bira gêzîke dergevana destê minbe” û “soqaqeke El-Cizîrê “posta” minbe”.

         Û tu van gotinê şayîr bawer dikî, çimkî ewê bêqelpin, bi dil hatine gotinê, bona wî pirsa heyetîêye, neynesya ruhê wîne.

         Û wexta şayîr dibêje:

 

Qur’n û dewr û sal-zeman

H’eyrî bengzê te ez mam,

K’urdim, k’uyî, K’urdistan,

Wey dîl û bindesta min…,

 

xwendevan jî dibe “dîlê” k’ela dilê şayîrê mileth’iz.

         Evîntya şayîre lîrîkîê nazike û delale, fenê wê nûra e’rşane, gezo ji k’enê wê dibare, p’or’ê wê reşin, enya wê geşe, ç’evê wê belekin, dêmê wê gulave. Û eger şiklkêşek van şiêrêd şayîr bixûne, wê pêra-pêra şiklê wê evîna wî bikişîne û bide ber ç’eva.

         Evîne zore, t’u tişt ber wê teyax nake. Zivistane, berf dibare, sare, ava cewê qerimye, lê bengya dêm û ber vekirinê û te’rîêda hev radmûsin. Şiêr bi tomerîkirineke ha kuta dibe:

 

Ez bawerim, welle bra, dilê bengî, dilê har,

Zivistana sike-sar jî karin bikne gulbahar.

 

         Rastîê jî poêzîa heq eve, gava tê derdixî, digihîje sewdaê te, lê nikarî şirovekî, çawa nikarî sazbendîê şirovekî, gava her tiştî bîr dikî, xwe û şirovekirinê jî pêra û her t’enê heyra wê sazbendîêyî.

         Raste, nava poêzîa Fêrîkê Ûsive evîntîêda te’lî-tengasî jî hene, lê ew çetinayî û te’lîê evîntîêne, ku dha şîrin dikin, dha bedew dikin.

         Şayîr ewqas li ser tebyetê bengîye, wekî xwendevana jî bengî dike. Têne ber ç’evê te tebyeta gunde hezar awazîye, hezar tawazî, beranberdan, rojderbazkirina rêncberê çolê… Temam têne ber ç’evê te û wexta dixûnî, hew zanî, wekî gişk ne rojêd  derbazbûyîne, lê sfetin hertim ber ç’evê tene, dengin hertim ber guhê tene.

         P’ir’in şiêr û yekxanêd Fêrîkê Ûsive fîlosofîê, ku derheqa derecêd emrê başqe-başqedanin.

 

… H’izkirina dê û bavê

Weke ç’emê ser delavê,

Weke mêrga gul di navê,

Çiqa ewleda p’ar dibe –

Ne kêm dibe, ne jar dibe…

 

         Şayîrê rast ewe, wekî nava sazbendîêda tiştê usa bibîne, ku merîê mayîn wê yekê tex’mîn nekin yanê jî ew bona wan nedîhare. Me gişka jî emrda dîtye, wekî li rex cewê t’ûm heye. Lê şayîr ew kirye sfet, fikreke k’ûr kirye nava wê, t’ûmê li rex cewê maşoqê avêye, ku…

 

H’izkirî tê bi lewzê xweş,

T’ûmê sêfîl k’ar’êz dike

Û dih’ele bengîê serxweş,

Tê… minra xwe h’emêz dike.

 

         Fêrîkê Ûsiv usa jî tercmeçîkî bêqusûr bû. Ewî bi hostatîke usa tercme kirine, ku firqya tercmê û orîgînalê tex’mîn nakî. Goveka tercmekirina wî gelekî fire bû – Anakrêon, Şêkspîr, Bayron, Haynê, Pûşkîn, Yêsênîn, Sayat-Nova, Îsahakyan, Tûmanyan, Têryan, Çarêns, Hamzatov û gelek-gelekêd mayîn. “Anûş”-a Tûmanyan û “Abû Lala Maharî”-a Îsahakyan bi tercma Fêrîkê Ûsiv bûne sertacê lîtêratûra meye tercmekirî. Lê kilamêd Sayat-Nova bi tercma Fêrîkê Ûsiv bi kurdî têne stranê û hertim bi radîoê têne dayîne.

         Efrandinêd Fêrîkê Ûsiv bi zimanê mayîn hatine tercmekirinê. Şiêra wîye “Ez û cimet” cara ewlin ûrisî hatye tercmekirinê û kovara “Drûjba narodov”-da (“Dostya cimeta”) hatye neşirkirinê. Paşê ev şiêr û çend şiêrêd wîye mayîn bi zimanê ermenî hatine tercmekirinê û neşirkirinê. Şayîrêd ermenîye usa efrandinê wî tercme kirine, çawa H. Şîraz, H. Sahyan û yêd mayînin. Lê poêma wîye “Xewna Mîrmih” ûrisî tercmekirî berevoka “Ç’îroka Bermiraz”-da neşir bûye.

         Derheqa îskûstva Fêrîkê Ûsive şayîrtîêda lazime bê gotinê, wekî rîtmovka sazbendya şiêrêd wî hangê vekirye ort’ê û kutasîêye zingînra, alîtêrasîaê, derbdayîna şaynetîêye t’eqlr’a girêdaîye. Me’nîke sereke jî hema eve, wekî gelek şiêrêd wî îdî bûne kilam û bi radîoê têne dayînê.

         Fêrîkê Ûsiv bi cûrê cimetîê dinivîsî. Tradîsîaêd lîtêratûra meye kevn û folklora meye dewlemend şayîr rind mih’andibû, dida xebatê û pêşda dibir. Sewta wîye şayîrtîê t’eke, çawa sewta dengbêjê e’slî r’açandîye û ak’le. Xeber cîê xweda, nava fikra tomerîda hatine xebtandinê. Zimanê wî dewlemend û şîrine, e’ynsî zimanê cimetê.

         Şayîrê meyî mezin, pêşîk’êşê lîtêratûra meye teze Fêrîkê Ûsiv 3-ê  gulana sala 1997-a wefat bû û gundê xweyî h’izkirî Sîpanêda hate definkirinê.

 

“Rya teze”, sêntyabr, s. 2004

DEWETA ME. MIN EW ÇAWA DÎTYE (2004)

 

 

DEWETA  ME.  MIN  EW  ÇAWA  DÎTYE

 

 

         Salêd pey şêre çetin bûn. Serpayîz bû. Gundê meda gimînya defêye. Gundda şaîye, dewete. Lema jî cimet temam mirazê herdu gulara şa dibe. Çawa edetê cimeta meye, braze’va yanê jî cahilekî dinê dara ze’vêye bi her bêşeyî xemilandî digre xwe, cahilê gund dora darê top dibin û bi defê nava gund digerin. Sazbend qeydê “Nava gund” lêdixin û k’oma cahilara tevayî diçin mala her gundîkî û dibêjin: “Bira eva şayî ber derê webe, serê kurê we, qîza webe jî”. Dara ze’vê diçe mala k’ê, ew mal miqîm tiştekî pêşkêşî darê û sazbenda dike. Wexta dara ze’vê nava temamya gund digerînin, vedigerin mala ze’vê.

         Ber derê mala ze’vê def lêdikeve, cimet govendê digre, dilîze.

         Cimet ha dilîze û direqise. Elametîê didine mala ze’vê, wekî xwendîê der hatin. Pêşda cînara û gundya k’arê xwe kirine û hîvya xwendyanin. Çawa edet, bi defê diçine pêşya wan û tînin tên ber derê mala ze’vê, k’ê ku xwendî hildane, xwendîê xwe hiltîne û dibe mala xwe. Dîsa gimînya defêye ber derê ze’vê lêdikeve. Cimet dilîze û şa dibe heta te’rî dikeve erdê. Paşê cimeta berevbûyî hêdî-hêdî bela dibe. Êvarê ewê herne dewetê.

         Serdewetî, braze’va û merîkî mala ze’vê def û zurnê hiltînin û diçin serîkî bidne xwendya.

         Dewet gomê yanê xanîkî mezinda dikin. Gomêda çend lempê niftê vêdixin û gîhê radixin bona cimet ser rûnê.

         Êvarê hêdî-hêdî cimet avayê dewetêda berev dibe. Def hela nehatye. Lema jî cimeta berevbûyî govendê digre û bi deng dilîze. Paşê def tê, cimet bere-bere zêde dibe. Bi edetê me, dîsa serdewetî yanê braze’vê defê hiltîne û diçe pey bûkê gundê teze û xwendya. Wî çaxî qîz û xortê gund kilama dibêjin, hev vedigerînin. Def û zurne qelfe bûkê rûbixêlî tîne govendê. Dengê defê tê, kilam tê bir’înê. Govend îdî dik’imk’ime. Merîkî navsere şivekê digre destê xwe û nav dewetê diçe-tê, nahêle zar’o ne’sîê bikin. Merivekî mala ze’vê e’lbê tijî av dike, tîne nav dewetê. K’ê t’î dibe, avê didê.

         Mêrê mezin, jinê navsere, xort, bûkê teze, qîzê cahil, zar’o – her yek dikeve çirpîkê, destê hev digrin, dilîzin. Cimet xwera dilîze, şa dibe, ser serê hevra şabaşê didin û defçî dike gazî “Şabaş!”. Defçî, zurneçî hey qeyda diguhêzin. Paşê cimet dixweze, wekî dengê defê ker’kin û hinekî jî bi deng bêjin û bilîzin. Pey kilamara dîsa gimînya defêye û cimet dilîze hetanî nîvê şevê.

          Paşê govend bela dibe, xweyqonax mêvanê xwe dibine malê.

         Sibê dîsa gimînya defêye. Mala ze’vê ber dêrî sifreke mezin vedike. Ew bona dewetvana vekirine, wekî ewana nan bixun û paşê herin bûkê bînin. Def diçe xwendya û berbûya tîne mala ze’vê. Gundî ber derê ze’vê top dibin. Hinek xwera dilîzin, direqisin, hinek jî ser texte rûdinên, k’êf dikin.

         Paşê syarê bûkê k’arê xwe dikin, wekî herin bûkê bînin. Syar hespa syar dibin, lê berbû û merîê mayîn jî erebê yanê firxûnê syar dibin û diçin.

         Sazbend qeydê cirîdê lêdixin, syar, erebe yanê firxûn berê xwe didine mala bavê bûkê (gunddabe yanê gundê cînardabe).

         Ze’va, xortê dorê û cimeta mayîne mayî mala ze’vêda k’êf dikin, dilîzin hetanî bûkê tînin.

         Syar îdî gihîştine ber derê mala bavê bûkê. Defçî û zurneçî mqam diguhêzin û mqamekî dinê lêdixin. Dibe çirpe-çirpa syara û berbûya peya dibin. Dê, bav, qewm û pismamê bûkê, cimeta vêderê têne pêşya syara. Berbû jî direqisin û berbi wan diçin. Ber derê bûkê cimet govendê digre û dilîze. Bavê bûkê ber dêrî sifreke biç’ûk vekirye. Ew yanê jî merîkî wîyî nêzîk t’asê hiltîne, xizma teglîf dike û hatina wan slav dike.

         Paşê syar, berbû û cimeta mayîn diçine hundurê mala bavê bûkê û dora texte rûdinên. Ber dêrî jî qîz û bûk, xortê cahil govendê digrin û dilîzin. Wexta def derva lêdikeve, hundurda ser texte dengbêj kilama dibêjin. Paşê gazî sazbenda dikin, tînine ser texte. Cimet eşqa veduxwe, dengbêj jî eşqê wana şîrin dikin, sazbend jî tûşî lêdixin.

         Serdewetî t’asê hiltîne û veduxwe eşqa textê mala bavê bûkê û hîvî dike, wekî îznê bidin, ku ewana bûka xwe bibin. Cimeta hazir û dê-bavê bûkê razî dibin û bûkê ji malê derdixin. Derê sîtla goşt venakin hetanî serdewetî tiştekî nede aspêja. Berî derxistina bûkê be’lgî “difroşne” syarekî. Derî digrin, serdewetî gotî dîsa tiştekî bide wan. Berbûya dicedînin tevaxa, fîncana “bidizin” bona paşî syarkirina bûkê wana nîşanî malbavanê bûkê bidin û xweşîê xwe wana bikin.

         Cihêzê bûkê tînin dikine erebê. Berbû pêşya bûkê direqisin, dilîzin û bûkê erebê syar dikin. Cimet şa dibe, lê dê û bavê bûkê alîkîva şane, wekî qîza wan gihîştye mirazê xwe, lê alîkî jî ber xwe dikevin, wekî qîza wana ji wana dûr dikeve.

         Îzna dya bûkê tune derkeve derva.

         Berbû şivkê xwe dihejînin û bûkê erebê syar dikin. Dibe gimînya defê, û dewetvan r’ê dikevin.

         Wexta syar nêzîk dibin, ze’va û xortê dorê hildik’şine ser sivderê. Braze’va dara ze’vê digre xwe, xortê mayîn jî dora ze’vê digrin û k’umê wî xwey dikin. Edete, wexta bûkê tînin, hinek dixwezin k’umê ze’vê birevînin, xortê dorê sekesiz bikin, laqirdîê xwe wana bikin.

         Dûrva şîrin-şîrin dengê defê tê. Syar ketine r’êzê û dilezînin. Awa ha, syarê hespê boz  pêşya gişka k’et û be’lgî anî. Wexta ew syar digihîje ber dêrî, be’lgî davêje cem ze’vê. Ze’va be’lgî digre. Yek ji mala ze’vê şe’rekê tîne, davêje stûê hespa boz. Bi edetê cimetê, wê paşê miqîm wî syarî xelatkin. Syar temam careke mayîn pêşya bûkêda diçin.

         Ereba bûkê û berbûya ber derê ze’vê disekine. Dibe çirpe-çirpa syara, ji hespa peya dibin. Dya ze’vê, xûşkê wî, omidê wî sela nan, êmîş dane ser serê xwe û pêşya bûkê direqisin û nan davêjne ser milê wê. Ewa yeka nîşan dide, wekî bira bûka teze bi p’ê û p’arbe, nan û r’isqbe. Ber bûkê direqisin û tînin ber şêmîkê, ze’va sêva xwe serê bûkê dixe. Braze’va jî dara ze’vê ser serê wêda dadiweşîne. Pêşîê kevç’îk datanîn, lê nha t’evaxekê datînin ber şêmîkê û wexta bûk tê hundur, lêdixe, dişkêne. Bûkê dibine hundur, ze’va û xortê dorê ser sivderê û ze’va êmîşê cêba xwe cimetê bela dike, devê wan şîrin dike.

         Dîsa gimînya defêye û cimet ber dêrî dilîze.

         Sazbend qeydê sivik lêdixin. Xweyqonax mêvanê xwe hiltînin û dibine malê. Êvarê cimet careke mayîn avayê dewetêda berev dibe. Govend bere-bere giran dibe. Serdewetî ji cimeta hazir hîvî dike, wekî bi deng bilîzin, hetanî ew bi defê diçe bûkê tîne govendê.

         Bûkê tînin dikine ser govendîê û ser serê wêra şabaşê didin. Bavê ze’vê radibe, pêşkêşekê qilç’a xêlya bûkêda grêdide û xêlîê ji ser serê bûkê hiltîne. Wî çaxî cimet bûkê dibîne.

         Çiqas diçe, ewqas dewet giran dibe. Paşê xwendya, merîê hurmetlî dikine sergovendîê û ser serê wanra şabaşê didin.

         Sibetirê mala ze’vê dîsa gazî xwendîê xwe dike, tîne malê. Vêderê xwendî dikin, dixun, paşê mala ze’vê pêşkêşa dide wan û bi defê wana verêdike.

         A, deweta gundê me min ha dîtye.

 

“Rya teze”, mart, s. 2004