HEYFHILDAN — 1
HEYFHILDAN
Şêr şêre, çi jin, çi mêre.
(Mesela cimetê)
Gundê Çilkanîêda bû şer. Tîtal û Hoto ser tiştekî netê qirka hev girtin, bezyane hevdu. Cînar ketine ortê, ji hev dûrxistin. Tiştekî ewqasî jî mezin neqewimî bû, wekî bûbûya menya dijminaya wan. Mirîşkê mala Hoto ketibûne zevya Tîtal. Evî jî kiş kiribûyê, derxistibû, kevir avîtibûyê û lingê mirîşkekê şkênandibû. Jina Hoto derketibû ber derê xwe û nifir Tîtal kiribû. Tîtal jî lêhilatibû. Ser vê xeberdanê Hoto malê derketibû, xwe dirêjî Tîtal kiribû. Ewî û Tîtal çend kulm avîtibûne hev. Tîtal lêdabû ser ç’evê wî reş kiribû, xûn ser xistibû.
Hoto merîkî gelekî mixenetî bi kîn bû. Bawer bikî qe yekî gundda jê hiz nedikir, ne qebîla wan, ne jî gundîêd mayîn. Xeysetê wî gelekî xirab bû, bi sala kîn dikişand, meryara rast nedibû. Gelekî jî fêlbaz bû, dikaribû derewa xwe dewsa rastya xelqê bide derbazkirinê. Ç’evnebarê usa Xwedê nedabû. Bi xwe yekî berbiç’ev nîbû û gava merivekî bi bejn-bal, seke-sifet didît, ç’evnebarî dikir. Gelekî jî qure bû, te tirê xwey-xudanê gund ewe. Usa diçû-dihat, te hew zanibû yarelane. Yekî gilîkî sar bigotaê, wê kîn bi sala dilê xweda xweykira, hetanî mecal dikete heyfê hilde.
Lê Tîtal rast jî tîtal bû. Bejn-balêda yekî şitaf, merîkî gelekî hemdî xwe. Taê- tenê bû, zewicî bû, lê hela ewledê wî tunebûn. De-bavê wî çûbûne rehmetê. Ew bû û Belga xûşka wî, wekî Çilkanîêda mêr kiribû. Çawa merîê qebîla wane mayîn, ew jî gelekî dûreşer bû. Kurap, pismamêd wîye nêzîk tunebûn. Ewî eva yeka zef rind zanibû û xwe nedikir hevalê xelqê, çimkî bawer bû, wekî kesê piştê nesekine. Lê wê rojê Hoto bû peşk kete pêsîrê. Ewî nedixwest şer bikira, lê Hoto bûbû qeda. Wexta îdî, çawa dibêjin, gilî ji gilya derbaz bû, ew û Hoto ketine pêsîra hev, şivdar dêstda hebû û dikaribû şivdarek bida nava ç’evê Hoto. Lê ew yek nekir, dît Hotoyî destevalaye, ewî jî şivdara xwe wêda avît û çend kulm dane ser ç’evê Hoto. Paşî şêr jî ew berxwe diket, wekî çira usa kir, çira dilsarî kete orta wî û cînarê wî.
Lê Hoto dilê xweda tivdîreke mayîn didît. Lema jî wexta cînara ew nava hevra kirin, birin malê, jinê av anî, wekî ser ç’evê xweye bi xûn bişo, Hoto destê xwe tasê xist, av rijand, xûna ser ç’evê xwe neşûşt.
— Hetanî ez heyfê hilnedim, xûna ser ç’evê xwe naşom, — Hoto gote jinê.
— Xwedêjêstendî, — jinê gotê, — çira çi bûye, wekî tu gotî heyfê hildî? Te mêrikra da ç’êra, te xwe dirêj kirê, nha jî dixwazî qetleke teze bikî?
Horo xwe ker kir. Çiqasî Hoto derva “qoçax” bû, malêda ewqasî alçax bû. Jin rind haj barê wî hebû û ewî nikaribû ber jinê xwe çêke, qureke. Lema jî jinê deqa wîda didaê, çi lazim bû digotê. Lê Hoto yan xwe ker dikir, yanê jî hêrs diket, lê tiştek ber nediçû, zef-zef ç’arneç’arî tepek-dudu davîte jinê. Lê jinê bi aqil, bi zar usa bela wî didaê, wekî Hoto sêrî hetanî linga dişewitî, soro-moro dibû, xweda difetisî. Wê rojê jî usa bû: jinê ya nemayî anî sêrî, lê Hoto xûna ser ç’evê xwe neşûşt, tê bêjî him eynatî jinêra, him jî eynatî xwera.
Wê şevê Hoto bi wan ser ç’evê xûnva raza. Sibetirê jî xûna ser ç’evê xwe neşûşt. Hela wexta teze Şems nedîr da, derkete derva, berê xwe roêda kir û got:
— Ya Şems, tu qewatê bidî min ez heyfa evê xûna xwe hildim.
Xênji wî tu kesî ev gotin nebihîst.
Wê rojê ç’evê Hoto mala Tîtal bû, dixwest têkira çemê û heyfa xwe hilda. Lê hetanî berêvarê Tîtal ji mal derneket. Wexta garan hat nava gund bela bû, Tîtal destevala ji malê derket, çû, wekî dewarê xwe bîne. Rya wî kêleka mala Hotora derbaz dibû. Ç’evê Hoto hemîn lê bû û gava dît, wekî Tîtal destevala derket, hat here nava gund, dada malê qeme hilda û sivderêda xwe teland. Telebextra jinê ne li malê bû, ew tenê bû. Û çawa dît, wekî Tîtal hat tûşa mala wî, dizîkava ji mal derket, tele-tel nêzîkî Tîtal bû û para qemek da takara stûê Tîtal. Tîtal şewişî ket. Hoto para du qeme jî pişta pîlê wîra kir. Xûna Tîtal mînanî fişqê avît. Hoto tevîhev bû, nizanibû çi bike. Çend cînara, gava dûrva ev yek dîtin, bezîn, hatin xwe Tîtalra gîhandin. Lê îdî dereng bû, Tîtal çûbû rehmetê.
Raste, Hoto girtin, lê çend meha şûnda merivê wî dane zora pera ew aza kirin. Zagûna Romê usa bû, te dikaribû merî bikuşta, pere bida, xilazbûyayî.
… Belga xêrnedî serdapê xwe reş kir. Xêlek derbaz bû, dê-bavê jina Tîtal hatin qîza xwe birin. Kula Belgê hê teze bû. Lê çi dikaribû bikira? Edet bû. Belgê xweda dişewitî, diperitî, gava didît, wekî ji qebîla malbavanê wê tu kes nafikire heyfê hilde. Ewê çend cara ten merivê qebîla xwe xist. Lê wana dîsa tu tişt nekirin, her tenê merîê qebîla Hotora xeber nedidan, wexta tenê bûna qure-qure xeber didan, lê tiştek ber wan nediçû. Qebîla Hoto ew bendî tiştekî hesab nedikirin, çimkî zanibûn, wekî barê wanda tişt tune, de qursax nakin gilîkî sar bidne destê wan yanê guhê kareke wan jî xûnkin. Raste, çend cara (îlahî wextê definkirinê û xêrê) gef xweribûn, lê ew mabûn çawa xeberê vike-vala. Hoto jî qe mineta xwe nedikişand, diçû, dihat, kesek bendî tiştekî hesab nedikir. Hê qure bûbû, pifî ezmana dikir. Belgê ew yek didît, xweda hê dişewitî. Ewê zanibû, gundda pêşewitîê wan tunene, her kes tefekûrya xwe û mala xwedane, qe pirtîkî nafikirin bona heyfa Tîtal hildin. Û Belgê qirar kir – hetanî heyfa birê bi destê xwe hilnede, kincê xweye reş neêxe, milê xwe kincê tezera neke, neçe tu dewet û şaya.
Raste, carekê, duda ji alîê qebîla Hotoda dabûne femkirinê, wekî rind dibe herdu qebîl hevdu bên, lê ew jî serra-berra gotibûn. Çawa dibêjin, gilî ji xweyê kêrê derneketibû, çend merîê qebîlêye mayîn nava cimetêda gotibûn. Ew jî tê kivşê bona wê yekê, wekî ji xwe tirsyane, ku rûê kirina Hotoda dikare ew bikevin tomikê. Lê ya Hoto: ne minê, ne teê. Deng û his ji alîê wîda tunebûn. Raste, serekê qebîlê Avdel çend cara şermî dabû Hoto, wekî çira ewqas wext xwe ker dike, tiştekî xwe çênake, rûê vê yekêda dikare zyan bigihîje merîê qebîlêye mayîn, lê Hoto fêlbazî kiribû û xwe ji caba rast ta dabû. Nedigo na. Digo erê, lazime ew hevra pevkevin, lê bona wê yekê tu tişt nedikir. Avdel jî zef rind zanibû Hoto çi merive, xweyê çi xeysetîye. Çendik-çend cara Avdel şermî dabûyê, lê Hoto tiştek ji xwe çênedikir, dilê wî tunebû pevketa.
Çend sal derbaz bûbûn, lê heyfa Tîtal hilnedabûn, ne jî hatibûn pevketibûn. Halê Belgê jî dîsa usa bû. Eger berê car-cara dîsa gilî dihate ser heyfhildanê, hineka fort didane xwe, wekî wê heyfê hildin, yanê jî xeberdan dibû derheqa pevketinêda, lê paşê bere-bere ew jî hate bîrkirinê û xeberdana usa îdî nedihate ortê. Birîna Belgê mînanî agirê pesarîê şil bû, hêdî-hêdî dû dikir û xweda dişewitî.
Belgê didît, wekî birê wê bêxeda çû û talaşa tu kesî jî nîne. “Ya dest dike, qe dê-bav nakin”, — Belgê ev mesela cimetê timê dilê xweda diwekiland, rê û menya digerya, wekî çawa bike heyfa birê xwe hilde. Ew jî jina xelqê bû, dayka çend zara bû, çawa dibêjin, bi serê xwe nîbû. Mêrê wê ji qebîleke başqe bû û çi gava jinê derheqa vê yekêda gilî berra davit, ewî qestîka serra dixarand û mînanî tiştekî dixwest jinê bide femkirinê, wekî karê wî suxulê usa neketye. Xûşkê dît, wekî ç’ar-mikan lê hatine birînê: eger ewê xwexwa tiştek kir, hemîn kir, xêr ku na, tu kes heyfa birê wê hilnade. Û Belgê qirar kir çi cûreyî jî mabe xûna birê xwe erdê nehêle. Îlahî wî çaxî kizîn dilê wê diket, gava ç’ev mala bavêye derî dadayî diket. Derê mala bavê heta-hetayê hatibû dadanê, ûrt-ocaxê mala bavê qelya bû. Û Belgê xweda dişewitî mînanî kizika ser sêlê. Ew bû, ew bira bû, ew jî Xwedê jê stend. Xenîmê serê wî jî nha sax-silamet rûbarê vê dinêye, ber ç’evê wê diçe, tê û qe mineta xwe jî nakişîne. “Wê mineta xwe mex’berê sikî-sar bikişîne”, — Belgê digot û kela dilê wê hê gur dibû. Ewê dixwest demê usa here derî Hoto bigre, lêde yan wî bikuje, yanê jî xwexwa bê kuştinê, her tenê dilê wê rehetbe. Lê çawa kulfeteke aqile bilyan pêra-pêra texmîn dikir, wekî tiştek ji wê yekê dernaê. Ewê îdî usa merîê qebîla bavê xwe kiribû eynat, wekî nedixwest rûç’kê wana bibîne, ewana ber ç’eva bûbûne merê reş. “Evê jî bêjin em mêrin, — ewê xwexwa xwera digot. – Ew ne mêrin, palasin. Lê wekî birê minî ezîz hebûya, wê bihîşta ew nepak usa xwera bêminet here, bê. Mala Xwedê bişewite, çira dinyaê xiravbûya, birak jî bida min, wekî xûna birê minî ezîz erdê nehîşta, heyfa birê xwe hilda, ez jî nava vê zinêqetîê derxistama. Ê, çi firqî, Xwedê bira neda Tîtalê min, xûşk daê. Ew borc nha dikeve ser xûşka porkur”. Çi şuxul jî bikira, derheqa çida jî bifikirya, bê hemdî wê sifetê Tîtal dihate ber ç’eva. Hindik dima dîn bûya. Rastîê jî, wekî zarê wê ber bînê nîbûna, wê dîn-har bûya. Wexta ç’ev zara diket, perç’a dilê wê hevekî dadanî. Şev-ro xem-xiyal, fikrandina Belgê heyfa birê bû. Wext-wedekî usa bû, edetê ûsa bûn, wekî heyfhildan ketibû nava xûna kurmanca – hizdikî ew mêr bûya yanê jî jin. Ser wê fikrê bû û bawer bû, wekî heyfa birê hilde, kula wê sivik bibe. Temamya wan çend salê derbazbûyî ew dabûne bawerkirinê, wekî pêşewitîkî wanî pêş tune, wekî mirazê dilê wê bîne sêrî. “Lê çira ez çime, kula reş ketime? Çi dixwezin bira bêjin, her tenê bira nevêjin bêxweyî, bêxudan bû, bêxeda çû, kesek jî tunebû heyfa wî hilda”, – ewê timê ha digot, wexta tenê dima û têr digirya.
Bawer bikî hevtya usa tunebû, wekî neçûya ser mezelê birê, devê xwe nekira kêlka mezel, nekira gazî:
— Bira xûşka te qertelbe, qijika reşbe, çawa kesek tune heyfa birê minî ezîz hilde… Erê, daê, kesek nemaye bi heyfara.
Xwe halara digot, dilûband, têr digirya, hevekî perç’a dilê wê dadanî, paşê radibû, melûl-melûl berbi gund dihat. Jinê gund, gava dûrva dîna xwe didanê, hevdura digotin:
— Belengazê xwe xwar.
— Qertela-qertel çi bike? Ew bû ew bira bû, ew jî cîê bêxeda çû, kete ax-berê sar.
— Lê, lê, daê, qe tiştê ha dibe, ji merîê wî kesek duşurmîşî xwe nave, çawane?
— Pêşewitî ku tunebin, wê habe. Lê wekî birakî wî, kurapekî wîyî helal hebûya, xûna belengazî wê erdê bima?
— Hilbet nedima, nha zûda heyf hildabû. Lê çima dibêjin: “Bêxweyo-undayo”.
— A, de lema jî qertela-qertel xweda dişewite, diperite. Belkî aykê wê û Tîtal Hotora nemîne.
— Çira nemîne, welle rind jî maye, ka qe yek jêra divêje ji vêderê rave, here dera han? Xûna mêrik rêt, kilît derê bavê wî xist, bêminet jî digere, qe xwera hesava jî nake.
— Ne ew rastî mêra nehatye. Bira rastî mêra bihata, wî çaxî wê kivş bûya, çika kî berxe, kî berane. Ez çi bêjim lawikê wanra. Xîret, namûsa wan tune. Dûrî navê Tîtal pêketî, divên “Xîret avîtine ber sê, sê jî qebûl nekirye”. Lê xîreta wan çawa hildide?
— Ê, ez çi bêjim, daê, divên “Rya malê malxuê zane”.
— Weyla Xwedê malxuê usa kuştî, wekî ber xîret-namûsa qebîla xwe nakeve. Îda saxbûna merîê usa çirane? Bimre, wê bazarê çêtire.
Jina ha xeberdidan, Belgê dinihêrîn hetanî ew diçû, dikete mala xwe.
Hertim ha bû. Belgê jî zanibû, wekî jinê cînar gunê xwe pê tînin. Evê yekê kîna heyfhildanê hê gur dikir, ew nava soz-qirara xweda hê berk dibû.
Û Belgê tivdîra xwe dît. Ewê qema mêrê xwe hilda, destpê kir cêribandin kirin. Qeme nava hewêda dibir-danî, tê bêjî yekîra dikire şer, qestbende, car-cara qeme bi berayê kulavê topkirî dixist, toz ji kulêv derdiket. Ewê qestîka usa dikir, wekî berê ewlin tirsa wê bifire, çimkî teze qeme hildabû destê xwe û dida xebatê. Ya duda, bona milê wê dha zex’m bin, fesala qemê zanibe, wekî wexta lêdanê derba wê rind bigihîje cî. Ewê êpêce wext cêribandinêd ha dikirin, wexta tenê dima, kesek malda tunebûya. Hey jî ç’evê wê lêbû, çika Hoto kuda diçe, bi ç’ek diçe yanê destevala. Ewê çend cara dît, wekî ew destevala ji çolê, ji gundêd cînar vedigere. “Mêrik arxayîne, — ew difikirî, — qe mineta xwe kesekî nakişîne. Ne minê, ne teê, tê bêjî lênedaye, mêr nekuştye, xweyî dijmin nîne, hefsa xwe qe kesekî nake. Çimkî zane, çi kir tûrê wîda ma. Lema jî mêrik usayî arxayîne. Emê binihêrin wê tûrê teda bimîne yanê na. Xwedê gotî xûna birê minî amî-tam erdê nehêle. Ez gotî bi van desta heyfê hildim, wekî zanibin dinêda jin jî hene, jinkok jî hene”.
Rojekê jî Belgê dîna xwe daê paşî pezê denê nîvro Hoto ji mala xwe derket, şivekek dêstda berê xwe da alîê Gelîê Soê. Hevekî ji mala xwe dûrket, cîê xweda sekinî. Jina wî ber dêrî hûrik hevdixistin. Jinê kire gazî:
— Qîzê, ez diçim serîkî bidme zevya meye newalêda, çika gihîştye yanê na. Heta hatina min ew sergînê min vê sivê birîne, têke şarang, bira hişkbin. Ç’evê te bostanbe. Gava dinê merkeba mala Hûtê ketibû nava bostên, êpêce kol xirav kiribûn. Ç’evê te lêve, dîsa neê, nekeve nava bostên.
— Birabe, — jinê gotê. – Her tenê zû were, — tê bêjî xuşûşîk dilê jinêda hebû.
— Ezê her tenê serîkî bidme zevîê, vegerim, bêm. Ezê çi bikim, xwe wêderê rûnanêm, — ha gote jinê, şiva destê xwe nava hewêda ba kir, da serê rê, berbi Gelîê Soê çû.
Belgê ber dêrî xwe torpê toraqêva mijûl dikir, ev xeberdan gişk bihîst, ber xweda ç’êrik-dudê cîwar kirin. “Ezê bivînim tê çawa zû vegerî. Vegerandina te gotî her tenê meytkîbe”, — hêdî ber xweda got, wekî kesek nebihê.
Belgê zanibû, wekî zevya wan êpêceyî dûre. Îro jî rêncbera pez, dewar wî alîda nebirine. Merîê mayîn jî çetin wêderê hebin, wê bona çi herin, derên wêderê. Mêrê wê ne li male, zaro jî çûne pincarê, paşê hatibûn, piş malê xwera dilîstin.
Çû hundur xênî, qeme hilda, kire ber pişta xwe, dêrîva derket, qe derî jî piş xweva negirt, pêberjêrî newala binetara mala wan bû.
Ew newal diçû, digihîşte serê zevya Hoto. Ew qestîka kete newalê, wekî kesek wê nebîne û şikberîê neve.
Hoto rêda, lê Belgê newalêda hevraz çûn. Dilê wê usa dikuta, te digo eve wê ji qefesa wê derê. Bê hemdî xwe lez çû. Paşê ser hişê xweda hat, hilkişya, ji newalê derket, xwe da teldê zinarekî û rê nihêrî. Dît Hoto wê êpêceyî dûr maye. Hêdî-hêdî, hey carna şivka xwe nava hewêda ba dike, hey erdê dixe. Belgê dîsa vegerya newalê, rûnişt, hevekî bîna xwe stend. Texmîn kir, wekî dijnimê wê hat, jê derbaz bû. Ji cîê xwe rabû, berê xwe qulbêda kir.
— Şemso, tu zanî ez bona şuxulê heq diçim. Tu qewata milê min zêdekî. Teva jî eyane, ez nemerdîê nakim, heyfa birê xweyî terî-can hiltînim. Tu oxir-namûsê bidî, — ha got, pêşda livya. Mînanî berê îdî lez nediçû. Dilkê wê jî îdî usa lênedida. Rind ser hemd-hişê xweda hatibû û îdî bi hemdî xwe, dilê xweda qirar dikir çawa bike, wekî Hoto sax berbi mala xwe venegere. Ewê xûna xwe dabû ber ç’evê xwe, bona xwe nedifikirî, hemd-hişê wê her tenê ser wê yekê bû, wekî çawa heyfê hilde.
— Ya min, cenima min, xwe canya min canya ezîzê min neçêtire, — ewê digot. – Her tenê Şems qewatê bide min, ez meremê xwe bînime sêrî, wekî dinê cenimêda, çi tê serê min, bira bê.
… Belgê yeke pî-beden bû, bejne bilind bû, her bîlekeke wê weke kirdanekî qalim bû. Ç’evê gire tas bûn, gulîê wêye zer dihatin digihîştine hetanî ser penya. Lê wextê Tîtal hatye kuştinê, ewê kite gulya xwe birî û pêra kire ç’el. Kita din ma. Îdî ne şe dikir, ne jî girêdida, her tenê hev top dikir û dikire bin reşê.
Belgê gelekî jî serxwe bû. Eyarê rûn, toraq-penêrê tijî usa berxweva dikir, ji cîkî dibire cîkî mayîn, tê bêjî terte sergîne dêstda cîguhastî dike. Wextê loda gîhê dadanîn, mêrê wê radibû serê lode, lê ewê jêlva gurzê gîhê didanê. Gurzê terikî usa sivik-sivik bilind dikir, wekî te hew zanibû xurome gîhaye, digre wêda kewkî dike. Mêrê wê ew gurz ancax bilind dikir û cî dikir. Cînara gişka zanibûn, dîtibûn, wekî ew çiqasî zexme, milê xweda çiqasî qewate.
— Bixwaze, wê gakî tenê erdêxe, — wexta gilî dihate ser qewata wê, jinê cînara digotin.
— Jineke gelekî mêranîye, — mêra derheqa wêda digotin. – Ew hevt mêra hêjaye. Mêrê xwera pî-pî dixebite, hila wî serxwetire jî. Ay jin! Xwedê bide merya – wê ha bide. Mêrê xwera bûye xezne, çi xebata giran hebe, dike, qe navêje “of”.
— Mêrê wê qe nave nîvê wê. Du mêrê dest-pê bigihîjinê pê nikarin. Welle, bira, jin nîne, pelewane.
… Belgê hêdî-hêdî newalêda hevraz diçû. Diçû, wekî meremê xwey çendik-çend sala bîne sêrî.
Çû ranêzkayî zevîêra kir. Ji newalê derket, xwe da teldê zinarekî û Hoto nihêrî. Hoto serê zevîê sekinîbû, zevîê dinihêrî. Mala xweyê zevîê bişewite, usa şîn bûbû, zer dikir, wekî merî hewas-hijmekar bû zevîê binihêrya. Lê Belgê ne zerbûna zevîê texmîn dikir, ne jî wîte-wîta teyr û tûya, ku best û beyar hildabûn. Her tenê dijminê wê bû, ber ç’eva sekinîbû. Dîsa dilkê wê zû-zû lêda. Berxwe diket, difikirî. Dudilî bû: te hew nihêrî qewata wê negihîştê, tiştek pê nekir. Meremê wêyî çend sala ewqasî dûr bûye, nha hatye ber sekinye. Çawa jî mave ew gotî bigihîje meremê xwe. Yanê na ew xwe sax’ nahêle, wê qemê erdêda gutke, xwe jorda bavêje ser.
Hoto hemdê xwe, bengzekî şa çend cara dora zevîê çerx da, rind dîna xwe daê. Ji çend cya simil jêkirin, destê xweda pişirandin. Dihate kivşê, dixwest pê zanibe, çika kengê wedê dirûna zevîêye. Paşê hat serê zevîê ser kevirekî rûnişt, cix’are derxist pêç’a.
Belgê ha wî dinihêrî û didît, wekî ew çawa ra-tivdîra xwe dibîne.
— Lê çawa ra-tivdîra mala bavê min qeland, belkî Xwedê ra-tivdîra te jî biqelîne. Tu gerekê nanê vê zevîê şa nebî, – Belgê ha got û qirar kir, wekî eva dema lape başe. Ji piş zinêr derket, tele-tel berbi wî çû. Hoto tu tişt texmîn nekir, dha rast tu hesînek ser wî neket, çimkî hemd-hişê wî ser zevîê bû. Xwera rehet cîê xweda rûniştibû û ber xweda dikire gine-gin.
Belgê çû serra sekinî. Dîsa Hoto tiştek texmîn nekir. Belgê, ku pêşîêda qeme ji bin pêşa xwe derxistibû, pê niç’ê wê niç’ande Hoto û gotê:
-Min ha-ha devê bavê te kiro, tê nha teze ji destê min xilazbî!
Hoto veciniqî, ji cî quloz bû. Gava ç’ev Belgê, qema destê wê ket, reng lê çû, spîç’olkî bû sekinî.
— Qancixa qancix, rya Xwedê ketye, — Hoto bê hemdî xwe got, çend gava paşda çû û xwexwa jî nizanibû çi bike. Her tişt usa nişkêva qewimî bû, wekî mecal nedaê ew ser hişê xweda bê û zanibe çi lazime bike, çawa bike, wekî ji wê qezyaê xilazbe.
— Kerê kurê kera, karê xwe bike, şerê min tera şere. Te tirê xûna ezîzê minê hema usa erdê bimîne, kesekê tunebe heyfê hilde, serê kelbê mînanî te cenimê şake? – Belgê îdî bi hemdî xwe gotê. – Karê xwe bike. Yan îro Xwedê wê bide min, yanê jî te. Ji me herdua îro gotî yek sax’ venegere mala xwe.
— Bo here, qancixa qancix, çi karê min te ketye! Te dêla xwe avîtye ser serê bavê xwe, ne zanî mêrtî çye, ne zanî jintî çye. Forqa forq, dûrî min here, çi karê min te ketye, — Hoto lez-lez gotê, nonanî tiştekî xwest yaxa xwe jê xilazke. Xwest gilîkî jî bêje, lê Belgê nehîşt.
— Çi karê te min ketye? – Belgê bi eks, bi cûrê pirsê wekiland. – Karê te min neketye, karê min te ketye. Ez zanim mêranî kîjane, lê tu nizanî. Ez îro gotî mêranîê nîşanî tekim, wekî zanibî dinyaêda çi heye, çi tune û serê bavê xwe jî mezintir xever medî. Forq ez nînin, forq dya teye, wekî tûlê mînanî te dinêxistine. Min devê bavê teda ha-ha kiro, tê nha rengê jina bibînî. Min zûda tera çandibû, lê îro teze li hev tê, wekî em pirsa mala Dûko ji hev bikin. Karê xwe bike. Ez naxwazim mînanî te fesadîê, mixenetîê bikim. Min jî dikaribû, çawa te kir, dizîkava qemek bavîta wî stûê tey heram, hilfiranda. Lê min usa nekir, çimkî ew yek şanê mêra, jinê esilzade nakeve. Raste, ez kulfetim, lê dîsa wê yekê nakim. Lê tu ne mêrî, tu pînê kulfikêyî. Bese, min gelek xeberda, kelbê mînanî te çine, wekî merî aqasî jêra xeberde. Karê xwe bike, min devê te û bavê teda ha-ha kiro, îro xilazbûna te ji destê min tune.
Ç’ev li Hoto fire bûbûn, zûr bûbû Belgê dinihêrî, hey jî yek gav paşda diçû. Belgê qema xwe girtibû xwe, çiqas Hoto paşda diçû, ewqas ew pêşda diçû, nedihîşt ara orta wan kêm bibe.
— Çî min heye, wekî çi karê xwe bikim? Ezim ev şivka destê mine, — Hoto gotê û şivka destê xwe nîşan daê. Lalome dêv ketibû, nizanibû çi bike. Ancax ew çend xeber dû hev dane rêzê.
— Kelbo, min elametî da te, wekî haj xwe hebî, karê xwe bikî. Wekî mayîn şuxulê teye. Ya te hela destê teda şivek heye, lê destê Tîtalda çi hebû, wekî te usa anî sêrî? Şedê min û te Xwedêye. Rebê minva eyane, wekî min nemerdî mînanî te, mixenetî nekir, dizîkava lêneda tu gever nekirî. Min xwest bi helalî, bi mêranî xûna birê xwey ezîz hildim. Min nexwest weke qirşekê xilêletî bikevê. Nha ez gotî xûna te birêjim. Wê xûnê bivim kêlka mezelê ezîzê xwe xim, wekî ruhê wîva jî eyanbe, heyfa wî hate hildanê, xûna wîye am û tam bêxeda erdê nema. Min devê bavê teda ha-ha kiro, te gelekî dilê min êşandye, te daxeke usa daye dilê min, wekî heta-hetayê nikarim bîrkim. Te tirê ji destê min xilazbî, — Belgê ha bi kel gotê, bi qemê êrîşî ser Hoto kir.
Hoto paşopê paşda çû. Lê Belgê xwe lez dirêjkirê, qema xwe hilbirî û jorda anî. Hoto şivka destê xwe da pêşîê. Çawa qeme şivkê ket, ew ji destê wî pekya, wêda ket. Ç’ara Hoto hate birînê. Çawa dibêjin, merîê ku dixeniqe, destê xwe davêje qirş-qala. Ew jî kûz bû, wekî şivkê hilde. Wî tirê wê karibe pê şivikê xwe xweyke. Wextê ew kûz bû, Belgê qemek da milê wîyî rastê. Milê wî mînanî darekî hişkî-hola rexda hat. Hoto şewişî, ew bû wê biketa, lê ancax xwe girt. Bû fişîna xûnê ser girka milê wîra avît. Wexta Belgê ç’ev xûnê ket, hê devxûn bû, har bû. Dîsa xwe dirêj kirê, lê Hoto kire çemê û revî, xûna wî niqitk-niqitk ser hêşnayêda dirijya.
— Kelbo, nereve, tu kuda direvî! Ecelê te hatye, tu îro sax ji destê min xilaz nabî, — Belgê lê kire gazî û da pey. – Lê tu mêrî? Heyfa navê mêra nîne, wekî ser kelbê mînanî teye? Mînanî kelbê diz ber jinekê direvî. Hela payê xwe jî didî, wekî mêrkujî, hewsa xwe nakî, minetê kesekî nakişînî, de tu mêrî, nereve!
Lê Hoto direvya. Qe caba wê jî neda. Ruhî şîrine, direvya, her qar û qibî dibirin, wekî ruhê xwe xilazke. Îdî şerm ortê hatibû hildanê, fêlbazî bîr kiribûn, ber ç’eva bûbû heşer-meşer. Aqilê wî her tenê alîkîda dixebitî: bireve, belkî xilaz dibe. Ewî dixwest wê deqê dinya welgere, her tenê wîra li hev bê, bireve, ruhê xwe xilazke.
1 2 3 4 5
Добавить комментарий