rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

MIRINA DYA MIN

 

 

MIRINA DYA MIN

         

        Ez îdî derbazî kûrsa 3-a bûm. Min zanibû, wekî apê min dya min neferê xwera tevayî birye Tbîlîsîê.

        Payîza dereng bû. Rojekê berî êvarê kurxatîê minî mezin Şao elametî da min, wekî dya min bethale, hatye Elegezê. Min da serê rê, ez çûme Elegezê. Terî îdî ketibû erdê. Ez çûme mala xatya xwe Zelxo. Min dît dya min ne wêderêye. Xatya min got, wekî kurxalê min Cemal û Alê hatine ew birine gundê mala xalê min – Sengerê. Min xwest ez herim Sengerê, lê xatya min got: “Vê şevê, vê sur-sermê tê kuda herî? Îşev malê bimîne, sibê here”. Wê şevê ez mala xatya xwe mam. Xatya min got, wekî dya min nexwestye Tbîlîsîê bimîne, xalê minî Xalit dya min anye kirye poêzdê teslîmî çend lawikê gundê Qundexsazê (nha Rya Teze) kirye. Ewana jî dya min anîne Elegezê.

        Sibê zû min berê xwe da Sengerê. Ez çûm mala xalê xwe Mehmûd. Dya min nava cyada bû. Gava ç’ev min ket, hêsir ji ç’eva hatin, hate rûê min, serê min danî ser sîngê xwe. Wê şevê ez cem dya xwe mam. Sibetirê (18-ê noyabrê sala 1956-a) dya min bi desta gazî min kir, destê min danî ser ç’evê xwe, hêsirek-dudu hatin, ç’evê wê bin destê minda pirpitîn. Gava min destê xwe ser ç’evê wê hilda, ç’evê wê îdî venebûn, heta-hetayê hatine girtinê. Dya min 57 salî bû.

        Xalê minî Mehmûd ne li mal bû, çûbû dewetê (xalê min defçî bû). Me wê rojê dya min hilneda. Rojtira mayîn me dya min bir kêleka bavê wê Xudo, dê Gozê, Nadoê birê wê teslîmî axê kir. Rojtira mayîn xalê min hat. Wî çaxî Sengerêda edetekî ha hebû: mala mirî 3 roja êvarê nan datanî.

        3-4 roj derbaz bûn, min merî şandin cem sedrê kolxoza Sengerê – Emo, wekî xizeka kolxozê bişîne gundê me, 4 pezê me cem Ce’sê Osêne, bira wan herçar pezê me bîne. Xizek çû, herçar pezê me anî. Ez, xatya min, xalê minî Mehmûd ber dêrî bûn. Min hilda gote xalê xwe:

        — Xalo, te du pezê xwe serjêkirye, 3 roja nan danye. Ji wan herçar mîa duda hilde dewsa du pezê xweye serjêkirî, herduê mayîn jî emê serjêkin, nanê tevirkola bidin.

        Xalê min dengê xwe nekir, pez kire nava pezê xwe. Xatya min ya nemayî anî serê min, wekî ez çira usa dikim. Min go:

        — Na, xatî, eva keda dya mine, bira xalê min herdu pezê xwe hilde, yê mayîn jî xêra dya minin.

        Rojtira mayîn me herdu pez serjêkir û nanê tevirkola da.

        Ez vegeryame Yêrêvanê. Dawya meha dêkabrê me întamê xwe dan û em îdî aza bûn. Xwendkarê hevalê min, ku ji cîê mayîn hatibûn, vegeryane malê xwe. Mala xwendkarada ez tenê mam. 31-ê dêkabrê hevalê min Sûrên Tovmasyan hat ez zorê birime gundê xwe Mxçyanê (nehya Artaşatê). Min Sala teze mala bavê wîda derbaz kir. Ewî nehîşt ez zû bêm, çendekî mala wane mêvanhizda mam. Dê-bavê wî ez usa qebûl kirim, tê bêjî kurê wanim. 

 

 

NEXWEŞYA DYA MIN Û “MÊRXASYA” ZEVÊ SEDRÊ KOLXOZÊ

 

 

NEXWEŞYA DYA MIN

Û “MÊRXASYA” ZEVÊ

SEDRÊ KOLXOZÊ

 

        Sala 1956-a bû. Min întamê xwe dabûn, derbazî kûrsa 3-a bûm, vegeryame gund. Ez pê hesyam, wekî apê min wê salê jin-zarava çûbûye Tbîlîsîê, lê kirye-nekirye dya min wanra neçûye, tenê malda maye. Wî çaxî dya min ç’êlekê kolxozê didotin. Şevekê, gava radizê, xewnê dibîne, wekî çawa min ber ç’evê wê serjêdikin. Dike qarîn û ji tirsa hişyar dibe. Wê tirê berbanga sibêye, elbê hiltîne, diçe tewla kolxozê ç’êleka bidoşe. Xebatçîê tewlê dya minra dibêjin, wekî nîşeve, tu çira ewqasî zû hatî, here malê. A, wî çaxîda rûê tirsêda dya min nexweş dikeve, dengê wê dikeve. Ewê nikaribû xwarina hişk bixwara, gewrîêda nediçû. Her tenê xwarina ron dixwar. Doxtira gotibûn, wekî nexweşya dya min raka gewrîêye.

        Gava min dya xwe vî halîda dît, min dya xwe hilda anî Yêrêvanê, bir înstîtûta rakê. Wêderê jî gotin, wekî dîagnoza wê raste.

        Em vegeryane gund. Rojekê jî sibê şebeqê dya min ez dame femkirinê (çimkî nikaribû pakî xeberde), wekî dixwaze  pê ereba şîr (şîrê kolxozê rojê 2 cara pê erebê dibirin Elegezê teslîmî zavoda şîr dikirin) here Elegezê ser doxtir. Paşê ez gerekê biçûma min dya xwe banya. Dya min çû. Ez jî rabûm, wekî teştê bixum. Wextekê min dît Kamilê gizîr hat û got, wekî sedrê kolxozê Fetîê Îvo dibêje, bira bê, here zevya Davanê tapanke. Min gotê:

        — Here jêra bêje, dya min çûye Elegezê ser doxtir, ezê herim dya xwe bînim, ezê sibê herim zevîê tapankim. (Wî çaxî îzna xwendkarê îdarê xwendina bilind hebû neçin kolxozêda nexebitin, hêsabûna xweye havînê derbazkin).

        Kamil çû. Xêlekê şûnda Cema cînara me hate malê û minra got:

        — Fetî ber dîwarê kîlera kolxozê sekinye, tera dide ç’êra.

        Ez derketime derva.  Min dît, sedir wêderê nîne. Min teştya xwe xwar û derketim herim Elegezê. Rê kêleka kîlerêra diçû. Gava ez gihîştime kîlera kolxozê, min dît Fetî û çend lawikê gundê me ber derê kîlerê sekinîne. Wexta Fetî ez dîtim, bêy tu menya da ç’êra û xwe dirêjî min kir. Zevê wî Hamoê Ûsiv û birê wî Teyoê Ûsiv ew girtin. Ez cîê xweda sekinîm. Fetî minra dida ç’êra. Min jêra got:

        — Xalê Fetî, tu mêrê mezinî, nede ç’êra.

        Lê ewî dîsa da ç’êra. Cara duda, sisya min jêra got “nede ç’êra”, lê ew yek nekete qafê wî. Ez mecbûr mam duqat, sêqat jêra bidme ç’êra. Zevê wî Hamoê Ûsiv ew destê birê xweda hîşt, berbi min hat. Ez û birê Hamo Fêrîk hevalê heve nêzîk bûn. Min dilê xweda got wê bê, minra bêje “bihêle here, tişt nake, mêrê mezine, ç’êra dike”. Û rastîê jî gava hat û çend gav man nêzîkî minbe, hilda usa jî got. Min gotê:

        — Hamo, tu dibînî, Fetî çi neheqîê dike?

        Tu nabêjî ew min arxayîn dike. Ew hat, nêzîkî min bû, sîle avîte min. Min û wî hev xist. Fetî jî berdan, ew hat, gihîşte me. Min kire çemê kulmeke cîwar da çena wî. Lawik ketine ortê, em ji hev dûr xistin.

        Ez çûme Elegezê, min dya xwe hilda anî gund. Minra gotin, wekî paşî şêr Mîsak Xaçatryanê ermenî, ku kîlerçîê kolxozê bû, hiltîne Fetîra ha dibêje:

        — To nemerd, ewî xortî çi kiribû, wekî te vê sibê şebeqê ew neheqî kir?

        Raste, ew kîleçîê kolxozê bû û teslîmî sedir dibû, lê dîsa xîreta wî hilneda û usa gote serkarê xwe. Ew û Fetî xwe dirêjî hev dikin, lê lawik dikevne ortê, nahêlin têkne şer.

        Zevê sedir Hamo usa jî brîgadîrê gund bû. Nîvro bû, xebatçî ji deştê hatibûne gund. Ewî gerekê ew berevkirana û bişandana xebata kolxozê.

        Kirina sedir ewqasî min çetin nedihat, çiqasî mixenetya zevê wî. K’êreke meye kalanî hebû. Min k’êr kire bin pêncekê xwe, ez çûm orta gund. Êloê Qeymes wêderê xwera otax çêdikir. Min û Êlo hevdura xeberda, lê ç’evê min rya mala Hamo bû, çika wê kengê derê bê orta gund, gazî xebatçîê kolxozê bike. Mala apê wî Hesen piş mala wan bû. Hesen ber dîwarê xwe rûniştibû. Û gava Hamo ji mal derket, hat ber apê xwera derbaz bû, apê gotê:

        — Tê kuda herî?

        — Ez diçim xebatçya bişînim ser xebatê.

        — De vegere, kûç’kê kûç’ka! – apê gotê. – Te vê sibê çi tiştekî qenc kirye, wekî nha diçî nava gund? De zû vegere, here malê!

        Hamo usa jî kir. Tê kivşê, apê wî ez dîtibûm, tê derxistibû, wekî dikare tiştekî nepak biqewime.

        Hetanî êvarê ez orta gund mam, lê Hamo usa jî ji malê derneket.

        Çend roj derbaz bûn. Min dît Hamo bostanê kartolê xwe av dide. Ew çendek bû me kartolê xwe av dabû. Ez çûm serê bendê, min ava wî bir’î, av berî ser xamê piş mala me da, kêleka bostên cîkî usada velezyam, wekî neême kivşê, mer’ danî kêleka xwe. Serê bendê fêza mala me bû. Ku hebe-tunebe, Hamo gerekê bihata serê bendê û ava xwe berda. Wextekê min nihêrî – mer’ ser mila jêlva tê. Jineke cînara me Belgê piş mala xwe rûniştibû. Ewî gote Belgê:

        — Xatya Belgê, tu nizanî, kê ava me bir’ye?

        Belgê got:

        — Ez çi zanim?

        Hamo hat, t’ûşî min bû. Ez rabûm, min da mer’ê û gotê:

        — De tu mêrî, nereve! Tu wê rojê ketibûyî bin sya xezûrê xwe û te dixwest mêranîkê bikî. De tu mêrî, bisekine! – û min xwe dirêj kirê.

        Mala Fetî fêza mala me bû. Zeva berbi mala xezûr revî.

        Ce’sê Osê wêda dihat, hat xwe avîte pêsîra min, ez girtim:

        — Tu navînî, malik lê şewitî, ziravqetî bû! Eva jî jêra bese! – û kete milê min, ez anîme malê…

        Hetanî mirina Hamo me hevdura xeber nedida. 

 

 

MIRINA PÎRKA MIN ŞERÊ

 

 

MIRINA PÎRKA MIN ŞERÊ

         

        Min întamê xwe dabûn û gerekê vegeryama gund. Min bihîstibû, wekî pîrka min nexweşe. Min zanibû pîrka min tirya hiz dike. Çend manatê min hebûn, min 2 kîlo tirî kirîn û çûme gund. Berêvar bû. Gava ez nava gundra berbi mala me diçûm, rêva kîjan gundîê me rastî min dihatin, tevî min diçûn. Min tiştek tex’mîn nedikir. Gava em nêzîkî mala me bûn, dya min û apê min ji mal derketin, apê min ber dêrî sekinî, lê dya min revî, pêşya minda hat. Min dîsa tiştek tex’mîn nekir. Gava em nêzîkî malê bûn, apê min pêşya minda hat, bû kûre-kûra wî, girya, teze ez pê hesyam, wekî pîrka min çûye rehmetê. Wê rojê îdî dereng bû, êvarê gundîê me mala meda tijî bûn. Gava min go, wekî we çira elametya mirina pîrka min nedaye min, apê min got: “Pîrka te nehîşt. Ewê digot, Emo nha desrê xwe hîn dibe, bira neê, terka dersê xwe nede”.

        Sibetirê ez, apê min, çend merîê malbavanê pîrka min em çûne ser mezelê pîrka min. 

 

 

DÎROKA QEREXMAN Û SONDXWARINA DEREW

 

 

DÎROKA QEREXMAN Û

SONDXWARINA DEREW

 

        Havîn bû. Wextê gîhadirûnê bû. Em Davanê dixebitîn. Tirmixçya gîha tirmix dikir, min jî pê sêtilîê gîhaê ber wan berevbûyî hiltanî dikire qûç’ (pilûr). Me gîhaê çend roja pêşda çinî, ku îdî hişk bûbû, berev dikir. Lê kêleka me kêlendîkêşa gîha teze didrûtin. Em û kêlendîkêş gihîştibûn hev. Apê min jî kêlendî dikişand. Wextê nanê nîvro bû. Nanê me hat, me nanê xwe xwar. Zevîke genimê payîze nêzîkî me bû. Zevî gihîştibû, simil girtibû, lê similê wê hela hişk nebûbûn. Kurê sedrê kolxozê Ûsiv jî hatibû tirmix dikir. Syarî dihat û syarî diçû. Mihîna kolxozê bin wîda bû. Navê mihînê jî Bêcan bû. Wexta me nan xwar, xilaz kir, kêlendîkêşa gotin, wekî rind dibe em heve qerexman biqelînin. Qirar kirin Cindîê Emer orta zevîê bidrû, Sêva Savo tirmixke, ez jî bi sêtilîê berevkim. Me usa jî kir. Sapê dirûyî me anî, cîkî qûm gîhaê hişk tev kir û agir berdaê. Bû qirç’e-qirç’a sap şewitî. Gava şewitî xilaz bû, k’elê genimê payîze qelyan. Me destpê kir ew k’ele berevkir û pişirand. Nizanim çawa bû, Ûsiv fişk bû, rabû Bêcanê syar bû û berê xwe da gund. Lawika gotin: “Wê here vayîsya me bike, zû bikin qerexman bipişirînin”. Me qerexman pişirand, da bê, genimê qelandî başqe kir. Qerexmanê qelandî me nava xweda parevekir, her yekî p’ara xwe kire parzûn, bir, qûç’ada veşart. Me cîê agir vêxistibû bi qûmê nixamt, wekî îz-toza cîê şewatê neê kivşê. Kêleka cewê h’er’îke usa hebû, gava te pê wê destê xwe dişûşt, her tişt temiz dikir, hetanî qirêja bin neynûkê destê meda jî derdixist. Kê qerexman pişirandibû, eva yeka kir, wekî tu şedetya qerexman nemîne. Me zanibû kurê sedrê here bavê xwera bêje, wekî me qerexman qelandye. Wî çaxî (salêd 1950-î bû) kirina usa hesab dibû gunekarya mezin. Çiqas merîê nehya me bona wê yekê girtibûn!.. Lema jî me qirar kir tu cara hilnedin ser xwe, wekî me qerexman qelandye.

        Xêlekê şûnda du syar ji gundê me derketin û berbi Davanê hatin. Herdu syar hatin cem me. Yek sedrê serwêrtya kolxozê bû, yê mayîn jî înspêktorê mîlîsîaê Andranîk Xaçatryan bû, ku qulixî nehya me dikir.

        Pêşîê gazî Cindî kirin. Cindî înkar kir, wekî me qerexman qelandye. Gazî Sêvê jî kirin. Sêvê jî usa got. Dawîêda gazî min kirin. Andranîk Xaçatryan minra got:

        — Ez zanim tu kurekî aqilî, rind hîn dibî, de, çi bûye, hûn birçî bûne, we heve qerexman qelandye.

        Min go:

        — Na, me neqelandye.

        — Na-na, ez zanim, we qelandye! Ez tiştekî te nakim, her tenê rastîê bêje.

        Min dîsa înkar kir. Pêşberî me ç’yaê Zyaretê bû. A.Xaçatryan ermenîê nehya me ji gundê Mêlîkendê bû, û ewî zef rind zanibû, wekî em çiqasî zyaretê dihebînin.

        — De wekî usane, — ewî got, — berê xwe bide vê Zyaretê û sond bixwe, wekî we qerexman neqelandye.

        Zara gund, wekî ewqasî ji zyaretê bawer dikir, wekî gerekê ber zyaretê derewa nekin, lê tirsa girtinê dha gelek bû… Lema jî min berê xwe da Zyaretê û derew sond xwar. A.Xaçatryan yekî bilind, pelewan bû. Ber min sekinî, sîlek da min, û ez erdê ketim û gulol bûm.

        Fetî û Xaçatryan çûn. Me tirsa newêrbû êvarê qerexman xwera bivin malê. Ditirsyan, wekî ewê bêne pêşya me, cêbê me binihêrin û qerexman bibînin. Me qerexman nebir. Qerexmanê me çend roja qûç’ada ma. 

 

 

ÇETNAYÊ MEZIN LI SER RYA MEKTEBÊ

 

 

ÇETNAYÊ MEZIN

LI SER RYA MEKTEBÊ

         

        Wê payîzê ez dîsa çûme mekteba gundê Elegezê. Gelek cara, gava xebatçî zevya kêleka rêda dixebitîn, sedrê serwêrtya kolxozê Fetîê Îvo jî wêderê bûya, dihat pêşya min digirt, tepek-dudu dida nava ç’evê min, çeltê min digirt wêda davît, tirmix yanê sêtilî dida destê min û digot “bixebite”. Ewî çend cara usa kir. Ez mecbûr mam tele-tel xwe veşêrim, herim ji wî derbaz bim. Ewî çira usa dikir? Kurê wîyî mezin Ûsiv rind hîn nedibû. Mala wana fêza mala me bû. Min çend cara dît, çawa kurê xwe dikute û dibêjê: “Tu qurbana filankesêbî (minra bû)! Ew çira wê belengazîêda, motacê nanekî cehye, rind hîn dibe, lê tu nava vê xêr-xweşîêdanî hîn nabî?” Kurê wî her tenê 3 meha çû mekteba gundê Elegezê, ew derxistin, çimkî ji hemû dersa qîmetê wî her tenê “dudu” bûn. A lema jî sedrê kolxozê eynata xwe kutabû min û nedixwest, wekî ez hînbim.

        Ji gundê me ez tenê diçûm mekteba Elegezê. Mala me fêza gund bû û ez nava temamya gundra derbaz dibûm, diçûm. Îlahî zivistana, gava berf gele diket, merivê pêşin, ku rê vedikir, ez bûm. Wî çaxî berf jî ewqasî diket, wekî davîte çokê. Lingê minda çarix, gore bûn. Hetanî ez digihîştime Elegezê, gorê min berf digirtin. Dersxanêda me xwe dida ber sobê, ew berf dihelya, gore şil dikir. Gava ders xilaz dibûn û hişkya berêvarêda vedigeryame malê, çarix, gorê min diqerimîn û çarix lingê min dernediketin. Min lingê xwe dikire tendûrê, hevekî germ dikir, paşê çarix dêxist.

        Çawa min nivîsye, rya min nava temamya gundra derbaz dibû. Sibê şebeqê hela tu kes ji malê xwe dernediket, kûç’kê gund berdayî bûn, min dida ser rê, kûç’ik dihatne min. Dya min nan kerîkî ceh minra datanî çawa teştê. Hetanî ez gund derdiketim, min kerî nan davîte ber kûç’ka, xwe ji wana xilaz dikir.

        Ez koma 9-a bûm. Dersê min xilaz bûbûn. Rojekê jî min bîr kiribû êvarê çarixê xweye hişkbûyî bikme avê nermbin. Sibê şebeqê Kamilê gizîr hat mala me, minra got, wekî sedrê kolxozê Fetîê Îvo gotye bira bê here zevya fêza mala mangêrke. Min gotê:

        — Here jêra bêje çarixê min hişk bûne, min bîrkiribû bikme avê nermbin, îro nikarim bikme lingê xwe, herim zevîê mangêrkim.

        Kamil çû. Xêlekê şûnda vegerya, gote min:

        — Sedir gotye, bira bê here zevîê mangêrke, yanê na, ezê bêm, heqê wî bême der.

        Ç’ara min hate birînê. Min tana gora da serê rê, çûm ber derê mala cînarê me Ahmedê Xudora derbaz bûm. Ahmed ser selê ber derê xwe runiştibû. Min sivaxêrî daê û pêşda çûm. Ewî silava min vegirt, minra got:

        — Tê tana gora kuda herî?

        Min çawa hebû jêra got. Ewî go:

        — Were vira.

        Ez çûm, ber sekinîm. Ewî çarixê lingê xwe derxist, da min, go:

        — Pêke.

        Min go:

        — Xalê Ahmed, ezê çawa çarixê te pêkim, tu jî bê çarix bimînî?

        Bi hêrs gote min:

        — Pêke, yanê na, ezê rabim yeke usa bidme peleguhê te, ava hevt girara ji devê te bê.

        Min çarixê Ahmedê Xudo pêkir, çûm. Gava Fetî ez dîtim, go:

        — Lê te digo çarixê min hişk bûne! Lê ev çi çarixin te pêkirye?

        Kamil gotê:

        — Ahmedê Xudo çarixê xwe danê.

        — Xwedê hevîne, ew kengê Ahmed bûye xêrxazê te? – û xwe dirêjî min kir, wekî minxe.

        Lawika ew girtin, ez revîm. Ez çûm, hetanî êvarê min zevî mangêr kir, paşê vegeryame malê. Çarixê min îdî nerm bûbûn, min pêkir û çarixê Ahmed bir daê.

        — Xwedê qebûl neke, zulma ha jî dibe? – Ahmed ha got û çarix ji destê min hilda. 

 

 

XEBATA MINE LI TÊLAVÊ Û QEWMANDINÊ WÊDERÊ

 

 

XEBATA MINE LI TÊLAVÊ

Û QEWMANDINÊ WÊDERÊ

         

        Wê salê payîzê ez çûme mekteba gundê Elegezêye navîn, koma 8-a xwend. Çend meha çûm mektebê. Rewşa mala me gelekî giran bû. Apê min got: “Bira Seyrê û inka min bimînin, ez û tuva jî herin Têlavê bixebitin”.

        Meha zivistanêye pêşin bû. Em stansîa Spîtakêye rya hesinda hîvya poêzdê bûn. Poêzd wêderê her tenê çend deqa disekinî. Poêzd hat. Lepik destê minda tunebûn. Min destê xwe avîte şîşa rex derê vagonê, hilkişyam. Destê min xûdabûn û wê şîşêva girtibûn. Min ancax destê xwe ji wê şîşê qetand. Teê bigota ç’ermê destê min hatye gurandinê. Hetanî em gihîştine Tbîlîsîê, wê şûnda Têlavê, destê min dêşya. Çimkî cara pêşin bû, ku ez poêzdê syar dibûm, medê min levdiket û ez vedireşyam.

        Têlavêda em çûne mala Nîşoê Qamê, ku merîkî me bû. Ew çend sal bû çûbû Têlavê dima, ewî û neferê xweva gurcikî zanibûn. 2-3 roja şûnda Nîşo gote min û Şerefê kurê xwe (ku 5 sala ji min mezintir bû): “Herin mêşe, dara bînin, çimkî ardûê me xilaz dibe”. Em û çend gedê gundê me, ku berêda hatibûn Têlavêda diman, çûne mêşe dara bînin. Em çûn, me dar bir’în, Şeref qalç’ikê ser darê xwe temiz kir, serê wî tûj kir, t’ok pêva girêda. Lê darê min destê xwe nedaê, qalç’ik ser ranekirin, serê wî tûj nekir. Min gotê:

        — Tu çira darê min jî usa hazir nakî, çawa darê xwe?

        Go:

        — Darê te ç’ûke, vira jî serbijêre, tu hevekî k’aşkî, wê xwexwa bişûlike, here.

        Me dar k’aş kirin. Darê Şeref rind dişûlike, lê ez ancax darê xwe k’aş dikim. Em hevekî hatin. Nişkêva gotin “qerewilê mêşe hatin!” Heryek alîkîda revî. Du qerewil bûn. Hatin ez û xortekî gurc girtin, berbi şeher birin. Qerewila û ewî xortê gurc bilind-bilind ser hevda kirine qarîn, ewî û qerewilekî hev xistin. Qerewilê dinê milê min berda û çû hewara hevalê xwe. Ez revîm, ketime kûç’a. Lê şeherî nenas bû, min nizanibû kîjan kûç’e diçe kîderê. Şeherda min her tenê meydana sereke nas dikir û dikaribûm ji wêderê herime malê. Ez hey direvyam, hey jî min pey xwe dinihêrî. Qerewil nedihatne kivşê. Ez hatim, hatim, derketim meydanê. Îdî ji wêderê hêsa çûme malê. Apê min çûbû min digerya. Xêlekê şûnda ew jî vegerya hat û gava dît ez malim, gelekî şabû.

        Cîê xebata me, çend zarokê hevalê min, meydana Têlavêye navendî bû. Avtobûsê nehya dihatin vêderê û eger piştoê yekî hebûya, me dibire bazarê û çend kapêk qazanc dikir. Lê tu nabêjî “xweyî-xudanê” wî cîyî gundîê me Şevavê Xerzîye. Û gava em diçûn ber avtobûsê ji nehîê hatî, ewî berî me dida, nedihîşt em nêzîkî avtobûsa bin. Min terka wê yekê da. Apê min birekeke biç’ûk minra k’irî, min bireka xwe hiltanî, kûç’e-kûç’e digeryam, darê malê gurca hûr-hûr dibirî bona şewatê.

        Min xwera elîfba zimanê gurcikî destxist û êvara xwexwa herfê gurcikî hîn dibûm. Ez hînî hemû herfa bûm û min dikaribû têkstê biç’ûk bixwenda.

        Ez hetanî meha gulanê Têlavê mam. Paşê em vegeryane Tbîlîsîê, apê min wêderê ma, lê ez hatime gund. 

 

 

EM ÇÛNE AŞ

 

 

EM ÇÛNE AŞ

         

        Min îdî koma 7-a xilaz kiribû. Arvanê me tunebû. Çewale cehê meyî nehêrayî hebû. Apê min çûbû Tbîlîsîê dixebitî.

        Rojekê dya min gote min, wekî Şerefê Emer û Rostemê Îvo diçin aş. “Tu jî wanra here, vî çewalê cehê me bihêre”. Me erebe girêda, berê xwe da aş. Em çûne gundê nehya Spîtakêyî ermenyayî Evdîbegê (nha Saxkabêr). Em çûne aş. Aşda sirê gelek bû. Em çend roja hîvya sirya xwe man. Ew çend nanê ceh me xwera biribû, xilaz bûn. Em man bê nan. Şerefê Emer, ku weke 50 salî bû (Rostem jî ji wî mezintir bû), gote min, wekî herim nava gund nan berevkim, yanê p’ars bikim. Min nedixwest herim, lê min nikaribû bigota “ez naçim”. Ez bi kulzikî aş derketim, çûme nava gund. Min şerm dikir herim ber derê yekî nan bixwazim. Ez hevekî nava gund geryam, neçûm ber derê tu malekê, destevala vegeryam.

        — Te çira tiştek neanî? – Şeref ji min pirsî.

        Min gotê:

        — Ez çûme ber derê çend mala, lê tu kesî kerî nan jî nedaye min.

        — Ê, kûç’ko, tu qe neçûyî ber derê tu malekî. Xwera nava gund geryayî û vegeryayî. De tu bisekine, xalê teê here, tê bivînî, ezê çiqa nan bînim, — got û derket, çû.

        Êpêce wext derbaz bû. Me dît Şeref box’çekî mezin bin mila vegerya hat.

        — A, merî vî cûreyî şuxulê xwe tîne sêrî, — Şeref got, box’çe danî ber min û Rostem.

        Me nihêrî êpêce nanê loşin. Me bi wî nanî ebûra xwe kir hetanî me arvanê xwe hêra û em vegeryane gund. 

 

 

APÊ MIN VEGERYA MALÊ

 

 

APÊ MIN VEGERYA MALÊ

         

        Paşî şêr apê min ji eskerîê vegerya. Ewî nehya Azirbêcanêye Zakatalaêda qulix kiribû. Bi gotina wî, wêderê gele darê gûza hebûne. Lema jî apê min piştokî mezin gûz anîbûn. Qalç’ikê wan usa zirav bûn, wekî te pê desta dikaribû bişkênanda. Kaklê wan çîl-qerqaş bûn û gelekî xweş bûn. Wexta apê min hate malê, gundîê me hatin dîtina wî. Min bawer nedikir, wekî apê minê îdî neçe eskerîê. Lema jî min jê pirsî:

        — Apo, tê dîsa herî eskerîê?

        Go:

        — Na, birê apo, ez îdî naçim. 

 

 

JI EMRÊ ŞAGIRTÎÊ

 

 

JI EMRÊ ŞAGIRTÎÊ

         

        Sala 1942-a havînê min û zarê hevalê xwe me nava herîêda dilîst. Dya min hat, destê min, lingê min şûştin, paşê ez birime malê. Bavê min wextêda ji bajêr minra cote solê sor anîbûn. Dya min gote min: “Solê xweye sor pêke, em herin mektebê, tê virhada îdî mektebêda bixûnî”.

        Dersdarê minî pêşin Cewoê Emer Mamoyan bû. Çawa min îdî nivîsye, du dersxanê mekteba me hebûn. Femdarîye, wan herdu dersxana têra şagirta nedikir. Lema jî otax û odê gunde mayîn k’irê dikirin, em wêderê hîn dibûn. Em otaxa Emerê Mamo, Qerîê Heso, oda Taharê Ozmînda hîn bûne. Carekê zivistanê, gava me otaxa Emerê Mamoda dersê xwe dikirin, şagirtek ji avayê mekteba dudersxanê hat, got, wekî dersdarê gêografîaê Îsoê Haco gotye “bira bên, ez vêderê dersê derbazkim”. Em neçûn. Sobe vêxistî bû, em dorê top bûbûn, me xwe germ dikir. Nişkêva pihînek dêrî dan, derî çû dîwêr ket, dîsa paşda zivirî, Îsoê Haco kete hundur, dest avîte kursîkî dersxanê, danî piş dêrî, wekî derî venebe, kete nava me, em kutan. Gelekî em kutan, paşê mera got:

        — De, nha herin malê xwe, lê tu tiştekî nebêjin. Yanê na, hûnê sibê bêne mektebê, ezê bela we bidmê.

        Xwexwa yekî talyanî bilind bû. Lepê wî weke refikekê bûn. Û gava ser xerîtê, em bêjin, welatekî mînanî Şvêysarîaêyî biç’ûk nîşan dida, destê xwe ser xerîtê nîvê Avropaê nîşan dida û digot:

        — A, Şvêysarîa vêderêye.

        Ez koma 3-a bûm, gava mekteba gundê meda destpê kirin dersê zimanê kurmancî ji koma 2-ada derbaz kirin. Ez jî koma 3-a bûm. Lema jî dersê zimanê kurmancî derbaz nebûm. Ez xwexwa hînî herfa bûm û min kurmancî dixwend.

 

 

CÎNARÊ MEYE QENC Û XIRAB

 

 

CÎNARÊ MEYE QENC Û XIRAB

         

        Ez nikarim vêderê du gilya nebêjim derheqa mala cînarê me Qerîê Çetoyî Stûrkîda. Wan salê şêr berf bêhesab diket. Derê me usa digirt, wekî em nikaribûn ji hundur derên. Îdî ez nabêjim derheqa berfa ser avayê me. Qerîê Çeto û kurê wî Mîroê Qero ew berfa ber derê me, ser avayê me davîtin, temiz dikirin. Çi ji destê wan dihat, alîkarî didane mala me. Ç’evekî qenc me dinihêrîn. Herdu jî nha çûne rehmetê, lê kirina wana ji bîra min naçe. Şikir kurekî Mîro nha heye, navê wî Têmûre. Xwendina wîye bilind heye. Çend sala bûye dîrêktorê mekteba gundê me. Merivekî xeberxweşî, laqirdçîye. Rastîê jî ewlêdê wê mala xêrxaz û helale. Telebextra, nha ew dûre: parwelatê Rûsîaêyî Krasnodarêda dimîne.

        Cînarekî meyî mayîn hebû – Ûsê Xudo. Ez û kurê wîyî mezin – Mehemed – taydaşê hev bûn. Qe nizanim çima, Ûsê min kiribû eynat. Rojekê jî, gava min û Mehemed me kap dilîst, Mehemed dex’elî kir. Em rabûn, wekî hevxin, lê me hev nexist. Em rûniştin, serê me ber meda me kap dilîst. Tu navê Ûsê dûrva dibîne, tele-tel tê nêzîkî me dibe. Min hew nihêrî yekî nişkêva herdu guhê min girtin, ez bilind kirim û erdê xistim. Bû qûre-qûra min, ez giryam, çûme malê. (Ez 7-8 salî bûm.). Ewî jî destê kurê xwe girt, berbi mala xwe çû. Gava dya min pê hesya, çi bûye, tişt nema neanî serê Ûsê.

        Sal derbaz bûn, min koma 10 xilaz kiribû. Avayê rex mala me avayê Qeremanê birê Ûsê bû. Qereman neferava çûbû Tbîlîsîê, avayê wî vala mabû. Dersdarê gundê me Îsko Amîryan neferê xweva wê malêda dima.

        Rojeke havînê Îsko û Ûsê dibezne hev. Îsko lêdide xûnê ser Ûsê dixe. Êvarê Ûsê êrîş kir bê bibeze Îsko, lê Ahmedê birê Ûsê ew girt, nehîşt.

        Sibê şebeqê ezî hela nava cyada bûm pîrka min hat, gote min:

        — Ûsê hatye, ser avayê Qereman dirûtye, derbazî ser avayê me bûye. Here jêra bêje çî wî gîhaê ser avayê me ketye.

        Ez rabûm, hilkişyame ser xênî. Min dît fişe-fişa Ûsêye, gîhaê ser koxê me didrû. Xûna, ku duh Îsko serç’eva xistibû, neşûştibû, xûn hişk bûbû. Qetil ber diçû. Min tişt negotê, ez vegeryame malê. Pirka min gote min:

        — Te Ûsêra çi got?

        Min go:

        — Pîrkê, qetil ber Ûsê diçe! Ewî jî kîna xwe kutaye min. Min gilîk jêra bigota, wê kêlendî bavîta nava min. Welle, min tiştek jêra negot!

        Hema wê rojê Ûsê bi wî serç’evê neşûştî çû ber zyaretê, vegerya, berêvarê lêda apê Îsko Seydo kuşt. Dîwanê ew û kurê wî Mehemed girtin. Heryek 10 sal danê.

        Min gîhaê ser avayê Qereman, xirbê wî topkir, anî kire nava gîhaê me.